Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Zêde pesnê wî nede Hûgo efendî, bi sê telaqan sal lê nezîvîrî!

 

Fernandez Lopes- 25/09/07-Venezuela- Wek hûn zanin, apê me Fîdel Castro di doþeka mirinê de ye û hew tir û fis xwe têde digrin. Ha îro bimre ha sibê bimre kes nizane. Ji ber ku zêde dernakeve televizyonan, xelkê Kubayê dibêjin:”Ahaaaaaa, bi serê Che Guevara zilamê me berê xwe daye axretê” û fatîhe û yasînan li ser ruhê wî dixwînin.

 

   Li ser van qal û qultan, Fîdoyê me rabû qederê çend deqîqan derket televizyonê û got:”Bela kes kêfa xwe li min neyne, jina min ji min berdayî be melkemot (ezraîl) nikare nêzîkî min bibe. Ez kêfa we li xwe naynim û namrim” filan û fîstan.

 

   Werhasil, dostê Fîdel Castro, serokê Venezuelayê Hûgo Chavez jî rabû ji welatê xwe lotikek avêt û di derbarê Fîdo de got:”Ez wî baþ nasdikim. Heta go tir di Fîdo de hebe ewê li ber xwe bide û teslîmî esraîl nabe. Bawer kin ewê hîna 100 salê din jî bijî” û jê re li çepikan xist.

 

    Ez serê we neêþînim, dibêjin Fîdel Castro û melkemot niha di þer û pevçûnê de ne. Di destê Fîdel de kêr û meqesek, û di destê melkemot de jî xincer û demançeyek heye. Îcar kî dixe kê, kî kê diþîne cehnemê tenê Xwedê zane!