Le
amade baþîdan bo rûberûbûnewey hemû derd û afatêkî kiþtukalî
Kiþtukal
binemay serekî aborî hemû wilatêke, le Kurdistanî xoþmanda diwa be duway raperîn
û dananî planî stratîjî wezaretî kiþtukal bo pêdaçûnewe le girift û tegerekanî
berdem pêþkewtinî em kerte zînduwe, hewl û koþekan hemîþe be arastey
bûjandinewey em binemaye bûn, le nawbirdin û qelaçokirdinî afat û derdu
nexoþiyekan berhemî kiþtukal yekêke le bernamey stratîjî em wezarete, diyare le
nawbirdinî em derdaneþ piþt be amêr û hokarî pêþkewtuwî zanist debestêt. Boye
firokewanî kiþtukalî rûyekî dîkey em hewlaneye.
ûrey berz û sûrbûnî berdewam
Le 18.2.2007 û ber le salêk be destpêþxerî wezaretî kiþtukalî herêmî Kurdistan û
bo yekem car le mêjuwî em wezarete û le ser astî Êraq be giþtî xulêk bo
pêgeyandinî firokewananî kiþtukal le berêweberayetî firokewanî kiþtukal le þarî
Silêmanî kirayewe lem maweyeda twanra 18 endazyarî kiþtukal le kuran û keçan le
xulêkî çirupirî tîorî û praktîkîda le ser çoniyetî firîn be firoke beþdarî biken
lem maweyeþda bo yekem car jimareyek lem firokewanane twaniyan be asmanî
Kurdistanda bifirin û ew xewney heyane bîhênine dî.
Afretî Kurd le berdem ezmûnêkî nuwêda
Le beyaniyekî sardî þarî Silêmanî û le rojî 24.1.2008 da sercem kenalekan û
medyakanî Kurdistan le çawerwanî firînî firokekanda bûn, le firokxaney kiþtukalî
le Erbet nizîk Silêmanî, maþênî yekem firoke beger kewt, Xatû Sozan Mihemed
derçuwî kolejî kiþtukalî zankoy Silêmanî be yawerî rahêner Eqîl Beyat serkewte
naw firokeke, hemûman waman dezanî ke renge biþlejê û þerm daybigirê, belam be
sûrbûn û hêzu twanawe, duway royiþtinî bo çend metrêk le zewî firokexaneke,
berew asman berz bûwewe. Duway ewey mawey 20 xulek beser deverekeda surayewe,
înca her le gel dabezînda yekser ruwî pirsiyarman lê kird:
* Eme yekem carte be asmanda defirît?
- Eme (11) emîn care, tenya dûcar yan sê carî dîkem mawe, ew kat rahênerekem
biryar dedat bo diwacar leser derçûnim û tiwanistim bo firokewanî, sebaret be
hestî Sozanxan le katî firînda gutî:
madamekî be arezuwî xom hatûmete em xule, supasî wezaretî kiþtukal dekem bo
rexsandinî em hele, hawkat le xo radîtinî berdewamim bo serkewtin lem kareda,
boye em kare be erkêkî nîþtîmanî û neteweyî dezanim ke xizmetî Kurdistanî pê
bikem.
Endazyar Salim Cefer, xelkî Dihoke û derçuwî kolêjî kiþtukale, yekemî ser
xulekeye, ewîþ le duwem forokeda be asmanda sûrayewe û supasguzarî xoy bo
wezaret û berêweberayetî firokewanî kiþtukal derbirî ke be piþtgîrî û handanî
berdewam twaniyan astî fêrbûn û zanyarî firîn lay min û hemû hawrêkanim berz
bikenewe.
Sebaret be progiramî xwêndinîþ rûnîkirdewe: her çende xwêndin be zimanî Îngilîzî
û Erebî bû, belam êmey endazyar twanay zanînî em dû zimaneman heye û hîç
giriftêk lem ruwewe nehatote berdemman.
Destpêþxerî û bedî hatinî xewn
Yekem afret le firokewanan ke bo yekem car be asmanî þarî Silêmanîda surayewe,
Samane Umer bû, ke em xuley be serkewtuwî tewawkirduwe, daway le afretanî Kurd
kird ke rû lem taqîkirdineweye biken û lem barewe xizmetî wilatekeyan biken.
Emeþî bo ewe gerandewe ke keçan û kuran le sûrbûn û koþ û hewlî çespandinî twana
û lêhatuwîda yeksanin, êsta katî eweye be hemû layek xizmetî Kurdistan bikeyn.
- Þadan Cemalî hawrêyî Samaneþ le lay xoyewe gutî: katê nûsrawman bo hat ke
xulêkî lem þêweye dekirêtewe ber le hawrêyanî kur, min yekem kes bûm nawî xom
nûsî û peywendîm pêwekird. Êstaþ be çawî xotan debînin, çon lem ezmûneda
serkewtûbûm.
Firokewanan amaden bo raperandinî erkekaniyan
Berêz Newroz Ebdulqadir berêweberî firokewanî kiþtukal le wezaretî kiþtukalda ke
serpereþtiyarî xulekeþe sebaret bem ezmûne rûnîkirdewe, ke bîrokey kirdinewey
xuleke bo berêz Ebdulezîz Teyib wezîrî kiþtukal degerêtewe duway rexsandinî
rêwþuwênî guncaw (78) endazyar hatine xuleke, le layen lîjneyekî taybetewe
piþknîn kira, yekêk lew mercaneþ ewebû ke nabê beþdar bû, temenî le 28 sal
ziyatir bêt, boye 22 yan serkewtûbûn, le 18.2.2007 da xuleke be xwêndinî
programî teorî destî pêkird ke 6 mang berdewam bû, 15 kesiyan twaniyan be
serkewtuwî em xule tewaw biken.
Înca çûne naw xwêndinî programî praktîkî, berêweberayetî firokewanî kiþtukal 5
firokey kiþtukalî heye, wezaretîþ be supasewe be niyazî kirînî jimareyekî dîkeye
le corî Hêlîkopterî pêþkewtû bo bekarhênaniyan le riþandinî berûbûm be mebestî
le nawbirdinî derdu nexoþî kiþtukalî, le welamî pirsiyarêkda sebaret bewaney ke
le xule derneçûn, gutî: ew endazyarane wek stafî teknîkî û çawdêrî firîn û
kontrol le lay xoman demêninewe û sûdiyan lê werdegirîn, herweha be niyazîn le
ayindeyekî nizîkda eger boman rexsaw helumercî teknîkî le barbû xulî dîkeþ bo
pêgeyandinî firokewanan bikeynewe, diyare ew firokewananeþ ke êsta pêgeyiþtûne,
eger her haletêkî derdu afatî kiþtukalî le her parêzgayekî Kurdistan hate
pêþewe, beþdarî deken û bepêyî twana xizmetî kertî kiþtukalî Kurdistan deken.