Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

 

 

Ji sedî 94.1 ê ciwanên wan tirrek in

 

E. Beyan- 29/09/08-Enqere- Di encama anketekê de derket holê ku ji %94.1 zarokên Tirkan xwedî fobî ne (fobîk). Li gora anketa ku ji alî Sendîqeya Serbixwe a Perwerdekaran ve bi navê „Ciwan û tirs“ hatiye çêkirin, ji sedî 12.3 ji mirinê, sedî 11.4 ji windabûna bawermendîya olî, sedî 11.1 ji zelzelê (erdhej) û ji sedî 10.9 jî ji çûna cehnemê ditirsin. Anket bi 2 hezar û 999 kesan re hatiye çêkirin û derketiye holê ku ciwanên Tirko fobîk û tirrek in. Ji alîyê din di derbarê tirsa heywanan de jî derketiye holê ku ji sedî 71.9 ê wan ji heywanan ditirsin û ji tirsa heywanan bi xwe de dirîn û derpî dadigrin.

 

Derketiye holê ku ji ber fobî û tirsê ciwanên Tirk nikarin têkilîya insanî bi civakê re deynin û di têkilîyên xwe de tirsonek in. Ev tirs dibe sedem ku ciwanên wan di panîkê de bin û ji psîkologan alîkarîyê wergirin.

 

Îcar gelo xort û ciwanên me Kurdan di çi rewþê de ne kesek ji we zane? Di civatek ku ji sedî 94.1 ê wan fobîk bin û ji sedî 71.9 ê wan jî ji heywanan bitirsin, wê ciwanên Kurd çawa û bi çi bandorê mezin bibin? Li gora min, yan wê „zirdîn“ bin, wek ciwanên Tirk „tirsonek û fobîk“ bin, yan jî wê wek Bulent Ersoy xanimê „nêrûmêk“ bin.

 

Îcar carna em henekê xwe bi siyasetmedarên xwe dikin û dibên „çima sewsî û beredayî“ ne.

 

Ê qerdeþim, siyasetmedarên ku di civatek fobîk de bijîn, wê çilo beredayî û qûnalês nebin babam, wîî!

Civak çi be siyasetmedar jî li gora wê civakê lotikan davêjin û hûn sax!