Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

Zavayê me nehat lîztika Tirko

Cemîlê Çargurçik-20/12/07-Stockholm- Zavayê Kurdan Fredrîch Malm ku ji Partîya Gel (Folk Partîet) e, ji Kurdekî zêdetir Kurdayetîyê dike û lotikên xweþ li qûna dewleta Tirko dixe. Ji ber vê helwesta wî jî, ew di çavê dewleta Tirko de bûye wek marê reþ.

Werhasil, dibêjin rayedarên dewleta virqo emaîlek ji konsolosê xwe ê Stockholmê re þandine û têde gotine:”Konsolos efendî, lan qûnek! Swêdî hemi alkolîst in, çend þûþe wîskî û kamparî biþînin ji Fredrîck Malm re, binerin bê em wî bi çend þûþe wîskî nekirin û wî nekin zilamê xwe” filan û fîstan.

Werhasil, dibêjin rojekê Fredrîck Malm ji xewa þîrîn rabûye, derî vekiriye û dîtiye ku çend þûþe wîskî û kamparî li devê derî ne û nameya konsolosê Tirk jî bi þûþan re ye. Yanî,konsolosê Tirkiyê wek diyarî wîskî û kamparî ji zavayê me Fredrîck Palm re þandiye û xwestiye lotikekê lê xe. Lê zavayê me jî zavaye haaaaaa, Fredrîckê me yekser mesele fêhm kiriye ku Tirk dixwazin wî bi çend þûþe wîskî bikin zilamê xwe. Rabûye xeber daye çapemenîyê û lotikek bêîman li qûna dewleta Tirko xistiye.

Fredrîckê me dibêje:”Tirrrrrr li bin qûna dewleta Tirk, ma ez ê çend þûþe wîskî me? Ma wîjdanê min qebûl dike ez xwe û doza Kurd bi çend þûþe wîskî bifroþim kuro, wîî!”! û lîztika dewleta Tirkên hacûc eþkere kir.

Werhasil, xwezî ji mîrê keremê re, hema di her welatî de çend zavayên me yên wek Fredrîck Malm hebûna û hew! Kurdên me radibin qîzên xwe didin Tirkan kuro, kuro law keçên xwe bidin Ewrûpîyan ku em karibin bi xêra wan lobîyê çêkin û qûnê li dewleta Tirk biqetînin bavê min!