Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

 

 

 

Apec û Spîrêz di Fuara Pirtûkan a Göteborgê de

 

 

Fuara Pirtûkan a Göteborgê di 24 mehê de deriyê xwe ji pirtûkfiroþ, pirtûkkirox, nivîskar, hunermend, muzîsyen, semînerdar û mêvanan re vekir. Îsal 24.emin a Fuara Pirtûkan a Göteborgê ye. Wek dewlet hevkar û beþdarên Fuara Pirtûkan a Göteborge li gel dewleta Swêdê ev dewlet jî hene û cihên xwe vekirine: Almanya, Avustraliya, Avusturya, Bulgaristan, Çîn, Danîmark, DYA, Fînlandiya, Fransa, Hîndistan, Holland, Îngilistan, Îrlanda, Îskoçya, Îsland, Îsraîl, Kanada, Letonya, Lîtawiya, Lubnan, Misir, Nîjerya, Nîkaragûa, Norvej, Polonya, Portekîz, Romanya, Sîriya Leon, Swîsre û Ukrayna

 

 Her sal welatek dibe Fokusa Fuara Pirtûkan a Göteborgê. Îsal  welatê ku fokus li ser e Letonya ye. Serekwezîrê Letonayayê Invars Godmanîs bi þandeke mezin ku bi dehan sîyasetmedar, weþanger, rojnamevan, nivîskar, hunermen û muzîsyen di nav de bû beþdarî fuare bû û di fuarê axivî. Afîþ, nivîsar, semîner û hemû alevên masmediyayê li ser welatê fokus e; ji her alî ve dîrok, wêje, ziman û çanda Letonyayê tê nasandin.

 

Bernabeya Fuara Pirtûkan a Göteborgê îsal gelek dewlemend e. 435 semîner dê bên dayîn. Ji 30 welatan 800 semînerdar beþdar dibin. Guhertin û nûbûneke sala îsal ev e ku mirov roja yekþemê dikare bi bilêta xwe bêpere semîneran guhdarî û temaþe bike. Heta niha beþdarbûna seminerên mezin û pilebilind bi pere bû. Ji derî van semînerên mezin û pilebilind li gelek salonan semîner, konser û civîn hene ku berê bêpere bûn û niha jî bêpere ne.

Di bernameya îsalîn de balkêþiyeke din jî ev e ku dê Letonya, Romanya û welatên cîran bi hevkariyekê Muzexaneya Dunyayê ava bikin.

 

Di Fuara Pirtûkana Göteborgê de du weþanxaneyên kurdî jî beþdar in. Ji Duhokê weþanxaneya Spîrêz û ji Stockholmê jî Weþanxaneya Apecê. Ev du sal in ku Spîrêz û Apec li gel hev li yek cihek pêþangeh vedikin. Di pêþhangehê de nivîskar Hesenê Metê, weþanger Ahmed Mîlan û helbestvan Selwa Gulî û gelek kurdên devera Göteborgê seredana cihê APEC & SPÎRÊZê kirin, li montera wan sohebtên cûr be cûr li gel Xwedî û berpirsê Spîrêzê Mueyed Teyîb û yê Apecê Alî Çiftçî kirin.

 

Di Fuara Pirtûkan a Göteborgê de pirtûka  Ingmar Karlsson a bi navê  ”Kurdistan landet som icke är” aktuel e û balê dikþîne. Roja pêncþemê Ingmar Karlsson bi xwe pêþengeha Apec û Spîrêzê zîyaret kir û demke kurt bi berpirsên weþanxanên kurdî  û nivîskarên kurd re sohbet kir.

îsal 949 fîrma û weþanxane  li fuarê cih vekirine. Roja pênþemê 21144 kes ziyaret kirin û  roja înê ev hejmar derket 49 976. Diyar dibe ku roja þemî û yekþemiyê dê ev hejmara beþdaran zêdetir be.