<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
|
Jinên xelkê ji mêrên wan zêdetir netewperestin
Maradona Silo- 11/06/08-Swîsre- Kî çi dibêje bila bêje, her çiqasî fûtbol û sporên din wek nîþana "aþtî û hevkarîyê" tê binavkirin jî, lê li gora min êdî ji qalibê xwe derketiye û bûye nîþana netewperestî û nîjadperestîyê. Nîjadperestîya ku di fûtbolê de tê kirin li ciyekî din nayê kirin. Ji jin û mêran bigrin heta bi zarokên pêçekê, herkes ala xwe hildide, taximê xwe diparêze û propaganda welatê xwe dike. Îcar qîrewîr û qarewara mêran nebes bû, jin jî bi vê nexweþîyê ketin û dest bi lotikan kirin. Tew ji xwe keç û jinên Tirk, ya starrrrrrr! Ji zilaman zêdetir nîjadperestîya Tirkîtîyê dikin, gellek caran zimandirêjîya Kurdan jî dikin û kerê min bera ser xwe didin. Werhasil, berî go ez devê xwe bi wan bilewitînim, hema li wêneyên van jinan binerin hûnê meselê fêhm bikin û hûn sax!
|
|