Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

De werin vê ecêbê:

Tu karê wan nema îcar serê xwe bi G-strîng re dêþînin kuro!

 

Þêxmûsê Derpîfiroþ-14/08/07-Fatîh-Stenbol- G-strîng binderpîyek terîþane ye. Terîþeke û mero li xwe dike. Hem jin û hem jî hinek mêrên qûnek jî vê terîþê dikþînin xwe. Yanî, binderpîyek seksî û balkêþ e. Werhasil, mode bipêþdikeve û modeçêker jî herroj cil û bergên kesanedî dixin piyasê jibo çend qirûþên zêdetir têxin bêrîka xwe.

   De neyse canim, ez bi xwe van binderpîyên G-strîng difroþim û li taxa Fatîhê lotikan davêjin. Miþterîyên min bi piranî keç û jinên sergirtî, yanî dîndar in. Û herî zêde jî ev dîndar van G-strîngan dikirin. Helbet heqê wan jî heye ku êvarê xwe ji zilamên xwe re xweþik û seksî bikin jibo ku agirê malê venemire. Heger ew G-strîng li xwe nekin û xwe ji zilamên xwe re nexemilînin, wê Nataþayên Rûs tirê ji zilamên wan berdin û malbatê ji hev tarûmar bikin.

   Îcar xuyaye ev binderpîyên G-strîng jî ji hinek zilamên dîndar re bûye pirsgirêkek ji a îslamê. Heçê radibe li gora xwe navekî li van derpîyan dike, hinek wan helal, hinek heram dikin û wek “provokasyona kafiran” bi nav dikin. Yek ji wan qûnekan jî nivîskarê dîndar Îlhamî Atmaca ye. Atmaca li dij G-strîngan derdikeve û dibêje:”Armanca van terîþên þiklo-miklo ev e ku hertim seksê bîne bîra jinan û gava jin van terîþan li xwe dikin, navrana wan hertim þil û pil dibe. Ji ber vê jî lixwekirina van terîþan ne maqûl e” filan û bêvan.

   Îcar nivîskara dîndar a kovara Gerçek Hayatê Halîme Gokçe jî Îlhamî Atmaca dide ber lotik û pehînan û dibêje:”De here zikreþê heram! Lixwekirina G-strîng zanînek pir nazik û hessas e. Helbet heqê me jinên sergirtî jî heye ku em G-strîng li xwe kin. Ma tu karê te nema tu xwe berdi nav navran û nav þeqê pîrekan û serê xwe bi doxîna wan re bêþîni haa!” û xwedî li G-strîng derdikeve. Wekî din nivîskara kovara Renklî Nîgar Tûgsûz jî lotikekê li Îlhamî efendî dixe û tire jê berdide. Tûgsûz dibêje:”Gava te behsa navran û doxîna pîrekê kir, hinekî bi nezaket be. Zimandirêjîja namûsa jinê te payebilind nake û xwendevanên te jî nake zilam tirro filan û fîstan.

   Ji alîyê din, derpîfiroþa taxa Fatîhê a þîrketa naskirî ADA Emîne Ozkan jî dibêje:”Piranîya miþterîyên meyên ku G-strîng dikirin keç û jinên sergirtî ne,dîndar in. Ma heqê wan jî tuneye ku di bin tesettur û çarçefê de G-strîng li xwe kin û hewayekê ji ber serê xwe berdin? Ma qey Ewrûpî can in em bacan in? Heqê me jî heye em êvarî xwe ji zilamê xwe re xwe bikin wek bûka serbixêlî qardeþim, waweylê!” û xweþîya van terîþên seksî tîne zimên.

   Werhasilî kelam, xuyaye hinek nivîskarên ku kesek hesabê wan bi pênc qirûþan nake, dixwazin bi mijara G-strîng xwe têxin rojevê û benîþtê xwe bicûn. Bêbavan çavê wan lê ye em dikandar û derpîfiroþ hew gepik nan jî bixwin bavo, wîî! Ê oxlim, bela keça te, jina te û xwiþka te wan terîþên seksî li xwe nekin. Ma serê te bi doxîna xelkê ketiye ewladim! Bihêlin bela hewa baqij li nav þeqên xelkê xe baba, hella hellaaaaa! 

 

JIN