Protesto ev protestoye haaaa!

Tacdîn Baran-09/06/07-Almanya- Kuro ma ev Ewrûpî çi medenî ne bavooooo! Mêrikan protestoyên wilo nermik û germik dikin ku aqlê meriv disekine allahwekîl! Wek hûn zanin, salê carekê civîna 8 welatên herî dewlemendên dinyayê çêdibe û li dij van welatan jî protesto û lotikvanîya hêlên çep, aþtîxwaz û anarþîstan lidardikeve. Bi vê protestoyê hem dilê xwe hênik dikin û hem jî bayekî ji ber serê xwe berdidin. Werhasil, civîna îsal jî li Almanya çêbû. Lotikvanên ku li dijî globalîzmê û li dijî serdestîya van 8 welatanin, dîsa li hev kom bûn û zîtirk dan xwe. Di protestoyan de geh pevçûn çêbûn, geh dîlan hatin girtin û geh jî þûþeyên bîrayê li hewa firiyan. Lê grûpek hebû ku pir aþtîxwaz bû û protestoya xwe “þûto-rûto” kirin, xwe bera çolê dan û wek dema Adem û Hawa xwe þilfî tazî bera meydanê dan. Werhasil, em bi qurbana protestoyên wilo nermik û germik bim û hew! Ma ka ji vê protestoyê xweþtir baba? Ji xwe di vê germa havînê de ji wan re bû mahne, hem xwe hênik kirin û hem jî bi navê protestoyê erka xwe anîn cîh. De Xwedê qiwetê bide van protestantên germik û nermik rebbî!