Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

 

Ev wextê we bi xêr gelî Lotikxanecîyên Kurdistanê!

Hêvîdarim ku hûn tev da baþ bin û hê xwedî lotikên dijwar bin. Xwedê lotika ji we kêm neke rebbî.

 

Yaho nizanim dîsan Kurdên me li Danîmarqa çi dixwazin, dîsan çend lotikên Kurdikî avêtine û vêca bi þev nîvê þevê hatin ez ji xewa þêrîn rakirim. Gotin „Em ketine bextê te û xwedê, go ti rabe werzîhalekê binivîse û dengê me bigihînê wan efendîlerên lotikxanecî ta bi xêra mirîyên xwe behsa me jî bikin ku kes nebêje wele bi þev û rojê sîyaseta li ber PC û paltalkê dikin. Yan na wê xelk henekê xwe bi me bikin“.

 

Vêca xwezî we bidîya bê çiqas nedir û serqa dane û diha ji min ra kirine ku ez vê daxwaza wan bigihînim we. Vêca heyra wek mesela melê, li min gotin û li we jî kirin.

 

Heyra go hûn vê daxwaza wan pêk bînin û ez jî carkê ji caran – heke vêca ez çûm ha - min dît ez bi van duayan çûm biheþtê û min dît ku ew der ji vir xweþtirin, bi soz êzê ebûqatîya we li wir bikim ku we jî bînin wîr ku hûn jî ji wê dehla Nisêbînê tahm bikin. Ma qey ne bes e, hûn çî din xwazin qerdeþim?

 

Bi hêvîya gelik lotik û pihînên dijwar.

 

Silav û rêz

Qasir û Xemgiranê Kurdên li Danîmarqa