Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Gala Kurd, ekîb û lotikek

Cemîlê Çargurçik- 25/01/07- Þevê din (24.01.2008) li bajarê Stockholma Swêdê Gala Kurdî lidarket û lotikek Kurdewarî hat avêtin. Di galayê de qederê 30 endam, parlamenter û serokên partîyên Swêdî beþdar bûn û piþtgirîya xwe dan  Kurdan. Ji alîyê din gellek Kurdên naskirî û navdar jî Gala Kurd bi beþdarîya xwe geþ û xweþtir kirin. Xelata salê çû ji KOMEK (Rêxistina Paraztina Mafê Zarokên Kurd) ê re. Xelata dostê Kurd ê salê çû ji dengbêj û lotikvanê naskirî ê Swêdî Lars Demîan re. Demîan ala Kurdistanê li ser qapaxa CD a xwe a vê dawîyê xistibû û dostekî gelê Kurd e. Xelata fexrî jî çû ji dosta Kurda Ûlla Hofman re. Ûlla Hofman pirê caran bi cil û bergên Kurdî beþdarî parlamentoya Swêdê dibû û dostek ji dostên gelê Kurd e. 

Di galayê de Kurdên navdar ên wek Ozz Nûjen, Soran Ismaîl, Dilba, Hajar Zahawî û gellekên din beþdar bûn. Wekî din Wezîrê Bazirganî Sven Otto Lîttorîn, Seroka Parîya Sosyal Demokratên Swêdê Mona Sahlîn, Serokê Partîya Çep Lars Ohly, Ombudsmana Wekhevîyê  Katrî Lînna, berpirsa Partîya Jinan Gudrun Schyman, dosta Kurdan Marîe Leîsner, zavayê Kurdan Fredrîk Malm û gellek Swêdîyên naskirî þeref dan Gala Kurd.

 

Kurd û pêwistîya lobîyê

Kurd ji her milletî zêdetir hewceyî lobîyê û qecenckirina dostan e. Ev jî bi dîplomasî, têkilî û çalakîyên wek Gala Kurd tên bidestxistin. Em Kurd di warê çêkirina lobîya Ewrûpî û qezenckirina dostan de pir sersar, zexel (tembel-tirale) û xemsar in. Hesab bikin ku milyonek Kurd li Ewrûpa û welatên Skandînawî dijîn. Lê heta niha çend dostên Ewrûpî hatine qezenckirin û bûne berdevkê doza gelê Kurd, kes nizane. Di qada navnetewî de çend dostên gelê Kurd hene ku birastî jî karibin bandorekê li ser dewletên dagîrker bikin û doza gelê Kurd têxin rojeva qada navnetewî, dîsa kes nizane.  Û bi sedan mînakên bi vî rengî.

Lê bêbavekî wek Mîchael Rûbînê Emerîkî kare bibe berdevkê Tirkan û zimandirêjîya doza Kurd û serokên Kurdan bike. Baþe çima Mîchael Rûbînê Kurdan çênebin? Çima hinek Ewrûpî û Skandînavî bi piþtgirî û xebata xwe nebin berdevkên gelê Kurd? Ev tev bi bandora têkilî û hûnandina lobîyê çêdibin.

 

Heger hûn bala xwe bidin Tirkan, dewleta Tirk wek proje ev kar daye pêþîya xwe. Tirk zanin ku çêkirina lobîyê û qezenckirina kesên Ewrûpî yan Emerîkî ji wan re wek stûnên avanîyekê ne. Her ku lobî û dostên wan zêdetir dibin, gotina wan zêdetir derbas dibe û xurttir dibin. Ji biþûkên wan bidrin heta bi mezinên wan bi proje û dek û dolabên dewleta xwe re ne. Dev ji zimanê xwe, çanda xwe, dînê xwe û neteweperestîya xwe jî bernadin. Bajarên Ewrûpayê tax bi tax, herem bi herem dixin bin destên xwe, bi gazirganîya xwe aborîya xwe xurt dikin, bi ola xwe xwe li ser lingan digrin û bi neteweperestîya xwe jî ruhê xwe diparêzin.

Lê ev li cem me Kurdan tuneye. Çi bakurî, baþûrî, rojavayî û rojhilatî bin, dev ji lobîya Ewrûpî berdin me Kurdan hê di nava xwe de lobî çênekiriye. Îcar hesab li cem we. Bifikirin bê em Kurd çiqasî xemsar û bê plan û projeyên pêþerojê ne. 

 

Xebat bi ekîb û kadiran bi ser dikeve

Ekîbek baþ, kadirên jêhatî, xebatkarên hevgirtî û bihevbawer stûna serketinê ne. Gava ekîb û kadirên bi vî rengî tunebin, yan ê hebin jî bi hevre ne rast bin, xebat bisernakeve û beravêtî dibe. Nimûna herî biçûk mal û zewac e. Gava jin û mêr bi hevre ne rast û dirust bin, ew malbat hildiweþe û dibe piçik û parî. Heger îro li Tirkiyê partîya AKP bûbe desthilatdar û li seranserê Tirkiyê û Kurdistanê bûbe partîya yekem, ne ji rastî û qencîya partîya AKP ye. Ji hevgirtina kadirên wê û ekîba wê ye. Ji destpêkê de ekîba AKP hevdu bernedan, dest dan hev, bihevre rast û dirust bûn û heta ku biserketin. Ji dezgeh û komeleyekê bigrin heta bi rêxistin û partîyan jî wilo ne. Gava komîta komeleyekê ji ekîbek xirabe û tewþomewþo pêk bê, ew komele jî berhemek baþ nade û wê di ciyê xwe de bihejmêre. Partî û dewlet jî wilo ne.

 

Gala Kurd û serketina wê çirûska pêkhatina ekîbek baþ dide me. Xuyaye bi pêkanîna vê galayê, bi çêkirina lobî û qecenckirina dostên Skandînawî, Kurdan jî pêwistî û giringîya lobîyê fêhm kirine. Û dixuye ku ekîba ku bi vî karî rabûye û radibe, ekîbek jixwebawer, çalak û xwedîyê plan û projeyên baþ in. Bi taybet, di çêkirina Gala Kurd de ked û xebata Wezîrê Sporê û Xortan Taha Berwarî û ekîba pê re wek Elî Ewnî, Nisret Hecî, Diyar Mizûrî û gellekên din nayê înkarkirin. Heger Gala Kurd ev çend sal in bi serkeftî lidardikeve û bûye pêlikek ji pêlikên çêkirina lobîya Skandînawî, sedema herî mezin ev e ku ev ekîb xwedîyê armancek hevbeþ, plan û projeyên baþ in.

 

Dil dixwaze ku ekîbên bi vî rengî li her welatên Ewrûpî bên avakirin û Galayên Kurd ne tenê li Swêdê lê li her welatî bên lidarxistin da ku lobî çêbibin û dostên gelê Kurd zêdetir bibin. Bi taybet ev bar dikeve ser milê rayedar û dildarên hikûmeta herêma Kurdistana federe. Divê hikûmeta me ji bîr neke ku li seranserê Ewrûpayê zêdeyî milyonek Kurd dijîn û ev Kurd her ku diçin ji ruhê Kurdayetî dûr dikevin, zimanê xwe ji bîr dikin, li nirxên netewî xwedî dernakevin û hinek rêxistinên ku qaþo bi navê Kurdan derketinê rê wan li dijî baþûr û hikûmeta Kurdistanê sor dikin.

 

Divê hikûmeta baþûr bêyî ku bifikire destê xwe dirêjî karûbarên çêkirina lobîyê û pirsgirêkên Kurdên Ewrûpayê bike. Ji ber vê jî divê ev ekîba ku li Swêdê lotikên baþ davêje, hinek zorî bide endam û dilxwazên xwe yên li seranserê Ewrûpayê û bi taybet jî yên Elmanyayê da ku dev ji sersarî, xemsarî û tiralîya xwe berdin û têkevin nav xebatek çalaktir. 

 

Bi kurt û Kurmancî, Gala Kurd bûye gavek ji gavên erênî û serkeftî. Em bi navê xebatkarên malpera Lotikxanê di serî de ked û xebata Wezîrê Spor û Xortan kek Taha Berwarî, Elî Ewnî, Diyar Mizûrî, Nisret Hecî û hemi kedkarên ku bi vî karê pîroz rabûne, pîroz dikin û dibêjin: Her bijîn kaka!