<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Bijî berxwedana galonan!

Bavê Nûbar- 30/05/08-Hekarya-

Li bajarê Wanê taxa Hecî Bekir, ev çend salin arêþa avê heye. Ji ber ku kesên wê taxê piranî ji gundan hatine û hinek ji wan nikarin heqê avê bidin, þaradarîya bajarê Wanê bi hinek hecetan avê li ser wan qut dike. Ev heyameke dîsan av li ser wan hatiye qutkirin. Ji bê avî  hem kesên xwedî dar û bexçe darên wan xiþk bûne, hem jî zarowên wan spihî bûne. Her çend helkê taxê çend caran mureceet kiribin jî, lê beledîyê ew xapandine. Soz ji wan re dane, lê ava wan dîsa neberdane .

Xelkê taxê (piranîya wan jin û zarok ) jî ji bêçareyî  galonên avê girtîne destên xwe, li nava kolan û sûkên Wanê meþîyane.Heta derîyê þaredarîyê hatine. Li ber derîyê þaredarîyê galonên xwe wek derwêþ û sofîyên mala þêx kirine def û elbane û lêxistine. Ber derîyê þaradarîyê kirine cihê cezba galonan. Lêxe, hey lêxe. Di bera jî gotine “reîs Burhan istîfa, hey îstifa, hey îstifa, hey îstifa" û neqaratên xwe dubare kirine. Bi vî awayî lotikek bi galon li rayedarên þaredarîyê û reîsê wê xistine. Ew kirine remûzat û þemoyê dawetan, malik lê viritandine. Niyet kirine ku ava serê wî bikelînin.

Dawîya dawî mudûrê tesîsên avê derketîye û gotiye: Yaw qardaþim, dest ji van elbanan û lêxistina galonan berdin û herin malên xwe. Bi þeþ telaqên bêfitû ezê ava we îro bidim berdan. Li ser wê sozdanê  xelk belavbûn û çûn malên xwe.

Êêêêêê, berxwedan jiyan e brê minnnnn! De bila her bijî berxwedana galonan û hûn sax!