Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

'Teatra Avesta' tevli Mihrîcana Navnetewî dibe

 

 

STENBOL:Teatra Avesta ku di sala 2003'yan de ji aliyê Aydýn Orak û Cihan Þan ve hatibû damezirandin, bi lîstika xwe ya nû "Tu Ne Gara Yî" tevli 12. Mihrîcana Navnetewî Ya Enqerê dibe.

 

Mihrîcana ku wê di 16-30'ê Qanûn(Kasim) 2007'an de li Enqere ji aliyê TAKSAV'ê tê lidarxistin, gelek kom û þexsiyetên bi nav û deng tevlî dibin. Wergera berhema Azîz Nesîn 'Tu ne Gara yî' ji aliyê Mehmet Dîcle ve hatiye kirin û derhêneriya wê þanogerê Þanoyên Dewletê ya Stenbolê Turgay Tanulku dike. Di lîstikê de þanoger Aydin Orak, Remzî Pamukçu û Omer Þahîn dilîzin. Asîstanên derhêner Tayfur Aydin, Bilal Bulut, Muzîk Ahmet Tabar, dekor- aksesuar Sedat Bariþ, Guzin Kuþ, kostum Senem Sînem çêkiriye.

 

Di 12. Mihrîcana Navnetewî Ya Enqerê de gelek komên biyanî û yê ji Tirkiyeyê jî hene. Hin ji wan ev in; Dostlar Tiyatrosu(Genco Erkal), Ferhan þensoy, Ekin Tiyatrosu, Teatra Avesta, Bizim Tiyatro, Oyun Atolyesi, Garajistanbul, Teatra Jiyana Nû, Semaver Kumpanya, Ankara Sanat tiyatrosu û þanoya Þaredariya Qoserê.

 

Mijara lîstika "Tu Ne Gara Yî" wiha ye; Di roja me ya îro de kesên ku heyîna lehengiyê bi awayekî pêkenokî baþ tîne ziman Azîz Nesîn e. Azîz Nesîn di vê berhema xwe de hêlên lehengan ên ku em nizanin, kesên ku em dikin taca serê xwe, peykerên wan çêdikin, wan dikin rêber û lehengên ku ji dîrokê re bûne mal bi awayekî pêkenokî vedibêje.

 

Teatra Avesta cara duyemîn bi lîstika "Tu Ne Gara Yî" di 12. Mihrîcana Navnetewî Ya Enqerê de derdikeve pêþberî þanohezan. Piþtî lîstikê bi derhêner Turgay Tanulku û lîstikvan Aydin Orak re gotûbêjek wê çêbibe.


TÊKILÎ

tiyatroavesta@gmail.com     

00 90 535 685 26 06