Lotikxane

 

 

Gavan Silo

 

 Fêda gavana gana kera ye

 

 

 

Esas hûn qebûl bikin ku hûn Kurd in oxlim!

 

Hinek Tirk li ber xwe nakevin. Tu wan bidî ber lotik û zîtirkên bergîlan jî, ji ya xwe nayên xwarê û rastîyê qebûl nakin. Meselen Tûggeneral Servet Comert.

 

De ji xwe re li vê ecêbê binerin, hem navê wî Kurdî ye hem paþnavê wî. Servet Comert (comerd). Lê pozmezino di hevpeyvîn û zîtirkên xwe de dozê li Kurdan dike ku bibin Tirk û eslê xwe înkar bikin. Ewladê nizanim çi tew di nav Partîya Ergenekonê (IP) de cîhgirê qûnekê Dogu Perînçek e jî.

 

Li ser bextê dolheram û qûnekên Tirkiyê û dinyayê be, dibêjin rojnamevanekî jê pirsîye:“Olan oxlim, tu di derbarê vê pêvajoya demokratîk de çi difikire ewladim?“.

 

Pozmezin Tûggeneral Servet Comert (ne comerd e ha neyên xapandin, xiyarekî temam e) jî yekê nake dudu û dibêje:“Jina min û Dogû Perînçek jê berdayî be, ev proje projeya Amerîkayê ye û heta Kurd qebûl nekin ku ew Tirk in, mesele safî nabe. Bela Kurd Tirkbûna xwe qebûl bikin û wî xiyarê Kurdbûnê ji me derxin“ filan û fîstan.

 

Axir, kurê min û we Servet Necomert, dixwaze ku Kurd eslê xwe înkar bikin, bibin Tirk da ku qûnekên wek Servet beg Kurdan qebûl bikin.

 

Hûn dibînin bê tajî, gur û çeqelên xelkê çawa difikirin ne wilo?

 

Olan oxlim, ma law navê te Kurdî ye, paþnavê te dîsa Kurdî ye, ma Kurdan qûna te xurandiye ku tu wan dawetî nav qewmîyetek xwînheram dikî ewladim?

 

Na qardaþim na. Bi þeþ telaqên bê fitû, heta hûn Tirk eslê xwe înkar nekin û nebin Kurd, em wek Lotikxane bratîya we qebûl nakin û fatîhê li ser Demokratîk Virq Cimhûrîyetî naxwînin û xelas, ihii!

 

01.12.2009- Kurdistan

 

 

 

 

Segê ser sergo ewtîya

 

Gavan Silo- 11/10/09- Tirkiye- Partîya Seg û Gurên Tirkiyê MHP, li bajarê Trabzonê kongreya teþkîlata xwe ya herêmî kir û xirrê Kurdan xist qûna Mehmet Ekîcî. Alîkarê Serokê Giþtî yê MHP sayin kurê dêlê Mehmet Ekîcî, di kongreyê de zimandirêjîya Kurdan kir û ew li dora jina xwe birin û anîn.

 

Bîjîyê heram, segê segbav, di kongreyê de ji DTP re got:”Kûçikên Ocalan” û ji Barzanî û Talabanî re jî heman gotina “kûçik” bi kar anî û xirrê Mam Celal xist 101 bavê xwe.

 

Min di kefenê 101 bav kiro sînor, rêz û hurmet ji siyaset û zimanê dîplomasîyê re nehiþt û wek segê ku li ser sergo biewte, êrîþî  Kurdan kir. Îcar balkêþ e ku bi hezaran Kurdên bênamûs û bêxîret di nava partîya MHP de hene û pozê wan naþewite ku dest bi lotikan bikin û dev ji van bîjîyên xwînheram berdin.

 

Êêêêêê, bênamûs bênamûs e qurban, bilasebeb negotine: “Bênamûs li bênamûsan rast tên” haaaa....!

 

 

Çoban Sulo jî dest bi zîtirkan kir

Gavan Silo- 08/10/08- Tirkiye- Wek hûn zanin, qûna ku elimî be tirran nikare dev jê berde. Her û her tirran dike û bêhna gennî bi ser civakê dixe. Îcar mesela me û Çoban Sulo jî ev e. Mêro zêdeyî 30 salî di desthilatdarîya Tirkiyê de lotikên qantirkî avêtin û serê gellekan xwar.

Sulêman Demîrelê ku tirr têde bûne fiss, hîna jî dev ji lotikên xwe bernade, tew radibe Kurdan jî tehdît dike û 101 naletê li bavê xwe tîne.

Dibêjin di derbarê êrîþa qereqola Bezelê de Çoban Sulo gotiye:”Binerrrr biner haaaaa! Bila Kurd biaqil bin û lotikan li dewleta me nexin. Yaw qerdeþim, hûn di vê dewleta doþirme û çeqilmast de dibin wezîr, dibin general, dibin polîs û hetta dibin homoseksuel jî. Êêêêê, naxwe hûn çi dixwazin qerdeþim?” filan û fîstan.

 Erê lo, ji kero weye ku hema Kurd cilika bênamûsîyê bavêjin serê xwe û di dewleta virqo de bibin wezîr, bibin as-kerrrrrr û polîs mesele safî bûye.

Ûlan oxlim, kurê nizanim çi, ka te li Amedê digot “ez hebûna pirsgirêka Kurd qebûl dikim” oxlim?

Ma pirsgirêka Kurd wezîrtî, as-kerrrrrr tî û meqamên dewletê ne, min di te kiro!?