Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Gendelî xwelî li serî

Mihemed Soran-20/01/08-Silêmanî- Xuyaye em Kurd wek çêlekê ne. Çêlek gava satil tije þîr dibe dibê gurm û lingê xwe lê dixe û þîr dirjîne. Îcar ev jî mesela me Kurya ye. Em dikin û nakin em Kurd nikarin netewî û millî bifikirin û berjewendîyên Kurd û Kurdistanî biparêzin. Lê berjewendîyên þexsî? Ohooooooooo, kes wek me jêhatî tuneye ellawekîl! Hema bila çend qirûþ têkevin bêrîka me û Kurdistan heye tuneye ne xema me ye.

Werhasil, dibêjin kekê me Noþîrwan Mistefa bevpeyvînek qirase daye malpera Erebî Îlaf û têde çend gotinên xweþ û nexweþ gotine. Kek Noþîrwan gotiye:”Ez wek siyasetmedarên din neketim nav karên bazirganî û ticaretê. Min Kompanya Wîþe ava kir û hewl didim ku medyayek azad biafirînim” filan û bêvan. Ev gotin xweþ in û ciyê spasdarîyê ye, her bijî kek Noþîrwan!

Ji alîyê din dibêje:”Kurdistan heta bi radeyekê ji terorê dûr e. Lê gendelî û fesadî heye, nayê çareserkirin. Ew pêþeroja siyasîya Kurdistanê tehdît fike” filan û dîsa bêvan. Ev jî xebera nexêrê û dilnexweþîyê ye. Dîsa spas kek Noþîrwan ku te ev rastî anîn zimên.

Yanî bi kurt û Kurmancî, Kurdistan di destê gendel, bertîlxur û fesadan de ye. Ev gendel, bertîlxur û fesad pêþeroja Kurdistanê tarî dikin û karin jibo berjewendîyên xwe her karên xerab bi milletê Kurd bikin wesselam! 

 Îcar wê Kurd çawa ji van bertîlxur û fesadan xelas bibin tenê xwedê û Lotikxane zane......

Lê em belaþ nabêjin haaaaaa, na baba naaaa!