Em amadene bibin alîkar kaka!

Cemîl Cewher- 23/04/08- Hewlêr- Li ser bextê xelkê be, dibêjin Serokwezîrê Kurdistanê Kak Nêçîrvan Barzanî di civînek çapemenîyê de bersiva pirsa li ser gendelîyê (bertîlê) daye û gotiye:“Hem kesê dide û hem jî yê ku dixwe sûcdar in. Ev pirsgirêkek têkilhev e, nexweþîyek civakî ye û ne pirsgirêka hikûmetê tenê ye“ filan û bêvan. 

 Barzanî hinek gilî û gazin ji çapemenîya Kurd jî kiriye û gotiye:“Beþek ji medyayê ji çareserîyê re nabe alîkar û hinek alîyên siyasî hewl didin ji vê yekê îstîfade bikin“ filan û dîsa bêvan.

Werhasil, gendelî nexweþîyek civakî ye.Li her welatî gendelî û bertîlxur hene. Lê ji ber ku em Kurd di destpêka avakirina welatekî azad û serbixwe de ne, ev gendelî û bertîlxurî ji me re xeter e. Hetta bertîlxur karin ji bo berjewendîyên xwe welatê xwe jî bifroþin û lotikekê li gelê xwe xin jî.

De neyse, yabo qurban, em wek Lotikxane amadene bibin alîkar û lotikan li gendelî û bertîlxuran xin ellawekîl! Ji xwe em li gora derfetên xwe lotikan li wan dixin.

Lê ji kerema xwe wan dosya û belgeyên ku hinek alîyên siyasî jê îstîfade dikin ji me re biþînin. Wê gavê hûnê bibînin bê wê Lotikxane çi lotik û pehînan li gendelî û bertîlxuran xe, pekkkkkkk!

Bi hersê telaqên jinberdanê emê tirrê ji gendelîyê berdin tirrêêêêêêêêê!