Lotikxane

 

 

Gerîllayê Bênav

 

 

 Xwedîyê fisê bi xwe dihisê

 

Osmanê me dîsa bayek ji ber serê xwe berda

Li ser bextê kurtanfiroþên Tirkiyê be, dbêjin cîgerim Osman Ocalan, hevpeyvînek qirase daye çapemenîya Tirko û çirandiye.

 

Osmanê me gotiye: “Bi sê telaqan, heger ez vegerim Tirkiyê û partîyekê saz bikim, ezê di nava 2 salan de tirrê ji DTP berdim û wê ji qada siyasetê rakim. Ezê bikim ku DTP bi xwe de birî û kes nizanibe ne DTP hebû ne tunebû” filan û fîstan.

 

Wey bavooooooo, li van vir û derewan! Hîna wê mêro vegere Tirkiyê, wê partîyekê ava bike û wê DTP di nava 2 salan de tirrek bike, ji holê rake. Heheyyyy, te got û me jî bawer kir!

 

Kuro cîgerim, dewleta Tirk bi wê hêza xwe ya tirtire nikare DTP ji qada siyasetê rake, tuyê bi kîjan hêz û qiwetê DTP ji holê raki babam? Yan tuyê bi alîkarîya cin û pîrebokan DTP ji holê raki kezeb?

 

Îcar hûn çi dibêjin gelî xwendevanan, gelo wê Osmanê sermezin karibe tasa vala li tasa tije xe û qûça Îmralîyê rake?  Wê karibe ji brayê xwe A. Ocalan re bêje siya te xwar e? Ma law heta ku qiraseyekî wek Ocalan li piþta DTP be, kî kare DTP ji qada siyasî rake oxlim, kanîn ew mêr?

 

Axir, de xwedê xêr bike rebbî.

 

Xwezî bi wê roja ku Osmanê me vegere Tirkiyê û partîya xwe ava bike. Belkî hema bi xêra wî alternatîfek azad li Tirkiyê û Kurdistanê çêbibe û Kurd jî wêribin bi azadî xwedî li îrada xwe derkevin.

 

05/11/09 - Mexmûr

 

 

 

Brûskê jî tirr ji wan berda

 

Gerîllayê Bênav- 18/09/09-Mexmûr- Ez karim bi dîn û îman sûnd bixwim, bawer nakim di dinyayê de tu mexlûqatek hebe ku ji Tirkan hez bike. Ji xwe ji ber vê ye ku Tirk dibêjin:“Turkun Turkten baþka dostû yoktûr“ (Ji Tirkan pêve dostên Tirkan nînin). Çima dostên wan nînin? Ji ber kes ji wan hez nake û herkes bi qûna wan zane bê çi qumaþê xerabe ne.

 

Werhasil, mesela me ne li ser qumaþ, tirgal û þerwalê wan bû. Mesela me li ser lotika brûska welatperwer bû.

 

Doh êvarî li qereqola artêþa Tirk a li Oramara Geverê, brûska welatparêz berê xwe da qereqolê û çend tîr û rimên xwe avêtin eskerên Tirk. Di êrîþa brûska welatparêz de 4-5 eskerên qûnbicilik brîndar bûn û bi xwe de rîtin. Di vê rîtina eskeran de qereqol li ber gû û mîzê çû û bêhn bi ser herêmê ket.

 

Axir lo, ji alîyekî PKK tirrê ji eskerên wan berdide, ji alîyekî dûpiþk û marên Kurdistanê qûþê li wan diqetînin, ji alîyekî jin û zarokên Kurd di kolanan de ziravên wan diqetînin û niha?

Brûsk mabû wa brûskên xwedê jî bûn dijminên wan û dest bi êrîþê kirin.

 

Îcar ma heqê Tirkan tune ku bêjin:“Turkun Turkten baþka dostû yoktûr“ qardaþim?

 

 

 

 

Ê de here qurban!

 

Gerîllayê Bênav- 13/08/09-Mexmûr- Li ser bextê gotin û paþgotinên jinên ser tenûran be, dibêjin cîgerim Osman Ocalan, ji rojnama Sabahê re behsa çend lotika kiriye û mesele kelandiye.

 

Dibêjin Osmanê me berî hevpeyvîna bi Sabahê re, xwe xemilandiye, çend dilopên parfûm û lewentoyê bi ser xwe dakirine, çend ta porê ku di serê wî de mane þeh kiriye û dest bi lotikan kiriye.

 

Dibêjin Osmanê me di hevlotikên xwe de gotiye: „Bi sê telaqên bê fitû, ji bo ku piþtevanîya vê pêvajoya germ bikim, karim biçim Tirkiyê“ filan û fîstan.   

 

Ê de here qardaþim! Ma kesî destê te girtiye babam, wîî! Here bibe qasid û têkeve navbera AKP, MHP û CHP cîgerim, bi ellawekîl ez dibêjim ne tu be wê kesek nikaribe van hersê partîyan li hev bîne bi dîn û îman.

 

Bîne bîne incex Osmanê me karibe AKP, MHP û CHP li hev bîne û aþtîyê bîne Tirkiyê.

 

Ma wekî din tu alternatîf hene gelî xwendevanan?

 

 

 

 

 

Kes nabê dewê min tirþ e

 

 

Gerîllayê Bênav- 20/12/08- Mexmûr- Ji berê de dibêjin „Kes nabê dewê min tirþ e“.Herkes xwe rast dibîne û dixwaze kesên ji derveyî xwe gunehbar bike.

 

Li ser bextê xelkê be, dibêjin Osmanê me di rojnama Tirk „Bûgun“ê de gotiye, bilandiye û çend lotik li Selîm Çurukkaya, Saît Çurukkaya, Cemîl Baylk û Mustafa Karasû xistiye û hetta tirr ji wan berdaye.

 

Mêrê du jinan Osmanê me di derbarê Ergenekona nava PKK de gotiye:“Yaw qerdeþim, Cemîl Bayik hat girtin û di 24 seetan de hat berdan. Mûstafa Karasû berî cezê xwe temam bike, sê salan zûtir hat berdan û hat û nehat ket nav PKK. Ji xwe Selîm Çurukkaya, brayê wî Seîd Çurukkaya û ew Þemo heye ya, ewê tilîjêkirî lo, Þemdîn Sakik ha, ev tev Ergenekona nava PKK bûn“ û telaqên xwe davêje. Û hetta Behsa Yilmaz jî dike û sê telaqên jinberdanê davê je ku ev ten di nava PKK de dûvikên Ergenekonê bûn.

 

Osmanê me lotikekê li brayê xwe Abdûllah Ocalan jî dixe û dibê:“Jina min ji min berdayî be, Abdûllah Ocalan ji alî hêzên din ve tê kontrolkirin û hetta Pîlot Necatî û Kesîre Yildirim jî ew li ser tilîka xwe dizîzikandin. Lê li gora min ew ji alî derûdora xwe ya nêzîk ve tê kontrolkirin“ filan û fîstan.

 

Osmanê me lotikek ecêb davêje û gotiye:“ Yaw cîgerlerim, bi namûs, Abdullah Ocalan di 1999an dedixwest lotikek bêîman li Dûran Kalkan, Cemîl Bayýk, Halîl Aytaç,  Alî Haydar Kaytan, Kanî Yýlmaz û Mûstafa Karasû bixe û tirrê ji wan berde. Lê dilê min bi wan þewitî û min nehiþt Abdûllahê me wan bikuje“ filan û dîsa fîstan.

 

Ê baþe qerdeþim, madem Cemîl Bayik, Mûstafa Karasû, Yilmaz, Þemo, Selîm û Seîd Çurukkaya zilamên Ergenekonê bûn û we pê zanîbû, çima we wî çaxî dengê xwe nedikir babam, wîî! Ma niha Ergenekonîya wan hat bîra we?

 

Madem tu dibê „Pîlot Necatî û Kesîre Yildirim brayê min li ser tilîya xwe dizîzikandin û ew kerdu jî endamên MÎTê bûn, navê vê dibe çi qerdeþim, hella hellaaaaa!?

Maa dewê we qet tirþ nabe cîgerim?