Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

 

 

Ehmedê me lotikek li baþûrîyan xist

 

Gerîlayê Bênav- 12/10/08-Mexmûr-

 

 

PKK a me hem xwe di nav sînorên baþûrê Kurdistanê de vediþêre û hem ji baþûr êrîþî bakurê Kurdistanê baragehên eskerên Tirk dike. Ev jî ne bes e îcar berpirsên Kurdistanê bi alîkarî û piþtgirîya dewleta Tirk gunehbar dike. PKK a ku li berjewendîyên baþûrê Kurdistanê û li selameta wê nafikire, germatîya ku di navbera berpirsên baþûr û Tirkiyê de çêbûye rexne dike û vê helwestê li dijî berjewendîyên PKK dinirxîne.

 

Ê tabî canim, berjewendîyên PKK di ser her tiþtî re ye wey, wîî! Ma ji me re çi baþûr bûye dewlet nebûye dewlet, baþûr têk diçe naçe, parçeyek welatê me azad dibe nabe, ji me re çi!? Hema bila generalên me ji þikeftên Zap û Qendîlê dernekevin bes û zêdeye. Kurê ciwamêran çima û ji bo çi bên kujtin ma xema kê ye canim!

 

Welhasil,

 

Berpirsê peywendîyên derve ê PKK kekê me Ehmed Denîz, di radigandina xwe de rexne li rayedarên Kurdistanê kir û têkilîyên Tirkiyê û Kurdistanê nerast dît. Ehmed Denîz dibêje ku PKK mafê xwe ê paraztinê bikaranîye û mafê berpirsên baþûr tune ku çalakîya ser qereqola Bêzelê þermezar bike.

 

Hella hellaaaa ya siphanella!

 

Yaw qerdeþim, wekîlên me di meclîsa Tirko de ne. Her roj ew û Dewlet Bahçelî, ew û Erdo û Xelo û Celo destên xwe di ser serê hevre dibin, em dixwazin bi partîyên Tirko re Partîyek Sîwan çêkin, generalên Ergenekonê diçin Îmralî û bi serok re hevdîtinan dikin, me 17 salan li Sûriyê  potînên malbata Esed alast, û hezar quzilqurtên din.

 

Êêêêêêê? Ma ji me re adet e lê ji baþûrîyan re qebhet e bi Tirkiyê re têkilîyên xwe çêkin cîgerim? Ê madem em baþûrîyan naecibînin, de ka em ji þikeftên Zap, Avaþîn, Qendîl û mendîlê derkevin û herin li çiyayên Ege û Marmarayê dest bi þer bikin babam, waweylê! Baþe lo, emê di axa baþûrîyan de lotikan bavêjin, emê di erda wan de nanê wan bixwin, emê di nav sînorê wan de xwe biparêzin, emê ji erda wan êrîþî bakur bikin, bila baþûrî dengê xwe nekin û bêjin ehlen we sehlen haa!

 

Wîjdan lazime heval wîjdaaaaaaaannnn........