Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Geverîyan lotikek li Tirkan xist

Cembelîyê Botî-08/02/08-Gever-

 

Di 22 -24. 01. 2008an de li bajarê Hezeromê, bêþbirka xwe li ser befrê zelandinê (þemitandin) li dar ket. Di pêþbirka ku di navbera Lîseyan de dibû, pêkolvanên (xîsanvan- leyanvan-xîdorzan) Geverîyan lotikek Kurdewarî li hogirên xwe yên Tirk xist û tirr ji wan berdan. Geverî di pêþbirkê de bûn yekemînê Tirkîyê û kûpa xwe standin. Teskera Tirkan kir berîka wan û berê wan da mala bavê wan.

Di vê pêþbirka beryekdanê de, di refa keçan de Rojbîn Þebnem û Mihrîban, di ya xortan de Erkan, Silêman, Soner û Zekî, di dubeþên 4X 2500 metro de kûpe standin. Her weha Rojbîn Oren bu yekemîn, Erkan Orhan duyemîn û Silêman Atêþ sêyemînê Tirkîyê. Ev hersê lotikvan di nêzde wê bên Firansê û di pêþbirka navnetewî de dewleta Tirkan temsîl bikin. Mixabin!

Ma em çi bikin, heke dewleta me nebe wê halê me jî ev hal be.  Lê divê em ji bîr nekin,  ker jî dizanin ku Geverî ne Tirk in lê Kurd in. Û her roj ew û dewleta Tirkan li hev dixin. Ew xortên nestêle (bêemsal ) siûd û þanazîya me ne û em bi wan bextewar in. Ji bo me jî tiþtên weha hewcene. Divê di navnetewî de em xwe bidin nîþandan ku heke mecal bê dayîn em jî  hem di warê werzîþî hem jî di warên din de ne kêmî kesî ne.

Em bi van xortan serbilind, rûspî û serfiraz in. Hêvîya me ew e ku xortên me di navnetewî de jî çend kûpayan bistînin û dilê me xweþtir bikin. Hêvîya me ew e ku xortên me biþên di beþên din yên werzîþê de jî di nawnetewî de cihên xwe bigrin lotikekê li hogirê xwe xin. Lotikxane we bi dil û can pîroz diket û ji bo we serkeftinê dixwaze. Hûn her bijîn û nexþe li beþên din.

De bajon yabooooooo!