Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

Golika El Turkî

Hamsî Lazoglî- Lazîstan 25 06 2007

 

Hikmet û hunerên Xwedayê Gewre pir mezin û balkêþ in. Careke tenê golika di zikê çêlekê de bi þaþî got, ez ji famîla hespan im, milyaketan bêvila wê badan û pozê wê birin xistin binê devê wê.

 

Lê belê ev kesên ku ne Turk in û dibêjin  em Turk in, ji vê golikê jî aqil nagirin.

 

Hûn zanin mesela golikê çi ye gelo?

 

Mesela vê golikê ji mesela golika Mûsa Pêxember xirabtir bûye.

 

Li welatê Lazistanê, bajarê Bartinê, jinika bi navê Zehra Çatýk ku ev e 35 sal in dewaran xwedî dike, du-sê roj berê çêleka wê za û golikek wisa bi sosret anî ku Laz hemû jê behitîn. Devê golikê li raserê pozê wê bû, di ser de dûvê wê jî tune.  Golik nikare bimije, xwediya wê memeyê zarûkan dixe þûþê û bi memikê didê.

 

Gava çêlek zaye, Tamer Okur pîriktiya wê kiriye. Tamero got: Hewqas sal in ez pîriktiya çêlekan dikim, hêj min golikek bi vî rengî nedîtiye. Helbet ev jî lotik in Xwedê li me dixe.

 

Gundiyên Zehra xanimê tev kom bûne û gotine: Hebe nebe, pirî em zalim bûne û Kurdan dikujin, Xwedê ev hikmetê giran nîþanê me daye. Eger em tobe nekin, Xwedê wekîl e gava zarûkên me jî çêbin, eynî mîna golikê wisa wê devê wan li jorê û pozê wan li jêrê be.

 

Çêlek jî hema golika xwe dalêse, serê xwe dihejîne û berê xwe dide Lazan, herwekî dibêje Erê rast e hûn zalim in û Kurdkuj in....