|
Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! |
|
EW KAFIR
Ew kafirên tawanbar
Islamiyet kir mertal
Em xapandin hezar sal
Hêriþ kirin wek keftar
Azadî bo me nîne
Dil tev kul û birîn e
Got netewa we nîne
Em hemû Ummetî ne
Û nebiyê Osmanî ne
Em bûn qirþê ser bênder
Ser gêrandin nêreker
Bi wan bertîlên qirêj
Çav tarî dibin kerê gêj
Emir borî bi xwisaret
Em dijîne bi esaret
Cih nema lê bi sitir im
Ji kederên xwe distirim
Vê helbestê de nînin
Gotinek xweþ bibînim
Herdem bîra xwe bênim
Xemên xwe pê birevênim
Jan û êþ û birîn in
D’runin ser Tac û Textan
Ferman didin bêbextan
Qey ne bes e ev hûrsan
Ey Þahê hemû derdan
Çiye gunehê Kurdan
Rizgar bibin ji Gurgan
Ey Yezdanê Dilovan
Tu þahid î bo evan Serîhildanên Kurdan
Ji bo mafê mirovan
Mela û Miftîyên wan
Helal dikin bi fetwan
Bi gulle, tank, û topan
Bila bibe goristan
Kurdên ji nislê þeytan
L’ me dikin heqaretê
Ketin keyf û lezzetê
Xwîna reþ ji kezeban tê
Mafekî me jî heye
Li vê gerdûna kembax
Heta kengê ax û wax?
Ma qey tu ne însan î?
Tu evan baþ dizanî
Qey ne ji benîadem î?
Hêj çi bêjim ezbenî!
Min vê helbestê zude ji bo
van miafiqan saz kiribu ji 40 çarînan pêk tê
Goyî