|
Lotikxane |
Hecî
Cimo
|
Çiyayên bilind bê mij û dûman nabin |
Lêkolînek berfireh
Lotikxanê li ser kultura Ereb û heywanan lêkolînek berfireh pêk anî û her du kultur berhev da.
Di encama lêkolîna ku têr, tije û berfireh bû, aþkere bû ku kultura Ereban di ser ya hemû heywanan re ye. Lê derket holê ku kultur û medenîyeta pisîkan ji kultura Ereban bilindtir e.
Yanî, li gora lêkolîna me ji bilî pisîkan, Ereb ji hemû heywanan pêþketîtir in.
De kerem bikin li encama lêkolîna me binerin


23/12/09- Rojhilata Navîn
Osmanê me ji bo vegerê tûrik da ser milê xwe û rojan dijmêre
Kevne þoreþgêr, nanpêj û bazirganê nû Osmanê me ku niha li deþta Koyê ketiye û ji bo vegera Tirkiyê rojan dijmêre, niyeta xwe aþkere kir û got: “Bi þeþ telaqan ez ê kesên nêzî xwe hemûyan piþtî cejna Qurbanê bidim dû xwe û vegerim” filan û kiras û xeftan.

Li ser bextê rojnameya Bugün a Tirkî be, Osman gotiye: “Hema piþtî cejna Qurbanê ez ê tev 100 heval û nêzîkên xwe bi riya deriyê Xabûrê vegerim” û daxwaz kiriye ku bila kes zehmetiyan nekþîne û ji bo pêþwazîya wî kes neyê ser sînor.
Ma qey dibêjî Osmanê me di xewn û xeyalên xwe de xwe wek qehremanê gelê Kurd dîtiye û gotiye qey wê li ser sînor li ber piyên wî qurbaniyan ser jêkin û bi gul û rihanan pêþwaziyê li wî bikin. Te nexwarrrrrr....
Rojnameya Tirko Bugunê ragihandiye ku dewleta wan wê îtirafan bi Osmanê me bike û wê li ser bixdana “tîcareta narkotîkê ya PKK’ê” Osman agahiyan bide wan.
Ez jî ji Osmanê me re dibêjim: “Kuro madem tu vedigerî hema bila riya te vekirî be. Lê bext û wujdanê xwe nexe bin piyan, xeratir neke û wek hinekan ji bo qurtarkirina xwe, ango xelaskirina xwe bixdanan bi xelkê neke. Eger na tu jî hema zêde zêde, tuyê bikî tirrrrrrrrrrr.....
17/11/09- Koye-Kurdistan-