Lotikxane

 

  

Hesen Almas

 

 Kero nemir buhar tê, pîrê nemir geya û pincar tê

 

Nermikê xwe ji Lotikxanê re berda çolê

Model û lotikvana germik û nermik, bedewa agirpêketî Melîna Pîtra, ji bo xêr û bereketa serê salê xwe ji Lotikxanê re berda þolê.

Piþtî ku me xwe avêt tor û bextê doxîna wê, xanimê xatirê me girt, dilê me nehiþt û çend wêneyên xwe ji xwendevanên Lotikxanê re kirin diyarî.

Xanima germ û nerm Pîtra, erê wêneyên xwe ji me re kirin diyarî, lê þertek jî danî ber me gelî xwendevanan. Pîtra xanim ev þert danî ber me û got:

-Divê xwendevanên Lotikxanê li ber wêneyê min bi xwe xweþ neynin û ji xwe bernedin, ok!

Îcar gelî xendevanên Lotikxanê, hûn bi qedrê Îsa û Mûsa kin, gava we li wêneyên Pîtra xanimê temaþe kir, xwêsîya xwe danequrtînin û ji xwe bernedin qardaþim. Soz soz e, me soz daye ku wê xwendevanên me doxîna xwe jî venekin.

 Îcar hûn û wîjdanê xwe û hew…..

28.12.2009- Amerîka

 

 

 

 

 

 

Vî karî nerevînin, eman eman!

 

Li eyaleta Nevada, bajarê Las Vêgas ê Amerîkayê, gavek din ji bo zadî û mafê jinan hat avêtin. Lê bi ellawekîl, bi dîn û îman, gavek pir pîroz û demokratîk e.

 

 

Wek hûn zanin, heta niha li seranserê dinyayê tenê kerxaneyên ku jinan tê de xwe difrot hebûn. Her tiþt ji bo kêfxweþî û rehetkirina xiyarê zilaman bû. Ango, bêedaletîyek mezin di derbarê seks û kerxanan de hebû. Lê bi avêtina vê lotika pîroz, êdî Amerîka carek din nîþan da ku ew maf û azadîya jinan diparêze û xwedî li jinan derdikeve.

 

Çiye ew gava pîroz hûn zanin?

 

Kerxana zilaman! Yanî, kerxana ku wê zilam xwe tê de bifroþin jinan.

 

Çawa ku zilam diçin kerxanê, li devê derî û pencereyan jinikên bedew ji xwe re dineqînin û pê re radikevin, îcar wê jin jî herin kerxana zilaman, zilamên li gor dilê xwe bineqînin û têra xwe lotik û zîtirkan li hev xin. We fêhm kir ne?

 

Îcar ma ji vê azadîyê xweþtir azadî heye babam, wî! Aha azadî û mafê jinan ev e ellawekîl..

 

Îcar Kurdino, xortino, xwedîyê kerxana bajarê Las Vêgasê li xort û zilamên xiyarmezin digere. Heçê betal û tiral be, heçê bixwaze hem perê xwe qezenc bike û hem jî têr ganên xwe bike, bela serî li serokê kerxana Las Vêgasê xe û vî karê pîroz nerevîne.

 

Haaaaa, bi vî awayî hûnê piþtgirîyê bidin azadî û mafê jinên Amerîkayê jî haaa, eman eman vê zêr û fersenda mezin ji destê xwe bernedin qurban…

 

16.12.2009- Amerîka

 

 

 

 

Rodell Vereen Kurd dan mehkema Lotikxanê

Rodell Vereen ê 50 salî, berî demekê bazdabû ser mehînê û tecawizê wê kiribû. Tam dema ku lê xweþ dihat û xwêdan pê ketibû, ji alî xwedîyê mehînê ve hat girtin û polîsan bi qerpika stuyê wî girt.

 

Piþtî dadweran lêkolîna xwe li ser tecawiza mehînê kir û tê derxistin ku Rodell Vereen qûn li hespê qetandiye, rabûn sê sal cezê hepsê danê û tirr jê berdan. Rodell Vereen di nava du salan de du carî tecawizî mehînê kiriye û namûsa mehînan anîye pênc qirûþên xerabe.

 

Werhasil, piþtî ku Rodell Vereen ceze xwar û ket hepsê, ji min re (Nûnerê Lotikxanê yê Amerîkayê)  nameyek þand û gilî û gazindên xwe ji malperên Kurdî kirin çima ku malperên Kurdî li ser wî nivîsandine û gotine „Rodell Vereen tecawizî mehînê kiriye“ filan û fîstan.

 

Rodell Vereen, di nameya xwe de eynen wilo dibêje: “Lotikvanino, ez ji we Kurdan xeyidî me. Malperên we li ser min nivîsandine û gotine ku Rodell Vereen qûn li mehînê qetandiye. Law oxlim, ma hûn Kurd baznadin ser keran û teriyê li wan rep nakin ha? Ma hûn di ser keran de nehatine girtin oxlim? Çima hûn behsa kerên xwe nakin lê hûn behsa mehînê û lotika min dikin qardaþim, ma ev edalet e law?“ filan û bêvan.

 

Axir, Rodell Vereen Kurdan dide dadgeha Lotikxanê û dibêje: „Ez we radestî edaleta Lotikxanê dikim. Yan lêborîna xwe ji min bixwazin û yan jî ezê li axretê doza tazmînat û curmê li we vekim“ filan û kiras û xeftan.

 

Îcar ji min gotin qurban.

 

Va Rodell Vereen Kurd dane dadgeha Lotikxanê û wê li axretê doza curmê li we bike. A herî baþ, berî go Rodell Vereen li axretê gilîyê Kurdan li ber xwedê bike, lêborîna xwe jê bixwazin û bêjin: Law Rodell Vereen beg, te kuta mehînê û me jî gellek caran qûþ li keran qetandiye, em wek hev, em fîftî fîftî û em fît!!

 

Yan na, bi ellawekîl hûnê ji ahê Rodell Vereen re di agirê cehnemê de biþewitin û xelas….

 

13/11/09- Amerîka

 

 

 

 

 

Talîya talî li xwe mikur hat

Lotikvana germik û nermik, yek ji jinên herî seksî û agirpêketî Kelly Brook, talîya talî li xwe mikur hat û sedema bedewîya bejn û bala xwe eþkere kir.

 

Kelly Brook a ku cerg û hinavên zilaman tîne xwarê û agir bi nav þeqê wan dixe, eþkere kir ku sedema xweþikbûn û bedewîya bejn û bala wê seks e û ew bê rawestan seksê dike, ji lotik û zîtirkan têr nabe.

 

Brook, bi þeþ telaqên mêrberdanê sûnd xwar ku, ew 24 seetan seksê dike û ji çêleka nav garanê zêdetir borînî pê dikeve. Xanimê ewqasî seksê dike ku, derhemek bez û dohn xwe di laþê wê de nagre û ji ber vê jî qelew nabe, di form û qalibê xwe de dimîne.

 

Werhasil, îcar ha hûn jî wek Kelly Brook nikin û her roj 24 seetan seksê bikin gelî xwendevanan. Hem kêfa xwe bikin û hem jî kîloyên zêde ji bedena xwe bavêjin.

 

Lê binerin, heger dilê we ji ber seksa zêde bisekine û qûþ li we biqete ez ne kefîl im haaa, eman eman.  Ji min gotin..

 

 09/11/09- Amerîka

 

 

 

 

Insan bûne heywan û heywan jî bûne insan kuro..

 

Hesen Almas- 04/09/09- Amerîka- Li Eyaleta Karolîna Baþûr a Amerîkayê, dostanî û destebirakîya meymûn û pûmayê nav daye û dawa insanan li serê wan pêçaye. Pûmaya ku bê dê û bê bav sêwî maye, ji alî meymûnê ve tê xwedîkirin û meymûna dilpak yeka pisîkê nake dudu.

 

Navê meymûna þempanze Sîerra û yê pûmayê jî Anjana ye. Piþtî mirina dêya xwe, rebena Anjana bê dê dimîne û wek me Kurdan bê xwedî û bê xwedan li ser halê xwe digrî. Dibêjin gava meymûna bi navê Sîerra rebena pûma dibîne, tirr xwe têde nagrin, dilê wê bi Anjana reben diþewite û di pênc salîya xwe de jê re dibe dê û wê xwedî dike.

 

Îcar hesab li cem we gelî xwendevanan.

 

Tirk, Ereb û Ecemên ku hîna jî bi navê insanîyetê Kurdan wek mirov û millet qebûl nakin, wan qir dikin û naletê li bavê xwe tînin, wek meymûnekê jî nikarin xwedî hest û wîjdan bin.

 

Ê de ka bêjin qurban:  Kî heywan e?

 

 

 

 

 

 

 

Bedewê ket tora vîrûsek nenas  

 

Hesen Almas-11/07/09- Amerîka- Lotikvana germik û nermik, xwedîya xelata Oscarê Charlîze Theron, nexweþ ket û ev 4 roj in li nexweþxaneyek bajarê Los Angelesê tedawî dibe.

 

Li ser bextê kovara National Enquirer be, dibêjin textoran vîrûsek xerîb û nenas di xwîna wê de dîtine, dikin û nakin nikarin bi wê vîrûsê re derkevin serî û wê bikujin.

 

Li ser bextê xaltîka me Hîllary Clînton be, dibêjin textorên nexweþxanê ji „vîrûsa Lotikxanê“ ketine þikê û bawer kirine ku, Lotikxanê vîrûsa xwe þandiye Los Angelesê ji bo sîxurîya Charlîze Theron xanimê bike û vîrûsa sîxur bi xeletî di nav doxîna wê re ketiye nav xwîna wê, têde asê maye û hew karre derkeve der.

 

Li ser vê tohmet û sosreta kesanedî, me wek Lotikxane bi sê telaqên jinberdanê sûnd xwar ku ew vîrûs ne vîrûsa me ye û vîrûsên me zû bi zû nakevin doxîna jinên xelkê. Tew ne mimkine ku sîxurên me doxîna jinek wek Charlîze Theron a germik û nermik biqetîne û di nav xwîna wê de seyranê bike.

 

Em bi xê daxuyanîyê carek din bi telaqên bê fitû sûnd dixwin ku vîrûsên me yên sîxur halîhazir li bajarê Los Angelesê tunene û piranîya vîrûsên me niha li bexçê Qesra Spî virde wêde lotik û zîtirkan davêjin.

 

Haya me ji Charlîze xanim û doxîna wê tuneye qerdeþim, xelas!

 

 

 

 

Em wek seqeto jî nayên law!

 

Hesen Almas- 03/07/09- Amerîka- Dibêjin xwedêgiravî „berxwedan jîyan e“. Kesê ku li ber xwe nede wê qûn lê bibe çarox, yan teslîm bibe û yan jî di encamê de îxanetê li derûdora xwe, li bawerîya xwe bike.

 

De ji xwe re li berxwedana Nîck Vujîcîc binerin û bila wîjdanê hinek Kurdên me bijene. Helbet heger wîjdan pêre hebe.

 

Vujîcîc bê dest û ling ji dêya xwe bûye. Lê di jîyana xwe de bê hêvî nebûye, li ber xwe daye, hiþk bi jîyanê girtiye û bernade. Belkî jî niha ew bi vî halê xwe kesê herî bextewar e. Çima? Ji ber ku li ber xwe dide, dixwaze bi ser keve û naxwaze teslîmî qedera xwe bibe.

 

Vujîcîc, bi vî halê xwe sporê dike, avjenîyê dike, bi lingê xwe yê pîçûk dinivîse û hema bêjin tiþtekî ku nikaribe bike tuneye. Vujîcîc vê îrada xwe, vê berxwedan û enerjîya xwe bi bawerîya xwe ve girê dide. Di piçûkanîya xwe de bi halê xwe digirîya, bi qedera xwe digirîya. Lê Vujîcîc dibêje:“Her ku bawerîya min a bi hebûna xwedê xurttir bû, ez ji wê psîkolojî û kompleksa kêmbûnê xilas bûm. Bawerîya bi xwedê kir ku ez karibim bi vî halê xwe yê seqet û kêmderfet, xwe bi jîyanê bigrim, li ber xwe bidim û bi ser kevim“. Ango, gava meriv xwedî bawerî be û ji bawerîya xwe re sadiq be, meriv bi ser dikeve û digihê meqsed û miradê xwe.

 

Îcar mesela me li ser hinek rêvebir û qaþo serokê Kurdan bû.

 

Bawer bikin hinek serok û rêvebirên me (!) wek Nîck Vujîcîc jî ne xwedîyê îrade û bawerîya xwe ne. Ji bo ku jîyana xwe xilas bikin, çend sîle û þiqaman nexwin, karin îrada xwe û bawerîya xwe jî bifroþin, îxanetê li doza xwe, li milletê xwe û li bawerîya xwe jî bikin û tirrê ji Kurdan berdin. Hinek kesên ku kerxanecîyê Selanîkê Beton Misto ji xwe re dikin bav û dixwazin wî qûnekî li ber dilê Kurdan þîrîn bikin, wek Nîck Vujîcîc jî ne xwedîyê îrade û þexsîyeta xwe ne, wek wî ne xwedîyê bawerîya xwe ne û wek wî nikarin li ber xwe bidin.

 

Axir, berxwedan û bawerîya Nîck Vujîcîc nimûneyek pir baþ e.

 

Ez li þûna hinek kesan bim, ezê dev ji pesindan û qûnalastina Beton Misto berdim, kumê xwe deynim ber xwe û lêkolînek hûr û kûr li ser bawerî û berxwedana Nîck Vujîcîc bikim wesselam…..

 

 

 

 

 

 

 

Ev tirr ji Jackson re jî nema wey weledddddd!

Hesen Almas- 26/06/09-Waþîngton-  Lotikvanê pop ê, reþikê belek belekî, þermezarê rengê xwe Michael Jackson, ji ber zixta dil xatir ji jiyanê xwest û niha li ser pira selatê dimeþe. Her çiqasî kes nizane ka ewê here bihuþtê yan cehnemê, lê ez dibêjim ewê rasterast here cehnemê çunkî mêro bi derman û estetîkê xwe spî kir û ji rengê xwe yê reþ fedî kir.

 

Li gora ayet û rêbaza Lotikxanê, kesê ku ji qewmîyeta xwe, ji reng û eslê xwe, ji xwezayîya xwe þerm bike, ciyê wî rasterast cehnema gewrik e. Ji ber vê, ez karim bi sê telaqên jinberdanê sûnd bixwim ku Michael Jackson cehnemî ye û ewê bihuþta rengîn nebîne.

Axir, Michael Jackson bûbû wek þerwal û çewalê pînekirî. Ciyekî xwe nehiþtibû ku estetîk nekiribû û wilo hatibû serê wî ku parçeyên serûçavên wî hew hevdu digirt û bûbû wek hevîrtirþê ziwa, libo libo ji hev diket. Ji ber vê jî rehmetî, rûdankek reþ dida ber ruyê xwe ji bo kes di eyba wî dernexe.

Werhasil, li ser bextê Mîkaîl û Esrafîl be, dibêjin melkemotê mewtê, yanî ezraîl beg pir ji vê rewþa Jackson aciz bûye û gotiye: Êdî bes e!

Ezraîlê me jî wek Lotikxanê ji kompleksa ruhê koletîya Jackson aciz bûye û ji Mîkaîl re gotiye: “Law oxlim, evî qûnekê Jackson xwe bi darê zorê spî kir. Xwedayê mezin ew reþ xuluqandibû, lê qûneko bi rengê xwe qaîl nebû û li dij emrê xwedê derket, xwe bi derman û estetîkê spî kir. Îcar ez ruhê wî bistînim û di qûnê nim ne heqê wî ye law“ û daye navê.

Werhasilî kelam, ezraîlê me lotikek li Jackson xistiye, damarek dilê Jackson qetandiye û tirr jê berdaye.  Ma law ev dinya ji „beton Misto“ re nemaye, îcar wê ji Jackson re bimîne? Na babaaaaaa……

De oxira wî ya Cemîlê Çeto be, rehma xwedê lê be û xwedê gunehên wî efû bike rebbî…

 

 

Fêde û hunera îsotên Ruhayê

Hesen Almas- 25/05/09-Amerîka- Karmend û milyarderê nîv Azerî nîv Rûs Telman Îsmaîlov, li bajarê Antalyayê otêlek herî mezin û þandar bi navê „Mardan Palace Otel“ vekir û di vekirina vê otêla qirase de lotikvanên meþhûr yên Amerîkî jî beþdar bûn. Yek ji wan jî lotikvanê germik û nermik Richard Gere bû. Ê helbet Îboyê me jî hebû canim, ma ciyê ku pere lê birijin Îbo jê kêm dibe, na.

Axir, li ser bextê zinêkarên bajarê Antalyayê be, dibêjin gava lehmecûncî Îbo derketiye ser dikê û bi wî dengê xwe yê bilbilî dest bi strana„Wey wey wey wey tosino, min çirand kirasino, piþtî derpî ji min ket, xelas bûn fîþekino“ kiriye, Richard Gere li dengê wî matmayî maye, bêhn lê çikiyaye û gotiye:“Oh my God, wad is this law?“ û heta bi dawî li Îbo guhdarî kiriye. Dibêjin dengê Îbo ewqasî bi Richard Gere xweþ hatiye ku di ber dengê wî re di xew re çûye û hetta çend fisên bêdeng jî kiriye.

Axir, piþtî konsera îsotçî Îbo xelas bûye, Richard Gere çûye destê xwe di stuyê Îboyê me pêçaye û gotiye:“Ûlan oxlim, ev deng ji kurî te derdikeve? Ev çi dengekî xweþ û seksî ye law, bi telaq min kêm deng wek dengê te bihîstiye ha“ û pesnê Îbo daye.

Ê tabî Îboyê me jî simbêlê xwe ba daye û gotiye:“Ev deng dengê encama îsotên Ruhayê ye cîgerim. Hingî ez îsotên tûj dixwim, ez pê qebiz dibim (diesirim, narim avdestxanê). Îcar gava ez zwe diesirînim (zorê didim xwe) ji bo ez wan îsotan ji derîyê xwarê derxim der, temamê qiwet û hinera laþê min giranîya xwe dide qirika min û bi vî awayî reh û têlên dengên min dibin wek zingil ellawekîl“ filan û fîstan.

 Dibêjin gava îsotçî Îbo behsa îsotên Ruhayê kiriye, timayî ji Richard Gere re çêbûye û gotiye:“Ê naxwa ez jî dixwazim îsotên Ruhayê biceribînim û li hunera wan binerim oxlim“.

Dibêjin gava wilo gotiye, hema Îboyê me yeka wî nekiriye dudo, çend îsotên Ruhayê ji ewên tûj ji bêrîka xwe derxistiye, xistiye bêrîka Richard Gere û gotiye:“Aha têra heftakê, lê binere wan winda meke haaa, eman eman, ew ji kokaîna Colombîayê jî buhatir in cîgerim“ û kêfa wî anîye.

Ez serê we neêþînim, dibêjin piþtî ku Richard Gere vegeriyaye Amerîkayê mala xwe, gotiye qey Îbo henekê xwe pê kiriye û bawer nekiriye ku îsot tûj in. Hema yekser pênc îsot bi hevre avêtine devê xwe. Bi çûtinê re herdu çavên wî yekser wek zotka mirîþkê sor bûne û wek çemê Dîcle û Feratê bûye xuþexuþa hêsrên çavên wî.  

Werhasil, dibêjin Richardê me piþtî xwarina îsotan tam 24 seetan ji avdestxanê derneketiye, gû tê de hiþk bûye, zikê wî nepixîye û dike û nake go karibe gû ke nikare. Îcar radibe wek ê Helexî li ber gûyê xwe digere û dibê:“Ê de derkeve law, derkeve malmîrat ma ezê te bixwim kurê kerê“ û zorî dide xwe.

Li ser bextê cîranên wî be, dibêjin heta kekê me Richard Gere rîtiye û xwe rehet kiriye, li çêbûna xwe poþman bûye û xwe bi xwe gotiye:“Oxxxxxxxx þikir ji xwedê re! Law min di ewqas flîman de lîzt, min êþkence wek êþkenca van quzilqurtên îsotên Ruhayê nedît bavo, wey tobe li min û bavê min go ez carek din xwe nêzîkî wî lehmecûncî Îbo bikim“ û xwarina îsotan li dê û bavê xwe herimandiye.

Îcar qerdeþim, gelî lotikvanan, tembîya min li we be hûn jî wek Richard Gere bi Ruhayîyan mexapin law. Bi ellawekîl di bêrîka her yekî Ruhayî de sedî sed kîlok îsot heye. Hema go we got „selamunaleykum“ hew we dît îsotek di devê we de ye û hûn sax…..

Îcar îsot dikeve devê we, tiþtekî din dikevê hûn û risqê xwe…

 

 

 

Ev tirr ji oxlim re nema

 

Hesen Almas- 16/05/09-Amerîka- Kesê ku kompleksa indestî û piçûkbûnê pê re hebe îflah nabe û dawîya dawî wê xwedêteala lotikekê li der qûna wî xe. Meselen lotikvanê pop û terp û repê Mîchael Jackson.

 

Jackson yekî reþik bû, meþhûr bû û piþtî li qûna wî rabû, ji rengê xwe yê reþ þerm kir, xwest xwe biþibîne spîçolkên Amerîkî û qaþo xwe têxe dirûvê wan. Heta niha belkî bi hezaran þiklên dermanan xwariye ji bo xwe spî bike, bi sedan car ketiye bin kêr û meqesan û xwe estetîk kiriye. Îcar niha çermê rûwê wî hew xwe li hev radigre, wek pîneyên qetyayî ji hev dikeve.

 

Welhasil, xwedêteala ev tirr jê re nehiþt û ji bo ku rengê xwe guhert, ew bi kansera çerm xist û tirr jê berda. Li gora ku menajerê wî dibêje, Jackson berî çend hefteyan bi kansera çerm ketiye û niha li Calîfornîayê di nexweþxana Mount Sinai de tirtira qûna wî ye û tedawî dibe.

 

Ê de bixwe ha oxlim, te xwe wek berfa li ezmana spî jî kir lê dîsa jî ev tirr ji te re nema. Îcar spîbûna te, milyon dolarên te hêjane çi xwelîlisero?

 

 

 

 

Kuta kûçik û pisîkê û bi êþkencê ew kujtin

 

Hesen Almas- 10/05/09-Amerîka- Hawarrrrr û sed carî hawarrrrr! De werin vê sosretê, cê ecêbê vê heywantîyê.

 

Xortekî Tirk (C.B 21 salî) ji bo xwendinê hatiye eyaleya Kansas a Amerîkayê. Lê dolheramo di þûna ku xwendina xwe bike, tofanek kesanedî anîye serê pisîk û dêlika (kûçika mê) xwe. Haþa min hizûr, berê kutaye pisîka xwe û ew bi êþkencê kujtiye. Piþtre jî dor hatiye dêlikê, kutaye dêlikê, ew tirrek kiriye û ew jî bi êþkence kujtiye.

 

Li gora ku rojnama Kansas City Star dibêje, cîranên êþek oxlî êþek C.B bi lotikên wî hisiyane û xeber dane polîsan. Polîs hatine ku çi bibînin, hayhooooo hayhooooo! Qûn li rebena pisîk û dêlikê qetyaye, bi êþkencê hatine kujtin û diranên wan qîç bûne.  

Axir, dadgehê ji bo tecawiz û kujtina pisîkê 30 roj hepis, û ji bo tecawiz û kujtina dêlîka reben jî 4373 dolar ceze lê birrî. Herweha dadgehê lotikek li der qûna wî xist û got:“Ji îro û pêde îþ û karê te li Amerîkayê nemaye êþek oxlî êþek. Em hew wêrin pisîk û kûçikên xwe ji tirsa te berdin kolanan law, ma li Tirkiyê pisîk û kûçik tunebûn tu bikutî wan qewad“ filan û fîstan û biryara derxistina wî ji Amerîkayê daye.

Îcar çapemenîya Tirk çi bêje baþe?

 

Rojnameyên Tirko qerdeþlerimiz dibêjin:“Bû îbne bîzî Amerîkaya rezîl ettî lan“ û qaþo li ber xwe dikevin.

 

Bû îbne bîzî Amerîkaya rezîl ettî kuro!?

 

Ûlan oxlim, dibêjin heft kurê pîrê hebûn qencê wan qûnek bû. Qencê we jî C.B efendî bû, wa wî jî kuta pisîk û dêlikê.

 

 Waweylêêêêêê û 101 carî waweylêêêêê…!

 

 

 

 

Werin vê ecêbê

 

Hesen Almas- 30/04/09-Amerîka- Charla Muller a 40 salî, ji bo rojbûnê diyarîyek wilo ecêb da mêrê xwe Brad Muller ku ne kesî dîye û ne kesî bînaye. Charla Muller, diyarîya xwe ji mêrê xwe re eþkere kiriye û gotiye:“Wek diyarî ezê tam salekê sax (365 rojan) bi te re razêm û seksê bikim. Hema kengî dilê xwe lotik xwest, were doxîna min daxe û dest bi þerê çekdarî bike ruhê min“.

 

Axir, dibêjin di serî de mêrê wê Brad ji jina xwe bawer nekiriye. Lê piþtî ku dîye agirpêketya jina wî rast dibêje, ewî jî gotiye „ya allah“ û diyarîya jina xwe qebûl kiriye.

 

Welhasil, li ser bextê doxînsistên Amerîkî be, dibêjin Charla Muller soza xwe anîye cîh û tam 365 rojan herroj bi mêrê xwe re lotik li hev xistine û tirr ji hevdu berdane. Di encama vê tirrberdanê de xanimê pirtûkek li ser 365 lotikan nivîsandiye û pê meþhûr jî bûye. Yanî, hem têra xwe gon xwariye û hem jî bi pirtûka xwe „365 Nights“ têra xwe pere dane hev.

 

De îcar hesab li cem we gelî xwendevanan, binerin bê jinên xelkê çi biaqil in law!

 

 Lê ez meraq dikim bê ka çi hatiye serê rebenê mêrê wê Brad Muller û çawa 365 rojan xwe li ber lotik û zîtirkên jina xwe girtiye.

 

Li ser bextê doxînþîdyayên Waþîngtonê be, dibêjin rebenê Brad Muller hingî lotik xwariye, pê virikî bûye, verþiyaye û tirr tê de bûne fis. Hetta di nava salekê de temamê porê wî weþiyaye û serê wî bûye wek gindorekî.

 

  De were 365 rojan heman tirþikê bixwe, ma meriv çawa pê virikî nabe qerdeþim, wey!

 

 

 

Me xwe da ber zarokê

 

Hesen Almas- 14/04/09- Waþîngton- Lotikvana germik û nermik, bedewa Vîctorîas Secretê Mîranda Kerr, dibêje ku ew dixwaze ji dostikê xwe Orlando Bloom bi hemil bibe û zarokekê çêke.

 

Li ser vê daxwaza wê, me jî rabû wel fedakarên Lotikxanê nameyek qirase jê reþ and û got:“Em wek fedaîyên Lotikxanê amade ne fedakarîyekê bikin û ji te re zarokek li gor dilê te çêkin. Em tu peran ji te naxwazin, emê fedakarîya xwe belaþ bikin. Tenê derîyê oda razanê vekirî bihêle û te îþ ji çêkirina zarokê tunebe. Bi ellawekîl emê di nava 24 seetan de zik li te binepixînin û ji bo xatirê te fîþekê di keleþkofa xwe de nehêlin“ filan û bêvan.

 

 Axir, em niha li bendî bersiva Mîranda xanimê ne. Heger pêþniyaza me qebûl kir û me fîþek da ber keleþkofê, ji xwe xwedê da me.

 

Na heger qebûl nekir û qîma xwe bi xiyarê Orlando efendî anî, ji xwe xwedê ji wê stend çunkî fîþekên Orlando qelp dikin û pirê caran jî keleþkofa wî fîþekan li hev siwar dike.

 

De a bi xêr…..

 

 

Bi xêra xwe navekî lê bikin

Hesen Almas- 15/02/09-Amerîka- Gorîlê reþik û xweþik sala çûyî li bajarê San Fransîsko, di heywanxanê de hatibû dinyayê. Lê dêya wî bi dû xiyarekî ketibû û terka wî kiribû, rebeno sêwî, bê kes û kûs mabû.

Ji wê rojê û heta niha nav li gorîlê me nehatiye kirin û wek Kurdên me yên Sûriyê bê nasname ye.

Îcar niha pêþbirka navan hatiye lidarxistin ji bo ku navekî xweþ ji gorîlkê me re bê dîtin. Hûn jî karin pêþniyazên xwe ji malpera www.sfzoo.org re biþînin û navekî li gorîlkê me bikin.

Me bi xwe wek Lotikxane þaxê Amerîkayê navê „Reþo“ laqiyî gorîl efendî dît.

Ji kerema xwe pêþniyazên xwe û navê ku hûn jê re diecibînin biþînin ku rebeno jî wek Kurdên me yên Sûrî nebe ecnebî û bê nasname nemîne.

Ê de serketin yabo qurban…..

 

 

 

 

 

 

Bajon reþikno bajooonnnnnn!

 

Hesen Almas- 31/01/09-Waþîngton- Reþikên Amerîkayê dane çar gavê û wek hespên rewan dibezin. Ciwamêran di her war û beþî de li ber xwe didin û dixwazin di siyaseta Amerîkayê de bibin xwedî lotik û gotin.

 

Piþtî ku mîster Barack Obama bû namzetê Demokratan û piþtre bû serokdewlet, îcar Komarî jî rabûn ser tapana û yekî reþik, Mîchael Steel kirin Serokê Komîta Netewî ya partîya xwe.

 

Xuyaye wê reþikên me yên Efrîkî di pêþerojê de hikim li dinyayê bikin û serê hefsêr bikþînin. Îcar ez dibêjim, divê Kurdên me jî hesabê pêþerojê, hesabê 100-200 salî bikin û ji niha de bi jinên Efrîkî re bizewicin, “Kurdên reþik” bînin dinyayê û wan bikin namzetên serokatîya dinyayê. Yan na, tirr di spî û gewrikan de nemaye û bûne wek þebeþên kal.

 

Ez bi xwe çavê xwe li jinek reþik digerînim ku pê re bizewicim. Lê hûn?

 

 

 

Heta bi lîka wê jî pere dike kuro, pekkkk!

 

 

Hesen Almas- 10/01/09- Amerîka-Lotikvana agirpêketî, nermik û germik Scarlett Johansson, yek ji jinên herî bedew – li ser bextê xelkê be- tê hesibandin. Gerçî ne ji van bêxwedîkên derman, makyaj, hemra û bodra be yek ji wan jî wek xaltîka Fatê bedew û spehî nayên, lê evan derman û boyaxên seyandinê ew kirine horîyên bihuþtê.

 

Axir, mesela me li ser destmal û lîka Scarlett xanimê bû. Ehmeqî ne tenê bêaqilî ye. Îcar ehmeqê ehmeqan jî hene ku ji wan re dibêjin „KER“.

 

Îcar ker li dinyayê pir in. Ez behsa kerên heywan nakim ha, bila kerên heywan li min biborin. Ez behsa insanên ker dikim lo, wîî! De li vê kerîtîyê binerin.

 

Scarlett Johansson beþdarî bernameya Jay Leno „Tonight“ bûye. Tu nabê xanimê serma girtiye û bi zekemê ketiye. Jay Leno jî destmalek kaxezî dide Johansson û xanimê dibê „fiiirrrrrrrrr“ û pê pozê xwe paqij dike. Piþtî ku Johansson wê kaxeza bi lîk îmze dike û dide Jay Leno û dibê „Ezê vê kaxezê derxim mazatê û perên ku jê bên bidim komela ku alîkarîya birçîyan dike“.

 

Axir, kaxeza lîka Johansson xanimê di internetê de bi 5 hezar û 300 dolarî tê firotin. Yanî, kerekî xwedê ev destmala bi lîk (ji bo ku qaþo bêhna Johansson jê tê) bi 5 hezar û 300 dolarî kirî û bi xwe de rît.

 

Scarlett Johanssona ku milyon dolarên wê hene û alîkarîya birçî û tazîyan nake, bi saya ehmeq û kerên xwedê lîka xwe jî difroþe û dike pere. Niha ez lîka xwe bi qirûþekî bihroþim kes nakire ha. Lê ku Scarlett yan Angelîna Jolîe xanim bifroþin, ker û bergîl perên xwe didin wan û mîza wan vedixwin.

 

Îvar hûn bi qedrê xwedê kin, ev ne kerîtî û bergîltî be lê çiye?

 

 

 

 

 

 

 

Namûsa CÎAyê anî pênc qirûþan

 

Hesen Almas- 02/12/08-Waþîngton- Serokê Amerîkayê mîster Georg W.Bûþh di televizyona ABC de tirr ji CÎAyê berda û namûsa wê kir bexdûnis.

 

 Mîster Bûþh lotikek li CÎAyê xist û got:"Bi sê telaqên jinberdanê, ez ji tiþtekî aciz nebûme, lê evê CÎA yê ez ji îmanê derxistim. Law min ewqas car ji wan re got li Iraqê çekên kîmyewî bibînin û min li himber dinya û alemê rezîl nekin, lê qûnekan qirþikek jî nedîtin kuro, hoooowehhhh kuro!"

   

Mîster Bûþh di televizyona ABC de dîsa lotikek avêt û got:"Bi dîn û îman, bi gora Îsa û Mûsa kim, Lotikxane bûya niha ji zûde li Iraqê çekên kîmyewî dîtibûn. Lê ev qûnekên me yên CÎA yê bi kêrî pîvazek xerabe jî nayên qerdeþim, wîî" û keserek kiþand.

 

 Axir, tiþtê çû mede dû kaka ciyan.

 

Çekên kîmyewî hebin tunebin nizanim, lê lotika ku te li Iraqê avêt ji me Kurdan re pîroz bû û tu sax!

 

-----------------------------------

Lotikek li ehmeqê xwedê ket

Hesen Almas- 17/10/08- Waþîngton- We dîtiye kesek rabe gilîyê xwedê li cem dadgehên welatê xwe bike xwedê bide mehkemê? Lê senatorê Nebraska Ernîe Chambers ev lotika kesanedî avêt û ciwamêr þerê xwedê kir.

   Senatorê Nebraska mîster Ernîe Chambers berî niha xwedê dabû mehkemê û gotibû: „ Xwedê min û xelkê Nebraskayê tehdît kiriye, bi milyonan insanên dinyayê perîþan kiriye, nexweþî û mirin anîye“ û ji bo van sedeman xwestibû dadgeh xwedê mehkeme bike û cezayê herî giran bide xwedê.

Hakimê dadgehê vê dawîyê got: „ Ji bo ku em dozê li yekî vekin, divê navnîþana wî xuya be, lê ji ber navnîþana xwedê ne kifþ e ez vê dozê digrim û xelas“ û lotikek li Ernîe efendî xist.

Îcar qurban, xuyaye ku Ernîe Chambers ji me Kurdan jî paþketîtir û ehmeqtir e. Erê mêro senator e lê piçikek mejî di qaqilê serê wî de tuneye.

Law ma mero xwedê dide mehkemê kundir!? Ka navnîþana wî, ka telefona wî, ka þekl û þemalê wî, wîî! Niha te melkemot bida mehkemê erê, melkemot Saddam bû, Erdogan e, Ehmedînejad e, Esad e, û bi hezaran kesên wek wan in. Lê xwedê?

-------------------------

 

Ev hesp ji me Kurdan ehmeqtir derket

Hesen Almas- 15/10/08- Amerîka-

Me digot qey di dinyayê de ji me Kurdan ehmeqtir insan û heywan nînin. Hina hûnê bêjin “Çima hûn Kurdan biçûk dikin û wan dikin ehmeq” newlo? Ma milletekî ku bi hezarê salaye bi dijminê xwe bixape û bi navê brayetî, ol û gotinên þahîk lotikan bixwe û bi ser de jî biaqil nebe, çi nav lê tê kirin gelo?

  

Axir, li Amerîkayê hespek rabûye serê xwe xistiye nav du çûqlîyên darek mezin û xwestiye bizanibe bê ka çi di hundurê darê de heye. Îcar serê wî di nav herdu çuqlîyên darê de maye û dest bi tirr û fissan kiriye.

 

Dibêjin hingî bêhna tirr, fiss û serkulên wî bi ser bajêr ketiye û çend kes pê jehrî bûne, xelk pê hisiyaye û bi zor û heft bela ew dara nestêle birrîne û hesp azad kirine.

 

Îcar ev jî mesela me Kurda ye cîgerlerim.

Me hefsarê dijminê xwe xistiye stuyê xwe, me kurtanê kerên wan li xwe kiriye û em dikin nakin nikarin ji van bêbavan xelas bibin. Yan wê bi navê bratîyek sexte, yan wê bi ol û mezhem û terîqat, yan bi navê sosyalîzm û komunîzmê, yan bi zewaca jinên xwe û yan jî wê bi Kemalîzm û çîrokên kurê Zubeyde xanimê me bixapînin.

Îcar ferqa me û vî hespê ehmeq çiye ka hûn nabêjin!?