|
|
Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! |
|
|
|
Qiyametê berê xwe da bajarê Shropshîre
Hesen
Keleþ- 24/09/09- London- Roj namîne ku
alametên roja qiyametê dernekevin pêþ û mirovan behitî nehêlin. Niha jî wan
alametan berê xwe daye Brîtanya bajarê
Shropshîre. Alameta çi? Alameta gîzera pênc
tilî.
De werin li vê ecêbê binerin û porê xwe hilneçinin.
Li bajarê Shropshîr a Brîtanyayê, rêncberê bi navê Peter Jackson, gava bi tevrik ber gîzerên xwe dikole, tevrik li gîzerekê dixe. Gava gîzerê hildike çi bibîne baþe? Gîzera pênc tilî!
Axir, rebeno behitî dimîne. Radibe gîzerê ji keça xwe Lîndsayê re dibe û berî gîzerê bixwin wêneyê gîzerê dikþîne. Niha ev gîzera pênc tilî li bajarê Shropshîre ketiye ser zimanan û wek alameta roja qiyametê tê þirovekirin.
Werhasilî kelam, qiyamet miyamet nizanim, lê ez bi serê xwe û we kim dinya ber bi ciyekî ve diçe lo. Ewqas tiþtên dûrî aqilan çêdibin ku meriv wek mirîþka gêj hew kare ji nav þirove û tefsilandina wan tiþtan derkeve der.
Îro gîzera pênc tilî serê xwe rakir û silavek da haziran. Lê ku rojek ji rojan xiyar û bacanên þeþ tilî jî çêbibin qet ecêbmayî nemînin wesselam….
Çi terapîstek welatparêz looooooo!
Hesen Keleþ- 19/09/09-London- Dibêjin herkes di beþ û hunera xwe de pispor e. Diz be gerek dizekî þareza û jêhatî be, nijdevan be gerek nijdevanekî baþ be, profesor be gerek profesorekî baþ be û hema çi quzilqurt be gerek di wî beþî de quzilqurtîyek baþ bike.

Em Kurd bi xwe bi zimandirêjî, zikreþî, dijminatî û xapandina hevdu pispor in. Bawer nakim kesek wek me Kurdan karibe lingê hev biþemitîne û tirrê ji hev berde. Em ji hev re þêr lê ji xelkê re pisîk in wesselam.
Mesela me li ser jêhatîbûn û taymetmendîyên mirovan bû lo. Meselen xanim Mare Sîmone.
Terapîsta seksê Mare Sîmone xanim a Ingilîz, di 23 salîya xizmeta xwe de ne tenê wek terapîsta seksê lê herweha wek „xizmetkara miþterîyên xwe“ jî xebitîye. Di nava van 23 salan de tam bi 1500 miþterîyên xwe re seks kiriye û bûye wek çaroxa çiryayî.
Sîmone xanim, ji rojnama Sun a Ingilîz re gotiye û bilandiye. Dibêje:“Ez jiyana xwe bi xêra seksa bi mêrên xelkê re qezenc dikim“. Yanî, xanimê bi miþterîyên xwe yên zilam re hem seksê dike, xwe jî û wan jî germ û nerm dike û hem jî ji bo tenduristîya miþterîyên xwe xizmeta welatpazêrîyê dike. Sîmone xanim, rojê bi kêmanî ji 5 miþterîyan re xizmetê dike, wan guhdar dike û piþtre jî dibê „bismillah“ û wan bera
ser xwe dide.
Îcar ka terapîsta wek Sîmone welatparêz û mirovperwer yabo?
Îcar hinek insan radibin behsa mirovperwerî û demokratbûnê dikin. Kuro law aha mirovperwer û demokrata herî mezin Sîmone xanim e ellawekîl, wîî!
Îcar tembîya min li we be gelî xwendevanan. Heger kesek ji we muhtacî terapîya seks û lotikan be, nesekinin û werin cem Sîmone xanima germik û nermik. Ji xwe Sîmone xanim hê nezewicîye û tam di kemla xwe de ye. Hem werin terapîya xwe bibînin û hem jî ganên belaþ bikin qurban.
Ê de werin yallaaaaaa, Sîmone xanim li bendî miþterîyên Kurd e jî…..
Bi Lotikxanê neþêwirî, pelûl bi serî de rijiya
Hesen Keleþ- 13/09/09-London- Gellek caran me gotiye:“Law oxlim, berî hûn dest bi lotikan bikin bi Lotikxanê biþêwirin qardaþim“ û bala insanan kiþandiye. Lê go hinek bi ya Lotikxanê nekin û þîretên wê nexin serê xwe, aha wek Paul Karason tê serê wî. Hem reþ û þîn dibe, hem kesk û sor dibe û hem jî tirr têde dibin fis.

Werhasil, Paul Karason ê 58 salî, berî bi çend salan di rûwê wî de edab (îltîhap) derdikeve. Hema ew jî bêyî ku ji textor, sêhrbaz û remildaran bipirse, diçe dermanxanê û dermanekî li gora serê xwe dikire. Piþtî tê malê, dermanê xwe di rûwê xwe de dide û dikeve nava livînê.
Ê yabo serê sibê gava Paulkê me diçe ber mirêkê (eynikê) û li xwe dinere, hahoooooooo, rebeno ji tirsa re dibe tirre tirra qûna wî û dibê „gurmmmmm“ û dikeve erdê. Paulê reben çi bibîne baþe? Paûlekî çerm keskereþ, reþeþîn û þibiyaye wan þeytanokên flîmên kartonî. Çima wilo lê hatiye? Xwedêgiravî di nava wî dermanê ku kiriye de maddeya „zîv“ hebûye û maddeya zîv jî qûþ li Paûlê me qetandiye.
Axir, hina rebenê Paûl Karason dike û nake ku karibe xwe bîne ser sêhra berê, nikare.
Êêêêêêê, ev dinya wilo ye babam. Hûn bi ya Lotikxanê nekin û þîretên me nexin serê xweyê hiþk, aha wê ev pelûl bi serê we de birije ha brakoooooo…!
|
|
Xanimê pênc zilam bi hevre îdare kirine, hayhooooo!

Hesen Keleþ- 28/07/09-London- Bereketa xwedê li jinên me Kurdan be û hew. Bi ellawekîl, gava ez hinek jinên Ewrûpî dibînim û li lotikên wan dinerim, jinên me Kurdan li ber çavê min dibin wek horîyên bihuþtê. Ez behsa xweþikbûn û bedewîyê nakim ha, behsa karakter, orf û adetan dikim kaka.
De ji xwe re li jina Ingilîz Emîly Horne binerin û ferqa navbera jinên Ewrûpî û jinên me Kurdan bibînin.
Emîly Horne, berê wek mankên û stêra pornoyê kar kiriye û têra xwe xiyarên qeþartî ceribandine. Lê piþtre dizewice û bi serê Îsa û Mûsa sûnd dixwe ku êdî hew xiyarên zêde bixwe, tenê bi xiyarekî þa bibe û îdara xwe pê bike. Lê çi derkeve holê baþe? Derdikeve holê ku Emîly Horne pênc caran zewicîye û her pênc zilam bi hevre îdare kirine.
Werhasil, piþtî ku ev lotika wê eþkere dibe, dadgeha Ingilîz lotikek bêîman li Horne xanimê dixe û dawa wê li serê wê dogerîne, 10 meh cezê hepsê dide wê. Îcar piþtî vê lotika dadgehê wê hiþê Horne xanimê bê serê wê neyê serê wê kes nizane, lê dibêjin “qûna go elimî be tirr û fisan, hew debarî pê dibe”.
Li ser vê sosretê, min li ser navê Lotikxanê þaxê Ingilîztanê nameyek ji xanimê re þand û jê re got:”Horne xanim, weyla James Bond tirr ji te berdayê, di Lotikxanê de zilamên azib û nezewicî pir in. Hema kengî te bêrya xiyarekî taze û qeþartî kir, kerem bike serî li Lotikxanê xe. Bi ellawekîl em lotikxanecî pir dilbirehm û xêrxwaz in, emê çewalê xiyarên Lotikxanê li ber te bikin ristik. Hema te çend ecibandin bila bi qurbana te û doxîna te bin” û em niha li bendî bersiva wê ne.
Axir, bi xêr û selamet kengî go Horne xanimê bersivek da me, emê we agahdar bikin gelî lotikxanecîyan. Hema ji niha de doxîna xwe vekin û xwe ji lotikên Horne xanimê re amade bikin û hûn sax.....
|
|
Þeytan li þeytanîya xwe poþman bû, lê fêde nekir

Hesen Keleþ- 19/07/09-London- Hinek insan hetine pêvajoya heywantîyê û nema zanin çi bikin. Hema çi tiþtekî ku xwedê û insan jê aciz bin, wê dikin. Meselen Gavîn Paslow ê 43 salî.
Paslow efendî ji bo ku xwe biþibîne þeytên, tiþtek nemaye ku nekiriye. Rabûye ji ciyê ku lê dixebite 7 hezar dolar dizîye, ketiye bin neþtersazîya estetîkê û qûneko xwe þibandiye þeytên. Xelk xwe ji bo xweþikbûnê estetîk dikin, lê Paslow efendî ji bo biþibe þeytên xwe estetîk kiriye. Îcar navê vê ne heywantî be çiye gelî xwendevanan?
Axir, Paslow efendî su sturek (qiloç) bi xwe vekirine, zimanê xwe jêkiriye, diranên xwe kirine wek ê þeytên û mesele safî kiriye, kiriye tirr. Lê ev tirr jê re nemaye û xweþibandina þeytên qûn li Paslow qetandiye. Ji bo ku pere dizîye ji kar hatiye avêtin û mêro ji ber þikl û þemalê þeytên hew kare ji xwe re kar jî bibîne.
Paslow efendî niha polîpoþman bûye lê hasil gihaye Mûsilê û tirr jê hatiye berdan. Mêro dibêje:“Heger min zanîba go ev pelûl bi serê min de birje, min qûna xwe jî bida min ev gû nedixwar“ filan û fîstan.
Axir, aha insanên ku di pêvajoya heywantîyê de ne kesên wek Paslow in cîgerên min.
Law meriv xwe diþibîne Alaîn Delon, meriv xwe diþibîne James Bond, meriv xwe diþibîne Angelîna Jolîe, ma þeytan? Meselen te xwe biþibanda sekreterê Lotikxanê Sofî Xelef ne bixêrtir bû ewladim?
|
|
Dixwazin qûþê li dizan biqetînin

Hesen Keleþ- 29/03/09- London- Diz û dizîtî bûye bela serê dinyayê. Her ku feqîrtî û belengazî zêdetir dibe, diz û keleþ jî wek libên baranê hûrik hûrik dest bi kar dikin û malikê li gelek insanan xira dikin. Di vê dizî û lotikên neinsanî de ter û hiþt pevre diþewitin. Dewlemend kêm lê dîsa çi dibe li malbatên feqîr û hejar dibe. Dewlemend bi alarm û kamerayan mal û serweta xwe diparêzin, lê feqîrên me jî zêr û perîn xwe dixin qul û kewêran û dibin goka nav lingên diz û keleþan.
Welhasil, li Brîtanya ji bo ku rê li ber dizên trimbêlan bê girtin, otoparkên taybet di binê erdê de tên çêkirin. Ev otopark bi 100 hezar dolar e û ji niha ve dewlemendên Brîtanya û hinek welatên din ketine dora tenûra van otoparkan. Navê van otoparkan kirine „Cardok“. Cardok, bi asansorek hîdrolîk dadikeve binê erdê û hildikþe ser erdê.
Axir, ji ber trimbêla min tuneye û ez kera xwe ya piþtqop dirim û têm, Cardok ji min re ne lazim e. Lê kengî go diz û keleþan dev ji dizya trimbêlan berdan û dest bi dizya keran kirin, aha wî çaxî wê malik li min here mîratê û divê ez otoparkekê ji bo kera xwe bikirim. Kera min bi 250 dolarî ye û Cardok bi 100 hezar dolarî ye gelî xwendevanan.
Gelo ez kera xwe bikujim û ji kirîna otoparkê xelas bim, yan ez pasaporta kera xwe têxim destê wê û berê wê bidim çol û qelaçên Kurdistanê?
|
|
Qûþ li donerê qetandin

Hesen Keleþ- 31/01/09-London- Ev Tirk bi navê misilmantîyê tu gû namîne ku naxwazin. Hema bila pere bên û wekî din ne xema wan e ev dîn e, xwedê ye yan pêxember e.
Li Ingilîztanê û bajarên wê Tirk, goþtê berêz wek „goþtê helal“ dikin doner û difroþin xelkê. Li ser ixbarekê, dezgehên tenduristîyê goþtê 494 donerfiroþan saxtî kirin û di encamê de çi derkeve baþe?
Xwêya zêde, rûn û tewaþê goþtê berêz.
Li ser vê sosretê, Daîreya Standartkirina Xurekan bala xelkê kiþand ku xwarina donerê dibe sedema qelewbûnû û ji tenduristîya mirov re xetere.
Îcar hay ji xwe û derewên Tirkan hebin qerdeþim. Bi ellawekîl mêrikan goþtê berêz dixin nav her donerê û bi navê „goþtê helal“ difroþin bêaqilên wek min û we.
Ji min gotin. Îcar hûn donera Tirkan dixwin yan naxwin, ji kîrê kerê min ve û xelas….
|
|
Me derîyê xwe ji wan re vekir

Hesen Keleþ- 24/01/09-London- Li dibistana bi navê Rednock a Ingilîztanê, du keçên ciwan û bedew ji ber ku porê wan zer bû ji dibistanê hatin qewirandin û lotikek xwarin.
Midurê dibistanê David Alexander, gotiye ku ji ber porê wan herdu keçan rengzer e û ne xwezayî ye, wî ew ji dibistanê qewirandine. Yan wê porê xwe qehweyî boyax bikin û yan jî ewê nekevin dersan. David Alexander bawer kiriye ku herdu keçan ji qazî ve porê xwe zer boyax kirine, lê di rastîyê de porê wan ji berê de zer e û ev jî li zora dê û bavê herdu keçan çûye.
Herdu keçan jî bi daw û delinga xwe sûnd xwarine ku ewê porê xwe qehweyî boyax nekin û vê tirrê ji midur David Alexander re nehêlin.
Keçên bi navê Reagan Booth (15) û Aby Western dibêjin:”Emê di devê bavê David de birîn, bi hezaran kes bi porê zer ji dêya xwe çêdibin, ma hema pelûl bi serê me de rijiya waweylê” û xwe li erdê dixin.
Bavê keçikê jî dest bi lotikan kiriye û gotiye:”Ezê di devê David de bimîzim, ma em rabin ji bo xatirê wî DNA û xerîta laþê xwe biguherin law, wey” û sûnd xwariye ku rojek ji rojan midur bigre û porê wî bi boyaxa zer þiklo miklo bike.
Welhasil, rabû min li ser navê Lotikxanê dawetîye ji wan re þand û got:”Em lotikxanecî pir ji keçên porzer, germik û nermik hez dikin. Kerem bikin werin di dibistan û zanîngehên Lotikxanê de dersên xwe bixwînin. Hetta em pere jî ji we nastînin û dîplomeyên me jî belaþ in” filan û bêvan.
Me qencî û insanetîya xwe kir. Îcar herdu xanimên germik û nermik tên nayên bi qîma xwe ne qerdeþim..
|
|
Weyla ey bi qurbana te û hunera te bûmê...

Hesen Keleþ- 18/01/09-London- Huner ne karê her babaegîdî ye û ne epraxên ber destê jinê ye jî. Herkes kare çend xetik metikan li ser kaxezê xe û þiklekî jê derxe. Lê hunermend ew e ku tirrê ji tiþtên ku kes nikaribe çêke, berde û navekî bi dû xwe xe. Meselen xanima Ingilîz Keîra Rathbone a nermik û germik.
Keira Rathbone hunermenda „Daktîloyê“ ye. Bi daktîloya xwe wêneyên ewqasî bedew û lihevhatî dineqiþîne tu PÎcasso û Leonardo De Vînçî li ber wê hêç û pûç in. Lê wênekarîya daktîloyê jî ne karê her keça bava ye haaaa, na! Xanimê heta bi daktîloya xwe wêneyekî çêdike, çavên wê dirjin, zik lê diwerime û ji rûniþtinê qebiz dibe. Tam 90 seetên xwe ji bo wêneyekî serf dike.
Welhasil, ne tenê wêneyên wê, ew bi xwe jî bedew, þîrîn û wek kewa gozel seksî ye. Xanimê hê 25 salî ye û xuyaye piçek av jî lê geryaye.
Ez serê we neêþînim, ez bi xwe dil ketim wê. Îcar hûn çi dibêjin nizanim. Ma vê heyamê xanimek xwedî huner û marîfet bi destê kê dikeve qerdeþim. Ma wek jina min e, wîî!
A min ji pêçana epraxan pêve nizane tu huner û marîfetê. Here eprax û were eprax. Na bavo na, heta ez jinek wek Keira Rathbone xanimê ji xwe re neynim, wê halê min û epraxan ev hal be ellawekîl.

|
|
Xwe ji bo serê salê berda çolê

Hesen Keleþ- 27/12/08-London- Bedewa Ingilîz Danîelle Liyod, xwe ji bo xatirê serê sala nû berda çolê û doxîn li zilaman sist kir. Danîelle yek ji þahbanûya Ingilîztanê ye û ji bo di rojevê de bimîne tiþtek namîne ku nake.
Agirpêketya Danîelle ji bo xêr û bereketa sala 2009an, xwe li ber dara Noelê þût û rût kir û got ku wê bi xêra lotikên wê xêr û bereket bibare. Îcar ev xêr û bereket çiye em jî hîna nizanin.
Li ser bextê xelkê be, dibêjin xêr û bereketa Danîelle Liyon ev e ku belkî sala 2009an bibe sala seks û zîtirkan û bi xêra lotikên wê þer nemîne, aþtî û azadî bê dinyayê.
De emê bibînin lo, heger þer nema û sala 2009 bû sala aþtî û azadîyê, bizanin ku ji ber lotikên Danîelle xanimê ye.


|
|
Wê jî dest bi bazirganîyê kir

Hesen Keleþ- 20/12/08-London- Lotikvana Ingilîz, agirpêketya memik mezin, malxeraba çiryayî Katîe Prîce „Jordan“ dest bi bazirganîya bêcemeyên þevê kir û lotikek avêt. Jordan xanim bêcemeyên wilo nermik û seksî çêkirine ku, heçê li xwe ke wê bibe wek çêlek û ciwangeyên nav garanê, pê germ û nerm û hetta har jî bibin.
Dibêjin taybetmendîyek van bêcemên þevê ev e ku bêhna tirr û fissan dernaxe der û wê bêhnê dike wek bêhna parfûm û lewentoyê.
Gerçî hê bêcemên Jordan xanimê bi rê de ne, derneketine piyasê û min neceribandiye, lê li ser tennûrên Londonê dibêjin ku wê jin û mêr bi van bêcemên þevê hevdu ji taqat de bixin û bi lotikan hevdu binermijînin.
Ewqasî ku bêcemên Jordan xanimê germik, nermik û seksî ne.


|
|
Di 34 salîya xwe de hartir dibin

Hesen Keleþ- 09/12/08-London- Dibêjin li gora lêkolînekê, jinên Ingilîz gotine ku „Em di 34 salîya xwe de kamil dibin û tamekê ji seksê digrin. Tama ku em di 34 salîya xwe de li lotikên seksê digrin, me di xortanîya xwe de negirtiye. Temenê 34 tam temenê lotik û zîtirka ye“ û gotine „Em di vî temenî de mehê 10-15 lotikan li xwe dixin û tirrê ji hev berdidin. Erê me di xortanîya xwe de hevdu diçirvirand û þev û rojên me bi lotikên bergîlkî derbas dibûn jî, lê wek niha me tam ji seksê nedigirt“ filan û fîstan.
Lêkolîn bi 1031 jinî re hatiye kirin.
Piþtî vê lêkolîna li Ingilîztanê, me jî rabû bi 1031 jinên Kurd re hevpeyvînek kir û encamên balkêþ derketin holê.
Di hevpeyvînê de me tenê pirsek ji jinên Kurd kir:
„Jinên Ingilîz di mehê de 10-15 lotikên seksê davêjin, gelo hûn çenda davêjin? Hûn tamê ji seksê distînin yan na?“
Ji %99ên jinên Kurd heman bersiv dan pirsa me:
„Lotikên seksê? Kuro îcar ev çi quzilqurt e belqityo? Wille yabo em ji xwedîkirina zarokan û çêkirina xwarinê wext nabînin go em nîv lotikê jî bavêjin. Lotikên me hema bi „Ella û bismilla“ dest pê dikin û bi „Elhemdulîlla“ jî xelas dibin. Ma ji xwe ev xwedênehiþtên zarokên me nahêlin em bêhna xwe bidin û bistînin. Çi gava go em bixwazin hevdu bigevizînin û gepik jehr bixwin, hew we dît yan mîza yekî tê, yan yek birçî dibe, yan yek digrî, welhasil, tirr di me de dibin fiss û hema nîv saxî nîv nemirî em îþê xwe diqedînin ha. Tama çi û halê çi xwedêjêrazî, hingî em bêhnê li xwe diçikînin û naxwazin zarok bi me bihesin, lotikên me di qirika me de dimînin û dibin wek þorba kellê (bê xwê)“.
Axir, jiyana seksê a jinên Kurd girêdayî çêkirina xwarinê û xwedîkirina zaroka ye. Kengî go zarok mezin bûn, terka malê kirin, îcar jin û mêr bi tena serê xwe dimînin, kal û pîr dibin û mixabin wî çaxî jî tirr di qûna wan de namîne û fîþekên wan qelp dikin.
|
|
Me jî dora xwe danî ser tenûra wê yabo

Hesen Keleþ- 12/11/08-London- Xanima Ingilîz Terrî Hûnter a 25 salî, ji 17 salîya xwe û heta niha - yanî di nava 8 salan de- tam 1000 (hezar) lotik li xwe xistine û wek çaroxa kalkê min Mihyedîn fireh bûye, çiryaye û diryaye. Îcar xanimê çi gotibe baþe? Gotiye:”Ez bi serê we kim ez ne fahîþe (qehpik) im. Ez mirîya seksê me, ji lotikan têr nabim” filan û fîstan.
Pekkkkkkk! Di nava 8 salan de 1000 lotik law! Kuro Terrî xanim wek horîya bihuþtê paqije ellawekîl. Ma 1000 lotik çine keçko, wîî! Rojê dike 11-12 qirase û hew.
Welhasil, li ser vê sosretê, min jî wek nûnerê Lotikxanê li derîyê Terrî xanimê xist û min gotê: “Na, bi telaq ez qebûl nakim, waweylê! Ji xelkê re þepir þûpir lê ji min re yarebbî þikir dibe? Na! Bi namûs dora min li ser tenûra te. Heta ez wek nûnerê Lotikxanê lêkolînekê li ser can û cesedê te nekim, heta ez zingara keleþkofa xwe jê nebim û fîþekê najom ber, ez ji devê derîyê te narim” û min cixarek kiþand ser kezeba xwe.
Ez serê we neêþînim, xanimê jî dilê min nehiþt û got: “De madem tu li ser navê Lotikxanê bûyi mêvanê min, ehlen we sehlen. Ezê xwe bi qurbana fîþekek Lotikxanê kim. Lê niha çar qûnekên din di dora tenûra min de ne, bi soz ezê te bikim nimro 1005. Soz!”
De þikir ji xwedê re. Ez niha di dora 1005an de me û li ber devê derîyê Terrî xanimê cixara xwe dikþînim cîgerlerim. Qet meraqê nekin, bi sê telaqan ezê heyfa we xwendevanan jî jê hilînim loooooo!
