Lotikxane

 

Mafê van meselokan ji alî xwedî ve hatine paraztin. Ji ber girtin û bê destûr weþandin qedexe ye

 

Îmamê Koçerî

 

Hesp dibeze siwar pesnê xwe dide

 

  

Hevbeziyek balkêþ

Li gor saloxan û liser bextê minafiqan be, li Sûriyê bajarê Helebê, her du salan carekê hevbeziyek (misabaqayek) balkêþ pêk tê.

 

Dîsa li gor wan fitne û fesadên minafiq, di vê hevbeziya vî bajarî de komek rihsipî (jûrî) vê misbaqayê bi rê ve dibin.

 

Li gor vê hevbeziyê, jûrî makerekê dide her beþdarê vê hevbeziyê. Û piþtî du salan ewê vegerin cihê misbaqayê. Li gora þertê hevbeziyê, di navbêna wan du salan de gerek wan kesana bikutana wê makera xwe. Gava dema wan tewa bû, ewê vegeriyana ba jûrî û hingê jûrî dixwest bizane ka kîjan ji wan beþdaran bi kutanê bêhtir dehþik ji makera xwe derxistiye.

 

Hevbezî wek hercar dest pê kir.

 

Dibêjin Kurd jî beþdarî vê bevbeziyê bûne, ji Qamiþlo û Amûdê bigire heya Dêrikê, Kobanê û Efrînê, zilam û xort hatibûn, dixwestin ku ew jî beþdarî vê hevbeziya balkêþ bibin.

 

Ji aliyê Ereban jî, ji Þamê, Humus, Hama, Laqiyê û gelek deverên din jî xelk beþdar bûne. Koçerê bedewî ji bajarê Helebê, Abdalla Ebu-Hemûdî jî yek ji wan beþdaran bû.

 

Serokê jûriyê makerek teslîmî her beþdarekî wan kir û got:

-Fermo, vaye ji we re makera we. Vêca ji niha û heya du salan û filan rojê, bila karê we bes kutana makera we be. Nabe hûn tiþtek dî bikin, haa! Û kî ji we bêhtir dehþik ji makera xwe derêxist, ew dibe ”derecel Ûla” (ya yekem) û emê xelatek mezin bidin wî.

 

Abdalla Ebu- Hemûdî jî kera xwe stand û zû, li bayê bezê ji wir winda bû.

Piþtî du salan jûrî li wî cihê hevbeziyê amade bûn.

 

Gelek xelk hatibûn wir wek darîker- ew di mereqa ”Gelo wê îsal kî xelata yekemîn bigire” de bûn.

 

Berî hemuyan xortê ji Qamsihlo hat.

Ew digel makera xwe û dehþikekê bû.

Jûrîyê navê wî nivîsand.

Xortê Ereb ê ji Hamayê digel çar dehþikan hat wir. Ji wan du dehþik cêwik bûn.

 

Yê Efrînî digel du dehþikan li bayê bezê xwe gihande  wir.

Erebê ji Humusê, Hamad Abdalla Ebu-Qemûþo jî digel çar dehþik û makera xwe ya avis hat wir.

 

Jûrî navê wî di ”dereceya Ûla” de ”qeyd” kirin.

 

Xortê ji Kobanê bi stuwxarî û fihêtokî  xwe gihand wir.

 

Digel wî ti dehþik nebûn. Makera wî stewr derketibû.

 

Erebê ji beriya  Þingalê, Ebu -Ingale,  xwe bi zû gihand ba jûrî, serê xwe xwar kir û got:

-Bi dîn û îman min encax karî van pênc dehþikan ji vê makera pîskok derêxim!

 

Jûrî navê wî di ”dereceya Ûla” de ”qeyd” kir.

 

Lê Abdallah Ebu-Hemûdîyê me hê ne diyar bû, ne xuya bû.

 

Jûrî ketin nerehetiyekê ka çima Ebu-Hemûdî ne diyar e.

 

Ji niþkê ve dîtin ku ji dûr ve bablîsokek bi toz û dûman ber bi wan ve tê.

 

Piþtî demek kurt Ebu-Hemûdî digel 7 dehþikan û kera xwe, xwe gihande wan û bi acizî got:

 

-Kîjan segbavî ev hîle li min kiriye, nêreker daye min law?

 Lê çi bikim, ji neçare min karî encaq heft dehþikan ji wî qûnekî derêxim!

 

18.12.2009

 

 

 

Qerrase efendî û çêleka har

 

Gundiyê Kurd ku ji bajarê Mûþê (bakurê Kurdistanê) ye û jê re dibêjin, ”Qerraseyo”,  ew jî wek gellekan penaberî welatê Hollandayê bûye.
Li Hollandayê navê wî dibe ”Qerraseyo efendî”.

 

 

Qerraseyo efendî li vî welatê Ewropî jî dev ji karê xwe yê gundîtiyê bernedaye, ew li wir jî berdewamiya xwedîkirina çêlekan dike, wek ku wî li Mûþê dikir.

 

Rojekê çêlekek wî jî har û dîn dibe.

 

Ew digel Madame (xatûn) Lisette, doktora jin ya veterîner, doktora heywanan ya Fransî, di paþiya qemyonekê de çêleka xwe bi gumana ”nexweþiya harbûna çêlekan” bo lêkêlînê dibin Parîsê.

 

Madame Lisette ji gundiyê me Qerraseyo efendî dipirse:

-Musyo Qerraseyo,  li gor dîtina te gelo çima ev çêlek bi vê nexweþiya har û dînîtiyê dikevin?

Qerraseyo efendî jî:

-Ey madame Lisette ya çavbelek, memik þimamokê! Sedema wê gelek asan e!

Madame Lisette:

-Çawan asan e?!

Qerraseyo efendî jî:

-Mesele em bêjin ”tu ev çêlekî û her roj ez memikên te bimeriþînim, biguvêþim heya ku þîr jê derkevin lê ez nekutim te, bi dîn û îman tuyê jî dîn û har bibî!

 

10.12.2009

 

 

 

 

Tekoþîna papaxan Hemdîno

 

Qasim Hewrengîyê Kurd, ku  di dema desthilatdarîya Saddam de li Bexdayë dima, papaxanek xwe bi navê ”Hemdîno” hebû û ew di pencereyê de danîbû.

Lê Hemdîno jî Hemdîno bû haaaa, þoreþgerekî temam, Kurdparêzekî qirase bû. Mêro herroj di pencereyê de bi dengekî bilind digîriya û digot:

-Bijî Kurd û Kurdistan! Bijî Kurd û Kurdistan!

 

 

 

Qasim li ber papaxan Hemdîno sekinî û got:

-Hey malmîrat,  tu dixwazî ku mixaberatên Saddam darekî bêxin min û te û me herduyan darda bikin hê! Ez carek dî van gotinan nebihîzim! Ger bibihîzim ezê her hal pirtikekê ji nav laþê te hilkim! Vêca tu bi keyfa xwe yî!

 

Papaxan Hemdîno xwe bêdeng kir.

 

Roj, hefte, meh derbas dibûn, lê papaxan Hemdîno ji ya xwe nedaket û herroj digot:

-Bijî kurd û Kurdistan! Bijî Kurd û Kurdistan!

 

Qasim Hewreng neçar ma û Hemdîno bir sûka heywanan ku wî bifroþe- xwe jê xilas bike, berî ku belayek mezin bê serê wî.

 

Li sûkê zilamek, ku wek miþteriyekî dixweya, liqayî Qasim û papaxan Hemdîno hat.

Lê liqayî ecêbek kesanedî hat.

 

Wî dît ku pirtikek tenê jî bi laþê Hemdîno ve nîne.

Zilam tinazê xwe bi Hemdîno kir û got:

 

-Ey papaxanê þût û rût, ev çi hal e bi serê te hatiye, heya kîr û gunikên te jî derketine derva baba!?

 

Papaxan Hemdîno nemerdî nekir, di cih de bersiva zilêm da û got:

 

-Segbav kurê segbavan, kîrquzdêyo! Ma tu nizanî ku ev hemû ji ber tekoþîna Kurd û Kurdistanê bi serê min hatiye qûndeeeeee!

 

05.12.2009

 

 

 

Papaxanê Heseno

 

Ev meselok ji alî dostekî min yê Dêrikî ve ji min re hatiye gotin. Rast û derew li ser bextê wî û hemi Dêrikîyan be..

 

Dibêjin Heseno papaxanekî xwe heye, ew bi rikeha wî ve xistiye pencereya raserî kolana qelebalix a ku herkes tê re derbas dibe û diçe sûkê.

 

Elî her roj di ber papaxan re derbas dibe û dice dikana xwe.

Lê her gava ew derbas dibe, papaxan jê re dibêje:

 

-Merheba Elî!

 

Gava Elî berê xwe dide papaxan, ew dibêje:

 

-Ez di quzê ca (dêya) te nim!

 

Carek, du car, sê car, Elî hew debar dike, diçe ba xwediyê papaxan û jêre behsa sixêfên papaxan dike, û dûv re dibêje:

 

-Xalê Hesen, welleh ez dizanim ev heywanek e, teyrek e, tiþtan fêhm nake, nizane çi dibêje. Lê hema ev sixêfên vî segbav, kîrquzdê û dêqehpê papaxan li zora min diçe wî!

 

Xwedî jî dibêje ku ewê wî ji ser pencereyê rake, piþtî du hefteyan belkî ew ji bîr bike, nema sixêfan bide.

 

Piþtî du hefteyan, Eliyê me dîsa wek hercar di ber pencereya Xalê Hesen re derbas dibe. Dengek nas tê guhë wî:

 

-Merheba Elî!

 

Gava Elî berê xwe didiyê,

 

Papaxan dibêje:

 

-Tu fêhm dikî ez ci dibêjim ne!?

 

30.11.2009

 

 

 

 

Taxim temam bû, Îmamê Koçerî jî ket nav karwanê Lotikxanê!

 

Merhaba birêz lotýikvanên Lotikxanê. Ev dem û hemî demên we xweþ û bi lotikên germik û nermik bin. Yaho cigerlerim, ez jî dixwazim ji îro û pê ve bibim lotikvanê kerwanê Lotikxanê û dest bi nivîsandina lotikan bikim.

 

Cîgerim Çavîþê Lotikxanê, bi dîn û îman ger tu rê nedî min ez ê xwe ji serê minara ku ez ê di vê nivîsa xwe de bahs bikim, bavêjim xwarê. Îcar tu zanî!!!! Ya tê bibî qatilê min, yan tê min jî bikî yek ji wan LOTÝKXANECÝyên xwe û tu sax.  Îcar brayê mino, ezê bi xwe dest bi meselokên xwe bikim, tu biweþînî naweþînî ji vî ve û hew!

 

Law lotikxanecîno, ezê jî bi çîrokên ji deverên cuda yên Kurdistanê xwe têxim nav kerwanê we. 

-Tu kî yî, ins î, cins î?

- Çi çi çi, te go ez kî me?  

- Erê wey, tu kî yî û kurê kê yî? Ji dinyayê yan ji axretê yî qardaþim?

- Yaw ji te re çi ez kî me û ji ku me, çi ketiye te oxlim, wîî! Tu li ber xwe binere, îcar ne mirûsê xwe tirþo mirþo bike, ne jî serê xwe bi min beþîne. Tu jî çîroka xwe binivîse þekerim, hella hellaaa ya siphan ellaa!

 

Îcar ez kî me, kurê kê me, ji dinyayê yan ji axretê me kuro!

 

 Werhasil ez ê dest bi lotikên xwe bikim babam, heçê qebûl neke dîsa ji vî ve, ihii!

 

Dibêjin du pîrekên koçer cara pêþî dakikevin bajêr da ku mast bifrojin. Berî bigihên nav bajêr, çavê yekê jý wan li tiþtekî pir bilind ket û bi lez ji jinika ba xwe pirsî:

 - Xwakê ew tiþtê bilind çiye qirikê?’

 Jinika din lê vedigere û dibê:

- Ma tu nizanî bê ew çiye? Ew Kîrê erdê ye.

- Kîrê erdê! Haaaaaaa,  ma xwakê keseke ku wî KÎRî dixe xwe heye?“

Jinik lê vedigerîne:

- Tew xwakê,  gava xwaka te li ser xwe bû dixiste xwe û ne digo irk!

 

                                            ********

 

Rojek ji rojan Mamê Heso diçe ser terzî da ku ji xwe re þalekî bide dirûtin. Piþtî vexwarina çay û qehwê, hoste dibê:

 

 - De rabe mamo, ezê fesla þalê te bigrim.

 

 Mamê me yê dilovan gotinê nake dudu û li ber hoste tîk disekine.  Hoste dirêjayî û noqa mamê me dipîve û dor tê navranê. Hostê ji mamê me dipirse:

- Mamo, gava penîsê te di nav navranê de radibe berê serê wî bi kîjan alî de ye?

 - Te go çi? Penîs çiye lawo?

- Mamo, navê kîrê navnetewî penîs e.

- De bi wirde here lawo, kulê dilê mamê xwe raneke û li gor serê xwe bifesilîne.

- Ne nabe mamo, divê ez zanibim bê ka bi rastê yan bi çepê ve radibe da ku ez ji te re þalekî bi dilê te çêkim.

 

Mamo keserekê dikþîne:

 

- Ax Ax lawo, min go kulê dilê min raneke û dev ji Kîrê min ber de. Kurê min ê delal, willah û bîllah, bi sê telaqên jina min a ku ev demek baþe ez neçûme balê, ger wî carek din serî rakir çi li çepê çi li rastê, ezê wî di nav çaqê xwe de nehêlim. Ezê wî deynim ser serê xwe û tu sax......

 

20.11.2009  

 

Îmamê Koçerî