|
Lotikxane |
Kezebþewityo
|
Dengê defê ji dûr ve xweþ tê |
Pisîkên Wanê jî bikþîne kaka!
Derhênerê Kurd Bahman Gobadî, zorî daye flîmên heywanan û ha ha xelatan digre. Piþtî firandina kûsîyan û serxweþkirina hespan, niha jî bi pisîkên Îranê meþhûrtir bû û da lotikan.

Dibêjin flîmê “Haya kesî ji pisîkên Îranê tune” xelata taybet girtiye û dinya bi pisîkên Îranê hisandiye. Îcar pisîkên Îranê kuro!?
Kuro law pisîkên Wanê sed qatî ji pisîkên Îranê binamûstir û bedewtir in, carekê jî li ser pisîkên Wanê flîmekî bikþîne baba, wîî!
Tew kûsîyên Mêrdînê, kûsîyên Mêrdînê ne tenê difirin, karin li ser hîv, roj û marþê hêlînên xwe jî çêkin. Meselen tu kari flîmekî bi navê “Kûsîyên Mêrdînê jî difirin” bikþînî û pê xelatek din bistînî kaka. Tew ji xwe hespên me, meselen hespên Licê bê eraq serxweþ dibin. Hewce nake tu þerab û eraqê bidî wan. Tim û tim serxweþ in. Meselen tu karî flîmekî li ser hespên Licê jî bikþînî û bêjî:”Hesp jî karin eroînê bikþînin” û xelatek din jî bistînî.
Axir, pisîkên Îranê jî temam ma dora “Kûçikên Iraqê”. Bi xêr û selamet wê sala pêþîya me jî Gobadîyê me flîmekî bi navê “Kûçik jî karin biewtin” bikþîne.
De li ser xêrê û pîroz be yabo qurban...
08.12.2009
Gelo ev dîn ji me ne biaqiltir in?

Kezebþewityo- 11/06/09- De ji xwe re li ferqa navbera dînên xelkê û biaqilên me binerin ji bo xwedê.
Li bajarê Çanakkaleyê, Komela Dînên Çanakkaleyê hersal kongreya xwe lidardixin û serokê xwe hildibijêrin.
Îsal dîsa dînên Çanakkaleyê kongreya xwe ya 14. çêkirin û Osman Canîk wek serokê nû hilbijartin. Yanî, Osman Canîk bû serokê nû yê dînên Çanakkaleyê.
Hûn dibînin ne wilo? Heta bi dînên xelkê jî rêzê ji destûr û rêbaza xwe re digrin û hersal kongreya xwe di wextê xwe de dikin.
Lê balkêþ e, gellek ji partîyên me yên bakurê Kurdistanê ne rêzê ji destûr û rêbaza partîya xwe re digrin û ne jî kongreyên xwe di wextê xwe de çêdikin.
Îcar destê xwe deynin ser wîjdanê xwe û bêjin gelî xwendevanan:
Gelo ev dîn ji hinek siyasetmedarên me ne biaqiltir in qardaþim?
PDK-Bakur tirr ji PDK-Bakur berda

Kezebþewityo- 07/05/09- Berî bi du-sê rojan bi navê PDK-Bakur daxuyanîyek belav bû û tê de hat gotin ku ewê ji îro û pêde li gora destûr û rêbazê lotikan bavêjin û wê giranîya xwe bidin ser xebata legal a li bakurê Kurdistanê.
Min di nivîsa berê de çend lotik li PDK-Bakur xistibû û gotibû:“Bi sê telaqan PDK-Bakur bûye wek lîztika zarokan“ filan û fîstan.
Îcar zêdebûna ser kezebê jî ev e ku îro daxuyanîyek din li ser navê PDK-Bakur belav bû û di daxuyanîyê de tê gotin ku „tu daxuyanî ji alî PDK-Bakur ve nehatiye belavkirin û kê ew daxuyanî belav kiribe jina xwe ji xwe berdaye, korsanî kiriye, PDK-Bakur ketiye pêvajoyek nûjen (ev 10 salin xwe nûjen dike lê ji ber ewqasî kirêt bûye, ewqasî lîztikên gemarî têde hatine lîztin ku hê pêvajo xelas nebûye) û ewê wek qetlîama gundê Kertê yê Mêrdînê koka rantçîyên siyasî û malî, qirra virek durûyan bînin“ filan û fîstan.
Welhasil, hûn bi vê qûþê nagihên Mûþê cîgerlerim. We xwe jî hetikand û we em jî hetikandin. Yan wek zilaman pirsgirêkên xwe çareser bikin û dev ji van lotikên beredayî berdin, û yan jî PDK-Bakur têxin çewalekî û deynin ber devê mizgeftekê. Belkî hinek xwedî wîjdan bi xêra dê û bavê xwe xwedî lê derkevin, bi pêþde bibin û ruhê Faîk Bûcak û Seîd Elçî di gorê de þad bikin.
Îcar
qerdeþim, Hezretî Þivan Herûwer wextekî çi got? Digot: „Lo we çi kir we çi
kir, we xwelî li serê xwe kir. Ma ne þerm û fedî ye, ev doza we ji bo çi ye“
zing zing zing…
Îcar ma ev ne lîztika zaroka ye sayin generalên herdu alîyên PDK-Bakur?
Piþtî tirrê kezîkurê
Kezebþewityo- 05/05/09- Bakur- Li ser bextê sîxur û ajanên me yên di nava PDK-Bakur de be, dibêjin civîna meclîsa PDK Bakur bê kuþtin xilas bûye û kesek brîndar jî nebûye. Erê destê herkesî li ser demança wan bûye û fîþek di devê demançan de di fitêzê 5an de bûye jî, lê xwedêteala sebir daye endamên meclîsê û herareta wan ji 180 derecî daketiye fîftî fîftî.

Welhasil, PDK Bakur a ku bûbû wek lîztika zarokan û wek muxtarekî Kurdistanê jî xizmet nedikir, piþtî vê civîna qirase behsa rêbaz û destûrê dike û xuyaye nû hiþê wê hatiye serê wê (heger ne derew be tabî). Ê helbet canim, heta niha zivistan bû, sur û serma bû, ma kê karîbû vê berf û baranê derkeve qadê û siyasetê bike qerdeþim, wîî! Meselen va buhar hat, dinya hêþîn bû, xweþ bû, tam dema hêlînên kewa û siyasetê ye haaaaa….
Siyaseta buharê jî tam siyasetek erotîk, xweþ û geþ e ellawekîl. Ê ji xwe zivistan sur û serma ye siyaset nabe. Havîn germ e û bêhna xwêdanê ji meriv tê dîsa siyaset nabe. Payîz demsala bohran û întîxarê ye dîsa siyaset nabe. Ma çi? Ma buhar. PDK Bakur jî tam îþê xwe zane dînime îmanime. Tam di demsala erotîk de, di buharê de rêbaz û destûra partîyê tê bîrê û dixwaze dakeve qada legal û dest bi lotik û zîtirkên komeleyatî bike.
Law qerdeþim, heta niha çima rêbaz û destûr nedihat bîra kesekî ji we babam? Ma piþtî hasil giha Mûsilê hûn biaqil bûn ha? Piranîya endamên meclîsê li Ewrûpayê goþtê mirîþkan dixwin, êh salê carekê hem ziyaret û hem ticaret herin civîna xwe bikin û dîsa vegerin lûsê xwe, ma ev bû cîgerim? Ma di rêbaz û destûrê de dibêje „divê %99ê endamên meclîsê li Ewrûpayê bin“ bavê min?
Naxwe hûnê dest bavêjin karê komelayetî û dezgehên sivîl ava bikin ha?
Wille yabo we mesele safî kir, heheyyyyy…. We çi komela li Amedê kir tirr maye dora komeleyên din. Xweþ xebere lê kî pê bawere?
Axir cîgerlerim, heger dîsa wek berê ev biryarên we têkevin qulên dîwara û bibin çîrok û çîrçîrok, ne xwe bixapînin û ne jî serê xelkê bikin þorbe. Yan wek zilaman bixebitin û 3 endaman li vê partîyê zêde bikin, yan jî dîsa wek zilaman destê xwe jê bikþînin û li ser xwîna Faîk Bûcak û Seîd Elçî kabên xwe navêjin, xelas!
Dolheraman dest avêtiye keç û jinên Kurd jî
Kezebþewityo-
15/04/09- Kurdistan- Çeteya JÎTEMê 18 hezar
Kurd wek faîlî meçhûl qetil kirin û dêqehpên Ergenekoncîyan jî xwestine 500
hezar keç û jinên Kurd qaþo hînî xwendin û nivîsandina þildim bldimkî bikin û
wan asîmîle bikin.
Derket holê ku tiliya dolheramên Ergenekonê di vê asîmîlekirinê de heye û di navbera salên 2005-2008an de tam 430 hezar keç û jinên Kurd li dibistanên Ergenekoncîyan hatine qeyd kirin. Herweha 180 hezar jinên Kurd jî fêrî Tirkî bûne û gav avêtine pêvajoya asîmîlasyonê.
Dolheramên Ergenekoncîyan bi alîkarîya UNESCO û hinek sazîyên din keç û jinên Kurd dane ber lotik û zîtirkên Tirkane da ku rojek berî rojekê wan asîmîle bikin, zimanê Kurdî bi wan bidin ji bîr kirin û koka Kurdan bînin.
Di belgenameyên Ergenekonê de eþkere bûye ku Komelên Jiyana Hemdem ên Ergeneqûnê, gund bi gund, bajar bi bajar geriyane û tevna xwe hûnane. Oxlimler pê hisiyane ku kesên zimanê Kurdî zînde dihêlin û didin jiyandin jinên Kurd in û ji ber vê jî dek û dolabên Beko ewankî li serê jinên Kurd gerandine û Kurd bera ser dê û jinên xwe dane.
Welhasil, em Kurd ji çar alî de lotikên bêîman dixwin. Siyasetmedar û qaþo rêberên me bi Tirkî diaxivin, bi Tirkî siyasetê dikin û bi zarokên xwe re bi Tirkî diaxivin, ev yek.
Gundî û rêncberên ke ketine bin psîkolojîya bêþexsîyetî û piçûkbûnê û heta di avdestxanan de jî bi zarokên xwe re bi Tirkî diaxivin, ev dudu.
Ji ber ku ruhê netewperestî bi Kurdan re çênebûye û wek mirîþka gêj li serê wan hatiye, qedr û qîmetê zimanê xwe nizanin û nizanin ku hebûna Kurdan bi hebûna zimanê wan ve girêdayî ye, sisê.
Xortên me bi keçên Tirkan re dizewicin, keçên me qirasê Tirkan berdidin ser xwe û qaþo bi navê aþtî û bratîyê koka me dikolin, zarokên me dikin wek þorba nîskê û dikin Tirk, ev çar.
Di her malek Kurd de televizyonên Tirkî qûnê li me Kurdan diqetînin û wek eroînê me jehrî dikin, ev pênc.
Flîm û rêzeflîmên Tirkî nîhane gora 101 bavê me û jinên me, kal û pîrên me bi televizyonê ve zeliqandine, ev þeþ.
Ma ne bes e? Ma ez hîna wek libên tizbîyê bidim ser hev?
Bi kurt û Kurmancî; ji alîyekî dewlet dixwaze zimanê Kurmancî ji holê rake, ji alîyekî em Kurmanc xwelîya 7 gundan li serê xwe û bavê xwe dikin û li zimanê xwe xwedî dernakevin, ji alîyekî Soranekan naxwazin Kurmancî di dibistan û zanîngehan de bê xwendin, û ya herî qûnektir jî serok, rêber û siyasetmedarên me giringîyê bi zimanê Kurmancî nadin û wek jina qehp xwe di bin zimanê Tirkî de davêjin erdê.
Heger min kêm gotibe hûn lê zêde bikin cîgerlerim….
HAK-PARê li Agirîyê lotikek qirase avêt

Kezebþewityo- 22/03/09- Agirî- Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Agirîyê be, dibêjin Partîya HAK-PARê li Agirîyê lotikek bêîman avêtiye û daye bin dûvê hemi kesî. Di pankarta HAK-PARê de wêneyê Þêx Seîd, Xalitê Cibrî, Seîdê Kurdî, Ihsan Nûrî Paþa, Seys Riza, Ehmedê Xanê, Elîþêr û Zarîfe xanim wî hebûn. Ne tenê pankart, lê sloganên HAK-PARê jî Kurd û Kurdistanî bûn û sloganên wek "Bijî Azadîya Kurdistan" û wekî din.
Welhasil, birastî dilê min hat sotin, çavê min tije hêsir bûn û kurmik di laþê min de çûn û hatin. Di vê dema ku partîyên me qet behsa azadîya Kurdistanê nakin, HAK-PAR radibe li meydanê slogana azadîya Kurdistanê davêje û pelûlê bi serê kerr û lalan dadike.
Axir, dîsa li
ser bextê xelkê be, li gor ku li ser tenûrên bajêr tê gotin, dibêjin HAK-PARê 3
hezar kes kom kiriye û govenda azadîyê girtiye. Tew hinek li ser telaqê xwe sûnd
dixwin ku 10 hezar kes bûn, hinek jinên xwe berdidin û dibêjin "ellawekîl
hema hema 100 hezar kes hebûn lo" û pesnê lotika HAK-PARê didin.

Lê mesele ne 3 hezar yan 10 hezar kes in cîgerlerim. Mesele cesaret û gavavêtin e. Mesele hebûna li meydanê ye. Heger rêxistinên me roja pêþî ji meydanê nereviyana û daketina meydana þer û cengê, wê îro halê me ne ev hal bûya û wê pepûk û kundan li ser þikêrên me nexwendina.
Gavavêtin gava yekem e. Îsal 3 hezar, sala bê dibe 6 hezar û çend salên din jî bi sedhezanan Kurd ji temara mirinê vediciniqin û tên ser hiþê xwe. Ma her roj tirþik nayê xwarin, helbet wê rojekê Kurdên bakur doza xwarina goþtê mirîþkan jî bikin û ji wê mîrata tirþikê xelas bibin lo..
Welhasilî kelam, ez wek Kezebþewityo, Kezebperityo û Kezebjihevdeketyo vê lotika HAK-PARê pîroz dikim û mîrkutên xwe li nav serê partîyên din dixim.
