Lotikxane

 

 

Lezgîn Þêxo

 

 

Kurmê darê ji darê ye

 

 

Terzî û yê dîn

 

Zilamê dîn, perçê qumaþê xwe ji kîs derxist û danî ber ê terzî û got: „Binêr birako, tuyê ji vî qumaþî ji min re çakêtekî çêke. Lê divê çakêtê min ne teng û ne fireh be, zendkên çakêt ne kin û ne dirêj bin, yaqa (berstuk) çakêt ne qalind û ne zirav be, bêrîkên wî ne biçûk ne jî mezin bin“ û her daxwazên xwe didomîne.

 

Yê terzî gelekî jê aciz bû û jê re got: „Bise, bise birako! Min hemi fêhm kir, lê te negot bê qulpokên çakêt bela çawa bin?“ Lê birako qet mitala nek, ezê qulpikên çakêt jî wek serê kî....ê xwe mezin çêkim baþ e?“

 

Yê dîn piçekî ma ,lê vegerand û got: „Baþ e, baþ e, lê qulên qulpokan jî bela wek qu...ê dîya te fireh bin ha!“

 

Îcar hay ji xwe û dîn û terzîyan hebin gelî xwendevanan.

 

23.12.2009

 

 

 

 

Xwedêyo!

 

Li Kurdistana Surî, li herêma Cizîrê du devok hene. Alîyek Xerbî, alîyê din jî Aþîtî ne. Herdu alî qerfa davên hev û li ser hev pêkenokan dibêjin.

 

Dîsa li Kurdistana Sûrî, ji ber ku piranî hatina wan a aborî ji erdê ye, mesela mûsim û baranê pir mihîm e.

Îcar dibên yekî Aþîtî ji xwe re qundirak nû kirîye, qundira xwe dike lingê xwe û derdikeve der. Dibe danê êvarê, dibê ka ezê herim nav zevîyê xwe bê ka rewþa zadê min çawaye.

 

Digihije nav zevî, li zad dinere ku revþa zad gelek xerab e. Ji zû ve baran nehatiye, zadê wî li ber hiþkbûnê ye. Gavekê naçe dibîne dibe sîqsîqa ewran û peþkê baranê tên.

 

Zilam li jor dinere û li qundira xwe dinere, nema zane wê çi bike. Hema destê xwe ber bi jor vedike û dibê:

- Ya xwedê yo! Ezê dua bikim û bêjim bela baran neyê wê zadê min hisk bibe, ez dua bikim û bêjim bela baran bê wê qundira min þil bibe û hemi bibe herî. Ez nema  zanim bê çi bikim! Ya xwedê yo! Hema tu ruhê min bistîne û min ji vî ezabî xelaske û hew.

 

De îcar heyran, weke yê Aþîtî li me hatîye, em nema zanin çi bikin!

 

Em bi kuþtina heft eskeran kêfxwes bibin, em bi girtina DTP aciz bibin, ji bona 17 santiman derkevin kolanan canê xwe bidin, ka bêjin bê em çi xwelîyê li serê xwe bikin?

 

De yarebî!  Ji bo Kurdan çi bi xêr be tu wê bike û hew. Helbet ger xêr tê de mabe..

 

14.12.2009

 

 

 

 

Texmîna doktor 

 

Du doktor ji xwe re li sûkê digerin. Li pêþiya wan zilamek weke kulekan dimeþe. Meþa zilam bala herdu doktoran dikþîne. Dinęrin ku zilam xweþik nikare bimeþe, zilam weke ku kulek be, hêdî bi hêdî dimeþe.

 

Doktorek ji yê din re dibê: Ger ez bim û li gora zanebûna min, ev  zilam ji ber êþa piþtê nikare xweþik bimeþe.

 

Doktorê din dibę: Na ger ez bim û li gora zanebûna min, ne ji piþtê ye, ji êþa ling nikare xweþik bimeþe.

 

Doktorê din dibę: Ê ka were emê jê bipirsin bê ka êþa wî ji ku ye.

 

Digihijin zilam, silavê lê dikin û doktorek ję dipirse: Heyran em herdu doktor in, em dibînin ku tu xweþik nikari bimeþi, min got ez texmîn dikim ev nikarîbûna te ji ber êþa piþtê ye, hevalê min got na ez texmîn dikim ji êþa ling e. Ka ji me re bêje bê texmîna kê ji me rast e.

 

Zilam ji textor re dibê: Heyra bi xwedê ev meþa min ne ji êþa piþt ę û ne jî ji ya ling e. Texmîna we jî weke ya min ne rast e.

 

Doktor li hev dinęrin û yek ji wana ji zilam dipirse: Ê heyran ka bêje bê texmîna te cibû?

 

Zilam dibê: Heyrana we, texmîna min jî min digot qey wê tenę fis be, min nizanîbû wê gû jî pê re derkeve.

 

( Çima tu nabê zilam bi xwe de gû kiriye û ji ber wê nikare bimeþe)

 

Îcar hûn jî hay ji xwe û tirr û fisan hebin gelî xwendevanan. Nebêjin fis bêdeng in haa, hew we dît derpî bi we da dagirtin ellawekîl…

 

20/10/09

 

 

 

 

    Fileh û tirr

 

Zilamê fileh di sevbêrkê de di navbera duduyê musliman de rûnistiye. Þevbêrk germ bûye, herkê (herkes) ji xwe re li ser tiþtekî diaxive. Ji niþkê ve ji alîyê ku ê fileh rûniþtîye dengê tirrekê bi deng tê, deng ji civatê dibile û hemu li alîyê wan dinêrin.

 

Ji fedya xwêdan bi ê fileh dikeve. Li vî alî, li wî alî dinere kes li xwe tap nake. Ê teniþta wî radibe û dibê:

-Mêja min li min çû, ka secadê ezê limêj kim  

Û rabû li mêj kir.

 

Wîna mêja xwe xelas kir, ê li teniþta wînî din jî got:

- Filankes, sicadê raneke ezê jî limêj kim

Û rabû wî jî limêj kir.

 

Ê fileh dît ku herdukê misliman bi mêjê xwe ji tirrê xelas kirin, (ger herdu limêj dikin tê mana ku bi destmêj in û tirr nekirine) û tirr ma di stuyê wî de, hema ê fileh rabû ser pîya û got:

 

-Wê sicadê ji erdê ranekin. Ya civatê hemu li min binêrin, bi navê xwedê niha li ser destê we ezê bibim misliman û ezê rabim limêj kim jî. Lê ez vê tirra bêîman di stuyê xwe de nahêlim, ihii!

 

Îcar birano, gellek Kurdên me tirrên bêîman dikin, lê dixin stuyê heval û hogirên xwe û mêrikan li xwe danaynin li tirrên xwe xwedî jî derkevin. Hem jî bi navê rêvebir, serok û rewþenbîrîyê wan tirrên qirase dikin ha.

 

Ya starrrrrr law, madem hûn bi qûna xwe nikarin barî li tirra xwe xwedî derkevin bavê min, wey!

 

01/10/09-

 

 

Dimsa Mêrdînê

Apê xelil digot: Dema berê em feqîr bûn, me êzing ji vir (gund) dibirin heta Mêrdînê jibona firotinê.Wê caxê tirimpêl tunebûn, me êzing bi keran dibirin. Rojekê min û hevalekî xwe me kerê xwe bar kirin û em çûn Mêrdînê, me li wir êzingên xwe firotin. Em daketin sûkê me ji xwe re pêvistîyên xwe kirîn û pistre em çûn firinekê, me heryekê çend nanê firnê jî ji xwe re kirîn.

 

Me bi hefsarê kerên xwe girt û em ji nav Mêrdînê derketin. Li dawîya xanîyan em sekinîn, me kerê xwe bi darekê ve girêdan û em li ber dîwarê xanîkî rûnistin. Me nanê xwe li ber xwe danî û em nanê xwe dixwin. Me dît deryê malê vebû, kecikek 10-12 salî derket ber derî û li me temaþe dikir.

 

Me dît kecik hat cem me û got: „Xalo, ez ji we re dimsê bînim hûnê bi nanê xwe re bixwin“.  Min û hevalê xwe me li hev nerî, me got erê weleh lawo tu bîne emê bixwin.

 

Kecik çû hundir û hat, zir tasek tije dims anî li ber me danî û got:

“ Keremkin bixwin!“

 

Ez û hevalê xwe ketin ser û me di binî de bang da.

 

Keçikê got:“ Xalo ka tasê, ezê dîsa ji we re dagrim“.

Tasek din anî, em ketin ser wê jî em dixwin. Hindik maye ku em wê jî xelaskin. Keçikê got: „Xalo bixwin, ezê dîsa ji we re dagrim“.

 

Hevalê min got: „Lawo tu wê dimsê  ji me re tîne, ma wê dîya te yan malîyên we bi te de nexeyidin?“

 

Keçikê got: „Na xalo bi min de naxeyidin. Ji xwe menê ev dims birjanda!“

 

Min got: „Çima?“

 

Keçikê got: „Xalo miþkek ketibû galonê dimsê û di navde miribû!“

 

Min got: „Çiiiii, miþk di navde miribû? Niha dimsa ku miþk di navde miribû te ji me re dianî?“

 

Hevalê min ji hêrsa hema rahiþt tasê û li erdê xist.

 

Min dît kecikê xwe avêt tasê û got: „Bise xalo tasa me neþkîne, ew tasa kûçikê me ye. Em avê tê de didin kûçikê xwe!“

 

Me li hev nêrî û min got: „Çiii? Niha him dimsa go miþk di navde mirî û him jî di tasa kûçik de te daye me?“

 

 Hema me kerên xwe ji darê vekirin û bi revî revî me ji Mêrdînê bazda!

 

Îcar ger carekê rîya we bi Mêrdînê keve, hayê we ji we hebe qurban. Tucaran dimsê ji destê kesî negrin…

 

13.09.09

 

 

 

 

 

Kemal Bûrkay û Mûsa Anter jî kirin Tirk hayhoooo !

 

Gelî xwendevanan, gelo we bihistîye?

 

Li gora nûceyek di rojnama Tirk Hürîyetê de, xwedê negiravî cend Profesorên Tirk lêkolînek cêkirine. Li gora vê lêkolînê,eþîra ku siyasetmedar Kemal Burkay û eþîra Xalê Mûsa Anter þaxek ji Tirkmenanin û li gora vê lêkolînê dibêjin Kemal Burkay û Mûsa Enter jî Tirk in.

 

De îcar yabo, de were vî kerî bi vî kurtanî derbaske.

 

Heta niha me digot qey  dostên meyî Tirk tunene. De îcar ji xwe re lê binêrin, rehmetî xalê Mûsa weke yekî Tirk 74 sal jîyana xwe di ber mafê Kurdan de derbas kir û heta ji bo Kurda jî hate qetilkirin. Û dîsa Kemal Burkay jî weke yekî Tirk, ji bona mafê Kurda partî ava kir û jiyana xwe di kar û xebata Kurdayetî de di kocberîyê de derbas kir.

 

De ka bêjin babam, kî kare vî karî ji kêre bike ha? Kîjan yekî Kurd ji îro pêve bêjin Tirkên baþ û dostên me tunene, ezê kirasê xwe biqetînim! Divê em ne ewqas nankor bin bavê min. Ma ji wiha bêtir karin çi ji Kurdan re bikin?

 

Werhasil,  îcar em nizanin wê Kek Kemal di derbarê vê nûçeyê de ci bêje. Li gora ku em wî nasdikin, wê ligora islûbê xweyî nermik bi ilmî û zanyarî vê lêkolîna wan profesoran, bike gilokek gû(haþayî we û wî) û wê di devên wan ke. Xalê Mûsa ji xwe çûye rehmetê nikare bersiva lêkolîna wan bide. Lê li gora ku em wî jî nas dikin, ger sax ba wê ji xwedîyê vê lêkolînê re tenê wiha bigota: „Ez di dîya derevçîya nim!“

 

Rojekê Rojnemavanek Elman ji xalê Musa pirsî:

 

-Tirk dibên Kurd tunene, ewana Tirkên çîyê ne, tu di derbarê wê de çi dibêji?

 

Xalê Mûsa got: Ger ez Tirk bama, minê þevekê xewnek bi Tirkî bidîta.

 

Bela gora te bihist be xalê delal….

 

31/08/09

 

 

 

 

Welatparêz

 

 Zilamek rêwî, digihije gundekî û lê dibe êvar. Li deryê malekê dixe, jinikek derî vedike

Zilam dibêje: „Êvara we bi xêr xwakê, ez xerîb im, hûn mêvana nahewînin?“

 

 

Jinik dibê: „Mêvan mêvanê xwedê ne, cawa em nahewînin, keremke derbasbe“.

 

Zilam derbasî hundir dibe rûdinê, jinik jê re qedir digre, xwarin û vexwarinê didiyê. Zilam bîhna xwe vedide, pistî gavekê ji jinikê dipirse: „Xwakê ka zilamê te kengî tê malê?“

 

Jinik dibê: „Zilamê min tune, ez tenê me“.

 

Zilam dibê: „Wê çaxê cênabe ez li cem te bimînim, ezê rabim herim malek din“.

 

Jinik dibê: „Çênabe tu here, ez û tu tenê ne, emê þevek xwes bihevre derbas bikin“.

 

Her jinik xwe nêzîkî wî dike, zilam xwe dûr dike, jinik dike nake zilam nêzîkî wê nabe û dibê xwakê ez însanek welatparêz im, cênabe em destdirêjayê bikin.

 

Jinik dibîne çare tune, cîhê wî datîne û dibê keremke welatparêzo razê.

 

Zilam radizê. Sibê radibe jinik jê re taþtê çêdike û li hewþê jê re datîne. Zilam taþtê dixwe, dibîne di hewþa jinikê de pênc þeþ dîk û tenê mirîþkek wê heye. Ji jinikê dipirse: „Xwakê yên xelkê dîkek e û gelek mirîþk in, yê te çima gelek dîk in û tenê mirîþkek e?“

 

Jinik dibê: „Ma ez çawa bikim, ji bona mirîþka xwe  min çend dîk anîn lê mixabin hemi wek te welatparêz derketin“.

 

Îcar brê min, me bi vê welatparêzîya xwe malik li xwe xira kir ellawekîl.

 

Di 1071ê de me derîyên Kurdistanê ji Alparslanê Tirk re vekir, me go de em welatparêz û mirovhez in, xem nake. Me Kurdistan belaþ da wan û ew kirin mîr û wezîrên ser serê xwe, me go de xem nake em welatparêz û bratîxwaz in. Me alîkarîya beton Misto kir û welat ji Yewnan û Rûman xelas kir, me go de em brayên hev in xem nake. Me bi salan da dû qûna çepên Tirk û em ji fikar û hizra Kurdistanî bi dûr ketin, me go xem nake em welatparêz û mirovperwer in.

 

 Û wan? Wan li himber vê qencîya me çi kir?

 

Bersiva vê pirsê jî hûn bidin babam, wîî!

 

25/08/09

 

 

 

Xalê Emîn û Fotbol

 

Tiþtê ku hatiye serê Diyarbakirspor bela neyê serê gurê serê çiya. Ne lîztikvan û ne antrenor hemu jê revîyane û bûye wek denê vala. Berya cendakî heval û dostin li me geryan, ji me xwestin û rice kirin ku em antrenorekî Kurd ji bo Diyarbakirsporê pêde bikin. Me jî rica wan neþikenand û bi hemû derfet û imkanên xwe dest bi pêdekirina antrenorekî Kurd kir.

 

Me delêlî berdan nava kolanên gund û bajarên Kurdistanê. Ha li vir û ha li wir, bi þev û bi roj em li antrenorekî Kurd gerîyan.

 

Ez serê we neêþînim, dawîya dawî me saloxa yekî girt. Li gora saloxan, digotin ev kes di warê fotbolê de gelek zana, jîr û jêhatî ye. Ne Maradona û ne jî Kilinsmann nayên kaboka wî. Ev kes ji herêma Omerya ye û navê wî xalê Emîn e.

 

Lê mixabin ewqas tehb û keda ku me da hemu bi avê de çûn.  xalê Emîn ji zû ve rehmetî bûbû.

 

Xalê Emin dixwest ku teoriya fotbola klasîk biguherîne û sîstemek nuh ji fotbolê re deyne. Lê mixabin temenê wî têrê nekir.

 

Xalê Emîn qey rojekê ji gund dice bajêr. Ew û hevalekî xwe ji xwe re  li bajêr digerin, dibînin ku li meydanekê milet top buye û li tistekî dinerin. Ew jî meraq dikin û dibên ka hela werin bê ka ew hemu li çi dinêrin. Ew jî dikevin nav temasevanan û dibîne ku paznde bîst xort li meydanê dilîzin û gel jî li wan temase dike. Bala xwe dide wan ku paznde bist xort in, tenê gogek e û hemu bi dû wê gogê de baz didin. Tibabekî dinere lê tistekî ji lîstika wan fahm nake. Radibe ji xortekî tenista xwe dipirse:

 

-         Xorto ev ci dikin, cima hemi bi dû wê gogê de baz didin?

-          

Yê tenistê dibê:

-         Xalo ew bi fotbolê dilîzin.

 

Xalê Emîn: Îcar fetbal çiye law?

 

Xort: Bi goga lingan dilîzin xalo.

 

Xalê Emîn dibê: Baþe ma cima tenê gogek e?

 

Xort dibê: Ev lîztik tenê bi gogekê tê lîztin xalo.

 

Xalê Emîn bi pîyê hevalê xwe digre û dibê:

 

- De were em herin lo, dev ji wan ehmeqa biqere. Di diya xwe kira weke kera ne, hemi bi dû gogekê de bazdidin. Heryekê bela ji xwe re gogekê bikire û pê bilîze, ma çi hemi bi du yekê ketine.

 

Hevalê wî jî dide dû û dibê: Bi xwedê xebera te ye.

 

Îcar weke me li jor gotibû, temenê xalê Emîn têrê nekir û çû rehmetê. Yan na dibe ku îro fotbol ne bi gogekê lê bi bîst û du gogan bihata lîztin

De rehma xwedê lê be û cihê wî bihist be.

 

Va me teorîya wî eþkere kir, înþalah pisporê fotbolê wê vê nezera wî ber bi cav bigrin.

 

09/07/09

 

 

 

 

Mesela Etar û Rojîn

 

Dema berê etar(çerçî) hebûn. Etara malê xwe li qantir an kerê xwe dikirin û  gund bi bigund digerîyan, malê xwe difrotin.

 

Rojekê yekî etar li gunda digere, digihije nêzîkî gundekî, rastî xortekî dibe. Silavê li xort dike, xort jî xêrhahatina wî dike, Etar li ser û binê xort dinêre, dibîne kincê li xort hemû rizyayî û qetiyayî ye. Di dilê xwe de dibê „xuyaye ji zûve etar nehatine vî gundî, balê wê malê min li vî gundî baþ bê firotin“ û kêfa wî tê.

 

Xort jê dipirse: Xalo, tu çi difroþe, malê te çiye?

 

Etar dibê: Xwarzê barê min pertel e (kinc û ber). Xwarzê, ma ez herim gund gelo wê malê min bê firotin?

 

Xort dibê: Wehhhhh, çava nayê firotin xalo, ê min bixwe ji min re ne lazim e, lê tu here gund welehî wê malê te hemû bê firotin.

 

Hema Etar hêdîka serê kerê xwe digre, berê kerê dizîvirîne, piþta xwe dide gund û dimeþe.

 

Xort dibê: Xalo xalo, rîya gundê me ne di wira re ye.

 

Etar dibê: Ez narim gundê we xwarzê.

 

Xort dibê: Çima xalo?

 

Etar dibê: Ma ne çima xwarzê, ma ezê belasebeb herim çi? Kincên li te rizyayî, qetiyayî û hemû bûne terterîþî. Tu dibê ji min re ne lazim e, ma ji te re ne lazim be û ku tu nekire îcar wê ji kê re lazim be û wê kî bikire?

 

Îcar ev jî mesela Rojîna me ye.

 

Te di diya xalo kutayê, yên ji Kurdîtîyê fêde kirine, ne ew kesên li serê cîya, ne kesên di heps û îþkenca de, ne kesên ku mal, zarok û gundê xwe winda kirine; yê bi Kurdîtîyê meþûr bûne û bi mesela Kurdîtîyê nanê xwe dixwin tu û yên weke te ne. Ger Kurdîtî ji te re ne lazim be ma wê ji kê re wê lazim?

 

Lê ne sûcê te ye,  ger serokê me yê sererd û binerd, Kurdîtîyê ewqas bixîne, ger kesên berê serok, rêvebir, berpirsyar û qadirên rêxistinan bûn îro li mala xwe rûnin û ji Kurdayetîya xwe birevin, wê yên weke te jî helbet van gotinan bêjîn.

 

De hema tu bi xulama Ehmed Kurdî be û çi Kurdê ku ji Kurdîtîya xwe bireve bi qurbana Simeîlê dîn bin û hew……

 

23/06/09

 

 

 

 

 

Mesela mûlidê

 

Gelî xwendevanên Lotikxanê!

 

Weke ku hûn jî dibînin, ev cendake ku min ji we re pêkenok nenivîsîne. Ez zanim niha hûn dixwazin sebeba wê dizanibin. Heyaran sebeba wê ne ji min bû. Sebeb ji Midûrê me yê Lotikxanê bû!

 

Ez û wî li telê hev ketibûn. Mesela me li ser meaþ bû. Min jê xwest ku hinekî li meaþê min zêde bike, wî jî digot: „Ji ber niha qirîza navnetewî heye, ez nikarim meaþê te zêde bikim“.  Aha ji bo wilo em li telê hev ketibûn ellawekîl.

 

Neyse, mala Obama ave, doh careserî ji General Motor re dîtin, bi wêna re mesela me jî hal kirin û ez jî dîsa li karê xwe vegerîyam û hûn ji min re sax….

 

Berya cendakî em li civatekê bûn. Di civatê de henek û kêf hebû. Pistî gavekê zilamek navser kete hundir, civat hemi em ji ber rabûn û gotin ahlan û sahlan xalê Ehmed!

 

Me xêrhatin tê de da, cîh jê re vekir, ew jî li cîhê xwe rûnist. Mervê tenista min bi dizî ji min re got: „Bêje xalê Ehmed bê ka mesela teyî mûlidê cawa bû“.

 

Gavek derbas bu, min got: Xalê Ehmed ev mesela mûlidê çawa bû?

 

Li min zivirî û got: Mesela mûlidê xwarzê?

 

Min got:Erê mesela mûlidê.

 

Got: Xwarzê, bavê min miribû.

Me got: Rehma xwedê lê be.

  

Got: Em berê gelekî feqîr bûn. Pistî mirina bavê min, me got emê jî weke xelkê mûlidekê li bavê xwe bidin. Bizinek me hebû, ez rabûm min bizin serjê kir, malîya hûr kir û avêtin ser êgir. Ez jî ketim nav gund û min gundî pê hisandin ku êvarê werin ser mûlidê.

 

Bû êvar, gundî hatin me xwarin danî û mele jî hatiye ku li ser bixwîne. Ez jî li tenista melê rûnistî me. Mele dest bi xwendinê kir û mûlid xwend. Ji ber ku bi Erebî bû, min bixwe tist jê fêhm nedikir. Mele xwendina bi Erebî xelas kir îcar bi Kurmancî destpêkir û got: „Yarebbî, ev mûlid li ser ruhê pêximber, eshabe, ewlîya, sêx û miþayi“" û her mele dirêj dike. Hema min bi destê wî girt û min got: „Seyda ez dexîlê te êdî bes e, bisekine. Mele sekinî, li min nerî û got xê re çi bû? Min got: „ Ya seyda, ez qurban! Me bizinka xwe ji devê zarokên xwe qut kir, me got emê li bavê xwe bidin ku xêrik ji bavê me re here. Te ewqas kes kirin sirikê bavê min, ku ev xêra vê mulidê ji hema re here, ka ji min re bêj bê wê îcar ci kîrê te bigihê bavê min ha!?

 

Îcar ev jî mesela me Kurda ye heyran.

 

Heger em di siyaset, bazirganî û hema di her lotikên jiyanê de xelkê bikin þirîkê xwe, wê çi kîrê we ji me re bimîne yabo?

02/06/09

 

 

 

 

 

Rawestandina þer û gundî

 

Xuyaye ji bona bêþekkirina PKK ê xebat û tevger hêdî hêdî xurt dibin.Van rojên pêþya me li ser vê mijarê pir axaftin, gengeþî û þirove wê bên kirin. Ev kesên ku bi vê meselê rabûne û xwe dane ber vî barî, Xwedê teba karê wan be. Birastî jî karekî pirr giran dane ser milên xwe. Ji ber ku ji bona bêþekkirinê kesên werin qanihkirin, ne tenê serok, reîs, paþe û generalên PKK ê ne, ji xeynî wan gelek kes û alîyên din jî hene ku divên bên qanihkirin. Evana jî gelek in.

 

Ji wana, ez dikarim yekî bi we bidim naskirin. Ev yek gundîkî me yî Omerî ye. Ez zanim niha hûn dibên çi elaqa bêçekkirina PKK û gundîyê Omerî bi hev heye? Na wilo nebêjin, ka ezê ji we re mesela wî binivîsînim û hûn dûra biryara xwe bidin.

 

Di destpêka salên 1990î de, PKK ê biryarek derxist ku her serê malê divê çekek wan hebe. Yê ku tunebe jî divê yekê bikire. Rebenê gundîyê me yî Omerî ne çeka wî û ne ji bo kirînê perê wî heye. Eman, zeman dike nake wîna dieciqînin dibê “divê tu bikire”.

 

Rebeno çêlekek wî heye, radibe çêleka xwe dibe bajêr difroþe û bi perê wê ji xwe re keleþkovekê dikire û tê datîne mal. Di navberê de demek derbas dibe, þevekê yê gundî tê oda gund þevbêrkê. Dibîne radyo pêxistîye û civatê hemi guhê xwe dane ser lê guhdar dikin. Zilam jî li cihekî rûdinê, rebeno bi Tirkî jî nizane, ji yê teniþta xwe dipirse:

 

-Xêre, dîsa cçi qewimîye lo?

 

Yê teniþtê dibê:

 

- Li gora xebera, wê heval agirbesê bikin.

 

Zilam hinekî dimîne, di xwe difikire û tiþtekî ji gotina yê teniþta xwe fêm nekir. Dibê:

 

- Kuro îca agirbes çîye?

 

Dibêjin agirbes, yanî wê heval þer bisekinînin.

 

Gundî hema ji cihê xwe radibe û bi dengekî bilind dibê:

 

- Hema bi telaq ez qebûl nakim!

 

Civat hemi bê deng dimînin û lê dinerin. Yek ji nav civatê dibê:

 

- Tu çi qebûl naki?

 

 Gundî dibê:

- Ez sekinandina þer qebûl nakim.

 

Çima law?

 

- Ma ne çima? Çêlekek min hebû zarokê min þîr û mastê wê dixwarin. We bi min da firotin û we got emê þer bikin. Îcar ku min çêlek firot û çek kirî, îcar niha hûn dibên wê þer bisekinînin. Berî ez çêlekê bifroþim bela þer bisekinandina wîî! Bi telaq piþtî cçêleka zer, PKK bisekine jî ez nema disekinim û ez qebûl nakim, ihii!

 

Îcar gelî kesê ku bi vê meselê rabûne, heyrana çavê we, ger hat ser mesela bazarê, çêleka gundîyê me nî Omerî jî ji bîr nekin ha!  

 

20/03/09

 

 

 

Pêxwas

Zilamek gundî, ji bona hewcedaryên mala xwe bikire dice bajêr. Li bajêr çawa ji tirimpêlê dadikeve, deh gava naçe xortek bi pêrgî ve tê û dibê: “Wey ahlan, wey sehlan, ser sera û ser çava, wey tu bi xêrê hatî xalê Hesen!” û xwe davê destê wî û maçî dike.

 

Zilam di cihê xwe de dimîne sekinî, li xort dinêre wî nas nake. Zilam dibê: “Xêra xwedê li te be, lê lawo ez te nas nakim û ya din jî tu þaþî, ez ne xalê Hesen im”.

 

Xort dibê: “Çawa tu ne xalê Hesene xwedê jê razî, ma qey ez te nas nakim, tu destbirakê rehmetyê bavê min e. Belkî tu deh caran hatîye mala me, ma qey ez te jibîr dikim xalê Hesen!”

 

 Zilam her dibê ez ne xalê Hesen im, xort dibê belê tu xalê Hesen e. Dike nake xwe ji destê xort xelas nake.

 

Xort dibê: “Xalê Hesen, tu ji gund tê, ez zanim tu niha bircî ye. De ka were pêþî em herin xwarinxanê xwarinekê bixwin û dûra emê herin mala me. Wê malî jî bi hatina te kêfxwes bibin”.

 

Xort bi destê zilam digre û dibe hundirê xwarinxaneyek gelekî xwes, li ser masakê rûdinên û bang li xwaringer dike û dibê:”Heyran mêvanê min gelek bi qedr e, çi xwarina we ya xwes hebe ji me re bînin”.

 

Xwaringer xwarinê dikþîne, ser masa wan tije xwarin û vexwarin dike. Xort dibê: “De xalê Hesen kerem bike”.

 

Rebenê zilam di jîyana xwe de ewqas xwarin nedîtî ye. Herdu dikevin ser xwarinê heta ku zikê xwe dikin def. Xort radibe dibê:” Xalê Hesen, ezê herim destê xwe biþom û bêm, emê rabin herin malê”.

 

Xort dice, zilam jî bi darika ber diranê xwe pakij dike û li benda xort e. Hinekî dimîne xort nayê, gavek din diçe hîn jî xort nexuyaye, radibe bi dû de diçe destþokê li xort digere xort nabîne.

 

Ji yê xwaringer dipirse dibê:” Xwarzê, hevalê min çû destþokê û venegerya, te wî nedîtî ye?”

 

Xwaringer dibê heyra hevalê te berya nîvseetê di deryê din re derket û çû.

 

Zilam jî berê xwe dide derî ku derkeve here, xwaringer di piþt wî re bi cakêtê wî digre û dibê: “ Xalo tê here ku?”

 

Zilam dibê: “Ezê derkevim herim”.

 

Xwaringer dibê: “Heqê xwarinê bide û dûre here. Ma tu jî nede wê kî heqê xwarinê bide xalo?”

 

Zilam dibê: “ Heyra ez mêvanê xwarzê bûm, ma wî heq nedaye?”

 

 Xwaringer dibê: “Na bavo, dayîna çi?”

 

 Zilam dibîne ku tu çara wî tune, destê xwe davêje bêrîkê perê qutê xwe derdixe, him dihejmêre û him di ber xwe de bi behc dibê:

“Min got lawo ez ne xalê Hesen im digot belê tu xalê Hesen e, min got kuro ez ne xalê Hesen im, digot belê tu xalê Hesen e.  Aha bi vî serî, zêdî bîst caran min jê re got, binêr ez ne xalê Hesen im”. 

 

04/03/09

 

 

 

 

 

Mala te ava Ehmedê mala Sînan

Xwedê wekîlê min û we be, axaftina bi Kurdî ya Ehmedê me di meclîsa Tirkan de kir, weke ku meriv li Enqerê bombayek atomê biteqîne û deng veda.

 

Ji tesîra vê axaftinê meclîsa Tirka hilweþiya û kevir li ser kevir nema. Ev axaftin bû wek bahoz û icacok û li temamê Tirkî û Kurdistanê bela bû. Mejîyê Tirka tevlihev kir, weke ku vîrûsek têkeve nava kompyûterekê.

 

Mala te ava Ehmedê mala Sinan. Eva lotikek gelek baþ û Kurdewarî bû. Em hêvîdarin ku hûn van lotikan berdewam bikin. Ger ku lotikên we Kurdewarî bin, wê hemû Kurdên dilsoz jî piþtgirîyê bidin we. Weke TEVKURD û HAK-PAR ku bi daxuyanîyên xwe piþtgiri dane we.

 

Em jî wek pêþmergeyên Lotikxanê, wê lotika we pîroz dikin cîgerim.

 

26/02/09

 

 

 

 

Herdu jî eynî gû ne

 

Min got her kekê me Bavê Ronahî dest bi pêkenoka li ser îsotên Ruhayîyan kirîye, yeke min jî heye ezê ji we re binivîsînim.

 

Dibên rojekê zilamekî Tirk li Ruha dice xwaringehekê, li ser maseyekê rûdinê û xwrarinê ji xwe re dixwaze. Yê xwaringer xwarina wî tîne datîne ber û diçe.

 

Zilam dest bi xwarinê dike, pistî gavekê bang xwaringer dike û dibê: “Garson, bana bir kaç bîber getirirmisin (Garson, tê çend îsotan ji min re bîne)”.

 

Xwaringer bang li hevalê xweyê hundir dike û dibê: “Ûla Mihê, beyefendiye birkaç îsot getir oxlim (Kuro Mihê, ka ji beg efendî re çend isotan bîne law)”.

 

Zilam hema radibe ser xwe û dibê: “Yok yok, ben îsot istemedim, bana bîber getir (Na na min îsot nexwestiye, ji min re bîber bîne)”.

 

 Hema ê xwaringer îsota ji dest Mihê digre û davêje ber zilam û dibê: “Ê de al yê lo, ikisi de ayni pox tir ( Ê de hi bixwe lo, herdû jî eynî gû ne)”.

 

11/02/09

 

 

 

Mala xwedê

 

Min di nivîsa berê de Ehmedûnê bi we dabû naskirin.Min gotibû xiberok, bêhnteng û xurifî bû.

 

Li gundê me bi navê Elikê Hilwa zilamek heye. Elî yekî pir henekcî ye, ez bawerim ku ew xwedî îmkan ba û xwendevan ba, wê hunermendekî bi nav û deng jê derketa.

 

Elîkê Hilwa rojekê serpêhatîya xwe û Ehmedûnê ji me re got.

 

Rojek havînê ye, dinya germ e. Elîkê Hilwa dibê “ ezê herim mizgefta gund di bin perwana wê de ji xwe re hinekî razêm, niha hundirê mizgeftê hênik e”.

 

Elî diçe dikeve hundir, dibîne ku Ehmedûnê û sofî Xelîl li teniþt hev, di bin perwanê de xwe dirêj kirine û ketine xew. Elî ji xwe re dibê “ka ezê asaqa di serê wan de bikim”. Ji bona ku wî nebînin, Elî xwe dike ber stûna hundir û darê di destê xwe de bi hêdîka di qûna  Ehmedûnê de radike. Ehmedûnê ji xew vediciniqe, li qûn rûdinê, li dora xwe dinere kesî nabîne. Tenê Sofî Xelîl e, ew jî di xew de ye.

 

Ehmedûnê hinekî disekine û dîsa serê xwe datîne. Elîkê Hilwajî hinekî dimîne, darê destê xwe di ber stûnê re dirêj dike û dîsa di qûna Ehmedûnê de radike.

 

Ehmedûnê hema radibe ser xwe, radihêje kopalê xwe û kopalekî di newqa Sofî Xelîl dixe û dibê: “Min di qebra hezar bavê te nîho, ev tu çi diki law?”

 

 Sofî Xelîl jî rabû ser xwe û ji Ehmedunê re got: “Ê di qebra bavê te ne ez im, ma min çi kirîye” û bi hev digrin.

 

Hema Elîkê Hilwa ji piþt stûnê derdikeve û dikeve nav wan, wan ji hev dike. Her yekî  dibe alîkî û berê xwe dide Ehmedûnê û dibê: “Hecî Ehmed, ma ne eybe ? Hûn herdu mezin in, tu hecî ye ew jî sofî ye. Hûn li hundirê camîyê ne, ma ne camî mala xwedê ye, ma meriv di mala xwedê de xeberan dide?”

 

Ehmedûnê li Elîkê Hilwa dinere û bi behc dibêje:”Êêhh de ji xwe re lê binêre, de bela di mala xwedê de yek di te ne, min dît ku te deng nekir û te xiber nedan!”

 

06/02/09

 

 

 

 

 

Ehmedûnê û Denîz Baykal

 

Li ser kanala televizyona TRT6, him di nav Kurdan de, him di nav Tirkan de pir gengeþî çêbûn. Hinekan baþ dîtin, hinekan xerab dîtin, hinekan him baþ him xerab dîtin. Herkesî li gora xwe þirove kir û raya xwe gotin.

 

Di nav van gengeþiyan de ya helî balkêþ ya serokê CHPê Denîz Baykal bû. Ew li dijî vê kanalê derdiket û digot “çênabe perên heftê milyonî ji bo grûbekê bê xerckirin”.

 

Ev Denîz Baykal qaþo demokrat e, pêþverû ye û serokê partîyek çep e.

Îcar Deniz Baykal çiye ne çiye ez serê we naêþînim. Ezê ji we re mesela Ehmedûnê binivîsînim.

Li gundê me zilamek hebû navê wî Hecî Ehmed bû.Hecî Ehmed yextîyar bûbû û xurifî bû. Îcar navê wî bûbû Ehmedunê.

 

Xort u naþîyên gund hertim bela xwe lê dixistin û asaq di serê wî de dikirin. Ez dibêm kesek li ser rûyê dinyê nikarîbû û nizanîbu weke Ehmedûnê xeber bidana.

 

Rojekê dîsa xorta bela xwe lê da, ew jî derket ser banê xênî û dets bi xebera kir. Zilamek navser ji gund di wir re derbas dibû, dît ku Ehmedûnê çawa xebera dide.

 

Zilam banê kir û got: Xêre Hecî, çi bûye dîsa tu van xebera didi?

 

Ehmedunê: Ma çi bûye, ev dîya xwe nihayê zaroka bela xwe ji min venakin, kevra davên derî û camên min. Ma qey kes ji we þîretekê li van nake, bi wan de naxeyide?

 

Zilam:Belê weleh emê bi wan de bixeyidin û emê çavên wan jî derxin. Ma ev kîne, zarokên kêne ê ku bela xwe li te dixin?

 

Ehmedunê:Hema zarokên gund hemi ne.

 

Zilam: Yabo zarokên taxa Cirnebas li min, ji îro pêde ez nema dihêlim ku bela xwe li te xin (Cirnebas cîhek dervî gund e, ne mal lê hene û ne jî xanî, cihê gemara gund e).

 

Ehmedûnê hinekî ma sekinî, fêhm kir ku zilam jî henekê xwe pê dike.

 

Ehmedûnê got zilam:Ha wilo ha! Di gund de çend kesên din hebana, weke te di dîya xwe nîhana kesî nema îþê xwe ji min dianî.

 

Îcar heyra weke ku Ehmedûnê gotîye, di Tirkîyê de jî çend kesên wek Denîz Baykal hebûya wê mesela Kurda bi hêsanî çareser bibûya.

 

08/01/09

 

 

 

 

 

Ma ku hiþê wî hebûya

 

Gundî hemi li dora wî civîyabûn.Wî jî li Erbanê dixist û digot:

Hê Elah hê

Selewat li nebî Muhemed

Hê Elah hê

Ji nivþêkê ve rabû ser xwe û li dora xwe zîz bû. Bi zîzbunê re, him li erbanê dixist û him qesîde digot.

Ji gundîyan yekî got:” Errreek!

Tu dibînî çawa li dora xwe zîz dibe, eynî wek perwanê ye lawo

Kuro ma ev ji hiþê xwe de nakeve, qey hiþê wî naçe?”

Gundîyê din: “Na loo naa, ma ku hiþ û mejî di serê wî de hebûya qet weha dikir”.

 

03/01/09

 

 

 

Xalê Cemîl

 

Xalê Cemîl û pîreka xwe emrek dirêj bi hevre derbas kiribûn, bi hevre pîr û kal bûbûn jî, lê qet li hev nedikirin û gotinên wan tucara nediket firaxekê.

 

Xalê Cemîl kal bûbû ketibû livînê. Rojekê dîsa qey gotinên wana berbihev de diçin û dîsa pevdiçinin. Bêhna xalê Cemîl pir teng dibe û ji pîreka xwe gelek aciz dibe. Hema ban  lawê xwe dike û jê re dibê: “Bilez here ban melê bike bila bê vir”.

Lawik diçe ban melê dike, mele tê cem dibê xêre te þandîye dû min? 

 

Xalê Cemîl dibê ka hela were rûnê xêr e.

 

Mele li teniþta wî rûdinê, xalê Cemîl xwe dizîvirîne berê xwe dide melê û jê dipirse: “Mele, ev mesela li wê dinyayê û heftê horîyan çîye ka ji min re bêje”.

 

Mele dibê: “Erê raste, ew kesê li vê dinyayê emelê wî salih be û here bihiþtê, heftê horî didinê”.

Xalê Cemîl dibê: “Baþe mele min ew fêm kir, ka îca bêje li wê dinyê pîreka mero çi pê tê?” 

Mele dibê: “Pîreka meriv li wê dinyê dîsa pîreka mero ye û li ser serê heftê horîya ye”.

Xalê Cemîl dibê: “Niha wê ew li wê dinyê dîsa jina min be?”

Mele dibê erê wê dîsa jina te be.

 

Xalê Cemîl bi hêrs radibe ser xwe û dibê: “Bi sê telaqa ezê li ser destê te niha wêna berdim”.

Mele dibê: “Xalê Cemîl. bêhna xwe fireh bik, ka rûnê”.

Xalê Cemîl dibê: “Çi bêhna fireh û çi hal ya mele, ez dibêm xwezî ez bimrim go ez li vê dinyê jê xelas bim. îcar wê li wê dinyê dîsa bibe jina min. Berî ez bimrim ezê wê berdim xwe jê xelaskim go li wê dinyê em nema bibin tiþkî hev”.

 

Îcar heyran, kî ji we ji jina xwe yan ji mêrê xwe aciz be, hûn jî berî mirinekê hevdu berdin go li wê dinyê dîsa hûn para hev nekevin

 

11/11/08-

 

  Nivîsên berê

 

 

Xalê Musa

 

Mala xalê Mûsa li gund ji gundî û xerîba hertim tije bû. Ji civatê, ji henek û qerfa pir hez dikir. Wî û gundîya hertim qerf davêtin hevdû, ne ew ji qerfê gundîya aciz dibû û ne jî gundî ji ên wî.Him li Stilîlê, him jî li Zivingê erd û zevîyê wî hebun. Ji ber ku hatina wî hebû û rewþa wî a aborî baþbû, gelek kes li mala wî bi nan û av dibûn.

 

Rojekê dema çinîna zad hatîye, xalê Mûsa xwe amade dike ku here ser bênderê. Li ser rê li benda tirimpêlê ye. Yekî gundî wî dibîne û jê re dibê:

- Xêre xalo tê heri ku?

Xalê Mûsa: Ezê herim Zivingê ser bênderê

Gundî dibê: Xalo binêr em îsal þirîk in ha!

Xalê Mûsa: Bela, em þirîk yabo, lê ne tenê ê bênderê, em þirîkê hemi tiþtî ha!

Gundî:Hema bi telaq bela, jin tenê ne têde û em þirîkê hemi tiþtî.

Xalê Musa: Ê lawo ma ji jinê pêve çî te heyi, ku ew jî ne têde bi îcar emê þirîkê çi bin?

 

Em dîsa te bi dil û can bi bîr tînin, bela gora te bihiþt be.

25/09/08                           

 

 

 

Siyasetmedar Hesenê Deham

 

Wek me gotibû, Hesen ne tenê heywanparêz e, ew bi xwe di alîyê siyasetê de jî têgihiþtîye. Lê mixabin bayê sîyaseta hinek Kurdên bakur sergêjayî bi wî re jî çêkiriye. Hesen dema bibîne ku çend kes li hev civîyane, hema te dît hat ba wan û ket nava axaftinê, çavê xwe digre û devê xwe vedike, ji sererd û binerd xeber dide. Îcar gava ku bayê siyasetê li serî dixe, te dît hilkiþîya cîhekî bilind, berê xwe da qereqola gund û bi dengekî bilind dest bi propogandayê kir. Lê Hesen jî wek gelek siyasetmedarên meyî bakur, axaftina siyasî bi zimanê Tirkî dike.

 

 

Carna dibê: En bûyûk Mustafa Kemal paþa, atamiz Mustafa Kemal Ataturkun îlke ve înkîlaplarina bagli kalacagima yemin ederim.

 

Carek din dibê:Baþkanimiz Abdullah Ocalan, yaþasin baþkan Apo, Abdulah Ocalan hapisten çikacak Kurdistani kuracak.

 

Piþtî gotinên xwe kir, dadikeve xwarê îcar te dit got: Kerê min nexweþ ketiye, ezê wîna bibim Nisêbînê cem beytar. Ezê bêjim beytar amca benim eþek hastadir ona bir igne vur. Wê beytar amca derzîkê li kerê min xe,wê kerê min rehet bibe, ezê lê suwar bim û berê xwe bidim Zaxo. Ezê herim cem pêþmergan, ezê alayek Kurdistanê ji wan bistînim, ezê ala Kurdistanê bi serê kerê xwe vekim û herim cem Berzanî baba, û ezê jê re bêjim selam û eleykim Berzanî Baba.......Babamiz berzanî! 

 

Îcar gelî xwendevanên Lotikxanê, hun dibînin Hesen jî wek gelek pêþkêþên me xwe ji tu alîyan qut nake. Ne xwe ji dêrê dike û ne jî ji mizgeftê.

 

Lê hun dibên gelo ev nexweþî ji Hesen derbasî wana bûye yan ji wana derbasî Hesen bûye?

02/09/2008

 

 

 

Namzetê Kurdan Hesenê Deham.

 

 

Aha ji we re jibona Serokatîya Komela Heywanperêzên Cîhanê namzetê Kurd Hesenê Deham

 

Portra wî

 

Hesen li bakurê Kurdistanê li navçeya Mêrdîn li nehîya Stilîlê rûdinê.

Temenê wî 47 sal e.

Çavþîn û mû zer e,  weke Ewrûpîya ye.

Rû geþ û xwînþêrîn e.

Tahsîla wî, dibistana helî bilind qedandî ye.

Mejîyê wî ji yê compiterekê bêtir kar dike (lê mixabin çend vîrusên nenaskirî ketine nav mejîyê wî)

Bê jin û bê zarok e.

Jîyana wî, zarokên wî heywan in. Li gund û der û dorê çiqas kûçik, pisîk û kerê bêxwedî hebin, wana dide hev, tîne malê, wana bi xwarin êm û av dike.

 

Her meh ji dewletê nêzîkî 800 milyon lîreyên Tirka digre.Çawa ku serê mehê tê meaþê xwe distîne, diçe wî perî hemî dide bi êm û xawrinê û hetanî bi goþtê berxan û tîne malê dide wan.Heywanê ku nexweþ bin wana dibe Nisêbînê cem beytar, ji wana re derzî û dermana dikire.

Çavên heywanan kul be melhem dike û bi destmalê girê dide.

Ji bona vexwarina wana weke pîreka galonê avê li ser milên xwe dike, ji kanîya gund avê tîne û serê wana diþo.

Êde yabo ka hûn bêjin, kesekî li Kurdistanê û herêmek wek Omerya ewqas heywanperêz be, ma ne layiqê serokatîyê ye?

 

Hîna marîfetên Hesen hene, bela ew jî bimînin ji bona nivîsek din. 

22/08/08-

 

 

 

 

 

 

 

 

 

               Doktor u Zilam

Zilamekî gundiyê me nexweþ dikeve, lawê wî wîna dibe Mêrdînê ser doktor. Doktor wî kontrol dike derzî û dermana jê re dinivîsîne û jê re dibê: Binere apo, nexweþîya te xerabe, tê dermanê xwe rojê sê caran bixwe û tê rojê derzikê jî li xwe xe. Lê ya helî pêvist divê tu dest ji cixarê berdi,cixare dijminê te ye û ji îro pêve cixare li te qedexeye.

 

Zilam serê xwe dihejîne, radihijin dermanê xwe û vedigerin malê. Êvarê þîva xwe dixwin, piþtî þîvê law dinêre ku bavê wî nexuyaye. Li bavê xwe digere, malî dibên wele niha derkete der. Law bi dûde derdikeve binya malan lê digere û lê dipirse. Yekî gundî dibê bavê te niha ber bi dehla we de çû. Law bi dû de diçe nav dehla xwe, dibîne ji nav çavên dara hejîrê çawa tixana çixarê bilind dibe.

 

Law bi hêdîka diçe ber darê, þaxê darê dide alî, dibîne ku cixarek ji eva qalind weke lingê pisîka di nav tilyê bawê wî de ye û çawa hilma lê dixe. Law dibê: Ev çiye yabo, ma doktor ji te re negot divê tu nekþîni, ma tu duxwazi bimri?.

 

Zilam dibê: De here lo, ez li vêde me û doxtor li Mêrdînê ye, heger tu jê re nebêji wê ew ji ku zanibi ku ez cixarê dikþînim!     

 

 

21/08/08

 

 

 

Zilam û Mele

 

Zilam li çolê li ber pezê xwe ye, dibîne ku pîreka wî bi bêhnçikandî bi berre di lezine.Zilam jî bi pêrgîve dice û jê re dibê: „Hirmet ci bûye xêre?“ Pîrek dibê: „Ma çi xêre, bi xwedê bavê te ketiye ber xetera mirinê, ya tu bigihê ser ya tu negihl, zû bilez xwe bighîne malê“. Zilam hema pezê xwe li cî dihêle û ew û jinik bazdidin malê. Mêrik digihê malê dibîne ku birastî bavê wî li ber mirinê ye. Dibêje jinikê:“Bilez here ban melê bike bela bê yasîna lê bixwine“. Jinik dice ban melê dike, wî tîne malê.

 

Mele hema li ber serê bavê wî rûdinê û dest bi yasinên xwe dike û li ser bawê wî dixwîne. Qederek derbas dibe pezê zilam tê bîra wî ku li çolê maye. Hema radibe ser xwe û ji melê re dibê: „Seyda, pezê min li çolê ye divê ez herim bînim malê, lê ez ketime dexîlê te û xwedê bavê min emanetî te, tu nehêle bimre heta ez vegerim, tu zorî bid yasîna ezê niha bêm“.

 

 Zilam diçe pezê xwe tîne digihê hundir dibîne ku jina wî digrî. Zilam dibê: „Çibû qey bavê min mir?“ Mele dibê:“ Erê wele mir, bela serê te sax be“. Zilam hema xwe davêje stuyê melê uû dibê: „Min di qebra bavê te kiro, min ji te re negot heta ez vegerim tu nehêle bimre, qey te yasîn xweþik nexwendin ji loma bavê min mir“.

 

Pîreka wi hema pêve radibe û dibê: „Mêrko ne sûcê rebenê melê ye, rebeno ci jê hat kir. Bi xwedê ji gava ku tu çûye heta ku mir, çawa devê kûçkê me ketiye hev devê rebenê melê neketiye hev, ma wê rebeno hîn ci bikira, wîî!“

 

10/08/08

 

Sê þebeþ (zebeþ)

 

Zilamek rêwî di ber çemekî re derbas dibe dibîne ku xortek hilkiþiyaye ser tehtekê bilind û dixwazi ji wira xwe bavêje avê. Zilam bilez ber bi xort ve dice û dibê: Xorto xorto, bise tê çi biki lawo! Tu xwe bavêji tê bimri kuro! Xort dibê: Nêzîkî min nebe, ji xwe ez jî dixwazim xwe bikujim.

 

Zilam dibê: Xêre lawo, çima tu dixwazi xwe bikuji? Xort dibê: Ma ne çima, hema ez bi kêr tiþtekî nayêm û piçek mejî jî di serê min de tune. Ez yekî gelek bê hiþ û bêaqilim.

 

Zilam dibêje: Deka bisekine bêhna xwe fireh bike, ka bê derdê te çiye belki ez karim çareserîkê pêde bikim.

 

Xort dibê: Xalo, þevê din di þevbêrka gund de gundiyan þert û tiþtonek davêtin ber hev. Hetanî dawiya þevbêrkê çend þert û tiþtonekên ku avêtin ber min min di yekê re jî dernexist û ji bo wêna ez gelekî li ber xwe ketim, ez rezîl buûm. Min jî got a baþ ez xwe bikujim û ji xwe re xelas bim.

 

Zilam dibê: Niha ji bo ku te di tiþtonekekê re dernexistiye tê xwe bikuji? De ka raweste ezê niha tiþtonekekê bavêjim ber te, tê têre derxi û dûre nema hewceye tu xwe bikuji.

 

Zilam dibê: Binêr xorto tiþtekî min heye fêkiyeke, gurovere, qaþilê wê keske, ku meriv diþkîne hundirê wê sore û bi dendike, bi av û þêrîne, ev tiþtê min çiye?

 

Xort difikire, difikire, berê xwe dide avê û dibê: A baþ ez xwe bikujim.

Zilam dibê: Bise xorto, bersiva wê þebeþe lawo, ezê yeke hêsantir bavêm ber te. Vê carê du heb tiþtên min hene, her du jî guroverin, qaþilên wan keskin, ku meriv wan diþkîne hundirê wan sor û bi dendike, bi av û þêrîne, ev tiþtên min çine?

 

Xort difikire, difikire û dîsa berê xwe dide avê û dibê: Xalo, ma min ji te re negot mejî di serê min de tune, ez di tiþtekî re dernaxim. Ka dest ji min berd, a baþ ez xwe bavêjim.

 

Zilam dibê: Bise lawo hey mal xerab, bersiva wê ji du þebeþ bûn lawo. Îcar ezê vê carê yeke gelek hêsan bavêm ber te. Tistekî min heye heywaneke, çar lingên wî hene, guhê wi dirêje, gava meriv lê suwar dibe meriv dibê ço, ço, ka ev çiye?

 

Xort bi kêf dibê: Bise xalo min tê derxist, vê carê sê çebeçþin.

 

Zilam lê dinere û dibê: Ez ji te re tiþteki bêjim, bi xwedê birastî jî hebûna te li ser ruyê vê erdê zêdeye!

 

Xort û Rezvan

Xortek di ber rezekî re derbas dibe, dibîne bê çi tirî di mêwa de heye. Kezeba wî li ser tirî diþewite, li vî alî li wî alî, li der û dora xwe dinere kesî nabîne. Hema bi dizî hildikþe ser benê, xwe davê nav rez û dikeve bin mêwê ku tirî biçine. Dema xwe davêje nav rez xwediyê rez wîna dibîne.Xwedi dibê lo lo lo dike qêrîn û bi xibera ber bi xort ve bazdide.Xort nema fersendê dibîne ku bazde hema di cihê xwe de sekinî dimîne.

Xwedî digihê cem û dibê: Hey kurê nizanim çi, tu ji xwe û bavê xwe fedî naki tu dikevi dizya rezê min haa? Xort dibê: Bi xwedê xalo ez nehatime diziya tirî. Xwedî dibê: Kuro ma ne min te dît tu ket bin mêwê lawo!  Xort dibê: Erê ez ketim bin mêwê, lê min di talda mêwê de gû kir. Xwedî dibê: Ka were bê te li ku gu kiriye þanî min bide.

Xort wi digerine vî ali li wî ali, rêxa kerê dibîne û dibê: Aha vaye gûyê min, min li vir gû kir. Xwediyê rez hin hêrstir dibe û dibê: Kuro hey segbav, ma bi ser hala de tu dixwazi henekê xwe bi min biki! Ev ne gû ye rêxe lawo rêx! Xort dibê: Xwedê ji te razî, ma ji birbir û xeberên te te hiþt ku ez wek insana gû bikim!   

 

Rêxa CHP ê

Geli xwendevanan. gelo li gora dîtina we, ev rêxa CHP ê tê ci wateyê? Hûn bawer dikin ku CHP bi vê rêxê dixwaze rewsa zarokên Kurd bide xuyakirin? Ez bi xwe bawer nakim. Li gora dîtina min dibên "Kurdino, em ne maf, ne azadî, ne welat û ne tiþtekî binêrin. em vê rêxê jî nadin we". Wateya vê tenê eve.

Îcar gundê me Stililê gundekî avî ye. Li gund hemi cûreyên þînkayî û fêkî çêdibin. Dema berê gundiyan bazirganiya fêkî û þînkayiyê dikirin. Wê demê fêkî û þînkayiya xwe dibirin alyê beryê didan bi zad (genim, ceh, nîsk).

Qey rojekê xalê Xelîl jî barek pîvaz li kerê xwe dike û dibe gundekî beryê ku bifroþe. Barê xwe li ser bêndera gund datîne û bang dike dibê „Haa werin pivazaaaaa!“ Gundî ji malên xwe derdikevin tên ji xwe re pîvaza dikirin. Piþtî demakê jinek gundî ku pîvaz kirîne dîsa pîvaza li xalê Xelîl vedigerine û dibê „Yabo ev çi pîvazin te anîne? Min pîvazê te navên, pivazê te wek agir no ne“. Xalê Xelîl li jinkê dinere û li pîvaza dinere dibîne îþê wi xerabe, dibê „Diya minê, were ezê þîretekê li te bikim. Heger pîvazê min no bin, tu jî here Nisêbînê kîlok liqûm ji xwe re bikire û her ku te pîvazek xwar liqûmekê jî bi dûde bixwe, wê devê te þêrin bibe û hew!“

Îcar gelî lotikvanên CHP, bi telaq hûn jî nikarin bi rêxê dîsa me Kurda bixapînin. Rajin rêxa xwe têxin sêniyekê û bixwin! Ger rêxa sewalê Kurdistanê hiþk be hinek av bera ser bidin wê nerm bibe û bibe pelûl. Lê þîreta xalê Xelîl bela di serê we de be, bi dû xwarina rêxê liqûmekê ji bîr nekin haaaa!    

 

Heqê diya min

 

Kuro li ser bextê Sofî Brahim be, sofî dibê Kurdekî menî binxetî diya wi nexweþe dibe Þamê ser textor.Dema digihên Þamê, êvarî,ji xwe re li hotelekê erzan digerin ku wê þevê lê razên..Piþtî qederekê digerin ji xwe re hotelekê erzan ku seva wê bi 200 wereqî ye peyda dikin.Wê þevê lê radizin. Serê sibehê zû radibin dadikevin binî ku perê xwe bidin û herin. 200 wereqê xwe derdixe dide xwedî yê hotelê, xwedi dibê: Na ne 200, tu yê 350 wereqi bide. Kurdê me dibê: Heyran ma ne em bi 200î li hev hatibun ma çima 350?

Xwedi dibê: Erê 200 ji bona razanê bû, lê ji xeynî wê 50 ji bona serþokê.  

Kurdê me: Heyran me xwe neþûþtiye bavo!

Xwedî: We xwe biþûþta bavê min!

Xwedî:50 jî ji bona taþtê

Kurdê me:Heyra me taþtê jî nexwariye bavo!

Xwedî: We bixwara bavê min, ma kê nehiþtibû!

Xwedî: 50 yê din jî ji bona Televizyonê.

Kurdê me: Televizyob? Heyra me li Tv temaþe nekiriye wey!

Xwedî: We temaþe bikira, ma kê bi destê we girtibû!

Kurdê me ji behcê xudan di aniyê û hêsir jî di çavan re  dide der û dibêje:

Baþe xeyo, yê min ji 400 wereqê min di stuyê te de ye, balê li gora vî hesabî 350 jê çû, hîna 50 wereqê min li cem te dimîne.

Xwedî dimîne behitî û dibê: 400 wereqê çi ibnî (layê min)?

Kurdê me: 400 wereqê heqê diya min ku þevê din tu pêre raza ibnî!

Xwedi ji ser kursi radibe u dibê: Kuro ibnî, ez kengî bi diya te re razame?

 

Kurdê me xwe qet aciz nake û dibê:

Tu razaya ibnî, ma kê destê te girtibû? Ellahwekîl ger tu 50 wereqê min nedi, ezê kesê vê hotêlê hemiya bi te bihisînim îcar tu zani!

Xwedî dibîne rewþ xerab e, 50 wereqî didêyê û dibê:

De here bela te li te keve.

 

              Tiþtonek

Rêwiyê ku di bûsê de bi hevra rêwitiyê dikin, di nav xwe de henekan dikin.Hinek pêkenoka dibêjin, hinek tiþtoneka. Þofêrê bûsê Letîfo bang dike dibê „gelî rêwiya tiþtonekek min heye ezê ji we re bêjim ka hûn jî têre derxin bê çiye“. Rêwî hemi bêdeng dimînin.

Þofêr dibê „tiþtekî min heye ji bavê min û ji diya min e, lê ne xuþk û ne birayê min e. Ka ciye?“ Rêwî hewl didin ku bersivê derxin. Her yek ji wan tiþteki dibêje. Þofêrê me Letîfo dibê „na ne ew e“. Dawî Letîfo dibê „heyra we tê re dernexist, ezê bêjim. Bersiva tiþtoneka min ez  bi xwe me, yanî ez im".Yekî ji kesên di bûsê de navê wî jî Hemzo ye. Hemzo digihije gund. Êvarî radibe dice oda gund þewbêrkê.

Di þevbêrkê de Hemzo dibê „werin em þerta bavên berhev, tiþtonekek min î nû heye ezê bêjim ka tê re derxin bê ciye“. Civat dibê ka bêje. Hemzo dibê „tiþteki min heye ji diya min û bavê min e lê ne xuþk û ne birayê min e, ka ciye?“ Civat li hev dinêrin, her yek ji wan bersivekê dibêje. Hemzo dibê na ne ew e. Yek ji nav wan radibe dibê “min tê re derxist, tu bi xwe yi”. Hemzo dîsa dibê na. Çi dibêjin Hemzo dibê na. Dawî civat dibê “Hemzo lawo te em teqandin, ka bêj bê bersiva wê çiye?” Hemzo dibê “li mala we be, hûn

çiqas ehmeq in, bersiva wê ewqes hêsane jî hûn tê re dernaxin. Kuro lawo bersiva wê þofêrê bûsê Letîfo lawê Evdo ye!” 

..............

Xwedê bikim zewaca HAK-PAR û KADEP nebe wek zewaca lawkê feqîr

 01/02/08-

 Berî demekê me bihist ku HAK-PAR û KADEK biryara yekîtiyê wergirtine. Birasti em bi vê nûçeyê kêfxweþ bûn. Lê di heman rojê de Serdarkê me yê Lotikxanê di nûçeya xwe de ew di cî de kirin bûk û zava. Kuro lawo Serdarko, malxerab, min te nasnekira minê bigota qey tu ne Kurdi an ne Kurdistanî ye. Ma tu adet û kultirê me nasnake lawo?

Li Kurdistanê ji bo meriv bibe bûk an zava, pêvajoyek pir dirêj, kar û xebatek pir dijwar jê re divê. Ev pêvajo bi vî awayî tê kirin: Pêþî xort û keç hevdu dibînin, (li hin cihan hevdu nabînin), dûra malbata lêwik qasidekî diþîne mala keçkê û meselê bi wan dide xuyakirin. Ger ra lê dîtin, yanî pejirandin îcar xwazgînî diçin sercila bavê keçkê û wê dixwazin. Law û keç dibin xwestiyê hev, di xwestinê de bazara qelen û rehelê tê kirin, piþtî wê þêraniyê wedixwin û gustîlka dikin destê wan. Îcar law û keç dibin destgirtîyên hev.

Ma ew nokên þekir nayên bîra te lawo?

Piþtre þîv heye Malbata lêw þîvekê çêdike, der û dora nasan wexwandinî ser þîvê dikin, di þîvê de alîkariya maddî tê kirin. Ew jî qediya piþtre qeyd û rehel heye. Bûk û zavê dibin bajêr, rehelê dikirin. Îcar berî aninê bi þewekê jî hine heye. Di wê êvarê de hinê li serê bûkê û li destê zavê tê kirin. Û adinî rojê xêlî bi lîlan û sitran an def zirne, yan bi kemancê yê weke Bahremê me yê Nisêbinê diçin bûkê tînin mala zavê.

Ji anîna bûkê re jî GUHESTIN tê gotin. Bi dawet û dîlan bûk û zava digihên miradê xwe. Îcar di vê pêvajoyê de ya zehmet û dijwar ev e ger malbata zavê feqîr be û diravê wan bona qelen û rihelê tunebe. Wê çaxê zave mecbûr dimîne bona xebatê berê xwe bide welatê xerîb û xurbetê û bi mehan, carna bi salan bimîne û bixebite heta qelenê xwe berhev bike, Wê çaxê zewaca wana jî bi salan dikeve.

Îcar heyran, em nizanin HAK-PAR û KADEP xwestiyên hev in, destgirtiyên hev in an jî bi rastî jî bûne bûk û zave! Lê tiþtê ku em jê ditirsin û dibên xwedê neke, ku zewaca wan wek ya lawkê feqîr û hejar be û bi salan nekeve.

De aqubeta wan li serê yên din jî be rebbî!

 

Yek ji me, yek ji wan

12/01/08-Xuyaye banga me yî berya çendakî bandora xwe li PKK ê kiriye.Binêrin hevalan stratejiya serê xwe guhertiye. Îcar ne bitenê li çiya lê niha þer daxistine nava bajaran jî! Þerê li nav bajaran li amedê, li paytextê Kurdan destpêkir û înselleh di demeke nêzik de wê  bigihê heta Enqera paytextê Tirkan. Îcar bi vê bûyerê ve girêdayî, pêkenokek li ser Mihelmîyan heye.

Li herêma Mêrdinê kêm netewak heye ji wan re dibên MIHELMÎ. Bi xwe ew Ereb in û bi Erebî diaxivin, lê çima ji wan re Mihelmî tê gotin ez jî nizanim (Hinek dîroknas dibêjin ku ew Kurd in û di dema êrîþên Omer Ibin Xetab de asîmîle bûne. Hin ek jî wan wek Suryanîyên asîmîlebûyî binav dikin).

Li ser bextê yê ku gotiye be. Dibên qey havînekê li gundekî Mihelmiyan mêþ li wan derbûne, dikin û nakin xwe ji mêþa xelas nakin.Rojekê rihspiyê gund tev li melê xwe li hev dicivin da ku çarekê ji mêþan re bibînin. Di civinê de li himber mêþan biryara þer derdikeve.Çend rojan li gund ji heft salî heta heftê salî, ji xeynî kujtina mêþan pêve tu karî nakin heta ku hinekî mêþên xwe kêm dikin.Dibên rojekê malbatek ji gund li hewþa xwe rûniþtine, birayek bi dengek hêdî bang birayê dinê dike û bi tiliya xwe mêþa li ser aniya xwe nîþanî birayê xwe dike. Birayê din lê meyze dike ku mêþ li ser aniya birê wî daniye. Dibê: “Bira xwe qet neleqîne” û hema bi dizî radihije tivinga xwe,nîþana mêþê digre û lingê tivingê dikþîne. Têqînî bi tivingê dikeve, serê birayê xwe ji hev belawela dike. Diya wî dike hewar û li xwe dixe dibê: “Malxerab, te filankes kujt”. Bira qet xwe aciz nake û dibê: “Tiþt nabe dayê, yek ji me û yek ji wan hat kujtin, yek bi yekê”.

Îcar di teqandina li paytext Amedê de þeþ kujti ji me u yê din ji wan, þêst û heft birîndar ji me yê din jî ji wan. Helbet ger ji wana hebin? Û ger tunebin jî mitala mekin, vê carê ev çalakî ne bi hosteyî çêbû. Xwedê bê erê carek din wê ji wan jî kujtî yan birîndar hebin. 

 

Qado û Mirîþk

Yekî gundiyê me heye navê wi Qado ye. Qado him bi cavekî ye û him jî gava diaxive zimanê wî dialiqe. Rojekê Qado birçî û westyayî ji kar tê male, dinere ku deryê wan girtiye û kes li derdora malê ji nexuyaye. Li deri dixebite deri venabe. Derdikeve pêsya derî û dixwazi bang bike bê ka pîreka wî li ku ye, navê pîreka wî jî Fetûma ye. Dema Qado bang li pîreka xwe dike go bêje Fetûma, zimanê wi dialiqe û dibê Fe du du dûu du du ma!  Carekê diduyan Qado weha dinêre ku derdora wî tije mirîþk bûne û di nav mirîþkan de Elokek jî heye. Hema Qado bi hêrs radihêje kevirekî, davêje Elokê û ji Elokê re dibê: Hela hatina mirîþkan me fahm kir, lê min di te nîhê, a te çiye ku tu hatiye hêê!

Têbinî:Li herêma me du du du du du bangkirina  mirîþka ye

 

BANG

Kuro lawo werin vê ecêbê! Ji xeynî Tirkan, 252 rêxistin, partî û komelên li bakurê Kurdistanê, ewqas li baþûrê Kurdistanê, ew qas li rojavayê Kurdistanê, Ewrûpî, Emerîkanî heta Efrîkî,  temamê cîhanê ji PKK ê dixwaze ku þer bisekinîne û çekan deyne,  Kuro lawo ma ji xwe ev nêzîkî deh panzde salin ku PKK þer nake ma qey hûn nabînin? Kuro lawo yê ku þer dike û naxwaze þer raweste dewleta Tirk e heyra! Bang li wê bikin bela ew þer rawestine qurban!.

Tirkan parlementerên me kujtin, yek ji yê wana nehatiye kujtin, Rojnamevanên me kujtin yek ji ê wan nehate kujtin, Niviskar û rewþenbîrên me kujtin yek ji ê wan nehat kujtin, mafya me kujtin yek ji ê wan nehat kujtin, karbidestên me kujtin yek ji ê wan nehat kujtin, zarok,pîr û kalên  me kujtin, Gund, bajar berî û çiyayên me sewitandin ê wan nehatiye sewitandin, ê malik lê xera bûye em Kurd in lawo! Îcar hûn hemi ji bona rawestandina þer bangê li dewleta Tirk bikin, banga li PKK ê jî li min bihêlin! .GELÎ HEVALÊN SEROKATIYA PKK ê! Heyran ger hûnê hîna jî BI VÎ AWAYÎ vî þerî berdewam bikin, ez jî liser navê xwe û malbata xwe ji we ricayê dikim hûnê bes bikin û çekên xwe deynin!

Dibêjin jinik bang li mêrê xwe dike dibê „Filankes, heyra ez nema di ber vî lawkî re digihêm. Va temenê wî bûye heft heyst salî hîna jî bi xwe de mîz dike, ka em çarekê jê re bibînin bavo!“. Difikirin dibên a baþ em lawik bibin cem melê bera jê re niviþtekê çêke belkî lawik nema bi xwe de bimîze. Bi destê lêwik digrin û dibin mala melê. Ji mele re dibê „Seyda qurban, em ketine bextê te, lawê me bûye xort hina bi xwe de mîz dike. Tu karibi jê re nivistekê yan tiþteki cêke ku nema bi xwe de mîz ke“. Mele dibê ser cavan, radibe nivistekê ji lawik re çêdike, dike berbejnekê û dixe stuyê lêwik û dibê înþallah bi qeweta xwedê wê derdê we derman bibe. Dê û bav kêfa wan tê, xatir ji seyda dixwazin û vedigerin malê. Adinî rojê sibê ji xew radibin, jinik lihêfa lêwik radike dibîne bêhn tê. Lê dinere ku lêwik bi xwe de gû kiriye. Sibeha din dîsa wilo.

Welhasil, car, pênc rojan bi dû hev de lawik di livîna xwe de gû dike. Jinik dîsa bang li mêrik dike. Dibê „Filankes, heyra ji qeysê ku mele ev niviþt çêkiriye, îcar lawik bi xwe de gû jî dike, ka em çawa bikin?“ Hema mêrik radije niviþtê û berê xwe dide mala melê. Mele dibê „Ha lawê min xêr e, înþallah lawik baþ bûye!“ Mêrik dibê „Çi xêr e seyda! Ji dema ku te ev niviþt ji lawkê me re cêkiriye, dest ji mîzê berda îcar bi xwe de gû dike. Heyran va niviþta te û ez dexîlê te û xwedê me tuyê dîsa lawkê me bîne ser sêhra berê!“

 
 
Bêr û agir
 

Geli xwendevanên Lotikxanê,  xwedê wekilê min û we be, di vê demê de ne dilê meriv dixwaze û ne destê meriv lê digere ku pêkenokan binivîse.Lê heyran dîsa ji sistbûn ji me re nabe. Her kesek divê karê xwe baþ bike.

   Ger þervan be, þerê xwe, ger siyasetmedar be, siyaseta xwe em ji wek Lotikxanê divê em lotik, henek û pêkenokên xwe xurttir bikin. 

   Dibên agir bi yekî ketibû û ew anîbûn nexwesxanê. Li nexwesxanê doxtor tê ser lê dinere ku ci bibîne! Ji bili cihê þewatê, laþê mêrik hemi xwîn û birîn in. Doxtor jê dipirse dibê:“ Kuro lawo ev cihê þewitî min fahm kir ji sewata agir in, lê min fahm nekir ev çima laþê te hemi bûye xwin û birîn?“.

   Zilam bersivê dide doxtor û dibê: „Xwedê ji te û wan re razî be doxtor, mala wan ava be, dema agir bi min ket pismamên min Hemzo û Ebaso hema zûka bi

min ve gihan û agirê min bi bêra vemirandin Ev birîn û xwîn ji ber wê nin“.

 
 
 
Dikandar
 
Xwediyê dikanê sagirtê xwe fêr dike ka cava wê bi miþtiriya re bide û 
bistine an çawa malê xwe bazar bike ku baþtir firotinê biki. Dibêji þagirt: 
„Binêr lawo, divê tu geleki jîr be. Gava ku miþtirî hat hundirê dikanê, divê ew 
miþterî bê kirîn ji hundirê dikanê dernekeve, ileh tisteki bikire. Dema 
misteri  tistek xwest ger ew tiþt li dukanê tunebe jî divê tu nebêje ew tist 
tune. Mesele gava savar xwest û ku savar tunebe tu yê bêji savar xelasbûye 
lê birinca meyî gelek baþ heye.Te fahm kir?“ Þagirt dibêji min fahm kir. 
Þagirt dest bi kar dike. Demek têre derbas dibe rojekê miþetriyek jin tê 
dikanê, li hundirê dikanê digere tiþtê lê digere qey nabine. Bang þagirt 
dike dibê „lawo qey kaxizê tuwalêtê tunene?“ Þagirt dibê „Na xaltikê li qisûrê 
menere, kaxizê tuwaletê tuneye, lê camkaxez (zimpara) heye!“ 

 

 

Xalê Hesen û Mamoste

 

Mamostê gund çavê xwe berdabû keça xalê Hesen. Rojekê xortekî ji gund ku bi

Tirkî zane bi xwe re dibe û diçe sercila xalê Hesen ku keça wi ji xwe re

bixwaze.Mamoste yekî Tirk e û nizane bi Kurdî. Xalê Hesen jî tenê cend

gotinên Tirki zane.Yê xort jî wergerya wan dike.Welhasil, dikevin meselê.

Mamoste merama xwe ji xalê Hesen re vedike, xort jî vedigerîne Kurdî. Xalê

Hesen dibê: „Hûn li ser cavan re hatine, lê heyra adetên me hene. Ezê xwestekê

xwe bêjim ger tu qebûl biki li ser çavan ezê keça xwe bidim te“. Mamoste

dibê: „Keremke ka ci daxwazyê te hene?“ Xalê Hesen dest bi daxwazyên xwe dike

dibê:“Tê ewqas qelen bide. Tê xelata xalê bide, tê ewqas zêr bikire, tê karê

xortan bide“ û herwaha daxwazîyên xwe yek bi yek ji mamoste re  rêz

dike.Mamoste dibê: „Ez hemi daxwazîyên te dipejirînim, lê tenê ez qelen

napejirînim ji ber ku qelen li cem me tune“. .Xort ji xalê Hesen re vedigerîne

û dibê: „Mamoste dibêje ez qelen nadim ji ber li cem me qelen tune“. Xalê Hesen

aciz dibe û dibê:“ Çi qelen li cem wan tune?“ Hema nema hewcedariya werger

dibîne û bi xwe ji mamoste dipirse, dibê: „Çi qurban, te got sÎzde qelen yok?“

(te got li cem we qelen tune). Mamosta dibê:“ Yok amca“ (Qelen tune apo). Xalê

Hesen: „Ê qurban yanî sîzde kiz belaþtir?“ (yanî li cem we keçik belaþin)?

Mamoste dibê evet (erê). Xalê Hesen dibê: „Ê qurban eger sîzde kiz belaþ bana

10 tane getir” (ê ger li cem we keçik belasþin ji min re deh keçka bîne).

Mamoste di cihê xwe de cemidî dimîne. Xalê Hesen fêhm dike ku mamoste xwe

nade ber qelen. Dîsa bixwe dibê: “Qurban, amacaoglû kapida bekliyor” (Pismamê wê li ber derî sekinîye).Gava weha dibêje, rebenê mamoste ditirse, di dil wî de

ku pismamê keçikê hatine ber derî ku lêxînin. Xort jî dibîne ku mamoste

tirsiyaye, ji mamoste re dibê: “Heyra xalê Hesen dixwaze bêje ku pismamê keçikê

di riya wê dene, nikare keça xwe bide te”. Mamoste hema radibe ser xwe û bi

poþmanî ji mala xalê Hesen derdikeve.

 

 

Dunya ji kera re nema ye!

Erê birako erê! Pêþgotinek heye, dibên “Dunya ji Sultan Silêman re nemaye”. Ez bawerim herkes ji we, wê pêþgotinê dizane û belkî gelek neteweyên din jî vê pêþgotinê dizanin. Lê ya hûn nizanin pêþgotina rehmetiyê Dehbul e. Li gundê me li Stilîlê em vê pêþgotina Silêman milêmana nabêjin.Li gund em pêþgotina rehmetyê Dehbul dibêjin.

 

Em dibên “Dunya ji kera re nemaye”. Ev gotin ji ku hatiye ezê niha mesela wê ji we re bêjim.Li gund zilamek pirr feqîr hebû navê wi Nûrî bû, lê gundiya navê wi kiribu Dehbul. Ev nav ji ku û bi çi manê lê kiribûn ez nizanim. Dehbul ne ji gundê me bû, li gund biyanî bû, ka çawa hatiye gund li gund bi keçekê re zewiciye û maye li gund. Îcar rojekê qey bavê Dehbul dimre.

 

Gundî û der û dor tev melê gund diçin sersaxîya wi. Dema gundî sersaxîya wî dikin, dor tê melê gund. Mele jî yekî ji xwe razî ye, radije destê Dehbul û dibê: Nurî Lawo bila serê te sax be, rehma xwedê li bavê te be, lawo kes ji me sax namine em hemu yên wê riyê ne. Gava mele wilo dibêje Dehbul li çavê melê dinere û ew jî dibê: Yey xalê mele hey! Dunya ji kera re nemaye cavê te lê ye ku ji te û bavê min re bimine!  Îcar ji wê rojê ve ew gotina rehmetiyê Dehbul bûye pêþgotinek û ketiye devê gundiyan. Êêêê, weke ku Dehbul gotiye dunya ji kera re namîne û ji qantira re jî namîne, ma wê ji Sedam û Elî Kimyayî re bimîne! De aqûbeta wan û welatê wan li serê yên din jî be, Amînnnnnn!  

 

Xêrhatina Axê

Dibên carekê Axê Omerya dice serdana gundekî ji Omerya. Di hatina wî de tukes di gund de namîne. Gundî hemi derdikevin derî gund, pêþîya axê xwe. Wey li wî kesê ku ewil xwe bavêje destê axê û xêrhatina wî bike. Îcar dibên di nav gundyan da jinek bî hebû.

Hingî gelek kezebþewitya axê bû, hema jinik berî herkesi xwe davêje destê axê, radije destê wî û wiha xêrhatina axê xwe dike:" Axayê min, ez bêm tu bi xêrê hati ji xwe tu bi xêrê hatiye, ez bêm xwedê merteba te bilind bike, ji xwe bilind kiriye te kiriye axe, ez bêm xwedê lawa bide te, mala wi ava elhemdulîlla têra te law jî dane te.Îcar ez nema zanim bi çi awayî xêrhatina te bikim, ya axayê min, hema tu di me hema ne u hew!”

 

Saeta Mêrik

 Zilam ji jina xwe re dibê:”Biner hirmet, sibê dora meyî avê ye divê tu sibê zu me ji xew rake da ku dora me li me nere, em zeviyê xwe karibin avbidin,lê binêre tu me dixewde nehêle ha!” Jina wi dibê: “Malxerab, heta niha kengi min te di xew de hiþtiye, her sibeh dema destava min tê ez dizanim ku bûye sibeh,îcar sibê jî gava ez rabim destavê ezê deyn we bikim û emê herin nav zevîyê, tu qet mitala meke”.

Welhasil radizên. Serê sibê dema destava jinkê tê ji xew radibe û deyn zilamê xwe û zarokan dike, dibê: “Mêrko rabe bûye sibeh”.Zilam û zarok ji xew radibin, firaxên xwe dikin nav hev, li kerê xwe dikin û berê xwe didin nav zeviyê. Zevî jî hinek dûre, dimeþin digihên nîvê rê lê hîn þev tarî ye, hinek din dimeþin dinya ronahî nabe, hin tari ye, digihên nav zevî hîna nabe sibeh. Zilam dibê:”Ya hirmet, ma ka nebu sibe! Ev xuyaye te nivê þevê em ji xew rakirine, ka te digot min xwe eyar kiriye, kengî mîza min tê ez dizanim ku sibeye,ma ka qey îro nabe sibeh?”

Jinik dibê:”Bi xwedê mêrko, eyara min dicîhde bû lê min þevê din gelek þebeþ xwaribû xuyaye mîza min ne di dema xwe de hatiye”. Lawkê van  dibê: “Yabo, ev çiye, ev çi hale we nîvê þevê em anîne nav zevî?” Bavê wi dibê:” Ma çi hale lawo! Heta ku saeta me mîza diya we be wê halê me jî ev hal be!”

 

Zilamê Mîzek

Zilam timî bi xwe de mîz dikir. Jibo mizê her sibe ji jina xwe lêxistin dixwar. Sibehekê ji xew radibe ci bibîne, vê carê ne mîz, îcar bi xwe de gû kiriye.Zilam difikire dibê „Heta niha mîz bû min ev lêxistin dixwar, îcar vê carê gû ye, bi xwedê ez çarakê nebînim wê jinik min bikuje û hew“. Zilam maye di nav livînan de, jinik dike nake ew ji nav livînê dernakeve.Jina wi dibê „Hey malxerab, ji nav livînan derkeve ma tu mirî,çima tu ranabe?“. Zilam dibê

„ Ya hurmet, min þevê din xewnek ditiye,xewna min bi ecêb û gelek bi tirs bû, bi xwedê hetanî ku tu gazi mellê me neki neyê xewna min ji min re tabir  neke ez ji nav livînê dernayêm“ .Jinik mecbûr dibîne dice bang mellê dike, wî tîne mal cem mêrik. Melle dibê „Xwedê xêr bike, ka xewna xwe bêje“. Mêrik dibê „Bi xwedê seyda ji kê re xêr be ji min re ne xêr e, min di xewnê de didît ku du heb minare li ser hev bûn û devek li ser serê minarê bû. Ya seyda, ez jî li ser piþta wê devê suwar bum,di binê minarê de gîha þîn hatibû îcar bêxwediya devê gava ku ew gîha didît, stuyê xwe dirêj dikir ku bighêje giha jibo ku bixwe. Ya seyda, wê demê ez ji ser pista devê dihatim xwarê“. 

Hema melle xwe nagre û dibê „Wey wey wey, lawo xwedê bi xêrê bigerîne, çawa ji tirsa te bi xwe de gû nekiriye?“ Mêrik dibê „Ya seyda, ma jibona ci min gazi te kiriye? Ez jî dixwazim wê  ji te re bêjim, de ka lihêfê rake tê bibîni!” 

 

Qeyikvan û Doktor

 

Xortekî ji xwe re qeyikek kirîbû, Kesê ku dixwest wana bi heqê xwe li nav deryayê digerand.Rojekê yeki doktor li qeyika wî siwar dibe, yê xort wîna di nav deryayê de digerine. Him digerin him ji xwe re sohbetê dikin.Doktor ji yê qeyikvan dipirse:“ Xorto tu cixarê dikþîni?

Qeyikvan:“Erê ez dikþînim“

Doktor: „Weleh cixarê deh sal ji emrê te kêm kiriye“.

Doktor: “Ma tu alkolê jî vedixwi?”

Qeyikvan: „Erê ez vedixwim“

Doktor: „Weleh deh salê din jî ji emrê te kêm bûye“.

Qeyikvan dengê xwe nake, him qeyika xwe dajo him jî li emrê xwe difikire.

Doktor dîsa dibêje: „Xuyaye tu pirr difikiri?“ Qeyikvan:” Belê, karê me feqîran fikirandine”.

Doktor:”Fikir jî ne baþe, vê fikrê deh salên din jî ji emrê te kin kirine“. Qeyikvan bi van gotinan aciz dibe lê dengê xwe nake..Piþtî demekê bayek xurt radibe û pêlên avê her bi her bilind dibin. Qeyikvan fahm dike ku rews xerabe wê qeyika wi biqulipe. Gazî doktor dike û dibê:“Doktor, ma tu bi sopaniyê (melevanî) zani?“ Doktor dibê:“Na wele ez nizanim“. Qeyikvan dibê:“Doktor, te sîh sala ji emrê min kin kir lê çawa be ezê çend salekî din bijîm, lê yê te weleh malik li te xerabû, rehme li te, tu bi carekê ve çû!“.

 

Ez Inzîbat bûm

Yekî gundiyê me diçe leþkeriyê.Îcar li leskeriyê,serbaz, ew kesên nuh hatine hema dikin rêzê û yek bi yek ji wana dipirse ka sinaetê wan çiye an di siviltiyê de çi kar kirine.Îcar dor tê yê gundiyê me. Serbaz dibê: „Oxlim ka meslegê te çiye, te di sifiltiyê de çi kar kiriye?“ Yê me hema qet yekê nake dudu û dibê: Qomutan, di siviltiyê de ez inzîbat bûm. Qomutan ji xwe berê li mahnakê ye, ew jî yekê nake dudu, yekê pê vedike wîna li erdê rast dike.Piþtî ku qomutan diçe, hevalên wî wîna ji erdê radikin û dibên: „Lawo malxerab, ma di siviltiyê de inzîbatî heye tu dibê ez inzîbat bûm?“ Yê me dibê: „Lawo hemu sûcê birayê min e, hingî birayê min digot di leskeriyê de karê herî xwes inzîbatiye min jî got ezê bêjim ez inzîbat bûm,da ku min bikin inzîbat!“

Kor û Þeytan

 Dema hecac li hecê dicin ricma þeytên û keviran davênê, dibên yekî kor jî qey di nav wana deye û ew jî keviran dawêje. Îcar dibên þeytan li ber yê kor disekine,destê wi digre û dibê: Koro tu li vir çi diki? Kor dibê: Ma tu nabîni ez keviran davêm seytên! seytan Dibê: Baþe koro ma çi bi çavên te hatiye, kê wilo li te kiriye,te xistiye vî halî û te kor kiriye? Ê kor dibê: Tu kesî ez kor nekirime,  emrê Xwedayê min e, Xwedê ez kor kirime. Þeytan dibê: Ê koro ma ku Xwedê weha li te kiribe, te kor kiribe û te xistibe vî halî ma ya min çiye tu keviran davêji min bavê min, kê wilo li te kiribe here keviran bavê wi korê heram!

Ozan Canê

Pêsgotinek me Kurdan heye dibên doh doh bû iro iro ye. Yanî doh ez ci buûm, min çi dikir lê nepirse,.iro ez çi me,ez çi dikim li wê binere. Li gora xebera xeberdanê, li gora nûçeya Lotikxanê dibên Akademiya Pêsmergê Kurdistanê xelata zêr daye hozana me Canê, wey rebbî li ser xêrê be! Birasti meriv qedrê hozanên xwe bigre tiþtekî baþe,lê dîsa li gora nûçeyê dibên Canê gotiye „Ez ne ozana tu partiya me, ez ozana gelê Kurd im, heta a navnetewî me“.Ev jî gotinek baþe, pêviste ozan û rewþenbîr hemu bi vî awayî tevbigerin.lê gotin û emel gerek hevdu bigrin.Ger te gotinek kir û te di emel de (pratikê de) li gora wê kir wê çaxê bawerî bi meriv tê, yana bi tenê gotin têr nake.

Meriv bi ziman kare hertiþtî bêje, dibên hestiyê ziman tune.Îcar dema min ev nûçe xwend bîranînek hate bîra min.Beriya heft heyst salan em li dawetekê bun. Di dawetê de gelek hozan u dengbêj hebun. Dawet bi awakî xweþ berdewam dikir.Me dît navê Canê hat xwendin. Canê derket ser dikê rahiþt mîkrofonê û dest pê kir Apo û hey Apo! Ew stran qediya; ya din Serok Apo! Ew xelas bû ya din roja me Apo! Yanî çend stran gotin hemu ne li ser Partyê jî (PKK) hemu li ser Apo bûn. Li der dorê ji beþdaran gelek aciz bûn û digotin „Lawo ma em hatine seva partiyan an em hatine dawetê?“ Îcar heyran ger Canê nuha dibêje "doh doh bû, îro îro ye ez keca îro me û ez nema dengbêjê oda me, ez ozan im“, ez jî dibêm xelata wê li ser xêrê be rebbî, piroz be.

 

Xalo û Xort

Zilamê rêwî di gundekî re derbas dibe ku here gundê xwe. Digihêje serê gund,dibîne xortek  ji nav rezê xwe banê dikê û bi lez tê pêþyê û dibê „xalo xalo ji kerema xwe re bisekine“. Zilam disekine, xort digihê cem û dibê: „Xalo pelê cixarê bi te re heye?“

Zilam: Erê lawo heye

Xort: Xalo tûtin jî heye?

Zilam: Erê tûtin jî heye

Xort: Xalo destê min cemidîne tu dikari ji min re cixarakê bipêçi? Zilam cixarê jê re dipêçe û dide dest

Xort: Xalo agirê min jî tune, tu dikari agir jî bide min? Zilam cixara wî pê jî dixe û bi behc li xort meyze dike. Xort dest bi kiþandinê dike, piþtî ku çend hilmê baþ dikþîne dîsa li xalo wedigere û dibê: Xalo ez dixwazim bi te biþêwirim, dibêjin kiþandina cixarê nebaþe ci raya teye ku ez dest ji cixarê berdim? Zilam li xort dinere û dibê: Na bavê xalo na, ki dibê cixare nebaûe derewan dike. Heta ku ker u ehmeqên weke min hebin, pela bidin te, tûtinê bidin te, ji te re bipêçin û ji te re pê jî xin, cixarê terk meke. Ma çima tê terk biki bavê xalo? 

 

Kurd û Ereb  

 

Yekî Kurd û yekî Ereb cîranên hev in.Herdu her ku hev dibînin dev davêjin hev..Rojekê yê Kurd diçe mala yê Ereb,ku sevbêrka xwe bikin ,Pêþî ji xwe re xwesik diaxivin, henekan dikin,Yê Ereb xwe dîsa nagre dest bi qerfan dike û ji yê Kurd re dibêje: Niha ci di navbêra Kurdan û heywanan de heye? Gava weha dibêje, yê Kurd meyze dike ku di navbêra wî û yê Ereb de bahlifek heye. Dibêje: Heyran,bi xwedê di navbêra me Kurdan û heywanan de bi tenê bahlîfek heye!.

 Cehenemyo Sedam

Di nav me Kurdan de dibên, bi dû kesê mirî de divê meriv neaxive. Yabo ez nizanim ev adet ji ku hatiye û jibo çi meriv nikare biaxive.Dibe jî ku esasek  ilmî ji vê gotinê re hebe ez bixwe nizanim. Lê ez behsa qencî û xerabiyên cehenemyo nakim, ji xwe hinka rabûn gotin rehme lê be, hinka jî gotin oxira wi a Filîtê Quto be. Hin li dij derketin hin jî bi dardakirina wi kêfxweþ bûn.

 Di nav me kurdan de jî KKK û DTP  li himber dardakirina wî nerazîbûna xwe dan xuyakirin. Xwedê wekilê min û we be, heta niha min nizanîbû ku ev her du partî ewqas li ser mafên mirovan radiwestin û ewqas mirovî difikirin.Sed maþelleh tu dibê þaxek ji yê Emnesty Internatsionale.Lê qetilkirina rehmetyê Hikmet Fîdan û hin kesên din hate bîra min.Ji bo þermezariya qetilkirina wan me tu belavok û daxuyanî û nemzê wan nedîtin. Lê ne bi serê min û ne bi serê we ewana bi qetilkirina wan nehisiyabûn yan wê li dijî wê jî derketina.

De neyse,  bela serê DTP û KKK ê saxbe û rehma xwedê di ser cehenemyo re biqevize. Ez bêm ser pêkenokek cehenemyo.Dibên rojekê di civîna þêwirmendariya Iraqê de Sedam axaftinekê dike, dawiya axaftinê ji  kesên amade re di bê “we axaftina min fahm kir?” Wezîrek destê xwe radike dibê “ya seyidî, min axaftina te hemû fahm kir lê ew gotina otomatîþ min fahm nekir.Mana wê gotinê ciye?” Sedam dibê “baþe, belê ezê niha mînakê bidim ji bo tu mana wê fahm biki” .Sedam dipirsê dibê “diya te heye?” Wezir dibê “erê ya seyidi”.Li ku rudinê? dibê li Basrayê.Sedam dibê “baþe, ger niha li Basrayê yek bikute diya te tu li vêderê otomatîþ dibe lawê qehpê. Niha te fahm kir bê wateya Otomatiþ çiye?”

Ez bi ser xwedê de digrim

Bav û law li ser sifra xwarinê rûniþtine li benda xwarinê ne ku xwarinê bixwin.Pîreka malê legana savarê tîne datîne ber wan.Law xwe nagre kevcî li bin savara germ dixe û dixwe lê savar hingî germe ji sewata devê wî hêsir di çavên wî re davên der. Bav dibîne ku çawên law bi hêsirin,dibê: Çibû lawo, ew çi hêsirin qey savar germ bû?

Law dibê: Na yabo savar ne germe, ez digrim. Bav dibê: Çima tu digrî lawo? Law dibê: Tu zani rehmetiyê birayê min pir ji savarê hez dikir, min ev savar dît rehmetî hat bîra min. Zilam keserekê vedide û ew jî kevçîkî li bin savarê dixe, savara germ heta dadikeve roviyan diþewitîne û ji zora re hêsir di çavên wî re jî didin der. Law dibê: Çibû yabo qey rehmetî hat bîra te jî, çima tu digrî? Zilam dibê: Na lawo ne ji bo rehmetî ez digrîm, ez bi ser xwedê de digrîm bê li þûna rehmetî çima ruhê te nesitend ku ez ji te xelas bûma....

Ez jî bûme Kurd

Berya salên 80 i tevgera KUK (Xelaskerên Netewîya Kurdistan)li herêma Omerya pirr pêþketî bû. Bandorek wênî erênî li ser gundiyan hebû. Serkirdetiya tevgerê pirani li Stilîlê diman. Ewana êvaran ji bona ewlekariya xwe li malên xwe nediman, pirani li malên gund, yên ku kes þikê ji wan neke diman.

Yek ji wan malan jî, mala Apê Sofî Xelîl bû.Apê sofî Xelîl jî kalek yextiyar bû û ji mala þêx, ji rojî û nimêja xwe pêve tuþtek nasnedikir. Pistî ku demakê ew kes li mala wî dimînin, qey apê sofî bala xwe dide rabûn û rûnûþtina wan, ev rabûn rûniþtin, çûyîn û hatina wan bandorekê li ser wî jî dike.Rojekê dîsa dirin mala wî, apê sofî bang yekî ji wana dikeû dibê: Kuro lawo Bedirxan, bi qurana go min xwendiye ji qeysê ku hûn diçin û tên mala me ez jî bûme Kurd. Bedirxan dikene dibê: Apê sofî tu berê Kurde heyran! Dibê: Na lawo ne wilo, ez jî bûme weke we. Bedirxan dibê: Çawa tu bûye weke me apê sofi? Sofî dibê: Kuro lawo gava jinapa te Gulê xwarinê ji min re çêdike tîne û ez dixwim, ez nema dibêm elhemdulîllah kuroo!  Îcar ez jî wek we dibêm herhebe,  ji bo wê ez bûme Kurd lawo!

Gelî xwendevanan, ev bûyer berya 27 salan çêbûye. Piþtî 27 salan ka yurtsewerên (!) me niha binêrin bê di çi rewþê dene. Dev ji Kurdên Serxetê berdin, wana heta bi Kurdên menî Binxetê jî fêrî Tirkî kirin. Baþe ku apê sofî Xelîl bi emrê xudê mir û çûye rehmetê yana dibû ku wî jî mohra îlkel mîlîyetçîtiyê bixwara û jibo wê belayek mezin bihata serê wi.

Heftê Horî

Li ser nûçeya Lotikxanê ya di derbarê Melle Osmanê Tirk da û behsa 70 horî, mesela rehmetiyê bavê min û sofiyekî Omerî hat bîra min.Rehmetî pir ji dîn û sofî mofiyan aciz bû, yekî ne xwendevan jî bû, lê hertim digot ez koministim.Îcar sofiyek ji gundeki Omerya hebû her ku riya wî bi gund keta, yan karekî wî heba dihat cem mala me.

Wê demê jî bavê min muxtar bû, kar marê wî dimeþand. Her ku sofî  bihata wê bigota „Þêxo, çima tu li mêj naki,an çima tu rojî nagri?“ Ew û rehmetî wê têketina qirka hev,rojekê dîsa sofî hat û ket  behsa dîn û wê dinyayê. Rahmetî got: Bise sofi, pirsek min ji te heye. Li gor ku min bihîstiye dibên li wê dinyê heftê horî didin meriv, bira ev raste heftê hori hene? Sofî got: Binere, hema hiþê te li ser tiþtên wilo xerab e. Rehmetî gotê: Erê sofi ez nezanim, xwe aciz meke, heftê horî hene an na? Sofî bi behc got: Belê hene! Rehmeti got: Baþe tu nayê ez û tu em bazarekê bi hevre bikin? Sofî got: Çi bazar? Rehmetî got: Sofî tu ya xweyî vê dinyayê bide min, bi telaq heftê horiyê min ên li wê dinyayê ji ji te re! Sofî rabû xwe li erdê xist, xwe aciz kir û got: Tu fedî naki vî tiþtî ji min re dibêji?

Zilamekî din jî li cem wan rûniþtibû, wî ji sofî re got: Erê sofî tu çima dixeyidi? Lawo fêde li te ye, yek bi heftêyî! Hema sofî rahiþt þaþika xwe û got: Ez ji we ne pîstir bama ez nedihatim cem we! Xeyidî û ji hundir derket û çû.

Xwedê bi min re ye

Dibên li Kurdistanê aliyê binxetê polîsek Ereb (þirta) ê trafikê hebû pir ceze li trimpêlan dixist û tu tirimpêl ji ber nediflitîn.Cezê wî jî weke polîsên tirkan ne ku tiþtekî resmî bû, perên ku ji ceza derdixist rast bera bêrîka xwe dida. Rojekê qey karê yê polîs baþ naçe. Heta êvarê li ser rê dimîne tirimpêlekê ku cezê lêxe pêde nake. Dawiya þevê dibîne ku yek li piskilêtê xwe suwar û bi alyê wî ve tê.Hema derdikeve pêþya piskilêt û wî disekinîne.

 

Xwediyê piskilêt dadixe û dest bi kontirola piskilêtê dike.  Frêman, lempan, tekeran hemu tiþtên piskilêt kontirol dike. Dibîne ku hemu sazkarin tu kêmasi têde nabîne ku cezê lê bibire. Dawî ji xwediyê piskilêt re dibê: Tu ji ku tê û tê here ku? Xwediyê piskilêt dibê: Ez ji filan gundî me, ezê herim vî gundê cîran þevbihêrkê.Polîs dibê: Ma tu natirsi vê þeva hanê tenê derketiye ser vê riyê? Xwediyê piskilêt dibê: Na ma çima ezê bitirsim xwedayê min bi min reye! Yê polîs hema deftera ceza derdixe û cezê dinivîsîne û dide dest xwediyê piskilêt.

 

Zilam dibê: Ev çiye? Polis dibê: Cezê te ye, te bê qanûnî kiriye! Zilam dibê: Erê min çi bê qanûnî kiriye? Polîs dibê: Te niha negot xwedê bi min re ye? Zilam dibê: Belê! Polîs dibê: Êêê,  ma tu nizani ku ji yekî tenê pêve nikare li piskilêt suwar be? Te muþteriyek zêde bar kiriye,ev jî cezê wê ye…. 

 

Ne jibo ez pê sûnd bixwim

Zilamek gundî li bajêr birçî bûye, diçe xwarinxanekê xwarinekê ji xwe re dixwaze. Garson xwarina wî jê re tîne datîne ber, zilam dest bi xwarinê dike ku bixwe lê dibîne nan tune.

Bang garson dike û dibê,“ heyran te nan ji bîra kir, ka ji min re nan bîne“.Garson tê selka nan datîne ber.  Gundî li selkê dinere dibîne tenê parîyek nan têde ye. Dîsa bang li garson dike dibê, „heyran ev çiye?“ Garson dibê nan e. Gundî bi hêrs dibê, „kuro lawo ez jî zanim ku nane, lê min got hinek nan bîne ku ez bi xwarina xwe re bixwim, min negot nan bîne ku ez bê sûnd bixwim heyran!“

 

Jibo bîranîna xalê Mûsa û apê Ehmed

 

Li gund (Stilîlê) rezê me hebû.Ez jî zaro bûm. Her sibeh ji rez min barek tirî diçinî û dibir li bin çinara xalê Mûsa datanî û tiriyê xwe difrot. Her dema go min devê cembiyê xwe vedikir ku ez tirî raxim, wê apê Ehmed  bihata li ber min bisekiniya û wê rahijta destê min danîba ser qûna xwe, têra xwe radihijt tirî û digot, “ev tirî jî heqê ku te dest qûna min daye” û wê biçûya. Ne rojek ne duroj, her sibeh karê min û apê Ehmed mabû ew. Xalê Mûsa jî bi vê mesela min û apê Ehmed hisiya bû.

 

Rojekê xalê Mûsa ji min re got: Xwarzê ma navbera te û apê te Ehmed çawa ye? Min got: Xalo ma wê çawa be, bi xwedê apê Ehmed her roj tê, dibê te dest qûna min daye, têra xwe tirî dibe û dice. Got: Xwarzê, tu jî tiriyê xwe buha bike. Min got baþe ez xwarziyê te me. Adinî rojê çawa min tirî danî, min dît  apê Ehmed dîsa hat. li ber tirî sekinî û dîsa rahijt destê min ku deyne ser qûna xwe. Min got: Na, bise ez nema wilo qebul dikim. Got: Çima? Min got: Hertist buha bûye ma qey hayê te ji zema nû tune? Got: Zema çi? Min got: Benzîn buha bûye, mazot, gaz hertiþt zem xwariye. Got: Êêêê!  Min gotê: Ciyê tiriyê min jî buha bûye. Got: Baþe ma bûye bi çi? Min got: Ez nema dest qûna te didim, îcar ji îro pêve ezê bêm piþt te û xwe li te xim. Gava min wilo got apê Ehmed hema tirî danî û bi dû min ket.

 

Ez reviyam û rast min xwe li xalê Mûsa girt. Xalê Mûsa dît go ez direvim û apê Ehmed bi dû min ketiye, bang apê Ehmed kir: Xêre Ehmed tu çi bi dû xwarzê ketiye ma xwarzê çi kiriye? Got: Kuro xalo tu namîne ecêb mayî, ji min re dibê ezê bêm piþt te û xwe li te xim. Xalê Mûsa got: Ê Ehmed bazar bi te re kiriye, ger tu naxwazi qebûl meke û wekî din jî ma ne biraziyê te ye, ma wê çi bibe go carekê xwe li te xe. Apê Ehmed got: Bi xwedê te wî fêrkiriye ku wilo bêje.Xalê Mûsa keniya û got: De were dev jê biqere lo. Ez jî wê carê ji apê Ehmed xelas bum lê dîsa em man li ser bazara berê.

Îcar ez we herduyan bi xemgînî bi bîr tînim, gora we herduyan bihuþt be û xwezî bi wê demê ya xalê delal û apê delal....      

 Dermanê Kêça

Zilam êvarî ji cot tê malê, pîreka wi jê re dibêje,“mêrko, ma ne tu nizane bê îro min çi dermanê qenc ji bo kêça kiriye. Zilamê ku difrot ji min re got ji bo kêça yek û yeke“.Zilam dibêje, „baþe ka hela bîne bê ka ev ci dermane“.

Pîrek derman tîne dide mêrê xwe. Zilam radije kîskê derman piçikî ji kîsik derdixe lê dinere dibine naþibe derman, bêhn dike tu bêhn jê naye, dibêje „ev ne weke dermane, ev weke xweliyê ye,ma ka ji te re negot meriv çawa bikar bîne?“ Jinik dibêje, „belê weke ku ji min re got bikaranîna wê pir hêsane.Got ku her we kêçek girt, hûnê çavê kêçê vekin û piçek ji vî dermanî bera qorziya çavê kêçê bidin, kêç wê di cih de bimre“. Zilam dibê, „hîna ezê kêça yek bi yek bigrim,ku min girt ezê çavê kêçê vekim û piçek ji vî dermanî bera qorziya çavê wê bidim û hîn wê kêç piþtre bimre!“ Pîrek dibêje, „erê!“. Zilam ji pîreka xwe re dibêje, „de baþe balê  tu ji niha ve rabe here mala bavê xwe heta ku ez kêça bi vî awayî xelas bikim li mala bavê xwe be“..

 

Sofiyê mala Þêx

Demsal havîne û meha rojiyê ye. Sofîkî mala Þêx ji sûkê tê ku here malê, ew jî bi rojîye û ewqas tî bûye go nema kare bimeþe. Di dilê xwe de dibê „xwezî naha tirimpêlek nas di vir re derbas ba ku  min bibra heta malê“. Digihije  ser pira Enteryê dibîne go tirimpêla Þêx ji wir de tê, kêfa sofî tê û bi lez destê xwe jê re bilind dike lê mixabin tirimpêla Þêx lê nasekine û derbas dibe û diçe.

Sofî bi dû tirimpêlê de dinere, hinekî disekine û pol û poþman berê xwe dide malê. Çawa digihije malê pêþî têr av vedixwe bi dû re radije firaxê kurkirinê û bi riha xwe dikeve wê riha dirêj dide ber mekes û guzanan. Ruyê xwe paqij dike, kincên xwe diguhere û berê xwe dide nava gund. Gava derdikeve kîjan gundî çav lê dikeve dimînin þaþ.

Ew dibê „xêre sofî ka riha te?“ yê din dibê „ka riha te?“ Sofi dibêje „heyran binerin ji îro pêve kes ji min re nema bêje sofî, ez nema sofî me, min sofîtî berda“. Yek jê dipirse: Erê xêre çibû, mesele ci ye? Sofî dibê „kuro lawo Þêxê go li ser pira Enteryê bi kêr min nehat kuro ma wê çawa li ser pira selatê bi kêrî min bê kuro?“

 (Pira Enteryê li bajarê Qamislo li ser cemê Cexcaxê  ye)

 

Kerê Melê

Gundî tev muxtar û melê xwe li oda gund gihiþtine hev û þevbêrka xwe dikin.Civata gund e, hinek behsa zevî û çandinya xwe dikin, hinek behsa pez û dewarên xwe dikin. Civat germ bûye û babet zîvirî hat ser keran. Dema qala keran vedibe herkesekî qala kerê xwe dike û pesnê kerên xwe didin.Yek dibêje „kerê min weke hespekî bi qewet e“ ê din dibêje „kerê min ji ê te bi qewettir e“ welhasil her kes pesnê kerê xwe dide.Hîna ewana di nav xwe de diaxivin melê gund radibe ser xwe û bi hêrs radije þaþka xwe û ji gundiyan re dibêje „bi qurana min xwendiye ez nema têm civata we“ û ji odê derdikeve.

Gundî pêve radibin didin du, wîna li deryê hewþê disekinînin.Li ber digerin dibên „xêre seyda çi bû, çima tu ewqas aciz bû? Qey kesi gotinin nebaþ ji tere gotine? Ka bêje bê qisûra me çiye heyran?“ Mele dibêje „kuro hûn ji êvara xwedê de qal û behsa kerên xwe dikin, hûn pesnê wan didin yekî ji we negot emê hineki qala kerê melê xwe jî bikin, ma kerê min ne weke yên we ye?“.Gundi fahm dikin ku,ji bona kesi qala kerê wi nekiriye,mele aciz bûye.

Zilamek navser ber bi melê ve tê û jê re dibêje, „seyda, raste ku me qala kerê te nekiriye, lê ne go me kerê te ji bçr kiriye.. Heyran em gundî hemi kerê te ne di rêza keran de berdidin, em  kerê te di rêza qantiran de berdidin. Ji ber wê me qala kerê te nekir ya seyda!“ Piþtî van gotinan mele kêfxweþ dibe û dîsa tê odê li cihê xwe rûdinê.

 

Mîxo û Rêxo

Ez bawerim, xwendevanên Lotikxanê meseloka Mîxo û Rêxo dizanin. Kesê ku nizanibin jî ger bixwînin û vê meselokê fêr bibin baþ e. Ji ber ku meselokên weha gelekê caran  jibo axavtin, gengeþî û þirovekirinan weke derman in. Ji bona bûyerekê hewce nake meriv pir biaxive û serê xwe biêþîne, bi meselokek weha meriv kare merama gotinên xwe bîne zimên û bi kesê miqabil xwe jî bide fêhm kirin. Ev ji dewlemendiya wêjeya Kurdî ya devkî ye.

Dibên lawkê malê li ber mêvanê xwe disekine û jê dipirse: Xalo navê te çiye? Xalo dibê: Xwarzê navê min Mîxo ye! Lawik disa jê dipirse: Xalê Rêxo ma navê lawê te çiye?  Xalo lê vedigerîne û dibêje: Hey te di diya xalo kiro, te çi navê Xalo kire tirr îcar ma dora navê lawê xalo!

Simeîlê Dîn (6)

Xorta ku Simeîl zevt dikirin asaq û henek pê dikirin. Rojekê xortek ji Simeîl re dibêje: Wa Simeîl! Kuro lawo min tiþtek li ser te bihîstiye, kuro ka were bê ev tiþtê min bihîstiye raste an na? Simeîl dibê: Çiye lawo, kê çi li ser min gotiye, te çi bihîstiye? Xort: Lawo min bihîst dibên Simeîl gotiye ez dikarim mast bikim çeqilmast!. Simeîl lê vedigerîne: Min ji kê re gotiye lawo?  Xort: Ez ji ku zanim xelk dibên Simeîl gotiye. Simeîl dibê: Lawo hema ez di diya xwe nim go min gotiye ez karim mast bikim çeqilmast! Ma ez ji ku karim lawo!

Simeîlê Din (5)

Simeîl her roj qasek xox ji sûkê ji xwere dikirî û dibir li ser riya Amûdê datanî û li wir ji xwe re difrot. Rojekê miþtirîk bi trimpêla xwe li ber Simeîl disekine û jê re dibê: Simeîl kîlwa xoxê te bi çi ye? Simeîl dibê: Kîlo bi 5 wereqa ye! Ka di qasê de çend kîlo hene? Dibê: Qase 10 kilo ye. Dibê „baþe ka qasê bîne têxe tirimpêlê ezê hemî li ser hev bikirim“. Simeîl lê vedigerine dibê, „na weleh ez li ser hev nafroþim, ez tenê bi kîlwan difroþim“. Miþterî dibê: Lawo ma te ne ji bo firotinê anîne, ha te bi kîlwan firot ha li ser hev! Dibê: Na ez li ser hev nafroþim. Miþterî dibê:Baþe çima tu li ser hev nafroþe? Simeil dibê: Erê lawo ma ez niha hemî li serhev bifroþim te, xoxê min namînin îcar ji niha û heta êvarê ezê çi bifroþim?

Simeîlê dîn (4)

Jinka malê li hewþê teþta meyrê li ber xwe daniye û meyra xwe tevdide. Digo Simeîlê dîn derî vekir û ket hewþê.Ji Simeîl re dibêje, „Simeîl, ez qurbana te dûrî min tu meyra min nerijîne“. Simeîl dengê xwe nekir û hat nêzîkî jinkê rûnist. Piþtî gavekê jinik ji ber teþtê rabû ku here hundir tiþtekî bîne, disa got, „Simeîl ez qurbana te tu  meyra min nerjîne“. Hema Simeîl ji nivþkê ve rabû ser xwe û pêhnek li teþta meyrê  xist teþt qulipand, meyir li hewþê belakir. Piçek jî di teþtê de nehiþt. Jinik dibê, „min serê te xwaro te çima wilo kir?“ Simeîl lê vedigerîne û dibêje, „keçê tiþtê ku nayê bîra meriv jî tu tîne bira meriv wey!“

 

Simeîlê Dîn (3)

Kurdên me yê binxetê bi piranî aboriya wan li ser çandiniyê ye,çandinî (musim) jî girêdayî baranê ye. Sala ku baran baþ bibare musimê wan jî  baþ tê, wê çaxê xêr û bêr e, sala ku nebare musim jî xerabe û di aliyê aborî de dikevin tengasiyê. Îcar qey salekê baran zêde dibare, neh deh rojan li ser hev dibare. Eva bala Simeîlê dîn dikþîne. Simeîlê dîn li ezman dinêre û dibêje: Kuro bi qurana ku melê xwendiye ev baran di dest yekî biaqil deba têra çar pênc musimê me dikir…

 

Smeîlê dîn-2

Muxaberatê (sîxur) Sûrî li tûtina qaçax digerin,didin du Simeîlê din, dibên “Simeîl dîne belkî em di riya wi re bikhêjin tûtina qaçax. Rojekê ji Simeîl re dibên, “Simeîl tu zanî tûtin li cem kê,li ku heye?” Simeîl dibê, “bi xwedê ez cihekî nasdikim tije tûtine”. Muxaberat dibên, “de ka cihê wê ji mere bêje”. Simeîl dibê, “na ez birçî me, min bibin xwarinxanê, pêþî min têr kebap bikin ezê dûre cihê tûtinê ji were bêjim”.Muxaberat wîna dibin xwarinxanê têr kebap dikin û dibên, “de ka îca bêje”. Simeîl dibê, “ez bê cixare me jî, ka ji min re pakêtek cixare jî bikirin”. Pakêtê ji jêre dikirin. Simeîl dibê, “de heydê îca ezê we bibim cihê tûtinê” û dikevin Cêba muxaberatan.

 

Simeîl berê wan dide riya Amûdê, Amûdê jî derbas dikin tên ser sînor li miqabil gundê Darê dibê bisekinin. Cêbê disekinînin, ji cêbê dadikevin Simeîl ji wana re dibêje, “hûn wî çiyayî dibînin?” Dibên, “erê!” Dibê, “li piþta wî çiyayî gundek heye navê wê Qurdîsê ye, îcar ji min derew lê li gora gotinên xelkê dibêjin li Qurdisê bi baran tûtin heye, îcar hûn dirin digrin hûn nagrin ew karê we ye”..Muxaberat li hev dinerin û dibên, “lawo Simeîl bi xwedê ê bi aqil tuyî û ê dîn jî emin ku em ne ehmeq û dîn bana me nedida dû te û em nedihatin heta vêderê”.

Qurdisê: Gundek li herêma Mêrdinê ye û tûtina wê binav û deng e (Kurdistana Tirkî)

Amudê: Gundek binxetê ye ( Kurdistana Sûrî)

Darê:Gundek serxetê ye (Kurdistana Tirkî

 

Smeîlê dîn-1

 

Li binxetê Simeîlê dîn hebû, ew bixwe dîn bû,lê wîna gotinin weha dikirin ku deh profesor û bi sedan siyasetmedarên me kurdan jî nizanin wan gotinan bikin. Îcar ezê ji we re çend gotinên wî binivisînim.Ki ber vê demê di nav me kurdan de gengeþî li ser dînan  heye roj roja gotinên Simeîlê dîn in.

 

Rojekê Simeîl di sûkê re derbas dibe dinere çend araqwexwarî rûniþtine û araqa xwe vedixwin. Bang Simeîl dikin „Simeîl vere vêde!“ Simeîl diçe, dibên were runê.Simeîl rûdinê qedehekê araq dadigrin û didin Simeîl dibê hiþte vexwe. Simeîl dibê „ev çiye?“ Dibên araqe. Simeîl dibê „na ez venaxwim“. Ew dibên „de vexwe lo tê pê kêfxwes bibî“. Simeil dibê „erê lawo, hûn vedixwin hûnê niha dîn bibin bibin weke min, lê ku ez vexwim ez berê dînim îcar ezê bibim weke kê?“

 

Kundir û beroþ

Li oda gund civat germ bûye. Na mesele zîvirî hat ser mezinbûna kundira. Yek dibê kundirê min dîtiya ewqas mezin bû, yê din dibê yê min hîn mezintir bû,her kesek tiþtekî dibêje. Ji hundirê civatê yek rabû got, „lawo ma we çi dîtiye, kundirê ku min dîtiye ewqas mezin bû ku ev keleha gund ji ber ve biçûk bû“. Kesê li civatê hemi bêdeng man, li hev nerîn û di ber xwe de dibên, „evîna çawa çirand, kesi kundirê weke keleha gund dîtiye!“ Lê kesî negot ew çi derewa bê îmane.

 

Ji qorzîya odê yek rabû û got, „bavê min hedad bû, wîna beroþ çêdikirin.Rojekê beroþek wilo mezin çêkir dema wî çakûç li aliyekî dixist dengê çakûç nediçû kesê aliyê din, ewqasî beroþa wî mezin bû“.Hema xwediyê kundir rabû û got, „wey wey, ev çi derewa ecêbe! Kesî beroþên wilo mezin dîtine lawo?“ Xwediyê beroþê lê vegerand û got, „segbav, ger beroþên wilo mezin tunebin  kundirê weke kelehê mezin wê di ku de bên kelandin hê!“

 

Xalê Remo

Xalê Remo tê civata gund û ji civatê re dibêje, „mane hûn nizanin bê lawê min li leþkeriyê bûye çi? Îro nameya wi gihiste min li leþkeriyê bûye tiþteki gelek mezin.min zanîbû wê tiþtek mezin jê derkeve“.

Gundî li hev dinerin,yek ji wan dipirse: Xalê Remo ma lawê te bûye çi?  Ew jî dibê, “Weleh xwarzê ew tiþte ku bûye nizanim bêjim lê ez dizanim bûye tisteki gelek mezin“.

Yek ji gundiyan dibêje, „qey bûye onbaþî bavo!“

Xalê Remo, “na bavo hîn mezintir!” Yeki din, “qey bûye çawîþ!” Xalê Remo, “na bavo hîn mezintir!” Yekî din ji civatê, “ê qey bûye yuzbþî!”

Xalê Remo, “kuro ez dibêm gelekî mezin tu dibê yuzbaþî!”

Welhasil kesê di civatê de ci nav di leþkeriyê de hene hetani bi general yek bi yek dibêjin xalê Remo dibêje hîn mezintir.

Yekî din ji qorziya odê; “xalê Remo qey lawê te bûye bûlaþikçî (firaxþo)?”

Xalê Remo, “hey rehma xwedê li bavê te ah lawê min bûye ew ha!”.

 

Xalê Musa (Enter) û Zêrê

Zêrê jinek navser bû, pirê caran dihat mala xalê Mûsa û navmaltya wi dikir. Der û dor dida hev û xwarin çêdikir, firaxên wi diþûþtin.Xalê Mûsa rojekê dire Nisêbînê ji wir dermanê firaxa dikire û tîne malê. Dibêje,“Zêrê biner ev dermanê firaxa ye, ji îro pêve tê firaxa bi vî dermanî biso“. Rebena Zêrê cara ewile ku dermanê firaxa dibîne, nizane bi derman biþo. Na çend carkî bi derman diþo sebra wê li derman nayê,nema bi derman diþo.

Rojekê xalê Mûsa bala xwe didê Zêrê ku firaxa bi derman naso.Dibê, „Zêrê ma ev derman ji bo çi min aniye, ma min ji te re negot firaxa bi derman biso?“ Zêrê lê vedigerine, „ho Xalo, hema te jî daye dû qûna derman! Firax paqijin hê,,ma tu dibê qey gûyê min bi firaxa ve ye, hema tu dibê bi derman biso“. Xalê Mûsa xwe qet aciz nake û dibê, „de ica yabo! An wê gûyê Zêrê bi firaxa ve be an Zêrê firaxa bi derman naso!“ 

(ji bona biranîna xalê delal carcaran emê pêkenokên vî ji bona xwendevanên lotikxanê binivîsînin)

QANÇORCÎ Û GUNDÎ

Dema berê qançorçî hebûn,qançorçî li gundan digeriyan,yên heywanên wan hebûna qançorçî ji wana bac(vergi) distendin.Îcar dema qançorçî dihatin nava gundan digeriyan ger gundiyan firsend bidîtina heywanên xwe vedisartin da ku bacê nedin.

Rojekê yekî gundî dibîne ku qançorçî tên nav gund. Yê wî jî tenê kerek wî heye, nema firsendê dibîne ku kerê xwe bide alî hema kerê dixe erdê, lingê wî girêdide û betanîkê bi ser kerê dadike.Pistî demakê qançorçî tên mala wî û dibê „heywanên te hene?“ Ê gundi dibê na weleh tunene. Qançorçî li mal digerin yek ji wan dibîne tiþtek di bin betanyê de dileqe.

Ji gundî dipirse: Ew çiye di bin betanyê de dileqe? Gundî dibê, „wele bavê min e, nexweþe me betanî bi ser dakiriye“. Qançorçî tê nêzik destê xwe davêje betanyê û dibê, “apo derbasbûyî be, tu çawayî?“ û betanyê hildide. Gava hildide guhên kerê xuya dikin, hema betanyê berdide û dimeþe. Gundî bi dû dikeve dibê, „ma tu bacê lê nabirî?“ Qançorçî dibê, “na heyra na, piþtî ku bû bavê te û pistre bû apê min ma çawa ezê bacê li apê xwe qut bikim!”

Nexweþîya nefsî

 Nexwesiya nefsi bi yeki re pêde bûbû çi bikira, ci bigota digot ji kî..ê min ve.  Rabû rokê birayê wî, wî dibe ser doktor. Doktor xwest wî kontrol bike got „Ka fanêrê xwe ji xwe bike“. Ewî got Ezê ji xwe bikim ji kî..ê min ve“.Ka xwe dirêj bike“. Ezê xwe dirêj bikim ji kî..ê min ve“. Doktor ci dibêje  ew dibê ji kî..ê min ve. Doktorê me ji qehra re hindik maye biteqe. Doktor: Ka rabe! „Ezê rabim ji kî..ê min ve“  Doktor: Ka pencerê veke!  „Ezê pencerê vekim ji kî..ê min ve“. Doktor: Ka hilkiþ ser pencerê! „Ezê hilkiþim ser pencerê ji kî..ê min ve“ Doktor: Ka xwe bavêje xwarê! „Ha doktor pencere bilinde ez xwe bavêm ezê bimrim“.Doktor: Tu mir ji kî..ê min ve…

Ji guvastinê mir

Rojekê zivistanê ,zilamek di ber çemkî re derbas dibe, dibîne ku xortekî pisîka xwe kiriye nav çem û pisikê diþo. Zilam gazî xort dike „kuro lawo ji xwedê bitirs te vê sermê ew pisik kiriye nav wê avê gunehe lawo, wê derxine wê biqefile wê bimre ha“. Xort dibê „na xalo tiþt pê nayê“.Zilam derbas dibe diçe. Piþtî gavkê wedigere dibine pisik li ber xort dirêjkiriye û xort çawa digrî. Zilam dibêje „ha xêre tu çima digri?“ Xort dibê „xalo mane pisîka min mir“. Zilam dibê „ê lawo ma min ji te re ne got sare wê biqefile û bimre kuro?“ Xort him digri û him dibê „weleh xalo ne ji serma mir“. Zilam dibê „ê balê ma ji çi mir?“. Xort dibê „xalo bi xwedê ji guvaçtinê mir!“

sXaltîka Xezalê

Xaltîka Xezalê yextiyar bû û hiþê wê kêm bûbû, wê ci kar bikira illeh tistek jê jibîr dikir. Îcar her ku tiþtek jibir bikira an þaþiyek dikir dixist stuyê seytên û digot „nalet li cavê þeytên!“Rojekê pale li nav zeviyê paleya wan dikin. Xaltîka Xezalê jî firavîna wan li mal çêdike û ji palan re dibe nav zeviyê. Li wir firavinê li bin darekê datîne û bang li palan dike dibû „werin firavînê bixwin“.

Pale tên li ser firavînê rûdinin ku bixwin dinerin ku kevçî tunene. Xaltîka Xezalê ka kevçî? Xaltîk li nav firaxa,li derdora xwe li kevçiya digere kevçiya nabîne. Dîsa diber xwe de hema dibê „nalet li çavê þeytên, çibû ji kevçiya? Nalet li cavê þeytên ma ev kevçiyên min bi kuve çûn?“.Ne carkê ne duda na mêrê xaltîka Xezalê nema xwe digre û bi hêrs bang lê dike dibê „bese heyran! Te çi bela xwe firotiyê  feqirê þeytên? Ez diber wi feqîrî de sûnd dixwim go haya wî baya wî ji kevçiyên te tune, te kevçî dîsa li mal jibir kirine û hew ya hurmet!“.

Tirra Zilam
Rojekê zilamek di civata gund de tirrekê dike. Kesên ku di civatê dene zilam nasitirînin,tirra zilam di nava gund de belav dikin. Gundî ji qal û behsa tirra wî pêve nema behsa tiþtekî dikin. Rebenê zilam bi kuve biçe, kî wî bibîne dibên ahva xwediyê tirê! Zilam dike nake tu çarekê ji destê gundiyan nabîne.Zilam difikire dibê „ya baþ ku ez mala xwe ji gund barkim herim gundekî din hetanî demekê ku gundî tirra min jibîr bikin“..Radibe ji gund bar dike.

Sal û zeman derbas dibin. Zilam rojekê dibê „ka ezê herim gund bê ka gundiyan tirra min jibîr kirine an na?“Zilam diçe gund dibîne pîrekin li ser tenûrê nan lêdixînin. Zilam dibê „ka bi mahna nan ezê herim cem van pîrekan bê ka min nasdikin an na“. Diçe ser tenûrê ji pîrekê re dibê „xwakê ez birçî me, hûn dikarin ji kerema xwe hinek nan bidin min?“ Pîrek dibên „serçava xalo deka hinkî bisekine heta nan çêbibe“. Zilam di dilê xwe de dibê „baþe vana min nasnekir“.

Pirekên li ser tenûrê di nav xwe de diaxivin,yek ji ya din dipirse: Welê lawê te çend saliye? Ya din dibê: Welê wele ez bi hesaba nizanim, lê tiþtê ku ez dizanim lawê min di dema tirra filankes de çêbûbû. Hema zilam hêdî piþta xwe dide wana û bi lez ji gund derdikeve û ji xwe re dibê „min digot niha tirra min hatiye jibîrkirin, min nizanîbû ku gundiyan tirra min ji xwe re kirine tarîx!“.

Xefûr û Kerîm
Þev ketiye erdê, çêleka ê gundî nehatiye malê. Gundî derketiye nava gund lê digere nagere çêlekê nabîne. Na bi rêde pêrgî melle dibe,ji melle re dibêje „seyda qurba ava bû þev û çêleka min nehatiye malê, ez pir ditirsim ku tiþtek pê were, tu bi min re bihata me biçûna lê bigerya?“ Mele dibê „heyra mitala meke tiþt bi çêleka te naye, heta sibê xwedê xefûr û kerîm e“.Gava Mele wilo dibêje hinek bêhna ê gundî vedibe, di dilê xwe de dibê „piþtî ku seyda dibê tiþt pê naye ez nema ditirsim, melle ye û jê ve xuyaye ku tiþt bi çêleka min naye“ û vedigere malê. Dibe sibe, bi ferecê re gundî radibe dibîne hîn çêlek nehatiye. Hema berê xwe dide çiyê, li çiyê diqulipe xwe berdide bestê çi bibîne. Dibîne ku du Gur ketine ser laþê çêlekê çawa wê ji hev dikçînin. Gundî pol û poþman vedigere nava gund, tê ber deryê melle û bang li mellê dike:
-Seyda seyda!
Melle: Ha filankes te çêleka xwe dit?
Gundi: Erê wele seyda min dit..
Mele:Ma li ku bû?
Gundi: Hawa li wê bestê ye, lê bi xwedê Seyda xefûr û kerîm ketine ser laþê wê, yek ji vî alî de û yek ji aliyê din de wê jihev dikþînin..

Hêvîya me ma PMKS

Silav li heval û hogirên modern..Du textorê me mabûn wan jî xwe kiþand,ji Komkarê îstîfe kirin û ketin nav Partiya Modern ya kesên serbixwe. Ji îro pêve ne PKK,ne PSK û ne tu partiyên din. Hêvî û hewara me ma PMKS (Partiya Modern ya Kesên Serbixwe). Wey rebî li ser xêrê be. Vê bûyerê mesela xalê Nayîf anî bîra min.

Xalê Nayîf zilamek navser bû, salên wî wê demê li dora 50 bû, yê min jî li dora 20 a bû.  Me car cara asaq di xalê Nayîf dikirin. Rojekê em li Stilîlê li qehwa Genco rûniþtine. Me dî xalê Nayîf hat, hêrs ketiye û bêhna wî pir teng bûye. Hat li cem me rûniþt, çayêk vexwar, bêhna xwe berda. Me jê pirsî „xêre xal çibûye, cima tu bêhntenge?“

Bersiva da me got „niha hûn bi minre nakin ku em partiyek bênamûsa ava bikin?“ Min û Genco lihev nêri me got „ka çawa emê ava bikin xal? got „pir rehete, ezê bi serok bim tu û Genco ji azê min bin ava bû parti!“ Genco jê pirsî „ma xal tu dibê emê biserkevin ku ji bona belediyê em te wek namzet deynin?“ Xal got „yeh, bi xwedê hema go hevalên me bi me re xayîn nekevin, ji nuhave ez reîs im!“

 

Xalê Emîn

 

12 ilonê hatiye, tofan û bablîsok li camêra rabûye. Lawê xalê Emîn jî, ji ber mesela karê siyasî derketiye dervi welêt, Jibona lawê wi çawîþê qereqolê ji xalê Emîn gelek acize, her lê li mahnakê ye.Qereqol jî li ser riya mala xalê Emîn e.Rojekê xalê Emîn ji mal diçe ku here nava gund. Digihije rastî qereqolê,li nêzîkî qereqolê kerek dizire. Çawîþê qereqolê jî li ber deryê qereqolê sekiniye Çawîþ bang li xalê Emîn dike:

Emîn Axa,Emîn axa!

Xalê Emîn lê dizîvire „ne var qomutan (ci ye qomutan)?

Çawîþ: Yawo bu esþek ne diyor (ew ker dibê çi)?

Xalê Emîn: Weleh ben anlamadi qomutan (Weleh min fahm nekir qomutan) çunkî ben Turkce fazla bilmiyor (ji ber ez zêde nizanim Tirki). Û derba xwe li qomûtan dixe.

Hemzo û Ebaso
Hemzo û Ebaso bi hevre di odakê de diman.
Li alîkî livînê Hemzo li aliyê din yê Ebaso. Hemzo Herroj diçû ser livînê Ebaso xwarin dixwar. Hemzo ji vê gelek aciz bûbû, ji ber livînê vi dilewitîn, rojekê bang li Hemzo kir: Binêr lawo Hemzo, va ez ji te re dibêjim, ji îro pêve bes li ser livînê min xwarinê bixwe
Demek têre derbas dibe rojekê Ebaso diçe ser livinên xwe çi bibîne, destê xwe bi ku vedike dibe demûþ. Hemzo li ser livînên wî reçel xwariye, bi hêrs berê xwe da Hemzo: Lawo Hemzo! Min ji te re negot tu li ser livînên min xwarinê nexwe, va te çûye îcar reçel li ser xwariye, te livîn hemi kirne demûþ,biner bi xwedê carek din tu tiþtekî li ser livinên min bixwî û bilewite ezê jî bêm li ser livinên te gu bixwim û bela livînên te jî hemi bibe gû.

Çêlekên Swêdê

Li ser nûçeya we ya Çêkelên Swêd ku li Kurdistanê îhale girtine, Xwdedê wekîlê min û we be ew nûçe rast e. Swêd ji zûde amadekariya wî karî dike. Gavanê wan jî yekî Kurd e. Ew ji Kurdistana Tirkî, ji gundê Zorava ye, navê wî jî Laleþ Qaso ye. Laleþ gava çûbû Swêd îltîca kiribû, jê pirsîbûm bê ka sinaetê wî li welêt çibû. Wî jî gotibû ku ez li Kurdistanê gavan bûm. Îcar jibo rastkirina vê nûçeyê hûn dikarin ji Laleþ malûmata bistînin. Ji in gotin....

 

Ap û Birazî
Ap û Birazî di hewþa xwe de bîrekê ji xwe re dikolan..Ap daketibû bîrê ax dikola û bi satila hildida dest biraziyê xwe.Ap hinek yextiyar bû, bê qewet bû. Her satil hildida jor yek jî (Tirrek) pêre berdida. Bêhna tirrên wî li jor li bêvla birazî dixist. Ne yek ne dido,birazi jî fedî dike ji apê xwe re bêje bes apo te em genî kirin. Na ap bang li birazî kir:
Birazî! Rewþa hewa li jor çawaye? Tu dibê gelo wê baran bibare an na?
Birazi: Rewþa hewa apo bixwedê baran bibare nebare ez nizanim, lê ger li gor vê bêhnê here xwedê wekilê min û te be wê gû bibare

We ez þewitandim

Berpirsyarê hêja kekê minî delal, ma min ji we re e-mailek þand û we pîroz kir.
Min got malpera we xweþe, min pesnê we jî da û jibona piþtgiriyê jî bidim we
min ji we re pêkenokek jî þand. Ma min xerabî bi we kir ? Kuro we wêneyê vê
keçka xweþik daniye û navê min jî li binya wêne nivîsandiye Lezgin Sêxo! Ma
dostanî eve lawo? Ya we ne dostaniye, ya we dijminayiye kuro! Lawo yê min
nasneke wê bêje bixwedê ev Lezgin sêxo ye. Heyrana serê we bim hunê vê
meselê serrast bikin. Va ezê wêneki xwe ji were biþînim, navê min li bin wênê
min deynin û heyrana we heta hûn serast nekin ji e- maîla min jî nedin kesî.
Hûn dizanin ku Kurdên me tolazin heyran.

Îca ez dîsa nikarim bi xwe, ezê dîsa
meselakê ji were binivîsinim. Ev jî li ser wêneya û mesela min û we ye.Li
Kurdistana Sûriyê, li herêma Cizirê du devok hene. Yek devokek Xerbî û ê din jî
devokek Aþîtî ye. Her du alî herdem qerfa davêjin hev. Ezê jî yekê ku li ser
Aþîtya hatiye gotin ji we re binivîsinim.

Dibêjin yekî Aþîtî li xeribiyê wêne
yê xwe bi kerê re digre ku biþîne ji maliyê xwe re. Îcar qey zûve ji mal dûr
ketiye, dibêje “bi xwedê belki malî min nasnekin” liser piþta wêne jî
dinivisine dibê “yadê, ger hûn min nasnekin yê aliyê rastê ez im ha!” Îcar ger
wêneyê min kete destê we ji kerema xwe re di binyê re binivîsinin ev Lezgîn
Þêxo ye...

 Hûn ji ku tînin?

 Silav gelî berpirsiyarên Lotikxanê, ez we bi dil û can pîroz dikim. (Bitikînin)Birasti malpera we geleki kêfxwesiyê dide  mirovan,nexasim ev wêneyên jinên xwesikî delal. Kuro hûn van wêneyan ji ku digrin? Ger hûn dikaribin ji kerema xwe adresa wan ji min re jî biþînin. Li ser van jinên xweþik meselak hat bîra min. Ez jî bi vê mesîlê dixwazim alîkariya we bikim. Du kesê Omerî ji gund rojekê diçin Mêrdînê. Weke hûn dizanin li Mêrdînê Mihelmî hene. Keçê Mihelmiyan birasti jî xweþikin. Gundiyê menî Omerî çav li wan keçkê Mihelmiyan ê xweþik dikevin, yek ji wan li hevalê xwe dizîvire ,keserekê vedide
û ji hevalê xwere dibêje “Hema ez di jina te û ya xwe herduyan kutim”. Hevalê wî lê hêrs dibe û dibêje “Kuro ma ne þerme, tu çima ji jina min re xebera didî?” Hevalê wi lê vedigerine “ Kuro lawo ji xwer li van jina binêre, kuro ma jinên me jî jinin!”