Prof.Dr.Xaltîka Fatê  

lotikxane@lotikxane.com

 Fatê Were civatê

Pispora: Jinekologî, Mêrekologî, Dînekologî, Zarokologî, Seksokologî,Qûnekologî, Femînîzm, Marksîzm, Lelînîzm, Maoîzm, Troçkîzm, Kemalîzm, Barzanîzm, Kurdîzm, Tirkolojî, Virqolojî û Tirrolojîyê ye.

Herweha xaltîka me Fatê ilmê civaknasî, rojnamevanî, ekolojî, xwerist, hewalojî, hunermendî û zirnevanîyê xwendiye. Ewê bi bersivên xwe yên kesanedî derd û kulên we derman bike.

Jê re binivîsin û derdê xwe derman bikin......

 

Fatê were civatê-34

----------------------------

 

 Formula Zewacê  

 

Li gel silavên germoke û nermoke;  ramûsanek mezin, bi hêza kezebê, bi îmana bêvilê, bi riya zengelorkê ji te re diþênim.

 

Xaltîka me ya delal, ez ketim nexweþxaneya Lotikxaneyê min got psîkolojîka min û sosyolojîka min xera bû nin; hemû

 

 pisporan te nîþan dan, lewma  hatim ber deriyê te.

Xaltîka xwînþêrîn, mijara min di warê civaknasiyê de ye.

 

Pisporek biyanî gotiye formula zewacê ev e : N/2+ 7

Mînak: Þexsekî 32 salî, Temenê wî bi duca kin : 32/2=16 û bi hefta re berhev kin: 16+7=23

Yanê þexsekî 32 salî ku li namzetên zewacê bigere divê namzet herî kêm 23 salî be.

 

Îcar ez bêm ser çîroka xwe;  temenê min 26 e, hevala min 18 salî ye, li  gorî pisporên biyanî ev zewac ne caîz e. Pisporê biyanî dibêje herî kêm 26/2+7: 20

 

Ku ez  4 salan bisekinim ez dibim 30, hevala min dibe 22  û formul serast dibe

( 30/2+7=22)

 

Pispora sererd û binerd,

Rehma xwedê li ser te be, ka tê bibêje çi ?

Ez li benda çaaaaaaaar salan rawestim an na ?

 

 Azibê Dêrikî / Mêrdîn

 --------------------------

 

Bersiva xaltîka Fatê

 

Bismillahirrehmanirrehîm, naûzûbîlle mînel þeytanilrecîm, bi navê xiyar û tirozîyên Mêrdînê û kerçirênên Dêrikê…

 

Ya Azibê Dêrikî, hey te di qûna Denîz Baykal nîhao, behsa van formul mormulkên þeytanokî ji min re neke. Kîjan qûnekê biyanî ev formul peyde kiribe, kalkê min beras er pîrka xwe daye û derew kiriye. Îcar formula 32/2=16, 26/2+7: 20 û ( 30/2+7=22) haaaa! Kuro ev çi formul e oxlim? Li gora ilmê min xwendiye, ev formula go tu dibêji formula „qûnekkirin û xesandinê“ ye.  Kesên go li gora vê formulê dimeþin, sedî sed yan qûnek dibin û yan jî di qurmik de jêdikin û dibin wek Bulent Ersoy xanimlerî.

 

Axir, law Dêrikîyo, kerçirêno, te go piþtî çar salên din tu dibî 30 û hevala te dibe 22 salî ha?  Çar salên qirase law, pehhhhhh! Kuro law Dêrikîyên go ez wan nas dikim, ne çar salan, nikarin seetekê bê zewac bisekinin cîgerim, tu çawa Dêrikî yî law? Yanî tê çar salan bisekinî, demança xwe dohn nekî, li tama bacana germik û nermik nenerî û piþtî çar salan tê bizewicî ha, hem jî yekî Dêrikî!? Xweþ xeber e lê min ne bawer e bi dîn û îman. Dêrikîyên har, Dêrikîyên doxînsist û çar salan bê zewac bisekinin, wey loloooo wey loooo..! Ma zarok jî bi vê lotikê dixapin oxlim, naaaaa!

 

Werhasil Dêrikîyo, formulhezo, qûnbipirço….

 

Tu dev ji formula gawir û kafiran berde û were bide dû formula xaltîka xwe Fatê. Aha formula min a zewacê ev e:

 

K+Ê+K+I+R+K+Ê= KÊ KIR KÊ

 

Te formula xaltîka xwe fêhm kir kezeb?

 

Li gora formula min, li gora ilm û rimildarîya min, hewce nake tu çar salan bisekinî. Piþtî go li we herduyan rabû û girêz bi nav þeqê we ket û pêve, sal, meh û hefte ne lazim in. Hema yekser lempê vemrîne û hevala xwe bigevizîne û xelas. Îcar kî ji we tirrê ji kê berdide hûn û qismetê xwe û tu sax...

 

06.12.2009

 

 

 

 

 

Fatê were civatê-33

 

 

Tirr di dergevanê Lotikxanê de nema

 

Van rojan bele li ser belê tên serê lotikvanên me. Nizanim ne çavînî bûne, ne hinekan li ser wan xwendiye û ne jî nanê bê xwê xwarine. Min ji sibê heta êvarî þîret li wan dikir û digot:“Law hay ji xwe hebin qûnekno, van heyaman Lotikxane dîsa bi pêþ dikeve û tê ser sêhra berê, hinek we çavînî nekin oxlim“ û dida bin dûvê wan. Lê xuyaye serê wan ji serê Zaza jî hiþktir e. Bi ya min nekirin û yeko yeko li erdê dikevin, dibin wek mirîþkên gêj.

 

Werhasil gelî xwendevanan..

 

Piþtî ku baþçawîþê me Pîrkemal ket ber lotikên xezeba berazan, dîreksîyonê Lotikxanê ket destê onbaþî Sofî Xelef û mêrik bi dîreksîyon ve bûye dirdirk û bernade. Bi ellawekîl Sofî Xelef ji generalên Tirkan zêdetir „darbecî“ û „dîktator“ e kuro. Tu dibê qey di heyata xwe de trimbêl û tirektor najotiye, ewqasî ku bi dîreksîyonê Lotikxanê ve zeliqî ye û dibê:“Yan xwe dikujim û yan dîreksîyonê Lotikxanê  bernadim“.

 

Birastî min nizanîbû ev qûnekê Sofî Xelef ewqasî mirîyê ajotinê ye. Rîhdirêjo ehlîyet û þahda ajotinê jî pê re tune ha, lê xwe dike pîlot û dixwaze Lotikxanê bifirîne. Kuro law Sofî, weyla topa qiyametê li nav lingên te keto, kuro em guneh in kero! Tê Lotikxanê li bin guhê çiya û zinaran xî, tuyê me di newal û koncalan de werkî, çi heqê te li zarokên xelkê heye tu Lotikxanê bê ehlîyet dajo belqityo!

 

Werhasil, van rojan hay ji xwe û Lotikxanê hebin gelî xwendevanan. Bi ya xaltîka xwe Fatê bikin û Lotikxanê bi hemd û tirs vekin. Gava we Lotikxane vekir, xwe bidin alîyekî go ev pozmezinê Sofî Xelef li we neqelibe ha, eman eman….

 

 Axir, mesela min li ser segê (kûçikê) Lotikxanê bû.

 

Piþtî ku diz û keleþ pir bûn û þewba berazan jî ket rojevê, em ji xwe û Lotikxanê tirsiyan. Me go de em segekî bigrin û li devê derîyê Lotikxanê bikin dergevan (bekçî). Belkî hema bi xêra seg kes êrîþî Lotikxanê neke û em di koçka xwe de bisitirin.

 

Di serî de dergevanê me wek agirê sor bû. Ewte ewta wî di felekan re derdiket û bi ellawekîl mêþ û qijnikan jî newêrîbû xwe nêzîkî dergeha Lotikxanê bike. Lê çi bû piþtî nexweþîya baþçawîþê me bû.

 

Ez serê we neêþînim û heger êþiya jî ji kanîya nav þeqê min ve, piþtî go berazan întîxarwarî êrîþî baþçawîþê me Pîrkemal kir û qûþ lê qetandin, dergevanê me birêz Kûçikê Terîdirêj hat guhertin. Ewte ewt lê kêm bû, dengê wî hat guhertin û hema bêjin bû wek tajîyekî jihevdeketî. Jar bû, hiliya û ji 120 kîlo daket 65 kîloyan.

 

Di serî de min texmîn kir go qeþmero bi nexweþîya qûnektîyê ketiye û vîrûsa AÎDSê qûn lê qetandiye.  Lê piþtî lêkolîn û þopandinek dûr û dirêj, min tê derxist go kûçik kurê kûçik bûye „alkolîst“ û dest bi vexwarina bîra, þerab, eraq, vîskî û votqa kiriye. Lê li gora lêkolîna min, herî zêde „Votqa Gorbaçov“ segê me tirrek kiriye. Çawa go Gorbaçov tirr ji yekîtîya Rûsya û sosyalîzmê berda û kevir li ser kevir nehiþt, Votqa Gorbaçov jî dergevanê me kir wek Rûsên Alkolîst û nîha qûnê.

 

Axir, niha dergevanê Lotikxanê alkolîst e û hew bi kêrî dergevanîyê tê gelî xwendevanan. Qûneko þûþên bîra û eraqê ji destên wî kêm nabin û her roj li ciyekî bi xwe de dirî, xwe dilewitîne. Yanî, Kûçikê Terîdirêj hew bi kêrî paraztina me tê.

 

Ji ber vê yekê, em li dergevanekî nuh digerin. Dergevanekî bê mesref, yekî go zêde xwarin û vexwarinê nexwaze û barê qantiran li me neke.

 

Bela xebera we jê hebe gelî xwendevanan. Heger we segekî ne alkolîst û bi þewba berazan neketibe dît, yekser wî biþînin ber destê xaltîka xwe Fatê.

 

Ê de haydê, çavên we radimîsim û qûna we dax didim, bay baaayyyyy….

 

24.11.2009

 

 

 

 

 

Fatê were civatê-32

 

Lotikek ji Zanîngeha Selaheddînê

 

Silav xaltîka Fatê

 

Navê min Serbest e, ez kurê Mela Mihemedê Kerçirên ê Bakurî me. Ez niha di Zanîngeha Selaheddîn a baþûrê Kurdistanê de dixwînim û lotikan davêjim. Soranî dixwînim, lê bi Kurmancî difikirim. Ji ber ku bakurî me û Kurmanc im, ez li vir bûme wek golikê nav garanê û hew zanim bê ez çi me. Her çiqas Kurmanc im jî, lê ji ber ku bi Soranî dixwînim, wek mirîþka gêj li min hatiye û hetta vîrûsa Soranîzmê ji þewba berazan jî xirabtir tirrê ji me berdide.

 

Axir, mijar û pirsa min li ser xwendekarên Zankoya Selaheddînê ye.  Aha ez wêneyekî xwendekarên zanîngehê ji te re diþînim. Ev wêne bi dizî ji bo xatirê te û Lotikxanê hatiye kiþandin. Lê binere û tehlîlek Fatêkî li ser vî wêneyî bike. Binere bê keçên Zanîngeha Selaheddînê çi dikin û çawa lotik û zîtirkan davêjin. Ling li ser kursî, hîqe hîqa wan, telefon di destan de û virde wêde peyam û vîrûsên kesanedî diþînin.

 

Îcar pirsa min ev e xaltîka Fatê:

 

Li gora te divê xwendevanên Zanîngeha Selaheddînê çawa bin?

 

Herdu lêvên te radimîsim

 

Serbestê kurê Mela Mihemedê Kerçirên ê Bakurî

 

12/11/09- Zankoya Selaheddîn

 -----------------------------------

 

Bersiva xaltîka Fatê

 

Bismillahirrehmanirrehîm. Bi navê doxînsistên Zanîngeha Selaheddînê....

 

Law Serbestê kurê Mela Mihemedê Kerçirênê Bakurî, oxlim, qûnde,  ev navê te çima wek werîs dirêj e kurê kerê? Serbestê kurê Mela Mihemedê Kerçirênê Bakurî kuro! Law qeþmer, heta min navê te xwend bêhna min çikiya û kezeba min di devê min re derket qûnek, hema te bigota navê min “Serbesto” ye û xelas, wîî! Îcar ev çi werîsê bavê te ye te bi qûna xwe vekiriye û navê xwe wek xirrê kerê dirêj kiriye, waweylê!

 

Te go tu Kurmanc î û xwelîya Soranî li serê xwe dikî? Êêêêêê, Soranekanim tirr ji temamê Kurmancekanim berdaye oxlim, ma tirr ji te jî berdabin pir e? Dev ji mirîþka gêj û þewba berazan berde, dua ji yezdanê pak re bike ku te heya niha qûna xwe jî li ser nekiriye Serbestoooooo!

 

Werhasil, te go ez tehlîlek Fatêkî li ser vî wêneyê keçên Zankoya Selaheddînê bikim? Tehlîl ha!? Law Serbesto, niha ez xortek bûma minê tehlîlek pir baþ û zanistî li ser wan bikira. Lê ez rebena xwedê çawa karim tehlîlan li ser keçan bikim oxlim? Ma ez lezbîyen im qeþmer? Ma ez rabim piþtî vî temenê “fîftî fîftî” dest bi alastinê bikim law, weylaw!

 

Axir, em dev ji tehlîl û lêkolînên kûr û mûr berdin û bên ser pirsa te.

 

Divê xwendevanên Zanîngeha Selaheddînê çawa bin?

 

Divê çawa bin ha?

 

Li gora min divê xwendevanên me aha wilo bin:

 

1-      Divê serê xwe girêdin, pantilonên cîns ji ewên teng û ziqziqandî li xwe kin. Lêvên xwe sor bikin, çavên xwe kil bikin, xwe himra û bodra bikin û tam kîlok parfûm ji ewa wek bêhna tirr û fisên bergîlan jê tê,  bi xwe dakin.

2-    Divê her yek xwedîyê telefonek herî nûjen ji ewên bi kamera, blûetot, MP3 û vîdeo bin. Çima? Ji bo ku karibin peyamên eþq û evînê ji ciwangeyên nav garanê re biþînin û wan har bikin.

3-     Gava bimeþin, divê kelef û qêlên xwe çep û rast bibin û bînin, sîng û berên xwe wek goka nav lingê Maradona geh bi pêþ û geh bi paþde bihejînin.

4-    Divê tiþtên wilo bikin ku girêza xortan wek girêza hespên fahl biherike û wek gurên ku çav li berxan kevin bên serê wan. 

5-     Divê car caran jî çarçefê li xwe kin, di nava zanîngehê we wek cin û pîrebokan bigerin û di binê çarçefê de bi xortan re bi pêncok û heftokan bilîzin. Helbet bi dama û satrancê jî bilîzin ne xerab e.

6-    Lê divê tucarî wek seroka Razanxaneya Hewlêrê ya Keçan keçên bakurî wek “qehpik” bi nav nekin û doxînê ji xortên bakurî jî neþemitînin.

 

Werhasilî kelam, dinya bi pêþde diçe Serbesto, ser þûniko. Keçên dinya û alemê di bin þerpe û çarçefê de dek û dolaban digerînin oxlim. Ma bila keçên me ji xwarina xiyar û cacîqê mehrûm bin ha? Ma ew ji Eyþika Ereb in?

 

Haaaaaa, heger te carek din wêneyên xwendevanên Zankoya Selaheddînê kiþand, bila hinekî seksî bin kurê kerê. Meselen tu karî wêneyên xortan jî biþînî çima na. Ka em binerin bê xortên me di zanîngehê de çi pelûlê dixwin û çawa bi xwe xweþ tînin.

 

De niha bes e û ev bersiv zêdeyî serê te û bavê te ye ya  Serbestê kurê Mela Mihemedê Kerçirên ê Bakurî!

 

Heta carek din di nav xiyar û arûyên Hewlêrî de bimîne cîgerim.... 

 

12.11.2009

 

 

 

 

 

Fatê were civatê-31

 

 

Xaltîka Fatê û çareserîya demokratîk

 

Hûn zanin, van heyaman avêtina gavên demokratîk û qaþo çareserîya pirsa Kurd bûye mode û herkes pê serxweþ bûye, bûne wek mirîþka gêj. Ji alîyek Erdogan û hikûmeta xwe pakêt makêtan amade dikin, ji alîyê din PKK û Ocalan pakêtan amade dikin û ji alîyê din de jî her kesê ku destê wî qelem digre, pakêt, çewal û xurcikan amade dikin.

 

Û piranîya Kurdên xwelîliser?

 

Kurd jî bûne wek mirîþka serjêkirî û virde wêde li dora xwe dizîzikin, hew zanin ji kê yeqîn bikin û ji kê nekin.

Min jî wek sekreterê eþîreta Lotikxanê, yanî wek Sofî Xelef, xwest bizanim bê ka xaltîka me Fatê çi difikire, çi pêþniyazan dike û di xurcika wê de çi quzilqurt heye. 

 

De kerem bikin û li doxînsista xaltîka xwe Fatê guhdarî bikin....

 

-------------------

 

-         Malêêêêêêêê, xaltîka Fatê, xaltîka Fatêêêêêêêê!

-         Kuro hêdî biqîre kurê kerê, tu kiyî oxlim? Tu terorîst î, diz î, tecawizcî yî, Apocî yî, Xalocî yî,  tu çi mexlûqat î qeþmer?

-         Keçê ez im ez, hey topa qiyametê li nav þeqê te ketê erê welle. Ma te dengê min jî nas nekir?

-         Dengê te? Kuro dengê te diþibe dengê kerê me yê Þamî law, wîî!

-         De here lêêêêêêê, xwedênehiþtê erê welle. Ez im ez, Sofî Xelef keçê!

-         Sofî Xelef? Wîîîîîîî, kuro xwedê nehiþto, min got qey vê êvara xêrê El Qaîde -Mel Qaîde girtin ser malê ha, ma çima te telefon venekir Sofîîîîîî?

-         Keçê xwedênehiþta jina min telefon ji bêrîka min derxistiye û veþartiye. Xwedêgiravî ez pê telefonî keçik meçikên porzer dikim. Keçê çima hûn jin ewqasî zikreþ û hesûd in lê?

-         Qenc û xweþ kir. Ma bilasebeb dibêjin aqlê mêrkê Kurd di serê kîrê wî de ye Sofî.  Bi ellawekîl go jina te bi qûna te nîzanîba telefon ji ber te venediþart lo.

-         Werhasil lê, ez ji bo tiþtekî xêrê hatime cem te. Xwendevanan bêrîya nivîsên te kiriye. Dibêjin yan wê xaltîka Fatê binivîse û yan jî em hew dikevin Lotikxanê.

-         Hema neketinê ji pirça nav þeqê min ve. Ma law go nekevin Lotikxanê wê têkevin kîjan qulê? Êêêêêê, ka bêje bê derdê te çiye qulpiz!

-         Ez dixwazim li ser pêvajoya îro, avêtina gavên demokratîk, naveroka pakêta Erdogan û baþqan hevpeyvînekê bi te re bikim.  Kurd dibêjin heta em naveroka pakêta xaltîka xwe Fatê nebînin, em tu pakêtan venakin û qebûl nakin ha.

-         Na lo, êêêêêêê!?

-         Ma em dest bi hevpeyvînê bikin?

-         Ka bise ez destnimêja xwe bigrim, fitara xwe vekim, yasîn û fatîhayekê bixwînim û emê dest bi lotikan bikin.

-         Peeekkkkkk, heçê nizanibe wê bêje qey xaltîka Fatê serê xwe ji nimêjê ranake. Keçê tu û fitar û fatîhe?

-         Kuro kurê kerê, ma temamê sofî û hecîyên vî zemanî ne wilo dikin qeþmer. Ma ne wilo be emê çilo bêaqilên mîna te bixapînim heyatim.

-         Axir lê, here xwe helal bike û were em dest pê bikin.

-         Dest bi çi bikin qûneko, wilo lastîkî neaxive. Îcar here xwe helal bike û were em dest pê bikin kuro!

-         Ne bi wê maneyê lêêêêêê, tu jî derzîyê dikî þûjin ha.

-         Kuro ma ne min gava din go aqlê Kurdan di serê kîrê wan deye bêaqil. Wê niha bêjin qey Sofî Xelef û Xaltîka Fatê dek û dolaban digerînin. Nizanin go tirr di qûna Sofî Xelef de nemaye..

-         Tirr di qûna min de nemaye? Tew tew tew.....Keçê çavê min lêye ez hîna jina 12an jî bînim, ihiii, de îcar yabo!

-          

-         Aha va ez hatim....Em ji ku dest pê bikin?

 

-         Hema em ji pêvajoyê dest pê bikin. Li gora te pêvaoya îro pêvajoyek çawa ye?

 

-         Pêvajoya îro?  Pêvajoya îro wek otobana çar þerît e. Herkesî trimbêlek kirî ye û li ser 180 kîlometro dajo.

-         Hema wilo?

-         Erê lo, ma wekî din heye Sofî. Pêvajoya doh þerîtek rê bû. Herkesî cîh li hev teng dikir û li çirra hev dixistin. Lê îro rê fireh û xweþ bûne, herkes di þerîta xwe de li qorna trimbêla xwe dixe û daxwazên xwe dibêje.  Lê ez difikirim ka wê ker û bergîl di kîjan þerîtê re herin ha!

-         Ker û bergîl!?

-         Erê lo, ker û bergîlên mîna te lo. Ê law Erdogan þerîtek ji xwe re girtiye, Îlker Baþbûg þerîtek girtiye, baþqan Îmralî þerîtek girtiye û Bahçelî û Baykalo jî þerîtek girtine. Îcar wê kerên mîna te di kîjan þerîtê re bimeþin ha?

-         Ooooooo xaltîka Fatê, yaw ev gotinên te wek xincerên soranî ne ha, piþtî vî emrî va te ez kirim ker jî lê.

-         Ma piþtî vî emrî tu nabi Alaîn Delon û Brad Pîtt. Yan tuyê bibî kerekî wek kerên Ergenekonê û yan jî dehþikek wek dehþikên nav garanê.

-         Axir, ka dev ji ker û bergîlan berde, gelo di pakêta Erdogan û baþqan de çi heye? Wê gav bên avêtin neyên avêtin, wê herdu alî lotikên çawa bavêjin?

-         Law Sofî, ji ber ez gundî me, ez ji pakêt û makêtan fêhm nakim. Di Kurmancîya gewrik de me digot: “Di xurcika te de çi heye”. Îcar a baþ em navê vê pakêta qûnek bikin “xurcik” ji bo tam têde hebe.

-         Temam, di xurcika wan de çi quzilqurt heye?

-         Ya Sofî, weyla te nav þeqê jina xwe alasto. Serê dêr bi gû ye û binê dêr bi gû ye. Hema tu bi kîjan alî bigre wê bi te ve bizeliqe.

-         Yanî 404 a Japonî ye.

-         Erê kuro, bernade wî. Ji bo ku Kasimpaþalî Receb rojek zûtir têkeve Yekîtîya Ewrûpayê, dixwaze hinek lotik û zîtirkên nermik bavêje. Lê generalên ser û pozmezin wek melkemot li ser serê wî sekinîne û ha ha rê û nexþerêyan jêre dineqiþînin. Halîhazir di xurcika Erdogan de tu gûyekî xweþ tuneye. Bêhna rîxê ji xurcika wî difûre. Xuyaye generalan xurcika wî vala kirine û çend tepik, sergîn û piþkulên kîroþkan xistine xurcika wî.

-         Waaaaaa, êêêêê!

-         Îcar niha dixwazin wan piþkulên kîroþkan bidin Kurdan û destê xwe nedin tepik û sergînan.

-         Hella hellaaaaaa!

-         Hella hella û quzilqurt! Ma ez derewan dikim qeþmero!

-         Êêêêê, wekî din? Û xurcika baþqan?

-         Ka ez qehwa xwe vexwim û li falê binerim piþtre.

-         Ohooooo, naxwe tu li gor fala qereçîyê pêþerojê dinirxînî bavo.

-         Erê wey. Ez her tiþtî di fincanê de dibînim. Meselen ez karim di fincanê de bibînim bê çend mû bi qûna te ve ne...

-         Errrreekkkkk, ma çawa çêbû gidî...

 

-         Werhasil, va fincana min dibêje xurcika baþqan vala ye.

-         Çawa dibe yaw, digotin xurcika wî miþt û tijeye bavo.

-         Na bi serê te. Ne mewîj têde hene û ne jî gwîz û benî. Dibe ku generalên Îmralîyê xurcik vala kiribin û dizîbin. Xuyaye wê mewîjên zer û xweþ jê bineqînin û ê xerabe dîsa têxin xurcika baþqan.

-         Ê de ka naxwe behsa xurcika xwe bike. Çi di xurcika de te heye?

-         Xurcika min? Hohooooooo, ma çi têde tune. Ji otonomîyê bigre heta bi serxwebûna mirîþka jî heye. Xurcika etara ye lo.

-         Êêêêêêêêêê!

-         Meselen tu di þûna Erdogan de bûya, tenê ji bo demokrasîya Tirkiyê çi gav bavêtina?

-         Minê çi gav bavêtina? Berî her tiþtî minê sînorek bikþanda navbera Kurd û Tirkan. Minê xetek sor ji bajarê Edenê bikþanda heta bi bajarê Meletê û ji wir jî bikþanda Ezerom û sînorê Ermenistanê. Minê ji Kurdan re bigota:”Aha welatê we ji we re min di we kirino, êdî bela xwe ji me vekin” û mesele xilas dibû. Ne þer dima û ne jî pevçûn.

-         Yanî tu dibê bila Kurd doza Kurdistanek serbixwe bikin?

-         Ê helbet qeþmer. Ma heta Kurd doza Kurdistanek serbixwe nekin, Tirk otonomî û federasyonê didin wan kurê kerê. Tiþtên mezin bixwaze ku tu tiþtên piçûk bi dest xî. Lê Kurdên me çi xwelîyê li serê xwe dikin? Tiþtên piçûk dixwazin. Ê helbet wê Tirk jî tiþtên piçûkê piçûkan bidin wan. Lê heta wan jî bidin, wê qûnê li wan biqetînin.

-         Ma hevaller doza Kurdistanek serbixwe nakin xaltîka Fatê?

-         Belê canim. Doza serxwebûna Kurdistana Îmralîyê dikin.

-         Yanî tu dibê dixwazin li Îmralîyê Kurdistanê damezrînin?

-         Erê looooo... Ji xwe berê Îmralî eyaletek Împaratorîya Kurdistana mezin bû. Piþtî Kurdan serê hevdu xwar û xirrê Alparslanê Tirk xistin xwe, kevir li ser kevir nema. Ew bûn mîr û em man kizîr.

-         Îcar ev tev di fincana qehwê de xuya dikin ne?

-         Erê kuro, fincana min wek mirêka erd û ezmên e. Ez niha zanim bê kî di ser kê de ye bi serê te.

-         Wax wax waxxxx....  De axir, niha hevpeyvîna me bes e. Wa qurequr ji zikê min tê. Ezê herim malê binerim bê wê kezîkura jina min çi pelûl danîye ser êgir.

-         Kuro hevalan jin li ser serê we zilaman kirine melkemot ha Sofî Xelef. Jinik pelûlê bi serê te de nerjîne kuro...

-         De niha bi xatirê te xaltîka Fatê, heta carek din bimîne di nav xiyar û tirozîyên Omerya de..

-         Oxira te ya Filîtê Quto be Sofîîîîîîîîîî.....

 

11/09/2009

 

 

 

 

 

Fatê were civatê-30

 

 

Xaltîka Fatê

 

Weyla ez bi qurbana doxîn, deling û navrana te bûmê rebbî, keçê tu çawayi peppûkê? Law çavê min li bendî nivîsa te qerimîn hey topa xwedê lê ketê rebbî! Yan dev ji lotikan berde, yan jî binivîse û me bê ayet nehêle, wîî! Te em elimandin zîtirkên xwe, qey îcar çavê te lê ye em xwe „harakîrî“ bikin bavo, waweylê! Binivîse keçko binivîse, ok!

 

Werhasil, ez têm wan herdu lêvên te û wan wek libên tirî dimijim. Îcar ezê bêm ser mijar û lotika xwe.

 

Tu zani lê, îro li baþûrê Kurdistanê hilbijartin e û dê weledê xwe davêje. Min bi xwe raya xwe da Mesûd Barzanî. Lê jina min? Jina min jî xwelîya heft gundan li serê xwe kir û got:“Ez bi serê mam Celal kim, min raya xwe neda hikûmeta Kurdistanê û hew. Baþe lo, bela mêrikan qanûna pirjinîyê derxin, mêrên me 5-6 jinan bînin ser me û ez rabim raya xwe bidim wan ha, na!“ û  raya xwe da „Partîya Bacan û Arûfiroþekanî Kurdistanekan“. Te fêhm kir newlo? Yanî, Partîya Bacan û Xiyarfiroþên Kurdistanê ha.

 

Ez serê te neêþînim, niha ez û jina xwe ji hev xeyidî ne û levza me li hev nakeve. Ez çiqasî li dora wê dirim û têm, wê difirkînim, wê masaj dikim, wê duxrînim, lê dîsa jî piþta xwe dide min û silavê jî li min nake. Îcar ez çi bikim xaltîka Fatê? Ez niha hewîyê bînim ser wê ne di heqê wê de ye ha? Ma jina go dilê zilamê xwe xweþ neke, keleþkofa wî dohn neke, wî ji hevde nexe û tirrê jê bernede, jin e?

 

Îcar ez çi bikim xaltîka Fatê? Zû bersivekê bide min berî go ez kirasê jina xwe li serê wê bipêçim û lotikekê lêxim ha, temam!

 

Dîsa silavan li te dikim û herdu lêvên te dimijim heyatim…

 

Tahir Zaxoyî

 

Zaxo 25.07.0

 

-----------------------------

 

Bersiva xaltîka Fatê

 

Bismillahirrehmanirrehîm, bi navê fitne û fesadên Zaxoyê…

 

Ya Tahiro, weyla min di devê te de mîzto, weyla mam Celal 101 tirr ji te berdao, law ma tu nabê çima ev demek dirêj e xaltîka Fatê nanivîse qeþmer? Ka berê li sebeba wê bipirse û piþtre gazinan bike kurê kerê, wîî! Law ma xaltîka Fatê bilasebeb dev ji nivîsandinê berdide? Na. Helbet sebebek heye go ez lotik û zîtirkan navêjim qûneko, waweylê!

 

Axir lawkê mino, weyla sekreterê Lotikxanê Sofî Xelef qûn li te qetando, ev tam 31 rojin ez zikêþî û virikî bûbûm. Virika min wek çemê Dîcle û Feratê diherikî, ji lehî û tofana Tsûnamîya Taylandê, ji zelzela Îranê û ji atombombeya Hîroþîmayê xerabtir anîbû serê min ellawekîl. Hema min çi dixwar û vedixwar, eynî deqîqê dibû qurqura zikê min û digo“pîîîjjjjjjjjjj“ û wek kanîyê dida der. Min textor û profesor nehiþtin, min nexweþxane û virikxane nehiþtin, min þêx û miþayîx nehiþtin, ez çûm cem kê çareyek ji virika min re nedîtin. Qinyata te bi xwedê bê, min di nava 31 rojan de tam 391 derpî û binderpî dagirtine û ew avêtine zibilxanê. Hema bêje pere û meaþê min tev li kirîna binderpîyan çû û ez li qûnê rûniþtim.

 

Werhasil ya Tahir, weyla jina te qûna te alasto rebbî, talîya talî ez hatim cem Sofî Xelef û min mesela xwe û virika xwe jê re got. Sofî Xelefê min û te rabû ayeta „qulella we ehed“ xwend, çend carî pif min kir, 5 kîlo îsotên Ruhayê ji wanên wek êgîr bi min dan xwarin, ez xistim nav lîvînê û lihêf bi ser min dakir. Yabo min dît û tu nebîne cîgerim, wan îsotan tofan û bahozek wilo anî serê min, hema xwedê neyne serê kesî rebbî. Ez bi wê qûna teyî reþ kim, îsotan û virikê di zikê min de þerê hev kirin. Ma îþê þer kirin, pekkkkkk û 101 carî pekk! Ma þerê Amerîka û Sedam ji ber ve çibû, ma þerê Amerîka û Vîetnamê ji ber ve çibû, ma þerê Tirkan û PKK ji ber ve çibû, kuro bû qiyamet law qiyamet! Ez serê te bêþînim, di talîya þerê îsot û virikê de îsot bi ser ketin û qûn li virikê qetandin. Ê helbet heta îsotan zora virikê bir, tirr di min de jî nema û wek çêleka go ji 101 ga û ciwangeyî gon xwaribe hat serê min. Ne taqat bi min re ma û ne heyecan.

 

Axir ya Tahir, weyla Cemîlê Çargurçik doxîn li te sist kiro, niha ez baþ bûme û virika min sekinî ye. Bi xêr û selamet, heger dîsa bêxwedîka virikê raserî min neyê, ezê ji îro û pêde dîsa dest bi zîtirkan bikim û qûna we dax bidim.

 

Îcar em bên ser mesela te û qûndeya jina te oxlim…

 

Berî her tiþtî ji bo go te raya xwe daye serok Barzanî, ez çavên te maç dikim û herdu gunikên te bi xavî dixwim. Her bijî! Ji alîyê din ez dawa qûndeya jina te li serê wê digerînim û kerekî Þamî bera ser wê didim. Çima te raya xwe nedaye serok Barzanî hey gewende?

 

Naxwe ji bo go hikûmeta Kurdistanê qanûna pirjinîyê derxistiye jina te raya xwe nedaye serok Barzanî û ji te xeyidîye ha? Keçê hey Noþîrwan Mistefa qûþ li te qetandê rebbî, hema te raya xwe bida serok Barzanî û te li ser dengnameyê jî binivîsanda:“Em jin jî qanûna pirmêrîyê dixwazin“ ehmeqê, wîî! Ma law tiþtek ji ber xwe ve çêdibe xanimê? Hema çend jinên wek xwe li dora xwe bide hev, li ser pankartan binivîsin „ Þeþ navê xwedê xweþ!“ „Em þeþ mêran dixwazin“ filan û fîstan û derkevin kolanên Zaxo, Duhok, Hewlêr û Silêmanîyê. Helbet wê hinek guh bidin daxwazên we û çend xiyaran bavêjin ber we bavo, weh!

 

Kuro Tahiro, te go jina te piþta xwe dide te û guh nade te? Pekkkkk li vê qebhetê!

 

Kuro heqê wê 101 þivên ter in ellawekîl. Law ma tu wek wan sofîkên Afganistanê jî nayê kurê kerê Tahir! Sofîkên Talîbanan çi qanûn derxistiye tu zani? Qanûna birçîhiþtina jinê. Yanî, jina go nede mêrê xwe û keleþkofa wî dohn neke, wê 3 rojan birçî bimîne ha. Îcar oxlim, tu jî 3 rojan jina xwe tî û birçî bihêle heta hiþê wê bê serê wê. Heger te dît hiþê wê nehat serê wê, dîsa neda te û keleþkofa te dohn nekir, vê carê wê biþîne Lotikxanê cem Sofî Xelef.  Çawa ku Sofî Xelef li ser virika min xwend û çareser kir, wê çend lotikan li jina te xe heta go hiþê wê bê serê wê û xiyarê te li ber dilê wê bibe þîr û þekir.  

 

Werhasilî kelam, ez bi serê te û wê qûndeya jina te kim Tahiro, heta jina te neyê ber destê Sofî Xelef tobe neke, heta Sofî Xelef çend ayetên qirase li ser nexwîne û tehlîlek zanyarî li ser can û cesedê jina te neke, hiþê wê nayê serê wê, nayê rayê û îmana wê pak nabe ellawekîl û hew.

 

Ê de biþîne de… Jina xwe pakêt bike, bavêje postê û biþîne Lotikxanê, de qurban de……  

 

25.07.09

 

 

 

Fatê were civatê-29

 

 

Gelo artoþ herame xaltîka Fatê?

 

Silav û kulav xaltîka Fatê.

Weyla xwedê topek li nav þeqê te xistê, hew pêjna te tê wî! Te me hînî tirr û fisan kir û te dev ji nivîsandinê berda, ma ev bû porkurê?

 

Axir canim, pirsa min ev e xaltîka Fatê:

 

Gelo çûna artoþê herame yan na?

 

Niha tuyê bêjî “weyla min di devê te de mîzto, îcar artoþ çiye” ez zanim. Artoþ yanî “Turku bar” lê, “stran bar” ha, te fêhm kir?

 

Werhasil, berî çend rojan ji metropolên Tirkan, ji behra spî dawetnameyek qirase ji min re hat. Lê ez newêrim herim ellawekîl. Ez ji sîxurên Lotikxanê ditirsim û ez insanek bawermend im. Îcar min xwest ez ji te bipirsim ka ez karim herim artoþê yan na? Gelo tuyê karibî fitûyekê ji min re derxî xaltîka Fatê? Ma ez ji Eyþika Ereb im? Ez jî dixwazim herim wan artoþan, qîzikên zerik ramîsim û wan bifirkînim xaltîka Fatê. Wille, bille û tille ez ji bazdana ser kerên gund aciz bûm ha!

 

Ê de fitûyekê derxîne û xêrekê bi xwe bike xaltîka germik û nermik.....

 

Mîr Ronas

 

10/06/09-Êlih-

 ----------------------

 

 

Bersiva xaltîka Fatê

 

 

Bismillahirrehmanirrehîm, bi navê esker û generalên Lotikxanê....

 

Ûlan oxlim, Mîro, weyla te qûna Denîz Baykal alasto, law ev sê meh in ez ketibûm grêva birçîbûnê û min xwe zeîf dikir law. Hingî sekreterê Lotikxanê qûnekê Sofî Xelef þorba nîskê dida min, ez wek meþka koçeran nepixandibûm û zikê min ji zikê mam Celal mezintir bûbû. Taþtê þorba nîskê, firavîn þorba nîskê, þîv þorba nîskê û paþîv þorba nîskê. Ê law go tu bûya wê çi bihata serê te hê? Te rojê çar dana þorbe bixwara tuyê bibûya wek çi tu zani? Tuyê bibûya wek wê trêna Batmanê ellawekîl. Wê dixan û dûmana reþ ji qûna te bida der û wek terektora go eksoza wê xitimî be û bike tirre tirr bihata serê te.

 

Werhasil oxlim, ev tam sê meh in bi þorba nîskê virikî bûbûm û di nava sê mehan de ez tam 3 hezar carî çûme avdestxanê. Û ji xwe tirr û fis? Pekkkkkkk, law xwedê neyne serê kesî û hew. Ez bi wan herdu gunikên te kim, min di nava sê mehan de tam 5.999 tirr û 3.578 fis kirine. Law ev bêxwedîka þorba nîskê çi tîne serê mero law, wax, wax wax.....!

 

Axir canim, piþtî wan tirr û fisên Alamanî, niha zikê min dapiçyaye û eynen bûye wek zikê Angelîna Jolîe ellawekîl. Hema bêje ez bûme wek mankênekê haaaa, tu dibê ma jin ji min derketiye, nayê gotin wesselam.

 

Îcar em bên ser mesela te û xiyarê nav þeqê te.

 

Te go artoþ?

 

Ûlan oxlim, weyla min di devê te de mîzto,  te ev gotina artoþ e, kertoþ e çi quzê kerê ye, ji ku xistiye nav zimanê Kurdî law? Ar û toþ? Hella hellaaaaaa ya siphan ellaa! Law çi elaqa “turku bar” û artoþê bi hev heye hey te di kerê kutawo! Law ma “lotik bar” ji artoþê ne xweþtir û manîdartire cîgerim? Îcar artoþ û turku bar kuro!

 

Te go dawetnameyek ji behra spî ji te re hatiye û te dawetî artoþê dikin ha. Kuro oxlim, Batmanî çi ji artoþ martoþê fêhm dikin law, herin ji xwe re di camî û mizgeftan de yasîn û selewatan bixwînin, çi îþê we li behra reþ û spî heye ewladim, wîî! Ê helbet canim, ma keçikên zerik, germik û nermik dihêlin xortên me herin mizgeftan û 101 ilmê wek tizbîya mam Celal bixwînin? Weylolo! Ji xwe wan doxînçiryayê keçikên Tirkan tirr ji xortên me berdane brako, qûn li wan qetandine ellawekîl.

 

Te go fitû newilo?

 Law ez bi wî xiyarê nav þeqê te kim, fitûyên min ji fitûyên Þêx Evdilezîz El Mensûr El Ibnil Sîna El Tirro El Kuþkuþ jî bixêrtir in. Madem li te rabûye û te qûn li wan rebenê kerên gund qetandiye, hema min fitû da te, ihiii! Va ez fitûyê dinivîsim û mohra xwe jî li binê wê dixim:

 

“Ez wek xaltîka Fatê, pispora sererd û binerd, profesora Tewrat, Zebûr, Incîl, Quran û Das kapîtal ê, fitûyê didim ku Mîr Ronas here artoþ û kerxanê û 24 seetan keleþkofa xwe biteqîne.

Xaltîka Fatê

Gul û serwera civatê”

 

Temam Mîro?

 

Va min fitû da te oxlim. Lê binere, heger tu çû wê quzilqurta artoþê, ji xaltîka xwe re çavê xwe li xiyarekî qeþartî bigerîne ha, temam! Ma fitûyên belaþ hene oxlim? Bela xiyarê min wek serê Gorbaçov ne xetxetî û neqiþandî be qerdeþim, na. Ez xiyarekî wek xiyarên Mêrdînê dixwazim. Te fêhm kir oxxliiiiiim?

 

 

 

 

Silav xaltîka minî delal û xweþik

 

 Welle bi serê Îsa û Mûsa min pir bêrya te kiribû, de min go ka ez lotikekê lêxim û li halê wê bipirsim. Madem min li halê te pirsî, de min go ez xaltîka xwe bê mesele û serpêhatî nehêlim û jê re mesela ê Torî û Omerî jî bêjim. Çawa be fitneyî ji bo xwedê ye û qencî dibe xerabî. Ma ne wilo ye xaltîka xweþik?

 

Welhasilî kelam, li derûdora Mêrdînê du eþîrên qirase hene. Torî û Omerî. Torî di nava xwe de du bend in, Dekþûrî û Hevêrkî. Omerî jî di nava xwe de du bend in, Etmankî û Mehmûtkî. Helbet di nava wan de benda “Lotikxanecî” jî hene lê emê behsa wan nekin canim.

 

Axir, dibêjin Torî serhiþk û Omerî jî bi qapan û li forsa xwe dinerin, tozê li xwe danaynin ha. Rojekê yekî Torî û yekî Omerî bi hevre dimînin û di eynî karî de dixebitin. Wesayîta ciyê kar her sibe tê wan herduyan ji mala wan digre û dibe heta ber deryê kargehê. Herkes heqê rêya xwe dide û bi vî awayî dewam dike. Lê ê Torî her car di çûn û hatinê de li kursîyê pêþî li cem þofêr rûdinê, “þofêr mehelî” nade kesekî û ê Omerî jî li kursîyê dawîyê rûdinê.

 

Rojek, mehek, du meh, ê Omerî xwe bi xwe dibê: ”Law em herdu jî eynî heqê rê didin. Min di vî nîhao, çima ewê li pêþ rûnê û ezê li paþ rûnêm qerdeþim, ma bavê wî ji bavê min çêtire, wîî” û doxînê ji ê Torî diþemitîne.

 

Axir, ê Omerî sibehekê ji ê Torî zûtir radibe ser xwe, diçe ser rê li bendî trimbêlê dimîne, trimbêl tê û yekser li kursîyê pêþî li cem þofêr rûdinê. Ê Torî tê û dike go li trimbêlê siwarê, dibîne hayhoooooo ê Omerî lotikek lêxistiye û li þofêr mehelî rûniþtiye. Ji ber go herdu jî eynî heqî didin, ê Torî nikare dengê xwe bike. Lê di nava xwe de dike go biteqe û zik lê dinepixe, dibe qurqura zikê wî.

 

Welhasil, ê Torî bûye fiþefiþa pozê wî, tehamilî ê Omerî nake, diçe cem ê þofêr û dibê:”Law þofêro, niha tu me ne bi peran dibe kar?”

 

Ê Þofêr dibê:”Belê heyran”.

 

Ê Torî dibê:”Naxwe aha ji te re ewqas pere û trimbêlê paþpaþkî bajo heta bi ciyê kar qene ez dîsa weke ku li pêþ rûniþtîbim bajo”.

 

Îcar pirsa min ev e xaltîka Fatê:

 

Çi aqilê te ji vê meselê dibirre? Pêþ xweþ e yan paþ xweþ e?

 

Li xwe baþ binere û wan lêvên te yên þîrîn radimîsim.

 

Serdarê Omerî- 19/04/09- Mêrdîn

 

 --------------

 

 Bersiva xaltîka Fatê.

 

Bismillahirrehmanirrehîm, bi navê xiyar û tirozîyên Omerya....

 

Law Serdaro, qûnreþo, weyla Tansû Çîller qûna te alasto, law te ne pirs kir, lê te behsa flîmê “kê kir kê” kir oxlim. Ma ji bo pirsekê hewceyî bi vê çîroka dirêj hebû sermezino? Naxwe Torî û Omerî ha, weyla xwelîya heft gundan li serê herdu eþîran be erê welle. Ma law hema li trimbêlê binerin, li ê Torî û Omerî binerin, û binerin bê çi tofan bi serê me Kurdên reben de hatiye. Hema hewce nake ez behsa felsefe, fîlozofî û qûnekolojîyê bikim, hema mesela ê Torî û Omerî wek mirêka erd û ezmên e. Nîþana rewþ û halê me Kurda ye ellawekîl.

 

Îcar Serdarkê mino, weyla te qûna xaltîka xwe Fatê alasto, bi dîn û îman, bi Mazilevdînê nava Nisêbînê, bi serê Þemoyê mitirb, çi hatibe serê Kurdan hemi ji destê kursîyê pêþî, ji destê “þofêr mehelî” hatiye serê wan. Lotik û zîtirkên go “kursîyê pêþî” li me xistiye, dijmin jî li me nexistiye. Ma kîjan Kurd naxwaze di kursîyê pêþî de rûnê, lingan deyne ser hev û ji xwe berde ha? Siyasetmedarên me tev doza serokatî û kursîyê pêþî dikin. Hunermendên me doza “nimro 1” dikin û dixwazin bibin star. Nivîskarên me dixwazin hinekan bikujin û navekî bi dû xwe xin. Jinên me dixwazin bi navê “azadîya jinê” di kursîyê pêþî de rûnên û qûnê li zilamên xwe biqetînin. Zilamên me di malê de xwedîyê kursîyê pêþî ne tofanê tînin serê jin û zarokên xwe. Bazirganên me tirrê ji dikandaran berdidin ji bo go bibin xwedîyê kursîyê pêþî. Û dev ji hemûçkan jî berde, heta bi hikûmeta Kurdistanê jî qûnê li zimanê Kurmancî diqetîne ji bo go Soranî li þofêr mehelî bide rûniþtandin û bike zimanê fermî.

 

Îcar hesab û kîtab li cem te bê kursîyê pêþî çi bahoz û babelîst li serê me rakiriye Serdarkê mino. Yanî, kursîyê pêþî û paþî nîhaye tirba 101 bavê me Kurdan ha, te fêhm kir newilo kundiro?

 

Axir, îcar ezê þîretekê li Serdarkê xwe bikim û vê þîreta min di serê xwe de bimeyîne oxlim.

 

Tu wek ê Torî û Omerî þerê kursîyê teqsîyê yan dolmîþê meke. Heger te kir jî, þerê kursîyê pêþî ê tiyarê bike ji bo tu bibe pîlot. Þerê kursîyê trênê bike ji bo tu bibe makînîst. Þerê kursîyê textorîyê bike ji bo tu bibe profesor. Þerê kursîyê dewletê bike ji bo tu bibe serokwezîr û serokkomar. Ma çi ji kursîyê teqsî û dolmîþê derdikeve cîgerim? Hema bêje piranîya Kurdên me doza kursîyê pêþî kirine û hevdu ji bo wî kursî kujtine.  Mesele ew e ku meriv di wî kursî de rûnê û karibe pê dijminê xwe bikuje ya Serdarê Omerî!

 

Fîlozofê Lotikxanê Sofî Xelef çi dibêje tu zani?

 

Dibêje:”Heger te girt bermede, go te berda jî bi dû mekeve”. 

 

 Îcar qerdeþim, min bi xwe bi kursîyê Lotikxanê girtiye û heta bi mirinê jî bernadim.

 

 Îcar hûn bi kursî û kîrê kê digrin hûn û þensê xwe wesselam.......

 

 

 

 

 

Fatê were civatê-27

 

 

Silav xaltîka lotikvan

 

Bi sê telaqên jinberdanê ez ji te xeyidî bûm, lê bila xatirê xiyarên Mêrdînê û vê Newroza pîroz be.

 

Ezê zêde dirêj nekim û serê te yê delal û tije mejî neêþînim. Mesela min, derd û mereza min li ser televizyonên Kurdî ye. Bi taybet ev televizyona Kurd1 heye ya, eva Kendalê me lo,  aha evê televizyonê tirr ji min berdaye û ez bi kanserê xistime.

 

Ev tam 20 roj in ez temaþeyî vê quzilqurta Kurd1 ê dikim. Ez wek kesê go bi êþa mirîþkan bikeve, gêjomêjo bûme û hema her roj eynî tirþik e. Taþtê eynî tirþik, firavîn eynî tirþik, þîv eynî tirþik û paþîv jî eynî tirþik. Yaw dilê min xeliya xaltîka Fatê! Ma tu þîretekê li lotikvanên Kurd1 ê naki xwedê jê razî? 

 

Welhasil, vê Kurd1 ê ez virikî kirim. Ev 20 roj in Þivan Perewer û Qûnekekî Nemsawî stranekê dibêjin.  Gava muzik bi dawî tê çûna findeqa dest pê dike û paþê jî wan herdu qirdikan derdixin (XIDIR FEQIR û TEHSIN XIDIR).  Ez bi wan lêvên te yên þekirî kim, hingî min guhdarîya van qirdikan kir, ez wek wan reþikên Efrîkayê reþo-meþo, þîno-mîno bûm û hema min rahiþt bêxwedîka televizyonê li bin guhê dîwêr xist û kir piçik û parî.

 

Piþtre min rahiþt tembûrekê û min go „Kî me ez“ û min kir ting û ring. Min go ezê jî herim findeqa (ellawekîl Kurd1ê findeq jî li ber çavê min reþ kirin wey)  û belkî hema ez û xaltîka xwe li bin dara findeqê hevdu bibînin û çend lotikên Alamanî bavêjin hev.

 

Axir, min televizyona xwe ji kerbê Kurd1ê þikenand maye tembûr.

 

Ez li bendî bersiva te me. Zû bersivê bide yan na, bi sê telaqan ezê ji qehra Kurd1ê re tembûra xwe di serê jina xwe de hûr hûrî bikim ellawekîl, wîî!

 

Kanîwar

Kezebreþê Kurd1 ê

24.03.09

 

 

Bersiva Xaltîka Fatê

 

Bismillahirrehmanirrehîm, bi qiweta îsotên Ruhayê.....

 

 Law kezebreþo, weyla te herdu gunikên Mam Celal xwaro, ma te ji nav televizyonên dinya û alemê bela xwe li Kurd1ê xist oxlim? Ê law te lê temaþe nekira wî, ma televizyon tunebin law? Meselen te li TRT6 temaþe bikira, te li LotikxaneTV temaþe bikira, te li KerxaneTV temaþe bikira, nebû nebû te li ZotikTV temaþe bikira oxlim, wîî! Yan te CD flîmek seksê ji ewên cot cot, sisê sisê têxista qûna televizyona xwe, lê temaþe bikira, girêza devê xwe biherikanda, zimanê xwe li dora devê xwe xista, derpî ji xwe bikira û tif bikira kefa destê xwe. Erê te nikarîbû bi Kurd1ê, ma te nikarîbû bi xiyarê xwe jî qûnreþo, wîî!

 

Naxwe Kurd1ê ev 20 roj in eynî tirþik dida te ha?  Ê oxlim, madem tirþika hazir hatibû ber te, te jî savarek têrgoþt çêkira û bi wê tirþika Kurd1ê re bixwara ha, ma di vê heyamê de tirþik bi destê kê  dikeve qûneko? Law zarokên xelkê ji nêza (ji birçîna) dimrin, ê te tu qîma xwe bi tirþikê nayni. Ma ev ne xezeba xwedê ye qerdeþim? Îcar hem jî tirþika Kendal Nezan û Gavan Berber ha, pekkkk! Ez bi sê telaqên Ûsama Bîn latîn sûnd dixwim go ev tirþika ji mitbexa Fransî derketiye, bi destê pîrebok û melkemotan jî nakeve, ihiii! Law madem te ew tirþika delal nedixwar, te biþanda ji Seîd Ûsiv re oxlim, ma te nizanîbû go Seîd Ûsiv tirþikçî ye?

 

Welhasil, te go tirþika Kurd1ê tu virikî kir? Wey weledddddd wey weled... Yaw carna serê te jî naþuxule ha cîgerim. Hema te rahiþta xiyarekî ji ewên Hollandî (ewên nîvmetro dirêj û ji kîrê kerê qalindtir lo) bigota “fiþt” û têxistina qûna xwe û mesela xelas dibû. Hem wê virika te bisekiniya û hem jî te zêde xwarin nedixwar, mesrefa zêde jî nedikir. Te fêhm kir newlo?  Carek din go tu virikî bû, bi a xaltîka xwe bike û xiyar ji bîr meke temam? Nîvmetro dirêj û têra xwe qalind..

 

Te go te ji qehra Kurd1ê televizyona xwe kir piçik û parî? Weyla xwedê herdu gunikên te perçiqando, çi gunehê televizyonê hebû belqityo, waweylê! Law te telefonek ji Kendal Zinar re vekira û bigota:”Law nezano, ma tirþik bê savar tê xwarin oxlim? Law madem hûn tirþikê belav dikin, qe nebe hinek savar û çend parî goþt jî deynin kêleka tirþikê qerdeþim, ma Kurd hemi wek we tirþikçî ne cîgerim” û telefon di ruyê wî de bigirta.  

 

Welhasil kezebreþo, qûnreþo û weyla te di kerê kutayo, te televizyona reben þikenand lê tembûrê meþkîne. Wê tembûrê ji qirdikên Kurd1ê re biþîne belkî hema bi xêra tembûra te televizyona xwe vekin û dev ji weþandina heman tirþikê berdin. Ji xwe dibêjin ji ber go tembûrên wan kêm in, nikarin dest bi weþana esasî bikin. Û ji ber tunebûna tembûr û tembûrvanan jî weþana testê dikin û sibê, nîvro, êvarî tirþik û ha bavê min tirþikê diweþînin.  Yan jî wek Brader Musikî tembûra xwe bike kelek û gemî û ji ber tirþikê bireve here xwe li Kenya deyne.

 

Welhasilî kelam, findeq û bindeq nizanim. Lê go ez te li bin darekê bigrim kezebreþo, ez bi wê pirça qûna te kim, ezê tiliya xwe di te de bibim heta go tirþika qûna te di devê te re bê “vîîjjjjjjj” û bipijiqe......

 

 

 

 

Fatê were civatê-26

 

 

Silav xaltîka delal û helal..

 

Navê min Kîrtûjê Batmanî ye û li Almanya dijîm. Keçik ji min re dibêjin Playboy ha.

 

Xaltîka Fatê, derdê min zehf giran e. Ez berê bi keçikên Alman û ecnebîyan re bûm. Wek go tu zane, li ba wan problema fîþekan tune, hema fîþekê bide ber keleþkofê û biteqîne. Yanî, ez naxwazim fort û pesnê xwe bidim, lê bi ellawekîl fîþekên min wek fîþekên mîtralyoz û fuzeyên helîkoptera ne.

 

Welhasil, vêga ez bi keçikek Tirk re me û em hevdu wek ciwange û golikên nav garanê digevizînin, toz û ecacokê bi ser serê hev dixin. Wê rojê dîsa doxîn li min sist bû, kurmikên min ez xurandim û min ji keçikê re got: “Ez dixwazim xwe berdim nav bexçê gula heyatim” û wê ji min re got:”De bi wêde here, hê ez keçik im û perda min neçiryaye lan”.  Xwedê heye, keçik pir ji min hez dike, lê ez jê hez nakim. Rabû min jê re got:”Fîþekên min ketine ser hev û li hev siwar bûne, hew îdare dikim cîcîm”.

 

Welhasil, cîgerim rabû bi Tirkî ji min re got:”Ê madem fîþeklerin ust iste bînmîþ, o zaman arka mahalleden gîr canimin îçî”.

Tam wê demê rehmetîyê Ahmet Kaya hat bîra min. Strana arka mahalle.

 

Vêca pirsgirêka min ev e xaltîka Fatê:

Li gora dînê îslamê arka mahalle zehf guneh e. Ama, hingî tenûra keçika Tirk germ bûye û her telaþek wê wek þebeþên Diyarbekrê mezin û girover in, hele hele xezîna wê wek xezîna dewleta Elî Osman pir dewlemend e. Ûûûûûfffffff sebir ya rebbî sebirrrrrr!

 

Îcar li gora te, ez di arka mahalle yan di xêra 101 bavê wê nim û di arka, on û agiz mahalle re têkevim xezîna wê?

 

Tu dibê çi Xaltîka Fatê? Eger go te ez meraq kiribim, em karin di realê de hevdu bibînin anlarsin ya!

 

Zû bersivê bide min, hadê kîss you mein schatz....

 

Kîrtûjê Batmanî

 03.03.09-Almanya

-----------------------

 

 

Bersiva Xaltîka Fatê

 

 

Bismillahirrehmanirrehîm, bi navê xiyar û tirozîyên Batman û Mêrdînê...

 

Law Kîrtûjo, esasen minê bersiva te nedaba, minê behsa kîrê te yê çermolaqî û sistomisto nekira. Lê madem demokrasî heye û tu li Almanya dijî, dilê min bi Playboy efendî þewitî û min go de ez dilê Kîrtûjê Batmanî nahêlim. Çawa be em û Batmanî pismamên hev in, xwîna me li hev geriyaye û me gellek caran doxîn li hev sist kiriye.

 

Welhasil Kîrtûjo, qûnxwaro, weyla keçika Tirk di devê te de mîzto. Talîya talî te jî xwe bi keçika Tirk re herimand ne wilo? Law ma keçikên Alman û ecnebîyan têra fîþekên te nedikirin go te dest bi qûnalastina keçika Tirk kir hê? Yan li te ranedibû û ji bo wilo keçikên Alman dev ji te berdan?

 

Niha tiþtekî ji min re bêje oxlim. Te xwest tu di nav þeqê keçika Tirk de zanîngeha seksolojîyê xelas bike û dîploma xwe bistîne, yan tu siyasî fikirî û te got:”Aha fersend ev fersend e, ezê heyfa bav û kalan ji Tirkan hilînim û di kefenê 101 bavê wê nim?”

 

Heger tu wek wan mitirb û qereçîyên Batmanê li parsê geriya be û xwe avêtibe tor û bextê doxîna keçika Tirk, ne aferîn ji te re. Na heger tu siyasî fikirîbe û te heyfa bav û kalên Kurdan ji keçikê hilanî be, ji xwe helal be ji te û xiyarê te re.

 

Axir, te go arka mahalle û Ahmet Kaya? Kuro nebe ku rehmetî Ahmet Kaya jî wek te di arka mahalle re dest bi þoreþê kiribe û ev stran li ser wê þoreþê çêkiribe oxlim? Yan na çima wê Ahmet Kaya stranê li ser arka mahalle çêke cîgerim, wîî! Ma tiþtekî bê sebeb heye? Na. Ez dibêjim sedî sed bandora arka mahalleya Ahmet Kaya li te bûye û te xwestiye bi rêya arka mahalleya keçika Tirk dest bi þoreþê bike. Yan na?

 

Te go di dînê îslamê de arka mahalle guneh û heram e?

 

Kîjan mela û sofî mala xwe dibe mîratê û dibêje heram e hê? Ma pêxemberê me Hz. Mihemmed (s.a.v) negotiye “Tirk bixwazin jî nikarin bibin misilman. Heta misilman þerê Tirkan nekin qiyamet ranabe” (binere:  Müslim, e's-Sahih, Kitabu'l-Fiten/62-65, hedîs no:2912; Ebu Davud, Sünen, Kitabu'l-Melahim/9 Babun fi Kýtali't Türk, hedîs no: 4303; Nesei, Sünen, Kitabu'l-Cihad/ Babu Gazveti't-Türk).

 

Aha van hedîsên li jorê pêþ wan mela û sofîyên doxînsist bike bila bixwînin, bê birastî arka mahalleya Tirkan helal e yan heram e. Piþtî go pêxemberê me (s.a.v)  gotiye Tirk bixwazin jî nikarin bibin misilman, te çi ji helalî û heramîya arka mahalleya wan e qûneko? Ma ji kafiran re helalî û heramî heye?

 

Îcar bi a xaltîka xwe bike û serserîkî têkeve arka mahalleya keçika Tirk. Wek masîyê go tî bûbe û xwe çeng bike nav avê, tu jî bibe masîyekî Kurd û di arka mahalleya keçikê de here wî alî û were vî alîyê bexçe. Di arka mahalleya keçikê de li xezîna zêr û almasan bigere. Heger hat û te di wê arka mahalleya tengik de xezîna zêran dît, para xaltîka xwe bide alîyekî û ê din jî bide xêra dê û bavê xwe û li kîrtûjên wek xwe qûnxwar belav bike.  

 

Na go te dît di arka mahalleya reþik de xezîne tuneye, îcar xwe di taxa jorê re, di  pêþ, dev û poz mahallesî re bavêje hindur û têra xwe avjenîyê (sobanî-melevanî) bike.

 

Te fêhm kir Kîrtûjo? Weyla min di devê te de rîto, te vê roja xêrê ez gunehkar kirim law. Ma hewara arka mahalle û quzê kerê bû xirtik!

 

Axir

 

Kuro oxlim, ma ez Fata germik û nermik qûnxwarên mîna te bi qûna xwe paqij dikim û meraqa wan dikim belqityo? Te go em li Realê hevdu bibînin? Wey mala minê… Law ma Playboy û Real? Kesên Playboy di otêlên Þeraton û Hîltonan de jêr û jor dalêsin oxlim, naxwe tu Playboyê dikanên Realê ye ha? Merheba ji Playboyên mîne te re, heheyyyyyy!

 

Îcar Kîrtûjê Batmanî, weyla Tansû Çîller kîrê te mijto, dereng nemîne û raporek bi rêk û pêk li ser arka mahalleya keçikê binivîse û ji arþîva xaltîka xwe re biþîne. Temam!

 

 

 

 

 

Fatê were civatê-25

 

 

Silav xaltîka nermik û germik.

 

Navê min Maþo yê har e. Ez nakim tu kar û te dixwînim car car. Tu çawayi hey ez bi qurbana wan guhanên teyê spî, porê teyê sor, lêvên teyî têr goþt bûmê? Neyse, ez zêde pêde nerim û dirêj nekim. Derdek li min bûye peyda û ezê bêjim tu nexeyde.

 

Ez li bajarê Stenbolê me û tu karî nakim. Yanî anlayacaxin cîgerim, ez betal û tiral im. Ji sibê heta êvarî li ser PC yê me û ji xwe re li jinkokên jinebî, yanî “îkîncî el û az qûllanmiþkirî” digerim. Îcar di fantazîya min de tam jinek wek te heye. Çend roj berê min ji xwe re kezîkurek dît û porê wê jî wek ê te sorê hinekirî bû. Me çend rojan di vê bêxwedîka înternetê de ji hevre nivîsî, dawîyê min ew anî ser îmana îmamê çaroxî, ew qaîl kir ku bê mala min û ciwanikê hat jî.

 

Lê yabo min dît û tu nebîne, ya starrrrrr û ya starrrrrr! Bê lome be, neyê serê tu kesî rebbî! Ez li hêvîya çi bûm û min çi dît, pekkkkk! Ne guhanên wê guhan bûn, ne porê wê wek ê te sor bû, ne jî lêvên wê wek ên te têr goþt bûn.

 

Welhasil xaltîka, dilê min di devê min re derket wesselam. Îcar ez ketime bextê doxîna te ya pîroz û bimbarek, rêyekê bide ber min. Ezê çawa di înternetê de jinek wek te spehî û seksî bibînim?

 

Zû bersivê bide ji ber ez kewiþî me ellawekîl ha, zûûûûûûû!

 

Te opmîþ dikim û girêza devê te dalêsim..

 

Maþoyê Har

 

Stenbol-17/02/2009 

-----------------

 

 

Bersiva Xaltîka Fatê

 

Kuro tu Maþo ye, Mêþo ye çi quzê kerê ye, weyla min di devê te de mîzto, naxwe te çav berdaye xaltîka xwe ha? Wey tifûûûûû li wê qûna teyî reþ û gennî be, ihiii! Law ma te ji xaltîka xwe pêve kesekî din nedît tu xwe lê biceribîne oxlim? Metika te hebû, pîrika te hebû, ker û çêlekên te hebûn, ma xaltîk? Weyla Tansû Çîller di devê te de rîto, te newêrîbû bela xwe di seroka qûnekên Ergenekonê Tansû Çîllera dêlik de bide, tu gurê min rebena xwedê ye ha, wey tirrrrrrrrrr li bin qûna te! Bi sê telaqên mêrberdanê heger tu li bendî xanimek wek min seksî bimîne, tuyê di mala bavê xwe de wek bacanek xirabe biperixe û bêhna gennî ji te bifûre û xelas, kundir!

 

Neyse, te vê roja xêrê dîsa ez gunehkar kirim xiyaro. Lê bila xatirê xwendevanan be. Yan na bi serê Îsa û Mûsa, ezê bihatima Stenbolê, minê bi guhê te bigirta û rasterast berê te bida kerxana Karakoyê.

 

Lawkê mino, Mêþo, weyla serokê dêqehpên Tirkiyê Mehmet Agar qûna te alasto, law ma tu bûye bekçîyê înternetê tu nahêle xelk ji xwe re razên hêê? Te go jinebîyên “îkîncî el û az qullanmiþkirî” ha? Ê tabî canim, ma go jinên “birincî el û hîç ne qûllanmiþkirî” qîma xwe bi te banîna, ma te nav þeqê “yedek parçeyan” dalast oxlim, na. Xuyaye tirr di qûna te de nemaye ku tu wek wan terektorên xerabe tirre tirrê dike û li yedekparçeyan digere.

 

Neyse, te go fantazî?

 

Kuro law îcar fantazî çiye oxlim? Ev ne “fen-tajî” be?  Yanî tajîyê fenek ha,  te fêhm kir? Na canimmmmm, yekî wek te nikare bibe tajî lo. Bibe bibe incex bibe kîroþk, kîroþkê ku ji ber jinên “bîrîncî el û hîç ne qûllanmiþkirî” bireve û xwe li “yedekparçeyên qetyayî” bigre.   

 

Welhasil sayin Mêþo,

 

Ka dev ji xewn û fantazîyên çirto virto berde û li xaltîka xwe guhdarî bike. Ezê bikim ku tu di nava 24 seetan de jinên “sifir kîlometre” têxe paxila xwe.

 

1-     Serê xwe bi ûstûrayek ko (ne tûj) li “sifirê” xe û bike wek serê Çoban Sulo. Bila  serê te yê zelût wek lempê pêkeve û bibiriqe. Hem tê ji mesrefa elektrîkê xelas bibe û hem jî tê bi saya serê zelût wek qûnekê Tirk Cemîl Îpek bibe modecî.

 

2-     Piþtî te serê xwe zelût kir û kir wek serê Kel Oxlan, îcar wek Cem Yilmaz çend guharan têxe guhê xwe, rîha xwe bike wek rîha bizinê û terîþ terîþî bike. Li ser anîya xwe binivîse “gayê nav garanê li golikên nermik û germik digere”. 24 seetan li ber internetê bisekine, xefika xwe vede, têkeve kozikê û ranezê.

 

3-     Heger di nav 24 seetan de golikek sifir kîlometre neket xefika te, îcar li ser anîya xwe binivîse “ciwangeyê nav garanê li nogon (golik-nogon-piþtre dibe çêlek) ên har digere”. Cixara xwe pêxe, bikþîne ser kezebê û dest bi çetê bike, virde wêde peyaman biþîne.

 

4-     Heger ev jî nebû, îcar li ser anîya xwe binivîse “golikê nav garanê li çêlekên gonxwarî digere” û dîsa virde wêde emaîlan biþîne (ji min re neþîne ha oxlim).

 

5-     Te dît ku ev jî nebû, îcar li ser anîya xwe binivîse “qûnekek li qûnekan digere” û serê zelût bifirkîne. Aha vê carê sedî 100 wê qismetê te vebe. Îcar qûnekekî wek Cemîl Îpek dibe qismetê te, yekî wek Fatîh Urek dibe nesîbê te, yekî wek Bulent Ersoy dibe qismetê te xwedê zane. Lê sedî sed wê qismetê te vebe. Îcar sifir kîlometre dibe, yedek parçe dibe, çiryayî û diryayî dibe tu û wan li hev cîgerim....

 

 

Haaaa law Mêþo, girêza devê min nalêse oxlim. Were girêza nav þeqê min balêse xiyarooooooooooo...!

 

 

 

 

 

Fatê were civatê-24

 

Sayin û pir birêz Fatê xanim

 

Ez im ez, Dogû Perînçek. Te min nas kir newlo? Serokê Partîya Kar-kerrrr lê, wîî! Ewê go niha ji doza Ergenekonê girtî ye û di hepsê de tirr tirra qûna wî ye lê, okey!

 

Axir, min nav û dengê te ji radyoya xwe ya xerabe bihîstiye. Car caran jî gardîyanên hepsê rojnameyên ku li ser te dinivîsin diqetînin lê dîsa jî di quncik muncikan de nivîsên te dighên destê min.

 

Ez serê xaltîka xwe neêþînim, partîya sermezinê Erdogan bi mahneya endametîya “Ergenekonê” ez girtime û avêtimê binê bîra hepsê. Halbûkî ez ne endamê Ergenekonê me, tew hinek dibêjin ez serokek ji ên Ergenekonê me jî. Halbûkî min tenê xizmeta dewleta xwe û milletê Tirk kiriye. Min xwestiye ez tirrê ji Kurdan berdim û wan bikim Tirk. Car caran jî min alîkarîya JÎTEM, MÎT û dewleta sererd û binerd kiriye û çend Kurd dane kujtin û hew. Ma îcar sûcê min rebenê xwedê çiye ku sermezinê Erdogan ez dame girtin û min dide ber lotik û pehînên kerîkî qerdeþim, wey!

 

Welhasil, min go de ez carekê jî bi xaltîka xwe Fatê biþêwirim bê ka ew çi dibêje û çi þîretan li min dike. Li gora berdûþên hepsê ji min re gotine, dibêjin bi xêra þîretên te Prof. Yalçin Kûçik hatiye berdan û niha tirr û fissên azadîyê dike.

 

Îcar bêje xaltîka Fatê, ez çi gûyî bixwim?

 

Têm destên te û xulamê te me

 

Serokê Partîya Kar-kerrrrrrrr

Dogû Perînçûk

24/01/09- Tirkiye 

------------------

 

 

Bersiva xaltîka Fatê

 

Law Perînçeko, weyla min di devê te û 101 bavê te de mîzto, te têra xwe li Bekaayê lotik avêtin û serê Kurdên me kir wek þorba nîskê, îcar çavê te lê ye tu wê pelûlê bi serê min de jî birjîni û min jî biki þirîkê xwe newlo? De herrreeeeeeee, gotlaq!

 

Ma serê min bi Ergenegûka te ketiye kurê kerê, wîî! Derdê min ne besî min e, qajewaja zarokên min ne besî min e, îcar ezê rabim bidin dû qûnekekî mîna te û serê xwe bêþînim, heheyyyy! Wille yabo te kir tirrr....

 

Lan oxlim, serþûnik, kî dibêje tu endamê Ergenekonê ye gû xwariye. Ma law te ji 1977an û pêde dest bi ixbara þoreþgerên Kurd kir û te di kovara xwe Aydinlikê de ker bera ser zuryeta xwe da. Ma ji niha de tu endamê Ergenekon û Gladiyoyê ye ewladim, wey! Wille yabo sermezinê Erdogan heqê te xwariye. Ma qûnekekî mîna te li kuuuuuu û Ergenekon li ku! Gerek tu ne ji ber endametîya Ergenegûyê bihata girtin cîgerim, gerek tu wek “Serokê Qesas û Qatilên Kurd” bihata girtin û hê li Bekaayê serê te ketiba qûna bavê te. Lê xal û xwarzîyên te perdek spî avêtin ser te û dîsa li Kurdên xwelîliser siwar bûn, tu kirin wek zîvê zer, pêxember û destebirakê Kurdan.

 

Ax gidîîîîîî go wî çaxî ez li Bekaayê bûma û tu biketa nav lepê min. Ma minê tir ji te berdaba, pekkkk! Bi ellawekîl minê bi mûçinkê yeko yeko mûyên qûna te bikþandina û ew simbêlên te ji xwe re bikira têlên tembûrê. Lê çû, tiþtê çû nede dû...

 

 Te go radyoya te ya xerabe ha? Ê tabî canim, kes nabê radyo û telsiza min heye. Heçê rabe wê bêje radyoya min xerabe ye û çîzwîzê dike. Ê ewladim, law ma ew radyoya xerabe bû teleskop û radarên Amerîkayê? Law çi îþê xaltîka Fatê di çîzwîza radyoya xerabe de heye bêbav? Ma ez a radyoyên xerabe me, waweylê!

 

De îcar yabo, xaltîka Fatê û radyoya xerabe kuro, weyla ez di siûda xwe de birîm erê welle û hew.

 

Welhasil cîgerim, haya min ji wî teradînê Yalçin Kûçik tuneye oxlim. Kê kerê min berdaye ser jina xwe û dibêje xaltîka Fatê ew daye berdan hêê? Ma ez sawcîyê dewletê û Ergenekonê me go karibim xelkê bidim berdan law, wîî! Min karîba xelk bidaya berdan, minê di serî de serokê Kurdên sererd û binerd Ocalan bida berdan ewladim, ma Yalçin Kûçik ji wî ferztire? Na! 

 

Neyse, madem te xwe avêtiye tor û bextê xaltîka xwe Fatê, ezê çend þîretên qirase li te bikim. Wan þîretan bi cîh bîne û te îþ pê tune. Bi ellawekîl tuyê di nava 24 seetan de ji hepsê derkevi

 

1- Þerîtekê têxe stuyê xwe û xwe daliqîne. Heger tu mir û bi cehnemê þa bû, ji xwe tuyê berî wextê xwe ji hepsê derkevi der. Na heger tu nemir û dîsa qûna te xuriya, jehra miþkan bixwe, serê xwe deyne ser balîfê û razê.

 

2- Heger jehra miþkan tirr ji te berneda û tu nemir, þûþekî Coca Cola deyne ber dîwêr, derpî ji xwe bike û li ser þûþe rûnê. Ziwa ziwa haaaaa, þil meke. Heta go tiþtek ji derve nemîne þûþe têxe xwe. Heger tu beicî û tu mir, ji xwe xwedê da te û tuyê berî wextê xwe ji hepsê derkevi. Na heger þûþê Coca Cola qûn li te neqetand û tu nemir, îcar xiyarekî Mêrdînê ji ewên “nîv metro” bikire, têxe xwe heta go di devê te re derkeve. 

 

3- Heger xiyarê Mêrdînê jî qûn li te neqetand û tu nemir, vê carê Tûggeneral Velî Kûçik bîne cem xwe û wek kerên nav garanê hevdu bigevizînin. Xwe þilfî tazî bikin û wek wan pêhlewanên bajarê Kirþehîrê rabin hev. Heger Velî Kûçik kuta qûna te û tu kujt, ji xwe tuyê berî wextê xwe ji hepsê derkevi. Na heger te Velî Kûçik bi cehnemê þa kir, dîsa fêde li me ye.

 

Lê ez dibêjim a herî baþ û bê êþkence ev e cîgerim:

 

Wek Albay Abdulkerîm Kirca bi namûs be, demançê têxe serê xwe û di kefenê sed bavê xwe kute û tu sax!

 

 

 

 

 

Fatê were civatê-23

 

 

Xaltîka Fatê

Ez îro aciz bûm û hema min go de ezê silavekê bidim xaltîka xwe û li halê wê bipirsim. Êêêêêê, çi heye çi tune, kî sax e kî mirî ye, virde wêde? Yaw xaltîka Fatê, weyla xwedê topa qiyametê li daw û delinga te xistê, ka te sozek dabû min, ka soza te ha?

Ma te negotibû ezê bêm Stenbolê û bi xwe re ji te re jinek bedew û seksî bînim ha? Ma ev jî ji te? Hoooowehhh kuro, min digo dinya û alem derewan bike xaltîka Fatê derewan nake, pekkkkk!

 

Îcar biner, bi ellawekîl û bi sê telaqên jinberdanê, min ji bo xatirê soza te jin nanî û di mala bavê xwe de perixîm. Va emrê min bû 45 sal û hêdî hêdî tirr di min de dibin fiss. Yan soza xwe bîne cîh û jinekê ji min re bîne û yan jî qelenê min biþîne.

 

Yan na, ezê xwe ji ser pira Galatakoprusu bavêjim nav behrê û yan jî ezê xwe wek Japonan harakîrî bikim û xelas!

 

Zûûûûûû ez ji kerbê jinekê re mirim.......!

 

Cemîlê Perixî

13/01/09-Stenbol

 -----------------

 

 

Bersiva xaltîka Fatê

 

Bismillahirrehmanirrehîm, bi navê xiyar û bacanên Mêrdînê...

 

Law Cemîlo, perixîyo, heyla min di devê te de mîzto, ez li kuuuuuu û Stenbol li ku oxlim! Ma kê kutabû qûna te go te qinyata xwe bi soza min anî xiyar, ma soz li dinyayê mane law, wîî! Min henekek kir û sozek wek a siyasetmedaran da te, ma min çi zanîbû tuyê gû bixwe û li bendî soza min bimîne, waweylê! Law ma li Stenbolê ji jinan pirtir çi mexlûqat hene kero, hema te bi çeplê Nataþayek Rûs bigirta û birevanda ma zor bû. Na na, bi ellawekîl ez dibê li te ranabe heta go tu di mala bavê de maye. Yan na, çima wê qiraseyekî mîna te bê jin bimîne û tirr têde bibin fiss babam, wey!

 

Îcar ya Cemîlê Perixî, ez bi wan 9-10 mûyên qûna teyî reþ kim, ne perê min hene ez qelenê te biþînim, û ne heqê bilêta min heye ez bêm Stenbolê. Yanî qaþo min digo ezê herim Stenbolê, belkî ji xwe re xiyarekî 14-15 salî bibînim û bi miradê xwe þa bibim. Lê xuyaye ezê jî wek te di mala bavê xwe de biperixim û bi xwe xweþ bînim.

 

Îcar Cemîlo, weyla te qûna Georg Bûþh alasto, vê heyamê qinyata xwe bi soza kesekî neyne û nekeve nav rewrewka xewn û xeyalan. Tu bi a min dike, ne xwe ji pira Galatakopruyê bavêje behrê û ne jî xwe wek Japonan harakîrî bike. Dev ji jin û minan berde. Ji xwe ji sedî 99ê kesên zewicî li zewaca xwe poþman in. Tew pitepita jinê ji êþkenca hepsa Diyarbekrê jî xerabtire ellawekîl.

 

 Îcar li xaltîka xwe Fatê guhdarî bike û van þîretên min yeko yeko pêk bîne.

 

- Madem tu di mala bavê de perixî û jihevdeketî ye, dev ji zewacê û pitepita jinê berde. Ji xwe re Kerek Þamî ji ewên mê û boz ji Mêrdînê dawetî Stenbolê bike. Herin aþxanê, bi xwarin û vexwarin hevdu nas bikin, li hevdu germ bibin û naskirina xwe bi þûþek wîskî pîroz bikin. Piþtre kera xwe bibe malê, serê wê bi sabûn û þampûana bi qalîte biþo, piþta wê qenc bifirkîne, parfûma Chanel bi nav þeqê wê dake û têkevin nav livînê.

 

Heger te û Kera Þamî lotikên hevdu neecibandin, bilêta wê bibirre û berê wê paþûpê bide Mêrdînê.

 

-         Heger tu qîma xwe bi lotikên ker û bergîlan neyne, îcar serî li televizyonên Tirkan bide, beþdarî wan programên zewacê yên bi navê “Kî dikute kê” bibe û têkeve dora tenûrê. Meselen bernama Esra Erol ne xerab e. Di wir de bi sedan jin û mêr xwe didin ber bazarê û li xiyar û bacanan digerin. 

 

-         Na heger te ev jî qebûl nekir û wek kerên Sêrtê serhiþkî kir, hema xiyarê xwe di berde jêke û wek Fatîh Urek qûna xwe bide û tu sax.

 

Ê de Xelo û Celo li piþta te bin rebbî, bye byeeeeeee!

   

 

 

 

 

Fatê were civatê-22

 

Xaltîka Fatê

Ez jinek 25 salî, ciwan, nermik û germik im. Hema bêje wek Turkan Þoray çavbeloq û lêvqelew têm. Lê serê min û segbavê mêrê min bi hevre ketiye belê. Belqityo 20 salan ji min mezintire û fîþekên wî dest bi qelpkirinê kirine. Lê dîsa jî li ser dûvê xwe rûnanê û doza jinekê din dike. Ji xwe piþtî ku hikûmeta Kurdistanê qanûna pirjiniyê qebûl kir, mêrê min yekcar hartir û timakartir bû û bi sê telaqên jinberdanê sûnd xwariye ku hewîyê bîne ser min rebena xwedê.

 

Îcar ji bo xwedê û pêxember, þîretekê li min bike. Bi ellawekîl du rê li ber min mane. Yan ezê xwe bikujim û yan jî ezê serê wî qûnekê mêrê xwe jêkim û tu sax.

 

Hêvîdarim berî ez serê mêrê xwe jêkim bersiva te bigihê destê min.

 

Helîmcanê- 03/01/09- Zaxo-

 ------------------

 

 

 

 

Bersiva xaltîka Fatê

 

 

Bismillahirrehmanirrehîm, bi navê qanûna pirjinanîna hikûmeta Kurdistanê...

 

Helîmcanê, keçko, weyla bav û brê te kezîyên te kur kirê, te çawa zilamekî 20 salan ji xwe mezintir kir? Ma xortên 18-19 salî qeliya bûn? Yan mêr li Kurdistanê qeliyabûn te rabû bi xiyarê zilamekî 45 salî girt ha? Ma te nizanîbû wê rojekê fîþekên keleþkofa wî qelp bikin û wê te di nîvê rê de bihêle hey peppûkê! Tu bihata Lotikxanê meyê xortekî taze, xortekî ku hîna doxîn lê sist nebûye bidaya te rebenê, wîî! Hem jî bê qelen, belaþ, û bi serde meyê dîk û elokek jî wek xelat bidaya te ha, pekkk!

Jinek 25 salî, nermik û germik, û qiraseyekî 45 salî, zingargirtî û jihevdeketî. Ma ev bû Helîmêêêêêêêêê!

 

Axir, te go bênamûsê mêrê te doza jinek din li te dike û dixwaze hewîyê bîne ser te? Way alçax way!

Ê law ji xwe em jin dara þikestî ne, hikûmeta Kurdistanê jî rabû qanûna “2-3 bacan bi xiyarekî” derxist û yekcar malik li me viritand. Ê helbet wê qûnekên mêrê me jî piþta xwe bidin qanûna hikûmeta Kurdistanê, ji xwe re fitûyan derêxin û bêjin “her þev tirþik nayê xwarin xanim” û doza çend jinên din jî bikin. Ma ku serok Barzanî lotikek li wê qanûnê xista, ew qanûn bi ser malbavanan de vegeranda û negota “ez nikarim vê qanûnê qebûl nekim”, mêrên me wêrîbûn doza jinek din bikirana, na. Ez bi wê doxîn û devdelinga te kim, wî çaxî wê ker jî bi dest mêrên me neketina. Lê xwedê û pêxember ji serok Barzanî razî be, ciwamêro xwe bi rîh û simbêlên wan sofî û þerwalfirehên li parlamentoyê daliqand û lotikek li me jinan xist. De xwedê kerîm û rehîm e lê. Bi xêr û selamet piþtî 100 salên din, emê parlamentoyê dagîr bikin, wek jinên Amazonên Kurd bi navê “Þoreþa Jinên Kurd” dest deynin ser parlamentoyê û emê qanûnên li gora dilê xwe derêxin. Emê qanûna “pirmêrîyê” qebûl bikin û bi 3-4 mêran re bizewicin. Ma emê wê gavê kêfê bikin, pekkkkkkk! Bi serê min û te, emê heyfa lotikên 500 salî ji zilaman hilînin.

 

Welhasil, îcar em bên ser mesela te û wî qûnekê mêrê te.

 

Ez dibêjim ne xwe bikuje û ne jî serê wî qûnekê mêrê xwe jêke. Madem tu naxwazi hewî bê ser te û bibe þirîka xiyar û herdu hêkên te;

 

1-     Gava mêrê te raza, mîrkutekî li nav serê wî xe, dest û lingên wî bi þerîtekê girêde û tirrê jê berde. Piþtî te ew girê da, wî bibe axur, kurtanê kera mê lêke, hinek parfûma jinan ji ewa seksî li dora qûna wî bide û kerê nêr berde axur û derî li wan bixilqîne. Tam heftakê bi vî awayî biceribîne heta ku mêrê te qûnek bibe û qûn lê bibe çarox. Piþtî ku mêrê te hînî lotik û derbên Kerê Þamî bû, wê wek esrarkêþê ku bêrya esrarê bike û lê bigere bê serê wî. Ez bi serê xwe û te kim, ewê ji qirasê kerê pêve tu tiþtekî din nefikire û tew behsa jinan jî neke. Yanî, wê mêrê te bibe “Homoseksuel” û qûnekekî temam jê derkeve. Wî çaxî wê mêrê te ne doza jinekê lê doza mêrekî li te bike û bixwaze bi mêrekî re bizewice. Wê gavê çi dibe? Wê di oda razanê de du qirase bibin nesîb û qismetê te. Hem wê mêrê te dev ji anîna jinek din berde, û hem jî tê bibi jina bi du mêran.

 

Heger ev nebû;

 

2-    Gava mêrê te raza û ket xewa giran, derpî jê bike, herdu gunikên wî (hêlikên wî) derxîne derve, du dîkên nikiltûj berde ser gunikên wî û bila bi nikilan hormonên mêranîyê ji herdu gunikên wî bipijiqînin der. Heger hormonên mêranîyê pêre neman ji xwe xwedê da te. Na heger hormon pêre mabin, ji xwe heta salekê jî ji êþa gunikên xwe nikare doza anîna jinê li te bike.

 

Heger ev jî nebû;

 

3-    Gava mêrê te ket xewê û kir pixe pix, herdu gunikên wî bi meqesekî ko (ne seqakirî) hêdî hêdî jêke û ji bo taþtêya serê sibê têxe sarincokê. Serê sibê gava mêrê te ji xewê rabû, wan herdu hêkên wî jê re biqelîne û bike taþtê. Heger mêrê te go “Keçê ka gunik bi kude çûn?”, bêje “Pisîkê xwarin” û zêde dirêj neke.

 

Heger ev jî nebû;

 

4-    Here çol û qelêç, çend dûpiþkên ji ewên reþ bigre, bîne têxe nav doxîna mêrê xwe û te îþ pê tunebe. Heger mêrê te hetanî sax be doza jinanînê li te kir ezê pîvazekê bi guhê xwe vekim.

 

Welhasilî kelam, Helîmcanê, ez bi qurbanê. Van þîretên min bi cîh bîne û hew.

 

Na heger mêrê te piþtî lotikên dûpiþkan jî nemir û dîsa doza jinê li te kir, rahije buxçika xwe û were Lotikxanê û tu sax. Emê çend canfedayên Lotikxanê bikin dergevanê doxîna te û bihêlin ku mêþ bi mêþanîya xwe nikaribin bihingivin te. Û hetta belkî em te û Sofî Xelef jî li hev mehr bikin ellawekîl. 

 

Ê de bye bye Helîmcanêêêêêêêêêêêêêêê......

 

 

 

 

 

Fatê were civatê-21

 

 

Silav Fatê can, tu çawayi ruhê min?

 

Tu zani, þekala wî qûnekê rojnamevanê Iraqî bû mode û rojeva dinyayê tirrek kir. Te dît gava ewê Iraqî sola xwe avêt serok Bûþh newlo? Aha pirsa min jî li ser sol û þekala ye ellawekîl. Madem þekalavêtin bûye mode, de min go ezê bi xaltîka xwe biþêwirim û binerim bê ka xaltîka min Fatê li ser þerê sol û þekalan çi difikire.

 

Wekî din ez dixwazim zanibim bê ka þekal, çarox û þimik di þoreþ û þerê Kurdan de çi rolê dilîzin.

 

Birastî þerê þekalan xew li min herimandiye û ez dikim û nakim nikarim bitefsilînim. Ji ber go ez di bin bandora þekalavêtina wî qûnekê Ereb de mame, ez di xewna xwe de þekal, çarox û þimikan davêjim jina xwe û heta niha min bi 10 ciyan serê wê þikenandiye.

 

Îcar ez di bextê namûsa te de me, berî ez rebena jina xwe bi þekal û þimikan bikujim û zarokên xwe sêwî bihêlim, þîretekê li min bike xaltîka Fatê. Heger heta çend rojan tu þîretekê li min neki û min ji vê “þeytanqûnî”yê xelas neki, zanibe go min jina xwe bi þekal û þimikan kujtiye û tu sax!

 

Zûûûûûûûûûûûû bersivê bide zûûûûûûûûûûûûûû.....!

 

Kanîwarê Pêxwas- 27/12/08-Kurdistan-

----------------------------

 

 

Berxiva Xaltîka Fatê

 

 

Bismilahirrehmanirremîn, bi navê þimik, sol û çaroxên Kurdistanê

 

Law Kanîwaro, weyla jina te serê te xwaro, me hertiþt safî kir û ma dora þimik û þekalan newlo! Te go ez di mesela þimik û þekalan de çi difikirim? Kuro law ma min ilmê þimik û þekalan xwendiye go ez rabim tehlîl û analîza þimik û þekalên Ereb û Tirkan ji te re bikin oxlim, wîî! Îcar þimik û þekal kuro!

 

Ê law ma kesê here masîyan bigre qûna wî þil nabe bavê min?  Belê. Bi namûs qûna wî jî þil dibe û masî jî dikevin qûna wî, ihii! Ê mîster Bûþh jî þekala qûnekekî Ereb bû qismetê wî, waweylê! Ma bela mîster Bûþh bê þimik û þekal ji Bexdayê vegeriya Waþîngtonê? Ma bela bê diyarî, destvala bi ser jina xwe de vegeriya? Na. Wa bi xêra sola ewê Ereb, mêro dîsa binavûdeng bû û bi xêra mîster Bûþh “solavêtin” bû mode.

 

Îcar te go tu di xewna xwe de þimik û þekalan dibîni, tu wan davêji jina xwe û te serê wê þikenandiye? Pekkkkkkk! Ê law bi namûs tu nikari bi kerê lê dibezi kerê ha, wîî! Ê de tu wilo mêr i û kurê bavê xweyi, wan þimik û þekalan bavêje serê Beþar Esed, Ehmedînejad û Erdogan ha tirroooooo! Tu zani rebena jina te dara þikestî ye û dengê xwe nake, tu jî xewnê diki mahne û þimik û þekalên xwe davêji rebenê.

 

Kuro law Kanîwaro, bi sê telaqên mêrberdanê ev mesela þimik û þekalan fikrek ne xerabe ellawekîl. Tu bi a min diki, wer em dikana “þekalên serþikenandinê, þimikên tirrjêberdanê, solên germik û nermik û çaroxên kujtinê” vekin. Bi ellawekîl emê bi xêra van þimik, sol û çaroxan bibin milyoner law, te go çi? Hema pere li te û çêkirina þimik û sol û þekalan li min. Ji xwe ew çarox hene ya, ma ez çaroxên xweþik û seksî çêdikim, pekkkkk! Bi namûs çaroxên go ez bidrûm û çêkim, ne febrîqe û ne jî mekîne karin çêkin ha. Hem þûjina min baþe û hem jî ez çaroxan ne bi ta lê bi werîs didrûm. Îcar ne qetandin li wan heye û ne fetiqandin. Ji xwe werîsê min ji wan werîsên go dewletê xistiye stuyê serok û siyasetmedarên me qewîntir û saxlemtire. Hema ez werîsekî bavêjim çi xelasî lê tune wesselam.

 

Îcar ji bo tu jina xwe bi þimik û þekalan nekuji û zarokên xwe sêwî nehêli:

 

1-     Þeva pêþî: Bila jina te hinek sabûna firaxa têxe nav fasûlîyên þîva êvarî, beroþek savar û misînek zeyta zeytûnên Efrînê deyne ber te û têkeva ser. Bixwe heta go zik li te bibe meþk. Piþtî xwarinê heger xew ket çavê te û te þimik û þekal avêtin jina xwe ji xwe ez bi tiþtekî nizanim. Pir pir heta sibê tu rêya avdestxanê bike rêya navbera Þam û Helebê û here û bê. Wextê te ji þimik û þekalavêtinê re namîne.

 

2-     Þeva duyem: Pýþtî þîvê, bila jina xwe te têxe serþokê, bi avek germ (180-200 derece germ be hê çêtire) û bi 7 qalibên sabûna Helebê te biþo, bifirkîne û bi þûnikê cilþûþtinê li nav serê te xe. Û di ber re jî bela carna tiliya xwe sabûn bike û têxe qûna te. Tê wilo rehet bibi go di xewnê de ne þimik û ne þekal neyên bîra te. Pir pir çend xiyar û tirozîyên Mêrdînê bên xewna te û hew. Îcar tu wan xiyar û tirozîyên Mêrdînê dixwi yan dixi xwe tu û wîjdanê xwe.

 

3-     Þeva sêyem: Piþtî þîva êvarî 3 þûþe wîskî, 4 þûþe Vodqa Gorbaçov, 5 þûþe eraqa Tirkan ji ewa sexte û 5 þûþe þeraba evnikgirtî deyne ber xwe. Mirîþkekê serjêke, bibrêje û kîlok îsotên Ruhayê (ji wanên go qûnê li mero diþewitînin) li ser sifrê rêz bike. Ji bo tu zehmetîyê nekþîni, hema wîskî, vodka, eraq û þerabê tevlihev bike û bi ser kezeba xwe dake. Biner tu þûþe ji devê xwe dernexi haaaa, eman eman. Heta go bêhn li te biçike û qûna bêje “tirrrrrrrrrr” vexwe. Piþtre wan îsotên Ruhayê jî bavê devê.

 

Van þîretên xaltîka xwe heftakê li ser hev bi cîh bîne û te îþ pê tune. Piþtî van þîretan heger te þimik û þekal avêtin jina xwe ji xwe ez bi tiþtekî nizanim.

 

Ê de haydê, serketin yabo qurban....

 

Heger tu baþ bû, xelata xaltîka xwe ji bîr meke ka Kanîwaroooooo!

 

 

 

Fatê were civatê-20

 

 

Jinxala Fatê

 

Bi silav û rêzên min û ez herdu çavên te radimîsim. Ezê zêde serê te neêþînim. Ez niha þivantîyê dikim û li gundekî Duhokê dijîm. Piþtî min navûdengê te bihîst û tew gava min wêneyê de di Lotikxanê de dît, jina min wek Barack Obama li ber çavê min reþ bû û ji wê rojê û virde ez nexweþê te me.

 

Ez bi serê te û bi herdu hêkên nav lingên Mam Celal kim, çi cara ku ez diçim ser doþeka jina xwe, ez çavê xwe digrim, porê te yê sor tînim ber çavê xwe û dest bi þerê dijmin dikim. Lê piþtî fîþekên demança min namînin, ez vediciniqim û dibînim ku ew qereçîya jina min di bin min de ye û dilê min dixele, vedirþim.  

 

Welhasil, mesela min ne ev bû lê evîna te tirr di min de kirine fiss û ha îro ha sibe ezê ji kerbê te xwe întîxar bikim.

 

Welhasilî kelam, pirsa min ev e jinxala Fatê:

 

Ez dixwazim di nav refê Artêþa Kurdistanê de bibim efser. Piþtre ez dixwazim bilindtir bibim û hetta wek Babekir Zebarî bibim general jî. Lê min nexwendiye û neçûme dibistanê ha, xwedê heye. Li gora te ezê çawa bibim generalekî qirase?

 

Zû bersivê bide berî bibe dereng..

 

Ibrahîmê Behdînî-19/12/08-Duhok-

-------------------

 

 

Bersiva Xaltîka Fatê

 

Bismillahirrehmanirehîm, bi herdu hêkên nav lingê Mamo.....

 

Law Ibrahîmo, weyla min di devê te de mîzto, jinxala çi kuro? Ez kengî bûme jina xalê te, min kengî tiliya xwe xistiye qûna xalê te qeþmer, wîî! Carek din nebêje jinxalê û navê min nelewitîne. Bêje “Heyatim”, “Eþqim”, “Prensesa min” filan û bêvan. Xweþ bike oxlim, xweþ bike ha, biseyîne û wek siyasetmedarên me þahîk û þimatokî bike gundî, wîî!

 

Axir, ez bêm ser mesela te û qehpika jina te. Lê ez di serî de ji te re bêjim ku ezê doza tazmînata 10 milyon dolar li te vekim. Ezê serî li Dadgeha Bilind a Kurdistanekan bidim û bêjim: “Ibrahîmê Behdînî bê destûr û daxwaza min min tîne ber çavê xwe û tirran ji  jina xwe berdide. Hem heqaretê li min dike û hem jî li qehpika jina xwe dike. Yan 10 milyon dolar yan jî divê em xirrê wî di qurmik de jêkin û bavêjin ber miþk û pisîkan” filan û bêvan.

 

Îcar dev ji xeyala min û kutana kerîkî berde kurê kerê. A herî baþ yekî wek Ehmedînejad , Esed yan jî Erdogan bîne ber çavê xwe û tenûrê dade, temam! Haaaaaa, hay ji qûna xwe hebe ha Ibrahîmo, Ehmedînejad, Esed û Erdogan wek min ne dilbirehm in. Bi ellawekîl hew te dît gotin “Bismilleh” û doxîn li te daxistin kabokê. Îcar tu zani....

 

Îcar em bên ser mesela efserî û generalîya qûnekekî mîna te kaka.

 

Naxwe þivan û gundîyekî mîna te dixwaze bibe general ha? Baþe. Madem wilo ye, baþ li xaltîka xwe guhdarî bike. Ezê bikim ku tu di nava çend rojan de bibi wek Babekir Zebarî û navê te bibe “General Ibrahîm Paþa”. Ji bo tu bibi general:

 

1-      Pêþî çend milyon dolaran têxe bêrîka xwe û biçe cem walîyê Duhokê. Wan milyon dolaran deyne ser masa walî, jê re bêje “tu pêþmerge bû û niha bûyi walî, ez jî þivan im û dixwazim bibim general kaka” û destê xwe li masa wî xe. Heger walî keleþkof xist serê te û fîþekek di mejiyê te de teqand, ji xwe hewceyî bi generalî meneralîyê namîne. Na heger bi qerpika stuyê te girt û berê te da zindanê, ji xwe tuyê di zindanê de bi dua û tirr û fissan bibi generalekî qirase. 

 

Heger ev nebû:

 

2-      Biçe cem serok Barzanî û bêje: “Xaltîka Fatê silavan li cenabê te dike. Gotiye bila bi xêra dê û bavê xwe çend stêrk û pirpirkan bi Ibrahîmê me veke û wî bike general”. Tu jî di ber re xwe bigrîne û bêje:”Kerîyek pezê min heye, hemi esker, efser û çawîþ in. Ez jî dixwazin bi fermî bibim generalê pezê xwe û artêþa xwe wek “Tîmên Taybet, JÎTEMê perwerde bikim, bikim artêþek profesyonel. Ji ber stêrk û pirpirkên min nînin, çawa ku Nûrî Malikî hesabê General Babekir Zebarî bi pîvazekê nake, mîh, bizin, beran, kavir, hogeç, karik û berxikên pezê min jî hesabê min nakin û tew bi min dikenin”. 

 

Heger ev jî nebû:

 

3-      Çend elokan ji wanê qelew û bi goþt bikire, berê xwe bide Silêmanîyê cem Mam Celal. Heger mamo ne li wir be, wan elokan bide kak Nûþîrwan Mistefa û doza çend stêrk û pirpirkên generalan lê bike. Ji ber ku navbera Mamo û Nûþîrwan ne xweþ e, sedî sed wê alîkarîya te bike. Ji xwe ku di holê de elokên qelew hebin, mesele sedî sed temam e. Na heger Nûþîrwanê me qebûl nekir û got:“Nabe kakaciyan, emin goþtî elok naxwim”, elokên xwe bigre û yekser berê xwe bide Bexdayê koçka serokkomarîyê (lê hay ji xwe hebe ew bêbavê Nûrî Malikî elokên te ji te nedize haaa, bawerî bi wan segbavên Ereb nabe).

 

Piþtî tu çû oda Mamo, elokan deyne ser masa wî, silavên xaltîka xwe Fatê lê                            

bike û bêje:”Xaltîka Fatê silavên germik û nermik li te dike û hetta dil

ketiye te. Heger tu min neki general, bi ellawekîl ezê eþqa xaltîka Fatê ji

jinmama xwe Hêro xanim re bêjim û bikim ku jinmama min Hêro xanim

dehfekê bide te û te ji derencên xênî werke, dest û lingên te biþkîne” filan   

û fîstan.

 

Welhasil Ibrahîmo, weyla te gunikê Mam Celal xwaro. Ka pêþî van þîretên min bi cîh bîne û piþtre xeberê bide min. Heger Mamo jî te nekir general, îcar ezê çend niviþt û bazbendan ji te re çêkim û te îþ pê tunebe.

 

De haydê, heta carek din bimîne di nav xiyar û arûyên Hewlêrîyan de Ibrahîm efendî..

Bye byeeeeeeeee!

 

 

 

 

 

Fatê were civatê-19

 

Xaltîka Fatê, weyla min herdu lêvên te xwarê..

Keçê ma tu zani çi bûye xwedênehiþtê? Hevalekî min heye navê wî Silo ye. Belqityo serê wî ketiye problêmek mezin û hew zane çawa ji nav derkeve. 

Tu zani, Koreyî hatibûn Kurdistanê û ji sala 2003an ve wek leþkirên NATO di Iraqê de lotik davêtin. Wek ez û tu zanin, ji ber ku leþkirên Koreyî li Kurdistanê bi cîh bûbûn, Amerîkî derbasî Kurdistanê nebûn. Çima nebûn? Koreyî li Kurdistanê hiþtin ji bo ku Kurd û Koreyî ji hev bên ferqkirin. Heger Amerîkî li Kurdistanê bi cîh bibûna, wê kesî nizanîba kî Kurd e kî Amerîkî ye. Ji ber vê Koreyîyên çavsînî, kurtik û murtik li Kurdistanê bi cîh kirin.

Welhasil, mesela min li ser hevalê min Silo ye.

Tu nabê leþkirek Koreyî dil dikeve keça Silo û nêzîk wê herin Koreyê. Navê lêwik Çan Bû Çû ye û navê keça Silo jî Canê ye. Erê lê, îcar Koreyî û Kurdistan peppûkê? Îcar hesab li cem te xaltîka Fatê. Çan Çû Bû bi Kurdî nizane û Canê jî bi Koreyî nizane. Gelo li gora te herdu bi çi zimanî bi hevre diaxivin ka tu nabêji xaltîka Fatê?

Ez serê te neêþînim. Çan Çû Bû dixwaze here Koreyê û Canê jî bi xwe re bibe. Û Siloyê me pirça serê xwe hildike, simbêlê xwe radike û dibê:“Keko braooooooo, naxwe Koreyî ne ji bo xêrê hatin Kurdistan ava kirin. Bi sê telaqên jinberdanê ji bo keça min Canê hatine Kurdistanê,ez qebûl nakim baba!“ û doza qelen li Çan Çû Bû kir.  

Rabûn Koreyîyan qelen qebûl kirin û gotin:“Ehlen we sehlen. Hema sîleh, çek, dozer û terektorên go me bi xwe re anîbûn Kurdistanê bila qelenê Canê bin û em fît“.

Axir,

îcar ka bêje; Çi aqilê te ji zavatîya Kurd û Koreyîyan dibirre xaltîka delal?  

Piþtî vê bûyerê, min jî rabû ji qehran navê xwe guhert û kir „Kanî Çû Kîm Çûng Çîrvirî

Ez li bendî bersimê me.

Kanî Çû Kîm Çûng Çîrvirî

08/12/08- Hewlêr-

-----------------------

Bersiva xaltîka Fatê

Bismillahirrehmanirrehîm, bi navê Bûdha.

Ya Kanî Çû Kîm Çûng Çîrvirî, law em bêjin ê Koreyî keçika me Canê çirvirand, te çima navê xwe kiriye „Kanî Çû Kîm Çûng Çîrvirî,“ belqityo? Law ma ev jî nav e hey te xiyarê Koreyîyan xwaro? Ez bi herdu hêkên nav þeqê te kim, heta min navê te xwend, bêhn li min çikya û hema wextî ez bifetisiyama ha, pekkkk! Îcar Kanî Çû Kîm Çûng Çîrvirî kuro!

Welhasil, law çirviriyo, weyla hevalê te Silo qûna te alasto, ma lao Koreyîyên reben ev çend salin li Kurdistanê darê zeytûnan diçînin. Ji ber vê jî navê xwe kirine „Tîpa Zeytûn“. Peppûkan ewqas çek, dozer, terektor, ker û qantir anîn Kurdistanê û Kurdistan gav bi gav cot kirin, ma belaþ bû law, waweylê! Rebena ev çend salin doxîna jinê nedîtibûn û sabûna Kurdistanê hew xwe li ber bixwexweþanîna wan digirt, ma bela rebena bê jin vegerin Koreyê? Ma wê xelk û alem ji wan re nebêjin „Min di we kirino, ev çend salin hûn li xerîbîyê ne, ka we bi xwe re çi anî“ hêê? Ma kesek belaþ erdê kesî cot dike, wey!

Law dua ji Koreyîyan re bikin go nebûne hemwelatîyên Kurdistanê û ji qanûna „pirjinîyê“ sûd wernegirtine. Yan na, bi sê telaqan wê her eskerekî Koreyî 5-6 jin bixwestana ellawekîl. Hem jî bi qanûn û þerîeta hikûmeta Kurdistanê ha, wîî! Îcar go doza Canê kiribin pir e? Na.  

Ji wî qewadê hevalê xwe Silo re bêje bila bilasebeb porê xwe hilneçine û simbêlê xwe raneke. Ma keça xwe Canê kiribe qurbana xiyarê Çan Çû Bû pir e? Bi xêra Canê wê Kurd û Koreyî bibin merivên hev, wê bibin xunamîyên hev û wê zarokên wek „Hacûc û Macûcan“ xweþik, zerik, çavsînî û nîvmetro ji me re çêbibin. Hem jî emê bi xêra wan hînî karate, kûngfû, tekwando, jûdo û þerê þûr û mertalan bibin law, ma ka jê xweþtir qeþmero, wîî! Xelk bi milyon dolaran didin heta go hînî karate û kûngfûya Koreyî dibin, ê me emê bi xêra doxîna Canê belaþ, bê pere bibin wek Bruce Lêê û bêjin „ûyîîîî, waûûûûûû, mîyawwwwww“ û xelkê ji xwe bitirsînin.

Axir,

Weyla min di nav simbêlê Silo de mîzto erê welle, xwedê zavayekî ji „Tîpa Zeytûn“ kiriye qismetê wî, tirro  hîna jî ne qaîl e kuro. Law ma go yekî ji „Tîpa Xiyar“ biba zavayê wî wê Silo bigota çi hêê, waweylê!    

Te go Çan Çû Bû bi Kurdî nizane û Canê jî bi Koreyî nizane? Tew mala minê! Yanî ma ev jî pirs bû te kir kundiro?

Law ma zimanê lotikan heye belqityo? Piþtî go li herduwan rabû û doxîna wan þil bû û pêve, bilbilê çil ziman bin wê çi bikin, hêçç! Marekî kor e û wek nivîskarê me Yaþar Kemal bi çavekî ye, ne zimanan zane û ne jî ji zimanan fêhm dike. Hema go got „Bismillah“ „elhemdulillah“ jî li pey tê. Ji xwe piþtî go jehra Canê û Çan Çû Bû pijiqî û pêve, êdî kerr û lal bin jî dinya ji wan re bihuþta rengîn e ellawekîl.

Axir canim, piþtî go beroþ û qapax li hev hatin, tu ziman nikarin xwe li ber fîþekên keleþkofê bigrin û tu ji min re sax!

 

 

 

Fatê were civatê-18

 

Þevbaþ xaltîka Fatê

 

Êdî di dema dawî de endam û xebatkarên Partîya Civaka Demokratîk (DTP) hew zanin bê wê çi bêjin ji bilî go Kurda biçûk bikin û kêfa cewrikên dêlegura Asenayê li me bînin.

Îro yekî wek Selo radibe zimanê xwe dirêjî eþîrên go bi can û malê xwe di ber Kurdistanê de qurban bûne dike û wan dide ber lotik û pehînan. Lê mêro naxwaze bibîne (bi ser ku zane jî) go ji berxwedana Kawayê Hesinger û heta niha jî wan eþîr û serokeþîran doza Kurdayetîyê meþandiye û hetanî bi îro anîne.

 

Ez bi serê te û wan çavên te yên beloq kim, ez wextî ji kerna biteqim. Piþtî çîrokên Selo efendî tirr di min de bûne fiss û tew hew karim biçim avdestxanê û birîm jî. Ewqasî go ez beicî me.

Çiye ezbenî? Qaþo baþûrî feodal in, mihafazakar in, serokeþîr in û nizanim çi quzilqurt in. Lê Seloyê me ji bîr dike go serokê wî Ehmed Tirk jî axa ye û xwedî eþîr e, serokê malbata Sîno ye. Îcar zêdebûna ser kezebê çiye tu zani xaltîka Fatê? Kêfa cewrikên dêledura Asenayê li me tê û dibêjin “Oxxxxxx, Kurdan dîsa kuta hev” û simbêlê xwe badidin. Ma îcar ez neteqim wê kî biteqe xaltîka Fatê?


Ez ketim bextê te û xwedê, Xwendin û nivîsandina min kêm e û ez nikarim wek te lotikên xweþ bavêjim. Hema li ser navê min “lotiknameyekê” ji Selo re biþîne û hinekî guhê wî bikþîne bila carek din zimanê xwe zêdeyî xwe dirêj neke.

 

Bi ellawekîl, heger niha Hz. Emer sax bûya, yekser wê serê wî bida ber þûrên seqakirî. Law ma ji te re çi  baþûrî feodal bin yan þivan û gavan bin qerdeþim? Wa ew feodal bûn xwedî dewlet, lê sosyalîst û çepên mîna te çi gû biserxistine, hella hellaaa!

 

Axir, ez qurbana pirça xaltîka xweyî sor û anî bi deq bim. Lotiknameyekê binivîse û dilê min rehet bike û tu sax!

 

Haaaaaa, ezê ji bo vê qencîya te çend kîlo mewîj, bastêq û berûyên Omerya ji te re biþînim.

 

Miradê Omerî

04/12/08-Swîsre
 

 

Bersiva xaltîka Fatê

 

Bismillahirrehmanirrehîm, bi navê rebbê Çalê

 

Law Mirado, Omerîyo, weyla dimsa Omerya bi serê te de rijyao, lao ma ez “arzûhalcî” me ez rabim ji xelkê re lotiknameyan binivîsim û xelk û alemê bikim dijminê xwe oxlim? Yanî niha ezê rabim ji bo çend zirt û virtên Selo serê xwe bêþînim û xewê li xwe biherimînim newlo. Bi sê telaqan lê nehêja ye de neyse, madem di meselê de mewîj, mastêq û berû hene, ezê çend xetik metikên go min di xewna xwede ji ber kiriye lêkim cîgerim.

 

Lê di vê zivistanê de mewîj, bastêq û berû jî xweþin haaaaa. Lê ne ji tirr û fissên berûyan ba, hertiþt temam bû. Lê lao ew berû hene ya, bi namûs ji fasûlîyên hiþk û nokên Torê zêdetir tirra ji mero berdidin law. Îcar bêhnek gennîîîîî, ya starrrrrrrrr, eyn wek bêhna demokratîk cûmhûrîyetê ye ellawekîl. Axir.

 

Lawkê mino, ji berê de dibêjin “Filankeso ji xelkê re hêkan dike, lê ji xwe re zelqan dike”.  Îcar ev jî mesela me Kurdên bakur e.

 

Em Kurdên bakur (haþa min hizûr) hîna kîrê xwe û qûna xwe ji hev nas nakin. Em wek devê ne û hefsarê me jî bi kurtanê kerên xelkê ve girêdayî ye. Ew ker bi ku de here em jî çavgirtî didin dû wî kerî. Bêyî go em li derbasbûn û paþeroja xwe binerin, bêyî go em ji dîroka xwe dersan wergirin, hema wek hespên serxweþ em didin çargavê û pirê caran ji hespê dikevin û qûn li me diqete.

 

Lawkê mino, Omerîyo, ma qey nayê bîra te go em jî di xortanîya xwe de wek Selahattîn Demîrtaþ serxweþên sosyalîzm û çepîtîyê bûn oxlim. Ma me jî bi salan neda dû qûna çepên Tirk, ma me li ser Lenîn, Stalîn, Mao û Enwer Hoxe hevdu nedikujt, ma gellekan ji me heta bi Serok Mistefa Barzanîyê nemir jî nekir ajanê emperyalîzmê? Belê. Lê heta me xwe nas kir me emir derbas kir û em li qûnê rûniþtin cîgerim. Lê þikir ji xwedê re go em ji alastina qûna çepên Tirk xelas bûn û me rastîya xwe û doza xwe nas kir.

 

Ê helbet wê lotikvanên wek Selo jî di nava me de hebin canim, ma bela Kurd bê sosyalîst û komunîst bin qerdeþim, na. Bela sosyalîst û çepên me jî hebin, dîndar û tarikselatên me jî hebin, femînîst, lezbîyen û qûnekên me jî hebin. Îcar mesele û serêþandina mezin ew e ku emê çawa van lotikvan û zîtirkvanên xwe bînin ser hev û di çerçewa berjewendîyên netewî de bînin ba hev.

 

Tu zani Omerîyo, mewîjxuro, bav û kalên me ji berê de gotine:”Gîhayê hewþê tehl e”. Yan jî, haþa min hizûr “Aqlê Kurdan di serê kîrê wan de ye”. Ji ber vê jî, em hebûnên xwe yên netewî û pîroz dikin bi qurbana qirþik, karûþ û toz û tirabêlka xelkê. Em karin her tiþtên xwe bikin bi qurbana (dîsa haþa min hizûr)  ”kuna dêlegurek Tirk û temamê welatê xwe li ser wê kuna gennî kin.

 

De ka biner, heger jinên piranîya siyasetmedar û zimandirêjên me ne Tirk bin, heger zarokên wan ne bûbin Tirk, heger wan jinên Tirk tirr ji mêrên xwe bernedabin û ew nekiribin dewþîrme, heger bûk yan zavayekî wan ne Tirk bin, ez bi tiþtekî nizanim. Û ji ber vê jî Kurdên me behsa çîrokên biratîya Kurd û Tirkan, behsa goþt û nenûkê dikin.

 

Heger yekî wek Mûsa Anterê Omerî gotibe “Zavayê min jî Tirk e, em nikarin ji hev veqetin” û qîza wî Reþê gotinek Kurmancî nizanibe, îcar hesab li cem te oxlim. Heger yekî wek Nûrettîn Yilmazê Botî rabe bêje “Zavayekî min û bûkek min Tirk e, me jin daye û stendiye, em nikarin ji hev veqetin” û berê xort û keçên Kurdan bide alastina kun û xiyarê Tirkan, îcar hesab li cem te bê kesên wek Selahattîn Demîrtaþ çima wê nebêjin “em demokrasîxwaz in, çep in û baþûrî feodal û cahil in” cîgerim.

 

Yanî, bi kurt û Kurmancîya gewrik oxlim, çi hatibe serê Kurdan ji serê kîrê wan hatiye serê wan ellawekîl. Heger Kurdan karîba serê hefsarê haletê xwe bigirta û pizotek agir pêve bizeliqanda, niha zarokên me jî nedibûn Tirk, em jî nedibûn dewþîrme, meyê negota “em wek goþt û nenûkê ne, zava û bûka min jî Tirk e” filan û quzê kerê.

 

Welhasil Omerîyo, dimsa Omerya bi serî de rijyayo, Selahattîn Demîrtaþ û gotinên wî lêlê ne. Lê hîna lolo jî mane cîgerim. Heger þêxê me li girava Îmralîyê mêranî bikira, neçûya destê dayikên eskerên terorîstên Tirk, lêborîna xwe ji wan nexwesta, heger  negota “Dêya min jî Tirk e û ez amade me xizmetê bikim”, heger Kemalîzm û demokratîk cimhûrîyeta virt û vala nexwesta û siyasetek Kurdistanî bajota, wê lotikvanên wek Selo jî berê xwe nedana Enqerê. Lê masî ji serê xwe gennî dibe heyatim. Masîyê gennî jî meriv bi jehrî dixe û dikuje.

 

Îcar oxlim, bi kurt û Kurmancî qerdeþim:

 

-Heta Kurd bidin dû kesên xerabe û siyasetek serbixwe najon, wê tirr û fissên bergîlkî bikin û kurtanê kerên Tirka li wan bin

 

- Heta aqlê Kurdan di serê kîrê wan de be û bi keç û jinên Tirkan re bizewicin yan qirasê Tirkan bikin zavayên xwe, wê dêya wan û zimanê wan bê gan û bibin “90/10”, yanî %90 Tirk û %10 Kurd.

 

- Heta Kurd dev ji þildim bildima zimanê cewrikên dêlika Asenayê bernedin, heta dev jî fikar û ramana Tirkî, xewndîtina bi Tirkî, xwarin û vexwarina bi Tirkî, zinêkarîya bi Tirkî, kutan û gana bi Tirkî bernedin û bi Kurdî van tiþtan nekin, wê Tirk heta bi mirinê li me siwarên.

 

- Heta Kurd sînorekî nexin navbera xwe û Tirkan û nebêjin “Ew qesasên serê me û welatê me ne, em dijminên hev in”, wê Kurd nikaribin xwe ji doxîna Tirkan berdin.

 

- Heta kesên wek Selo efendî wek papaxanan gotinên vî û wî dubare bikin û ne xwedîyê helwest û siyasetek serbixwe bin, çavê wan li gotinên devê min û te bin, û heta em kesên wek Selo bikin wekîl û rêberên xwe, wê qûþ li me biqete û topa roja qiyametê di nav þeqê me de biteqe û xelas!

 

Ma ne ji ber van sedema ye ku rehmetî M.Mistefa Barzanî gotiye:”Çi kesê go ruhê netewayetî pêre tunebe, wê rojekê îxanetê li milletê xwe bike” kaka!

 

Te fêhm kir bê min go çi Miradê Omerî?

 

De zû mewîj, bastêq, dims û berûyên min biþîne ser emaîla min brako, tiþtê belaþ nemaye haaaaaaa……..

 

 

 

 

 

Fatê were civatê-17

 

 

Xaltîka Fatê,

 

Weyla topa qiyametê li nav doxînê ketê, tu çawayi baþi?

 

Dibêjin kesî behsa Gurrî nedikir, rabû çû di serê kanîyê de gû kir. Te ew mesele bihîstiye newlo?

Axir canim, mesela min û nivîskarekî ji Kurdê Sûrî jî ev e. Navê wî Qehar Remko ye. Mêro xwe kiriye pêþmergê Internetê û sibê, nîvro, êvarî û berî razanê bi 5 deqîqan jî meqale û nivîsan dinivîse. Ez dibêjim qey di xewna xwe de jî ha ha dinivîse û lotikan li xelkê dixe. Ya starrrrrr, xwedê mero jê bistirîne rebbî! Bi sê telaqan, çûk bi çûkanya xwe ji nav lepê wî xelas nabin, pekkkkk! Ez bi serê te kim, mîrkutê wî di destê wî de ye û hema kîjan serok, nivîskar û mivîskar têkevin ber, hema mîrkutekî li nav serî wî dixe û tirrê jê berdide.

 

Îcar, min û hevalê xwe Kawa Hisên ê ku rebeno zanîngehê dixwîne, me biryar da go em li vî Gurrî vegerînin û rê li ber lotikên wî bigrin. Rabû me jî wek ciwamêran li ser wî nivîsî. Yabo min dît û tu nebîne xaltîka Fatê. Ez bi wê bacana nav þeqê te kim, Gurrîkê me rahiþt xincera xwe (qelema xwe ha), li ser me nivîsand, toz û dûman bi ser serê me xist, û em kirin dizê þekala xwe.

 

Îcar ez di tor û bextê namûsa te de me xaltîka Fatê, emê çilo li ser Internetê Gurrîkê xwe bisekinînin û doxînê lê sist bikin? Ka aqilekî bide me bavo, wîî!

 

Axir,  ez û hevalê xwe silavan li te dikin û herdu lêvên te dalêsin.

 

Xalê te Karwan û hevalê wî Kawa Hisên

01/12/08-

------------

 

Bersiva xaltîka Fatê

 

Bismillahirrehmanirrehîm, bi navê Zerdeþtê Kal

 

Ya xalê minî delal Karwano, belqityo, weyla Gurrîko di nav þevqa te de rîto, law ma go hûn bi wê zilamtîya xwe nikaribin bi Gurrî, ezê bi vê xanimtîya xwe çilo karibim tirra ji pêþmergê Internetê berdim law, wîî!  

 

Naxwe te go Gurrîkê me pêþmergê Internetê ye û qelema wî ji xincera Soranî jî xerabtire newlo, pekkk! Law ev çi qirasê zilama ye yaw? Kuro ev ne Ristemê Zal yan Elîyê Þêr be gidî? Na na, li gor gotina te Gurrîkê me hebe nebe Hemzê Pêlewan e.

 

Axir canim,  madem Gurrîko tirr ji te û hevalê te berdaye û bi xincera Soranî hûn dane ber hev, ezê jî çend lotikên nermik û germik lêxim û xwe jê bistirînim. Law ez jî newêrim haaaa, waweylê! Ez ditirsim ev Gurrî bi þev bê xewna min û destê xwe têxe qirika min rebena xwedê bavo, wey! Na na, nermik û germik, hindik û rindik weselam.

 

Wey Gurrîyoooo wey Keçelooo lao! Xwezî min te nas bikira law, bi ellawekîl minê bi xêra dê û bavê xwe tepikek rîxa çêlekê di serê te ê keçel de bida belkî hema çend ta porê te þîn bihata. Keçelî jî ne xweþe ha. De wer her þev jina mero tepekê li nav serê keçel xe û bêye „Keçeloooooo“ û henekê xwe bi mero bike. Ma jê zehmettir heye law, pekk!

 

Welhasil,

Ya xalê Karwan. Ezê çend þîretan li te bikim  û van þîretê min têxe serê xwe. Pera ji te naxwazim, belaþ belaþ. Tu dixwazi di Internetê de zora Gurrî bibe û tirrê jê berde?

Naxwe:

1-     Tu jî serê xwe li qwîzan xe. Xwe weke wî Gurrî bike û bi poþan here Gurrî. Heger serê te ji serê wî hiþktir be, ji xwe te tirr jê berda û tê serê wî biþkîne.

2-    Du qiloçên berana bi serê xwe ve bizeliqîne, hema go Gurrî serê xwe xist internetê, bi herdu guhên wî bigre û wî bide ber qiloçan heta go bibe tirre tirra qûna wî.

3-    Heger tu tenê bi wî nikaribi, bela hevalê te Kawa Hisên bi herdu lingên Gurrî bigre û tu jî bi mîrkutan li serê wî ê keçel xe.

4-    Heger çênebû, îcar beroþek ava germ deyne ber xwe, gava Gurrî ket Internetê bi ser serê wî dake û çend ta porên mayî jî hilçine.

5-    Na heger ev jî nebû, xwe bi bombe û mayînan bipêçe û li ber internetê bisekine. Gava te dît Gurrî got „Selaminaleykum“, hema xwe di Internetê de biteqîne û malikê li Gurrî biviritîne.

 

Axir, van þîretên min pêk bîne xalê Karwan. Heger te dît go hûn ji Gurrî xelas nebûn, dîsa serî li xaltîka xwe xîne. Wê gavê emê li çareserîyek baþtir bigerin qurban.

 

Haaaaaaa, ma mero lêvên hev dalêse qeþmer! Lêv tên maçîkirin, tên mijtin law, wîî! Îcar alastin haaa..

De ez jî silavan li te û hevalê te Kawa Hisên dikim û qûna we dax didim û hûn sax!

 

 

 

 

 

Fatê were civatê-16

 

Xaltîka Fatê

Weyla ez bi qurban bûmê rebbî, tu çawayi baþi?

 

Navê min Evdilkerîmê Serþûnik e. 24 salî me, azib im, bê þuxul im û virde wêde zîtirkan didim xwe.

 

 Wê rojê ez û hevalekî xwe em li qehwexana Evdilayê Simbêlqeytan rûniþtibûn. Hew min dît ciwamêrek hat, got “selamunaleykum heval” û li ser masa me rûniþt.

Yek ji vir û yek ji wir, mêro ket meselên siyasî û got ez “Apocî” me. Gava wilo got, hevalê min jî got:”Kekko brao, tu Apocî bi ez jî “Xalocî” me oxlim û rabûn hevdu. Wek du dîkên go li ser mirîþkekê nikilan bavêjin hev, hevdu dan ber lotik û pehînên siyasî û dinya serûbinê hev kirin. Wî digot ez, ê din digot de here law, ez û ne kesekî din.

 

Ez serê te neêþînim, hema min xwe wek pisîkê ji wan vedizî û filtî filtî ji qehwexanê derketim.

 

Îcar pirsa min ev e xaltîka Fatê:

Ez ne Apocî me û ne Xalocî me. Gelo ez bibim çi?

 

Lêvên te dimijim...

 

Evdilkerîmê Serþûnik

25/11/08- Wêranþar

--------------------

 

 

Bersiva xaltîka Fatê

 

 

Bismillahirrehmanirrehîm

 

Law Evdilkerîmê Serþûnik, ker kurê kerê, weyla te mîza min vexwaro, law ma li vê dinyayê kesî go bê alî be maye belqityo? Hinek Amerîqancî ne, hinek Ergenekoncî ne, hinek Rûsyacî û Enwerxoce cî ne, hinek Apocî û Xalocî ne, û hinek jî kerxanecî ne.

 

Law serþûniko, berî ez bersiva te bidim, ezê meselakê ji te re bêjim.

 

Di salên 1980î de li herêma Mêrdînê Apocî û KUK çîyan þerê hev kir û ne bi xêr tirr ji hev berdan. Hinek Apocî bûn û hinek jî KUK çî bûn.

 

Tu nabê rojekê, yekî gundî kerê xwe daye ber xwe û dixwaze here bajêr. Di rê de rastî du zilamên qirase tê. Yek ji wan jê dipirse:”Xalo, ma tu Apocî yi yan KUK çî yi?”

 

Rebenê ê gundî di dilê xwe de dibê:”Îcar min pê girt. Ez bêjim ez KUK çî me û ew Apocî derkevin, wê di quzê jina min nin û min bikujin. Ez bêjim ez Apocî me û ew KUK çî derkevin, avê li min venaxwin, wê min parçe parçe bikin”.

 

Welhasil, ê gundî difikire nafikire nikare xwe ji wan xelas bike. Radibe hema dibê: “Xwarzê, ez ne Apocî me û ne KUK çî me. Ez ker kurê kerê me” û xwe ji destê wan xelas dike.

 

Îcar ya Evdilkerîmê Serþûnik, oxlim, xwe virde wêde nebe. Yan tê bibi Apocî, yan tê bibi Xalocî, yan Barzanî û Talabanî cî, û yan jî cilika bênamûsîyê bikþîne serê xwe û wek ê gundî bêje:”Ne Apocî me û ne Xalocî me, ez ker kurê kerê me” û xelas!

 

Haaaaaa, heger tu naxwazi bibi ker kurê kerê,were cem xaltîka xwe Fatê û bibe LOTIKXANECÎ serþûnikoooooooooooo!

 

Carek din jî behsa lêvên min meke, ezê di devê te de bimîzim ha, qewad!

 

 

 

Fatê were civatê-15

 

 

Silav xaltîka Fatê

 

Tu çawayi ez bi qurbanê?

 

Ez Kanîwarê guhbel im, min bêrîya te kiriye û kezeba min li ser te diþewite. Çima tu bersiva min nade, qey te yekî din ji xwe re dîtiye keçê? Binere, zimanê min ji haletê Afrîkanîyan dirêjtire, willeh, billeh û tilleh ku te yekî din ji xwe re dîtibe, ezê pozê te jêkim hey keça nizam çi!

  

Welhasil xaltîla minî seksî û agirpêketî

 

Serê min ketime belayek mezin û min dev ji jina xwe jî berda. Tu zani ji ber çi? Ji ber Paltalkê.

 

Tu zani go ez nexweþê Paltalkê me newlo? Ev 7 salin ez bi nexweþîya Paltalkê ketime û evê Paltalkê ji nexweþîya AÎDSê xerabtir tirr ji min berdaye. Nîknama min Qulopazî ye. Yanî, qazî mazî qilopazî. Carna navê xwe dikim Kanîwar, carna dikim þoro, carna dikim haro, carna dikim qehremanê bê mertal, welhasil min mal û zarok li ser vê bêxwedîka Paltalkê kir û ez bûme wek hemi Kurdên Sûrî. Yanî, bûme Pêþmergeyê Paltalkê!

 

Îcar ez di bextê doxîna te de me xaltîka Fatê, ka þîretekê li min bike bê ez çi bikim û çi nekim. Gelo ez dev ji malmîrata Paltalkê biqerim wê jinik li min vegere, te go çi?

 

Ê bê jin jî nabe haaaa, wîî! Bi namûs, ji roja go jinik çûye girêza devê min wek çemê Feratê diherike û hew nemaye gundî û cîrana li ber xwe bibe. 

 

Îcar ez dexîlê namûsa te bim, jinikê li min vegerîn.

 

Kanîwarê Paltalkê (Pêþmergê yekem li ser Paltalkê)

13/11/08-

-----------------------

 

Bersiva xaltîka Fatê

 

Bismillahirrehmanirrehîm

 

Law Kanîwaro, weyla xwedê topek li nav þeqê te xisto, ez û tu kengî bûne dostik û yarik yewel? Me kengî tirr ji hev berdaye law, wîî! Law ez dibê te xewnên nexêr dîtine kuro, yan na tu li ku û Fatê li ku? Ma ew qûn li ser te heye tu xwe li ber lotikên xaltîka xwe Fatê bigre çeqilmasto!

 

Welhasil canim,

 

Îcar te go Paltalkê tirr ji te berdaye û jina te bi te daye berdan? Wey weleddddddddd, çima nabê te pê girtiye Kanîwaro, pekkkk! Law madem tu nexweþê Paltalkê ye, madem tu Pêþmergeyê Paltalkê ye, ma qet te di Paltalkê de qûnekek yan jinek nedît go tu pêre bizewici û hûn tirra ji hev berdin exûyî? Kuro de here looooooo, bi telaq tu bi kêrî pîvazek xerabe nayê û hew, wîî!

 

Law go ez bûma, go ez di Paltalkê de bibûma Pêþmerge, ma minê tirr ji Paþmergan berda, pehhhhh! Ez bi wî serê te ê keçel kim, minê her þev jinek ji internetê daxista cem xwe û meyê bikira qîr û qiyamet. Jin tunebûna jî hema minê qûnekek keremî malê bikira, minê lempe vemiranda, û meyê wek golkê nav garanê banya serê hev. Îcar di reþka þevê de kê dixist kê ew û siûda xwe û xelas, waweylê!

 

Te go ev 7 salên te ye tu di qûna Paltalkê de bi kurkê ketiye û wek zelqa mirîþkê pêve zeliqîye? Pekkkkkkk! 7 salên berdî berdayî law!

 

Ê de ka bêje yabo, ji xeynî fitne û fesadîyê pêve te çi ji Paltalkê fêhm kir û te çi gû bi ser xist belqityo? We çend Kurdistan di Paltalkê de safî kir? Kuro Paltalk ji tenûrên gundan xerabtir bûye wî, bûye hêlîna betal, tiral, zimandirêj, tirrek, fesad, newêrek û bikêrnehatîyan law. Ma kê xêr ji Paltalkê dîtiye go tu xêrê jê bibîne, hey te gunikê Mam Celal xwaro! Law te di 7 salan de rojê helbestek binivîsanda, tê ji Cegerxwîn mezintir bibûya perpityo, wîî!

 

Îcar çima wê jinik te bernede yabo, i ihiiii! Dua ji xwedê re bike go jinikê singek nexistiye qûna te û di devê te re dernexistiye law. Bi sê telaqan go ez jina te bûma, minê derpî ji te bikira, minê pirça qûna te bê sabûn-ziwa ziwa-bida ber gûzanan, minê bikira wek mirêka erd û ezmên û minê kerekî Þamî bikira mêvanê te. Pekkkkkk bê wê çi kêfa wî kerê Þamî ji te re bihata, tewwww!

 

Axir kanîwaro,

 

Tu dixwazi ez jinikê li te vegerînim newlo?

 

De baþ guhê xwe bide min û guhdarî bike. Biner ez vê þîretê li kesî nakim haaaa, qencîya min ji bîra meke temam!

 

Îcar, jibo jinik li te vegere:

 

1- Her ber devê deryê wê, tembûrekê têx destê xwe, strana “Min bihîstî tu nexweþi dilooo, ev çima bextê min reþi diloooo” bêje û qûna xwe virde wêde bihejîne.

 

Heger jinik ji jor de þûþe avêt serê te û serê te þikenand, îcar:

 

2- Kemançê têx destê xwe, li ber devê derîyê wê here û were û wek Seîd Ûsiv bêje “Yaboooo çi çav  li ser te ne, newêrim li te binerim”  û zîtirkan bide xwe.

 

Heger jinikê ji jor de kevirek avêt nav serê te û xwîna sor herikî, îcar:

 

3- Zirnê têx devê xwe, gelpikên devê xwe û firnikên pozê xwe wek nepoxê binepixîne, here wî alî, were vî alî û meqamê “Zirav zirav ziravê leylo leylo ziravê” lêxîne û carna jî di ber zirnê re çend tirr û fissan jî bike.  

 

Heger dîsa jinikê þûnik avêt nav serê te û çavekî te derxist, îcar:

 

4- Derî biþkîne, tembûr, kemançe û zirnê di serê wê de perçe perçe bike û di kefenê sed bavê wê ne û xelas.

 

Te fêhm kir Kanîwaro?

 

Heyla te qûna minî reþ alasto rebbî û hew!

 

 

 

Fatê were civatê-14

 

Silax xaltîka minî delal û xweþik

 

Birastî pirsek di serê min de diri û tê. Hema min go de a baþ ezê ji xaltîka xwe bipirsim bê ka ew dibê çi. Lê berî pirsa xwe, ezê meselekê ji te re bêjim.

 

Dibêjin hebû tunebû, kerekî boz, kûçikekî reþ û mirovekî bênamûs hebû. Lê mixabin mirovan ne ê bênamûs û ne jî ker ji hevdu derdixistin. Ker jî dizirre û ê bênamûs jî li ser piþta kerê dizirrîya. Kûçik mêze kir di vir de xeletîyek heye, bazda pêþîya kerê û ê bênamûs û got: Þooooþþþþþþ! Min fêhm nekir kî ji we ker e û kî bênamûs e wîî!

Rabû kerê kir zirre zirr û got: Bi sê telaqan min jî fêhm nekir bê kî ji me ker e qerdeþim! Ê li min siware jî wek min dizirre û ez jî dizirrim. Min digot qey ez tenê ker im, lê xuyaye ê ji min kertir jî hene qurban.

 

Welhasil, rebenê kûçik behitî ma û xwe bi xwe got: Hella hellaaaaa, law ma qey insan jî carna dibin ker?

 

Îcar xaltîka Fatê, porsora min, li gora te ker çiye û ew kerê li ser kerê kî ye?
 

Wan lêvên te yên þekirî radimîsim

 

Serdarê Omerî

05/11/08- Nisêbîn
 ---------------------


Bersiva xaltîka Fatê

 

 

Yahewlelwela quwetulle billehil ezîm...

 

Law Serdaro, heyla pisîka gunikên te xwaro, law ma te ji mijara keran pêve tu tiþtekî din nedît oxlim! Te behsa pisîk û miþkan bikira, behsa bergîl û qantiran bikira, behsa gur û dêlegurên wek Tansû Çîller bikira, te behsa kerxanecî Misto bikira, ma hema ker?

 

Axir canim, madem te stuyê xwe þikenandiye û kernameyek ji min re þandiye, ez jî mecbûrim te destvala venegerînim heyatim.

 

Te go ker newlo?

 

Lawkê mino, xwedê agir bi doxîna te xisto, ker ker e. Ker ew tiþte ku tu sê þev û sê rojan  mîrkutan li serê wî jî xe biaqil nebe û dev ji zîtirkên xwe bernede. Yanî, çi kesê ku serê wî hiþk be, çi mexlûqatê ku ji a xwer neyê xwarê, çi mexlûqatê ku neyê rayê, ker e.

 

Îcar ker kurên kerê jî hene haaaa. Ker kurên kerê kî ne? Ew jî ewên ku ji bavê xwe kertir in, ji bavê xwe serhiþktir in û ji bavê xwe re dibêjin bi wê de here. Meselen Denîz Baykal, Dewlet Bahçelî, Ewren, Baþbûx, Buyukanit û ê wek wan ji vî tuxmî ne.

 

Îcar ez bêm ser bersiva pirsa te cîgerim.

 

Law oxlim, li gora texmîna min ew kerê li ser kerê diþibe Erdoganê ku jina wî Ereb û bi xwe jî Çerkez e. Li gora ku sermezino ji Kurdan re dibêje “kesê ala me qebûl neke bela bicehime li welatê me derkeve”, ez dibêjim ew kerê li ser kerê sedî sed Erdogan e û ji wî pêve jî kes nikare vê kerîtîyê bike.

 

Îcar te go çi Omerîyo? Texmîna min raste yan na?

 

Carek din behsa lêvên min meke ha, kundir!

 

05/11/08

 

------------------------------------

Fatê were civatê-13

 

Xaltîka Fatê,

 

Wê rojê di civatê de min û çend hevalan mesela êrîþa ser Bêzelê û provokasyonê nîqaþ kir. Min digot ev êrîþ provokasyon e, wan digot naaaaaaa. Min digot ev êrîþ bi kêrî qirûþekî nayê, wan digot belêêêêêêê. Min digot divê þer ji Kurdistanê derkeve û têkeve nava Tirkiyê, wan digot yooxxxxxxxx. Min digot êdî bes e, hinekî metropolan jî bikin þorbe, wan digot olmazzzzzz û hezar quzilqurtên din.

 

Îcar çi aqilê te ji nîqaþa me dibirre xaltîka delal? Kê ji me lotikên baþ avêtine?

 

Ehmedê Pozmezin

17/10/08- Stenbol

--------------------

 

 

Bersiva xaltîka Fatê

 

Bismillahirrehmanirehîm

 

Olan oxlim, pozmezin, heyla min di nav pozê te de mîzto, ev tu provokatori çi quzê kerêyi kundir! Yan tu dixwazi min û hevalan bîne himberî hev û min jî bîni provokasyonê haa! Law ma serê min bi êrîþa ser Bêzelê û mêzelê ketiye ewladim, ma ez pispora teror û tîmên taybet im qerdeþim, hella hellaaaa! Ez xanimek aþtîxwaz, nermik û germik im, wekhevîya insanan (Tirk, Ereb û Ecem ne têde) dixwazim, ma ez rebena xwedê çi ji provokasyon û dek û dolaban fêhm dikim aþqim, waweylê!

 

Axir canim, madem te stuyê xwe þikenandiye û name rêkiriye, ezê jî stuyê heft bavê xwe biþkînim û bersiva te bidim yawrûûûmmmmmm..!

 

Te go mesela êrîþa ser Bêzelê newlo? Ok!

 

Lawkê mino, pozmezinê mino, mesela êrîþa ser Bêzelê wek þerê miþk û pisîkê ye. Çawa miþk û pisîk di malê de neyarên hev in, hevdû dibin û tînin û carna jî ji bo malxweyê malê tê dernexe li hev tên û hevdu dalêsin, ev quzilqurt jî wilo ye. Ê tabî canim, hilbijatinên herêmî nêzîk dibin, tirsa biserketina AKP heye, navûdeng heye, xweispatkirina li meydanê heye, lotik û zîtirkên veþartî hene, hene û heta sibê hene. Ê tabî hevallerimiz jî bûne pispor dînime îmanime.

 

Neyse oxlim,

 

Provokasyon mirovokasyon û radyasyon nizanim, Lê ez zanim go evê radyasyona Bêzelê kîmya Tirkan kir þorbe, doxîna wan sisto misto kir, tirr di wan de kirin fiss û Tirk mecbûrî çûna ber lingê Kurdekanên baþûr kir. Ma ka ji vê provokasyonê xweþtir cîgerim? Heger provokasyon Tirkan mecbûrî hevdîtinên bi serokê Kurdistanê re bikin, heger provokasyon nehêlin ku Tirk bi rehetî di ber jinên xwe de razên, heger provokasyon serekerkan Îlker Baþbûg dîn û har bikin û bikin go weg segê ser sergo kef bi devê wî keve, heger provokasyon bikin go serþûnikên wek M.Alî Birand bêjin "PKK kîmya me kiriye þorbe“, û heger provokasyon bikin go eskerên Tirk (mixabin gellek ji wan jî Kurd in)  di çiyayên Kurdistanê de ji tirsa bi xwe de bimîzin, bijî provokasyon!

 

Ê helbet go provokatorên me di metropolên Tirkiyê de jî doxîna Tirkan sist bikin wê xweþtir be. Lê pozmezinê mino, ma çiya û zinar li metropolan hene go Dûran Kalkan, Mistoyê Qeresû û E.Heyder Qeytanreþ xwe têde veþêrin oxlim? Ma wê bên li metropolan kê fêrî Tirkî bikin û kê asîmîle bikin cîgerim? Ma ne divê li Kurdistanê bin ku karibin Kurdan fêrî Tirkî bikin babam, wîî!

 

De neyse pozmezin, oxlim, biner vê roja xêrê te ez jî anîm provokasyonê haaaa.. Ê de siktirrrrrr……

 

-------------------------------

 

 

 

Fatê were civatê-12

 

 

Xaltîka Fatêêêêêêê....

 

 Wey xaltîkê, ka go serokên dewleta jî weke te bûna, ez dibêm hema qey wî çaxî tu þer çênedibûn. Meqseda min eve go tu hema bi lez û bez derdên birazîk û xwarzîkên xwe çareser diki û bi wan re eleqedar dibi. Wey rebbî  xwedê miradê te biki û mêrekî baþ bi ser te veke welê! 

 

Îcar em bên ser mijarê vêca!

 

Min ji diya xwe pirsî û min got: “Ma tu ji vî bavê minî evqasî kevn aciz nebûyi?” Û min got eger go tu bixwazi  ezê ji te re yekî nû peyda bikim. Hetta min got xuþka te û xaltîka minî delal Fatê jî silavan li te dike û got eger bixwaze ezê qiraseyekî nû hîna di nav kaxetê de jê re birêkim.

 

Diya min çi bêje baþe xaltîka delal?

 

Got: “Herin tu û wê serqura Fatê pêþî yekî ji xwe re bibînin!” Got go zaten ew ji vîna aciz bûye vêca ma dora yên din. Di dawî de jî got: “Keçam, ezê þîretekê li te bikim, ez diya te me û baþ bizane go ez xêra te duxwazim. Dev ji mêran û qirasan filan berde keçam. Guh jî nede wê dînika Fatê” filan û bêvan.

 

Vêca birastî jî ez nizanim bêjim çi yanî! 

De xwedê me hedayet bike wele. Ez gellekî ji te hez dikim û silavên germik û nermik li te dikim.

 

Haaaaaa, birastî keçko têbê qey tu Omerî ye bavo, ji ber go xwîna min gelekî li te dikele, tu dibê çi lê?

 

Sîya Bêxwedî

06/10/08-

----------------

 

Bersiva xaltîka Fatê

 

Ya xwarzîka delal, kezîkurê, agirpêketyê

 

Te pêþniyazek baþ ji diya xwe re biriye. Ez karim bi serê xwe û te sûnd bixwim go diya te sedî sed ji bavê te ê qurmiçî aciz bûye û ew li ber çavê wê bûye wek tenya binê beroþê. Lê tirrê li xwe danayne go bêje “xwezîîîîîîî bi qiraseyekî din” ellawekîl.  Wilo li gotin û naziyên wê nenere. De ka ji dilê wê bipirse, xwedê zane gava behsa mêrekî din dibe bê çawa çargopal lêdixe. Ma ez pê nizanim, waweylê! Keçê ma herroj tirþik tê xwarin peppûkê? Wille, bille û tille, diya te ji lotikên bavê te kerixî ye, dilê wê jê dixele lê kezîkurê newêre û li xwe danayne rastîyê bêje û hew.

 

Te go diya te gotiye tu û Fatê ji xwe re mêrekî bibînin piþtre ezê bifikirim? Wîîîîîîî, keçê ma ji mêran pirtir çi mexlûqat hene qirikê? Hema destê xwe ji wan re bihejîne û te îþ pê tune. Bi xwedê û pêxember kim wê dev ji jinên xwe jî berdin. Ma go keçek weke te û jinek weke min cendirme doza lotikan li wan bikin, bi telaq wê Kurdistanê jî bikin bi qurbana lotikek me. Ma ez bi qûna mêrên Kurd nizanim? Ji xwe ê go piçek perê wî çêbûbin, tewwwwww...Yan wê jinekê bînin û yan wê mêrekî bikujin. Îcar qet xema mexwe, ezê ji xwarzîka xwe re qiraseyekî þahîk û qeþartî, bê çermik bibînim û te lê mehr bikim. Hem ezê qelenê te jî ji qûna wî derxînim haaaaa..Hem lotik û hem pere, pekkkk xêra xwedê ye!

 

Ya xwarzîka delal,

 

Guh mede wê diya xwe a hophopî keçko. Ev dinya bi qanûn û rêbaz bi rêve diçe. Qanûna zewacê jî lotik û zîtirk in. Ne jin bê lotik karin bijîn û ne jî zilam bê zîtirk karin debar bikin. Ma go jin xiyar û zilam jî bacanê nexwin çi dibe tu zani? Yan wê tiliya xwe têxin qûnên xwe û qûnek bibin, û yan wî wê hevdu balêsin û bi zimanan þerê hevdu bikin. Ma go dîk nefisikîne mirîþkê mirîþk hêkan dike? Naaa! Fisikandin, fisikandin û heta bi mirinê fisikandin. Xelas!

 

Te go tu dibê qey ez Omerî me û xwîna te li ser min dikele? Hella hellaaaa! Keçê ev kerametên te tunebin xwarzê?

 

Law pîrka min Omerî ye, kalkê min Mehelmî ye, xalê min Torî ye, apê min Serhedî ye, brayê min Þêxbizinî ye, xuha min Dekþûrî ye û ez bi xwe jî Mehmûtkî û Etmankî me. Îcar tu ji hev derxe bê çi pelûl bi serê me Kurdan de rijiyaye xwarzêêêêêêêê....! De îcar zîwana nav genim bide hev û biniqniqîne.

 

De ez têm çavên te û wan rukên sorgulî radimîsim, okey!

 

Heta carek din bimîn di nav xewnên xiyar û tirozîyan de. Amînnnn!

 

----------------------------

 

 

Fatê were civatê-11

 

Eûzûbilahimineseytanir recim, bismillahir rehmanir rehîm.

 
Li ser dîwana xaltîka xweyî por sor, çavbelek û anî bi deq te silav dikim.

Ez qurbana xaltîka xwe. Ez li wan kolanên Ewropa ji baþûr heta bakurê wê gerîyam, lê min ti derfet nedit go ez konê xwe lê deynim. Bê çare mam û min li Swîsre li ber çiyayên alpa konê xwe danî.

 
Werhasilî kelam, ez koçber im, ev dora heft sala ye ez li Swîsre dijim û penaber im (penabertîya min hatiye naskirin). Kem zêde min rêka xwe dîtîye, dixebitim û ez ji ber serbilind im.

Ez bêm ser sewala xwe, berî go ez bêhna xaltîka xweyî porsor, gulîdirej anîfireh teng bikim.


Wek min got, ev demeki go ez li vira dijîm. Wek ez çawa nû hatimim vira, hîna ez bi tenê mim. Ji xwe bi hevaller re naqedi, wek xaltîka min dizani. Îcar yekcarê hew bêhna min derdikevi, ez timî aciz im, bêhnteng im. Xulqê min û ti tiþtê min nemayi.
Gelo kemasîya min çiye, çî min þaþe?

Li ser dîwana xaltîka xwe ez li çareserîkê digerim û hewcedarê þîretê xaltika xwe mim. Ji kerema xwe re çareserîkê bi ber mix. Te dermanik ji min re dît, xelata te ji Omerîya mevîjê zeytî û reþik, bastêqa wek þimma zer û wek hunguv þêrîn, çikûlatê Swîsreyî bi nav û deng ezê ji tere rêkim. 

De a bi xwer bi rebbî.

Ez têm dest û ruwê xaltîka xwe

 

Çiya Azad- 21/09/08-Swîsre-

 ------------------------------

 

Bersiva xaltîka Fatê

 

Bismilrahirrehmanirrehîm...

Bi navê Lotikxana mezin û dilovan...

 

Law oxlim, navê te çiya ye, deþt e, berî ye, teht û zinar e çi quzê kerê ye, derdê tenêbûnê derdekî giran e.  Ji ber ez di vî warî de xwedî tecrûbe û serpêhatî me, ez zanim bê tenêbûn çi tirran ji mero berdide û qûþê li mero diqetîne. Îcar guhdarîya xaltîka xwe bike û bilasebeb perên xwe nede textor û psîkologan.

 

Axir,

 

Kesê bi tenê, wek çiyayê bê dar û ber e.

Kesê bi tenê, wek goka nav lingê Maradona ye, heçê tê pehînekê lê dixe û qûnê lê dike çaroxa kalkê min Seroxanê Omerî.

Kesê bi tenê, wek golika nav garanê ye, çi ga û gamêþ hebin wî didin ber poþ û lotikan û pêde dirîn.

Kesê bi tenê, wek xaltîka te Fatê di qulika oda reþ û tarî de li ber flîmên germik û nermik“ax û oxê” ji xwe tîne, xortanîya xwe tîne bîra xwe û dikeve ber taya mirinê.

 

Kesê bi tenê, wek sayin Ocalan di hucreya xwe de þevreþkî dibe û dest bi lêkolînên li ser Kemalîzmê dike, rêya xwe winda dike, bi dest û lingan ji xwe re li çareserîyekê digere û dadikeve xiþxiþê. Hem xwe û hem jî derûdora xwe çelqo-belqo dike, virde diçelqîne, wêde diçelqîne, lê dawîya dawî dîsa li dijî dewletbûna Kurdan disekine.

 

Kesê bi tenê, wek gellek Kurdên li Ewrûpa dibe hêsîrê înternetê, ji betalî dibe nivîskar, yekser  xiyarê xwe dixe destê xwe û êrîþî xelkê dike. Yan dibe qumarbaz û perên xwe davê otomatîkê, yan dibe homoseksuel û hînî tilîavêtinê dibe, û yan jî li ber vê bêxwedîka înternetê, li ber van xanimên xweþikên Rûs ji xwe berdide û bi xwe xweþ tîne.

 

Ma ez hîna bêjim oxlim Çiya?

 

Îcar qerdeþim, cîgerim

 

Heger tu jî naxwazi bibi wek van Kurdên go min li jor behsa taybetmendîyên wan kir, rojek berî rojekê ji xwe ri bizewic û hefsar têx stuyê xwe. Yan na, bi ellawekîl hew te dît rojekê tu bûyi endamê “Komela Qûnekparêzên Swîsreyê” dînime îmanime!  

 

Berî mirinekê hay ji qûna xweyî germik û nermik hebe ewladim. Her Kurd û Kurdistan li ber avê çem û çem çû. Qe nebe em li qûna xwe xwedî derkevin canim cîgerim, wîî!

 

Heger piþtî van þîretên min laþê te dîsa xuriya û bêhna te dîsa teng bû, xeberê bide xaltîka xwe. Heger te jinek nedît tu pêre bizewici, yan jî te jin dît û li te ranebû, ezê wî çaxî li kera xwe siwarêm û bi taybet ji bo te bêm Swîsreyê. Piþtî tehlîl û analîzên qirase, ezê dermanê “rakirin û sistkirinê” ji xwarziyê xwe re binivîsim û te îþ pê tune. Heger tu bi wan dermanan nebû wek “Kerekî Þamî” ji xwe ez bi tiþtekî nizanim û xelassssssssssssssssssssssssss!

 

Ê de serketin yabo qurban..

 

 

________________________________

 

Fatê were civatê-10

 

Silav xaltîka Fatê

 

Ez geriyam negeriyam min dermanê derdê xwe nedît xaltîkê. Vêca min nerî go tu dermanê hemi derdan e, îþele tê ji min re jî çarekê peyda biki. Derdê min dikeve kîjan kategoriyê nizanim, tê wê jî çareser biki. Ez duxwazim binivîsînim lê sîteyên Kurda bêxwedîya hemi jî xeterin. Tê bêji çima? Ez ji xaltîka xwe re bêjim bê çima. Tu li kîjanê binivîsi tu dibe alîgirê hina, partîna. Tabîî tu dibi dijminê hinan jî. Ma mîratê  yek serbixwe nîne gelo? Ez Kurdek serbixwe me û duxwazim wilo jî bimînim, tu dibe çi? Ji ber go ez ne lotikvanim lotikxane jî bi kêrî min nayê  xaltîka delal. Û yên din jî tevde dibêjin “ez mêrê diya we me û ez bavê we me”. De ka were vî halî, lê ma ezê xwediyê çend bava bim? Ma heqê min jî weke Qado Þêrîn filan û bêvano nîne? Hema heçê radibe dibe nivîskar, ma çî min kêmî wa ne ya xaltîke? Ez di bextê te de me, çareyekê!

Xwarziya teyî  bêçare te maçî dike

 

Siya Bêxwedî

09/09/08-Ezmanê hefta

 -------------------------

 

Bersiva xaltîka Fatê

 

Bismillahirrehmanirrehîm, neuzûbille mîna þeytanilrecîm!

 

Ya xwarzêya delal, peppûkê, kezîkurê, belqityê! Heyla topa heyva Remezanê li bin guhê te ketyê, ma li vê dinyayê kesekî serbixwe maye hêê? Heta bi dûpiþk û maran, heta bi miþk û pisîkan, heta bi kêç û qijnikan jî xwe dane alîyekî, bûne hevalê partîyekê û lotikan davêjin keçko, waweylê! Ma ji te weye kesek wek te bêaqil û teradînî maye? Na bavo! Vî zemanî heçê serbixwe be, heçê bê teref be, heçê ne heval û xulamê Xelo û Celo be, qûn lê diqete û wek min rebena xwedê di mala bavê de dimîne. Tî û birçî, bê mêr û bê lotik, birçî û tazî û bi ser de virikî dibe û derpî jî dadigre.

 

Welhasil,

 

Te go tu dixwazi di malperên Kurdan de binivîse lê malper hemi ne serbixwe ne, xulam û mirîdên Xelo û Celo ne? Û hem jî dibêjin “ez mêrê diya we me û ez bavê we me” haaa! Peekkkkkkk! Ma ka ji vê xweþtir keçko? Ma bila rebena diya te bi mêrekî tenê bide lotikan? De ka ji diya xwe bipirse heger negot “Amînnnnnnnnn,wey xwezî bi xiyarekî din” ji xwe ez bi tu gûyekî nizanim, ihiiii! Êdî jinên me jî doza “azadîya jinê” dikin û qîma xwe bixiyarekî tenê naynin xwarzêêêêêêêê, çawa ku qûnekên zilamên me 4-5 jinan tînin û di ser û binre jî zîtirkan didin xwe, jinên me jî dixwazin cot cot, sisê sisê û hetta “garankî” biçelqînin bavoooooo.... Navê vê gûxwarinê jî “azadî û demokrasî” ye haaaa, pekkkkk!

 

Welhasil, xwe nexeyidîne xwarzê, bila du-sê bavên te jî çêbibin ma dinya xera nabe bavo, wîî! Hinekî li rebena diya xwe jî bifikire keçko, okey cîgerim!

 

Îcar em bên ser kategorîya nexweþîya te.

 

Heger tu dixwazi serbixwe bimîni:

1-     Wê qûþ li te biqete, tê bibi wek golika beþ û herkes ji alîyekî lotikan li te xe.

2-    Tê bibi wek Bulent Ersoy, Fatîh Urek û mecbûr bimîni cinsiyeta xwe biguheri, yan bibi qûnek û yan jî bibi lezbîyen û dest bi alastinê biki.

3-    Tê nikaribi di malperên Kurdan de binivîsi û qaþo wek hinek nivîskaran çîrok û çîvanokan bitewtewîni. Tê nikaribi qûnê li zimanê Kurmancî biqetîni, pêþerojê biki paþeroj, Hesen biki Hesenî, nêr biki û zimanê Kurmancî biki wek þorba nîskê.

 

Û gellek tiþtên din

 

 

Îcar ev nexweþîya te a serbixwebûnê dikeve kategorîya çi tu zani xwarzê?

 

Dikeve kategorîya “Xwedêjêstendinê”. Yanî, di dema me de Kurdên go serbixwe bimînin xwedê ji wan distîne û tirr ji wan tê berdan.

 

Îcar aqilê xwe bide serê xwe, dawa xwe li serê xwe bipêçe û serbixwe nemîne.

 

 De biner bê hunermend û siyasetmedarên me, nivîskar û rewþennebîrên me, gundî û axayên me çi biaqil in rebenê. Hem neyar in û hem heval in. Hem ji dewletê dixwin, hem ji hevalan dixwin. Keçê bûn milyoner peppûkê bûn milyoner hayhooooooo!

 

Stuyê xwe biþkîne û were bibe Lotikxanecî berî go ez bêm poz û guhên te jêkim haaaaaa, temam xwarzê!

 

 --------------------------

 

 

Fatê were civatê-9

 

Rojbaþ Xaltîka Fatê,

 

Ez têm çavên te, lêvên te, memkên te, dest û lingên te. Hema kuderê te xweþ be ez bêm wanderên te. Werhasil, berî go ez zêdetir gunehkar bibim, dixwazim bêm ser mijara xwe.

 

Navê min Mihoyê Gerdenzer e. 38 salî me û têra xwe lihevhatî me. Lê ez dikim û nakim malmîrata jina min xwe nêzîkî min nake. Ew jina go em dil ketibûn hev û me bi ramûsan û lotikan hevdu diþewitand, îro xwe dûrî min dixe, ji ber televizyonên Tirkî ranabe û destê wê ji rêzeflîmên Tirko nabe.

 

Bawer bike, ez rojê þûþek lewento û parfûmê bi ser xwe dadikim, xwe himra û bodra dikim, nav þeq û binþeqê xwe tiraþ dikim, rîha xwe kur dikim, lê dîsa jî li kafirbavê ranabe.

 

  Îcar ez ketime bextê te û xwedê xaltîka Fatê. Biner bê tu çareyekê ji vê jina min re nabîni û wê bi min germ naki gidî!

  

De Zerdeþtê Kal li piþta re be rebbî!

 

Mihoyê Gerdenzer- 16/08/2008- Amed-

 ----------------------------

 

Bersiva xaltîka Fatê

 

Bismillahirrehmanirrehîm

 

Law Miho! Heyla agir bi nav þeqê te keto. Law ma îþ û karê min nemaye ez bi pirsgirêkên nav doxîna te û jina te dakevim oxlim! Te go tu 38 salî û qiraseyekî lihevhatî ye? Ê naxwe çima ew qehpika jina te li te germ nabe û lê ranabe kurê kerê?  Law tu ne qûnek bi? Yan na çima wê jinik bi yekî lihevhatî germ nebe û nebe pizot qardeþim, wîî!

 

Werhasil,

Te go jina te ji ber televizyonê û ji ber wan rêzeflîmên Tirkî ranabe newlo? Ê naxwe li xaltîka xwe guhdarî bike û tiþtê ez ji te re bêjim, sedî sed pêk bîne ok.

 

1-     Berê ji xwe dest pê bike. Meselen xwe wek papaxan û þalûlan rengo rengo bike. Porê xwe þînboyax bike, simbêlê xwe sor bike, çavê çepê lensa sor û çavê rastê jî lensa zer têxê. Guharekî mezin têxe guhê xwe, xizêmek wek nalê kera mezin têxe pozê xwe. Piþtre pantolê xwe biqetîne û terîþ terîþî bike. Nîvê zikê xwe berde çolê. Piþtî te ev kirin û xwe kir wek wan qûnekên go bi navê “Rap” “Rep” û “Rock”ê qûnê li muzîkê diqetînin, îcar mîkrofonekê têxe destê xwe, li ber jina xwe here û were û wek Tarkan qûna xwe virde-wêde bibe û bîne. Stranê ji bîr neke haaaaa. Meselen strana “Min bêrîya te kirye bawerke bêrya te kirye” bêje.  

 

2-    Te dît go li jina te ranebû û tu li ber dilê wê þîrîn nebû, îcar porê xwe li qwîzan û ûstûra xwe, bila çermê serê te wek mirêkê bibiriqe. Qe nebe hem tê serzelûtkirina sayin Ocalan protesto biki û hem jî tê li ber dilê jina xwe þîrîntir bibi.Yanî, hem ziyaret û hem ticaret oxlim. Piþtî te serê xwe zelût kir, îcar wek çêleka go li ser tehtê xwê balêse, serê xwe bide ber devê jina xwe û bila jina te serê te balêse. Tê bibîni, heger jina te wek Pamela Anderson dîn û har nebû ji xwe ez bi tiþtekî nizanim cîgerim.

 

3-    Te dît go ev derman jî çare nekir, hema rahije televizyonê û di serê jina xwe de biþkîne, di kefenê sed bavê wê ne. Ma jina go ji ber televizyona Tirko ranebe û dil têkeve qiraseyên xwînheramên Tirk, ma jin e? Îcar piþtî te televizyon di nav serê jina xwe de þikenand, rahije tembûrê, li derûdora jina xwe here û were û wek Seîd Ûsiv bêje: “Ma ev jî jin e, na welleee..Ma jin wer hene, na welleeee, Ma ev jî jin e agir kete mala minê” filan û fîstan.

 

    Werhasil,

Van þîretên min têxe serê xwe û dest pê bike. Heger jina te ji ber derba þikenandina televizyonê mir û berê xwe da cehnemê, ji xwe xwedê da te û tê jinek din yek nermik û germik bîni. Na heger serê jina te hiþk be û bi derba televizyonê nemir, dîsa were cem xaltîka xwe Fatê û emê li çareserîyek baþtir bigerin û tu sax!

 

 

 

 

 

Fatê were civatê-8

 

Merhaba xaltîkaminî delal û por sor

 

 Qisûra min nener, nikarim bêm ciwata te. Birastî min dixwest ez bêm civata te lê ferq naki, çawa bi teknolojî gellekî bi pêþ ketiye, em li ser mekina xwenin û wek mero biçi mala hevdu. Îþev jî ez hatim mala we,yanî dîwanxana te. Li qisûra min nenerin, ez destvala hatim (mêvanê destvala ne bixêr ne bi ahla) tiþkî wilojî heyi bi xwedê, ez nema karim ji nav derkevim. Neyse, ez bêm ser pirsa xwe.
 
Li ser vê quzilqurta ERGENEKONê dibên him bi him têkiliyên Ergenekonê bi hinek hevalên çolê re jî henin. Ji wana ri dibêjin ANKARA GURUBU. Gelo tu li ser vê yekê ji devleta Tirkî re dixwazi çi bêji?
Heta derbek dî li xwe baþ binere ez bi qurbanê ...
 
Haaaa, porê te jî gellekî xweþik û delali. Kengî go hinna te xelas bû, ji min re bêje ezê ji te re ji Nisêbînê ji nav sûka qeçakçiya têra te hinne biþînim 
 
 Þoreþê Derwêþ

25/07/08-Nisêbîn

 -----------------

 

Bersiva Xaltîka Fatê

 

Bismillahhhhhhh

 

Law Þoreþê Derwêþ, weyla xwedê te ji pîrka te Tirko re hiþto, law madem salê carekê tu hatibû dîwanxana xaltîka xwe Fatê, hema te çend kulm mewîjên Hatxê, kîlok nîskên Gurik û çend serî pîvazên Qûzo bi xwe re baniya kundir! Yan te tûrikek hejîrên çola Mexela banya ma dinya xeradibû oxlim! Yan te çend çewal kereng ji Newala Gur hilkira, pêre zembîlek pîvok bikira zerazeng û ji xaltîka xwe re banya malnexerab!

 

Werhasil, tu bi xwe dibêji “ Mêvanê destvala ne bi xêr ne bi ahla”. Îcar law Þoreþo, weyla Mihemedê Helîmê û Hûto lotikek li te xisto, carek din gava tu hat dîwanxana xaltîka xwe, stuyê xwe biþkîne û destvala neyê, temam!

 

Neyse, te go Ergenekon newlo? 

 

Yaw qardeþim, çavê te lêye Ergenekon, dewleta sererd û binerd, têjik û cewrikên Asenayê bi tenq û topan êrîþî ser dîwanxana min bikin cîgerim? Yaw ez xwe ji van dêqehpan disitirînim babam, wîî! Ji xwe grûba Enqerê, ya starrrrrrrr bêlome be rebbî! Ez bi serê bavê te Derwêþ kim, ji xwe çi derketibe ji Enqerê derketiye. Xêr jî ji wir derketiye û þer jî. Ergenekon jî û Quzê kerê jî.

 

Bi ellawekîl, ji xaltîka te Fatê re her Tirk Ergenekon e. Îcar çi Tirkên ku di nava hevalan de li çiyê û berîyê ne, ne ji bo xêrê ketine nava wan qurban. Law ma Hirç ten post, Tirk ten dost olir cîgerim? Naaaa! Olse olse qûnekên wek Dogû Perînçek û Yalçin Kûçik olir.

 

Îcar ez ji dewleta Virqo re dibêjim

 

Sayin Elî Osmanin torinlerî, û sayin tajî û rûvîler.

 

Ev sîh salin we Ergenekona xwe xistiye me, êdî bes e, ji me derxin oxlim! Ma meriv sîh salî tiþtekî di yekî de dihêle yawþaqlar! Ji me derxin law, ji me derxin em beicîn ey hewarrrrrrrrr!

 

Te go porê sor û hinna serê min?

 

Kuro law, hinna serê min li sûka qaçaxçîyên Nisêbînê peyde nabe cîgerim. Tu zani hinna serê min ji kîjan boyaxê ye? Ji rîxa gamêþa ye peppûko, ma rîxa gamêþan li cem qaçaxçîyên Nisêbînê beyde dibe xeþîmo, wey! Law bi namûs hertiþt ji qaçaxçîyên Nisêbînê tê yabo, hew we dît ciwamêran dest bi qaçaxa rîxa gamêþan jî kir ellawekîl, pekk!

 

 

 

Fatê were civatê-7

 

Sayin Xaltîka Fatê,

Piþtî min nav û dengê te di Lotikxanê de bihîst û ez çav li wan awiran xincerî ketim, agir bi kezeba min ket û ez bûm serxweþê te. Lê derdê min ne tuyi, derdê min pirsgirêka min e. Hêvîdarim tê çareserîyekê ji vî derdê min re bibîni.

 

Pirsgirêka di serê min de ev e xaltîka Fatê.

 

Min heta niha jî fêhm nekiriye bê ka ev "Ergenekon" e çi quzê kerê ye, çiye. Gelo Ergenekon çiye ka tu nabêji?

 

Wê rojê hevalekî min digot: "Kuro lao bi namûs Ergenekon navê heywanekî xerîb e. Ev navê ecêb li derûdora me tune bavo, hebin nebin wê ev heywan li derdora Çîn û Moxolistanê hebin" filan û bêvan.

 

Îcar ji kerema xwe bêje ka Ergenekon çiye û çi þikil teba ye?

 

Ez lêvên te maç dikim

 

Sofî Ehmedê kurê Silêmanê kurê Cemþîd

22/07/2008-Geverê

--------------------

 

Bersiva Xaltîka Fatê

 

Bismillahirrehmanirrehim, naûzûbille mina þeytanil recîm

 

Law yawrûm, sofîko, ma te navekî dirêjtir nedît hey xwedê agirek bi rîha te xisto? Sofî Ehmedê kurê Silêmanê kurê Cemþîd kuro? Law ma ev nav e oxlim? Te navê xwe bikira "Sofî Ehmedê kurê Silêmanê kurê Cemþîdê kurê Sergolikê kurê Fatima serçêlek" ne xweþtir bû?

 

Neyse, te go Ergenekon çiye?

 

Ergenekon, Ergenekon, Ergenekon, aha bi namûs min dît! Ergenekon dêlegura Asena ye. Niha tê bêji "Îcar Asena çiye gidî" newlo? Ez zanim, ma qûnekên mîna te çi ji Asena û Ergenekonê fêhm dikin. Neyse, Asena dêlegurek e. Yanî gura mê ye. Ew gura go gurên nêr bazdidin ser lo, te fêhm kir ne? Temam.

 

Îcar, dibêjin gêlegura Asena li çiya û newalên Çîn, Moxolistan û Tataristanê serberdayî digeriya. Lê rabûbû, hatibû gonxwarinê lê dikir û nedikir gurek nêr peyde nedikir. Îcar dibêjin Asena xanim radibe êrîþî ker, hirç û kûçikan dike, wan bera ser xwe dide û dibe qehpika heywanan. Piþtî go ji van heywanan têr gon dixwe, îcar avis dibe, zik lê dinepixe û þevek ji nîvê þevê dizê, çend cewrikên heram tîne û dibe dê. Piþtî go ew cewrik bi firê dikevin û mezin dibin, ji ber go bîjîyên ker, hirç û kûçikane, hov û dirinde dibin, dest bi qetilkirina insan û qewman dikin û navê "Hacûc û Macûc" li wan tên kirin. Yanî, qewmekî go bejna wan nîv metro, kose, çavsînî, rûtirþ û har ji van cewrikan dixuluqe.

 

Piþtî go di nava demê de xurt dibin, îcar bi çavsorî milletên din qetil dikin, welatê wan talan dikin û qûnekên wek Cengiz Xan, Tîmûrling, Hûlagûûûûûû û wekî din dibin serokên wan û heta bi Kurdistanê tên. Ê tabî Kurdên me jî ehmeq û nezanin, radibin dibin zilamên wan, derîyê welatê xwe ji wan re vedikin û xwelîyê li serê xwe û bavê xwe dikin.  Îcar piþtî go

medenîyeta li Kurdistanê talan dikin û li ser rûdinên, dikevin þiklê insanan lê di mejiyê xwe de dîsa hirç û hovên berê ne.

 

Werhasil oxlim, piþtî go qûnekên heram bitir dibin, ax û erdên zêdetir dixwazin. Radibin berê xwe didin rojava û heta bi Awistirya jî dagîr dikin. Îcar hingî zarokê xelkê didizin, direvînin û dikutin wan, xwîna wan zêdetir dibe þorbe. Ji vê þorbê îcar zarok û neslek doþirme, bîjî û xwînheran dixuluqe. Ev bîjî di nava demê de desthilatdarîyê dixin destên xwe, dibin mîr, paþa, beg û axa û generalên wek Kenan Evren, Hurþît Tolon, Þener Erûygûr, Abdullah Çatli, Turkeþ û Kerên Reþ ji wan derdikevin. Îcar ji bo go rê li ber Kurdan bigrin, wan asîmîle û tune bikin, radibin "Rêxistina Bîjîyên Asenayê" saz dikin û xwe di nava dewletê de dihûnin, dikin rêsî.  Piþtre navê vê rêxistinê kirine Ergenekon, yanî "Ciyê ko ew bîjî jê derketine".

 

Te fêhm nekir Sofî? Haþayî kerema hazir, law Ergenekon quzê dêlegura Asena ye kurê kerê!

 

Werhasil, hinek dibêjin van bîjîyan destê xwe xistiye nav þerwalê Kurdan jî û xwe di qûna hinek kes û rêxistinan de kiriye ristik. Li ser bextê wan be.

 

Ûlan oxlim Sofî, ma ez rabim çîroka 100 salî ji te re bêjim qûnek? Law Ergenekon bîjî ne bîjîîîîîîîîîû! Hema çi kesê go xwîna wî heram be, çi kesê go dijminatîya Kurdan bike, çi kesê go destê wî di xwîna Kurdan de hebe endamê Ergenekonê ye û xelas!

 

Kuro law tu jî ne endamekî vê rêxistina segbavan be oxlim Sofî?

 

 

 

 

Fatê were civatê-6

 

Xaltîka Fatê,

Navê min Circîsê kurê Silêmanê Kercosî ye. Hevalekî min behsa te ji min re kir û bi xêra wî ez vê nameyê ji te re diþînim. Berî salekê (haþayî kerema hazir) min bi xwe de dimîzt. Ne rojek, ne du roj, ne sê roj, werhasil dêya min bi çeplê min girt û ez birim cem mellê. Dêya min hal û mesela min ji mellê re got û xwest ku qaþo min rehet bike. Melleyê min û te rabû devê quranê vekir, çend ayet xwendin, niviþtek ji min re çêkir û berê me da malê.

  

Ez serê te neêþînim, þev nîvê þevê bû qurqura zikê min û wek dengê eksoza terektorekê ji rûvîyên min hat. Min kir û nekir go ez karibim xwe bigrim çênebû. Talîya talî doxîn li min sist bû û min go "pîîîîîjjjjjjjjj" û min bi xwe de rît. Toz û dûman bi xênî ket, bêhna mirara li odê belav bû. Rebena dêya min jî ji bêhna tirr û fissên min bû wek mirîþka gêj û hew nemabû ku emir bide haziran.

  

Werhasil, rojek, du roj, sê roj, me nerî wilo nabe. Rabû me dîsa berê xwe da mala mellê û dêya min jê re got: "Melle, te kurê min ji mîzê qut kir lê îcar dest bi gûkirinê kir bavo. Ka dîsa bîne ser sêhra berê qurban, wîî!" 

 

Ez serê te neêþînim, mellê dîsa niviþtek ji min re çêkir û em hatin malê. Þev nîvê þevê dîsa bû qurqura zikê min û vê carê dengê dîk û mirîþkan ji hinavên min hatin. Îcar niha ez ne karim gûkim û ne jî karim mîzkim. Ji bo xwedê û pêxember dermanekî bêje yan jî þîretekê li min bike. Wille û bille zikê min ji zikê Mam Celal mezintir bûye.

 

Ez li bendî bersiv û þîreta te me xaltîka Fatê

 

Wey ez bi qurbana wan çavên teyî xumalî bim rebbî!

 

Circîsê kurê Silêmanê Kercosî

17/07/08-Kercosê

-----------------------

 

Þîreta Xaltîka Fatê

 

Law oxlim, weyla tu bi qurbana gunikên Mam Celal bûyo, ma çima berî çûna cem mellê tu nehat ba min hêê? Ma tu nizani go melle ayet û yasînan paþûpê dixwînin xiyar! Lawkê mino, du çare hene. Madem zikê te nepixiye û bûye wek dahola Þemoyê mitirb, bi a xaltîka xwe bike û vê reçetê bi kar bîne:

 

- Serê sibê beroþek fasûlî û nokên hiþkkirî bixwe. Bi ser de meþkek dewê cemidî vexwe. Piþtre 10 deqîqan poz û devê xwe bigre û hewê nede û nestîne, bêhna xwe biçikîne. Xwe biesirîne (zorî bide xwe) heta go çavên te sor bibin û tu bibi wek ciwangeyekî Ispanî. Piþtre bila dêya te paçekî rengsore pêþ te bike û tu jî serserîkî êrîþî paçê sor bik. Qederê seetekê bi vî awayî here û were. Te dît go te gû nekir û zikê te zêdetir nepixî, îcar:

 

- Here ser serê banê xênî û xwe ji xênî bavêje ser ferþekî kevirî. 10 caran dubare bike heta go zikê te qenc biçelqe û rûn û tewaþ bi ser gûyê te keve. Wê ew rûn û tewaþê di nava zikê te de bihêle ku gûyê re ruhn bibe û wê zorî bide qûna te heta go "vîjînî" ji qûna te bê. Heger ev reçete jî fêde nekir, îcar:

 

-  Derkeve ser serê sergo û xwe ji sergo bigindirîne jêr. 25 caran xwe bigindirîne heta go rûvîyên te nerm bibin û rê ji gûyê te re vekin. Lê go qûna te "vîze  û bertîlê" ji te bixwaze, hema xiyarekî ji xiyarên Mêrdînê wek bertîl têxe qûna xwe û sînor derbas bike. Heger ev reçete jî fêde nekir, îcar:

 

- Li kera xwe siwarê û were cem xaltîka xwe Fatê. Ezê berê bi dûrebînê li qûna kurê xwe binerim û tehlîl û analîzek pisporane bikim. Piþtî tehlîl û analîzê, îcar ezê fatîhayekê bixwînim, tiliya xwe têxim qûna kurê xwe û hêdî hêdî rûvîyên te ji hev vekim. Heger min dî go rûvîyên te serhiþkîyan dikin û qelen û nextê dixwazin, îcar ezê kerê xwe ê þamî bînim, we herduyan têxim axur û hûn û xwedê li hev.

 

Van þîretên min bi cîh bîne û te îþ pê tune.

 

Heger kerê þamî jî fêde nekir, emê piþtre li hev rûnên û li çareserîyek baþtir bigerin.

 

Te fêhm kir newlo?

 

 

 

Fatê were civatê-5

 

Mertalê kurê Gurzo di pirsa me derxist

07/07/08-Batman- Yabo qurban, bi telaqê bê fitû min di pirsa we derxist. Lotikxanê gotiye: "Fîdel Castro li çi dinere?" Kî pê derxe, bilêtek Kenyayê diyarî dike. Min pê derxistiye, ew li firêze û þopa xwe dinihêre û xwe bi xwe dibêje: "Hewqas sal in ka min çi kiriye, çi nekiriye."
  
Eger ev bersiva min rast be, ez bilêta Kenyayê naxwazim, lewre ez dizanim
ku çima Sayîn Evdile Ocalan dane destên Tirkan û wî bi balafira Cawîd
Çaxlarê diz ê mensûr jî anîne Tirkiyê.

Lê ez tenê tayek mû ji porê Xaltîka
Fatê dixwazim. Lewre ez dil ketime wê û hedana min bê wê nayê.

 Mertal kurê Gurzo
- BATMAN

---------------

 

Bersiva Xaltîka Fatê

 

Yahewlelwela qiwetille billehil ezîm!

 

Law Mertalo, weyla topa qiyametê li nav þeqê te keto, tu çi bela xwe ji min venaki oxlim? Law tu ji wan "qijnikên Kongo" xerabtir bi min dizeliqi bavê mino, wey! Law dawa min berde keçelo, ma li Batmanê jin qelyane oxlim? Çend qirûþan bide û ji xwe re xurcikek jin bîne, tu çi wek rûvîyê go pêjna mirîþkê kiribe li dora min dire û tê belqityo, wey!

 

Yaw qardaþim, îþê min û pirsên Lotikxanê pev tuneye wîî, law tu nikari bi Lotikxanê îcar tu bela xwe di xaltîka xwe didi, ma ev bû zilamtî!

 

Kuro tu Batmanî bû newlo? Temam, temam, temam, bi namûs îcar jetonê min  ket û hat bîra min.

 

Kuro ew ne tu bû ewê go xaltîka xwe revandibû, biribû cem mellê û doza mehrê lê kiribû? Bi telaq tu bû lo0000! Tê bîra te gava mellê ji te re got:"Kuro mehra bi xaltîkê re çênabe qûneko, te çawa xaltîka xwe revandiye?" Û te çi bersiv dabû? Te jî gotibû:"De wêde here lo melle, gava din min li piþta wê tehtê çêkir çêbû, çawa çênabe!" û 

te lotikek li xaltîka xwe xistibû.

 

Binere Mertalo, ez ne wek wan xaltîka me go tu li piþt teht û zinaran lotikan li min xi ha, doxîna xwe bijdîne û bela xwe di hinekan din bide.

 

Te behsa porê min kir ne?

 

Ê yabo de bela xatirê Lotikxanê be, ne tayek ezê sê ta porên xwe ji te re biþînim.

 

Law Mertal, ma go ez tayek mûyê rûvên xwe biþînim ne çêtire oxlim? Bêhna tayê rûvê min wek misk û emberê ye ellawekîl. Hema sibê, nîvro û êvarî bêhn bike û xelas!

 

 

 

Fatê were civatê-4

 

Xaltîka Fatêêêêêê..... 

 

Çirtoyê kurê Virto di roja 04/07/08an de ji Mêrdînê nameyek ji te re hinartiye û teklîfa zewaca bi te re kiriye. Te jî bersiveke rind daye wî bîjîyê mêrê çar jinan.

 

Ez bi neh telaqên jinberdanê sond û selewat dixwim ku Çirtoyê kurê Virto derewan dike, ew nikare bersiva tofana te bide. Lewre her çar jinan tirr tê de kirine fiss. Elawekîl dema jinik Çirto davêjin erdê,  nikare rabe û nikare mêþan ji serçavî xwe bide rakirin. Lê ezzz, tu zanî ez kî me?

 

Ez Mertalê kurê Gurzo me, mêrê sê jinan bûm. Lê her sê jî xwe li ber qiraseyê min ranegirtin û her yekê di þevekê de bûn qurbana dîtineka te. A niha ez di tehtîlê de me, hacetê min rawestiyaye û tenê li benda dîndara te me. Tu guh nede Çirto- Mirtoyan, lê guh bide Mertalê kurê Gurzoyan, tenê ew dikare kezeba te hênik bike, dikare wî agirê te yê wek yê Newroza Kurdan geþtir bike, dikare te ha li vî alî ha li wî alî ji êvar heta banga melê biqulibîne û serobin bike. Di wê dema kêmûþê de wê derî û cînar tev ji xewê rabin, wê mirîþk û dîkên taxê tev þiyar bin û wê bêjin ku ev çi dewr û dûman e, dinya dilerize yan dîsa top û gulebarana Sedam e? Yan dîsa bêjiyên Mistoyê Makedonê rabûne pêdarê? Yan jî wê bêjin Esrafîl li dûdûka roja dawîn dixe....

 

Gelo tu bi wan gotin û derbên rostemî razî dibî? Yan tu dê çewa ku te bersiv daye Mamê Çirtoyê fissek, bersiv bidî min jî?

 

Ez naxwazim dest ji nameya te berdim, lê dixwazin herdu çavên te yên mêrkuj maç bikim, serê herdu HECERILESWEDan bigirim û tewaf bikim, xwe berdim bîra ava ZIMZIMa ku bapîrê me Berhîm Pêxember vekiriye û xwe tê de hênik bikim. Ax Xaltîka Fatê, xwezî tu carek bihatayî vê civatê. Hingê wê emrê min ê 18 salî bighana 188 salan. Destê min ji te nabe, lê ez nema zanim çi bêjim. Xaltîka Fatê, gotineke pêçiyên me heye, dibêje: Yê dixwaze ruyekî xwe reþ dike, yê nade herdu ruyên xwe reþ dike. Ez hêvî dikim ku hertim wê ruyê min reþ be...

 

Mertal Gurzo / 05/07/2008-Batmanê

 ------------------------

 

Bersiva Xaltîka Fatê

 

Bîsmillahirrehmanirrehîm!

 

Law Mertalê kurê Gurzo, belqityo, doxînqetyao..

Law ma ev gotinên xweþ, ev edebiyata axirzemana, ev senaryoya erotîzma kesanedî ji ku hat bîra te oxlim? Ez dibêjim sedî sed te Quran, Tewrat, Zebûr û Incîl pel bi pel serûbinê hev kiriye heta go te ev gotinên hevduçirandinê anîne ber hev newlo! Law ma li tehtîlê ev senaryo ji ku hat bîra te ya starrrrrr, pekkkkk! Bi telaqê bê fitû tu vê senaryoya xwe biþîni Hollywoodê cem derhênerên flîmên porno û seksê, wê xelata Nobelê bidin te, wîî!

 

De neyse, em vegerin ser lotikên xwe û Mertalê kurê Berzoyê Batmanî

 

 Sayin Mertal beg, binere oxlim, ez ne hersê jinên te me ku wek pisîkên buharê bikim “miyew miyew” û xwe di bin cendekê teyê çermolaqî de bavêjim erdê. Min Çirto kurê Virto bi qûna xwe paqij nekir û darek xist qûna wî. Bi mertalê xwe û gurzê bavê xwe bawer nebe. Bi hersê telaqên jinên te, ezê bi lotikekê bikim go zelzele û tsûnamîya Çîn û Taylandê li serê te rabe ellawekîl! Li cem me dibêjin “Pîra neelimînin kîra” iki gozim. Ez bi serê Brahîm pêxember kim, ezê bi lotikekê bikim go dengê tirrên te ji dengê topa roja qiyametê, ji dengê topa heyva Remezanê, û ji dengê atombombeya Emerîkayê xerabtir deng derxe. Ez xaltîka te me, min di þevekê de tirr ji 12 mêrên wek te berdaye. Heger tu bawer naki, ji Eyþana jina melle Mihemedê Êlihî bipirse. Ewê derbên xaltîka te ji te re bitefsilîne.

 

Naxwe tu jî wek Çirto kurê Virto lotikekê dixwazi û dixwazi di bîra ava zemzemê de xwe hênik biki haa!?  Kuro oxlim, bîra ava zemzem di nav þeqê min de ye. Hem jî di vê heyva havînê de wek sarincên çiyayê Omerya cemidî û hênik e. Tu zebeþan bavêji nav wê bibin du telaþ. Îcar madem te bêrya hênikbûnê kiriye û tu dixwazi di vê germa Batmanê de serê xwe biþo, hema xwe “masîkî” bavêje nava bîrê. Lê binere tu di bîra ava zermzem de bixeniqi ne sûcê min e haa, okey!

 

Yabo qurban, Mertalo, qûnxwaro...

 

Madem tu çavê min maç diki û dixwazi ez bêm civata te, hema min bi qewlê resûlê xwedê qebûl e. Lê bi þertekî qardaþim.

 

Þertê min ev e yabo qurban. Ji min re bêje:

Çend mû bi qûna Denîz Baykal ve hene?

 

Binere, mûyên qûna Denîz Baykal yek bi yek li cem min hejmartî ne, di sindoqa min de arþîvkirî ne. Nebêje ezê xaltîka Fatê bixapînim û çend mûyan kêm bêjim haaaa, na!

 

Heger te pirsa min rast bersivand û te di mûyên qûna Denîz Baykal re derxist, bi soz ezê bêm civata te, maçekê bidim te, û êvarî jî emê derî li xwe bixilqînin. Îcar kî qûnê li hev diqetîne ew û þensê xwe canim cîgerim!

 

 

 

 

Fatê were civatê-3

 

Xaltîka Fatê, ez bi qurban bûmê...

 

Navê min Çirto kurê Virto ye. Ez zewicî me, 4 jinên min hene, xwedê bê erê berî mirinekê ezê bikim 5. Piþtî min bihîst ku tuyê di malpera Lotikxanê de dest bi lotikên kesanedî biki, tew nemabû per û baskên min çêbibin û ez ji kêfa re bifirim. Bawer bike ji roja ku min wêne û sûretê te dîtiye, her 4 jinên min li ber çavê min reþ bûne, bûne wek dê û xuþkên min. Ew porê teyê hinekirî, ew awirên xincerî, ew þekirlêvî, ew berçavka ber çavê te, ma tu dibê min serxweþ dikin!

 

Ez bi serê te kim, çi gava ku ez çav li wêneyê de dikevim, li min radibe û rojê sê caran bi xwe xweþ tînim ellawekîl! Bi kinayî û kurtasî; ez mirîyê te me û xelas! Bi herçar telaqên jinberdanê, ezê mal û milkê dinyayê bikim bi qurbana lotikek te û hew. Îcar tu dibê çi?

Gelo tê bi min re bizewici û bibi jina min a 5 an yan na Fatê xanim? Ez li bendî bersivek lezûbez im..

 

Çirto kurê Virto- 04/07/08- Mêrdînê

 

 

Bersiva xaltîka Fatê

 

Kuro Çirto kurê Virto, ker kurê kerê!

Lao ma 4 jin têra xiyarê te nakin hey xwedê agir bi nav þeqê te xisto? Ma lao kê gotibû te stuyê xwe biþkîne û li wêneyê min binere haa? Ma te nizanîbû go awirek xaltîka Fatê tirrê ji yekî berdide kundir? Te go tu li wêneyê min dineri û rojê 3 danan ji xwe berdidi? Wîîîîîîî, kuro ma tu jî zilami cîgerim, kurê ciwamêran li ber wêneyê min her seet bi xwe xweþ tînin û dibe virqe virqa qûna wan, îcar rojê 3 caran çiye? Te go tu dixwazi bi min re bizewici û min biki jina 5 an?

Yabo min qebûl e, lê bi þertekî.

 

Þertê min ev e ya Çirto kurê Virto

 

Ezê cigareyek ji tûtina Xursê bipêçim, bi çeqmaqê muxtaran vêxim, heta bi nîvê cigarê bikþînim ser kezeba xwe, piþtre ezê doxîna te vekim, derpî ji te bikim û serê cigarê bi serê xirrê te ve bizeliqînim. Heger te nego "Ayyyyyyy" ji xwe ezê bi te re bizewicim. Na heger te go "Hewarêêêêêêê" ji xwe ezê tiliya xwe têxim qûna te û em ji ber hev.

 

Baþe cîgerim?

 

 

 

Hevpeyvîn – II

 

Ev bû demek dirêje ku me bi xaltîka xwe Fatê re hevpeynîna duyem li dar nexistibû. Piþtî hevpeyvîna yekem me dikir û nedikir xwe nedigihand xaltîka xwe û porkura xaltîka me jî deng û his jê nedihat.  Piþtre me bihîst ku xaltîka Fatê di lotikxane û dîskotekên Ewrûpayê de zîtirkan dide xwe ku ji xwe re mêrê 13an bibîne. Wek ku xaltîka me di hevpeyvîna yekem de jî gotibû, berî ew bê Lotikxanê wê serê 12 mêran xwaribû û tisqa li wan xistibû.

 

Werhasil, me bi zor û heft bela xaltîka xwe di dîskotekek ji dîskotekên Ewrûpayê de girt. Xaltîka me zîl serxweþ bû, li gora gotina wê, wê þevê 12 þûþe wîskî, 10 þûþe vodka Gorbaçov, galonek bîra, distek þeraba sor û 33 îskan ava cemidî vexwaribû. Îcar hesab li cem we bê kesê ewqas vexwarin vexwe çi tê serê wê/wî.

 

Ji ber ku me nexwest em dîsa xaltîka xwe ji ber çavên xwe winda bikin û wek komser Kolûmbo bidin dû þopa wê, hema me bi serxweþî  hevpeyvîna xwe pê re kir. Îcar xêr û guneh di stuyê xaltîka Fatê de be rebbî!

 

-Xaltîka Fatê, xaltîka Fatêêêêêêêêêêê!

 

- Çiye qûneko, çi zire zira te ye qeþmer, ma ez kerr im du dengê xwe bilind diki haa!

 

- Keçê agir bi ruhê te ketê, ev þeþ mehin em bi dû te û hevpeyvînê de ne keçko, ma tu nabê xwendevanên Lotikxanê li bendî minin hêê!

 

-Lotikxaneeeeeeee! Lotikxana çi kuro?

 

- Keçê ma nayê bîra te, me te anî, me xizmeta te kir ji bo ku tu di Lotikxanê de binivîsi û derdê xwendevanên me derman biki wey! Te serê me li ber xwendevanên me tewand wîî!

 

- Wîîîîîî, ew Lotikxana go Farûqê Devliken û Oskê Gurrî têde dinivîsin?

 

-Keçê ez dibê tu serxweþi?

 

- Serxweþ, ez? De ka devê min bêhn bik bê ez serxweþim yan na hêê!

 

-Keçê bi telaq bêhna mirara ji devê te tê wey, devê te bûye wek xerîta serê Gorbaçov bavo!

 

- De here lo qeþmer, salê carekê min vexwariye tu wê jî ji min re diki qebhet, tenê 12 þûþe wîskî, 10 þûþe vodka Gorbaçov, galonek bîra, bîdonek þeraba sor û hew! Ma ev vexwarin e, îcar serxweþî haaaa!

 

-Weyla topek li mala te ketê rebbî, ez bi îskanekê serxweþ dibim îcar tu behsa þûþe, galon û bîdonan diki, ya starrrrrr!

 

-Ya star û mirin! Ma ez û tu wek hev in kundir? Tu xeþîmi, nezani, ez karim bi taþtê re heft tenûr nan bixwim, ma tu?

 

-Biçirîneeeeeee.... Malxerabê hûtê heftserî nikarin bi taþtê re tenûrek nan bixwin yadê!

 

-Wîîî û sed carî wîîî! Law ma ezê xwe bikim wek te, de dev ji van qûnektîyan berde û mereza dilê xwe bêje berî go ez rabim pirça serê te biweþînim.

 

-Werhasil xaltîka Fatê, em vê hevpeyvîna xwe bi selametî biqedînin berî go xwendevanên me bi tevr û bêran bidin dû me.

 

-Ê de naxwe dest pê bike Sofî Xelef.

 

 -Xaltîka Fatê, ev sê-çar mehin em li te digeriyan, te xwe ji ber me dabû alî, te çi dikir?

 

- Min çi dikir? Min beq dixesandin!

 

-Waaaaa....Êêêêêê, çima?

 

-Dibêjin li Ewrûpayê goþtê beqan bi qîmet e. Min go ezê beqan bixesînim, wan ji mêranî bixim û dest bi bazirganîya beqên xesandî bikim.

 

-Hella hellaaaa! Erê çima beqên xesandî?

 

 - Ji ber ku beqên xesandî qûnek dibin û hew li wan radibe. Yanî, ji mêranî dikevin û dibin humanîst, demokrat û mirovperwer. Ew hormonên lêrabûnê hene ya, aha ew hormon tirrê ji insên berdidin û wan dikin hirç û hov ha. Îcar min go ezê bi beqan dest bi xesandinê bikim, encamek zaniztî jê derxim û piþtre berê xwe bidim zilaman.

 

-Yanî  tê dest bi xesandina zilaman jî biki?

 

- Ma îþê xesandinê, ezê di qurmik de jêkim go li wan ranebe, ne þerxwaz bin û demokrasî bê dinyayê

 

-Yanî heta zilam neyên xesandin demokrasî nayê dinyayê

 

-Na yabo qurban na. Hema wek nimûne ji xwe re li Bulent Ersoy xanima Tirk binerin. Ma ka xanimê behsa þer û pevçûnê dike? Na! Çima? Ji ber go hatiye xesandin û hormonên zilamtîyê, hormonên þer pêre nemane.

 

-Hella hellaaaaa, ev jî heye?

 

-Erê wey. Ez dibê hema em bi te dest bi xesandinê bikin Sofî Xelef, te go çi?

 

- Na yadê na, ji xwe mal û sermiyanê min ew pepûk maye, ew jî heri ezê ji Bulent Ersoy jî qûnektir bibim ellawekîl!

- Îcar tê kengî bi aqlêselîm dest bi lotikên xwe biki xaltîka Fatê? Çavên xwendevanên me li hêvîya te qerimîn wîî!

- Kuro qeþmer, ma niha ez ne aqlêselîmim hêê?

 

- Belê lê dîsa jî dibe bandora wîskî û vodka Gorbaçov li te bûbe.

 

- De here lo qûneko, bandora Georg Bûþh û Pûtîn li min nabe îcar bandora Gorbaçov haa, waweylê!

 

- De neyse, em karin bêjin ku wê xaltîka Fatê ji serê mehê û pêde dest bi lotikên pirs û bersivê bike?

 

- Erê wey, hûn pirs bikin, derdê xwe bêjin, û ezê jî derdê dilê we derman bikim û qûna we dax bidim.

 

- Ê de baþe naxwe, ji serê mehê û pêde “Fatê were civatê” dest bi lotik û zîtirkan dike.

 

-Eynen, te îmana wê teneke kir ellawekîl!

 

27/06/2008

 

 

 

  Hevpeyvînek bi xaltîka Fatê re

                              -1-

 

Belê gelî xwendevanan, þikir ji Xwedê re, mala Xwedê ava ku xaltîka me fatê bi sax û selametî giha dîwanxana Lotikxanê û ket nav refê nivîskarên me. Ev çend meh in çavê me li rêya wê kezîkurê bû, lê heta giha dîwanxana me wext derbas bû, lê em jî avis bûn haaaaaaa! Werhasil, xaltîka me fatê tevî kera xwe a piþtkurmî sînor û hidûdên çend dewletan çirand û bi qaçaxî xwe li têl û mayînan xist. Emê niha hevpeyvînekê qirase pêre bikin û sedemên derengmayîna wê ji devê wê bibihîzin. De ya ella û ya Xwedê!

 

- Xaltîka Fatê, tu bi xêr hatî. Ev çend meh in çavê me li rêya te qerimîn û ava reþ bi çavê me de hat. Heyla stuyê te þikestê, agir bi ruhê te ketê rebbî, tu çima dereng ma hêê? Ma te nego xwendevan li bendî min in û ezê hinekî bilezînim, ma soz me û te ev bû?

 

- Kuro qûneko, dibêjin heçê ne li malekê ne li hewalekê bavê mino, tu nizani bê çi qede û bele hatin serê min heta min xwe gihand vê quzilqurta Lotikxane ye çi jehr û ziqûm e, îcar hîna tu a xwe bi ser a min dixi haaa!

 

Çi qede û bele hatin serê te yadê, hêê?

 

- Çi qede û bele? Kuro dehþik, ma we bilêta tiyara Boîng380 ji min re þandibû qo ez nehatim hêê? Yan we helîkoptera xalê me Bûþh þandibû pêþiya min? Kuro ez bi kerê ketim rê xenzîr, bi kera xwe a piþtkurmî, wîî!

 

Êêêêêêê!?

 

- Êêê û quzilqurt! Ma kerek piþtkurmî di çend mehan de kare xwe bighîne Lotikxanê yabo? Ma we nego ev ker têr e, birçî ye, pasaporta wê heye tuneye, vîza wê heye tuneye, ma we ji xwe re negot çi! Kuro ma ne em bi qaçaxî hatin te serê min xwaro, bi çaqaxîîîîîîîîîîîîîî!

 

Êêêêêêêê!?

 

-Êêê û jehr! Me xwe li sînorê Bûlgar xist, li ê Yûnan xist, li ê Romanya xist, li ê Polonya xist, li ê Çekoslowakya xist, xist û xist heta em di vir re derketin. Ma ji te weye rehet bû, hem jî bê pasaport û bê vîze! Bi wî serê te ê keçel, tiþtê nemayî hat serê min û kera min loo, wey!

 

Êêêêêêêêêê!?

 

- Êêê û mirin! Ev tam sê meh in em bi rê de ne, tî, birçî, tazî û bêxwedî. Werhasil, bi rê de lingekî kera min þikest û di berde jêbû. Rabû me da dû hev û bi kera sêlingî me da rê. Geh ez lê siwar dibûm û geh jî ew li min siwar dibû heta em gihan sînorê Polonya.

 

-Belêêê

-Gotina min nebirre xenzîr! Ma ez henekê ber devê te me, wîî! Werhasil, gava me xwest em sînorê Polonya derbas bikin û xwe li mayînan xin, kera min pêl mayînekê kir, pêde teqiya û lingekî din jî jêbû. Yanî ma du lingên wê.

 

-Weleddddd!

-Weled û quzê kerê! Werhasil, ez û kera dulingî bi brîndarî derbasî alîyê sînor bûn û me xwe bi selametî gihand firehîyê.

 

-Bi namûs senaryoyek pir xweþ ji vê serpêhatîya te û kera te derdikeve. Hem jî kare xelata Nobelê bistîne ellawekîl!

 

-Kuro ji kesî re nebêje qûneko, ji xwe min miþtirî jî dîtiye, ezê vê “Rêwîtîya Dirêj “a ku ji meþa Mao Zedung jî dirêjtir ajotiye,” bi navê “Serpêhatîya Xaltîka Fatê û Kera Dulingî” bikim roman û wek Harry Potter berê wê bidim rekorê....

 

-Erreeekkkkk, ma bû çiiiiiii xaltîka Fatê? Niha tu kari bêji wê romana te di Hollywoodê de bibe flîm û oskarê jî bistîne ne!

 

-De îcar li ehmeqê Xwedê binerin kuro,  te go oskar? Kuro ez 31 oskaran nestînim bizane go ez ne keça bavê xwe me, wîî! Ma ez wek Angelîna Jolîe û wê qûndeya Pamela Andersonkê nayêm, waweylê! Bi serê te ê keçel kim, ezê tirrê ji Hollywoodê berdim tirrêêêêê! Te hîna derbên xaltîka xwe nedîtine....

 

-De ka em vegerin ser mijara xwe û te xaltîka Fatê

-Kuro ma ev ne mijar e tirreko, ma ez çîrokan dibêjin!

 

-Na, lê em vegerin ser te. Meselen xaltîka Fatê kî ye, çi ye, çi dixwe çi vedixwe, mêr kirine nekirine, zarok marok, filan û bêvan. Meselen ev navê xaltîka Fatê ji ku derket?

 

-Navê min ji ku derket? Ji nav þeqê dê û bavê min derket! Yahewlelwelaaaaa, ê lao ma navê meriv ji ku derdikeve hêê? Helbet hinek navekî li meriv dikin û ew nav wek toqa naletê heta bi mirinê dikeve stuyê meriv. Werhasil ez serê te ê keçel neêþînim, kuro malxerab, ka çaya te, ka qehwa te, ka cixare, ma hevpeyvîna bê çay û qehwe, bê cixare çêdibe xiyar!

 

-Min çayê, qehwe û cixare xwestiye, wê gavek din dikandar bîne. Êêêêêê....

 

-Ez li ku mabûm? Haaaa, mesela navê min bû ne, temam! Kuro rojekê ez li malê dirêjkirî bûm. Min li flîmekî komedî dinerî. Ji niþkê ve telefona min go zirrrrrrrrrrrrrrrr û lêxist. Min telefon rakir dengekî nîvnas ket guhê min. Piþtî xoþ û bêþê min dît go hevalekî min ê kevnare ye. Îcar tu Kurdan nas diki, heta karê me bi hev danekeve em li hev napirsin.

 

-Eynen wilo ye

 

-Erê lo, em bi qûna hev zanin wîî. Îcar piþtî zirrîna telefonê me hevdu dît. Here were, here were, here were, piþtre min fêhm kir go ciwamêran dixwazin rojnameyekê derxin û ez jî di rojnama wan de lotik û zîtirkan bavêjimmmmmmm. Tabî berê ji min nebawer bûn, digotin qey ez xeþîmim û zarokê doh im. Werhasil, me hevdu bir û anî, rojname amade bû û navê wê kirin Peyama Kurd! Îcar piþtre ew flîmê go min li malê lê temaþe dikir, ewê henekan looo, ew hat bîra min û min go de ka ez quncikekê bi navê “Fatê were civatê” amade bikim û di quncikê de lotik û pehînan bavêjim derûdorê, derdê xelkê derman bikim. Îcar navê min ji wir tê haaaaaa, okey!

 

-Te go derman? Qey te dermansazî jî xwendiye?

 

-Iiii ihiiii! Ne ez dibê tu ehmeqekî Xwedê ye tu dibê çima! Ma dermansazî û hew! Dermansazî, Sêhrbazî, Qûnatazî, Psîkolojî, Jinekolojî, Mêrekolojî, Heywanolojî, Ekolojî, Trimpêlojî, Kurdolojî, Zimanolojî, Seksojolî, Hewalojî û hezar jehr û ziqûmên din haaaa...............

 

-Erreeekkkkkkk......Naxwe tu Fîlozof i!

 

-Fîlozofan çi gû xwariye! Ez karim 101 tirrî ji wan berdim ellawekîl, hem jî bêyî ku bi xwe bihisin!

 

-Êêêêêêêê!

 

-Êêê û mirinnnnnnn!

 

-Xaltîka Fatê, tu zewicîyi? Zarok marok filan!

 

 -Berî ez bêm Lotikxanê min mêrê 12an berda

 

-Pekkkkkkkkk! Naxwe te çarox qetandiye dêya minê!

 

-Kuro qeþmer, ez xaltîka te me, Xwedê bê erê ezê 12 mêrên din jî biþînim cehnemê! Ma mêr xwe li ber lotikên min digrin, wîî! Bi wî xiyarê nav lingê te, ez îmana wan diçikînim û dikim go bi lotik û pehînekê bibeicin.

 

-Wax wax waxxxx, yadê te Pamela Anderson derbas kiriye bavo! Naxwe tu niha azib i û çavê xwe li qiraseyekî din digerîni?

 

-Ma yek têra min dike qûneko,  cot cot, þeþo þeþo incex! Êêêêêê, em di cîhanek global de dijîn kero, êdî kes nema qîma xwe bi xiyarekî yan bacanekê tîne, herroj tirþik û savar nayê xwarin. Haaaaaa, kuro Sofî Xelef, tu bi jin i? De ka hema emê mehra îmamê çaroxî bavêjin ser hev û hevdu bigevizînin te go çi!?

 

- Na yadê na,  jina go serê 12 mêran xwaribe wê îmanê li min teneke bike ellawekîl, tobee!

 

-Êêêêê, wekî din?

 

- Xuyaye tu westîya yi, tu dixwazi em hevpeyvîna xwe piþtî çend rojên din germtir bikin, te go çi?

 

- Erê looo, ev sê meh in em bi rê de bûn. Ez bûme wek pisîka go ketibe nava mêst ellawekîl, nermijî me. Kuro ka çay û qehwa te xenzîr! Ka cixare nehat lao!