Dermanxana xweristê     ////      Lotikxane

       

 

Bavê Jîndar

lotikxane@lotikxane.com

 

           

   

LOBÎYA (FASÛLÎ) SOYA /HÊÞÎNHATA  MÛCÎZE

GLYCÎNA MAS  L. (SOYA  HÎJPÎDA)

 

Lobîya soya hêþînhatek ji malbata baqilan e. Bejna wê bi tîrane 50-200 cm bilind dibe, çiq û þaxan dide. Belgên wê kesk û sêpelên hêkanî ye. Kulîlkên wê spî, zerm an jî binevþî ne. Dikaka wê wek baqilan e û di nava qaþîlê wê de 1- 5 libên bizr ên wek lobîyan hene û gurover in. Rengê bizirê wê qiremî, zer, qahweyî û spî ne.

 

Soya ku ji rojavayê Asyayê belavî tevahîya dinyayê bûye, ji ber protayîna hundirê xwe bi qalîte û bilind e, jibo zarokan û mezinan þifayê belav dike. Ji soyayê çîl, þîr, rûn, goþt, arvan, qahwe û 200 cûreyên hilbernîyên sanayîyê tên çêkirin. Lewre bijîþk, lêkolînerên nebatan, sazîyên tenduristî û xwedîyê sanayîyan jêre dibêjin: “ HÊÞÎNHATA  MÛCÎZE “. Li tevahîya dinyayê bi kurtî jê re dibêjin “soya “. Lewre emê jî  jê re wisa bibêjîn.

 

Welat û dîrok: Welatê  soya Çîn û Kore ye.  5000 sal in li wan wilatan tê çandin, jibo Tib ê û gelek cûreyên xwarinan, xurekek serekeye. Di sedsala 13 mîn de hatiye Ewropa. Di sala 1806an de çûye Amerîka, di demên þerê cîhanê yê yêkemin de hatiye Tirkîyê û dest bi çandinîya wê hatiye kirin 

 

Li Kurdistana bakur tê çandin an na nizaim, di lêgerîna de lê rast nehatim. Lê miheqeq li Entab û Rûhayê dest bi çandinîya wê kirine. Li Tirkîyê salê 250.000 ton tên çandin. Piranîya wê jî li Adanayê ye. Ne mimkûn e ku Entabîyan û Ruhayîyan ji wan negirtibin. Di tevahîya dinyê dê 180 milyon ton tên hilberandin. Welatên herî zêde lê tê çandin ABD, Brezîlya, Arjantîn, Çîn ûHindistan e.

 

Berhevkirin: Berî ku dikaka wê çêbibe wek tirhekê ye, ew tirh tê berhevkirin û jibo seletan tê bikaranîn . 2- Ew jî wek lobîyan dema kesk in jibo xwarinên demsalî, dema zer dibin jî tovên wan wek ên lobîyan tên berhevkirin, paþê þîr, arvan, kapek, rûn û hwd jê tên çêkirin.

 

Têdahî: Rûn, Proteîn, Þekir, Gûd ( kukurt), Magnezyûm, Karbonhîdrat, Fosfor, Naîcîn, Potasyûm, Kalsîyûm, Hesin, Niþaste, cureyên Amînoasît, Omega 3. vîtamîn A, B1, B2, E, K, P û hwd.

 

Kêrhatî: 1- Jibo qontrolkirina kîloyan dibe alîkar. 2- Zeximbûn û hêzbûna bedenê pêk tîne. 3 – Jibo nexweþên þekir bi fayde ye. 4- Hêzbûna jîyan, rehan û adaleyan pêk tîne. 5- Jibo westîyan (betilîn) a mejî bi fayde ye.  6- Hezmê hêsan dike, qebizbûnê ji holê radike. 7- Sîstema xweragirînê bihêz dike. 8- Kolestrolê dadixe, þekirê xwînê li hev radigire (eyar dike). 9- Dil û rehan ji nexweþîyan diparêze. 10 Kêmbûna

“Semptomên menopoz “ sererast dike. 11 -Rîska ketina penceþêhrê, prostat, rehîm, pistan (memik) û stuh dadixe asta herî kêm.12- Pêþîya weþîna por digire. 13- Nexweþîyên gurçikan tedawî dike û hwd. Lê jibo kesên ku guatir bi wan re heye qedexeye.

 

Di derbarê soya de FDA ( Daîra Derman û Xurikan a Wezareta Çandinîya ABD) dibîje dibêje ku “ ceribandin û lêkolînan  derxistîye holê ku soya rîska nexweþîyên dil ên kroner, bi pîvanek girink kêm dike.  Jibo wê jî her roj 25 gr xwarina proteîna soya bes dike”.

 

 Her weha lêkolînên bêbend û serbixwe jî vê yekê qebûl dikin. Soya ji ber proteîna hindirê xwe ya qalîte bilind, jibo zarok û mezinan þifayê belav dike. Dil diparêze, di ketina prostatê de rolekî mezin dileyîze.

 

Di ceribandinên laboratuaran de tesbît bûye ku di 453 gr  arvanê soya de bi qasî 31 hêk, 6 lître þîr, 900 gr goþtê bê hestî proteîn peyda dibe. Ji arvanê soya paste, piskivît, qurabîye, qeþaþîr (bestenî- dondirme - eîs), þekirok, meqerne, mamayên pitikan (zarokan), þehrîye, þêranîyên ji hevîr yên nefîs, lezîz û temîz tên çêkirin. Soya hem ji bo mirovan, hem jî jibo heywanan xursed û qûtek bikêrhatî û qedirbilind e. Rûnê soya hem jibo selete, hem jî jibo qelandina xwarinan tê xebitandin. Ji þîrê soya mast, penîr, qeþaþîr, kumikên qeþaþîr û paste tên çêkirin.

 

Ji soya pilastîk, lastîk, peyînê (zibil) kesk, mama, alkol û di sanayîyê de 200 hilberînîyên cuda jê tên çêkirin. Lewre jî sazîyên tenduristî, bijîþk, lêkolînerên nebatan û xwedîyên sanayîyên mezin navê “HÊÞÎNHATA  MÛCÎZE “ lê dikin. Lê divê kesê ku guatir pêre hebe, vê nebata mûcîze nexwin.

 

Karanîn:  Arvanê Soya. 2- Þîrê Soya. 3- Çîl ê Soya

 

1-Arvanê soya:  Lobîyên soya ên hiþkkirî hinekî biqewirîn û bihêrin,  bikin arvan û wî arvanî dilê we çi bixwaze jê çêbikin.

 

Þîrê soya:  Lobîyên soya wek nokan û lobîyên adetî bikin nav avê û bila nerm bibin. Paþê di avê de bikelînin, biheriçînin û di parzûnekê de biparzinin. Ew ava di parzûn de dadiwerive, þîrê soya ye. Wî þîrî li gor dilê xwe bi kar bînin.

 

Çîlê soya:  Dema lobî çîl dide (tirh dide) wan çîlan jêkin û bikin nav saletên adetî . Her weha hûn diþên (dikarin) wan çîlan bikin konserwe, tirþî û hilînin.

 

27.12.2009

 

 

 

 

BACANÊN REÞ 

SALONUM  MELONGENA / AUBERGINE

 

 

Bacanên reþ hêþînhatek gîyayî ji malbata bacanên reþ e. Li wilatên tropîkal

pirsalanî, lê di wilatên din yeksalane ye. Bejna wê mitroyek zêdetir li ser navtengê bilind dibe, paþê jî çiq û rîþî jê çêdibin.

 

Belgên wê mezin û kesk in. Kulîlkên wê peyazîyê vekirî ne. Ji wê kulîlkê dikakek çêdibe û ji wê dikakê (fêqî) re dibêjin “ Bacanên reþ”. Gelek awayên wê hene. Wek: Yên dirêj, grovir, reng spî, reng mor, reng reþ, pir sîsik, kêm sîsik û hwd. Bacanên reþ dikakek bi dûxik e. Li derdorên dûxik, navteng û çiqên wê bi kelemên (stirî) biçûk ve dorpêçkirî ye.

 

Welat û Dîrok:  Welatê bacanên reþ Hindistan a Tropîkal e. Ji wir derbazî Afrîka, Misrê, Îran, Kurdistan û Qibrisê bûye. Di sedsala 16an de Spanyolan bi xwe re anîne Ewropa û li Spanya û Îtalya dest bi çandinîya wê kirine. Pêra bi xwe re birine Amerîka latîn. Niha li gellek welatên dinê jibo ticaretê çandinîya wê tê kirin.

 

Welatê herî zêde çandinîya wê dike di rêza yêkemîn de Çîn, di rêza duyem de Hindistan, yê sêyem jî Tirkîye ye. Li Kurdistana bakur bajarên herî zêde lê tên çandin û xwarin Ruha, Entab, Bîlecik û Ixdir e. Lê yên Bîlecikê ji hemûyan tamdartir in.

 

Berhevkirin:  Dema dikaka wê digehe tê berhevkirin. Yan bi tazetî xwarin jê tên çêkirin, yan dikin beleçek (hûrkirin û li ber tavê hiþkkirin), yan nava wê tê qewirandin (tê kolan)  û jibo dolmikan bi benan tê vekirin,  yan tirþo û yan jî bi awayekî konservekirî tê amadekirin.

 

Têdahî: Kalsîyûm, Fosfor, Proteîn, Karbonhidrat,  Kolestrol, Hesin, Sodyûm, Lîf, Rûn, Potasyûm,  Vîtamîn A, B1, B2, B3, B6, C .

 

Kêrhatî: 1- Dilqut ê normal dike. 2- Gurçikan dide xebitandin û ava ku di beden de civîyayî tavêje der.  3- Taybetîya wê ya xwînzêdekirinê heye (xwînê çêdike). 4- Hêrsbûnê aram dike. 5- Rûvikan nerm dike û destavê diqulipîne. 6-  Asta kolesterolê dadixe. 7- Bêxwînîyê ji holê radike. 8-  Xebitîna mêlakê ( kezeb- cergê reþ) û hizarpirtikê (pankreas)  sererast dike. 9- Êþ û sotinîyên gurçikan kêm dike. 10- Jibo kilodayînê dibe alîkar.

 

Di derbarê bacanên reþ de  Prof. Dr. Ahmet Marankî dibêje: “ Di bacanên reþ de madarek têker vîtamîn A, C û cûreyên B heye. Herweha di bacanên reþ de Kalsîyûm, Fosfor, Hesin û gelek madeyên din yên bi kêrî bedena mirov tên dihewîne. Nirxa kalorîya wê gelek kêm e. Taybetîya wê ya xwînzêdekirinê heye. Hêrsbûnê diarimîne, zixt (tansîyon) ê dadixe. Kesên nexweþîyên rûvik û aþikê pêre hebin, dibe ku pê aciz bibin. Jibo bawesîrê baþ e, kîloyan dide avêtin. Ji ber ku di taybetîya bacanên reþ de hinek tehlatî heye, hinekî di xwêavê de bimîne wê baþtir be. Heke bacanên reþ bê heriþandin û li ser sotinîyan bê danîn, wê fayda wê bê dîtin. Kesên nexweþîya gastrît û ûlser pê re hebin, divê teqez (qet-hîç) nexebitînin".

 

Kêrhatî: Ji bacanên reþ gellek cûreyên xwarin, selete, kebab, tirþo, omlet û hwd tên çêkirin

 

19.12.2009

 

 

 

Depoya tenduristîyê

BACANÊN SOR / TOMAT- FIRENGÎ- ÞAMIKTomaten- Tomatoes

 

 

Bacanên sor hêþînhatek ji malbata bacanên reþ (obergîn ) tê hesibandin. Navtenga wê bi tîrane radibe, paþê gelek çiq jê diçin. Bejna wê heta sê mitroyan jî bilind dibe. Navteng û tayên çiqan bi sitirî ye. Lê stirîyên wê nerm in, rengê çiq û navtengê kesk in. Belgên wê keskên xet-xetî û yên mezin teriqîne.

 

Rûyê belgên wê yên derve keskê biriqok,yê hindur mat in û bêhnek gelek xweþ jê tê. Kulîlkên wê zer in, dema ew kulîlk diweþîn li cihê wan dikakek (zerzewat - fêqî)  çêdibe. Ji wê fêqîyê re bacanên sor tê gotin. Ew fêqî berê kesk, pêre zer, dawîyê jî sor dibe.

 

Di nava dikakê de dindik (sîsik-tov-bizir ) hene. Ew tov tê hilanîn. Berê di nav qutîkan de tê çandin. Li wir dibe þitil, paþê ew þitil di nava zevî û baxçan de tê çandin. Çawa hinek cûreyên kulîlkan bi þev vedibin, bacan jî dikakek þevger e. Gelek cûreyên wê hene. Wek bacanên sor-spî- zer û naha jî yên reþ û binefþî (mor) peyda bûne. Bacan bi gelemperî jibo xwarinê û nav seletan tê çandin û nirxa wê ya di tibbê de gelek bilind e.

 

Welat û Dîrok: Welatê bacanên sor Meksîka, Perû û Bolîvya ye. Berê li çolê yên zer hatin dîtin.Dîroka wê baþ nayê zanîn, lê 1000 sal e ku li Meksîka, Bolîvya û Perûyê çandinîya wê tê kirin û jibo xwarin, selete û derman tê xebitandin.

Piþtî kefþkirina Amerîkayê, ji alîyê Kirîstof Kolomb ve bi gemîyan Ewropîyan anîne welatên xwe. Îtalyanîyan ji ber rengê wê yê zer bacan wek " sêva zêrîn bi nav dikirin." Îngilîzan heta sala 1900 an wek "sêva eþqê " bi nav dikirin. Bacanên sor ji alîyê Ewropîyan ve ber bi deverên din çûye. Îngilizan bi xwe re birine Hîndistanê.

 

Ji Hindistanê derbasî Îran, Mezopotamya jêrîn, Misrê û Kurdistana baþûr bûye. Lê li Kudistana bakur (derveyî Hekarî û Botan) ji alîyê Firansizan ve di dema þerê cîhanê yê yekemîn de hatîye Sûrîyê û Ruhayê. Lewre beþek Kurd jêre dibêjin firengî (Fransizî) û beþek jî jê re dibên þamik ( tiþtê ji bajarê Þamê), Dîroka wê baþ nayê zanîn, lê 1000 sal in li Meksîka û Perûyê çandinîya wê tê kirin û jibo xwarin, selete û dermanan tê

xebitandin.

 

Berhevkirin û parastin:  Dema bacan sor bûn tên berhevkirin. Tên xiþkirin, ava wê tê givaþtin û di qetremîzan de tê hilanîn, an jî tê kelandin û dibe doþav (dims –salçe- ava bacanan). Wisa devgirtî tê hilanîn.

 

Têdahî: Kalsîyum, Fosfor, Potansîyum, Lîkopen  Îzcopîn, Lîfên gidayî, Flavonît, antî Vîral, Beta karotin, Fornesal, Asîta Pîpecolic, asîta Arabîk, 23 cûreyên antîoksîdan, 25 cûreyên antî bakterîel, Vîtamîn A, B1, B2,  C, K.

 

Kêrhatî: 1-Destavê diqulipîne ( îdrarê davêje). 2- Madeyên jehrî yên di bedenê de civîyayî davêje der û xwînê zelal dike. 3- Hiþkbûna rehan (damaran) hiltîne. 4- Jibo bawîbûn û nexweþîya nîkrist ê bi fayde ye. 5- Jibo xistina kevirên nava sefrayê (zirav) û gulçiskan (gurçik) dibe harîkar. 6- Hezmê hêsan dike. 7- Qebizbunê ji holê radike, xebitîna rûvik û aþikê çêtir dike. 8- Peyazîtîyê (penbe) dide  çermê bedenê û çerm nû (taze) dike. 9 - Ji bawesîrê re zehf baþ e. 10- Bedenê li hember penceþêhrê diparêze. 11- Qûnêran digehîne û ji jêketina qusîyan ( nasir) re dibe harîkar. 12- Jibo pêvedana (gezkirin) mozan û sotinîyan ( þewatan) bi fayde ye. 13- Çêkira xwînê serûber dike, kolestirolê dadixe. 14- Pêþîya çêbûna warîsan digire, li hember bakterî û vîrosan þer dike û li hember depresyonê jî bandorek baþ heye.

 

Di derbarê bacanên sor de Dr.Dawut Keleþ dibêje: "Di lêkolîn û ceribandinên me yên  Enstîtûya Lêgerînên Çanda Baxçan li Alata de aþkera bûye, madeya ku rengê sor dide bacanên sor "Lîkopen" e. Ew bedenê li hember penceþêhrê diparêze,

pîrbûna beden û hiþ bi direngî dixe. Di hindurê xwe de zehf vîtamînan dihewîne. Kanîyek ji ya potesyûmê ye. Pêþîya kombûnên ava bedenê digire, xwînê zelal dike. Rê li ber nexweþîya dil û penceþêhra prostatê digire. Kesên ku di hefteyê de du caran bacanan dixwin, rîska ketina wan a penceþêhrê ji yên nexwin kêmtir e”.

 

Porf. Dr. Ahmet Marankî dibêje: " Di hindurê bacanên sor de madeya ku wek "Îycopîn” bi nav dikin heye. Îycopîn, gurçikan dide þuxulandin û zehf îdrarê dide herikandin. Asîdên ûre û xwêyên ûrat dihelîne û di rêyên avrêjê re davêje der. Ev made bandora "dejeresyona makula" ya ku bi pîrbûnê ve girêdayî te, kêm dike û zehmetîyên îdrarê ji holê radike. Bacanên sor bi qaþil û dindikên xwe rûvikan dixebitîne, qebizbûnê hiltîne û li pêþîya çêbûna kevirên sefra û gurçikan dibe asteng.  Jibo kesên bê îþtahîyê dikêþin pir bi fayde ye. Heke li ser qusiyanan (nasir) bê girêdan, wê jêbûna (ketin) wan hêsantir bike. Bacan li hember penceþêhrê zehf bi bandor e, lê heke di lebatek (organ) ê de penceþêhr dest pê kiribe, hewceye êdî neyê xwarin. Kesên arêþeyên wan yên kezeb, edavgirtin (kurmîbun-egzama ) û xura nava tilîyan hebin, gereke zêde bacanên sor nexwin."

 

Li gor lêkolîn û ceribandinên ku kovara Îngilîzan ya "Platet "  beyan kiriye, ava bacanên sor herikîna xwînê tekûz dike û çi bandorên wê yên neyînî nîn in. Li hember zerikîbûnê jî zehf bi fayde ye. Dibe harîkarê baþbûna sînûlîtan. Kesên cigarekêþ, jinên hebên nezayînê distînin, kesên diçin rêyên dûr, kesên piranîya wextê xwe bi rûniþtinê derbaz dikin, jibo ku herikîna xwîna wan normalîze bibe hewceye zehf bacanên sor bixwin.

 

Ji Unîversîta Teknîkî ya Fakûlta Tib ê Beþê Zanista Ûrolojîya Mader (mak-dayik) ya Behra Reþ Prof.Atîla Gur dibêje: " Bacan bi kurtî depoya tendurîstîyê ye. Parêzkarê penceþêhra prostatê ye. Zilamên temenê wan 50 salî %30 yên 60 salî % 50 yên 80 salî û berjortir jî % 90 di bin newxeþên penceþêhra prostatê. Lewre kesên temenê wan dibe 50 û berjortir, hewceye rojê 3-4 bacanên sor bixwin. Lê divê bacan bi tûvil

 (qaþil) û dindikê ve bê xwarin. Di bacanên sor de wek dil çar çavikên sor hene.

Hemi lêkolîn û ceribandinan nîþan daye ku bacanên sor jibo dil û xwînê pir bi fayde ye. Di heqê bacanan de hewceye mirov du tiþtan bizanit.

1- Bacanên herî kêrhatî yên sor in. 2- Bacanên xebitandî (salçe, ketçop, ava bacanan û bacanên xiþkkirî) jî wek yên xav bi bandor in. Di bacanên sor de madeya " likopen " heye. Heke mirov rojê 22 mg likopen (5-6 bacan an jî qedehek ava bacanên guvaþtî)  bistîne, wê ji piranîya nexweþîyan dûr bikeve”.

 

Karanîn: Mirov dikare di nav hemi xwarinan de bacanên sor, salçe, ava guvaþtî, bacanên xiþkkirî, ketçop û pestîqa bacanan bi kar bîne.Her weha bacan di nav piranîya seletan de jî tê bikaranîn.

 

11.12.2009   

 

 

 

 

 ZIMANÊ GA

BORAGO OFFÎCÎNALÎS

 

 

Zimanga belg û kulîlkên wê jibo çayê û bizrê wê jibo bidestxistina rûn tê xebitandin.

Bejna wê 15- 70 cm  tîrane wek þitilekê bilind dibe. Gelek çiq û þax ji wê þitilê belav dibin û dora wan bi pûrtê ve hatiye dorpêçkirin.

 

 Belgên wê yên wek zimanê ga bi rêzên tevlihev û jihevcuda rêz bûne, alîyê belgan ê derva bi nîçik û rexên wan xetxet in. Dirêjahîya wan 5-20, firehî 3- 15 cm dibin. Belgên jêrîn mezin ên jorîn biçûk in. Kulîlkên wê yên þînoke, mor, binevþî û leylankî wek gûþîyan þidîyayî û wek sîvankan bi hevve ne. Belgên binî yên kulîlkan bi pûrtek rengê xwelîyê pêçayî ye.

 

Kulîlka wê 5 per û binevþî, ber bi çiman ve zirav dibe. Di nava wan pelên kulîlkên binevþî û mezin de kulîlkek din biçûk û spî, serê lêvên wan bi rengîn heye. Di nava wan kulîlkên hundirîn de navika dolgirtinê heye. Binê wê spî,  nîveka wê eflatûnî û jora wê jî þînê tarî ye.  Di nava fêqîya wê de çar bizir hene. Bi Almanî navê zimanga  “Borretsch “ bi Tirkî jî  “Hodan an jî sixirdîlî “ tê gotin. 

 

Welat û dîrok:  Welatê wê  derdorên Behra Spî, Marmara, Mezopotamya û Îran e. Ji wan deveran belav bûye welatên din. Herçend ên ku bejî û xwebixwe çêdibin hene jî, lê piranîya dinyayê li nav baxçan, jibo xwarin û xweþikahî, di sanayîyê de jî jibo derman çandinîya wê tê kirin. Lê yên kovî  ji yên çandinî kêrhatîtir in.

Dîroka wê baþ nayê zanîn, lê di gelek kevnar de ji alîyê bapîrên Kurdan, Farisan Ermenî, Asûrî, Misrî û Bîzansan de hem jibo zerzewat û hem jî di hekîmîyê de jibo derman dihat xebitandin.

 

Berhevkirin: Ji meha gulan heta cotmehê kulîlk û belgên wê bi hevre tên berkevkirin û di sîberê de tên hiþkkirin. Ji ber ku belgên wê pir bi avî ne, di rojên herî germ de jî hiþkkirina wê hnekî zehmet e. Lewre heke li ser sêhlekê bi agirê 50 derece bê hiþkkirin, wê çêtir be û di nav firaxên tarî yên cam û devgirtî de li cihên zuha tên hilanîn.

 

Têdahî: Cûreyên  Mûsîlajan: Arbînoz, Glîkoz, Galaktoz, Amabilîn, Supînîdîn, Lycopsamîn, Întermedîn, Sîlîkasîdîn, Saponîn, Cureyên Tanînan, Reçîne,Niþaste, Mîneralên cûrbecûr û cûreyên xwê yên madenî.

Di kulîlkê de: Musîlaj, Potasyûm û hwd. Di Bizir de: Rûnên Lînolen asît û hwd. 

 

Kêrhatî:  1- Edav û enfeksîyonan paqij dike. 2- Wêrekîyê (cesaret)  zêde dike. 3- Þîrê dayikê zêde dike. 4- Beden û hêrsbûnê diarimîne ( rehet dike). 5- Jibo sermagirtin û zekemê pir bi fayde ye. 6- Belxemhavêjek dijwar e. 7- Sotin û brînan dikewîne . 8-  Agir dadixe. 9- Rêyên avrêjê û rûvikan paqij dike. 10- Li hember alerjîyên bi rûn, xurîn û avzêlkên çerm zehf  bikêrhatî ye.  11- Nexweþîyên hormonan dikewîne. 12 - Bandora xwe ya depresîf heye.  13 -Kêyfxweþîyê dide, stresê tavêje, pêþîya nexweþîyên têger ( dipekin – derbasî hinekên din dibin) digire. 14- Dohnê ser gurçikan dihelîne .

 

 Di vê derbarê de Prof . Dr. Îbrahîm Gokçek  dibêje: “Bijîþkên jinan ên Alman, Danîmarkî û Spanî Ispanyol ) li ser 589 jinên nexweþ ên ku arêþeyên wan yên berî bikevin kincan heyî,  335 jê Alman, 133 Danîmarkî 121 Spanî,  bi tedawîkirina  qabsûla rûnê zimanga aþkera bûye ku  ji % 80 ji wan bi temamî ji nexweþîyên xwe xilas bûne. Yên din jî % 75 baþ bûne. Ceribandinên ku bi melhema rûnê zimanga li ser  nexweþên  Nörodermatoz ( edavgirtinên bîrov û alerjîk) hatiye kirin, ji % 100  nexweþî kewandine. Herweha lêkolînan aþkera kiriye ku çaya zimanga dohnên ser gurçikan helandiye”.

 

Karanîn: 1 Çayê. 2- Selete. 3- Mexcûn. 4 - Birûþ û mixle.

 

Çayê: 2 kevçîyên þêranî kulîlk û belgên zimanga bikin nav firaxekê, 200 ml

 (1 qedeh) ava kelandî berdin ser, bila 15 deqan di demê de bimîne, biparzinin û rojê 3 caran qedehekê jê vexwin.  Hûn diþên bi wê çayê rûyê xwe jî pê pansûman bikin, wê rûyê we pê nerm bibe.

 

Mexcûn: Kulîlk û belgên zimanga biheriþînin û deynin ser cihê sotî û brîndar. Her weha hûn diþên gîyayê ji ber çayê mayî jî li cihê dixurin, sotî û brînan xin. Bi çayê jî pansûman bikin.

Selete û xwarina belga zimanga ya taze û pîrnebûyî dikeve nava penîr,  selete û tev li gelek xarinan dibe. Dikeve nav tirþîyan, mixle û sarme jî jê çêdibin. Bi kurt û Kurmancî çawa hûn spanax, gezgezok û alo mendê jibo xwarina þorban û boregan bi kar tînin, zimanga jî wisa bikar bînin.

 

     29.11.2009

              

 

 

 

BAMÎ- BAMÎYA

 

ABELMOSCH  ESCULENTUS

 

Bamî nebatek ji malbata baqilan tê hesibandin. Bi gelemperî jibo xurekê tê çandin.  Gellek cûreyên wê hene, lê di bingehîn de du cûre ne. 

Yên kesk û yên reþ. Navtenga yên kesk di welatên hênik de 70-90 cm û di welatên germ de jî bejna wê digehije 2 mitroyan.

 

 Rehên wê xwe berdidin kûrahîya axê. Belgên wê diþibin ên mêwan  û kesk in. Kulîlka wê spî, nava wê sor, di nava wê soratîyê de navikek spî û di nava navikê de tozdankên wê hene. Dikaka wê diþîbe pîramîdek biçûk an jî fîþekên tifingan. Û rengê wê kesk e.

 

Welat û Dîrok: Welatê bamîyên kesk Meksîka û Perû ye. Ji wir Awropîyan anîne welatê xwe û dest bi çandinîya wê kirine. Awropîyan jî bi xwe re birine welatên ji xwe re kolonîkirî û ji wan deveran jî belavî deverên din bûye. Dîroka wê baþ nayê zanîn (yan jî em di lêgerînên xwe de lê rast nehatin). Lê wusan xuya dike ku ji alîyê xelkên xwecihên Perû û Meksîka ve wek xurek xebitandina wê ne kêmî 1000 salan e.

 

 

Berhevkirin: Kulîlkên wê dema vedibin, tên berhevkirin, di sîhberê de tên hiþkkirin û di qawanozan (qetremîzan) de bi devgirtî tên hilanîn. Dikaka wê  dema digihê tê berhevkirin, bi benan tê vekirin û li ber sîhberê tên hiþkkirin an jî tê kelandin. Wek konserve tê hilanîn. Lê xwarina yên taze bi faydetir e.

 

Têdahî: Musîlaj, Hesin, Magnêzyûm, Lîf, Vîtamîn A, B1, B2, C.

 

Kêrhatî: Ji ber ku bamî ji alîyê derman de wek dermanek di rêza duyemîn-sêyemîn de cih digire, di Laboratûwarên Unîversîtan de lêkolînên berbiçav lê nehatine kirin. Lewma em jî li gor destkevtîyên xwe yên di lêgerînan de, wê pêþkêþî we dikin.

1-Bandora xwe jibo tekûz û rêkûpêkkkirina sîstema givirandinê heye. 2- Tekûz xebitîna aþik (mexde) û rûvikan pêk tîne. 3- Xwînê paqij dike. 4- Îdrarê (mîzê) diqulipîne. 5- Bêneferîyê (bêhalîyê) ji holê radike. 6- Sîngê rehet û nerm dike. 7 – Ji astim û bêhntengîyê re pir bi fayde ye. 8-Qûnêran (kwînêr- bîrov) digehîne û der dike. 9- Qebizbûnê (esirînê) ji holê radike.

 

Di derbarê bamîyayê de Prof. Ahmet Marankî û  Î. Adnan Saracoglû dibêjin: “ Bamî ter  an jî hiþk tên bikaranîn. Lê yên ter (taze) bi faydetir in. Bamî ji alîyê mîneralan de zehf dewlemend e. Heke kulîlkên wê bên kelandin û ava wê bê vexwarin, wê sîngê nerm û rehet bike”.

 

Bamîya jibo bêhalîyê yekûyek e. 100 gr bamî hewcedarîya bedena mirov a magnêzyûm ji 3/1 û ya hesin jî ji % 10an zêdetir pêk tîne. Bamî vê taybetîya xwe ji maddeya “Mûsîlaj “ madeya wek çilm (kilmîþ ) distîne.

 

Karanîn : 1- Çaya kulîlkên bamîyê. 2- Xwarin.

 

Çayê: Jibo her 20 gr kulîlkên bamîyê lîtrek ava kelandî berdin ser bila du kel bênê û 20 deqîqan di dema xwe de bimîne. Rojê 3- 4 qedehên çayê jê vexwin.

 

Xwarin: Ji bamîyê gellek xwarinên goþt û bê goþt tên çêkirin. Ew jî karê  kebanîyan e.

 

22.11.2009

 

 

 

 

 TÛSPΠ Û TÛREÞK

                                                     MORUS NÎGRA

 

 

Tû darek fêqîyan ji binemala tûyan e. Di bingehî de du awayên wê hene. tûspî û tûreþk. Ferqa navbera wan a mezin rengê tû û mezinahîya darên wan e. Dara tûspîyê 10- 30 mitro û ya tûreþk ê 4-7 mitroyan bilind dibe. Belgên tûyan wek dilan e û kesk in. Alîyê derva biriqok ê navê mat e. Di nîveka belga wê de rehek ji serî heta binî heye, ew reh di herdû alîyên belgê de þaxan vedide. Serê çimên belgan hinekî tûj û rexên wan xetxet in.

 

Di mehên nîsan û gulanê de kulîlkan vedike. Kulîlkên wê yên nêr wek ûþîyên geniman in. Fêqîyên tûreþkê berê kesk û pêre keskê spîyane, peyazî, sor, dawîyê jî binevþîyê tarî an jî reþ dibin. Yên tûspîyê jî berbi spîbûnê ve diçe. Bêgoman herdû awayan jî cûreyên xwe hene û li gor cûreyan nav lê tê kirin. Wek:Tûhûrk, tûqesp  tû hinar, tûsork û hwd. Bi Tirkî ji tûyê re dibêjin “ dut “ û bi Almanî dibên “Maul beere “

 

Welat û Dîrok: Li ser welatê tûyê dîtinên cuda hene.  Lê ya ku piranîya pispor li ser li hev dikin; welatê tûspîyê Çîn û yê tûreþkêjî Îran û Kurdistan e. Her wekî tê zanîn,  mêþa hervîþim (hevirmêþ) ji dar tûspîyê çêbûye û bi wê xwedî dibe. Ji ber tacirî û bazirganîya hervîþim, rêya hervîþîm (îpek yolu) hatîye çêkirin û ew nav lê hatîye danîn. Ew rê ji Çînê tê û di Kurdistanê re derbasî welatên cîran dibe. Her wiha dîsan di wê rêyê de ji Kurdistanê boyaxa rehan û mazî diçûn welatên din.

Dîroka tûreþkê baþ nayê zanîn. Lê ji alîyê medenîyetên kevnar ên Îran, Mezopotamya û Misrê ve jibo dermanên serma û edavgirtin, rêyên xwarinê, jibo boyax û þerabê dihat xebitandin.  Tûspî 2600 sal berî zayînê (mîladê ) ji alîyê Hekîm Loqmanên Çînî ve jibo derman dihat bikaranîn. Tûspî û tûreþk ji van welatan belavî deverên din bûye.  

 

Berhevkirin: Fêqîya wê tê berhevkirin û hiþkkirin anjî doþava wê tê çêkirin û paraztin. Belgên wê tên berhevkirin û li ber sîberê tên hiþkkirin. Tûvilên dara wê tê berhevkirin û li ber tavê tê hiþkkirin, hûrkirin û di nava firaxên porselan an jî cam de devgirtî tên paraztin.

 

Têdahî: Di fêqî de þekir, asîtên organîk,  asît a malîk, (ya sêvan), asîta tartarîk (asîda tirî ), asîta sîtrîk (asîta leymûnê) hene. Ji Flavonîtan, Ovreyen, Kumarînen,Tanen, Muskulaj, Pektîn, Sîyanîn,  rûnên eter, Karbonhidrat, Proteîn, Potasyûm, Lîf, Kalsîyûm. Ji vîtamînan B1,B2, C , P. Di tûvil de Antrachînon, ( ev made li Ewropa di demên kevnar de jibo boyaxa sor bidestbixin dihat xebitandin), Nordamnacanthal, Morîdon û hwd.

 

Kêrhatî: Fêqî: 1- Derketina destavê hêsan dike. 2- Arêþe û edavên qirik, alok, dev û semagirtinê hiltîne. 3- Çerm bihêz dike, êþên bawîbûnê dibire. 4- Antîoksîdanek bi hêz e. 5- Pêþîya penceþêrê digire. 6- Peçivînên bedenê winda dike. 7- Kolestrola baþ bilind dike, ya xirab dadixe.  8- Xwînê çêdike, bedenê bihêz dike. 9- Agir dadixe, mêlakê (kezeb-cergê reþ) bihêz dike. 10- Jibo tekûzxebitîna rûvik û aþikê (mexde) dibe alîkar. 11- Qebizê radike, heke zêde bê xwarin îshalê çêdike.

 

Belgên tûyê Antîbakterîel e. 1- Belxemê tavêje. 2- Xwehdanê dide. 3- Þekirê xwînê dadixe.

 

Qaþîlên (tûvil ) dara tûyê: 1- Aramîyê dide. 2- Zixt (tansîon) dadixe. 3 - Belxamê tavêje 4- Muhsîlê çêdike (nermker e ). 5- Kurmên nava rûvikan tavêje.

 

Prof Dr. Îbrahîm Gokçek di derbarê tûyê de dibê: “Di klînikên zanîngehan de bi awayek têrker lêkolîn li ser nehatine kirin. Tûvilê wê jibo agirdaxisinê tê xebitandin. Pelên wê jibo kurmxistinê tê bikaranîn.Fêqîya tûreþkê jibo penbiloþk û peqojkên devê zaroyan tê xebitandin”.

 

Prof. Dr. Ahmet Marankî dibê: “Tû jibo bêxwînîyê fêqîyek pir bi fayde ye. Ji ber ku pir vîtamînan di hundirê xwe de dihewîne, jîy û rehan nerm dike. Nahêle ji ber sedemên  hiþkbûna rehan xwînbûnên hûndir û derve bibin sedemê alozîyên bawîbûnê (felc ê). Tûreþk jibo edavên rûvikan gelek baþ e. Ji ber di hundirê xwe de zehf îyotan dihewîne, kesên arîþeyên îyotan hebin hewceye pir tûyên hiþkkirî bixwin. Jibo peçivînên (werimîn) dest û pîyan tûyên taze bên keladin û li ser peçivînan bên danîn an jî doþava wê (dims) di nava avê de bê germkirin û li ser cihên peçifî bê danîn, wê peçivînan ji holê rake. Bi xwarina dimsa tûyan jî ji ber ku xwînê paqij dike, ew jî peçivînan berze (winda) dike û çi bandorên wê yên bêkêr nînin”.

 

Îbnî Sîna ku pîrê Hekîm Loqmanan tê pejirandin (qebûlkirin) dibêje:

 

 “Heke mirov belga tûya þîrîn, belga tirî, belga hejîra reþ, bi ava baranê bikelîne û li porê xwe xe, wê porê mirov reþ bike. Heke tûvilê dara tûyê bi hingiv re bête xwarin, wê kurmên rûvikan bavêje. Heke belga tûya xam di devde bê cûtin, wê êþa diranan bibire.

Heke belga wê bê heriþandin û li ser cihê dûpiþk pêvedayî (lêdayî-gezkirî) bê danîn, wê êþa wê bibire ( îzale bike). Heke tûya spî bê xwarin, wê destavê biqulipîne.

Heke pelên tûyê bê kelandin û qedehek jê bê vexwarin, wê îshalê bibire. Heke tûya tirþ bê xwarin, wê edavên nava dev û sefrayê rake”.

 

Karanîn:  1- Çaya belg (pel) û tûvilê (qaþilê) tûyê. 2 - Tiþtên din.

 

Çaya tûyê: 2  kevçîyên pelan ji tûvilê tûyê yên hiþkkirî û hûrkirî bikin nav çaydankekê, 400 ml (2 qedehên avê) ava kelandî berdin ser bila 5- 10 deqan di dema xwe de bimne. Paþê biparzinin û vexwin. Heke belg û qaþil ter bin,  bila sê kel bênê û 10 deqan di demê de bimîne. Heke tahl be, hûn diþên (karin) hinek hingiv bêxinê.

 

Tiþtên din: Ji tûyê gelek tiþt çêdibin. Tû tên hiþkkirin, hem wek çerez û hem jî wek poxîn xweþav tê xebitandin.  Ji tûyên ter ereq, þerab, wermûd, doþav, (dims), pestîq, benî, av, þirûb û hwd tên çêkirin. 

 

31.10.2009

              

 

 

 

GIJOK  (RÎXOK – MÛRDEÞE )

                                 RHAMNOS  CATHARTÎCA

 

 

Gijok dareke wek hejan e. Bejna wê li gor cih û cûre 1- 4 metroyan bilind dibe. Bi qasî 150 awa û cûreyên wan hene. Hinek ji wan cûreyan xweser li welatekî hêþîn tê û navê wî welatî lê tê kirin. Wek mînak (Rhamnos Kurdikus ) “ Gijika Kurdan “.  Ev gijok  li çîyayên Bedlîs, yên Wanê û li çîyayê Gare yê li baþûrê Kurdistanê li zinaran û cihên firok yên ji 1800 metro berjortir tê dîtin . Lê babeta nivîsa me gijoka normal e.

 

Ew di nava daran de xwe bi xwe hêþîn têt. Çiqên wê li hember hev, serê çiqan bi strî ne. Þitilên wê yên nû rengê xwelîyê yan jî zîvane ne. Belgên wê keskê vekirî, biriqok û hokane ne. Rexên wan wek miþare hûr in. Dirêjahîya belgan 3-6 û firehî 2-4 cm in. Kulîlkên wê di binê belga wê de derdikeve û 4-12 lib bihevre ne. Kulîlk  keskezer, biçûk û  4 pel e. Serê pelê kulîlkan tûj û rimane ne.

 

Di navika kulîlkê de tozdankên dolkirinê (bergirtinê) hene. Fêqîya wê wek morîkên bi qasî þoqilxatîna ( bezelye) ye. Berê kesk û paþê jî  hêdî hêdî ber bi þînêtarî yan jî reþ ve diguhêrin. Tama fêqîya wê tahlemiz e û çar dindik têda nin. Alman jêre dibêjin “ Kreuzdorn”, bi Tirkî navê wê “Akdîken anjî barut axaci “ ye. Li Ewropa jibo xweþikahî di nava parqan û baxçan de tê çandin.

 

Welat û dîrok: Welatê rîxokê Asîya Bakur, Ewropa û deverên Behra Spî ye. Ji wan deveran belavî welatên din bûye. Dîroka wê baþ nayê zanîn, lê di demên gelek kevnar de li hember xurîn (xurandin) û qebizbûnê wek derman hatiye xebitandin. Herweha  dermanê qebizê û rûviknermkirinê jê tê çêkirin. Ji ber ku kebizê radike û îshalê çêdike, navek wê jî bi Kurdî rîxok e.

 

Berhevkirin: Di mehên  êlûn û cotmehê de fêqî, belg û tûvilên wê tên berhevkirin, li ber sîberê tên hiþkkirin, hûrkirin û di nav firaxên cam de tên parastin. Li gor hewcedarîyê tên xebitandin. 

 

Têdahî:  Þekir, Asîtênorganîk, Rûn, Madeyên rengên zer yên bi navê  Rhamnoxanthîn û Lokaîn, madeyên kimyevî yên bi navên Rahmnoemaodîn, Emodîn,  Crysophanol, Antrakînon, Glîkozîtên Flavon Vîtamîn C û  hwd.

 

Kêrhatî: 1- Sabxor (qebizê ) ji holê radike. 2- Rûvikan nerm dike. 3- Xurê dibire. 4-  Bi kêrî zerikê tê.  5- Dilkutê (kelecan-heyecan) kêm dike. 6- Êþên qirikê dibire.

 

Di derbarê gijokê de Prof. Dr.  Îbrahîm Gokçek dibê: “Li gor rapora Komîsyona Ewropa, fêqîya gijokê li henber qebizê, bawesîrê, jibo piþtî emelîyatan, nermkirna rûvikan tê xebitandin. Divê fêqîya wê ya negeheþtî qet neyê xebitandin. Heke fêqîya wê ya geheþtî jî zêde bê xebitandin, wê bibe sebebê arêþeyên zikêþ, êþana reh û jîyan”.

 

Dr. Adîl Asimgîl dibê: “Fêqîya rîxokê  di mehên êlûn û cotmehê de tê berhevkirin, hiþkkirin û hêran. An jî tereter tê givaþtin û þirûba wê tê çêkirin. Cureyên Antrakînonên di nava wê de di rûvikên stûr de mêtina avê digire,  gemarên di nav de nerm dike. Heke 10 ji liban zêdetir bê xwarin, wê navhinavan bibe (virikî –îshal bike)”

Glîkozên wê destava zirav (mîz) zêde dikin. Ava fêqîya wê jibo tevahîya xetimînên rêyên destavê , bêhnê  û xurînên çerm tê xebitandin. Heke bi hingiv ve bê bêtîylê

(tevlihev) kirin û xwarin, wê êþên qirikê û dilkutê hilîne.

 

Karanîn: 1- Çaya Rîxokê 2- Þirûba Gijokê 3-  Toza Mûrdeþê .

 

Çayê: Jibo her kevçîyek qehwê  fêqîya gijokê ya hiþkkirî û hêrayî, yan jî pel û tûvil (qaþil) bikin nav firaxekê. Qedehek avê ava kelandî berdin ser, bila 10 deqan di dema xwe de bimîne, biparzinin û spêdê berî xurînîyê qedehekê jê vexwin .

 

2- 10-15 libên fêkîyê bikin nav çaydankekê,  400 ml ava kelandî ( 2 qedehên avê) berdin ser bila 10- 15 deqan di dema xwe de bimîne, biparzinin û berî xwarinê qedehekê jê vexwûn

3- Kevçîyek çayê toza Mûrdeþê bikin nav qedehek avê yan jî bê av daqurtînin.

 

Þirûb: Fêkîya rîxokê ya taze bigivêþin, hinek þekir tev bikin, hinek avê berdin ser û deynin ser agir bila bikele. Paþê biparzinin û bikin þûþan, li gor hewcedarîyê kevçîyek þorbê berî xwarinan jê vexwin.

 

Mexcûn: Kevçîyek çayê toza fêqîya gijokê bikin nav kevçîyek xwarinê û bi hingiv  tevlihev kin, spêdê berî lexînî (xurînî ) bixwin. Hûn dikarin 10 lib fêqîya ter jî bixwin. Lê hewceye pîvana (qirara) me gotî nebuhrînin. Heke bibuhre, wê zikêþ û anormalbûna rehan û jîyan peyda bike.

 

 17/10/09

   

 

 

PIRPAR / PÊPÎNE

 

                               PORTULACA   OLERACEA

 

 

Pirpar hêþînhatek gîyayî û bêar e.  Di nav parêzan de (baxçên dikakan) xwebixwe di meha hezîran û tîrmehê de çêdibe û wek dikakan ( zerzewat) tê xwarin. Gîyayek pirsalane ye. Navtenga wê razayî bi qasî mitroyekê dirêj dibe, bejna wê jî heta 30 cm bilind dibe. Belgên wê bê dûxûk, kesk û hêkanî, bi goþt û piravî ne. Belgên wê tacane wek qevdikan bihevre ne û di mehên tîrmeh heta êlûnê de vedibin. Rengên wan zer, eflatûnî an jî peyazî ne.  Ew kulîlk paþê dibe qebsûl û di nava wê qebsûlê de gelek bizirên biçûk û reng reþ hene.

 

Welat û dîrok: Welatê wê Asya ye. Ji wir ji alîyê teyran û ba û babelîkan derbasî welatên din bûye û li her welatî  hêþîn dibe. Dîroka wê nayê zanîn, lê ji ber ku di nav baxçên dikakan de xwebixwe þîn tê, mirov dikare bêje hema hema wek ya dikaka ye. Ji berê de ji alîyê medenîyetên Asyayî ve wek dikak û dermanên xwecihî tê xebitandin. Lê welatên wê Amerîkî naxwin.

 

Berhevkirin:  Bi gelemperî  tenê belg û rîþîyên wê yên taze tên berhevkirin û deme dest tê xebitandin. Çayê, tentûr  jê çênabin an jî em lê rast nehatine.

 

Têdahî: Madarek zêde rûnê Omega 3 ku di masîyan de heye dihewîne. Karbonhidrat, proteîn, Karoten, Kalsîyûm, Kolesterol, Sodyûm, Hesin ,Potasyûm, vîtamîn B1, B2, B6, C.

 

Kêrhatî: 1- Jibo xwînbûna aþik (mexde), rûvik û destava bi xwîn bi fayde ye. 2- Xwînê paqij dike û gemarên têde tavêje der. 3 – Bedenê hûnik dike. 4- Tîhbûna nexwþên þekir diþkîne. 5- Destava zirav diqulipîne. 6- Qebizbûnê ji holê radike.7- Nexweþîyên ji xalikê tên ji holê radike. 8- Jibo bêxwewî, westîyan, hêrsbûn û betilîna zêhn bi fayde ye. 9- Jibo avêtina kurman dibe alîkar. 10- Heke bê heriþandin û li serserî bê danîn, wê êþa serî bibire. 11- Heke bê qutan û li ser sorbûn û edavan bê danîn, wê wan ji holê rake.

 

Îbn î Sîna di derbarê pirparê de dibêje: "Pirpar jibo serêþ û êþên çavan baþe. Bandora wê ya qulipandina sefrayê heye. Heke li ser sorbûnên çerm û peçivînan bê danîn, wê arêþeyên wan hilîne. Heke bi þerabê ve bê tevlihevkirin û pê ser bê þûþtin, wê edavên çermê serî û werimînên wê  hilîne. Heke wek þûrûbê (þerbetê) bê vexwarin, wê arêþeyên edavbûnên kezebê hilîne, vereþandinên sefrayê bisekinîne û þehwetê kêm bike. Heke ava wê ya xurû bê vexwarin, wê edavên nav gurçikan biherîkîne û bavêje der. Êþên gurçik û mesane ji holê radike, birînên wan dikewîne, sotinên rehîman dadixe. Xwînbûna memikên bawesîrê dibire, heke bê qelandin û xwarin îshalê (virikê) dibire".

 

Prof. Dr.  Mehmet Oz dibê: "Di nav pêpînê de gelek rûnê omega 3 û hesin heye. Bandora rûnê pirparê wek ya rûnê masîyan e .Ew rûn hem dil hem jî bedenê li hember penceþêrê diparêze. Kesên ku masîyan nexwin, diþên wê kêmasîyê bi pirparê dagirin".

 

Karanîn: Ji pirparê selete, xwarinên bi goþt , mixle û borek tên çêkirin. Gelek kes dikelînin û sîr û mast berdidin ser.     

 

12.09.09

 

 

                          

 

  ÞEMBELÎK / XENCELÎSK

 

             TRIGONELLA  FOENUM

 

 

Þembelîk nebatek ji malbata beqilan tê hesibandin. Bejna wê carnan bi tîrane, carnan jî bi razayî 20-70 cm dirêj dibe. Gîyayek kêm çetal jê diçin. Belgên wê keskêvekirî û sê perî ne. Belgên wê yên jêr binikdirêj, yên nîvekê binikkurt û yên herî jor bêbinik in. Rexên belgan rast an jî xetxetikên zirav in.

 

Kulîlkên wê spî ne, ew kulîlk paþê dibe qebsûl. Di nava wê qebsûlê de 5-20 lib bizir ( tov, sîsik, dindik) hene. Rengê wan sîsikan zer, qahweyî yan jî esmer in. Ew sîsik  dibin derman, an jî baharat û tev li xwarinan dibin. Bi Almanî ji Þembelîkê re dibêjin “Bockshornklee “. Bi Tirkî navê wê  “ Çemen otû “ ye. Tirk piranî jibo pastirmê û tamxeþkirina xwarinan bi kar tînin . Lê mixabin hêjta piranîya Kurdên me nizanin bi kêrî çi têt.

 

Welat û dîrok: Welatê wê Afrîqa bakur e. Ji wêderê derbasî welatên din bûye. Dîroka wê baþ nayê zanîn. Lê 4000 sal berî naha li Misrê, Mezopotamya, Îran, Anatolîya û Yewnanîstanê jibo parastina goþt, tamxweþkirina xwarinan, wek derman jî jibo iþtahvekirinê, bedenhêzkirinê û jîrbûnê dihat bikaranîn.

 

Têdahî: Lestîn, Esans, Tanen, Fosfor, Hesinê organîk, Musîlaj, Kalsîyûm, Sponîn, AlkolîdênTrîgonelîn, Dîosgenîn, Ftobterol ,Fîtîn, Proteîn, Vîtamîn  A, B.

 

Berhevkirin: Di mehên Tebax û Êlûnê de qepsûlên wê tên berhevkirin û hiþkkirn. Paþê ew qebsûl tên þikandin, bizrê tê de tê derxistin û kiþkkirin. Yan hêrayî yan jî bê hêran di nava firaxên cam de bi devgirtî tên hilanîn.

 

Kêrhatî: Þembelîk (xencelîsk) berî hertiþtî xwedîker e.1- Kuxûkê dibire. 2- Iþtahê vedike. 3- Belxemê tavêje. 4- Li ba mêran bizir (tov) û li ba jinan þîrê dayikê zêde dike. 5- Þekir dadixe. 6- Pêþîya mezinbûna xalikê (fatereþkê) digire.  6- Sing nerm dike. 7- Bedenê bi hêz dike. 8- Ji mêlaka spî (piþik) û tîmoran re baþ e. 9- Xwînê çêdike. 10- Oksîjen û soregilokên xwînê zêde dike.11- Pêþîya edavgirtinan, bêhalî û  bêmeferîyê digire. 12- Jibo nexweþîyên Lîpîd, Kolestrol, Trîglîserîd  bi kêrhatî ye. 13- Givirandinê hêsan dike. Û hwd.

 

 

Di derbarê Þembelîkê de Prof. Dr. Îbrahîm Gokçek dibê: Li gor lêkolînên ekîbên ku li ser nexweþên þekir ên di salên 1988- 1991an de hatine kirin, hatiye diyarkirin ku di 15 rojan de rojê 3 caran 15 gr bi xwarinê re dayîna  þembelîkê,  % 25 þekirê xwînê daxistiye. Rojê 2 caran 50 gr û di 10 rojan de % 25 Kolestrol % 35 Trîglî serîdîn daxistiye.

 

Komîsyona Ewropa di belavoka xwe ya Monogofî ya 22 an de beyan kiriye ku bizrê Þembelîkê (xencelîskê) ji hundir de jibo iþtah û ji alîyê derva jî jibo edavan tê xebitandin.

 

Di ceribandinên dayîna arvanê Þembelîkê yên ku li ser miþkan, segan, heywanên din û mirovan hatiye kirin, derketiye holê ku Þenbelîkê soregilok û oksîjena di nava xwînê de zêde kiriye. Pispor dibêjin cigare 300 caran ji tiþtên din zêdetir bi soregilokan ve di

 

zeliqe û dixetimîne. Nahêle oksîjen bikeve nava xwînê û wê li derva dihêle. Lewma hewceye kesên cigarekêþ  xwarina Þembelikê ji xwe neheviþînin û bixwin.

 

 

Hekîmê Îslamê yê mezin Razî dibêje ku kesên astengîyên destavê dikêþin, bila Þembelîkê bikelînin û ava wê vexwin.

 

Kêrhatî: 1- Çaya Þembelîkê. 2- Macûna Þembelîkê. 3- Masaja rû. 4- Banyoya dest û pêyan. 5- Þorbe. 6- Biharata Þembelîkê. 7-Masaja por. 8- Pansûman.

 

Çayê: 2 kevçîyên xwarinê bizrê Þembelîkê bikin nav firaxekê, 800-1000 ml

 (4-5) qedehên ava kelandî berdin ser û 10 deqan bikelînin, 10 deqan jî bila di dema xwe de bimîne. Paþê biparzinin, 2 kevçîyên ava leymûnê yan jî sîrkê berdin nav û ji  spêdê heta êvarî vexwin. Heke bizir hêrayî be, ne hewceyî kelandinê ye û jibo her qedehek avê 2 kevçîyên arvanê wê bes e. Lê divê bê leymûn û sîrke neyê vexwarin. Heke bê vexwarin wê di ser mexdê (aþikê) de xiþk bibe.

 

Macûn: Jibo bêhalî, bêhêzî û bêxwînîyê: Jibo her 2 kevçîyên qahwê arvanê Þembelîkê kevçîyek qehwê hingiv û kevçîyek nîviþk (rûnê nehelandî) tevlihev bikin û rojê sê caran bi zikê birsî bixwin.

 

Masaja por: 2 kevçîk arvanê Þembelîkê, 2 kevçî rûnê zeytê yan jî yê gulberojan tevlihev bikin û li binê porê xwe xin, girêdin û pîþtî 2 seetan porê xwe biþon.

 

Maska rû: Hinek arvanê Þembelîkê, hinek ava gulan û hinek hingiv tevlihev bikin û li rûyê xwe xin. Bila 2-3 seetan bimîne û paþê biþon.


Banyoya dest û pêyan: Jibo xwêhdanê: 50 gr bizirê Þembelîkê ji êvarî de bikin nav lîtrek ava sar, spêdê wê avê bikelînin û ji ser êgir rakin. Bila nîv seetê bimîne û paþê berê destên xwe û pêre jî pêyên xwe bikinê. Bi qasî 15-20 deqan têde bihêlin.

 

Þorba Þembelîkê: Hinek ava sar bikin nav beroþekê, arvanê Þembelikê bikin nav û bê rawestan heta bikele tev bidin. Paþê li gor dilê xwe baharatan bavêjinê û rojê 3 caran berî xwarinê, yan jî bi xwarinê re  3-4 kevçîyan jê vexwin.

 

Baharat: Hûn dikarin wek baharat arvanê Þembelîkê bêxin nav hemû xwarinan.

 

Pelûk/pelûla jibo birînan: Hinek avê bikin ser arvanê Þembelîkê û tev bidin, paþê danin ser brînan û girêdin. Piþtî 6 seetan biguhêrin lê ji 3 rojan berjortir nexebitînin.

 

 

03.09.2009

 

 

 

 

BÛKA BARANÊ / BÛKILOK /  (BÎKOK -  NÎSANOK )

 

                                     PAPAVER  RHOEAS

 

 

Bûka baranê (bûkilok) nebatek gîyayî û bi kulîlk e. Di nava geniman de, li devê rê û bedenan û li nav mêrgan xwebixwe ji alîyê xwezayê ji nava axê dipiþkive. Bejna vê li gor cûre û devera lê þîn dibît, 20 – 100 cm tîrane bilind dibe. Navteng û belgên wê hinekî bi pûrt in. Belgên wê kesk in. Kulîlkên wê di serê gupîkên çiqan de vedibe.

 

Bi gelemperî rengê wan sorê xwînî (gevez) ne. Lê yên peyazî û ketûmatên spî jî hene. Kulîlkên wê wek sehlikan in û çarper in. Navika wê zer e, di rexên navikê de tozdankên dolkirinê ( bergitinê) hene. Dema kulîlkên wê diweþin qabsûlek dimîne, di nava wê qabsûlê de bizirê wê heye. Bûkilok di mehên Tîrmeh û Tebaxê de di navbera seet 5,30- 10.00an de toza tovên xwe belav dike. Di heman demê de mêþên hingiv û yên din derdikevin çêrê û ji xwe re dibin.

 

Bûkilok navê xwe ji bûk ê distîne. Ji ber ku wek bûkekê xwezayê dixemilîne, Kurdan ew xweþikbûna bûkê li wê kulîlkê kiriye. Her wekî tê zanîn, li Kurdistanê hîzarê bûkê (kirasê bûkê) sorê xwînî ye û ne spî ye. Sed heyf û mixabin hîzark jî di nav me de kêm mane û beþek çanda cilûbergên qedîm ber bi berzebûnê (windabûnê) rû bi rû maye. Almanî jêre dibên “Klatschmohn “ Tirkî dibên “ Gelîncîk “.

 

Welat û Dîrok: Wisan tê texmînkirin ku welatê bûkilokê Mezopotamya, Anatolîen û Bûlxarîstan e. Lê niha li hemû deverên cîhanê belav bûye. Dîroka bîkokê bi esehî nayê zanîn. Lê  li gor pisporan ji alîyê Sûmer, Babîl Asur, Med, Ûraltû, Misra kevnar, Yewnan, Romayî û Bizansîyan, jibo derman û rengxweþkirinê dihat xebitandin.

 

Berhevkirin: Di mehên Hezîran û Tîrmehê de pelên kulîlkên wê tên berkevkirin, di cihek sîber de li ser kaxezê tên hiþkkirin û di nava firaxên cam de tê hilanîn. Lê dema hiþk dibin, hewceye rengê kulîlkan sor an jî peyazî be. Heke rengê wan reþ be, divê neyê xebitandin. Kabsûlên wê jî dema pelên kulîlkan diweþin tên berhevkirin û di nava qawanozan (qetremîzan) de devgirtî tên paraztin.

 

Têdahî: Cûreyên alkolîdan, Rhoeadîn  anthoczanglikozît, Tanîn, Musîlaj,Potansyûm,  Nîtrat, Mecocînnanîn,  Narkotolîn, Protopîn, Kodeîn, alkolîta Xaþxaþê, Readîn, Þîrêz (zemq ) Þekir û hinek jî Morfîn.

 

Kêrhatî: 1- Jibo kuxik, astim û bronþîtê pir bi fayde ye. 2- Belxemê tavêje 3- Xwîn tivkirinê dibire. 4- Xewa kal û zarowan tîne. 5- Hêrsbûnê diarimîne. 6- Dilkutê

 (kelecanê-heyecanê) dadixe û hwd.

 

Prof. Dr. Îbrahîm Gokçek di vê derbarê de dibê: “Di kilînîkên Unîversîtên modern de lêkolîn li ser nehatîne kirin. Lê komisyonê beyan kiriye ku  jibo nexweþîyên rêkên bêhndan û standinê û bêxewîyê dikare bê xebitandin”.

 

Prof. Dr. Ahmet Marankî dibê: “Bêhna wê nexweþ û tama wê tahl e. Heke belgên wê yên kesk bên givaþtin û ava wê bi hingiv ve bê vexwarin, wê xîz (qûm) û kevirên di nav gurçikan de bêxe. Fayde ji pel, kulîlk û qebsûlên wê tê girtin. Ji wan çayê, þirûb û þerbet tê çêkirin.  Pel, kulîlk û qebsûla wê hinekî bi jehr in, heke zarok bi xavîtî bixwin, wê pê biverêþin, westîyayî û bêhal bibin”.

 

 

Japon dibêjin: Bûkilok wek temenê mirova ye. Dûhîya wê hebû, îvroya wê heye, lê sibehîya wê  ne kivþ e.

 

Hinek pispor dibêjin: “Heke bi dohnê zeytê bê tevlihevkirin û li cihên sotî bê xistin, wê  êþa wê bibire û pêþîya sorbûnê bigire. Heke kulîlka wê bi sîrkê ve bê tevlihevkirin, li enîyê bê xistin û bêhnkirin, wê êþa seran bibire”.     

 

Karanîn: 1- Çaya bûkilokê. 2- Þirûba bîkokê. 3- Þerbeta nîsanokê.

 

Çayê: Kevçîyek xwarinê pelên kulîlkên hiþkkirî yan ji 7 qabsûlan bikin nava firaxekê, lîtrek (5 qedehên avê ) ava kelandî berdin ser bila 10 deqan di dema xwe de bimîne.  Piþtre biparzinin û rojê 4-5 caran qedehek çayê jê vexwin.

 

Þîrûb: Qedehek tijî ava kulîlkên nîsanokên ter, kevçîyek xwêya leymûnê (toza leymûnê) û lîtrek av bikin qetremîzekî devgirtî û 10 -15 rojan li ber tavê bihêlin. Paþê biparzinin û bikin nav þûþan, devgirtî di sarincokê de biparêzin. Li gor hewcedarîyê ( jibo sermagirtinê) kevçîyek ji wê þîrûbê bikin nav qedehek çayê, avê berdin ser û vexwin. Hûn diþên (karin-dikarin) wê þirûbê jibo xweþkirina rengê rêçalan jî bi kar bînin. Her weha hûn diþên hinek þekir û avê li ser zêdekin û wek þerbetê jî bixebitînin.

 

Þerbet: 2 leymûnan bigivêþin ser 300 gr kulîlkên bûkilokên nûberhevkirî û bi destan ve biperçiqînin (bistêrin). 15 gr ( ji her yekê) darçîn, qeranfil, bîbera reþ (filfil), zencefîl, ( heke hebit tûvilê (qaþil) dara xenê yan jî hinarê bi hevre di nav sîrkutê de bikutin anjî bihêrin. 1,500 gr þekirê toz têkil bikin, hinek avê berdin ser û  deynin ser agir. Bila 3-4 kel bênê, paþê bi tûlbendekê (yan bi kitan û qumaþek tenik) biparzinin û wê avê dîsa deynin ser êgir. Bila bikelit heta wek þerbetê tîr dibit.  Paþê sar bikin (bicemidînin), bikin nav þûþan û hilînin. Dema dilê we bixwaze jê vexwin.

 

30/07/09 

 

 

 

 GULA HESRETÊ-HANEK- SEFRAN- ZEHFERAN

 

 BAHARATA HERÎ BUHA

 

CROCUS   SATÎVUS

 

 

Gulahesretê nebatek binik pîvaz e. Bejna wê 10-30 cm tîrane bilind dibe. Belgên wê  dirêj û kesk in. Kulîlkên wê berî belgan li ser gupikên çikan vedike û þeþper in. Rengê kûlîlkan binevþî, leylanî anjî peyazî (penbe) ne.

 

Di nava kulîlkan de tozdankên dolgirtinê (bergirtinê ) hene û rengê wan zerê zêrane ye. Di rex wan doldankên zer de 2- 3 lib sinbillên wek  mûyên dirêj ên rengên wan sor derdikevin. Ew sinbill bi destan tên berhevkirin û jibo derman, tamxweþkirin û rengdanê tên xebitandin.

Ji 100- 120 hezar kulîlkan bi zor kîloyek sinbill tên berevkirin û ew kîlo jî bi 1000 dolaran tê firotin. Alman, Tirk û gelek welatên din ji gula hesretê re dibêjin “safran “. Herweha bi Kurdî jî navekî wê sefran an zehferan e.

 

 

Welat û dîrok: Welatê gula hesretê Mezopotamya, Îran û Hîndistan e. Ji wan deveran derbasî welatên din bûye û niha li welatên wek Spanya, Fransa welatên Balqanan û hinek welatên derya spî jî çandinîya wê tê kirin. Dîroka wê bi esehî ne kivþ e. Tiþtê tê zanîn, Papyros Ebers dibêje: “ Berî zayînê bi 1600 salan ji alîyê Misrîyan de jibo derman û tamxweþkirinê dihat xebitandin û ew jî ji Sumerîyan hîn bûne”. Heke wusa be, Sumerî jî beþek ji Gûtî û Hûrrîyan in ku ew jî bapîrên me Kurdan in.

 

Dema Bapîrên me Kurdan li hember Asûrîyan bi ser dikevin û Îparatorîya Med ava dikin, qiralê wan Ferîdûn jibo pîrozkirina serkeftinê fermanê dide û dibêje: “Agir dadin, sefran û emberê pê dakin“. Ev jî bi me dide zanîn ku gula hesretê (sefran) ji alîyê bapîrên me dihat xebitandin.

 

Lê sed heyf û mixabin piranîya Kurdan (bakur) nizanin ka rengê sefranê çawa ye. Kurdên rojhilat û yên baþûr di nav xwarinê de, bi taybet di nav birincê de dixebitînin.

 

Berhevkirin: Ji ber ku kulîlkên wê payîzê vedibin, di heman demê de ew sinbilsor tên berhevkirin, di sîberê de tên hiþkkirin û di nav firaxên cam de bi devgirtî tên hilanîn.

 

Têdahî: Madeyên Rengdanê, Prokocrocîn, Crocîn, Corotîn, Lykopîn, Zeaxonthîn,  rûnên firek û nefirek,  madeyên tamdar,  Pîkrocrocîn, Safranol, Naphthalîn,  Pînen, fosfor, Potasyûm, Vîtamîn B1, B2 û hwd.

 

Kêrhatî: 1- Hêrsbûnê diarimîne (rehet dike). 2-Ketina kincan tekûz (serrast) dike. 3- Kiþtî (zînde) yê dide bedenê. 4- Iþtahê vedike. 5- Aþikê bi hêz dike. 6-Ji hîsterî û ketina xwîna hinavan (hundir) re bi kêrhatî ye. 7- Ji serêþ, pirpitîn (recifîn)  û nexweþîya çavan re pir baþ e. 8- Çerm xweþik dike. 9- Givirandinê (hezmê) hêsan dike. 10- Destavê diqulîne û xwîna kep (bêvil, difin, poz) radiestîne. 11- Jibo xweragirîn û ajoka zayendî baþ e.12- Pêþîya hiþkbûnên jîyan û rehan digire.

 

Pispor çi dibêjin:  Prof. Dr. Îbrahîm Gokçek dibêje: Li klînîkên Unîversîteyan lêkolîn li ser nehatine kirin. Lewma di rêza gîyayên derman de, ji pîleya (dereca) diduwan tê hesibandin.

 

Belavoka Komîsyona Ewropa ya Monografî  Nr 76 an, ku di 23.07. 1987 an de belav bûye,  beyan dike ku sefran hêrsbûnê aram dike, pêþîya hiþkbûn û qerimandina

 (kiramp) rehan û jîyan digire û li henber astimê tê bikaranîn.

 

Piranîya pisporan dibêjin: Gula hesretê (safran) di hundirê xwe de jahrekê dihewîne. Ew jî bandorê li ser sîstema rehan û jîyên navendî dike û xisarê dide gurçikan. Lewre hewceye zêde neyê xwarin. Ca jixwe jinên dugîyan (hemle) divê qet nexwin.

 

Karanîn:  1- Çaya gula hesretê 2- Tentûr 3- Xwarin

 

Çaya gula hesretê: Nîv kevçîyê sefranê bikin nav qedehek çayê û ava kelandî berdin ser. Bila 5 deqan di dema xwe de bimîne. Paþê  hêdî hêdî nîv qedehê jê vexwin. Lê hewceye rojê ji qedehek çayê zêdetir neyê vexwarin.

 

Tentûra Gula hesretê jibo Homeopatî : Jibo her 10 gr sefranê 100 ml alkola % 70 derece bikin þûþekî,  li cihek sîber 4- 6 hefteyan bisekinînin. Paþê biparzinin û rakin. Li gor hewcedarîyê rojê 3-4 caran 10- 15 dilopan 4-6 hefteyan li pey hev vexwin.

 

Xwarin: Sefran jibo reng û tamxweþkirinê, xasma jibo birincê tê xebitandin. 

 

16/07/09

 

 

 

 

 

 

 

XIYAR  / ARÛ

 

CUCUMIS  SATIVUS

 

 

Xiyar hêþînhatek ji malbata kulindan e (kundir) . Dikakek kalorîya wê kêm e, lewre ne dikakek xwedîker e lê jibo kesên dixwazin jar bibin gelek baþe. Rehên wê 20 - 40 cm di erdê de diçin. Makereha wê 5-10 cm dirêj e, navtenga wê stûr û bi girêk e.  Gelek çiq û rêþî ji wê rehê derdikevin û aloke ne “ dikarin bi daran bialin”.

 

 Belgên wî adetî ne, rûyê belgan ên alîyê derve birqok, ên hundur mat û bi pûrt in. Rexên belgan rast, an jî xetxet in. Kulîlkên wî zer in, ji wê kulîlkê dikakek çêdibe û ji wê dikakê re xiyar tê gotin. Rengê wan kesk in, lê yên spî jî hene ( ji yên spî re tirozî jî tê gotin). Yên ku jibo tov tên hilanîn rengên wan zer dibin.

 

Welat û dîrok: Welatê xiyar Hindistan e. Pispor dibêjin ji Îran, Mezopotamya, Anatolî û Yewnanîstanê belavî deverên din bûye.

 

Berî zayînê (milad) bi 3000 salan li Hindistan, 2000 salan li Mezopotamya, Îran û Misrê, 600 salan li Yewnanîstanê, piþtî zayînê bi 900 salan Fransa û Almanya, di 1400î de jî li Brîtanya jibo xwarin û derman çandinîya xiyar hatiye kirin. Ewropîyan bi xwer birîne Amerîka. Niha li gelek deverên dinê çandinîya wî tê kirin; jibo tirþî, seletan û xweþikbûnê di her malê de tê xebitandin.

 

Têdahî: Kalsîyûm, Fosfor, Hesin, Gud ( kukurt ), Manganez, Proteîn, Madeyên  madenî, Vîtamîn A, B1, B2, C.

 

Kêrhatî: 1- Îþtah vedike. 2- Hêrsê dadixe. 3- Destavê diqulipîne. 4- Têhnê diþkêne. 5- Kurman tavêje. 6- Sotinên aþikê radiwestîne. 7- Heke bi zikê birsî bê xwarin þekirê xwînê dadixe. 8- Madeyên jehrî yên di beden de civiyayî tavêje der. 9- Çerm nerm dike û kurîþkên (qermîçonk) ser rû winda dike. 10- Jibo êþên bawîbûn û movikan bi kêrhatî ye. 11- Jibo zerikê baþe.

 

Doç. Dr. Omer Coþkun di derbarê xiyar de dibê: “Xiyar bi yek gotinê “dostê mêlak, gurçik û dil e “. Gurçikan û mêlakê dixebitîne û pir îdrarê tavêje. Ji ber di hundurê xwe de pir kukurtê dihewîne, xwînê paqij dike. Ji ber ku têde pir madeyên madenî hene, çerm taze û bê girûzek (puruz) dike. Têhnîbûnên ji xwarinên goþt tên diþkêne. Avên ku ji ber sedemên nexweþîyên gurçik û dil berhevbûyî, tavêje der. Pêþîya nexweþîyên dil, reh û jîyan digire Li hember enfeksîyonan bedenê diparêze”  û hwd.

 

Prof. Ahmet  Marankî, Îbrahîm Saracoglu û yên din jî hema heman tiþtî dibêjin.

 

Maska ava xîyar: Berî razanê xiyaran bigivêþin û li dest û rûyê xwe xin. Bila 10 deqan bimîne paþê rûyê xwe biþon û razên.

 

29/06/09

 

 

 

 

 

 

 

   BAXOX—KANÊJE—ANGELOK

 

CANTEUERA  KURDÎKA ( CYANUS )

 

 

Kanêje di cihên hûnik û di nav geniman de hêþîn dibe. Dema dexil tên çandin, di nav tovê geniman de ew jî tev li axê dibe û di nav genim de çêdibe. Bejna wê 20 -90 cm bilind dibe. Belgên wê rimane û kesk in. Li ser belgan pûrtek wek livayê heye. Kulîlka wê di mehên Gulan û Hezîranê, di serê gopîkê de vedibe.

 

Rengê wê gelemperî þîn an jî binevþî ne. Lê yên zer jî hene. Binikê kulîlkê wek baxoxan e . Kulîlkkên alîyê derva wek kuvik (xunî) an, pelên wê duker in û her kerîyek diþibihin devê riman. Kulîlkên hundir peyazî û binevþî ne. Di dava navikê de tozdankên dolkirinê yên reþ û qehweyî hene. Kêm, zêde 300 awa û cûreyên wê hene.

 Cûreyek wê yê Kurdistanî ku li çolan çêdibû, 138 sal bû berze bibû (winda bibû),  îsal ew cûre li Ruhayê bi qasî 150 liban hat dîtin û dixwazin bêxin binê paraztinê. Bi Kurdî gelek navên wê hene. Almanî jêre dibêjin “Cornblûme”, Tirkî dibên “Pêygamber çîçegî , Mavî Kataron “

 

Dîrok û Welat: Herwekî welatê hemû cûreyên dexlan, nehk û nîskan Mezopotamya ye. Kanêje jî wek kulîlka nav dexlan, bê þik welatê wê jî Mezopotamya ye. Li wir derbasî Anatolîyê, Kafqasan, Balqanan, Îranê û Misrê, ji wan deveran jî di nav geniman de derbasî tevahîya dinyayê bûye. Dîroka wê herçend baþ nayê zanîn jî, lê bi qasî dexlan kevin e. Berî zayînê (mîladê) ji alîyê Hîpokrates û Pelînûs jibo derman hatîye bikaranîn. Di roja me de jî jibo dermanan çandinîya wê tê kirin.

 

Berhevkirin: Kulîlkên wê di meha Hezîran- Cotmehê de tên berhevkirin, di cihek sîber de tên xiþkkirin û di nava firaxên cam û tûrêcil de li cihek zuha bi devgirtî tên hilanîn.

 

Têdahî: Cûreyên Antocyanîdan ; Cyanîdîn,Delphînîdîn, Plergonîn, Centaorîn. Cureyên polyasetîlan ; trîdecadînen, Tetraîn, Trîîn 

Ji mîneralan: Potasyûm, Magnezyûm, Alûminyûm, Mangan, Tanîn,  Mûsîlaj, Recîne, Hesin.

 

Kêrhatî: 1- Destavê diqulipîne. 2- Iþtah vedike. 3 - Ji rêtina xîzên nava gurçikan re dibe alîkar. 4-  Êþan dibire. 5- Madeyên jahrîdar yên di nava xwînê de tavêje der. 6- Jibo êþ û edavên çav û mijûlankan (mijankan) baþe. 7- Li hember enfeksîyonan berxwedana bedenê zêde dike. 8 - Li hember arêþeyên gurçik, rûvik, mêlak, mesane bandorek baþ heye. 9 – Jibo nexweþîya Nikris bikêrhatî ye. 10- Xwînê paqij dike. 11- Bandorek baþ jibo nexweþîyên kuxik, qirik, bronþît, bêhntengîyê heye. 12- Li hember pêvedana kêzikên bi jehr, mêþ û pêþûyan (kelmêþ) bikêr e.

 

Prof. Dr  Îbrahîm Gokçek dibêje: “Lêkolînên ku li Japonyayê hatin kirin, tesbît bûye ku rengê kulîlka baxoxê ya þîn li hevgihana ji þeþ molekulên Succînylcyanînîn yên malonyfilavon, hesin û magnezyûmê peyda bûye. Serê hertiþtî kulîlka Baxoxê, jibo arêþe, edav, êþên çav û qapaxên wê baþ e û banyoya çavan pê tê kirin. Herweha di nava gel de ji alîyê Hekîm Loqman de, jibo enfeksîyonan, bihêzkirina berxwedana bedenê,  arêþeyên aþikê, rûvik, gurçik, mesane, mêlak û xwînpaqijkirinê tê xebitandin”.

 

Prof. Dr. Ahmet Marankî dibêje: “15 gr kulîlkan kanêjê di nav lîtrek avê de tê kelan din, rojê 2 caran nîv fincana qahwê piþtî xwarinan jê tê vexwarin. Jibo iþtahvekirinê 10 gr kulîlkên kanêjê di nav lîtrek ava kelandî de10 deqan di demê de tê hþtin. Lê divê di heman rojê de hêdî hêdî hemû bê vexwarin. Jibo berhevbûna ava zik (ascîte)  gelek bi fayde ye”. Herweha qala hemû nexweþîyên li jor hatî nivîsîn dike.

 

Heke zêde bê vexwarin wê xusarê bide dil. Lê divê li ciyên ku dermanê kêzikan û kurman lê hatibe reþandin neyê xebitandin.

 

Karanîn: 1- Çaya kulîlkên baxoxê. 2- Pansûmana  kulîlkên kanêjê.   

 

Çaya kulîlkên baxoxê: 2 kevçîyên qehwê kulîlkan bikin nav firaxekê, 400 ml (2 qedehên avê) ava kelandî berdin ser, bila 10 deqan di dema xwe de bimîne, biparzinin û r0jê 3-4 caran qedehek çayê jê vexwin.

 

Pansûmana kulîlkên kanêjê: Patekê ( Pot- kincir) an jî penbû di çayê bipilînin (tê dakin) û deynin serçavên xwe.

 

09.06.09

 

 

 

 

  TÛERDIK – TÛFIRENGÎ

           DERMANÊ BAWÎBÛNÊ

                              FRAGARÎA  VESKA

 

 

Tûerd ji malbata gulan tê hesibandin. Fêqîyek sor, bêhnxweþ û tamxweþ e. Diþibe bacanên sor yên biçûk. Navek wê jî tûfirengî ye. Firengî jî bacansor bixwe ye. Bejna wê 20- 30 cm bilind dibe.Belgên wê kesk , sêçiq, rexên wan wek birekan (miþar) xetxet in.Diþibihin belgên gezgezokê (lê gez nakin û mezin in). Binê belgên wê wek pûrtek hevrîçimî ye. Kulîlkên wê pêncpel û tacanî ne.

 

Rengên wan spî û peyazî, þikilê dilan didin. Di nava kulîlkan de navikek zer heye. Ew navik bizirê dolgirtînê dihewîne. Pîþtî dolgirtinê ew navik dibe biþkok. Ew biþkok berê dibe fêqîyek kesk, pêre, zer , peyazî û paþê jî sor dibe. Bi qasî 20 cûreyên wê hene. Bi Almanî navê wê Erdbeere, bi Tirkî  Çîlek e. Belg, reh û fêqîya wê bi awayên cuda jibo derman, xwarin, vexarin û alkolê tê bikaranîn.

 

Welat û Dîrok:  Li ser welat û dîroka tûfirengî  gotinên ji hev cuda hene. Hinek dibên “ welatê wê  Çîn û Vîetnam e”. Hinek dibên “ Asya û Ewropa ye”. Lê tiþtê balkêþ biçe kîjan deverê li wir bî bejî (kûvî ) xwe bi xwe çêdibe û ji xwe re dike welat.

 

Herçend hinek dibêjin “ ji alîyê Roma kevnar û Girêkan (Yewnan) dihat nasîn, lê nivîskar û alimên wê serdemê yên wek Columele, Paladîus, Hîppokartes û Dîosocorîdes  qala wê di pirtûkên xwe de nekirine. Destkevtîyên pêþîn piþtî zayînê di salên 23- 79 e. Di salên 1430î de maldarên Britanîyan (Ingilîzan)  jibo xweþikahîyê di nav baxçên xwe de çandine. Di salên 1800an de jibo xwarinê çandinîya wê dest pê kirîye. Ji salên 1900î pêde jî bi giringîya wê hatîye hisîn û ji wê rojê pêde belavî hemû deverên çîhanê bûye, li her deverê  çandinîya wê jibo ticaretê têkirin û bûye fêqîyek bazirganîya sereke. Li bakurê Kurdistanê dera herî zêde lê tên çandin Xarpût, Riha, Entab û hwd. Lê yên herî navdar û tamxweþ yên Xarpûtê ne.

 

Berhevkirin û hiþkirin: Belgên tûerdê ji meha Gulan – Tîrmehê, yên rehên wê jî Tîrmeh - Cotmehê berhev bikin, li ber tav (rojê) ê hiþk bikin, bikin firaxên cam û bi devgirtî hilînin. Paþê li gor hewcedarîya xwe bikarbînin.

 

Têdahî ya belg û rehan:  Cûreyên Tanen, Aromonium, procyamîdin,B-3 , cûreyên Catechîn. Cureyên Flavotîn yên Quercedîn,quercîterîn, rotosît,  Asîdên karbonîk yên wek:  asîta tarçîn, asîda qahwê, asîda Chlorogen, asîta Salisîlîk.

 

Têdahîyên Feqî: Fosfor, Kalsîyûm, Hesin, Proteîn, Rûnên sabit, Þekir,  Rûnên firek, Vîtamîn B1, B2, B3, C ,  Provîtamîn A (karoten) Û hwd.

 

Kêrhatî: 1-  Jibo aþikê bandora xwe ya erênî heye. 2- Taybetî (xweserî) ya xwe ya êþbirîyê heye. 3- Dil bihêz dike û destavê (mîzê) diqulipîne. 4- Mêlakê paqij dike û xwînê zêde dike. 5- Bedenê bihêz dike û ji nexweþîyan diparêze. 6- Ji nexweþîyên çavan re pir bi fayde ye. 7- Jibo baþbûna nexweþîyên gurçik û mesane dibe alîkar. 8-  Zixta (tansîyon) bilind dadixe, kurmên rûvîkan tavêje der. 9-  rsbûnê aram dike, agir dadixe. 10- Madeyên xusardar ji bedenê tavêje, xweþikahîyê dide çerm ( cild).  11- Jibo hiþkbûnên reh, jîy, movik û bawîbûnê zehf bi fayde ye. 12- Kolostrolê dadixe.

 

Komisyona Ewrûpa ya Monografî di belavoka xwe ya 01.02.1990. Nr 22 an de daxuyanî dike ku, belgên tûerdê  berî her tiþtî jibo sermagirtinên rûvîk û aþikê, hinavçûyîn (virik), teralîya rûvikan, nexwþîyên mêlakê, zerik, bawîbûn, nexweþîyên gurçikan, nexweþîyên rêyên avrêjê, hêrsbûn, xistina kevir û xîz (qum) an, tevgêra xwînê û dil, xwînpaqijkirin û xebitîna metobolîzmê tê xebitandin.

 

Prof. Dr. Îbrahîm Gokçek û Ahmet Marankî dibêjin: Heke belgên tûerdê bên kelandin û dawerivandin (dilopandin)  û rojê sê fincan jê bê vexwarin, wê pêþîya hevkelîna sefrayê bigire, xetimînên xalik (fatereþk) ê veke, peçivîn (werimîn) ên mêlakê þoqe bike. Heke ji wê avê dev û qirik bê xelxelekirin wê zehf faydê bide arêþeyên wan . Heke patik ( cilik, paçik) ek bi wê avê bê þilkirin û li pecivînên çavan bê xistin, wê wan peçivînan dabêxe.

 

Di tûerdê dê  madeya “ ASÎDA SALÎSÎLÎK” heye ku di çi fêqîyên din de peyda nabe. Ew made dermanê bawîbûnê yê mader û bingehîn e.

 

Karanîn:  1- Çaya belg û rehên tûfirengî  2- Xwarin û vexwarin.

 

Çayê: Jibo her 3 kevçîyên qahwê 400 ml (du qedehên avê) ava kelandî bikin firaxekê bila 10 deqîqan di dema xwe de bimîne. Paþê biparzinin û rojê 3 qedehên çayê jê vexwin. Heke belgên ter bin, bila sê kel bênê paþê 5 deqan di demê de bimîne.

 

Xwarin û vexwarin: Jî tûerdan paste, av, þerab , lîkor, qeþaþîr (cemedþîr, bestenî) þanpanya û hinek tiþtên din tên çêkirin..

 

 

 

04.06.09

 

 

 

 

                                                     

  HELIZ

 

VIAGRA XWERISTÎ

 

FERULA  COMMUNÎS- UBELLIFERENE

 

 

Heliz hêþînhatek (nebatek)  ji malbata helizan e. Bejna wê li gor cih û cûre 70- 200 cm bilind dibe. Gîyayek li cihên bilind û biharan hêþîn dibe. Reha wê  15- 20 cm di erdê de ye. Belgên wê kesk, mezin û pirt pirt in. Kulîlkên wê zer û li serê gupikên çiqan ve vedibin û diþibihin sîvankan (þemþîyan). Ji Kurdistan heta Qafqasan, nêzîkî 100 cûreyên wê hene. Li Kurdistanê bi qasî 10- 15 cûreyên wê tên dîtin. Lê ji wan cûreyan bi tenê 2-3 cûre, di dema biharê de tên xwarin. Cûreyên din bi jehrî ne. Bi Tirkî ji helizê re dibêjin çaxþir, çakþîr otu.

 

Welat û dîrok: Welatê helizê Kurdistan, Îran, Qafqasya û çend çîyayên bilind yên nêzîkî van welatan e.

Dîroka wê baþ nayê zanîn. Tiþtê tê zanîn di medenîyetên kevnar yên wan welatan de jibo bizirzêdekirinê wek derman, pancar û êmê heywanan hatiye xebitandin.

 

Berhevkirina reha helizê: Piþtî þûþtin û hiþkkirinê bihêrin û bikin nav firaxên cam bi devgirtî hilînin. Paþê li gor hewcedarîya xwe bixebitînin.

Pincara wê ya taze berhev bikin û li gor dilê xwe bixebitînin.

 

Têdahî: Li ser helizê û madeyên nava wê de zêde lêkolîn û analîz nehatine kirin. Lewra tiþtên bi dest me ketî kêm in.

Çend tiþtên tê de ev in: Tanen, reþîne, niþaste, alkolîtên cûrbecûr, saponîn, rûnên firek û hwd.

 

Kêrhatî: 1- Hêz û qudreta xwesteka zayendî (cinsî- seksî) zêde dike. 2 Afodizyanek bi bandor e. 3- Hejmar û bizava sperm ( bizir , tovê mêranîyê) zêde dike. 4- Jiyên bedenê bihêz dike, jibo rakirina êþên wan dibe harîkar. 5- Rehan û hêrsbûnê diarimîne (rehet dike). 6- Jibo astim û bronþîtê bi fayde ye. 7- Ji xirabûnên rista tevgerê ( sîstema lihevgerînê) bikêrhatî ye. 8-  Jibo nexwþîyên stewirbûn û qulipandina gazê pir baþe. 9- Kêmbûna bêhêzîyê ji holê radike. 10 Bedenê bihêz dike û kiþt (jîr - aktîf) dike, stermûnê radike. 11- Zayînîkotîyê (tovên zayînê) zêde dike.

 

Serokê Unîverisîta Çukurova Fakûlta Fen û Edebîyatê Beþê Bîyolojîk Prof. Dr.Atabey  Dûzenlî dibêje: Heliz dikare bibe xam madeya vîagrayê. Li rojhilat, bakurê rojhilat, rojhilatê deryaspî, gîyayê bi navê heliz di mehên Gulan û Êlûnê de tê berhevkirin.

Tê zanîn ku li van deveran di demên kevnar de jibo derman tê bikaranîn. Li van deveran piþtî tê kelandin û tahlatîya wê jê tê birin, wek xurek, pêxwarin û tirþî tê ser sifran. Li hinek deveran toza reha wê bi hingiv re tê xwarin û jêre dibêjin “ Vîagra zilaman”. Herçend di raboratuwaran de têdahî û faydên wê bi awayek zanistî lêkolîn li ser nehatibin kirin jî, lê warê pêkanîna wê, nîþan dide ku hinek awayên Afrodîzyekan dihewîne. Di demên þer de jibo bihêzbûna leþker kulîlkên wê bi wan didan xwarin.

 

 Ceribandinên Fakûlta Ziretê ya beþê zooteknîk li Hatay û Samsunê yên ku di salên  1999 an de hatibûn kirin, hatiye tesbîtkirin ku % 5- 10 tevlêkirina rehên helizê di nava êmên hogiç û beranên tovî de hem hogiç zexim kirine hem jî spermê wan zêde kiriye.

 

Li gor ceribandinên sala 2006 an, di wan bajaran de derketîye holê ku helizê  lihevzêdebûna (zêdesayîna) pez zehf kiriye. Herweha hinek cûreyên helizê bervajîyê wê bandor kirine.Dîsa di ceribandinên 2006 an de, tesbît bûye ku cûreyên helizê yên bi jehr û bê jehr hene. Li gor wan lêkolînan bi tenê 2-3 cûreyên helizê bê jehr in. Û jibo xwarin û wek dermanê viagreyê tê bikaranîn. Lê hewceye ji hefteyekê berjortir li ser hev neyê xebitandin. Heke ji hefteyekê berjortir bê xebitandin, di be ku bibe sedemê nexweþî û arêþeyên bê çareserî.

 

Ereb ji reha helizê re dibêjin “Vîagra Libnanî”. Navê wê bi Erebî zallouh e. Ew heliz li çîyayên Surîyê hêþîn tê . Li ser reha helizê nivîsên Erebî hene. Yek ji wa nivîsan dibê:  Li gor ceribandinên ku reha helizê li ser  miþkên nêr hatîye kirin, derketîye holê ku hêza zayendî zêde kiriye û yên teral jî jîr kirine.

 

Karanîn: 1- Çaya reha helizê 2- Macûna reha helizê. 3- Xwarinên helizê.

 

Çaya reha helizê:  Jibo her kevçîyek þîranî reha helizê ya hêrandî  200 ml (qedehek avê) ava kelandî berdin ser û bila 5- 10 deqan di dema xwe de bimîne. Paþê biparzinin û rojê  3-4 qedehên çayê jê vexwin.

 

Macûna rehên helizê: Kevçîyek reha helizê ya hêrandî bikin nav du kevçîyên xwarinê, hingiv tevlê bikin û bixwin.

 

Xwarin: Mirov dikare helizê jî wek Sîyabo, Mendê, Gezing  û hwd. þorbe, mixle,  pêxwarin, borek û hwd. jê çêke.

 

22. 05. 09

 

 

 

 

 

 

BINEVÞ

 

VÎOLA  TRÎCOLOR

     

 Di destpêka biharê de di binê darên þilî, li nav hej, pej û  li ber dîwaran, li rexên av û

mêrgan xwe bixwe hêþîn têt. Tirk jêre dibên “Menekþe” Alman jî dibêjin “Stîfmûtterchen”. Belgên wê kesk in û rexên wê xetxet in. Hinek wek dil, hinek wek gûrçik û hinek  jî diþibin serê riman. Ji ber ku binevþ nebatek bê navteng e, belgên wê û kulîlkên wê di reha mader (dayîk – esasî) de sererast  derdikevin.

 

Rehên wê di bin axê de wek ta (ben) dirêj dibin û li wir komek (kolonîyek) binevþan dadimezrînin. Kulîlkên wê  gelek bêhnxweþ û rengên wê binevþî , soremor, û peyazî ne. Di dinê de 400 cûreyên wê hene. Hinek ji wan bê bêhn in û li welatên Ewropa jibo xweþikahî di baxçan de tên çandin. Li Kurdistanê bi qasî 15- 20 cûreyên wê hene. 

 

Welat û dîrok: Welatê binevþê Mezopotamya, Qafqas, Balqan û welatên Derya Spî ne.

Dîroka wê baþ nayê zanîn. Lê ji ber ku kulîlkek biharê ya bêhnxweþ e, dibe ku dîroka wê xwe bigehîne demên berî mirovahîyê. Lê di medenîyetên di wan welatên lê þîn têt de, jibo derman hatîye xebitandin.

 

Berhevkirin û paraztin: Di mehên Nîsan û Gulanê de kulîlk û belgên wê, di payîzê de jî rehên wê tên berhevkrin û di sîberê de tên hiþkkirin. Paþê di nava tûran an jî firaxek cam de devgirtî tên parastin.

 

Têdahî: Rûnên eter, nonadien, benzelalkol, asîdênheptyl, octerol, frîdelîn, ß sîtosterol, soponîn, Karbondîoksîdên fenolferolasît, sînabsînasît,gilîkozît vîtamîn C û hwd.

 

Kêrhatî: 1- Belxemê tavê û çêdike. 2- Sîngê nerm dike û xwêhdanê dide. 3- Jibo êþên ji bawîbûnê tên”xasma jibo yên kabokan”. 4- Xuran dibire “ xasma jibo zarokên berþîr ku di serên wan de tuvil (çerm) radibe.5- Destava zirav zêde dike, nexweþîyên rêyên destavê dikewîne û paqij dike, 6- Hemû awayên kul û pirzikên çerm “ yên þil û zuha “ dikewîne. 7- Xwînê paqij dike. 8- Zekem û þobê ji holê radike. 9- Ji serêþên ji xwînê û sefrayê tên re dibe alîkar. 10- Jibo xeniqok, bronþît, kuxuk, êþên qirik û dranan bandorek baþ û erênî dike.

 

Li ser binevþê lêkolînên nû û nûjen nehatine kirin. Yên heyî yên kevin in.

Di lêkolînên Herman û ekîba xwe kirî de derketîye holê ku “ binevþ”  xwêhdan û destava zirav zêde kiriye û kulikên ser çerm kewandine “ taybet yên rû “.

 

Flam Kroeber Seel,  tesbît kiriye ku jibo êþan, “xasma jibo êþên bawîbûnê yên  ji kabokan tên” bandorek baþ nîþan dide û tedawî dike.

Madûs, tesbît kiriye ku xur ji holê rakiriye “xasma yên zarowên berþîr”. Belxem û îdrar zêde kirîye.

L. Krober jî jibo kulên vekirî, xeniqok, piþik (mêlaka spî ) nexweþîyên rêyên avrêjê bikar anîye.

 

Prof .Dr Ahmet Marankî û Prof. Îbrahîm Gokçek dibêjin:  Çaya ku ji kulîlka binevþê çêdibe pir bi fayde ye. Jehrên ku di bedenê de berhev dibin tavêje der. Jibo bronþîta kronîk dermankî pir bi bandor e. Jibo zekem, þobe û bronþîtê pir baþe. Xwînê paqij dike, ji serêþên ji xwînê û ji sefrayê tên re pir baþe. Jibo zuhatî û germbûna mejî dibe alîkar

 

Karanîn: 1- Çayê 2- Tentûr 3- Rûn  û binevþa qutayî

 

 

Çaya Binevþê: 2  kevçîyên qahwê binevþên hûrkirî ( hûn dixwazin bi reh, belg û rehan bihevre, hûn dixwazin ji hev cuda) bikin nav du qedeh ava kelandî, bila 5- 10 deqan di dema xwe de bimîne û paþê vexwin. ( Heke binevþên ter bin berê di avê de 2-3 kelan bidinê û paþê 5 deqan di demê de bihêlin)

 

Tentûr: Jibo her 300ml alkola 70 derece 50 gm belg û kulîlkên binevþan bi hevre bikin nav þûþekê, derê wê bigirin û danin cihek ku tîrêjên tavê nebîne. Bila 4-6 hefteyan bimîne. Lê rojê carakê biþilqînin. Piþti 4 hefteyan biparzinin û bikin þûþên tarî, devê wê bigirin û di cihek hênik de (wek sarincokê) biparêzin. Li gor hewcedarîyê  6-8 hefteyan rojê 3-4 caran 10- 15 dilopan jê vexwin.

 

Rûnê Binevþê:  Jibo aromaterapî,  jibo nexweþîyên mîgren, serêþ, depresyon, westîyan û kuxukê 1- 2 dilop rûnê binevþê berdin ser qalibek þekir û bixwin.

 

Binevþê biqutin û li cihên dixurin û kulan bidin wê bikewîne.

 

11/05/09

 

 

 

 

 

 

 NÊRGIZ

 

NARCÎSSUS

 

Nêrgiz ji malbata  nêrgizan e. Kêm zêde 20 cûreyên wê hene. Bejna wan 20- 80 cm bilind dibin. Qurmê wê wek pîvazê ye û bi jehr e. Belga wê keskeþîn e, sererast ji pîvaza wê derdikeve û wek þerîdekê ye. Kulîlkên wê li serê çikên rût vedibin. Li gor cûreyî 1- 10 liban bi hevre ne û diþibin zengilan. Rengên kulîlkên wan bi gelemperî zerên tarî ne û þeþ pel in. Bê goman yên spî û rengên din jî hene. Di navika kulîlka wê de tozdanka dolkirinê (bergirtinê) heye.

 

Nêrgiz kulîlkek zehf bêhnxweþ e, li gelek welatan jibo xweþîkahîyê di nav baxçan de tê çandin. Herweha jibo dermançêkirin û firotinê çandinîya wê jî tê kirin. Nêrgizên herî pêhnxweþ yên zozan û çîyayan in. Xasma yên zozan û çîyayên welatên jorîn, bêhna wan ewqas xweþ e ku bi bêhnkêþanekê êþa serî dibire.  

 

Welat û dîrok: Welatê nêrgizê Kurdistan, Îran, Êrmenîstan  û Tirkîye ye. Ji wan deveran derbasî welatên din bûye. Dîroka wê baþ nayê zanîn (an jî ez lê rast nehatim). Tiþtê tê zanîn, berî zayînî (miladê) ji alîyê medenîyetên wan welatan jibo bêhnxweþî û derman ji alîyê Hekîm Loqmanên wan dem û deveran ve dihatin bikaranîn. Pîþtî ji holêrabûna wan medenîyetan, sed heyf û hizar mixabin giringî û nirxbilindîya nêrgizê ya dermanî hat jibîrkirin.

 

Berhevkirin: Hûn diþên ji meha Adarê heta ya Hizîranê pîvaza wê derxin û hiþk bikin. Li gor hewcedarîyê bi kar bînin. Kulîlkên wê di meha Adar heta Gulanê tên berhevkirin. Ew kulîlk bi hilma ava kelandî tê dawerimandin (dilopandin) û rûnek jê tê derxistin. Herweha ew kûlîlk tên hiþkkirin û çayek jê tê çêkirin.

 

Têdahî: Têdahîyên pîvaza nêrgizê yên herî giring. Cûreyên  Alkolîtan , Lycorîn,Homathamîn, Glanthamîn, Glanthîn,Lîycorenîn, Homolycorîn, Narsîdssidîn, Magnercîn,Nacîsamîn fîancîn, Chelidonasît Glutamînosît

 

Kêrhatî: 1- Kramp  (hiþkbûn-qerimîn) ên jîyan û rehan vedike (nerm dike). 2- Singê nerm dike, belxemê tavêje. 3- Muhsîlê çêdike,  agir dadixe.  4- Rehan û jîyan hiþyar dike. 5- Gelemperî jibo nexweþîya Alzheimer (terwende, mejîþilqîn, xurifîn) a ku ji ber sedemên pîrbûn û kalbûnê tên, tê bikaranîn. 6-Zerikîbûn (terbhatin) 7- Serêþ 8- Nexweþîyên, þobe (persîv), bronþît, xenikok, astim û hwd.

 

Li gor lêkolînên li Brîtanya û Amerîka li ser pîvaza nêrgizê hatîye kirin, hatiye peyitandin (tesbîtkirin) ku madeya di nava pîvaza nêrgizê de ya bi navê “ Glathamîn” pêþîya zêdebûna enzîman digire.

 

Lêkolînên Gorden Willcock û ekîba xwe yên ku li ser pîvaza nêrgizê hatine ceribandin û li ser 653 kesên bi nexweþîya alzheimer hatin kirin, peyitandine ku madeya  “Glathamîn “a nêrgizê ya xwezayî (naturel ) ji dermanên kimyevî  çêtir nexweþ rihet kirine û çi bandorên wê yên nerêyane nînin.  

 

 

Prof. Dr. Îbraîm Gokçek dibêje: “Li gor lêkolînan Gilathamanîna ji pîvaza nêrgizê tê derxistin jibo nexweþîya alzheimer tê xebitandin. Di tedawîya aroma (çejn,tam)  rûnê nêrgizê jibo serêþ û zerikê tê bikaranîn. Di nava gel de ji alîyê Hekîm Loqmanan de jibo þobê (persîvê), xeniqok û astimê tê xebitandin”.

 

 

Prof. Dr. Ahmet Marankî dibêje: “Nêrgiz jibo mejî û serêþê bi fayde ye, di kulîlka wê de bêhna ku mejî û dil rehet dike heye. Lê hewceye zêde neyê xebitandin.

Heke 5-10 gr pîvaza nêrgizê bikeve nav þîr, rojekê têde bê hêlan, paþê bê heriþandin û rojê 3 -4 car li terik (penîs, mîrat) bê xistin û vemalîn, wê hêza zayendî (cinsî, seksî) zêde bike. Heke tovê wê bê heriþandin û 6-8 seetan di nava sîrkê de bimîne û li rû bê xistin, wê lekeyan jê bibe.

 

Karanîn: 1- Çaya pîvaza nêrgizê. 2- Macûna kulîlkên nêrgizê, 3- Melhema nêrgizê. 4- Çaya kulîlkên nêrgizê. 5-Tentûra nêrgizê.

 

Çaya pîvaza nêrgizê: Jibo 1 gr toza pîvaza nêrgizê ya hiþkkirî 300- 400 ml                (2 qedehên) ava kelandî berdin ser bila 5 deqîqan di dema xwe de bimîne. Spêdan, nîvro û êvarî qedehek (pîyale, îstikan) çayê jê vexwin.  Lê ji ber ku pîvaza wê bi jahrî ye divê ji qirarê zêdetir neyê xebitandin.

 

Macûna kulîlka nêrgizê: Jibo her kevçîyek çayê kulîlkên nêrgiza hûrkirî bikin nav kevçîyek hingiv têvedin (tevlihevkin) û bixwin. Jibo êþên rehîm û mesanê gelek bi fayde ye.

 

Melhema nêrgizê:  Jibo nexweþîya porqirê, pîvaza nêrgizê rende bikin, 2-3 seetan di nav hinek sîrkê de bihêlin, rojê 1-2 caran binê porê xwe pê biperixînin. Wê êdî porê we neweþe.

 

Çaya kûlîlkên nêrgizê: Jibo her kevçîyek qahwê kulîlkên nêrgiza xiþkkirî 2 qedeh ava kelan berdin ser, bila 5- 10 deqan di dema xwe de bimîne. Paþê biparzinin û  rojê 3-4 qedehên çayê jê vexwin.

 

Rûnê kulîlka nêrgizê ( parfûm jê çêdibe) : Heke di rojê de 5-6 caran 4 dilopên rûnê nêrgizê bê bêhnkirin, wê mirov ji nexweþîya zerik û serêþê bifilitîne.

 

Tentûr: Jibo nexwþîya ji pîrbûnê tê alzheimer, astim, kuxik û xenoqê 50 gr pîvaza nêrgizê ya ter li rendê xin û bikin þûþekî 500 ml. Alkola % 70 derece berdin ser, 4-6 hefteyan li derek ji tîrêjên tavê dûr bihêlin. Lê her du rojan carekê biþilqînin. Paþê biparzinin, bikin þûþên tarî û hilînin. Li gor hewcedarîyê rojê 4-5 caran 10-15 dilopan jê vexwin.

 

30/04/09

 

 

 

 

 

TIRÞOK

 

LUMEX ACETOSA

 

Tirþok nebatek ji malbata genimênreþ tê hesibandin.

Li welatê me bi kêmanî 20 cûre awa texlîtên wê hene. Lê yên babeta vê nivîsê du cureyên ku jibo derman û xwarinan tên bi karanîn e. 1- Tirþoka tirþ, an jî tirþoka zinaran ya xwarinê (Romex Crispus). 2 Tirþoka kewan (Romex  acetosella).

Almanî jê re dibên “ Sauerampfer “. Bi Tirkî jî dibên Kuzu kulaxî, anjî Labada.

 

Tirþok li nav mêrgên pir bi avî, li beyaran û di nava daristanan de xwe bi xwe ji nava axê dibiþkive û hêþîn dibe. Lê li hinek deveran çandinîya wê jî tê kirin. Bejna wê 50- 200 cm bilind dibe. Rehên wê singane wek gêzeran e. Cudahîya di navbera wan de, tirþoka zinaran rexên belgên wê rast in, ya kewan belgên wê xetxetî ne. Di mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê de kulîlkan vedike. Kulîkên wê berê kesk, pêre esmer û paþê jî sor dibin. Kulîlka wê wek ûþîyan ji navtenga dara wê berjortir e. Dirêjahîya ûþîya kulîlkan bi qasî 15- 2o cm e.

 

Welat û dîrok:  Welatê tirþokê Mezopotamya, bakurê Asya Navîn, bakûrê Amerîka,  û welatên Derya Spî ye. Dîroka wê baþ nayê zanîn. Lê ji 3. 000 salan û virde ji alîyê medenîyetên Sumer, Med, Asûrî, Misrî, Babîlî, Romayî û Yewnanan ve hem ji bo xwarinê û hem jî jibo derman hatiye bikaranîn. Di roja me de jî, ji bo çay, derman, tentûr di TIB ê de tê xebitandin.

 

Berhevkirin: Di mehên Gulan û Tîrmehê de belgên wê tên berhevkirin û hiþkkirin. Lê belgên wê ji ber ku pir bi avî ne, dema bên hiþkkirin hewceye mirov baþ bala xwe bidê ku bivzê (kufikê) negire. Reh û bizrê wê jî di payîzê de tên berhevkirin, hiþkkirin û di firaxên cam de devgirtî tên hilanîn.

 

Têdahî: Bi awayek berfireh lêkoîn li ser naveroka tirþokê nehatine kirin. Lewre em jî xwedîyê kêm zanebûna nin. Madeyên tê de yên giring ev in. Potasyûm, potasyûm oksît, flavogîkozîtê cûrbecûr, cûreyên tanînan, rûnên firek (rûnên eter) vîtamîn C.  Di reha wê de niþaste, tanen, fosfor, hesin û hwd.

 

Kêrhatî: 1- Destavê diqulipîne (veretisîne). 2- Peçivîn (werimîn) ên aþikê.  3- Xuran dibire. 4- Þîrê dayikan zêde dike. 5- Xetimînên mahsenê ji holê radike. 6- Îþtahê vedike, hinavçûyînê (virikê) dibire. 7-Hereretê dibire, têhnîbûnê diþkêne, pêþîya edavên (kurmîbûnên) atîseptîk, atîbaterîyel digire. 8-  Xwînê çêdike û paqij dike. 9-Sefrayê vedireþîne, sabxor (qebiz) ê çêdike.

 

Prof. Dr. Ahmet Marankî dibêje: “Tirþok nebatek pir tamxweþ e. Ji pelên wê selete tê çêkirin. Gelemperî tirþoka zinaran jibo çayê û xwarinan, ya kewan jibo tentûr tê bikaranîn. Tirþok destavê diqulipîne, peçivînên aþikê dadixe (dadimirîne), heke rehên  wê bê kelandin û vexwarin hemû awa û cûreyên xuran dibire. Þîrê dayîkê zêde dike, xetimînên mahsenê ji holê radike. Iþtah vedike, îsalê dibire, hereretê kêm dike, têhnîbûnê diþkêne. Hewceyê kesên bawî nexwin. Divê pir neyê xwarin, heke zêde bê xwarin dibe ku bibe sedemê xisardayîna gurçikan, îsal, vereþîn û mîz xwe têde negire. Lewma heke berê bê kelandin û ava wê bê rêtin û wisan bê xwarin bi faydetir e”.

 

Prof. Dr. Îbrahîm Gokçe dibê: “Ji pelên tirþokê yên ter, selete, dolmik û çayê tê çêkirin. Ji reh, pel, kulîlk û navteng (dar) a wê çayê û tentûr tê çêkirin. Heke tovê wê yê kesk (ter) bê kelandin û vexwarin, þîrê dayîkê zêde dike. Heke pelên wê bê kelandin û heriþandin û li ser çerm bê danîn, wê faydeyek baþ bide nexweþîyên çerm”.

 

Karanîn: 1-Çayê 2- Tentûr 3-  Xwarin.

 

Çayê: Jibo her  2 kevçîyên qahwê tirþoka hûrkirî bikin nav çaydankê, 2 qedehên ava  kelandî berdin ser, bila  5- 10 deqan di dema xwe de bimîne. Paþê biparzinin û rojê 3-4 qedehên çayê jê vexwin. Heke tirþok ter be, bila sê kel bênê, paþê 5 deqîqan di demê de bihêlin û vexwin.

 

Tentûr: Jibo hemeoterapî: Piþtî we rehên tirþoka kewan baþ þûþtin û hiþkkirin, hûr bikin û jibo 50 gr rehan  700ml alkola %70 derece berdin ser û danin (deynin) cihek ku tîrêja tavê nebîne. Bila 4-6 hefteyan bimîne. Lê 2 rojan carekê jî biçilqînin, paþê biparzinin, bikin þûþên tarî û di sarincokê de an jî di cihek hênîk de biparêzin. Rojê 3-4 caran 10-15 dilopan û mehekê li ser hev vexwin.

 

Xwarin: Ji tirþokê gelek cûreyên xwarinan tên çêkirin Wek burîþ (þorbe), mixle, dolmik, þanborek û hwd. Her weha tirþok bi pancarên din yên wek gezing , alo, spanaq û hwd re jî tên tevlihevkirin û xwarin jê tên çêkirin.   

 

20.04.09

 

 

 

 

 

KIVARK / KUMIK

 

JAHRA AXÊ Û JAHRKUJA RUHBERAN

 

LACTARIUS  PIPERATUS  FUNGUS

 

Kivark jehra axê û jahrkujê rûhberan e. Li gor bilindahî, cih, war, mezinahî, biçûkahî tewr û rengên xwe tên guhertin. Kivark li nav axê, di nav avên þîrîn, li kêm cihan jî di nav avên behran de jî hêþîn tên. Gelek rengên wan hene. Wek sor, zer qehweyî, spî, kremî û hwd. Hinek jî di Tib ê de tên bikaranîn. Hinek dibin sedemên nexweþîyan, hinek jehrîker û xisardar in. Ne tenê xisarê didin ruhberan, her weha didin keskatî û hêþînhatên din û ruhberan.

 

Hinek di sanaîya kîmyayê de tên xebitandin. Hinek ji wan tên xwarin. Yên tên xwarin derman û xurekî herî baþ in. Tê gotin 500 lewn û 14.000 cûreyên wan hene. Lê yê herî bi qedir, yên bi kumik in û diþibin sîwankan (þemsîyan). Rengên wan wek þîr spî ne.

 

Welat û dîrok: Welatê kivarkan hemû deverên dinê ye, hema li kîjan deverê ji nav axê dibiþkivin ew dever welatê wan e.

 

Dîroka kivarkê digehije 4 milyar salan. Di demên desthilatdarîyên Sumer, Babîl, Asûr, Med, Ûrartû, Roma, Yewnanên kevnar, fîrawûnên Misrîyan û hwd hem wek xurek û derman dihat xebitandin û herweha  jibo hevîrtirþ, þarab û kuþtina mirovan jî hatîye bikaranîn.

 

Li Çînê 600 sal berî niha çandinîya wan dest pê kirîye. Di 1650 de li Firansa pêre jî li welatên din yên Ewropa û li Amerîka çandinîya wê kirine. Niha li hemû deverên dinê dest bi çandinîya wan kirine û bûye xureyek ku hemû deman peyda dibe. Li Kurdistanê kivarkên herî xweþ li deverên çîyayên bilind, di binê helizan de dibiþkivin. Heba wan bi qasî firaxekê ne. Rengê wan spî ne, ji dûrve dibiriqin û gelek tamxweþ in. Ji wan kivarkan re jî kivarkên helizê tê gotin. Bixwe heliz jî dema nû derdikeve tê xwarin û dikeve nava penîr, ku mezin bû jî dibe êmê heywanan.

 

Dêdahî: Proteîn, hesin, rûn, þekir, asîtên folîk, karbondhîdrat, gelek cureyên vîtamînan û hwd.

 

Li gor lêkolînên Mîn Zang yên ku li Unîversîta Awustiralya bakur, li bajarê Hancou ya Çînê li ser 2018 kesan hatiye kirin, ( ku nîvê wan bi penceþêra pistanan (memik) ketibûn) aþkera bûye ku kivarkan hema hema rîska penceþêrê ji holê hilanîye û yên pê ketî jî berbi baþbûnê ve rû dane. Mîm Zang di rapora xwe ya di sala 2004-2005 an de dibêje: “Rojê xwarina 10 gm kivark pêþîya penceþêran digire. Bandora kivarkên ter û hiþk wek hev e. Lê heke çaya kesk jî  bê vexwarin wê bandorek çêtir nîþan bidet”. Herwaha Mîm dibêje ku li Çînê nexweþîya penceþêrê çar caran ji yên welatên pêþkeftî kêmtir e.

Sedema wê jî xwarina kivarkan û vexwarina çaya kesk e.

 

Li gor lêkolînên Unîversîta Çukurova kivark sistema xweragirînê bihêz dike.

 

Li gor lêkolînên Unîverisîta Pamukkale beþê lêgerîn û lêkolînên kivarkan Doç Dr. Kudret Gezer dibêje: “Kivark jibo bedena mirovan xwarinek pir giring e. Têdahîyên

(madeyên) di nava kivarkê de pêþîya tîmora ku sarcoma -180 tê binavkirin, ji % 80 daye sekinandin..Di kivarkê de madarê ( miktar) proteînê zêdeye û ya þekir û rûn pir kêm e. Lewre jibo dîyetê jî xwarinek  îdeal e. Ji ber ku rûn û karbonhîdrat tê de kêm e, jibo nexweþîyên dil, hiþkbûna jîyan û rehan jî tê qewitî (temînî- tavsîye) kirin”.

 

Proteîna 100 gr kivarkê hember 100 gr þîr e. Proteîna kivarkê di beden de depo nabe. Beden wê rojane diserifîne. Kivarkê xweserîya xwe ya aramkirinê heye. Asîta nava wê ya folik ji bêxewîyê re pir baþe. Kesên nexweþên þekir, gurçik, mêlak wê ji xwarina kivarkê gelek sud (fayde) bibînin.

 

Prof. Dr. Ahmet Marankî dibêje: “Nirxa proteîna kivarkê ji ya goþt zêdetir e. Kivark hiþ baþ dixebitîne, westîyana bedenê diborîne. Jibo kesên jar (lewaz) û kêmxwîn xurekek pir hêja ye. Xwînê çêdike, bedenê bihêz dike. Kivark jehra axê ye lê jibo  mirovan (ku ew jî ji axê çêbûne) jî jahrkuj e. Kivark hewceye roja bê patin bê xwarin û nemîne jibo roja paþtir. Hewceye kivark di beroþ û firaxên aleminîyûm de neyên patin. Kesê nexweþîyên bawîbûnê pêre heyî, hewceye kêm bixwin. Kesên nexweþîyaÛremî heyî, divê kivarkan nexwin. Pir cûreyên kivarkan yên bi jehr hene. Lê kivarkên çandinî (yên bi destê mirovan tên çandin) mirov dikarin bêtirs bixwin”.

 

Karanîn:  Kivark bi gelek awayan tê bikaranîn wek: Tirþî , hiþkkirin, tirþik, sorkirin, birajtin, bi rûn û bê rûn xwarin jê çêkirin û hwd. Ji kivarkan bi sedan cûreyên xwarinan tên çêkirin.Ew jî karê xwarinpêj û kebanîyan e.  

 

10/04/09

 

 

 

 

SÎYABO

FERULA SP  ( CARYOHLLACEAE )

 

Sîyabo li çîyayên bilind, bi helîna befrê li bedenên wan çîyan, ji nav axê xwe bixwe dibiþkive. Heta dawîya gulanê jî li gor rewþa çîya û helîna befrê tê berhevkirin. Bejna wê 70- 120 cm bilind dibe. Belgên wê pir parçe ye û bê pûrt e. Kulîlkên wê  zer in. Ew jî ji malbata helizê ye, lê ne heliz e. Tiþtekî cudatir e û wek helizê  li her deverê çîyan hêþîn nabe.Dema buhar tê, ew jî wek gelek nebatan digehe hewara belengaz, feqîr û jaran. Ew jî wek gelek pincaran hem wek derman hem jî wek xwarin û pêxwarin tê xebitandin û dikeve nava penîr. Buharan gelek kes debara xwe bi berhevkirin û firotina sîyaboyê bi dest dixin. Li bajarên wek Hekarya, Wan Bedlîs, Þirnex û gelek bajarên din, pincara herî nirxbilind û bi qîmet e. Di van salên dawî de pincarfiroþ heta Dîyarbekirê û Rihayê jî jibo firotinê tînin.

 

Dîrok û welat: Welatê wê  bilindahîya çîyayên navenda Kurdistanê yên rêzeçîyayên Zagros, derdora bajarên Hekaryan, Wanê û Þirnexê ye. Dibe ku li deverê din yên çîyayên Zagros jî hebin. Dîroka wê nayê zanîn. Lê li gor dîrokê, jîyan berê ji çîyanên Zagros daketîye deþtê. Heke em li gor vê teorîyê bimeþin, hema dikarin bibêjîn piþtî tofana Nuh Pêxenber e. Û ji alîyê bapîrên me Kurdan Hûrî, Gûtî, Sumer, Med, Ûrartû, her weha ji alîyê Asûrî , Babîl û medenîyêtên din yên Mezopotamyayê ve  hem jibo derman hem jî wek xwarin hatîye xebitandin û heta gihaþtîye roja me.

 

Sed heyf û hizar mixabin, li ser vî pincarê hinde nirxbilin û qedirgiran hema hema  lêkolîn nehatine kirin û li cem gîyakologan jî pincarek nenas e. Tiþtê hatî kirin yek jê Unîverisîta Gazî ya Enqerê beþê zirietê di sala 1994 de, di bin navê tabata û ark kurte nîvîsek ku Baytop nivîsîye. Wî jî, ji devê xelkê xwecih girtîye û dibêje ji alîyê xelkê deverê tê gotin ku ” jibo marpêvedanê, þekir û tirþbûna aþikê re baþe û dikeve nava penîr û bi xavî jî tê xwarin.”

 

Ya didiwan, lêkolîna Unîversîta Yuzuncu Yil Fakûlta Zirietê ya bajarê Wanê ya sala 2008 a li ser penîrê bi Sîyabo ye.

 

Li gor van lêkolînan % 2 Sîyabo xistine nav penîr û 90 rojan di 4 derecan de hiþtine. Di encamê de derketîye holê ku (a- Sîyaboyê madeyên nava penîr ên zuha rûn û proteîn daxistîye, lê li hemberê wê asîta tîtrîsyonê bilind kiriye. (b- Sîyaboyê boyaxên reng û dîdara (bînî- xuya ) penîr kêm, lê aroma, tam, awa û tekstûra wê zêde kiriye.

( c- Sîyaboyê di asta stewrîna ( geheþtin- çêbûn-mehîn) penîr de bandorek bilind kiriye. Lê di madeyên wek azot, amîno azot, lipolîze ast daxistiye.

 

3-Derhêner Rodî, kurte fîlimek 15 deqeyî li ser Sîyaboyê çêkiriye. Rodî bi jinikên pancarçin re çûye çinîna Sîyaboyê û di derheqa wê de agahdarî ji jinikan standîye. Li gor gotinan di Roj tv de jî hatîye weþandin.

 

Kêrhatî: Li gor ceribandinên Hekîm Lokmanên deverên ku Sîyabo lê hêþîn dibe, tê gotin ku “jarhkuj e,  yên ku Sîyaboyê bixwin bi pêvedana (gezkirina) mahran namire. Jibo nexweþîyên bawîyan derman e.  Tirþbûna aþikê ji holê radike. Ji nexweþîya þekir re pir baþe. Û ji gelek nexweþîyên din re jî þifayê tîne. Ji hemû derdan re derman e.”

 

 Ku ne wusa ba, ma wê jibo çi kesên li deverê dijîn jibo bidestxistina çend kîlo “Sîyabo “  5- 6 seetan bimeþin heta bigehin devera Sîyabo lê hêþîn dibe? Ew kelepora bav û bapîrên me ji 10 hizar salan virde ye ji me re mayê. Lê sed heyf û hizar mixabin, piþtî welatê me parçe bûye, di nav me de Hekîmên Loqman nemane û di Tiba modern de jî derfetên me nebûne em li ser wî û gelek pancarên din yên xwedî nirxbilind lêkolînan çêbikin. Tiþtên di dest me de heyî di derheqê Sîyaboyê û gelek pancarên din de ji % 1 e.

 

Karanîn: Bi xavî tê xwarin.  Dikeve nava penîr, tê sorkirin û dibe mixle, tê kelandin û xwêkirin jibo zivistana wek tirþî û pêxwarin sifran dixemilîne.

 

04/04/09

 

 Têbînî: Tika û ricayek jibo hemû Kurdên ku bi gîya û pincaran re eleqeder dibin û beþê xebata wan e, bila ji kerema xwe li kelepora bav û bapîrên xwe xwedî derkevin. Li ser pincarên wek Sîyabo, Mendê, Alo, Brîndar, Spingê, Guhbizingê, Kerengê, Mendê û hwd lêkolînan li ser bikin. Kî dizane belkû ev pincar bibin dermanên çareserkirina nexweþîyên wek Adis, penceþêr, þekir, tansîyon û nexweþîyên dil û hw

 

 

 

 

KERENG

 

GONDELÎA  TOURNEFORTÎÎ

 

Kereng jî wek gelek hêþînhatan (nebatan) hem jibo têrkirin, hemjî jibo derman di biharan de digehije hewara mirovên feqîr û ruhberên din.

Kereng hêþînhatek bi kelem (strî) e. Di destpêka biharê de li çolan û bedenan xwebixwe li cihên axsist hêþîn têt. Belgên wê kesk û hinekî bi pûrt in. Bejna wê bi tîrane bi qasî 40 – 60 cm bilind dibe. Navtenga wê singane û zer e. Çiq û þaxên wê ji navtengê berjortir vedibin û bi stirîyan dorpêçkirî ye.

 

 Di mehên nîsan û gulanê de kulîlkan vedide.

 

Kulîlkên wê spîzer in, bi stirî û pûrt in. Dema kulîlkên wê digehin, rengê wê soremor anjî zer û keskane ne.  Dema digehe ew kulîlk dibin paxoxeyên bi stirî û di nava wan paxoxan de bizirek heye. Ji wê bizirê tov- sîsik, qehwa kerengan û çerez çêdibin. Þîrek ji qevd (navteng) û çiqên wê  tê, jêre tê gotin þîrê kerengê. Ji wî þîrî benîþtek çêdibe.

 

Du cûreyên kerengan hene. Kerengên zer û kerengên reþ. Li hinek deveran ji kerengên reþ re ” kerengên keran“ jî tê gotin. Lê kerengên reþ  li hinek deveran nayên xwarin. Gelek pispor jî kerengê û qîvarkê ( kerbeþê )  tevlihev dikin. Ca jixwe kerengên zer rengê wê zer e.  Kerengên reþ jî rengê wê keskereþ e. (keskê tarî).

 

 

Welat û dîrok:  Welatê kerengê Kurdistan e. Ba û bagerê bi xwe re birine hinek welatên din jî.Dîroka wê kes nizane ji ber ku ne hêþînhatek çandinî (kultûrî) ye. Lê wer xuya dike, dîroka wê digehije dema berî mirovatîyê. Kurd gelek cûreyên xwarinê û pir tiþtên din ji kerengê çêdikin. Ji ber ku ewilî di biharê de dema her tiþt li kîleran xilas dibe û biharan nexweþîyên biharan dest pê dike, kereng jî wek hinek pancarên biharê digihije hewara birçîbûn û nexweþîyên mirovan û ruhberên din. Lewre jî bav û bapîrên me li ser kerengê helbest û stran çêkirine. Bendek ji helbestekê wehaye.

 

Kereng digehije bedenan û kaþan

Xwarina feqîr, jar, bergîr û wehþan

Kereng çi digere li mala wezîr û paþan.

 

Têdahî: Sed heyf û hizar mixabin ku li ser têdahîyên vê hêþînhata nirxbilind çi lêkolînên giring nehatine kirin. Heke hatibin kirin jî, di çi pirtûk û malperan de ez lê rast nehatim. Heke hinek xwendevan lê rast hatin, bila ji kerema xwe jibo me biþînin da ku em jî bi wan bihesin û bigehînin xwendevanan. Herweha li ser bandor û faydeyên wê jî  (derveyî benîþt) min çi agahdarîyên lêkolîneran bi dest nexistin. Hîvîdarim wê kesên di derheqa wan de agahdarî hebin wan jî bigehînin me.

 

Prof. Baybot û Prof Dr. Îbrahîm Saracoglû dibêjin:  Benîþtê kerengê sistbûna lam ê

 (çenê) diþidîne. Teqîna perda (zar) guh dikewîne. Jibo xistina kevirên sefrayê dibe alîkar. Li ser daxistina zixt (tansîyon) û þekirê xwînê bandorek erênî nîþan dide. Rehên dil nerm dike. Hezmê hêsan dike. Iþtahê vedike, diranan paqij dike, dostê kezebê ye, pêþîya felcbûna serûçavan ( rû) digire.

 

 

Karanîn: Kereng  bi gelek cûreyan tê bikaranîn. 1- xwarin 2- tirþî 3- benîþt 4- çerez 5- qahwe.

 

Xwarin û tirþî: Ewilî biharê reha kerengê bi darên sertûj (xilç) tên derxistin . Piþtî þûþtin û spîkirinê hinek diqelînin û hêkan dikin ser (dikin mixle). Hinek dixesînin

 

 (xwê pê werdikin û hinekî sor dikin) wek pêxwarin bi nan re dixwin. Dikeve nav xwarinên dew, savar, brinc. Li alîyê Diyarbekirê meftûna wê jî çêdikin. Di mehên hizîran û tîrmehê de binê kerengê, bi kêrekê tê jêkirin anjî brînkirin. Di cihê hatî brînkirin de þîrek jê tê. Ew þîr dibe benîþt. Herweha qaþilê li ser navteng û þaxên wê, wek rêvas û xîyaran tê spîkirin û xwarin. Payîzê bizirê di nava papoxka wê de tê derxistin, qelandin û hêrandin. Ew dibe qehwa kerengan. Heke ew bizir bê qelandin û xwêkirin, wek dindikên kundir, gulberoj û zebeþan dibe çerez. 

26/03/09

 

 

 

 

 

  SPING

 

SCORYONERA – TRAGOPOGON SPP

 

Sping ji malbata beybûnan e. Di tibê de wek gîya û derman di rêza duyem û sêyem de cih digire. Herwiha di latînî de pir cûreyên wê hene. Lewre me li ser nivîsê herdû cûreyên lê tên nivîsîn.

 

Kêm lêkolîn li ser spingê hatine kirin. Lewre jî li gor destkeftîyên xwe ezê bidim nasîn.

 

Sping gîyayek biharî ye. Piþtî berf dihele û baran dibare, di nav zevîyan de, li nav mêrgan û bedenan xwe bixwe ji erdê dipijiqe (þîn tê) . Belgên wê zirav bi qasî  5-6 cm dirêj dibin.Temenê xwarina wê bi qasî mehekê ye. Di mehên tîrmeh û tebaxan de kulîlkên zer vedike. Bejna kulîlkên wê 5- 15 cm bilind dibe. Þîrek ji qurm û pelê wê tê, ji wî þîrî benîþtek tê çêkirin.

 

Welat û dîrok:  Welatê wê nayê zanîn, lê li hemû welatên berf lê dibare hêþîn dibe. Dîroka wê jî, ji ber ku gîyayek pêþîn yê xwarinê ye û di hemû deveran de þîn tê, digehe demên destpêka mirovatîyê.

 

Têdahî:  Þîrê gîyayî,  jahrkuj (antî gîft-pan jahr), hesin,  pir cûreyên proteînan, antîoksîdan û vîtamînên cûrbecûr.

 

Sping þîr zêde dike, hêrsbûnê dadixe, jîyan nerm dike.  Jibo nexweþîya sat ê pir bi fayde ye. Agir dadixe, jahrkuj e, iþtah vedike, kêmasîya vîtamîn û asin dadigire, þekir dadixe, hezmê hêsan dike, sîstema givirandinê tekûz dike, têrker e û hwd.

 

Profesor Dr. Erdem Saracoglû di derbarê spingê de dibêje: Piþtî  zivistana dijwar dawî tê, zerzewat û fêqî kêm dibin. Piþtî helîyana befrê û barîna baranê, destpêkirina nexweþîyên buharan û lewazîyên bedena mirovan, sping digehe hewarê. Dema sping 5-6 pel vedan, heke bête berhevkirin pir bi fayde ye. Xwarina wê jî  pir meqbûl e. Lê dema pelên wê mezin dibin û kulîlkên wê vedibin, hemû fayde û nirxên xwe winda dike.

 

Sping ji ber ku hesin têde pir e, jibo kêmasîyên vîtamînên beden û pêþîgirtina nexweþîyan xurekek bê qisûr û mikemel e.

 

Heke sping bi xavî bê xwarin an jî seleta wê bê çêkirin, iþtah vedike. Sîstema givirandinê tekûz dike, hezmê hêsan dike.

 

Heke xwarina wê bê çêkirin û bê patin, jibo aþik (mexde) û rûvikan faydedarek bê hempa ye. Dervayî xwedîkerîyê, ji xebitîna hemû lebatan re dibe alîkar. Ji belg û reha wê þîrek jê tê, ew þîr derman e. Herwiha ji wî þîrî benîþtek tê çêkirin.  Li ser bêzên tifê, zihabûna dev û hêsankirina sîstama givirandinê bandorek gelek baþ nîþan dide.

 

Profesor Dr Ahmet Marankî dibêje: Di pel, kulîlk û reha spingê de bandora jahrkujîyê heye. Heke ava pelê wê ya rasteqîn li ser cihê marpêvede (gez bike) bê danîn,  (têhesûn) jahrê dikuje û winda dike. Ava spingê jibo nexweþîyên agirîn, ( nexwþîyên ku agir bilind dikin) tê bikaranîn.

 

Þerbeta ava spingê jibo nexweþî û agirdaxistinê: Piþtî paqijkirin û þûþtinê, spingê bikin nav  sîrkutek mermer an jî hewanek mermerî (an jî cohnî), baþ biheriþînin (biqutin) heta ava wê derê û bikin tûrekî bila ava wê dawerive. Anjî bigivêþîn, ava wê jê derînin, wê avê hinek þekir tevlê bikin û bikelînin. Ku çend kelek hatinê, ji ser êgir hilînin. Þerbeta we temam e.

 

   20/03/09

 

 

 

 

NEHK—NOK

 

CICER ALÎETÎNÛM 

 

Nok hêþînhatek (nebatek) ji malbata baqilan e.  Piþtî lobî (fasûlî) û nîskan, xurekek herî zêde tê xwarin e. Bejna wê heta 60 cm bilind dibe. Belgên wê hinekî bi pûrt in. Xwedîyê qurmek singane ye. Rehên wê 50-60 cm dikevin kûratîya axê. Gelek rehên wê yên di rexan (derdorê–kanar) dertên hene. Lewre pirî caran navtenga wê nayê dîtin. Mirov dibê qey teraþ e. Kulîlkên wê pêncpel, rengên wê spî, peyazî û þînokî ne.  Bi toza kûlîlkên xwe dol digire û dibe dikak. Dikaka wê rengê baqlan dide, wek kîsikek diþibe þoqilan û bi pûrt e. Di nava wê dikakê de 1-3 lib kakil (bizir-tov-fêqî) hene û ji wan fêqîyan re nok  tê gotin.

 

 Rêngên wan spî, kremî, zer, qehweyî û rengên din in. Lê yên herî vekirî meqbûltir in. Yên spî, kremî û zer jibo mirovan xwarinek herî nirxbilind e. Rengên din jî jibo heywanan dikin xurek (êm).

 

Welat û Dîrok: Welatê Nehkan (nok) Mezopotamya, Îran û Anatolîya navîn e. Li gor pisporên lêkolîner, hatîye tesbîtkirin ku berî niha 7000-7500 salan li van deveran çandinîya nokan hatîye kirin. Berî wê jî li van deveran li çolan wek kovî (bejî) xwe bixwe hêþîn dihat. Ji van deveran derbasî welatên din bûye. Di roja me de welatên herî zêde lê tên çandin,Tirkîye, Afrîqa bakur, Meksîka, Hîndistan, Pakîstan, û Spanya ye. Li Kurdistana bakur deverên herî zêde lê tên çandin, Dîyarbekir, Kexta, Mêrdîn,  Maraþ û Mûþ e. Li van bajaran di salê de bi qasî 250 hezar ton hilberînîya nokan tê kirin. Nok Ji alîyê proteîn, mîneral û vîtamînan de pir kedxuda ye ( zengîn e).

 

Têdahî:  Niþaste, Azot, Protein, Hesin, Kalsîyûm, Fosfor, Karbonhîdrat Fosfat Vîtamîn B. Û hwd.

 

Prof. Dr. Îbrahîm Saracoglû û Prof. Dr. Ahmet Marankî dibêjin: “Di hinek zilaman de sperm (bizir- tovê mêranîyê) nîne anjî kêm e. Heke ev çeleb kesane du mehan li ser hev kûr a  (tedawî) nokan pêk bînin, wê ji % 35- 40  sperma wan zêde bibe.

 

Nok dikakek pir xwedîker e. Di hundirê xwe de madarek (nisbetek) zêde, niþaste û azotê dihewîne. Ji alîyê proteînên giyayî, cûreyên vîtamîn B, hesin, kalsîyûm, fosforde pir zengîn e. Di 100 gr nok de, 360 kalorî, 20 gr proteînên gîyayî, 5 gr rûn 61 gr karbonhîdrat heye.

 

Ji ber ku nok di hindirê xwe de hinek jahran dihewîne, givirandina (hezim) wê pir zehmet e. Lewre hewceye nok 12- 24 seetan di avê de bimîne û paþê bê kelandin.

 

Nok bedenê bi hêz dike, westîyanên bedenî û zêhnî (hiþî) ji holê radike, iþtah vedike, aþikê bi hêz dike, rûvikan nerm dike, destavê (mîzê îdrarê) zêde dike, þîrê dayikê miþe (pir) dike, reh û jiyên bedenê vedike, kuxukê dibire. Pêþîya berhevbûna (kombûna) ava di bedenê de digire, li henber penceþêra qefesa sîngê parêzker e. Taybet di demên menoposma de, hormonên ostorojen sîqal (eyar) dike. Bandora daxwazên zayendî  (seksî ) zêde dike. Heke nok bê hêran û li ser brînan û xurînên bedenê bê danîn, wê birînan bikewîne û xuran jî bibire.

 

Jibo kûra zêdekirina sperma, nîv lître avê bikelînin, 6-7 kevçîyên nokan bikin nav bila 10 deqîqan bikele. Paþê ji ser êgir rakin bila þîrgerm bibe, wê avê spêdê piþtî xwarinê û nîvroyan berî xwarinê qedehekê jê vexwin.

 

Pelûka nehkan:  Jibo 4 kesan. Qedehek avê nok (200 gr), nîv qedeha çayê dohnê zeytê, sê kevçîyên þîranî, kakil (fisteq, gûz, behîv ) (heke fisteqên çamê bin wê baþtir be), 2 kevçîyên xwarinê mirûjên hûr (tirîyê çivîkan), kevçîyek çayê darçîn, lîmonek, kewçîyek çayê xwê.

 

Amadekirin: Jý êvar de nokên xwe bikin avê bila nerm bibin. Paþê wan nokan bikelînin heta dipijin. Mirûjên xwe seetekê di avê de bihêlin. Ava nokan biparzinin, paþê biheriþînin û bikin pelûk.. Malzemên din  jî hemûyan berdin nav û tevlihev kin. Li gor dilê xwe forman bidinê û servîs bikin.    

    

13.03.09

 

 

 

 

 

ÎSOT Û BÎBERA SOR Û TÛJ

Dermanê mîkrobkuj û êþbirê

 

 CABSÎKUM ANNUM FRUTESCENS

 

Îsot û bîbera sor û tûj (li hinek deveran jêre dikakanjî gîyayê germ jî dibêjin) 30- 100 cm bilind dibe. Hêþînhatek (nebatek) nîvdarî û nîv gîyayî ye û berbijor tîrane radibe.  Belgên wê keskên giroverên rimane ne. Kulîlkên wê þeþpel, tacane û spî ne. Di nava wan kulîlkan de navikek û tozdanka dolkirinê (hevgehînê) heye. Ji wê navikê û kûlîlkê dikakek çêdibe û jêre dibêjin îsot an jî bîber.

 

30 cûreyên bîberan hene. 30 jî yên bîjî (pîç-melez ) ku ji tevlihevkirina bizir an jî bi ajne û tamkirinê hatine peydakirin hene. Lê babeta me li ser yên derman in. Ew jî di bingehîn de du cûre ne. Îsot (ya tahl) sor, kesk, esmer û pirteqalî, girover, rimane yan jî dirêj in û fêqîya wan serevraz (berbijor) e. Bîbera tûj û sor jî fêqîya wê serniþîv

(berbijêr) e. Ferqa mezinahîya wan jî ya tahl 1-3 cm berjor, ya tûj 3-7 cm berjêr mezin dibe. Di havîn û payîzan de tên berhevkirin, hiþkkirin û hêran. Îsot û bîber tûj û sor jibo derman, melhem, tentûr, baharat û serzewat tê bikaranîn.

 

Welat û dîrok:  Welatê wê Amerîka baþûr e. Spanyolan bi xwe re anîne Ewropa . Ji wir jî belavî welatên tropîk û suptropîk bûye û di wan welatan de çandinîya wê tê kirin. Bi tenê li Hindistanê di salê de 250. 000  ton  tên çandin. Li Kurdistana bakur bajarên, Mareþ, Ruha, Adiyaman, Entab û hwd pir tên çandin û xwarin.

 

Têdahî: Madeyên tahl û tûj, Cabsaicîn, Nonen asît,  Mentîl, Mentîloktasît, Dihidrokabsancin, Nordihîdro cabsancîn, Homodîhidro,Varîllyamît, Nonylasît, Carotînolîtên cûrbecûr, Zeaxanthîn, Rûnên sabit , Rûnên firek, Flafotînên curbecur,  Pro vîtamîn A , vîtamîn B, C û hwd.

 

Ji Unîversîta Zûrîchê Beþê  Tedawîyên Xweristî Prof. Dr. Reinhart Saller dibêje: “Di klinîkên cuda de, 6000 lêkolîn û ceribandin bi dermankirina bîbera tahl û tûj û melhema wan hatine kirin û encamên pir baþ hatine bidestxistin. Hinek ji van nexweþîyan ev in:  Bawîyên kabok û movikên edavgirtî û êþên wan. Êþên helîyana (mihyana) hestîyan û edavên wan. Êþên rehan û jîy an. Êþên nexweþên þekir yên ji jîy, rehan û hêrsbûnê tên. Êþên piþtî emelîyata pistanan ( memikan) . Êþên piþtî jêkirina dest, pêçî , ling , pî û êþên wan yên ji rehan û jîy’an tên û hwd”.

 

Bi tedawîkirina melhema bîberên tahl û tûj, di 5 kilînîkan de ceribandin li ser 314 kesên bawîbûyî hatîye kirin û derketîye holê ku ji % 50- 60 baþbûn hatîye tesbîtkirin.

Lêkolînên di 6 klinîkên nexweþîyên þekir de, bi tedawîkirina melhema bîberên tahl û tûj ya li ser 355 kesan hatî kirin, êþên esebîbûn, jîy û rehan yên ji nexweþîya þekir tên encamên baþ hatine bidestxistin.

 

John Prescott ê Awustiryayî di lêkolînên xwe de tesbît kiriye ku di bîbera tahl û tûj de madeya bi navê Capsaicin,  hormonên dilþahîyê xurt dike û ew jî dibe sedema kêmbûna êþan û zêdebûna dilþahî, kêyfxweþî û rûkenîyê. 

 

Japonan di lêkolînên xwe de tesbît kirine ku bîbera tahl û tûj bandorek wek aspirînê dike. Êþbir û tedawîker e. Anku xwînê zirav dike, pêþîya mejîxwînbûnê, krîza dil, hiþkbûna jîy û rehên bedenê digire.

 

Komisyona Ewrûpayê di belavoka xwe ya monogofî ya 22 an de beyan kiriye ku melhema bîberên tahl û tûj, jibo hiþkbûnên jîy, reh, sermil, stuh, piþt, mil, nêhk (kulîmek, kelef, qalçe) û herweha di Hemmeopatî û Nevrolojî de edavgirtinên guhê navîn, sersing, nava dev, helîyana hestîyan, gastirît, edavên rûvikan, bawesîr, nemêrî, bawîbûnên kabok, movik, jîy, reh, tamûsk (reng avêtin) û rêyên avrêjê (mîzê ) kare bê xebitandin.

 

Pisporên Ingilîzan di lêkolînên xwe de tesbît kirine ku bibera tahl û tûj, jibo hemi awayên penceþêran bandorek erênî nîþan dide û dibên: “Me xala penceþêrê ya lewaz peyda kir“.

 

Tiþtê  tamê dide bîbera tahl û tûj, madeya Capsîcîn e. Ew jî hûcreyên penceþêrê dikuje û xusarê nade hucreyên din. Capsîcîn  di laþ de digere, mîkrop û hucreyên xisardar dibîne.

 

Piranîya pisporan rûkenîya Japonan û qelewnebûna welatên wek Wîetnam, Tayland, Filipîn, Hîndistan Çîn û hwd, bi awayek sîstematîk bi xwarina bîbera tahl û tûj  ve girêdidin.

 

Karanîn:  Çaya bîbera tahl û tûj  2 – Melhem 3-  Tentûr   û hwd.

 

Çaya bîberê: Pilek pîbera hûrkirî bikin nav  qedehek ava kelandî, bila 10 deqîqan di dema xwe de bimîne û  hêdî hêdî, germe germ vexwin. Jibo sermagirtinên aþik, rûvik û hemi awayên sermagirtinan þifadar e.

 

Melhem: Bîbera hiþkkirî yan jî ter baþ bihêrin û hinek dohnê zeytê berdin ser (bê dohn jî dibe. Heke hûn diranek sîr û pilek bîbera reþ jî berdin nav hêj çêtire)  û li cihên ku dêþe xin. Ca jixwe Alman sotebend (nêrebend) a ABC ji bîber û ji kulîlka tolkê (kulîlka zêrîn) çêdikin. Hindistanî jî sotebendê ( ABS ) ji bîber, sîr û bîbera reþ çêdikin.

 

Tentûra bîberê: Jibo her hisrek bîber 9 hisir alkola %70 pîle (derece) bêxin nav  þûþekî û 4-6 hefteyan di cihek sîber de bihêlin. Car bi car biþilqînin, biparzinin û rojê 3-5caran 10-15 dilopan 4 hefteyan vexwin. Hefteyekê navberê bidinê û dîsa vexwin. Jibo hemi nexweþîyên me li jor gotin (xasma jibo Homeopatî) bandorek baþ nîþan dide.

 

Heke serê we bêþe yan jî ji niþka ve derek we bêþe, bîbera hiþkkirî bikin devê xwe û gez bikin (ya hûrkirî û ya taze jî dibe) wê êþa we bisekine. Ca jixwe li hemi dinyayê jibo nexweþên “Panîkatak”an tê xebitandin û piþtî tedawîyê rê li ber êþê digre.

 

Xwarin û selete: Heke li ber xwarinan an jî di nav seletan de bîbera tahl û tûj bê xebitandin, pir bi fayde ye ji ber ku hem êþbir e, hem mikrobkuj e, hem xwînê rohn dike, hem hêza zayendî (seksî) zêde dike û hem jî iþtahê vedike. Rojê xwarina 1- 2 bîberan bes e.

 

Li bajarên bakurê Kurdistanê  Ruha, Kexta, Meraþ, Entabê, doþav (ava îsotan) û pestîka bîberan jî çêdikin. 

 

24/02/09

 

 

 

 

 

NÎSK

LENS  ESCULENTA

 

Nîsk xureyek sereke yê herî qedîm e ku di jîyana  feqîran de cihek herî giring digire. Nîsk hêþînhatek (nebatek)  hem havînkî hem jî zivistankî ye. Yên havînkî di mehên Sibat û Adaran de, yên zivistankî jî di mehên, Cirîya Pêþîn  û Cirîya Paþîn de tên çandin. Lewre xurekî hemi deman tê xwarin.

 

 Nîsk li ser rehên ne kûr çîl dide û dibe xwedî gewdekî 15- 75 cm. Ji wî gewdî pir çiqên zirav û rêþî jê diçin û navtenga wê pirî caran xuya nake û bi pûrt e. Belgên wê kesk û kulîlkên wê spî ne. Ji wan kulîlkan dikakek çêdibe. Di hundirê wê dikakê de bizrek biçûk bi qasî reþika çavan heye . Aha ji wê bizrê re “Nîsk“ tê gotin.

 

 Ca jixwe navê xwe yê latînî û tibî jî ji wê reþikê distîne. Di bingeha xwe de du nivþ

(cins) in, sor û kesk. Yên kesk hinekî ji yên sor pahntir û ziravtir in. Lê yên sor, bi qedirtir û pirtir tê xwarin. Ji herdû nivþan û bîjîyên wan bi qasî 50 cûre beyda bûne. Nîska herî baþ ewe ku zû bipije û di dema þûþtinê de ava wê zelal bimîne.

 

Welat û dîrok: Welatê nîskê Mezopomya û Asya Biçûk e. Di medenîyetên Asûr, Babîl, Med û Ûrartûyan de çandinîya wê pir hatîye kirin. Jibo wan medenîyetan nîsk xurekek sereke bû.  Herweha dervayî bizir, hemi nebata wê jî  jibo  heywanan dikirin qût (êm).

 

Ji wan medenîyetan derbasî Misrê bûye. Ji Misrê derbasî Filistîn, ji wir jî derbasî welatên Derya Spî, Ewropa, Rûsya, Argentîn, Þîlî, USA û hwd bûye. Niha di hemi deverên dinê de çandinîya wê tê kirin. Lê devera herî zêde lê tê çandin  germîyanên bakurê Kurdistanê ye.  Di salê de bi kêmanî 600 hezar ton nîsk di wan bajarên Kurdistanê de (wek Mêrdîn, Ruha, Dîyarbekir û hwd tên hilberandin

(rakirin).

 

Têdahî:  kalorî, proteîn, karbonhîdrat, kolestrol, rûn, lîf, fosfor, kalsîyûm, hesin, sodyûm, potasyûm, sifir (paxir), çînko vîtamîm A, B1, B2, B3, beþek zêde asîdên folîk.

 

Prof. Dr. Ahmet Marankî dibêje: “ Di nîskê de vîtamîn B, hesin, kalsîyûm, magnezyûm, sifir, çînko û madarek zêde fosfor heye. Nîsk hêza beden û zêhnê zêde dike, aþikê bihêz dike. Jibo kuxuk û bronþîtê gelek baþ e. Jibo kesên lewaz û jar zêdebûna xwînê pêk tîne. Rûvikan nerm dike. Tevgêra xweragirînê bihêz dike. Jibo çavan jî zehf bi kêrhatî ye. Nirxa wê ya kalorî jî bilind e, enerjîyê dide û westîyanê

hiltîne. Kolestirola xwînê dadixe. Li gor hevîya (nisbeta) parastina nexweþîyê ji hiþkbûna rehan, jîyan û rîþîyan re dibe alîkar. Rîska qrîza dil kêm dike. Rûvîyan dixebitîne. Jibo dûrxistina madeyên xisardar ji bedenê re dibe alîkar û pêþîya qebizbûnê digire. Heke nîsk bê kelandin û ava wê bê vexwarin, êþên qefesa sing kêm dike û kuxukê dibire. Lewre divê xwarina nîskê neyê ihmalkirin”.

 

Karanîn:  Ji nîskê gelek cûreyên xwarinan tên çêkirin. Wek: Borek, selete, dolmik, girar, kelemî û belgên mêwan,

çorbe, kutilk û hwd.

 

Seleta Nîskê: 2 qedehên avê nîsk, 5 pîvazên hiþk, 5 dransîr, kevçîyek çayê îsota sor, kevçîyek çayê nane, kevçîyek çayê bîbera reþ, kevçîyek çayê xwê, fincanek qehwê sîrke, qedehek çayê rûnê rohn, 2 hêkên baþ kelandî, 1 bacana sor, 2 heb îsodên kesk, nîv xîyar, nîv leymûn û çend tayên bexdenozê.

 

Çêkirin: Nîskên xwe þevekê di ava sar de bihêlin, biparzinin û di nav 2 qedeh avê de bikelînin, paþê biparzinin. Pîvazên xwe duker bikin û bi dirêjahî hûrkin. Hinek xwê pê werkin, bixesînin (biperixînin) û biþon. Nane, sîrên qutayî, bîbera reþ, îsot, rûn, sîrke, xwê û ava leymûnê li ser nîska germ werkin û tevlihev kin. Bacan, îsotên kesk, xiyaran  bi dirêjane jêkin û nîska xwe pê bixemilînin. 

 

13/02/09 

 

 

 

 

 

 

 

PIRTEQAL

 

CITRUS  AURANTIUM

ORANGE

 

Dara pirteqalê 2- 5 metroyan bilind dibe. Dibe ku yekemîn darbe ku kulîlkên nû vebûyî û fêqîya geheþtî li heman demê û li ser heman çîqî bi hevre dihewîne. Kulîlkên wê spî û pênc parçe ne. Di nava kulîlka pênc parçe de kulîlkek spî wek alalan (lale) di nava wê  kulîlkê de jî kulîlkên zer hene. Ew kulîlk dibe çavik, ew çavik mezin dibin. Fêqîyek qaþil zer,  an jî sorezer jê çêdibe. Ji wê fêqîyê re pirteqal tê gotin.

 

 Hinek ji wan girover û hinek jî  hêkanî ne. Mezinahîya wan qasî bîhok û  hinaran in. Belgên wê keskên biriqok û wek riman in, rexên belgên wê rast in. Pirteqal piþtî sêvan fêqîya herî zêde tê xwarin e. Di nava wî qaþilê  nerm de goþtê fêqîyê pir bi av û tûzî, tûzî heye. Fêqîyek bêhnxweþ û pir bi vîtamîn e. Di bingehîn de du cûreyên wê hene. Yên bi bizir û yên bê bizir. Hinek ji wan qaþil stûr û hinek jî qaþil tenik in. Pirteqalên herî bi nav û deng Washîngton û Yafa ne.

 

Welat û dîrok:  Hinek dibên welatê pirteqalê Çîn e. Hinek jî dibên Hindistana bakur e. Hinek dîrokvan dibêjin ku Ereban bi xwe re anîne Spanya û Sisîlîya û li wir çandinîya wê hatîye kirin, ji wir jî derbasî welatên din yên Derya Spî bûye. Hinek jî dibêjin “berê ji rêyên hervîþim ji Hindistanê bi mexseda firotinê dihat welatên rêya hervîþîm jê  derbaz dibû. Lê piþtî ku Ewrûpîyan welatên Asyayê zeft kirin û kirin bin nîrê koledarîyê rêya ticaretê hat guhertin û pirteqal jî  ji alîyê Ewropîyan di rêyên deryayê re birin welatên din, li Portekîz (ku Ewrupî  jêre dibên Portugal) û li wir çandinîya wê hatîye kirin. Ji wir jî  belavî welatên Afrîqa, Amerîqa, Derya Spî û welatên bin destê Osmanîyan bûye”.  Lewre di piranîya welatên ku girêdayî dewleta Osmanî bûn jêre dibên portakal.  Di dema me de jibo ticaretê çandinîya wê di wan welatan de tê kirin. Li Kurdistana  baþûr jî tên çandin.

 

Pirteqal bi pir awayî tê bikaranîn. Her çend wek fêqîyekê tê xwarin jî, lê ji kulîlk, belg û qaþilê wê jibo parfûm, rûn, di sanaîya dermanan de jibo derman, di sanaîya xwarina de jibo tamxweþkirin, aroma, rêçal, alkol, benîþt, þekirok û hwd tê bikaraîn. 

 

Dêdahî:  Potasyûm, kalsîyûm, magnezyûm, lîfên asît yên organîk, þekirê xweristî (tabiî – natûrel), fosfor, sifir, hesin, brom, magnezyûm, pro vîtamîn A, vîtamîn A, B1, B6, B12, C , P,

 

Ji ber ku pirteqal madarek pir vîtamîn C dihewîne. mehên zivistanê hêz û berxwedana bedenê li hember nexweþîyên ji sermayê tên û agirîn diparêze. Taybetîya wê ya agir daxistinê heye. Hewceye berî mirov nexweþ bibe pirteqalan bixwe. Piþtî nexweþketinê, pirteqal beþek ji taybetîya xwe ya xweþkirinê winda (berze) dike. Di pirteqalê de ji ber ku pir vîtamin û fosfor heye, bêmeferî (bêhalî, kêmhêzî, zafîyet) yên rehan û hêrsbûnê radike.

 

Pirteqal mîkrobên di nava dev de jî dikûje. Bê pirûzbûn û tazetîya çerm jî pêk tîne. Bêxwînîya nexweþ û zarowan diborîne. Madeyên xisardar yên di nava xwînê de paqij dike. Fêqîyek ji yên herî baþe ku pêþîya penceþêrê digire. Heke pirteqal piþtî xwarinê bê xwarin, avzêkên (ifrazat) aþikê zêde dike. Givirandinê (hezmê) hêsan dike, jibo daxistina þekirê nava xwînê dibe alîkar. Pirteqal jibo nexweþên þekir hem wezîfa qût  (xwarin, xida, xurej) hem jî ya dermanbûnê dike.

 

Kesên zixtê (tansîyon) bilind heyî, heke di hefteyekê de rojekê bi tenê pirteqalan bixwin wê þifayê bibînin. Hewceye pirteqal di demsala wê de bê xwarin. Divê pirteqal bi zikê birsî neyê xwarin. Kesên arêþeyên wan yên aþikê hebin, hewceye pirteqalên tirþ nexwin. Hewceye ava pirteqalan berî xurînîyê bê vexwarin. Kesên berî razanê qedehek ava pirteqalan ya nûgivaþtî vexwin, wê bi rehetî bikevin xewê.

 

Ji qaþilê pirteqalê rûnek (dohn) tê bidestxistin. Ew rûn ji gelek derdan re þifayê tîne.  Heke rojê 3 caran 3 dilopên rûnê pirtekalan bêxin nav niv fincan avê û bê vexwarin,  wê þifayê bide nexwþîyên aþikê, wê givirandinê hêsan bike û jibo bawîyan jî pir bi fayde ye. Rûnê pirteqalê tevgêra xwînê tekûz dike, hêrsbûnê dadixîne, jibo sotin û brînan tê bikaranîn. Heke berî razanê li rû bê xistin, wê qirmiçûkên rû û çerm rast bike.

 

Kêrhatî: 1- Pêþîya hiþkbûna rehan (damaran) û destistan (felc) bûnê digire 2- Pêþîya sermagirtin, zekem, nuzûl (þewb, persîv, nezle) digire. 3- Esebîtî û westîyanê radike 4- Çerm û rû xweþik dike. 5- Jibo nexweþîya þekir bi fayde ye. 6-  Bêxwînîyê ji holê radike. 7-  Givirandinê hêsan dike. 8- Mêlakê (cerg- cîger- kezeb) dixebitîne. 9-  Avzêyên sefrayê zêde dike.

 

Karanîn: 1- Þerbeta pirteqalê bi dohnê zeytê. 2- Rêçala tûvilên (qaþil) pirteqalê. 3- Ava pirteqalê. 4- Jibo nav paste û kekan tamxweþkirina bi qaþilê pirteqalê.

 

Rêçala qaþilên pirteqalê: Jibo 7-8 pirteqalan 6 qedehên avê þekir, 2.5 av, nîv leymûn, pirteqalên qaþil stûr (heke Yafa bin çêtire) li gor dirêjahîyê bi firehîya tilîyekê jêkin. Spîka nava qaþilê bi devê kêrekê hinekî jê derxin. Paþê ber bi dirêjahîyê badin (bikin helqe), benekî (ben-ta-nex) tê rakin û wek gûzan bikin gewlaz. Firaxekê tijî ava sar bikin û wan gewlazan berdin nav avê, bila rojekê bimîne (lê her 2-3 seetan carekê wê avê biguherînin) da ku tîjatîya (tehlatî)  wê jê here. Paþê wan gewlazan bikin nav avê û bikelînin heta nerm bibe. Þekir û ava xwe bikelînin, wan gewlazan berdin nav û li ser agirê kêm heta  þerbeta we çêdibe (bi kevçik dilopek þerbetê berdin nav qedehek ava sar, heke dilop belav nebû þerbet temame). Ku þerbet çêbû, nîv leymûnê berdin nav û bila kelek dî bêtê. Paþê gewlazan ji nav derxin, benên wê jê derînin, ku sar bû bikin nav qetremîzan û bi devgirtî hilînin.

 

Þerbeta pirteqalan jibo paqijkirina bedenê:  13- 14 û 15  mehê (ku di wan rojan de hîv dagirtî (tije) ye, spêdê û êvarî berî bikevin nav nivînan, qedehek ava pirteqalan ya nûgivaþtî bi 1-2 kevçîk rûnê zeytê ve tevluhev bikin û hêdî hêdî bi firtan vexwin.

(heke hûn di wan rojan de biþên tiþtên ji heywanan goþt, þîr, penîr, mast û rûn tên nexwin wê baþtir be).  Wê bedena we ji qirêjên cigarê û yên din paqij bibin, wê laþê we siviktir, hûnê xwe kiþt (aktîf) tir, siviktir û xorttir bibînin.

 

Heke hûn berî razanê qedehek ava pirteqalan ya nûgivaþtî vexwin, hûnê xweþtir û rehettir razên.

 

Dema hûn pirteqalan dixwin qaþilê wan nehavêjin. Wan qaþilan bikin nav robota midbexê bihêrin. Paþê rêzek ji wan qaþilan 3 kevçîk þekirê hûr berdin ser, bi wî rengî bidomînin heta qawanoz (qetremîz) tije dibe. Paþê derê wê bigirin û di derek hênik de biparêzin. Li gor hewcedarîyê jibo kek, paste, kade anjî tiþtên din bixebitînin.

 

 06/02/09

 

 

 

 

 

KELEM / LEHANE

 

 

DERMANÊ  JARKIRIN  Û KÎLO  SÎQALKIRINÊ

 

BRESSÎCA OLERACEA

 

Kelem hêþînahîyek (gîya, nebat) dusalane ye. Sala pêþîn belgên wê hêþîn tên, sala diwem kulîlkan vedike. Pelên wê di hundirê hevde pêçayî, keskeþînê vekirî an jî tarî ne. Belgên wê yên alîyê derva 30 -50 cm dirêj û fireh dibin. Navtenga kelemê bi qasî zendekê stûr 10 -30 cm bilind dibe. Kulîlkên wê yên zerê çarpel û tewandî heta 2 m bilind dibin. Dikakek gurover wek topan di navtenga wê de çêdibe û ji wê dikakê re kelem (lehane) tê gotin.

 

Kelem dikakek hem jibo xwarinê hem jî wek xurek pir bikêr e. Dikakek payîzkî û zivistankî ye. Di dinê de nêzîkî 130 cûreyên wê hene. Lê yên tên xwarin, derman jê çêdibin û berbiçav ev in. Kelema spî û serik 2-6 kg , kelema Batmanê 10-30 kg,  kelema Brukselê (gûzkelem), kelema sor û kelema reþ. Têdahîyên wan kêm zêde nêzîkî hev in. Lê babeta me kelema spî ya serik û ya Batmanê (Kurdistan) ye. Ji kelemê derman, qabsûl, xwarin, tirþî tên çêkirin û xwarina wê derman e. Ji bizrê wê rûnek tê derxistin û di tib ê de tê bikaranîn.

 

Welat û dîrok: Welatê wê Ewropa ye. Ji wir derbasî welatên din bûye. Di dema me de li hemi deverên dinê çandinîya wê tê kirin.

Sedsalên 4-5 berî zayînê li Yewnanîstanê dihat naskirin, xwarin jê dihatin çêkirin û jibo derman dihat bikaranîn.Theophrost qala sê cûreyên wê dike. Romayîyan sedsala duyemîn berî zayînê pir qîmet dane kelemê, ew hem jibo xwarinê, hemjî jibo tenduristîyê pir xebitandine.Dîoskorîdes û Plînûs kelem hêþînatek payebilind nirxandine. Û wek dema me ya îro hem di tib ê de, hem jî wek xwarin û xida (xurek) xebitandine. Herçend  di sedsala 19 an de giringîya kelemê hatibe jibîrkirin jî, îro dîsan nirxbilindîya wê di tib ê de derketîye holê.

 

Têdahî: Mîneral: Potasyûm, Kalsîyûm, Magnezyûm, Fosfor, Hesin, Çînko, Îyot, Mangen, Niþaste, Þekir,  Asîtên organîk, cûreyên selûzan. Vîtamîn: Pro vîtamîn A (caroten )  B1, B3 , B6, B12, C, E,  K, Û  û hwd.

 

 

Lêkolînên ku li Unîversîta Standford li Kalîfornîya ji alîyê Prof. Cheney di salên 1950-52 an de li ser 160 kesên nexweþên aþik, rûvikên diwanzdetilî û rûvikên zirav hatine kirin, derketîye holê ku di navbera 8- 24 rojan de bi xêra bikaranîna ava keleman nexweþ ji brîn, kul û edaban filitîne û brînên wan hatine kewandin.

 

Prof. Dr. Ahmet Marankî Dibêje: “Kelem di hundirê xwe de pir vîtamîn û madeyên bikêr dihewîne. Dikakek pir kêrhatî û nirxbilind e. Bi xavînî xwarina wê pir bikêr e. Xwînê paqij dike. Soregilokên xwînê çêdike, lewre jibo bêxwînîyê bi þîfa ye.

Kelem bi awayê xwe yê xweristî û belgên xwe, jibo penceþêra aþik, rûvik, kemoterapî û piþtî radyoterapî heke wek “ kûr “ (tedawî) bê bikaranîn, wê bibe alîkarê avêtina toksînên ku di bedenê de civîyane”.

 

Kelem ji ber madeya Glocosînolat a hundirê xwe dibe alîkarê tekûz geryana xwînê.

Kelem jibo nexweþîya zerikê û kîskê sefrayê (zirav) gelek baþe. Jibo þekir û bawîbûnê pir bikêr e. Xwînê paqij dike û çerm xweþik dike. Av û madeyên xisardar tavêje der.

Vîtamîna U ku bi tenê di keleman de peyda dibe, rûyên hundirê aþik û rûvikan diparêze, kul û brînên wan dikewîne. Kelem kana (kanîya, gencîne - xizîne)  madeya selenyûmê ye ku ev made mirov ji krîzên dil diparêze. Kelem bedenê bi tendurist nîþan dide û hêza zayendî jî (seksî) zêde dike.

 

Prof. Dr. Îbrahîm Saracoxlû dibêje: “Kelem di sê hefteyan de dawîya kabûs û tirsa jinan ya herî mezin selulîtê tîne. Pêþîya penceþêra kolon digire. Jibo rêlibergirtina zêdebûna þekirê xwînê dibe alîkar. Vîtamîna U bi tenê di kelema spî de peyda dibe. Vîtamîn U ji ber bandora bîyoformasyonê dermanê hemi derda ye. Tsybetîya xwe ya jarkirinê heye. Taybetîya daxistin û sîqalkirina þekirê xwînê heye. Li hember enfeksîyonan berxwedana bedenê zindî dike. Antî oksîdanek bihêz e”.

 

Ji Unîversîta Lancester ya Brîtanya  Prof. Margareth Menson dibêje: “Me di lêkolînan de tesbît kiriye ku molekûla 13 C  ya di kelemê de pêþîya penceþêra pistana (çiçik, memik) digire. Em niha dixebitin ji kelemê jibo penceþêrên din dermanan çêkin”.

 

Prof. Dr. Îbrahîm Gokçek dibêje: “Li gor lêkolînên Unîversîta Warwîk tesbît kiriye, dema kelem 10 deqan bê kelandin % 50 heke 30 deqan bê kelandin ji % 80 madeya glucosinolates ya ku li dijî penceþêrê þer dike, dikuje. Ew made dikeve nav ava kelandî.  Lewre divê ava ku kelem têde tê kalandin neyê havêtin, bê vexwarin an jî bi awayek din bê xebitandin”.

 

Kêrhatî: Taybetîya kelemê ya antî bakterîel û antî flagostîk heye.  1- Pêþîya edavan (kurmîbûnan) digire. 2- Edavên brînan û cerahîyan dimêje, brîn û kulên wan dikewîne. 3- Givirandinê (hezmê) bihêz dike. 4-  Avrêjê (mîzê) zêde dike û diqulipîne. 5- Brîn û kulên aþik (mexde), rûvikên diwanzdetilî û rûvikên zirav dikewîne. 6- Bedenê li henber penceþêrê diparêze. 7- Bêxwînîyê radiborîne. 8- Þekirê wînê dadixe û sîqak (eyar, denge) dike. 9- Îþrtahê vedike.  10- Êþ û peçivînan (werimîn) dikêþe. 11- Jibo piþtêþ, stuhêþ, zikêþ, bronþîtê þîfadar e.

 

Karanîn: 1- Ava kelemê 2- Pansûmana kelemê 3- Bi kelemê paqijkirina bedenê 4- Seleta kelemê 5-  Tirþî, xwarin,  þorbe û hwd.

 

1-    500-700 gr kelem û 2 kartolan bi xavî bigivêþîn, rojê du caran qedehek avê jê vexwin. Jibo birîn û kul û edavên rûvik, aþik û rûvikên diwanzdepêçî çêtirîn derman e.

2- Belgên keleman 2-3 deqan bikelînin anjî bikewînin û rehên wê yên nîvekê jê derxin. Bi dorikê hinekî biheriþînin û deynin ser cihên diêþe û girêdin. Bila 4 -10 seetan li ser bimîne, paþê biguhêrin. Jibo hemi cûreyên êþ, edav û brînên hundir û derve þifadar e (hûn dikarin bi  2-3 deste belgên kelemên xav jî vî karî pêk bînin lê divê 15-17 seetan li ser bimîne).

 

3- Paqijkirina bedenê bi ava kelemê. 5-7 belgên kelemê bêyî bê parçekirin bikin nav nîv lître avê, bi devgirtî li ser agirê sivik 10 deqan bikelînin. Spêdan (sibehan) û êvaran  qedehek avê jê vexwin. (yên dixazin dikarin hinek ava leymûnên nû givaþtî jî bêxin nav) 5 rojan li ser hev vexwin, 3 rojan navberê bidinê dîsa 5 rojan vexwin.  4 hefteyan bikar bînin. Hûn dikarin di salê de 4 caran  bedena xwe bi vî awayî paqij bikin. Lê divê ji 4 caran nebore.

 

Têbînî: Roja 2-3 an de wê bedena we xwêhdanê bide û rûn bi rûyê bikeve. Nekevin gomanan, bi wê xwêhdan û rûn toksîna (gemara) bedena we jî derdikeve.

 

4- Hûn dikarin di nav hemi seletan de keleman jî bixebitînin, anjî bi tenê ya keleman çêkin. Keleman hûrkin, hinek rûnê seletê yan jî zeytê, hinek lîmon û sîrkê pê werkin.

 

Ji kelemê þorbe, tirþî  û gelek xwarin tên çêkirin .

 

Agahdarî: Kelem jar (zeîf) dike û piþtî xwarina wê bedenê di eynî eyar de dihêle û qelew nake.  Yên ku goatra wan heye, divê nexwin û heke zêde bê xwarin peçivînê çêdike.

 

 29/01/09

                     

 

 

 

HIRMΠ/ HIRME

 

PÎRÛS  KOMMONÎS

 

Dara hirmîyê 5- 8 metroyan bejnê tavêje. Piranî çiqên wê ber bi evraz radibin. Darek belg kesk e, rexên belgên wê zirav û xetxet in (miþarî - birekî).  Biharan kulîlkên spî vedike kulîlkên wê mezinin. Di piranîya daran de bizirên nêr û mê ji darên cuda ( yên cîran) peyda dibin. Berê kulîlkîn çiqên jêr, pêre yê li gûpikan, dawîyê jî kulîlkên çiqên nîvekê vedibin. Ji wê kulîlkê butik (çavik) çêdibe û ew jî dibe hirmî.

 

 Hirmî pirreng in. Yên zer,  sorekesk,  kesk û sipî hene. Hirmî fêqîyek bi dindik e, (sîsik) dindika wê nerm e lê ji derveyî dindikê têde madeyek wek xîz (qum) û axê heye. Hinek hene ew bizrê xwe ji dara cîran nastîne û bê bizr e. Di dinê de 20 awa û 200 cûreyên hirmîyan hene. Hirmî fêqîyek  havînkî, payîzkî û zivistankî ye. Tirk ji hemî lewnê wan re dibên Armut. Lê bi tinê em Kuranc li gor cûreyan navên cihê lê dikin.

 

Ji yên biçûk (hûrik),  pir bi xîz û gewrîgir re dibêjîn girsik (kursik). Ji yên mezin re hirmî, ji yên bê dindik re mêlaqî û cûreyek kesk ê zivistankî heye, tama wê tirþ an jî miz e jêre dibêjin þirîya (çirîya).

 

Welat û dîrok: Welatê hirmîyê Mezopotamya û Asya Pêþîn e. Ji wir derbasî welatên Ewropa û deverên din bûne, an jî teyrên koçer bizrê wê di zikê xwe de birine welatên din. Dîroka wê nayê zanîn lê tiþtê tê zanîn, di qeydên dîrokê de di medenîyeta Etî yan de werzevanî (baxçeyên fêqîyan) dihat kirin. Hirmî ne tinê wek fêqî tê xwarin, herwaha eraq, þerab, wermût û alkolên din, xweþav, rêçal, ava fêqî û jibo ser pastan û kekan jî têt bikaranîn. Di dema me de jî bi wî rengî tê bikaranîn. Dara wê jî ji ber ku nerm e û xweþ cîla digire, jê enstrûment û hacetên muzîkê ûhwd tên çêkirin.

 

Têdahî: Karbondîhîdrat,  þekir, kolestrol, fosfor, kalsîyûm, hasin, sodyom, potasyûm, magnezyûm, IU  Vîtamîn A, B1, B2, B6,  C. E,   asîdên florîk û hwd.

 

Li ser hirmîyê pispor dibêjin: “Hirmî bi taybet westîyana hiþ diborîne, toþpîyên

 (bezên xwe berdidin, yên nêm pê dikevin, yên þêlavê tavêjin) bi awayek ahengî dixebitîne. Di hundirê xwe de gelek  vîtamîn B û fosforê dihewîne. Jibo mirovan pir bi kêr e, lê jiboy ku mirov sûdê (faydê)  jê bigire, divê bi zikê birsî (birçi) bê xwarin”.

 

 Hirmî gurçikan dixebîtîne, gemar û bermayên di rûvikan de mane tavêje der û rûvikan paqij dike. Asît û xwêyên nav xwînê davêje. Ji kesên ku nexweþîyên movik û bawîbûnê pêre heye, pir bi kêr e. Hirmî bêxwînîyê ji holê radike, reh û rîþan bi hêz dike. Li henber nexweþîyan hêzbûnê pêk tîne. Hirmî ji ber ku toþpîya tifa dev û avzêyên (îfrazat) rûvikan zêde dike, herçend têde % 15 þekir hebe jî jibo nexweþên þekir bê xisar e. Rojê 200 gr xwarina hirmîyê çu xisarê nade. Ji ber ku hezma wê zehmet e, yên arêþeyên aþîkê pê re heye, bila ava wê vexwin yan jî xweþava wê çêkin.

 

Kêrhatî:1-  Destava zirav (îdrar-mîz) zêde dike. 2- Jibo avêtina kevir û xîzên nav mahsenê dibe alîkar. 3- Tekûz xebitîna gulçîskan (gurçik) pêk tîne. 4-  Xwînê paqij dike. 5- Zixt (tansîyon) ê dadixe. 6-  Dibe alîkarê tekûz xebitîna toþpîyan (bezên nêm berdanê). 7- Bêxewîyê hiltîne (radike). 8- Pêþîya sabxor (qebizbûn) ê digire. 9- Hêrsê dadixe. 10- Têhnê  diþkêne (têhnîbûnê radike).

 

Li gora bijîþk dibêjin,  kesên arêþeyên qebizê pê re hebin, gava hirmîyan bixwin wê rehet bibin. Bi taybet xweþava wê ji kesên ku arêþeyên aþikê pê re hene re tê þîretkirin.

 

22/01/09

 

 

 

 

 

KARTOL / PETAT

 

SOLANOM  TUBEROSUM   POTATO

 

Kartol pincarek bejna wê 60-80 cm bilind dibe. Kulîlkên wê sîpî û belgên wê kesk in. Pirçik, belg û kûlîlkên wê bi jahrî ne. Di binê wan pirçik, kulîlk û belgan de rehên wê dibin axê de dibin guntilk (girêk) û ji wan guntilkan re kartol tê gotin. Herçend gîyayên wê yên ser ax bi jehrî bin jî, lê guntilkên wê anko kartol bê jehr in. Bi tenê dema çîl(reh) didin kartol jî jehrî dibin.

 

Kartol hem jibo mirovan hem jî jibo heywanan xureyek (qût) pir bikêr e. Derman jî jê tên çêkirin. Kartol ji alîyê qaþilê ve rengsor an jî zer e. Ji alîyê patinê de jî hinek zû dikelin û ji hev belav dibin (arvanî ne) û hinek jî belav nabin. Hinek jî di navbera herdûyan de nin. Yên ji hev belav nabin bi qîmettir in. Ji alîyê goþtê nava xwe de jî spî û zer in. Yên zer bi qîmettir in.

 

Welat û dîrok: Botanîstên dema me hemfikirin ku welatê kartolê Amerîka bakur e.

Ji alîyê dîrokê de tiþtê tê zanîn, berî niho bi 7000 salan li Perûyê dest bi çandinîya wê hatiye kirin. Paþê Spanyolê bi navê Petro Cîeza De Leone bi xwe re anîye spanya û li Spanya dest bi çandinîya wê kirine. Di salên 1540 an de Fransizan jî dest bi çandina kartolan kirine. Sala 1590î, botanîkê navdar Gaspard Bauhîn yê Swîsrî kartol xistîye lîteratora xwe. Kartol ji alîyê Îngilîz, Spanyol û Firansizan derbasî welatên din bûye. Niho jî li hemi deverên dinê çandinîya wê tê kirin. Lê welatên herî zêde çandinî lê tê kirin Amerîka, Rûsya û Awropa ye.

 

Têdahî: Av, niþasta, çînko, sifir (paxir), magnêzyûm, protein, rûn,

tîamîn, karbondîhîdrat, rîboflavîn, nîasîn, lîf, asîda pototenîk, kalsîyûm, hesin, asîda folîk, fosfor, potasyûm, sodyûm, vîtamîn A ,B6, B1 B2 , C, E ,H , K û hwd.

 

 

Prof .Dr. Ahmet Marankî dibê: “Kartol madarek (miktar) zêde proteîn, vîtamîn  B, C  û potansiyûmê di hundirê xwe de dihewîne. Ji ber ku di nava wê de madeyên arvanî û  mîneral pir hene, xurekî gelek hêja û bi fêde ye”.

 

Kartol jibo nexweþên þekir dibe alîkar. Têhnîbûna wan diþkêne (dibe), li hember nexweþîyê xweragirînê zêde dike. Li hember kulan û birînan hatiye cerbandin û ispat bûye ku wan dikewîne.

 

Givirandinê (hezmê) hêsan dike û pêþîya qebizbûnê digire. Kesên navhinav lê diçin

 (virikî, ishal bibin) bila kartolê bikelînin û bihriþînin, bê rûn bi mast re bixwin wê þifayê bibînin û virika wan raweste.

 

Kesên bê hemdî cismek hiþk dadiqurtînin, pelûka kartolan (kartolên heriþandî) bixwin wê wî cismî bavêje der.

 

Ji bo ku vîtamîn û madeyên têde winda nebin, heke bê heþandin an jî di nava xweliyê de bê patin çêtire.

 

Kesên arêþeyên nexweþîya reflûnûn, xaz, birîn û kulan hebin, heke hefteyekê rojê du caran  qedehek çayê ava kartolan ya nûgivaþtî vexwin, wê þifayê bibînin.

 

Dema kartol di avê de tên kalandin, potasyûm û madeyên din yên kêrhatî dikevin nav avê. Lewre divê (hewceye) ew ava kartol têde hatî kelandin neyê avêtin û bê xebitandin. Heke di rûn de neyê sorkirin kîlo pê nayê girtin. Xwarina kartolan hewceye roja bê çêkirin di heman rojê de bê qedandin û jibo roja din nêmîne.

 

Prof. Dr. Îbrahîm Saracoglû dibê: “Kesên þekirê wan yê xwînê dadikeve bila kartolek kelandî bixwin, li hember Hîpoglismîyê çareserîyek bêqisûr e. Heke di naverojê de pir caran xwîna þekirê we bikeve, spêdê bi xwarina kartolek kelandî dest bi roja xwe bikin”.

 

Li gor lêkolînên Leatherheat Food Înternatîonal a Ingilîztanê, Dr Raechel Bruch dibê:”Xursend (zerzewad) ên bi nîþaste (niþadir), dema zêde bên sorkirin madeya kîmyevî ya xisardar Akrîlamît jê çêdibe. Ew madeya xisardar di xwerista (tebîeta) kartolê de heye. Ji boy ku ew madeya Akrîlamît dernekeve, divê kartol di 120 derecan berjortir de neyê sorkirin”.

 

 Di lêkolînan de derketîye holê piþtî kartol bên spîkirin (qeþartin), ku di navbera 20- 60 deqîqan di avêde bimîne ji % 23-38-48  Akrîlamîtê dadixe.

Madeyên herî faydedar di qaþilê kartolê de nin, lewre divê qaþilên kartolan gelek tenik bên qeþartin.

  

Di þerê cîhanê yê duwemîn de, gelek leþkerên Almanan bi nexweþîyên aþîkê yên cûrbecûr ketibûn. Piþtî sê roj xwarina kartolên bi xavî, nexweþî û birînên wan hatibûn kewandin. Ev bûyer ji alîyê doktorê leþkerî Dr. Med. J. F Magrel ve hatibû tesbîtkirin.

 

Kêrhatî: 1-Jibo nexweþîyên þêkir bikêr e. 2- Brîn, kul, pirzik û êþên aþik û rûvikên diwanzde pêçî (tilî) dikewîne. 3- Peçivînên (werimîn) mêlakê dadixîne. 4- Ji ketina kurmikên nava rûvikan re dibe alikar û ji hiþkbûna rehan re bi fayde ye. 5- Herikîna sefrayê hêsan dike, jibo tekîyan û kerbûnên çerm baþe. 6-Êþên memikên bawesîrê, þewitînan (sotinan) û qûnêrên xwînê radike . 7- Xwînê paqij dike. 8- Pêþîya nexwþîya Skorbûtê digire. 8- Þekirê xwînê dadixe û li hember penceþêrê diparêze.

 

Karanîn: 1- Ava kartolan 2- Pelûka kartolan 3-Tentêra kartolan.

 

Ava kartolê: Kartolan baþ biþon, rende kin an jî di mîkserê de bihêrin û ava wê bigivêþin. Heke makîna givaþtinê hebe hêj çêtire. Ji wê avê li gor giranîya nexweþîyê 7-9 rojan berî xwarinê bi nîv seetê qedehek çayê jê vexwin. Lê divê ji wê qirarê zêdetir neyê vexwarin ji ber ku di kartolê de madeyên jehrî hene. An jî  her danî kartolekê bi xavexav bixwin. Hûnê ji nexwþîyên aþikê bifilitin.

 

Pelûka kartolê: Kartolan biperçiqînin an jî rende bikin û deynin ser brîn, peçivîn, êþ û sotinîyên kabokan, ser milan, stuh, piþt, û hwd. û girêdin.

 

Tentûra kartolê: 50gr kartolên negeheþtî yên kesk hûrkin nava þûþek 500 ml, alkola 70 derece berdin ser, devê wê bigrin û deynin cihekî ku ronahîya tavê (roj) nebîne. Bila 4-6 hefteyan wisan bimîne. Lê 2 rojan carekê biþilqînin. Paþê biparzinin û bikin þûþên reng tarî û hilînin. Li gor hewcedarîyê rojê 3 caran 15- 20 dilopan jê vexwin.

 

Ev tentûr jibo penceþêrên, zik, rehîm, aþik, kîsikên zik û rehîmê baþ e û pê tên xweþkirin. Jibo kranpên nêhkan ( kulîmek, kelef, qalçe), pêçîyan, bawîbûnan, serêþan û serzîvirînê tê bikaranîn.  

 

 

15/01/09

 

 

 

 

 

GÊZER / GÎZER / GIZÊR

 

DERMANÊ ALZHEÎMER

 

DAUCUS  CARROTA

 

 Gêzer pincarek wek tiviran reha xwe wek singan (qazux) xwe di erdê de berdide. Herçend di eslê xwe de pincare jî lê wek dikakan (zerzewat) çandinîya wê tê kirin, pir bi vîtamîn û mîneral e. Di dinê de 60 cûreyên wê hene. Bi rengan ve pirteqalî, zer, reþ û mor in. Dikakek du salanî ye. Sala pêþîn belgan dide. Belgên wê kesk in û wek sibitê têltêl in. Sala diduwan di nav wan belgan de kulilkên wê yên spî û peyazî yên wek sîvankan xwe didin hev, di havînan de vedibin. Di nav wan kullîlkan de bizrek zer û gewrane û bi stirî çêdibe. Ew bizir hem wek bizir jibo derman, hem jî bi awayekî tê eciqandin û rûnek jê tê derxistin.

 

Welat û dîrok: Li ser welatê wê gelek fikrê cuda hene.  Piraîya otorîteran li ser Ewropa, Asya û Afrîqa bakur hemfikir in. Hinek dibên “Amerîqa” ye,  Hinek dibên  “Afxanîstan, îran û Kurdistan” e. Berî mîladê li mezopotamya û welatên Derya Spî û Egeyê dest bi çandinîya wê kirine. Berî wê jî li bejayê xwe bixwe hêþîn dihat û jibo dermanan dihat bikaranîn. Di sedsala 13 an de li Ewropa û Çînê jî dest bi çandinîya wê tê kirin.  Di 1609 an de bi awayê hinekî islahkirî li Amerîka, eyaletênVîrjînîa û Îndîana dest bi çandinîya wê tê kirin. Di sedsala 20 an de ku qîmeta madeya “beta karotên “ provîtamîn A“ û giringîya wê tê famkirin, îro li hemi deverên dinê gêzer ji ber madeyên di hundirê xwe de dihewîne, di hemi demsalan de tê peydakirin,  xebitandin û xwarin.

 

Têdahî:Kalorî, proteîn, karbdîhîdrat, kolesterol, rûn, lîf, fosfor, kalsîûm, hesin, sodyûm, potasyûm, magnezyûm, madeya Acethylcolîn, asîdên folik,  þekir, provîtamîn A, Vîtamîn B1, B2, B3, B6, A  C , E  û 17 madeyên jibo nexweþîya Alzheîmer.

 

Prof. Dr. Îbrahîm Saracoglû di derbarê gêzerê de dibêje: “Di gêzerê de dervayî madeya Acethylcolîn 17 madeyên din ku jibo nexweþîya Alzheimer bikêr in hene.

 Gêzer ketina (kesên cigarekêþ jî têde) rîzîkoyên penceþêra piþikê tîne asta herî jêr.”

 

Lêkolînan tesbît kirîye ku kesên gêzeran pir dixwin, nexweþîyên penceþêra qirik, mesane (kîskê mîzê- kunmîz), malzarok, rûvikên stûr, prostat, borîya xwarinê, % 50 bi wan re kêm bûye (daketiye).

 

 Li gor lêkolînên Unîversîta Harvardê, di hefteyê de 5 rojan xwarina gêzerê % 68 rizîkoya ketina kirîza dil û destistan ( felcbûnê) ji holê radike.

 

Prof.Dr. Ahmet Marankî dibê: “Gêzer herwekî dostê dil e, jibo daxistina kolestirolê jî rêya herî hêsa ye. Gêzer ji ber hewandina lîfên hundirê xwe, jibo arêþeyên qebizê pir bikêr e”.

 

Teybetîya wê ya xwînçêkirinê heye.  Gêzer dibe alîkarê xebitîna rehên gurçik, mejî û dil. Herwaha pirzik, brîn û kulên aþikê (mexde) dikewîne. Bandorek gelekbaþ jibo zindebûn û pirbûna malzaran (hucreyan) heye.

 

Çavan bihêz dike. Bi engînarê re xwarina wê dermanê kezebê yê herî baþe. Jibo þêlav, (girêz), kezeb, sefra (zirav) û sîqal (denge) kirina kolestrolê dibe alîkar. Jibo pirzikên balixbûnê û ketina deng pir baþe.

 

Xwarina gêzerê jibo jinên pêgiran (bi zaro) tê pêþniyarkirin. Rûvîkan dixebitîne, dibe sedemê bilezûbez kewandina kul û brînên nava rûvîkan.

 

Heke pelûka (lapa) gêzerê li ser brîn û sotinîyan xin, wê wan bikewîne. Rojê du qedehên çayê ava gêzeran ya nûgivaþtî an jî xwarina 4-5 gêzeran dermanê van nexweþîyên me li jor got û ji gelek nexweþîyên din re þifadar e.

 

Ya herî baþ ewe ku mirov gêzerê baþ biþo û bi xavexav bide ber gezan, neqeþêre ji ber ku piranîya vîtamîn û mîneralan di qaþilê wê dene. Dema gêzer bê rendekirin vîtamînên wê yên B û C winda dibin. Û hwd.

 

Kêrhatî :1- Qebizê hiltîne 2- Edavên aþik (mexde) û rûvîkan radike û xwîna wan rediwestîne. 3- Ji alzheimê û ji jibîrkirinê re dibe alîkar 4- Navçûyînê (virik- ishal) dibire 5- Bêxwewîyê hiltîne 6- Þîrê dayikê zêde dike 7- Hêza zayendî (seksî) zêde dike. 9- Pêþîya nexweþîyên çerm û çavan digire û çavan bihêz dike. 10- Zindetî û tazetîyê dide çerm û kurîþkên çerm rast dike. 11- Êþên gurçikan disekinîne, zindetîyê dide beden, iþtahê vedike, jibo kewîna brînan dibe alîkar. 12- Goþtê diranan bihêz dike. 13- Pêþîya qirîza dil û destistanî (felc) yê digire, têgeheþtinê (fahmê) zêde dike. 14- Pêþîya bêhntengî, bêdesthilatî (jênehatin, bêkêrî, nekarîn)  digire û tedawî dike. Jibo kêmbûna serêþ û êþên mîgrenê dibe alîkar . û hwd.

 

Karanîn:  1- Dohn (rûn) ê gêzerê. 2- Bizirê gêzerê. 3- Xwarin, rêçal, tirþî, selete, paste, kek  û hwd.

 

Dohnê gêzerê: Bizir ê gêzerê bi saresar bi awayekî tê givaþtin û rûnek jê tê derxistin. Ew rûn jibo masajan, qirmiçûkên çerm û jibo tahrenebirinê ( sotina bedenê ji tîrêjên tavê (rojê), xweþikbûna çerm û bronzbûnê tê bikaranîn.

 

Bizirê gêzerê: Di bizirê gêzerê de beta karotên, vitamîn B,C,D,E, taybet A  pir heye. Ew jî quwetê dide, hestîyan bihêz dike, iþtah vedike, bêxewîyê radike, çerm xweþik dike.

 

Bizirê gêzerê biqutin, hinek hingiv tev bikin û bixwin.

Gêzer bi 100 an cûreyî tê bikaranîn. Ew jî bi huner û marîfeta kebanîyê ve girêdayî ye.    

              08/01/09                                                                                                           

 

 

 

 

 

LEYMÛN

 DEPOYA VÎTAMÎN  C

CITROS  LIMONOM

 

Dara Leymûnê heta 6 m bejnê tavêje. Belgên wê keskên biriqok û wek devê rimanin. Ji meha adar heta meha çirîya pêþîn her kulîlkan vedike. Kulîlkên wê spî, peyazî (penbe) ne. Kulîlkek pênc parçe ye, bêhnek xweþ û ferahker jê tê. Ji wê kulîlkê fêqîyek zer û hêkane, rûbiriqok, bêhnxweþ û pir tirþ  çêdibe. Ji wê fêqîyê re leymûn tê gotin.

 

Leymûn fêqîyek di xwe de sê tebîetan bi hevre dihewîne. Lewre pir bikêr e. Qaþil, spîka nava qaþil, goþtê fêkî û kulîlk her yek jibo tiþtên hevcihê tên bikaranîn.

Ji qaþilê wê rûnek tê çêkirin ew rûn jibo derman, esans, jibo tamxweþkirina pir cûreyên xwarin, alkol, paste, qeþaþîr û hwd tê bikaranîn. Ji spîka nava wê madeya pektîn tê derxistin, ji wê jî dermanê îshalbirînê (virikbirînê) û hwd çêdibin. Ji kulîlka wê esans, lewento û hwd,  ca jixwe ava wê jibo her tiþtî tê bikaranîn.

 

Welat û dîrûk: Welatê wê Çîn û Hindistana bakur e. Hinek dibêjin “ Di sedsala 11 an de hinek jî dibên di ya 8 an de Ereban bi xwe re anîne Spanya û Sîcilya” û ji wir derbasî Firansa bûye. Firansiyan jî li deverên din belavkirine. Fêqîyek ji welatên germ û hêwî hez dike. Deverên ev qilîma û hewa lê hebe leymûn lê çêdibin. Lewra, li welatên Derya Spî pir tên çandin. Li Kurdistana baþûr jî hêþîn tên. Pir kes di baxçe û hewþa mala xwe de li cem pirteqal, mandalînan leymûnan jî diçînin.

 

Peydabûna kolanya leymûnê: Di sala1690î de li bajarê Koln a Almanya leymûn firoþek geroke bi navê Jahn Paul Feminist formûla lewentoya leymûnê çêdike. Wê formûlê dide Giovannî Marîa, ew jî dike lewento û li bajarê Kolnê îmalata wê çêdike. Ji ber ku navê bajarê koln “kolonya“ ye, wek ava Koln tê naskirin. Paþê Firansiz dest bi çêkirina wê dikin. Di bin navê  Eau de Cologna ( ava kolonya) belavî dinê dikin û ew nav li ser dimîne. Bi kurtî, navê “kolonya“  navê bajarê Kolna Almanya bixwe ye.

 

Têdahî: Kalorî, proteîn, karbondîhîdrat, kolestrol, rûn, lîf, fosfor, kalsîyûm, sodyûm, þekir, hesin, esans, xwê, musîlaj, sitirîk vîtamîn , A, B1, B2, B3, B6,  C, potasyûm, magnêzyûm, asîta folik, pektîn.

 

Pispor  çi dibêjin: Prof Dr. Ahmet Marankî dibêje: Leymûn depoya vîtamîn C ya xweristê ye. Herweha ji alîyê vîtamîn A,B1 û B2 de jî pir dewlemend e. Bandorek gelek baþ û erênî jibo nexweþîyên zekem, kuxik û enfeksîyonên grîban heye. Xwînê zelal dike û pêþîya bêxwînîyê digire. Ji bilindbûna zixtê (tansîyon) re nîv lîmonê bigivêþin  nav qedehek ava þîrgerm û vexwin wê tansîyona we daxe asta normal. 

Mîkrobkujek bihêz e, mîkrobên xisardar di nav aþik (mexde), rûvik û rêyên avrêjê de dikûje.Xelihîna aþikê dibire, pêþîya vereþandinê digire. Kevir, xîzên nava gurçik û mesanê dirêjîne. Jibo arêþeyên alûgûhîþkan (alok)  leymûnek tê givaþtin û tê xerxere kirin.

Nexweþîya Îskorît ku sedema wê  kêmbûna vîtamîn C ye, jibo wê dermanê herî bikêrhatî  Leymûn e.

Jibo mêlakê (kezeb-cergê reþ)  fêqîyek herî bikêr e.

 

Heke mêþ, kelmêþ, moz , zirkêtk an jî haþeretên din bi we vedin (gez bikin) ava leymûn û sîrkê tev bikin, li cihê vedayî xin û vemalin hûnê pê rehet bibin.

 

Heke hûn ava leymûnê li cihê derketina diranên zarowan xin û vemalin wê diran zû derkeve.

 

Heke hûn dixwazin jar (zeîf) binin, spêdan û êvaran leymonekê bigivêþin nav qedehek ava þîrgerm û vexwin. Hem hûnê pê jar bibin, hem jî wê dohnên ser mêlaka we bihele.

Piranîya þifaya leymûnê di qaþilê wê deye. Ji 1500- 3000 kg lîmonê 1 kg rûn jê derdikeve. Ew rûn jibo gelek derdan þifayê belav dike. 

 

Kêrhatî:  1- Iþtah vedike. 2- Givirandinê (hezmê ) hêsan dike. 3- Agir û zixta (tansîyon) bilind dadixe. 4- Xwînê paqij dike. 5- Têhnî (tîbûn) bûnê diþkêne. 6- Li henber hiþkbûna rehan (damar) û bawîbûnê bikêr e. 7- Çerm xweþik dike. 8-Diranan spî dike, goþtê diranan bihêz dike, edavên qirik û alûgûhîþkan ji holê radike. 9- Êþbir e û arêþeyên ji sermagirtinê tên baþ dike. 10- Mîkrobên rêyên xwevalakirinê dikuje. 11- Pirzikan dikewîne, dibe aîkarê xistina kevir û xîzên nava gurçik û masanê. 12- Tûk (gilîne-nasir) û qûnêran qenc (xweþ) dike.             

 

Karanîn:  1-Sîrka (tirþîn-sihik) 2- Leyûmûnete 3- Þerbeta leymûnê  û hwd.

 

Tirþîna leymûnê: 1 kg leymûn, 3 lître av, 200 gr xwê, kevçîyek çayê tovê xerdal. Leymûnan spî bikin û bi spîka wê ve bikin nav qetremîzekî, xwê û xerdalê berdin nav û tevlihev bikin. Derê wê bigirin û li cihek tarî bila mehekê bimîne. Paþê biparzinin, bikin þûþan û devê wê bigirin, li gor hewcedarîyê bi kar bînin.

 

Leymûnete:  7 lib leymûn, 5 qedeh ava kelandî, 1 qedeh þekir.  Qaþilê leymûnên xwe rende binkin. Paþê leymûnên xwe bigivêþin û bikin nav sûrehîyek an jî firaxek cam, ava kelî û þekir berdin ser heta þekir bihele. Tîy vedin (tevlihev bikin)  (yên dixwazin dikarin çend pelên pûngê û kevçîyek çayê zencefîl jî tev bikin) û têxin sarincokê bila 2 seetan bimîne û paþ biparzinin.

 

Þerbeta leymûnê:  Nîv leymûnê bigivêþin nav qedehek avê, 2 kevçîyên xwarinê hingiv berdin nav û tîy vedin heta hingiv û ava leymûnê tevlihev dibe. Paþê ava þîrgerm berdin ser, cardin tev bidin û spêdê bi zikê birsî vexwin. Hem hûnê pê xort bimînin, hem jî bibin xwedî tendirustîyek baþ û ji pir nexweþîyan bifilitin.

 

Çaya leymûnê:  Leymûnan bikin dîlim, bikin çaydankê û bikelînin (anjî ava kelandî berdin ser). Paþê bi þekir an jî hingiv tamxweþ bikin. Hefteyekê li ser hev rojê du qedehan germegerm  vexwin. Jibo bêhezmî û xelihîna aþikê pir bikêr e.

 

Qaþilê leymûnan nehavêjin, jibo nermbûn û bêhnjêbirina destan, li destê xwe xin. Wê hem destên we pê nerm bibin, hem jî bêhna masî, sîr û pîvazan ji destê we biçin.

 

Herwaha hûn dikarin wan qaþilan bêxin nav makîna firaxþûþtinê, wê firaqên we pê bi biriqin. ûn dikarin dohn, rûn û gemarên ji ser kuçkan jî bi wan qaþilan paqij bikin. Wê hem kuçkê we pê paqij be, hem jî bêhnek ferahker bikeve midbexa we. Herweha hûn dikarin bi sîrka leymûnê jî  karên paqijîyê pêk bînin. Bê goman mirov dikare marîfetên leymûnê  pir dirêj bike. Lê evqas bes in.

 

30/12/08

 

 

 

BEXDENOZ / BEXDÛNIS

 

PETEROSELÎNUM CRISPUM

 

 

Bexdenoz jibo mirov ji çiq û belgên wê faydê jê bigire tê çandin. Belgên wê yên kesk jibo tamxweþkirin û xweþikahî, wek garnîtûr dike ser brûþ ( þorban), giraran û seletê. Çiqên wê jî dike nav  þovayê ( xarinên rohn yên wek tirþîkê). Du cûreyên wê tên çandin, ya belg mezin û ya belg hûr û xingilok (kej). Pancar an jî dikakek ku di her malê û midbexê de wek baharat tê bikaranîn û gelek faydên wê jibo bedena mirov heye.

 

Dîrok: Ji 4000 salan virde li welatên wek Yewnan, Roma û yên din yên li ber Derya Spî,  wek baharat û keskatîya nav xwarinê û berxwarinê tê xebitandin. Gîyayek Derya Spî ye. Ji wir belavî welatên din bûye. Li welatên wek Maroko, Tunis, Yewnanistan û Îtalya xwe bi xwe li çolan hêþîn tê.  Lê li Kurdistanê di nav baxçan de tê çandin.

 

Berhevkirin:  Di salê de mirov dikare 6 -7 caran berê wê hilîne. Jibo hiþkkirinê divê pirçkên wê bên jêkirin û di cihek sîber de bê hiþkkirin. Di nav tûrek cil an jî firaxek cam de, li cihek zuha bê parastin.

 

Têdahî: Vîtamîn A, C, K,  Hesin, Fosfor, Elementên mangen, Kalsîum, Potasyum, kûkûrt, Dohnên firek, flavonoîd, Protei, Klorofîl Mûsîlaj û Hwd.

 

Kêrhatî: 1- Damaran vedike. 2- Tansîyonê dadixe. 3- Givirandinê (hezmê) hêsan dike. 4- Iþtah vedike. 5- Xwînê paqij dike. 6- Destavê (mîz) zêde dike û rêyên wê paqij dike.7- Ketina kincan tekûz dike. 8- Cokên (qanal) hêkên jinan nerm dike û hamletîyê hêsan dike. 9- Berxwedana bedenê zêde dike. 10- Ciwan dihêle. 11- Pêþîya penceþêrê digire. 12- Jibo xweþkirina bûhranên bedenî û rûhî re dibe alîkar.13- Ji nexweþîyên kezeb û piþikê re fayda wê heye. 14 -Xîzê (kevir) nav gurçikan dixe. 15-  Þîrê dê zêde dike, xwînbûna diranan kêm dike, hêza dîtina çavan zêde dike. 16 -Xwîna nexweþîya þekir di asta normal de dihêle. 17 -Madeyên jehrî ji bedenê tavêje. 18- Daxwazên zayendî (cinsî –seksî) zêde dike.

 

Karanîn:  1-  Çayê 2- Þirûb 3-  Tentûr 4- Banyo 5-  Xwarin û selete.

 

Çayê: 1- Qasê 10-13 þiqin bexdenozê bi destan hûrkin nav litrek avê û bikelînin,  bila 30 deqîqan di dema xwe de bimîne, paþê biparzinin û rojê du qedehên çayê jê vexwin. 2- Kevçîyek þêranî bexdenoza hiþk bikin nav qedehek avê,  ava kelandê berdin ser, bila 10 deqîqan di dema xwe de bimîne, paþê biparzinin û vexwin.

 

Þîrub:  Jibo nexwþîya þekir. Sê destik (qevd) bexdenoza ter (taze) bi destan hûrkin nav sîrquta darîn û têde biqutin heta dibe mexcûn.  6 qedehên avê berdin ser bila 2 seetan di dema xwe de bimîne. Paþê biparzinin, 1,5 qedeh ava limonên nûgivaþtî berdin ser.  Her roj spêdê berî xurîniyê qedehek avê jê vexwin.

 

Tentûr: Du kulmên (qasî 100-150 gram) bexdenoza bi kulîlk, belg û bi reh berhevkin, bi destan hûrkin û bikin nav þûþêkî cam heta 0,7lt  alkola  % 70 derece  berdin ser û derê wê bigirin. 5- 6 hefteyan li cihek sîber û ji tîrêjên tavê dûr bisekinînin. Car û baran biþilqînin, paþê biparzinin û bikin nav þûþek tarî û hilînin. Rojê 3-4 caran 10-15 dilopan jê vexwin.

 

Xwarin û selete: Mirov dikare bexdenozê jî wek catir bêxe nav hemi cureyên girar

( savar, birinc, meqerne), hemî birûþan ( þorban),  hemi þovayan ( xwarinên bi avî, bigoþt an bê goþt wek  dolmik, tirþik, guweç), nav hemi cureyên kebaban û kiftikan,  hemi cûreyên seletan, û li cem hemiyan wek keskatî di ber ra bixwin. Lê divê bexdenoz tim û tim bi destan bê hûrkirin û piþtî xwarin pijya têkeve nav xwarinê.

 

18/12/08-

 

 

 

 

SÊV

Serûma ava xwînê

MALÛS,APPEL, POMME

 

 

Dara sêvê heta 8 metroyan bilind dibe. Darek pirçiq, çiqên xwe di rexan ve berdide. Di mehên biharê de kulîlkên mezin yên wek gul þîlankan yên reng spî û peyazî

(Penbe) vedike. Pelên wê kesk in, li gor cinsê xwe alîyê bervajîyê pelê bi pûrt in. Ber bi havînê ve ew kulîlk dibin bûtik (çavik), paþê jî ew çavik û bûtik dibin fêkîyek tam û bêhnxweþ. Ji wê fêkîyê re sêv tê gotin. Sêv pirreng û pirtam in. Rengên sor, spî, zer, peyazî, kesk, tamên wan jî þêrîn, miz, tirþ û yên tahl jî hene. Fêkîyek biriqok, hiþk û bênxweþ e. Libên wê bi gelemperî wek kulmekê mezin in. Lê yên biçûk û qasî hûlûk û guhîþkan jî peyda dibin. Di nava sêvê de  5- 10 lib dindik (bizir-sîsik) hene. 

 

 Sêv  kana (xizîna-gencîne) enerjî û depoya vîtamîna ye. Xasma jibo kesên sporker fêkîyek herî bikêr e. Di dinê de 6000 cûreyên wê hene. Fêkîyek ku di dinê de herî zêde çandinîya wê tê kirin û tê xwarin e.

 

Dîrok û welat: Dîroka wê bi esehî nayê zanîn. Lê di demên kevnar de heta niha wek senbola lawînî, delalî û xweþîkahîyê tê pejirandin. Li ser sêvan gelek stran, çîrok û çîvanok tên gotin. Di medenîyetên berê de dema mîrekan dixwestin keçên xwe bidin mêr, keçikê sêvek tavêt, kê ew sêv girtiba keçik bi wî re dizewicî. Di nav Kurdan de navê gelek keçikan wek senbola xweþikîyê “ sêvê “ datînin. Di demên berê heta niha sêv wek fêkîyek jibo xwarin, reçal, xweþav, derman û alkolê tê bikaranîn.  Welatê sêvê Asya ye. Ji wir jî belavî deverên din yên dinê bûye. Jiber ku sêv ji hewa hênik hez dike, li hemi deverên  Kurdistanê yên çandinî û bejî (çolî- kûvî-bîyan) çêdibin.

 

Têdahî: Tanen, asîdên organîk, cûreyên þekiran, silisyûm, asin,  fosfor, filor vitamîn A- B1- B2- B6- B5,  PP, B9  C-  E, manganez, gûd (kukurt ) lîf.

 

Li gor pisporan Sêv kana enerjî û depoya vîtamîna ye. Xasma jibo kesên ku karên giran û sporê dikin û gelek enerjîyê serf dikin, xureyek bêhempa ye. Kesê rojê sêvekê bixwe rastî kêm nexweþîyan tê, yê du sêvan bixwe muhtacîya wan jibo doxtoran namîne.  Mirovên tenduristîya wan li cih e,  dikare rojê heta sê sêvan bixwe.

 

Prof. Dr. Dîter Treuetter dibê: “Madeya di nava sêvê de ya bi navê flafoniod, pêþîya radîkalên serbest yên dibin sedema penceþêrê digire. Sêvek geheþtî jibo siheta mirovan wek seroma xwînê xwedî mîneral û elektirolitran e. Bi gotinek din ava sêvê wek ava xwînê bi nirx û qîmet e. Kesên 8 hefteyan li ser hev rojê 6 sêvan bixwin, wê ji rûnên nava xwînê û kolestirolan bifilitin û bibin xwedîyê beden û xwînek îdeal.. Lê di xwarina sêvan de sêvên kesk û zer tercîh bikin ji ber ku  mîneralên di nava sêvên zer û kesk de ducar bi qasî sêvên sor in. Anku, her sêvek kesk bedela du sêvên sor in. Sêv zêhnê zaroyên ku diçin mekteban vedike, jinên ku dikevin meneposmayê û acizahîyên ruhî bi wan re çêdibin, heke rojê 4 sêvan bixwin wê % 40 ji wê rewþê bifilitin”.

 

 

Kêrhatî: Sêv: 1- Hiþ (zêhnê) vedike. 2- Xwînê paqij dike. 3-  Berxwedana bedenê bi hêz dike. 4- Têhnîbûnê diþkêne (dibire-dibe). 5- Qelewan jar (lewaz- zeîf) dike. 6-  Xelihîna (dilborîn) jinên dûgîyan (pêgiran-hemil) dibire. 7-  Þekirê xwînê digire bin qontirolê. 8- Ji xweþbûna nexweþîyên gût û bawîbûnê re dibe alîkar. 9- Ketina parazîtên nava rûvîkan pêk tîne. 10- Li hember penceþêra mêlak, (kezeb-cerg) rûvikên stûr, kefesa sing, xwedî bandorek hêja ye.11- xwînê çêdike. 12-Sîstema (rista) xweragirîyê bi hêz dike. 13- Jibo dilkut, bêhntengî, brînên aþik û fatereþkê bandorek erînî nîþan dide. 14 -Ciwan dihêle û çerm xweþik dike. 15- Agir dadixe. 16- Heke piþtî xwarinan bê xwarin, diranan paqij dike û hwd.

 

Karanîn: 1- Sîrka sêvan 2- Kûra sîrka sêvan  3-  Kêrhatîyên sîrka sêvan 4- Jokteyla sîrka sêvan. 5- Çaya tûvilê sêvan û hwd.

 

1-     Sîrka sêvan:  Sêvên sor û þîrîn baþ biþon û ava wê bigivêþin. Bikin qawanozên (qetremîzên) cam yên derfireh (lê jibo okjîjenstandinê hinekî vala bihêlin) paþê derê wê bi kitan yan destmalekê girêdin. Li gor cûreyê sêvê  3- 6 hefteyan ji tavê dûr, di germahîya 15- 20 derecan de bihêlin lê rojê carekê derê wê vekin û tevlihevkin da ku oksîjenê bistîne. Ew av wê berê bibe alkol, paþê jî bibe sîrke.  Dema bêhna sîrkê jê hat, 3- 4 caran di parzûnê mast anjî kitanekê ve biparzinin. Paþê jî bikin nav þûþên zirav û derê wê bigrin û di derek hênik de biparêzin, li gor hewcedarîyê bixebitînin.

 

2-    Kêrhatîyên sîrkê: Taybet jibo porek biriqok, çermek bê leke, bedenek zirav, tendurustîyek baþ, paqijkirina xwîn û bedenê gelek bikêr e.

3-    Jibo paqijkirina firax, WC, serþok, û hwd.  2 kewçîyên xwarinê sîrkê bikin nav avê û paqîjîyê pê bikin.

4-    Jibo dûrxistina bakterî û demanên kimyevî yên dikak û fêkîyan kevçîyek þêranî sîrkê bikin nav çend lîtrên ava sar, zerzewat û fêkîyên xwe bikin nav bila 15-20 deqan têde bimîne û paþê bi avek sar biþon.

5-     Jibo qirikêþê: Kevçîyek qehwê sîrka sêvan berdin nav qedehek av û rojê 3-4 caran xerxere bikin (di devê xwe de biçelqînin).

6-    Jibo Migrenê:  Bi qasî hev sîrka sêvan û avê bi hevre bikelînin û hilma wê bi qasî 3 deqan bi kepê (poz-bêvîl) xwe ve bikêþin, wê êþê bibire.

7-     Jibo kerîbûn û teqîyanên cerm, pêvedanên mêþ, kelmêþ û haþaretên din, xurûnandinan, pirzik û lekeyên rû: Hinek av û sîrka sêvan tevlihev bikin û rûyê xwe pê pansûman bikin.

8-    Kokteyla sîrka sêvan: Jibo her qedehek av kevçîyek þêranî sîrke, kevçîyek qahwê hingiv tev bikin. Serê sibê bi zikê birçî û berî razanê du kevçîyên xwarinê jê vexwin. Jibo westîyan, bêxewî, kilohavêtinê û paqijkirina nav hinavan pir bikêr e.

9-    Banyo: Hûn dikarin hinek sîrka sêvan bikin nav banyo, laþê xwe û serê xwe pê biþon. Jibo porek biriqok û laþek zinde û tendûristîyê baþe.

10-Kûra sîrka sêvan: Jibo bêhezmî, bêiþtahî, kiþil (kils-kirêç) girtinên movikan, parazîtên rûvîkan,  xetimînên rehan (damaran), hiþkbûnên rehan û jîyan (kezî-qas-baz) bi qasî hev  sîrka sêvan û hingiv ( ji kevçîyek xwarinê ne zêdetir û fincanek qehwê ne kêmtir)  tevlihev bikin.  4 hefteyan li ser hev  spêdê berî xurinîyê, bi þev seetek berî razanê vexwin. Yên dixwazin dikarin bi qasî sîrkê avê jî lê zêde bikin. 

 

Çaya tûvilê sêvan: Tûvilê (qaþil) sêvan hiþk bikin, 1-2 kevçîyên þêranî tûvilên hiþk bikin nav qedehek avê û ava kelandî berdin ser bila 5 deqan di dema xwe de bimîne. Piþtre biparzinin û vexwin. Jibo bihêzkirina jîyan, westîyana hiþ û bedenê, qulipandina destavê, xistina kevir û xîzên nav gurçikan, hêsankirina givirandinê, (hezm), daxistina kolestrolê, paqijkirina xwînê, daxistina agir û hwd pir bikêr e.

 

13/12/08

 

 

 

 

 

 

 

 

 

TIVIR  (TIRP )

DERMANÊ   SEFRAYÊ

RAPHANUS  SATÎVUS

 

 Tivir pincarek çandinîyê ye. Dikaka wê wek gêzer û þêliman xwe di erdê de berdide. Nêzîk deh cûreyên wê hene. Bi rengan ve sor, spî, reþ û mor in. Yên sor bi qasî gûzekê, yên din jî bi qasî kulmekê ne. Cûreyek ji yên spî hene jêre yên kûvî (bejî- çolî) tê gotin. Ew jî wek gêzeran dirêj in. Dirêjîya wan 20 -50 cm e. Di demsalîyan ve biharkî, havînkî û zivistankî ne. Lê têdahîyên wan hema hema wek hev in. Lê ya herî maqûl ku di Tib ê de tê bikaranîn ya reþ e. Belgên wê wek du beskan li hemberê hev in û di her baskê de bi qasî  5- 11 pelan hene. Pelên wê wek serê riman û rexên wan wek birekan xetxet in. Kulîlkên wê spî, mor, zer, çarpel û nixûn in. Rengê bizrê wê qahweyîyê þahbelûtî ye (kestane). Di tovê wan de % 35-50 rûn heye, lewre hinek jibo rûn, hinek jî jibo dikak (pincar) çandinîya wê dikin.

 

Welat û dîrok:  Welatê wê esehî ne kifþ e. Lê li gor pisporan, tê texmînkirin ku rojhilatê Derya Spî ye. Lê li hemi deverên cîhanê çandinîya wê tê kirin û hêþîn tê. Di medenîyeta Misrîyan ya kevnar de Firewûnê Misrê Ramîsê duyemîn, jibo taqet, kiþtbûn ( zinde û hêz) û paraztina li hember nexweþîyan tivir, pîvaz û sîr didan paleyên avakirina pîremîdan. Di dema me de jî di klînîkan de jibo kiþtî û hêzbûnê didin nexweþan.

 

Têdahî: Îyot, gûd (kûkirt) esansa xerdalî, beta karotin, robhonol, rabhanîn, mentîl, gluconasturîn, pentosane, methylmercaptan û hwd.

 

Li gor lêkolînên klinîk yên 1935an, ku ji alîyê K. Eimer û H. Heinrich ve li ser 35 kesan li gor rewþa nexweþ rojê 100 ml ava tivran pê dane vexwarin, di encamê de derketiye holê ku rêyên sefrayên (zirav) wan vebûne û herikîna wan zêde bûye. Li gor lêkolînên 1938an, W. Golder û ekîba xwe li ser 40 kesan bi dayîna rojê 100 ml ava tivirê ( ligor rewþa nexweþ) 2-16 hefteyan kifþ bûye ku herikîna sefrayên wan tekûz bûne û hiþkbûnên (krampf) wan normal bûne. Her weha li gor lêkolînên herî dawî yên Almanya, derketîye holê ku li gor bakurîyên Almanya baþûrî  kêmtir nexweþ dibin. Li gor pisporan sedema wê jî baþûrî ji bakurîyan zêdetir tivran dixwin.

 

Kêrhatî: 1-  Pêþîya zayîna mikrobên xirab digire. 2-Hiþyarker e. 3- Îþtahê vedike. 4- Jibo astim û bronþîtê bi fayde ye. 5- Mikrobên nav gurçikan dikuje. 6- Jibo avêtina kevir û xîzên nava gurçikan dibe alîkar. 7-  Mêlakê bi hêz dike, pêçiftin (werimîn) a wê dadixe. 8-  Sefrayê paqij dike, jibo xistina kevirên wê dibe alîkar. 9- Jibo bawîbûn, sîyatîk û lonbagoda bikêr e. 10- Kuxukê dibire, qebizê ji holê radike. 11- Goþtê diranan bi hêz dike. 12- Destavê diqulipîne (vediresîne). 13- Gazê tavêje. 14- Wewê xweþ dike.

 

Karanîn: Heke piþtî xwarinê bê xwarin givirandinê (hezmê) hêsan dike.

Heke bê kelandin û ava wê bi hingiv bê tamxweþkirin û bi domî bê vexwarin, kuxukê dibire, belxema sersing derdixe, xirênîyê dibire. Heke pelên tivirê bê xwarin jibo kezebê baþe û xetimînên wê vedike. Heke tivir û bizirê wê bê qutan û bi arvanê genim re bê tevlihevkirin û liser cihên por û rih (rî) lê weþyayî bê xistin, wê mûyên nû li wir derkevin.

 

Tivira rendekirî:  Jibo kuxuk , belxem , astim, bronþît û xirênên qirik û sing. Tivrekê rende bikin û du kevçîyên xwarinê hingiv tev lê bikin. 5-6 seetan di sarincokê de bihêlin paþê bigivêþin û rojê 1-2 kevçîyên þîranî jê vexwin.

 

Ava tivirê: Jibo xetimîn, hiþkbûn, kevir û paqijkirina sefrayê . Tivran di mîkserê de bihêrin û bigivêþin (anjî bi awayek din ava wê derxin), 2-4 hefteyan rojê 100 ml

(qedehek çayê) jê vexwin

 

Þerbeta tivirê: Jibo piranîya nexweþîyên me li jor got. Nava tivrê biqewirînin, 2 kevçîyên xwarinê hingiv berdin nav bila 8 seetan di sarincokê de bimîne, paþê berê hingivê di nav de û di pey wê re jî tivrê bixwin. An jî qedehek ava tivrê 2 kevçîyên xwarinê hingiv tev lê bikin, bila 3-4 seetan di sarincokê de bimîne û paþê vexwin.

 

Macûna bizirên tivirê: Jibo kewandina qûnêr, pirzik û birînan. Bizir (tov) ê tiviran biqutin û di ava sîrkê de bikelînin. Paþê hingiv berdin nav û tevlihev bikin. Wê macunê li cihên birîn û pirzikê xin.

 

Seleta tivirê: Hûn dikarin tivrê bêxin nav hemi cûreyên seletan anjî  bi xwarinê re wek pêxwarin bixwin. Lê nabit ku hûn xwê pê dakin, jiber ku xwê faydên wê dikuje û bi xwê ve xwarina tivrê bêkêr e.

 

05/12/08

 

Têbînî: Maxdê hinek kesan zîz e (hesas e), lewre tivir dikare li ba wan kesan acizahîyên maxdê çêbike.

 

 

 

 

TIRÎ

FÊQÎYEK WEK DERMANXANÊ

GRAPES  INEB

 

Em Kurd pirî caran dema dikak (zeryewat) anjî fêqîyan dixwin, tiþtê herî kêrhatî û derman naxwin û tavêjin. Yek ji van jî TIRÎ ye. Dema em tirî dixwin tûvil (qaþil) û dindikên (sîsik , tov, bizir) wî tavêjin û naxwin. Di rastîya xwe de dermanê hemi derdan qaþil û bizrê wî ye. Xasma (taybet) tirîyê reþ, (an jî mêwrîj, mûrîj-mewîj).

 

Tirîyê reþ  bi serê xwe wek dermanxanekê ye û ew jî xelata xweristê ye. Hewceye tirî bi qaþil û sîsik ve bê xwarin. Kesên diranên wan dest nadin, bila sîsika wê nehavêjin, di sîrkutê, an jî bi awayek din biheriþînin, jibo kevçîyek sîsik du kevçik mast an jî hingiv tev bikin û bixwin.

 

 

Ji dara tirî re mêv tê gotin. Tirî fêqîya wê  mêwê ye. Ji mêwekê pir qurm (navteng) û çik derdikevin. Ji wan jî rîþî derdikevin, ew rîþî aloke ne, xwe di daran dialînin û heta bi 30 mitroyan jî bilnd dibin. Mêw pela xwe diweþîne.Pelên wê bi gelenperî pênc parçe ne, û kesk in.  Kulîlka wê di navbera çar û þeþ girêkan li hember pelan vedibin.  Jibo kulîlkên wê bibin fêqî, hewceye germahî ji16 derecan kêmtir nebe. Di navbera 18-21 derecan de kulîlk dibin toz û %50 ji wê tozê dibin libên tirî. Tê gotin ku bi hizaran cûreyên tirî hene. Lê qasî 100 cûreyan çandinîya wan tên kirin. Tirî bi rengên xweve sor, reþmor, zer û spî ne. Hinek bi sîsik û hinek jî bê sîsik in. Li gor hewcedarîyê jibo xwarin, doþav, pestiq, mewîj û benîyan tên çandin.

 

Welat û dîrok: Welatê tirî Mezopotamya ye. Lê hinek dibên “Anatolî, Asya biçûk û Kafqasya ye”. Lê li her deverê çîhanê tê çandin û lê hêþîn têt. Dîroka wê ji 7000 salan berjortire. Ji 5000 salan wir de çandinîya wê û rezvanîya wê tê kirin.

 

Di medenîyet û mîtolojîyên kevnar de wek senbola bereketê dihat pejirandin. Sermîyandar û mîrên berê li ser xwesteka hekîmên xwe jibo tenduristî û baþxebitandina mejî bi kar tanîn. Di pîrtûkên gerokên wek “Xenophon, Pîlîne, Strabon” de qala rezvanîya li Mezopotamya hatîye kirin . 2400 sal berê  ji van deveran û ji Trabzonê jibo Wenedîkê þarab dihat þandin. Her weha þeraba Îranî û Misrê jî piranîya wan ji Mezopotamya diçûn. Di dema me de tirî bi pir cûreyan tê xebitandin. Fêqî, pel, dindik ava mêwa wê, xwelîya mêwa wê, di endûstirîyên derman, kosmetîk, boyax û hwd tê xebitandin.

 

 Li gor pispor û lêkolînvanan “Tirî bi serê xwe dermanxane“ yeLi Kurdistanê bi qasî heftê cûreyên çandinîyê hene. Tirîyên herî navdar ê deverên Herzincan, Harpût, Malatya, Bêsnî,  Entab, Mêrdîn,  Amed, Herdîþ  û Gelîyê Tîyarê ne. Bê goman ev tenê yên Kurdistana Bakur in. Rojhilat, rojava û baþûr jî ne jê kêmtirin.

 

Têdahî: Þekir, Kalsiyûm, potasyûm, sodyom, hesin, protein, karbondîhîdrat, fosfor,asîta lîkotonîk vitamîn,A- B1- B2- C- Omega 3 ommega 6 û hwd. 

 

Li ser lêkolînên Zanîngeha Qeyserî ya biokîmya, Aysun Çetîn dibêje: “Miþk ji alîyê biyolojî de, ruhberê herî nêzîkî mirova ne. Me li ser 80 miþkan sîsika tirîyê reþ ceriband. Di encamê de derket holê ku tirîyê reþ jibo xweþkirina (tedawî ) penceþêrê pir bi fayde ye. Kesên kemoterapî û radîoterapî dibin, divê rojê fincanek mewrûjên reþ ên bi dindik (hewceye dindik baþ bên cûtin) an jî gûþîyek tirî bixwin”.

 

Di dindika tirî de madeyên bioflavonotît û proantîokîyanîdîn heye. Ew ji vîtamîn C  20 caran û ji vîtamîn E 50 caran bihêztir antî oksîdan e. Di bedena mirov de  ji mûyê serî, heta nenûkên pîyan bi reh û mûrehan ( rehên mûyane ) dagirtîye.

Dema ew bixetimin, xwîn tê nagere û ew dever pûç dibe, dimire. Dindka tirî wan mûrehan (damarên wek mûyên zirav) vedike û pêþîya hemi nexwþîyan digire. Deverên nexweþ jî dikewîne.

 

Cara yekem ev tiþt di 1947an de li Fransa di Zanîngeha Bordeaux de ji alîyê Profesorê Tibê, kîmyager Jack Masquelier ve hatiye tesbîtkirin. Li gor lêkolîn û ceribandinên li Fransa (1985) yên li ser 92 nexweþên di bin qontirolê de, 28 rojan serê kes 300 mîlîgram sîsikên tirî hatîye dayîn. Van dindikan % 50 êþa beden, kirampfên  (ji niþka ve hiþkbûna reh û jîyan) dema razanê û mûhrîbûnên dikevin ber çavan kêmtir kiriye.

 

 Dîsa li Firansa ceribandinên li ser kesên di bin qontirolê de rojê 200 mîlîgiram dayîna sîsikên tirî (5 hefteyan), di encamê de derketîye holê ku nexweþîyên çavan mîyop (nêznedîtin) yên tiþt li ber çavên wan diçilvilin, yên ji ber ronahîyê çavên wan diqirmiçin, yên di dûrbînîyê de arêþeyên wan hene, di nexweþîyên din yên çavan de, nexweþîyên wan kewîyane û hatine ser qewlê xwe yê berê.

 

 Li gor lêkolînên 1995 yên li Îtalya hatîye kirin, di encamê de derketîye holê ku sîsika tirî jibo pêçivîn (werimîn) ên rehageþ ( rageþ- reha sor- þeryan, reha xwînê tavêje) hisên mûhûrîbûne, sotin (þewat) û vekirina rehên mûyan, ji dermanê herî navdartir bi bandortir û demdirêjtire.

 

Li gor lêkolînên van salên dawîn hatinekirin, pispor û lêkolînerên Amerîkî, Ewropî û Japonî dibên:”Kesên tengasîyên jibîrçûyînê dikêþin, kesên arêþeyên wan yên rehan û mûrehan hene, yên ku kurîþkên stuh û rûyên wan zêde dibin, kesên çermên (rû) wan dibehin û ne zinde ne, yên xwe di alîyê zayendî (þehwet seksî) de têrneker dibînin, kesên arêþeyên dil heyî û qirîza dil derbas kirî, kesên rîzîkoya qirîza dil heyî, kesên ji ber sedemên kalbûnê arêþeyên dîtinê heyî, kesên di bedena wan de peçivîn (werimîn) û alerjî heyî, kesên  zixtê  (tansîyon) wan bilind, yên bi hêsanî xwîn ji bedena wan tên û laþê wan þîn dibin, kesên ji sedemên xwînê destistan (felc) bûyî,  nexweþên þêkir, kesên warîz ( peçivîn û þînbûna rehên lingan) û hemorît heyî,  divê dindikên tirî bixwin. Ji ber ku sîsika tirî hemi pirsgirêkên rehan û mûrehan dikewîne ( xweþdike ,tedawî dike) û rê li ber hêmi nexweþîyan digire.

 

Kêrhatî: Sîsika tirîyê reþ . Sîsika tirî antîoksîdanek herî bihêz e. Di bedenê de xisarên ji alkol û cigarê tên kêm dike. Xwînê çêdike, pêþîya bêxwînîyê digire. Xwînê paqij dike. Çerm xweþik dihêle û pîrbûnê (kalbûnê) bi direngî dixe. Çerm bi hêz dike.

 

Tirîyê bi sîsik:  1- Pêþîya helîyana hestîyan digire. 2- Xwedîker e. 3-  Beden û zêhnê bi hêz dike. 4- Di bedenê de avêtina madeyên xisardar pêk tîne. 4- Zixta bilind dadixe. 5- Jibo kewîna brînên aþik (mexde) , gastirît ( tirþbûna aþikê),  mêlak (kezeb-cerg), xalik (fatereþk) ê dibe alîkar. 6- Qebizê hiltîne, ji kewîna bawîbûnê re dibe alîkar. 7-  Dil bi hêz dike, xwînê paqij dike. 8- Vereþîn (xelihîn) û tirþbûna aþikê li cem jinên pêgiran (dugîyan - hemil) disekinîne. 9- Dibe alîkarê avêtina kevir û xîzên nava gûlçîsk (gurçik) an. 10- Rehan (Damar) vedike, brînên wê dikewîne. 11- Jibo nexweþîyên çavan û þevekorê çavêþê, gazindeyên çavan yên ji kompîtûr û televîzyonan tên. 12- Jibo warîsan û peçivînên li beden.  13- Jibo kewandina nexweþîyên ji dev, qiriq û sersing tên, dibe alîkar  û hwd..

 

Karanîn: 1- Çaya belga mêwê- 2- Ava mêwê. 3- Xwelîya mêwê. 4- Ava tirî. 5- Macûna sîsika tirî. 6- Sîrka tirî. 7- Xweþava mewrîjan. 8- Dims, pestîq, benî,  mewrîj, þerab û hwd.

 

1-  Jibo îshalê bisekinîne: Jibo her qedehek çayê pelek belgên mêwê  (ter anjî hiþk ) bêxin nav firaxekê bila sê kel bênê.  5-10 deqîqan di dema xwe de bimîne û biparzinin. Rojê 3 caran qedehek çayê jê vexwin

2- Belga mêwê hiþk bikin û di nava destê xwe de biperixînin, ku bû toz, wê tozê                 

            deynin ser brînê.

3-    Belge mêwê ya ter deynin ser brîn û qûnêran, ewê edava nava wan bikêþîne û bikewîne.

4-    Ava mêwê: Dema hûn mêwê  rûdin (bikesixînin) wê avek jê bê. Wê avê berhev kin, wek pansûmanê jibo sotina çavan û kapekên bihrûyên (burh-ebrû) xwe xin. Û jibo helandina kevir û xîzên nava gurçik û sefrayê, bi zikê birçî qedehek çayê jê vexwin.

5-    5- Xwelîya mêwê: Wan çiqên we rûdayî nehavêjin, bisojin û hilînin. Li gor hewcedarîyê 3-4  kulm ji wê xwelîyê bikin nav tenekek avê û niv seetê bikelînin. Bila hinekî bimîne, paþê biparzinin û jibo xura serî û kapekê serê xwe pê biþon. Hûn dikarin wê avê jibo kuxuk, alûgûhîþk (alok), qirikêþê jî xerxere bikin.

6-   6-  Ava tirîyê reþ wek þîrê dayikan e . Di lîtrek ava tirî de 800-900 kalorî heye, ew jî  bedêla xwarin û vexwarina nîv rojê ye.

7-     7- Heke rojê 3 qedehên ava tirîyê negihiþtî  (xam) du hefteyan li serhev bê vexwarin, wê kevirên nav gurçikan bihelîne. Heke zikêþ û serêþê çêbike,  jibo telafîya wê qedehek ava hinaran  anjî lîmonê vexwin.

8-    8- Maska tirî: Tirî biheriþînin û li rûyê xwe xin, bila seetekê li ser rûyê we bimîne û paþê biþon.

9-    9- Macûna sîskên tirîyê reþ: Dindikên tirî di sîrqut an jî bi awayek din bi heriþînin. Jibo her kevçîyek bizir 2 kevþîyên mast an jî hingiv tevlê bikin û vexwin. Jibo nexweþîyên me li jor got bi kêrhatî ye. Heke jin, bûk an jî keçên xame, yên pistan (memik) biçûk mehekê li ser hev bixwin, wê pistanên wan pê mezin bibin. 

10-10- Sîrka tirî: Ava tirî bigivêþin bikin firaxekê, tûlbendekê (kitan yan tiþtekî din) pavêjin ser bila 15 rojan bimîne, paþê biparzinin. Li gor dilê xwe bixebitînin.

11-  Macûna mewrîjan: Mewrîj, kakilê gûzan (behîv, bindeq. fisteq jî dibin) bi hevre biheriþînin (di sîrqutê de biqutin) û hinek nîviþk jî tevlê bikin û berî xwarinan kevçîyek þêranî jê bixwin.

12- Ma hewceye em qala  xweþav, pestîk, mewrîj, benî, dims û hwd bikin?  

 

30/11/08

 

 

 

 

ÞÊLIM 

DERMANÊ  SARS  ê

BARASSÎCA  NAPUS / Rutabaga

 

 Þêlim pincarek wek tivir, silg (pincarê þekir)  û sêvên ax ê di bin erdê de dikaka

(zerzewat) xwe dide. Rengê wê  þîne spî, anjî sorê spî ye. Pincarek gurover û pahn e. Yên wek tivran dirêj jî hene. Lê yên pahn maqûltirin. Pincarek pirpel û kulîlkzerê biriqok e.

Du awayên wê hene, yeksalane û dusalane. Yên yeksalane jibo xwarinê ye. Pelên wê û dikaka wê ango þêlima wê tê hilçinîn (hilkirin). Ya dusalane jî dihêlin sala diduwan. Kulîlkên zerên biriqok dide. Ew kulîlk 50 -120 cm bilind dibin. Di nava wê kulîlkê de bizrek wek yê keleman (lehanan)  heye. Di nava wî bizrî de % 33 rûn heye û ji bona rûnê wê derxin tê çandin. Lewre jêre tê gotin þêlima rûn.

 

Welat û Dîrok:  Welatê þêlimê bi esehî ne kifþ e. Hinek lêkolînvan dibên “Ewropa bakur e.” Hinek jî dibên “ Kafqasya û Sîbirya ye “. Lê ji welatên sar hez dike û heta di binê 0 de 10 derecan di nav axê de tiþtek lê nayê û dikare xwe biparêze. Li Kurdistanê di bajarên Serhedê wek Herzerom, Qers, Sêwas û Mûþê jibo ticaretê çandinîya wê tê kirin. Tenê li du gundên Herzeromê di salê de 200 hezar ton tên çandin. Li bajarên wek  Bîngol, Wan û Hekarya tenê jibo xwemalî û hinek jî jibo firotina xwecihî tê çandin. Li bajarên Tirkan jî tên çandin lê ne yên wek Kurdistanê maqbûl in. Piranîya wan cûreyek jibo alifê (êm) heywanan e.

 

Piþtî peydabûna nexweþîya SARS ê ku kes nizane sedamê wê çîye, ji kur tê û nêzîkî 700 kes pê mirin, li gor lêkolînan dermanê nexweþîya SARS ê ye. Li welatên wek Tayland û Çînê gelek daxwaz jibo þêliman û ava þêliman peyda bûye. Dewleta Tirkan di salê de bi 100 hizaran ton difiroþe wan welatan.

 

Têdahî: Kalsîum, potasym, þekir, asîtên þîr, xwêyên madenî, fosfor, sifir (paxir) hesin, vîtamîn A, B, C û hwd.

 

Pispor dibêjin: “ Þêlim kevir û xîzên nav gurçikan tavêje. Destavê diqulipîne. Heke pelên wê bê hûrkirin û wek seletê bê xwarin pir bi fayde ye. Kesên nexweþîya þekir pêre hebe jî dikarin þêlimê bixwin. Þêlim çiqas xav (nepijyayî) bê xwarin ewqas bi fayde ye. “

 

Kêrhatî: 1- Sîngê nerm dike. 2- Piþikê paqij dike. 3- Edavên qirikê ji holê radike 

4- Qebizbûnê dibire. 5- Têhnîtîya nexweþîya þekir dibire. 6- Pirzikên hûkmejinî û hûkmemêrîyê ( balixbûn-kamilbûn) û bîyovan (egzema) dikewîne. 7- Ji ketina kevir û xîzên (qûm) gurçikan re dibe alîkar. 8- Destavê diqulipîne (vedireþîne). 9- Jibo paqijkirina qûnêr (kwînêr), pirzik û edavên nav rûvikan dibe alîkar. 10- Peçivîn (werimîn) ên movikan (mavsalan) dadixe û bedenê rehet dike. 11- Bronþan paqij dike jibo alerjîyê dibe alîkar. 12 -  Berxwedana bedenê li hember nexweþîyan zêde dike. 13- Damarên dil nerm dike. 14- Ji siheta çavan re baþ e, diran û goþtê diranan bihêz dike. 15- Zixtê (tasîyonê) dadixe. 16 - Toksîtan tavêje, ji kolestirolê re baþe. 17- Bêxwînîyê diborîne û stresê tavêje.

 

Karanîn: Banyoya pîyan, por þûþtin, selete, xwarin, tirþî,

 

Banyoya pîyan: Jibo kesên pîyên (lingên wan) wan diqerisin û dicemidin (taybet jibo pîr û kalan) 2 þêliman spî bikin, tûvilê (qaþil) wan û qedehek çayê gezingê

(gezgezok) bikin nav lîtrek avê û bikelînin. Bila 30 deqan di dema xwe de bimîne, pîyê xwe bikinê heta av sar dibe. Di heftê de du caran mehekê bidomînin hûnê ji wê nexwþîyê bifilitin. Wê avê nerêjin, hûn dikarin jibo cara duduwan jî germ bikin û bi kar bînin.

Porþûþtin: Heke hûn þêlimê bikelînin û bi ava wê ve serê xwe biþon, porê we spî nabe. Heke bizrê wê bê kelandin û por pê bê þûþtin por naweþe.

 

Maska þêliman: Jibo xweþikbûn, pirzik û zîndebûna rû, þêlimekê rende bikin û li rûyê xwe xin. Bila 15 deqan li ser bimîne paþê bi ava sar biþon.

 

Þêlima sotî: Jibo porþikestin, dirêjbûna por û nexweþîyên por, þêlimê bisojin, bi dohnê zeytê ve tevlihev bikin û di binê porê xwe ve biperixînin (tê bidin).

 

Xwarin û selete: Bixwe þêlim wek tivir û gêzerê xav tê xwarin. Lê di nav xwelîyê, an jî firnê de bê patin jî pir nermtir û xweþtir dibe. Herweha þêlim dikeve nav tirþik, birûþ (þorbe), seletan (pelên wê jî) û kutilkan.

 

Ava þêliman: Hûn dikarin þêliman bikelînin û ava wê vexwin. An jî bigivêþin û ava wê vexwin.

 

Tirþîya þêliman: Arvanê savarê û hevîrtirþî tevlihev bikin, hinek avê berdin ser û bikin bîdon, qetremîz anjî firaxek din. Bila hefteyekê tê de baþ tirþ bibe. Paþê xwê, þêlimên çarparçekirî berdin ser. Jibo reng û tamxweþkirinê jî çend gêzerên sor anjî mor hûrkin nav, li gor dilê xwe hûn dikarin çend  îsotên sor jî bêxinê.

 

23 /11/08

 

 

 

PÎVAZ  - PÎZAV

ALLIÛM  CEPA

 

 

Gelo ma di nav Kurdan de, kesê pîvazê nasneke û neçandîye heye ? Ez di wê bawerîyê de me ku her Kurdek bi qasî min pîvazê nas dike. Gelek miletên ku Kurdan nas dikin  ji pîvazê re dibên “Sêva Kurdan”. Li cem me Kurdan pîvaz dermanê hemi derdan û tamxweþkera hemi xwarinan e. Lewre ezê danasînê bi serpêhatîyek ser pîvazê, bi we re par vekim.

 

Tê gotin ku rojekê Kurdek di rêyekê de diçe, dibîne ku kesek li ser rê mirîye. Li tûrikê wî dinê re, dîbîne ku di tûrê wî de nan û pîvaz heye. Yê Kurd diponije û xwe bixwe  dibê:“Nan pir e û pîvaz pir e, ev mirov çima miriye?”

 

 

Dîrok û welat: Pîvaz, ji alîyê medenîyetên kevnar yên wek Sûmer, Med, Asûr, Babîl, Ûrartû Misrî, Hindî û Çînî yan de, hem jibo xwarinê, hemjî jibo derman (xasma jibo antîbîotik) dihat xebitandin. Lewre di demên fîrewûnan de, dema pîramîd didan çêkirin, jibo ku nexweþîya kesên dixebitin derbazî hevûdû nebe; pîvaz bi wan didan xwarin. Heta Misrîyan, pîvaza hiþk wek sîmga gerdunê dipejirandin.

Welatê pîvazê ji Îran, Kurdistan, rojavayê Asyayê, Hindistan û heta bi Filistînê berfireh e. Lê kengî hatîye Tirkîyê ne kifþ e.

 

Têdahî: Berî her tiþtî antîbîyotîkek xweristî ye. Allin, propanthialoksid, rûnên firek

(yên dibin gaz û difirin) alîîcin, paktîn, însulin, pfosfort, îyot,  kûkûrt, sansene, niacin, flafonol, þekir, esansên antîbiyotîk, asin vîtamîn  A- B1- B2- C- P.

 

Li gor lêkolîn û gotinên pisporan, jibo ji madeyên di nav pîvazê de fayde bê girtin; hewceye pîvaz bi xavî bê xwarin. Herweha li gor lêkolînan hatîye aþkerakirin, di kesên ku rojê  3 gr pîvaza taze (hêþin) dixwin de % 70 penceþêra prostatê, ji yên nexwin kêmtire. Di eynî mixtara sîr xwarinê de jî % 53 kêm dibe.

 

Kêrhatî:  1- Destavê xweþ dike 2- Av û madeyên bêwec ji bedenê tavêje der 3- Faydekî mezin dide bawîbûnê, vekirina edavên mavsalan, xetimîn û hiþkbûnên jîyan (tamaran) û rêyên destavê. 4- Jibo xistina xîz (qûm), kevirên (ber) nava gurçîskan

 (gurçikan) dibe alîkar. 5- Êþên gulçîskan kêm dike. 6- Westîyana (betilîn)  hiþ (zêhn) kêm dike 7- Bêhiþbûnê dibûrîne. 8- Pêþîya nexweþîya prostatê digire. 9- Hêza zayendî (Cinsî- seksî )  zêde dike. 10- Jibo nexweþîya agzema û nexweþîyên din yên çerm kêrhatî ye. 11- Jibo astim, bronþît, zekem û hemi nexweþîyên ji sermayê tên bandorek gelek baþ nîþan dide. 12- Þekirê xwînê dadixe. 13  Jibo kolera û êþa zirav

 (werem) ê bi kêrhatî ye. 14- Kalbûnê direngî dixe 15- Iþtahê vedike. 16- Dil bi hêz dike. 17-  Jibo avêtina edavan ( kurmîbûnan - iltihab) dibe alîkar.

 

Xebitandin:  1- Macûn 2- Þirûp 3- Patin 4- Xwarin 5- Selete 6- Derxistina ava wê.

 

Macûn: Li dijî serma girtinê pîvazê hûrkin û biheriþînin,  hinek hingiv tev bikin û bixwin. 

 

Þirûb: Jibo xeniqok û kuxukê pîvazekê hûrkin,  2-3 kevþîyên þekir pê werkin, qedehek çayê avasar berdin ser, 5 deqan di demê de bihêlin, paþê bigivêþin û rojê 5-6 kevçîyên çayê jê vexwin

 

Patin: Jibo derxistina stirî, cam,  hesin anjî tiþtekî din, pîvazê têxin nav xwelîya germ bilan bipije, hinek sabûna spî bikin nav û li ser cihê tiþt çûyê girêdin. Hûn dikarin wê pîvazê jibo derkirina birînan, qûnêran jî bi kar bînin. Herweha ku hûn bixwin jî jibo vekirina qirikê û kuxukê jî wê bibe alîkar.

 

Ava pîvazê:Jibo zekemê û persîvê, pîvazê hûrkin, biqutin an jî di nava mîkserê de bihêrin, bigivêþin bikin þûþê dilopan yên dermanxanan û wek dilopên dermanxanan berdin kepê xwe (difin- bêvil- poz). An jî hûn dikarin pîvazê bikin du ker û bidin ber bêvila xwe.

 

Xwarin û selete: Hûn dikarin pîvazê bikin nav hemi xwarin û seletan.

                 17/11/08

 

 

 

HOK

CYDONIA  VULGARIS

 

DERMANÊ NEXWEÞÎYÊN RÛVÎKAN

 

Dara bîyokê 3-6 metroyan bilind dibe, pirî caran di qurmekê de çend navteng bi hevre bilind dibin. Lewre carnan wek daran, carnan jî wek teraþan xuya dike. Darek kulîlk mezin û kulîlkên wê pêncpel e. Rengên kulîlkan, spî û peyazî ne (penbe). Belga wê kesk e û hinekî bi pûrt e. Fêqîyek  wek sêvan û hirmîyan e, lê ji wan meztir e. Rengê wê zer û hinek bi pûrt e.

 

 Tama wê mizekî di navbera sêv û xoxê de ye. Fêqîyek hiþk, bêhnxweþ û þidîyayî ye. Di payîza direng de digehe û qasidê hatina zivistanê ye. Di nav xelkê de tê gotin: “ Sala pir fêqîyan bide wê salê zivistan pir dijwar dibe”. Di nava bihokê de dindikên qahweyî û nerm hene. Di her bihokekê de 20- 40 lib dindik (bizir) peyda dibin. Ew dindik tên hiþkkirin û hilanîn, paþê jibo derman tên xebitandin. Fêqî, belg û dindikên wê jibo nexweþîyên cihê tên bikaranîn.

 

Welat û Dîrok: Welatê wê bi esehî ne kifþ e. Lê li gor ku ji hewa hênik û sar hez dike, îhtîmalek mezin e Îran, Kurdistan û Kavkasya be. Ji ber ku li van welatan bîhokên ku xwebixwe bejî çêdibin jî hene. Ji wir jî derbasî welatên derya spî, Ewropa û Çînê bûye.

 

Di medenîyetên van welatan yên kevnar de, 4000 sal berî niha jibo derman, bêhnxweþkirin û xwarinê dihat çandin.

   Romayîyan bîh ji parfûm heta hingiv jibo her tiþtî dixebitandin. Herweha li ba hinek medenîyetan senbola evîndarî û bendewarîyê bû. Pêxenberê Îslamê jî gotîye: “Heke hinek ji we pê bihesin li ser dilê we giranîyek heye, bihokê bixwin”.

 

Bi jinên dugîyan (hamîle) bîhokê bidin xwarin, zîra bîhok hêzê dide dil, acizahîyan radike û  zarokên wan wê xweþik bin. Di dema me de jî, fêqîya wê di sanaîya konposto, rêçal, parfûm, sabûn û þanpûanan, dindika wê jî di sanaîya tentûr, çayê û dermanên natûrel de, belga wê jî jibo çayê tê bikaranîn.

 

Têdahî: Pektîn, tanen, þekir, asîtên organîk, xwêyên mîneral, hesin, sifir (paxir) potasyum, vîtamîn A- B2- C.

Dindik Bizir:  % 14- 18 madeyên zeliqok ( þîrêz) % 16-20 rûn (dohn) tanen, madeyên rengdar,  emygadalîn, emulsîn û pir protein.!

 

Kêrhatî: Prof. Dr. Turan Karadenîz û prof. Dr. Faruk Yorulmaz  dibêjin: Ji ber madeyên di hundirê bîyokê de, bandorek hêja li hember nexweþîyên dil, kezeb, piþik, mexde, gurçik, qirik, çav, arêþeyên ji dev, qirik, alûgûhîþk (alok),  ketina kincan, ava spî ya ji jinan tê, nîþan dide.

Rêçala wê, sistema givirandinê tekûz dike û þehwetê bilind dike. Þirûba wê jibo virika zarowan pir bi kêr e..

Xweþava wê, bêbizavîyên ji kalbûnê tên kiþt (zinde) dike. Kexîtî û westîyanê ji holê radike. Jibo warîzan baþ e, di xew de þêlavên ji dev tên dibire. Brînên dev, qirik, mêlak (kezeb), piþik û ji pir nexweþîyên din re bikêrhatî ye.

 

Nexweþî: 1- Jibo piþtêþ û sistbûna biþtê 2- Tirþbûna mexde (aþik) 3- Goþtê diranan bi hêz dike 4- Kuxuk, astim 5- Bawesûr 6- Dil  7- Kezeb 8-Piþik  9-Qirik 10- Çav 11- Rûvik 12-Arêþeyên dev 13- Di ketina kincan de herîkîna xwîna zêde dibire 14-  Herikîna ava spî ya jinan 15 - Zikçûyînê dibire. ( ku zêde bêt xwarin qebizê çêdike) 16- Îþtahê vedike 17- Xwîna ji rûvîkan tê dibire 18-  Xwînê paqij dike 19- Bedenê bi hêz dike, pêþdeçûna wê sîqal (eyar) dike 20- Teqanên dest, ling, rû û tevahîya bedenê ji holê radike 21-Qirmîçonkên rû, stuh û destan rast dike 22- Ji egzama û bawesîrê re baþe û hwd.

 

Heke hûn bîyokê bikin nav kîskên naylon (an jî bê naylon) dikarin di sarincokê de heta sê mehan biparêzin. Dema hûn bîhokan dixwin, dindikên wan navêjin, hiþk bikin û hilînin.

Karanîn: 1-Patin 2-Xavexav xwarin 3- çayê 4 -Ava wê vexwarin 5- Konposto 6- Rêçal  7- Melhem.

Patin: Ji nexweþîyên sistbûna piþt, piþtêþ, tirþbûna mexde, êþên qirik û gelek nexweþîyên din re bandorek baþ dide. Bihokê di xwelîya êgir de an jî di firnê de bipêjin û bixwin. Wê hem tama wê xweþtir be, hem jî nermtir û bêhnxweþtir be.

 

Xavexav xwarin: Jibo piranîya nexweþîyên me li jor got, xasma jibo bihêzkirina goþtê diranan pir baþe. Lê mirov neþêt zêde bixwet. Ji ber ku hem hiþk e, hem jî gewrîgir e û herweha qebizê jî çêdike. Lê hûn dikarin ava wê bigivêþin, an jî di mîkserê de bihêrin û wusan jî bixwin. An jî ava wê vexwin. Jibo kewîna nexweþîyên  me li jor got wê bibe alîkar.

 

Xweþav ( konposto): Bîhokan baþ biþon û tûzî bikin, bi qaþil û dindik wê bikin xweþav. Jibo hemi nexweþîyên me li jor got û gelek nexweþîyên din re pir baþe. Divê di mehên zivistanê de xweþava bîhokan qet ji malê kêm nebe.

 

 Çaya dindikan: Jibo her qedehek avê kevçîyek bizirê bîhokan bikin nav firaxekê, bila 10 deqan bikele, paþê bi devgirtî 4-5 seetan bila di dema xwe de bimîne. Rojê  3-4 iskanên çayê bi hingiv tamxweþ bikin û vexwin. Heke hûn dindikan biheriþînin, bila sê kel bênê û 10 deqan di demê de bimîne. Hûn dikarin tovê sêvan û bîyokan bi hevre jî çêkin.

 

Çaya pelên bîhokê: Jibo nexweþîyên bêxewî, nerazan, pir esebî bûnê; her qedehek avê du kevçikên þîranî belgên (ter an jî hiþk) bîhokê bikin nav çaydankê yan jî beroþekê û ava kelandî berdin ser. Sê kel din jî bidinê û ji ser êgir rakin. Bila devgirtî 10 deqan di dema xwe de bimîne. Paþê biparzinin û rojê 3-4  qedehên çayê jê vexwin.

 

Çaya kulîlkên bîhokê: Jibo kelecan û lêdana dil, zêdekirina þîrê dayîkê; her qedehek avê du kevçîyên þîranî, kulîlkên (ter an jî hiþk) bîhokê bikin firaxekê. Ava kelandî berdin ser, bila kelek bêtê û paþê ji ser êgir rakin bila 5- 8 deqan devgirtî di dema xwe de bimîne. Paþê biparzinin û rojê 3-4 qedehên çayê jê vexwin.

 

Macûn: Hûn dikarin dindik, pel û kulîlkên bîhokê biheriþînin, tevli hingiv bikin û  li xurînî kevçîyek xwarinê jê bixwin.

 

11/11/08

 

 

 

SIBIT / Tûzmask/ Tûzik

NASTURTIUM  OFFICÎNALE

 

 Sibit biharat û giyayek xwarinê ya bêhnxweþ e. Bejna wê 30- 70 cm bilind dibe. Naftenga wê kesk an jî keskeþîn e, wek movikan li ser hev bilind dibe. Nava navtenga wê vala ye. Ji navtengê çiq jê belav dibin. Bi çiqan ve pelên kesk yên zirav wek tayê birçik e. Di nîvê havînê de kulîlkên wê yên bêhnxweþ, zerîn wek ûþî û sîvankan xwe digehînin hev. Bizrê wê pahn û hêkanî (peyzî), di nava wan kulîlkan de ne. Rengê wan esmerê qahweyî ne. Di TIB ê de tovê wê jibo derman û parfûman tê bikaranîn.

 

Dîrok û welat: Di dema Fîrewûnan de, li Misrê, Romayê û Grêkistanê, tovê wê wek baharat û derman dihat xebitandin. Ji wan belavî dinyayê bûye. Niha li hemi deverên dinê tê xebitandin. Li Kurdistanê di baxçe an jî di eywanan de jibo bênxweþî û baharatê tê çandin. Welatê wê Derya Spî ye.

 

Berhevkirin: Belgên wê dema kesk in bi ciqan ve tê jêkirin, di sîberê de tên hiþkkirin û di nava qawanozan (qetremîzan) anjî tûrên caw de tên parastin. Bizirê wê   havinê hêjta tovên wê baþ negiheþtî bi çiqan ve tê birîn, bi qevdikên neþidîyayî tê daliqandin, dema rengê bizrê wê bû gewrêqehweyî,  li ser cawek paqij an jî li ser kaxizê  tê daqûtan. Ew bizir dikevin ser wî tiþtê raxistî, paþê tê komkirin û di nav firaxek cam de li cihek zuha bi devgirtî tê paraztin.

 

Têdayî: Protaîn, Karbonhîdrat, Selûloz,  Mîneralên Wek : ( Fosfor, Kalsiyûm,  Asin, Sodyom, Potasyum ) Vîtamîn  A, B1 , B2 –B3- B6 – C – E .

 

Kêrhatî: Pelên wê, li gor ceribandinên TIB -ku li ser miþkan hatîye tesbîtkirin- Serumunda Tirglîserît % 50 ya Kolesterolê % 20 kêm kiriye.

 

Bizirê wê, ceribandinên li ser heywanan daye kifþkirin ku damaran fireh dike, dewisîna xwînê kêm dike, lêdana dil hêdî dike. Wekî din givirandinê (hezmê) hêsan dike, rêyên destavê vedike, îþtahê vedike, hêrsê dadixe, bedenê rehet dike, gazên mexde û rûvikan tavêje, ji zikêþê re baþe, jibo vereþandin û xelihandina mad, îsk, werîmina zik, baþe. Þîrê dayîkê zêde dike, bêhnên dev ji holê radike, jibo bêhnvekirinê baþe. Bi taybet jibo nexwþîyên, kezebê, kîskê sefrayê (kîskê zirav) û odemê tê pêþkêþkirin.

 

Karanîn:  1-Çayê 2- xwarin 3- Zelete.

Çaya pelan:  Kevçîyek þêranî sibita hûrkirî (ter anjî hiþk) bêxin nav qedehek ava kelandî, bila 10 deqan di dema xwe de bimîne, paþê biparzinin û bi firtan germegerm rojê 3 caran qedehekê jê vexwin.

 

Çaya bizir: Kevçîyek bizrê sibitê yê heriþandî an jî qutayî bêxin nav qedehek ava kelandî, 10-15 deqan bila di dema xwe de bimîne. Paþê biparzinin û berî xwarinê vexwin.

 

Xwarin: Bizir û pelên sibitê mirov dikare jibo tamxweþkirinê û hezmê bêxe nav hemi cûreyên xwarinan û birûþan ( þorban). Xasma ji yên dew û mast têde heyîn.

 

Zelete: Bizir û belgên sibitê dikevin nav hemi cûreyên zeletan, nemaze jibo yên mast  û xîyar têde. Herweha jibo delalî û xweþikahîya zeletan dekoreke baþe.

05/11/2008

 

 

Têbinî: Gellek cûreyên sibitê hene. Pel mezin û pel zirav. Her herêmek li gora xwe navekî lê dike. Ji cûreyekî wê re jî Ewrûpî "Dîll" dibêjin.

 

 

 

 

 

 

HEJÎR

FÎCUS  CARICA

 

 

Dara hejîrê 3- 10 m bilind dibe. Lewre carna wek teraþekê carnan jî wek darekê xuya dike. Kulîlka wê ya biçûk di dirêjahîya demê de, di nav fêqîyê de dimîne û winda dibe. Kulîlkên wê yên nêr û mê li ser darên cihê çêdibin. Fêqî bi tenê ji kulîlkên mê çêdibin. Cotbûna wê bi awayê tozbûnê çêdibe.Wê tozê jî kêzikek çêdike. Ba jî wan tozikên mê û nêr digehîne hev. Belgên wê 3- 5 çiq in. Çiqê pelê nîvekê, hinekî ji yên din meztir e. Rengên pelên wê ji alîyê derva keskê tarî, lê yê hundur rengê xwelîyê ye.

 

Mezinahîya belgan 10-20, firehî jî 7 -15 cm mezin dibin. Fêqî wek  girsik (hirmîya biçûk) an jî wek gilokan e. Ji alîyê derve wek çerm, hundirê wê jî bi dindikên wek garis dagirtîye. Rengên fêqî zer, þînê beqemî (mor), peyazî û reþ in. Hejîr navê wê fêqîyê bixwe ye. Fêqîyek þirîn û depoya mîneral, vîtamîn û enerjîyê ye.

 

Dîrok û welat: Tê gotin ku  dîroka hejîrê digehije demên destpêka mirovahîyê. Ji dema medenîyeta Sûmeran virde tê çandin û xebitandin.Di wê demê virde di medenîyetên Misrî, Romayî, Medî, Asurî, Babîlî û Yewnanîyan de, wek fêqîyek rohanî, pîroz û senbolîk tê pejirandin. Di quranê de ayeta Tîn li ser hejîrê ye. Bi xwe tîn navê hejîrê yê Erebî ye. Pêxenberê îslamê li ser hejîrê sund dixwar.

 

Welatê wê, hinek dibên Kurdistan û Îran e. Lê Tirk dibên Tirkîya ye. Ji wir belavî Behra Spî, Rojhilata Navîn, Hindistan û Çînê bûye. Sala 1882 ji Tirkiyê birine Amerîka û çandinîya wê kirine. Li Kurdistanê cihên lê çêdibin, li ber derîyê her malekê, darek hejîrê heye. Hinek ji wan li çolê bi dêm (bejî) çêdibin. Ew pir hûr û pir jî çîrîn in, ji wê hejîrê re dibêjin “ hejîr kerk”. Bazirganîya hejîran % 60 di destê Tirkan de ye.

 

Berhevkirin: Hejîr fêqîyek payîzkî ye, payîzê tê berhevkirin . Ji ber temenê hejîrterkan (hejîrên nû) kêm e, lewre tên hiþkkirin û jibo zivistanê tên hilanîn.

 

Têdahî: Lîf, protein, þekir, vîtamîn A, B1, B2,  B6,  C, omega 3, hesin omega 6,  sodyom, postasyum, calcîum, pfort,  magnêzyum, mangane, sifir (paxir), çînko, kûkûrt, selenyûm, madeyên arvanî, asîtên organîk û hwd.

 

Kêrhatî: Dr Olîver Albaster  serokê Ûnîversîta George Washîgton dibê: Di hejîrê de ji hemi fêkî û serzewatan zêdetir lîf heye. Lîf jî dermanê sîstema givirandinê ye. Û pêþîya gelek cûreyên penceþêrê digire. Pisporên xursendê (Qût- xwe xudankirinê) dibêjin: “Jibo temamkirina kêmasîyên lîfên bedenê, hewceye hejîr bê xwarin”. Ji lêkolînan hatîye tesbîtkirin ku hejîr % 20 kolestirolê dadixe, lewre jibo rîskên dil gelek baþe.

 

Li gor lêkolînên Ûnîverisîta Ruters li New Jersez, hatîye tesbîtkirin ku di hejîra hiþk de, omega 3 û 6,  asîtên rûn hene. Lewre xwarina hejîrê zarûrî ye.

Li gor lêkolînên sazîya serlêdana hejîran a Calîfornîya, antîoksîdanên di nava hejîrê de pêþîya gelek nexweþîyan digire.

 

Faydên wê: 1- Kolestrol dadixe. 2- Rûvikan dixebitîne. 3- Jibo qebizbûnê baþe. 4- Bedenê ji madeyên toksît paqij dike. 5- Kan’a ( çavkanî –xizîna)  enerjîyê ye.  6- Hestîyan bihêz dike û jibo hemorîdan baþe. 7- Rîskên qirîzên dil kêm dike. 8- Jibo buhurandina êþên qirikê baþe. 9- Di bedenê de çêbûn û nûbûna þanê (malzar- hucre) lezûbez dike. 10- Belxemê tavêje. 11- Jibo qûtê rojane dibe arîkar (têr dike). 12 – Teralîya mad ( mexde) tedawî dike. 12- Beden û jîyan (tamar) bihêz dike. 13- Jibo bronþît û kuxukê baþe. 14- Qûnêran digehîne (zer dike) û der dike.15- Jibo tayê û zekemê baþe.

Bikaranîn: 1- Þîrê  hejîrê  2-  Hejîreþîr 3- Hejîr û kakilê gûzan 4- Hejîrerûn 5- xweþav 6- Kek û paste 7- Rêçal.

 

1- Çiqek hejîrê bibirin, ewê þîrek jê bê, ku hûn wî þîrî deynin ser kul û cihên qusiyayî hûnê pê rehet bibin.

 

2- Hejîrê bikin nav mesînê (cezwe) qehwê, þîr berdin ser, bikelînin û hêdî hêdî vexwin. Hûnê ji xirabûna (ketina) deng, kuxuk û qirikêþê bifilitin.

 

3- Hejîrê li þîr, sîrke, an jî dohnê zeytê pilinin (têwerkin) û bixwin. Hûnê ji bawesîrê rizgarbin.Ku hûn hejîrê biqutin (biheriþînin) û deynin ser qûnêrê, ewê qûnêrê der biket.

 

4- Heke hûn hejîrê bi kakilên gûzan ve bixwin, wê bedena we ji jehran biparêze. Jibo kuxuk û þobê (persiv- zekem) ê jî baþe

 

5- Hejîrê bikin nav rûn sorkin û hêkan biþkênin ser û bixwin.

 

6- Hûn dikarin hejîran jî wek qesp (xurme), qeysî û fêqîyên din bikin nav nan, kulîçe, paste, kek û kadan. Heke hûn kakilên gûzan, bindeq, anjî behîvan jî tevlê bikin, wê hem xweþtir hem  jî enerjîya wê zêdetir be.

 

7- Xweþav û rêçala wê jî wek a qeysîyan tê çêkirin. Hinek kes dims (doþav-eqît), benî û þêranîyan jî jê çêdikin.  

                   

                24/10/08

 

 

 

 

PÛNG  -- PÎNG

MENTHA  PIPERÎTA

 

 

Pûng giyayek bêar e. Ji cihên sîber û hêwî hez dike. Li ber lêvên coyan û çeman xwe bixwe hêþîn dibe. Lê çandina wê jî tê kirin. Linav baxçan û li eywanan jibo bênxweþî, lawînî, baharat û jibo mêþ nekevine hundurê malê, tê çandin.Bejna wê 30- 100cm bilind dibe. Belgên wê keskê tarî û rexên wan xetxet in. Di meha tîrmehê de kulîlkan vedike, kulîlkên wê wek leylank peyazî û sipî ne.  30 cûreyên wê hene. Tovê wê qahweyî ye. Devera bikevê lê þîn tê, lewre di demek kurt de dera lê bê çandin, rehên xwe berdide û pir dibe.

 

Dîrok û welat: Di medenîyetên Yewnan, Roma , Misir, Med, Asûr û Babilîyan de, belgên wê jibo derman, bêhnxweþî û tamxweþkirinê dihat xebitandin. Salên 1800 an de Ewropîyan birine Amerîka û çandinîya wê kirine û hêjî jibo benîþt, macûna diranan, parfûm û dermanan, nebatekî herî berbiçav e. Welatê wê nayê zanîn, lê li her deverê cîhanê hêþîn dibe.

 

Berhevkirin:Berî kulîlkan bide bi çiqan ve tê birîn. Bi qevdikên ne þidîyayî di cihek sîber û hewagir de tê hiþkkirin. Paþê tê hûrkirin û di firaxek cam, an jî tûrek caw de, bi devgirtî tê parastin. Di salê de 3- 4 caran mirov dikare 2,5cm ji erdê bilind biqusîne.

 

Têdahî: Mentol, menton, Jasmon, rûnênfirok,tanen, reçîne, esansa giya ya dijwar, þekir, madeyên tahl, sîneol, cûreyên pîpenan, madeyên organîk, protein, karbonhîdrat, vîtamîn A- B1- B2 – B3.

 

Kêrhatî: 1- Hezmê hêsan dike. 2- Gazê dibire. 3- Têrnekirina mêlakê (kezebê) diedilîne. 4-Herikîna sefrayê normal dike. 5-Êþên mexde ( mad) dibire. 6- Danûstandina bêhnê sanahî (hêsan) dike. 7- Bandorek erênî jibo kuxuk, bronþît, girîb û astimê heye. 8-Damaran bihêz dike. 9- Jibo aramandina (rehetkirin) kelecan (heyecan) û tirsê baþ e. 10- Vereþînê (xelihandinê) dibire. 11-  Bandorek baþ li ser mîgren, bêxewî, serêþê  dike. 12- Dil bihêz dike.13- Nerehetîyên lêdanên dil yên ji hêrsbûnê tên dibire. 14- Li nîk zilaman bêixdîdarîyên ji ruh tên radike 15- Þîrê dayîkê zêde dike. 16- Êþên ketina kincan dibire. 17- Ji havêtina kirm (kurm) ên nav rûvîkan re dibe harîkar. 18- Destavê xweþtir diherikîne. 19- Hiþ û bîrmendîyê bihêz dike. 20- Agir dadixe. 21-Enerjîyê dide. 22- Westîyanê dibe.

 

Nexweþî: Jibo nexweþîyên serêþ, êþên bawîbûnê, astim, bronþît, kuxik, grîp, kevirên zirav, nexweþîyên mêlakê, sistît, sara, li ba zilaman ji bêixdîdarîyên pisîkolojîk re tê bêþniyarkirin.

 

Karanîn:  1- Çayê 2- mesaj 3- Komperz 4- Xwarin 5- Selete.

 

Çayê: 1- Kevçîyek þêranî pûnga hûrkirî bikin nav qedehek avê, ava kelandî berdin ser bila 10 deqan di dema xwe de bimîne, biparzinin û rojê 3 caran piþtî xwarinê vexwin.  Yên bixwazin dikarin bi hinek lîmon û hingiv tamxweþ bikin. 2- Du kevçîyên xwarinê pûngê bikin nav 05 l ava kelandî, bila seetekê dinav dema xwe de bimîne, paþê biparzinin hinek hingiv û nîv limonê berdin nav û rojê 4 caran qedehek çayê jê vexwin. Lê kesên ku di madê wan de brîn û gastirît heye, divê pir venexwin. Jinên dugîyan (hamile) jî divê venexwin.

 

Masaj: 3-4 kulmên pûnga ter (taze) bikin nav lîtrek dohnê zeytê, bila hefteyekê bisekine, paþê biparzinin û bikin þûþekî devgirtî û hilînin. Jibo êþa mîgren, esab, kabik û bawî bikarbînin û pê bifirkiînin. Her weha hûn dikarin masaja normal jî pê bikin.

 

Komperz:  Du kulmên pûngê bikin nav 05 l ava germ bila 4 seetan bisekine, paþê biparzinin, patekê (pot-kinc-cil-paç) tê de þil bikin û danin ser cihên diêþe. Xasma jibo serêþê dermanê herî kêrhatî ye.

 

Xwarin: Hûn dikarin pûngê wek bexdenoz hûr bikin û bikin ser hemi cûreyên xwarin, birûþ (þorbe) û seletan.  Her weha jibo bîhnên nexweþ yên ji dev tên, hûn dikarin çend pelên pûngê bicûn an jî bixwin. Wê bêhna nexweþ winda bibe.

 

17/10/08

 

 

 

 

HINAR

PÛNÎCA   GRANATUM

 

Dara Hinarê  wek teraþ û hejan bi çiqên xarûmar bilind dibe. Di meha nîsan û gulanê de bi kulîlkên xwe yên sorên xwemalî û taybet wek darek xweþîkahî û delalîyê  dixuye. Pir kêm jê kulîlkên zer û sipî jî vedidin. Li ser gupikên çiqan 1- 5 kulîlk peyda dibin. Ev kulîlk 50 -70 rojan wê dara hêja dixwemilînin. Bejna wê 4-5 mitroyan bilind dibe. Temenê wê jî digehe sedsalan . Piranîya belgên wê sorên wek riman li hember hev in.  Piranîya fêqîyên wê sorê agirî ne. Lê yên reng peyazî û rengên di navbera qahweyî û zer jî hene. Ev dara pîroz di navbera 120- 160 rojan de fêqîya xwe digehîne. Fêqî wek gulokek sor û jora wê devisandî xuya dike. Di nava hinek fêqîyan de bi qasî 1000 lib dindik hene.Di nava fêqî de sîsik ( tov - bizir) heye. Dora wan dindikan jî bi qaþilek wek kevilan (çerm) dorpêçaye. Fêqîyek payîzkî ye lê heta nîvê zivistanê wek dermanê hemi derdan tê parastin.

 

Dîrok û Welat: Di hemi dînên semawî de wek fêqîyek pîroz tê hebandin. Di nava kitêbên van dînan yên pîroz de, navê wê pir derbaz dibe. Li gor hinek ûlemayên olî dibên “Fêqîya biheþtê ye, di biheþtê de fêqîya dane adem ne sêv lê hinar e”. Di hemi medenîyetên qedîm de, wek fêqîyek pîroz hatiye pejirandin. Ji tûvilê darê, reh, çermê fêqî, dindik û tovê wê, jibo cûrbecûr nexweþîyan wek derman hatiye xebitandin.

 

Welatê wê Îran û Kurdistan e. Lê hinek dibên Awustralya, hinek dibên  welatên behra spî ye. Lê tiþtê balkêþ ew e, çûk bizrê wê di nav çîrt (zelq) ê xwe de dibin welat bi welat digerînin û ew bizrê di nava çîrt de li ku bihêlin li wir hêþîn tê. Lewre jî li gelek deverên cihanê hinar tê dîtin. Li Kurdistanê hinarên herî nav û deng hinarên Zivzîk a ber Çemê Botan in. Hinarên Zivzîk û þeþ gundên dora wê mezin in. Liba wan di navbera 200-800 gr divezin. Dindikên wê wek nokan mezin, sîsika nava wê hûr û nerm e.

 

Têdahî: Kalorî, protein,  karbondîhidrat kolestirol, lif,  kasyûm,  hesin, sodyûm, potasyûm, vîtamîn A,  B1, B2,  B3,  C .

 

Tûvilê Darê de: Niþasta, mannît, asîtên cûrbecûr, tanen, pûnicin û cûreyên alkolîdan.

 

Tûvilê fêqî: Tanen, triterpen,  cureyên alkolîdan, çînko, antîoksînen, mangan, antîoksînên bihêz,  hormonên ostorojen, potasyûm.

 

Kêrhatî: Li gor ragihandinên Konferansa Kardiyolojîya Cîhanê ya li Florîda, derheqê ava hinarê de tiþtên giring hatin aþkerakirin.

Li gor wan agahdarîyan, di qedehek ava hinarê de, bi qasî 10 qedeh çaya kesk û qasî 2 qedeh þeraba sor antî oksîdan heye. Di xwedîkirina miþkan ya bi ava hinarê de derket holê ku % 44 xetimîna rehan (damaran) kêm kiriye. Ceribandinên li ser mirovên ku 2 hefteyan liserhev 5o ml ava hinarê vexwarine, % 53 angîostansîn, convertrîn û enzimîn daxistiye. Ew jî tê wê wateyê ( manayê) ku dermanê vekirina damaran, eyarkirina tansiyonê û dostê dil yê herî berbiçav, dermanê dil yê nû qedehek ava hinarê ye..

 

1- Destavê xweþdike 2- Sîstema xweragirtinê bihêz dike 3- Pêþîya kolestirol û þekirê xwînê digire 4- Dijminê parazîtên rûvîkan e 5- Zêdebûna bakterîyên wecê ( kêrhatî- baþ) pêk tîne 6-Pêþîya navhinavçûyînê (virik- ishal) digire 7- Cild xweþik dike 8- Tansîyonê serrast (eyar-tekûz) dike 9-  Bedenê li hember penceþêrê diparêze 10-  Dil diparêze, enerjîyê didê û betilîna wî radike. 11- Sefrayê (zirav) tavêje 12- Xwînê çêdike 13- Jehr û mîkrobên nava xwînê û bedenê tavêje. Û hwd. 

 

Karanîn: Tûvilê fêqîya hinarê hiþk bikin û bihêrin. 2-3 kevçîyên þêranî bêxin nav du qedehên ava kelandî û bila 10-15 deqan di dema xwe de bimîne. Paþê biparzinin û vexwin. Hûn dikarin wî tûvilê hêrayî bêxin ser brînan û jibo sekinandina xwînê jî bi kar bînin.

 

Çayê: 2 kevçîyê qehwê tovê hinarên hêrandî bikin nav qedehek çayê, ava kelî berdin ser, bila 10 deqe di dema xwe de bimîne paþê vexwin.

 

Melhem: Sîsikên hinarê bihêrin, bi hinek hingiv re bikin macûn, rojê 3 caran 30 deqîqan berî xwarinê kevçîyekî jê bixwin. Lê divê di wê nîv seetê de tiþtek din nexwin û venexwin.

 

Tirþî: 2kg hinaran spî bikin, dindikên wê jê derxin, 1kg þekir, lîtrek av û du lîmonan berdin ser û bi hevre bikelînin. Paþê li gor dilê xwe bêxin ser seletan û nav xwarinan.

 

Gelek kes rêçala wê jî çêdikin. Di týb ê de gelek cûreyên derman jê çêdikin, lê ew wek razekê (sir-gîz) tê veþartin.  Lê ya herî baþ hinarê bixwin an jî bigivêþin û ava wê vexwin.

 

10/10/08

----------------------------------

 

 

 

 

 

 

CATIR-CATÊ

 

TYHMUS  SERPYLLIUM

 

Li ber zevîyên bi avî, li devîyên daristanan, li ser kunên mûhrîstanan hêþîn dibe. Ji cihên axa wan sist û têrtav hez dike. Kulîlkên wê peyazî (penbe), binevþî, binevþîyê vekirî û peyazîyê vekirî ne. Bejna wê 20 -50 cm bilind dibe. Li dinê nezîkî 300 cûreyên wê hene. Li Kurdistanê nayê zanîn çend in. Lê li Kurdistanê bi du cûreyan  xwebixwe li çolan çêdibe. Ya dêm (bejî) û ya avî. Têdayî û tesîra wan wek hev e. Di meha hizîranê de kulîlkan vedide, heta payîzê jî ew kulîlk dimînin. Danê nîvro ku tav dijwar bû,  kulîlkên wê bêhnek xweþ belavî derûdora xwe dikin. Lewre mêþên hingiv  jê kêm nabin. Ew gîyayê ku li Kurdistanê ji ber xwe ve hêþîn dibe, Tirk di zevîyan de diçînin û ticareta wê dikin. % 75 ê firotina catirê Tirkan girtîye destê xwe. Di salê de 21 mîlyon dolaran ji wan re  tîne. Li Bajarên Tirkan yê catir lêtê çandin bûye alternatîfa tûtinê.

 

Dîrok:  Sûmeran ( ku beþek ji hûrî û gûtîyên çiyayê Zagros in), anku bav û bapîrên Kurdan in, bi xwe re birine deþtê û li wan deveran çandinîya wê kirine. Hem jibo tamxweþkirina xwarinan, hem wek dermanan, hem jî jibo mûmyakirinê bi kar anîne. Misrî, Cihû (yahûdî) û Iraqî jî ji wan hînbûne û heta niha jî bi wî rengî bi kar tînin. Her weha miletên din jî ji wan hînbûne û  îro jî li hemi deverên dinê û di her malê de tê xebitandin.

 

Berhevkirn: Di meha hizîranê de, dema kulîlkan vedike heta payîzê tê berhevkirin. Li ber sîberê tê hiþkkirin (Cihê lê tê hiþkkirin divê ji 35 derecan germtir nebe) . Paþê bê hûrkirin û di torbên cil an jî firaxek cam de bê parastin.  Li gor hewcedarîyê bê xebitandin.

 

Têdahî: Rûnên eter yên firok (yên dibin gaz û difirin), Tymol % 50 Carvacrol, Bornneol, Cymol, Pîmen, Û cûreyên Flafonan.

 

Kêrhatî:  Givirandinê hêsan dike. 2- Krampan nerm dike. 3- Belxemê dide havêtin. 4- Bronþîtê dibe. 5- Jibo nexweþîyên kezeb, mad û rûvikan gîyayek herî serkevtî ye. 6- Iþtahê vedike. 7- Pêþîya bakterîyan û edavbûnê digire. 8- Tirþbûna mad ji holê radike. 9- Bêhnên pîs yên di navrêyên destavê de ji holê radike û bi rêkûpêk dike. 10- Tengasîyên ji sermagirtinê tên tekûz dike. 11- Ketina kincan, krampa zik û qolincên wê dibe. 12- Jibo ba, kuxik, astim, bronþît, edavên nav dev û diranan, edavên qirikê û pirzikên balikbûnê bandorek baþ nîþan dide.

 

Bikaranîn: 1- Çay 2- Rûn 3-  Tentûr 4- Banyo 5- Balgî 6-  Çaya tevlihev, 7 – Baharat  8 – mexcûn.

 

Çayê: Kevçîyek catira hiþkkirî bêxin nav qedehek ava kelî bila 10 deqan di dema xwe de bimîne. Paþê bi hinek hingiv tamxweþ bikin û germe germ bi firtan hêdî hêdî vexwin. Herçî kesê spêdê ji bedela qahwe û çayê qedehek çaya catirê vexwe, di heyamek kurt de wê hem li beden hem jî ji alîyê zêhn de kiþtbûnek (dînç) mezin ferq biket. Her weha  jibo hemi nexweþîyên me li jor hejmartî wê gelek kêrdar be. Lê divê jinên dugîyan (hemil) û yên ku xwedîyê zarowên berþîr in (yên þîrê xwe didin zarowan) venexwin.

 

Çaya tevlihev: 2 par catir 1-par hevîzar ( pela birînê ) 1-par sorê (anason) tevlihev bikin, kevçîyek qahwe ji wê çaya tevlihev bêxin nav qedehek ava kelandî, 10 deqan bila di dema xwe de bimîne, biparzinin û bi firtan germe germ vexwin. Jibo hemi cûreyên sermagirtinê baþ e.

 

Rûn: Þûþek qirikzirav tije belg û kulîlkên catir bikin. Heta bi ser bikevit dohnê zeytê berdin ser, 10 rojan bila li ber tavê an jî cihek germ bimîne. Paþê li gor hewcedarîyê bi parzinin û li cihên dêþi xin. Jibo  þêl (felç) bûnê, qirîzên dil, hiþkbûna organan û jîy‘ (qas –damar) an, kuxuk, bronþît, edavên dev û diranan, astimê û nexwþîya ba (romatîzma) bi kar bînin.

 

Tentûr:  Catira ter ( ya ne xiþkkirî) bi çiq û kulîlkê ve hûrkin nava þûþekî devteng û heta digire qanyak an jî alkolek 35-40 derece bêxin ser. 14 rojan deynin ber tavê an jî cihek germ. Carûbaran biþilqînin, biparzinin û bikin nav þûþek rengtarî. Li gor hewcedarîyê rojê sê caran 20 – 30 dilopan jê vexwin. An jî danin cihek sîber, 6 hefteyan bisekinin û biparzinin. Hûn dikarin wê tentûrê hem jibo nexweþîyên me li jor gotî bi kar bînin.

 

Banyo: 100 gr catira hiþkkirî bêxin nav ava sar û bila heta berkelînê germ bibe (lê nekele). 20 deqan devgirtî bila di dema xwe de bimîne, biparzinin û bikin nav ava  kuwêta 37-44 derece. 20 deqîqan xwe têde dirêjkin (lê divê hûn avê û sabûnê li xwe nexin û xwe zuha nekin). Ku hûn ji banyoyê derkevin, xwe baþ bipêçin û 30 - 45 deqîqan xwe di nav cihan de dirêj kin. Hûn dikarin catirê bêxin nav tûrek patisqe an destmalek tenik (wek kitan) û wusan jî bêxin nav avê û wê catirê jibo tiþtên din an carek din bixebitînin.

 

Balgî (Balîf):  Kîsekî bi catirê dagirin, derê wê bidrûn, li ber tavê an jî bi makîna porziwakirinê (karolofer jî dibe)  germ bikin û deynin ser cihê diêþe.

 

Baharat: Hûn dikarin catirê bêxin nav hemi cûreyên xwarinê, xasma xwarinên bi goþt û bi rûn. Jibo hezmê, tirþbûna mad gelek baþ e.

 

Macûn:  Catir, hingiv û kakilên gûzan tevlihev bikin û bi xurînî kevçîyek xwarinê jê bixwin. Jibo hertiþtî baþ e.

 

03/10/08

 

--------------------------------

 

 

 

Guhîjk

CARATAEGUS  OXYACANYHA

 

Guhîþk darek bi stirî ye, bejna wê heta 20 mitrowan jî bilind dibe. Hinek jî wek teraþan mezin nabin. Li ber bedenan, gir an nênîkê avan, xwe bi xwe hêþîn tê. Li dinê 200 cûreyên wê hene. Lê li Kurdistanê 7-10 cûreyên wê çêdibin  Fêqîyek wê wek sêvek qasî nokekê (hinek jî qasê alûcan) mezin û rûbirqok e. Rengên wan jî ji hev cuda ne, zerê vekirî, sor, sorê tarî û esmer (reþ vekirî). Di nava fêqîya wê de dindik hene. Lê nayên xwarin. Tama fêqîya wê, miz e (tirþîn). Fêqîya wê di payîzê de çêdibe, heta berf bikeve jî pêve dimînin. Kulîlkîn xwe yên spî û peyazî di meha nîsan û gulanê de vedike.

 

Dîrok û Welat:  Ji qedîm de wek fêqîyek payîzkî û zivistankî jibo xweþavan,  pel kulîlk û fêqî dermanê jibo normalîzekirina dil û rehan tê bikaranîn. Ji ber flafonîd û OPC ên hundûrê xwe, jibo alîkarîbûna dil di nav dermanên xweristê de cihekî wê yê berbiçav heye. Welatê wê jî kes nizane, lê li welatên hênik hêþîn tê.

 

Berhevkirin: Kulîlk û pelên wê di meha nîsan û gulanê tên berhevkirin û cihek sîber û hewadar de tên hiþkkirin, hûrkirin û di nav firaqên cam de tê hilanîn. Fêqîya wê payîzê tê berhevkirin, li ber tavê tê hiþkkirin û  hilanîn.

 

Têdahî:  Kulîlk: Mangonez, asîta kefeno û klorojen, hîporosit, kversetîn, asetelkolîn,trûmentîlamîn, oksîkantîn, dohnên etertîk û hwd.

Pel: Asîdên fêqîyan, kverselîn, ramnozît,vîteksîn û hwd .

Fêqî: Orsol, olein, klorojen, asîda kefena, hîporozît, sorbît, kolîn, betasîtosterîn, provîtamîn A vîtamîn C,  emolsîn, cûreyên sîpolmîn û hwd.

 

Kêrhatî: 1- Damarên dil fireh dike, rê li ber xweþtir ponpekirina xwînê vedike. 2- Dil bi hêz dike û li hember hiþkbûnên damaran diparêze.  3- Rîskên qirîzên dil kêm dike. 4- Lêdanên dil yên ne tekûz tedawî dike. 5- Spazmê kêm dike. 6 - Tansîonê dadixe. 7- Pêþîya qebizê digire. 8- Destava zirav zêde dike. 9- Jibo nexweþîyên kezeb û gurçikan dibe arîkar. 10 - Bandora wê ya li dij tîmoran, kiþilgirtin, (kils girtin) û bawîbûnê (Romatîzma) hatiye tesbîtkirin.

 

Karanîn: 1-Çayê  2-  Xweþav 3- Rêçal

 

Çayê: Kevçîyek þêranî kulîlk û fêqîyê hûrkirî bêxin nav qedehek ava kelandî. Piþtç du seetan di dema xwe de bimîne paþê biparzinin û rojê sê caran berî xwarinê pîyalek

(iskan- qedeh) jê vexwin.

 

Pel: 3 kevçîyên þêranî belgên guhîjkê bêxin nav lîtrek ava kelandî, 15 deqan di dema xwe de bimîne biparzinin û rojê 3 caran berî xwarînê îskanek çayê jê vexwin.

 

Fêqî: Jibo her qedehek avê kevçîyek þêranî guhîjk bêxin firaqekê, 20 deqan bikelînin.  Paþê 20 deqan bi devgirtî di dema xwe de bihêlin. Rojê 3 caran berî xwarinê qedehek çayê jê vexwin . Yên dixwazin dikarin bi hinek hingiv tamxweþtir bikin.

 

Xweþav: Li gor hewcedarîya xwe, guhîjkên hiþkkirî bêxin nav ava kelandî, li gor dilê xwe þekir bavênê.  Wek xweþavên feqîyên din yên hiþkkirî, heta bipeçive (biwerime) û tama xwe bide bisekinînin.

 

Rêçal: Dindikên guhîjkan jê derxin. Wek rêçalên din yên fêqîyan þekir bavênê û bikelînin.

 

Þirûb: Dindikên guhîjkan jê derxin, bikin nav þûþek ava sar û derê wê bigirin.  Rojekê li ber tavê , an jî li cihek germ bihêlin. Ku rengê xwe da avê, bikin sarincokê bila sar bibe. Li gor dilê xwe bi hingiv þîrîn bikin û her spêdê bi zikê birçî qedehek çayê jê vexwin. Hinek sîrka wê jî çêdikin.

 28/09/08

 

------------------------

 

 

 

 

GÎYABEND

ARTHEMÎSÎA- ABSÎNTHLÛM

 

Giyabend zêdetirîn li cihên zuha û bi kevirîn, li çolan xwe bi xwe hêþîn dibe. Bejna wê, 40- 120 cm dirêj dibe. Di meha tîrmeh û tebaxê de kulîlkan vedike. Kulîlkên wê ser bi gupikên wê  wek gulokan û ûþîyan bi qezebê (binik-dûxik) ve dorpêçî û nixûnin

 (berjêrin). Fêqîya wê wek bangêrek(gundor- lox) biçûk, reng xwelîyê spî an jî zîvîn e. Pelên wê rengê xwelîyek spî ye û hinekî bi pirç e.Pelên wê yên binî li ser çiqan 5-15 cm  girovir an jî wek serê riman in. Li rex wan pelan, sê pelên din yên biçûk bêhnxweþ, tamtûj û tahl hene.

 

Welat û dîrok: Welatê gîyabendê Kurdistan e. Sûmeran bi xwe re birine û li wir jibo derman û çandinîya wê kirine. Misrîyan jî 1600 salan berî zayînê dest bi xebitandina wê kirine. Romayî jî ji wan hîn bûne. Piþtî lêkolînên Îbn-i Sînan, bijîþkên Ewropî ji wî hîn bûne û xebitandine. Ewropîyan gîyabend birine Afrîka, Amerîka, bi destê Tirkan jî belavî walatên kafkasan bûye. Giyabend li her deverê jibo alkol, nemaze Wermut ê  hatiye xebitandin. Ji ber ku ji doza jê zêde alkol hatîye xebitandin, gelek kes pê mirine. Lewre jî sala 1809 an çandina wê hatiye qedexekirin. Demek dirêj di TIB ê de, bi dozajên bilind jibo zarokjiberbirinê, xistina kurman û herikandina adetan ( ketina kincan) dihat xebitandin. Piþtî analîz û lêkolînên direj hat fahmkirin ku dozajên bilind, sîstema hiþ xurab dike û dibe sedemê jehrîbûnê . Lewre, niha êdî bi wî awayî bikaranîn qedexeye. Niha jî wek gîyayek kûvî li her deverê xwe bi xwe hêþîn tê. Lê ji ber pirbûna hinek nexweþîyan dîsa li ser lêkolîn tê kirin û di TIB ê de tê bikaranîn. Bi xwe di nava xelkê de hertim jibo hinek nexweþîyan dixebitandin.

 

Berhevkirin: Meha tîrmehê û tebaxê berî ku kulîlkên xwe veke, belg, çiq û kulîlkên wê tên berhevkirin. Di cihek sih de 5 rojan bê hiþkkirin û hûrkirin, di nava firaxên cam de bi dergirtî di cihek zuwa de bên parastin. (Heke jibo tentûrê be divê ter bê bikaranîn)

 

Têdahîyên di gîyabendê de: Alkolên bi Terpen, Tuyon, Ketontuyon, Apînen, Kadînen,Felandren, B- Kroîofîl,Z- Zepelîn, Bizobuten, Absîstin, Artabisin, Katalokton, A-B Oksîlaton, Antemîsetîn, Kahrebar ( kehrîbar ) Asîda sêvan, Madeyên sepî, Vitamîn C û B6, Provîtamîna A,Tonîk .

 

Kêrhatî: Dr E.Schreider dibêje: Gîyabend jibo tekûzkirina tevgêra xwînê, nexweþîya ba, gût, xurabûnên metobolîzma, nexweþîya þekir, pêþîgirtina qelewbûnê, odem, enfeksîonan, (nexweþîyên diperin, dipekin, derbasî hinek din dibin) berxwedanek baþ nîþan dide.

 

Teybet: Jibo nexweþîyên ta, sara, terb, vereþîn, tengazîyên ketina kincan, zehmetîyên givirandinê (hezmê), bêxewî,  jana zirav (êþa zirav –werem) êþên rûvikan, mad tirþbûnê û sotinê, xurabûnên mad, kezeb, pankreas (spilk), rûvikên diwazdepêçî, bê iþtahî û peçivînê di Tib ê de tê bikaranîn.

 

Karanîna gîyabendê: 1- Çayê  2- Tentûr.

 

Çayê: Nîv kevçîyê qehwê gîyabenda hiþk û hûrkirî berdin nav  300 ml ava kelandî. Bila 5- 10 deqan di dema xwe de bimîne, paþê biparzinin û bê þekir rojê 3 caran pîþtî xwarinê qedehekê jê vexwin. Nabe ku jibo çayê gîyabenda ter bê bikaranîn. Her weha ya hiþk jî divê 3 hefteyan bê xebitandin, 2-3 hefte navber bê dayîn û dîsa bê xebitan din.

 

Tentûr:  50 gr kulîlk, belg, û çiqên gîyabenda taze hûrkin nav þûþekî cam û tarî 500 ml alkola% 70 derece berdin ser, ji cihek tîrêjên tavê (rojê) dûr 4-6 hefteyan bisekinînin. Carûbaran biþilqînin, paþê biparzinin, bikin nav þûþên tarî û devgirtî, di cihek hênîk de bihêlin. Rojê 3-4 caran 10-15 dilopan 3-4 hefteyan li pey hev piþtî xwarinê jê vexwin. du hefteyan navberê bidinê, dîsan vexwin. Heke hûn ji vê dozajê biborin wê bibe sedema serêþ, vereþandin û jehrîketinê. Herweha divê çayê û tentûra gîyabendê bi zikê birçî neyê vexwarin.    

 

21/09/2008

------------------------------------------------------------

 

 

 

GEZING – GEZGEZOK

       URTÎKA DÎOCÎA / ÛRENS

 

Gezing anjî gezgezok gîya yan jî pincarek bê ar e.  Xwe bixwe li ber rêyan, ber lêvên coyan li bin dîwaran, binê keviran, cihên xurabe,  xwe bixwe hêþîn dibe. Li Kurdistanê jibo xebitandinê du cureyên wê hene “ mezin û biçûk “ lê naverok û têdayîyên wan wek hev in. Ferqîya nava wan bi tenê bilindbûn e. Bejna ya mezin heta 120 cm, a biçûk jî 20 – 60 cm bilind dibe. Belgên wan gurover an jî wek dil in, rexên wan xetxetî wek diranan in. Dema bi laþê mirov bikeve  diþewitîne û sor dike.Gîyayek li her cih û deverê dijî û dide jîyan. Jibo tendurustîyê “ nirx zêr e “ lê mixabin qedrê wê nayê zanîn.

 

Ji qedîm de li her deverên dinyayê xwarin, derman û çayê jê tê çêkirin. 4000 sale Çînî wek dopîngek xwezayî bi kar tînin. Ji wê dopîngê re jî dibêjin: “Ginseng” ango bi Kurdî gezing. Di nava xelkê Kurdistanê de tê gotin ku jibo penceþêrê (kanser)  dermane . Lê Profesorê Unîversîta Gazî ya beþê dermanxanan Prof. Dr. Eren Sezîk dibêje: Di gezingê de çu bandorên erênî (posîtîf) jibo penceþêrê nehatine dîtin. Divê kesên penceþêr pêre heyî çaya wê zêde venexwin ji ber ku hinek madeyên di gezingê de, dema çayê jê bê çêkirin ji hev belav dibin û sîstema xweragirîyê dixin bizavê û aktîf dikin. Lewre, goman heye kesên penceþêr pêre hebe, wê ew wîroza penceþêrê jî bikeve hereketê û belavî cihên din ê laþ bibe. Bi gotinek din jibo kesên penceþêr pêre heyî ne baþ e.

 

Berhevkirin û hiþkirin: Belgên wê di meha Gulan û Xizîranê de ji çiqan verûtinê, yan jî bi çiqan ve tê jêkirin. Tov (bizir) di meha Tîrmeh û Tebaxê de , reh jî di bihar û payîzan de dema tav dijwar be tên  berhevkirin. Di sîberê de tên hiþkKirin û di nava firaXên cam û cihek zuwa de tên parastin.

 

Têdahî: Pel, Flavon, Vîtamîn C, Asin (hesin), Mîneralên bi xwê, Asîtên gîyayan, Sîtosterîn, Amîne (Hîstamin)

Bizir: Musîlaj, Protein, Rûnên neguhêr (sabît), Crotinoit, Clorphll.

Reh (kok): Tanen, Sterolen, Sterylglucusîd, û hwd

 

Kêrhatî: Ji ber ku madeyên nava reh, belg û bizir ji hev cihê ne, kêrhatîyên wan jî ji hev cuda dibin.

Belg: Çiqas taze be feyda wê ewqas zêdeye . Îdrarê zêde dike, xwînê paqij dike, xwînê çêdike, edavan paqij dike, kêmasîya hesin temam dike, organîzmayê hiþyar dike.

 

Nexweþî: Ji alîyê TIB ê de bi taybet jibo nexweþîyên mêlak (kezeb- cergê reþ), kîskê sefrayê (zirav), xalik (fatereþk), piþik (mêlaka spî- cergê spî), edava sîstema bêhnê, kurufên mexde, kulên mexde û rûvikan re tê pêþkêþkirin. Her weha bi kêrî nexweþîyên pankras, deformasyonên ba (romamtizma), jibo gurçik û edavên wê, serêþên dijwar ên sedemên wê ne dîyar, pêþîlêgirtina mezinbûna prostatê, xistina keviran, bêhalî û betilînê, zêdekirina sorgilokên nav xwînê, xwîn û hesin, betilîn û bêhalîyê, hemi cûreyên nexweþîyên alerjîk (persîfa biharê jî tê de), egzem, pirzikên baliqbûnê, jibo daxistina þekirê nav xwînê tê.

 

Reh: Jibo pêþîlêgirtina mezinbûna prostatê, (bi tenê yan jî bi belgan ve) jibo porweþîn û kepegê.

 

Tov (bizir) : Jibo organîzman hiþyar bike, hêza parastinê zêde bike, jibo teralî, westiyan û hêdîlivîna kalan xurt bike.

 

Bikaranîn: 1- Çayê 2- Serþûþtin 3- Pêþûþtin 4- Tentûr 5- Xwarin 6 - Birûþ (þorbe) 

 

Çayê: Kevçîyek þêranî û gezinga hûrkirî (ter an jî hiþk) bikin nava qedehek avê, ser tijî ava germ bikin bila 5- 8 deqîqan di dema xwe de bimîne. Paþê biparzinin û bê tam xweþkirin (þîrînkirin) germe germ bi firtan vexwin. Hehe hinek ji bêhn û tama wê aciz bin dikarin pilek catir an jî pûngê bêxin nav.  Rojê 2-4 qedehên çaya taze ( bi lexînî – bêyî ku tiþtekî bixwin –zikê birçî- xurînî) yan jî di navbera danên xwarinan de çêkirî vexwin. Lê kesên penceþêr (qanser) û yên ji ber fonksîyonên têrnekirina dil û gurçikan di laþê wan de av berhev bibît, divê bêyî destûra bijîþk(doxtor) nexebitînin.  Her waha divê dewamî neyê vexwarin. Kesên dixwazin kûr’a wê bikin dikarin 20 rojan li ser hev vexwin, 10 rojan navberê bidinê û dîsan vexwin.

 

Çaya bizir: Ew jî wek çaya belgan lê divê bizir bê herîþandin (kutan).

Çaya Rehan: Kevçîyek þêranî rehên paþhûrkirî bikin nav qedehek avê bikelînin û 5 deqan bila di dema xwe de bimîne, paþê biparzinin û bê þîranî  germe germ vexwin.

 

Tentûr: Bihar an jî payîzê rehên wê berhevkin, baþ biþon û hûrkin. Bêxin nav þûþekî devteng, heta bi ser keve. Alkola 35-40 derece berdin ser ( heke qanyak an jî votka be baþtire), 14 rojan liber tavê, yan jî li cihek germ bihêlin. Car bi caran biþilqînin, paþê biparzinin, bikin þûþek tarî û di cihek hênik de biparêzin. Li gor hewcedarîyê rojê 2-3 caran 15-20 dilopan jê vexwin. Hûn dikarin wê tentûrê bi salan bixebitînin ji ber ku xurab nabe.      

 

Banyoya pîyan: Du kulm reh, belg û çiqên þûþtî û hûrkirî ji êvar de bêxin nav 5 lr. ava sar bila heta spêdê bimîne. Spêdê wê avê heta ku hûn karibin germ bikin û pîyê xwe bikinê. Ne hewceye hûn wê avê birêjin û dikarin 2-3 carê din germ bikin û bixebitînin.

 

Por þûþtin: 4-5 kulmên gezingê yên ter an jî hiþkkirî bêxin nav 5 lr avê, heta bê berkelînê germ bikin. 10 deqan di demê de bihêlin, biparzinin û serê xwe pê biþon. Heke ya rehan be divê ji êvar de bikeve nav ava sar paþê bê germkirin, 10 deqan di demê de bê hêlan û bê xebitandin. Lê dema mirov serê xwe bi ava reha ve biþo, divê paþê serê xwe bi sabûna bi soda biþo.

 

Xwarin: Mixle, mixla bi spanax, mixla bi hemi pancarên dibin mixle, her weha wek hemi pancarên dibin birûþ (þorbe) wek bexdenoz hûr bike û bike ser hemi selete xwarin û þorban. Mirov dikare bike nav borek û kutilkan, bike sos bêxe ser meqerna. Bi kurtî, heke mirov xwarinpêj be dikare keviran jî bipêje. Êdî hemi maye ser hûnermendîya kebanîyê.

 

 14/09/08-

 ------------------------------------

 

 

         GWÎZ - GÛZ

  JUNGLANS  REGÎA

 

Gwîz dara wê gelek temendrêj e. Tê gotin hinek ji wan temenê wê digehe hezar salan. Heta 25 – 30 m an bilind dibe, stûrbûna xwe jî gelek stûr dibe. Hinek hene çar zilam testê xwe tê dialînin lê destê wan nagihin hev. Tê gotin ku gûz her 100 salan carekê wek makîna fotografan an jî kamera di binê wê de çi hebe resma wê dikêþe. Ku ew dar bû mobîlye ew resim têde xuya dike. Di meha gulanê de berî ku belgan bide kulîlkên wê vedibin.Darek  gelek bêrdar û bi bereket e. Heta hebe fêqîyan dide. Mirov ji hemi waran jê faydê dibîne. Wek mobîlya, sotemendî, haletên lawînîyê, herdeverên fêqîya wê û ji sîbera wê...

 

Dîrok û welat:  Bi esehî nayê zanîn ka gûz ji kîjan deman de tê xebitandin. Hinek dibên 7000, hinek dibên 10 000, hinek jî dibên ji 10 000 salan jî berjortire. Tiþtê tê zanîn, di hemi deverên lê þîn tê, di medenîyetên wan deveran de, hem wek derman hem jî wek fêqîyek serekî hatîye bikaranîn. Di jîyana mirovatîyê de ( her weha jibo ruhberên dî yên keskatî xwer) cihek herî giring û taybet hebûye. Hinek dibêjin welatê gûzê Çîn e. Hinek dibên Kafqas e. Hinek dibên Mezopotamya ye. Hinek jî dibêjin  Rojhilatî ye. Li Kurdistanê deverên herî zêde gûz lê çêdibin Bitlîs,Wan ûHekarî ye. Li wan deveran xwe bi xwe li ber çem û co, di binê keviran û latan, di nava daristanan,li her cî û her deverê darê gûzan lê hene. Bixwe gûz modela mejî ya biçûk e. Mirov dibêje qey mejî biçûkkirine û kirine nava wê qaþilkê.

 

Têdayî: % 3,5 av, % 15 proteîn, % 55- 77 rûn, %1,5- 3 xwelî %5- 15 Karbonhîdrat. Wekî din: Ca, p, Mg, Fe, Na,  K, de pir zengîn e.Vîtamînên A, B1, B2, B6, C, E, asîtên wek Omega3, Omega 6. Herweha di gûzê de zîv heye. Di laþê mirov de bi tenê hewcedarîya mejî jibo zîv hey. Ew jî di gûzê de heye. Lewre jibo xebitîna mejî û vebûna zêhn gûz di pêþîya hemi madeyan de tê.. Gûz kana (xizîna-depoya- gencîneya)  proteîn, rûn û vîtamînan e. Li gor gotina Prof Dr Mehmet Þen ê ji Zanîngeha Sedsalî ya Wanê, 1 Kg  gûz miqabilî  3 kg nan, 2 kg penîr, o,8 kg nîviþk, 4 kg bûftek (goþtê nerme) 10 kg goþtê mirîþkê, 9,5 kg þîr, 22 kg Îstakoz (cûreyek masîyê wek kivjal e), 14 kg kartol (patat) û 14 kg pirteqalan e.

 

Kêrhatî: Kakilê wê : 1- Foksîyonên mejî çêtir û serrasttir dike. 2- Damaran paqij dike. 3- Pêþîya tîmorên Hipoglisemîk, Antîfungal, Antîvîral digire. 4- Pêþîya xiþkbûna (pitilaþma) xwînê digire û yên xiþkbûyî belav dike. 5- Bizavên (fonksîonên) kezebê tekûz (serrast) dike. 6-Sentera proteyînê teþwîq dike. 7-Krosterolên serum çêdike û pêþîya Antîkorên anormal digire. 8-Damarên dil vedike.9- Pêþîya antîoksîdan digire û ciwan dihêle .10-Jibo ba (romatîzma) baþe. 11- Fonksîyonên dil, mejî, kezeb û damaran serrast dike û brînên têde dikewîne.12- Pêþîya nexweþîya þekir digire. (korestrol). 13- Þekirê xwînê dadixe. 14- Ji penceþêhra (kanser) prostatê diparêze. 15-Hestîyan quwet dike û pêþîya lewazbûna wan digire.

 

Belgên wê: 1- Xwînê disekinîne 2- Kurmên nava rûvikan dixe. 3-Xwînê paqij dike.4-Qebizê dibire. 5-Îþtahê vedike. 6-Quwetê dide. 7- Jibo nexweþîyên kevir, firengî,egzem, bawesîr, baþe.8-Þekirê xwînê dadixe. 9- Jibo pêþîlêgirtina pûçbûna hestîyan.10- Jibo edavên (kurmîbûn –iltihab) dest, pê, nernûkan. 11- Jibo gurîbûnê, pirzikên balixbûnê (hukmê jin û mêrbûnê ) xwêhdana pîyan, edavên nav tilî û pêçîyan. 12 Jibo brînên nava dev, goþtê diran, guatir û êþên qrikê. 13- Jibo porweþanê û edavên laþ.14- Jibo sekinandina herikîna ava spî li ba jinan.15- Jibo spî, riþk û kepeka serîyan.

Berhevkirin: Belgên wê yên taze di meha hizîranê de tên berhevkirin. Di cihek sîber de tên hiþkkirin, paþê hûrbikin û bikin nav qetremîzên (qawanozên) cam û derê wê bigirin bila hewa nestîne. Paþê li gor hewcedarîyê bikar bînin. Gûza wê ya ter (taze) di meha hizîranê û fêqîya wê ya geheþtî jî di îlonê de tê berhevkirin.

 

Bikaranîn:  1- Çayê 2- Serþuþtin .3- Melhem  5- Tentûr.  6- Xwarin, þêranî, kek, kade, nan, qurabîye û hwd.

 

Çayê: Jibo her qedehek avê kevçîyek pelên hûrkirî, di avê de bikelînin. 5 deqan di demê de bihêlin, paþê biparzinin û rojê dû qedehên çayê bi firtan hêdî, hêdî jê vexwin.

 

Banyo:  Ji êvarî de sê kulmên belgan bikin nav du lître av û bikelînin. Bila heta seharê bimîne, banyoya xwe bi avê dagirin, ava kelandî biparzinin û berdin nava banyoyê û têde bi qasî nîv seetê xwe dirêjkin. Jibo hemi edav, pirzik, xur, gurîbûn û sekinandina ava spî, wê bandorek baþ bide. Yên ku di mala wan de quweyt (hewdik) tunebe, dikarin di teþtê de rûnên, anji wê ava kelandî bikin nav ava germ û xwe pê biþon. Her bi wê ava kelandî ku hûn serê xwe pê biþon, jibo rêlibergirtina porweþanê, kapik, spih (spî) û kêçan dermanek binecih e.

 

Melhem: Du kulmên belgan (ter- an jî hiþk) bêxin nav nîv kîlo nîviþk an jî dohnê zeytê, têde sorkin, paþê bidin alîyekî bila heta roja dî bimîne. Dotira rojê bihelînin, biparzinin û bikin nav firaxekê ( ku cam be çêtire) û hilînin. Li gor hewcedarîyê li cihê pirzik, xur, bawesîr, bawî û hwd xin.

 

Tentûr: Nîvê meha hizîranê 20 gûzên ter (taze- ecer) bikin çar parçe û bi qaþilê hundur û derve bêxin nav qetremîzek cam. Lîtrek qanyaxa baþ berdin ser, derê wê bigirin û 14 rojan li ber tavê bihêlin. Car bi caran biþilqînin. Paþê biparzinin û bikin nav þûþek tarî û rakin. Li gor hewcedarîyê rojê sê caran 15- 20 tilopan jê vexwin.

 

Xwarin:  Dewsa (þûna ) goþt hûn dikarin bêxin hûndirê kutilan. Hûn dikarin bêxin Nava  Hemû cureyên þîraniyan, wek Hingiv, rêçal ,dims ( doþav ) beqlawa,  xebîs, helaw kek paste, qurabîye  nan, kade  ( tutik ) û hwd. Her wekidin hinek bikin nava xwarinan  wek qirîs, Aþûre û kutilkên rohn  Dolmik û hwd.

-------------

Bîranîn: Ji bîr nekin ku gûz modela mejî ya biçûk e. Di bedena mirov de, bi tenê hewcedarîya mejî jibo zîv heye. Ew jî bi tenê di gûzê de peyda dibe. Lewre jibo fonksîyonên mejî, vebûn û xebitîna zêhn, jibo damarên dil, pêþîlêgirtina prostatê û nexweþîyên kezebê, jibo hemi awayên tendûristîyê, divê di hefteyekê de sê kulmên kakilên gûzan bên xwarin. Li gor tesbîtên zanistî di kesên gûzxwer de peydabûna nexweþîyan li gor gûznexweran % 50 kêmtire.

 

Hûn dikarin  jibo xweþtir û quwetirbûnê di her xurînîyê de kakilên gûzan bi hingiv, rêçal û dimsê ve bixwin. Naverojê û êvaran bi miûrîj (mewîj) û hejîran gelek xweþ dibe. Lewre bab û babîran gotine: “ Kakil û mûrîj bi hevre xweþ in”   

  

06/09/2008-

 

 

------------------

 

 

 

 

                          KULINDOK

              MANDRAGORA OFFICINARUM

 

 

Kulindok, reha adem, anjî giya mirov. Giyayek bi jehr e, belgên wê bi qurmî ve ne û keskêtarî ne. Dirêjiya belgan 20 -40cm, firehî 10-20cm û wek qevdan pêve zeliqîye.Kulilkên wê wek tacan, rengê wê binevþî ne û ber bi serî ve spî ne. Feqîyê wê wek sêvên biçûk in. Berê kesk, paþê jî zerê tarî (pirteqali) an jî sor dibin.  Lê bêhnek pîs jê tê. Reha wê 50 – 100 cm dirêj û 3-6 cm an jî fireh e.

 

Ji reha wê 1- 3 çiq jê diçin. Reha wê wek mirovan e. Yên nêr wek mêran, yên mê jî wek jinan e. Lewre navekî wê yê din reha adem an jî giya mirov e. Lê li Hekarîya jêre dibêjin: Kulindok. Tirk jêre dibên kopek otû an jî adam otu. Li deverên vala, binê zinaran û zevîyên neçandî de þîn tê.

 

Dîrok: Li ser Kulindokê di dîroka 6000 salan de, di hemi medenîyetên hatin û çûyîn de, bi hezaran çîrok, çîrçîrok û çîrverok hatine gotin û îrojî tên gotin. Di gelek medenîyetan de reha wê ya wek mirovan, wek pûtan didanîn mal û ibadetgehên xwe, li ber disekinîn , dua dikirin û jêre find (mûm) pêdixistin. Tê gotin ku niha jî pêxistina findan di dêrên Xiristîyanan û turbeyên Musilmanan de ji wê toreyê tên. Di hemi deman de wek êþbir û jibo kuþtinê wek jahr hatîye bikaranîn. Di destê sêhrbaz û hîlebazan de bûye materyalê herî giranbaha û bi hêz, lewre di hemi olan de hem “ rehmanî hem jî þeytanî” tê pejirandin. Di incîl û tewratê de navê wê derbaz dibe.

 

Berhevkirin: Reha wê tivê di payîzê bê derxistin  . Berê baþ bê þûþtin paþê li ber tavê bê hiþkirin. Ji berku reha wê mezine bê parçekirin dê zûtir hiþbibe.

 

Têdayî: Maddeyên tê de. Skopolamin,Hzosczamin, Hyoseine, Alkolidên wek Atropin, Rûnên firok ( yên dibin gaz û difirin ) Seliloz Karbon hidrat.

 

Kêrhatî: Xwestekên cinsî ( seksî ) zêde dike. Westîyanê (betilînê) ji holê radike. Êþan dibire. Laþ ditevizîne. Spazm serrast dike. Navhinavan dibe ( virikî –ishal dike). Vereþandinê çêdike. Aramîyê çeêdike. Heke zêde bê standin mirovan dîn dike, an jî dikuje. Tê gotin ku kîdera mirov têþe bilan bêþe, dema mirov wê devera  rehê li cihê êþê bide, êþê dibire. Anku ser bêþe serê rehê, piþt bêþe, piþta rehê, pî bêþe pîyê rehê li cihê dêþe pesûn (bidin) êþê dibire. Ew jî xweþkirina rehê ya pisîkolojîk e.

 

Xebitandin:  Ji ber ku zêde jehr têdane çaya wê nayê çêkirin. Tentura wê jî , ji ber ku talûka mirinê têdane, em nabêjin. Reha hiþkkirî bihêrin, 10 mg rojê du caran ( pilek – qasê bikeve nav tiliya beran û þahdê ) bêxin nav þûþek avê û wexwin. Jibo tiþtên me li jor nivîsî hemiyan baþ e. Lê divê zêdetir neyê standin . gelek tehlûke ye.þ

 

 Her bixwe niha di warê tibî de dervayî du dermanan nayê bikaranîn. Bê goman ew reha wek mirovan  ji  þeþ hezar salan virde tê xebitandin û bi hizaran çîrok li ser hatine gotin.

 

Li gor qeneeta min ew bi kêrî gelek nexweþîyan tê. Lê mixabin tib li ser zêde ne rawestaye, an jî vediþêrin û kêrhatîyên wê nadin der. Em jî ne dikarin tehlîla wê bikin, nejî dikarin tiþtên tib ê gotî pêþdatir biçin.

 

    29/08/2008

-------------------------

 

 

 

GULA ÇAVÊÞÊ  

KALENDURA  ARVENSÎS

 

Gula çavêþê kulîlkek bînxweþ, bejna wê 30 -80 cm dirêj dibe. Rengên kulîlkên wê ji zerê vekirî , zerê tarî , heta sorê pirteqalî  hene. Di nav nebatên Tib’î de, cîhek xwe yê pir giring heye. Di bingehî de du cûreyên xwe hene, ya çolî (kûvî – bejî) û ya çandeyî (ya bi destan tê çandin). Ya çolî pelên xwe û kulîlkên xwe ji ya çandî lewastir in. Lê têdayî û tesîrên xwe wek hev in. Li Kurdiþtanê  li çolan xwe bixwe þîn têt. Lê li Ewropa û welatên din baxçe û parkan dixwemilîne. Jibo derman û  firotinê, li nîk gulfiroþan tê firotin.  Ji destpêka havînê heta payîza direng, gulên wê her geþ in. Mêþên hingiv dilketîyê wê ne. Heke heta seet heftê spêdê kulîlka wê xwe venekir, tê wê manayê ku, wê baran bibarê.  Lewre jî demên berê wek nîþandeka baranê dihat bikar anîn. Hêjta jî  jibo kesên rêncberîyê dikin, wê wezîfê dibîne.

 

Navekî wê yê Kurdî jî hemîþê bihar e, Tirk jêre dibêjin þandam çîçegî, anjî aynîsefa . Navekî wê jî nêrgiza Tib ê ye ( lê ne nêrgize). Pelên wê ku mirov dikire, mirov dibê qey bi destê min ve zeliqî. Li hember penceþêrê û kûnêrên penceþêrê pir tê xebitandin. Lê Kurd piranî jibo çavêþên ku tedawîya wan ji alîyê derve dibin dixebitînin. Lewre Kurd dibêjinê gula (kulîlka) çavêþê.

 

Berhevkirin û parastin:  Divê gula çavêþê dema tav herî germ be bi çiqanve bê berhevkirin. Di cîhek hênik de bê hiþkkirin. Paþê hûn diþên (dikarin) wan bikin nav firaxên cam anjî nav tûrên caw (cil) û rakin. Hûn dikarin kulîlk, çiq û qurm hemiyan bihevre bixebitînin.

 

Têdayî: Madde û mîneralên tê de Carotîn, Likopîn, Vîolaksantîn,  Nelikopîn,  Sitrosantîn, Flafohrm, Flavoksantîn,Hrintemaksatîn, Rûnên (dohn) eterîk, cûreyên recûnan, Helme, û asîtên fêqîyan.

 

Kêrhatî:  Bêtekuzîyên regl, êþbir e,  xwînê paqij dike, destavê (mîzê – îdrarê)  rêkûpêk dike.Tansîyonê dadixê. Mîkroban dikûje. Sefra dihavêje. Pêþîya penceþêrê

 (kanserê) digire. Êþa çavan, kulik û pirzikê li ser bedenê ji holê radike.

 

Nexweþî: 1- Bêtekuzîyên regl. 2- Têrnekirinên mêlakê (cerg - piþika reþ) 3-  Kolik. 4- K rampên mexde . 5- Kulikên (ûlser) rûvîkan. 6- Penceþêra mexde,  malzaro (rehîm) û sing (qefes) 7- Nexwþîyên dil. 8-  Warîz .9 –Edavên (kurmîbûn) rûvikên stûr. 10 - Nexweþîyên çavan yên wek xwînketina serçav, çîrtbûn, (zelx), tahrebirin ( ji ber tavê sotin) 11- Sotinên bedenê. 12 - Kûnêr. 13- Pirzik, kulik û birînên li ser bedenê.

 

Çayê: Jibo her kedehek avê, nîv kevcik gula çavêþê bêxin nav ava kelandî û wek çayê demkin û 10 deqan di demê de bihêlin, piparzinin û rojê sê caran vexwin.

 

Þirûb: Jibo du kevçîyên xwarinê 400ml av bi hevre bikelînin, bila du seetan di dema xwe de bimîne. Paþê biparzinin, rojê 4 caran piþtî xwarinê qedehek çayê jê vexwin.

 

Tentûr:  Bi herdu lepên (kulm) xwe gula çavêþê hûrkin nav þûþekî, lîtreyek qanyak, an jî sîrka sêvan berdin ser. Derê wê bigirin û 14 rojan danin ber tavê, anjî cîhek germ. Carûbaran biþilqînin, paþê biparzinin û di cîhek hênik de biparêzin. Rojê 3-5 caran 15-20 dilopan jê vexwin.

 

 

Melhem:  500 gr rûnê navhinavan anjî margarîn bikin firaxekê bila biqirije (bihele). Bi du lepan (kulm) gula çavêþê berdin nav heta qirçe qirç jê tê. Ku qirçe qirç jê hat, tevlihev kin û ji ser agir deynin. Heta roja din di cîhek hênik de bisekinînin, dotira rojê dîsa bihelînin û di parzûnek cil de biparzinin, bêxin firaxan û danin sarincokê .

 

Banyo: Du lep gula çavêþê ya hûrkirî (ter an jî hiþk) ji êvarî de têxin nav du lître avê û heta spêdê bila bimîne. Paþê bikelînin, biparzinin û bikin nav ava teþtê û têde rûnên. Ku mezin be xwe têde dirêj kin.

 

Ava saf: (resen)  Gula çavêþê  ya ter (þil) baþ biþon û bikin raburta midbexê, an jî bi sîrkut hûrkin heta av pê dikeve. Ku av pê ket, hûn dikarin li ser birîn, kaj, varêz  û pirzikan xin.

 

Pelûk:  Li gor dilê xwe gula çavêþê ya ter di mîkser an jî sîrkutê de hûrkinheta baþ biheriþe. Paþê jî deynin ser birîn, kûnêr û hwd  û bi cilekê ve girêdin.

 

13/07/08

---------------

 

 

             

BOTAV 

HYPERÎCUM  PERFORATUM

 

Botav gîyayek bi kulîlk e, jibo heywanan jahr lê jibo mirovan þifayê dibarîne. Gelek navên wê yên din jî hene. Bi Kurdî wek Batovk, bahtov, sûrinc, nûjdar û hwd. Bi Tirkî Kantaron, kizilcirik, bînbîr delîk, koyun kiran. Bi navnetewî Hyperîcum triquertîfolîum, St Johanis wort û hwd. Li dinê nêzîkî 70 cûreyên wê hene. Rengên kulîlkên wê zer, sor, û binevþî (mor) ketûmat jî spî ne.

 

 Lê ya herî navdar û kêrdar ya kulîlk ser e.  Di mehên  tîrmeh heta êlûnê kulîlkan dide. Li ser lêvên rêyan, li zevîyan, ber devîyên daristanan, xwe bi xwe þîn tê . Bejna wê 25- 60 cm bilind dibe. Gîyayek kulîlk zer û pirçiqil e. Kulîlkên wê pênc belg e. Herçend çiqilê wê ji hev çudabin jî lê kulîlkên wê wek sîwankan ( þemþîye ) xwe dikin yek. Wek apartimanek glover û ji hemî alîyan ve eywan bikeve ser hev, delalîyekê nîþan didin.  Dora kulîlkên wê bi pûrteke reþ hatîye pêçan, organên wê yên nêr pir in. Dema mirov  pelê wê bide ber ronahîyê wek þana mêþan kun, kun in. Jibo mirov neyê xapandin dema mirov pelek yên geheþtî bigire destê xwe û bigivêþe, avek sor ji wê pela ser tê. Lewre li ba xiristîyanan kulîlkek pîroz e.

  

Li gor xiristîyanan têkilîya wê ava sor û xwîna brînên Îsa Pêxenber bi hev re heye. Ji kevnar de jibo derman tê bikar anîn. Hipokrates û Pelînus jibo êþên çav û brînan, Knîp jibo  þobê, mexde û xwînçêkirinê bikar tanîn. Li gelek cihan ji ber ku heywan dema dixwin pê bi nexweþîya xurê dikevin û yên reng spî pê jî dimirin, dibêjin: Jibo mirovan jî jehre lewre bi kar naynin. Lê ji ber maddeyên hundirê wê û peydabûna nexweþîyên wek penceþêr, aîds, depresîon û hwd, lêkolîn li ser hatin kirin. Niha derket holê ku jibo depresîon û penceþêrê dermanek herî baþe. Herweha jibo aids ê jî tê bikar anîn.

 

Berhevkirin û parastin: Botav hewceye dema bi kulîlk be û tav dijwar be bê berhevkirin da ku madde, mîneral û vîtamînên tê de þifadartir bin. Divê bi çiqan ve bê jêkirin û bi qevdan ( destik – gurz ) li cihek sîber û hewadar bê hiþkkirin, paþê bê hûrkirin û di nava firaxên girtî de bê parastin.

 

Têdayî : Rûnên firek (yên dibin gaz û difirin) Carophylane, pînene, lîmênane, myrcene), cûreyên Flafon ( flavonoids, quercitrin, rutîn) Hîperein  (hypericin, pseudohypericin) Karoten, Tanîn, Vitamîn C.

 

Kêrhatî: Jibo hemi awayên gilî û gazinên derve û hundur, yên ji sîstema jîy, damar tên.  2- Jibo giþt êþ û birînên zehmet vêketinê. 3- Jibo bêxewî û navhinavçûnê (virik – îshal )  4- Jibo tirsê û zimanlihevketinê,  xwewargerînê,  kirîzên hîsterî, binê xwe þilkirinê, jibo organên zayendî ( cinsî –seksî ) pêþbikevin.  

 

 Nexweþî: 1-Depreszon 2-  Penceþêra piþik, mêlak (kezeb), pistan (memik), mexde. 3-Mansal, Over, Servisk, Losemî. 5- Tîmorên mejî. 6 Stres. 7- Tirs, endîþe, bêhîvîtî û bêçareyî . 8- Kurmîbûn, varîs, bawesîr û ba ( romatîzma).

 

Çayê: Jibo  her qedehek avê, kevçîyek þîranî Botav ê bêxinê û bila bikele. Piþtî kelî pênc deqan devgirtî di demê de bihêlin, biparzinin û rojê 3 caran qedehek çayê jê  vexwin. Jibo xweþkirina nexweþîyên me li jor nivîsî dibe alîkar.

 

Tentûr: Herdu destên xwe tijî botava hûrkiri bikin û têxin nav þûþêkî dev fireh. Þûþek Qanyak an jî Votka berdin ser û devê wê bigirin. 14 rojan bila bisekine, lê car û baran bihejînin. Paþê biparzinin û bikin þûþek tarî û di cihek hûnîk de biparêzin. Dema hewce bû, rojê sê caran 10 heta 15  dilopan têxin nav kevçîyek av û vexwin. Jibo giþk nexweþîyên me li jor gotî kêrhatî ye.

 

Dohn: Jibo her 250 gm dohnê zeytê, 100 gm kulîlkên botavê yên nûberkevkirî yan jî xiþkkirî bikin nava firaxek cam, bi dervekirî 4 rojan li ber tavê bihêlin da ku heyvanê xwe bigirit (bimehît).  Paþê 5 hefteyan devgirtî bihêlin. Lê car û baran bihejînin. Piþtî 5 hefteyan, wî rûnê rengsorbûyî biparzinin, bikin nav þûþên tarî û di cihek ne pir germ de heta sê salan jî biparêzin. Wek melhem jibo hemi êþ û birînên derva bikarbînin.  Wek ba, bawesîr  û hwd.  Herkesê ku dohnê Botavê di malê de hebit ne hewceye biçe doxtoran.

 

Têbînî: Hewceye  kesên botavê dixebitînin gerek ji dozajê derbaz nekin. Dozaj: Çayê rojane 3- 12 gm botava hiþkkirî . Tentûr:  6 - 12 ml.  Kesên hertim digirin heke çermê wan spî be, divê li ber tavê pir nesekinin. Dibe ku xav bibin  (dewqa wan here – gêj bibin).

 

 

04/07/08

------------------

 

 

  

SORÊ  

(PÎMPÎNELE  ANÎSUM - ANASON)

 

 

Sorê gîyayek êþbir e. Li çolê þîn tê, belgên wê kesk, kulîlk spî ye. Belgên wê gurover, lê wek gurçikanin. Fêkîya wê biçûk e, wek girsikan e. Mezinahîya fêkî, dirêjî 6cm firehî jî 2 cm e. Rengên wan yan gewrê vekirî yan jî qahweyî ne. Gîyayek bêhneke wê ya xweser û tûj heye. Bejna wê 40 heta 70 cm bilind dibe. Nava qurmê wê vala, wek lûlan e. Di demên kevnar de Sûmerîyan (ku beþek ji Hûrî û Gûtîyên Çîyayên Zagros in) bi xwe re biribûn deþtê. Misrîyan jî wek derman xebitandina wê ji Sûmerîyan fêrbûn û dera hukmê wan lê dermaz dibû belav kirin. Tê gotin ku welatê wê yê eslî Kurdistan e. Herçend Kurd wê ji çolê berhev dikin, lê miletên din jibo dermançêkirin, xweþikahî û ticaretê diçînin. Tê gotin 90 cûreyên wê hene.

 

 Berhevkirin û paraztin: Sorê divê dema havîn û payîzan belg, tov (bizir) û fêkîya wê dema bigehe bê berhevkirin. Di sîberê de bê hiþkkirin û di firaxên cam, anjî  tûrên caw (cilik) de bê paraztin.

 

Têdayî ( Madde û mîneralên tê de) : Rûn (dohn) ên firek (yên dibin gaz), Asitragol, îsoenthol, Anîse Eldehît, Anîse alkohol, P- methoxy, Pîpen, Lîmonen, Penehol, Ester, Niþasta,  Musîlaj, Anethol. Û hwd.

 

Faydên wê:  1- Givirandinê (hezmê) sanahî (hêsan) dike. 2-  Bê iþtahî û dilbuhurîna (dilxelîna)  li hember xwarinan ji holê radike. 3- Gazên mexde û rûvîkan jêdibe. 4-  Mîzê  zêde dike. 5- Vereþandin û  navhinavçûyînê (virik- ishal)  dibire. 6- Ketina kincan ( Qulipîna bincanê – liba jinan herikîna xwînê , adetên mehê carekê jin dibînin) tekûz dike ( lê divê di demên ketina kincan û dugîyan ( hamîle – bi zaro –avis) bûnê de neyê xebitandin). 7-Þîrê dayikê zêde dike. 8- Hêrsbûnê dadixe. 9-Êþên mîgren dibire.10 - Westana mejî ji holê radike û xewê tîne. 11- Dil bi hêz dike. 12- Tevgera xwînê serrast dike. 13- Daxwazên zayendî  (cinsî) zêde dike. 14- Gilî û gazindên ji astim, bêhnçikandin û bronþîtê, ji holê radike. 15-  Li ba temenmezinan daketina pistan ( memikan)  radiwestîne .  Dema zêde bê standin serêþê û tevizandinê çêdike .

 

Xebitandin: 1- Tib gelek dermanan jê çêdike. 2- Jibo tamxweþkirinê dikeve nava gelek xwarin, vexwarin, kade, tutik,  paste,  qurabîye  û nan. 3- Alkol: Her welatek li gor tama devê xwe tev li alkolan dike wek Rakî (ereq), Ouzo, Permût û hwd.  Li mintiqa Wanê û Hekarya dikin nav mastê parzinî jêre dibêjin Soretan (soxetan) wek pêxwarinê dixwin.

 

Çayê: 1- Jibo her qedehek avê, du kevçîyên çayê tovê  sorê bêxin nav û bikelînin, paþê biparzinin, jibo tamxweþkirinê hinek hingiv an jî þekir bêxin nav, rojê 3 caran du kevçîyên çayê bidin zarokan .

 

Çayê: 2-  30 gm pelên sorê bêxin nav lîtrek avê û bikelînin, paþê biparzinin û berî xwarinê  3 kevçîyên xwarinê jê vexwin.

Çayê: 3  2 kevçî çayê tovê sorê û ewqas jî catir bikin nav qedehek avê û bikelînin. Paþê biparzinin û bi hingiv tamxweþ bikin. Rojê sê car kevçîyek xwarinê jê vexwin.

 

Rûn:  150 gm rûnê zeytê, 50 gm sorê bêxin nav 0,5 lt av û bikelinin heta ava wê hemi dibe hilim û tenê rûn dimîne. Paþê wî rûnî bêxin firaxekê. Dema zaro diranê wan dêþe an jî ji ber derketina diranêþê dibîne, hema serê tilîya xwe li wî rûnî xin û li dera diêþe xin. Hem wê zaro ji êþê xelas be, hem jî wê diran bi sanahî (hêsayî) derkeve.

 

 

Lêre serpêhatîyek li ser sorê hat bîra min. Dixwazim wê bi xwendevanan re  parvekim.

 

  Li Cûlemêrgê Naîm hosta hebû, bixwe makînîstê elektirîkê bû. Lê herdem ereq vedixwar û serxweþ bû. Rojekê hevalekî wî yê Cûlemêrgî ji malbata (ûcaxa) Mohdayan wî gazî dike firavînê. Li ser sufrê ji derveyî xwarinên din soretan jî heye. Naîm Hosta jî cara ewile soretanê dibîne. Çawa hinek soretanê dixwe, ditamije, dinê re tama ereqê jê tê.

 

Îcar ji hevalê xwe dipirse ev çîye? Hevalê wî dibê: Soretan e, ji sorê çêdibe. Naîm Hosta ji ber ku Kurdî nizane, bi Tîrkî ji hevalê xwe re dibêje:  Êhhh be orûspî çocixî, sen bana dîyorsun ereqçî! Ama ereqin ana madesinî kendîn yîyorsin. Sonra da dîyorsin ereq heram dir. ( Be hey kurê qahpikê, tu dibêji min ereqçî! Lê maka ereqê tu bixwe dixwi. Bi serda jî dibê ji ereq herame). 

 

26/06/2008

 

 

---------------------------

 

 

  

 

BÊJAN (PÛJANG ) 

ACHÎLLEA  MILLEFOLIA

 

 

Bêjan giyayek bêar e. Du cûreyên wê hene, kulîlk spî û kulîlk zer. Di nava mêrgan dirûngehan, cihên çêrê, bedenan,  hema li her deverê þîn têt. Ji kevnar de di nava gel de jibo derman tê bikaranîn. Di Kurdî de çend navên wê  yên din jî hene. Wek: Pûjang, Bêwijan, Gulmêþ, Gulikê mahran û hwd. Gîyayek wek navê xwe bê jan e.  Ango; çi janan (êþan- arêþan) nade mirov, çi bandorên wê yên neyînî nînin.

 

Têdayî, made û mineralên tê de: Dohnên firek (dibin gaz), pînen, berneol, cineol, terpîneol, kaphor, thoyn. Þekirên glîkoz, sakaroz, manmîtol, tanen, phosfart, asîdên organîk, achillein, potasyum.

 

Xweserîyên taybetî: Tonîk û qebizê çêdike. Êþên malzaro ( rehîm) û hêkên wê dadixe. Îþtahê vedike û destavê çêtir diherikîne. Sefrê zêde dike. Di demên hukmemêrî – jinî (baliqbûn) de, kerbê (hêrsê - esebîyetê ) dadixe û aramîyê dide. Di ketina kincan ( adet) de xwînê paqij dike, tevgêra wê serrast û tekûz dike. Kurmên di nava rûvîkan de dixe. Brînên bedenê yên ji derva dikewîne.

 

Nexweþî:  Astim, spazmayên givirandinê (hezimkirin - sîndirim), rêyên avrêjê,  nexweþîya ba (romatîzma), hêrsbûn, hemi awayên westanê (betlîn),  sermagirtin, grîp, acizahîyên ji tevgêra xwînê, herneroid, nexweþîyên perdeyên lenf, zorpêketina, destava zarowan, rawestandina xwînê (li ba jinan), emorît,  edavên cerm, makoza, û nexweþîyên zûhrewî.

 

Çayê: Du kevçîyên xwarinê  kulîlkên bêjanê bavêjin nav 0,5 l ava kelandî, bila seetekê di dema xwe de bimîne, paþê biparzinin û rojê çar caran berî xwarinê qedehek çayê an jî fincanek qehwe jê vexwin.

 

 

Tentûr (derman):  Dema dinya tavik be, gîya berhev bikin, hûrkin nav firaxek cam. Paþê  heta diwerime kanyak an jî votka % 38-40 derece berdin ser , derê wê bigirin û 14 rojan li ber tavê bihêlin anjî li cihek germ biparzinin û rojê 3 caran 20-25 dilopan berdin nav hinek avê û vexwin.

 

Melhem:  Jibo 90 gm nîviþk ,15 gm kulîlkên bêjanên hûrkirî bihevre sor kin , rojekê bila bisekine. Dotira rojê hinekî germ kin, biparzinin û bikin þûþek cam, danin sarincokê, li gor hewcedarîyê li ser brîn û cihên edavgirtî xin.

 

Serþok (banyo) :  100 gm  bêjana hûrkirî ji  êvarî de bixin nav ava sar, bila heta sibê bisekine.  Paþê wê avê bikelînin, biparzinin û bikin nav teþta þûþtinê, anjî  kuwêtê  û têde rûnin.  Jibo nexweþîyên malzarokê (rehîm)  gelek baþe.

 

Berhevkirin: Dema dinya tavik be, kulîilkên bêjanê bi çiqan ve berhev kin. Heke þil bin di sîberê de xiþk bikin. Ku hiþk bûn, hûrkin nav firaxek

 

16/06/08-

 

--------

 

 

 

RÛNAS  ( GALIUM  SPP )

 

Rûnas: Gîyayek di nav zevî, mêrg û teraþên deverên heta bilindîya 2000 – 2300 m de þîn têt. Bejna wê 60- 150 cm bilin dibe. Gîyayek bêhnxweþ lê  tama wê hinekî tahlok û pêveriþok e ( zeliqok).  Sê cûreyên wê hene. Bandora hersêyan jî wek hev e. Di kevnar de Yewnan, Romayîyan, Medan û Asurîyan jibo dermanên cûrbecûr dixebitandin.  Li hinek deverên Îngilistanê jibo penîr tê bikaranîn. Di nav xelkê Îrlanda de li dewsa qehwê tê vexwarin. Mixabin ev gîyayê bikêr û derman hatîye jibîrkirin. Lewre li gelek deveran gundî dibêjin: Ew gîyayek bêkêr û xusardar e. Di van salên dawî de ku nexweþîya Penceþêrê zêde bûye, jibo tedawîya penceþêrê tê xebitandin. Ji nûve dîsan qedrê wê tê zanîn û di TIB ê de cihê xwe yê layioq digire.

 

Berhevkirin û hiþk kirin: Hewceye yên belgkesk bên berhevkirin. (Baþtirîn ewe ku mirov bike selikan, anjî tûrikên cil ji ber ku naylon hewa nastînin û madeyên di hundirê gîyayan de xirab dibin. Ev jibo hemu awayên pincaran derbaz dibe) Bi qevdikên (destikên) zirav li cihek sîber û hewagir bên hilawistin (daliqandin). Piþtî hiþk bûn, hûrbikin û hinekî din jî li ser cilekê raxin û paþê bikin nav firaqên ku devê wan bê girtin. Bi vî awayî hûn dikarin dermanê xwe du salan biparêzin. Lê ya herî çêtir xebitandina gîyayê taze ye.

 

 

Kêrhatî û fayde:  Jibo hemû cûreyên penceþêrê.  2- Jibo paqijkirina sîstema lenfan.  Jibo paqijkirina xwîn, edava nava gurçik, mêlak, xalik ( fatereþk),  hizarpitik

(pankires) û bermayên toksîka nava wan. Jibo nexweþîyên çerm, guatr û tîmoran bandorek erênî dike.

 

Karanîn: 1-  Çay ê, 2-ava saf  3- melhem .

Çayê: Avê bikelînin, jibo her 150 ml avê 2 kevçîyên Rûnasa xiþk an jî ter bavêjinê. 10 deqîqan di demê de bihêlin û paþê biparzinin û germe germ vexwin. An jî  2- kevçîyên Rûnasê bêxin nav 150 ml ava sar  û 2- 4 seetan di demê de bihêlin, biparzinin û vexwin. An jî Rûnasê di avê de bikelînin, deh deqan bisekinin, paþê biparzinin û germegerm jibo guatr ê  rojê  4- 6  caran xelxele bikin. Hûn dikarin her carê qurtekê  ji wê ava xelxelê  vexwin.

 

Ava saf:  Rûnasê di mîkser anjî sîrkûtê de biheriþînin,  bigivêþin û paþê hinek ji wê ava saf bikin nav ava normal  û vexwin. Hûn dikarin wê ava saf ji alîyê derva li ser çermê penceþêrbûyî û jibo guatirê li qirika xwe xin .

 

Melhem: 500 gr nîviþk (rûnê nehelandî yê, ji þîr çêdibe) bikin firaqekê, 4 kulmên Rûnasê bêxin nav heta kef bidet, tîyve bidin (lihevxin). Ku kef da, ji ser êgir hilînin û heta roja din bisekinînin. Dîsa germ bikin, biparzinin û bikin firaqan û di sarincokê de biparêzin. Li ciyê penceþêra çerm, guatr, û êþa hestîyên piþtê xin. Her weha jibo qermîçûnkên rû jî baþe. Jibo ravên (cihên derizî- kerî-kerî bûyî) piþtî zayîna jinan melhem bandorek baþ nîþan didet.  

 

12/06/08

 

 

 

 

 

 

 

QESEL  MEHMÛD 

 

“TEUCÎRUM CHAMAEDRYS”

 

Qesel mehmûd giyayek bejna wê 10 – 40 cm bilin dibe. Mehên hezîran û tîrmehê kulîlkan vedike. Pelên wê û fêkîya wê biçûke,  dirûvê pela berûyê lêdixe. Lê pir hûrike. Ji ber ku pela wê wek pela berûyê ye, li hinek cîyan jêre dibêjin berûya erdê. Navê wê yê navnetewî Teucîrum Chamaedrys e. Tirk jê re dibên Kisa Mahmut an jî dalakotu.  Ji kevnar de jibo derman ji alîyê Hekîmên Loqman de dixat xebitandin. Niha ji alîyê Tibê derman jê tên çêkirin. Li Kurdistanê wek gîyayek çolî  xwe bixwe çêdibe. Kulîlkên wê peyazî (penbe) û peyazîyê vekirî û spî ne. Bêhnek xweþ ji kulîlkên wê tê.  Lewre Ewropî jibo xweþîkahî, park û baxçên xwe pê dixemilînin.

 

Madde û mîneralên têde: Rûnên (dohn) firek, (yên dibin gaz ), madeyên taxl, Tamen, Glîkuzît, Sponîn Û hwd.

 

Kêrhatî:  1- Bedenê hêz dike. 2- Agir dadixe 3- Desttava zirav ( mîzê- îdrarê )  dide avêtin. Alîkarîya avêtina keviran dike. Sekinîna ketina kincan (Adet- herikîna xwînê )  diedilîne. Kuxukê dibire.

 

Li gor pirtûkên kevnar yên Luqman Hekîman, (wek Pirtûka Îbnî Sîna ya Qanûn Fît Tib ku niha jî li gelek deverên dinyayê dersên Tibî tên dayîn) dibêje, jibo nexweþîyên mexde, þekir, penceþêrê, bawesîrê, zêdekirina hêza cinsî, qelewkirina zarowan,  û jibo prostatê jî Qesel Mehmût dihat bikaranîn.

 

Berkevkirin: Qesel Mehmût hewceye bi çêqan ve bê berhevkirin û di sîberê de li cihek têrheva bê daliqandin. Ku xiþk bû, bikin nav firaqên cam, an jî di tûrikên cil de biparêzin. Li gor hewcedarîyê tê xebitandin.

 

Çayê:  2- kevçîyên þîranî kulîlkên Qesel Mehmût bikin firaxekê, 150 ml avê berdin ser û bikelînin. Ku kelîya ji ser agir rakin û 10 deqan bila dema xwe de bimîne. Paþê bi parzinin bi hinek hingiv tamxweþ bikin û vexwin.

Jibo her qedehek ava sar 2 kevçîyên xwarinê kulîlkên Qesel Mehmût bavênê û bila 4 seetan di wê avê de dema xwe bigirit. Paþê biparzinin û hêdî hêdî vexwin.

 

Melhem: 500 gm rûnê nîviþk an jî yê zeytê bikin firaxekê, 4 gep ( kulm) kulîlkên  Qesel Mehmût bavênê û bi hevre sor bikin. Paþê ji ser êgir deynin, bila rojekê bisekine . Paþê bihelînin û piparzinin, bikin firaxekê û têxin sarincokê, li gor hewcedarîyê bi xebitînin.    

 

08/06/2008

 

 

 

 

 

 

 

Rêvas

Reubarbarum / Rhababa

 

Rêvas pincareke lê wek fêqîyan tê xwarin. Hinek rêvasfiroþ jêre dibêjin “mûzên Kurdan”. Di meha nîsadê de, li cihên hinekî asê û xîzikan de þîn tê. Kurdên me zêde xwarinan jê çê nakin (anjî nizanin çêkin). Tenê mixlawê çêdikin û jibo devterî

(devþilkirinê) wek mûz û xiyaran diqeþêrin û dixwin. Temenê wê hefteyeke. Piþtî hefteyekê dibehît (pîr dibit) lewre wextê dayik ji zarokê xwe aciz dibe jêre dibê “ umrê te umrê rêvasê be” (umir kurt bi) .

 

Lî nîk me bi tenê nêrka wê ango rêvasa wê tê xwarin. Kurd ji belga wê re dibêjin “belgerû”  û kes naxwe. Her weha li çîya, ji alîyê xweristê de çêdibin lê kes naçîne. Lê Ewropî di baxçên xwe de diçînin û her weha jibo ticaretê baxçevanîya wê dikin. Bi pir awayî dixebitînin. Gelek cûreyên paste, kek, xwarin, rêçal, konposto, sîrke, kokteîl, derman û heban jê çêdikin. Lê Ewropî rêvasa wê naxwin. Belgên wê dixwin û tiþtan jê çêdikin. Ango tiþtên em tavêjin ew bi sedan cûreyan bi kar tînin.

Di pirtûkên dermanên Çînîyan de bi hizaran sal berî niha navê  rêvasê wek rhabarbar ( reha- jîya- damara barbaran)  derbas dibe. Ji ber ku Çînîya dema Tîbetî û Moxilan êrîþî welatê wan dikirin bi xwe re biribûn. Lewra jî wan navê wê rhabarbar lê kiribûn. Rêvas di salên 1600 de tê Ewropa. Ingilîz di 1800î de wek dikak (sebze –zerzewat) di baxçên xwe de hem jibo xwarinê, hem jî jibo xweþikahîyê dest bi çandinê kirin. 1900 an de birin Amerîka bakur. Niha li welatên Ewropa wek Holanda, Belçîka, Almanya Îtalya, Ingiltere û hwd hem jibo ticaret, hem jî jibo xwarin û xweþikahîyê tên çandin.  

 

 

Madeyên têde: Narium, kalium, calcium, phosphot, asin, vîtamîn A- B1- B 2 Naîcîn vîtamîn C.

 

Kêrhatî: Îþtahê vedike. Bedenê bi hêz dike. Gazên mexde û rûvîkan ji holê radike. Rengê mîzê (îdrarê) zer dike. Jibo qebizê baþe. Lê heke zêde bê xwarin  navhinavan dibe (virikî dike). Lewre jinikên  zaroyên berpistan (berþîr – yên þîrê dîya xwe dimijin) heyî divê kêm bixwin. An dê zarok pêzikêþ û virikî bibe.

 

Rêçal:  Mirov dikare rêçalên tevlihev ji rêvasan çêbike. Wek tûerd (çîlek) û rêvas. gêlas û rêvas, sêv û rêvas, mûz û rêvas, pirteqal û rêvas, kîvî û rêvas û hwd.  Rêvasan spî bikin û hûr kin,  hinek toza þekir pê werkin û  þevekê di sarincokê de bihêlin. Qasî rêvas ewqas jî fêkîyên din bikin nav hev,  hinek av  û þekir berdin ser û bikelînin, ku tîr bû bikin qetremîzan (qawanozan) û rakin.

 

Xwarin:

 

Rêvaserûn:  Rêvasan spî kin û hûr kin. Hinek rûn bêxin miqilkê (tawê). Rêvasan têde sor kin, ku rêvas nerm bûn biharatan bavênê û hêkan biþkênin ser.  Hûn dikarin  kutilkentirþ  jî jê çêkin. Dewsa kartolan, spanaq û mendê, hûn rêvasan bêxinê. Mirov dikare xweþavê jî jê çêke. Wek xweþavên hemi fêkîyan.

Kek û paste: Rêvasan spî kin û li gor dilê xwe hûr kin nav avê. Qasî 15 deqan bikelînin bila nerm bibin. Ku nerm bûn, ava wê biparzinînin û bila sar be. Paþê li gor dilê xwe wek hemi fêkîyan bêxin nav kekan û pastan. Û noþîcan be!

                                                     

Têbînî: Li Bajarê Hekarya û Wanê di nav xelkê de dibêjin: Dermanê nexweþîya þekir e. Lê ez di lêgerînên xwe de lê rast nehatim.          

                                        

 

----------------------

 

 

 

HEVÎZAR “BELGA  BRÎNÊ “

 

PLANTAGO  LANCEOLATA

 

  Hevîzar, belga (pela) brînê, gîya dûpiþk, gîyayek bêar e. Li her deverê þîn tê. Li devê rêyan, li ber lêvên cûyan, li nav çîmenan. Du cûreyên wê hene.  Belg pehn û belg (pel) dirêj. Bandora herduwan jî wek hev e. Bandora wê ya antîbîotîk bi tibî hatiye tesbîtkirin.  Bi gelenperî jibo organên givirandinê (sîndirim sîstemî ) xwasma jibo belxem, kuxik, xenikok, astima kezebê,

 tuberkulozê (Jana zirav - werem) gelek bikêrhatî ye. Çi giya û pincar (derveyî  Lûþ-lîþ ê) nikarin wek wê xwîna piþikê û  mexde paqij bikin. Lewra divê kesên mexde û piþik lewaz (zeîf ) û kesên her jar û lewaz dimînin, wê bi kar neynin an jî kêm bi kar bînin. Çi bandorên wê yên nerînî nînin. Pel, tov (bizir)  û binka wê tê bikaranîn. Di kevnar de Çînîyan jibo weremê, Medan û Romayîyan jibo brînan û kuxukê, Eleksenderê Mezin jî jibo serêþê bikar tanî.

Madeyên hundur:

Mîneralên tahl, hesin, fosforîkasît, aucîbîn, kirêc, klorofîl, kukurt, labenzîm, saponîn ,madeyên çilm ( kilmîþ ) , þekir, tanen, vîtamînên  A û C.

 

Kêrhatiyên wê:  1- Kuxuk, 2- Bronþît 3- Werem 4- Astim 5-Singêþ 6 – Jibo enfeksîonên rêyên behndan û standinê 7- Jibo sermagirtinê 8-  Hemû cureyên edavên ( kurmîbûn –iltihab ) hundur û derva. 9- Jibo hemû cûre êþên sînîr (kezî –reh-damar ) 10- jibo hemî cureyên brînan 11- Jibo nexwþîya mîznegirtinê. 12- Jibo pêvedana ( leqkirin-gezkirin)  moz, kermoz, zirketk, mêþa hingiv, kelmêþ, tevnemêþ (pîrevok) û hemi haþaratan. Jibo Bawesîr, qunêr, pirzik, teqînên nav pêçîyan.

 

Bikaranîn:  1- Selete  2- çay 3-Givaþtin 4- þirub – 5 Tentûr.

Selete :  Qasê hev hewîzer , pûng,û gezing ( gezgezok ) tevlihev bikin hinek xwê û lîmon li ser werkin. ( Lê tivê  jibo þewinandina wê jê biçe . Hûn gezingê bikin tûrek naylon  hinek avê berdin ser û dinav ava naylon de biperixînin. )  û paþê bêxin nav seletê .

 

Çayê: Jibo her kulmek pel 100 ml av bikelînin, paþê pelan berdin nav, bila 10 – 15 deqan dema xwe bigire, paþê vexwin. ( Li gor dilê xwe hûn dikarin hingiv an jî þekir bavênê)

 Þirûb: Hinek av bikelînin, belgan hûr kin û hinek hingiv berdin nav, bila seetekê bisekine, paþê biparzinînin û vexwin.

Givaþtin û pelûk: Jibo birînên derva û pirzikan û êþên sinir ( jîy- damar ) pelan hûr kin, bêxin nav þîrkuta darîn û biqutin heta dibe pelûk ( pelûl). Hûn dixwazin ava wê bigivêþin û li ser brînê kin û hûn dixwazin pelûkê deynin ser û girêdin.

 

Tentûr:  Jibo her 30 gr pel, 100 ml  alkola 70%  bêxin nav þûþekî, derê wê bigirin û li cihek ku tavê (roj ) nebîne 4- 6 hefteyan bisekinînin, paþê rojê 3-5 caran 15 dilopan jê vexwin. 

Doþav (dims): Jibo du kulmên belg hinek av,300 gr þekirê nobetê, 250 gr hingivê kulîlkan. Pelên xwe bikin pelûk, hingiv, av û þekir bikin ser, li ser agirê giran heta tîr dibît û renge wê tarî dibît her tevlihev bikin. Ku rengê wê têr bû, hêjta sarnebûyî bêxin nav firaqan û di sarincokê ( sarker – dolaba sarkirinê ) de biparêzin.

 

Herweha hûn dikarin belgan hiþk bikin lê ne liber tavê, lê di sîberê de.  Hinek wek belgên mêwan dolmikan jê çêdikin.

 

 

---------------------------

 

 

 

 HÊRO

 ALCEA  KURDICA

 

Hêro kulîlkek bêar e. Li devê rêyan, li bedenan, li ber devê avan û hwd. hêþîn dibe. Bejna wê 100-200 cm bilind dibe. Di mehên hezîran, tîrmeh û tebaxê de xweristê rengîn dike. Li dinê 20 an zêdetir cûreyên wê hene. Li Kurdistanê kêmanî 5-6 cûre ne. Kulîlkên wê  ji alîyê rengan ve sorê tarî, sorê vekirî, peyazî (penbe) yê vekirî , peyazîyê tarî , binevþî ( mor) yê tarî , binevþîyê vekirî û spî  ne. Bizin û mêþên hingiv zehf jê hez dikin.

 

Navê wê yê zanistî Alcea Kurdica ye. Lê Tirkan ev navê ulmî dera hikmê wan lê dibe, ji tirsa ku Kurd pêve heye qedexe kirine. Derveyî navê Hêro yê navneteweyî, navên 80 kulîlk, gul, gîya, pincar û darên ku Kurd, Kurdistan û Kardoxe, hemi ji alîyê Tirkan ve  hatine qedexekirin. Tirk jêre dibêjin: Hatimî gulu. Ew jîji Yewnanan dizîne. Di kevnar de Çînî, Romayî, Yewnanî, Misrî û Mezopotamîyan jibo derman, boyax, þekirok û xwarinê bi kar tanîn. Tê gotin ku Hêro maka þekirokan e (bonbons). Alimên Romayî digotin: Kesê ku Hêroyê  bixwe nexweþî jê dûr dikeve. Lê di dirêja hîya demê de ew jî wek gelek gîyayên kêrhatî hat jibîrkirin. Niha hinekî di tibê de tê bikaranîn, xasma þîrêza wê jibo pêvezeliqîna derman tê xebitandin û jibo xweþikahî  hinek kes di baxçên xwe de diçînin.

 

Madde û Mîneralên tê de: Mûsûlaj, Nîþasta, Sakaroz, Glaktoz, pektîn, Dohn (rûn), Tanen û Asparagîn. (Liborin, em navên van madde û mîneralanên Kurdî nizanin )

 

Jibo nexweþîyên: 1- Bronþît 2- Grîb, 3- Persîf (þobe)  4- Edavên (kul û birîn) nava dev, qirik û goþtê diranan. 5- Edav, xwîn û êþên ( qolincên ) ji rûvik, gulçîsk (gurçik), mexde. 6 - Kul û birînên li ser bedenê. 7- Mîzê pak dike. 8- Sîngê nerm dike û belxemê derdixe 9- Jibo nexweþîya sedefê, baþ e.

 

Berhevkirin, û xebitandin: 1- Pel. 2- Kulîlk 3- Qurm (dar). Dema pel û kulîlkên Hêroyê  hêjta geþ nebûne ( venebûne- ber bi vebûnê)  bên berkevkirin.  Lê Qurmê

wê payîzê  tê berkevkirin û  hewceye  bi kêmanî du salî be. Kulîlk, pel û dar siberê de tên xiþkirin û dara wê tê hêran.

 

Derman:  Jibo edavên gurçik û rûvikan: 10 gr hêro (bizir be hêj baþtire) bêxin nav 100 gr hingiv û bixwin. An jî jibo recifîna adaleyan û bêhêzîyê rojê 3 caran 2 gr hêro bikin nav hinek hingiv û bixwin.  

Þîrûb: Jibo birînên dev : 100 mg sîrke 10 gr hêroya hêrandî bêxin nav beroþekê bikelînin û xerxere bikin.

 

Çayê:  jibo rêyên avrêjê (mîz), kuxuk, nermkirina sîng û avêtina belxemê, 100 ml ava kelî, 10 gr pel, kulîlk an jî qurmê hêrayî bêxinê, li ser agirek kêm 5 deqan bikelînin, 10 deqan di demê de bihêlin û vexwin.

An jî 3 pil (qasê ku dikeve nav tiliya þahadê û beran) kulîlka hêro, nîv pil nêrgiz, hinek renda tûvilê (qaþilê) pirteqalên di avê de, 10 deqan bikelînin û biparzinînin, hinek þîr û þekir bêxin nav û piþtî xwarinê qedehekê vexwin.

 

Melhem: Hinek hêroya hêrandî bêxin nav sîrkê. Jibo kulikên beden û pêvedana mêþ, pêþû û haþaretên din li bedana xwe xin. Jibo sotinan, werimînan, qunêr, kul û birînên bedenê, hinek hêroya hêrandî bêxin nav dohnê zeytê û wek melhem rojê du caran li ser xin.

 

Hêrorûn: Qurmên hêroya ter hûr kin û bikelînin. Paþê di nav nîviþk te sor bikin û hêkan biþkênin ser. Hûn dikarin jibo tam xweþkirinê kulîlk û belgên hêroyê bêxin nav birincê, dagirtina balindeyên kolkan û nav dagirtina perasûyan (parsû)

 

Þîrêz (zemq):  Qurmê hêroyê di nava beroþek avê de bikelînin. Heta wek þerbetê tîr û zeliqok dibe û ji ser agir rakin. Ku hûn wê þîrêzê li ser zemînên xanîyên ax  xin, hûnê ji tozê û herîyê bifilitin. Her weha hûn wê þîrêzê li gor dilê xwe dikarin bikar bînin.

 

-------------------------------------

 

  KARÎ

 KARDU (ARUM SPP )

  ARUM  MAKULATUM

Karî giyayek bi jehr e. Binkê wê wek patata ye, pelên wê keskê tarî, kulîlkên wê sor û binevþî ne. Di nêrkawê de fêqîyek wek morîkên sor çêdibe. Bejna wê 25- 50 cm bilind dibe . Di gelek dermanan de, tê bikaranîn. Xav (nekelandî ) nayê xwarin. Lê ku hiþk bû, an jî hat kelandin jehra wê namîne. Di nav savar, birinc û xwarinên dew de tê xebitandin.

Madeyên têde: Akolîde, aronîn, konisîn, sponîn, niþadir (niþasta), madeyên bi dohn (rûn) û þîrêz ( zemq)

Kêrhatî : Agir kêm dike (dixe), xwuhdanê derdixe, laþ (beden) rehet dike, rehên (jîy- damar ) laþ hiþyar dike (dibizivîne).

Bikaranîn: Jibo bawesîr, kuxik, ta, kevir û xîz (qûm) ên nava kîskê mîzê û gulçîsk

 (gurçik) an,  jibo tirþbûn û êþa mexde û mêlakê (cerg- kezeb),  jibo Qebizbûnê û nexweþîyên pisîkolojîk, depresion û bêtebetbûnê (sinir), derman jê tên çêkirin.

Xwe bi xwe bikaranîn:  Ji reha wê bi qasî libek genimok ( garisê stenbolî- garisê misrî –gilgil -genimþamî ) tê heriþandin û bi tasek avê re tê vexwarin. An jî, bi kevçîyek þîranî rehên wê bê qutan (herþandin) di nav 300 gr ava sar de 8 seetan bê sekinan din. Paþê bê parzinandin. Rojê sê caran piþtî xwarinê fincanek qehwê jê bê vexwarin. An jî, ji wê reha heriþandî danin ser cihên êþa mexde, rûvîkan û cihên peçiftî (werimî) . An jî, ji wê reha heriþandî 1­/10 îspîrto tev bikin û li cihê bawî û qûnêrê xin.  

Lê divê ji qirarê (dozajê) zêdetir neyê xebitandin. Ku hat xebitandin wê bibe sedemê mexdeborînê, vereþandin,  gêjbûn, serêþ û  navhinavçûyînê (virikbûnê).

-----------------------

 

Xwendevanên birêz! Berî niha bi heyamekê me di Lotikxanê de di bin sernivîsa PiNCARÇIN de navên hinek pincaran weþandibû. Herweha me gotibû li gor derfetan emê li ser wan hebo, hebo binivîsin. Vaye em gotina xwe bi cî tînin û di bin navê DERMANXANA  XWERISTÊ de wek rêze nivîsên li ser pincar û gîyayên derman radigehînin we xwendevanan.  Di van rêze nivîsan de, emê dîmen û agahdarîyên li ser pincar wek: Li kîderê þîn tê, çi wext þîn tê, çi xwarin jê çêdibin, madde û mîneralên di hundurê wan de çine, ji kîjan nexweþîyan re dermanin, mirov wê wan dermanan çawa û çiqas bi kar bîne, çayê, tentûr, melhem û þirûba wan çawa çêdibe, mirov dikare çawa biparêze û hwd. we agahdar bikin. Heke di vê xebatê de em biþên bibin alîkarvanê we û xizmetek biçûk ji bo miletê xwe bikin, emê pê dilxweþ bin.

 

Ma em ci bibêjin. Pêþkêþkirin ji me pêkanîn ji we. Lêre ji niþka va serpêhatîyek hat bîra min.

 

Dema ez nû çûbûm Almanya, devera ez lê dimam nêzîkî  Logerîcha bajarê Kolnê bû . Mîr Cimþît Bedirxan (Kurê Mîr Celadet Bedirxan)  jî di nexweþxana Longerîchê de serokê doxtoran bû. Kêyfa me gelek ji hevre dihat. Ji ber ku malbata wî li Berlîn bû. Ew bi tena serê xwe li Koln dima. Lewre dema ku vala dima li kusîya ( vw ) xwe suwar dibû û dihat serdana min.   

 

Carekê ez bi nexwþîya xirab ketim.  Ez çûm nîk Mîr Cimþît Bedirxan, min rewþa xwe jêre got .  Wî derzîyek li min xist û got:  Qet netirse pismam, tiþtek nabe. “ Kutan ji te, xweþkirin ji min”.

 

Vêcar ev jî mesela dermanên me û xwendevanan e . Bi avnehîya Dermanxana Xweristê, hûnê ûmrekî dirêj û lotikên þidîyayî bavêjin.  Hema bixwin,vexwin û lêxin. Ez bi vê wesîla Dermanxana Xweristê Dr Mîr Cimþît Bedirxan bi bîr tînim. Bila gorbihuþt be.

 

 

 

 

 

Lûþ-Allîûm Ûrsînûm

 

 

Me berî çend rojan di nivîsa Pancarçin de navên hinek pincaran dabû û me gotibû li gor destkevtîyan emê li ser wan hebo hebo binivîsin û ragihînin xwendevanên Lotikxanê.  Lûþ an jî Lûþî – Lûþe  Lîþ . Hem pincare, hem jî dermanek nestêle (bêhempa) ye.  Li cihên 1700 m bilinttir þîn tê. Bejna wê 40 cm e.  Bêhna wê wek ya sîrê ye. Hemi maddeyên di nav sîrê de hene di nav Lûþî de jî hene. Lê Lûþ ji sîrê hem bihêztir, hem jî bikêrhatîtir e. Belgên wê pahn û dirêjin. Nêrka nava wê wek ya pîvazê ye. Herweha gopika (paxuxe) wê jî wek ya pîvazê ye. Di nav keskatîyan de yek ji ewên mizgînîya biharê dide Lûþ e. Di mehên nîsan û gulanê de belgên (pel) wê tên çinîn.. Tê gotin ku dema hirç ji xewa zivistanê radibe, ji kuna xwe derdikeve, ji bo ku reh (damarên) wê vebin û xwîna dîlê wê baþ tevgêrê bike, berê li Lûþê digere û dixut.  

 

Alman ji Lûþê re dibêjin Barlauch. Tirk jî dibêjinê Ayi sarimsaxi.

Kêrhatinên wê:

1- Ji bo çermê mirov civan bimîne.

2- Ji bo pirzikan 3-  Ji bo hiþ (zêhn ) vekirinê.

4- Ji bo sîstema givirînê ( sîndirm) .

5- Ji bo kurm havêtinê û rûvî paqijkirinê.

6- Ji bo nexweþîyên kalemêran, ku ji bêbizavî (bê hereketî)  peyda dibin.  Wek : Hiþkbûna damaran, hêdîlêxistina dil, dewqçûn, bêxewî û serêþ ê.

7- Ji bo kuxikên kronîk û zehmetîyên danûstandinên bêhnê.

8- ji bo nermkirin û dawîanîna belxema sersingê.

9- Ji bo piþikê.

10- Ji bo gurçik û paqijkirina rêyên destavxweþkirinê.

11- Ji bo navhinavçûyîna (virk) kronîk bisekine.

 12- Ji bo baþtir xebitîna dil.

13- Ji bo mad.

14- Ji bo îþtahvekirinê,  ji bo ba (romatîzma )  û hwd.

 

Bikaranîn:  1- Jêçêkirina xwarinan. 2- Tentûr. 3- Þirûb .

1-    Bi gezing (gezgezok ) spanak, alo û pincarên mixlê jê çêdibin re çêkirina mixlê.  

2-    Wek sos: 100 gr Lûþ 50 gr kakilê gûzan, bindek, an jî fitik, du kevçîyên dohnê zeytê û hinek penîrê qeþer an jî penîrek din. Hemîyan di mîkserê de bihêrin, li ser meqerne, an jî li ber goþt û mirîþkan wek sos û pêxwarin bi kar bînin. Herweha mirov dikare wê sosê li ser nanê nîviþkirî bide.

3-    Wek: Bexdenozê hûr bike, li seletan û hemi xwerinan werke.

4-    Birinc, savar û xwarinên ji dew çêdibin jê çêke. Lê divê ji bo ku mîneralên hidurê wê berze nebin, berî xwarinê bipêje, paþê bêxê nav xwarinê û kelek din bidê.

5- Bêxe nav seleta mast (cacix).

 

Tentûr - derman: Belgên wê bikin nava þûþên avê, lê nedewisînin. Tûjî ser qanyaxek bi qalîte bikin û derê wê bigirin. 14 rojan  danin ber tavê (roj ) an jî cihek germ. Car û baran biþilqînin. Pîþtî 14 rojan biparzinînin û 10-12 dilopan berdin nav hinek avê, rojê 4 caran vexwin. Ji bo hemi nexweþîyên me li jor nivisîn derman e.

6- Þirûb :  Kulmek belgên Lûþê bêxin navberoþekê, du þûþên avê ya þeraba spî berdin ser û bikelînin, paþê bipazinin . Jibo tam xweþkirinê, hinek hingiv an jî rêçalê pê dakin û vexwun. 

Paraztin:  Hûn dikarin Lûþê hiþk bikin, lê wê demê piranîya mineralên nava xwe winda dike. Hûn dikarin bikin kîsan û bêxin cemedxanê. Herku hûn hewce bin têra xwe jê derxin.

 

Bijîþkê Swîsrî yê  li dinyayê bi nav û deng Herbalist Konzle,  di derheqa Lûþê de weha dibêje: Lûþ tevahîya bedenê paqij dike. Madeyên qirêj yên bi inat tavêje der. Xwînek temîz û bi sihet çêdike. Madeyên jehrî dikuje û tavêje der. Li ser rûyê erdê çi gîya û pincar wek Lûþê nikarin bandorek erînî li ser mexde (mad ) rûvik û paqijkirina xwînê  bikin. Xortên Lûþê bixwin wê wek keprek (çardax)  ji gulan geþ bibin û wê wek qozek –gûzek dara hevristê (çam) ya li bin tavê zexim bibe.

 

Vêca gelî Kurdan! Heta ji we tê Lûþê bixwin. Li nav baxçên xwe û balkonan biçînin belkî þîn bêt. Heke þîn hat hema bixwe, vexwe, lêxe û lotikan bavêje. Heke þîn nehat hûn û talihê xwe.