Lotikxane

 

 

Mihemed Soran

 

 Hinek dikin, hinek dixwin

 

 

               De rabe Barzanî, rabe bibîne!

 

Li ser bextê gendel, diz û keleþên bajarê Silêmanîyê be, dibêjin li bajarê Silêmanîyê bi dehan milyoner hene ku sermaya wan gihiþtiye milyar dolaran. Milyar dolar ha, ne qirûþek û du qirûþ!

 

Ê helbet niha li Hewlêr, Duhok û çend bajarên din jî milyonerên dolaran çêbûne canim, ma ew ne ji eyþika Ereb in. Bila gendelî û dizî sax be….

 

Ji alîyê din tê gotin ku li Silêmanî, Hewlêr û bajarên din parsek jî zêde bûne. Bi taybet zarokên ku di nava bajêr de destên xwe vedigirin û parsekîyê dikin zêde bûne.

 

Dibêjin di vê derbarê de sekreterê Mam Celal Ebdulla Hacî Seîd, bi sê telaqên jinberdanê sûnd xwariye û bi dilxweþî gotiye: „Bi serê Mam Celal û Nûrî Malikî, dikarim bêjim li Silêmanîyê bi hezaran bazirgan hene milyoner in û bi dehan dewlemend jî hene ku sermaya wan gihiþtiye milyar dolaran“ filan û fîstan.

 

Lê canekem Ebdulla Hacî Seîd, nabêje ku wan dewlemendan ew milyon dolar ji ku anîne û çawa bi dest xistine. Ma milyon û milyar dolar li kolanan nayên dîtin, helbet yan hatine dizîn, yan bi bertîl û gendelîyê hatine bidestxistin û yan jî…..!!??

 

Werhasilî kelam, dibêjin hinek dikin û hinek jî dixwin. Bila malbat û zarokên þehîdên Kurdistanê li kolanan parsekîyê bikin, bi zikek têr deh birçî jiyana xwe bidomînin û bila gendel, diz û çeqel jî li ser xwîna þehîdan bibin milyoner û milyarder..

 

Axxx Mistefa Barzanî tu li kuyî!?

 

Ê de rabe û rewþa zarokên þehîdên þoreþa xwe bibîne ezbenî!

De rabe û bipirse ka ew kes çawa bûne milyoner û milyarderên dolaran ez xulam!

De rabe û bibîne ka çawa Kurdên parçeyên din bûne zarokên jinbavê ruhekem!

De rabe û bibîne ka li ser ked û xwîna te, li ser Kurdewarî û Kurdistanîbûna te çend kêl û qûçên nîfaqê hatine çikandin!

De rabe û bibîne ka çawa keçên te mîna pezên Cejna Qurbanê tên serjêkirin!

 

Û rabe, rabe bibîne ka çend Kurd wê rêbaza te ya Kurd û Kurdistanî diparêzin, xwedî lê derdikevin û pêk tînin!  

 

13.12.2009- Silêmanî

 

 

 

 

Ka xelata Lotikxanê mamo!?

 

Mihemed Soran- 04/07/09-Silêmanî- Li ser bextê PUKmedîayê be rebbî, dibêjin merasîmek taybet ji bo pêþmergeyên kevn yên YNK hatiye lidarxistin û dê weledê xwe avêtiye.

 

Di merasîmê de pêþmergeyên kevn yên dema 1976-77an hatine xelat û payedarkirin û rûmeta wan hatiye girtin.

 

Em jî wek sîxurên Lotikxanê yên Silêmanîyê vê helwestê pîroz dikin û qedrekî mezin didin keda wan pêþmergeyên kevn. Heger ne ji ked û xwîna wan pêþmergeyên PDK û YNK bûye, belkî niha Kurd têk çûbûn û tirr di wan de nemabû. Lê bi saya serê xwîna wan pêþmergan, îro parçeyek ji xaka Kurdistanê azad e û em Kurd bi serbestî lotik û zîtirkên xwe davêjin.

 

Axir, dibêjin xelata kevintirîn pêþmerge ji bo mam Celal hatiye pêþkêþkirin û payedar bûye. Helbet di jîyana her Kurdekî de xeletî û kêmasî bûne. Lê xebat û keda mam Celal jî nayê înkarkirin, ne xelatek lê ew hêjayî gellek xelatan e.

 

Werhasil, erê xelatên pêþmergeyên kevn hatin dan, lê ka xelata Lotikxanê mam Celal? Ma Lotikxane ji Eyþika Ereb e kaka?

 

Law me jî ked da, xwîn da, mal û can da we herdu alîyan (PDK û YNK) cîgerim, yan em hew tên bîra we? Gava me di tengasîyê de alîkarîya we dikir, di rojên giran de çek û sîlehên we li piþta xwe dikir, me bi mal û canê xwe hûn xwedî dikirin, kanîn ew roj bi kude çûn? Ma wefa û mafê bratîyê ev e qerdeþim?  Yan di rojên fireh de herkes kurê bavê xwe ye?

 

Axir, hewceyî bi gotina zêde nîne kakacan. Xelata Lotikxanê jî bidin û xelas!

 

Bi sê telaqan em tiþtekî zêde ji we naxwazin ha, metirsin law. Hema di binê masê re milyonek dolar bidin me bes e. Wille, bille û tille em zêdetir naxwazin ihi, wîî! Hema çend bîdon ji petrola Kerkûkê û ne tiþtek canim, ma wê li talanê we keve ruhekem?

 

De zû biþînin zûûûû…. Xelata me biþînin û wefadar bin kaka…….

 

 

 

 

 

 

 

Bû qurbana lotika xwe kuro, waweylêêêêê!

 

Mihemed Soran- 13/06/09-Silêmanî- Hûn bi qedrê xwedê kin lo, kesî dîtiye yekî pêþmerge ku bi salan þer kiriye û bûye pisporê çek û sîlehan, xwe bi çeka xwe mijûl bike û çeka wî bê “gurmmmm” û pê de biteqe? Law ma meriv berê çeka xwe dide xwe û pê mijûl dibe kaka?

 

Werhasil, gava meriv berê çeka vala dida yekî, digot:”Kuro meke wî, wê þeytan dagire” û ditirsiya.  Kuro nebe ku þeytanê melhûn çeka Muhsînê me dagirtibe?

 

Axir, li ser hersê telaqên Pûkmedîayê be, dibêjin alîkarê wezareta pêþmerge kak Muhsîn Baîz, li malê aciz bûye û gotiye: “De ka ezê biçim nêçîrê û di qûna çend kîroþkan nim nû bêhna xwe derxim” û çûye navçeya Derbendîyê nêçîrê.

 

Li ser bextê kîroþk, rovî û teyrikên Derbendîyê be, dibêjin gava kak Muhsîn xwe bi çeka xwe mijûl kiriye, þeytan hatiye fîþekek daye ber çeka wî û çek li Muhsînê me hatiye xezebê, ew kujtiye.  Hinek jî dibêjin:”Na kaka, bi taybet kîroþkan nifir li Muhsîn Baîz kiriye, nifira wan qebilî ye û lotikek xwariye” filan û bêvan.

 

Werhasilî kelam, kak Muhsîn Baîz çû rehma xwedê û ji nav me bar kir. Ez bi navê Lotikxanê þaxê Silêmanîyê sersaxîyê ji malbata wî re dixwazim û dibêjim: Êdî bes e, bila kesek din xwe bi çeka xwe mijûl neke kaka!

 

 

 

 

Nivîskarê me berê xwe dide paytextê Soranistanê

 

Mihemed Soran- 30/05/09-Silêmanî- Li ser bextê bertîlxur, zinêkar û evîndarên bajarê Silêmanîyê be, dibêjin nivîskarê me yê qirase, boxê berana û kilê çavê keçên 18 heta 65 salî, xwedîyê 84 pirtûkên Kurdî Zeynelabidîn Zinar, wê bê paytextê Soranistanê û semînerek balkêþ bide kakacanîyekanim. Ji wir jî wê vegere kolonistana Soranistanê li Duhoka paytextê Behdînanê semînerekê bide Kurmancekanim.

 

Ev semîner jî wek a Soranistanê ye. Binerin meselê þaþ fêhm nekin ha kaka! Mesele li ser sîqala alfabeya latênî û ya Erebîyekan e. Wey li ser xêrê be canekem. Ê naxwe ev semînera balkêþ û li wê devera balkêþtir bi te maye ya nivîskarê bakurekanim!

 

Axir, li gor fesad û ewanên li ber deriyê tendûra malperên Kurmancekan, dibêjin ku semînera paytexatê Soranekanim roja 7ê Hezîran û ya Bahdînekanim jî roja 9ê eynî mehê de toz û dûman radikit.

 

Heyfa me li vî hefad û xweþmêrekanê me nayê ku serê wî bi xwîn bi ser bakurekan de biþênitin, lê heyfa me tê ku rojnameyên Tirkanekanler bêjin: „Oxweþ! Ka we xwe safî kiriye heta hûn diçin boriya nefta Kerkûk û Eskenderûnê dixitimînin?“

 

Lê we jî bihîztiye ku dibêjin, dema ga dikeve, kêr pir dibin. Me jî wek Lotikxane ferman daye hefad û xweþmêrên xwe, da herin Hewlêr û Duhokê û ew narincok û mayinokên ku li pêþiya nivîskarê me binax kirine, bi dedektoran derxin û di serê wan de bipeqînin.

 

De Xwedê saxî û silêmantiyê bide. Hewara me jî Þêx Evdilqadirê Gêlanî ye ku ji xwe wa ye havîngeha wî li Pirdê ye, deriyê tifaq û teþqeleyan bigre û nivîskarê me bi saxî here û bi selametî jî were. Amînnnnn!

 

Metirse kaka, heta Lotikxane li piþta te be, ne bombe û ne atombombe jî nikarin nêzîkî te bibin û tu sax.....

 

 

 

 

Em amade ne krêdîyê bidin we kaka

 

Mihemed Soran- 18/05/09-Silêmanî- Li ser bextê namûsa Nûrî Malikî be, dibêjin hikûmeta Bexdayê xercên hilbijartinên herêma Kurdistanê nade û bi dek û dolabên bêbavî li paþ dixe. Mesrefên hilbijartinê jî 37 milyon dolar e.

 

Li gora ku Serokê Komisyona Bilind a Hilbijartinê birêz zikmezin Ferec Heyderî dibêje, Serokxenzîr Nûrî Malikî soz daye ku 37 milyon dolar bide, lê dek û dolaban li hev dizîvirîne, peran nade û dixwaze ku hilbijartin dereng bikeve yan jî neyê çêkirin.

 

Ferec Heyderî ji Rûdawê re gotiye ku, „Min di qulê kiro sozan dide lê sozên xwe nayne cîh. Law ma em zarokên te ne tu bi be dilîzî xenzîr, yan 37 milyon dolarên me bide û yan jî emê hefsar têxin stuyê te“ filan û fîstan.

 

Welhasil, Ferec Efendî xwe avêtiye tor û bextê serok Barzanî û gotiye:“Ji bo xwedê û pêxember, bi xêra dê û bavê xwe çend qirûþan bidin me ji bo em li hilbijartinan serf bikin” filan û bêvan.  Yanî, ger qûnekê Malikî 37 milyon dolar nede komisyonê, wê hilbijartinên li Kurdistanê çênebin û wê Kurdekan lotikan navêjin.

 

Îcar ya Ferec efendî, em wek Lotikxane karin bi xêra dê û bavê xwe çend qirûþan bi deynê xwe bidin we kaka.

 

Meselen halîhazir di xezîna me de 25 dolar û 99 cent heye. Qiweta me nagihê 37 milyon dolaran, lê madem Malikî peran nade we, emê krêdîyê ji “The Bank Of Lotikxane” ji we re vekin û 25 dolaran bê faîz bidin we.

 

Em li benda bersiva we ne kaka.....

 

 

 

 

Haþimî jî lotikek li PKK xist

 

Mihemed Soran- 15/04/09-Silêmanî- Van rojan tofan li ser serê PKK rabûye û heçê radibe wê dide ber lotik û pehînan. Ji alîyekî sawcîyên dewleta Tirko mîrkutan li serê DTP û PKK dixin, ji alîyê din Iraqî dixwazin ava serê PKK bikelînin.

 

Li ser bextê elok û mirîþkên Bexdayê be, dibêjin Cîhgirê Serokkomarê Iraqê Tarik el-Haþimî, daxuyanîyek daye televizyona El Hurre û çend lotik avêtine.

 

Haþimî gotiye:“Bi sê telaqên jinberdanê, yan divê em dawî li terora PKK bînin û yan jî divê em rê bidin Tirkiyê ku bê di bakurê Iraqê de bi cîh bibe û PKK ji holê rake“ filan û fîstan.

 

 Yanî, mêro dibêje heger Iraq nikaribe tirrê ji PKK berde, divê em bihêlin ku Tirkiye baregeha xwe li Kurdistanê veke û bide ser piþta PKK.

 

 Axir, ji çar alî ve beroþ û dist danîne ser êgir û ava serê PKK tê kelandin.

 

Îcar di wan beroþ û distan de av dikele, xwîn dikele, goþt dikele ez jî hew zanim. Lê ez zanim ku wê yek ji wan bibe kîroþk û yek bibe tajî. Îcar wê PKK bide ser piþta wan, yan wê ew doxînê li PKK sist bikin tenê xwedê zane.

 

 

 

 

Lotikxanê ji bîr meke ha Mamo!

 

Mihemed Soran- 16/03/09-Silêmanî- Xwedê heye, pir kêfa me ji Mam Celal re tê. Li ber dilê me ji þorba nîskê jî þîrîntir û bi qedirtire ellawekîl.

 

   Welhasil, li ser bextê gendel û bertîlxurên bajarê Silêmanî û Hewlêrê be, dibêjin wê mamê me di sala pêþ de -2009- dev ji siyasetê berde û derkenar bibe. Yanî, wê teqawît bibe û dest bi nivîsandina serpêhatî û bîranînên xwe bike.

 

  Axir, em nizanin wê Mam Celal di bîranînên xwe de behsa xwarina goþtê elokan bike yan na, wê binivîse bê ka di jiyana xwe de çend elok serjêkirina yan na, lê ez bawerim divê mafê elokan neyê xwarin û di bîranînên mamê me de cîhekî germ bigrin. Û Lotikxane?

 

   Haaaaa, Lotikxanê ji bîr meke ha Mamo! Me ewqas pesnê te di Lotikxanê de da, me mirîþk û elokên qelew pêþkêþî te kirin, bi ellawekîl ger tu di bîranînên xwe de behsa Lotikxanê nekî, em heqê xwe li te helal nakin û xelas!

 

 

 

 

Þivanê me xwest û Nêçîrê me jî îmze kir

 

 Mihemed Soran- 24/02/09-Silêmanî- Birastî nizanim ne bikenim, ne bigrîm, ne jî xwe biteqînim û bi yekcarê ji Kurdan xilas bim.

 

Kurdistana baþûrekan bi xwîna þehîdan ava bû. Bi hezaran malbatên þehîdan hê jî tî û birçî, þût û rût li ber dîwaran e. Lê xezîna dewletê car caran ji bo hinek çalakî û tiþtên virt û vala tê valakirin. Gerçî serê petrolê sax be, pere pir in. Lê ku ew pere ji bo tiþtên vala û bê wate bên serfkirin, mirov aciz dibe û kûr kûr difikire.

 

Navbera Hikûmeta Erdogan û Þivan Perwerê me germ û nerm bûye û ha ha peyaman ji hevre diþînin. Hevpeyvînên Þivanê me di TRT û çapemenîya Tirkiyê de tên weþandin, Serokwezîrê Tirk Erdogan fermanê dide Wezîrê Çandê Ertuðrul Günay û dibê „herin bi guhê Þivan Perwer bigrin û wî bînin Tirkiyê, êdî bes e“ û rojev germik û nermik bûye.

 

Helbet ev tiþtên xweþ in.

 

Vegera welêt mafê Þivanê me ye. Divê ew ji toz û zingara xerîbîyê xilas be û êdî di nav milletê xwe de lotikan bavêje. Mesela me ne ev e. Lê mesela me li ser projeyan û serfkirina perên hikûmeta Kurdistanê ye.

 

Em tev dizanin ku ji bo vegera welêt hinek mahne, rê û rêbaz pêwistin ku mirov karibe xwe pê bigre û bike sedema vegera xwe. Yan na hema raste rast vegera welêt jî nabe, dibe ku di serê hinekan de pirsgirêkan çêke. Meselen mirov kare „çêkirina konserek navnetewî li Diyarbekirê bike sedem û bi xêra beþdarîya wê konserê vegere welêt û rê ji xwe re veke“. Çima na?

 

Þivanê me berî çendakê çûbû baþûr û dosyayek sor bi xwe re biribû. Yanî, bi plan û proje çûbû baþûr.

 

Li ser bextê rojnama Çawdêr a Mela Bextîyar be. Fitne û fesadên rojnama Çawdêr dibêjin Þivan Perwerê me projeyek 234-250 hezar euro pêþkêþî Serokwezîr Kak Nêçîrvan Barzanî kiriye, ew proje hatiye qebûlkirin û Nêçîrê me îmze jî kiriye. Çiye ew proje?

 

Wê Þivanê me „li Diyarbekirê konserek navnetewî ji bo aþtîyê“ çêke û mesrefa wê konserê jî texmînen 250 hezar euro ye.  Li gora projeyê wê ew pere ji bo van tiþtan bên serfkirin:


80.000 Euro ji bo 5 karmendên Alman
42.000 Euro kirêya bîroyê
18.000 Euro ji bo reklaman
85.000 Euro, bilêt, razan
9.000 Euro ji bo mêvanan
Û mesrefên din.
 

Hûn dibînin ne?

 

Gelo bi 250 hezar euroyî çend malbatên Kurd, çend malbatên belengaz tên xwedîkirin? Ma ku ev pere li malbatên þehîdan, li Kurdên tazî û birçî yên beþên din bihata belavkirin ne bixêrtir bû? Yanî konsera aþtîyê û çi? Aþtîya çi û halê çi?

 

Ê baþe babam, bi sê telaqên jinberdanê Þivanê me têra xwe dewlemend e û kare van peran ji bêrîka xwe jî bide. Lê nade. Madem Serokwezîr Kasimpaþalî Receb vegera Þivanê me dixwaze, çima Þivan mesrefa konserê ji Receb beg û hikûmeta wî naxwaze? Yan xezîna dewleta Tirkiyê vala bûye?

 

Welhasil, mijara me ne dijminatî û zimandirêjîya kekê me Þivan Perwer e. Ew çavê me ye, baþ xerab xizmeta wî heye û vegera wî jî pêwist e, pîroz e. Lê hinek lotikên ne li rê tên avêtin ku em bixwazin nexwazin dilê mirov dixele, dêþe û ji her tiþtî sar dibe.

 

Gotinek Tirkan heye dibêjin:“Devletin mali denîz, yemîyen kerîz“

Ango, „Malê dewletê derya ye, kesê nexwe (haþayî civata hazir) ker e“

 

Îcar gelî rayedarên hikûmeta Kurdistanê, ji bo Xwedê û Pêxember, erê malê dewletê derya ye, lê wî malê zêde li masîyên birçî yên di nava wê deryayê de par vekin. Zikê têr ji xwe têr e, li zikê birçî bipirsin kakaaaaaaaaaaaaaaa…….

 

Erêêêê erêêêê,,, Ji berê de gotine „Haya zikê têr ji zikê birçî nîne“.

 

Ev tenê rast e û hûn ji min re sax!

 

 

 

 

Weyla ez serê te di qûna Kurdan xim û hew!

 

Mihemed Soran- 01/02/09- Silêmanî- Tirkê Tirk, dewþîrmeyê ku ji pozê Kurdan ketiye lê bi nanê Tirkan mezin bûye, yanî Îbrahîm Acisês ê Ruhayî, di her bernama xwe de pesnê Tirkan, ala wan û bextewarîya Tirkbûnê dide û haþa min hizûr xwe li me Kurdan diceribîne. Lê em Kurd dikin û nakin dev ji alastina qûnreþê lehmecûncî bernadin û wî dikin taca serê xwe.

 

Welhasil kaka ciyan, kêm zêde tê bîra we canekem. Gava Îboþo hatibû Hewlêrê çi kiribû? Ala Tirkan di dilê Kurdistanê de çikandibû, hildabû û di mala me de jî Tirkayetî kir û dest avêt namûsa me.  

 

Îcar me ji vê lotika wî têr nexwar û þerm nekir, em îro wî dawetî Silêmanîyê jî dikin û dibêjin.”Ê de were qerdeþim, were li Silêmanîyê jî ala Tirko biçikîne cîgerim. Çawa be em Kurd li ber xwe nakevin û pozê me naþewite, ha xîret û ha pîvazek xirabe li cem me weke hev e. De were li Silêmanîya kakacanan jî pesnê Tirkayetîyê bide û lingê xwe têxe me” filan û fîstan.

 

Axir, dibêjin Armanc Kemal û Kawa Baqî efendî wek nûnerên televizyona Kurdsatê çûne Tirkiyê. Armancê me çûye xwe li ber lingê Îboþ beg kiriye merþ û cilik û jê xwestiye ku bê li Silêmanîyê konserekê bide Kurdekanên Tirkperestekan.

 

Ê helbet canekem, ma Îbo vê fersendê direvîne? Naaaa! Ew dixwaze lotikên Hewlêrê li Silêmanîyê jî bavêje û li wir têra xwe bêje “ne mûtlî virqim dîyene”.  

 

 Ez serê we neêþînim û wek zikê Mam Celal nekim balon û nepox, em Kurd li ber xwe nakevin. Ne pozê me diþewite, ne xîreta me dijene û ne jî misqalek hestên Kurdayetîyê bi me re maye.  Ma ku mabûya me îsotçî Îbo dawetî Kurdistanê dikir?  

 

Ê de were qerdeþim were. Lê ku tu hat çend kîlo îsotên tûj jî bi xwe re bîne. Her pozê me Kurdan bi lotikan naþewite. Belkû hema bi xêra wan îsotên tûj bibe fiþe fiþa pozê me û hinekî biþewite kaka.....

 

 

 

Mam Hemîd wek serokwezîrekî hat pêþewazîkirin bavo

Mihemed Soran- 31/10/08-Silêmanî- Piþtî serdana mam Celal li Koçka Selam a Bexdayê, mamê me Hemîdê Hecî Derwêþ vegerîya Silêmanîyê û wek serokwezîrekî hat pêþewazîkirin ellawekîl. Em nizanim li Bexdayê çend elok bi Mam Celal re xwarin, lê qedr û qîmetê ku li balafirgeha Silêmanîyê jê re hat nîþandan, elameta vê ye ku wê malik li elokên Silêmanîyê xerabibe û fermana elokên Silêmanîyê rabe.

Agahdarîyên ku ketine destê me, dibêjin elokên Silêmanîyê ji tirsa ku bên serjêkirin bi çol û çiyayên Silêmanîyê ketine û koçber bûne. Herçiqasî Mam Hemîd merivekî dilnazik û dilbirehm e jî, lê wek adet divê rayedarên Silêmanîyê çend elokan jê re bikin qurban û xwînê birjînin.

  Serokê Elokên Silêmanîyê birêz Elokê Nikildirêj bi taybet ji Lotikxanê re got:“Êdî bes e! Mamo me dixwe û mêvanên wî me dixwin. Êdî tehamula me nemaye, yan emê dest bi serhildanê bikin û yan jî emê derkevin serê çiyê û dest bi þerê pêþmergeyatî bikin kaka“ û gazindên xwe kir.

Welhasil, mamê me Hemîdê Hecî Derwêþ wek serokwezîrekî hat pêþewazîkirin. Îcar çi hikmet di vê de hebe hûn bêjin exûyî.