Lotikxane

 

Miradê Torî

 Aqil xelata insên e

 

 

 

Lê binerin û pênc salên zêde bijîn!!

Yabo min lêkolîn dîtine, lê bi sê telaqên bê fitû, bi serê Îsa û Mûsa, min lêkolîna wek vê lêkolînê xweþ nedîtiye. 

Li Almanya lêkolînek balkêþ hat çêkirin. Lêkolînek wilo xweþ ku hêjayî xelata Nobelê û xelata Xaltîka Fatê ye.

Li gora lêkolîna ku li ser dirêjkirin û zêdebûna temenê zilaman hatiye çêkirin, derketiye holê ku zilamên li memikên xweþik ên jinan dinerin, pênc sal li temenê wan zêdetir dibe.

Lêkolîn li ser 500 zilaman hatiye kirin. Ji wan 500 zilaman, kesên ku rojê 10 deqîqan li memikên jinan nerîne, þehweta wan zêdetir bûye, xwîna wan zêdetir geriyaye û ev jî bûye sedema rêlibergirtina zixta dil. Li gora encama lêkolînê, kesên ku rojê 10 deqîqan li memikên xweþik û têrgoþt temaþe dikin, weke ku rojê nîv seetê sporê bikin zînde dibin.

Werhasil, piþtî vê lêkolîna xweþ, min bi xwe biryar daye her þev herim dîskotek û lotikxanan û ji xwe re deh deqîqan li memikên germik û nermik binerim gelî xwendevanan. Êdî spor mipor ji min re nelazim.

Memik bavê min memik, wey ez bi qurbana wilo lêkolîn bim erê welle.......

25.12.2009

 

 

 

Bihuþta rengîn li Fransayê ye

 

Birastî min þerm û fedî dikir ku ez vê serpêhatîya xwe ji we re bêjim. Lê min dît ku çare tune û ezê di nava xwe de biteqim, de min go hema ezê serpêhatîya xwe bi xwendevanên Lotikxanê re par vekim û bayekî ji ber serê xwe berdim.

 

Axir

 

Havîna derbasbûyî, min xwest ez ji pitepita jin û zarokan xelas bim û herim bajarekî tenha, serê xwe rehet bikim. Kuro ma pite pita jinê tê kiþandin law? Na. Bi sê telaqan ji êþkenca hepsa Diyarbekrê jî xerabtir e, ya starrrrrrrr û hew!

 

Werhasil, qûnekek hevalê min hebû jê re digotin Virnîko. Rabû min telefonî Virnîko kir û gotê:“Kuro Virnî, tu ji rovîyan zêdetir digerî, ka bêje bê kîjan bajar tenha û xweþ e, ez dixwazin heftakê ji pite pita jinikê xelas bim law“ û jê pirsî.

 

Virnîko rabê got:“Bi her þeþ telaqên binberdanê, bajar ji bajarê Cap D’Agde xweþtir tune, tam ciyê kêf û seyranê ye. Lê binere hay ji qûna xwe hebe ha Mirado“ û xatir xwest.

 

Hema heman rojê min bilêta xwe birrî, li kera xwe siwar hatim, ya alla û ya xwedê min berê xwe da Cap D’Agde.  Yabo min dît û hûn nebînin, hayhoooooo li van qûnên tazî, li van xirr û memikên berdayî, li van zilam, jin û zarokên þût û rût. Dê weledê xwe avêtiye, temamê bajêr tazî ne, tazî digerim, tazî dixwin û vedixwin û hema nayê gotin lo.

 

Yabo ez çûm otêlê, tu zilam yan jinekê bi cil û berg nabîni, na. Tew hinek miþterîyên otêlê gava çav li min ketin ku ez ne tazî me, henekê xwe jî bi min kirin.

 

Ezê zêde dirêj nekim. Ez heftakê li Cap D’Agde mam. Lê Cap D’Agde jî Cap D’Agde e haaaaa, bihuþta rengîn e ellawekîl. Min heftakê kêfa xwe kir, min têr qûn û memikên tazî dîtin û ez dîsa pîs pîs vegeriyan ber pite pita jinikê.

 

Lê þikir ji xwedê re ku min qûna xwe li ser nekir ha, na. Destek min li ser qûna min bû û destek jî li ser mêrik bû. Min nehiþt kesek tiliyan bavêje bin dûvê min ellawekîl, ez brê we me wî….

 

Îcar qurban, heger hûn dixwazin havînî bihuþtê bibînin, werin Cap D’Agde a Fransayê. Bi namûs bihuþta Ewrûpayê evder e. Lê wek Virnîko ji min re got, ez jî ji we re dibêjim qardaþim. Heger hûn hatin Cap D’Agde, hay ji qûna xwe hebin û hew! Bela kes nexe we yabo, hûn dixin kê hûn serbest in û hûn sax…..

 

05.12.2009

 

   

 

 

 

 

Mamo firiya Parîsê

 Li ser bextê fitne û fesadên Silêmanîyê be, dibêjin mamê me Mam Celal bi hewa ketiye û berê xwe daye Fransayê cem Sarkozy. Dibêjin piþtî Fransayê wê mamo bifire Polonyayê jî û çend lotikan li rayedarên Polanyayê jî xîne.

Dibêjin wê mamê me bi Srakozy re têkilîyên Fransa û Iraqê nîqaþ bike û îskanek þeraba sor bi Srakozy re vexwe. Lê meraqa min ev e ka wê mamê me lotikvana germik û nermik Carla Brûnî jî bibîne yan na.

Hûn zanin, awirek Carla Brûnî ji hezar þûþe þeraba sor xweþtir û germtir e. Tew îcar go goþtê elokan jî li ber þeraba sor û Carla Brûnî be, oxxxxxx, bihuþta rengn e lo. Ma jê xweþtir?  

Ê de bajo mamooooooo, ji kerema xwe ji dêvla min ve jî destê xwe di ser serê xanim Carla Brûnî re bibe mamo can….

 16/11/09- Parîs

 

 

Gelo wê Kurd ji Medya xanim fedî bikin?

Miradê Torî- 18/10/09- Parîs- Keça Kurd Medya Ornek, a ku 10 salî ye û di mala xwe de qursa zimanê Kurdî vekiribû, ji alî kovara Fransî „Elle“ ve di nav 10 jinên navdar ên cîhanê de ket rêza yekem û serê me Kurdan bilind kir. Her bijî keça Kurd Medya Ornek!

Helbet di vê serbilindîyê de keda Þaredarîya Sûrê ya Diyarbekirê û serokê wê Abdullah Demîrtaþ jî pir e. Ji wan re jî her bijî û xwedê 25 horîyên bihuþtê bide Abdullah Demîrtaþ rebbî.

Mesela me li ser xîretê bû, li ser hestên Kurdewarîyê bû.

Hesab li cem we gelî xwendevanan, keçika 10 salî di mala xwe de derza Kurdî dide zarokan û þagirtên xwe fêrî zimanê Kurdî dike. Gelo çend serok û qaþo rêberên tevgera azadîya bakurê Kurdistanê wek Medya Ornek a 10 salî xîretkêþ in? Çend ji wan bi Kurdî zanin û zarokên xwe fêrî Kurdî dikin? Çend ji wan di malên xwe de zarokên Kurdan fêrî Kurdî dikin? Yan çend ji wan zarokên xwe bi þildim bildima Tirkî perwerde dikin û bi navê bratîya Kurd û Tirkan (ne bi xêr) wan asîmîle dikin?

Îcar pirsa min ji we ev e gelî lotikvanan:

Gelo wê serok, rêber, qadro, lotikvan û zîtirkvanên Kurdên bakur ji helwesta Medya Ornek þerm û fedî bikin? Gelo wê pozê wan biþewite û li zimanê xwe xwedî derkevin?

Ez bi xwe nizanim, lê hûn!?

 

 

 

 

Perên xwe nedin biyanîyan, çekên xwe ji Lotikxanê bikirin canekem

 

Miradê Torî- 14/09/09- Parîs-  Li ser bextê rojnama Fransî Le Fîgaro be, dibêjin xwedêgiravî rayedarên eyaleta Soranistana Kurdistanê bi hikûmeta Sarkozy re ketine nav bazara kirîn û firotina çek û sîlehan û hevdu dane ber lotik û pehînan.

 

Lê dibêjin ji ber ku Sarkozy merivekî serhiþk e û ditirse ku navbera wan û hikûmeta Bexdayê têk biçe, çekên xwe nafroþin Kurdekan û tiþtekî naxin xurcika wan.

 

Axir, dibêjin dîplomatekî Fransî navê xwe nedaye û ji rojnamê re gotiye:“Kaka, jina min ji min berdayî be, ez bi serê Sarkozy û doxîna Carla Brûnî kim, em ji hikûmeta Bexdayê newêrin baba. Bila Kurdekan herin pirsgirêka çekan bi Nûrî Malikîyê sermezin re çareser bikin ruhekem“ û Kurdekan paþûpê li kerê siwar kirine.

 

 Werhasil, em jî wek Lotikxane ji rayedarên Kurdistanê re dibêjin: Perên xwe nedin biyanîyan kaka. Çek û sîlehên Lotikxanê pir û zêde ne. Madem qaþo em bra û dostên hev in, emê çekên Lotikxanê bi nîvê heq, bi mesrefek „fîftî fîftî“ bidin we û xelas. Ma li Lotikxanê ji çek û sîlehan pirtir çi heye?

 

Ê de haydê ruhekem, perên xwe bînin û werin de….

 

 

 

 

 

Parêzer beg jî da bin dûvê wan

 

Miradê Torî- 19/07/09- Parîs- Wezîrê Karûbarê Ewrûpa yê Fransayê Pîerre Lelouche, wek berdevkê dewleta Tirkiyê lobî ji wan re dikir û yek ji piþtgirê endametîya Tirkiyê bû. Lê xuyaye êdî tirr têde nemane û bi Tirkan beicî ye.

 

Pîerre Lelouche, piþtî ku dît Tirk zû bi zû nabin Ewrûpî û serê wan ji kevir hiþktir e, rabû dîtin û helwesta xwe ya di derbarê Tirkiyê de guhert û got: Êdî bes e!

 

Pîerre Lelouche, di derbarê Yekîtîya Ewrûpayê de vê carê li dij endametîya Tirkiyê derket û lotikek bêîman li der qûna wan xist. Pîerre Lelouche dibêje:“Jina min ji min berdayî be, bi hersê telaqên jinberdanê divê ciyê Tirkan di Yekîtîya Ewrûpayê de tunebe. Erê divê Tirkiye bi Ewrûpayê re be, lê divê ne di nava Ewrûpayê de be birê min“ filan û fîstan.

 

Piþtî vê helwest û lotika bergîlkî, îcar Tirk bûn wek gurên devbikef û ha ha êrîþî rebenê Pîerre Lelouche kirin û dikin.  

 

Pîerre Lelouche, sedema guhertina dîtin û helwesta xwe bi derengketina reformên li Tirkiyê ve girê dide û ji kovara L`Express re dibêje:“Yaw babam, ma em nikarin heta roja qiyametê li bendî gavavêtin û reformên Tirkiyê bin wî, ma em zarokên wan in cîgerim? Madem soza pêkanîna reforman kiriye, bila stuyê xwe û 101 bavê xwe biþkînin û bilezînin. Ma bi lîztik û dek û dolabên Elî Osmanî em tên xapandin bavê min” û serê Tirkan li hêt û dîwaran dixe.

 

Werhasilî kelam, parêzerekî Tirkan di Yekîtîya Ewrûpayê de hebû, wa wî jî da bin dûvê wan û ev tirr ji wan re nehiþt wesselam…..

 

 

 

 

Abdullah Ocalan dîsa hat girtin

 

Miradê Torî- 06/06/09-Parîs- Li ser bextê polîsên Fransayê be, dibêjin polîsên Fransî operasyonek qirase li dijî endamên PKK çêkiriye û tirr ji 7-8 kesan berdaye. Lê tirra herî mezin û ecêb çibû hûn zanin gelî lotikvanan? Abdullah Ocalan jî hat girtin. Abdullah Ocalan kuro!?

 

Yaw bavê min, ma Abdullah Ocalan kengî ji girava Îmralîyê reviya û hat Fransayê law? Ma çend Abdullah Ocalan hene cîgerim? Xwedêteala Abdullahek ji Kurdan re bexþandiye û ew jî li Îmralîyê xwe daye tehlîlên kûr û dûr, þirove û tefsîrên ser „dewletçîk“ ê. Îcar çi îþ û karê sayin baþqan li Fransayê heye ji bo xwedê?

 

Werhasil, dîsa li ser bext û namûsa eroînfiroþên kolanên Parîsê be, dibêjin gava yekî polîs Xebatê me girtiye û li nasnama wî nerîye, di nasnama wî de nivîsandiye „Abdullah Ocalan“ û hema yekser nasname ji destê yê polîs ketiye û ji tirsa bûye vite vita qûna wî. Ê polîs hema dest avêtiye demança xwe, daye ser cênîka Abdullah Ocalan û gotiye.“Aha îcar min te girt! Law ez li ezmana li te digeriyam lê tu li erdê bi dest min ket, tu kengî ji Îmralîyê revyaye oxlim?“ û destê Abdullah Ocalan kelemçe kiriye.

 

Ez serê we neêþînim, Xebatê me, yanî Abdullah Ocalanê duyemîn jî bi komployek navnetewî hat girtin û ket qulikê. Îcar wê Kurdên Fransayê ji bo serokê xwe çi tofanê bînin serê Fransayê ez jî nizanim….

 

 

 

 

 

Roj TV dawa wê li serê wê pêça

 

Miradê Torî- 02/05/09-Bruksel- Roj TV bûye melkemotê dewleta Tirk û ha ha tirr û fisan ji rayedarên dewletê berdide. Bi roj bûye tirsa dilê wan û bi þev jî bûye kabûs û bêhnê li wan diçikîne.

 

Welhasil, li ser bextê qûnek û lezbîyenên Parlamentoya Ewrûpayê be, dibêjin wezîra dewleta Tirk sayin xanimefendî Nîmet Çûbûkçû (yan jî odûncû) beþdarî panêla bi navê „  Tirkîye de awrat“ bûye û piþtî panêlê xwestiye di civînek çapemenîyê de çend lotikû zîtirkên Tirkane bavêje. Xanimê hatiye li ser kursî rûniþtiye, kuxiyaye û qirika xwe ji belxemên cigarê pak kiriye û gotiye bismillah.

 

Lê hê ku negotiye elhemdulîllah, çav li peyamnêrê Roj TV ketiye, belxema wê di qirika wê de asê bûye û çend dilopên hêsran ji çavên wê gindirîne ser masa wê.  Xanimê lal bûye, çavên wê di nava serê wê de wek zotka mirîþkê sor bûne û qîriyaye:“Roj TV ji salonê derxin lan!“.

 

Lê piþtî ku kesî hesabê gotina wê bi pîvazekê nekiriye, piþta qemçika xwe xurandiye, salon terk kiriye û çûye di odeyek reþ û tarî de tenê bi rojnamevanên virqo re civiyaye.

 

Axir, Roj TV Bruksel li xanimefendî herimand û kir go Nîmet xanim li hatina xwe poþman bibe.

 

Yaw sayin û qîmetlî Roj TV peyamnêr û mixabirlerî, beþdarî civînên sermezinên dewleta demokratîk cimhûrîyetê nebin qerdeþim. Ma çavê we lê ye rebenan kezebreþî bibin û zarokên xwe sêwî li ber dîwaran bihêlin babam, wey!

 

 

 

Ew jî homo derket yabo

Miradê Torî- 27/01/09-Parîs- Homoseksueltî bûye parçeyek ji jiyana insên û bi pêþ dikeve. Xuyaye wilo here, wê di salên pêþ de jin û mêr bibin dijminên hev û wê du rist çêbibin. Rista jinan û a mêran.

Wezîrê Fransayê Roger koutchî jî homosektîya xwe eþkere kir û got:”Ez ji pêþ de nadim, ji paþ de didim qerdeþim, ma dinya ne hurrîyet e. Ez ji kîjan alî de bidim û bistînim pirsgirêka min e. Ma qûn ne qûna min e, wîî” filan û fîstan.

Welhasil, çawa ku di nav ne Kurdan de haþa min hizûr di her beþî de qûnek hebin, di nav xelkê de jî hene. Hem jî di hikûmetê de haaaa!

Îcar bila xwendevanên me hay ji vê vîrûsa homoseksueltîyê hebin cîgerlerim. Doxîna xwe bi werîsekî qalind girêdin û hay ji namûsa xwe hebin.

Heger hûn jî wek mîsyo Kautchî doxînê li xwe sist bikin û xiyarên Mêrdînê li dora xwe bicivînin, wê namûs bibe bexdûnis û civaka me bibe civaka “þorba nîskê” ellawekîl.

Ji me gotin...

 

 

Gerek Colet bibûya serokê Kurdan

Miradê Torî- 20/01/09- Fransa- Kurd pir ji peyv û axavtinê hez dikin. Lê pirêza wan ne li gora axavtina wan e. Hema kî zimandirêj be û kî karibe zêde lotikan bide xwe, ew derdikeve pêþ. Heta niha min digot qey kesek wek Kurdan nikare dûdirêj biaxive û biçirîne. Lê babam, Lûîs Colet ê Fransî tirr ji me Kurdan berda û qûça xwe rakir.

Lûîs Colet ê 62 salî li ser hev, bê rawestan tam 124 seetan axivî û ket pirtûka Guînness a rekoran. Mêro 5 roj û 4 þevan li ser hev axivî, çirand û çirvirand û navek bi dû xwe xist.

Lûîs Colet, li qeza Perpîgnan a Fransayê li pêþ sê rayedarên fermî dest bi axavtina xwe kir û 124 seetan axivî, rekor þikand. Tabî temaþevanên wî di ber axavtina wî re bi seetan di xewre çûn û tam 124 seetan dengê Colet ji guhê wan derneket.

Ez serê xwe û we neêþînim, ez dibêjim gerek yekî wek Lûîs Colet bibûya serokê me Kurdan ellawekîl. Hema bila bigota, bigota û hetta go tirr di me de bibûna fiss biaxivîya.

 Kesên go bixwazin wek Lûîs Colet bibin pisporên axavtinê û zimanê wan 124 seetan nesekine, bila serî li Lotikxanê xin kaka.

 Komisyon û simsarîya me ji %10 e. Perê xwe bidin û bibin zimandirêj, de qurban deeeee....

 

 

Destê Ehmedînejad nagihê, li gor dilê xwe lotikan davêje

Miradê Torî- 26/12/08-Fransa- Modêla Îranî Fadîme Mubara ji Îranê revyabû Fransayê û qîma xwe bi jiyana bin çarçefê nanîbû. Îcar xanimê li Fransayê li gora dilê xwe lotikan davêje û dinya ne di xema wê de ye.

Erê Fadîme xanimê jiyana li Îranê naecibîne, lê piþtgirîya taximê fûtbola Îranê jî dike û laþê xwe bi forma taximê Îranê boyax kiriye. Hem jî bê derpî haaaa, laþekî þût û rût û forma taximê îranê.

Li ser bextê fesad û ewanan be, dibêjin Ehmedînejad ji dostekî xwe re gotiye.“Axxxxxxx, ax ku min ew dêlegur bigirta. Min zanîbû bê ezê çi tirr û fissan jê berdim lê çi fêde. Xanimê li Fransayê ye û forma taximê me li nav þeqê xwe dineqiþîne wey liminnnnnnn“ û keserek ji kûranîya dilê xwe berdaye.

Welhasil, Fadîme Mubara forma taximê fûtbola Îranê li ser qûn û memikên xwe neqiþand. Îcar bêhna parfûmê yan bêhna tiþtekî din ji wê formê tê ez jî nizanim ellawekîl!

 

 

 

Bêaqil li bêaqilan rast hatine

Miradê Torî-21/11/08-Belçîka- Dezgeha “Eurofond” a Ewrûpî bi lêkolînekê piþtrast kir ku Tirk bêaqil û nexweþin. Di lêkolîna Eurofondê de Tirk di warê nexweþîya êqil de di rêza %47an de ne û ev jî hejmarek pirr bilind e.

Lêkolîn li 31 welatan û bi 31 hezar kesî re hatiye çêkirin. Di vê lotika lêkolînê de yên ku herî aqilnexweþ, nebextewar û girêdayî siyeseta dewleta xwe ne, Tirk in.

Li ser bextê xelkê be, dibêjin piþtî lêkolîna Eurofonda Ewrûpî, Ewrûpî ketine helakê û tirr di wan de bûne fiss. Ewrûpî bawerin ku heger Tirk bibin endamê Yekîtîya Ewrûpayê, wê sedî sed Ewrûpîyan jî bi xwe re bêaqil û nexweþ bikin û wek mirîþka gêj bînin serê Ewrûpîyan.

 Lê pisporên Tirk jî dibêjin:”Yox canim, ma ji xwe xwedê jî Tirk e. Xwedê aqilê zêde û pakij daye me Tirkan. Ka ji me biaqiltir kî heye lan” û xwe diparêzin.

Lê mixabin, di lêkolîna Lotikxanê de rastîyek din derket holê. Ew jî ev e:

 Ji ber ku bi sedê salane Kurd kurtanê kerên Tirkên kêmaqil in û ha ha qûna wan dalêsin, bêaqilê bêaqila ne.

Yanî, her çiqasî Eurofonda Ewrûpî fedî kiribe bêje jî, lê Kurd ji Tirkan jî bêaqiltir û nexweþtir in wesselam!