|
Lotikxane |

Nûrî Çelîk
|
Çê kiro bi xwe kiro, xirab kiro bi xwe kiro |
Kevok firandin,baz û baþoke hiþtin
Van rojan mijar û rojeva Tirk û Kurdan pir aloz û serûbinê hev bûye. Birastî hinek bûyerên ewqasî tarî û ne di fêda Kurdan de tên kirin ku aqilê meriv ranagire, disekine.
Piþtî
ku hinek peyamên ne di xêra Kurdan de hatin dan û mesela 17 santîmên girava
Îmralîyê rojeva Kurd û Tirkan
serûbinê hev kir, xuya bû ku wê
hinek kiryarên tarî û provokasyonên ne di berjewendîya Kurdan de bên kirin. Ji
xwe hertim wisa bûye. Çi cara ku Kurd hinekî dikevin rehetîyê û mijara
çareserkirina pirsa Kurd dikeve rojevê, hew we dît ku ji herdu alîyan ve (baskek
ji dewletê û baskek ji PKK) dek û dolab hatin gerandin, mij û dûman bi ser
rojevê ket û provokasyonan dest pê kir. Kiryar û alozîyên ku tu eleqa wan bi 17
mîlîm û santîman ve tunebû û tuneye, bûn sedem ku Kurd dîsa di qada navnetewî de
têkevin devê xêrnexwazan û pêvajoya ku ji bo xêra Kurdan nerm bûbû, bê
alozkirin.
Kuþtina 7 eskerên li bajarê Tokatê, bû zêdebûna ser kezebê û rojev yekcarî ji hevde xist, pêvajo li dijî Kurdan guherî. Tu kesekî ku guman ji çeteya Ergenekonê û provokasyona wê nekiribe nemabû. Ji serokkomar, serokwezîr û piranîya dem û dezgehan bigrin heta bi rewþenbîr û nivîskarên Tirk û Kurd bawer bûn ku destê Ergenekonê di kuþtina wan 7 eskeran de heye û ev rasterast provokekirina pêvajoyê ye.
Serokwezîr li Amerîkayê ye, girtina DTP di rojevê de ye, kiryarên qirêj yên endamên artêþa Tirkiyê eþkere bûne, girêdana serekerkanîya artêþa Tirk û çeteya Ergenekonê derdikevin holê, tê fêhmkirin ku mezela Ocalan ne 6 metreqare (wek ku Ocalan û DTPîyan digot) lê 17 santîman ji mezela wî ya kevin kintir e, di nava DTP de duserîtî dest pê dike û di derbarê pêvajoya demokratîk û aþtîyê de peyamên ji hev cuda tên dan (Ahmet Turk digot pêvajoya aþtîyê xelas nebûye, lê Emîne Ayna bi hiþkî digot ku pêvajoya aþtîyê bi Îmralîyê xelas bûye) û rojev pir aloz û germ e. Ji bo sergirtina van pirsgirêk û alozîyan çi pêwist e? Kuþtina 7 eskerên li bajarê Tokatê.
PKK sê rojan bûyer negirt ser xwe, bêdeng ma. Piranîya Kurd û Tirkên aþtîxwaz di nava wê tirsê de bûn ku PKK xwedî li kuþtina eskeran derkeve û pêvajoyê sabote bike. Piranîya Kurdan hêvî dikir ku PKK vê kiryara qirêj negre ser xwe û rûn li ser nanê dewleta Tirk û çeteye Ergenekonê neke. Lê çi bû piþtî serdana parêzerên Ocalan bû. Piþtî parêzerên Ocalanos (ji qewla Ehmed Huseynî ve) ji qibleya Îmralîyê vegeriyan, PKK kuþtina 7 eskeran girt ser xwe, Kurd û Tirkên aþtîxwaz xeyalþikestî kir, darbeyek mezin li Kurdan û radîkalên di nava DTP de ne xist û dîsa berjewendîyên gelê Kurd û Kurdistanê kir bi qurbana berjewendîyên xwe û serokê xwe.
Tiþtekî balkêþ jî ev e ku, Dadgeha Makzagonê roja çarþemê biryara girtina DTP nade (wê rojê parêzer diçin serdana Ocalan) û biryara xwe taloqî roja înê dike. Hem PKK piþtî serdana parêzerên Ocalan kuþtina 7 eskeran digre ser xwe û hem jî Dadgeha Makzagonê piþtî vegera parêzeran biryara xwe dide, DTP dide girtin. Gelo ev tev lihevrasthatin û tesaduf in nizanim, lê dixuye ku biryar ji yek navendê derdikeve, derketiye.
Yek ji tiþtên balkêþtir jî ev e ku, Dadgeha Makzagonê wekîltîya DTPî yên radîkal û aþtîxwaz ên wek Ahmet Turk û Aysel Tûglûk (demek dirêj e ku Aysel Tûglûk peyamên ne bi dilê PKK didan û di qada siyasî de zêde dernediket pêþ) cemidand û dengê xwe ji kesên wek Emîne Aynaya ku berdevka þer û pevçûnan e, nekir. Dadgeha dewletê pir eþkere “baskê kevokên di nava DTP de þikand, ew ji qada siyasetê dan firandin û meydan ji baz û baþokeyên þerxwaz ên mîna Emîne Ayna û kesên din re hiþt”. Gelo ma ev jî lihevrasthatin û tesaduf e? Werin rê li ber kesên aþtîxwaz û nerm bigrin û dengê xwe ji þerxwaz, baz û baþokan re nekin. Gelo ev dikeve serê kê? Bi kurt û Kurmancî, dadgeha Tirk pir eþkere rê li ber kesên ku bi dil û can ne Apocî ne girt û hefsar xist destê kesên wek Emîne Ayna û þerxwazên mîna wê.
PKK û baskek ji devleta Tirk a kûr bi kiryarên xwe yên dawî, beyî ku pêwîstîya emelên xwe yên hevbeþ veþêrin, dest di dest de dînamîtê dixin bin demokratîzebuna Tirkîyê û rêdana çareserîya pirsgirêka Kurd. ji ber ku îro pirsgirêka Tirkiyê ya herî mezin pirsgirêka Kurd e. Lê ev pirsgirêka mezin a Kurd ne pirsgirêka bingehî ye. Pirsgirêka Tirkîyê ya bingehîn pirsgirêka demokratîkbûnê ye. Heger Tirkîye bi demokratîkbûnê pirsgirêka bingehîn çareser bike, wê karibe bi perspektîfek demokratîk pirsgirêka Kurd jî çareser bike. Astenga herî mezin a li pêþiya demokratîkbûnê pirsgirêka Kurd e. Pirsgirêka Kurd li gel demokratîkbûnê astengîya li pêþîya gellek pirsgirêkên din e jî. Ergenekon, gendelî, perên reþ, newekhevîya belavbûna hatinê, newekhevîya fersendên bi her awayî, mafê mirovan, mafê jinan, mafê kêmnetewan û gellek pirsgirêkên din.
Xeletîya bingehîn a nevbera Tirk û Kurdan ev e ku em pirsgirêka bingehîn û pirsgirêka herî mezin têkilhev dikin. Ji ber erka dewletê pêkanîna krîterên demokrasîyê ye. Gava îcar em ji alî Kurdan ve li bûyerê binerin, pirsgirêka Kurd pirsgirêkek netewî ye ku divê bi þiklekî pratîk bê çareserkirin. Lê her çend pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî mezin be jî, hê negihaye taybetmendîya pirsgirêkek netewî. Di derbarê pirsgirêka binhegîn de Kurd wek gel negihane dîtinek hevbeþ. Heger piranîya Kurdan di daxwazên xwe de zelal bibin, wî çaxî pirsgirêka bingehîn û pirsgirêka mezin safî û zelal dibe.
Di nava þêwazên bidestxistina mafê Kurdên bakur de, di dema nêzîk de tekoþîna þerxwazî mimkin nayê dîtin. Þertên ku dewletên emperyalîstên mezin van mafan ji Kurdan re bikin diyarî jî naxuye. Di þertên îro de ji bidestxistina mafê Kurdan re tenê rêyek dimîne ku ew jî rêyên demokratîk in. Di nava þertên îro de di mijara xebata þêwazên demokratîk de ABD û YE li hev kirine ku di vî warî de zixtan bidin Tirkîyê. Wek nimûne, li þûna ku piþtgirîya Kurdan bikin û ji wan re bibin pêlik, bi rêya endametîya Yekîtîya Ewrûpayê zorê didin Tirkîyê. Bi kurtî, di þertên îro de demokratîkbûn nebe çareserkirina pirsgirêka Kurd ne mimkin e.
Bi taybet di vê mijarê de PKK tu hêvîyê nade û ev jî girîngîyek zêdetir dide xebata demokratîkbûnê. Pirsgirêka herî mezin pirsgirêka Kurd, wek astenga di pêþîya demokratîkbûnê de tê nîþandan û hertim demokratîkbûn tê lipaþxistin. Ger pirsgirêka Kurd nebûya, dibe ku niha Tirkîye di mijara demokratîkbûnê de di astek din de bûya.
Tirkîye baþ dizane ku demokrasî çêbibe di serî de mafê mirovan û wê gellek xwestekên din bên rojevê. Tirsa komara Tirkiyê ya herî mezin jî ev e ku bi hatina demokrasîyê mafê serxwebûna Kurdan bê rojevê. Wekî din wê kêmnetew jî behsa mafên kêmnetewan bikin. Ev tê vê maneyê, demokrasî bela serê vê zîhnîyetê ye ku naxwaze ev sîstem demokratîk bibe.
Dewlet dizane ku demokrasî bê Tirkîyê wê daxwazên netewa Kurd jî zêdetir bibin. Çawa ku 80-90 salî hebûna Kurd hat înkarkirin, niha jî bi awayekî pir bi zaniztî hebûna pirsgirêka Kurd tê înkarkirin û terorê derdixin pêþ. Û ev raman bi awayê “Pirsgirêka Kurd tune, pirsgirêka terorê heye” tê formulekirin. Lê gava dewleta Tirk pêwist dibîne wê terora PKK pê bi nav dike li dijî Kurdan bikar tîne, destekê dide wê û dixwaze PKK û Kurdên li dervayî PKKê bîne himberî hev.
Êdî herkes dizane ku parêzerê bingehîn ê PKK dewleta Tirk e. Heger PKK biqede, wê desthilatdarên siyasî mecbûr bimînin PKKên nû, Hizbûllahên nû ava bikin. Ji xwe heta pirsgirêka Kurd çareser nebe xuliqandina terorê pir hêsane. Tê dîtin ku bi vê çûnê wê pirsgirêka Kurd hê demek dirêj berdewam bike.
Li berevajîya ramana serdest, formula rastîn “ger teror biqede pirsgirêka Kurd naqede” û bi rehetî alavên terorek nû karin bên avakirin. Lê ku pirsgirêka Kurd çareser bibe, wê terora ku pêve girêdayî diafire jî ji holê bê rakirin.
Dewletên ku xwe nêzîkî çareserkirina pirsgirêka Kurd nakin, weke ku îro dikin, wê ji îro û pêde jî dest bavêjin terorê û wê bi kar bînin. Divê dewleta Tirk tecrûbeya xwe a 80 salî li ber çav bigre û ji nû ve bifikire. Yan berdewamîya þer, pevçûn, bombebarankirin, nîjadperestî, antî demokratîzm, terorîzma hevbeþ û yan jî mafê Kurdan ê netewî.
Divê neyê jibîrkirin ku, demokrasî wê bibe alîkarê çareserkirina pirsgirêka herî mezin, pirsgirêka Kurd. Lê ev nayê wê maneyê ku divê Kurd li bendî hatina demokrasîya Tirkîyê bimînin û dengê xwe nekin. Li vajayî wê, ji alîkî divê ji bo demokratbûna Tirkîyê kefteleft bê kirin û ji alîyê din de jî derfetên demokrasîya heyî ji bo mafê netewa Kurd bi kar bînin. Divê Kurd ji bo mafên xwe yên netewî hetanî bi dawî bi israr bin.
Dîtinên ku bi tundî li dij “ Li bakur pirsgirêka bingehîn pirsgirêka demokratîkbûnê ye” derdikevin hene. Vê jî wek “Ger mafê netewa Kurd bi demokratîkbûna Tirkiyê ve girêdayî be karê me zehmet e” tînin ser zimên.
Wê gavê divê di serî de PKK û em Kurdên dervayî PKKê alternatîfan zelaltir bikin. Gelo ji bo bidestxistina mafên netewa Kurd, di dema nêzîk de derfet û pêwistîya þerê çekdarî hene? Wek li baþûr çêbû, gelo derfetên ku hêzek super li bakur alîkarîya Kurdan bike heye? Yan ji derveyî tekoþîna rêyên demokratîk, alternatîfên pêbawer hene?
12.12.2009
Nêçîrvan Barzanî û helwestek Kurdewarî
Em Kurd ne xwedîyê siyasetek netewî û Kurdistanî ne. Pirê caran em Kurdistanî nafikirin û her alîyek li berjewendîyên xwe û beþê xwe derdikevin. Kurd ji herkesî zêdetir muhtacî siyasetek Kurdistanî, hevkarî û hevxebatê ne. Kîjan beþê Kurdistanê dibe bila bibe, kîjan partî, dem dezgehên Kurdî dibin bila bibin, gava yekalî bifikirin û siyasetek netewî nedin ber xwe, wê teng bifikirin, bi ser nekevin û ji siyaseta netewî bi dûr bikevin. Ev jî di xisara Kurdan de ye, wê kêfa dijminan li me bîne.

Îro roj barê meþandina siyaseta netewî herî zêde dikeve ser milên brayên me yên baþûr. Ji ber ku halîhazir ên xwedî dewlet, xwedî hêz, xwedî gotin ew in, yên xwedî bandor û derfet ew in; divê karibin li berjewendîyên Kurdên parçeyên din jî bifikirin, xwedî li wan derkevin û ji wan re bibin navenda siyaseta netewî. Her çiqasî dora wan bi dewletên dagîrker hatibe pêçan û heta bi ciyekî rasterast nikaribin eþkere alîkarî û piþtgirîyê bidin Kurdên beþên din jî, lê di gotin û daxuyanîyên xwe de karin bandorekê li awira gelemperî bikin, alîkarê çareserkirina pirsgirêkên Kurdên din bin û bi kêmanî di qada çapemenîyê de deng vedin. Ev kar û erka her Kurdî ye, erka her Kurdê welatperwer e. Çi di rojên teng de û çi jî di rojên firehîyê de, divê Kurd di her halûkarê de destê alîkarîyê dirêjî hev bikin û hevdu bi tenê nehêlin. Kurdewarî û Kurdistanîbûn vê ji me dixwaze.
Hewce nake em bi dûdirêjî behsa þerê brakujî û dijminatîya hev bikin çunkî gelê Kurd ji nakokî û berberîya hevdu têr xwariye û gihaye qonaxekê. Ne tehamila Kurdan ji dijminatîya hev re maye û ne jî tehamila dinyayê. Þert û þirûtên îro berê xwe daye aramîyê, siyasetê û þerê qada demokrasîyê. Cîhana gerdûnî (global) îro vê dixwaze. Dijminatî zirar lê aþtîya navxweyî hestên bratî û Kurdewarîyê xurttir dike. Çawa ku serok Barzanî got „heta ez sax bim ezê nehêlim ku Kurd xwîna Kurd birjîne“, divê her Kurd, her partî û dezgehên Kurdistanî karibin heman sûndê bixwin û xwe ji rijandina xwîna Kurd û dijminatîya Kurdan dûr bixin.
Heger em baþûr jê derxin û rewþa Kurdan binirxînin, emê bibînin ku ji serketinê zêdetir Kurd bi gelemperî di xeterê de ne. Hetta em karin bêjin ku baþûrê Kurdistanê jî ji xeterê xelas nebûye. Her çiqasî baþûrê Kurdistanê îro wek dewlet û xwedî erk bê dîtin jî, piþtî derketina Amerîkayê wê rewþ çawa be kes nizane. Ji texmînan wêdetir tu piþtrastîyek berbiçav nayê dîtin. Ne bawerî bi siyaset û bextê Ereban tê û ne jî bawerî bi siyaset û bextê dewletên cîranên Iraqê (dagîrkerên Kurdistanê) tê. Hevkarî û hîlebazîyên dagîrkerên Kurdistanê kêm nebûne, kêm nabin û wê kêm jî nebin. Dewlemendîya Kurdistanê, pirsa Kerkûkê û gellek sedemên din, ne tenê îro lê wê sibê jî cîh li Kurdan teng bikin û serêþandinê çêkin. Çawa ku bav û kalên me gotine „dijminê bav nabe dostê kur“, divê Kurd tucarî piþta xwe bi dijminên xwe rast nekin û wan wek dostên qedîm nebînin.
Rewþa rojhilat û rojavayê Kurdistanê li ber çava ye. Her çend hinek hêzên Kurdên rojhilat car caran deng ji xwe tînin û þer dikin jî, lê serketinek berbiçav nayê xuyan û dûr e. Rejîma Sûrî zordarîya li ser Kurdên rojava didomîne, ji insanetîyê dûr zilmek mezin li Kurdan dike. Derbederî û jihevketina rêxistin û partîyên Kurdên rojava li ber çava ye. Ne ew bi vî halê xwe karin þoreþê li dar xin û ne jî þert û þirûtên Sûriyê dest didin. Tenê dimîne ku Kurdên penaber li derveyî welêt çalakîyên xwe bikin û dengê Kurdên Sûriyê bighînin awira gelemperîya cîhanê.
Li bakurê Kurdistanê rewþ hinekî cudatir e. Kêm zêde, baþ xirab, di encama þerê 30 salî de hinek derfet bi dest ketine, þaredarî ketine destê Kurdan û wekîlên Kurd di meclîsa Tirkiyê de ne. Þert û þirûtên herêmê, Ewrûpa û dinyayê, hiþtiye ku dewleta Tirk kêm be jî hinek rastîyan bibîne û qebûl bike. Ji alîyekî Yekîtîya Ewrûpayê Tirkan mecbûrî gavavêtin û guhertina hinek tiþtan dikin, ji alîyekî Amerîka zorî dide wan ku dev ji siyaseta xwe ya kevnare berdin û hinek rastîyan qebûl bikin, ji alîyekî xebat û tekoþîna Kurdên bakur cîh li wan teng dike û ji alîyekî jî rewþ û desketinên baþûrê Kurdistanê wan ditirsîne, wan mecbûrî hinek gavavêtinan dike. Helbet sedemek jê jî ev e ku wê Amerîka ji Iraqê derkeve, wê petrola Kurdistanê di ser Tirkiyê re derbasî bazara dinyayê bibe û Amerîka naxwaze piþtî derketina xwe li herêmê þer û pevçûn hebe. Ger þer û pevçûn berdewam be, ger þerê dewleta Tirk û PKK bi awayekî ji holê neyê rakirin, wê Amerîka û dewletên rojava ji petrola Kurdistanê mehrûm bibin û wê ew petrol bi selametî di ser axa Tirkiyê re derbasî bazara dinyayê nebe. Ev jî alîyekî meselê ye.
Belkî gellek caran min gotiye, lê ezê dîsa bêjim. Em bixwazin nexwazin, jê hez bikin yan nekin, îro li bakurê Kurdistanê alternatîf û mixatabê dewleta Tirk û çareserkirina pirsa Kurd PKK û pêve girêdayî jî DTP ye. Ne em xwe bixapînin û ne jî em xelkê Kurd xeyalþikestî bikin. Her çiqasî dewleta Tirk û hikûmeta Erdogan nexwazin yan jî li xwe daneynin bi PKK re rûnên jî, lê dixuye ku ne dewlet bêyî PKK kare pirsa Kurd çareser bike û ne jî ji PKK pêve tu alternatîfên din hene. Ji ber vê jî dawî li arîþe û pirsgirêkên siyasî nayên û pirê caran jî rewþ digihê bergeha þer û pevçûnê.
Me got ku PKK û pêve girêdayî DTP alternatîf û mixatabên dewletê û çareserkirina pirsa Kurd in. Em bixwazin nexwazin ev rastîyek e. Hikûmeta Erdogan û artêþa Tirk (yanî dewlet bi xwe) siyasetek hevreng û hevdeng dimeþînin, siyasetek durû, qirêj û dûrî aqilan. Ji ber ku Tirk li xwe danaynin PKK wek mixatabê çareserîya pirsa Kurd bibînin û pê re rûnên, hewl didin ku xwedênegiravî xwe bi xwe pirsa Kurd çareser bikin. Ew çiye? Ew jî ev e ku dixwazin li ser bingeha tasfîyekirina PKK hinek gavên piçûk bavêjin, tiliya xwe di hingiv dakin û di devê Kurdan kin. Destûra televizyon û radyoyên Kurdî, qebûlkirina navên Kurdî û wekî din. Lê gava dor tê ser qebûlkirina nasname û perwerdeya zimanê Kurdî, efûyek giþtî, guhertina zagonan û hinek tiþtên din, qiyamet dadibe û Tirk xwe li erdê dixin. Yanî, Tirk dixwazin çend hestîyên piçûk bavêjin ber Kurdan û nehêlin ku Kurd behsa daxwazên mezintir bikin.
Axir
Mesela me li ser mixatabîya PKK û helwesta Kurdewarî bû.
Kevneserokwezîrê Kurdistanê kak Nêçîrvan Barzanî, di hevpeyvîna xwe ya di Kurdistan TV de bal kiþand ser çareserkirina pirsa Kurd, dewleta Tirk û PKK. Barzanî di hevpeyvîna xwe de got ku „ez dizanim Tirkiye naxwaze di çareserkirina pirsa Kurdî de PKK wek mixatab qebûl bike, lê belê bi îhmalkirina PKK jî pirsa Kurd bi temamî çareser nabe“. Nêçîrvan Barzanî herweha got ku wî bi serokwezîr Erdogan re jî berdewamîya çareserîya pirsa Kurd nîqaþ kiriye û ji PKK jî xest ku di pêvajoyê de rolek erênî bilîze, çunkî berdewamîya pêvajoyê di berjewendîya Kurdên bakur û baþûr de ye.
Nêçîrvan Barzanî, di vir de qebûl kiriye ku mixatabê çareserîyê PKK ye û dewleta Tirk nikare bi serê xwe pirsa Kurd çareser bike. Barzanî PKK wek terefê Kurd anîye zimên û bala dewletê kiþandiye ku di çareserkirina pirsa Kurd de divê Kurd jî wek teref bên qebûlkirin û halîhazir mixatabê herî xurt jî PKK ye. Ev jî tê wê wateyê ku têkçûn û lawazbûna PKK ne di berjewendîya Kurdan de ye, tasfîyekirina PKK wê ji fêdê zêdetir zirarê bi xwe re bîne, wê bêalternatîfî û alozîyek mezin derxe holê.
Ev rastîyek berbiçav e û Nêçîrvan Barzanî jî li gora rastîya îro helwesta xwe danîye. Ev ji qebûlkirina rastîyê wêdetir, helwestek Kurdewarî û Kurdistanî ye jî. Erk û karê her Kurdî ye ku terefên Kurd wek þirîk û mixatabê çareserkirina pirsa Kurd bidin pêþ û cîh li dewletên dagîrker teng bikin. Li gora min Nêçîrvan Barzanî ev erka xwe anîye cîh û hêvîdarim di her warî de ji vê helwesta xwe ya Kurdewarî neyê xwarê.
Nêçîrvan Barzanî, di hevpeyvîna xwe de hem bala dewleta Tirk kiþandiye ser hebûna terefê Kurd û hem jî di vê navberê de peyamek daye PKK jî ku di pêvajoyê de rola xwe bi erênî (pozîtîf) bilîze û rê nede alozî û tevlihevîyan. Ew jî tê wateya ku divê PKK rê li ber DTP negre, bihêle ku DTP bi îrada xwe û bi serbestî siyaseta xwe bimeþîne da ku karibe li gora þert û þirûtên siyaseta Tirkiyê cîh li dewletê teng bike. Helbet DTP parçeyek ji PKK ye, ev ne derew e û ne eyb û þerm e. Lê DTP bêyî ku li bin guhê çiyayê Qendîlê bikeve siyasetê bike, bawerim wê berhemên baþtir bide, bi kêmanî wê rê li ber antîpropaganda partî û dezgehên dewleta Tirk bigre û zêdetir karibe gavên li gora pêvajoyê bavêje.
Wek min di serî de jî anî zimên, çawa ku dijminên Kurd di nava hevkarî û hevxebatê de ne, piþtgirîya hev dikin, divê Kurd jî wêribin Kurdan bidin pêþ û xwedî li wan derkevin. Gotin û helwesta Nêçîrvan Barzanî nîþanek ji vê piþtgirîyê ye. Hêvîdarim ev helwesta wî bibe helwesta temamê Kurdên baþûr û hikûmeta Kurdistanê jî. Divê hikûmeta Kurdistanê bê þik û guman konsept, plan û projeyên Kurdistanî çêke, Kurdistanî bifikire, Kurdistanî bilive û di çarçoveya wê konseptê de alîkarîya Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê bike. Wan bîne ser hev, ji wan re bibe sîwan û navenda siyasetek hevbeþ, siyasetek Kurdistanî.
26.11.2009
Lêlê temam, ma lolo
Wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu serdana baþûrê Kurdistanê kir û bi serok Barzanî re hat cem hev. Cara yekê ye nûnerekî bilind yê dewleta Tirk bi fermî serdana baþûrê Kurdistanê dike û bi serokê Kurdan re tê cem hev, destê wî dihejîne. Tirkên ku heta berî demekê serokên Kurd wek „serokeþîr“ bi nav dikirin û nedixwestin wan mixattab bigrin, îro bi halla halla û weke ku tiþtek nebûbe di bin ala Kurdistanê de xoþ û bêþê dikin.
Helbet ev gavek girîng e. Ji bo têkilîyên baþûrê Kurdistanê û Tirkiyê, serdana wezîrê derve yê Tirkiyê wê bibe wesîla têkilîyên xurttir û heta bi ciyekî naskirina baþûrê Kurdistanê jî. Piþtî vê serdan û germbûnê, îhtîmalek mezin heye ku Tirk serok Barzanî dawetî Tirkiyê bikin û dostanîya xwe bighînin astek bilindtir. Her çiqasî ev îhtîmalek be jî, lê îhtîmalek xurt e.

Hihûmeta Erdogan siyasetek berfireh daye ber xwe û dixwaze di her halûkarê de têkilîyên xwe û cîranên xwe xweþtir û nermtir bike. Ji ber vê jî, bi Sûrî, Iraq û Îranê re gellek protokolên girîng îmze kirin. Helbet armanca tasfîyekirina PKK û rawestandina þer rolek mezin di vê siyasetê de dilîze. Tirkiye bi vê siyaseta xwe ya pir alî, dixwaze rê li ber çalakîyên PKK bigre û wê ji rojevê bixe, cîh lê teng bike û wê mecbûrî çekdanînê bike. Sedemek ji serdana wezîrê derve Ahmet Davutoglu jî ev e.
Ahmet Davutoglu, her çiqas rasterast navê Kurdistanê qebûl neke û Kurdistanê beþek ji Iraqê qebûl bike jî, hevdîtina bi serok Barzanî re qebûlkirina hebûna Kurd û baþûrê Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê ye ku mixalefeta Tirkiyê bi tundî vê serdanê wek „naskirina Kurdistanê“ qebûl dikin û li dij serdana Davutoglu derdikevin.
Pir eþkere tê gotin ku sedema herî mezin a Davutoglu rêlibergirtina PKK ye û wê ji serokê Kurdistanê bixwaze ku bi awayekî PKK ji baþûrê Kurdistanê bê derxistin û di vê mijarê de alîkar be. Serok Barzanî bi dehê caran gotiye ku divê pirsa Kurdên bakur bi aþtî bê çareserkirin û ewê tucarî þerê brayên xwe yên Kurd neke. Di daxwaza Davutoglu de wê dîsa serokê Kurdistanê heman helwestê bigre ji ber ku Barzanî di helwesta xwe de biryarmend û xwedîyê sozên xwe ye. Barzanî baþ zane ku dema þerê brakujî derbas bûye û ewê rê nede ku carek din Kurd têkevin heman xeletîya dîrokî. Lê axavtina bi rayedarên PKK re û qaîlkirina wan helbet tiþtekî din e.
Di hevdîtina serok Barzanî û Davutoglu de dilgermî û nêzîkahîyek xurt derket holê. Herdu alîyan jî xwesteka xwe ya xurtkirina têkilîyên xwe anîn zimên û peyama „êdî divê xwîna Kurd û Tirkan neyê rêtin“ dan. Ev jî nîþana vê ye ku herdu alî jî dixwazin þer bê rawestandin û pirsgirêk bi aþtîyane bê çareserkirin. Lê bêguman e ku wê niyeta çareserkirina pirsa Kurd di dilê herdu alîyan de ne weke hev be. Wê alîyê Kurd bixwazin pirsgirêk li gora daxwazên xwe bê çareserkirin û wê Tirk jî bixwazin ku pirsa Kurd bi tasfîyekirina PKK bê çareserkirin.
Wek me li jor jî got û wek ku serokê PKK Ocalan jî di hevdîtinên xwe yên dawî de anîye zimên, tasfîyekirina PKK armanca dewleta Tirk a sereke ye. Tirk dixwazin bêyî ku di makzagona xwe de guhertinek mezin bikin, tenê di gotinê de hinek gavan bavêjin û Kurdan pê qaîl bikin. Dixwazin dîsa di bin dûriþma „yek dewlet, yek ziman û yek al“ de Kurdan bixapînin, bi hinek gavên piçûk tiliya xwe di hingiv dakin û di devê Kurdan de bidin. Nîþanên vê siyaseta durûtîyê di gellek bûyer û serpêhatîyan de derketin holê. Vekirina TRT6 ê tilîyek hingiv e, lê li alîyê din Kurd ji ber bikaranîna navên Kurdî û perwerdeya Kurdî tên darizandin û ceze dixwin. Ev jî dide xuyakirin ku heta çareserîya pirsa Kurd di makzagona Tirkiyê de cîh negre û wek qanûn nekeve jiyanê, wê tu piþtrastî û pêþeroja çareserîya pirsa Kurd tunebe.
Xuyaye di rewþa îro de tu niyet û hêza AKP û erdogan tuneye ku makzagona Tirkiyê biguhere. Ne artêþ qebûl dike û ne jî mixalefeta li dijî AKP qebûl dike. AKP bi avêtina hinek gavên demokratîk dixwaze du çûkan bi hevre bikuje. Yek jê Komisyona Yekîtîya Ewrûpayê pê qaîl bike ji bo ku têkeve Yekîtîya Ewrûpayê, ya din jî dixwaze ji bo hilbijartinên pêþerojê payek mezin ji xwe re derxe. Ger AKP di hilbijartinên bê de dengek mezin bistîne û wê hêza ku karibe di meclîsê de qanûnê biguhere bi dest xe, wê gavê îhtîmal heye ku qanûn û makzagona Tirkiyê bê guhertin. Yan na, di rewþa îro de ne ew hêza AKP heye ku makzagonê biguhere û ne jî Tirk û Kurd ji vê re amade ne. Kurd dibêjim çunkî DTP li ser navê Kurdan di meclîsê de ye, lê mixabin ji artêþê zêdetir dijminatîya Erdogan û AKP dike. Ev jî sosretek bi serê xwe ye.
Di vir de divê Kurd hiþyar û baldar bin. Belkî gellek ji me ji PKK û helwesta wê hez nekin û tasfîyekirina PKK kêfa gellekan ji me bîne. Lê di qadek bêalternatîf de tasfîyekirin û têkbirina PKK wê çiqas kar û xisarê bide Kurdan divê meriv baþ bifikire. Rast e, îrada DTP, KCK û hetta qedera pêþeroja Kurdên bakur jî îro di destê Îmralîyê de ye û ew jî li gora xwe hespê xwe dibezîne, geh sar dike geh germ dike. Lê ku PKK ji holê rabe û Kurd dîsa xeyalþikestî, hêvîþikestî bibin û ji qidûm bikevin, wê kara kê tê de hebe nizanim. Ka alternatîf? Kî ne û kî ye? Gelo bi vî halê xwe HAK-PAR, KADEP, PDK-Bakur, Rizgarî, Þoreþgerên Demoqrat filan û bêvan karin bibin alternatîf û ciyê PKK dagrin? Bawer nakim. Naxwe mesele çiye? Têkçûn û tasfîyekirina PKK li gora min ne kar lê ji Kurdan re xisar e, hem jî xisaret mezin e. Em jê hez bikin hez nekin, em siyaseta PKK biecibînin yan neecibînin, em bixwazin nexwazin rastî, hêz û bandora PKK înkar nabe. Hûn dixwazin em heta sibê ji Ocalan re „Kemalîst“ bêjin, dixwazin „Ergenekoncî“ bêjin, dixwazin „zilamê MÎTê“ bêjin, qet ferq nake. Çunkî hêz ew in, xwedîyê gotinê ew in û yê li meydanê jî dîsa ew in. Balkêþ e ku heta berî çend salan jî piranîya partîyên me bi Ocalan re protokol îmze dikirin, dixwestin ji hêza PKK îstîfade bikin û qet behsa MÎT û îtê jî nedikirin. Xuyaye ev jî zêdebûna ser kezebê bû.
Axir, mijara me ne li ser pesindana Xelo û Celo, lê li ser rewþa îro û kar û xisarê bû. Dixwazim bêjim ku armanca dewleta Tirk ji çareserkirina pirsa Kurd wêdetir, tasfîyekirina PKK ye û bawerim evê jî halîhazir ne li kara Kurdan be.
Dibêjin rojekê yekî Kurd û yekî Laz bi hevre rêheval û rêwîtîyê dikin. Rê dûr e û peya ne. Ê Laz radibe ji yê Kurd re dibê:“Yaw Kurdo, rêya me dûr e, xilas nabe. Ka em bi dorê li hev siwarên û stranekê bêjin heta rêya me biqede“. Ê Kurd jî dibê:“Ehlen we sehlen cîgerim“ û dest pê dikin. Yek ji vir û yek ji wir, ê Kurd înadê dike û dibê:“Pêþî ezê li te siwarêm“.
Axir, yê meyî Kurd li yê Laz siwar tê û dest bi strana xwe dike. Lêlê û hey lêlê. Ji seetekê zêdetir li ser piþta yê Laz lêlê dibêje û stran her naqede. Ê Laz dibetile û dibê:“Ûlan ez di bin te de mirim oxlim, ma ev lêlê xelas nebû daaa“ û dike ihte iht. Ê Kurd her zixtan li qûna wî dixe û dibê:“Ohooooo, ev lêlê ye, hê lolo jî maye oxlimmmmmmm“ û dîsa bi lêlê dest bi stranê dike.
Werhasilî kelam, heta herdu digihên qonaxa xwe strana Kurdê me xelas dibe û rebenê Laz fersendê nabîne ku li yê Kurd siwarê.
Îcar mesela me jî li ser Tirkiyê û naskirina baþûrê Kurdistanê bû.
Bi serdana Davutoglu „lêlê“ xelas bû ma „lolo“. Bi xêr û selamet naskirina Kurdistanê û strana „lolo“ jî nêzîk e û ne dûr e…
31.09.2009
Kurdên dîasporayê, Taha Berwarî û etîka rojnamegerîyê
Gelek caran meriv xebat û keda ku Kurdên li dîasporayê dane piçûk dibîne yan jî înkar dike. Lê gava meriv bi aqlêselîm lê hûr dibe, dibîne ku xebat û xizmetên ku Kurdên li dîasporayê dane, têr wate û ciyê þanazîyê ye. Lê mixabin ev rastî ji alî gelek kes, dem û dezgehên Kurdistanî vê tê înkarkirin û rêz jê re nayê girtin.
Gava meriv li dîroka damezrandina dewleta Israîlê dinere, dibîne ku dewleta Israîlê bi ked û xizmeta Cihûyên li dîasporayê hatiye damezrandin. Wek tê zanîn, piranîya Cihûyan derbederî cîhanê bûbûn, gelek zilm didîtin û ev bû sedema ku dewlemend, rewþenbîr û aqilmendên wan yên li dîasporayê hewla damezrandina dewleta Israîlê bidin û Cihûyan di navendekê de bînin ser hev. Ev ked û xebata wan, bû sedema damezrandina dewleta istaîla îro û Cihû bi xêra xebata wan Cihûyên li dîasporayê bûn xwedî dewlet, xwedî nav, xwedî cîh û war. Bi dehan nimûneyên bi vî awayî hene û meriv kare bi dûdirêjî li ser binivîse. Lê çi hikmet be em Kurd rûmetek mezin nadin xebat û keda Kurdên ku li dîasporayê xizmeta milet û welatê xwe dikin. Yan jî kesên qîmetê didinê kêm in.
Divê neyê ji bîr kirin ku hîmên damezrandina gramêra zimanê Kurmancî û rojnamegerîya Kurdî jî dîsa li dîasporayê û bi keda malbata Bedirxanîyan hatiye avêtin. Ked û xizmeta wan a li dîasporayê ji pêþeroja zimanê Kurdî re bû bingeh û îro em bi xêra ked û xebata wan ciwamêran li zimanê xwe xwedî derdikevin, dixwînin û dinivîsin. Herweha heman helwest ji bo siyasetê û hemi karên welatperwerîyê jî derbas dibe.
Piþtî têkçûna þoreþa 1975an û derbederbûna kadir û pêþewayên þoreþa Barzanîyê nemir, gelê Kurd moralþikestî, dilþikestî û hêvîþikestî bû. Dijminên Kurd bawer dikirin ku þoreþa Kurd têk çû û êdî Kurd li serê wan nabin bela. Lê kadir û pêþewayên þoreþê, li dîasporayê, li Ewrûpa û Rûsyayê bûn xwedî tecrûbe, xwendin, têgihiþtin û bi awayekî nûjentir daketin qada þer û xebatê. Di encama ked û xebata wan kadir û têkoþerên têgihiþtî, þoreþ dîsa geþ bû, bi hizr û ramanek nûjentir þoreþê dest pê kir û piþtî têkoþînek dûr û dirêj, baþûrê Kurdistanê gihiþt qonaxa îro û bi ser ket.
Li vir mebesta min ev e ku divê meriv ked û xebata kesên li dîasporayê înkar neke, qîmetê bide xizmeta wan û zanibe ku ew xizmeta wan daye, kêm yan zêde bandorek li pêþdeçûna tevgera Kurd kiriye. Înkarkirina ked û xebata wan kesan, li gora min bêwîjdanî ye, hesûdî ye û dûrî aqila ye.
Taha Berwarî û xebata wî
Yek ji wan Kurdên ku min bi xwe li dîasporayê nas kir û ev demek dirêj e ez wî nas dikim, Wezîrê Werzîþ û Lawan kek Taha Berwarî ye. Taha Berwarî demek dirêj li Swêdê wek nûnerek ji nûnerên tevgera Kurdên baþûr xebitî, ked da û bi vê keda xwe xebatên giring ji Kurdan re kir. Taha Berwarî, di dema ku li Swêdê PDKyî bi tiliyan dihatin hejmartin, dema ku xebata Kurdên baþûr pir kêm bû, wî hewl da ku li Swêdê serê Kurdan bilind bike û wan bi civaka Swêdî, bi siyasetmedarên Swêdî bide naskirin. Barwarî, bi têkilîyên xwe yên dîplomasî û mirovperwerî xwe bi civaka Swêdî da qebûlkirin û di nasandina Kurd û Kurdistanê de rolek giring lîzt.
Piþtî ku Taha Berwarî bû wezîrê werzîþ û lawan jî, xizmeta xwe berdewam kir û bi dîplomasîya Swêdî û welatên Îskandînawî re têkilîyên germ danîn. Bi taybet di warê sporê de moralek mezin da xort û keçên Kurd û ew teþwîqî çalakîyên sporê kirin. Lidarxistina çalakîyên wek “Kurd Gala” û hinek çalakîyên din, hinek ji wan xebatên Taha Berwarî ne. Kurd Gala li seranserê Îskandînawyayê bû wek cejnek Kurdan û bi vê galayê têkilîyên civaka Îskandînawî û Kurdan geþtir bû, dostên Kurdan zêdetir bûn û di avakirina lobîya Kurdan de rolek mezin lîzt.
Taha Berwarî ne tenê li derveyî welêt, lê herweha li Kurdistanê jî giranî û giringî da pêþdebirina sporê û xort û keçên Kurd teþwîq kirin ku di nav tîmên fûtbolê de bilîzin da ku di pêþerojê de di qada navnetewî de Kurdan temsîl bikin. Bi têkilî û xebatên Berwarî, Kurdan di nav VÎVA ( kûpa neteweyên bê dewlet) de cîh girt û di qada navnetewî de zêdetir hatin naskirin. Di van kar û xebatan de bêguman Taha Berwarî rol û vîzyonek mezin lîzt û li gor min înkarkirin û binpêkirina ked û xebata Berwarî dûrî wîjdan û hestên Kurdayetîyê ye.
Taha Berwarî ji malbatek welatparêz û Kurdperwer tê. Bavê wî di þoreþa nemir Barzanî de xizmetên baþ kir û erka xwe ya welatperwerîyê anî cîh. Taha Berwarî, þopa bavê xwe berneda û di temenê ciwan de ket nav refê xebata Kurdewarîyê. Ji ber ku demek dirêj li Swêdê jiya, bi mejiyek modern nêzîkî bûyer û pirsgirêkan bû û hewl da ku ew normên fikir û hizrên civaka Ewrûpî li Kudistanê jî þax û perên xwe berde. Ji ber vê jî, giranîya xwe da ser ciwanên Kurd, piþtgirî da pêþdeçûna jina Kurd û li dijî kujtina jinê derket. Di gelek civîn û çalakîyan de eþkere kujtina jina Kurd rûreþ kir û xwest ku jina Kurd di pêþdeçûna civaka Kurd de xwedî rol û erk be.
Çapemenî û etîkên rojnamegerîyê
Gelek caran Kurdên me yên li welêt bi çavekî din li Kurdên dîasporayê dinerin. Ji wan weye ku Kurdên dîasporayê ne Kurd in, yan jî Kurdayetî nekirine û gava tên Kurdistanê li ser keda wan rûdinin, li ser piþta wan diçêrin. Lê nizanin yan naxwazin bizanin ku xebata Kurdên dîasporayê xwedî erk û rolek mezin e û di danasîna Kurdan de bandorek mezin li qada navnetewî dike. Ev fikir û hizra xelet mixabin bandorê li rojname û çapemenîya Kurdistanê jî dike û dihêle ku ew ji etîkên rojnamegerîyê bi dûr kevin û bêyî ku lêkolînek rasteqîn bikin, di bin bandora kes yan jî hinek hizbên ku nêzîkî wan e dimînin.
Di welatên paþdemayî wek Kurdistanê de, rûniþtin û dezgehbûna rojnamegerîya serbixwe jê re wextek dûdirêj divê. Erê piranîya rojname û dezgehên weþangerîyê di bin navê “serbixwebûnê” de weþanên xwe dikin jî, lê gava meriv li weþanên wan û naveroka weþanên wan dinere, dibîne ku di bin bandora hinek dem û dezgehan, di bin bandora hinek kes yan jî partîyan de ne. Ji ber vê jî, bixwazin nexwazin weþanên xwe yek alî dikin û bêyî ku lêkolînek rasteqîn li ser bûyer an mijarekê bikin, bi çavgirtî diçin ser wê bûyerê. Bêguman ev jî dibe sedema ku nûçeyên xelet bên weþandin, kes û dem û dezgeh bên gunehbarkirin û di bin tohmetê de bimînin. Ev jî rê ji sazbûna weþangerîyek “ne serbixwe” re vedike û ji bo rojnamegerîya Kurdî dibe tore û adetek xirab.
Berî bi du-sê rojan rojnameya Awêne raporek di derbarê Wezareta Werzîþ û Lawan û Taha Berwarî de weþand. Li gora rapora rojnama Awêne, xwedênegiravî Wezareta Werzîþ û Lawan gendelîyên mezin kirine û rapor jî weke ku rapora fermî ya lijneya “ Rewþenbîrî û Peywendîyên Parlamena Kurdistanê” be hatiye belavkirin.
Piþtre derket holê ku ev rapor ne rapora lijneya Rewþenbîrî û Peywendîyên Parlamena Kurdistanê ye û rojnama Awêne ji bo ku wezareta Werzîþ û Lawan, bi taybet jî Taha Berwarî di bin tohmetê de bihêle, weþandiye. Piþtî ku endamên lijneya Rewþenbîrî û Peywendîyên Parlamena Kurdistanê rapora rojnama Awêne derew derxistiye, Awêne rabûye bi serokê lijneyê re hevpeyvînek kiriye ku ew bi xwe jî endamê YNK ye û dîsa êrîþî Wezareta Werzîþ û Lawan kiriye.
Di vir de dixuye ku Awêne ji alîyekî ve dixwaze Wezareta Werzîþ û Lawan di bin tohmetê de bihêle, bêbextî û derewan lê bike û ji alîyê din bi endamekî YNK re hevpeyvîn kiriye û dixwaze nîfaqê têxe navbera PDK û YNK. Baþ tê zanîn ku îro PDK û YNK þirîk û hevkarên hev ên hikûmetê ne û bi hevkarîya van herdu hêzan hikûmet li ser lingan dimîne. Awêne di vir de dixwaze van herdu hêzan bera hev de û piþtgirîyê bide lîsta Goran da ku ser êþiyê têxe navbeyna peymana Kurdistanî .
Di daxuyanîya Wezareta Werzîþ û Lawan de dixuye ku serokê lijneya berê ne cara yekê ye, lê gellek caran xwestiye nîfaqê têxe navbera PDK û YNK, rojevê aloz bike û bi taybet jî PDK gunehbar bike. Xuyaye hinek kesên ku hê jî di nava YNK de cîh digrin û bi kiryarên xwe xizmeta lîsta Goran dikin, bi her awayî dixwazin PDK û wezaretên çalak di bin tohmetê de bihêlin û wan di çavê xelkê Kurdistanê de reþ bikin. Û mixabin, rojnameyên wek Awêne ku xwe serbixwe bi nav dikin, bi zanebûn dikevin nav dek û dolabên qirêj û ji xizmeta Kurdistanî dûr dikevin.
Rojnama Awêne û beþek ji medyaya ku di heman helwesta Awêne de ne, bêyî ku etîkên rojnamegerîyê li ber çav bigrin û berhemên xwe li ser lêkolîn û rastîya bûyeran biweþînin, tên lîztika hinek alîyan û yan jî bi zanebûn dibin þirîkê wan kes û hêzên ku dijminatîya PDK û wezaretên pêvegirêdayî dikin. Bi vê helwesta xwe Awêne û rojnameyên weke wê, ji pêkanîna etîkên rojnamegerîyê re dibin astend û dibin sebeb ku li Kurdistanê bingehên rojnamegerîyek azad û serbixwe neyên avêtin.
Rojnameyên ku dûrî etîkên rojnamegerîyê bin û bêyî ku lêkolînan li ser rastî û nerastîya mijarekê bikin, wê ji sînorên rojnameyên kes an partîyekê dernekevin û nebin rojnameyên pêbawer. Helbet divê xeletî û kêmasî bên gotin, bên nivîsandin. Lê ku mesele bû mesela tawanbarkirin, tohmet û êrîþê, êdî em bixwazin nexwazin terr û hiþk bi hevre diþewitin û tu qîmet û giringîya wê rojname û dezgehê namîne.
Di dawîya nivîsa xwe de dixwazim bêjim ku, dîtin û nêzîkahîya rojnameyekê çi dibe bila bibe, erka wê ya sereke xwedîlêderketina etîkên rojnamegerî, lêkolîn û rastîya mijar yan bûyerê ye. Kîjan rojname dibe bila bibe, rojnama kîjan partî yan dezgehê dibe bila bibe, gerek berjewendîyên Kurdistanê di ser her tiþtî re bigre û berî ku mijarekê biweþîne, gerek kar û xisara wê baþ bipîve. Yan na, wê nûçe û nivîsên xelet, bê bingeh, êrîþ û tohmetkarîyên ku bên weþandin wan jî biþewitîne û gelê Kurd jî.
Nexasim di demek ewqas zîz de ku hê hilbijartin nû çêbûne, hikûmet nehatiye damezirandin û dijminên gelê Kurd bi her awayî dixwazin desttêwerdanan di Kurdistanê de bikin, gerek rojname û çapemenîya Kurdistanê çêker bin, Kurdistanî bin, berjewendî û destkeftîyên ku bi xwîna hezaran þehîdên Kurdistanê hatine bidestxistin, nekin qurbana berjewendîyên xwe, berjewendîyên kes û hizbên xêrnexwazên gelê Kurd….
02.09.2009
"Eyþikê ji xwe bi þik ê"
Lîsta Goran û siyaseta qirêj
Nûrî
Çelîk-
Gotinek
me Kurdan heye dibêjin:”Eyþikê ji xwe bi þik ê”. Ango, ji ber ku Eyþik
xanim ji xwe bi þik e û bawerîya wê bi wê nayê, nizane çi bike. Destê xwe bavêje
çi bi þik davêjê, bi tirs davêje, ji xwe ne bawere û ji tevlihevî û xirakirinê
pêve tu tiþtekî xêrê jê nayê.
Axir, xuyaye ev jî mesela me û Lîsta Goran, mesela me û kek Newþêrwan Mistefa ye.
Realîteya civakan gelek caran ji hinek kesan re berûpaþ xuya dibe. Yan jî ew kes realîteya wê civakê dizane jî, lê nikare rastîyê qebûl bike û dixwaze wê realîteya heyî li gora fikir û hizra xwe biguherîne. Bi ser ku ew dizane wê nikaribe realîteya heyî biguherîne jî, ji bo ku realîteyê aloz û têkilhev bike, hewl dide ku bi dek û dolaban, bi lotik û zîtirkên vala civakê û rojevê jihevde bixe û nîfaqê têxe navbera civakê.
Kesên ku bi aqlêselîm nikaribe realîteya Kurdistanê analîz bike û encamên baþ ji lêkolînên xwe derêxe, wê hertim têkeve nav xeletîyan û di nav wan xeletîyan de têk biçe, bixeniqe û bibe rûreþê gel û civaka xwe. Ger mirov realîteyê wek bingeh bigre û jê dûr nekeve, wê mirov karibe di qada jiyanê de xwedî gotin be, xwedî rûmet û rêz û paye be.
Îcar em bên ser fêda fasûlî û nokên hiþk û helwesta kek Newþêrwan Mistefa û lîsta Goran.
Hûn zanin, Newþêrwan Mistefa berpirsê duyemîn ê Yekîtî Niþtimanî Kurdistan (YNK) e û hê jî bi awayekî fermî îstîfa nekiriye, wek þîrêzê pêve zeliqî ye û wek “Eyþika” me ji xwe bi þik e. Ne dev jê berdide û ne jî pêre ye. Hem di nav de ye û hem jî lotikên bêîman lêdixe, wê parçe parçe dike û tevgera Kurd ji hev belawela dike. Bi xwe ne bawer e, newêre dev ji YNK jî berde û wek kurmê darê hêza YNK jî parçe dike, wê ji hêz dixe û heta bi dereceyekê xizmetê ji xêrnexwazên gelê Kurd re jî dike. Yanî, Eyþika me ji xwe bi þik e wesselam.
Kek Newþêrwan Mistefa, yek ji wan kesan e ku ji temamê bûyerên li Kurdistanê qewimîne berpirsiyar e çunkî ew di postek (meqamek) mezin de bû, xwedî gotin û biryar bû. Newþêrwan Mistefa û hinek hevalên wî yên ku îro pêre ne, ji gelek bûyer û kiryarên kirêt yên ku li dijî partîyên siyasî hatibûn kirin, berpirsiyar in. Van ciwamêran hetanî îro jî tu daxuyanîyên ku qaþo ew bi wan bûyeran pir dilþikestî û xemgîn in, yan wan bûyeran ziyanek mezin daye milletê Kurd, rexne li xwe negirtine û lêborîn ji gelê Kurd nexwestine. Ev helwesta wan eþkere dike ku ew ne dilpak û xêrxwazên milletê Kurd in û tevgera wan tenê ji bo berjewendîya þexsî ye, ji berjewendîya netewî dûr in û ne dilxwazên yekîtî û tifaqa hêz û partîyên Kurd in. Kesên ku li kiryarên xwe yên kirêt ne poþman bin û her li ser wê þopa xirab bin, wê çi hêvî ji wan kesan bê kirin divê mirov li ser bifikire.
Li vir di navbera ciwamêr û neciwamêran de ferqek pir mezin derdikeve holê. Ferqa navbera Kurdperwer û ne Kurdperweran. Ferqa navbera helwesta serok Barzanî û lîsta Goran, lîsta Newþêrwan Mistefa. Ferqa navbera dilpakî û dilxirabîyê.
Halbûkî, insanê dilovan û dilpak Serokê Kurdistanê Mesûd Mistefa Barzanî, bi helwesta xwe ya Kurdperwerî rê ji temamê berpirsiyarên kiryaran re vekiribû. Çi gotibû wî insane mezin û dilovan? Gotibû: “Ez lêborîna xwe ji temamê pêþmergeyên ku di þerê brakujîyê de þehîd ketine dixwazim”. Dîsa wî insanê dilovan di derheqê þerê brakujîyê de wiha ferman dabû:” Tu hêz û qudret nikare carek din Kurd bi Kurd bide kujtin”. Lê hezar mixabin, Newþêrwan Mistefa û hevalên xwe hetanî ev rêz lêdibin jî ji gelê Kurdistanê lêborîn nexwestine.
Lîsteya Goran qaþo ji bo ku bibin oposizyon derketin holê. Lê sedema derketina wan a herî mezin û sereke, tifaq û yekîtîya navbera PDK û YNK bû. Newþêrwan û hevalên xwe, li dij vê tifaqê derdiketin û yekîtîya Kurdan nedixwestin. Yek ji nîþana vê yekê jî ev e ku Newþêrwan eþkere digot:” “Paraztina xak û yekparçeyîya Îraqê ji vegerandina Kerkûkê bo ser herêma Kurdistanê giringtire.” Newþêrwan û hevalên xwe yekîtîya xaka Iraqê ji yekgirtina Kerkûk û Kurdistanê girîngtir didîtin, ji yekîtîya Kurdan girîngtir didîtin û pir eþkere rûn li ser nanê Erebên bê derpî dikirin. Bi vê helwestê armanca oposizyona wan eþkere dibû, derdiket holê ku ew ne alîgir û xêrxwazên PDK û YNK ne, ne xêrxwazên yekîtîya milletê Kurd in û Kurdistanê dikin bi qurbana Erebên qûnreþ. Ji ber vê jî, rabûn YNK ji hevde xistin û di hilbijartinan de bi lîsteyek serbixwe, wek lîsta Goran ketin bilbijartinan. Evê lotika bêîman YNK pir êþand, li Silêmanîyê piþta YNK þikand û di parlamentoyê de 25 kursî qezenc kirin.
Îcar em bên ser zêdebûna kezebê û dek û dolabên pisîka malê.
Newþêrwan Mistefa û hevalên xwe, di propaganda hilbijartinê de êrîþek hovane dibirin ser PDK, YNK û hikûmeta Kurdistanê. Antîpropanda xwe li ser çi esasî avakiribûn? Digotin ku qaþo PDK-YNK û hikûmeta Kurdistanê gendelîyê dikin, maddeya 140î bi cîh naynin, serê xwe li ber Amerîkayê xwar dikin û deverên ku ji erdnîgarîya Kurdistanê hatine veqetandin, bi paþde venagerînin.
Ji berê de dibêjin:”Filankeso þûjina çavê xwe nabîne lê derzîya çavê xelkê dibîne” .
Ê baþe bavê min, gava kekê me Newþêrwan ji bo avakirina þîrketa xwe 10 milyon dolar ji Mam Celal û hinek jî ji serokê Kurdistanê stendin, qey ew ne gendelî bû? Yan ji Newþêrwan Mistefa re adet, lê ji xelkê re qebhet e?
Lîsta Goran di kolanên Kurdistanê de bi taybetî jî di dema hilbijartinan de bi van þîarên nerast hemwelatî dixapandin. “Lîsta Goran wê devokê nermik li pêþber Amerîkî û biyaniyên din bi kar neyîne. Lîsta Goran wê madda 140î çareser bike û deverên veqetandî bîne nav cografiya Kurdistanê. Lîsta Goran wê Cinnetê bexþî hemwelatiyên Kurdistanê bike” filan û fîstan. Yanî lîsta Goran bûbû Rustemê zal û “þûrê demokrasîyê li dij nermî û gendeliyê kiþandibû”. Lê hezar mixabin kek Newþêrwan Mistefa û hevalên xwe hê dest bi parlemanîyê nekirin rengê xweyê rastîn dan dest.
Dîsa gotinek me Kurdan heye dibêjin:”Xweþ xebere lê me ne bawere”.
Lîsta Goran îddîa dikir ku, desthilatdariya Kurdistanê naxwaze madda 140î çareser bike û deverê veqetandî bîne nav cografiya Kurdistanê. Lê serokê wan ew îddîa bi devê xwe derew derxist û di daxuyaniya xwe ya yekemîn got: “Parastina xak û yekparçeyîya Îraqê ji vegerandina Kerkûkê bo ser herêma Kurdistanê giringtire.” Aha durûtîya lîsta Goran di vê gotinê de eþkere dibe. Ji alîyekî hûnê PDK,YNK û hikûmeta Kurdistanê gunehbar bikin û wan di bin tohmetê de bihêlin, ji alîyê din jî hûnê yekîtîya xaka Iraqê ji Kerkûk û Kurdistanê girîngtir bibînin. Navê vê çiye gelo kaka?
Ji alîyê din, lîsta Goran henekê xwe bi PDK, YNK û hikûmeta Kurdistanê dikir çima ku qaþo ew serê xwe li ber Amerîkîyan ditewînin, guhê wan nakþînin û diranên wan naþkînin. Lê wan çi kir?
Di hevdîtina heteya Amerîkî de tenê çi axivîn hûn zanin?
Zilamê duyemîn û zavayê Newþêrwan, Mihemed Tewfîq piþtî hevdîtinê ji medyayê re çi bêje baþe? Got:”Mijara serke ya ku me bi Amerîkiyan re minaqeþe kir, meseleya sextekariya di hilbijartinan de bû.”
Siphan ellaaaaaaaaa!?
Ka we digot em serê xwe li ber Amerîkîyan natewînin û emê zimanê wan jêkin kaka? Çima hûn di hevdîtinê de kerr û lal bûn ha?
Axir, ez zanim min serê xwe jî û serê we jî êþand gelî xwendevanan. Lê qûna reþ û sipî di roja vekirina parlamentoyê de eþkere bû. Kek Newþêrwan û çend hevalên xwe beþdarî vekirina parlamentoyê jî nebûn û tew Newþêrwan dibêje:”Ji ber kar û barê xwe yê zêde, ezê ji parlamentoyê îstîfa bikim”.
Hûn dibînin ne wilo?
Hûnê rabin xelkê Kurd bi derew û dek û dolaban bixapînin, ra û dengên wan bistînin, YNK parçe bikin, PDK û hikûmetê di bin tohmetan de bihêlin û piþtre jî hûnê beþdarî parlamentoyê jî nebin ha. Û tew hûnê ji parlamentoyê jî îstîfa bikin.
Ji vê re çi tê gotin hûn zanin kaka?
DURÛTÎ!!!
21/08/09