Lotikxane

 

 

Piþo Miheme

 

 Heçê zane zane, heçê nizane mesela baqê nîskan e

 

 

Rezîl Heso navê xwe li Osmanê me kir

Hinek Tirk di vê derbarê de þareza û jêhatî ne. Qûnekan her tiþtê ku tê ber devê wan dibêjin, lê ku yekî Kurd gotinek ji devê xwe pengizand, hew we dît dest bi zîtirkan kirin û kumê xwe li serê hevalê xwe kirin.

Berî çend rojan serokê Kurdên Amedê baþqan Osman Baydemîr, di axavtina xwe de çend lotik li Tirkan xistibû û xwedêgiravî dijûn (xeber) ji wan re dabû. Tirkên ku ji sibê heta êvarî xeberan ji Kurdan re didin, bi vê lotika Osmanê me wek mirîþka gêj li wan hat û serxweþ bûn. Çima ku Osmanê me çiqlên dara berûyê xistiye qûna wan, mêrikan li ber xwe ketine, aciz bûne û gotinên Osmankê me paþûpê lê vedigerînin.

Siyasetmedarê sermezin û wezîrê kevnar Hasan Celal Guzel, ji botinên Osmanê me pir aciz bûye û ji çapemenîyê re gotiye:“Ew zilamê rezîl“. Yanî, Osmanê me kiriye þûna rezîlan.

Werhasilî kelam, Heseno rabûye þîretan li dewlet û dezgehên dewletê dike û dixwaze ku dewlet Osman Baydemîr ceze bike û dozê lê veke.

Îcar birastî ez meraq dikim gelî lotikvanan. Çiqlên dara berûyê ket qûna kesên wek Heseno û ewqas aciz bûn, gelo ku heta bi qurmê darê têketa qûna wan wê çi bikirana?

Ez dibêjim wê sedî sed îdama Osman Baydemîr bixwestana.

Gerçî mêrikan hînî þûþên Coca Cola bûne, ez dibêjim dara gûzê jî têkeve wan dîsa li ber xwe nakevin ellawekîl. Yan na?

28.12.2009

 

 

 

Izzettîn Oktay jî ket ber xezeba 17 santîman

 

Hûn zanin, mesela 17 santîman meseleyek namûsê ye. Dewleta Tirk û rabe 17 samtîman ji mezela baþqanê me bidize ha, kuro ma ji vê mezintir qebhet û zinêkarî heye qardaþim? Na. 17 santîm ji pirsgirêkên temamê Kurdistanê ferztir û giringtir e dînime îmanime. Kurdistan li ber lingan çû ji xirrê kerê min ve, lê em heyfa 17 samtîman ji dewleta Tirko re nahêlinû xelas. Yan mirin, yan 17 samtîm!

 

Werhasil, li bajarê Sêrtê ( li bajarê malxezûranên serokwezîr Erdogan) ji ber 17 samtîmên Îmralîyê qiyamet rabû û dê weledê xwe avêt. Polîsên dewleta Tirko dîsa êrîþî xelkê kir û bû qîr û qiyamet. Lê herî zêde rojnamevan û peyamnêrê  rojnama Dûrûþ Îzzettîn Oktay, ket ber xezeba 17 santîman û polîsan bê þerm û fedî kameraya rojnamevanê me þikand û Îzzettînê me ma bê kamera.

 

Îzzettîn Oktay vê helwestê þermezar dike, qûna hêzên dewletê dax dide û dibêje ez vê tirrê ji wan re nahêlim, ezê heyfa kameraya xwe ji dewletê hilînim.

 

Ji ber vê jî Îzzettîn Oktayê me gilînameya xwe radestî sawcîyê komarê kiriye. Polîsên Tirko kameraya rojnamevan Oktay li erdê xistine, wêneyên têde birine û nexwestine ku Oktay kiryarên wan eþkere bike. Ji ber vê lotika neinsanî jî, niha rojnamevanê me Oktay bê kamera maye û çeka wî ji dest hatiye girtin.

 

Ji ber vê sedemê, em wek sîxurên Lotikxanê yên Tirkiyê û Kurdistanê helwesta polîsên Tirk þermezar dikin û qûna wan sax didin. Em ji DTP û herweha ji hikûmeta Kasimpaþalî Erdo hêvî dikin ku rojek berî rojekê kamerayekê ji rojnamevanê me Îzzettîn Oktay re bikirin, çeka wî lê vegerînin da ku rojnamevanê me karibe dîsa dest bi lotikên xwe bike.

 

Bi vê minasebeta xezeba 17 santîman, em selametê ji Îzzettîn Oktay re dixwazin û helwesta polîsên Tirko þermezar dikin.

 

08.12.2009- Sêrt

 

 

 

Ethem efendî jî lotikek li Tirkan xist

Piþo Miheme- 14/09/09- Tirkiye- Karmendê qirase, serokê bi dehan febrîqe, xwedîyê rojnama Star û televizyona Kanal 24 Ethem Sancak, lotikek li Tirkbûnê xist û li eslê xwe xwedî derket.

 

Ethem Sancak, bi xwe ji bajarê Sêrtê ye û li gor gotina wî Ereb e. Yanî, malxezûranê Serokwezîr Erdogan e û mirovekî nêzîkî wî ye.

 

Ethemê me hevpeyvînek qirase bi rojnameyek Tirkan re kiriye, behsa serpêhatîyên xwe kiriye û mesele hatiye ser Tirkbûn û pêvajoya avêtina gavên demokratîk.

 

Cîgerim Ethem, ji rojnama Sabah re dibêje:“Binerin oxlim, êdî dev ji wê serhiþkîya xwe berdin û bihêlin bila herkes xwe bi azadî bîne zimên. Berê gotin Kurd nînin. Îro hebûna Kurdan qebûl dikin lê dibêjin bila bêjin „Ne mutlu Turkum dîyene“ (Bextewarim ku ez Tirk im). Yaw çima wê bêjin ez Tirk im qardaþim? Ez bi xwe ne Tirk im, ez Ereb im û bi Erebbûna xwe serbilind im. Kesên ku eslê xwe înkar bikin heramzade ne (xwînheram in, bîjî ne) „ filan û fîstan.

 

Hûn dibînin bê kurê ciwamêran çawa li eslê xwe xwedî derdikevin û Tirkbûnê qebûl nakin ne wilo gelî lotikvanan.

 

Û piranîya Kurdên me çi xwelîyê li serê xwe dikin?

 

Ê yabo em brayên hev in, em tev misilman in, çi ferq heye Kurd û Tirk û zirt û virt!

 

Kuro xwelîliser, xelk berê xwedî li qewmîyeta xwe derdikevin û pêre jî ola xwe dimeþînin, lê xwedî derdikevin law. Ma hema pelûla „bratîyê“ bi serê me Kurdan de rijiyaye hey xwedê nehiþtino!?

 

 

 

 

 

Eslê xwe înkar neke ewladim!

Piþo Mihemed- 14/08/09- Sêrt- Hûn zanin gelî xwendevanan, li Tirkiyê piranîya qûnekên ku nîjadperestîya Tirk dikin, bi eslên xwe ne Tirk in. Yan Kurd in, yan Çerkez in, yan Laz in, yan Boþnak in, Yan Qereçîyên Bûlgar û Roman in, yan Rûm in û yan jî dehþikên kerê ne. Meselen Oktay Vural ê MHP î.

 

Çima ku Serokwezîr Erdogan behsa çareserîya pirsa Kurd dike, dolheramo radibe wek segên har diewte û diranên xwe qîç dike, êrîþî Erdogan û Serokkomar Abdullah Gul dike. Îcar sayin qûnek Oktay Vural ji ku ye hûn zanin? Sêrtî ye, ji Tillo ye. Yanî, malxezuranê Erdogan e. Yan Kurd e û yan jî Erebê Sêrtê ye.

 

Hûn dibînin newilo? Hûn dibînin bê ev heramzade çawa eslê xwe înkar dike û êrîþî Kurdan û Erdogan dike ha!

 

Ûlan sayin Vural, weyla Sêrtîyan tirr ji te berdao, ma law di Qurana pîroz de nayê gotin ku „Kesê eslê xwe înkar bike heramzade ye“ oxlim? Îcar eslê te û peslê te li ku ma gotlaq? Madem tu li eslê xwe xwedî dernakevi, hema bi namûs be û li navê gundê xwe, li Tillo xwedî derkeve ewladim. Ma dewletê navê gundê te jî neguhertiye û nekiriye „Aydinlar“ xiyar?

 

Axir, aha kesên ku li Tirkiyê nîjadperestîyê dikin kesên wek Oktay Vuralê heramzade ne ha gelî xwendevanan. Îcar niha em kerekî Þamî bera ser Oktay Vural bidin, ne heqê wî ye qardaþim!

 

 

Aha serhiþkî ji vê re tê gotin haaaaa!

 

Piþo Miheme- 07/07/09- Serhed- Sedemek ji sedemên bindestî û xwelîliserîya me, serhiþkîya me ye. Serhiþkîya li himber hev xwe bi xwe ha, ne serhiþkîya li himber onbaþî yan çawîþekî Tirk.

 

Di dema xwe de weke ku em Kurd ji onbaþî, çawîþ û baþçawîþan ditirsiyan, em ji mar û dûpiþkan, ji hirç û keftaran neditirsiyan. Onbaþîkî qûnbicilik karîbû tirrê ji temamî zilamên gundekî berde û yekî jî nikarîbû bigota „kip“. Ewqasî ku xof û tirsa onbaþî, çawîþ û baþçawîþên qûnbigû hebû. Me serê xwe ji wan re dadixist heta bi erdê. Karîbûn bê kuryan li me siwarên û hefsar têxin serê me. Me tucarî serhiþkî li himberî wan nedikir û me ji wan dadixwar.

 

Lê ku mesele dibû fesadî, zimandirêjî, dijminatî û berberîya navxweyî, em dibûn þêr û piling û me qûn li 101 bavê hev diqetand. Ez bawerim îro jî rewþa me Kurdan ne ji rewþa berê kêmtir e.

 

Werhasil, mesela me li ser serhiþkîya me Kurdan û bi taybet jî li ser serhiþkîya xalê me Þukri Akbel bû.

 

Li ser bextê fitne û zimandirêjên Mûþê be, dibêjin xalê me Þukrî Akbel, berî bi 18 salan ji jina xwe Hacer Akbel xeyidîye û ji wê demê ve li çiyayekî, di kozikekê de dijî. Þukrî û Hacer Akbel di 1957an de zewicî ne, 11 zarokên wan çêbûne û di sala 1991ê de li ser nîqaþ û raberizandinek piçûk ji hev xeyidî ne. Ew roj ev roj e, xalê me Þukrî terka malê kiriye, çûye li çiyayekî ji xwe re kozikek çêkiriye û têde dijî. Emrê wî bûye 76, ê xanima wî bûye 70 û herdu jî ji hevdu serhikþtir.

 

Axir, xalê Þukrî bi sê telaqên jinberdanê sûnd dixwe û dibê:“Ez bi serê çeqel û keftarên van çol û çiyan kim, heta Hacer xanim neyê ji min lêborînê nexwaze, ez pê re li hev nayêm“. Û Hacera jina wî jî gotiye:“Tiiiirrrrrrrrr li bin qûna Þikrîyo! Ez bi serê dîk û mirîþkên xwe kim, heta Þikrîyo neyê ber lingên min û lêborîna xwe nexwaze, ez silavê jî lê nakim“ filan û fîstan.

 

 Ango, herdu ji hevdu serhiþktir in û kes ji kesî danaxwe.

 

Îcar ka hûn bêjin gelî lotikvanan. Gelo ji me Kurdan serhiþktir mexlûqat hene? Ma meriv ji bo çend gotinan 18 salan ji hev dixeyide oxlim?

 

 

Gayê nav garanê bavê 21 zaroka ye

Piþo Mihemed- 30/05/09- Desmond Hatchett ê 29 salî, wek gayê nav garanê hema kîjan jinik dîtibe bazdaye ser wê û tam 21 zarok ji wan derxistiye. Mêro di 29 salîya xwe de bi 11 jinan re lotik avêtine û tirr ji wan berdaye. Di encama wan tirran de, 21 zarokan gotiye “selamunaleykum” û hatine dinyayê.

Axir, zaroka wî ya herî mezin 11 salî ye, mêro ne dewlemend e jî ku karibe wan xwedî bike û bi xwedîkirina wan zarokan re maye halekî heyirî. Îcar dibêjin dadgehê jê pirsîye:”Kuro qûneko, meaþê te kêm e, te çawa ev 21 zarok çêkirin oxlim?”

Wî jî bersiva dadwer daye û gotiye:”Hakim beg, ez bi serê te û serê vî xiyarê nav þeqê xwe kim, ez jî nizanim. Hema min destê xwe digihand kîjan jinê zarokek digo “fiþt” û jê derdiket. Ma go min zanîba wê ev 21 zarok wek kurtanê kerê li min bibin bar, ma min ew gû dixwar” filan û fîstan.

Werhasil, niha serê rayedarên bajarê Knoxville bi van 21 zarokan re ketiye belê. Ji ber ku meaþê bavê wan têra pîvazek xerabe nake, mecbûr e dezgehên bajêr van 21 zarokan xwedî bikin û ji xezîna bajêr zikê wan têr bikin.

Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Knoxville be, dibêjin hinek rayedarên bajêr dibêjin:”Wilo nabe qerdeþim, qûneko di 29 salîya xwe de 21 zarok çêkirine. Gelo heta 60-70 salî ewê çend zarokan li serê me bike bele hê? Na na, a baþ emê xirrê wî di qurmik de jêkin û xwe ji vî serþûnikî xelas kin bavê min, wîî” û dest bi plan û projeyên çareserîyê kirine.

Herweda dibêjin niha pirsa xiyarê Desmond Hatchett, li bajarê Knoxville bûye pirsgirêka yekemîn. Çawa ku serokkomarê Tirkiyê dibêje pirsa Kurd pirsa sereke ya Tirkiyê ye û divê zûtirîn wext bê çareserkirin, rayedarên Knoxville jî dibêjin: “Pirsa sereke pirsa xiyarê Desmold efendî ye û divê zûtirîn wext em rê li ber vî xiyarî bigrin”.

Ez serê we neêþînim, xelk bêbextîyan li Kurdan dikin û dibêjin: "Aqlê Kurdan di serê kîrê wan de ye". babam Desmond Hatchett ê Amerîkî zora Kurdan bir û xelata "Aqlê Amerîkîyan di serê xirrê wan de ye" stend ellawekîl....

 

 

 

Çavên we jî nebin wek zotka mirîþkê qerdeþim

 

Piþo Miheme- 26/04/09- Law xwendevanino, ezê þîretekê li we bikim. Îcar hûn bi ya min dikin an nakin ji xirrê kerê min ve.

 

Berî salekê, yanî havîna buhurî, min berçavkek rojê kirî û da ber çavê xwe. Piþtî çend rojan çavekî min wek zotka mirîþkê sor bû û çavê din jî wek bomba Ergenekonê teqiya. Ji wê rojê û heta niha ez bi gopal dimeþim, destê xwe dipelînim û carna jî bêhemdî xwe destê xwe li qûna xelkê dixim.

 

Axir, piþtî min lêkolînek li ser berçavka xwe kir, min dît ku ew berçavk sexte ye û malê Çînê ye. Yanî, Çînîyan tirr ji min berda û ez hitim kirim.

 

 Îcar tembîya min li we be qerdeþim. Va havîn hat, dinya dibe pizot û tîrêjên rojê xwe amade dike ku êrîþî çavên we bike. Hûn jî wek min ehmeqîyê nekin û berçavkên sexte nekirin law. Bi ellawekîl wê çavên we jî bibin wek zotka mirîþkê û hûnê ji herdu çavan kor bibin.

 

Ê min hema min carna destê xwe li qûna xelkê dixist, îcar ez ditirsim hûn destê xwe li nav þeqê xelkê bigerînin ellawekîl.

 

Ji min gotin cîgerlerim. Hûn bi ya min dikin nakin ji xirrê mam Celal ve û xelas….

 

 

 

 

 

Dereng nemînin, malê xwe teslîmî Lotikxanê bikin

 

Piþo Miheme- 22/04/09- Li ser bextê pispor û zanyarên cîhanê be. Li gor kovara New Scîentîst dibêje, dibêjin pisporan bi sê telaqên jinberdanê sûnd xwarine ku wê di sala 2012an de qiyamet rabe û dinya serûbinê hev bibe. Xwedêgiravî felaketa ku berî 153 salan di 1858an de hatibû serê dinyayê wê dîsa vegere û wê firtoneya rojê tirrê ji dinyayê berde.

 

Firtoneya rojê ev e ku wê enerjîya manyetîk a tîrêjên rojê di sala 2012an de Amerîka û Ewrûpa bide ber lotik û pehînên xwe û wê bi van lotikan jiyan bisekine, felaketek mezin bê serê insanetîyê. Dibêjin wê av nemîne, xwarin nemîne, teknolojî bi kar neyê, telefon nexebitin û elektrîk nemîne.

 

Axir, îcar tembîya min li we be gelî xwendevanên Lotikxanê. Wê qiyamet di sala 2012an di meha Îlonê de rabe û tirrê ji we berde. Îcar berî ku qiyamet rabe, malê xwe, zîv û zêrên xwe, perên ku we di bin balgeh û doþekan de veþartine teslîmî Lotikxanê bikin. Malê xwe bi sîgorta Lotikxanê garantî bikin qerdeþim. Heger roja qiyametê hat û tirr ji we berda, em kefîlê we û axretê ne. Emê mal û zêr û perên we li axretê yek bi yek teslîmî we bikin. Soz!

 

De haydê..

 

Dereng nemînin, berî mirinekê xwe di þîrketa Lotikxanê de sîgorta bikin û li axretê piþtrast bin. Ji me gotin, piþtre hûn li axretê miflis, bê zêr û pere birçî bimînin em ne mesûl in. Piþtre nebêjin çima lotikxanê em sîgorta nekirin haaaaaa....

 

 

 

 

Pisîka xêr û bereketê

 

Piþo Miheme- 08/04/09- Serokê Amerîka xalê me mîster Barack Obama, piþtî têra xwe lotik li parlamenter û serokên partîyan xistin, berê xwe da Muzeya Ayasofyayê.

 

Dý muzexanê de Reþoyê me û Serokwezîr Erdogan rastî pisîkekê tên. Radibin yeko yeko bi pisîkê þa dibin û destê xwe di ser serê pisîkê re dibin û tînin. Ev firkandin ewqasî bi pisîkê xweþ tê ku nav lingên wê þilopilo dibe û doxîn moxîn pêre namîne, sist dibe û diþemite.

 

Welhasil, li ser bextê sofî û melayên muzexana Ayasofyayê be, dibêjin Reþoyê me ji Erdogan re gotiye:”Law Kasimpaþalî, ev pisîk li vê muzexanê çi dike oxlim, ev pisîka kê ye cîgerim?”

 

Kasimpaþalîyê me jî gotiye.”Bi sê telaqan ez jî nizanim. Lê li gor rîwayet, çîrok û fesadîyên xelkê, dibêjin wextekî ev pisîka nivîskar Kemal Bûrkay bûye. Ji ber ku ji birçîna ji malê reviyaye, îcar Bûrkayê me rabûye helbestek li ser pisîka xwe nivîsandiye û gotiye “Bîr kedîm bîle yok” û ev helbesta wî bûye nîþana pisîkên dinyayê” filan û fîstan.

 

Axir canim, pisîka li Muzexana Ayasofyayê bi xêra destê Barack Obama bû wek “pisîka xêr û bereketê” û meþhûr bû.

 

 Bi ellawekîl, heger rojekê ev pisîk wek “ewlîya” tirba wê bê ziyaretkirin qet ecêbmayî nemînin gelî xwendevanan....