Lotikxane

 

 

Pornocî Kemal

 

 Nikare bi kerê dibeze kurtên

 

        

              Xwedê da jinan

Teknîk bi pêþ dikeve û dinyayê radipêçe. Helbet bi pêþketina teknîkê re zehmetî û xerabî jî derdikevin pêþ û exlaqê meriv jî tê guhertin. Lê kar û fêdeya pêþketina teknîkê jî nayê înkarkirin. Hem baþ e û hem xerab e wesselam.

 

Hûn zanin bê ferqek ji ferqên navbera jin û mêran çiye ne wilo? Mesela mîzkirinê ye. Zilam rabûkirî dibeliqînin û xwe rehet dikin û jin jî ji mecbûrî rûniþtî yan qelabizkî dibeliqînin.

 

Lê bi saya teknîkê û bi saya berjewendîyên bazirganî, va jin ji wê pirsgirêkê azad dibin. Ji sala 1999an ve li Ewrûpa û Amerîkayê ev haceta ku jin karibin pê rabûkirî bibeliqînin derketiye mazatê. Lê li Tirkiyê nuh dest pê kiriye.

 

Karmendek ji bajarê Bursayê Alî Kaya, dest bi çêkirina wê haceta ku jin karibin pê rabûrikî bimîzin kir û ew derxist bazara firotinê. Hacet bi 6 lîreyên Tirkî tê firotin û ji bo carekê tê bikaranîn. Yanî, pê bimîze û bavêje.

 

Alî Kaya, di derbarê vê haceta mizkirinê de dibêje ku “ji sedî 50 nexweþî ji mesela destavê peyda dibin û salê bi dehan zarok ji ber mîkrobên destavê (mîzê) dimirin. Ji ber vê jî bikaranîna vê hacetê ji bo jinan pir baþ û paqij e” filan û fîstan.

 

Ez serê we neêþînim, êdî wê keç û jinên me ji rûniþtina qelabîzkan azad bibin, wê wek zilaman karibin þipyakî (rabûkirî) bimîzin û hetta wê karibin mîza xwe 4-5 metroyan dûrtir jî bibeliqînin.

 

De li ser xêrê be û xwedê rehetîyê bide keç û jinan rebbî....

 

22.12.2009- Bursa

 

 

 

 

Joanna tirr ji Katolîkan berda

 

Rêxistina PETA ya heywanparêz, her serê demekê navdarekî/kê dixe bernameya xwe û bi reklama bedena wan xelkê tîne xaleyanê, girêzê ji devê wan diherikîne. PETA ya ku dev ji paraztina mafê mirovan berdaye û hîmên xwe li ser paraztina mafê heywanan danîye, vê carê jî bi qerpika stuyê lotikvana germik û nermik, modêla agirpêketî Joanna Krupa girt û lotikek li Katolîkan xist.

 

 

Joanna Krupa, bi selîba ku nîþan û sembola filehan e, derket pêþberî awira gelemperî. Xanimê selîb xist nav sîng û berên xwe û heta bi nav þeqê xwe daxist. Tiþtekî wilo seksî û erotîk derket holê ku tu zilam nikaribin xwe li ber bigrin.

 

Piþtî vê lotika balkêþ û germ, Katolîkên dinyayê rabûn ser tapanan û PETA protesto kirin. Xwedêgiravî Joanna Krupa bi vî wêneyê xwe þerefa Katolîkan anîye pênc peran û piranîya zilamên Katolîk har bûne, doxîn li wan sist ûye û jinên wan li ber çavên wan bûne wek tenîya binê beroþê.

 

Ji alîyê din hinek zilamên Katolîk jî pê kêfxweþ bûne û gotine:” Oxxxx, aha horîya bihuþtê ev e! Heta niha me horîyên bihuþtê nedîtibûn, va me bi saxî jî horî dîtin” û zimanê xwe li dora devê xwe xistine.

 

Axir, Joanna Krupa serê Katolîkan kir wek þorba nîskê û selîba wan danî ser tenûra xwe. Hinek li dij derketin û hinekan jî horî bi çavên xwe dîtin. Îcar wê Katolîk li axretê çi hesabî ji Joanna Krupa bixwazin ez jî nizanim...

 

03.12.2009

 

 

 

 

Aha protesto gerek wilo be

 

Wê rojê ciwamêrekî bi xêra dê û bavê xwe ez bi xwe re birim Ukraynayê û lotikek xêrxwazî avêt. Min jî got:”De baþ e, ez xatirê wî naþkînim. Qe nebe ezê Ukrayna bibînim û belkî bi xêra wî ez çend jinik minikên bedew û doxînsist nas bikim” filan û fîstan.

 

Werhasil, me kurtanê kera xwe lê kir, em li kerê siwar bûn, me dest bi strana „Rêwîyo“ kir, ya alla û ya xwedê me berê xwe da Ukraynayê.

 

Axir, piþtî rêwîtîyek bi xir û cir, em gîhan qonaxa xwe û me li navenda bajarê Kîevê ji kera xwe re go þoooooþþþþþ mîrat û em ji kerê daketin. Ev çend roj in em li kerê siwar in û bawer bikin hestîyê qûna me bûbû wek textik, hiþk û hola bûbû. Heta binek xwîn bi me ve hat, em nîv seetê li wê meydanê gêjo mêjo bûn û li dora hev zîzikîn.

 

Werhasilî kelam, em ji kerê daketin daneketin, wey bavooooooo ev çi qiyamet e! Wek dinya nedîtiyan li Ukranîyan hatibû kuro, dora me pêçan û her yekî/yekê ji alîyê xwe de tilî avêtin bin dûvê me. Te digot qey em ne ji dinyayê lê ji Mars û Hîv û Rojê hatine kuro, digotin qey em ji UFO daketine ellawekîl.

 

Ez serê we neêþînim û heger êþiya jî ji xirrê Gorbaçov ve, carekê me dît va çend jinikên spehî û seksî kirasên xwe ji xwe kirin, þût û rût xwe bera çolê dan. Law bi þeþ telaqên jinberdanê av bi devê min ket û girêza devê min metrokê herikî, offfffffffff çi jin bûn law!

 

Piþtî me sedema xwerûtkirina van doxînsistan pirsî, gotin:“Ohooooo, kuro ma hûn di guhê gê de ne oxlim, ev jinik ji bo ku hikûmet çareserîyekê ji þewb û zekema berazan re bibîne xwe tazî kirine. Yanî þewba berazan þermezar dikin û qûna hikûmetê dax didin“ filan û jehr û ziqûm.

 

Neyse, ez zêde dirêj nakim û kezeba we di devê wer e dernaxim kezeblerim. Hema ji xwe re li van jinikan û protestoya wan binerin û hûn biryara xwe bidin. Binerin, av û girêz bi devê we bikeve ez ne sebeb im ha, okey…..

 

20/11/09- Ukrayna

 

 

 

 

 

 

Ev jî vîrûsa zinêkarîyê ye

 

Pornocî Kemal- 02/11/09- Tirkiye- Li Tirkiyê bi hezaran vîrûs û nexweþî hene. Erê niha þewba berazan bûye mode û tirr ji xelkê berdaye jî, lê þewbek heye ku zêde bala kesî nakþîne. Þewba zinêkarîyê!

 

Li gora lêkolîna pispor û seksologên Lotikxanê, þewba zinêkarîyê li her bajar û gundên Tirkiyê belav bûye û zilamên Tirk ji tirsa vê nexweþîya xedar newêrin terka mala xwe bikin. Çima? Ji ber ku vîrûsa nexweþîya zinêkarîyê xwe li daw û delingên jinên wan pêçaye û wek toqa naletê ketiye stuyê wan. Yanî, zilamên wan ji tirsa zinêkarîya jinên xwe hew wêrin ji mala xwe derkevin.

 

 Li bajarê Kastamonê ya Tirkiyê, gundê Karamûk ê, zilamê bi navê H.K (49 salî) ji malê derdikeve û dixwaze serdana nasekî xwe bike. Tê nîvê rê, lê dibîne ku tiþtek li malê ji bîr kiriye û yekser vedigere malê ku rahije tiþtê jibîrkirî û dîsa vegere. Tê malê çi bibîne baþe?

 

Dibîne ku muxtarê gund Î,M û jina wî di nav livînê de þilfî tazî ne û çawa hinge dinga lotikên wan e, pekkkkkkkk, dê weledê xwe avêtiye, kufe kuf bi wan ketiye û dengê ax û oxa wan di ezmanê heftan re derdikeve.

 

Werhasil, çav di serê mêrê jinikê de sor dibin, fiþe fiþ pê dikeve, firnikên pozê wî wek pozê ker û bergîlan fireh dibin, demança xwe ji ber xwe derdixe, teq, teq, teq û li wan direþîne. Jina xwe dikuje û muxtar jî giran brîndar dibe.

 

Axir, mêrik tê girtin û felek li serê wî digere.

 

Aha kerametên “þewba zinêkarîyê” jî ev in ha gelî xwendevanan.

 

Îcar ka bêjin:

 

Þewba berazan zehmet e, yan þewba zinêkarîyê?

 

Ez bi serê xwe û we kim, ev þewb di her malek Tirk de heye. Îcar hay ji xwe hein û hew...

 

 

 

 

 

Xanimê du xiyar bi hevre îdare kirine

 

Pornocî Kemal- 18/07/09-Stenbol- Belkî hûn nizanibin lê ez ji we re bêjim qurçiklerim. Kesên ku gava xwe davêjin nav sînema, huner û sosyeta Tirkan, heta doxîn li wan neçirvire û nebin çarox, meþhûr nabin. Heta çend dozer û qemyon di ser wan re derbas nebin, terfî nakin û  nafirin.

 

Lotikvana germik û nermik, bedewa seksî û agirpêketî sayin Nûrgul Yeþîlçay xanim, ji çapemenîyê re hinekî behsa jiyana xwe ya taybet kir û çend lotik avêtin derûdorê. Lê a xweþ ev bû ku xanimê dibêje:“Min carna du zilam bi hevre îdare dikir. Lê di dawîyê de meriv aþiqî qiraseyekî din dibe û dev ji herdu xiyaran jî berdide“ filan û fîstan.

 

Hûn dibînin bê gotinên min çawa rast derdikevin newilo? Ma ez nabêjim „heta doxîna wan neçirvire meþhûr nabin“ qerdeþim? Aha hûn dibînin, ew bi xwe dibêje „min carna du zilam bi hevre îdare dikir“ baba, ma ez derewan dikim, wîî!

 

Îcar îdarekirina du xiyaran jî çawaye hûn zanin gelî xwendevanan? Wek toqa naletê ye ellawekîl. Heta mero xiyarekî îdare dike, dora xiyarê din tê. Heta mero wî têr dike, ê din birçî dibe. Yanî, wek zilamên ku têkevin dora tenûrê û li bendî nanê germ bin. Xuyaye tenûra xanimê ewqasî germ bûye ku herdu qirase bi hevre îdare kirine û tew berê xwe daye xiyarê sêyem jî.

 

Îcar brê min, tembîya min li we be û gunehê min di stuyê we de be. Heger we niyeta xwe li navûdeng û meþhûrbûnê xira kir, 101 girêkî li doxîna xwe xin. Qe nebe heta derhêner bi wan 101 girêkan bilebike, belkî biweste û dev ji sistkirina doxîna we

berde. Na ku doxîna we sisto misto be, ne 2 zilaman lê hûnê mecbûr bimînin belkî 25 xiyaran jî îdare bikin ellawekîl. Ji min  gotin……  

 

 

Xanimê çû erþ û dîsa hat ber terkê reþ

Pornocî Kemal- 02/07/09- Xwedêteala her tiþt bi pîvan û li gor dilê hev afirandiye. Lê hinek kes xwe radestî nefsa xwe dikin û qaþo dixwazin lotikên bergîlkî virde wêde bavêjin. Meselen lotikvanên wek Melanîe û Becky.

Ev herdu hurmet lezbîyen in (haþa bi tiliyan hevdu îdare dikin lo) û li Ingiliztanê navdar bûn. Hem jî xaniman manken bûn haaa, ne xanimên hayella bûn. Di dema mankenîyê de hevdu nas kiribûn, li hev bûbûn pizot û piþtre jî dest bi alastina hevdu kiribûn.

Werhasilî kelam, rojekê Melanî ji alastinê têr dibe, hev bi tilîyên Becky têr dixwe û dilê wê dibije xiyarekî qeþartî. Melanîe radibe xiyarê bi navê James nas dike, dil dikevê û li emrê çûyî, li tilîavêtinê û li alastina nav þeqê Becky poþman dibe. Melanî xanim radibe bi xiyar James re dizewice û hevala wê Becky jî ji wan re dibe þahid.

 Erêêêêê, erêêêêê…..

Hûn dibînin bê xiyar çiqasî þîrîn in ne wilo gelî xwendevanan. Tew ji xwe xiyarên Mêrdînê hingiv in kuro hingiv, ma wek xiyarê James ê Ingilîz in, na bavooooo!

 

 

 

 

Xanimê bû lotikvana nimro 1

 

Pornoci Kemal- 18/05/09- Kovara Maxim 100 jinên herî seksî û herî agirpêketî pêþkêþî dinya û alemê kir û dil û kezeb li me sot. Li gora kovara Maxîmê, Olîvîa Wîlde bû nimro 1 û qûþ li jinên din qetand.

 

Piþtî ku min Olîvîa Wîlde dît û min tehlîlek baþ li ser wê kir, ez gihan wê qeneetê ku xanimê îdare dibe ha. Erê zeîfokî û çilmisonkî ye, lê tê xwarin. Ji tunebûnê çêtire.

 

Welhasil, gava min li wêneyên Olîvîa xanimê dinerî, hevalê min Seksomanyaq Cimo jî li cem min bû.

 

Piþtî ku Cimo çend awir avêtin wêneyên Olîvîa Wîlde, serê xwe hejand, keserek kiþand û xwe bi xwe got:“Axxxxxxx, law ma jina min jî jin e qerdeþim. Ji  xwe jina min li ber çavê min reþ e, gava ez çav li van karxezalan dikevim yekcar dibe wek teniya binê beroþê law. Kuro ma jinên me jî jin in law“ filan û fîstan.

 

Axir, ka hûn jî lê binerin bê jinên we jî li ber çavên we reþ dibin yan na. De qurban de….

 

 

 

 

 

 

Derman li cem Lotikxanê ye kaka!

 

 Pornocî Kemal- 17/04/09- Li ser bext û wîjdanê malpera Rûdawê be, dibêjin sedemek ji hevduberdana jin û mêrên kakacanan mesela lêranebûn û tunebûna zewqa seksê ye.

 

  Rûdawê dest avêtiye pirsgirêkek giring û kêm zêde rewþa lotikên Kurdekanên baþûr raxistiye ber çav. Bi taybet jî keç û xortên nûhatî bûne mijara lotikên Rûdawê.

 

Dîsa li ser bextê xiyar û arûyên nav lingên kakacanan be, dibêjin Karwan Celal ê 24 salî gelek bi kêfxweþî zewicîye û xwe serserîkî avêtiye nav nivîna germik û nermik. Lê dema dibîne ku jina wî lotikên li gor dilê wî navêje û li gor dilê wî zîtirkan nade xwe, mêro sar dibe, sisto-pisto dibe, avek cemidî bi ser de tê xwarê û hew lê radibe.

 

Axir, piþtî ku çend mehan heman tirþikê dixwe lê jê têr nabe, pirsgirêkên aborî dikin sedem û hevdu berdidin. Li gora tê gotin, par 116 telaq hatine avêtin û 68 bûyerên hevduberdanê çêbûne. Çima? Ji bo ku yan keç yan jî xort li gor flîmên televizyonan lotikên bergîlkî li hev naxin, hevdu nalêsin û têr gon naxwin.

 

Welhasil, dibêjin Azad Wadî yê 29 salî jî piþtî du mehan ji jina xwe cuda bûye û gotiye:”Ji alîyê seksê ve ez lawaz (qels) bûm kaka. Jina min jî wek çêlekên nav garanê dîn û harê seksê bû. Min nikarîbû bersiva lotikên wê bidim û wê têr bikim. Ji bo wê min biryar da em hevdu berdin” filan û fîstan.

 

Yanî, Azadê me tirsiyaye ku xwe li ber lotik û zîtirkên jina xwe negre, hestî mestîyên xwe biþkîne û di vî temeê ciwan de bimre. Ji ber vê jî hema yekser hevdu berdane.

 

Îcar ya xweþtir çiye hûn zanin gelî xwendevanan?

 

Lêkolînerê Civakî Sadiq Ehmed dibêje:”Temaþekirina wan flîmên seksê yên satelîtan dibin sedemê hevduberdanê, dibin sedema hilweþandina sîstema civakîya ya malbatê û telaqavêtinê” filan û fîstan.

 

Axir, ji alîyê din Mamoste Sadiq jî bal kiþandiye ser laþfiroþan (qehpikan) û dibêje:”Bi sê telaqan sedema hevduberdanê ev qehpik in. Hingî qehpik pir bûne zilamên me hew dixwazin heman tirþikê bixwin û dev ji jinên xwe berdidin” filan û bêvan.

 

Welhasilî kelam, di sedema hevduberdanê de sê xalên giring derdikevin pêþ.

 

1-     Xort di seksê de lawaz (qels) in û xwe li ber lotikên jinên xwe nagrin.

2-    Keç nikarin wek flîmên porno yên televizyonê zilamên xwe têr gan bikin, wan balêsin û virde wêde bifirkînin.

3-    Laþfiroþ (qehpik) li Kurdistanê zêde bûne û hewcedarîya zilaman bi xwarina heman tirþikê nemaye.

 

 

Îcar gelî keçekan û xortekanên baþûrî Kurdistanekan, canekem.

 

Dermanê seksê, dermanê dîn û harbûnê, dermanê lotik û zîtirkên bergîlkî li cem Lotikxanê ye. Heger hûn naxwazin hevdu berdin û wek wan flîmên televizyonê sal 12 meh bazdin ser hev, serî li textorên Lotikxanê xin. Dermanê ku li cem Lotikxanê ye, li cem tu pispor û seksologên dinyayê jî peyda nabe. Em garantî didin we ku bi vî dermanî hûnê 12 mehan ji ser zikê hev danekevin û tirrê ji hev berdin.

 

Îcar hûn û kêfa xwe....

 

 

Xweþ xebere lê me ne bawere

Pornocî Kemal- 29/03/09- Lý ser bextê zinêkarên Hollywoodê be, dibêjin lîztikvana agirpêketî, nermik û germik, xwedîya xelata Oscarê Kate Wînslet, sûnd xwariye ku êdî li pêþberî kamerayê xwe tazî neke û hew seksê bike.

Kate Wînslet, di hemi fîlmên xwe de bê sansûr xwe berdide çolê û bi heyecanek mezin sahneyên seksê dikþîne.

Di fîlmên xwe de ewqas seksek xweþ dike ku doxîn li meriv diqete, girêza devê meriv metrokê diherike û derpî þil û pil dibe, dibe av.

Welhasil, erê Wînslet xanim bi devdelinga xwe sûnd dixwe ku hew seksê bike, lê bi sê telaqên jinberdanê me ne bawer e.

Ma qûna ku hînî tirr û fisan bûye kare dev jê berde xanimê?

 

 

 

Xanimê qîma xwe bi xortên 20 salî nayne

 

Pornocî Kemal- 21/10/08- Amerîka- Lotikvana melez û xwînþîrîn, jina seksî û avpêketî xanim Halle Berry, ji kovara Esqûîrê re tiþtên wilo gotin go aqlê meriv bisekine. Berrya ku diya keçekê û zewicî ye, ji kovarê re behsa jiyana xwe a seksê kiriye û gotiye:“Ez bi serê bavê xwe kim, lotikên go ez di vî temenê niha de davêjim û tama go ez niha ji seksê dikim, min di 22 salîya xwe de nekiriye. Pêxweþbûn di destê jinê de ye. Ez niha orgazmên (pêxweþhatinên) bi qalîte dijîm. Di dema lotikavêtinê de ez kontrolê dixim destê xwe û ji destê zilam derdixim“ filan û fîstan.

 

Xanimê wekî din dibêje:“Ez niha jiyanek bextewar bi mêrê xwe re dijîm Mêrê min qiraseyekî temam e. Ê min bi xwe ez ji zilamên kemlan hez dikim. Ji 22 salîyan hez nakim ji ber ku kesên 22 salî ji seks û lotikên bêîman fêhm nakin. Çi hebe di kemlanan de heye. Yanî, agir agirê qurma ye“ filan û xeftan. 

 

Piþtî van gotinên wê, min jî rabû nameyek qirase jê re þand û têde got:“Xanimê, ez jî 22 salî me. De tu keça bavê xweyi tê lotikên min biceribîni. Heger ez bi lotikekê nehêlim go dinya wek zîzokekê li dora te bizîvire ezê pîvazekê bi guhê xwe vekim. De tu keça bavê xweyi tê min têxi dora tenûra xwe“.

 

Welhasil, ez niha li bendî bersiva wê me wesselam.

 

 

 

 

Hay ji zarokên xwe hebin cîgerlerim

Pornocî Kemal- 16/10/08-Almanya- Internet nametek xwedê ye. Dinyê tîne ber destê mirov. Lê xeterîyên wê jî pir in. Bi taybet ji bo zarokan xeter e û zarok bi têketina malperên xelet lotikên bêîman dixwin.

 Li Almanya malbatekê du keçên xwe yên 11 û 15 salî di malê de bi tenê hiþtine û jin û mêr derketine nêçîra lotikan. Îcar herdu xuþk jî rabûne ketine internetê, malperên pornoyê vekirine, dengê flîmên seksê bilind kirine û cîran ketine helakê. Ji cîranan weye ku ferman li taxê rabûye û bi „ax û oxê“ jin û mêrên taxê ketine ser zikê hev. Lê piþtre dîtine ku herdu keçikên cîranên wan dengê flîmê seksê bilind kirine û çawa bi xwe xweþ tînin.

Axir, îcar tembîya min li we be gelî Kurdino.

Zarokên xwe bi tenê di malê de nehêlin. We hiþt jî flîmên pornoyê di malê de veþêrin û interneta xwe bigrin ku zarokên we ranebin tapana û dest bi lotikên kerîkî nekin cîgerlerim. Yan na, bi ellawekîl wê zarokên we tirrê ji we berdin û xelas. Ji me gotin..