|
Lotikxane |
Rêwîtiyek dûr û dirêj û bi talûke
Li paþ Çiyayê Þin, deþteke mezin hebû. Di nav wê deþtê de çemek diherikî. Ji ber ku ava wî çemî pirr zelal bû, jê re digotin Çemê Zelal. Dora Çemê Zelal tev de giya û kulîlk bûn. Darê bilind li dû hevdû rêz dibûn. Li qeraxa Çemê Zelal, di nav daristanê de gundekî þên hebû. Însanên wî gundî her roj derdiketin seyranê. Ji ber ku þêniyê gund pirr diçûn seyranê, ji dora Çemê Zelal re digotin Welatê Seyranê.
Lê di þeveke tarî de zinarekî ecêb û mezin ji jor de hat û ber Çemê Zelal girt.
Gundiyan kirin nekirin zinar ji ciyê xwe neleqiya..
Kosî, kîroþk, hirç û xezalan alîkariya gundiyan kirin lê zinar ji ciyê xwe neleqiya.
Gelo wê çawa wî zinarê ecêb û mezin ji ber çemê zelal rakin?
Ji bo vê pêwist e Dilgeþê piçûk î wêrek, berê xwe bide çiyan… Rêwîtiyek dûr û dirêj û bitalûke dest pê dike. Felata wî û xelkê wî ê di encama vê rêwîtiyê de diyar bibe…
Ji Mûrad Dildar, di tama çîrokên sedan salan ê bavûkalan de, çîrokeke fantastîk…
MÛRAD DILDAR
Di sala 1986ê de li Diyarbekrê, li gundê Elîparê hatiye dinyayê. Dibistana pêþîn û lîseyê li Diyarbekrê xelas kiriye. Niha Xwendekarê Zanîngehê ye û di beþa felsefeyê de dixwîne. Bêyî çîrokên zarokan çarînan jî dinîvîse. Qesra Spî berhema wî ya pêþîn e.
Qesra Spî
Mûrad Dildar
Wêne: Yusuf Avþar
ISBN: 978-9944-387-81-6
24x20, 32 rûpel, kaxeta art 170 g. Rengîn, 12 TL
-------------------
Qesra spî!
Eman
ha! Þaþ fahm nekin, Ez qala qesra Emerîkayê nakim.
Ev qesr ji bo zarokên kurd avabûye...
Xortekî kurd ji bo zarokên kurd, bi zimanê kurdî, bi zimanê zikmakî, bi wî
zamanê me yê wek þîrê dîya me çend çîrok nivîsîne.
Camêro çîrokên xwe jî berhev kirine û bi serbilindî, bixwebawer bi rêya
weþanxaneya Awesta çapkirîye.
Gelî dê û bavên kurdhez, kurdîhez û zarokhez, ji îro û pêve ji kerema xwe,
zarokên xwe bi çîrokên xwe, bi zimanê xwe têxin xew...
Ji kerema xwe,
Xatir bidin keda vî camêrî, xatir bidin vî zimanî û vê pirtûkê ji zarokên xwe re
bikin dîyarî...
Bikin dîyarî, da ku bi xêra vê pirtûkê zarokên we hez bikin ji zimanê xwe, hez
bikin ji dê û bavên xwe.
Û nebin feqîrên zimanê xwe, nebîn xizanên çand û civaka xwe...
Mûradê delal, dest û tîlîyên te sax be!
Mûradê hêja, ji dêleva hemû zarokên kurd, ez dibêjim spas û gelek spas û heta
bila dilê baþûrîyan nemîne, zor spas...
Bi rastî jî tu lawê bavê xwe yî û tu di rêya bavê xwe de dimeþî...
Rêya te vekirîye...
Û pêþiya te ronî ye...
Kesên ku vê nivîsarê bixwîne û pirtûkeke vî camêrî nekire, ez wî þermezar û qûna
wî jî bi se-çar ciya dax dikim... (Xanimno min tenê “wî” bi kar anî bila tiþt
nêbe ber dilê we!..:)))))
Farûqê Devliken
18.12.2009- Stenbol