Lotikxane

  

 Rêwîyê Kal

rewiyekal@gmail.com

 

   Nebin kerê bin barê dijminê xwe....

 

 

                           QÛRÇA KEVIRAN

 

Li herêma Serhedê þer û pêvçûna gundîyan qe xilas nedibû. Ji bo zarokan, bo ajalan, bo her tiþtî herdem ji þerkirinê re amade bûn. Bi keviran, bi çoyan, bi tevir û bêran, ser û guhên hev diperçiqandin. Paþê jî diçûn qereqolê gilîyê hev dikirin.

 

Dema ku berf tuneba kevir dîtin û girtin hêsan bû. Lê ku berf dibarî, ji bo þer kêmasîya keviran çêdibû. Di nav gund re çemek diherikî, kevirên çem wek hêkên qazê mezin û girover bûn. Îcar gava dibû payîz, bi zar û zêç diçûn ji çem kevir berhev dikirin. Bi parxêlan dikiþandin ber malên xwe û dikirin qûrç (þikêr). Qûrça keviran ji bo wan cebilxana þer bû.

 

Zivistana awir didan hev, xwe tiroviro dikirin, çavên xwe soromoro dikirin ku yek bi wan re bikeve þer. Dema þer dest pê dikir, digotin: “ Kuro zû xwe bigihînin gûrçê gidî, firsendê jê bistînin ha “ û wek bombeyên destan bi keviran êrîþî ser hev dikirin. Sosret bûn elawekil.

 

Hevdu dipelixandin, diperçiqandin û berê xwe didan qereqolê bo gilî. Ku berf hebû û rê girtî bûn, þop tenê hebû. Yekrêz di þopê re li pey hev dimeþîyan. Belengazan îca li qereqolê jî lêdan û îþkence didîtin, bi ser de jî bertîl didan fermandar û polî poþman dizîvirîn. De were li vê sosretê , li vê bêhiþîyê binêre û nekene lo!

 

Birangno, xwîþkino, kevirên girover ne ji bo hev, ji bo neyarên xwe bikin qûrç. Dîyar e wê di pêþerojê de hewceyîya  me pê hebe. Qûrça keviran ji bo wê demê bihêlin hey qaf seqetno!

 

Ê ku bên kevirkirin roj bi roj li me zêde dibin mixabin….

 

22.12.2009- Kurdistan

 

 

 

 

Rihê min jî teng bû!

 

Di dewr û çaxa axatîyê de li Serhedê gelek tadayî û zilûm hatiye kirin. Gundî hemû di xizmeta axayên xwe de ne. Lê dîsa jî axa ne xweþnûd e. Demsalên zivistanê gundî bi þevê diçin ji axayê xwe re çîrok û stranan  dibêjin ku dema wî xweþ kin. Bi roj jî di xizmeta axa da ne, wek zarokan li ber digerin ku dilê axa xweþ û geþ be.

 

Demsal zivistan e, bi qasî bejna miroveki berf li erdê ye. Axa û gundî li ber dîwarê qonaxa axê li dev dora xwe temaþe dikin. Offff û pofffa axa ye, rihê axa teng bûye.

 

Axayê navdar dibê: “ Geli gundîno, dilê min qet ne xweþ e, bêhna min teng bû

 

Gundî ji xwe amadene ji bo olama axayê xwe û dibêjin: “ Wey axayê me yê delal çima  çi bû, bêhna te çima teng e ?” Axa dibê: “ Kuro lawo ma hûn nabînin ? Berfê li me rê û þop girtiye, zûdaye min destbirakê xwe axayê filan gundî nedîtiye; min bêrîya wî kirîye

 

Li ser vê gotin û gazinê axa, gundî bi xiroþ dixwazin ku axayê xwe xweþnûd bikin. Yek dibê:

Em hespa axa amade bikin û li pêþîya hespê berfê bi lingên xwe bi dewisînin “.

Yek dibê: “ Ne nabe, divê axa bicemide, nabe “.

Yek dibê: “ Bila axa li piþta me siwar be, em bimeþin biçin “.

 

 Werhasil, gundî dikevin pêþbazîyê ji bo xweþnûdîya axê.

 

Yekî rûnker dibê: “ Bi sê telaqên jinberdanê hûn nizanin, hûnê axayê me bi qefilînin, wê bicemide û wê nexweþ bikeve; wilo  nabe ! “ Paþê pêþnîyara xwe dibê û axa jî dipejirîne.

 

Tawûga (garte-qizax- xîdor) ku bi kerê ve girê didin, pê gîha (alif) dibin dangî ji ajalan re amade dikin. Li ser tawûgê doþeg û mitêlan radixin, bi lihêfê axa dipêçin ku ne cemide. Axa lê siwar dikin, axa qelûna xwe pêdixe û li kêfa xwe ye. Hinek tawûgê dikþînin, hinek jî li pêþî bi lingên xwe berfê didewisînin þopê vedikin. Gundî wek kerê tawûga axa dikiþînin û bi rê dikevin diçin ba axayê destbirak. Navbera herdu gundan heft kilometro ye. Çûyîn û hatin çardeh kilometro ye. Di wê berfê de, di wê sur û seqemê de gundî erka kerê dikin û axa jî kêfa xwe dike.

 

Îro jî dîsa li ser piþta me Kurdan, hinek kes axatîya nûjen dikin. Bes e, êdî xwe ji kertîye  xilas bikin bavê min! Ma qey em ji bo kêfa wan kesa afirîne hatine cîhanê ? Ji bo cîyê tengbûn û bêhntengbûna axayên nûjen, ne pêwiste hûn jîyana xwe tarî bikin . Beseeeeeeeeeeeee  besssssssss…!

 

13.12.2009- Kurdistan

 

 

 

 

HÛN DI KÎJAN DEWRÊ DE NE GELO ?

 

Xwedê teala wextê beþer afirandiye, temenê wan daye. Mirov ji çavbirçîtîya xwe mala xwe bi destê xwe xera kiriye. Çar dewr xistiye nav temenê bêxêr. De ka bêjin çawa? Ker, kûçik, meymûn û mirov bo temen girtinê ketine rêzê.

 

Ji kerê re 50 sal  temen biriye. Kerê lava kiriye “ karê min pir zehmet e, ev temen  ji min re dirêj e, 20 sa ji bo min bes in” û hatiye pejirandin. Dor tê kûçik, 30 sal didê. Kûçik jî lava dike û dibê “ 30 sal ji min re pir e, 15 sal bes e “ ew jî  tê pejirandin. Îcar dora meymûnê ye, li meymûnê 40 sal temen dibire. Meymûn li  ber digere û lava dike, dibê “ ji  min re 20 sal bes e “.  Xwedê daxwaza wî jî di pejirîne.

 

Dora mirov tê, 25 sal temen dide mirov. Mirov lava dike û dibê “ Xwedêyo, ji bo min 25 sal temenek  gelek kin e, tu dikarî ew 30 salên kerê, 15 salên  kûçik û 20 salên meymûnê ku hilnedan jî bidî min “. Xwedê daxwaza mirov jî di pejirîne. Temenê mirov dibe  90 sal werhasil.

 

Heta 25 an temenê meyê normal e, em ji bo xwe dijîn.  Paþê dewra kertîyê dest pê dike.  Hetanî 55 salî em wek keran dixebitin. Barê jinik û zarokan dikeve ser piþta me.  Paþê dewra kûçiktîyê ye, em ji kar dikevin û wek kûçikan heta 70 salî li malê û dev dorên malê digerin. Piþtî 70 salî jî ji bo mirov dewra meymûntîyê ye. Wek meymûnan bi nevîyên xwe û nevîçirkên xwe re dileyizin.

 

Yabo ne bi vî temenê dirêj û ne jî bi dewra kerîtî, kûçiktî û meymûntîyê. Hema ê xweþ mirovatî ye ne wisa !   

 

Wek mirov ji doza xwe re jî hinekî têkoþînê bidin, heþa hizûr ji bo ku hûn ji kerîtî, kûçiktî û ji meymûntîyê xilas bin !...

 

05.12.2009

 

 

 

 

Qorelî Kazim

 

Ji ber ku di þerê Qoreyê de bûye xazî wer tê nas kirin, jê re dibên Qorelî. Kazim ajovanê  kamyonê ye. Ber bi dawîya salên 1960, demsala zivistanê cebirxane bar dike û berê xwe dide Dêrsîmê. Qorelî Kazim dibê: “ Sur û seqem e, rê wek neynikê dibiriqe û cemed  girtiye. Li  min bû þev , li kêlekên rê berf  bilind e. Rê ji berfê  gelek teng bûye.”

 

 

Tirs dikeve nav dilê Qorelî Kazim. Di rê de ji xêrî kamyona Qoreli tu  gerdûne tuneye. Qorelî difikire “ ku qedayek bê serê min, ez biþiqitim bikevim þerempolê ka ezê çi rêxê bixwim “.  Bi  qisawed bi rêya xwe de dimeþe. Demek þûnda ji hember kamyonek derdikeve. Lê belê lambeyên dirêj vêxistî ne.

 

Çavên Qorelî hildide, nikare bi rê de biçe. Qorelî çend caran bi selektorê balê dikþîne, lê kêr nake. Kamyona hember gava nêz tê, xwe dide alîkî ku rê bide Qorelî. Qorelî hema çakûç hildide destê xwe û ji kamyonê peya dibe. Diçe ber kamyona ku ji hember tê û bi çakûç herdu lambeyên kamyonê diþikîne.

 

Ajovanê kamyonê ji Qorelî re dibê: “ Te di dayika min nîha ji vê çêtir bû wele. Kurê dêlikê, ka ezê îcar vê þeva reþ û tarî bê lambe çawa bi rê de biçim ûlan..” filan û bêvan û gilîyê xwe tine zimên.

 

Qorelî Kazim jî dibê: “ Kurê kera reþ, ma lambeyên te çavên min kor kirin, ma tu nizanî selektor bikî ? Ku kamyona min biþiqitîya biketa þerempolê û heta biharê li  vêderê bimama  baþ bû ne ? Minê çi rêx bixwara oxlim! “

 

Qorelî tola xwe hilanî ye êdî. Li kamyonê siwar dibe û diçe. Ajovanê kamyonê wê þevê di seqema zivistanê de bê lambe  dimîne û difikire “ wey min di vî aqilî da rîto, lo law ma tu ajovanî qaso, çawa nizanî lambe çawa tê selektor kirin. De îcar biqefile û bimire, bila gur te bixwin û ez ji te aqilî xilas bim” filan û bêvan kûr kûr difikire…

 

Îcar qurban, gelî Kurdino! Law ma hûn nikarin lambeyên dijminên xwe jî biþkînin babam? Hema hûn ji hevre çav vekirî ne ne ? Ê de baþ e, naxwe hûn jî melûl melûl li xwe û helwesta Qorelî Kazim bifikirin….

 

28.11.2009- Kurdistan

 

 

 

 

 

BÛKA BEJÝN DÝRÊJ

 

 Xalê Seyfeddîn û jina wî Seyran herdu jî  gelek bejin kinik bûn. Zarokên man jî wek wan bûn. Navê wan Necmeddîn, Xêyreddîn, Qutbeddîn, Sedreddîn û Nûreddîn bûn. Dema zewaca lawê wanê (kur) mezin Necmeddîn hat, çûn bi destê keçikek bejin bilind û dirêj wek sipindarê girtin.Bejna bûkê du car ji ya zavê bilindtir bû. Nîþanî kirin û paþê bi dawet û þahî bûka xwe anîn.

 

Zemanê berê di her malê de bonîga (zembil) nan hebû. Ku hevîr dipijandin (dipahtin) dikirin nan, di vê bonîgê de bi cîh dikirin, vediþartin an diparastin. Bonîga nan bi arik (esreq) ve darda dikirin (daleqandin) ku bizinên diz, kûçik, piþîng nexwin an zarok serbest nebin nexwin, feqîrî û tunebûn hebû.

 

Îca Necmeddîn rojekê ji bo tiþteki li jina xwe ya bejin bilind hêrs dibe, berhevdanê dikin. Malbat jî þerê wan temaþe dike û piþtgirê Necmeddîn in . Necmeddîn destê xwe bilind dike ku sîleya xwe lêde. Bûk dibê: “ Weh, tu wer mêrî ? Diki li min xî, tu tiþtek wisa bikî  îcar tu zanî ezê çi li we bikim ne ?”

 

Necmeddîn çavê xwe soro moro dike dibê: “ Tu yê çi bi me bikî hele ka bêje? “

 

Bûk bersivê didê û dibê: “ Min dîn nekin, ji xwe bejna we kinik û nîv metro ye. Welehîn ezê bonîga nan bi arîka ve dardakim û danaxînim jêrê, hûnê bê nan ji birçî ya bimirin haaa! “

 

 Necmeddînê me dinêre rewþ xerab e , dev ji lêdanê berdide.

 

Îcar gelî xwendevanan, jina Necmeddîn ew bi birçîbûnê tirsand. Ê me jî dagîrker bi kuþtinê me ditirsînin. Dibên: “Behsa Kurd û Kurdayetîyê nekin ku em we nekujin“.

 

Wey liminêêêê, him hatine li ser axa me bi zordarî rûniþtine û him jî me dikujin bavoooooo ! Law ma bêdengîya li himber vê zordarîyê ne bêxîretî ye babam!

 

21/11/09-Kurdistan

 

 

 

 

 

 

 

DÝZ HEYE

 

Misto þevekê telefonî Cindo dike dibê: “ Kuro hay ji xwe û mala xwe hebe, diz heye, diz dikeve malan û dizîyê dike ha. Tiþt û pertalan di dize“.

 

 Li ser vê gotina Misto, Cindo dikene û ji xwe ve diçe. Dibê: “ Lo lawo ma tu jî dizanî  tenê ez im, pîreka min Gulê ye û xesîlekî me heye. Xeyrî vana tiþtekî me tuneye, diz wê çîyê me bidize kuro? “

 

Misto dibê: “ Paþê tu nebêjî cîranê min negotîye, de êdî tu zanî “.

 

Cindo cardin dikene û bersivê didê: “ Tu qe mereq meke, min bergiriya xwe girtî ye  hahahaha. Gulê di bin minda ye; xesîl jî di bin Gulê de ye. Ma wê diz heþa hizûr xirê min bidize law,  hahahaha! “

 

Bi serê mele Îso yê topal, dagîrkeran hemi  tiþtê welatê me dizîn. Neft, lajwerd, vejen nema. Ku hûn þîyar nebin, di xewê de bin (heþa hizûr) wê  xirê we jî bidizin, ihii!  Paþê nebêjin lotikxanecîyan ji me re negotine ha !

 

Hûn zanin ez ji we re çi dibêm ne wilo?!

 

14/11/09- Kurdistan

 

 

 

 

Gundê qeþmeran

 

Xalê Salih pezê xwe þandibû zozanan. Ew bi xwe jî car caran li mehîna xwe siwar dibû diçû seredanîya þivên. Rojekê ji zozanan dizîvire, lê  li ser rêya wî gundek pir henekvan û miqalid hebû. Neçar di nav wî gundî re derbas dibû. Kî di wî gundî re derbas biba, îlakî tiþtek dianîn serê wî kesi.

 

Xortên gund bala xwe didinê xalê Salih wa li mehînê siware û tê. Ji bo henek û lîstikekê çav dikin hev, bi hev re dibên: “ Wey xalê Salih tu bi xêr û xweþî hatî. Tu qe çawayî, zar zêç  baþ in înþellah. Li zozanan çi heye çi tune” û filan û bêwan. 

 

Hêdî hêdî dorê lê digirin. Hinek didin axavtin, ê din jî tenekên vala bi  boçika (dêl) mehînê ve girê didin. Ji niþkêva yek dizgînê ji serê mehînê dike xwarê, yek jî pehînek bê îman li bin zikê mehînê dixe û direvin.

 

Mehîn dibeze û dengê tenekeyên vala jî bi ser dikeve dike “ teqe req “. Hema serê xwe hildide, berê xwe dide rêya ku di ber qereqola cenderme re derbas dibe. Xalê Salih ji ser mehînê dikeve  xwarê, li erdê dikeve û parsûyê (parxan) wî diþikê. Zare zara xalê Salih e, lê êdî bûye.

 

Fermandarê qereqolê û çend kes jî li baxçe rûniþtî ne. Bala wan dikþîne wa hespek wek birûskê dibeze û ber bi wan ve tê. Toz û dûman bi ser ketîye, li pey hespê tiþtek bi erdê ve kaþ dibe. Fermandar deng li nobedar dike dibê: “ Kurê min, rê li vî hespî bigirin, waye  Kurdan dîsa yek kuþtine û bi boçika hespê ve girê dane.Hela em binerin ew kî kuþtine “.

 

Werhasil, diçin xalê Salih ji erdê radikin. Xalê Salih ne dê dihêle ne bav, ji wan xortên henekvan re dide çêran (dijûn). Çêr li ba wan ne girîng e, ew li kenê xwe û kêfa xwe ne.

Îcar qurban, welehîn hinekan ne parsûyê me tenê, lê mejîyê me perçiqandîye, lê em li xwe mikur nayên. De hela hûn kengî þîyar dibin!?

 

Ez fetisîm hingî min got: “ Brangno, xwîþkino, bi rewþek Kurdewarî rabin pîya “.  Ne hûn sax û ne ez silamet heta em di vê xewa tehl da bin….

 

07/11/09- Kurdistan

 

 

 

 

WERÝN BADÎNÊN ERZANNNNN !

 

 Etar hatiye gund. Bi barê keran tiþt, pertal anîye bifroþe. Di rêda li ser piþta keran badînên çayê hinek þikestine hinek jî derizîne.

 

Di gund da pîrekek hiþsivik ber bi êvarê tê dixwaze ku badînên çayê bikire. Etar dibê:

 “ Ev badînên derizî erzan in. Dixwazî wan bitsîne. Ji xwe ez li çûyînê bûm“.

 

 Pîrek dibê: “ Baþe, ez biçim ji koxê hêkan hilînim û werim . Mêze mala min ew mala li hember e, nebê tu biçî ha“.

 

  Pîrek diçe ku hêkan hilîne were, lê bi derengî dikeve. Etar jî dike ku bi rê keve here . Li benda pîrekê ye. Etar badînan dide destê xwe û diçe ber derê mala wê pîrekê. Bala xwe didê pîrekê serê xwe kiriye koxê ji pûnikê hêkan hilbigire, lê qûna jinikê li derva ye. Ba lêxistiye û dawa jinikê rakiriye jorê. Etar hema xirê xwe ji paþve dike jinikê û digihe miradê xwe. Jinik hinek dike qîre qîr lê fêde nake, êdî bûye û çûye werhasil.

 

Êvarê mêrê jinikê ji zevîyê tê. Jinik di wan badînên derizî da çayê datîne ber mêrê xwe. Mêrê jinikê dibê: “ Jinik ev badîn derizîye ma tu nabînî ? “

Jînik dibê: “ Erê ez dizanim derizîye. Min îro kirî lê min erzan ji etar kirîn, lewma ku derizî bûn “.

 

 Mêrê jinikê dibê: “ Keçê wele  etar nîhaye te , tu xapandîye. Ji xwe derizîne bi kêrî çi tên“.

 

 Jinika hiþsivik dibê: “Erê wele qe nepirse, serê min di koxê da bû û min hêk ji pûnikê hildida, etar ji paþ ve nîha min“.

 

Mêrik dibê: “Wey li minêêêê  ê ka ez te cawa bikim, te ji bo van badînê derizî him hêk daye him jî bi serda qûn daye. Xwedê te bikuje û ez ji te xilas bim . Te ji bo badînê derizî namûsa min kir pênc pere,  hiþsivikê, bêaqilê, keroseyêêêê “.

 

Îcar Kurdino,  doza me namûsa me ye bavê min, lê xwedî derkevin! Hinek lê ne ku wê namûsê erzan erzan bifroþin!Ku doz were firotin, ez êdî nikarim bibêjim lê wê gelek tiþt jî bên dayîn ha. Paþê nebên we negotîye qurban. Namûsa me ji bo daxwazên erzan nekin pênc pere!

 

22.10.09-Kurdistan

 

 

 

 

DENDÝKA DILA, BU KULA DILA

 

Îro qet hewesa min nîne ez henekan bikim gelî lotikvanino. Bîhna min teng e, çav di serê min de sor bûne û fiþe fiþa min e. De min go her tim henek nabin lo, carna di ber re lotikên siyasî jî bên avêtin xweþ e ha. Ma her roj tirþik tê xwarin law? Na.

 

Bi Kurdî gotinek heye dibên “ Evdila dendika dila “. Ê welehîn  ev mesela me ye îcar. Gava rihê hinekan teng dibe, hema radibe pesnê Kemalo dide û wî  li ser serê me mezin dike. Xwedê  zane û em jî dizanin ku Kemalîzm û Kemalo bi xwe dijminên Kurdan e. Qet bila wek tiþtek nû ku bê dozkirin pesnê wî nedin, em zanin wî kesê Selanîkî çi bi me kiriye û çi tofan bi serê me de anîye. Ev 87 sal in çi hatibe serê me Kurda,  ji vê  îdeolojîya Kemalo bi ser me de barîye. Çi barî ye ? Kuþtin, xwîn, agir, zilûm, koçberî, êþkence, lêdan, feqîrî, belengazî, birçîtî, komkujî, wêrankirin, talan û  hwd..

 

Hinek kes dawa çi li me dikin nizanim.  Qey dixwazin me hemûya bi zora çoya bikin hezkirê Kemalizmê bavooo ! Mirov ji dîn û îmanê derkeve dibe ku daxwaza wan bê cîh, an qet ne mimkûn e. Ka emê cawa Kurdistana percekirî, laþên singûkirî, zarokên stû xwar, zarokên sêwî, pîrekên bî, þexsîyetên daliqandî, bav û kalên koçber, erdnîgarek þewitî ji bîr bikin?! Ma qey em bêîman in law!

 

Derdê ser derda, kula ser kula îcar ev kesana dawa serokatîyê jî li me rebenan dikin yaw. Xwedêgiravî sermezinê Kurda ne, lotikvan û rêber in. De were îcar kirasê xwe neçirîne, dîn nebe, bi  çol û yabana nekeve. Hinek mirovên hiþsivik û dinyanedîtî wek pêxember bawerî bi wan tînin. Îcar bi hêsanî difikirin û dibên: “ Êêêêê, piþtî xwedê ew zanin cîgerim,  çi bêjin rast e “.  Di pêþerojê de ev xeterek mezin e ellawekîl. Xeterek wisaye ku wê tirrê di Kurdan de bike fis û dawa wan li serê wan bipêçe.  De ka hela wê Kurd cawa ji vê belayê xilas bibin ez jî nizanim. Dagîrkera bi zanatî di dawîyê de ev neyarî jî bi me re kirin. Bi ayîn û listik, bi dek û dolab, bi defik û dezgeh ji Kurda re jîyanek þêlû saz kirin. Nahêlin em pêþîya xwe bibînin. Tirsa min  ew e  hinek me serserîkî bikin bîrek bêbinî. Pirsgirêka mezin ev e, ka wê çawa ev pelûl bê paqijkirin wele ez nizanim. Kî dizane bila keremke were jorê ser mînderê rûnê û em jêre wek xulaman xizmetê bikin kekêcan.

 

Ez tenê vîya dizanim: Kurd heta bi zanatî rêç û doza xwe fêr nebin, nikarin azad bibin. Ji Kurda ra ne pêxemberê nû, ne Atatirk û ne jî AtaKurd hewcene. Kemalîzm qet ne hewceye cîgerlerim. Rêça me kifþ  e, doza me diyar e. Kes bila êdî hiþê me yê mayî jî tevlihev neke. Bila ji xwe re holikek ji qamîþan çêkin û tê de xwe dirêj kin, bi tiþtê felsefîk û melsefîk mijûl bibin.

 

Ez baþ zanim wê gelek cangorîyên Xelo û Celo dilê xwe ji  min bigrin, li  min werin xezebê. Lê  bi  serê  Seyda ez  nikarim  ji kesî  ra rûnkerî bikim. Bi  sê telaqê jinberdanê ez nikarim ji Kemalo û ..îzma wî hez bikim lo. Ma yabo bila ew jî nebe “ kula dila “ ne wisa !...

 

Hûn çi dibêjin gelo? Deng bidin deng. Paþê hewarkirin kêr nake rind bizanibin ha qurban. Ew Kurdê nêzî Kemalizmê dûrî bihuþtê ye, bê îman neçin gidîîî…….

 

15-10.09

 

 

 

 

TIRKEÞ BED KUÞTIN !

 

Rêwîyê Kal-09/10/09- Tirkîye- Ez bêjim li ser bextê kera Mele Nesreddîn be “ polîsan Tirkeþ kuþt “ hûn bawer nakin . Hûnê bibêjin:

 

 “Bi sê telaqan derew dibe lê ne evqas jî ha “. Welehîn  rast e, billehîn rast e. De ka em bên ser mesela kuþtina Tirkeþ, ka cawa bûye.

     

Di sala 1978an de li Mûþê navça Milazgirê, zarokên çepgir kûçikekî sipî girtibûn û li ser piþta wî bi boyaxa rûnî rengê sor “ Tirkeþ “ nivîsîbûn. Îcar ku ew kelb kuçe bi kuçe li çarþîyê digerîya, xelk pê di kenîyan. Kûçik bibû maskot û hemû kesî deng lê dikir û digotin:

 “ Tirkeþ beg “.

 

Polîsan çend cara xwestin ku kûçik bigirin û nivîsa ser paqij bikin, lê nebû, kûçik direvî û radest nedibû. Polîs neçar man bi demançê agir kirin û kuþtin. Îcar li ser kuþtina kûçik ji xelkê ra mijarekî nû çêbû. Deng li hev dikirin û digotin: “ Kuro te bihîstîye, polîsan Tirkeþ kuþt “ û paþê jî dikenîyan. Hineka jî digotin: “ Yaw xwedê neyîne serê kesê ku bavê xwe bikuje “  û dikirin pilqe pilqîn, ji kena ji bîrve (bê hiþ) diçûn werhasil.

 

 Ma aqilê we, hiþê we bi qasî ê zarokan jî naxebite qurban?

 

Law hûn jî lîstikên wek wan zarokan çêbikin, bila Erebên qûnreþ, Faris û Tirk neçar bimînin bavê xwe bikujin û hûn jî bibêjin oxxweþþþþþþ û hew, ma ji vê çalakîyê hêsantir!?

  

 

 

Dora kê ye?

 

Rêwîyê Kal- 02/10/09- Tirkîye-  Gotinek pir xweþ heye dibêjin: “ Xwedê ewil aqil ji mirov distîne paþê malê dinê “.  Ev gotin sedî sed rast e. Zivistanê gamêþ zû diqefilin, lewma di hundir da (axur da)  av didin û nabin ser avê.

 

Li gundekî Serhedê malbatek pir feqîr hebû. Ew bûn û madekek wan bû. Ji xeyrî madekê tiþtekî wan tunebû. Zivistanê didotin, þîrê wê dikirin mast û pê îdara xwe dikirin.

 

Malxoyê malê Cefo û pîreka wî Zelxo herdu jî kêm aqil bûn. Ji bo avdayîna madekê her roj di pevçûnê de bûn. Piþtî berhevdanê bîryar dan  rojê yek dor bi dor madekê av bide.

 

Çendekî wisa derbas kirin. Rojekê Zelxo got: “ Cefo, îro dora te ye, here ji madekê ra avê bîne “.

 

Cefo hêrs bû û got: “ Na wele min doh dora xwe kir, îro dora te ye“.

 

 Werhasil, tiþtek bi serê hev nexistin. Pênc roj pêvçûn û berhevdana wan dom kir. Piþtî pênc rojan gava çûn axur, bala xwe danê madek ji bêavbûnê (tîbûnê) terikî  ye (biecî ye) û mirîye. Li çogên xwe xistin “ wey bavooo wey dayêêê “ kirin lê  bêkêr  bû.

 

Îcar welehîn ev mesela me Kurda ye kekêcan.

 

Ji bo azadî û rizgarîya welat em dora xwe înkar dikin. Dewsa me nezan û nejêhatîyên tolaz tijî dikin. Tirsa min ew  e, emê rojekê mêzekin welat terikî ye û ji dest çûye. Êdî “ dayêêê  bavooo “ kirin jî kêr nake.

 

De rabin pîya û bi destê hev bigirin qurbana serê we me. Doza pîroz li benda hezkirên Atawirkçîyan, Xûmeynîcîyan û Baasçîyan  nehêlin û hûn sax....

 

 

 

Hah vê carê bû

 

 Rêwîyê Kal- 24/09/09- KurdistanBûka teze sibê radibe  malê, der û dorê malê, hewþa malê paqij dike. Taþtê amade dike û bi hevre dixwîn û vedixwin. Jêhatîbûna  xwe nîþanî xezûr û xesûyê dike. Paþê berê xwe dide kanîyê ku avê bîne. Wê gavê destîyên ku ji qafikan çêdikirin hebûn e. Du destîyan hildide û diçe.

 

Cîranê wan Remo jî çêleka xwe anîye nêzikî kanîyê, bi boxe bide gonxwarin û wextê kelê wê hatiye ku avis bimîne. Lê bejna boxe piçûk e, nikare bazde ser çêlekê.

 

Werhasil, bûka teze jî disekine bala xwe dide boxe û çêlekê. Boxe radibe ser herdu pêya bi çêlekê ve hilpas dibe, xirê xwe li devdorê qêla çêlekê digerîne. Lê dike nake nikare bike. Boxe çend caran

diceribîne, paþê serketî dibe û digihê miradê xwe. Bûka teze bi xiroþ temaþe dike. Haþa min hizûr, gava boxe xirê xwe dike çêlekê bûk þa dibe  û dibê: “ Hah vê carê bû oxxweþþþ “ û herdu destîyên xwe bêhemdî  li hev dixe. Destî di destê bûkê de diþikên.

 

 Bûk bê destî û bê av cardin vedigere malê. Xesû dibê: “Bûkê  ka tu çûbû avê qaþo, ka destîyên te bûkê ?“

 

Bûk þerm dike ku mesela boxe û çêlekê bibêje.

 

Ne yabo hûn þerm nekin fedî mekin, mesela Tirk, Ereb û Farisan bibêjin. Ka Kurd kengî wê wek boxe bazdin ser wan. De ji we re hêsanî be û ez sax….

 

 

 

 

MÊRXASÊ GUND

Rêwîyê Kal- 16/09/09-TirkîyeHûn dizanin Kurd ji hev re pir jêhatî ne. Ji bo  tiþtekî ne girîng, vala û beredayî, dikarin birayê xwe bikujin ne wilo? Ev paþverûtî  ya me ye birastî. Birakûji ji kevneþopî yê tê xwedê xira bike.

 

Xalê Þabo jî, xwedêgiravî bi vê wateyê mêrxas bû! Ýcar bejinkinikê xalê  Þabo pir bi hêrs bû, bêhnteng bû. Gava bi cîranê xwe re ji bo tiþtekî bêqîmet biketa niqaþê yan pêvçûnê, wuha digot: “ Ma law tu nizani bi min? Ez berîya taþtê deh mêran dikujim û paþê rûdinêm ser taþtê. Ez mêrxas im, wek te ne tolaz im “ û herdem pesnê xwe dida.

 

Di gundên Serhedê da þerê eþîrî kêm nedibû. Þamo jî G3’ ek Îsraîlîyan ji xwe re kirîbû. Ýcar ku bejinkinik bû, nikarîbû G3 ê bi xwe re bigerîne. Namlîya G3 ê bi erdê ve dikiþîya gava bi xwe ra digerand. Þabo paþê G3 firot û ji xwe re demançeyek çardexûr (14’li) kirî.  Ev rewþa xalê Þabo ji xortê gund re bibû mijar.

 

Axir, xort li taxa jorê ne û mijar dîsa xalê Þabo û G3 a wî ye.

Diaxivin û dikenin, pê laqirdîyan, henekan  dikin.

 

Xwiþka xalê Þabo, Hedo jî ji hember da derdikeve û ber bi xorta ve dimeþe. Xortê gund dorê lê digrin.

 

Xortek dibê: “ Xaltîya Hedo, ma heyfa G3’ê nebû,  xalê Þabo çima firot, çima 14’li kirî  gelo? “

 

Xaltîya Hedo bersivê dide: “ Erê lê, we  li vê taxê  Þabo hêrs dikir. Heta Þabo direvîya dihate malê G3 hildigirt û dihate vira, bêhn lê di çikîya û dibetilî. Hûn jî direvîyan diçûn. Þabo 14’lî kirî ye ku herdem pêre be û gava we ew hêrs kir, wê hema bê “teq” a ji te re, “teq” a ji te re jî  û wê  we hemûyan bikuje. We  fêm kir icar Þabo çima G3 ê firot û 14’lî kirî? “

 

Pilqîn bi xortan dikeve, ji kena bi van gotinên xaltîya Hedo derpîyê xwe þil dikin.

 

 Îcar xoþewîstên Lotikxanê, hema  hûn jî wek xalê Þabo bidin 14’li yên xwe , ji Ereb, Tirk û Farisan re bêjin “ teq a ji te re, teq  a ji tere jî “ heta ji welatê me tên qewirandin. Berî taþtê deh, piþtî firavînê deh û ber bi mexrebê ve jî deh kes bes ji we re.

 

Haaaaa, law min bi henekî got ha eman eman,  nebî hûn destê xwe bikin xwîna wan xwînheraman ha!  Paþê wê navê me Lotikxanecîyan jî bikin “ rêzekujer û terorîst “ eman gidî….

     

 

 

 

HEWAR ME JI NEÇÊYAN XILASKIN !!!

 

 

Rêwîyê Kal- 09/09/09- Tirkîye- Zemanekî li gundekî mirovekî neçê hebû. Ji cîranên xwe re qet ne baþ bû, cinûsî bû. Herdem digot: “ Ez bimrim jî hûn nikarin ji  min xilas bibin “. Gundîya jî digotin: “ De tu bimire yabo, emê mêzekin hela çawa dibe “ fian û bêvan.

 

Sal diborin, ew mirovê neçê êdî kal dibe. Radibe hemi gundîyan vexwendinî malê dike û zîyafetekê dide wan. Paþê dibê: “ Gelî cîranan li min biborin. Min li dijî we gelek nebaþî kir û min hûn gelek aciz kirin. Mafê xwe li  min  helal bikin, mirina  min nêzîk e. Lê belê hosîya (daxwaz- xwestek-qewîtî) min ji we heye. Gava ez mirim, ji bo ku ez sawêr nebim û neyêm cardin we aciz nekim, di gorê de laþê min bi bendekî qewîn bi singekî ve girêdin. Daxwaza min ji we ev e.”

 

 Gundî li ser vê gotinê kelogirî dibin  û bersivê didinê: “ Di dawîya emrê xwe de be jî tu poþmanî, baþe em te dibexþînin û emê hosîya te jî bi cîh bînin, tu qe meraq meke “.

 

 Radibin diçin malên xwe.

 

Rojekê bi qêrîn û hewara pîreka pê dihesin ku mêrê neçê mirî ye. Radibin diçin li gorî hosîya wî dikin gorê û bi bendekî qewîn bi sing ve girêdidin û fatîhayek qirase jî li ser dixwînin, binerd dikin. Ê helbet di mejîyê xwe de jî derbas dikin: “ Oxxx,  de gor bi gor here neçê, em ji te xilas bûn.. “ û bi dilekî rehet dizivirin malên xwe.

 

Pîreka mirovê neçê radibe li gorî plana neçê diçe qereqolê gilî dike: “ Gundîyan bi tevahî mêrê min kuþtin û bi bendekî, bi singekî ve girêdan . Hûn bawer nakin herin mêzekin “.

 

 Fermandar û cenderme tên keþif dikin, bala xwe didinê ku erê rast e, mêrê neçê di gorê de bi bend bi singekî ve hatîye girêdan. Hemi gundîyan hildidin binçav û bi sedema mêr kuþtinê ceza dikin.

 

Keko welle bille rast e. Ji neçêyan xilasî nabe. Bi dek û dolab, bi defik û destgeh hinek mirovên neçê, poz xîtik û tolaz  ji me Kurdan re kirine “ rêber, serok, nûner, axayê nûjen û nizam çi..”. Bimirin jî em nikarin ji wan xilas bibin.

 

De îcar werin safî bikin. Dawî bi xêr an bi rêx e kekê delal, hûn serê xwe biêþînin.. Îcar li gora we ew kes kî ne... ?

 

 

 

 

 

          

Rêça Miþko û Xîreta Pala

Rêwîyê Kal-01/09/09- TirkîyePalayê me wer ji simbêlê xwe hez dikir ku bi serê simbêlê xwe sûnd dixwar. Ji bo wî simbêl pir girîng bû, bi qîmet bû. Nîþana camêrîyê bû. Her roj bi zeyta bizir badida, bi hinê sor dikir, bi bêhna piltanê  xwedî dikir simbêlê xwe. Tu kesî nikarîbû ji simbêlê Pala re tiþtekî bibêje. Yan na, þer û pevçûn  amade bû.

 

Pala rojekê ji zevîyê tê, westîya ye. Xwe li ser xalîyê dirêj dike. Miþkekî biçûk ji niþkêva tê di ser simbêlê Pala re derbas dibe û direve dikeve qula xwe. Pala ji hêrsa dîn dibê lê fêde nake. Êdî bûye û çûye.  Pala bi hêrs bang li jina xwe dike û dibê: “ Ximþêêêê, Ximþêêêê zû  ji min ra meqes bîne “.

 

Axir, Ximþê meqes digihîne Pala. Pala çawa meqesê hildide destê xwe, bi lez pê dikeve simbêlê xwe yê rindik û delal jê dike, kur dike. Ximþê matmayî dimîne û dibê: “ Wîîî mehrûmo te çi kir? Heyfa simbêlê te nebû, te çawa qêmîþ kir jêkir xwelî sero! “

 

 Pala dibê: “ Jinik, ku ez jênekim wê ji vî bênamûsê miþko ra bibe rêç. Wê herdem were û here . Ez ewqas jî ne bêxîret im, ne bênamûs im  jinik. Ma ez ewqas jî nezanim qey ? “

 

Êêêêêê, wele bi we dîyar e ku dijmin herdem pêl simbêl tenê ne, pêl  serê me dike û derbas dibe. Ji xwe re kirîye rêç û em bêdeng dimînin.

 

Ma law qey em wek Pala jî nayên ku ji ber çûn û hatina miþkekî simbêlê xwe da ber meqesan?  De hewl bidin xwe û bila ev Ereb, Faris û Tirkên qûnreþ êdî pêl serê me nekin brano, xwîþkno, ma ne bes e gelo !

 

 

 

 

HERDU NÛRΠ  

 

  Rêwîyê Kal- 27/08/09- Kela Milazgirê- Ewê ku dibêjin em û Tirk bira ne, ji vir heta piþta Çîyayê Qafê derewan dikin. Bi qebra Hesenê Kurd ê ku serfermandarê Tirk Alparslan kuþtî ye, hûn dikarin xwe bixapînin lê nikarin min bixapînin. Ji xwe biratîya me û wan wî wextî qedîya ye. Keko ma hûnê  me bi zora ço bikin bira law! Bese êdî dev jê berdin û li doza xwe vegerin bavê min.

 

Bapîrên Selçûkîyan gava nû hate axa Kurdistanê, bê sunet bû. Bi  temenê  xwe 72 salî bû. Me jêre kirîvantî kir û di pêþa (dawa) me da sunet bû.Xwezî ji xêra xwedê ra di bin kokê ve xirê wî jêkirina û  zûrîyeta wî nedibû bela serê axa Kurda. Ýcar ev ne bes bû, her sal li Kela Milazgirê serketina Alparslanê Tirk bi dêrindêz û bi mîhrîcan tê pîrozkirin yabo. Îsal salvegera 938an hat pîrozkirin, hem jî bi tirre tir û bi virre viiiiirrrrr.

 

Di vê pîrozbahîyê de þarevanê Kela Milazgirê kak Nûrî BALCI, ango li gora prosedora protoqolê xwest ku axavtinekê bike. Di nivîsa axavtina kak Nûrî da peyva Alparslanê Tirk hebû û awha digot: “ Ku 20 hezar suwarê þervanê Kurdan neba, me nikaribû em li dijî Bîzansîyan serkeftî bûna “ (Ev peyv jî dîyar dike ku Kurd nebûna wê Bîzansîyan qûn li Tirkan biqetandina).

 

Axir, wezîr, serfermandar, walî û qeymeqam ev peyv kirin sedem û nehiþtin kak Nûrî biaxive, qedexekirin. Parlamenê DTP birêz Nûrî YAMAN û þarevan Nûrî BALCI çûn ba wan û ji protoqolê ra gotin:

 “ Werin biratîyê, aþtîyê nekujin.Destûr bidin bila þarevanê me biaxive“ lê fêde nekir. Nûrîyê parlamen êdî dîn bû, destê xwe dirêjî protoqolê kir û bi dengekî  bilind got: (Ez dizanim di mejîyê xwe de çi got lê ez eþkere nakim) “ Ku þarevan û nûnerê Kurdan bi vî awayî nedin axavtin û bên qedexekirin, gerek êdî gelê me jî tev li vê mîhrîcanê û pîrozbahîyê  nebin “.

 

Îcar gelî Milazgirîno, ku xîret û bawerîya we hebe, ji vir û þûnda ne hûn tenê lê zar û zêçên we, kûçikên we jî gere neçin vê merasimê, pîrozbahî yê. Bila bi xwe pîroz bikin û we jî ji xwe ra nekin temaþevanên belengaz . We fêmkir ne wilo ?

 

Ma we derîyê Anatolî’yê ji bo çi vekir gelo? Ku Tirk rabin jîyanê li  me tarî bikin ha? Bi ellawekîl, hingî ez jî hêrs bûme dengê min jî wek dengê Nûrî YAMAN  hat birîn, ez fetisîm lo. De  icar hûn dengê xwe bilind bikin heyrana çavê we  me Milazgirîno…..

                

 

 

DIZÎYA BÊ ÞOP

 

Rêwîyê Kal-23/08/09- Tirkîye- Dilê xwe ji min negirin, lê welle bille berê  Kurdan bi piranî bi dizîya xwe pesnê  xwe didan. Li derdorên me dizên navdar henûn. Yek ji wan jî Filîto bû. Filîto dizî dikir û li pey xwe  rêç û þop nedihîþt, ewqas bi huner bû.

 

Filîto çav berdaye gayê Cindo, bi hevalên xwe yên diz re þêwir û miþêwran dike û plana xwe çêdikin. Radibe bi rê dikeve, dimeþe diçe  wî gundi û mêvanîya Cindo.

 

Mêvan mêvanê xweda ne, Cindo bi dilxweþî ji Filîto re ezet îkramê dike. Dibe þev, dema razan û paldanê  tê. Nivînê ji Filîto re datînin ku rakeve. Filîto bi zikê xwe digire dike  nale  nal  û dibê: “ Cindoooo, ez dimirim tayê bi min girtiye “,

 

 Cindo dibê: “ Wax malaminê, waye  tu nexweþ ketî, ka ez bo te çi bikim gelo?” Ê law dixtor jî tune ez te bibim, wê icar halê te çawa bibe?“

 

Filîto dibê: “ Tu qe tatêl meke û xemgîn nebe ku tu hinekî alîkarî bikî wê taya min û êþa min derbas be. Ku destûra te hebe ez dikarim  îþev tevî  te razêm. Tu piþta xwe bide piþta  min bila germahîya te bikeve piþta min, wê ta û êþa min derbas be.“

 

Cindo dibê: “ Belê çima destûr nedim, bila tu pak bibî, sax bibî  ne girînge “.

 

Filîto û Cindo  piþta xwe didin hev û dikevin bin lihêfê. Demek þûnve dibe “ xore xora “ Cindo, di xewê re diçe. Filîto radibe diçe axûr û dest bi karê xweyê dizîyê dike. Bi tedbîr hatiye. Her çar lingê herdû ga yan bi kulav dipêçe ku deng dernexin. Herdû gayan ji axûr derdixe, ji  nav gund dûr dike û teslîmî hevalên ku amadene li benda Filîto ne dike. Ew gayan diajon û dibin. Filîto dizîvire tê cardin dikeve ber Cindo nav nivînê û dikeve xewê.

 

Dibe sibeh, þîyar dibin. Cindo pirs dike dibê: “ Filîto rewþa te çawaye? Înþella tu baþ bûyî.”

 

Filîto dibê: “ Bi qebra hecîyê bavê te, ez bi saya xwedê bi saya serê te baþ bûm. Germahîya te ez sax kirim “ filan û bêvan..

 

Taþtê amade bûye û tê. Li ser xwarinê ne, pîreka Cindo bi qêrîn û hawar deng li Cindo dike: “ Hey malmîrato, ka zû were herdû gayên me di axur de tunin, hatine dizîn”.

 

 Filîto jî bi wan ra dike “ qûte qût “ û dibê: “ Kîjan bênamûsî dizî be xwedê mala wî di serê wî de hilweþîne rebbî“.

 

 Cindo lawê xwe diþeyne qereqolê gilî dike. Fermandar û çend cenderme tên keþifa axur dikin û vegotina hildigirin, ka ev mesele çawa bûye. Fermandar gava dikeve odeyê Filîto dibîne û dibê: “ Way way va dizo li vir e law. Ne hewceye em li yekî din bipirsin bê ka kê kiriye “

 

 Cindo bersiva fermandar dide: “ Qûmandan beg, wele ez vê gotina te qebûl nakim û ji bo Filîto jî destê xwe didim ser Qûranê ku ew diz nîne. Ez û Filîto di nav nivînekê de û li ser balgîyekî heta sibê razan e. Tu çawa iftire diavêjî Filîtoyê reben !“

 

Fermandar dibê: “ Madem tu bawerî ku diz ne Filîto ye  baþe ezê tehqîqatê bidomînim de hela dawî çawa dibe.“

 

Radibin diçin. Demek derbas dibe, çend roj þûnda dizîya Filîto derdikeve holê wesselam..

 

Yabo welle, bille û tille, dagirkerên Ereb, Faris û Tirk bê kulav eþkere  Kurdistana delal dizîn û kirin çar parçe . Ýcar hinek Kurdên kêm aqil û bêhiþ di ber wan da sûnd dixwin ku wan nekirîye.

 

 De ka îcar emê çi xwelîyê li serê xwe bikin yabo, iii ihiiiii! Heger mazûrvan xwedî li diz derkeve û wî biparêze, wê çilo yeka me bibe dudo ka hûn nabêjin?

 

       

 

                      

 

DEYNÊ DOQIZÊ

 

        Rêwîyê Kal-16/08/09- TirkîyeLi Serhedê berê di danûstandinê de senet menet tunebû. Sozên mêra dewsa her tiþtî digirt. Abidîn kiryarê pez û kavira bû. Payîzê kavir bi deyn dikirî heta salek din meha Îlonê. Ýca gel digot “ deynê doqizê “ ku meha nehan bû wer digotin.

 

Ê ku Abidîn jê kavir kirîne yek ji wan jî Nûrî ye, bi deynê “doqizê”. Lê ew sal ji Abidîn ra xerab hat, zivistanê nexweþî ket nav kaviran, gelek kavirên Abidîn mirin. Roj û meh derbas dibin û ji bo Abidîn xeterek mezin nêzik dibû. Çimkî deyndêr wê dawa peran lê bikin û pere jî  tuneye.

 

Meha Îlonê “doqizê” tê, deyndêr perê xwe ji Abidîn dixwazin.  Abidîn dest bi delewêran dike û dibê:

 “ Ma law hê doqizê nû dest pê kir, heta dawîya meha doqizê ezê perê we bidim “ filan û fêþmekan. Bi vî awayî deyndêran ji xwe dûr dike.

 

Roj diborin û “ doqizê “ diqede. Deyndêr her roj diçin dawa deynê xwe dikin. Abidîn çarneçar carê derewekê dike. An dibê“ sibe na dusibê ezê bidim “ an jî zar û zêcên xwe  teme kirîye ew dibên “ Abidîn ne li malê ye çûye filan derê..” û deyndêran dixapînin.

 

Nûrî rojekê li sûka navçeyê Abidîn dibîne, ji niþkêva bi pêsîra wî digre, çavê xwe tiroviro dike  û bi hêrs dibê: “ Abidîn tu di dîya minnî tuyê anha li vir perê min bidî, an jî emê hevdû bikûjin lawo, bes êdî delewêrên te “.

 

 Abidîn dibê: “ Nûrî, erê tu mafdarî lê anha pere di bêrîka min de tuneye, pêsîra min berde qardêþim þerm e  “ filan û bêvan.

 

 Nûrî hiþk bi pêsîrê girtîye, ma qe berdide ! Cardin dibê: “ Law qe xwe  wêde nekiþîne, tu di dîya minnî tuyê anha li vir deynê min bidî “.

 

 Abidîn bi dengekî nizm ji Nûrî re dibê: “ Erê law nîhana dayîka te hêsan e, lê pere tune tu bawer bikî “.

 

 Nûrîyê belengaz bêçare pêsîra Abidîn berdide û bi hevre diçin qehwê çay vedixwin û dikevin suhbetê.

 

Kekê minê delal, îcar ev jî mesela me  û Ereb, Faris û Tirka ye. Me welatê xwe daye wan bênamûsa bi deynê “ doqizê “, çend  doqiz derbasbûn û ew hê jî deynê me  nadin.

 

Em çi dikin gelo? Qe hûn serê xwe pêre diêþînin an ne ? Ê baþ e, de hûn  zanin ez ji were çi dibêjim  ne wisa ! 

 

 

 

 BEYTARÊ ÇORS

 

     Rêwîyê Kal-09/08/09- Kurdistan- Beytarekî pir çors hebû. Di civat û rûniþtina malbatî û fermî de hema çi dihat devê wî bê sînor digot. Hevjina wî Þikrîya ji bo çorsîya mêrê xwe qet hez nedikir ku bi tu kesî re rûnê û suhbetê bike. Her dem ji mêrê xwe re dibê: “ Ma fedî bike, þerm bike, tu pir bêsînor diaxivî, tu ne zarokî ku ez þîretan ki te bikim “ filan û bêvan … lê fêde nake.

 

Rojek ber bi êvarê cîranê wan Rûþtî û pîreka xwe Zelixa ji niþkêve bê destûr li derîyê beytar dixîn û dikevin malê. Beytar û jina wî xêr hatinê li wan dikin û hal kêfa hev dipirsin. Pîreka beytar wek ku li ser þûjinê rûnîþtîye. Ji xwe re difikire û dibê: “ Xwedêyo, rebbîyo, ev mêrê min dîsa çorsîyek rûreþ neke heta mêvan diçin û ez jî xemgîn nebim “.  Rebenê ji vê tirsê nikare rehet rûnê.

 

 Werhasil, çarneçar radibe diçe xwaringehê (mitbexê) ku ji mêvanan re qehwê amade bike.

 

Beytar, Rûþtî û Zelixa bi tenê dimînin. Þeytan diniçîne Zelixayê, mijar vedike ji bo suhbetê qaþo. Zelixa ji beytar re dibê: “ Beytar efendî, gelo çêlek çima wer melûl melûl mêze dikin , çima ne bextîyar in ? “

Beytar bersiva pirsa Zelixayê dide û dibê: “ Zelixa xanim, ê wele ku her roj memikên te, çiçikên te mist bidin, bihincirînin û salê carekê jî te bidin nîhandin, tuyê jî melûl melûl mêzekî ne wisa! Ka tuyê çawa bextîyar bî ? “ 

 

Zelixa û mêrê wê Rûþtî matmayî dimînin. Þikrîya jî bi sênîya qehwê dikeve odê, ew jî bi vê gotinê þaþomaþo dibe û sênîya qehwê ji dest da dikeve xwarê, dirîjê. Cîran jî radibin û rêya mala xwe digirin.

 

 Werhasil, çcar gelo dibe Ereb, Faris û Tirk jî me dipelçiqînin lewma em Kurd melûl melûl dinêrin?

 

 De  hewl bidin û xwe ji melûltîyê xilas kin qurban, bêxîretî ji me re nabe werhasilî kelam….

                 

 

 

 

XORTÊ EGÎT

Rêwîyê Kal-30/07/09- Kurdistan- Xwedê qebûl neke, dagîrker ne bes bûn îca berê begên Kurda hebûn. Begekî bi nav û bi deng bû. Pir jî zalim bû, zordest bû. Bi navê Osmanîyan bêþa wê deverê ji xelkê berhev dikir. Para xwe hildida, ê din jî dida Osmanîyan. Ji bêþa beg ra sînor tunebû. Ji gel ra pir giran dihat. Gundîyan ji beg kerh dikirin lê belê bêçare bûn. Kê bêþa xwe neda yan derengî bixista, wey li wî. Beg bi  çoya çermê wî sor dikir hingî lê dixist.

 

Dema bêþ berhevkirinê ye, demsal payîz e. Beg û leþkerên xwe berê xwe didin gunda. Diçin gundekî, hemû gundî tên li ber beg li ser çogan rûdinên. Ji begê xwe re xizmetê dikin, berxikan þerjê dikin. Gundîyan ji alî izet û îkramê de tu kêmasî nehiþtine. Beg ziqqûma xwe dixwe û ji qûtîya titûnê cixarekê dipêçe. Çeqmaqê xwe jî heye , lê ew

deng li xortekî gund dike û dibê: “ Kurooo ka kozirekî (pizotek agir)  ji menqelê bîne ez cixara xwe pêxînim law!”

 

Dema ku xort destê xwe dirêjî maþeyê (arkolk - maþik) dike, beg dibê: “ Kuro lawo bi destê xwe kozirê bîne, maþe ne hewceye “.

 

 Xortê me dev ji maþeyê berdide û bi destê xwe kozira ar digre, tê li ber beg disekine.

Begê me ji qesta dizivire bi yekî kêleka xwe re diaxive, dikeve suhbetê û di bin cav de jî li xort mêze dike. Xema xwe nîne ku destê xort þewitî ye. Xortê Kurd jî qe nijîna xwe xera nake, bi kîn û bi kerh li rûyê beg dinihêre. Ji ber kozirê berê çermê tilîyên xort di þewite, paþê goþtê wî diþewite û dilop dilop xwîn ji tilîyan dinuqute ser xalîyê.

 

Beg bala xwe didê ku rewþ ne baþ e. Ji niþka ve radibe pîya û deng li leþkerên xwe dike: “ Rabin em bi rê kevin, êdî em nikarin bêþê li vê deverê berhev bikin. Heta ku xortên wek vî egîtî hebin, vanderan li me heram e”.  Beg û leþkerên xwe ji gund derdikevin, dicehimin diçin û carek din jî nayên. Ev helwesta xortê gund dibe sedema dawîya begtîyê û bêþdayînê.

 

Êêê ka ez ji we re çi bêjim gelî xwendevanan ?!  Destê we jî lingê we jî bi þewite dijî neyaran bi helwestek Kurdewarî xwedî li doza pîroz derkevin ! Ez dewa îmanê  û pera li we nakim ellawekîl…..

 

 

 

EV PÎREKA WE KÎJANÎ YE?

 

Rêwîyê Kal- 22/07/09- TîrkîyeBerê  gelhenameya (pelika zewacê) Kurdên ku li  gundan dijîn tunebû. Gava biçûna leþkerîyê yan jî bo tiþtekî fermî diçûn qeyda xwe çêdikirin, gelekan qe heta dawîya emrê xwe jî qeyda xwe çênedikirin û kitim diman.

 

Di salên 60 an de dewletê hinek tiþtên fermî kir mahne,  ferman derxist ku kes bê pelika zewacê nemînin û qeydên xwe bidin çêkirin. Bi zora fermanê û bi danezana cenderman, gundî çarneçar hatin xwe qeyd bikin. Ne îcar ji bo qeydê jî gerek wêneyê pîrekê û ê mêrê wê jî hebe.

 

Li hêla Serhedê gundek ji bo qeydê naxwazin wêneyên pîrekên xwe bidin kiþandin û bidin warxana gelheyê (Gundî wer difikirîn ku wê wêneyên pîrekên wan bidin ser fîlim û sînemayê temaþe bikin).  Lê belê bêçare ne, pêwîste ku bi wêne û bi pîrekên xwe herin.

 

Werhasi,  gundî kom dibin ku çareserîyekê bibînin. Difikirin û gengeþî dikin. Mixtar dibê: “ Gundîno, min çareserî dît, lê ku qebûl bike pêþnîyara me baþ e “.

 

Gundî bi xîroþ dibên: “ Mixtar ka bêje wey îmankamil, ka tu çi dibê? “

 

Mixtar dibê: “ Ev tiþtê ku ez bêjim bila kes eþkere neke, ezê herim bixapînim û emê herin karê xwe yê qeydê bi cîh bînin. Em ji vê  rezîlîyê xilasbin lo.”

 

Gundî dibên: “ Temam, bi soza mêrê berê  em eþkere nakin. Lê hila bêje ew kî ye ?”

 

Mixtar: “ Hûn zanin, cîranê me Seydo belengaz û bêfêhm e. Ezê Seydo bixapînim bila ew pîreka xwe bîne bes, we fehmkir ne wisa “.

 

Gundî tev  radibin bi rê dikevin û tên navçeyê. Mixtar bi lez pîreka Seydo dibe ba wênekêþ û dibê: “ Tuyê  210 ( gund 70 malbat e, ji bo her malbatê 3 wêne  hewcene)  wêneyê vê pîrekê bikiþînî temam!”

 

Wênekêþ wêneyê pîrekê amade dike, mixtar wênan dibe û her mêrê gund 3 heban  li wan belav dike. Gundî dikin bêrîka xwe û berê xwe didin warxana gelheyê. Ji bo qeyda pelika zewacê dikevin rêzê.

 

Memûr yeko yeko gazî gundîyan dike û dest bi qeydê dike. Kîjan dikeve hundir pîreka Seydo bi xwe re dibe û wêneyê wê jî dide karmendê warxanê. Piþtî qeyda çend kesan bala memûr dikþîne ku hema kî tê wêne û pîrek hevþêw in. Dev jê berdide, diçe ba serdarê xwe û dibê: “ Birêz serdarê min ê delal, filan gund kî tê wêne û pîrek hevþêw in. Ez matmayî mam, mesele ev e.”

 

Serdar ban mixtar dike dibê: “ Mixtar, gundîyên xwe kom bike, ezê tiþtekî ji wan pirs bikim“.

 

Mixtar hemî mêrên gund kom dike û agahî dide serdar. Serdar deng li gundîya dike û dibê: “ Yaw ji bo xwedê de ka rast bêjin, ev pîrek jîna we kîjanî ye law? Kî  ji we dikeve hundir ev jin û ev wêneyê wê. Ma law hûn hemû bi vê pîrekêre zewicî ne oxlim, xêyrî vê pîrekê di gund da jinên we tunin gelo ? Ev çi sosret e? “ filan û fistan….

 

Bavooooo , yabooooo, dayêêêêê  wele em Kurd jî wek pîreka Seydo ne, ihiii! Em nizanin mêrê me Ereb in, Faris in an jî Tirk in ne wisa?

 

De destê xwe bidin ser wîjdanê xwe, hûnê çawa ji min ra  bêjin: “  Tu çewt î yan þaþ î “ birê min!

 

Heta carek din hûn sax û ez bi silamet ..

 

 

 

 

EZ JÊ XEYÝDÎ ME

 

Rêwîyê Kal-15/07/09- Tirkîye- Gelê meyê Kurd pir belengaz in, hiþsivik û pak in. Kî ji wan alîkarîyê bixwaze, bê hûrnêrîn amade dibin û destê alîkarîyê dirêkî wan dikin.

 

Bêbavekî Tirk, destên xwe di bin milê sakoyê xwe de veþartî, wek seqet dikeve avdestxanê. Wê mîz bike û mirovên hundir raçav dike. Çavê wî xalê Tajdîn dibire, jê re dibê: “Zehmet nebe ka alîkarîyê bike fermûara min veke“ (bi zahmet yardým edip fermuarýmý açar mýsýn).

 

 Gunehê xalê Tajdîn  pê tê, ji wî werê seqet e. Xalê Tajdîn fermûara mêrik vedike. Ýcar dibê: “ De ka bi xirê min bigre ez di avrêjkê da bimîzim“ ( ucundan tut da pisuara iþet).

 

Xalê Tajdîn vê  daxwazê  jî  bi cîh tîne. Bi serê xirê mêrik digire û dide mîz kirin.

 

Werhasil

 

Mêrik sipasîya xwe pêþkêþî xalê Tajdîn dike û bi xwe fermûara xwe hildikiþîne. Gava diçe di destþokê de destên xwe biþo, xalê Tajdîn dinêre  ku ne seqet e. Wa destên mêrik saxlem in.

 

Bi pêsîra ê Tirk digire û bi hêrs dibê: “ Lo law ma wa destê te heye heyyy  kurê kerê,  min di dayika te kiro, te çima xirê xwe yê heram bi min da girtin? Ezê te bikujim! “

 

Ê Tirk bala xwe didê rewþ xerab e. Dibê: “Li qîsûra min mêze neke, þevê din vî  xirî ez þermezar kirim, rep nebû û ez jê xeyîdî me. Lewma min bi te da girtin“  (kusura bakma bu sik geçen gece beni mahcub etti,kalkmadý  onunla  küsüm; onun için böyle yaptým)

 

Xalê Tajdîn dike nirçe nirç lê kêr nake, êdî bûye.

 

Îcar birê min, heta em belengaz û hiþsivik bin wê gelek caran Tirk û Ereb û Faris serê xirê xwe bi me bidin girtin!

 

 Ma qey hûn ewqas jî belengaz in law,  hema carekê jî hûn xirê xwe rep bikin û bidin ber pozê wan bêbavan bavê min, ma dinya xira nabe, wîî!

 

 

 

 

 

EV NE JI GUNDÊ ME YE

 

Rêwîyê Kal-05/07/09-TirkîyeLi hêla Tirkan, li gundekî mirovek sibê zû radibe ku biçe mizgeftê nimêjê. Bala xwe didê wa li ser rêya wî “xirek-kîrek” jêkirî heye. Hildide destê xwe û bi “ax û wax” dibe ba melê.

 

Dibê: “ Seyda ev çi ecêb e, em cawa bikin qerdeþim? Ma ne pêwîste em vî xirî bi merasîmekê veþêrin gelo ? “

 

Mele jî matmayî dimîne, difikire û dibê: “ Zû gazî mixtar bike bila bi lez bê “ .

 

Mixtar tê, ew û mele diþêwirin û biryarê didin.

 

Werhasil, radibin diçin nav gund. Xirê destê xwe yek bi yek þanî pîrekên ku di gund da neçêtîyê (orispîtî-qehpîtî) dikin, didin. Orispî navê xowardên (tolazên) gund didin rêzê û dibên: “Bi ellawekîl ev xir ne ê Kemal, Cafer, Zîya, Hesen û Cengiz e”.

 

Bêçare dimînin xirê jêkirî þanî pîrekên gund hemîya dikin, lê tu kes nas nake xir ê kê ye. Mele dizîvire ser mixtar û dibê:

“ Ma êdî kesekî ku me jê nepirsî maye gelo?“

 

Mixtar dibê: “ Seher tenê ma, lê ew jinikek bi namûs e. Em jê pirs nekin jî dibe”.

 

 Mele dibê: “ Mixtar, me jî pîrekên binamûs û bênamûs hemûya pirsî ne wisa? “ Mixtar dibê: “Erê”.

 

 Mele cardin dibê: “Ka bila Seher jî mêzeke ku kes dilê xwe ji  me negire”.

 

Seher tê xir hildide destê xwe dide wergerandin; çep û rast lê mêze dike û rind bala xwe didê. ( Qaþo pir bi namûs bû, gundî li benda Seherê ne ka wê çi bêje).

 

Seher dibê: “ Bawer bikin ev xir ne ji gundê me ye”.

 

Yabo  bi qebra hecî çep û rastên Tirkan, hemî wek Seherê ne ellawekîl. Oxlimler binamûs bên xuyakirin jî, di derheq Kurdan da dibin bênamûs.

 

Heyyy bêhiþno, bêaqilno, aqilsivikno, ma êdî ne bese hûn xwe dixapînin Kurdinooooooo....!

 

 

 

 

NÊRÎYÊ ÇAL

 

   Rêwîyê Kal – 28/06/09- Tirkîye- Ji ber ku bejna xwe kinik bû, îcar li gund nav pêve kirin, gotin Xilik. Apê Xilik di jîyana xwe de gelek tiþtên balkêþ kiriye. Tiþtên ku hatîne serê apê Xilik neyê serê tu kesî. De werin em guhdarî bikin bê çi qewimîye.

 

   Demsal payîz e, hewa þevê pir sar e û serma ye.  Apê Xilik hê 12 salî ye wî diþeynin ber pez. Heta nîvê þevê pez diçêrîne. Paþê xewa Xilik tê. Pez dike þevînê û ew bi xwe jî dikeve nav kepengê (kulavê þivanîyê). Ji bo kerî bi gura nede xwarin an bi rabûna kerî þîyar bibe jî, serîyek pezbendê li milê xwe girêdide, serîyekî va jî qoçê mîha mor girêdide.

 

Apê Xilik dibê: “ Xewa min giran e. Hewa jî þevê serma û seqem e . Ez di demek kin da ketim xewê. Ez carek pê hesiyam mîh min dikþîne û ez jî mîhê dikþînim. Mîrata xewê þirîn e, min di xwe de nedî ku rabim li kerî mêze kim. Min yekcar kulav li xwe pêça  û ranebûm. Heta  þeveqê çend cara min û mîha mor me hevdu kiþkiþand. (Tu nebê ê min kaþ û berkaþ dike gur bûye). Gava min çavê xwe vekir çi bibînim! Kerî tune, gura giþt kuþtine. Babo ev çi bobelat e hat serê min. Gur gewdê mîha mor xwarîye, bi tenê serê mîhê û pezbend maye.”

 

   Apê Xilik bi tirs dike qêrîn û berê xwe dide gund. Bavê Xilik bi çoyan wer lê dixe laþê Xilik ji lêdanê ditevize.

 

   Apê Xilik êdî mezin bûye, leþkerîya xwe kiriye. Dibê: “ Bavê min mînîbusek kirî ku rêwîya di navbera gund û navçeyê de bikêþînim û pere kar bikim. Karê min  rind bû, heta ku ev mesele li min qewimî “.

 

   Rojekê rêwîyê gundekî derdikevin, apê Xilik wan siwar dike dibe li gund rêwîya datîne û dizîvire. Di rê de mînîbus xirab dibe, naxebite. Dengê motorê dike “ teq û req “,  dû û dûman bi ser dikeve. Ji Apê Xilik werê di benzînê de av heye an benzîn naçe motorê. Bi ezîyet û  zehmet barxaneya (depo) mînîbusê valayî teþtek naylon dike.

 

  Apê Xilik dibê: “Ez di xwêdanê de mame û tamîr dikim, þivanek hat nêzî min. Min ji þivan ra got: “Çavnêrî be bila bizinên te benzîna ku di teþtê da ye venexwin ha”. Gava min barxane bi cîh kir û zîvirîm  benzînê dagirêmê, çi bibînim! Nêrîyê çal (rû sipî) li ba teþtê sekiniye. Lê di teþtê de qet benzîn nemaye.”

 

  Apê Xilik gazî þivan dike dibê: “ Ma min ji te re negot benzînê raçav bike tiþtek neyê serê û bizin venexwin! Mêze nêrîyê te benzîna min vexwar, ka ezê niha çi gûyî bixwim. Wey min di çîyê te kiro, bêbavê kurê bêbav…! “

 

Þivan matmayî dimîne û dibê: “ Bi merqeda þêx nêrîyê çal benzîna te venexwar, law qeþmer tu çima ji min ra çêran diki ma ne þerme”  filan û bêvan.

 

Apê Xidir û þivan dikevin pevcûnê. Yek dibê “nêrî vexwar “ ê din dibê “ nêrî venexwar “.

 

Apê Xilik dibê: “Law ma ka bise ez heste (çeqmaq) ber rûyê nêrî bivejînim, heger agir pê nekeve ezê bawer bikim ku venexwariye “. 

 

Þivan dibê: “Ê baþe de heste bijene“.

 

 Wexta Xilik heste dijene, nêrî alav pê dikeve, du metro hildikeve   hewayê û tê bi ser mînîbusê de dikeve xwarê. Mînîbusa Xilik jî bi nêrî re diþewite.

 

 Xilik ji bo mînîbusê, þivan jî ji bo nêrîyê çal digirîn.

 

Werhasil

 

Diçin qereqolê gilîyê hev dikin. Di dawîya gilî de fermandar Xilik gunehkar dibîne û jê dixwaze ku berdêla nêrî jî bide þivan. Apê Xilik bi çavekî sor, xemgîn  û rûreþ tê malê. Meselê dibêje, bavê wî cardin hildide ço, lê dixe û dibê: “ Min kerî radestê te kir te bi guran da xwarin, min mînîbus radestê te kir te þewitand. Ew ne bes bû îcar te  berdêla nêrîyê çal jî kir para min. Ev derdê ser derda ye law, xwedê te  ji  min bistîne. Waweylêêêêê ev çi bû te anî serê min “ filan û bêvan.

 

 Apê Xilik bê bobelat nizane bijî! Ber bi dawîya emrê xwe koçber dibe, ji gund  tê navçeyê dijî.

 

 Rojekê li kuçeya navçê trimbêlek bi lez çawa li Apê Xilik diqelibe û mêtroyek lingê Xilik ji erdê tê birîn. Li hewa deng li ajovanê trimbêlê dike û dibê: “ Kurê kerê bêl rawestekê (frên) bike “.

 

  Apê Xilik bi xwîn gava li erdê dikeve, di nav toz û gemarê de dimîne. Ne ne xemgîn nebin! Apê Xilik vê demê hê sax e û dijî.

 

Axir

 

Hûn bawer bikin em Kurd jî wek apê Xilik’in.

Kurdistan radestê me kirin, me bi Ereb û Faris û Tirkan da xwarînê ne wisa?

 

Wey bêîmanino, de hema serê xwe li kevir û zinaran bixin heta tirr ji we bê berdan û hew, wîî!

 

Erê ez tehl diaxivim lê rast dibêjim qerdeþim, ne wisa cîgerlerim!?

 

 

 

 

Palayê me tirr ji wan berda

 

  Rêwîyê Kal- 22/06/09-Tirkîye- Simbêl qalind xalê Hesko her payîz diçe hêla Tirka gund bi gund digere, cacim û xalîça difroþe. Ku simbêl qalinde Tirk jê re digotin PALA. Hemû zar û zêçê wê dewerê pala nas dikirin.

     Pala ku tê naskirin, îcar ew Tirk bi hevre henek û laqirdîya dikin. Pala rojekê diçe gundekî dikeve qehwê, silav dike. Xêrhatînê li Pala dikin. Pala cacimê xwe vedike ku bifroþe. Bala xwe didê Osmanê Tirk rojnamê dixwîne, qe li cacim û xaliça mêze nake. Pala dizîvire ser Osman: “Ma senin  kilîme xaliya  ixtiyacýn yox mi, baxmiyorsýn!?”

 

 Osman ji dibê: “ Kurdo, ben gazete okuyorum þimdi bakamam”.

 

 Pala dibê: “ Waaaa, ma qezeteda  ne yazîî lo?”

 

  Osman (wer dike ku Pala hêrs bikeve) dibê: ” Yaziyorkî;  Bolu’da bir kaza olmuþ, 2  adam bi de 10 Kürt ölmüþ yazýyor”.

 

 Pala bi hêrs dibê: “ Ûlan orospî çocixî, avradina qodûxûmûn qawatî; Kürt adam degil mi êle dîyîsen xiyar!”

 

 Ser vê gotînê pilqîn bi Osman dikeve, mirovên kehwê jî hemî bi çêrên Pala dikenin. Henek û laqirdîyên wan dom dike.

 

Pala rojekê dîsa li taxê digere, ser milê wî cacim ku bifroþe. Pîrekên taxê ji xwe re li ser cacimek kevin rûniþtine, di kêf û suhbetê de ne. Cacima kevin bala Pala dikþîne, cacimek bi qîmet û antîke ye.

 

Pala dixwaze ku li cacimê binêre, radibe ji pîrekê re bi Tirkî bi qasî zanebûna xwe  dibê: “Able, hela qalx altýna baxim“.

 

Pîrek:“Terbiyesiz herif ne diyorsun sen ? “

 

Pala bersivê dide, dibê: “ Ma niye qizîsen able, siz hep bîzîmkîne baxisiz ya! “

 

 Dibe pilqe pilqa pîreka bi Pala dikenin.

 Pala cacimê xwe vekiriye, pirekên Tirk  lê kom bûne, li caciman mêze dikin. Pîrek keftor dibê: “ Ayyyyy, bu adam da Kürt! Bu Kürtler her tarafý sardý qizzzzz!”

 

Pala bi çavekî ne baþ li keftorê dinêre û dibê: “Evet, biz soxup soxup çixartiyozzz ma nolmiþþþ,  çox istiysiz size de soxax.!”

 

 Hemû jin ji kena bi xwe ve diçin û tirr ji wan tê berdan.

    

Îcar qerdeþim, haþa min hizûr, de hema hûn jî bikûtin wan heta me mirov bihesibînin yabo, tevdîîîîîîr!

 

Bextê we me, bigrin û qe bernedin ha. Elawekîl ji me re gelek Pala lazimin ne wilo!?

 

 

 

GOÞT NEXWIN,  QELÎYÊ BIXWIN !

 

Rêwîyê Kal- 16/06/09-Tirkîye- Demsal havîn e, kele kela germahîyê ye,  dilê Temo qet naxwaze biçe zevîyê. Di bin germahîya tavê de xebat û þixul ji bo Temo tiþtê herî zehmet e. Brayên Temo dikin herin zevîyê bi tirpanê genim biçinin.Dibên:

 “ Temo, genim hiþk bûye, de were em herin biçinin”.

 

Temo bi zikê xwe digire û dibê: “ Brano, hûn herin. Bi serê Seyda, bi kofîya xatûnê ez nexweþ im, hêz û taqet di  min de nemaye; ez nikarim bêm“  filan û bêwan.

 

Brayên Temo xemgîn dibin û dibên: “ Keko tu nexweþî here bajêr ser dixtor. Bila tu sax bî ne girînge emê herin biçinin “.  Ev gotin xweþa Temo diçe. Radibe li mînîbûsê siwar dibe, berê xwe dide bajêr. Brayên Temo di bin tavê de di xebitin, ew jî li kêfa xe ye. Diçe aþxanê zikê xwe têr dike, li qehwê çayê vedixwe û di suhbetê de ye. Dixtor mixtor ne hewceye.

 

Ber bi êvarê dizivire gund, tê malê. Brayên wî bi rûyeki xemgîn kom dibin ji kekê xwe dipirsin: “ Keko dixtor derheq nexweþîya te de çi got ?”

 

Temo rûyê xwe diqilçimîne, tirþo mirþo dike û  dibê: “ Brano, rewþa min xedar e. Dixtor wer dibê“. Brayên wi lê ne ku bigirîn û dibên: “ Çawa keko, de ka bêje heyran “. Temo dibê: “ Got gerek tu xebat û þixul nekî. Xwarinên xwe hilbijêrî, her tiþtî nexwî “.

 

 Bra dibên: “ Ma de bê keko hela xwarin û vexwarina te wê bi çi awayî be? “

 

 Temo: “ Ê wele dixtor gote min goþt nexwe- qelîyê  bixwe. Þirînahîyê nexwe-beqlawe û hingiv  bixwe. Savar nexwe- birinc bixwe.  Tirþî û bi xwê nexwe-fêkîyê xweþ bixwe û filan û fêþmekan…” û dirêj dike.

Brayên Temo bala xwe didinê ku Temo dek û dolaban digerîne, diyar e  ku  wan

dixapîne. Qeþmerî û durûtîya Temo fêm dikin û brayek êdî  nikare xwe bigire û dibê:

“Keko, ma dixtor negot gûyê brayên xwe jî bixwe! Em wek  xulaman diþixulin,  tu wek began digerî, dixwî û vedixwî . Ma ev ne þerme, wey tifûûûûûûûû li sikûm û gewdê te!“

 

Îcar ev mesela me û Tirk û Ereb û Farisa ye bi xwedê. Em xulam,  ew beg in. Li ser ked, xwîn û xwêdana me mêrikan bûn dewlet û lotik li ser lotikan li me dixin.

 

De were îca dîn nebe û bi çolê nekeve!

De gidî hema hûn jî gûyê xwe bi wan bidin xwarin law. Bi elawekîl nikarim tiþtekî din bêjim û hûn sax....

 

 

 

 

 

WEK  MÝXTAR  BÝKIN !

 

Rêwîyê Kal-08/06/09-Tirkiye- Yabo bi serê lotikvanan  ev ne ji boyî meleyên meyê welatparêz in. Lê belê mele pirr karê xwe zanin, fenek in (kone ne, qurnaz in). Mirov þaþo paþo li kerê siwar dikin û kerê didin bezandin. De îcar tu tu be û  nekeve bila heþt parsûyên te neþikên.!

 

De îca em bên ser mesela mele Kuto ( Ji ber ji lingê xwe seqet bû ev nav lê kiribûn:kuto -seqeto)

 

Mele Kuto bi keça hiþsivik Pero ra dizewice. Îca kula giran mele Kuto ji mêrtîyê de ketiye, lê ranabe û nikare bike. Lê mixtar tenê bi vê kula mele hayedar e,  xeyrî mixtar kes nizane.  

 

Melayê me ilm xwendî ye û çareserîyekê ji vê xeterê re dibîne. Pero belengaz  hiþsivik e, nezan e. Mele Kuto maç dike û destê  xwe pênc car li piþta Pero dixe û dibê: “ Ev yek, ev dudu, ev sê, ev çar, ev pênc xilas… mêze me îþev pênc carî nîha hev oxxh  “ û lotikekê davêje.  Pero ya hiþsivik çi zane rast an derewe, baweri pê tine. Her þev wisa berdewam dike û sal diborin.

 

Rojek pîrekên gund  li ser kanîyê di dora avê de ne. Ji xwe re diaxivin û suhbetê dikin. Mijar tê ser þuxulên þevê û çend car kirinê. Her yek bi awayeki dibên. Hinek dibên “þevê carek e”, hinek dibên “ê me heftê carek e ” û filan û bêvan.

 

 Jinek dizivire ser Pero û pirs dike: “ Hûn þevê çend carî dikin gelo?”

 

Pero dibê: “ Xwedê taqeta mele kêm neke, wele em þevê pênc carî dikin“.

 

 Jinên gund li ser vê gotinê matmayi dimînin û xwezîya xwe bi Pero tinin û hesûdîyê dikin.

 

Dibe êvar, mixtar tê malê lê bala xwe didê ku hevjîna wî rûyê xwe qilçimandiye, qe ne bi ken e. Dibê: “ Jinik ma xêr e, çi qewimî tu bêkêf î? “

 

Pîrek bersivê didê: “ Ma  çi xêr be, tu bi qurbana mele Kuto bi! Ew kutê seqet þevê pênc caran dike lê tu heftê carekê diki; tirr di te de nemaye lo “.

 

 Mixtar bi van gotinan pirr aciz dibe û xwe bi xwe difikire: “ Wey min di çîyê te kiro Kuto! Lo law ma ez bi qûna te dizanim, xirê  te ranabe. Ev pênc car kirin ji ku derket? Tu bise, bila bibe sibe ezê çi tofanê bînim serê te “ û filan û bêwan.

 

Mixtar sibê radibe mele raçav dike. Mele diçe mizgeftê, mixtar jî berê xwe dide mala mele, xwe digihîne Pero û bazdide ser. Bi dilekî xweþ karê xwe bi cih tîne. Mixtar jî rehet û Pero jî.

 

Cardin dibe þev û mele dîsa  destê xwe pênc car li piþta Pero dixe û dibê: “ Yek, du, sê, çar, pênc; mêze me pênc carî kir ha“.

 

 Pero dibê: “ Mele, mele! Bila carek be, wek mixtar ji dil û can  be “.

 

 Mele matmayî dimîne û dibê: “ Waweylêê wey mixtaro ! Te bi  min kir dîsa qelaþîya xwe wey qeþmeroo!“

 

     Geli Kurdno! Hûn jî wek mixtar carekê bi Tirk û Ereb û Farisan bikin ku dilê wan xweþ bibe û êdî bi ser me de neyên qurbana çavên we bim.....

 

 

 

 

ÞÎÞÝKA XEZALÊ

 

Rêwîyê Kal- 01/06/09- Di destê meta Xezal de þîþik ji alikî ji zarokên malê re gorê rîs dirêse, ji alîkî ve jî li nebiya xwe Qedo mêze dikir. Qedo biçûk bû, 3 salî bû. Di binçavîya pîrika xwe de dileyist.

 

 Metê hinek navberê dide ristina gorê, þîþikê xwe jî datîne kêleka xwe. Belqitîya Qedo þîþikê hildigre, ber bi prîza kehlê (ceryanê, elektrîkê) ve diçe û þîþikê ji niþka ve dike qula prîzê. Dibe teqe teq û þeqe þeqa kehlê, toz û dûman radibe. Qêrîn bi Qedo dikeve û bê rih dikeve.

 

Meta Xezal bi qêrîn û hawar bi ser nebiya xwe de digirî dike qîre qîr. Cîran bi lez tên Qedo digihînin nexweþxanê. Dixtor li ser dicivin, mêze dikin ku tiþtekî wê tûne û tenê bîrve çûye. Qedo bi xwe ve tê,  cardin dizivirin malê.

 

Lawê meta Xezalê, bavê Qedo; Tahiro jî bi meselê dihese, bi lez tê malê. Bala xwe didê hemî cîran rûniþtine.Qedo jî dîsa di nav lîstên xwe de ye. Tahiro vedigere ser dayika xwe û dibê: “Ma tu kor bû, li ber çavê te keçikê þîþik kirîye prîzê. Lê go bimira? Qaþo tu miqate dibû dayê, dibe ku tu xirifî ye ” filan û bêvan…

 

Li ser van gotinan, meta Xezal radibe pîya, þîþikek dide dest xwe û dibê: “ Lo law bi merqeda þêx, bi qurana bavê te xwendîye ez lê miqate bûm. Gava min dît hema ev þîþik a bi vî awayî kire vê qûlikê “.

 

 Meta Xezal çawa þîþikê bê hemdê xwe dike qula prîzê, dibe þeqe þeqa kehlê û dengê tirra meta Xezalê  “çûûûvvvv” dike.  Û ew jî ser û bin dibe, bîrve diçe (bêhiþ dikeve). Civat matmayi dimîne û bi tirra metê jî  di kenin. Ýcar meta Xezalê bi rê dikin nexweþxanê.

 

Hûn bi a min dikin tiþteki nexine qula ku nayê zanîn. Bi xwedê wek Xezalê tirr di we de namîne ha! Paþê nebên Rêwîyê Kal ji me re negotîye. Poþmanbûn jî pere nake ellawekîl. Hema þîþikên xwe hildin bikin qûla Ereb, Tirk û Farisên hov, bila bêhna tirr û  fisa bi ser wan bikeve û hûn sax…...

 

 

 

 

EW NE ZEVÎYA MÝN E

 

Rêwîyê Kal-26/05/09-Tirkîye- Cimo sibê zû ji gund derdikeve diçe þorikê xwê bigre. Mêze dike ji gundê hember jî pirekek bi rê de tê. Cimo xeyal dike “xwezî ev pîrek biba rêhevala min û min miradê xwe lê bikira, çend lotikên germik û nemik lê bida”. Jinebî Seyro jî bala xwe didê ku zilamek li hember tê, ew jî difikire dibe “ xwezîka ev peya bi min re biketa lotika”.

 

Demek þûnda tên ba hev. Merhebatî didin hev lê nêta xwe ji hev vediþêrin. Hinek bi rêde diçin, zinge zinga dilê Seyro ye, agir pê ketiye.

 

Bihar e , her der giya þîn bûye. Devdorê rê kirkor bejîn avêtine, tu dibê daristan e. Çîya û banî bi kulilkan xemilî ye. De were icar li vî warî kêf neke û nede lotika.. ..…

 

Seyro vedigere ser Cimo, kirkorên kêleka rê nîþan dike û dibê: “ Ev der zevîya te be û ez jî bizin bim; bikevimê,  zîyanê bidimê, tuyê çi biki bi bizinê?”

 

Cimo wek ku helîse dîtibe, simbêlê xwe badide, xweþa wî diçe û dibê: ” Welle minê di bizinê bikira, çawa zerarê dide zevîya min”.

 

Ser vê gotinê kêfa Seyro tê, dide lotik û çirtika.

Seyro wek bizina dike mele mel û bi kirkora dikeve dirûçikîne. Cimo xwe digihînê dibê: “ Wey bizinê, min di te kirê, tu cawa dikevi zevîya min“ û doxîna xwe vedike, dilê xwe û ê Seyro rihet dike.

 

Hinkî bi rêde diçin lê agirpêketîya Seyro cardin dixwaze, têr nebûye. Ji niþkê va direve disa dide lotika,  xwe digihîne kirkor û giya dirûçikîne. Cimo cardin doxîna xwe li Seyro vedike, bi helke helk û bi xwêdan bazdide ser Seyro.

 

Jinebî û agirpêketiya Seyro demek din dîsa wek bizina dike mele mel, bi kirkor û giya dikeve diruçikîne. Çavê wê li Cimo ye ku dîsa bêyê û tirrê jê berde. Cimo êdî westiya ye nikare bike, dibê: “ Tu çi dikî bike, bi sê telaqan ew ne zevîya min e”.

 

Yabo elawekîl em êdî westiyane hingî me  go “êdî bes e û êdî bes e!

 

De baþe, wa Tirk, Faris û Erebên qûnreþ ketine zevîyên me, gidî xwe bigihînê û bernedin law. Ma hûn wek Cimo jî li zevîya xwe xwedî dernakevin gelî Kurdno? Yan 101 girêkên kor li doxîna we ketiye û li we ranabe hey topek li nav þeqê we ketino!  

 

 

 

MÝRÎÞKA BERDÊLA WELATEKÎ

 

Rêwîyê Kal- 20/05/09- Tirkîye-  Kamyonekî yekî Tirk tije sarinc û cilþok berê xwe dide navça Þîrwan ê. Ajovan li ser rê mirîþkekê dipelixîn e. Xwedîyê mirîþka reþ,  xalê Zibêr bi hêrs û dibê: “ Wax wax, te çawa mirîþka ku berdêla  welatekî ye kuþt oxlim?“

 

Ajovan matmayî dimine. Dibê: “ Kardeþim ne çok büyütüyorsun, alti üstü bir tavuk bunun. Neyse parasýný vereyim “. Li ser gengeþîyê hema kîjan cînar tê, dibên: “ Zibêr bila serê we sax be, heyfa mirîþka berdêla  welatekî “ filan û bêvan.  Li ser van gotinan, ajovanê kamyonê yekser tatêl digire û dibê: “ Kareþim neyse parasýný verim, amma da büyüttünüz ha. Sanki adam mý öldürdük baþýnýz saðolsun diyorsunuz ! “

 

  Xalê Zibêr dibê: “ Ma tu niha ji vîyara dibê mirîþk! Lê law ev çi mirîþke tu zanî? Ez bêjim tu bihesibîne. Rojê du hêk dikir. Hebek hêk dike sed paxnot. Rojê dike dused paxnot. Mehê dike þeþ milyon. Salê dike heftê û du milyon. “

 

   Ajovanê Tirk êdî tehmûl nake dibê: “ Yok artik deveee…! Vereyim 5 milyon gideyim iþime bakayým kardeþim. Yükü boþaltýp Ýstanbul’a dönecem. “  

 

Xalê Zibêr dibê: “ Ka bise hê ne qedîya. Ev mirîþk bist salî jîyan bikira dibe milyarek û çarsed û çar hezar paxnot “. Ajovan dibê: “ Offffffff, ama da abarttýn, al þu 10 milyonu gideyim babam“.

 

   Xalê Zibêr pê girtie ma berdide. Dibê:“ Tewlolo, ma meyê bi vî perî zarok bidana xwendin. Yek biba doxtor, yek biba parêzer, de ka were icar mehanîya wan jî bi hesibîne “.

 

Ajovan  lê ye ku dîn bibe. Dizîvire ser cîranê xalê Zibêr û dibê: “ Ya Allah rýzasý için biþi deyin bu adam beni delirtti. Altý üstü bir tavuk için…” 

 

Cînarek xwar dibe û bi dengekî nizm ji ajovanê Tirk re dibê: “ Tu bi a min dikî hema kamyonê bihêle here, mêze zarên Zibêr jî wa tên. Ma tu dixwazî ji canê xwe bibî law“.

 

 Xwezî ev fersenda ku ketîye destê xalê Zibêr rojek biketa destê hemû Kurdan jî. Hûn Tirkan dibînin bê sîtemkirin çawaye newilo!

 

 

 

 

GÜLSÜMÊ PÎROZ KÝN

 

Rêwîyê Kal-13/05/09- Tirkîye- De werin  rêxa vê çêleka xweþik û rindik bi hinek kesa nedin xwarinê. Law li ber pozê we simbêl heye lê hûn bi qasî vê çêleka nav“Gülsüm” ne  xwedi cesaret in.

 

Li bajarê Meletê navça Yeþilyurt’ê gundê Kadiruþaxî, Gülsüm sibê ji axur derdikeve û berê xwe dide dibistanê. Di baxçê dibistanê de giya wek mêrg e hêþîn bûye. Gülsüm devê xwe diavêje giya, dirûçikîne ku zikê birçî têr bike.Peykerê  Beton Misto deng li Gülsümê dike. Dibê: “Çêleka qûn bi rêx, ji vir derkeve here ev mêrga min e, li vir neçêre gewende”

 

Gülsüm dizîvire dibê: ” Ma law Beton Misto,  ev der welatê min e, mêrg jî mêrga min e. Tu dawa çi  li  min dikî, te li min xêr e. Tu hatî te li welatê min xwe daye ser textê bilind, ew ne bes e îcar tu min ji vir jî  diqewirînî, ma ne þerme ! Tu qe fedî naki oxlim?”

 

Beton Misto dibê: “ Himmmmm, kifþ bû tu çêlekek him elewî him jî Kurd î. Tu bise ez gazî leþkerên xwe bikim bila te bigrin bibin serjêkin, goþtê te bikin qelî bixwîn û bidin lotika”.

 

Gülsüm li ser vê gotinê bi hêrs vedigere dibê:  “Wey min rêxa xwe di  devê heftê û heft  bavê  te kiro, tu kê ji kuderê diqewirînî ha?” û bi qoçê  tîj û mezin çawa li Beton Misto dixe, ji ser textê xwe diqlibe dikeve xwarê. Gülsüm çalakîya xwe bi kar anîye . Bi dilekî rehet direve diçe.

 

Dewleta vrko bi  serperiþt (mifettiþ) û dozger derheq gundîyan de vepirsandinê vedike. Kê ji we peykerê Beton Misto þikandiye? Xwedîyê çêlekê difikire çareserîyê bi firotina Gülsümê dibine.

 

De werin îca em çawa Gülsümê nexemilînin, bi þahî û dawet xelat nekin, pîroz nekin?

 

 

 

METÊ KETÊ

 

Rêwîyê Kal-06/05/09-Tirkîye-  Mixoyê me li Serhedê  li ba axayekî navdar xulam bû. Zewaca Mixo derengî ketibû. Keçê gund bi bejnûbala  Mixo ne razî bûn. Di wî gundî da keça ku Mixo biecibanda tunebû. Temenê Mixo jî zêde bû.

 

Axa ji pîreka  xwe re got: “Keçikê gundê me Mixo naecibînin, belengazo ma ezeb, ne zewici. Were em tiþtekî din bikin”.

 

Xanima axê go: “Çawa?”

 

Axa got: “Xanim, þivanê me Þemo qeþeng e, çeleng e. Emê wî nîþanî keça bikin, keçikê ji Mixo ra bînin, ma nabe?”

 

Xanimaxayê got: “Wele dibe ma çima nebe”.

 

Qewlê xwe kirin yek û li ser keça Elî, Hedo biryar dan.

 

Êvarê þivan Þemo nîþanî Hedo dikin, Hedo jî qebûl dike. Dest bi tevdîrê dikin, bi dawet û þahî  Hedo dikin bûk, Þemo jî di dewsa Mixo de dikin zava.

 

Dibe þev, gava zava Mixo dikeve hundur; Hedo dike qîre qîr, erd û ezman di lerizîne. Qêrîna Hedo digihê asîmana. Ne razî ye ku bi Mixo re bikeve bin lihêfê û Mixo bigihîje mirazê xwe.

 

Xanimaxa tê hewarê. Xanimaxa tê bi destê Hedo digre û dibê: “Mixo de diserkeve, min pê girtîye”.

 

Mixo þeqê Hedo vedike û terikê xwe bi cîh dike. Vedigere ser xanimaxayê dibê: “Metê ketê, tu êdî berde here; ez  dilê xwe lê rehet dikim”.

 

Bavo te  go çi?

 

Ev jî mesela me û Tirka ye. Heta bi alikarîya yekî em xirrê xwe nekin wan ew me naecibînin û em jî dilê xwe rehet nakin ellawekîl. De xwezî bi wê rojê…..

 

 

 

 

Mêrikî yan kerikî

Rêwîyê Kal-28/04/09- Tirkîye- Berê havînê li ser banê xênî radizan. Zar û zêçan didan lotikan gava dinya hênik bû.

 

Feyat di bin asîmanan da li ber ronahîya heyvê dixwaze bi Zerifê re bide lotika.  Feyatê me ji dide lotika û ji pîreka xwe  Zerifê ra dibê: “ Keçê were em  îþev kerikî bikin, bazdin ser hev”.

 

 Zerif dibê: “Mêrik, tu dînî wî,  çima mêrikî be nabe?”

 

 Feyat dibê: “ Na nabe,  kerikî herî xweþtir e”.

 

 Welhasil, rebena Zerif çarneçar qebûl dike û þeqê xwe vedike. Feyatê me xwe qûz dike nav þeqê Zerifê bêhn dike, dike zire zir û  paþve diçe. Cardin tê bêhn dike. Paþva diçe, hîre hîra wî ye, zire zira wî ye bi  xiroþ e.  Feyatê me xwe winda dike û ji ser banê xênî dikeve xwarê, dibe qêrîna wî.

 

Gava ketîye lingekî wî þikestîye,  dibe nale nala Feyat. Cinarê wan jî bi dengê Feyat tên hewarê. Dipirsin çî bû, Zerif dibê: “Wele min go mêrikî wî jî got kerikî  û bi kerikî ji ser banê xênî ket xwarê, lingê xwe þikand”.

 

Kurdên me jî bila îcar doza xwe bi mêrikî bikin bavê min. Ku bi kerikî bikin, wê îcar ne ling tenê; wê piþta xwe jî biþkînin û êdî çareserî jî jê re tune ellawekîl!

 

                     

 

 

KÊFA KERÊ BOZ

 

Rêwîyê Kal- 21/04/09-Tirkîye-  Xalê Heso, sibê zû  li kera boz siwar dibe û diçe bostan av bide. Dora avê a xalê Heso ye. Ber bi nîvrojê karê xwe bi cîh tîne, bostên av dide .Dora avê dide apê Keleþ û li kera xwe sîwar dibe berê xwe dide gund, ji bostên vedigere.

 

Kelekela germa havînê ye. Xalê Heso cixarekê dipêçe, bi kêf ji alikî de cixara xwe dikþîne û ji alikî ve jî strana “Helimcanê” distrê. Dikeve rê ber bi gund tê. Ji niþkê ve dilê xalê Heso qrîz derbas dike û ji ser piþta kerê dikeve xwarê û diçe ser dilovanîya xwe.

 

Zarokek dibîne,  hewarê dibe gund. Gundî tên li ser laþê xalê Heso qêrîn û þînê  dikin.

 

 Kerê boz ji terikê xwe daliqandiye û dike zire zir û li bin zikê xwe dixe. Brazîyê xalê Heso çoyeki hildide, êrîþî kerê dike û dibê: “ Wey min di îmana te kiro, te apo kuþt ica kêfa xwe jî diki ne wîsa” û bi ço kerê boz li wir dikûje“.  

 

Îcar ev jî mesela me Kurdan û kerê boz e gelî xwendevanan.

 

 Ji alîyekî Kurdên welatperwer tên girtin yan kuþtin, û ji alîyê din hinek Kurdên me xirrê xwe di ser serê wan re dihejînin û kêfa xwe pê tînin.

 

Îcar çi ferqa wan û kerê boz ji hev heye ka hûn nabêjin?

 

 

 

 

“NE MUTLÝ TÝRKÝM DÝYENE”

 

Rêwîyê Kal- 11/04/09-Tirkiye-

 

Dewleta Tirko li Kurdistanê dest bi planê gelhe dike. Ýca ji bo gelheyê Kurd zêde nebe û piranîyê ji gelheyê Tirka nestine, ji bo vê yekê li gunda sipîral dikin nav þeqê pîreka. Li Mêrdînê muxtarekî gund li qehwê bi gundîyan ra diaxive û dibê: “Law bi dîn û îman, bi sê telaqê jinberdanê dewlet me guhdarî dike. Em di malê xwe da çi diaxivin hemî seh dike bi wî haceti”.

 

Gundî dibên: “Çawa yabo?”

 

Mixtar dibê: “ Ma lawo sipîral nexistin nav þeqê pirekên me? Em çi dibên bi wî awayî dewlet me teqîp dike, kî ji me li di jî dewletê ye zane”.

 

Zilamek ji li gund hebûye û kengî gava bazdide ser pîreka xwe, ji dewletê ra dide çêra: “Min di te kiro“ dibê.

 

Ew zilam radibe li qehwê dibê:”Waweylêêêê, ka ica ezê çi gûyî bixwîm law? Min ewqas ji dewletê ra çêr kir!”

 

Were difikire û bi lezgînî berê xwe dide mala xwe û diçe. Deng li pîreka xwe dike: “Jinik, hela were odê em hineki bazdin ser hev”.

 

Pirek dibê: “ Mêrik te xêr e vê nivrojê,  zarok jî li mal in qe dibe?“

 

Zilam dibê: “ Tu were odê nav nivîna tiþt nabe, derî jî kilît bike”.

 

Pîrek bê çare tê dikeve nav nivîna. Zilam þeqê pirekê vedike û serê xwe dirêji ber arkuna pirekê dike û diqîre: “ Ne Mutlî  Tirkim Diyene, her þey devlet için, devlete uzanan eller kirilsin” û xwedêgiravî bi vî awayî xwe paqij dike û ji xezeba dewletê xilas dibe.