Lotikxane

 

 

Rojda Aydin

 

 Zarok pêþeroja me, ziman hebûna me ye

 

 

 

 

Hem bûk in, hem berbûk in

 

Tu dibê qey aþtî û bratî tenê li ser piþta me Kurdan maye û heger em vê pelûlê bi serê xwe danekin, wê aþtî neyê Tirkiyê û Tirkiye nebe welatekî demoqrat. Birastî ez hîna jî tênagihêm bê çima tenê em Kurdên xwelîliser dibin kurtanê kera aþtîyê û bratîya Tirkan. Çima Tirk daxwaza vê quzilqurta aþtî û bratîya Kurdan nakin nizanim. Çima jinên Tirkan dernakevin kolanan û doza aþtî û bratîya Kurd û Tirkan nakin, dîsa nizanim. Lê her çi hikmet be, pelûl tenê bi serê me Kurdên peppûk de rijiyaye.

 

Axir

 

Helbet aþtî û bratî xweþ e. Lê dibêjin “dil li beramber dila ye”. Gava dil yekalî lêxe, gava evîndarî yekalî be, ew ji armanca xwe bi dûr dikeve û êdî digihê asta ehmeqîyê. Ma zewaca bê dil, zewaca yekalî çêdibe kesî dîtiye? Çêbibe jî yan wê di nava çend mehan de ji hev tarûmar bibe û ew zewac bibe jehr û ziqûm. Îcar xuyaye em Kurd li zewacek yekalî digerin, ji vê zewaca bê bingeh hez dikin.

 

Wê rojê ez derketibûm kolanên Stenbola xopan û min go ezê hewakê bistînim. Min berê xwe da Taksîmê û hew min dît wa çend jinên me dîsa kitanên xwe li serê xwe pêçane, pankart vekirine û qîreqîra wan e. Çiye? Em aþtîyê dixwazin! Çiye? Em jin þer naxwazin, bela bes dengê keleþkofan bê me! Çiye? Em jin di aþtîyê de bi israr in, di rojên dawîn de þert û þirûtên axavtina aþtîyê ji holê hatiye rakirin” filan û kiras û xeftan.

 

Axir, 30 jinên me Kurdan dîsa xwe li meydana Taksîmê kirin qirdik û Tirk bi xwe kenandin.  Lê mixabin dîsa wek hertim, min jinek Tirk di nava wan de nedît.  Ê helbet canim, ma çima wê jinên Tirk xwelîya heft gundan li serê xwe bikin û li kolanan bikin qarewar. Çawa be jinên Kurd ji dêvla wan jî lotikan didin xwe û kirasê xwe diçirînin. Ji Tirkan re çi aþtî û maþtî?  Belasebeb negotine “ker hebin kurtanker pir in”. Bela jinên Tirk di paxila mêrên xwe de xwe germo nermo bikin û bela jinên me jî di vê sur û seqemê de tiliyên xwe ber bi ezmana vekin û biqîrin: Aþtî û ha aþtî!? Merheba aþtîya bi derewa!

 

Di lîteratura cengê de kesên xwedî hêz û derfet tucarî behsa aþtîyê nakin. Tenê kesên lawaz û têkçûyî aþtîyê dixwazin. We rojekê dîtiye ku dewleta Tirk ji dil û can doza aþtîyê li Kurdan kiribe û xwestibe aþtî bê Tirkiyê? Bawer nakim. Yan dibêjin “werin teslîm bibin” û yan jî her û her êrîþî wan dikin.  Ji ber vê ye ku dibêjin “aþtîyek xerab ji þer xerabtir e”. Îcar xuyaye aþtîya ku hinek Kurdên me jî dixwazin ev aþtîya xerabe ye. Aþtîyek yekalî, bratîyek yekalî û evîndarîyek xeyalî.

 

Ez serê we neêþînim gelî xwendevanan, birastî meriv pirê caran pê dêþe. Meriv naxwaze tu Kurdek di çavê Tirkan de kêm bikeve û bibe qirdik. Lê ku Kurdên me li xwe û li nirxên Kurdayetîyê nefikirin, emê karibin çi bikin ka hûn bêjin.

 

Heyf....

Heyf ku ev milletê qedîm û mezin bûye qirdik û ji kesayetî û hêjayîyên xwe yên netewî bi dûr dikeve...

 

Aþtî û bratî ha!?

 

Wey merheba aþtî!

 

27.12.2009- Stenbol

          

 

 

 

Xaltîka me Ayna lotikek bêîman xwar

 

Kesên ku ruhê Kurdewarîyê bi wan re tunebe, kesên ku dil û mejî Tirk, lê tenê dev û ziman Kurd be, kesên ku hezbilqeder bi paraþûtê hatibin daxistin û li ser serê vî milletê Kurd ê xwelîliser bûbin serok û rêber, îflah nabin û wê bi qasî derhemekê jî xêrê nedin doza Kurdî.

 

 

Kesên ku êþ û jana dê û bavîtîyê nizanibin, kesên ku hezkirina zarok û ewladan nizanibin, qedr û qîmetê ciwan, xort û keçên xwe jî nizanin. Çunkî nebûne dê, nebûne bav, ne hezkirina zarokan û ne jî êþa kujtina zarokan nizanin. Ji wan re herder deþt û seyran e, zarokên kê tên kujtin, ên kê nayên kujtin ji wan re ne xem e.  Ji ber ku nebûne dê û bav û hezkirina ewladan di dilê wan de çênebûye, tu dixwazi bela rojê hezar xort û keçên Kurd bên kujtin, ji wan re hêç e. Lê xweþ zanin li ser ked û xwîna wan keç û xortên Kurd kabên xwe bavêjin û biçêrin.

 

Xaltîka me Emîne Ayna, nezewicî ye, tenê ji bo ku xwedêgiravî meriva filankes û bêvankeso ye, ji alî hinekan ve bi paraþûtê daket nav civaka Kurdên xwelîliser û tew bû seroka wan jî. Tu dibê qey jin û mêr di nava Kurdan de qeliyabûn û yekî/ke wek Emîne Ayna di nav Kurdan de nemabûn, hema yekser ji kîsikê tombalayê derxistin û kirin taca serê me. Ayna ya ku hem nezewicî ye û hem jî Kurdînezan e, bi helwesta xwe ya hiþk û þerxwazî serkêþîya baskê teyr û bazên di nava DTP de dikir, dike. Lê piþtî girtina DTP, çilmisî, deng jê qut bû û wek nepoxê fisiya. Çima ez jî nizanim, lê xuyaye xirecirek di navbera hinekan de dest pê kiriye.

 

Xaltîka me Ayna, berî girtina DTP bi demek kurt, gotibû ku „pêvajoya rêdana demokratîk bi mesela Îmralîyê ve beravêt û mir. Bingeha me daxwaza derketina serê çiyê li me dike“ û þerxwazîya xwe tanî zimên.

 

Piþtî ku DTP dan girtin û wekîlên DTP bi telaqên jinûmêr berdanê sûnd xwarin ku ewê carek din venegerin meclîsa Tirko, ayetek ji ezmanê heftan daket û ferman da:“Binerin ezê guhên we bikþînim haaaaaa, vegerin meclîsê û lingên xwe zêdeyî lihêfa xwe ranedin“ û wekîlên DTP wek mirîþka serjêkirî gêjomêjo bûn.

 

Werhasil, piþtî vê fermana ayetê, DTPî li gotinên xwe polîpoþman bûn, þeytan bi wan keniya, civînek çapemenîyê li dar xistin û xalê me Ehmedê mala Sînan Axa dest bi lotikan kir: „Piþtî ku bingeha me nexwest em ji meclîsê derkevin û piþtî ku sayin Ocalan bi rêya parêzerên xwe fermanek þand û derketina ji meclîsê nerast dît, emê terka meclîsa Tirko nekin û emê di nava partîya BDP de bi çavgirtînkê bilîzin, xebata xwe bidomînin“ filan û xeftan.

 

Lê balkêþ bû, xaltîka me Ayna ne li kêleka Ahmet Turk bû. Halbûkî wek hevseroka DTP gerek li kêleka wî bûya. Hem ne xuya bû û hem jî deng jê dernediket. Çima hûn zanin?

 

Xaltîka me Ayna ji xwe û gotinên xwe piþtrast bû. Wê bi gotinên wek „bingeha me dixwaze em derkevin serê çiyê“ bawer dikir ku xwe di çavê Ocalan de kiriye þîr û þekir û ewê di kiryarên xwe de biserkeve. Lê hem Ahmet Turk got „bingeha me naxwaze em dev ji meclîsê berdin“ û Emîne Ayna derewîn derxist, hem jî Ocalan got „dev ji meclîsê bernedin“ û lotikek bêîman li Emîne xanimê xist. Belê, DTP hat girtin, lê mixabin xaltîka me Ayna derneket serê çiyê û bi wan kîloyên xwe yên zêde dest bi þerê çekdarî nekir. Heyf… Halbûkî xaltîka me derketa serê çiyê jê re baþ bû ha, qe nebe belkî çend kîlo ji xwe bavêtina û hinekî jar û zeîf bibûya.

 

Ez serê we neêþînim, piþtî ku wekîltîya Ahmedê mala Sînan Axa ket, divê BDP ji xwe re serokekî/serokekê hilbijêre. Li gora ku Sereksawcîyê Komarê Abdurrahman Yalçinkaya yê Ruhayî Emîne xanima ku evîndara derketina serê çiyê ye ji wezîfê negirtiye, îhtîmalek mezin heye ku xaltîka me Ayna bikin seroka BDP.  Lê dîsa jî rojev çawa tê guhertin, destê kê di bêrîka kê de ye kes nizane. Ji ber ku wê siyaset û rojeva BDP jî li gora ayetên roja çarþembê bên destnîþankirin, wê kîjan rojê çi biqewime ne Xelo zane û ne Celo. Herweha tê gotin ku îhtîmal heye Selahattîn Demîrtaþ an jî Akin Bîrdal bibe serokê BDP û xaltîka me Emîne Ayna di rêveberîya partîyê de cîh jî negre.

 

Werhasilî kelam, xaltîka me Emîne Ayna vê carê lotikek bêîman xwar û temisî.

 

De Bariþ û Demokrasî Partîsî (BDP) li ser xêrê be û heta çend salên din xwedê kerîm û rehîm e. 

 

 20.12.2009- Stenbol

                    

 

 

Kurdistana me bû 19 mehî

 

Tofan û bahozek wisa mezin li serê Tirkan rabûye ku ne tê gotin û ne jî tê bihîstin. Rebenan ji êþa mirîþkan xirabtir bi serê wan de hatiye. Tew þewba Kurdan jî zêdebûna ser kezebê bû, ewê jî hat û bela xwe di Tirkan de da. Wey weleddddddd çi guneh in! Dilê min bi wan diþewite ellawekîl.

 

Axir, hûn zanin, tîpên Kurdî ji vîrûsa þewba berazan zêdetir serê Tirkan dêþîne. Hema go çav li tîpên W,Q,Î, Ê, Û dikevin, tu dibê qey melkemot hatiye ser ruhê wan. Ewqasî ku bi xwe de dirîn û derpî dadigrin. Lê navê KURDISTAN çi tîne serê wan? Wan ji mêranî dixe û dihêle ku hew karibin herin ser doþekên jinên xwe.

 

Belkî cara yekem e ku navê KURDISTAN di nasnameyên Tirkiyê de tê nivîsandin. Li bajarê Ruhayê malbata Ahmet Atiþ ê DTPî, navê keça xwe kirine Hêlîn Kurdistan û xincerek soranî di dilê dewleta Tirko de çikandine. Hem Hêlîn (tîpa ê) û hem jî KURDISTAN!

 

Eerrrrreeeek, ma ji vê xweþtir heye gidî gidyano! Hem jî di nasnameyên Tirkan de KURDISTAN bê nivîsandin ha, offffffffff, bi ellawekîl ev lotik ji þorba nîskê jî xweþtir bû.

 

Dibêjin niha Hêlîn Kurdistan bûye 19 mehî û bi navê xwe pir kêfxweþ e. Tew dê û bavê Kurdistanê ji kêfa re difirin ezmanê heftan û dibêjin:“Me di saxîya xwe de navê Kurdistanê xist Tirkan, êdî mirin hebe jî xem nake“. Ewqasî ku bi navê keça xwe Hêvî KURDISTAN serbilind in.

 

Îcar birastî ez niha pir meraq dikim bê ka wê Tirk çend lêpirsînan di derbarê Hêlîn KURDISTAN a 19 medî de vekin û çend sal cezê hepsê bidin wê. Êêêêê çima na? Çima karin Ceylan Onkol a 10-12 salî bidin ber fîþekên topan, lê nikarin Hêlîn KURDISTAN a 19 mehî têxin hepsê. Karin babam karin, ev Tirk in, karin zarokên di pêçekê de jî singo bikin.

 

Werhasil, ez dibêjim divê Kurd ji Ahmet û Dîlek Atiþ xîretê bistînin û navên Kurdî û bi taybet jî navê Kurdistanê li zarokên xwe bikin. Ji ber heger di zarotîya xwe de em ruhê netewî di mejiyê zarokên xwe ne nemeyînin, di mezinatîya xwe de wê bibin wek golikên nav garanê û nizanibin ka çi ne, kî ne, ji kê ne û ji ku ne.

 

De haydê Kurdino, Hêlîn KURDISTAN gav avêt û niha dora tenûrê ya we ye..

 

29/10/09- Stenbol

 

 

 

Bijî Þevval xanim bijî!

Rojda Aydin- 13/09/09-Stenbol- Berî niha bi çend rojan hunermenda Tirk Þevval Sam, li bajarê Igdirê derket pêþberç temaþevanan û çend lotik avêtin.  Di þahîya kiþandina Mîllî Pîyango de girgirekên dewletê, qeymeqam û çend sermezinên din jî beþdar bûbûn û dê weledê xwe davêt.

 

Werhasil, piþtî ku Þevval Sam derket ser dikê û dest bi stranan kir, Kurdên me jî hatin galeyanê û daxwaza stranên Kurdî ji Þevval xanimê kirin. Ji ber Þevval xanim xanimek germik û nermik, dilnerm û xweþik e, daxwaza Kurdan neþikand û du stranên Kurdî stra. Ji xwe çi bû piþtî van stranên Kurdî bû. Sermezinên dewletê stranên Kurdî hezim nekirin û weke ku Kurd di ser jinên xwe de dîtibin, þahî terk kirin û çûn. Ê ma Þevval xanim vê fersendê berdide, rabû strana “gule gule” (oxir be oxir be) got û da bin dûvê sermezinên dewletê.

 

Axir, piþtî vê qiyamet û tofanê, Þevval Sam bû benîþtê devê çapemenîya Tirk çima ku ji rayedarên dewletê re gotiye “gule gule”.

 

Ez serê xwe û we neêþînim, Þevval Sam rabû di çapemenîyê de lotikek qirasetir avêt û doxîn li wan rayedarên ku terka þahîyê kiribûn, sist kir. Þevval Sam, ji çapemenîyê re got ku “Ez hunermendek aþtîxwaz im. Ji xwe ez stranên çandên cuda yên ku li ser vê xakê jiyanê distrêm.  Li ser daxwaza beþdaran min bi Kurdî stra. Dibe ku siyasetmedar ji vê aciz bûbin, lê bi tehtil erda wan kiriye. Kesên ku ji stranên dostanî, aþtî û bratîyê birevin, aþtî û bratîyê naxwazin. Ew karin ji vî welatî jî bicehimin û herin, terka vî welatî jî bikin, emê kêfxweþ bibin” û lotikek bêîman li der qûna siyasetmedarên nîjadperest û dijminên Kurdan xist.

 

Werhasilî kelam, Þevval Sam xanim ji gellek siyasetmedar û polîtîkmedarên me Kurdan baþtir û mêranetir lotik avêtin. Hêvîdarim xwedayê mezin li gor dilê wê bike û 25 mêran bike qismetê wê rebbî…

 

 

Derbasbûyî be Rojîn xanim!

Rojda Aydin- 23/06/09-Stenbol- Meriv bi þexsîyeta xwe, bi qewmîyeta xwe bi xîret û serbilindîya xwe li ser lingan dimîne û dijî. Kesên ku kompleks û xwepiçûkdîtina koletîyê di ruhê wan de hebe, ewê tucarî bi ser nekevin, negihên armanca xwe û bi miradê xwe þa nebin. Ewê tim di çavên hinekan de filankes yan bêvankes bin û hew. Wekî din wê tu qedr û qîmetek ji wan re neyê dan.

Mesela me li ser Rojîna me bû. Yanî, Rojîna keça Ehmed Kurdî. Ehmed Kurdî yê Kurd, Ehmed Kurdî yê ku di dema xwe de Kurdperwerên wek wî kêm bûn û qiraseyekî zilama bû.

Werhasil, Rojîna me hertim xwestiye bilind bifire û di nav sosyeteyên Tirkiyê de ji xwe re ciyekî çêke. Ji ber vê jî, çi hatiye ber devê wê bêyî ku li kar û xisara wê bifikire, gotiye, dibêje. Ji bîr dike ku Kurd ne Kurdên berê ne û di hinek mijaran de zîz û hessas in. Meselen mesela Kurdayetîyê.

Rojîna me bi derketina TRT6ê mêranîyek kir, gavek bi cesaret avêt û kêfa gelekan ji wê û Nîlufer Akbal re hat. Çima hat? Ji bo ku qaþo ew „gunikreþên ku di peyvê de þêr, lê di emelê xwe de miþk û rovî ne“ newêrîbûn derkevin TRT6ê û xizmeta pêþdebirina zimanê Kurdî bikin. Lê Rojîn û Nîlufer Akbal xanimler, ev gava baþ avêtin û di TRT6ê de dest bi lotikên Kurdî kirin. Ev pîroz bû, baþ bû.  

 Îcar em bên ser mesela „Korolar Yariþiyor – Pêþbirka Koroyan“.

Rojîna me dîsa wek her carê, di koroya xwe de jî lotikên Tirkî, stranên Tirkî kêm nekirin û Kurdî ket dereca duyemîn. Çima? Ji bo stendina çend dengên zêde û ji bo xwe têxe çavê Tirkan û gavek din xwe nêzîkî wê sosyeta ku em behs dikin, bike. Xanima me di bernama xwe ya TRT6ê de jî heman xeletî dikir û lotikên Tirkî virde wêde davêtin. Tu dibê qey di Tirkiyê de televizyonên Tirkî tunebûn yan stranên Tirkî nedihatin gotin, xanimê radibû di kanalek Kurdî de jî Tirkî bi zarokên me þîrîn dikir û tirr ji me berdida. Heman pelûl di koroyê de jî bi serê xwe dakir û dawa xwe li serê xwe pêça.

Li gora min Rojîna me ji ber sê xeletîyan nebû yekemîn û kezîya xwe bi ser me de kur kir.

Yek: Rojînê berî bi çendakê di hevpeyvînek xwe de bavê xwe kiribû „faþîstê Kurd“. Çima? Ji bo ku Ehmed Kurdî dixwest zarokên wî di malê de bi Kurdî biaxivin. Ev lotik ji bîra me Kurdan neçû û wek deqek reþ di dosya Rojînê de hat nivîsandin.

Dudu: Rojîna me li ser navê Mêrdînê (yanî li ser navê Kurdan ha) û wek nûnera Kurdan ket pêþbirka koroyan. Herçiqasî ew vê qebûl neke jî, lê em wilo fêhm dikin û ez bawerim ji %99ê Tirkan jî bi wî çavî lê dinerîn. Madem tu li ser navê Kurdan ketibû pêþbirkê xuha minê, çima tenê ne stranên Kurdî lê te terîya Tirkî jî bi me vekir hê? Ma ku Tirkî nebûya nedibû? Hema te qezenc nekiriba jî, wê ew þan û þeref hem ji te re û hem jî ji temamê Kurdan re bimaya keçko. Yan na? Lê Rojîna me ev nekir. Dîsa ket kompleksa xwepiçûkdîtinê û xwest bi wan stranên Tirkî xwe li ber dilê Tirkoleran bike dims û hingiv. Lê Tirk nexapiyan û nehatin lîztika Rojînka me.

Sisê: Di gera propaganda koroya xwe de, Rojîna me li Mêrdînê hevpeyvînek da radyoyekê û çend gotinên wê bû zêdebûna ser kezebê. Kezîkura Rojînê dîsa ji Kurdbûna xwe þerm kir, kesayetîya xwe kir pênc pere û got: „Ez aciz im ku ji min re dibêjin hunermenda Kurd“ filan û jehr û ziqûm.  Yanî, gava jê re bêjin hunermenda Kurd wê xanimê nikaribe di nav sosyeta beredayî ya Tirk de ciyekî bistîne û bifire ezmana ha.

Binerin, di Qurana pîroz de jî tê gotin ku „kesê eslê xwe înkar bike heramzade ye“.  Haþayî Rojîn û civata hazir,  yanî ewladê zinê ye, xwînheram e, bîjî ye. Me go haþayî Rojîna me ha, xelet fêhm nekin. Ez dixwazim bêjim ku kesê eslê xwe înkar bike, kesê ji qewmîyeta xwe þerm û fedî bike, kesê ku qewmîyeta xwe wek kêmanî û kompleksa koletîyê bibîne, ewê xêrê nebîne û wê di çavê Kurdan û temamê mirovan de bibe qeþmer û qirdik.

Axir

 Îcar we fêhm kir bê çima Rojîna me û koroya xwe nebûn yekemîn gelî lotikvanino?  

1-     Bavê xwe kir faþîstê Kurd

2-    Bi stranên Tirkî koro kir þorba nîskê

3-    Þerm dike ku xelk jê re dibêjin hunermenda Kurd

Ê baþe hey peppûkê, weyla Ehmed Kurdî gijola te jêkirê, ma naxwe tu hunermenda çiyî, hunermenda kêyî ha? Yan tu Kurd î, yan tu Tirk î, yan tu Ereb î, ma tu ne UFO ye ku ji Mars û Tîtanîkê daketibe dinyayê. Her nasnameyek te heye keçko, lê çima ewqasî tu ji vê nasnama pîroz þerm û fedî dikî ez wê meraq dikim. Keçê nebe dilê te ketibe qûnekekî Tirk û ji ber wî tu ji nasnama xwe fedî dikî ha? Yan çima û 101 carî çima?

Ez zanim min serê we kir wek zebeþê Diyarbekrê, lê ezê di dawîya vê lotika derengmayî de vê bêjim. 1001 carî rehma xwedê lê be, serok Mistefa Barzanî bilasebeb nedigot:

Çi Kurdê ku ruhê netewayetî pêre tunebe, wê rojekê îxanetê li milletê xwe bike!  

Ma rastî hemi ne di vê gotina rehmetî de ye cîgerlerim?

Ê de derbasbûyî be Rojîn xanim! Xwe aciz meke lê, xwedê kerîm û rehîm e....

 

Rojîna me lotikek li TRT6ê xist

13/04/09- Rojîna me lotikek li TRT6ê xist, buxçika xwe da hev û berê xwe da malê.

Dibêjin Rojîna germik û nermik bi daxuyanîyekê gotiye: ”Êdî bes e!” û kirasê xwe çirandiye, gijola xwe hilçinîye û gotiye:” Ez bi serê xwe û we kim sedema devjêberdana min ne ji ber sedemên aborî ye. Min ji bo bratî û aþtîya gelên Kurd û Tirk dest bi lotikên TRT6ê kir û dîsa bi heman lotikê dev jê berdidim. Min hew debar kir. Rayedarên TRT6ê dest û lingên xwe dixistin nav kar û barên bernama min û bernama min wek þorba nîskê dikelandin. Ewqasî dikelandin ku ne tam têde dima, ne reng û ne þeng” filan û fîstan.

Welhasilî kelam, Rojîna me bi lotikên TRT6ê ket rojeva sosyeta Tirkiyê û xwe li ba kir.

Îcar pirsgirêkên aborî bûye sedem, hinek kanalên din pêþniyazên baþtir jê re kirine, yan birastî jî rayedarên TRT6ê dest û lingên xwe dixistin nav bernama wê, tenê Xwedê û Lotikxane zane....

Weledddd weledddd...Nîlufer Akbala me ma bi tenê kuro, waweylêêêêêêê!

 

TRT6, navê xwedê xweþ, rûyê dijmin reþ

 Nîqaþ û raberizandinên li ser TRT6ê berdewam dikin. Hinek dibên: „TRT6 navê xwedê xweþ“. Hinek dibên:“TRT6 rûyê Erdogan reþ“. Û Lotikxanecîyên wek min jî dibêjin:“ TRT6, navê xwedê xweþ, rûyê dijmin reþ“.

Nizanim tê bîra we yan na. Dibe ku nifþên nû ji ber kultura þildim-bildima Tirkî hay ji dîroka Kurdî nebin. Lê kesên hay ji dîroka xwe hebin û bi taybet hay ji dîroka berxwedan û tekoþîna baþûrê Kurdistanê hebin, wê Radyoya Bexdayê û ya Êrîvanê xweþ bê bîra wan. Wê xweþ bê bîra wan ku weþana van herdu radyoyan çi bandor li pêþdeçûna muzîk û zimanê Kurdî kirine.

Herçiqasî Radyoya Bexdayê di bin destê dewleta Iraqê de bû û ji bo ku li dijî þoreþa M. Mistefa Barzanî bê bikaranîn hatibû damezrandin jî, lê evê radyoya dewletê fêdeyek mezin da ziman û muzîka Kurdî. Gellek Kurd bi xêra vê radyoyê xwedî li ziman û muzîka xwe derketin, bi pêþde birin û hetta ev radyo hestên netewî di nava Kurdan de xurt jî kir. Herweha Radyoya Êrîvanê jî bi daxwaza serok Barzanî dest bi weþana xwe kiribû û li gund û bajarên temamê Kurdistanê dihat guhdarkirin û Kurd pê þa dibûn.

Heger em bi hestek netewî û li gora nirxên berjewendîyên netewparêzî li TRT6 binerin, emê bibînin ku kara TRT6 heye û xisara wê tune. Herçiqasî televizyona dewletê be, wê bi piranî propaganda dewletê bike jî, lê ez bawerim wê rolek mezin di paraztin û pêþdebirina muzîk û zimanê Kurdî de bilîze. Wê ev jî bibe sedema gavavêtinên din, wê kêm zêde hestên netewî di nav Kurdan de xurttir bike, wê bibe sedema gihiþtin û derketina hunermend, nivîskar, zimanzan, þanoger, derhêner û lîztikvanên nû û profesyonel û wê ev jî li xêr û xizmeta Kurdan be.

 Va ji niha de vebûna TRT6 û destpêkirina weþana Kurdî bû sedema nîqaþên di nava dezgehên dewletê de û amadekarîyên gavavêtinên nû dest pê kirin. Wek: Di heps û zindanên dewletê de serbestkirina axavtina zimanê Kurdî, di zanîngehên Stenbol û Enqerê de vekirina beþên ziman û edebiyata Kurdî û wekî din. Ev jî tê wateya ku wê hêdî hêdî dewleta Tirk (helbet ji bo berjewendîya xwe, ji bo endametîya Yekîtîya Ewrûpayê û ji bo hilbijartinên herêmî) dest bi avêtina gavên nuh jî bike û hetta van gavavêtinan di destûr û qanûna xwe de jî xal bi xal rêz jî bike. Herçiqasî vekirina TRT6 bûqanûnî (ne yasayî) be jî, lê wê mecalê çêke ku Tirk di nav xwe de dest bi nîqaþa pirsa Kurd û Kurdî bikin û çareserîyekê di xalên qanûnê de bibînin. Ev jî xêr e, kar e û ne zirar e.

Televizyon sedema asîmîlasyonê ye. Televizyon sedema vejandina zimanê Kurdî ye jî.

Divê neyê ji bîr kirin ku îro dinya bi teknolojîyê bi rêve diçe. Televizyon alav û haçeta herî xurt a medya û çapemenîyê ye. A propaganda û antîpropagandayê ye. Û asîmîlasyona herî mezin dîsa bi televizyonê dest pê dike. Îro di her mala Kurd de televizyon heye. Di her mala Kurd de televizyona Tirkî malikê li zimanê Kurdî û mejiyê xort û keç, pîr û kal, jin û zarokên Kurd xera dike. Mejiyê wan bi Tirkî dadigre, bi Tirkî diþo û wan ji þexsîyet û Kurdewarîya wan bi dûr dike. Çi bi zimanê Tirkî û çi bi flîm û rêzeflîmên xwe, çi bi propaganda û antîpropaganda xwe, bi hestên Kurdan dilîze û wan dilbijandî zimanê Tirkî, tore û adetên Tirkî dike. Ev rastîyek e, rastîyek tehl e. Heger ji sedî 75ê Kurdên bakur asîmîle bûbin, li gora min sedema herî mezin televizyon e. Dê û bavên me, kal û pîrên me ne bi xwendinê lê bi guhdarîya televizyonên Tirkî asîmîle bûne û dibin. Bapîrên me yên ku di jiyana xwe de levzek Tirkî nizanîbûn, bi xêra televizyona Tirkî bûne bilbil û dest bi zimanê „þildim-bildima“ Tirkî kirine. Îcar ku dê û bavên me, kal û pîrên me bi xêra televizyonê asîmîle bûbin, hesab bikin bê wê zarokên me çawa asîmîle nebin. Ji ber vê jî, televizyon xwedîyê rolek pir xurt e û divê em Kurd rola televizyonê piçûk nebînin.

Çawa ku televizyon rola herî xerab, rola sereke ya asîmîlasyonê dilîze, divê neyê ji bîr kirin ku dîsa ew televizyon dibe sedema vejandin û geþkirina zimanê Kurdî jî. Bi destê kê tê avakirin bila bibe, lê ji bîr nekin ku televizyon bûye endamek ji endamên mal û malbatê û hetta bûye sermiyanê malê jî. Ew di malê de bi çi zimanî weþanê bike, endamên malbatê jî bi wî zimanî perwerde û mezin dibin. Ji dê û bav zêdetir bandorê li zarokên malê dike. Madem televizyon bûye sermiyanê malê û parçek mezin ji jiyana meriv, çima emê ji weþana TRT6ê re bêjin na û li dij derkevin? Ma ziman ne nasnama milletekî ye? Ma meriv li dijî nasnama xwe derdikeve? Heger dijminên me piþtî înkara 80 salî zimanê me qebûl bikin û di televizyona xwe de biweþînin, çima na? Çima di televizyonên Kurdan de ji weþana ziman û stranên Tirkî re erê, lê di televizyona dewletê de ji weþana zimanê Kurdî re na? Ma daxwaza me xwarina tirî ye yan lêdana nehtorî ye?

Axir, divê em Kurd xwe ji vê slogana „yan ji min e, yan dijmin e“ rizgar bikin. Her Kurd nikare û ne mecbûr e bibe hevalê Xelo û Celo, û dîsa her Kurd nikare û ne mecbûre bibe hevalê AKP û dewletê jî. Lê tiþtek heye ku divê em Kurd tucarî dev jê bernedin û xwedî lê derkevin. Berjewendîyên netewî!

Çi tiþtê ku di berjewendîya milletê Kurd û Kurdistanê de be divê xwedî lê bê derketin. Di serî de jî ziman. Kurd bi zimanê xwe li ser lingan mane. Heger ew televizyona ku hetanî doh Kurd asîmîle dikirin, îro bi weþanên Kurdî xizmeta berjewendîyên milletê Kurd, çand û zimanê wî bike, ezê jê re li çepikan xim.

Yan ez xelet im?

04/01/09- Stenbol

 

 

 

Xaltîka me hay ji bayê felekê tune

 

 Xuyaye haya xaltîka me Emîne Ayna ji bayê felekê tune û di guhê gê de ye. Çi cara ku ez dibêjim „De ezê li ser DTP û hinek rayedarên wê nenivîsim“ hew we dît lotikek wilo avêtin ku meriv mecbûr dibe dîsa rahije qelem û kaxezê û dest bi lotikan bike.

 

Xaltîka me Emîne Ayna bi eslê xwe Diyarbekrî ye, dibêjin Kurd e lê Kurdî nizane. Li bajarê Edenê jiyaye û heta ji DTP nebû wekîl jî kesî nizanîbû yan heye yan tuneye. Çima ku ji dûr ve nas û meriva Omer Ayna yê ku li gundê Kizildere bi Mahîr Çayan re hatiye kujtin e, xanimê kirine wekîla me û li ser navê me carna baþ, carna xerab lotikên ecêb davêje.

 

Helbet xaltîka me Ayna parçeyek ji me ye, Kurdî nizanibe jî bûye berdevkek ji berdevkên Kurdên bakur û qenc xerab bi qedera wan dilîze. Tu gotinek me ji kesayeta wê re nîne. Lê gava xaltîka me rabe wek hinekan nasname û Kurdayetîyê bi xwe û îdeolojîya ku pêve girêdayî ye bide destpêkirin, aha wî çaxî kêr digihê hestî û mûyên serê meriv gij dibin.

 

Xaltîka me Ayna di mitînga Colemêrgê (Hekarî) de lotikek wilo bêbingeh avêt ku xwelî li serê xwe jî û li serê me jî kir. Di mitîngê de helbet tiþtên xweþ jî gotin. Lê gava meriv rabe doza millet û welatekî piþtguh bike, wek qirdikên ku serê salê li nav gund û malan digeriyan û digotin „Serê salê binê salê xwedê bihêle xortê malê“ tê serê meriv û meriv her tiþtên pîroz dike qurbana kes yan hêzekê. Xaltîka me jî wilo kir.

 

Xaltîka me di mitînga Colemêrgê te eynen ev gotin got: „Ev gel (yanî Kurd) piþtî 1980î bi nasnama xwe hisiya“.

 

De îcar werin vî kerî di vî borî re derbas bikin!

 

Yanî, haya Ehmedê Xanê ji nasnama wî tunebû ku berhemên xwe bi ruhê netewayetîya Kurdî xemilandibû, haya Bedirxanîyan ji nasnama wan tunebû ku serî li ber dewleta Tirko rakirin, haya Þêx Seîd û hevalên wî ji hebûna nasnama Kurdî tunebû ku li sêdarê ketin, Seîd Riza ne ji bo bidestxistina nasnama Kurdî û Kurdistanê þehîd ket, Ihsan Nûrî Paþa ne ji bo Kurdistanê û bidestxistina nasnama Kurdî serî hilda, Elîþêr, Elîþan, Xalid Begê Cibrî û bi sedan qehremanên mîna wan ne ji bo nasname û doza Kurdî þehîd ketin, Faîk Bûcak, Saît Kirmizitoptrak, Saît Elçî, Ferît Ûzûn û bi hezaran welatperwerên din ne ji bo nasname û doza Kurd û Kurdistanê telef bûn newlo!? 

 

Haya te jê heye ku berî tu xwe nas biki (ez hîna jî di þikê de me) bi hezaran Kurdên qehreman di ber nasname û doza millet û welatê xwe de þehîd ketine Emîne ablaaaaaaaaaaa!?

 

Ê baþe xaltîka delal, sayin Emîne xanim, heta tu nebû wekîla Kurd (ne li ser xêrê be rebbî), te ji bo vî milletê xwelîliser çi dikir ka tu nabêji? Yan piþtî tu bû wekîl Kurd û nasnama wan hatin bîra te?

 

Ê helbet canim, ma ji wê re çi Þêx Seîd, Seîd Riza, Ihsan Nûrî Paþa, Xelo û Celo, ma wî çaxî Emîne xanim wekîla þoreþê bû? Na! Madem ne wekîl bû, helbet jê re roja ku ketiye nav þoreþa DTP roja mîlada wê ye. Li gora ku xanimê piþtî 1980î qaþo xwe naskiriye, temamê Kurdan jî bi xêra wê hay ji hebûna nasnama xwe bûne. 

 

Welhasilî kelam, min ji zûde nenivîsandibû. Min dixwest hinekî jî li ser tiþtên xweþ, ji lotikên siyasetê dûr binivîsim. Lê mixabin xaltîka me Emîne xanim dîsa ez anîm provokasyona nivîsandina vê nivîsê.

 

Axir,

 

 Berî ez serê xwe û we bêþînim, a baþ ez cigara xwe bikþînim ser kezeba xwe, qurtekê li fincana qehwê xim û hinekî derkevim ber çem û beravên bajarê Stenbola þewitî bîhna xwe derxim.

 

Yan na, bi ellawekîl ezê ji derdê xaltîka xwe di malê de biteqim û hûn sax!

 

01/11/08-Stenbol

 

 

 

Mêr ketin kewara, jin daketin hewara

 

Gava di welatekî de mêr tunebin çi dibe, jin dadikevin meydanê. Erê li Tirkiyê û di nav Tirkan de bi milyonan mêr hene. Lê ka ew mêrên ku serî li himber himûmet û artêþê rakin û bêjin em hene?

 

Milletê Tirk wek kerîyê pez e. Ji ber ku bi xwe ne bawer e û tim xwe wek kole dîtiye, hema kî çi bike, kî çi bîne serê wî dengê xwe nake û her çêra xwe dike, serê xwe ji nav þeqê xwe ranake. Yanî, gotina ku Azîz Nesîn digot „ji sedî 90 ê Tirkan ehmeq in“, sedî sed li bejna milletê Tirk tê. Yan na, çima dengê xwe nake, bi stukura rayedarên dewleta xwe nagire û hesabê vî þerê qirêj napirse?

 

Welhasil,

 

Îcar gava zilam di welatekî de tunebin çi dibe? Jin mecbûr dimînin barê zilaman hilgirin û bi erka xwe rabin. Helbet ew jin jî zêde nikarin behsa xetên sor bikin û destê xwe têxin bin kevir. Lê çi ji destê wan bê kar e û ne zirar e.

 

Lîztikvana navdar, germik û nermik Hulya Avþar xanim di civîna li Otela Conradê de çend lotikên nermik avêtin û xwelî li serê mêrên Tirk kir. Avþar xanim her çiqasî bi esil Kurd be jî, lê ji bîr nekin ku berjewendîyên þexsî û malbatî herdemê di pêþîya berjewendîyên netewî û Kurdayetîyê de bûne asteng. Û Hulya xanim jî nikare ji wê çerçewê derkeve û ji xwe derketina wê jî bêaqilî ye. Ma wê Kurd çi bidin wê? Hêêêêçççç!!!

 

Axir

 

Hulya xanim di civînê de behsa þer, kujtin û êrîþa ser qereqola Bezelê kir û çend lotikên nermik avêtin. Avþar xanim soz da ku ewê bi hevalê xwe re biçe bakurê Kurdistanê, dayikên þehîdên Kurd û Tirk bîne ba hev, wan bi hev germ bike û alîkarîyekê bi pêkhatina aþtîyê re bike. Helbet herkes çi ji destê wî/wê bê û bike xêr e, kar e û ne zirar e.

 

Lê ku mêr têkevin kewara û jin dakevin hewara, hûn navekî li vê sosretê bikin û hûn sax.

 

09/10/08- Stenbol

 

 

 

 

 

Li vê ecêbê, ji bo xwe li ber dilê Tirkan þîrîn bike, bavê xwe kir faþîst

 

Em Kurd çi peppûk û reben in, çi xwelîliser û bêþexsîyet in, çi xwedî kompleks û xwedîyê ruhê koletîyê ne wey weleddddd! Gelo kesî ji we dîtiye ku keçek Kurd ji bo xwe têxe çavê Tirkan û xwe li ber dilê wan þîrîn bike, bavê xwe wek “faþîstê Kurd” bi nav bike? Belê, Rojînê! Yanî Rojîna Omerî!

  

Birastî min qet bawer nedikir wê yeke wek Rojîna ku bavê wê welatparêzekî mezin e, ked û xizmetek mezin daye doza Kurdî, rabe gotinên ne layiqî xwe û malbata xwe ji rojnama Tarafê re bêje û kêfa Tirkan li me bîne.  Rojînê ji bo ku têkeve nav civaka sosyeta Tirkan û di nava wê civaka ku “dê weledê xwe nasnake û kî dike kê ne kifþ e”,  ji navê xwe jî þerm dike û ji rojnama Tarafê re dibê:”Ji ber ku dê û bavê min ji bilî Kurdî zimanekî din nizanîbûn (yanî Tirkî nizanîbûn) navên Kurdî li me kirin. Lê nizanîbûn ku wê ev navên Kurdî li serê me bibin bela” filan û fîstan.  Yanî, xanimê gazindan ji dê û bavê xwe dike û dixwaze bêje ku “heger we navê min bikira Turkan, Mîne, Cewrîye, Hacer, Zubeyde, Latîfe û wekî din, niha ezê ji sosyeta Tirkan îzole nebibûma û wê bi çavê Kurdan li min nenerîna”.  

 

Ji ber ku televizyon û medya Kurd û Tirk zêde wê dernaxin pêþ û klîpên wê naweþînin, Rojîna me ketiye kompleksek pir xerab û ji bo ku bi taybet di medya Tirkî de derkeve, amade ye heta bi Kurdbûna xwe jî inkar bike.

 

Rojîna me di hevpeyvîna xwe de heqaretek pir mezin û bêedebîyek kesanedî li himber bavê xwe dike û dibê:”Di mala me de Tirkî qedexe bû. Bavê min faþîstekî Kurd bû. Wî digot berê zimanê xwe hîn bibin. Ji ber ku min bi Tirkî xeber dida min hindik lêdan nexwariye” filan û bêvan.

 

Yanî, ji bo ku bavê wê xwestiye di malê de Kurmancî xeber bidin, dibe faþîstê Kurd û di çavê Rojîna kezîkur de reþ dibe. Îcar hesab li cem we bê Rojîna me ketiye psîkolojîyek çiqasî xerab û ne li rê.

Rojîna me di hevpeyvîna xwe de gellek tiþtên xweþ jî tîne zimên. Lê bi gelemperî gava meriv dixwîne, dibîne ku Kurdbûn li serê Rojîn xanimê bûye bela û dixwaze rojek berî rojekê ji vê belayê xelas bibe.

 Di dawîya hevpeyvînê de meqseda dilê xwe pir vekirî eþkere dike. Gotinekê ji Brecht digre û dibê:“Insanê birçî exlaqê xwe dixwe“.  

 

Hûn dibînin newlo? Rojîna ku birçîya navûdeng, birçîya jiyana sosyeta Tirka ye, amade ye exlaqê xwe bixwe, ji exlaqê xwe ê Kurdî bi dûr keve û hetta nasnama xwe jî biþewitîne.

 

Heyf!

 

Ji berê de dibêjin „Ji dê û bava dikevin hemi hawa“.

 

Lê divê Rojîna me tucarî ji bîr neke. Ew navê xwe jî bihugere, ew bavê xwe bike faþîst, bike terorîst jî, ew xwe bi 101 qalibên sabûna Tirkan biþo jî, ewê di çavê Tirkan de her Kurd be, her ji sinifê duyem be û ewê tucarî nikaribe di nav civaka sosyeta zinêkarên Tirk de cîh bistîne. Pir pir piþtî qûþê lê biqetînin wek paçikekî guvaþtî wê bavêjin kolanan û xelas!

13/08/08-Stenbol

 

Ayyyyy piþta min!

 21/07/08- Stenbol- Dibêjin rojekê du kes pevdiçinin, li hev dixin û yek dikeve ser zikê ê din. Ê di ser de buks û kulman li zikê ê di bin xwe de dixe. Ê di bin de dibe qarewara wî, digrî û gibê ”ayyyyy piþta min”.

Ê di ser de jê re dibê:”Min di te kiro, ez li zikê te dixim tu dibê ay piþta min law”. Îcar ê di binî de dibê: “Erê, heger piþta min hebûya teyê nikarîba li zikê min bixista”. Yanî, heger xwedî û piþtgirên min hebûna, teyê nikarîba li min xista.

   Îcar ev jî mesela me Kurdên xwelîliser e. Heger piþtgir û xwedîyên Kurdên bakur hebûna, wê dewleta virqo nikarîba mafê Kurdan binpê bike û li me siwarê. Lê mixabin xaltîk û xalên me nînin. Ap û mamên me hene lê ew jî Kurdan didin ber lotik û pehînên kesanedî.       

   Neyse, serokwezîrê Tirko sayin sermezin Kasimpaþali Reco di derbarê Qibrisê û Tirkên Qibrisê de dibêje: “ Çareserîya Qibrisê bi qebûlkirina du millet û du dewletên cuda ve mimkun e. Tirk û Rûm, dewleta Rûman û a Tirkên Qibrisê” filan û jehr û ziqûm.   

Sermezinê ku 40 milyon Kurd nabîne û ji wan re mafê dewletbûnê wek abes û zinêkarîyê dibîne, radibe qaþo bi navê insanetî û demokrasîyê mafê dewletbûnê ji 100 hezar qûnekên Qibrisê re dixwaze.

 Ayyyyy piþta me!

De bila piþta me Kurdan hebûya, bê birastî wê sermezin û zikmezinên Tirk Kurd bidana ber lotik û pehînan!

 

Bi hêka hevala xwe û sperma (avika) yekî Hollandî cêwîk anîn

28/06/08- Stenbol- Lîztikvan û lotikvana Tirk (ne ji nêz û ne ji dûr eleqa wê bi Kurdbûnê re tune) Fusûn Demîrela ku di sala 1958an de li Enqerê çêbûye, bi hêka hevala xwe a jin û bi spermayên (avik) yekî Holandî avis bû û di encamê de cêwîk, eç û kurek anî dinyayê. Yanî bi gotinek kurt, kes nizane bê bavê zarokan kîye. We fêhm kir bê ez dibêjim çi newlo? Ji zarokên ku bavê wan neyê zanîn re çi tê gotin îcar hûn bifikirin.

   Neyse, serê me bi cêwîk û pisîkên wê naêþe. Lê tiþtê ecêba min diçe ew e ku, em Kurd wek Silêman pêxember mohra me di bêrîka me de ye û hema kî biþibe Kurdan, kê tiþtek ji Kurdayetîyê re nekiribe, em mohra xwe li qûna wî/wê dixin û dibêjin “filankes yan bêvankesa Kurd”. 

   Yaw qardaþim, ma Kurdbûn tiþtekî ewqasî sivik û erzane ku hema hûn herkesî dikin Kurd babam? Selaheddînê Eyyûbî jî Kurd bû, çi ji Kurdan re kir? Bi xêra wî Ereb, Tirk û Ecem bûn hakimên me, Ewrûpî jî bûn dijminên me û kîn ajotin ta ku welatê me di nav çar dewletên hirç û hov de parçe kirin. Yanî, Ewrûpîyan kerbê xwe di serê me torinên Selaheddîn re derxistin.

   Ismet Înonu jî Kurd bû, ji Kurdan re çi kir? Koka me anî! Celal Bayar jî Kurd bû, çi ji Kurdan re kir? Em dax dan! Abdulkadîr  Aksoyê Diyarbekrî jî Kurd bû, çi ji me re kir? Da bin dûvê me! Hikmet Çetînê Licî jî Kurd bû, çi kir? Hêêççççç! Zîya Gokalp jî Kurd bû, çi kir? Zimanê Tirkî afirand û ker berda ser jina xwe! Serokê Azerbaycanê Haydar Alîyev jî Kurd bû, çi ji Kurdan re kir? Zirt! Lehmecûncî Îbo jî Kurd e, çi ji Kurdan re dike? Virt! Nûrî Sesiguzel jî Kurd e, bi sedan hunermendên Tirk Kurd in, çi ji Kurdan re dikin? Keç û xortên me teþwîqî asîmîlasyonê dikin, stran û çanda Kurdî didizin û dikin Tirkî! Bi sedan nivîskar û rewþenbîrên Tirk jî Kurd in, çi dikin? Xizmeta ziman û çanda Tirko dikin! Nêzîkî 100 parlamenterên Kurd di meclîsa virqo de ne, çi ji Kurdan re dikin? Qûna Tirkan dalêsin û li berjewendîyên xwe difikirin!

Êêêêêêêêê? Îcar em karin ji van tevan re bêjin Kurd qardaþim, wîî!

Divê em Kurd tiþtekî têxin serê xwe. Çi kesên ku xizmeta Kurd û doza Kurdistanê nekin ne Kurd in û xelas! Ew tiþtên din çîrok û çîvanokin branooooooo...!  

 

Xaltîka me Emîne xanim vê carê hiland!

19/05/08-Stenbol- Belê, ev xaltîkên me yên di partîya DTP de carna lotikên wilo çirto-virto davêjin ku meriv bi wan lotikan dibe wek serxweþên eraqvexwarî. Lê carna jî lotikên wilo Kurdewarî davêjin ku meriv dibêje qey qet bêhna Tirkayetîyê ji wan nayê. Werhasil, vê carê jî xaltîka me Emîne Ayna lotikek Kurdewarî avêt û pehînek li der qûna serokwezîrê Tirkiyê Erdogan xist.

Xaltîka me di civîna 1. a Meclîsa Jinên DTP de gotin anî ser anîna zarokan û got:”De ji xwe re li Kasimpaþalî Reco binerin. Mêrik radibe dibêje bila her malbat sê zarokan çêke. Çima hûn zanin? Ji ber ku bi çêkirina sê zarokan dixwazin nifûsa Kurdan kêmtir bikin û nehêlin Kurd zarokên zêdetir bînin. Ji xwe li bajarên ku Kurd lê dijîn heb û derzîyên stewrbûnê didin jinên Kurdan da ku zarok ji wan re çênebin. Ev jî projeyek li dijî azadîya Kurda ye” filan û fîstan.

 Wille, bille û tille aferîn xaltîka Emîne!

Em jî wek Lotikxane ji jinên Kurdan re dibêjin:”Herî kêm 10-15-20 zarokan bînin. Hema her serê salê zarokekî berdin nav kolanên bajarên Tirko. Bila ew zarokên me wek tajî bidin dû zarokên Tirkan û wan tirrek bikin. Çawa be piranîya Kurdan betal û tiral in. Hema febrîqa herî mezin û bi xêr jin in. Di wan febrîqan de zarokên þiklo-miklo bînin ku civata Tirk bibe wek garana gund û kes nema zanibe bê kî ji kê ye qardaþim! Heger ne wilo em civaka Tirk serûbinê hev bikin û wan qûnek bikin, tu çara din tuneye ellawekîl!

Haaaaaaa, ji bîr nekin qurban, berê serê zarokên xwe bi jehra neteweparêzîya Kurdî dagrin û piþtre wan berdin nav kolanên wan ha eman eman! Na heger hûn serê zarokên xwe bi jehra Kurdewarî danegrin, wê piþtre zarokên me wek Bulent Ersoy û Fatîh Urek qûnek bibin keçko!

 Ji min gotin heyran!” 

 

 

 

Xaltîka me Aysel xanim dike nake nikare xwe li ber dilê Tirkan þîrîn bike

10/05/08-Stenbol- Belê. Birastî em nema zanin ne em bigrîn û ne jî bikenin. Hinek Kurdên me ji dîroka Tirko dersê nagirin û wek pisîkê dizîvirin nazîvirin lê dîsa li kulînê vedigerin. Ji alîyekî dilê meriv bi wan diþewite û dibêje “ê de çawa be Kurd e”, lê ji alîyê din ve jî meriv difikire û dibêje “law de qenc û xweþ pê hat lo, ma heta kengî wê rûn li ser nanê Tirko bikin qardaþim” û keserekê dikþîne. Lê çi dibe bila bibe, dinya ser û binê hev jî bibe, dewleta Tirko her bi ya xwe dike. Bila kesek jî xwe nexapîne.

 

 Meselen xaltîka me Aysel Tûglûk xanima Tûncelîlî.

 

Xuyaye xaltîka me aqûbeta “Rêber” ê ku îxanet li Seyid Riza kiribû û piþtre ji alî dewletê ve hatibû îdamkirin ji bîr dike. Xaltîka me ji Kemalîstên Tirk zêdetir Kemalîzmê diparêze, ji Tirkekî zêdetir yekîtîya ax û sînorê Tirkiyê diparêze û ji Tirkekî zêdetir jî li dijî serxwebûna Kurdistanê û netewparêzîya Kurd e. Xelet fêhm nekin, ev gotinên me ne heqaret in. Em tiþtên ku Aysel xanim dibêje û diparêze tînin zimên.

 

Werhasil, ezê zêde dirêj nekim û serê xwe û we neêþînim. Dibêjin Dozgerê Komara Tirko ji xaltîka me Aysel xanimê re hetanî pênc salan cezayê hepsê dixwaze û dixwaze lotikek Tirkewarî li wê xe. Çima? Ji ber ku xwedêgiravî xaltîka me di her gotinên xwe de ji A. Ocalan re dibêje “sayin” filan û bêvan.

 

Xaltîka me Aysel xanim çi difikire çi nafikire nizanim, lê divê wek îmana xwe zanibe ku ew çiqasî pesnê Kemalîzmê, pesnê Sarioglan û dewleta generalan bide jî, ewê di çavê dewletê de her û her “terorîst û cudaxwaz ” be. Piþtî ku dewlet girêka xwe li piþt werîs xe, êdî Aysel xanim Kemalîst û dewletparêza herî mezin be jî fêde nake. Wê dawîya dawî aqûbeta wê û kesên wek wê ji aqûbeta “Rêber” ne çêtir be.

 

Çi Kurdê/a ku li dij berjewendîyên Kurd û Kurdistanê derkevin wê xwe bixapînin. Ji ber ku kesên bi kêrî millet û welatê xwe neyên, wê tucarî bi kêrî Tirkan û milletên din jî neyên û xelas! Yanî; kesên ku ji milletê xwe re “zelqan” û ji xelkê re “hêkan” bikin wê her û her stuyê wan li ber kêrê be.

 

De xwedê ahê xaltîka me Aysel Tûglûkê ji Dozgerê Tirko re nehêle rebbî!  

 

 

 

Xaltîka me Aysel xanim dîsa verþîya

18/04/08-Stenbol- Baþûrê Kurdistanê û pêþketinên li wêderê di çavê dost û dijminên gelê Kurd de bûye pîj û kelem. Tirsa herkesî ewe ku li baþûr dewletek serbixwe avabibe û Kurdistan di dilê wan de bibe xincer. Ne tenê xincer, hetta bibe sing û li ser kezeba wan bisekine.

Niha meriv helwesta dijmin fêhm dike, tirsa dijmin fêhm dike. Lê Kurdên ku li ser navê Kurdan diçêrin û qaþo xwe wek berdevkê wan dibînin çima ji Kurdistanek serbixwe ditirsin, ciyê pirs û fikrê ye. Meselen xaltîka me Aysel Tûglûk.

   Aysela me ji roja pêþîn de lotikên li dij baþûrê Kurdistanê davêje û bi zimanê dewleta Kemalîsta Tirk diaxive. Kêfa artêþa Tirk tîne û rûn li ser nanê wan dike.

Em wek hinek malperên Kurdî ji xaltîka xwe re nabêjin “Alçax”. Ev ji ehlaqê me dûr e. Aysel Tûglûk xanim baþ be, xirab be, jinek Kurd e û îro li ser navê Kurdan di meclîsa Tirko deye. Helbet dîtin û nerîna her Kurdekî ne weke hev e, nikare bibe wek hev jî. Lê ev nayê wê maneyê ku wê Kurd di her fersendê de êrîþî Kurdistana azad bikin û kêfa dijmin li me bînin.

    Xaltîka me Aysela Tûncelîlî (nabêjim Dêrsim ji ber ku Dêrsim warê þêran, warê berxwedanê ye û ne warê teslîmîyetê ye) di bersiva pirsek rojnamevanê Elman de li ser baþûr dibêje:” Em avabûna Kurdistanek serbixwe ji Kurdên bakur (Tirkî) re maqûl û bi fêde nabînin.Kurdistanek ku Kurd di navenda wê de bin wê di rojhilata navîn de bibe sedema pevçûnên ciddî. Çareserî tenê ne avakirina dewletek serbixwe ye. Em çareserîyê di demokrasîyê de, di yekîtî û hevparîya xaka Tirkiyê de dibînin. Lê em dibêjin ku; divê Kurd bigihên mafên xwe. Helbet di nava Kurdên Tirkiyê de sempatîyek ji Kurdistana Federe re heye. Lê Kurdên bakur dixwazin bi gelê Tirk re bijîn û rêzê ji sînorên vî welatî re digrin. Lê þayet gavên demokratîk neyên avêtin, wê Kurd berê xwe bidin neteweperestî û radîkalîzmê. Em wek DTP vê helwestê xeter dibînin” filan û fîstan.

  Werhasilî kelam, xaltîka me Aysel Tûglûk ev ne cara pêþîne ku van dîtinan dibêje. Û ji me re ne ecêbe jî. Lê êrîþa ser baþûrê Kurdistanê û bi taybet jî zimandirêjîya malbata Barzanîyan tu fêdeyê nade kesekî.

  Sayin xaltîkê, sayin Tûglûk xanim, ka te li bakur çi safî kiriye ku tu êrîþî baþûr diki dêya minê? Tu hîna nikari çend gotinên Kurdî bîne ser hev. Gelo Kurdên ku bi Tirkî biaxivin, bi Tirkî bifikirin, bi Tirkî tevbigerin, bi Tirkî bixwin û vexwin, bi Tirkî xewnan bibînin, karin Kurdayetîyê bikin û wek Kurd li ser herçar parçeyên Kurdistanê bêþin qurban? 

Gelo ev tenê dîtina cenabê te ye yan birastî jî dîtina DTP ye? Bawer nakim!

Ji kerema xwe li ser navê temamê Kurdên bakur neaxive û lotikan li me nexe. Ez wek Kurdek bakurî sînorên Tirkiyê diçirînim, naletê li bratîya Kurd û Tirkan tînim û serxwebûna Kurdistana mezin diparêzim. Çi heq û hiqûqê te heye tu temamê Kurdên bakur ji Kurdistanek serbixwe sar biki û baþûrê Kurdistanê di çavên wan de reþ biki keçko? Ma Kurdayetî ev e?

 

Cahil dixwazin cehaletê ji holê rakin kuroo!

18/01/08-Hikûmeta Kasimpaþalî Recebo serê hefsarê karmendên xwe berdaye û ha ha berê wan dide gund û bajarên Kurdistanê. Recebo ferman daye endam û neendamên partîya xwe ku bi her awayî xebatê li Kurdistanê bikin, xwe bi Kurdan bidin qebûlkirin da ku bandora PKK kêmtir bibe û nemîne. Ji belavkirina komir û êzingên belaþ bigrin, heta bi benîþt û þekirokan li xelkê belav dikin ku qaþo xwe li ber dilê Kurdan þîrîntir bikin.

Îcar niha jî dest bi þandima mamosteyên xwe kirine. Di bin navê „rakirina cehaletê“ de Kurdan didin ber lotik û pehînan û asîmîlasyona zarokên me ji xwe re kirine derd. Berî niha 4 mamosteyên jin þandin gundekî ji gundên qeza Çildêrana bajarê Wanê. Mamosteyên bi navê  Nurten Pozan, Çiðdem Ünal, Gülbahar Tuncer û Gülnaz Toy kêfxwþîya xwe tînin zimên ku ew hatine vî gundê xir û xalî da ku cehaletê rakin û zarokên Kurdan fêrî medenîyeta Tirkoleran bikin. Gundîyên ku ji 32 salan û virde mamosteyên jin nedîtibûn, bi dîtina van mamosteyên jin þaþomaþo bûn û cara yekeme ku mexlûqatên bi navê mamosteyên jin nas dikin.

Bi taybet xortên gund ji roja pêþîn de dest bi lotikan kirin û li dora „xanim ogretmenler“an çûn û hatin. Xortên ku ji mêkeran pêve çav li cinsekî mê neketibûn, bi hatina van her çar mamosteyên nermik û germik bûn wek ciwangeyên nav garanê û li wan rabû. Li gor tê gotin, dibêjin xortên gund rojê sê carî xwe kur dikin (traþ dibin), porê xwe bi krêma arco dibiriqînin û simbêlê xwe badidin.

Werhasilî kelam, li Tirkiyê bi deh hezaran gundên ku bê dibistan û mamostene hene, lê dewleta virqo Kurd û Kurdistan kiriye armanca asîmîlasyona xwe.  Bêbavan bi navê „rakirina cehaletê“ dev ji cahil û dînên xwe berdane, lê dixwazin bi çîrok û derewên Kemalîzmê biaqilên me dîn bikin, bikin wek xwe.

De neyse canim, wa xortên gund ketine dora tenûra mamosteyên wan ellawekîl! Heger di ciyekî tenha de kês li wan anîn, wê dawa wan li serê wan bipêçin û ji bûyera çewalên Emerîkê xerabtir bînin serê wan û xelas!

 

 

 

Nîþana bratîyê

26/12/07- Dewleta Tirko bi sedê salane dibêje:”Em brayên hev in, ferqa me û Kurdan ji hev tune, Kurd jî xwedîyê her tiþtî ne” filan û bêvan. Lê di emel û dîtinê de dixuye ku em dijmin in û bi çavê dijmin li me tê nerîn. Tirkên ku dewlemendîya sererd û binerda Kurdistanê dikþînin bajarên xwe û pê zarokên dewlemendên Tirkiyê xwedî dikin, me ji hebûnên me mehrûm dihêlin û wek zarokên jinbavê bi me re didin û distînin.

Werhasil, ji xwe tu daxwaz û libergerînek me ji wan tuneye. Lê li vî wêneyê jorîn binerin, binerin bê zarokên me bi çi zehmetî û dilêþîyê diçin dibistanên xwe û bi kîlometroyan rê dimeþin. Li gundekî Hezroyê (Kozluk) zarokên gund du kîlometro rê dimeþin ta ku digihên dibistanê û hînî çend pitik mitikên Tirkî dibin. Lê tiþtê balkêþ ev e ku ev pira ku di ser re derbas dibin, wek pira selatê xeter û tehlûke ye. Heta niha tenê xwedê zane bê çend zarokên Kurd ji vê pirê ketine û mirine.

De neyse, bila zarokên Tirkan bi trimbêl, otobus û trênan herin dibistanên xwe û bi selametî vegerin malên xwe, lê bela zarokên me jî ji piran bikevin û bimrin. Aha bratî û edaleta Tirko ev e ha!

De qede bi wilo bratî û edalet keve rebbî! Xwedê ahê me Kurdan ji Tirkoleran re nehêle û hew!

 

 

 

Sînanê kirîv!

Berî niha serokwezîrê Tirkiyê Erdogan gotibû:“Di nav partîya min de 75 wekîlên Kurd hene. Tu pirsgirêkek me bi Kurd re tuneye“ filan û fîstan. Îcar hesab bikin ku ewqas wekîlên Kurd jî di nava partîyên wek CHP, MHP û hinek partîyên din de jî hene. Yanî bi gotinek kurt : Heger xîret bi van wekîl û parlamenterên Kurd re hebe û destê xwe li masê xin, karin hikûmetê serûbinê hev bikin û tirrê ji dewleta Tirk berdin. Lêêêê ? Nakin ! Erê bi eslê xwe Kurd in lê qûnalêsîya partîyên dewletê dikin û li mafê gelê xwe xwedî dernakevin. Yek j iwan jî Sînan Yerlîkaya ye. Yerlîkaya bi xwe Kurdê Dêrsimê ye û bi salane endamê meclîsa CHP ye. Dîsa bi gotinek kurt : Piþtî ku meqam û çend qirûþên zêde ketin bêrîka parlamenterên esil Kurd, êdî milletê Kurd li ber avê diçe naçe ne xema kesî

Ji wan e. Piþtî van bûyerên dawî û li bakurê Kurdistanê têkçûna partîya CHP, rayedarên CHP (ku partîya Atavirqo û artêþa Tirk e) zimanê xwe hinekî nermtir kir û li çareyekê digere bê wê çawa di bakurê Kurdistanê de xurt bibe û bi navê dostanîyê dîsa Kurdan bixapîne. Sînan Yerlîkaya di hevpeyvînek xwe de radigihîne ku ewê wek CHP raporekê bi navê « rapora Kurd » belav bikin.  Yerlîkaya dibêje : »Birastî ez fahm nakim. Weke ku me tiþtek jibo Kurdan nekiribe, em tên darizandin. Me di 1989, 1995-1999an de raporên erênî di derbarê pirsgirêka Kurd de belav kir. Me doza bikaranîna zimanên cuda li Tirkiyê kir » filan î fîstan.  Yerlîkaya li ser pirsekê bersiv dide û dibêje : »Helbet, mafê Kurdan heye dibistan û entstîtuyên xwe vekin û bi zimanê xwe perwerdê bibînin. Emê di vê rapora xwe a nuh de vî mafî jî biparêzin ».

 

Sînanê kirîv di pirsa ser « gelo ku li bakurê Iraqê Kurdistanek serbixwe çêbû hûnê qebûl bikin ? » jî dibêje : »Çima na ! Heger xelkê bakurê Iraqê bixwazin ji Iraqê veqetin û dewleta xwe damezrînin em nabêjin na. Helbet em alîgirên Iraqek yekparî ne. Lê ger Kurdên baþûr bixwazin ji Iraqê veqetin em nabêjin na û li dij dernakevin » filan û bêvan.  

 

Ez serê we neêþînim, sîyaset malkambaxî ye. Heçê nikaribe derewên þahîk bike wê nikaribe siyasetê jî bike. Helbet siyaseta rast û dirust xweþ e. Lê siyasetmedarên Tirk xêr û bereket di siyasetê de nehiþtine û siyaset j iwan re bûye maka derew, zirt û fortan.

 

Ê law Sînanê kirîv,  agir bi mala derewînan keve heger wek CHP hûnê bixwazin li bakurê Iraqê Kurdistanek serbixwe ava bibe ! Ma hûn wêrin bêyî artêþa Tirkiyê gavekê bavêjin ? Ev çi derew in, ev çi xapandin e, heyatim !?

 

Ji xêra Xwedê re, çi insanê go derewek bikira pê re tirrek bikira ku hew karîba derewan bike û hew! Lê kaaaaaaaa…..

                     27/11/07-Stenbol

 

 

De bersiva xwiþka xwe ya Tirk bide, ablacixim!

26/10/07-Stenbol- Birastî jî em Kurd milletekî pir feqîr û belengaz in. Em ewqasî xwedîyê kompleksa koletî û bindestîyê ne ku nayê gotin. Nexasim em Kurdên bakur ji desthilanîn ketine û hema bêjin me kurtanê kerên Tirk li xwe kiriye û em bûne barkêþên wan. Bawer kin, heger di þûna me de milletekî din bûya, niha ji zû de cilika bêxîretîyê perçe perçe kiribûn û tirr ji van Tirkên dolheram berdabûn. Lê mixabin, em bakurî ji insanetîya xwe derketine û bûne hêsîr û peppûkên dergehên hin þêx û meþayîxên sextet. Werhasil, em vegerin ser mijara xwe û qamûþka brîna xwe venekin. Xwiþka me Aysel Tuglûk xanim yek ji wan kesa ye ku di “Tevizandina” Kurdan re rola xwe dilîze.

Di gellek daxuyanîyên xwe de (wek a paraztina Mîsalî Mîllî û Mûsilê) rûn li ser nanê dewleta Tirk kiriye û hetta berê artêþa Tirk daye baþûr, dagîrkirina Kurdistana azad li dewleta Tirk helal kiriye.

   Emê defterên kevn venekin û brînan venejînin. Lê doh nivîsandina nivîskara Tirk, gewendeya heram û dêlegura çiryayî M- Sancaktaroglû ker ber çavê min. Nivîs li ser Aysel Tûglûk xanim e. Sancaktaroglû tiþtê nemayî anîye serê Tûglûk xanimê û dibêje:” DTPî bi lîztikên xwe yên neinsanî awira gelemperî meþxûl dikin. Qaþo keçika piçûk, esmera Apo dixwaze bazarîyê li ser wan 8 eskerên hêsîr bike, bêheysîyetê….   Ey Aysel Tûglûk! Tu li ku û bazarî li ku! Siyaset bi gotinên þelopelo nabe…Bi ketina meclîsê jî nabe.. Tu keçika piçûk, esmera Apo yî..Ji te ne gund çêdibe û ne beledîye..Zêde nepeyive û kînê li welatê min nebarîne” filan û bêvan.

    Aha dêlegurên Demokratîk Cimhûrîyeta ku qaþo Kurdên me dixwazin, ev dêlegur in! Aha bratîya ku Kurdên me behsa wê dikin, wê bi van heywanan re bê kirin!

    Îcar sayin Tûglûk xanim!

Xwiþka te ya Tirk, dêlika heram M.Sancaktaroglû kirasê te diçirîne û porê te hildiçine. Gelo hîna jî tu dixwazi bi van hirç û hovan re Demokratîk Cimhûrîyetekê ava biki? Gelo hûn wek wekîl û qaþo pêþewayên vî milletê reben, bi çi wîjdanî serê xwe datînin ser balîfa xwe û radizên?

De bersivê bide ablacixim! Bersivekê bide xwiþka xwe M.Sancaktaroglû û vê tirrê jê re nehêle keçko!

 

 

 

 

Lotikên Fransî jî lotikin haaaa!

 

 

24/09/07-Stenbol- Lingê Tirkan dîsa li hev herbilî ye û agir ketiye nav navrana wan. Tirkên ku (çawa cin ji hesin ditirsin) ji navê K ditirsin û tîpa K yekser Kurd û Kurdistanê tîne bîra wan, xewnên kabûsî dibînin û xwêdana mirinê bi wan dikeve. Ji xwe gava dewletên Ewrûpî yan Emerîkî behsa Kurdistanê dikin, tir di wan de dibin fis û bêhn bi wan dikeve. Îcar niha jî pirsgirêka Fransa û qebûlkirina navê Kurdistanê ew wek mirþka gêj sewsî kirine.

 

   Dibêjin balyozê  Fransa ê Bexdayê Jean-Françoîs Graûlt, di serdana Serok Barzanî de nameya Wezîrê Derve ê Fransayê Bernard Kouchner pêþkêþî wî kiriye. Tu nabê wezîrê derve di nameya xwe de li Kurdistanê daxwaza vekirina balyozxaneya Fransayê li serok Barzanî kiriye û lotikek Fransawî avêtiye. Îcar yabo hûn çapemenîya Tirkên hov bibînin, wey liminnnnnnnnn ! Tu dibê qey Bernard Kouchner bazdaye ser dê û jinên wan, ewqasî ku kînê lê vedirþin û wek kerên Þamî dizirin.

 

   Ez serê we neêþînim, Bernard Kouchner lotikek wilo li Tirkan xistiye ku tansiyon û þekirê di xwîna Tirkan de bilind bûye û hema bêjin fûriyaye. Ez bi Mazilevdînê nava Nisêbînê û Siltan Þexmûs kim, ji ber vê xebera nexêrê, heta mehekê jî wê Tirk nerin ser nivînên jinên xwe û wê wek xiyarê perçiqî li wan bê! Ji xwe Serokwezîrê Fransayê Sarkozî doxîn li wan sist kiriye û zû bi zû nahêle Tirk têkevin Ewrûpayê, îcar piþtî ku Bernard Kouchner jî bakurê Iraqê wek « Kurdistan » binavkir û nas kir, werin daweta dêya Tirkan!

 

    Îcar bifikirin gava çend dewletên din ên Ewrûpî jî ji bakurê Iraqê re bêjin « Kurdistan » bê wê çi bê serê Tirkan!  Wê çi bê serê wan hûn zanin gelî xwendevanan? Wê bibin wek qehpikên kerxana bajarê Selanîkê. Jibo ku kes behsa navê Kurdistanê neke, wê ha ha xwe bifroþin wan û wek bergîlên ku di nava toz û tirabêlkê de digevizin, toz û dûmanê bi ser serê xwe xin.

 

 De xwezê bi wê rojê rebbî !   

 

 

 

 

 

Di mala bavê xwe de nemînin canim, werin Lotikxanê!

 

 24/08/07-Stenbol- Nivîskarê dîndar Îsmaîl Fatîh Ceylan, piþtî hevdîtin û guhdarîkirina pirsgirêkên keç û xortên dîndar (Keçên sergirtî û xortên ku qaþo bi navê dîndarîyê her tiþtî dikin) rabûye pirtûkek bi navê “Keçên nikarin bizewicin û xortên ku nazewicin) nivîsandiye.

  

   Di pirtûkê de pirsgirêkên zewaca keçên sergirtî (tesettur) anîye zimên û tiþtên balkêþ derxistiye holê. Ceylan di pirtûka xwe de dibêje:”Wax wax wax, dostê her keçikê, dostika her xortî heye, lê zewac tune”. Di pirtûkê de grûpek keçên sergirtî ku li Beledîya Stenbolê dixebitin, dibêjin:”Ji ber ku em bi namûs in em di mala bavê de mane. Xortên vê heyamê ji keçên bênamûs hezdikin. Ma emê bekareta xwe (keçkanîya xwe) bi xwe re bibin gorê yabo, waweylê!” û gazindan ji xortan dikin.

  

   Ceylan di pirtûkê de dibêje:”Di van 10 salên dawîyê de hejmara keçên bi tesettur (sergirtî) zêdetir bûye û ev keç di mesela zewacê de zehmetîyan dikþînin. Sedema wê jî ev e ku xort û zilamên dîndar jin û keçên vekirî, bi himra û bodra tercîhî keçên sergirtî dikin”. Îcar çima zilamên dîndar keç û jinên servekirî dixwazin hûn zanin gelî xwendevanan? Çend keçên dîndar dibêjin:”Sedema ku zilam bi jinên servekirî re dizewicin ev e ku ew dixwazin wan jinan hedayet bikin û ji rêya xerab vegerînin”.

   

   De îcar yabo! Xaniman hem li defê dixin û hem li zirnê dixin ellahwekîl kuro! Ê keçko, madem xort û zilamên we yên dîndar (halbûkî ji wan zikreþtir û zinêkartir tunene) jinên servekirî tercîh dikin û ew jinên xweþik bêhtir wan tima dikin, hûn jî serê xwe vekin heyran, waweylê!

 

   Ji dêvla ku hûnê di mala bavê xwe de biperixin û bibin wek sêvên kurmî, serê xwe vekin, cilên seksî li xwe kin, guharên mezin têxin guhên xwe, porê xwe boyaxa þiklo þiklo bikin, derpî û binderpîyên G-strîng (Tanga) li xwe kin, pêsîrên xwe hinekî berdin çolê, pantolên kont ên teng li xwe kin, solên kabikbilind têxim lingên xwe, benîþtê xwe bicûn û hûnê wî çaxî li kurê bavan binerin bê wê çilo li dora we bibin perwane!  Bi Xwedê ne mêrekî, hûnê her hefte mêrekî bikin, wîîî! Keçê dîndarîya çi û halê çi keçko? Dinya dinya zilama ye, dewran dewrana wa ye, bi navê dîn û îslamê çi dikin û çi nakin xwezî we zanîba, hahooooooooo!

 

   Werhasilî kelam, ezê gotina dawî ji we keç û jinên sergirtî ên ku nikarin bizewicin û di mala bavê xwe de mane  re bêjim: Dîndarî, hezkirina Xwedê û namûs ne di cil û bergan de ye. Hûn sergirtî bin, nimêjkir bin, rojîgir bin, her roj herin mizheftê jî, gava di dilê we de xerabî hebe bêfêde ye! Namûs û hezkirina Xwedê ne di kitan û þerpê de ye keçkino. Hûn çiqasî vekirî û dinyayî bin, gava di dilê we de xerabî û zinêkarî tunebe, namûsa herî mezin ew e. Namûs ne tenê parîyek goþtê nava þeqê jinê ye. Namûs û xîret her tiþt e. Her tiþtê ku aqil û wîjdanê meriv ranegirê û qebûl neke, namûs e. Îcar hûn zanin.

    Madem hûn ji zilamên dîndar û rîhdirêj gazinda zewacê dikin, werin xwe bavêjin tor û bextê Lotikxanê. Bi serê Recep Tayyib Erdogan, wê Lotikxane bê qelen we bizewicîne û xelas!

   Xwe virde wêde nebin. Yan hûnê di mala bavê de biperixin, yan jî hûnê xwe nihekî dawþînin...Wekî din çare tune......