|
|
|
Lotikxane |
|
Ji bona ku ez helwesta birayên me yên baþûr di derheqa me de bi baþî nabînim, pêwîst dibînim ku vê boçûn û rewþa hanê protesto bikim ! Ez protestoya xwe, bi meþek ji Hewlêrê ta Barzan tînim zimên. Gilî û gazindeyên xwe dibim hizûra Barzaniyê mezin. Gelo eger îro Barzaniyê mezin hebûya, wê li beramber van neheqiyan çi bigota ? Eger firseta rabûna wî jibo katekî piçûk hebûya, hetmen wê bigota; “Na, nexêr ev ne welatê min e, bihêlin ez vegerim tirba xwe!” |
Rojhat
Amedî:
Ez gilî û gazindeyên xwe dibim hizûra
Barzaniyê mezin.
Jibo raya giþtî
Peywendiyên baþûr ên ligel Tirkiyê pêwîst û girîng in, lê belê ne li ser hesabê hêzên bakurê Kurdistanê.
Wek tê zanîn, miletê Kurd bi sedan sal e li ser erdê xwe ji hemi mafên rewa yên însanî û neteweyî bêpar e. Serkêþiya vê zilm û zordariya dîrokî, ji aliyê desthilatdariya Tirkên tûranî û Ecemên hîlebaz ve tê meþandin. Bê guman, miletê Kurd li hember vê zilm û zordariyê bêdeng nemaye. Dîroka Kurdan bi sedan serhildanên rizgarbûnê hatiye dagirtin. Sedsala 20’an baþtirîn nimûneye jibo serhildanên azadiyê. Þêx Seîdê Pîran, Seyîd Rizoyê Dêrsimî, Qazî Muhamed û serokê nemir Mistefayê Barzanî baþtirîn nimûneyên berxwedanê ne.
Mixabin, tevaya serhildanên netewa Kurd ji alî dewletên þowenî yên dagirker ve bi hemi metodên gemar û neinsanî hatin vemirandin. Yan jî, serhildanên me ji konjektura siyaseta cihanê re bûn gorî. Li bakurê Kurdistanê metodên herî gemar di salên 1925 ta 1938 hatin bikaranîn. Di encamê de bi sedhezaran mirovên Kurd hatin kuþtin û war û cihên wan hatin wêrankirin, bi serde jî bi sedhezaran ji erdê xwe hatin dûrxistin û bûn gorîyên siyaseta asîmîlasyona þowenizma Tirk. Di encama vê siyaseta neînsanî de, piþtî sala 1938’an li seranserê bakurê welatê me bêdengiyekê destpêkir.
Vegera serokê nemir Mistefa Barzanî û hewldanên xebata wî li baþûr, bayê xwe belavî bakurê Kurdistan jî kir. Bi taybetî, bangewaza wî ya jibo pêkanîna “Kongreya Netewî” li seranserî Kurdistanê deng dabû. Li gor wê demê kêm jî be, ji bruskeya rêxistinên wek Hêvî, Xoybun, bi sedan welatparêzên Kurd dest bi paraztina mafên miletê Kurd kirin. Giftugo di navbeyna wan de destpêkir. Fikra damezrandina partî û dezgehên Kurdî þîn bû. Desthilatdarên Tirkiyê li hember van pêþketinan bi xwe hesiyan û dest bi bikaranîna metodên caran kirin. Bi vî hawayî di sala 1959’de 50 Kurdên ronakbîr hatin girtin. Ji van 40 kes di girtîgeha Harbiye hatin zîndanîkirin. Piþtre nêzîkî 500 kesayetiyên ji malbatên mezin li bajarê Sêwas barêgehekî kom kirin û ji wan 55 kes ji erd û warê xwe bi dûr xistin. Yek ji wan Faik Bûcak bû, ku piþtre bû serokê Partî Demokratî Kurdistana Tirkiyê.
Hewldanên dewleta Tirk bi metodên girtin û nefîkirin nekarî pêþiya welatparêzên Kurdan bigre. Ji aliyekî hinek ronakbîrên Kurd di warê çapemeniyê de xebata xwe dikirin, ji aliyê din hindek ronakbîr û welatparêzên Kurd pêwîstiya damezrandina partiyek Kurdî dîtin. Bi vê wesîleyê, di sala 1965’de li bakurê Kurdistanê partiya me PDK-T hate damezrandin. PDK-T hê di destpêkê de giraniya xebata xwe da ser þoreþa baþûrê Kurdistanê. Ji bona wê yekê jî bû hedefa herî mezin ya hêzên emnî ya dewleta Tirkiyê. Salek piþtî damezrandina partiyê, serokê partiyê parêzer Faik Bûcak bi destê ergenekonciyan (wê demê Özel Harb Dairesi) hate kuþtin.
Mayewek þûnda, di 19.01.1968’an de tevaya kadir û rêvebirên partiyê hatin zîndanîkirin. Piþtî peymana 11ê adarê partî û hêzên din yên welatparêz bi tawanbariya alîgirên Barzanî dubare bûn hedefa hêzên ewlekariyê. Eva hanê bi inqilaba leþkerî ya sala 1971ê dewam kir. Dîsa kadir û endamên partiyê li gel welatparêzên dî yên Kurdan hatin girtin.
Li gel vê kêþ, girift û astengiyan nakokiyên navxweyî di rêberiya partiyê de peyda bûn. Her çendî jibo çareserkirina kêþên navxweyî hewl hate dayîn jî, lê belê hêzên emnî ya dewleta Tirkiyê ev kêþ û grift kurtir kirin û eva hanê bû encama kuþtina rêber û endamên rêveberiya partiyê. Ev di dîroka tevgera Kurd de wek „Bûyera Seîdan“ cih digre.
PDK-T bi van pêþketin û bûyeran derbe li ser derbê dixwar, lê partî di xebata xwe de her berdewam bû. Li gel van astengiyan, di sala 1973’de bi beþdarbûnek bihêz kongreya xwe ya yekemîn pêk anî. Jibo xurtkirina rêxistina partiyê, kêm jî be, li gor þert û þirûtên wê demê, xebatek rêkûpêk hatibû kirin. Ev helwesta bi biryarbûn, bi çêkirina kongreya 2. (duyemîn) di sala 1975an de dewam kir. Gelek mixabin, li gel van pêþketinên pozîtîf, li baþûrê Kurdistanê, þoreþa îlonê þikest xwar û partî bi vê þikestina hanê derbeyek dî xwar. Mirov dikare bêje ku, tevaya kesayet û rêxistinan partiya me û rêbaza Barzaniyê mezin jibo þikestina þoreþa îlonê tawanbar dikirin. Berdewamiya xebatê di wan þertan de gelek zehmet bû.
Piþtî sala 1975an qonaxek nû hat pêþiya partiyê. Ji aliyekî dubare destpêkirina þoreþê li baþûrê Kurdistanê, ji aliyekî din xurtkirina partiyê li bakurê Kurdistanê. Divê bê gotin, partîyê hem jibo destpêkirina þoreþa gulana sala 1976an, hem jî jibo xurtkirina tevgera azadixwaza bakurê welatê me gavên pir ciddî avêtin -Cenabê serokê herêma Kurdistanê kak Mesûd Barzanî di pirtûka xwe de rol û xebata PDK-T ji bona destpêkirina þoreþa gulanê destniþan kiriye. Di wan rojên teng de ku herkes ji rêbaza Barzanî direviya û bi rexneyên pir dijwar diçûn ser wan, partiya me birayên xwe yên baþûrî li erdê nehêlan û di her warî de, xwedî li wan derketin- Sadiqbûn û weke liqekî partiya baþûr karkirin, astengên nû dianî pêþiya partiyê. Problemên nav partiya baþûr ku li ser redda rêbaza Barzaniyê nemir þin dibû, tesîr li partiya me ji kir û eva hanê di sala 1977’de bû sedema parçebûna partiya me.
Ev alugorî ji aliyekî, ji aliyê dî bayê marksîzmê li ser welatparêz û gencên mîlîtan ku rêxistinên cûrbecûr avakiribun, rê neda ku Kurd li bakur bibin alternatifek bi rêk û pêk. Tevî vê rastiya hanê jî, ev grûbên mîlîtan û xwîngerm roj bi roj bi pêþ diketin. Li seranserî bakurê Kurdistanê çalakiyên wan rojeva Tirkiyê dagirtibû. Di hemi bajarên Kurdistanê de komele û dezhenên xwe ava kiribun. Belam, dewlet hemi hêz û îmkanên xwe li hember van pêþketinan seferber kir. Wisa lê hat ku bi navê Kurdan, bi sedan genc û militanên Kurd dihatin kuþtin. Hêzên militarist bi vê bernameya hanê, bingeha cûntaya leþkeri amade kiribun. Êdî pêþiya hêzên militarist de tu astengî nemabûn. Ew di 12ê îlonê de bi cûntayek leþkerî hatin ser desthilatê. Bi hezaran Kurd hatin girtin û kuþtin. Zîndana Diyarbekir þahidê rûreþiya van bûyera ye.
Di encama siyaseta puç ya Tirkiyê bi sebaret gelê Kurd, salên 80î bi þerê çekdariya PKK ligel qencî û xeletiyên xwe hate dagirtin. Ev þerê hanê zirarek mezin gihand Kurdistana bakur. Kuþtina 70 hezar însan, nefîkirina 6 milyon Kurd, wêrankirina 4000 gundan û tarumarkirina jîngeha herêmê belgenameya vê zirara hanê ye. Li seranserî bakurê Kurdistanê kaosek pir mezin peyda bû. Ji xwe dilsoziya çekdarên PKK ku singa xwe li hember hêzên militarist kiribun sîper, ji aliyê dewletê ve tu bersiv nediye. Hê jî kêmtirîn mafê mirov ji gelê Kurd re zêde tê dîtin.
Dawiya salên 1980î îdeolojiya marksizm û leninizmê bi verziyona Stalînîzm û reel Sosyalîzmê têk çû û belavbûna Yekitiya Sovyetê jî bi xwe re anî. Konjektura siyasî li seranserê cîhanê hate guhertin. Di nav Sovyetê de dewletên nû ava bûn. Dewletên di bin hegemonya Sovyetê de serxwebûna xwe îlan kirin. Tevaya dîktatorên Awrûpaya Rojhilat ketin nav gemara dîrokê. Herdu dewletên Almanya, ku wek “Rojhilat” û “Rojava” hatibun dabeþkirin, yekitiya xwe îlan kirin.
Ev pêþketinên hanê tesîr li Rojhilata Navîn jî kir. Rejîmên wek diktatorên BAAS û nasirîzm ku hemi hêza xwe ji Yekitiya Sovyetê digirtin, bêpiþt mabûn. Êdî dem hatibû ku pêþiya rejîma BAAS bihata girtin. Ew rejîma ku bi alikariya Sovyeta Stalînîst ji nîv milyon zêdetir Kurd û þiî dabûn kuþtin, bi hezaran gundên Kurdan têk dabû. Bikaranîna çekên kimyayî, 182 hezar Kurdên enfalkirî, windakirina 8 hezar Barzaniyên mêrxas, derbederiya ji 200 hezarî zêdetir koçberên ji sala 1975 li îran, bi 10 hezaran penaberên herêma Behdînan li Tirkiyê, tabloya wê rejîma genî û gemar bû… (sed heyf û mixabin, îro bi sedan layangir û karmendên wê rejîma gemar û bi sedan ideologên Stalînîst di dam û dezgehên Kurdistanê de bejn û bala xwe niþan didin û ev di prosedura serketinê de astengiyek cîdî ye )
Destpêka sala 1991ê, Dewletên Yekgirtiyên Amerikayê, ligel hevpeymanên xwe hêriþ birin ser rejîma diktator. Wan ji Kuweyt derxistin, General Þwarzkopf bi biryarî berê xwe dabû Bexdayê ji bona têkbirina rejîmê. Lê dîsa Rusya, ku li ser bingeha Yekitiya Sovyetê ava buye û siyaseta derveyê de heman siyasetê bi rêve dibe, bi mebesta „Bername ne têkçuna rejima BAAS bû, bername tenê rizgarkirina Kuweytê bû“ rê li têkçuna rejîma BAAS girt. Seyre, ev rastiya hanê rojek ji rojan bi þêweyek rast û durist di nav rêberên Kurdan de nehat mûnaqeþekirin. Divê mirov bîne bîra wan kesan ku gengeþeya vê rastiyê nedihat hesabê wan. Sovyeta “mezin” di derbareya bikaranîna çekên kimyayî li Helebçeyê, bi heman siyasetê piþtevaniyê Sadamê Tikridî kiribû. Gava di sala 1988an de hin welatên rojava bi serpereþtiya Amerika ku dixwestin Iraq ji bona bikaranîna çekên kimyayî li UNO mehkûm bikin, di serî de Sovyet li dij derket. Bi serde jî rojnameya PRAWDA nûçeyek belav kir, “Iraq li dijî Kurdan çekên kimyewî bi kar neaniye, ev derewa ‘çeteyên’ Kurda bixwe ye”
Bi saya serê hevkariya Sovyetê, BAAS li ser kar mabû, lê gelek kiz bû. Ji bona vê yekê rê ji Kurdan re jî vebû û wan welatê xwe ne bi temamî jî be, rizgar kirin.
Destpêkirina qonaxek nu li seranserî Kurdistan
Azadbûna Kurdistana baþûr bayê xwe belavî hemi parçeyên Kurdistanê kir. Gelek derbas nebû, Kurd ketin rojeva diplomasiya cihanê. Tûrên dîplomasîtê dest pê kirin. Birêz kak Mesud Barzanî û Mam Celal Talabanî ji welatê Awrûpa ta Amerikayê hevdîtinên pir girîng pêk anîn. Siyasetmedar û partiyên Awrûpa ku berê ne amadebûn ligel Kurdan rûnên, êdî li ser astekî bilind ligel Kurdan rûdiniþtin. Baweriya ku bi taybetî ketibû mejiyê siyasetmedarên Awrûpa „Kurd nikarin xwe îdare bikin“, têk çu !
Her çendî ji ferhenga pêþmergayetî derbasbûna desthilatdariya siyasî û afirandina dam û dezgehên îdarî û hikumî zehmet jî bû, lê bi alîkariya hêzên hevpeyman û bi hebûna fidekari û dilsoziya wê demê ku ji ferhenga pêþmergeyatî dihat, di çareserkirina vê zehmetiyê de bû alîgir.
Ev pêþketin dewletên ku parçeyên Kurdistan dagîr kirine, nerehet dikir û ew ketibûn dûv têkdana wê rewþê. Rojnamevanê Tirk Cengîz Çandar, di sala 1991ê de bê wate negotibû „ ji vê gavî þûnde, wê karta PKK li hember pêþketinên bakurê Irakê bê bikaranîn“
Her Kurdek Ronakbîr divê li ser vê tespîta Cengîz Çandar bifikire. Þerê PKK li hember hêzên baþûr û þerê navxweyî li baþûrê Kurdistanê tespîta Cengîz Çandar tîne bîra mirov. Desttêwerdana welatên cîran ku dibû sedema þerê navxweyî, bi midaxeleya Dewletên Yekgirtiyên Amerikayê di sala 1998an de bi „Peymana Waþington“ bi dawî hat.
Gorankariyên destpêka salên 1990î pêþiya partiya me jî vekiribû. Di maweyek kurt de partî hêzên xwe gihand merheleyek ku dikarîbû bê kêmayî wek PKK midaxeleya rojevê bikira. Balam jibo rewþa hesas ya baþûr, þîret û pêþneyarên birayane yê desthilatdariya baþûr, me tevaya hêzên xwe belav kir. Ev li ser me barekî giran hiþt û partî dîsa bû 2 parçe.
Di sala 1992an de partî giranî danî ser xebata siyasî. Kongreya sala 1992 baþtirîn nimûne ye ji bona yekgirtina kesayetiyên siyasî û rewþenbîrên ku ji hêzên cûrbecûr hatibûn ba hev. Ji Rêxistinên wek Rizgarî, Ala Rizgarî, Kawa û grubên din beþdariyek gelek xurt pêk hatibû. Partî wek hemi caran bêyî ku statukoperestîyê bike, rê ji zana û ronakbîrên xwe re vekir. Ev di tradisyona partiyê de gelek caran hatiye kirin. Hê di qonaxa damezrandina partiyê sala 1965, 1969, 1975, 1991 û 1992an de damezrêner û kadroyên kevn ketibûn dûv kadroyên nû û serokatiya partiyê jî teslîmî wan kiribû. Bi vê helwesta tradisyonel, partî baweriyek mezin niþanî kadroyên nû da û baweþa xwe jibo xwîna nû vekir, rêvebirî jî teslîmî wan kir. Pravakasyona „nîvintelektuelan“ li dijî vê yekêtiyê bi ser neketibû.
Piþtî vê yekîtiya xurt fikra tevaya yekîtiya hêzên bakur þîn bû. Dîrok þahidê hewldanên dilsoziya partiyê ye. Di warê xebata yasayî de ligel kêm û kurtiya xwe bû hêzeke ku li ser hisab dihate kirin. Çi di damezrandina partiyên yasayî de, çi jî di pêkanîna listeyek hevbeþ ji bona hilbijartinên parlamentoyê de, giraniyek bêendaze niþan dabû. Di peywendiyên dîplomatîk de gav hatin avêtin. Hinek wezaretên xaricî ji welatên Awrûpa pêþewazî li heyeta partiya me dikirin.
Sala 1992an de Parlamentoya Kurdistanê pêkhatibu. Yekîtiya hêzên Kurd gehiþtibu astekî bilind. (sala 1993an de PDK-Baþûr bi amadebûna partî û rêxistinên wek Partî Gel, Pasok, Sosyalist, Rêxistina grubek Kurdên Feyli û Yekitiya Demokratên Kurd, yekîtiyek xurt pêk anîbu). Ev hêzbûna hanê hinek der û dor nerehet kir û bingeha þerê navxweyî hate avêtin. Zor nekêþa, 6-7 mang þûnde Kurd hatin leyîztokê û þerê birakujiyê dest pê kir. Hewldan û xebata partiya me dîsa di bin sîbera pêþketinên baþûr de mabû. Paralel bi bûyerên baþûr, partiya me bu mehkûmê girtina helwestek rast û durist. Gengeþeyek nû di nav refên partiyê de dest pê kir.
Ji bona ku rewþa baþûrê Kurdistanê bo me pir hesas bû, me tevaya hêza xwe tenê bi tenê konsentre dikir ser pêþketinên baþûr. Me baþ dizanî ku ev li ser me û li ser yekîtiya me ya xort pir bi bihayî radiwestiya. Lê çi dibû bila biba, ne mimkin bû ku partî xebatek bê hesabê hesas yê baþûr bikiriba. Ev rastiya hanê girêdayî ferhenga partiya me bi xwe bû. Me baþûrê Kurdistanê wek ronahiya çavên xwe diparazt. Yasayîbûna mafê miletê Kurd di destûra Iraqê de girîngtirîn armanca me bû.
Di encama van alogorên ku dema þerê navxweyî li baþûrê welatê me hate pêþiya me;
1- Pêknehatina întegrasyona kadirên nu ligel kadirên kevn, (ku tesîra pêþketinên baþûr jî tê de hebû).
2- Manewrayên siyasî (ku hê jî berdewam in) ji bona tunekirina misyona PDK û Barzanî li bakurê Kurdistanê, ku partiya me hedef bû.
3- Tênegihiþtina rastiya ferheng û hêza PDK ji alî kadirên partiyê bi xwe (ku îro di protokolên hêzên ewlekariya Tirkiyê û di idianameya Ergenekonê de wek hêzek pir xeter tê dîtin).
4- Helwest û lênerînên hinek nîvintelektuelên Kurd ku di sala 1992an de ketibûn partiyê (li ser kaos û þerê navxweyî ku ta sala 1998an li baþûr berdewam bû).
5- Ihmalkirina partiya bakur ji aliyê partiya baþûr.
bûn sedemên esasî jibo kizbûna partiya bakur. Ji vê demê þûnde partiyê nikarîbû dewra xwe bibîne û eva hanê ta kongreya 9an ku sala 2005an pêk hat, berdewam kir.
Ligel hemi kêþ û astengiyan, partiyê karîbû sala 2005an kongreya xwe pêk bîne. Bi coþek mezin me berê xwe dabû xebatê. Partiya me di tevgera azadixwaza gelê Kurd de wek navenda xebata Kurdîniyê, wek parêzerên misyona Barzaniyê nemir dihate dîtin. Dîsa pêþiya me vebû û me dest bi xebata xwe kir. Mixabin, di amadekirina kongreyê de hewldanên negatîf ji alî çend kesên “jixwerazî” sewiya kongreyê þikand. Ev kesên hanê di dîroka rêxistinên Kurdî de pir baþ têne naskirin û derbazbûyînek ku mirov jê serbilind be, li dûv xwe nehiþtine. Armanca wan, ji xebatek pîroz zêdetir, tatmînkirina ruhiyeta kesayetiya wan bixwe bûye . Xwediyê ferhenga, “bila ya min be, bila piçûk be” bûn. Lê dîsa jî maweyek þûnde ew ji desthilatê reviyan û riya partiyê vebû. Kadroyek dilxwazê xebatê dest bi karê xwe kir. Di nav 2 salan de çend gavên cîddî hatin avêtin. Ji xwe di warê ragihandinê de xebatek berbiçav hebû. Li bakur dest bi damezrandina dezgehên çandî kiribûn. Jibo berdewamiya karên diplomatik ligel partî û kesayetiyên din li ser astekî bilind karên balkêþ hatin kirin. Çend hevdîtinên giranbiha ligel Parlamenterên Awropa, ligel Komisyona Ewropa di nav çalakiyên wan de çêbûn. Her wê demê, di damezrandina “Hevbendî” ku ji derveyî PKK ji tevaya partiyên bakur ligel partiyên wek HAK-PAR û KADEP pêk hatibû, dewrek esasî leyizt. Partî li bakurê Kurdistanê bû hêviyek. Çavê hemi welatparêz, ronakbîr û siyasiyên Kurdan li me bû. Peywendiyên me ligel tevaya hêzên Kurdistanî, bi taybetî li baþûrê Kurdistan, kêm jî be, balkêþ bûn.
Di vê nabeynê de ergenekoncî dîsa ketin dewrê. Baþûrê Kurdistanê wek meydanek manewrayê bi kar dihanîn. Derveyî Kerkukê, li Hewlêr û bi taybetî li Silêmanî ketibûn dûv planên têkdana rewþê. Ji hêzên baþûrî zêdetir Amerikî ketibûn dûv wan. Danîna bernameya kuþtina waliyê Kerkûk bi meseleya çewal têk çû ! Vedat Yenerer, ku li baþûr wek rojnamevanekî kar dikir û þexsê min wek „mirovê Mesud Barzanî“ pêþkêþ dikir, dawiyê ligel stratejîstên ergenekonê hat girtin. Atilla Ugur, ku berî girtina xwe ji ewlekariya Îmralî berpirs bû, li Silêmanî cirît diavêt. Dirêj Eli, endamê çeteya ergenekonê, ji aliyê hin berpirsên baþûr wek mirovek qedirbilind dihate pêþewazîkirin.
Tirkiye û baþûr
Ji sala 1991 û vir de Tirkiyê hemi hêzên xwe jibo têkçûna destkeftinên gelê Kurd li baþûr seferber kir. Rewþek defakto ku hatibû bin pozê wan, wan nerehet dikir. Sextekarî û xaponekiya wan, qaþo „Kurd û Tirk birane“ dîsa ji her hewldanên wan diyar dibû. Ew Tirkiye ku ji bona Tirkmenên Iraqê dinyayê têk bide, tehamula destkeftinên Kurdan, tehamulî rizgarbûna wan ji zilm û zordariya rejîmek faþist, nedikir.
Jibo Tirkiye, çalakiyên Hamas rewa ne, kadir û nûnerên wan jî qehreman in, balam Barzanî û Talabanî „reîs eþîr“in. Çekdarên Hamas qehramanên azadiyê ne, peþmerge „çete“ ne, çekdarên PKK jî "terorist". Jibo zarokên Filistîniyan hêstirên çavan bibarîne, zarokên Kurdan wek piþtevanên "terorê" bi qelem bide. Ev nayê qebûlkirin, ev sextekarî ye !
Ger mirov piçek destê xwe deyne ser wîjdanê xwe, wê mirov bibîne ku PKK li hember kiryarên Hamas, rêxistinek melayîket e. Lênerina wan li hember baþûrê Kurdistanê jî heman tiþt e. Jibo Filistîniyan daxwaza dewletek serbixwe bike, Kurdan jî mehkûmê hikûmeta merkezî bike. Bi serde jî, bibe parêzerê "Iraqek Yekgirtî". Hê bêtir, peywendiyên siyasî û ekonomî ligel Iraqê li ser bingeha tasfiyeya hikûmeta herêmê ava bike.
Rast e, demên dawî piçek nerm bûne, bi taybetî hikûmeta Tayîb Erdogan. Belam ev nermbûn ne jibo xatirê çavên reþ û belek ên Kurda ne. Ew zêdetir girêdayî helwesta Dewletên Yekgirtiya Amerîka û Awropayê bixwe ye. Bê guman pêþketinên konjekturel û îflasa sistema Kemalizmê jî bi ser de tê û dewlet ji neçariyê pêwîst dibîne ku hinek "gavan" bavêje, lê li ser bingeha tasfiyeya tevgera Kurd bi giþtî.
Bazara siyasî bi þandina heyetek bo baþûrê Kurdistanê bi serokatiya Misteþarê MIT'ê Emre Taner, dest pê kir. Niha pêwîst nabînim zêdetir li ser detayan rawestim. Balam bi kurtî, bê ku konseptek çareseriyê bê pêþkêþkirin, resmen tasfiya tevaya rêxistinên çekdar û "îllegal" dihate xwestin. Seyr e, peywendiyên desthilatdariya baþûr ligel Qendîl, PKK bixwe jî tasfiyeya PDK-Bakur û PWDyê dixwest, mixabin…
Ji xwe pir derbas nebû, hêzên ewlekariya dewleta Tirk, di bin siyaseta xwe ya "nerm" de partiya me wek partiyek "terorîst" bi qelem dan. Ew partî ku di tevaya jiyana xwe ya siyasî de rojekê çek bi kar neaniye, bû "terorist" ! Divê bê zanîn; Yekgirtiya Miletan jî þerê çekdariyê bi prensib rewa dibîne gava ew wek metodek parastinê bê bikaranîn.
Ji her alî ve manevraya þikandina piþta partiya me, tasfiyeya PKK û tevaya hêzên bakur, dest pê kir.
Dest pê kir, bi çi konseptê û fîguranên konseptê kî ne ?
Ezê vê meseleyê piçekî vekim, eger pêwîst bû ezê hemi detayan bidim ber destê raya giþtî.
" Rêvekirina Demokratîk "
Li ser çi sedemê dibe bila be, îro li Tirkiyê qeneetek peyda bûye ku siyaseta asîmîlasyona dewleta Tirk bi ser neket. Sedsala dawî, bi serhildan û bi çalakiyên azadîxwaziya gelê Kurd, bersiv û metodên neînsanî ya desthilatdariya Tirkan li hember daxwaziyên rewa, hatine dagirtin. Kuþtin, darvekirin, nefîkirin û siyaseta asîmîlasyonê bi carekê îflas kir !
Þerê çekdarî yê PKK ji bona pêþeroja Tirkiyê bûye kêþek taybet. Di hedefa xwe de ku digotin wê di maweyek kurt de hêzên “terorist“ bêserûber bikin, bi ser neketin.
Ji aliyê din, di bin pozê wan de Kurd li baþûrê Kurdistanê bûne faktorek siyasî ku dikarin tesir li hemi parçeyên Kurdistanê bikin. Helwesta wan ya îzolekirina baþûr ku tu caran ne amade bûn ligel wan rûnên, bi ser neket ! Lênerîna xwe ya ecêb û xerîb „Sözde Parlamento“ „Sözde Kürdistan“ ji neçariyê ji lîteratora siyaseta xwe derxistin.
Bi kurtî siyaseta dewletê bi ser neket û Tirkiye xetimî.
Ji bona vî yekê, hikûmeta Tayîb Erdogan pêwîstî bi hinek gorankariyan dît û bernameya xwe bi navê "Rêvekirina Demokratîk" îlan kir. Berê navê wê "Rêvekirina Çareseriya Pirsa Kurd" danîbûn. Qaþo camêran dixwazin pirsa Kurd çareser bikin, lê hê di destpêkê de poþman bûn, paþve gav avêtin û navê bernameya xwe guhertin. Ne dûr e ku ew maweyek dî bernameya xwe bi yekcarî paþve bikþînin. Axaftinên Tayîb Erdogan yên rojên dawî îþareta vê rastiya hanê ye.
Ji nuha ve diyar e ku hemi hewldanên wan, berî her tiþtî izolekirina hêzên çekdarên PKK’ye. Bi serde jî, pêþîgirtina belavbûna fikra neteweyî ye ku roj bi roj li bakur bihêztir dibe.
Guhertina hedefa esasî ya Kurdan bi xwe ye. Hê xirabtir, duristkirina Kurdên Tirk bi xwe ye. Divê mirov pirs bike; gelo ger mirov ji wiþeyên Kurd û Kurdistanî bireve, çawa mirov dikare di çareserkirina pirsa Kurd de samîmî be ?
Rast e, “Rêvekirina Demokratîk“ rê ji diyalogê re vedike, li ser pirsa Kurd gengeþeyek azadane tê kirin. Û ev dikare pêþiya ronahiyê ji bona miletên Kurd, Tirk û kêmneteweyên dî veke. Lê garantiya wê nîne. Hilbijartinên sala 2011an dikare tevaya bernameya hikûmeta Erdogan bêserûber bike. Yan jî çarçoveya bernameya wan tengtir bike. Îhtîmale jî wek nuha kor û seqet hêdî hêdî, perçe perçe bi rêve biçe. Divê ji bîra me neçe, cîddiyeta konseptên çareseriyê, yan jî demokratizekirina welatekî, tenê bi qise û gotinan nakeve jîyanê.
Perçe perçe demokrasî nabe ! Tirkiye mehkumê avêtina gavên radîkal e, ev jî bi guhertina yasaya giþtî mimkin dibe. Divê cîhgirtina mafê gelê Kurd di yasayê de þertekî esasî be ! Gavên ku têne avêtin, li gor destûra giþtî, ne yasayî ne. Lewra ev gav ber bi nediyarî ve diçin û li seranserî Tirkiyê dibin sedema kaosekê.
Loma, divê em Kurd hiþyar bin û daxwaza cîddîyet, samîmiyet û baweriyê bikin. Bawerîdan ji guhertina yasayê derbas dibe. Dîrok bi bawerîdana gelê Kurd hatiye dagirtin. Me di dîrokê de ji bona bihevrejiyanê þan bi þanê “birayên Tirk” dema Osmaniyan û dema damezrandina komara Tirkiyê þerê hêzên hevpeymanan kir. Dawiyê xençera xwe li piþta me dan, fermo em binêrin serhildanên ji sala 1925 ta 1938an.
Ji ber vê yekê dora dezgehên dewlet, siyasetmedar, rewþenbîr û akademisyenên Tirk hatiye ku ew bi xwe baweriyê bidin gelê Kurd. Me têra xwe baweri daye wan !
Ev li aliyekî, ji aliyê din;
Çi dibe bila bibe, aliyê Tirkan konsepta xwe amade kirine û li ser Kurdan ferz dikin. Konseptek Tirkiyeyî. Ew, bi vê konsepta xwe dixwazin piþta „terorê“ biþkînin, hêzên „radîkal“ ji holê rakin. Bi vî hawayî, ji her alî ve „Tirkiyeyek rehet“ pêk bînin.
Baþ e, gelo konsepta me Kurdan çiye?
Bi ya min, çawa ku Beþîr Atalay wezîrê daxilî yê hikûmeta Tirkiyê ji bona konsepta xwe serî li tevaya dam û dezgehên Tirkiyê da, raya partî û þexsiyetên siyasî girtin, divyabû Kurd jî ji bona pêkanîna konseptek hevbeþ þêwra xwe ligel hev bikirana. Ev çênebû..
Ji dêvla wê, ketin dûv hewldanên „muhatab“ wergirtinê. Yanî, „Tenê em, ne kes û hêzek dî !“
Ji xwe, hebûna hêzên dî cihê pirsê ye. Ta niha tu mecalê hêzek din ji derveyî PKK nebûye ku bikaribin midaxaleya rojeva siyasî bikin. Ev 30 sal in ambargoya siyasî li ser tevaya hêzên bakur hebû û hê jî berdewam e ! Pêþketinên konjekturî û faktorên bazara siyasî, di piþt deriyan de milê hemi hêz û þexsiyetên bakur þikandine.
Rastiyek heye, tu hêzek li seranserê hemi cîhanê wek hêzên Kurda bi fedekarî û bi îmkanên xwe tekoþîn nedaye. Lê, hewldanên fedekariyê têra serkitina wan nekir. Þexsiyetên giranbiha ku ji 40 salan zêdetir di tevgera Kurd de dixebitin û di her warî de þareza bûne, nikarin li beramber Kemalîstên wek Aysel Tugluk biserkevin. Ev niþana berdewamiya konsepta dewleta kûr bi xwe ye. (Guhertina vê rewþê taze dest pê kiriye)
Em bixwazin nexwazin, ev pêþketinên li bakurê Kurdistanê desthilatdariya siyasiya baþûr jî girê dide. Ew jî di nav vê prosedûrê de ne. Hewldanên tasfiya hêzên bakur tesîrek mezin li ser wan jî dike û bi zirara wan jî temam dibe.
Seyr e, gelo nizanin an nabînin ?
Çawa nikarin bibînin ku di xetimandina pirsgirêka Kerkûkê de Tirkiye dewr û rola esasî dileyîze?
Ji ber çî Erdogan di ziyareta xwe li Bexdayê de pêþneyar dike ku ew amade ne leþkerên xwe li Kerkûk damezrînin?
Diyar e, Tirkiye ketiye dûv pîlana „Peymanî Mûsil“. Ev peyman di 05.06.1926an de di navbera Tirkiyê, Irak û Brîtanya de pêk hatibû. Li gor vê peymana hanê, Tirkiye wê xwe ji “Wilayeta Mûsil” bikþîne, bi þertekî hîç gorankariyek cografî di statuya herêmê de, yanî herêma Kurdistanê de pêk neyê. Di heman peymanê de, Tirkiye garantî kiribû ku bikaribe ji sinûr derbasî baþûrê welatê me bibe û bikeve dûv “ Hêzên Muxalif”. Kî bûn ev “Hêzên Mûxalif” ji derveyî Barzaniyan ? Maweyek kurt berî peymanê, Þêx Evdilselam Barzanî bi darve kiribun. Tirkan ji xwe re kiribûn hedef ku þerê tevaya Barzaniyan bikin û wan nehêlin.
Destpêka sala 1940î hem li baþûr hem jî li rojhilatê welatê me tevgera azadixwaziya miletê Kurd dest pê kiribû. Di encamê de, di 22.01.1946an de Komara Kurd li Mahabat hat damezrandin. Hêza Barzaniyan rola herî girîng leyîztibû. Tirkiye dîsan nerehet bû, 2 mang piþtî damezrandina Komara Kurd, di 29.03.1946an de peymanek nu ligel Iraqê bi navê „Peymana Peywendiyên Dostane“ çêkir. Li gor vê peymanê jî Tirkiye destûr dabû xwe ku operasyonên eskerî di baþûrê welatê me de pêk bîne, yanî li ser esasê nemana Barzaniyan. Jibo agahdariya hinek optimistên baþûr, wê demê çîroka Qendîl û PKK tunebû.
Niha dem hatiye guhertin, çavê hemi dinyayê di pêþketinên Rojhilata Navîn de ye. Kêm jî be, Kurd di peywendiyên navnetewî de cîhek girtine. Tirkiye nikare wek hemi caran bi peymanên îllegal biçe ser Kurdan. Ji bona vê yekê bi konseptên cambaziyê ku hê jî kes nizane ka çi di nav „Rêvekirina Demokratik“ de heye, dixwazin pêþî li Kurdan bigrin.
Gelo ta çi radeyî Kurd ji vê cambaziyê agahdar in ?
Esas pirs ev e !
Bo çi desthilatdariya siyasî li baþûr bêdeng e, ev optimizm ji ku derê tê ?
Li ser çi esasî konsepta cambaziyê wek gavên „baþ“ dibînin ?
Bo çi raya birayên xwe nagrin û wan tenê dihêlin ?
Heta niha li ser „Rêvekirina Demokratîk“ lêkolînek siyasî hate kirin, an na ?
Ji ber çî mam Celal di bangewaza xwe de Kurdên bakur teþvîk dike ku ew “bi aqil” bin û li dora AKP bicivin ?
Çi cawazî di navbera partiya Malîkî û AKP de heye ?
Bi ya min, ne ewqas zêde ku mirov Kurdên bakur teþvîqî AKP bike. Ev helwesta mam Celal belgenameyeke ku ew çareseriya kêþa Kurd li bakur di konsepta hikumeta Erdogan de dibîne.
Xwedê þahid e ka di piþt deriyan de çi cûr kulav li ser sere Kurdên bakur tê dirûtin. Bêguman pêwîstiya me, bi þîret û tecrûbeya birayên baþûr heye. Me di dîroka tevgera xwe de çendîn car îspat kiriye ku em gelek qedr û qîmet didin tecrûba wan. Balam ev helwesta wan tenê bi tenê xizmeta têkçûna hêzên niþtimanperwer dike.
Min li jor diyar kir ku niha pêwîstî bi vekirina detayan nîne, lê sed heyf û mixabin, beþek girîng ji desthilatdariya siyasî ya baþûr îndîrekt piþtevaniya konsepta „Rêvekirina Demokratîk” dikin. Ji xwe felaketa herî mezin ev e !
Mirov nikare ji raqîbên xwe gazindan bike. Ew, roja ku ji Asya Naverast hatin herêma Rojhilata Navîn, Kurdan dixapînin. Kurd li hember Kurd bi kar tînin. Ev tradisyona bav û kalên wan e. Lê gava birayên me, me mehkûmî konsepta virt û vala bikin, heqê me heye ku em fikra xwe bikin û daxwaza heq û hiqûqê xwe bikin.
Gava hikûmeta Iraqê otonomiyek kartonî li ser wan ferz kir, me bi hemi qeweta xwe piþtevaniya wan ji bona otonomiyek rast û durist kir.
Rast e dem hatiye guhertin, lê dive hûn jî li gor vê demê piþtevaniya me ji bona çareseriyek rast û durist bikin. Em ji biratiya derewîn têr bûne, em biratiyek rast û durist dixwazin. Ev jî heqê me ye, tu kes nikare jibo rehetiya xwe heq û hiqûqê me piþtguh bike !
Dubare dikim, eger Tirkiye di bernama xwe de piçek samîmî be, divê îspat bike ku ew cambaziyê nakin. Ev jî, bi guhertina yasaya giþtî, yanî çespandina mafê gelê Kurd di yasayê de mimkin dibe. Beravajî wê, eger Kurd hiþyar nebin, ji nuha ve besîtiya xwe bi talebên reformîst bînin, wê pirsa wan di çarçoveya „Rêvekirina Demokratik“ de herî zêde wek kêmneteweyên Awropa „çareser“ be. Nimûneya vê rastiya hanê li Ispanya, Fransa, Italya, Skandinavya û li hin welatên din li ber çavan e.
Birayên me yên baþûr xwedî li me derdikevin dernakevin ev tiþtekî din e. Lê belê me mehkûmê konsepta virt û vala nekin. Tevaya Kurdên parçeyên din dema di derbederiya wan de alikariya wan kirin. Çi li Tirkiye, çi li Iran û çi li Suriye bi hemi îmkanên xwe alîkariya wan kirin. Gava kadirên baþûrî di sala 1991ê de nedikarîbûn 100 nefer bicivandana, Kurdên parçeyên din bi 10 hezaran insan li seranserî Awropa dane meþandin. Mîtîng û mahngirtinên bêendaze pêk anîn. Lê heman kes, îro li Hewlêr, li Silêmanî û Duhokê li ber deriyê wan bûne penaber, heyf û mexabin !
Ev nehiqûqiya birayên me bala gelek dîplomat û dostên Awropayî jî kiþandiye ser xwe. Xanima Miterand li nav Parlamentoya Kurdistanê bi zimanek xweþ rexne li we kir.
Ewê got; “Hûn ji min baþtir dizanin ku ayîndeya neteweya Kurd girêdayî Kurdistana Iraqê ye. Erkeke we ye ku hûn hevkariya çalakiyên Kurdên parçeyên din bikin. Nuha dora we ye ku hûn alîkariya xwe li hemberî Kurdên parçeyên din biselmînin. Alîkarîdayîna we bi her awayî, takane garantî ye ji bo serkeftina we.”
Partî Demokratî Kurdistana Bakur, ji roja damezrandina xwe ta dawiyê tevaya qeweta xwe danî ser tevgera azadixwaza Kurdên baþûr. Tîr û guleyên ku dihatin ser partiya baþûr, di heman demê de dihatin ser partiya bakur jî. Wê demê em bira û þirîkê hev bûn. Lê niha, wek endamekî gewreyê Polit Büroya PDK-baþûr difermo, “Em bira ne, lê ne þirîk in!” Wisa diyare ku ev ne helwesta þexsekî tenê ye. Her weha gelek endamên din jî xwediyê vê helwesta hanê ne.
Baþ e, çi berjewendiya wan bi kizbûn yan jî di îhmalkirina partiya „bira“ de heye ?
Ma ev sucê me ye ? Bêguman kêm û kurtiyên me hene û em qebûl bikin ku em bêþiyan, kor û seqet in. Ma mirov destê birayê xwe yê seqet nagre ?
Bi ya min, têkçuna PDK-Bakur li bakurê Kurdistanê nemana rêbaza Barzaniyê mezin e. Ji xwe tevaya hewldanên dewleta Tirk nemana layangirên rêbaza Barzani bixwe ne. Di rewþeka weha de, îhmalkirina PDK-Bakur xizmeta kê dike ?
PDK-bakur, dibe qurbana helwest û stratejiyên xelet ku rojek li ser baþûriyan jî dikare bi bihayî bikelife.
Desthilatdariya siyasiya baþûr, ne bes tenê hêzên siyasî îhmal dike, herweha pêþmergeyên ji parçeyên din jî ku di þoreþa îlonê û gulanê de beþdarî kiribûn, têne îhmalkirin. Xwendevan, dezgehên medenî, ronakbîr û karsazên Kurd jî wek sêwiyan hatine îhmal kirin. Gelek pêþmergeyên ji parçeyên din bêhiqûq mane. Ta pêþ 2-3 salan bi hezaran keç û xortên Kurd dixwestin li zankoyên Kurdistanê bixwînin. Îro ev hijmar 70% hatiye xwar. Dezgehên çapemenî ji parçeyên din li ber deriyê wan bûne “parsek”. Karsazên Kurd mexdûr dibin û terka Kurdistanê dikin. Balam Karsazên Tirk ku zêdeyê wan ji bingeha siyasetek nijadperest tên, gewretirîn tenderên Kurdistanê bi dest dixin. Ta nuha yek þîrketa Tirk mexdûr nebûye.
Nimûneya herî dawî, serokê þirketa Yuksel, Süleyman Servet Sazak kurê Gün Sazak e ku berî 12ê îlonê cîgirê serokê MHP ya nijadperset bû. Süleyman Servet SAZAK bi xwe jî endamê MHP ye û di sala 1999an de ji MHP bû parlamenter. Ev kabrayê nijadperest di roja 22.10.2009an de tendera riya Korê ta Herîr bi miktarê 178 Milyon dolar wergirt.
Hê berî çend rojan, cîgirê serokê MHP Mehmet Ekîcî ku bi alikariya Servet Sazak siyaset dikin, di kongreya liqê partiya xwe de tiþtek nehêlabû ku ji cenabê serokê herêmê kak Mesûd Barzanî û ji serokkomar Mam Celal Talabanî re negotibû. Her dubarekirina gotinên Mehmet Ekîcî di derbarê kak Mesûd û Mam Celal de ne ehlaqî ye. Bila mûþawîrên wan zehmet bikþînin û bibînin, ka çi heqaret di derheqa serokên wan de hatine kirin.
Wek tê zanîn, MHP li ser xwîna gelê Kurd siyasetê dike. Tenderên ku ew ji herêma Kurdistan werdigrin, li ser birayên we yên li bakurê Kurdistan dibin tîr û gule.
Di encama vê rewþa nediyar û nezelal de, danîna helwestek zarûrî dibînim. Tim û tim bêdengî û tehamûlî nabe. Ez ji aliyê xwe ve, wek þexsekî Kurd pêþeroja vê siyaseta çewt bi baþî nabînim. Ji xwe ne fermî jî be, min berî 6-7 heyvan ji karûbarê partiyê istifa kiribû. Wek gelek Kurdên din, ketime dûv lêgerinên nû.
Di vê navbeynê de, ez ji hemi endam û kadirên partiya xwe daxwaza lêborînê dikim ku min nikarîbû erka xwe bi cîh bînim. Li beramber partî û hevalên xwe þermizar im. Balam xwedê þahidê hemi pêþketina ye. Min gelek hewld da ku partiya me bi rêbaza Barzaniyê nemir bikaribe bibe alternatîfek û dewrekê bibîne. Lê em tenê man, me tenê hiþtin.
Îro birayên me di rewþek baþ de dijîn, ez hêvîdarim hê baþtir be. Li vir gotina filozofê Alman Neitzche tê bîra mirov ku dibêje; “Mirov xeletiyên herî mezin di rewþa baþ de dike”
Ji bona ku ez helwesta birayên me yên baþûr di derheqa me de bi baþî nabînim, pêwîst dibînim ku vê boçûn û rewþa hanê protesto bikim !
Ez protestoya xwe, bi meþek ji Hewlêrê ta Barzan tînim zimên. Gilî û gazindeyên xwe dibim hizûra Barzaniyê mezin.
Gelo eger îro Barzaniyê mezin hebûya, wê li beramber van neheqiyan çi bigota ?
Eger firseta rabûna wî jibo katekî piçûk hebûya, hetmen wê bigota; “Na, nexêr ev ne welatê min e, bihêlin ez vegerim tirba xwe!”
Hewlêr/14.12.2009
Rojhat Amedî
Sekreterê berê yê PDK-Bakur
-----------------------------------

بۆ رای گشتی
هەبوونی پەیوەندی لەگەڵ توركیا گرنگ و پێویستە بەمەرجێك لەسەر حیسابی هێزەكانی باكووری كوردستان نەبێت!!
وەكو ئاشكرایە بە درێژایی سەدان ساڵە میللەتی كورد لەسەر خاكی خۆی، لە گشت مافە رەوا مرۆڤی و نەتەوەییەكانی بێبەشكراوە. پێشەنگیی ئەم زۆردارییە مێژووییەش، لەلایەن توركە تۆرانی و عەجەمە فێڵبازەكانەوە بەڕێوەچووە. بێگومان میللەتی كورد لەبەرامبەر ئەم زۆردارییە بێدەنگ نەماوە. مێژووی كورد پڕە لە سەدان راپەڕینی رزگاریخوازنە، كە سەد ساڵەی(20) باشترین نموونەیە بۆ سەرهەڵدانەكانی ئازادیی نەتەوەیی كورد. لەمانە راپەڕینی شێخ سەعیدی پیران، سەید رەزای دێرسمی، قازی محەمەد و سەرۆكی نەمر مستەفا بارزانی، لەو نموونە بەرزانەی بەرخۆدان و خۆراگریی نەتەوەی كوردن.
بەداخەوە، گشت سەرهەڵدانە نەتەوەییەكانی كورد، لەلایەن دەوڵەتە شۆڤینییەكانەوە، كە وڵاتی ئێمەیان داگیركردووە، بەهەموو میتۆدێكی چڵكەنی دژە مرۆڤی لەناوبران. یاخود سەرهەڵدانەكانی گەلەكەمان بوونە قوربانی پێشهاتی كۆنژەكتۆرە سیاسییەكانی جیهان. لە باكووری كوردستان میتۆدی هەرە نامرۆڤایەتی لە ساڵانی 1925 – 1938، لەدژی داخوازییە رەواكانی نەتەوەی كورد بەكارهێنراون. لە ئەنجامدا بە سەدان هەزار كورد كورژان و شوێنی ژیانیان وێرانكرا، وێڕای ئەمەش بە سەدان هەزار كەسی كورد لەسەر خاكیان دەركران، لە خاكی كوردستان دوورخرانەوە، بوونە قوربانی سیاسەتی ئاسمیلاسیۆنی شۆڤینیزمی تورك. لە كایەی ئەم سیاستە نامرۆڤایەتییەدا، لەدوای ساڵی 1938، لە سەرتاسەری باكووری وڵاتمان، لە ئاكامی ئەم شاڵاوەدا، بێدەنگییەك باڵی بەسەر كوردستاندا كێشا.
گەڕانەوەی سەرۆكی نەمر مستەفا بارزانی، هەروەها تێكۆشان و خەباتی ئەو لە باشوور، لەڕووی گیانی تێكۆشانی نەتەوەییەوە كاریگەریی خۆی لەسەر باكووری كوردستان كرد. بەتایبەتی، بانگەوازییەكەی لەپێناوی پێكێهنانی كۆنگرەی نەتەوەیی، لە هەموو كوردستان دەنگی دایەوە. بەگوێرەی ئەو كات، ئەگەر كەمیش بووبێت، بەسەدان وڵاتپارێزی كورد لەپێناوی پاراستنی مافی نەتەوەیی، دەستیان بە خەبات كرد. لەم نێوەدا لەناو ریزی توێژە رۆشنبیر و وڵاتپارێزەكاندا گفتوگۆ دەستپێكرا. بیرۆكەی دامەزراندنی پارتی و دەزگاكانی كورد، لەدوای ئەمەو بە ئاسان گفتوۆگیان لەسەر كرا. دەسەڵاتدارانی تورك لەبەرامبەر ئەم پێشهاتانەدا، هەستیان بەم پێشكەوتنانە كرد، بۆ پێشگیریكردنی پەنای بردەبەر بە هەمان میتۆدە كۆنەكانیانی. بەهۆی ئەم سیاسەتەی توركیا لە ساڵی 1959دا، (50) رۆشنبیری كورد دەستگیركران. بەر لەمەش (500) كەسایەتی لە بنەماڵە ناودارەكانی كورد دەسگیركرابوون، لەنێویشیاندا (55) كەس نەفیكران. یەك لەمانە فائیق بوجاك بوو، كە سەردەمێك سەرۆكی پارتی دیموكراتی كوردستانی توركیا بوو.
دەوڵەتی توركیا بە میتۆدی گرتن و نەفیكردن، نەیتوانی پێشگیری لە خەباتی وڵاتپارێزانی كورد بكات. لەلایەن كۆمەڵێك رۆشنبیری كورد، لە بواری راگەیاند، دەستیان بە كار و خەبات كرد، لەلایەكی دیكەشەوە كۆمەڵە كەسێكی رۆناكبیر و وڵاتپارێزی كورد، دامەرزاندنی پارتییەكی كوردیان بە پێویست دەزانی. بەم هۆیەوە لە ساڵی 1965 لە باكووری كوردستان پارتیمان (پ. د. ك –ت) دامەزرا. (پ. د. ك –ت) هەر لە سەرتاوە قورسایی خەباتی خۆی خستە سەر شۆرشی باشووری كوردستان. لەبەر ئەمەش بووە ئامانجی هەرە سەرەكیی هێزە ئاسایشەكانی دەوڵەتی توركیا. ساڵێك لەدوای دامەزراندنی پارتی، سەرۆكی پارتی پارێزەر فائیق بوجاك بە دەستی ئەرگەنەكۆنچییەكان (Özel Harp Dayiresi) كوژرا. پاشان لە 19/1/1968دا گشت كادر و بەڕێوەبەرانی پارتی دەستگیركران. لەدوای پەیماننامەی (11) ئادار، پارت و لایەنە وڵاتپارێزەكانی تریش، لەلایەن دەوڵەتی توركیا بەمە تۆمەتباركران، كە هاوكاریی بارزانی دەكەن، سەرلەنوێ بوونە ئامانجی هێزەكانی ئاسایش. ئەم رەوشە تاكو كودەتای سەربازیی 1971 بەردەوام بوو. بەهۆی ئەم سیاسەتەوە ژمارەیەكی زۆری كادر و ئەندامانی پارتی و كەسانی وڵاتپارێزی كورد دەستگیركران.
لەگەڵ هەموو ئەم كێشە، گرفت و ئاستەنگانەدا ناكۆكییە ناوخۆییەكانی رێبەرانی پارتی دەستیپێكرد. هەرچەندە بۆ چارەسەركردنی كێشە ناوخۆییەكان هەوڵدرا، بەڵام هێزە ئەمنییەكانی دەوڵەتی توركیا ئەو كێشەو گرفتانەی قوڵتركردەوە. ئەنجامی ئەمە كوشتنی رێبەر و ئەندامانی بەڕێوەبەرایەتیی پارتیی لێكەوتەوە. ئەوە لە مێژووی بزاڤی كورددا وەك(بوویەرا سەیدان) جێیگر تووە.
(پ. د. ك –ت) بەهۆی ئەم پێشهات و رووداوانە، بەدوای یەكەوە دووچاری دەربەخواردن بووەوە، بەڵام پارتی لە خەباتی خۆی هەمیشە بەردەوام بوو. لەگەڵ ئەم كۆسپانەشدا، پارتی لە ساڵی 1973بە بەشداربوونێكی بەهێز، یەكەمین كۆنگرەی خۆی بەست. بۆ بەهێزكردنی رێكخستنی پارتی، ئەگەر كەمیش بووبێت، بەپێی هەلومەرجەكانی ئەو كات، خەباتێكی رێكوپێك كرا. ئەو هەڵوێستە بە بڕیارەی بووە ئاكامی بەستنی كۆنگرەی دووەم لە ساڵی 1975، كە درێژە پێدانی خەباتی بەردەوام كرد. زۆر بەداخەوە، لەگەڵ ئەم پێشكەوتنە پۆزەتیفانەدا، لە باشووری كوردستان شۆرشی ئەیلول دووچای شكست بووەوە، پارتی بەهۆی ئەم شكستەوە دەربەیەكی دیكەی بەركەوت. دەتوانین بڵێین، گشت رێكخستنەكانی دیكە، پارتی ئێمە و رێبازی (بارزانی)ـیان بە شكستخوزادرنی شۆرشی ئەیلول تاوانبار دەكرد. بێگومان لەو هەلومەجەدا بەردەوامكردنی خەبات زۆر بە زەحمەت بوو. لەدوای ساڵی 1975 قۆناغی نوێ بۆ پارتی هاتەپێشەوە، لەلایەك لە باشووری كوردستان سەرلەنوێ دەستپێكردنەوەی شۆڕش، لەلایەكی دیكەشەوە لە باكووری كوردستان بەهێزكردنی پارتی بوو. پێویستە بگوترێت لە ساڵی 1976پارتی هەم بۆ دەستپێكردنی شۆڕشی گۆڵان، هەمیش بۆ بەهێزكردنی خەباتی ئازادیخوازی لە باكووری وڵاتمان، هەنگاوی زۆر هێژای نایەوە. -جەنابی سەرۆكی هەرێمی كوردستان كاك مەسعود بارزانی لە پەرتووكی خۆیدا رۆڵی خەباتی (پ. د. ك –ت) لە دەستپێكردنی شۆڕشی گۆڵان باس دەكات. لە تەنگانەی ئەم رۆژانەدا، كە هەر كەس لە رێبازی بارزانی دووردەكەتەوە، بە رەخنەی زۆر توند هێرشی دەكرایەسەر، پارتیمان برایانی خۆی لە باشووری كوردستان بە تەنیا نەهێشت، بە هەموو شێوەیەك پیشتیوانیان بوو-. راستگۆ بوون، ئەم پارتییە هەر وەكو لقێكی پارتیی باشوور كاریكرد. بەهۆی ئەم هاوكاریكردنەشەوە، كۆسپی نوێی دروستكرا. هاتنە پێشەوەی گیروگرفتەكانی ناو پارتی باشوور، كە لەسەر رەتكردنەوەی رێبازی (بارزانی)ی نەمر دروست ببوون، كاریگەریی لەسەر پارتی ئێمەش كرد. ئەمە لە ساڵی 1977دا بووە هۆی پارچە بوونی پارتیمان.
لەلایەك ئەو گۆڕانكارییانە، لەلایەكی دیكەشەوە كاریگەریی بای بیرۆكەی ماركسیزم لەسەر كەسانی وڵاتپارێز و گەنجە شۆڕشگێرەكان، كە رێكخراوی جۆراوجۆریان پێكهێنابوو، ئەو بوارەی نەهێشتەوە، كە كورد لە باكووری كوردستان، بتوانێت ببێتە خاوەنی ئەلتەرناتیفێكی رێكوپێك. لەگەڵ ئەم راستییەش، ئەم گروپە شۆڕشگێر و خوێنگەرمانە رۆژ بە رۆژ لە پەرەسەندندابوون. چاڵاكییەكانی ئەو گروپانە لە سەرانسەری باكووری كوردستان، رۆژەڤی توركیایان داگیركردبوو. لە هەموو شارەكانی كوردستان كۆمەڵە و دەزگایان دروستكردبوو. بەڵام دەوڵەت هەموو هێز و تواناكانی لەهەمبەر ئەم پەرەسەندنانە بەكارهێنا. سەرئەنجام بە سەدان گەنج و شۆڕشگێری كورد كوژران. هێزە ملیتاریستەكان بەم بەرنامەیە بناغەی كودەتای (جۆنتای) سەربازیی داڕشتبوو. ئیدی هیچ كۆسپێك لە بەردەم هێزە ملیتاریستەكان نەمابووەوە. ئەوەبوو لە 12ی ئەیلولدا بە كودەتایەكی سەربازی جڵەوی دەستەڵاتیان گرتەدەست. لە ئاكامی ئەمەدا بە هەزاران كورد دەستگیركران و كوژران. زیندانی دیاربەكر شاهیدی ئەم بوویەرە شەرمەزارییەیە. زەمەنی ساڵانی (80)كان بە شەڕی چەكداریی (پەكەكە) پڕكرایەوە، ئەم شەڕە لە ئامانجە راستەقینەكەی زیاتر زیانی بە كورد گەیاند. بەهۆی ئەمەوە لە سەرتاسەری باكووری كوردستان، كارەساتێكی زۆر گەورە روویدا. لە سایەی ئەم شەڕەوە گشت كەسایەتی، رێكخستن و پارتەكانی دیكە دەست و پێیان بەسترایەوە. جگە لە (پەكەكە)، هیچ كەس مافی ئەوەی نەبوو، بچێتە مەیدانی رۆژەڤی سیاسەتەوە. دڵسۆزیی چەكدارانی (پەكەكە)، كە سینگی خۆیان لە بەرامبەر هێزە ملیتاریستەكان كردبووە قەڵغان، بووە قوربانیی سیاسەتی چەوتی سەرۆكایەتی (پەكەكە).
لە كۆتایی ساڵانی (80)كاندا ئایديۆلۆژی ماركسیزم - لینینیزم، كە لەسەر بنەمای ستالینیزم بونیاتنرابوو، تێكچوو. ئەمە لەگەڵ خۆیدا هەڵوەشانەوەی یەكێتی سۆڤیەتی هێنا. بەهۆی ئەمەوە كۆنژەكتۆری سیاسی لە سەرتاسەری جیهان گۆڕانكاریی بەسەرداهات. لەناو سۆڤیەتدا دەوڵەتی نوێ دروست بوون. ئەو دەوڵەتانەی لەژێر هەگەمۆنیای سۆڤیەتدا بوون، سەربەخۆیی خۆیان راگەیاند. بەمە گشت دیكتاتۆرەكانی ئەوروپای رۆژهەڵات چوونە زبڵدانی مێژووەوە. هەردووك دەوڵەتی ئەڵمانیای رۆژهەڵات و رۆژئاوا یەكیانگرتەوە. ئەم پێشكەوتنانە كاریگەرییان لەسەر رۆژهەڵاتی ناوەڕاستیش بەجێهێشت. رژێمی دیكتاتۆری بەعس، كە هەموو هێزی خۆی لە یەكێتی سۆڤیەت وەردەگرت، بە بێ پاڵپشت مابووەوە. ئیدی كاتی ئەوە هاتبوو، كە رێگە لە رژێمی بەعس بگیرێت، ئەو رژێمەی كە بەهاوكاری سۆڤیەتی ستالینیستی زیاتر لە نیو ملیۆن كورد و شیعەی كوشت، بە هەزاران گوندی كوردستانی وێرانكرد. بە كارهێنانی چەكی كیمایی، ئەنفالكردنی(182) هەزار كورد، بێسەروشوێنكردنی (8) هەزرا بارزانیی مێرخاس، ئاوارەكردنی زیاتر لە (200) هەزرا كەسی كورد لەساڵی1975بۆ ئێران، پەنابەربوونی دەیان هەزار كەس لە هەرێمی بادینان بۆ توركیا، تابڵۆی ئەم رژێمە بۆگەن و چڵكەنە بوو...
(زۆر بەداخەوە، ئەمڕۆ بەسەدان لایەنگر و كارمەندی ئەو رژێمە چڵكەنە، بە دەیان ئایدیۆلۆگی ستالینیستی لەناو دامودەزگاكانی كوردستان بەژن و باڵای خۆیان دەهەژێنن، ئەمە كۆسپێكی جددییە لە پرۆسەدۆری سەركەوتندا).
لە سەرەتای ساڵی 1991دا وڵاتە یەكگرتووەكانی ئەمریكا لەگەڵ هاوپەیمانەكانی هێرشیان كردەسەر رژێمی دیكتاتۆر. ئەو رژێمەیان لە كوێت دەرخست، گەنەڕاڵ شوارس كۆپف بە بڕیارەوە بۆ لەناوبردنی رژێم، رووی لە بەغدا كرد. بەڵام دیسان كۆنە ستالینیستەكانی یەكێتی سۆڤیەت، بە مەبەستی "بەرنامە لەناوبردنی رژێمی بەعس نەبووە، بەرنامە تەنیا رزگاركردنی (كوێت)ـە"، رێگربوون بۆ لەناوبردنی رژێمی بەعس. سەیرە، رۆژێك لە رۆژان ئەم راستییە، بەشێوەیەكی تەندروست لەناو راستای سیاسەتمەدارانی كورد گفتوگۆی لەسەر نەكرا. دەبێ مرۆڤ ئەمە بە بیری ئەو كەسانە بێنێتەوە، كە نیقاشكردنی ئەم راستییە لە بەرژەوەندیی ئەواندا نەبوو. سۆڤیەتی"گەورە"، لەكاتی بەكارهێنانی چەكی كیمایی لە هەڵەبجە، بە هەمان سیاسەتەوە پشتیوانیی لە سەدامی تكریتی كرد. كاتێكە لە ساڵی1988دا هەندێك لە وڵاتانی رۆژئاوا بە سەرپەرشتی ئەمریكا، ویستیان عێراق بەهۆی بەكارهێنانی چەكی كیمایی، لە (UN) تاوانباربكەن، لە سەرەتادا سۆڤیەت لەدژی ئەم هەوڵە دەركەوت. لەگەڵ ئەمەشدا رۆژنامەی پڕاودا هەواڵێكی بڵاوكردەوە كە "عێراق لەدژی كورد چەكی كیماییی بەكارنەهێناوە، ئەمە درۆی خودی (جەردەوانە) كوردەكانە". لە سایەی هاوكاریی سۆڤیەت، بەعس لەسەر كار مایەوە، بەڵام زۆر بەلاوازی. بەهۆی ئەم بێهێزبوونەی رژێمی بەعسەوە، بۆ كوردیش رێگە كرایەوە، كە وڵاتی خۆی، ئەگەر بەتەواوەتیش نەبێت، رزگار بكات.
دەستپێكردنی قۆناغێكی نوێ لە كوردستان
ئازادبوونی كوردستانی باشوور، كاریگەری خۆی لە گشت پارچەكانی دیكەی كوردستان كرد. زۆری نەخایاند، كورد لەناو رۆژەڤی دیپلۆماسی جیهاندا جێ خۆی كردەوە. گەڕە دیپلۆماسییەكانی كورد دەستیپێكرا. بەڕێز كاك مەسعود بارزانی و مام جەلال تاڵەبانی لە وڵاتانی ئەوروپا تا ئەمریكا دیداری گرنگیان سازكرد. سیاسەتمەدار و پارتە ئەوروپییەكان، كە لە پێشان ئامادەنەبوون لەگەڵ كورد دانیشن، ئیدی لەسەر ئاستێكی بڵند لەگەڵ سەركردایەتی كورد كۆدەبنەوە. ئەو باوەڕییەی كە "كورد ناتوانێت خۆی بەڕێوەببات"، بەتایبەتی كە لەلایەن سیاستمەدارە ئەوروپیەكان دروست ببوو، بە بێبنەما مایەوە!
هەرچەندە دەربازبوون لە فەرهەگی پێشمەرگایەتییەوە بۆ دەسەڵاتی سیاسی و ئافراندنی دامودەزگای ئیداری و حكومی زەحمەتیش بووبێت، بەڵام بە هاوكاری هێزە هاوپەیمانەكان، بە هەبوونی فیداكاری و دڵسۆزیی ئەو كات، كە لە فەرهەنگی پێشمەرگایەتییەوە سەرچاوەی دەگرت، بووە هێزی چارەسەركردنی ئەو زەحمەتییانە.
ئەو پێشكەوتنانەی كوردستان دەوڵەتە دراوسێیەكانی نیگەران كرد، كە هەر یەكەیان پارچەیەكی كوردستانی داگیركردووە، بەدوای تێكدانی ئەم رەوشەدا گەڕان. رۆژنامەوانی تورك جەنگیزچاندار لە ساڵی 1991دا، بە بێهۆ نەیگوتووە "لەمەودوا كارتی (پەكەكە) لەهەمبەر پێشكەوتنەكانی باكووری عێراق بەكاردەهێنرێن". هەر كوردێكی رۆناكبیر، دەبێ لەسەر ئەم تەسپیتەی جەنگیز چاندار بیر بكاتەوە، شەڕی (پەكەكە) لەدژی هێزەكانی باشوور، هەروەها شەڕی ناوخۆی باشووری كوردستان، ئەو تەسپیتەی جەنگیز چاندار بە بیر مرۆڤ دێنێتەوە. دەستێوەردانی وڵاتانی دراوسێ، كە بووە مایەی شەڕی ناوخۆیی، بە دەستوەردانی وڵاتە یەكگرتووەكانی ئەمریكا، لە ساڵی1998دا، بە پەیمانی واشنگتۆن كۆتاییهات.
گۆڕانكارییەكانی سەرەتای ساڵانی (90)كان، رێی لەبەردەم پارتی ئێمەش كردەوە. لە ماوەیەكی كورتدا پارتی هێزەكانی خۆی گەیاندە ئاستێك، كە دەیتوانی بە بێكەموكوڕی وەك (پەكەكە) دەستوەردانی رۆژەڤی بكردایە. بەڵام بەهۆی رەوشی هەستیاری باشوور، ئامۆژگاری و پێشنیاری برایانەی دەسەڵاتدارانی باشوور، ئێمە بڵاوەمان بە گشت هێزەكانی خۆمان كرد. نرخی ئەمە، بۆ ئێمە بە گران تەواو بوو، دیسان پارتی بووە دوو پارچە...
هەمدیسە پارتیمان لە ساڵی 1992دا قورسایی كاری خۆی خستەسەر مەیدانی خەباتی سیاسی. كۆنگرەی ساڵی 1992باشترین نموونەیە، كە كەسایەتییە سیاسی و رۆشنبیرە كوردەكان لەم كۆنگرەیەدا یەكگرتوویی خۆیان پیشاندا، كە لە هێزی جۆراوجۆرەوە هاتبوون. ئەم كۆنگرەیە بە بەشدارییەكی گەلێك بەهێز و گەرمی ئەم لایەنانە پێكهات، كە لە رێكخستنەكانی وەك رزگاری، ئاڵارزگاری، كاوە و گروپەكانی دیكە هاتبوون. پارتی وەكو هەموو جارێك بە بێئەوەی ستاتۆپەرستی بكات، رێگەی بۆ زانا و رۆناكبیرەكانی خۆی واڵاكرد. ئەمە لە ترادسیۆنی پارتیدا زۆر جاركراوە. هەر لە قۆناغی دامەزراندنی پارتی لەساڵی1965،1969،1975،1991،1992 دامەزرێنەر و كادرانی كۆن، بەدوای كادرە نوێیەكاندا رۆیشتوون، سەرۆكایەتی (پارتی)ـشیان داوەتە ئەم خوێنە تازەیە. بەم هەڵوێستە ترادسیۆنالە، پارتی توانیویەتی باوەڕییەكی مەزن بە كادرە نوێیەكانی بدات، باوەشی خۆی بۆ خوێنی تازە بكاتەوە، رێوەبەرایەتییەكەشی تەسلیم بەوان كردووە. گەلەكۆمەی "نیمچە ئنتەلەكتوئەلەكان" لەدژی ئەم یەكێتییەی پارتی سەركەوتوونەبوو. لەدوای ئەم یەكێتییە بەهێزە، هزری یەكێتی گشت هێزەكانی باكووریش هاتە كایەوە. مێژوو شاهدی ئەم هەوڵدانە دڵسۆزانەی (پارتی)یە. لە بورای خەباتی یاساییدا، لەگەڵ هەبوونی كەموكورتی لە رێكخستنی هێزێكی وەها، كە لەسەر ئەم خەباتە یاساییە، لە گەلێك لایەنەوە ئەژمار دەكرا، چ لە دەمەزراندنی پارتە یاساییەكاندا، چ لە دروستكردنی گەمەیەكی هاوبەش بۆ هەڵبژاردنی پەرلەمانتاران، قورساییەكی لە رادە بەدەر بەدیدەكرا. لەواری پەیوەندییە دیپلۆماسییەكان كاركرا. هەندێك وەزارەتی دەرەوەی وڵاتانی ئەوروپا پێشوازییان لە شاندی پارتەكەمان كرد.
لە ساڵی 1993دا (پ. د. ك-باشوور)، لەگەڵ رێكخستنەكانی دیكەی وەك پارتی گەل، پاسۆك، سۆسیالیست، رێكخستنی گروپی كوردیی فەیلی و یەكێتی دیموكراتی كورد، یەكێتییەكی زۆر بەهێزی دروستكرد. (پ. د. ك-باشوور) لە هەڵبژاردنی ساڵی 1992دا 51% دەنگەكانی بە دەستهێنا، بەهۆی ئەو یەكێتییەی كە لە ساڵی 193دا دروستیكردبوو، بە شێوەیەكی ئۆتۆماتیكی دەنگەكانی گەیاندبووە زیاتر 55%دا. ئەو بە هێزبوونەی پارتی، نیگەرانیی هەندێكی لایەنی لێكەوتەوە، بەهۆی ئەمەوە بناغەی شەڕی ناوخۆیی دانرا. زۆری نەخایاند لە دوای 6 -7 مانگ، كورد كەوتە نێو گەمەیەكەوە، كە بەمە شەڕی ناوخۆیی دەستیپێكرد. هەم دیسان خەباتی پارتیمان لەژێر سێبەری پێشكەوتنەكانی باشووردا مایەوە. هاوتەریب لەگەڵ بوویەرەكانی باشوور، پارتی ئێمە هەڵوێستی تەندروستی وەرگرت. بەهۆی ئەمەوە نیقاشێكی نوێ لەناو ریزەكانی پارتیدا دروست بوو.
لەبەرئەوەی رەوشی باشووری كوردستان بۆ ئێمە ئەوەندە هەستیاربوو، ئێمە هەموو هێزی خۆمان كۆنسەنترە(تەركیز)ی سەر پێشهاتەكانی باشوور كرد. ئەمە بۆ ئێمە زۆر روون بوو ، كە كاریگەریی ئەم هەڵوێستەمان، لەسەر ئەم یەكێتییە بەهێزەمان بە نرخێكی گران تەواو دەبێت. بەڵام بە هەر نرخێك بووبێت، لەوانە نییە پارتی كارێك بكات، كە ئەژمار بۆ رەوشە هەستیارەكانی باشوور نەكات. ئەم راستییە وابەستەیە بە فەرهەنگی پارتیمان. ئێمە، هەمیشە باشووری كوردستان وەك بیبیلەی چاومان پاراستووە. گەرەنتی بوونی مافی میللەتی كورد لە دەستووری هەمیشەیی عێراق، گرنگترین ئامانجی ئێمە بوو.
ئەنجامی گۆڕانكارییەكانی شەڕی ناوخۆی باشووری كە رووبەڕوومان بوونەتەوە
پێكهێنانی ئەنتەگراسیۆن (یەكانگیری)ی كادران لە نێوان كادرانی نوێ و كادرە كۆن، كە "كارتێكردنی پێشهاتەكانی باشوور رۆڵی خۆی هەیە". مانۆری سیاسی كە (هێشتانیش بەردەوامە) بۆ لەناوبردنی رێبازی (بارزانی)ی نەمر لە باكووری كوردستان، كە لەمیانەی ئەمەدا پارتیمان كراوەتە ئامانج، هەروەها لەلایەن خودی كادرانی پارتی تێنەگەیشتن لە راستیی فەرهەنگ و هێزی (پ. د. ك)، كە پارتیمان (ئەمڕۆ لە پرۆتۆكۆلی هێزەكانی ئاسایشی دەوڵەتی توركیا و لە داوانامەی ئەرگەنەكۆن، وەك هێزێكی ترسناك دەبینرێت)، لەگەڵ ئەمەدا هەڵوێست و تێڕوانینی هەندێك "نیمچەئنتەلەكتوئەلە" كوردەكان، كە لە ساڵی 1992دا پەیوەندییان بە ریزەكانی (پارتی)یەوە كرد، كە ئەم رەوشە(لەسەر كارەسات و شەڕی ناوخۆیی تا ساڵی 1998 لە باشوور بەردەوام بوو). پشتگوێخستنی پارتی باكووری كوردستان لەلایەن پارتی باشوورەوە.
لەگەڵ ئەوەی بوون بە هۆكاری لاوازبوونی پارتی باكوور، پارتی نەیتوانی رۆلی خۆی ببینێت، ئەمە تا كۆنگرەی نۆی 2005 بەردەوام بوو. لەگەڵ هەموو ئەم بەربەستانەدا، پارتی توانیی لە ساڵی2005 كۆنگرەی خۆی ببەستێت. ئێمە بە جۆشێكی مەزنەوە روومان لە خەبات كرد. رۆڵی پارتیمان، لە ناوەندی خەباتی بزاڤی ئازادیخوازی گەلی كورددا، وەك پارێزەرانی بارزانی نەمر دەبینرا. دیسان رێگە لەبەردەم ئێمەدا واڵابوو، ئێمەش دەستمان بەخەبات كرد. بەداخەوە، لە ئامادەكردنی كۆنگرەدا هەندێك هەوڵی نیگەتیف لەلایەن چەند كەسانی(لەخۆبایی) ئاستی كۆنگرەیان دابەزاند. ئەم كەسانە لە خەباتی رێكخستنی كوردیدا زۆرباش دەناسرێن، دەرەنجامێكی وەهای بەدوای خۆیدا هێشت، كە مرۆڤ ناتوانێت پێیەوە سەربەرز بێت. ئامانجیان لە خەباتێكی پیرۆز زیاتر تێركردنی رۆحی كەسایەتی خۆیان بوو. ئەوانە خاوەنی فەرهەنگی(با بچووك بێت، بۆ من بێت) بوون، بەڵام دوای ماوەیەك ئەو كەسانە لە دەسەڵات رایانكرد، رێگەی پارتی دیسان واڵابوو. جۆرە كادرێكی دڵخوازی خەبات دەست بەكار بوو. لەنێوان (2) ساڵدا چەند هەنگاوێكی جددی نران. لە رووی راگەیاندنەوە كارێكی زۆر باشكرا. كار بۆ دامەزراندنی دەزگا هونەرییەكان لە باكووری كوردستان كرا. بۆ بەردەوامیدان بە كاری دیپلۆماسی كۆمەڵە كەسێكی ئاستبەرز بە هاوكاری پارتی، گەلێك كاری سەرنجراكێشیان ئەنجام دا. لەمیانەی ئەم كارانەدا چەند دیدارێكی هێژا لەگەڵ پەرلەمانتارانی ئەوروپا، كۆمیسیۆنی ئەوروپا سازكران. هەر لەو سەروبەندەدا، دامەزراندنی "هەڤبەندی"، كە جگە لە (پەكەكە)، گشت پارتەكانی باكوور وەك پارتەكانی (هاك-پار) و (كادەپ) پێكهات، لەمبارەوە رۆڵێكی سەرەكیی بینی. لەم رووەوە پارتی بووە ئومێدێك لە باكووری كوردستان. گشت كەسانی وڵاتپارێز، رۆناكبیر و سیاسیی كورد چاویان لە خەباتی ئێمە بوو. پەیوەندییەكانی ئێمە لەگەڵ گشت پارتە كوردستانییەكان، بەتایبەتی لەگەڵ پارتەكانی باشوور جێی بایەخ بوون. لەم سەروبەندەدا ئەرگەنكۆنچییەكان هاتنە كایەوە. باشووری (كوردستان)یان كردە گۆرەپانی مانۆری خۆیان. لەمانە لە دەرەوەی كەركوك، پیلانی تێكدانی باری هەولێر و (سلێمانی)یان بەدەستەوە بوو. لە هێزەكانی باشوور زیاتر، هێزە ئەمریكییەكان بەدوای ئەواندا دەگەڕان. داڕشتنی پیلانی كوشتنی پارێزگاری كەركوك، لەڕێگەی كێشەی (جواڵ)ـەكەوە پووچەڵكرایەوە! ڤەدات یەنەر، كە لە باشوور وەكو رۆژنامەوانێك كاری دەكرد، كەسی من وەكو "پیاوی مەسعود بارزانی" دیاردەكرد، سەرئەنجام ئەو كەسە لەگەڵ ستراتیژیسیەنە (ئەرگەنەكۆن)ـەكان دەستگیركرا. ئاتیلا ئوگور، بەرلە دەستگیركردنی، لە ئیمرالی بەرپرسی ئاسایش بوو، ئەو كەسە لە سلێمانی دەسووڕایەوە. درێژ ئەل كەسێكی چەتەی ئەرگەنەكۆن بوو، لەلایەن هەندێك لە بەرپرسانی باشوور وەك مرۆڤێكی رێزدار پێشوازیی لێدەكرا.
توركيا و باشوور
لە ساڵی 1991 بەدواوە دەوڵەتی توركیا گشت هێزەكانی خۆی بۆ لێدانی دەسكەوتەكانی باشوور دەستەبەركرد، كە ئەمە وەك دیفاكتۆیەك لەژێر لووتیان دروست ببوو، ئەوانی نیگەران كردبوو. چەمكی سەختەكاری و فێڵبازیی "كورد و تورك بران" لەناو هەوڵەكانیاندا بەدیار دەكەوت. ئەو توركیای بۆ توركمانانی عێراق دنیای خراپ دەكرد، بەڵام بۆ دەسكەوتەكانی كورد، رزگاربوونی كورد لە زۆرداریی رژێمێكی فاشیست تەحەمولی نەبوو.
بۆ توركیا چاڵاكییەكانی حەماس رەوان، كادر و ئەندامەكانیشی بە قارەمان دەبینێت، بەڵام بارزانی و تاڵەبانی بە(سەرۆك عەشایەر" دادەنێت. چەكدارەكانی حەماس قارەمانن، بەڵام هێزی پشێمەرگە بە "جەردەوان" دادەنێت. چەكدارەكانی (پەكەكە)ش "تیرۆریست"ـن. بۆ مناڵەكانی فەلستین فرمێسك دەبارێنن، بەڵام مناڵەكانی كوردیش بە پشتیوانی(تیرۆر) لە قەڵەم دەدەن. ئەمە شتێك نییە قبوڵ بكرێت، ئەمە سەختەكارییە!
گەر مرۆڤ دەستی خۆی بخاتەسەر ویژدانی خۆی، دەبینێت كە (پەكەكە) لەهەمبەر كردەوەكانی حەماس، رێكخستنێكە لە مەلاییكەتەكان پێكهاتووە. تێڕوانینیان لەهەمبەر باشووری (كوردستان)یش بە هەمان شێوەیە. بۆ فەلستینییەكان داوای دەوڵەتێكی سەربەخۆ دەكات، كوردیش ناچاری دەسەڵاتی حكومەتێكی ناوەندگەرایی دەكات. سەرەڕای ئەمەش بووەتە پارێزەری(عێراقێكی یەكگرتوو). پەیوەندییە سیاسی و ئابورییەكانی لەگەڵ عێراق، لەسەر بنەمای پاكتاوكردنی حكومەتی هەرێم دروست دەكات. راستە، لەم دواییەدا هەندێك نەرم بوون، بەتایبەتی حكومەتی تەییب ئەردۆگان. بەڵام ئەم نەرمبوونە، بۆ خاتری چاوە رەشی كورد نییە. بەڵكو پەیوەستە بە هەڵوێستی وڵاتە یەكگرتووەكانی ئەمریكا و ئەوروپا. بێگومان پێشهاتە جیهانییەكان، ئیفلاسكردنی سیستەمی كەمالیزم، بەهۆی ئەمانەوە دەوڵەتیش ناچارییەوە پێویستە هەندێك "هەنگاو" بنێتەوە، بەڵام بە شێوەیەكی گشتی، دەیەوێت ئەمەش لەسەر ئەژماری پاكتاوكردنی بزاڤی كورد بێت.
دانوستانی سیاسییان بە ناردنی شاندێك بۆ باشووری كوردستان دەستیپێكرد، كە ئەم شاندە بەسەرۆكایەتی راوێژكاری (میت) ئەمرە تانەر بوو. ئێستا بە پێویست نابینم زیاتر لەسەر دەتاكانی راوەستم. بە بێئەوەی كۆنسەپتێكی چارەسەری پێشكەش بكەن، بە فەرمی داوای پاكتاوكردنی گشت رێكخستنە چەكدار و ئیلەگالەكان (نایاساییەكان) دەكەن. سەیرە، لە رێگەی پەیوەندییەكانی دەسەڵاتدارانی باشوورەوە داوای پاكتاوكردنی قەندیل، (پەكەكە)، (پ. د. ك-باكوور و (پ. و. د) دەكەن. بەداخەوە...
ماوەیەكی زێدە بەسەر ئەمەدا تێپەڕنەبوو، كە هێزەكانی ئاسایشی دەوڵەتی توركیا لەژێر ئەم سیاسەتە نەرمەدا، پارتی ئێمەیان بە پارتییەكی(تیرۆریست) لە قەڵەم دا. ئەو پارتییەی لە گشت ژیانی سیاسی خۆیدا، بۆ رۆژێكیش بووبێت، چەكی بەكارنەهێناوە، كرا بە "تیرۆریست"!
لە هەموو لایەكەوە پاكتاوكردنی پارتیمان، (پەكەكە) و هێزەكانی باكوور دەستیپێكرد. دەستپێكردنەكە بە چ شێوازێكە، فیگۆرانەكانی كۆنسەپتەكە كێن؟ ئەم مەسەلەیە ئێستا كەمێك ئاشكرا دەكەم، ئەگەر پێویست بوو، بە هەموو دەتاكانیەوە بۆ رای گشتی رادەگەیەنم.
"كرانەوەی دیمكراتیك"
بەهەر هۆكارێكەوە بووبێت، ئەمڕۆ لە توركیا بڕوایەك دروست بووە، كە سیاسەتی ئاسمیلاسیۆنی دەوڵەتی توركیا سەركەوتوو نەبووە. سەد ساڵەی دوایین پڕە لە وەڵامی میتۆدی نامرۆڤانەی دەسەڵاتدارانی توركیا، لەهەمبەر سەرهەڵدان و خەباتی ئازادیخوازی گەلی كورد لەپێناوی مافە رەواكانی. كوشتن، لەسێدارەدان نەفیكردن وسیاسەتی ئاسمیلاسیۆن بەجارێك ئیفلاسی كرد! شەڕی چەكداریی (پەكەكە) بۆ دواڕۆژی توركیا بوو بە كێشەیەكی تایبەت. لە ئامانجی خۆیاندا كە دەیانگوت لە ماوەیەكی كورتدا هێزە تیرۆریستەكان لەناودەبەین، بەسەرنەكەوت. لەلایەكی دیكەوە لەژێر لووتیاندا، كورد لە باشووری كوردستان بوونەتە فاكتەرێكی سیاسی، كە دەتوانێت كاریگەریی لەسەر هەموو پارچەكانی دیكەی كوردستان هەبێت. هەڵوێستیان لەبارەی پەراوێزخستنی باشوور، كە هیچ كاتێك ئامادەنەبوون، لەگەڵیان دانیشن، بەسەرنەكەوتن! تێڕوانینە سەیروسەمەرەكانیان "بەناو پەرلەمانتۆ" و "بەناو كوردستان"، بەناچاری لە دەستەواژە سیاسییەكانیان دەرخست. بەكورتی، سیاسەتی دەوڵەتی توركیا بەسەرنەكەوت، دووچاری قەیران بووەتەوە. لەبەر ئەمەیە حكومەتی ئەردۆگان پێویستی بە هەندێك گۆڕانكاری دەبینێت. بەرنامەی خۆی بەناوی"كرانەوەی دیموكراتیك" راگەیاند. پێشان بەناوی"كرانەوەی چارەسەری بە رووی پرسی كورد"دا بوو. ئەو جوامێرانە، دەیانویست پرسی كورد چارەسەر بكەن، بەڵام هێشتا لە سەرەتادابوون كە پەشیمان بوونەوە. بەرەو دواوە گەڕانەوە، ناوی بەرنامەكەیان گۆڕی. دوورنییە، لە ماوەیەكی دیكەدا بە تەواوێتی واز لە بەرنامەكەیان بێنن. ئاخافتنەكانی ئەو دواییەی ئەردۆگان ئاماژەن بۆ ئەو راستییە. لە ئێستادا دیارە، كە هەموو هەوڵەكانیان بەرلە هەر شتێك بۆ پەراوێزخستنی هێزە چەكدارەكانی (پەكەكە)یە، لەگەڵ ئەمەشدا رێگرتنە لە بڵاوبوونەوەی هزری نەتەوەیی، كە رۆژ بە رۆژ لە باكوور بەهێزتر دەبێت. ئامانجی بنەڕەتییان گۆڕانی خودی كوردە، لەمەش خراپتر مەبەست دروستكردنی كوردی توركە. دەبێ مرۆڤ بپرسێت؛ گەلۆ ئەگەر كەسێك لە وشەی كورد و كوردستان را بكات، چۆن دەتوانێت بۆ چارەسەركردنی كێشەی كورد كەسێكی دروست بێت؟ راستە "كرانەوەی دیموكراتیك" رێگەی دیالۆگ دەكاتەوە، لەسەر پرسی كورد گفتوگۆیەكی ئازادانە بەڕێوەدەچێت، ئەمە دەتوانێت ببێتە رۆناكییەك بۆ نەتەوەی كورد، تورك و كەمەنەتەوەكانی دیكەش. بەڵام بۆ ئەمەش هیچ گەرەنتییەك نییە. هەڵبژاردنەكانی ساڵی 2011، دەتوانێت گشت بەرنامەكانی حكومەتی ئەردۆگان بشێوێنێت. یاخود چواچێوەی بەرنامەكانیان تەسكتر بكاتەوە. لەوانەشە وەكو ئێستا بە شێوەیەكی نارێك و پچرپچر بەڕێوەبچن. دەبێ لە بیر نەكەین، جددییەتی كۆنسەپتی چارەسەری، یاخود دیموكراتیزەكردنی وڵاتێك، تەنیا بەقسە ناكەوێتە واری ژیانەوە.
دیموكراسی بە شێوەیەكی پچرپچر نابێت! توركیا ناچاری هەڵگرتنی هەنگاوی رادیكالانەیە. ئەمەش بە هاتنە كایەی گۆڕانگاری لە یاسای بەڕەتیدا پێكدێت. دەبێ لە یاسای بنەڕەتیدا جێگیركردنی مافی نەتەوەی كورد بنێتە مەرجێكی بنەرەتی! ئەو هەنگاوانەی ئێستا دەنرێن، بەپێی یاسای بنەڕەتی شتی نایاسایین. بۆیە ئاراستەی ئەم هەنگاوانە بەرەو ئاقارێكی نادیارن. پێدەچێت ببنە هۆكاری كارەساتێك لە سەرتاسەری توركیا. بۆیە پێویستە ئێمەی كورد وشیار بین، داخوازیی جددییەت، دروستی و بڕوا پێدان بكەین. بڕواش لە ئەنجامی گۆڕانكاری لە بڕگە یاساییەكان سەرچاوە دەگرێت. لە مێژوودا گەلی كورد بڕوای زۆری بە تورك داوە. ئێمە لە مێژوودا بۆ پێكەوەژیان شان بە شانی برای تورك، لە كاتی ئۆسمانییەكان و دامەزراندنی كۆماری توركیا، لەدژی هێزە هاوپەیمانەكان شەڕمان كردووە. بەڵام لە دوایین كاتدا لەدواوە خەنجەریان لە پشتی كورد داوە، فەرموون با سەیری سەرهەڵدانەكانی ساڵانی 1925 – 1938 بكەین. بۆیە ئێستا رۆڵی دەزگاكانی دەوڵەت، سیاسەتمەدار، رۆشنبیر و ئەكادیمیسیەنەكانی تورك هاتووە، كە ئیدی دەبێ ئەوان باوەڕی بدەن بە گەلی كورد. ئێمە بە زیادەوە بڕوامان بە ئەوان داوە! ئەمە لەلایەك، لەلایەكی دیكەوە؛ بەهەر شێوەیەك بێت، لایەنی توركیا كۆنسەپتی خۆیان ئامادە كردووە، دەیانەوێت لەسەر كورد بسەپێنن. ئەوان دەیانەوێت بەم كۆنسەپتە دەست لە "تیرۆر" بوەشێنن. هێزە "رادیكالە"كان لەناو ببەن. بەمە دەیانەوێت لەهەر لایەكەوە "توركیایەكی ئارام" بئافرێنن.
گەلۆ كۆنسەپتی ئێمەی كورد چییە؟
بە بڕوای من، بەشیر ئاتالای وەزیری ناوخۆی توركیا، بەچ شێوەیەك بۆ سەرخستنی كۆنسەپتی خۆی سەردانی گشت دامودەزگاكانی توركیا دەكات، رای پارتی و كەسایەتیی سیاسی وەردەگرێت، دەبوایە كوردیش بۆ پێكهێنانی كۆنسەپتێكی هاوبەش، بە یەكەوە گفتوگۆ و دیالۆكیان بكردایە. ئەمە پێكنەهات... لە جیاتی ئەمە، بەدوای ئەوەدا دەگەڕێن بە "موخاتیب" وەربگیرێن، واتە "ئێمەین، نە كەس و هێزێكی دیكە!" بەڕاستی، هەبوونی هێزەكانی دیكە جێی پرسیارە. تائێستا لەدەرەوەی (پەكەكە)، بواری هێزێكی دیكە نییە، كە بتوانن دەستیان لە رۆژەڤی سیاسیدا هەبێت. ئەمە ماوەی (30) ساڵە گەمارۆی سیاسی لەسەر گشت هێزەكانی باكوور هەیە، هێشتانیش بەردەوامە! پێشهاتەكانی كۆنژەكتۆر و فاكتەرە بازرگانە سیاسییەكان، لە پشت دەرگا داخراوەكاندا، كوتەكیان لە گشت هێز و كەسایەتی باكووری كوردستان دا. لێرەدا راستییەك هەیە، لە سەرتاسەری جیهان، هیچ هێزێك وەك كورد بە فیداكاری و دەرفەتی خۆی تێكۆشینی بەردەوام نەكردووە. بەڵام هەوڵە فیداكارییەكانی بۆ سەركەوتن بەس نین. چەندین كەسایەتی هێژا هەن، كە (40) ساڵ زیاترە لەناو بزاڤی كورددا كار دەكەن، كە لە هەر بوارێكدا بوونەتە پسپۆڕ، ناتوانن لەهەمبەر كەسانی كەمالیستی وەك ئایسەل توغلۆك سەركەون. ئەمە ئیماژی بەردەوامبوونی كۆنسەپتی دەوڵەتی قووڵ بەخۆیەتی. (گۆڕانكاری ئەم رەوشە ئێستا دەستیپێكردووە).
بمانەوێ و نەمانەوێت ئەم پێشهاتانەی باكووری كوردستان، دەسەڵاتدارانی باشووری (كوردستان)یش پەیوەندار دەكات. ئەوانیش لەناو ئەم پرۆسەدۆرەدان. هەوڵەكانی پاكتاوكردنی هێزەكانی باكووری كوردستان، كاریگەرییەكی مەزن لەسەر ئەوانیش دەكات، بە زیانی ئەوانیش تەواو دەبێت. سەیرە، گەلۆ بەڕاستی نازانن، یاخود ناتوانن بیبینن؟ چۆن ناتوانن بیبینن، توركیا لە بنبەستكردنی رەوشی كەركوك رۆڵێكی سەرەكیی هەیە؟ لەبەر چییە، ئەردۆگان لە كاتی سەردانەكەی بۆ بەغدا پێشنیار دەكات، كە ئەوان ئامادەن هێزی سەبازی لە كەركوك جێگیر بكەن؟
دیارە، كە توركیا بەدوای "پەیمانی موسڵ"دا دەگەڕێت. ئەم پەیمانە لە 5/6/1926 لە نێوان توركیا، عێراق و بریتانیادا پێكهات. بەپێی ئەم پەیمانە توركیا لە ولایەتی موسڵ دەكشێتەوە، بە مەرجێك هیچ گۆڕانكارییەكی جوگرافی لە ستاتۆی هەرێمەكە دا نەكرێت، یانی هەرێمی كوردستان. لە هەمان پەیماندا، توركیا ئەمەی گەرەنتی كردووە، كە بتوانێت سنووری باشووری وڵاتمان ببەزێنێت، بۆ ئەوەی بەدوای نەیارەكانیدا بگەڕێت. لە دەرەوەی (بارزانی)یەكان، كێ بوون ئەو هێزە نەیارانە؟ ماوەیەكی كەم بەرلە پەیماننامەكە (شێخ عەبدولسەلامی بارزانی) لە سێدارە درا. توركیا ئەمەی بۆ خۆی كرد بووە ئامانج؛ كە شەڕی گشت بارزانییەكان بكات، ئەوان لەناو ببات. لە دەسپێكی ساڵی 1940 لە باشوور و رۆژهەڵاتی وڵاتمان، بزاڤی ئازادیخوازیی گەلی كورد دەستیپێكرد. لە ئەنجامی ئەمەدا لە 22/1/1946دا كۆماری كورد لە مەهاباد دامەزرا. هێزی بارزانییەكان رۆڵی هەرە گرنگیان تێدا بینی. دیسان ئەمە توركەكانی نیگەران كرد، كە (2) مانگ لەدوای دامەزراندنی كۆماری كورد، لە 29/3/1946دا توركیا بەناوی "پەیمانی پەیوەندیی دۆستانە" لەگەڵ عێراق هاوپەیمانییەكی مۆركرد. بەپێی ئەم پەیمانە توركیا ئەم مافەی پێدرا، كە بتوانێت ئۆپەراسیۆنی سەربازی لە باشووری وڵاتماندا ئەنجام بدات. واتە ئەمە لەسەر بنەمای نەهێشتنی بارزانییەكان كرابوو. بۆ ئاگاداریی هەندێك لە ئۆپتەمیستەكانی باشوور، ئەو كات چیرۆكی (قەندیل) و (پەكەكە) نەبوو.
ئێستا سەردەم گۆڕاوە، چاوی هەموو دنیا لەسەر پێشهاتەكانی رۆژهەڵاتی ناوەڕاستە. ئەگەر بە شێوەیەكی كەمیش بێت، بەڵام كورد لەناو پەیوەندییەكانی نێونەتەوەییدا جێی خۆی گرتووە. توركیا ناتوانێت وەكو پیشەی هەموو جاری بە پەیمانی ئیلەگال هێرش بكاتە سەر كورد. بۆ ئەمەش بە پیلانی سەختەكاری (جامبازانە)، كە هێشتان دیارنییە لەناو "كرانەوەی دیموكراسی"دا چ هەیە، دەیانەوێت رێگە لە پێشكەوتنەكانی كورد بگرن.
گەلۆ تا چ رادەیەك كورد لە سەختەكارییەكانی توركیا ئاگادارە؟ لەراستیدا پرسی هەر گرنگ ئەمەیە! بۆچی دەسەڵاتدارانی باشوور بێدەنگن، ئەم ئۆپتمیزمە لە كوێ دێت! لەسەر چ بنەمایەك كۆنسەپتی سەختەكاری بە "باش" دەبینن؟ بۆچی لەمبارەوە رای براكانی خۆیان وەرناگرن، بەتەنیا بەجێیان دەهێڵن؟ ئایا تا هەنوكە سەبارەت بە "كرانەوەی دیموكراتی" هیچ لێكۆڵینەوەیەكی سیاسی كراوە، یاخود نا؟
لەبەر چی مام جەلال لە بانگەوازییەكەی خۆیدا كوردانی باكوور هاندەدات، كە "ئەوان ئاقڵ" بن، لە دەوری (ئاكەپە) كۆببنەوە! ئایا لەنێوان پارتی مالیكی و (ئاكەپە)دا چ جیاوازییەك هەیە؟ بەڕای من، جیاوازییەكی ئەو و تۆیان نییە، كە بتوانرێت كوردەكانی باكوور هان بدرێن، لە دەوری (ئاكەپە) كۆببنەوە. ئەم هەڵوێستەی مام جەلال بەڵگەیەكە، كە ئەوان چارەسەریی كێشەی كورد لە توركیا، لەناو كۆنسەپتی حكومەتی ئەردۆگاندا دەبینن.
خوا دەزانێت، ئاخۆ لە پشت دەرگە داخراوەكاندا چ جۆرە كلاوێك بۆ سەری كوردانی باكوور دەدوورێت. بێگومان ئێمە پێویستیمان بە ئامۆژگاری و ئەزموونی برایانی باشوورمان هەیە. ئێمە لە مێژووی بزاڤی خۆماندا بۆ چەندین جار سەلماندوومانە، كە ئێمە گەلێك بایەخ بە ئەزموونی ئەوان دەدەین. بەڵام ئەم هەڵوێستەی ئەوان تەنیا خزمەتی تێكچوونی هێزە نیشتیمانپەروەرەكان دەكات. وەكو لەسەرەوە ئاماژەم پێدا، ئێستا پێویست ناكات داتاكان ئاشكرا بكەین. بەڵام بەداخەوە بەشێكی گرنگ لە دەسەڵاتی سیاسیی باشوور، ناڕاستەوخۆ پشتیوانی لە كۆنسەپتی "كرانەوەی دیموكراسی" دەكەن. لە راستیدا كارەساتی هەرە گەورە ئەمەیە!
مرۆڤ ناتوانێت گلەیی لە نەیارانی خۆی بكات. هەر لەو كاتەی لە ئاسیای ناوەڕاستەوە هاتوونەتە هەرێمی رۆژهەڵاتی ناوەڕاست، خەریكی هەڵخەڵەتاندنی كوردن. هەروەها كورد لەدژی كورد بە كاردەهێنن. ئەمە ترادسیۆنی باب و باپیریانە. بەڵام كاتێكە برایانی ئێمە، ئێمە ناچاری كۆنسەپتی بێناوەرۆك بكەن، ئێمەش مافی ئەوەمان هەیە، بیر لە خۆمان بكەینەوە، داوای مافی خۆمان بكەین.
كاتێكە حكومەتی عێراق، ئۆتۆنۆمییەكی كارتۆنیی لەسەر ئەوان سەپاند، ئێمە بە هەموو توانایەكمانەوە، لەپێناوی ئۆتۆنۆمییەكی راست و دروست پشتیوانی ئەوانمان كرد. راستە كە گۆڕانكاری بەسەر ئەم سەردەمەدا هاتووە، بەڵام دەبێ ئێوەش بەپێی توانای خۆتان لەپێناوی دەستەبەركردنی چارەسەرییەكی راست، پاڵپشتیمان بكەن. ئێمە لە برایەتی دەرەكی تێر بووین، ئێمە داوای برایەتییەكی راست دەكەین، ئێمەش مافی خۆمانە، هیچ كەسێك ناتوانێت بۆ ئاسوودەیی خۆی مافەكانی ئێمە بخاتە ژێر پێیەوە!
دووبارە دەكەمەوە، ئەگەر توركیا لە بەرنامەكانیدا هەندێك راستگۆیانە بێت، دەبێ ئەمە بسەلمێنێت، كەوا سەختەكاری ناكەن. ئەمەش بە گۆڕینی یاسای بنەڕەتی دەستەبەر دەبێت، بەپێی یاسا ئەوە بەواتای چەسپاندنی مافی گەلی كورد دێت. بەپێچەوانەوە، ئەگەر كورد وشیار نەبێتەوە، هەر لە ئێستاوە داوای مافەكانی بە ئەنجامدانی چەند ریفۆرمێك كۆتا بكات، پرسی چارەسەریی كێشەكەی لە چوارچێوەی "كرانەوەی دیموكراتی"دا، بەلای زیادەوە وەك پرسی كەمەنەتەوەكانی ئەورپا "چارەسەر" دەبێت. برایانی ئێمەی باشوور، ئەگەر پشتگیریمان بكەن و نەكەن، ئەمە شتێكی دیكەیە. بەڵام دەبێ ئێمە ناچاری جێبەجێكردنی كۆنسەپتی بێناوەرۆك نەكەن. لە كاتی ئاوەرابوونیان سەرجەم پارچەكانی دیكەی كوردستان، یارمەتیی ئەوانیان دا. چ لە توركیا، چ لە ئێران و چ لە سوریا بە هەموو دەرفەت یارمەتییان دراوە. كاتێكە كادرانی باشوور لە ساڵی 1991دا نەیاندەتوانی سەد كەس كۆبكەنەوە، كوردی پارچەكانی دیكە، بە دەیان هەزار كەسیان لە سەرانسەری ئەوروپا بۆ خۆپیشاندان هێنایانە مەیدان. بە رادەیەكی زۆر میتینگ و مانگرتنیان سازكرد. بەڵام هەمان كەس، ئەمڕۆ لە هەولێر، سلێمانی و دهۆك لە بەردەگای ئەوان بوونەتە پەنابەر، بەداخەوە!
ئەم بێعەدالەتییەی ئەوان، سەرنجی گەلێك لە دیپلۆماتە ئەوروپییەكانیشی راكێشاوە. خاتوو میتران لەناو پەرلەماندا بە زمانێكی شیرین ئەوانی رەخنەكرد.
ئەو گوتی؛ "ئێوە لە من باشتر دەزانن، كە ئاییندەی نەتەوەی كورد، وابەستەیە بە كوردستانی عێراق، بۆیە ئەركی ئێوەیە هاوكاریی چاڵاكوانانی كوردی پارچەكانی دیكەی كوردستان بكەن، ئێستاش دەوری ئێوەیە هاوكاری خۆتان بۆ كوردەكانی پارچەكانی دیكە بسەلمێنن. هاوكاریكردنی ئێوە تاكە گەرەنتییە بۆ سەركەوتنی ئەوان".
پارتی دیموكراتی باكوور، هەر لە رۆژی دامەزراندنیەوە تائێستا گشت هێزی خۆی خستووەتە پاڵ بزاڤی ئازادیخوازی لە باشوور. ئەو هێرشانەی دەكرانە سەر پارتی باشوور، لە هەمان كاتدا دەكرانە سەر پارتی باكوور. ئەو كات ئێمە برا و هاوپشكی یەكبووین. بەڵام ئێستا وەك ئەندامێكی مەكتەبی سیاسیی پارتی باشوور دەفەرمووێت "ئێمە براین، بەڵام هاوپشك نین". وەكو ئەوها دیار دەكەوێت، ئەمە تەنیا هەڵوێستی كەسێك نییە، لە هەمان كاتدا گەلێك ئەندامی دیكەش خاوەنی هەمان هەڵوێستن. باشە چ بەرژەوندیی ئەوان لە بێهێزبوونی و پشگوێخستنی پارتیی "برا"دا هەیە؟ ئایا تاوانی ئێمەیە؟ بێگومان كەموكوڕیی ئێمەش هەیە، دەبێ قەبووڵی بكەین، كە ئێمە بێتواناین، كۆر و پەككەوتووین. باشە، مرۆڤ دەستی برای پەككەوتووی خۆی نەگرێت؟ بە بڕوای من، تێكچوونی (پ. د. ك-باكوور)، واتای نەمانی رێبازی بارزانی نەمر دەگەیەنێت لە باكووری كوردستان. لە راستیدا هەوڵەكانی دەوڵەتی توركیا نەهێشتنی لایەنگریی رێبازی (بارزانی)یە. لە رەوشێكی وەهادا پشتگوێخستنی (پ.د.ك باكوور) خزمەتی كێ دەكات. پ.د.ك باكوور، دەبێتە قوربانی هەڵوێست و ستراتیژیی هەڵە، كە دەكرێ لە رۆژێكدا لەسەر باشووریش بە نرخێكی گران تەواو ببێت. دەسەڵاتداری سیاسیی باشوور، نەتەنیا هێزە سیاسییەكان پشتگوێ دەخات، هەروەها پێشمەرگەكانی بەشەكانی دیكەش كە لە شۆڕشی ئەیلول و گوڵاندا بەشدارییان كردووە، پشتگوێ دەخات. قوتابی، دەزگا مەدەنییەكان رۆناكبیر و كارسازانی كورد(بزنسمان) وەك كەسانێكی هەتیم پشتگوێ خراون. گەلێك پێشمەرگە لە پارچەكانی دیكە بێماف ماون. بەر لە (2) –(3) ساڵ پێش ئێستا بە هەزاران كچ و كوڕی كورد دەیانویست لە زانكۆكانی كوردستان بخوێنن. ئەمڕۆ 70%ی ئەم داخوازییە كەمبووەتەوە. دەزگاكانی راگەیاندن لە پارچەكانی دیكە لەبەر دەرگاكەیان بوونەتە "سواڵكار". كارسازانی كورد مەغدوردەبن و كوردستان جێدەهێڵن. بەڵام كارسازانی تورك لە كوردستان گەورەترین تەندەر بەدەست دەخەن، تائێستا یەك كۆمپانیای توركیاش مەغدور نەبووە. خاوەنی زۆربەی ئەو كۆمپانیایانەش لەسەر بنەمای نەژادپەرستی سیاسەت دەكەن، هەروەها گەورەترین تەندەریش لە كوردستان بەدەست دەهێنن. نموومەی هەرە دوایین، سەرۆكی كۆمپانیای (یوكسەل)، سلێمان سەرڤەت سازاك، كە كوڕی (گوون سازاك)ـە، كە بەرلە (12)ی ئەیلول جێگری سەرۆكی (مەهەپە)ی نەژادپەرست بوو، سلێمان سەرڤەت سازاك خۆیشی ئەندامی (مەهەپە)یە، لە ساڵی 1999 لەسەر لیستی (مەهەپە) بوو بە ئەندام پەرلەمانی توركیا. ئەو كەسێكی نەژادپەرستە، لە رۆژی 29/10/2009 تەندری رێگەی كۆڕێ تا هەریر، بە بڕی (178) ملیۆن دۆلاری وەرگرت. هەر بەرلە چەند رۆژێكیش، جێگری سەرۆكی (مەهەپە) مەهمەت ئەكیجی، كە بە هاوكاری سەرڤەت سازاك سیاسەت دەكات، لە كۆنگرەیەكی لقێكی پارتەكەیدا، گەلێك سووكایەتیی بە سەرۆكی هەرێم مەسعود بارزانی و سەرۆك كۆماری عێراق جەلال تاڵەبانی كرد. دووبارەكردنەوەی ئەو سووكایەتییەی مەهمەت ئەكیجی بە كاك مەسعود بارزانی و مام جەلال نابنە شتێكی ئەخلاقی. با راوێژكارەكانیان زەحمەتێك بكێشن، كە چ بێرێزی بە سەرۆكەكانیان كراوە، زانیاری كۆبكەنەوە. وەكو ئاشكرایە (مەهەپە) لەسەر خوێنی گەلی كورد سیاسەت دەكات. ئەو تەندەرانەی ئەو لە هەرێمی كوردستان وەردەگرن، دەبنە چەك لەدژی برایانی باكووری ئێوە بەكاردەهێنرێن.
من لە ئەنجامی هەموو ئەو رەوشە نادیار و تاریكەدا، وەرگرتنی هەڵوێستێك بە پێویست دەبینم. بەم شێوەیە بەردەوامكردنی بێدەنگی تەحەمول ناكرێت. من لەلایەی خۆمەوە، وەك كەسایەتییەكی كورد دوا رۆژی ئەم سیاسەتە هەڵەیە، نابینم ئەنجامەكەی باش بێت. ئەگەر بە شێوەیەكی فەرمیش نەبێت، بەرلە 6-7 مانگە، من دەستم لە كاروباری پارتی كێشاوەتەوە. وەكو گەلێك لە كوردەكانی دیكە بەدوای رێگەی نوێدا دەگەڕێم.
لەم نێوەدا من داوای لێبوردن لە گشت كادر و ئەندامانی پارتی دەكەم، كە نەمتوانیوە ئەركەكەم جێبەجێ بكەم. لەهەمبەر پارتی و برادەرانم شەرمەزارم. بەڵام خوا شاهیدی گشت پێشهاتەكانە. من هەوڵی زۆرم دا بۆ ئەوەی پارتیمان لەسەر رێبازی بارزانی نەمر، بتوانێت ببێتە ئەلتەرناتیفێك، هەروەها رۆڵێك بگێڕێت، بەڵام ئێمەیان بە تەنیا هێشتەوە. ئەمڕۆ برایانی ئێمە لە رەوشێكی باشدا دەژین، هیوادارم كە باشتریش بێت، لێرەدا وتەی فەیلەسۆفی ئەڵمانی نیچە دێتەوە بیرمان، كە دەڵێت "مرۆڤ گەورەترین هەڵە لەو كاتەدا دەكات، كە رەوشەكەی باشە". لەبەر ئەوەی من هەڵوێستی برادەرانمان لە باشوور، سەبارەت بە ئێمە راست نابینم، بۆیە بە پێویستی دەزانم ئەم هەڵوێستە پرۆتەستۆ بكەم.
من هەڵوێستی دەسەڵاتدارانی باشوور پرۆتەستۆ دەكەم! ئەم پرۆتەستۆیەی خۆم بە رێپێوانێك لە هەولێرەوە تا بارزان رادەگەیەنم. من گلە و گازندەكانم دەبەمە حزوری بارزانی مەزن.
گەلۆ لەهەمبەر هەموو ئەو ناهەقییەی كورد لەگەڵ كورد، ئەگەر ئەمڕۆ بارزانی مەزن زیندوو بوایە، دەبوایە چیی بگوتایە؟ ئەگەر بۆ هەستانەوەی ئەو بۆ كاتێكی كەمیش فرسەت هەبوایە، بێگومان دەیگوت "نا، نەخێر ئەمە وڵاتی من نییە، رێگە بدەن با بگەڕێمەوە گۆڕەكەم!
رۆژهات ئامەدی
سكرتێری پێشوی پ.د.ك باكوور-
14.12.2009