Lotikxane

 

Þemal Amedî

 Dijminê dijminê min dostê min e

 

 

               NBC qûn li Tirkan qetand

Tirkoler li ber xwe nakevin. Ne rastîyê qebûl dikin û ne jî þerm û fedî dikin. Kurd û Kurdistan ji wan re bûye wek kabûsa xewnên þeva û ha ha pê vediciniqin, pê bi xwe de dimîzin.

Wê rojê televizyona NBC di nûçeyek xwe de behsa sê girtîyên Amerîkî yên li Îranê kir û pê re jî nexþeya Kurdistanê weþand. Piþtî weþandina nexþeya Kurdistanê, weke ku Tirkan hinek di ser jinên xwe de dîtibin, dîsa dîn û har bûn û dest bi êrîþa ser NBC kirin.

Çima ku xwedêgiravî NBC parçeyek Tirkiyê wek Kurdistan nîþan daye, Tirkoler pirça serê xwe hilçinîn, kirasê xwe çirandin û gotin: „Way qalleþler waaayyyyy, bi þeþ telaqan ev skandal e!“ û wek hespên serxweþ rabûn lotikan.

Werhasilî kelam, televizyona NBC bi weþandina nexþeya Kurdistanê qûn li Tirko qardaþlarimiz qetand. Hem jî çi qetandin haaaaaa, ew çîrvîrî hev kirin wesselam..

De aqûbet li televizyonên din jî be rebbî…Hema kî qûnê li cewrikên dêlika Asenayê biqetîne kar e û ne xisar e..

20.12.2009- Amerîka

 

 

 

Aha xîret û namûs ev e ha!

Þemal Amedî- 17/10/09- Amerîka- Gelo li gora we xîret û namûs çiye gelî xwendevanan? Parçeyek goþtê nav lingê jin û mêr e, yan jî her tiþt e? Li gora min her tiþt xîret e, her tiþt namûs e.

 

Kesê ku pozê wî /wê ji misqala serê derzîyê neþewite, ji þûjin, kêr û xincerê jî naþewite. Kesê ku pozê wî/wê ji libek nîsk neþewite û li liba nîska xwe xwedî dernekeve, li ber goþtê nav þeqê jina xwe /mêrê xwe jî nakeve. Kesê ku pozê wî/wê ji kujtina mirîþkekê neþewite û li mirîþka xwe xwedî dernekeve, li welat, millet, ziman û Kurdayetîya xwe jî xwedî dernakeve. Ango, namûs her tiþt e.

 

Axir, mesela me li ser xîreta jinika Amerîkî û bêxîretîya hinek ji me Kurdan bû.  De ji xwe re li xîret û namûsa xanim Rachel Begley binerin û bila pozê hinek Kurdên me biþewite. Helbet heger xîret bi wan re mabe ha.

 

Rachel Begley, di 13 salîya xwe de bavê xwe winda dike. Yanî, bavê wê li ber çavê wê ji alî qûnekekî ve tê kujtin û rebenê sêwî dimîne. Kujtina bavê wê di dilê wê de dibe kîn, dibe tol û heta 41 salîya xwe qatilê bavê xwe ji bîr nake, dide ser þopa ê qatil û dixwaze tola bavê xwe li erdê nehêle. Rachel Begley, tam 28 salan li seranserê Amerîkayê þopa qatilê bavê xwe diþopîne.

 

Û encam?

 

Rachel xanim piþtî 28 salên bê rawestan, þopa qatilê bavê xwe dibîne û qatilê bavê xwe di balafirekê de dide girtin.

 

Hûn xîreta Rachel xanimê dibînin ne wilo?

Û em Kurd çi xwelîyê li serê xwe û bavê xwe dikin?

 

17-18 hezar Kurd bi navê faîlî meçhûl bi destê çeteyên dewletê hatin qetilkirin, 30-40 hezar Kurd di þerê bê armanc de hatin kujtin, 4 hezar gund hatin þewitandin, 4-5 milyon Kurd derbeder bûn, yên bûn jinfiroþ, yên bûn eroîncî, yên bûn diz û keleþ û yên di kolanên metropolan de qûna xwe dan.

 

Û dem û dezgehên ku qaþo xwe wek nûner û berdevkên vî milletê mazlûm dibînin çi bêjin baþe?

 

„Em amade ne 18 hezar Kurdên faîlî meçhûl ji bîr bikin!“

 

Û ji bo çi?

 

Ji bo Demoqratîk Kemalîzm Cimhûrîyetî.

 

Werhasilî kelam, de ka îcar destê xwe deynin ser wîjdanê xwe û bêjin gidî:

 

Kî bi xîrettir e?

 

Rachel Begley a ku 28 salan da dû þopa qatilê bavê xwe û ew da girtin, yan hinek Kurdên me yên ku Kurdistanê dikin bi qurbana Xelo û Celo?

 

 

Gelo çima Kurd seksê dikin?

Þemal Amedî- 08/09/09-Amerîka-  H eta niha me digot qey jinên Amerîkî mirîyên seksê ne û bêyî ku seksê bikin xew nakeve çavên wan. Lê lêkolînekê derxist holê ku ji bo jinên Amerîkî seks, tenê dermanê serêþê û acizîyê ye. Li gora lêkolîna ku hatiye kirin, dema serê jinên Amerîkî dêþe yan jî gava aciz dibin, dixwazin seksê bikin û pê serêþîya xwe û acizîya xwe derbas bikin.

Nivîskarên pirtûka “Why Women Have Sex?" (Çima jin seksê dikin) Cindy Meston û David Buss, di lêkolîna xwe de du hezar sedemên ku çima jin seksê dikin derxistine holê. Dixuye ku sedema kirina seks û avêtina lotikan tenê ne romantîzm e, lê gellek sedemên din jî hene. Çend sedemên ku herî giring in ev in:

-Rehetbûn, hizûr, derbaskirina serêþê, xilasbûna ji acizîyê, yan jî wek spasdarîya zilamekî a piþtî xwarina xwarinek xweþ. Yanî, jinên Amerîkî ne ji bo romantîzm û zewqê, lê ji bo sedemên din seksê dikin û xwe digevizînin.

Werhasil, piþtî vê lêkolînê, min meraq kir ka gelo Kurd çima û ji bo çi seksê dikin? Gelo ew jî ne ji bo xurandina laþê xwe seksê dikin? Ez behsa jinên Kurd nakim ha, na. Zilamên me lo. Ji xwe rebenên jinên me ne zanin bê orgazm çiye û ne jî zanin bê çend þiklên seksê hene. Ma çêkirina xwarinê, firaxþûþtin, anîn û mezinkirina zarokan dihêle ew tamekê ji seksê bikin? Na canim, tama çiiiii û halê çi!

Û zilamên me?

Li gora encama lêkolîna ku min bi 1999 zilamên Kurd re kiriye, derket holê ku zilamên Kurd jî ne ji bo romantîzmê seksê dikin. Ê naxwe çima dikin? Aha ji ber van sedeman babam:

-         Di siyasetê de karê wî baþ nameþe yan nikare di karê siyasî de tu gûyekî baþ bixwe, aciz dibe, tê malê û kerbê xwe di serê jina xwe re derdixe. Rebena jinikê digevizîne û hilê wê li milê wê dike.

-         Di karê bazirganî û ticarî de bi ser nakeve, winda dike û yan li pataxê dikeve (top davêje – îflas dike). Îcar tê malê, dîsa kerbê xwe di serê jina xwe re derdixe û wê ji hevde dixe.

-         Bê kar dimîne, li kolanan virde wêde lotik û zîtirkên bêkarîyê davêje, bêrîk vala ye, aciz dibe, tê malê û dîsa bazdide ser jinika reben û kerbê xwe di serê wê re derdixe.

-         Dixwaze bi rêyek kurt dewlemend bibe, diçe bi loto û toto dilîze, qezenc nake, aciz dibe, tê malê û dîsa kerbê xwe di serê xanima xwe re derdixe.

-         Zarokên wî bi ya wî nakin, ji wan aciz dibe, heyfa zarokan ji xanima xwe hiltîne û qûþê lê diqetîne.

-         Zugurt Aga ye, mêro li xwe danayne xwe muhtacî kesekî din bike, bêrîka bi qul lê qapanîyek mezin, bav û bra peran jê dixwazin, aciz dibe, dibe kufekufa wî, tê malê û dîsa kerbê hertiþtî di serê jinikê re derdixe, dest bi lotik û zîtirkan dike.

-         Xwarin ne bi dilê wî ye, yan dev ji cixarekiþandinê berdaye û bêhna wî teng e, bazdide ser jinika reben û lingên wê belbelotî hewayê dike.

Û bi sedan sedemên din.

Aha em Kurd jî ji ber van sedemên jorîn seksê dikin qardaþim.

Ê de ka bêjin lo:

-Kesî ji we ji bo romantîzmê seks kiriye?

 

 

 

 

Werin vê ecêbê. 21 salî û 167 flîmên porno

 

Þemal Amedî- 06/07/09- Hollywood- Gellek kes hene bi salan kefteleftê dikin ji bo ku bibin lîztikvan û stêrkên sînema û podyûman. Lê hinek kes jî hene ku xwedê bi elba mezin bi ser wan de dibarîne û bi lotikekê meþhûr dibin. Meselen lotikvana çiryayî û jihevdeketî Sasha Grey a 21 salî.

 

Sasha Grey 21 salî ye û heta niha tam di 167 flîmên pornoyê de (seksê) de lîztiye. Di van 167 flîman de tenê ew zane bê çend qirase di ser bedena wê re derbas bûne û çend xiyar û tirozîyan xwe lê pêçane.

 

Îcar hesab li cem we gelî lotikvanan. 21 salî û 167 flîmên pornoyê! Îcar bifikirin û bersiva vê pirsê bidin:

 

Gelo di van 167 flîmên pornoyê de (ku piranîya wan govenda garankî ne) çend kes li xwe ceribandine? Ez bêjim 300 û hûn bêjin 500 yan 1000.

 

Hûn xeyala xwe bidinê, piranîya stêrkên Hollywoodê yan jî stêrkên sînemayên Ewrûpî yan pornocî û xiyarqeþêr in û yan jî dîsa xiyarxur in. Dibêjin ji niha de derhêner li dû Sasha Grey digerin ku di flîmên xwe de cîh bidinê.

 

Îcar ev dinya bûye dinya haþa qûnek û qehpikan qerdeþim. Kesê/sa ku qûna xwe nede nan jê re nemaye wesselam….   

 

 

 

 

 

 

Fahîþeyên germik û nermik

 

 

Þemal Amedî- 05/06/09-Hollywood- Birastî ji rastîyê xweþtir tiþtek tune. Erê rastî tehl e û li zora piranîya mirovan diçe, lê kesên ji xwe piþtrast ji rastîyê aciz nabin. Û kesên ji bin xwe þil? Helbet, rastî li zora qûna wan diçe û xwe diingirînin.

 

Welhasil, mesela me li ser gotinên lotikvana seksî û doxînþil Megan Fox e.

Megan Fox, yek ji herî jinên bedew, seksî, agirpêketî û doxînþil e. Hem ew doxîna xelkê þil û pil dike, û hem jî xelk doxînê lê sist dikin. Yanî, rastî çibe ew e.

 

Axir, Megan Fox xanim di kovarekê de rastîya lîztikvanên Hollywoodê û sînemayê anî zimên û got:

„Gava hûn bi mejiyekî rehet bifikirin, hûnê bibînin ku em lîztikvanên sînemayê cûreyekî fahîþeyan (qehpikan) e. Ji bo em hinekan ramîsin û hinek tiþtan bijîn peran didin me. Mirovên din jî ji bo li wan ramîsan û lotikên me temaþe bikin dîsa peran didin. Birastî jî ev rûreþî ye“ filan û fîstan.

 

 Yanî, Megan Fox dibêje ku ji bo ew di flîman de hevdu radimîsin û lotikan li hev du dixin peran distînin û ev þiklekî qehpitîyê ye, kesên ku diçin sînemayê li wan temaþe dikin jî peran didin heqê bilêtan û ew jî þiklekî qehpîtîyê ye.

 

Ê de îcar hûn bêjin heyran, li gora we qehpîtî çiye?

 

 

 

 

 

 

Ev dinya bi pornocî û zinêkaran maye

 

Þemal Amedî. 10/05/09- Hollywood- Bawer bikin dinya bi pornocî, zinêkar, sextekar, diz û keleþan maye. Dinya ji insanê qenc re teng bûye. Yan divê meriv sextekar be, qehpik be, diz û çeqel be, yan jî meriv hew kare bi qencî û dilpakîya xwe bijî.

 

Welhasil, dibêjin lotikvana Amerîkî. Stêra porno û xistin û derxistinê Stormy Danîels, biryar daye ku di hilbijartinên sala 2010an de bibe namzeta senatoya Amerîkayê.

 

Stormy Danîels, dibêje ku „Senator David Vitter ê eyaleta Louîsîanayê bi kêrî qirûþekî nayê, mêro hbehda namûsa malbatê dike û hem jî diçe bi qehpikan re zinê dike. Ma ew ji min çêtir û binamûstire bavê min“ filan û fîstan.

 

Axir, ez wek îmana xwe bawerim ku wê lotikvana agirpêketî Stormy Danîels bibe senator û di senatoya Amerîkayê de lotik û zîtirkên germ û nerm bavêje. Ji xwe senatorên Amerîkayê li mahnakê ne, doxînsist û çavlider in. Ma kî naxwaze doxînsistek wek Stormy Danîels bibe senator û senatoya Amerîkayê bi tenûra xwe germ bike baba!

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Berazan cîh li Reþo teng kir

 

Þemal Amedî- 01/05/09- Waþîngton- Þewba (zekem, bapêþ) berazên Meksîkayê berê xwe daye Ewrûpa û Amerîkayê û qûþ li xelkê qetandiye. Dibêjin heta niha li Meksîka 300 û li Amerîka jî 133 elametên þewba berazan hatine dîtin û bi taybet li Meksîkayê gellek kes bi vê lotika þewba berazan mirine.

 

Axir, dibêjin dema Reþoyê me, yanî Barack Obama berî du heftan serdana Meksîkayê kiriye, karmendekî Qesra Spî jî pêre çûye û di dema serdanê de ketiye ber lotika þewba berazan, qûn lê qetiyaye û niha li Koçka Spî bûye qîr û qiyamet. Piþtî ku þewba berazan bi karmendê Koçka Spî re peyde bûye, di serî de Reþo û heta bi Clînton ketine helakê û ji tirsa ku bi þewba berazan bikevin, bûye vitvita kuna wan û derpî dagirtine.

 

Li ser bextê sîxurê Lotikxanê yê Qesra Spî be, dibêjin Reþoyê me di Koçka Spî de bi maske û rûdankan digere û carcaran jî çewalan dixe serê xwe ji bo vîrûsên þewba berazan nêzîkî wî nebin.  Hetta tirsek ewqasî mezin ketiye dilê wî û karmendên Koçka Spî ku hew wêrin herin avdestxanê jî. Îcar di ku de dimîzin yan dirîn em jî hê pê nizanin.

 

Welhasil, berazên Meksîkayê cîh li Reþo û Qesra Spî teng kirine û tirr ji wan berdane. Dibêjin niha þerê navbera þewba berazên Meksîkayê û Amerîkayê ji þerê miþk û pisîkê xirabtir bûye û herdu alî ketine kozik û kemînên þerê giran. Di destê Amerîkayê de bombeyên atomê û di destê berazên Meksîkayê de jî bombeyên vîrûsên þewbê hene. Herdu alî bi van bombeyên qirase êrîþî hevdu dikin û þer germ bûye, heraret 280 derece bilind bûye û doxîn li herdu alîyan sist bûye.

 

Ez serê we neêþînim, tofan, tirs û babelîska ku hatiye serê Reþo û serê lotikvanên Qesra Spî neyê serê kafiran rebbî.

 

Erêêêê erêêêê…. Kê digot wê rojekê beraz tirrê ji Amerîkîyan berdin law, waweylêêêêêê!

 

 

 

 

 

Seks xweþik dike

 

 

Þemal Amedî-15/03/09-Hollywood- Li ser bextê zinêkarên Hollywoodê be, dibêjin xwedêgiravî seks û lotikên erotîkî mirov xweþik, þahîk û spehî dike.

Li gor lêkolîn û lêpirsîna ku li ser 3 hezar û 500 jinên Amerîkî hatiye kirin, derketiye holê bandora seks û lotikan di xweþikbûn û bedewîya mirovan de pir e û kesên seksê dikin tim zînde û spehî dimînin.

 

Li gor tê gotin, di dema seksê de gera xwînê zêdetir dibe, baz û damar baþtir dixebitin û hormona bextewarîyê bi zêdeyî difûre. Ev jî bandorek erênî li bedena mirov dike û dibe sedema xweþikbûn û zîndebûna bedenê.

 

Li gor lêkolîna ku hatiye kirin, jina ku heftê 3 carî lotikan bavêje û seksê bike, 10 salan ciwantir û xweþiktir dimîne. Herweha dibêjim ku seks fêdeyek mezin li xebata mejî jî dike û di dema seksê de mejî ji dema normal qat bi qat zêdetir dixebite.

 

Îcar ji me gotin û li we kirin qerdeþim. Hûn seksê dikin nakin, heftê carekê dikin yan 100 carî dikin mesela we ye.

 

Lê hay ji xwe hebin ha, dema we seks kir û we wek ga û çêlekên nav garanê hevdu gevizand, hûn di ber re tirr û fisan nekin. Ji ber ew tirr û fis mirov serxweþ dikin û hewes mewesa lotikan bi meriv re nahêlin. Îcar hûn zanin….

 

 

 

Memikên xwe kirin wek zebeþên Diyarbekrê

Kevîn Kurdson- 07/02/09-Amerîka- Bêlome be û xwedê kesî þaþ neke rebbî. Ev navûdeng û timaya malê dinyayê heye ya, dijminê herî mezin e. Tew ji xwe nexweþî û karîyerîzma navdarbûnê ji nexweþîya brîna reþ jî xerabtire.

Welhasil, mesela me li ser Þeyla Hersley a Amerîkî bû.

 

Þeyla xanim tam 9 carî ket bin kêr û meqesên neþterîyê ji bo ku memikên xwe mezin bike. Piþtî neþtersazîya 9an, memikên wê ji zebeþên Diyarbekrê mezintir bûn û wek jina “herî memik mezin” xelat girt. Tew xelat ne bes bû, xanimê ket pirtûka rekoran a Guînnessê jî.

 

Hûn zanin her memikek wê çend kîlo ye? Tam 3 kîlo!

 

3 û 3 dikin çend? Dikin 6 kîlo. Þeyla xanim tam di bin 6 kîlo memik de virde wêde diheje.

 

Îcar hesab li cem we gelî xwendevanan. Gelo 6 kîlo goþt di nav doxîna we de ba, weyê çend rojan debar bikira!?

 

 

 

Keçkê gundê me buha ne werne sêva

Þemal Amedî- 14/01/09-Amerîka- Cêwîyên siyam Brîttany û Abîgaîl Hensen, bûm 18 salî û av li wan gerya. Dibêjin gingî kurmik û hormonên kamilbûnê dawa wan li serê wan pêçaye, dixwazin bicewizin û ji wan kurmikên lotikvan xelas bin.

Dibêjin cêwîyên bi bedenek û duserîyan dixwazin bi taybet bi qiraseyekî Kurd re bizewicin û ji ber vê jî serî li Lotikxanê xistin.

Þertên bûka me ev in gelî Kurdino: Divê yekî bejindirêj û 2.25 santîm be, simbêlboq be, 70-80 kîlo be, dewlemend be, karibe firaxan biþo, qûna zarokan balêse, xwarinê çêke û malê bimale.

Îcar Kurdên ku dixwazin bi keçek xweþik, duserî, nermik û germik re bizewice, bila serî li Lotikxanê xe. Em qelen ji we naxwazin qerdeþim. Tenê keça me bextewar bikin, dilê wê nehêlin, þertên wê bi cîh bînin û hûn li hev pîroz û bimbarek bin.

Ê de haydê, werin zewaca belaþþþþþþþþ.....

 

 

Bernedin, we berda jî bi dû mekevin

Þemal Amedî- 03/11/08- New York- Trimbêl bûne parçeyek ji jiyana mirovan. Lê trimbêlên ku difirin jî her wek xewn û xeyalekê ji mirovan re bûye hisret. Lê þikir ji xwedê re, va ev hisret jî ji holê radibe û wê xelk êdî bêtirs bi trimbêlê bifirin.

ÞÎrketa Amerîkî Moller Înternatîonal dixwaze Ferrarîya bi 400 hezar dolarî bifirînin û bi sê telaqan sûnd dixwin ku ewê hisreta firandina trimbêlan ji dilê xelkê derxin. Trimbêla ku hêza wê 800 bergîl e, wê li erdê 120 û li ezmên jî 240 kîlometro xurt here. Tê gotin ku wê buhayê vê trimbêla firoke bi milyonek dolar be û ewê bi sîstema sotemenî û ceryanê bixebite.

Îcar vê fersendê nerevînin gelî Kurdino. Têkevin dora tenûrê û ji xwe re firokeya erd û ezmên bikirin. Bi ellawekîl hûnê ji dora kirîna bilêtên tiyarê, ji rabûn û ketina tiyarê xelas bibin. Hema li trimbêla xwe siwarên, taþtêya xwe li Hewlêrê bi serok Barzanî re, firavînê li Silêmanîyê bi Mam Celal re, û þîva xwe jî li ezmanê heftan bixwin.

 

 

Jin ji bêhnê, mêr ji çav û burhan hez dikin

Þemal Amedî- 09/10/08-Hollywood- Li gora rapora Komela Psîkolojîya Amerîkayê, jin ji bêhna zilaman û zilam jî ji çav û burhên jinan hez dikin. Rapor diyar dike ku awirên çavê jinan û burhên bilind û rakirî bala zilaman dikþînin û agir bi doxîna wan dixin. Herweha jin jî ji bêhna zilaman hez dikin û gava bêhna çermê zilaman dikin, dibin wek çêleka nav garanê û didin lotikan.

Li ser bextê Prof. Rachel Hery be, piþtî lêkolîna ku li ser 231 jin û mêrî çêkiriye, dibêje: “Jin pir ji zilamê paqij û bêhna wan hez dikin. Gava bêhna zilêm dikin, dibin wek mirîþkên go garis di qirika wê de mabe û gêjo mêjo dibin” filan û fîstan.

Û di derbarê zilaman de jî dibê: “Bi elawekîl, gava zilam çav li jinên çavxweþik û burhbilind dikevin, dibin wek golkê nav garanê û wek gayê go mozik pê vede êrîþî derûdorê dikin” filan û dîsa fîstan.

 

Axir, de ka hûn jî biceribînin bê çi tê serê we yabo qurban….