Lotikxane

 

Senger Îloz

sengeriloz@hotmail.com

 

 Aqil taca zêrîn e, di serê her kesî de nîne

 

 

Rêdana Demokratîk

Gelî lotikvanên hêja piþtî navberekê, bi silav û hûrmetên xwe yên çareseriyeke demokratîk, aþtiyane û bê dilmayîn dixwazim balê bikiþînim ser bêjeyeke ku di van rojên dawî de pir tê bikar anîn. Ev bêje ji ber ku di rojeva Tirkiyeyê de ye û me belengazên kurd jî eleqedar dike zêdeyî adetê tê bi kar anîn.

Ev bêjaya em behsa wê dikin bi Tirkî ‘açýlým’ ango Demokratik Açýlým e. Ji ber rojevîbûn û girîngiya vê bêjaya nûgihayî em neçar man ku li ser wê hinekî rawestin. Mijar girînge û berî ku çaresiya tê hêvîkirin pêk were, pêdiviya me bi çareserkirin û rast bikar anîna vê bêjeyê jî heye.

Weke lotikxane dîsa em giraniya xwe di deynin ser vê mijarê jî û hewl didin ku li þûna zimanzan û nivîskarên me yên hêja ku her yek ji wan navekî li vê bêjeya navborî dike, em çareyekê bibînin û wan hemûyan ji vê gelemþeyê rizgar bikin.

Bi Tirkî ‘açýlým’ yekser standart e, lê bi Kurdî jî ‘Vebûn’ her çiqas zêde were bikar anîn jî hê ji bo çareseriyê ne bûye standart! Lewre Kurd ji ber ku heta niha tu çare û çareserî bi çavê xwe ne dîtine, di binavkirina bêjeyê de jî dûdilî û dûbendiyan dijîn.

Weke me got herçiqas bi wergereke yekserî peyva Vebûnê were bikar anîn jî, hin malper û nivîskar jî peyva ‘rêlibervekirin’ bi kar tînin. Ji ber ku em bi kurdî baþ nizanin mesela me jî dibe weke mesela ‘al birini vur ötekine’. Êdî bifikirin ku, hê me di peyvekê de jî li hev ne kiriye, gelo emê di riya çareseriyê de çawa li hev bikin? Malpera Lotikxane ku bi dîn û îman û bi sond û peyman ji bo zimanê Kurdî hewl dide, êdî ji neçarî berpirsiyariya enstîtuyan digire ser milê xwe û bi qasî zanîna xwe dixwaze xizmeteke standardkirina ziman bike.

Piþtî van sergêjiyan em dîsa werin ser mijara xwe û di vê bêjaya navborî ku wê qedera Kurdan diyar bike de, em dîtina xwe bînin ziman. Piþtî gelek lêkolînan, wekî Lotikxane me li ser bêjeya ‘açýlým’ ê biryarek da û emê vê biryarê bi xwendevanên hêja re parve bikin.

Peyvên Vebûn, Rêlibervekirin û hwd. têne bi kar anîn. Lê em jî dibêjin ‘Rêdan’ an jî ‘Rêdana Demokratîk’. Ravekirina vê bêjeyê pir hêsan e û di cih de ye jî. Ji ber ku armanc çareseriye divê peyvên me jî bi wê mantiqê bêne hilbijartin û fikirîn. Rêdan him rê dide him rê li ber vedike. Me ya xwe got. Bi hêviya ku ev Rêdan bibe sedema Vebûn û Rêlibervekirinan.

08.11.2990

 

 

 

Tirkîtiya Nû, Weþana Kurdî!

 

Gelî lotikvanên hêja, zîz û xesas, TV ya dewletê her diçe lotikên Tirkî û Tirkîbûnê li kurdan dixe. Di belgefîlmên bi navê ‘Anadolu Mayasý-Haveynê Anadolê’ de dixwazin bi qeweta îmanê derziya Tirkîtiyê berdin laþê reben û belengazên kurd! Em jî li ser navê ocaxa lotikxanê vê helbesta Melayê Cizîrî bibîr tînin: “Li ber çewkan û kaþûyan, Ji derba Turk û Hînduyan, Dibazim her wekî goyan, Dema ew têne meydanê / Bi de’wa tên me yexma kin, Di amê þûr û xewxa kin, Sewaþ û fitneyan rakin, Bi þûr ew têne talanê / Du talançî di meþhûr tê, Ji me’de eynê KAFÛR tê, Di têkil zulmet û nûr tê, Me KUFRÊ dî di ÎMANÊ, Me kûfrê dî di Îslam bî” 

 

Di TRT 6 ê de bi navê Haveynê Anadolê rêze-belgefîlm têne weþandin û di van belgefîlmên sosret de jî behsa mezinahîya Tirkî û Tirkîtiyê tê kirin. Heta tê gotin ku berî Qur’anê wehî jî bi navê kelamê ji Tirkîstanê ji Tirkan re hatiye þandin. Melayê Cizîrî di serdema xwe de gelek zelal þîrove kiriye û gotiye, me kufrê dî di îmanê. Ev nimûneyeke lê xuyaye emê hê gelek carên din rastî van wêþanên, paþverû û bêhnketî werin. 

 

Di van belgefîlmên ku bi nijadperestiyeke di bin perdeya îslamê de hatine amadekirin de, hin peyv hene ku mirov ji dîn û îmanê derdixin. Di van belgefîlmên di TRT 6 a ji bo kurdan wêþanê dike de têne weþandin, armanc nîþandana gewrebûna Tirkîtî û zimanê Tirkî ye.

 

Di ‘Haveynê Anadolê’ de wiha tê gotin: “Miletek bi zimanê xwe dibe milet. Ku te zimanê xwe winda kir ji miletbûna xwe jî derdikevî. Çand bi ziman dibe çand. Hemû gotinên pêþiyên me, hemû jiyana me, hemû dîroka me, hemû nirxên me, hemû baweriyên me, hemû di nava Tirkî de ne.” Þaþ fêm nekin baþ bixwînin ev gotin ne ji bo kurdan hatine gotin, lê ji kurdan re têne gotin. 

 

Herwiha di van belgefîlmên em behsa wan dikin de em gelek agahiyên din derbarê mezinahiya Tirkî û Tirkîtiyê de dibînin. Tirkên ji Asyaya Navîn û curbecur cihên din bi awayê dagirkerî hatine Anadolê, xwe wekî bingeha hemû miletên din nîþan didin û qaþo haveynê Anadolê jî wan daniye.

 

Di van belgefîlman de ji Xoce Nisredin û Mewlana bigire heta jiyan û serpêhatiya bi dehan kesayetiyên dîrokî bi Tirkîtî û Tirkbûnê ve têne girêdan û weke haveyn têne nîþandan. Ji wan re diziya fikr û ramanê jixwe rewa ye! Hema çi dîtibin xistine nav van belgefîlman û dixwazin bi þiklê îslamê û îmanê derziya Tirkîtiyê berdin laþê reben û belengazên kurd! Her ku kurd ne ew kurdên berê ne jî ewê heta hetayê dev ji van helwestên xweyî nîjadperestî bernedin. Xuyaye bi rêya TV ya kurdî heta ji wan were wê lotik li ser lotikan bavêjin û hewl bidin ku tirkîtiyê bi weþana kurdî empoze bikin. Em bang dikin û dibêjin êdî dev ji van lotikên xwe yên genî berdin. Hûn jî zanin ku hûn dereng mane paþam... 

 

25/06/09

 

 

Qeþmera TRT 6 ê Niþtîkê!

Gulfiroþên TRT 6 ê xebero bi Lotikxanê re hespê xwe dibezînin! Wey li min ev jî ji ku derket lawo!? Gotina me ji camêrê stranbêj Mêrdîniyo re tune ye. Lê hevala wî ya pêþkeþvan Nîþtîkê bi henek û tinazên xwe keviran bi serê me de dibarîne.

Niþtiya ku zorê dide xwe da ku bibe stêreke Kurd lixwe eþkere dike ku tenê heta dehan dikare bi Kurdî bijimêre û dema li ser kaxezê peyamên temaþevanan dixwîne, navê ku li ber wê nivîsandîne jî ji bîr dike.

Werhasil qeþmeroka TRT 6 ê Nîþtî henekan dike û bi wî devê xweyî çiloxwarî bixwe jî nikare bi wan bikene. Lê dîsa jî ew dev jixwe bernade û dide navê. Her cara ku devê xwe vedike dixwaze herkes pê bikene û li ser piþtê bikeve. Em weke navenda lotikan radigihînin ku ji xeynî Lotikxanê tu kes nikare xelkê me zikopiþto bike. Yên ku xwe biceribînin wê poþman bibin.

Waaa Niþtîkê! Guh bide me û dengê lotikên camêrên Lotikxanê bibe xwe û dev ji xwe û wan henekên xwe berde! Herî dawî jî em ji te re dibêjin were ji dibistana seretayî ve qeydiya xwe li Lotikxanê çê bike û him hînî Kurdî bibe him fêrî ken û henekên li mitbexa Lotikxanê dipijin bibe... !!!

11.06.09

 

 

 

 

Kî dîne kî dîne hêy!

 

Evqas cejn û rojên taybet ên pîrozkirinê ne bes bûn niha jî Roja Dînên Cîhanê derkete pêþiya me. Bê henek ev cejn jî weke yên din bi cur be cur çalakiyan tê pîrozkirin. Di çalakiyên pîrozbahiyê de, dînan gotiye ku ewê partiyekê ava bikin û bi izna xwedê desthilatiya welêt jî bi dest bixin!

 

Me jî digot yên ku dîn bin ji wan re her roj kêf û þahî ye. Lê mixabin ne wisa ye. Roja pîrozkirinê ya dînan jî heye û ew 12 mehan sebr dikin da ku vê roja xwe pîroz bikin.

 

Em nû pê hesiyan ku 7 ê meha Hezîranê Roja Dînên Cîhanê ye û ev roj jî bi çalakiyên jidil û can tê pîrozkirin. Komek dîn rabûn lotikan û li Çanakkaleya Tirkiyeyê bi jimareke 75 kesî gihane hev.  Dînên me bi otebosan derketin ser çiyê û him seyrana xwe kirin him jî Roja Dînan bi çalakiyên xwe yên taybet pîrozkirin. Komika dînan herwiha bi hinceta pîrozkirina vê rojê serokê xwe jî hilbijart û bi dîmenên balkêþ pîrozbahiyên xwe bi dawî anîn.

 

Piþtî hilbijartinan serokê Komeleya Dînan ê nû ku, bi hemû qulikên laþê xwe dikare cixarê bikiþîne û gelek cure teqle û lotikan dikare bavêje axaftinek kiriye û gotiye; ‘Ji bo ku em dengê xwe bigihînin hemû dinyayê emê partiyekê ava bikin û deshilatiya welat bidest bixin’.

 

08/06/09

 

 

 

 

Ava dîn guvaþtin!

 

Dîn guvaþtin pere jê derxistin. Gelî lotikvano ev bûyer raste û weke her car dîsa ne ecêbe ku li welatê Tirkiyeyê pêk hatiye. Ango gotina dîn û îman bûye pere tam jî li vê tê.

 

Li Stenbolê Tirkekî serê xwe wisa þixulandiye ku herkes lê heyirî dîmîne.. Diziya avê kir, ji bo neyê fêmkirin xaniyekî qaçax ava kir û þiklê camiyê da vê tesîsa xwe ku mela jî 5 wextan li wir azan da! Û herwiha camêr bi salan ev mizgefta sexte þixulandiye û ligel ku tu kesî neçûye li vê mizgefta sexte nimêj nekiriye jî ji aliyê tu kesê derdorê ve  ne hatiye fêm kirin...

 

Li gorî agahiyên çapemenî dide bûyer wiha qewimîye. Karsazekî xwedêgiravî jîrik û fêlbaz pêþî ji bo ku kaçaxçîtiya ava vexwarinê bike li ser kaniya avê xanî çêkiriye, ji bo ev neyê fêmkirin minareyek jî li ber xanî rakiriye û herî dawî jî melayek anîye ku rojê 5 caran jî li ser minarê azan daye!

 

Ev bûyer li Beylikduziya Stenbolê qewimîye û piþtî ku 5 sal di ser re derbas bûne hê nû derketiye holê. Xebero dibêjin ligel ku mela her roj 5 wext azan daye dîsa jî heta 5 salan tu kes bi vê ecêba kesnedîtî ne hesiyaye..

 

Melayê vê mizgeftê jî piþtî sextekarî derketiye holê xwe ji vê bûyerê þûþtiye û gotiye; Bi sê telaqên jinberdanê min hay ji bayê felekê tunebû.Min ji bo îmanê muezintî kiriye. Lê helbet tu kes ne dihat nimêjê! Lê min jî digot qey mumînên îslamê yên vê derê rêya mizgeftê dernaxin! Lê dîsa jî tiþtek nabe babam, ez têra xwe hebûm û min bi tena serê xwe cemaeta xwe dikir. Ji aliyekî av diherike di bin me re û diçe nav tankêran li aliyekî jî azan û nimêj. Ma mislimantiya ji vê baþtir û îbadeta ji vê kamiltir heye...!!!

 

24.04.09

 

 

 

TÝRÞÝKA ÞAREDAR!

 

Serokê Þaredariya navçeya Batmanê Kercosê Esat Öner, dîsa bi ser ket û bû þaredar. Öner, serfiraziya xwe jî bi Tirþikê pîroz kir! Wey hezar carî pîroz û bimbarek be! Lê ew herçiqas dibêje feodalî hilweþiyaye jî, bawer nekin û hûn tirþika xwe bixwin!

 

5 hezar Kercosiyên ku miriyê tirþikê ne tevî goþtê kelandî, savar û þêraniyê zikê xwe nepixandin. Herwiha dibêjin þaredarê me bi minasebeta dayîna tirþikê û mewlûdê axaftinek kiriye û tirr ji axa û feodaliyê berdaye. Þaredar gotiye;  “Êdî zihniyeta feodaliyê li navçeya me hilweþiya ye” filan û fîstan. Ango gotiye feodalî têk çûye û wî jî þaredarî bidest xistiye.

 

Em jî weke lotikxane bi germî tevlî vê gotinê dibin û dibêjin:"Ma  ev pîrozbahiya þaredariyê bixwe jî, ne nîþaneya feodaliyê ye? Keko ma tu nizanî tirþik û goþt her tim ji aliyê axayan ve dihate dayîn û hê jî ev wisa ye babam?"

 

 

Ji Batman Çagdaþ hatiye girtin

 

Lê þaredarê me yî modern dibêje; xwelî li serê feodaliyê be! Ma ev tirþika te da çi ye keko! Em nabêjin xwelî li serê feodaliyê be, lê em dibêjin heçê tirþikê nexwe xwelî li serê wî be!

 

Herçiqas þaredarê me feodaliyê lixwe daneyne jî, em jê re dibêjin were ser dînê xwe. Qerewat û çakêtê xwe bavêje aliyekî û car din li ser xwe bifikire.

 

Þaredarî li te û xelkê Kercosê pîroz û bimbarek be axacan!

           03/04/09-

 

       Lastîkên Newrozê 25 lîre!

 

Êdî cejna Newrozê jî weke cejnên Remezan û Qurbanê bû barek li ser piþta malbatên ku debara xwe bi gelek zor û zehmetî dikin. Ev bêkarî û qeyrana aborî ne bes bû cejna Newrozê jî rastî van rojên xedar hat. Xebero li Batmanê buhayê lastîkek kevnare bûye 25 lîre. Her ku Newroz nêzîk dibe jî ev bûha mîna dolar zêde dibe!

 

Êdî bifikirin Newroza ku me bi çi zor û zehmetî pîroz dikir, niha hê jî li me zortir bûye. Êdî gelê Kurd ji pîrozkirina Newrozê bêhtir ketiye mitaleya lêçûyînên cejnê. Li cejna Qurbanê þekir, cil, xwarin û goþt lêçûyînên sereke ne. Cejna Remezanê jî wisa. Lê cejna Newrozê ne wisa ye yaboo!

 

Digel hemû lêçûyînên din, di vê cejnê de agirek tê pêxistin ku hewceye venemire. Ji bo harkirina vî agirî ne komira dewletê ne jî êzing têrî dikin. Hewaya me têra xwe bi komirê qirêjî dibû lê bila agirê lastîkên Newrozê jî qurbana hewayê be looo! Bi kurtasî em çî bibêjin jî vala ye, êdî haþa bûye weke ayet ku Newroz bê lastîk nayê pîrozkirin! Bê pîrozkirin jî ew pîrozbahî qels û lawaz e!

 

Ku lastîk jî buhayê wan weke dolar bilind bûbe û her ku Newroz nêzik dibe bilindtir bibe emê çi bikin. Li gorî nûçeya rojnameya Batman Çaðdaþê buhayê lastîkan bûye du sê qatên kîloya goþt. Û vê jî deyne aliyekî, heba lastêkeke destê didûyan ya erebeyeke biçûk bûye 25 lîre. Hûn agirê ku di cejna Newrozê  tê pêxistin deynin ber çavê xwe û li lêçûyina giran a cejna netewî bifikirin.

 

Li gor agahiyên rojname dide me, di Newrozê de tenê li Batmanê salê dora 10 hezar lastîkî tê þewitandin. Îsal ji ber ku tu qedexe li ber cejnê tune ne tê hêvîkirin ku hejmara lastîkan hê jî zêde bibe. Lê qeyrana aborî di nûçeyê de ne hatiye hisabkirin! Her wiha tê gotin ku esnafên sanayiya Batmanê ji bo ku lastîkên wan neyên dizîn, hemû lastîkên xwe beriya Newrozê bi tomarî firotine.

 

17/03/09-Stenbol-

 

 

 

 

Pêgermokên TRT 6 ê!

 

 

Weke lotikxane me hin agahiyên gelekî girîng bidest xistin. Kurdên me yên ku li hawîrdorê dinyayê belawela dijîn xebero li ber deriyê avahiya navenda TRT’ê ya Enqereyê bi tesadufeke ku di 40 milyonî de carekê pêk tê rastî hev tên. Wey li vê ecêbê!

 

Me emrê xwe pîr kir lê heta em dû kes dihatin cem hev, di sed kolan û bajaran de em lihev difetîlin. Xwedê jê razî be serokwezîrê Tirkiyeyê her çiqas li derveyî qanûna deshilatdariya xwe tevgeriyabe jî bi vekirina televizyona Kurdî me tîne cem hev! Mala wî hezar carî ava be! Û em bi vê gelekî þanaz û kêfxweþ dibin ku ew sîmayên nav me yên hatine jibîrkirin ji nû ve werin bîra me. Xwedê xêra serok û wezîrên me qebûl bike û wan bi bihûþta xwe xelat bike! Bawerim niha hûn xwendevanên Lotikxanê yên hêja di dilê xwe de bilêv dikin û bi tîpên mezin dibêjin AMÎNNN!

 

Cihê ku me ev agahiyên taybet ji bo Lotikxanê bi dest xistine gelekî veþarî û bidizî ye. Lewma weke nûçegehan em çavkaniya xwe veþarî dihêlin. Bila kes nebêje ji filan an jî bêvan malperê ev agahî hatine girtin. Lewre rûmeta lotikvanan jî heye! Vê gotina min jî qet ji bîr nekin û bikin guhar ji xwe re.

 

Êdî em hinekî werin li ser mesela agahiyên xwe.

 

Belê weke hûn hemû jî pê dizanin ev qederê 15 salan e weþana Kurdî bi televizyonên curbecur dest pê kiriye. Û ev weþan jî her çiqas dibin sîya hin nêrîn û rexistinan de bin jî xizmeteke mezin bi taybetî ji bo zimanê Kurdî kirine. Lê heta niha jî gelek derdor û kesayetiyên Kurdîhez û xêrxwaz pir hindik an jî qet di weþanan de li gorî dilê xwe cih ne girtine. Lê piþtî weþana TRT 6 ê ev rewþ gelekî guherî. Ango wisa xuya dike. Digel ku heta niha çend kesayetiyên di civata Kurdan de navdar in bêbiryar bimînin jî bi qasî deh qatên wan li gorî agahiyên me bi dest xistine li dora avahiya TRT yê ya Enqereyê pêgermokan dikin.

 

Deshilatdariya dewletê wisa bi wan þêrîn hatiye ku, helbet ev þêrîniyeke duygusal e!, li ber deriyê avahiyê kon vekirine. Heta tê gotin ku hêzên taybet ên ewlekariya TRT ê gelekê wan ji ber derî qewirandine jî. Lê wan jî gotiye ‘demokrasilerde çare tukenmez’ û ji xwe re hin rêyên din dîtîne. Bi qasî em pê hay bûne yek ji van rêyan jî ew e ku, hin Kurdîhêzên me bi þibakeyên ofîsên midurên TRT ê ve hêlekan çêkirine û heta êvarî li ber þibakê vir de wê de xwe dihejînin!

 

Dîsa li gor agahiyên ku me bi dest xistine midûr û rayedarên TRT ê li zêdebûna Kurdîhêzan þaþ mane! Her wisa derî û þibakên xwe bi mifteyên qewîn girê dane ku kes  nikaribe bikeve hûndir û bibe bela serê wan. Dîsa li gor hin agahiyên ku me bidest xistine, heta hilbijartina þaredariyan bi selametî derbas nebe wê deriyên xwe ji tu kesî re venekin!!!

 

10/03/09-

 

 

Kurdîname û Serfermandarî 

Kurdê me bi mebesta ku zimanê me xwe biparêzin ango hebûna zimanê Kurdî bi rayedar û payebilindên dewletê weke fermî bidin qebûlkirin xwe dixin curbecur þiklan. Ji bo cejna qurbanê kurtenameyên pîrozbahiya cejnê bi Kurdî hatine amadekirin. Ev kurtenameyên ku bi Kurdî hatine nivîsin jî bi armanca ku ji bo sazî, rêxistin, partî û parlementeran re bêne þandin hatine amadekirin.

Em jî weke Kurdên ku xwe bi zamanê xwe þanaz û serbilind dihesibînin bi biryar û kiryarên wiha gelekî kêfxweþ dibin. Lê ne bi vê ecêbê!

Tiþtê ecêb çiye gelî lotikvano! Bi destûra we ji were vebêjim. Ev kurtename Partiya Nijadperest jî tê de ji Serfermandariya Tirkiyeyê re jî têne þandin. Ez qet naxwazim ku hûn min þaþ fahm bikin. Ji ber kû ez ne dijberê þandina van namêyên bi Kurdî yên pîrozbahiyê me. Ez wekî her mirovekî misilman dixwazim cejn di nav aþtî û biratiyê de werin pîrozkirin.

Ev kurtenameyên pîrozbahiyê ji hêla parlamenterên Kurd Hasip Kaplan û Sevahir Bayindir ve ji Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul, Serfermandar Ilker Baþbug, Serokê CHP'ê Deniz Baykal, Serokê MHP'ê Devlet Bahçeli û gelek rayedarên tirk re bi Kurdî hatine þandin.

Di vir de nakokî û gelemþeyek heye ku ji van derdorên name ji wan re hatiye þandin de, Serfermandarî heye û ew jî heta roja erefê jî bi balafiran bombeya bi ser çiyayên Kurdan de dibarîne. De were ne biece û weke þêtan bi çolan nekeve!

Ev jî ne bes e di nameyê de, “Em cejna we ya qurbanê û sersala we pîroz dikin, di xebatên we de serkeftinê hêvî dikin.” tê gotin. Me xebatên hemû derdorên din fahm kir, lê em tê ne gihiþtin bê xebatên çalak ên Serfermandariyê çi ne?!

Ji ber ku ev der lotikxaneye hûnê ji min bawer jî nekin. Lê dîsa jî dibêjim bêhenek we hemûyan fahm kir ev xebat çi ne ne wilo? Bombebaran û ruxandina çiya, gund û geliyê Kurdistan! Ma ev xebat ne hêjayî serkeftinê ne!

Ez ji Kurdan sebr û semaxê dixawazim. Cejna pezgurînê bi hêviya ku her roja we bi xwarina goþtê sor derbas bibe pîroz dikim

07/12/08

 

 

Niv îsên berê

 

Kevokim lê lê…

 

21/10/08-

 

Li îranê du kevok bi mebesta ku sîxuriyê li tesîsên atomî dikin hatin girtin. Ji van kevokan re cezayekî giran tê fikirîn! Em wekî lotikxane bi her hewayî piþgiriyê didin van kevokên ku niha li heps û zindanên îranê ne. Wekî têbinî em ji we xwendevanên delal ên lotikxanê re radgihînin ku, ev kevok ketine greva birçîbûnê û ji zindana îranê dengê strana; Kevokim lê lê kevoka sîxurim way way… bilind dibe!

 

Li gor çavkaniya Rojnameya Îranî Îtimadî Millî hatiye ragihandin ku, li Îranê nêzî tesîsên atomî du kevokên sîxur ango casûs hatine girtin. Hêzên ewlekariyê yên Îranê ev kevokên sîxur xistina bin kontrola xwe û tê hêvîkirin ku, cezayekî giran bidin wan. Sedema sûcdarkirina van kevokan jî ewe ku xelekên metal û kabloyên ku li stuyê wan hatine pêçandin e.

 

Herkes meraq dike bê dê ev kevok bi çi cezayê werin tewanbarkirin. Li ser bextê lotikxanê be hatiye ragihandin ku ev kevokên bi sîxurtiyê têne tawanbarkirin li zindanên îranê ketine gereva birçîbûnê û vê strana li jêr distrin.

 

Gelî lotikvano ev stran beriya van kevokên sîxur ji hêla stranbêjê Kurd ê nemir Hesen Cizrewî ve hatiye þîrovekirin.  Xuyaye van kevokên belengaz ên dibe ku bi eslê xwe jî Kurdbin stran jixwe re guherandine! Em jî ji were dibêjin kerem kin gotinên vê stranê. Lê  dema hûn bixwazin vê stranê bi serê xwe bistrin jî ji kerema xwe re pêþî guh bidin melodiya stranê û dengê Hesen Cizrewî.

 

Ez kevokim lê lê kevoka sîxur im way way

Li ser bana bin bana, li zêviyê persiyan ez hew diçêrim way way

Ez aþiqê lê lê keçka atomî me xwedêyo

kevokim lê lê lê lê lim lê lê

lê lim lê lê lê lim lê lê lê lim lê lê

lê lê lê lê lê lê kevoka sîxurim way way

 

Li ser banê atomgehê, van segbavên persiyan ez girtime xwedêyo

Çi xelekên metalî xistin stuyê min nizanim

Ji destê van zaliman hew difirim way way

kevokim lê lê lê lê lim lê lê

lê lim lê lê lê lim lê lê lê lim lê lê

lê lê lê lê lê lê kevoka sîxurim way way

 

 

 

Mandelîna Nêr!

 

12/10/08-

Ev ne zarokeke ku berî niha bi çend rojan ji dayîk bûye. Tibbê jî li ser vê mêweyê ji milyonan carek peyda dibe ne gotiye! Gelo ev mêweya ku bi her þiklê xwe diyare nêr e, çi mesajê dide?

 

Li vê ecêbê binêrin, di vê mêweya tamxweþ ku dema navê wê jî em dibihîzin av bi devê me dikeve tiþtekî bala we bikiþîne heye an na! Em gelek caran dibihîzin ku, pepikên du serî, duzayend, seqet û hwd. Ji dayik dibin. Lê heta niha me ne bihîstibû û nedîtibû ku mêwe û zebze bi þiklê zayêndiya însanan digihin.

 

Ev mandelîna nêr di nav selika bazarê de derketiye û heta niha jî nehatiye diyarkirin ku li kîjan herêmê gihaye. Lê dîsa jî bi piste pist tê gotin ku ev mêwe li herêma Behra Spî ya Tirkiyê di nav serayeke têr hormon de gihaye û hatiye heta sifreya me!

 

Dîsa senaryoyeke din heye ku, tê gotin; ev mandelîna piþtî Tirkiye destûr da keþtiyên leþkerî yên Emerîka û di behra wê re derbasî Gurcistan bûn Rusyayê îtxalata narenciyên Tirkî daye sekinandin û hemû mêweyên nêr ji derî vegerandiye! Em jî di vê baweriyê dene ku ev mandelina nêr wiha gihaye ber destê me…!

 

 

 

AIDS û Azadî

 

 11/09/08-

 

Eþkere bû ku li Kurdistana azad ango Baþûr her tiþt ne azad e! Sînorên azadiyê heta cihekî kakacan! Ji xwe ku li we nexweþiya AIDS’ê peyda bûbe dev ji hewandina nava welêt berdin girtîgeh jî ji we re heram e! Rayedarên herêma Kurdistan ji mêvanên welatê xwe re bi zimanekî zelal û delal dibêjin; ‘Ma we ji me pirsî û hûn bi AIDS’ê ketin. Hela hela! Qey dijmin we bi ser me de þandiye, da ku vê nexweþiya xedar li welatiyên me jî belav bikin. Kiþ kiþ vegerin çavê me we nebîne!’

 

Dema hûn bi nexweþiya xedar a AIDS’ê bikevin zanibin ku, Kurdistan ji bo we ne ewle ye. Rayedarên peytexta Herêma Federe ya Kurdistan Hewlerê bi daxuyaniyeke rojnamevanî dane eþkerekirin ku di salên çûyî de gelek kesên hatine serdena herêmê û xwestine mafê rûniþtinê bistînin ji ber peydabûna nexweþiya AIDS’ê paþ ve hatine vegerandin. Sedem jî li ber girtina pêxveçûna vê nexweþiya xedar hatiye nîþandan. Weke tê zanîn ev nexweþî bi piranî ji têkiliya cinsî peyda dibe li mirovan. Lê nayê wê wateyê ku tenê bi vî þikli ev nexweþî li mirovan dihesile. Her wiha hatiye tesbîtkrin ku bi gelek cureyên tibbî jî ev nexweþî li mirovan belav dibe.Mijara me ji vê nexweþiya kambax wêdetir azadiya mafê mirovan e.

 

Daxwazeke me heye ji nexweþên AIDS’ê re. Berî her tiþtî xwedê we bi selametî bike ku hûn jî vê nexweþiyê bifilitin. Dîsa jî haya xwe jê bikin û her deverên Cîhanê ji xwe re weke cihên bi ewle û turîstîk nebînin. Her wiha qet tengî welatên ku hêja tama deshilatî û azadiyê nû standine  nedin! Gelî AIDS’îno car din nekevin vê xeletiyê û neçin serdana Kurdistanê! Em ji we re ya xwe dibêjin. Wele tiþtê nedîtî were serê we ne bêjin ne gotine…

-----------------------------------

 

Tirba sosyetîk, Bardakçý Baba!

23/08/08-s

Li vî welatî hin tiþt diqewimin ku, mirov li wan ecêbmayî dimîne. Tirba Bardakçý Baba ku bi henekekê hatiye avakirin, li ber plazayeke ku li Stenbola Tirkiyeyê nû tê avakirin bûye cihê bawermendên sosyetîk! Piþtî ku ev rezdance û  plazaya ku dewlemendên Tirkiyeyê lê rûnin bi qede, di þibakeyên xwe de wê  li Bardakçý Baba binêrin û diayan bikin! De werin li vê ecêbê binêrin û ji îmanê dernekevin!

Çawa bû Bardakçý Baba

Þagirtekî zankoya diransazî, berî niha 35 salan li Fulya’ya Stenbolê kêlikek li erdê çikand û bi henekî li ser jî Bardakçý Baba nivîsî. Ew kêlik niha li ber siya plazayeke 35 milyon dolarî bûye Tirbeke miqedes! De werin li vê ecêbê binêrin.

 Lê þaþ nemînin ku, ev mezelê derewîn ê li gor þiklê plazayê ji nûve hatiye çêkirin sibe bibe  cihê xweefûkirin û diayên sosyeteya Tirkiyeyê! De bifikirin bê li vî welatî baweriya olî ketiye çi halî!

Li ser vê baweriya sextekarî divê em li xwe mikur werin û kêfa xwe bînin. Piþtî van eletewþiyan,  divê em jî zêdetir bi nirx û baweriyên xwe yên hêja serbilind bibin. Bêhna þeytanî û reklamê ji tirba Bardakçý Baba were jî hêjayî gotinê ye ku em weke wan bi kevir û kêlikên çikayî erdê li manewiyatê nagerin!  

 

   Baweþênka Ehmedînejad!

17/08/08-

Serokdewletê Îranê Ehmedînejad, li Tirkiyeyê rastî eleqeyeke wisa mezin hat ku berî niha di serdana serokê Emerîkayê Bush’de jî ev eleqe nehatibû nîþandan. Ehemedînejad xwe kêm nekir û ev eleqe bi baweþênkeke bayê nermik jê anî bersivand!

Gelo çima ev eleqe? Ji ber ku ev herdû serok him dijberên hev in him jî yek gawur e yek jî qaþo mucahîd e! Her wiha ev serdan ew qas bi nav û deng bû ku wê di dîroka Tirk û Persiyan de bibe xwedî cihekî taybet. Herdu serokên dewletên bi dijminatiya gelê Kurd jî têne naskirin mezheb jî ji holê rakirin û di mizgeftê de ligel hev rabûn secdê!

 Gelê tirk ku ev eleqe ji bavê xwe Bush re nîþan nedabû li ser mucahîdiya Ehmedînejad rabû ser piyan û ew bi dilgermî pêþwazî kir. Ehmedînejad jî bersiva vê eleqeya germ pêþî li mizgefta Sultanahmetê bi baweþênka ku l i cemeatê kir da! Ev bersiva serokê eceman jî dîsa bi bersiveke din hate dayîn û bi tekbîran wekî haþa pêxemberekî ew hate pêþwazîkirin.

Serokê rihqirêj jî çawa ku dibîne mirovên ker û kor li hember disekinin; qaþo bi dilnizmî gotin ser gotinan verîþiya û piþtî baweþênka mizgeftê wiha got: ‘Beriya her tiþtî ji bo tengasiya ku biboneya êrîþên siyonîst pêk neyên bi we hatiye kiþandin, ez ji we lêborîna xwe dixwazim. Lê ji bîr nekin! Vê jî zanibin! Ev ji ummeta me re nabin gelemþe! Nimejkirina min a li mizgefta suniyan wekî þiî helwesteke pir mezinî siyasî ye!’

Piþtî vê gotinê tirkên ker û ji xwe ne hewceye em bêjin bi qasî wan jî Kurdê ker ku xwe bi korîtî bi polîtîkayên oldariyê ve girêdane tiliyên xwe yên þehadetê rakirin û bejna xwe tewandin ji qatilê Dr. Qasimlo Ehmedînejad re.

Gotina dawî Ehmedînejad her çiqas Ataturkê tirkan bi çikê xwe hisab nekiribe jî bi gotinên xwe weke tîr di dilê miletê tirk ê olperest de çikand. Û bi vê serdanê xwest ku xwe bixe ser hemû seneman.  Bi baweþênka li mizgeftê li ser mêjiyê tirkan jî baweþênk kir û bi bayekî nermik derbas bû çû!

 

 

 

Ji Serok Berzanî çend lotikên dîplomatîk

 

Senger Îloz-23/06/08-Stenbol-Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî di gera xwe ya Ewrûpayê de li gor agahiyên me ji destê sisiyan bidestxistine çend lotikên dîplomatîk avêtine. Xal bi xal em van lotikan ji we xwendevanê jar û belangaz re þîrove bikin. Berî her tiþtî em van babetê ku bêhna lotikên dîplomatîk ji wan tê em rêz bikin: 1- Dîmokrasî û aramî 2- Terora Cîhanî 3- Berjewendiyên Bazirganî 4- Parastina Welatên Cîran 5- Pirsa Gelê Kurd û PKK’ê

Serok Berzanî çawa gihîþtiye welatên Ewrûpî bi dilnizmiyeke mezin derketiye pêþberî rayederên wan welatan û xuyaye dilê tu kesî jixwe nehiþtiye. Lê ev nayê maneya ku tiþtê dilê xwe negotiye! Her çiqas metirsî û wêrekiya gelê Kurd bi serê þujinê ji wan re nîþan daye jî nexwestiye pêwendiyên xwe bi tu kesî re bicemidîne. Tecrubeyên xwe yên dîplomatîk bi vê gerê re aniye asteke bilindtir û wisa xuya dibe ku ji niha û þûnde emê Serok Berzanî bi lotikên nermik û germik biþopînin.

Êdî em jî piþtî van gotinên ravekirinê bêjin bes e û ji kerema we re dest bi kitekitên van pênc lotikên dîplomatîk bikin. Ango bi çavê jar û belengazî raxin ber çavan.

 

Bijî Dîmokrasî

 

1-    Dîmokrasî û Aramî:

Serok Berzani bi vê babetê dixwaze ji cîhanê re bibêje vaye em jî gotinên we yên wekî hûn mîna perestgehan diparêzin ji xwe re pîvan dibînin. Bi me bawer bin em sîstema xwe li gor hîmên we ava dikin û birêve dibin. Bijî Dîmokrasî!!

 

2-   Terora Cîhanî:

 

Serok Berzanî bi rizgarbûna Eraqê ya ji Seddam û vir ve, bi mînaka terora navxweyî  dixwaze ji welatên mezin re bibêje; ma em li hember terorê birayê hevî ji dê û bavekî ne! De werin kekê min, me ji vê fitne û fesadiyê rizgar bikin! Lewra em jî bi qasî we dijberê hemû terora cîhanî ne û naxwazin li tu deveran aramî bê binpêkirin. Herweha teror jixwe li dijî pîvanên hevpeymanên mirovatiyê ye canekem!

 

Zebeþ e dendik reþ e, lê…

 

3-   Berjewendiyên Bazirganî:

Em hatin ser babeta herî girîng ku nan û avê gelê herêmê li ser vê lotikê ye. Ev lotikek dîplomatîk a wisa xurt e ku em dikarin bibêjin Serok Berzanî ev geþta xwe ya Ewrûpayê li ser hîmê vê lotikê avakiriye! Þîroveyên herî hêsa û zehmet di vê lotikê de dihewin. Gelo çima ez wisa dibêjim ma hûn zanin? ‘Zebeþ e dendik reþ e, lê mixabin her car ne gozel e!Di vê mirov pêþî zebeþ bitepîne biþkîne û li navê binêre ma ne wilo kaka! Çimkî carnan kal û kawî derdikeve!’ Piþtperdeya vê lotika dîplomatîk di vê gotinê de veþartiye gelî xwendevanên jar û belengaz.

 

Bê belge êrîþkirin eyb û þerm e cîran!

 

4-   Parastina Welatên Cîran:

Hin tiþtên ayan û beyan hene ku hûn ji mirovên kuçeyan bipirsin bersiva rastîn karin bi hêsayî bistînin. Ev jî ew meseleye! Li gor hevpeyvîne digel weþaneke Ewropî Serok Berzanî ji bo kêfxweþkirina welatê cîran Îranê lotikek xweþ avêtiye û ne xwestiye xemgîniyeke bêdil derkeve holê! Pirs ev e; gelo îran ji bo êrîþên çiya û herêma Kurdistanê bi Tirkiyê re hevkar e an na? Weylo! Ma ev çi pirse kekê mino dibêje Serok Berzanî û didomîne: “Beriya her tiþtî em ji tu kesî natirsin. Piþtî her tiþtî jî kekê mino hêja belgeyek wisa ne gihiþtiye ber destê me!” Wele tu ji kuçê bipirsî dê bêjin: Weyla li min hêja, doh bû me bi çavê xwe dît hatin ser me bombebarankirin û çûn. Ma piþtî êrîþan belgeya ku va ye me êrîþ anî ser we pê zanibin heye!

 

Piþtî van gotinan Serok Berzanî niha jixwe re gotiye we dît min çi lotik avêt cîranê xwe ha! Min ji hemû cîhanê re eþkere kir ku em ji tu kesî natirsin. Lê wekî hûn zanin cîrantî jî lazim e. Xwedê îqtîdara Kurdan berz bike rebbî!!!

 

5-    Pirsa Gelê Kurd û PKK’ê:

Di vê babetê de wisa xuya ye ku Serok Berzanî asta xwe ya Lotikên Diplomatîk bilinditir kiriye. Pêþî xwestiye bi gelemperî dilê gelê Kurd germ û nerm bike û paþê jî bi peyamek nermik û germik ji PKK’ê re xweþ kiriye. Hem ji cîran re rê nîþan daye û hem jî nexwestiye ku nîfaq têkeve navbera Kurdên bakur û baþûr. Li gor agahiyên destê çaremîn wiha gotiye: Birêzekan hûn her daîm peyamên gotûbêjkirinê ji xwe kêm nehêlin. Hema we dît ku cîran li we û me hate rehmê û em ji xezeba dijminê bêbav rizgar bibin! Ma ne wilo ye canekem…!

 

Neyse, zimanê dîplomasîyê zimanekî xweþ e, hunerek e û herkes nikare vê hunerê birêse. Hêvî ev e ku temamê siyasetmedarên Kurd di qada navnetewî de li berjewendîyên gelê Kurd xwedî derkevin û dijinatîya hevdu nekin.

  --------------

Li Heskîfê mîza Tarkan nehat!

Senger Îloz-17/05/08-Stenbol / Ma pozê kesî naþewite! Kurdno, demokratno, hunermendno, xwezaparêzno, xwedî meqam û meaþno, siyasetmedarên nav meclîsê ku bi raya gelê herêmê bêrikê xwe dane ber diravên îhaleyên dewletê bibihîzin vaye Tarkan gazî we dike! Xwedî li dîrok û derdora xwe derkevin! 

Tarkan wê ji Heskîfê re bistrê

Hunermendê Tirkiye yê di qada navnetewî de herî nav daye Tarkan, ji bo ku Heskîf tevî dîrok û xweþikahiya xwe dibin avê de nemîne berê xwe da Heskîfê û li wir konserek jî daye. Her bijî Tarkan siheta te xweþ be! Dîsa hejayî gotinê ye ku Tarkan mizgînî da ku, wê demek nêz de, strana li ser Heskîfê çêkiriye jî derxe pêþberî guhdarvanên xwe. Tarkanê ku ji bo vekirina ‘Komelaya Xwezayê’ tevî komek xweza û dîrokparêz çûye Heskîfê bi kêf û þahî hatiye pêþwazîkirin. Lê rebeno çi bike dîsa rastî çapemeniya ku li dû þopa doxina wî ne hatiye. Xebero li Heskîfê dema Tarkan li cih û warên dîrokî digeriya hinek rojnameger ji bo wêneyên jihevxweþiktir bikiþînin pevçûne û Tarkan heta bi zor wan jihev veqetandiye.

Li Heskîfê mîza Tarkan nehat!

Tarkan li Heskîfê qet bêhnteng nebûye û li gorî agahiyên me bidestxistine negotiye ‘miza min tê’ an jî ‘kýl oldum abî’ (peyveke aciziyê ye). Me ji vê geþta Tarkan derxist ku ew ne mirovekî bêdeb e! Her wiha mirovekî xwedî ehlaqekî baþ e jî. Em jî Tarkan pîroz dikin û dibêjin mala te ava. Xwedê ji te razî be. Te hunermendî û hiþmendiya xwe ya ji bo mirovatiyê raxistiye ber çavên çavekorî bûne!

Kerem kin Tirkizano!

Beþek ji axaftina Tarkan a li Heskîfê wiha ye:

'Bugün, dünyanýn dört bir köþesinden, doðanýn her bir zerresinden yükselen çaðrýnýn ete kemiðe büründüðü Hasankeyf'e dokunuyoruz. Doðanýn ihtiþamýna ve tarihin sesine ayný anda tanýklýk ediyoruz. Bu eþsiz coðrafyada, kuþlar, bitkiler, Fýrat kaplumbaðasý, kayalar ve Dicle Vadisi'nin insanlarý bizi ve deðiþen dünyayý izliyor. Tarihe nasýl bir iz býrakacaðýmýzý merak ediyor. Doða Derneði, Hasankeyf Ofisini açarak tercihini doðanýn ve uygarlýðýn yaþamasýndan yana kullanýyor. Köþklerimize duyduðumuz sadakat ve vicdanýmýz, bizi Ilýsu Barajý'nýn sessiz bir þahidi olmanýn ötesine geçerek Hasankeyf ve Dicle'nin yaþamasý için çalýþmaya zorluyor. Dünyanýn her yanýnda barajlarýn getirdiði zararlarýn sayýsýz örnekleri var. Barajlar, daha iyi bir yaþam ve iþ imkaný vaat ederken, geride býraktýklarý ise tahribat, çoraklaþma, göç ve ölüm. Sadece onlarca yýl ömür biçilen Ilýsu Baraj Projesi'nin sunduðu gelecek çok açýk; binlerce yýllýk tarihin ve benzersiz doðal alanlarýn yok olmasý. Projeye destek veren yabancý kuruluþlar, sonucunda doðal ve tarihi deðerlerin yok olacaðý böyle bir projeyi uygulamayý kendi ülkelerinde hayal bile edemezler.'

 

 

 

Þahiya Newroza Kurda xwîsî di gewriya xêrnexwazan de hiþt

 

 

Senger Ýloz-21/03/08- Stenbol/ Îsal cejna Newrozê bi yekîtî û þahiyên berztirîn li her deverê Kurdistanê hate pîrozkirin û pîrozbahî hîna berdewam in. Xêrnexwazên Kurdan di nûçe û hewldanên xwe de heta ji wan tê dixwazin li nav Kurdên bela welayî cîhanê bûne cudaxwaziyê bikin. Em Kurd bi riya Lotikxanê radigihînin ku beriya destpêka biharên xêrnexwazan Newroz hasil bûye kekê mino! Hûn xwe biçirînin jî Newroz Cejna Kurda ya netewî ye û hew…

 

Ji doh ve di medyaya Tirkiyê de bi mahneya ku Newroz cûda tê pîrozkirin, pîrozbahiyên Baþûrê Kurdistanê têne nîþandan. Ew  ji bo ku li Kurdistana Tirkiyê pêþiya rexneyên ji desthilatdariyê re, di Newrozê de têne kirin bigirin dikin.

 

Em dibêjîn xwe ne xapînin cewrikên Ergenekonê! Hûn biçirin jî hûnê nikaribin pêþiya pîrozbahiyên cejna netewî ya Kurdan bigirin û maneya vê rojê ya serhildan û rizgariyê jî hûnê nikaribin pûç bikin. Ev cejn tenê ji bo Kurdan ev qasî bi qedr û qîmet e. Ne cejna tirkaye bavêmino êdî xwe bes bixapînin. De herin 23 Nisana xwe pîroz bikin ma ne zêdeyî serê we ye! Binerin vaye GOOGLE  jî roja Newrozê bi kulîlkên kes û sor û zer pîroz dike û Nevruz nabêje, dibêje Newroz Newroz!

 

Teyyibo tu jî hew xwe bixapîne lawo! Bi tirs û xapan tevnegere! Me ji dîn û îmanê dernexîne! Pîrozkirina te ya Newrozê em ne qebul in. Tu çiqas bixwazî Newroza me tenê bi destpêka biharê ve girêbidî jî ji bîr neke ku NEWROZA me ji hemû biharên dinyayê mezintir û pîroztir e..!

 

Em Kurd bi riya Lotikxanê radigihînin ku beriya destpêka biharên xêrnexwazan Newroz hasil bûye û hew...

 

Beranê Giravê poþek li Teyyib û Gul da!

Senger Îloz16/03/2008-Stenbol- Beranê Giravê bang, li serokwezîr û serokomarê Tirkiyê Teyyib û Gul kir ku berî biharê werin îmanê! Beranê me Kurdan got ku bila bi pakêtên diyariyên xapinok neyên ser Kurdan. Ellawekîl ku biqeherim ezê poþekê li van herdu xwedêgiravî serokan bixim kul li erdê mexel bimînin! Beranê me dibêje serokomar û serokwezîrê Tirkiyê Gul û Teyyib, ew li giravê ji bo mêvandarî û ezimandinê her amadeye ku werin pêre çend lotikan bavêjin! Di domahîka daxuyaniya xwe de li ser babetê wiha gotiye: “Lawo ma hûn weke serleþkeran jî wêrek nabin. Beriya niha generalên we hatibûn cem min û digotin bibore kaka em nikarin bi leþkerî we têk bibin. Lewra çareriya me bi demokratîkbûnê ye hew.”

Teyyibo kerê ço ço bihedine!

Beranê Giravê quloçên xwe zivirandiye ser Teyyib û bi hêrs wiha dibêje: “Ev çi paket makêtin ulan kerê ço ço! Hun hê zarokê doh in. Min gelek pakêtên wiha dîtine. Hûn bi vî þiklî encex karibin terorê tehrik bikin. Ma hûn ker in çima fahm nakin. Wek sehrebazan bi okus-pokusan ma çareserî dibe. Dixwazim bi hiþmendî bê tevgerîn. Lewma bi min re bikevin diyalogê û hew. Çare ez im xwe bêçar nehêlin!”

Hêja uydiya(peyk) wan nîn e!

Beranê Giravê her wiha li ser vekirina kanaleke televizyonê ya bi Kurdî jî pir hêrs bûye: “Teyyibê ker dibêje; emê kanalek bi Kurdî vekin. Ez ji bangî wî dikim û dibêjim; Tu kî yî lawê berî bavê! tu bi çi xîretê li ser Kurdan biryaran didî? Kanala TV yê ya Kurdan jixwe heye kero ma li mala te uydî nîn e!”

 

 

Egîdê Cimo bû Amedî!

Senger Îloz- 04/02/08- Amed-

Me digot Kevirbirî didirîne na yabo na! Me Egîdê Cimo jî bi çavên xwe dît. Êdî mirin nîn e! Mîrê bilûrê hat Amedê û bilûra þivanê bajêr çawa girt, bi xewn û xiyalên vegera welêt lûrand û hey lûrand! Bilûrvanê bi nav û deng herwiha xwest giyana xwe ya ciwanî jî li Amedê bidomîne. Bijî û her bijî Egîdê Cimo!

Li me negire bavê mino, gotineke me ji te re heye. Tu dizanî çaxê bav û bapîrên te koçber bûn pezê xwe jî bi xwe re biribûn. Dîsa bawerim ji me bêhtir tu têdigihîjî ku tu yê nikaribî peywendiyê bi Amediyan re deynî. Li wan deran kýrýx mýrýx hene ku derpê jî bi mirov re nahêlîn! Weke Lotikxane em ji te tika û rica dikin bi þaredar neyê xapandin. Ew bi xwe jî bê ewlehî dernayê nav bajêr. 

Bila madê te tirþo mirþo nebe, gotinek meyî din jî heye: Tu her Egîdê, Mêrxasê Cimoyî, lê ji bo guhdariya bilûra te li wir tu pez nemaye ! Bilûrvanê navudengî, eger bixwazî li ser dîwarekî hember bexçeyên Hewselê bi tena serê xwe bilûrînî fermo! Me ya xwe got. Paþê nebêje, “Erê erê wey li min pepûko li min evdalo ev çibû min bi serê xwe kir û ketim vî halê xerab”  Wê çaxê berdevkê dengbêj û bilûrvanên Kurdistanê Salihê Kevirbirî jî nikare bi hewara te ve were! Mexeyide, lê wê êdî “Zindîkujên Mirîperest”  jî li ser te lotikan bavêjin.

Vir nexwînin xeter e!

Kevirbirî Kiye? Ev çend sal in ku tu dengbêj nehiþtiye li ser rûyê erdzemînê ku bi wan re lotikên dengbêjî neavêtiye. Demekê di Sibîrya re derketibû û li wir jî li dû þopa dengbêjan bû. Beriya here me gotê kurik ev çi kar e tu çi ji van rebena dixwazî, dþvê wan berde wan azad bike  bavê min. Ma ji kî re dibêjî yabo! Di ket guhekî ji yê din derdiket. Berdevkê dengbêjan, te jî bi çavê xwe dît ku rebenê Cimo hat Amedê. Ma qey te tiþtekî baþ kir ew bi wan da naskirin.

Kekê mino binêre, te got Egîdê Cimo Egîdê Cimo mîrê bilûrê û werhasil…Te wisa kir ku rebeno ji þerma xwe hew vegere radyoya Êrîvanê jî! Weyyyyyyy li minêêêê…...

 

 

Bêmane, bêmane çiye?

Senger Îloz – 02/02/08-Kurdistan-Li hin herêmên Kurdistana bakur bêjeyek heye ku, tu bêjî nabe nebêjî jî nabe! Peyva bêmane di gelek civîn û civatên rojane de wisa tê bikaranîn ku em þaþmayî dimînin.

Bêmane ez doh çûm bajêr“. Ji ber ku destpêka axaftinê dorpêç dike ev bêjeya me ya sosret, bêmane dibe hemû mane hemû mane jî mixabin dibin bêmane! Ji bo çi tu çûyî bajêr kekê mino? Ma çûyîna te ya bajêr xwedî mane nîn e? An jî tu li bajêr hin tiþtên bi dizî dikî! Gelo tu li bajêr diçî gel xanimên lotikvan! De bêje bavê mino ev çi bêmane ye?

Þaþ fahm nekin bêmane! Ev kesên ku bi piranî li herêma torê (Mêrdîn û hin navçeyên Batmanê) ne û bi bêmane nav û deng dane, bi temenê xwe ji min û we xwendevanên hêja mezintir in. Her wiha ev kes bi xwe rûsipiyên nav civatê ne. Ku ne vir (derew) be, wekî lêkolîner em li ser navê Lotikxanê çûn herêmê da ku li ser bêmane lêbikolin. Kalemêrek derket pêþiya me bêmane! Kalemêr bi xwezayî bêmane bi mane kir ku tu hewcedariya me li ser zanîna vê bêjeyê nehiþt. De kerem bikin diyalogên me.

Lotikxane:  Apo ma tu mêvanan dihewînî?

Kalemêr: Wey hûn li ser çavê min hatin. De werin hûndir kerem kin.

Lotikxane: Apo navê te çiye?

Kalemêr: Bêmane Sofî Hesen!

Lotikxane: Apo xwedê zêdetir bike, emrê te çiqas e?

Kalemêr: Bêmane 72 ye.

Lotikxane: Apo ma tu Lotikxanê zanî?

Kalemêr: Bêmane Lotikxane çiye? (Lotikvan li ser vê gotin kalemêr hêrs dibe.)

Lotikxane: Apo Lotikxane ne weke ku tu dibêjî bêmane ye. Lotikxane bêmane bimane ye!

De werin safî bikin. Kalo em jî bêmane kirin. Kuro dibêje bêmane Lotikxane! Waweylêêêêêê!

 

 

Mertalê þaredar û pedal!

Senger Îloz -01/02/08- Kurdistan- Dibêjin ji bo ku bajarê dîrokî Heskîf ji noqavkirinê bê rizgarkirin Koma Pedalên Bisiklêtan, hatiye avakirin û çalakiya xwe ya pêþî jî bi serkeftî pêk aniye. Ne havîne ne bihar e ne jî çaxê seyranê ye. Gelo di vê zivistana reþ de van ji me biaqiltiran çawa ji Dîlokê heta Batman û Heskîfê pedal zîvirandine?
Bibexþînin bavo! Em tê nagihin!

Herwiha li gorî saloxdayînên ajansan Þaredarê Batmanê Hiseynê Mertal (Kalkan) jî di ajotina bisiklêtan de piþtevaniya ciwanên pedalgêr kiriye. Dîsa li gor hin agahiyên çavkanî nediyar Þaredar Hiseyin bi tevgera ciwanên pedalgêr pir kêfxweþ bûye û rabûye ser lotikan.
 

Heta tê gotin ku, þaredar bisiklêtê ciwanekî desteser kiriye û xwestiye ew jî pedal bigerîne! Lê bila mala ixtiyariyê xirabe, dema rebeno li bisiklêtê siwar dibe totlanî hev dibe û digindire digindire digindire… Ji þikefteke Heskîfê  werdibe xwar! Þaredarê me tirseke mezin dixe nav gel. Av heyat e û ku ne ji ava çemê Heskîfê be koma pedalan jî ne dikarîbû þaredar ji noqavbûnê xilas bike.

Neyse, bi zimanê Tirkmancî gotinek heye; "Ava giden avlanýr." Em jî dîsa bi Tirkmanciya jorîn dibêjin; "Suya giden sulanýr." Kuro Hiseynê Mertal, tu zilamekî hêja nû hînî Tirkî bûyî, heta doh ji peyva, "Merhaba Batman" pê ve tu gotin ji devê te dernediket, çi karê te bi bisiklêtan re heye bavê min !

 Ji bo rizgarkirina Heskîfê jî ma hewcedarî bi hêzên derveyî Batmanê hebû! Hema tu bi serê xwe bes bûyî! Te Mertalên xwe bigirta û li ber dozer û mekîneyan siparte çêkira kakacan!

 

 

 

Daveta seyidên lotikvan, biborin Mercê û Xirbê!

 

Senger Îloz-29/01/08-Stenbol/ Seyidên lotikvan biborin (Mercê û Xirbê) ên Nisêbîna rengîn di daweta xwe de, serê lotikvanên dîsko û barên sosyeteyên Stenbolê xistin bin çengê wan. Di daweta ku li Ataköy Plazayê pek hat de, Koma Muzika Gel ango mirtibên Nisêbînê Behramo û koma wî ya kemaçê, weke ku ketibin dinyayeke nû lotik li ser lotikan avêtin.

 

Dema Behramo sehneya dawetê desteser kir ma kesî hunermend wêrîbû xwe nêz bike. Wele, dûvîkê kemaçê hazir bû! Her wiha vexwendiyên dawetê jî dan ber pihîn û dûvikê kemaçê ku, di nav lotikan de xwe winda kirin.Behramoyê bi eþqa dolaran þabaþ li ser þabaþan dikir, hiþt ku rebenê nizamçikoyê mêrdînî ku bi orkestraya xwe ji Þivanê Kurdî û Îboyê zikbirçiyê dengbiberz distra, ji dikê bi reva rev dakeve.

Di vê navberê de Sosyeteya Ataköyê li van dengên muzîka modern a Kurdî ecêbmayî mabûn. Rebena nizanîbûn gelo li ber van dengên þabaþan û memikên gihayî çawa lotikan bavêjîn. Xwedê alîkarê wan be. Bila hinek din sebr bikin, hindik maye mirtibên Kurdistanê bibin çandeke populer. Wê çaxê þabaþmendên weke Behramo û Simbêlbadayiyên wek Þemo jî wê bi qedirbilindî derkevin sehneyên Plaza û diskoyên sosyeteyên jixwerazî. Hûnê wê çaxê lotikvanên çîptazî bibînin ku çi lotikan davêjin li ber dûvikê kemaçeya Behramo!

 

Neyse, Cemaeta Seyîdan bi serkêþiya bavê zavê Seyîdê Kumikkeskî mezinê malê Mistefa, li ber kemaçe û stranên gelêrî heta berê sibê govend gerandin. 'Wê ocaxa seyidan bi me vede yabo! Em nikarin bibêjin stranên bêehlaqî ango argo jî!' Daweta birayê malbata karmend Ednan Çelîk û xwediyê Martýp'a Mêrdînê textorê hêja Kenan, roja yekþema borî hate kirin.

 Di vê daweta navborî de, Nisêbîniyan xwe bi govendê weke hevîr

                                   Þemsedîn (Þemo)

nermijandin.

 

Em li ser van hemû gotinan dîsa jî dibêjîn; ji zava û bûka me Hecî û Ýpek re ji ber ku bûne hinceta populerkirina þabaþ û kemaçê û lotikvanên sosyetê hesidandine xwe, jiyaneke bextewarî hêvî dikin.

 

                                            Behramo