|
Lotikxane |
Seydayê
Gerok
|
Ecelê bizinê tê, nanê þivên dixwe |
Malpera Soparo tir ji hikûmeta Sûriyê berdaa…
Silav û selewatên xwedê û pêxemberê wî li we bin…
Me jî (Serokatiya Mele û Sofiyên Kurdistanê) wek her kesî nûçeya qedexekirina malpera www.soparo.net xwend, lê bi rastî em xemgîn ne bûn looooooo, wêêêê.

Ji ber her ku ew malperê qedexe dikin, Soparo dîsa rêyekê dibîne û malper êdî vedibe. Ji dêvla ku xemgîn bibin me civatek ji mele û sofiyên xwe re çê kir û em daketin meydanê û hêêêêêêêêêêê û de hêêêêêêê dahol û zurneyê dest pê kir. Me xweþ govend gerand. Mat nemînin û nebêjin çima.
Me ev þahî û kêf li dar xist, çimkî me nas kir, ku bi qedexekirina malpera Soparo, hikûmeta Sûriyê êdî hew dikare xewê bike û bi þev û roj kuþkuþa qûna wê ye ji tirsa vê malperê. Yabo bi telaq Soparo tir ji meselê berdaye weyyy. Hema karê wê þerê vê hikûmetê ye.
Em bi navê Serokatiya Mele û Sofiyên Kurdistanê, malpera Soparo pîroz dikin û ji yezdanê dilovan hêvî dikin, ku Soparo û hemû malperên Kurdî ji çavên fesad û nijadperestên Erebên gemarî biparêze.
Îca ji ber ku þerê hikûmetek qirêj dike, em ê jê re bilîlînin û dua bikin haaa.
Herwiha em van Fitû û duayan dikin jî dikin:
-Kî malperek Kurdî qedexe bike, wey rebî ji herdû çavan kwîr bibe..
-Kî gotarekê li dijî Kurdan binivîse, wey rebî sere wî di qûna kerê keve.
-Kî li ser televizyonan dev bavêje Kurdan, wey rebî tirêna 14 fargon bi
pehnayî li bin guhê wî keve.
Bêjin aaaaaaaaaaaaaaaaaaamîn ya reb el alemîîîîînnnnn!
Îca mala Soparo ava û hûn sax.
Serokatiya Mele û Sofiyên Kurdistanê
17.12.2009
Þama Serîf