|
Lotikxane |
Tacdîn
Baran
|
Serê bênamûs naçe gorê |
17 santîman xeyalên Þivanê me jî têk bir
Bawer bikin 17 santîmên otêla Îmralîyê tir ji gellek kesan berda û xeyalên wan ser û binê hev kir. Lê þikir ji xwedê re, daweta 17 santîman ferikî û berbûk jî hetikî. Heta carek din xwedê kerîm û rehîm e werhasil..

Herî zêde ez li ber çi dikevim hûn zanin gelî xwendevanan? Li ber Þivan Perwerê me. Bawerim heta îro tu kesekî wek vê malmîrata 17 santîmên Îmralîyê lotik li Þivanê me nexistiye. Þoreþa 17 santîman xeyal, plan û projeyên Þivanê me serûbinê hev kir û mecbûr kir ku Þivanê me konsera xwe ne li Amedê, lê li Awistûryayê li dar xe.
Belkî tê bîra we, Þivanê me ji bo li Amedê konserek aþtîyê li dar xe, projeyek dabû hikûmeta baþûr û ew proje ji alî Nêçîrvan ve hatibû qebûlkirin (di rojnama Çawdêr de ev mijar belav bû). Li gora rojnamên baþûrî digot, ji bo projeyê li dora 250 hezar euro alîkarî wergirtibû. Þivanê me ji bo vegera xwe rojev, þert û þirût germ kiribûn. Hem lempe ji hikûmeta Erdogan re pêdixist û hem jî derdiket þev û festîvalên hevalan ji bo ku di vegerê de serê wî neêþînin.
Axir, xwezî ji mîrê keremê re ku Þivanê me vegeriya welêt û ji vê xerîbî û mihacirîyê xelas bibûya. Xerîbî zehmet e. Lê xwedê ahê Þivanê me ji 17 santîman re nehêle rebbî. Piþtî ku þoreþa 17 santîman dest pê kir û dinya bû mij û dûman, plan û projeyên Þivanê me jî ketin avê û vegera wî bû xeyal (ez ji bo vê demê dibêjim, belkî di pêþ de dîsa þert rê bidin ku Þivanê me vegere).
Ez serê we neêþînim cîgerlerim, piþtî ku þoreþa 17 santîman rojev kir þorbe, ê helbet wê Þivanê me jî rûnenê û hêsran li ser þoreþa 17 santîman nebarîne. Mecbûr e tiþtekî bike ku vê tirê ji 17 santîman re nehêle û projeya xwe têxe jiyanê. Ji ber vê jî, piþtî þêwr û miþêwrên giran, 17 santîman Þivanê me mecbûr kir ku konsera xwe ne li Amedê lê li Awistûrya li dar xe.
Ez serê we bêþînim, mesela 17 santîman û Þivanê me jî ev bû qurban.
De xwedê ahê Þivanê me ji 17 santîman re nehêle rebbî. Ev Þivanê me çi bextreþ e yaho, weledddd! Çi cara ku dixwaze berê xwe bide welêt û li welêt lotikan bavêje, hew we dît ecacok lê rabû û dinya li ser serê wî kirin mij û dûman.
De neyse, xwezî bi wê roja ku Þivanê me vegere welêt û em jî li ber dengê tembûra wî govendê bigrin û hûn sax…..
Haaaaaa, wextî min ji bîr bikira kuro. Fitne û fesadên internetê dibêjin ku wê Þivanê me di konsera xwe de stranek bi Tirkî jî bistrê. Îcar fitne û fesad dibêjin „çima Erdogan stranek bi Kurdî nastrê, lê wê Þivan bi Tirkî bistrê, ev çi þorbe ye qardaþim“ filan û fîstan.
Halla hallaaa ya siphan alla! Law ev Kurdên me jî ecêb in ha.
Yaw babam, ma strana „bûresî Mûþtir û yolî yoqûþtir“ li dengê Þivanê me ne dihat? Belê bi xwedê tir jê berda, ihi! Ma ku stranek bi Tirkî nestrê, wê çawa xwe li ber dilê hikûmeta Kasimpaþalî þîrîn bike qardaþim? Ma veger bê stranên Tirkî dibe yaw, wîî!
Kuro ev Kurdên me xeþîm in, zikreþ in. Çavê wan bar nabe Þivanê me vegere welêt, îcar li mahne û sebeban digerin ha, ya starrrrrr!
23.12.2009- Alamanya
Braderê me sola xwe bir ser textor!
Roja çarþemê (09.12.2009) generalê malpera Avestayê go „zirrrrrrr“ û telefonî min kir. Piþtî silav û kulavan, go: „Xeyo, Brader em dawetî Hollandayê kirine, dibêje bi qerpika stuyê wî belqityê Tacdîno jî bigre û werim em þamborekan bixwin“.
Min pirsî:
- Kuro kîjan Brader cîgerim?
- Kuro Brader Mûsikî lo, çawa tu wî nasnakî malnexerab, ne hûn hevalên hev ên sala ne law..
- Wîîîîîîîî, kuro tu çêl Braderê me dikî, ewê go tembûra xwe dike kelek û gemî û pê behr, çem û golan derbas dike?
- Erê lo…

Axir, piþtî ez bi wezîra karê hindur, yanî bi jina xwe, þêwirîm û min fitû jê xwest, me go temam û me soz da go em roja înê sînorên Alamanya biqelêþin û xwe li sînorê Hollanda xin, li Braderê me bibin mêvan.
Ez serê we bêþînim, em li kera Dilbixwînê me siwar bûn, min hefsar xist destê xwe û min zixtek li der qûna kerê xist. Piþtî du seetan, ez û wezîra xwe, Dilbixwîn û wezîra xwe û herdu „badygard“ ên me, me ji Braderê xwe re got: Selamunaleykum!
Piþtî ramîsan û alastinê, em derbasî hindur bûn, xoþ û bêþê dest pê kir û me kir çirik û virik. Piþtî seetekê, xanim û wezîrên karê navxweyî derbasî midbexê bûn û em hersê general jî derketin nav sûka bajêr.
Werhasil, di nav sûka sergirtî de me çend tûr û voltayên wek ên hepisxana Diyarbekirê virde wêde avêtin. Ê helbet jinik minikên xweþik û seksî jî di ber me re derbas dibûn û bêhna parfûma wan em bê eraq serxweþ dikirin. Lê xwedê heye, jinên Hollandî jî wek hespên kihêl in ellahwekîl. Tama wan ji þebeþên Diyarbekirê û bastêqa Mêrdînê jî xweþtir in. Gerçî min li tama wan nenerî ye, lê dibêjin xwedêgiravî lotikvanên temam in. Li ser bextê xelkê be lo..
Axir, carekê hew me dît va li ser tabelaya dikanekê nivîsandiye „Dr. Shoe“. Yanî „Textorê Solan“. Textorê Solan kuro!?
Law ev Hollandî pir biaqil in ha, de binerin bê kes bîra „Textorê Solan“ dibe kuro!
Gava me çav li „Textorê Solan“ kir, Braderê me sola xwe ji lingê xwe derxist û got:“Aha va em hatin ser textor. Baþ bû go em hatin law, bi þeþ telaqan ev du hefte ne serê sola (þekal, pêlav) min dêþiya û nexweþ ketibû, de madem em hatine ber lingê textor, bela textor beg çend aspîrîn û dermanên serêþê bide sola min“ filan û bêvan.

Ez serê we dêþînim, piþtî me sola Braderê xwe derman kir, em li kafeteryakê rûniþtin û me qehweyek bi ser kezeba xwe de berda û kezeba xwe pê reþ kir. Piþtre hew me dît telefona Braderê me go „zirrrrrrrrrr“ û em veciniqandin. Wezîra Karê Navxweyî Necla xanim ferman da û got: „Zû werin va kutilk û þamborek hazir in de“ û ziravê me qetand.
Axir, em hatin malê. Me dî hayhoooooo, va Necla xanimê ser û binê masê kiriye xwarin. Lê tenê xwarinek wê bala min kiþand. Þamborek! Þamborek ewqasî bi qeys û pîvan hatibûn çêkirin go nayê gotin. Te digot qey santîm bi santîm hatine pîvan. Lê ez di texmîna xwe de xelet derneketim. Piþtre min bihîst go li Hollandayê jî moda 17 santîman dest pê kiriye û þamborekên li ser masa me jî ne kêm û ne zêde, tam 17 santîm bûn bi dîn û îman. Erreeeekkkkk! Law sola Braderê me 17 santîm bû, þamborekên Necla xanim 17 santîm bûn, masa wan 17 santîman nizim bû, dîwanên (qoltix lo) wan 17 santîman bilind bûn, ma çi û ne çi! Ya rebbî star û hew….
Werhasilî kelam, em heta derengî þevê rûniþtin. Braderê me dîsa tembûra xwe kir kelek û gemî, em lê siwar kirin û hûrik hûrik, hêdî hêdî em pê gerandin. Piþtî em rabûn û me xatir xwest, em hatin devê derî, min sola xwe xist lingê xwe û qeytana wê girê da.
Lê çi sosret qewimî hûn zanin gelî xwendevanan?
Tew min dî sola min jî bûye 17 santîm!
14.12.2009- Alamanya
Ev salek e 500 euro deyndar e
Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Bonn ê be, dibêjin berî çendakê li bajarê Bonn ê „Mîhrîcana Helbestên Kurdî“ çêbûye û Kurdên me yên rojavayê Kurdistanê îmana helbestan teneke kirine, tir ji helbestan berdane. Lê mesela me ne li ser helbest û çîrokan e. Dibêjin berpirsê Komela YASAyê Arif Cabo, berî destpêkê derketiye ser dikê û hinekî behsa komela YASA û lidarxistina mîhrîcanê kiriye.

Li ser bextê xelkê be, dibêjin Arif Cabo, li ser dikê û li himber kamerayê lotikek bêîman li hunermend Þivan Perwer xistiye û ew gêjo mêjo kiriye. Çima hûn zanin? Xwedêgiravî Arif Cabo bi sê telaqên jinberdanê sûnd xwariye û gotiye:
„Jina min ji min berdayî be, bi hersê telaqên jinberdanê, Þivan Perwer berî bi salekê soz dabû ku 500 euro wek alîkarî bide me da ku em mîhrîcanê li dar xin. Lê ev salek e soza xwe neanîye cîh û me ev mîhrîcan bi tir û fisan li dar xistiye. Ma wilo dibe babam? Yan sozan nedin û yan jî go we soz da, stuyê xwe biþkînin û wek ciwamêran sozên xwe bînin cîh“ filan û fîstan.
Werhasil, birastî min nedixwest ez li ser vê mijarê binivîsim. Lê fitne û fesadên bajarê Bonnê emaîl li ser emaîlê ji me re þandin, gazind kirin û gotin:“Na, em wilo qebûl nakin! Lotikxane hevalbendîya Þivan dike û dengê xwe jê re nake. Yan wê Lotikxane li ser soza wî binivîse û yan jî em nema Lotikxanê dixwînin“ û em tehdît kirin.
Ez bi xwe zanim ku kekê me Þivan Herûwer feqîr e, miflis e û nikare ji xwe re têlên tembûra xwe jî bikire. Erê car caran diçe baþûr û virde wêde çend çewal bastêq û mewîj dide hev jî, lê dibêjin incex ew bastêq û mewîj têra projeyên wî bikin. Birastî di vê dema qrîz û birçîbûnê de 500 euro perakî pir zehf û zêde ye. Ji ber vê, min nedixwest ez di vê qrîza aborî de doza soza 500 euroyî li Þivanê xwe bikim, lê bi ellawekîl fitne û gelacên bajarê Bonnê bêhn li min çikandin û tir ji min berdan.
Ez serê we neêþînim, dibêjin Þivanê me ev salek e 500 euro deyndarê Komela YASA û Arif Cabo ye. Soz daye lê soza xwe neanîye cîh. Birastî xurcika Lotikxanê jî vala ye, qirûþek têde tune. Yan na, meyê bi xêra dê û bavê xwe 500 euro deynê Þivanê xwe bidaya û gotin netanî ser wî. Lê mala feqîrîyê bivirite, ne hikûmeta Soranekanim alîkarîya me dike û ne jî lotto û toto ji me re lêdikeve.
Îcar Þivano, tembûrvano, soza xwe bîne cîh û serê xwe û Lotikxanê bera erdê nede qurban. Xwe û me neke benîþtê devê xelkê, 500 euroyê xwe bide û eþheda xwe bîne û tu sax…
Operator û neþtersaz Reza Vossough ê 48 salî, li bajarê Berlînê lotikek kesanedî avêt û dilê xwe rehet kir.
Li ser bextê esrarfiroþên bajarê Berlînê be, dibêjin jina Reza Vossough ewqasî nexweþik û ne li gor dilê wî bû ku, li ber çavê bûbû wek tenîya binê beroþê û gava diket nav livînên wê, weke ku têkeve ber pîrek 70 salî. Ewqasî ku dilê wî ji jina wî xeliyabû û bi dîtina wê berþoþkî dibû.

Axir, dibêjin Reza Vossough rabûye jina xwe xistiye bin kêr û meqesan û weke ku Pîcaso tabloyekê li gor dilê xwe bineqiþîne, jina xwe li gora dilê xwe neþter kiriye û ew kiriye wek keçek 14 salî.
Li ser bextê pêxwaz û qewadên bajarê Berlînê be, dibêjin niha jina Reza Vossough ji manken û modêlek Ewrûpî xweþiktir û bedewtir bûye, memikên wê bûne wek þebeþên Diyarbekirê û Reza Vossough bi þev û roj ji ser sîng û berên wê ranabe, ha ha lotik û zîtirkan dide xwe.
Werhasil, piþtî min serpêhatîya Reza Vossough û jina wî xwend, timayî ji min re jî çêbû û þeytanê naletlêhatî tilîya xwe avêt bin qûna min jî. Þeytan ji min re got:” Kuro Tacdîno, ma tu ji Reza Vossough kêmtir e oxlim? Jýna te bûye wek pîra perçiqî, rabe tu jî jina xwe bike mankên qûnde” û ez xapandim. Min jî rabû jina xwe ya 48 salî li ser masa xwarinê dirêj kir, min rahiþt kêra goþt û ez pê ketim, kurp û hey kurp, min tam 125 kêr lêxistin û min hûrê wê bera erdê da.
Axir, piþtre min çend kîlo bez û parçeyên goþtê zêde ji bedena jina xwe jêkir, min rahiþt ta û derzîyê û min dest bi dirûtina laþê wê kir. Nýha jina min bûye wek çewalê pînekirî û wek Frankenþtayn parçe parçe dirûtî ye.
Ez serê we neêþînim gelî xwendevanan, niha jina min di komayê de ye û ez nizanim ne wê bimre ne wê bimîne. Lê ku mir, ji xwe ezê wek Halis Topraq ji xwe re keçek 17 salî bînim û kêfa xwe bikim. Lê ku ji komayê rabû û wek jina Reza Vossough xweþik bû, ji xwe dîsa xwedê da min û ezê jî lotik û zîtirkan bavêjim.
Lê tembiya min li we be gelî xwendevanan, bi þeytan nexapin û wek min bêaqilîyan nekin. Min jina xwe xist qomayê lê hûn heman qesabîyê nekim law, eman eman....
04/11/09- Almanya
Mala xwedê ava, KOMKAR ji Dolar derbasî Euro bû
Tacdîn Baran- 19/10/09- Almanya- Li ser bextê fitne û fesadên eþîreta KOMKARê be, dibêjin xwedêgiravî eþîreta KOMKARê esker û baþçawîþên xwe kom kirine û bi navê „Komcivîna salane“ Ewrûpa hejandine. Herweha dibêjin ku gellek general û mareþalên bê esker û gellek siyasetmedarên ku zimanê wan metro û nîvek dirêj e lê emelê wan siiifirrrrrrrrrrr e, hatine vexwendin û bi taxim û qirewat þeref dane komcivînê.

Axir, li gora saloxdanên sîxurên Lotikxanê yên di nava eþîra KOMKARê de dibêjin, dibêjin KOMKARê dev ji gundîtîyê berdaye, bûye bajarî û navê xwe jî kiriye KOMKAR EU. Ango, KOMKAR EURO.
Xelet fêhm nekin ha qardaþim, ne KOMKAR DOLAR, KOMKAR EURO!! Yanî, KOMKAR ji Dolar derbasî Euro bû.
Werhasil, sîxurên me bi sê telaqên jinberdanê sûnd dixwin ku eþîreta KOMKARê biryarên zêde baþ girtiye û bi serê Hecî Mesût sûnd xwariye ku ji îro û pêde tenê bi zimanê Kurdî biaxivin û lotikên xwe bi zimanê Kurdî bavêjin. Herweha dibêjin KOMKARê biryar daye ku Kurdên herçar parçeyên Kurdistanê di bin navê KOMKAR EU de bigihîne hev û berê wan jî bide Laliþa Nûranî, wan jî bike hecî.
Werhasilî kelam, dibêjin 19 kes ji bo rêvebirina KOMKAR EURO hatine hilbijartin û 2 kes jî bûne azayên muxtaran. Herweha tê gotin ku KOMKARê mûlidek mezin daye mêvanan, xwarin û vexwarin kirine çirik heta ku zikê mêvanan bibe wek meþka koçeran.
De xwedê lotika KOMKAR EU qebûl bike û her yekê 25 jinên Alamanî bike qismetê rêvebirên wê rebbî....
Rûdawê em ji nêza kujtin
Tacdîn Baran- 27/09/09-Almanya- Lidarxistina”kokteylan” êdî di nav Kurdan de bû mode. Lê mode û tradîsyonek xweþ. Berê me salvegera partîya xwe yan komela xwe li dar dixist. Lê ew hilat (rabû) û niha jî îcar em salveger yan jî roja malper û rojnameyên xwe li dar dixin û bi kokteylan pîroz dikin. Helbet ev kokteylên bi vî awayî wesîleya hevdîtin û dan û stendinê ye, baþ û xêr e.

Berî bi çendakê em dîsa çûbûn kokteyla malpera “Kurdistan-post”ê û me çend lotik avêtibûn. Doh jî dora tenûrê ya rojnama Rûdawê bû.
Werhasil, Dilbixwîn Dara yanî generalê malpera AvestaKurd, dîsa bi qerpika stuyê min girt û got:”Yaw cîgerim, Rûdaw kokteylekê li dar dixe. Bi sê telaqan ger Lotikxane neyê kokteylê tama wê namîne” filan û bêvan. Ê ji ber ez jî merivekî germik û nermik im, min dilê wî nehiþt û rabû min xwe kar kir û me berê xwe da kokteyla Rûdawê.
Axir, em li kera Dilbixwîn Dara siwar bûn, ciwamêr “navîgasyona” kera xwe vekir û me hella hella berê xwe da bajêr ciyê kokteylê. Lê yabo navîgasyona kera wî tiþtek wilo anî serê me nayê gotin. Te digot qey navîgasyona Dilbixwîn Dara li flîmê “Hespên serxweþ” yê Bahman Gobadî temaþe kiriye û ew jî pêre serxweþ bûye. Çep û rast tevlihev dikir û berê me dida kolan û kuçeyên nenas û xalî. Bi ellawekîl serxweþên ku 10 þûþe eraq vexwaribûn ji navîgasyona Dilbixwîn Dara xweþtir karîbûn rê nîþanî me bidana lo.
Werhasilî kelam, em bi sax û selametî gîhan qonaxa xwe û me eþheda xwe anî.

Ê helbet em Kurd gava diçin þahî yan pîrozbahîyekê, em bi zikê birçî dirin lo. Me jî xwarin nexwar û me got.”Yaw de çawa be wê girgirekên Rûdawê bi xêra xwe xwarinekê bidin me, ma em ji nêza (birçîna) namrin” û me bi zikê birçî zimanê xwe li dora devê xwe xist û alast.
Axir, em hatin devê derî, me silav û kulav da haziran û Dilbixwînê me em bi gellekan dan naskirin. Ê yabo gava bihîztin ku ez ji Lotikxanê me, te digot qey cin û melkemot raserî wan hatiye lo, ewqasî ku hem kêfxweþ dibûn û hem jî xwe ji Lotikxanê disitirandin.
Ez serê we neêþînim, piþtî xoþ û bêþê axavtina sernivîserê Rûdawê kek Ako dest pê kir.
Ako ji eyaleta Soranistana Kurdistanê hatibû û helbet bi Soranî dest bi lotikan kir. Cara yekem bû ku min Ako nas kir. Lê bawer bikin Ako ne Ako ye, wek þekirekî nava kaxezê ye. Xweþmirov, xweþxeber û Kurdekî ji min germik û nermiktir e.
Piþtî axavtina kek Ako, rojnamevan û baþçawîþê beþê Kurmancî yê Rûdawê kekê me Faysal Dagli, dest bi axavtina xwe kir û bi wê Kurmancîya xwe ya þîrîn virde wêde çend lotikên Alamanî avêtin. Lê kek Faysal Dagli jî sax be, bi xweþhalî pêþewazîya me kir û em bi tenê nehiþtin. Navê gellekan nayê bîra min, lê bi vê minasebetê sipasîyên xwe pêþkêþî temamê beþdarên hazir dikim. Birastî di rojnama Rûdawê de xizmet û kedek mezin û pîroz didin.
Werhasilî kelam, îcar em bên ser fêda fasûlîyên hiþk û birçîbûnê.

Hûn zanin lo, em Kurd mirîyê du tiþtan in. Yek jê em mirîyê doxînê ne û ya din jî em mirîyê zikê xwe ne. Ji xwe ma me Kurdistan nekir qurbana van herdu tiþtan babam? Belê.
Ji ber ku em bi zikê birçî ji malê derketibûn û me piþta xwe bi xwarina Rûdawê girê dabû, me digot:”Sedî sed wê xwarinek xweþ bê ber me canim”. Meselen wek “Kutilk, goþt û savar, hûr û rovîyên heþandî, kebab, serûpê” filan û fîstan lo.
Em hê di xeyala xwarina hûr û rovîyên heþandî de bûn, me dî garsona xanim nazik nazik dest bi gerandina xwarinê kir. Lê yabo ne bêhna goþt û savarê tê me, ne bêhna hûr û rovîyên heþandî û ne jî bêhna serûpê.
Çi bê ber me baþe?
Çend dîlim meze û pêþxwarinên þiklo miklo, þor û tirþ û tehl, darikek diranan (kûrdank) tê de çikandî û de yalla bixwin. Xwarina sosyete û mosyeteyan lo.
Law ma zikê Kurdan bi van meze û pêþxwarinan têr dixwe babam? Tobe. Kuro ma Kurd û xwarinên sosyetîk bavê min? Qure qura zik û rovîyên me ye lo. Min bixwe ji dîlimek meze pêve tu quzilqurtek nexwar û bi ellawekîl heta niha jî ez nizanim ka ew tiþtê ku min xwar çi quzilqurt bû.
Ez serê we neêþînim, qure qura zikê min, Dilbixwîn û Hemdulla ye. Hêvîdara me dîsa li xwe nedima heyirî, hema destê xwe virde wêde dirêjî tiþtina dikir. Rebenê dinerî ku nexwe wê birçî bimîne, digot “de hema ji tunebûn çêtire wî” û davêt devê xwe.
Her tiþt li alîyekî, lê herî zêde dilê min bi kê þewitî hûn zanin? Bi Newrozê PSK î. Newrozê me lo, ewê ku zêde ji xwarinê hez dike û gava xwarinê nebîne kare keviran jî bixwe ha. We ew nas kir ne?
Piþtî ku kokteyla me xilas bû, em û kek Newroz li derve ketin xoþ û bêþê. Lê xuyabû ku bêhna wî teng bû û tew “qurequra zik û rovîyên” wî wek dengê tirektora ku bê dohn bimîne û motor lêxe. Ewqasî ku rebeno birçî bûbû ha, weledddd weledddd, xwedê birçîbûnê neke qismetê kesî rebbî. Bi ellawekîl, we wê kêlîkê kevir danîba ber Newrozê me, ne digot na û wê bi niyeta kutilkan ew kevir bixwara.
Ez serê we neêþînim lê ku êþîya jî ji xirrê Rûdawê ve, li devê derî em û mam Yaþar Kaya rastî hev hatin. Lê ecêb e, vê carê ne bi bedl û qirawat bû. Lê bedlê (taxim) lê jî bedl bû haaaa, pehhhh! Bedlekî jeans (cîns-kot) û tam jî lê hatibû. Bi dîn û îman xortên 18 salî jî wek mam Yaþar Kaya ji xwe hez nakin û li xwe nanerin kuro, pek!
Werhasilî kelam, em bi zikê birçî çûn kokteyla Rûdawê û dîsa bi zikê birçî vegerîyan mala xwe. Bereketa xwedê li eprax û goþtê mirîþkan be û hew. Ez hatim malê û min kerbê Rûdawê di serê mirîþka reben re derxist ellawekîl, bixweeeee û hey bixwe. Min xwar heta zik li min bû meþk û xelas.
Îcar kek Ako û kek Faysal Dagli
Hûn deyndarê me û xwarinekê ne qurban. Yan zikê me têr bikin û yan jî Lotikxane li axretê dawedarê dîn û îmana we ye û hûn sax.....
Kurdistan-Post 5 salîya xwe pîroz kir, çend lotik û motik

Tacdîn Baran- 06/09/09- Almanya- Malpera Kurdistan-Post ku mam Yaþar Kaya û cîgerim Hasan Bildirici nivîskar û generalên wê ne, doh (05.09.09) li bajarê Koln a Almanya, pênc salîya malperê bi kokteylekê pîroz kirin û çend lotik avêtin.
Di þahîyê de bi qasî 50 qirasên zilam û xaniman hatibûn û dê weledê xwe avêt. Xwarin, çay û qehwe wek çemê Dîcle û Feratê diherikî û car carnan jî eraq û þerab li ser hinek masan xuya dibû.
Werhasil, mamê me Yaþar Kaya, Lotikxane jî dawetî kokteylê kir û me jî dilê mamê xwe nehiþt û bi dilxweþî beþdarî kokteyla Kurdistan-Postê bûn. Piþtî ku Dilbixwîn Dara, Hêvîdar Zana û kurê wan Robîn Hod bi def û zirne hatin dû Lotikxanê, em li kera xwe siwar bûn û me berê xwe da ciyê kokteylê.
Lê zêdebûna ser kezebê ew bû ku li bajêr dîtina parkên belaþ zehmet bû û Dilbixwînê me çû restoranta ku kokteyl lê çêdibû, mifta derî anî û berê kera xwe da parka binê erdê. Min jî di wê navberê de cixareyek qûnsor vêxist, bû kuþkuþa min û min pê kezeba xwe reþ kir, dûman bi ser kolanê xist.
Axir, Dilbixwînê me nehat. Ne ew
hat û ne jî serê kera wî xuya bû. Min ji xwe re go
t:”Heye
neye parka vala nedîtiye û rebeno li parkê digere”. Piþtre dîsa min cixarek
qûnsor vêxist û dûmana wê bera ser kezeba xwe da, lê Dilbixwîno dîsa nehat.
Vê carê min dîsa got:”Ihiii, bi sê telaqan heye neye Dilbixwîn û Hêvîdarê bi sol û þimikan bi hev ketine, serê hefsarê kerê ji destê wan filitîye û xwedê zane bê kera wan berê xwe daye kîjan bajarî” filan û bêvan. Lê þikir ji xwedê re, piþtî nîvseetê min dî wa serê wan xuya bû û þûna derbên kujtinê di laþê wan de tuneye.
Werhasil, piþtî ketine hundur, me gelek dost û nasên qedirbilind dîtin, silav û kulav dan hev û em li ciyê xwe, li ser qûna xwe rûniþtin. Xanima garson dest bi kiþandina xwarinê kir û yeko yeko danî ber me. Lê xwarin jî xwarin bû haaaaaa, ne kesî pê têr xwar û ne jî ket ber diranê kesî. Wek qeretûna berî kiþandina cixarê bû lo. Lê mala wan ava, destê Yaþar Kaya û Hasan Bildirici sax bin ku ev dost û hogir anîn cem hev û bayek ji ber serê xwe berdan.
Ez serê we neêþînim, tan min xwarin dixwar, hew min dît koma general û baþçawîþên PSK ketin hundur. Mesût Tek, Yilmaz Çamlibel, Beko, Newroz û du-sê xortên wan (belkî jî badygard bûn kî zane). Piþtî selam û kelamê li masa teniþta me rûniþtin û ketin xoþ û bêþê. Ji berê de kêfa min ji Beko û Newroz re dihat. Xwedê heye, herdu jî Kurdên xalis muxlis in, Kurdayetî û welatperwerî ji wan difûre û lotikvanên baþ in. Ji xwe qet þika min ji kek Mesût Tek û Yilmaz Çamlibel jî tuneye. Ciwamêran barek dane ser milên xwe û ji bo armanca xwe û partîya xwe xizmetên baþ ji doza Kurd re dikin.
Werhasil, Newrozê me, yanî Newrozê PSK lo, li vir jî ket bin barê fedakarîyê û himaltî kir. We go himaltîya çi?
Himaltîya vexwarina çayê. Ji xwe ji tirsa ku Lotikxane li ser wan nenivîse, ne eraq vexwarin û ne jî þerab. Rebenan zikê xwe bi vexwarina çayê kirin meþk û wek zikê mam Celal nepixandin. Tew Newrozê me qedeh û îskanên çayê ji ber kêm nedibûn. Xanima garson çayê tanî û digot:
”Çay îçen varmi cîgerlerim?”
Gava deng ji kesekî dernediket, hema Newrozê me xwe çend dikir îskana çayê û digot:”Bextê min reþ e, fedakarî dîsa bû para min rebenê xwedê, ka wê çayê bide min” û dibû zinge zinga dengê kevçîyê wî.

Birastî ji derveyî çend kesan pêve min kesek nasnedikir. Tenê ji çapemenîyê min þikl û dirûvên wan nasdikir û hew. Lê min dît ku serokê Navendê Metîn Încesû zikê xwe ji zikê mam Celal jî mezintir kiriye. Ji ber dev ji cixarê berdaye, xuyaye hema zorî daye xwarinê û zikê wî nîv metroyî li pêþîya wî dimeþiya.
Xalitê me yê Ereb ( bawer nekin ku Ereb e ha, eman eman. Di dema xwe de Abdullah Ocalan navê “Ereb” wek toqa naletê pêve zeliqandiye û navê wî maye Xalitê Ereb. Lê Kurdekî qirase, boxê berana ye) dîsa bêhna Kurdewarîyê jê difûrîya. Ji roja ku min Xalit nas kiriye, hilfa min çûye ser û birastî jî yek ji wan kesaye ku Kurdayetî jê dibare, bi mejî û ruhê xwe Kurd e û wek Lotikxanê dijminê dagîrkera ye. Di dema xwe de gerîlla bûye, di encama teqîna bombeyekê de lingekî xwe winda dike, lê derhemek jî ji Kurdayetîya xwe winda nekiriye, qiraseyekî mêra ye.
Tew ji xwe parêzer Weysel!
Piþtre hat ser masa me. Li welêt jî parêzerîya PKK kiribû û xuyabû piþtî derketina Ewrûpayê navbera wan nexweþ bûbû, niha ew û xanima xwe li bajarê Frankfûrtê parêzerîyê dikin. Kurdekî sempatîk, xweþxeber û kedkar e. Ji xwe piranîya kesên beþdarî kokteylê bûbûn kesên ku ji PKK veqetiya bûn. Lê parêzer Weysel bi hest û tevgera xwe bala min kiþand ku Kurdekî dilþewat, dilpak û lotikvanekî baþ e.
Helbet þika min ji tu kesê ku beþdarî kokteylê bûbûn tuneye. Lê ev navên ku min nivîsandin di serê min de mabûn û ji ber wê min tenê navê wan wek nimûne nivîsandin.
Di eslê xwe de lidarxistina kokteylên bi vî awayî hewcedarîyek e, wesîleyek e ku meriv bê cem hev, hevdu binase û kêm be jî hinekî bêhna xwe bi dost û nasan re derxe.
Hêvîdarim wê temamê malperên Kurd kokteylên bi vî awayî lidarxin û bibin wesîleya hatina cem hev.



|
|
Çurukkaya lotikek qirase li cîgerim Ocalan xist

Tacdîn Baran- 14/08/09- Alamanya- Li ser bextê çapemenîya Tirk û rojnama Zamanê ya Fethûllah Gulen efendî be rebbî. Dibêjin xwedêgiravî Selîm Çurukkaya abêmiz, serokê Kurdên sererd û binerd sayin û pir mezin Avdullah Ocalan daye ber þeg û pegan û bi kulm û boksan ketiye ser zikê wî.
Li ser bext û namûsa rojnama Zamanê û Fethûllan Gulen efendî be, dibêjin Çurukkaya bi sê telaqên jinberdanê sûnd xwariye ku Abdullah Ocalan endamê çeteya Ergenekonê ye û li Îmralîyê dek û dolabên kesanedî li serê Kurd û Tirkan digerîne.
Xwedêgiravî Çurukkaya gotiye:“Bi namûsa mêrê berê, ez bi gora Mazlûm Dogan û Kemal Pîr kim, Abdullah Ocalan endamê Ergenekonê ye û Ergenekon bi rêya parêzerên wî têkilîyê pêre datînin. Bi sê telaqên bê fitû, heta Ocalan li Îmralîyê be wê Ergenekon wî li ser tilîya xwe bizîzikîne û wî wek Nisredîn Hoce paþûpê li kerê siwar kin. Ji ber vê, heta Ocalan neqlî girtîxaneyek sifîl nebe û nekeve bin çavdêrîya wezareta dadê, wê Ocalan ji tora Ergenekonê xilas nebe û wê þer jî raneweste ellawekîl“ filan û fîstan.
Werhasilî kelam, Selîmê me bi dewamî dibêje ku ji 2004an û virve fermana þer ji Îmralîyê derdikeve û ji ber ku em rûyê Ocalan ê rastîn eþkere dikin, mirîdên wî me wek Ergenekoncî bi nav dikin û dixwazin erka Ocalan a di nava Ergenekonê de neþê eþkerekirin.
Wille yabo ez bi xwe bûme wek mirîþka gêj û nizanim ka destê kê di bêrîka kê de ye. Lê ez tiþtekî wek îmana xwe zanim ku ew jî ev e:
Dîrok kesekî efû nake. Her wê rojekê qûna reþ û spî derkeve meydanê…..
|
|
Heyecana xortê 14 salî û hûr û rovî

Tacdîn Baran- 14/07/09-Almanya- Generalê Avestakurd.net ê Dilbixwîn Dara, hunermend, rewþenbîr û siyasetmedarên me dane ber lotikên 25 pirsan û dora tenûra wî kîlometroyekê dirêj bûye. Vê carê jî Serekerkanê “Ozgur Mirovler Toplilixî” cîgerim Þukru Gulmuþ bersiva pirsên Avestakurd daye.
Bi dîn û îman, ellahime kîtabime, heta îro tu kesekî wek Þukru Gulmuþ a dilê xwe negotiye ellawekîl. Tam ji kezebê gotiye haaaaa! Îcar nizanim ne ji kezeba Fransî yan ji kezeba Kurdî. Lê ez dibêjim sedî sed ji kezeba Kurdî gotiye.
Ji berê de dibêjin “Dil pîr nabe”. Tu kezeba xwe jî biguherî dil pîr nabe, tu firþika xwe jêkî jî dil pîr nabe, tu “di ber de jêkî” jî dîsa dil pîr nabe. Ev dilê malmîrat pîr nabeeeee û pîr nabe-
Cîgerim Þukru di bersiva pirsa: Çi te bi heyecan dike? de gotiye: Maçkirina qîzekê.
Maçkirina qîzekê kuro! Offffffffffff, law ma ji vê bersivê xweþtir bersiv heye qerdeþim? Bi sê telaqên jinberdanê, ev bersiva cîgerim Þukru xoce ji þorba nîskê jî xweþtir e law, pekkkkkk li vê ecêbê!
Yaw qerdeþim, îkî
gozim, te kezeb li ser cîxarê kir maye dil. Binere tu dilê xwe jî li ser
heyecana maça qîzekê nekî haaaa, eman eman! Ji xwe dil maye, dilê te jî bibe
qurbana heyecana maça qîzekê, wê Ozgur Mirovler Toplilixî bê sermiyan bimîne
babam, wîî! Yox qerdeþim yox, Piþtî vî emrî xwe nêzîkî qîzik mîzikan meke. Bi
ellawekîl vê carê Fransî j
î
nikarin bi hawara te ve bên ha, ok!
Werhasil, cîgerim Þukru dîsa bersiva xalê me þûjin Dilbixwîn Dara daye û dibêje: “Jina min ji min berdayî be, ez ji xwarina hûr û rovîyan hez dikim”
Hûr û rovî law!
Yaw cîgerim, di Lotikxanê de hûr û rovîyên belaþ pir in. Rojekê bibe mêvanê dîwana Lotikxanê, bi sê telaqan emê hûr û rovîyên xaltîka Fatê û Sofî Xelef ji te re biheþînin û deynin ber te. Bixweeeee û ha bixweeeeee! Bixwe heta go zikê te binepixe bibe wek zikê mam Celal. Ma ne baþe cîgerim?
Axir, cîgerim
Þukru Gulmuþ, di pirsa cixarê de jî dibêje:” Dînime îmanime cixarê dikþînim.
Hem jî dûmana cixara min wek dûmana terektorê bilind dibe. Ma çima ezê cixarê
nekþînim babam? Dikþînim ji ber ku li dinyayê tu kêfa min nemaye” filan û
fîstan.

Weleddddd weledddd! Law madem kêfa te li dinyayê nemaye, çima maça qîzekê te bi heyecan dike qerdeþim? Yan ji bo ku te qîzek maç nekiriye kêfa te nemaye iki gozim?
Ê law were Lotikxanê qerdeþim! Were emê xêrekê bi xwe û te bikin û emê bikin go tu heta sibê xaltîka Fatê maç bikî law, wey! Were wê hisreta maça qîzekê ji dilê xwe derxîne babam, bila ew hisret bi te re neçe gorê haa, ok! Lê maçên xaltîka Fatê jî maç in haaaaa, pehhhh! Bi ellawekîl maçên xaltîka Fatê wek agirê cehnemê meriv diþewitînin dînime îmanime, oxxxxxxx!
Ê de were cîgerim were...Were emê hûr û rovîyên heþandî jî bidin te û emê bikin go tu û xaltîka Fatê hevdu bidin ber lotik û zîtirkên maç û ramûsanan cîgerimmmmmmm!
|
|
Perda keçkanîya wê di 10 hezarî de teqinî

Tacdîn Baran- 25/04/09- Almanya- Alîna Percea a Romanî, ji bo ku mesrefa xwendina xwe ya li koleja Almanya derxe, qîzanîya xwe di internetê de dabû ber bazarê û ji bo lotika þeva pêþîn 50 hezar pound dixwest. Ê tabî ehmeq û qûnekên têr pere jî pir in, hinek ketin dora tenûra wê, pif kirin tenûrê û xwe lê germ kirin. Lê piþtre li wan sist bû û þeytanqûnî bûn.
Piþtî ku mamosteyê Alîna Percea daxuyanîyek da înternetê û got:”Guh medin wê teradînê, bi sê telaqan perda wê çiryaye û diryaye, hema bêjin bûye wek bêjing û seradê”, miþterîyên wê sisto misto bûn û bi xwe de rîtin. Yanî, kesî ji 10 hezar poundî zêdetir di perda wê neda.
Axir, li ser zimandirêjîya mamosteyê wê, Percea xanim radibe diçe ser textorekî qirase û dibê:” Aha saxtî bike textor beg, destê xwe deyne ser wîjdan û wî xiyarê nav þeqê xwe. Heger ez ne keçik bim ezê xiyarekî bi guhê xwe vekim” filan û fîstan.
Ez serê we neêþînim, piþtî ku textor ser û binê tenûra wê saxtî dike, virde wêde lê dinere û çend carî bêhn dike, raporê didê û dibê:”Bi serê Îsa û Mûsa kim wek zêrê zer e, mêþekê jî xwe li ser dananîye” filan û xeftan.
Erê Percea xanim rapora xwe di înternetê de eþkere kir jî, lê derba mamosteyê wê ciyê xwe girt û kesî ji doxînsistê bawer nekir. Hetta hinekan digot:”Kuro de dev ji perdê merdê berdin looo, heye neye wî qûnekê textor lotikek lêxistiye û piþtre jî perde dirûtîye qerdeþim” û xwe ji dora tenûrê didan alî.
Axir, perda keçkanîya Alîna Percea xanim di 10 hezar poundî de teqinî û nebû 11.
Îcar heta ehmeqekî xwedê lê rast bê û di qorzîkek reþ û tarî de wê perdê çîrvîrî hev bike, wê aqilê Percea xanimê jî bê serê wê ellawekîl....
Yan na, heta serê mero li dîwêr nekeve meriv biaqil nabe law, wîî!
|
|
Ciwan Haco dîsa ket ser zikê wê

Tacdîn Baran- 08/03/09- Almanya- KOMKARê di 7ê Adarê de (yanî doh) li bajarê Wuppertal a Almanya 30 salîya xwe pîroz kir û got;“Bi sê telaqan ji vê fersendê xweþtir fersend tuneye, hem ezê 30 salîya xwe pîroz bikim û hem jî ezê Newrozê pîroz bikim. Ezê ji ku li benda 21ê Adarê bisekinim loooo“ û bi kevirekî du çûk kujtin.
Welhasil, di þevê de general û serekerkanên KOMKAR û HAK-PARê hatibûn û dê weledê xwe davêt. Lotikvanên wek Þivan Herûwer, Ciwan Hechecîk, Çopî, Mîkaîl Ezraîl û çend melkemot û melayîketên din beþdar bûn. Lê xwedê heye, lotika herî xweþ Ciwan Haco avêt.
Hecî Ciwan Haco bi strana „dil ketmê dil ket mê, þeva pêþî dil ketmê. Serê memka xwê daye, ez ketim ser zikê wê. Me hevdu gindirand, bû qurqura rovyên wê“ tir ji mêvanan berda. Stran ewqasî seksî got ku girêza devê mêvanan metrokê dirêj bû, doxîn li wan sist bû û derpîyê wan þil û pil bû. Hetta piþtî vê strana erotîk, millet êrîþî avdestxanê kir û rê di avdestxanê de nema. Ê ji xwe berda, ê derpî dagirt û ê girêza dora devê xwe paqij kir. Ewqasî ku strana Hecî Ciwan qûn li mêvanan qetand.
Lê hinek mêvanan jî dixwest hêk û bacana bavêjin serê Ciwan Haco û digotin:“Wîî, kuro em xwedî jin û namûs in. Evê pozmezin çawa di vê þevê de behsa memik û zik û piþtê dike law, waweylê“ û rexne li KOMKARê digirtin ku carek din pozmezinê mala Haco neyne þevên xwe.
Welhasil, virde wêde nizanim, lê KOMKARê lotikek qirase avêt.
Her çiqasî hatina þevê bi piranî ket bêrîka humermendên çavbirçî jî, lê KOMKAR dîsa birçî birçî li ser dûvê xwe rûniþt, wek „Zugurt Axa“ toz li axatîya xwe dananî û navek ji navê Hisênkê Omerî mezintir bi dû xwe xist wesselam.
|
|
Wille heyran te kir tirrrrrrr!

Tacdîn Baran-08/02/09- Almanya- Stranbêjê popê Tîm Petras ê Alman, di 16 salîya xwe de zayenda xwe guhert û xwe kir jin. Petrasê ku ji zaroktîya xwe de lê ranedibû û meyla wî li ser keç û jinan hebû, dermanên hormonî bikar tanî û di 16 salîya xwe de giha miradê xwe, xiyarê xwe jêkir, kunek di xwe de vekir û bû yekem transseksuela ciwan. Piþtî ku mêro xwe kir jin, îcar navê xwe jî kir Kîm.
Kîm xanim ji rojnameyên Alman re dgotiye:“Ofyannnnnnn, ez ji wî xiyarê çermolaqî xelas bûm lo. Ê ji xwe li min ranedibû û parçeyekî zêde bû, hema bela bi qulekê be û ne bi xiyarekî sisto-misto be“ filan û fîstan.
Îcar gelî lotikvanan, hûn bi qedrê xwedê û pêxember kin, ev Kurdên me yên ku li wan ranabe û ji sibê heyanî êvarî ji zimandirêjî, fesadî, dijminayî û bêbextîyê pêve tiþyekî din nakin, wek Tîm efendî xiyarê xwe di berde jêkin û qulekê di xwe de vekin ne bixêrtir e?
|
|
Almanya Lotikek li Tirkan xist

Tacdîn Baran- 22/12/08- Almanya- Wek hûn zanin, dewleta Almanya, Awistirya û Swîsre dixwestin kredîyek nêzîkî milyarek euro bidin Tirkiyê ji bo ku li Hesenkêfê Bendava Ilisûyê çêkin. Helbet bi çêkirina bendavê (barajê) wê Hesenkêf û gundên derûdora wê di bin avê de bimana û ji dîrokê winda bibûna. Ji xwe armancek ji çêkirina vê bendavê jî windakirin û tunekirina Hesenkêf û dîroka Kurdistanê bû.
Dewleta Tirko naxwaze tu berhem û delîlên ku dîroka Kurdan piþtrast dike li ser ruyê erdê bihêle. Ji ber vê jî Tirkan xwest bi tunekirina Hesenkêfê dest bi qetlîama dîroka Kurdan bikin û bi bahaneya avakirina bendava Ilisûyê milyarek euro kredî ji dewletên Ewrûpî bistînin. Helbet milyarek euro pereyek pir û pir e. Çavê wan lê bû nîvê peran têxin bêrîka xwe û bi nêvîyê din jî Hesenkêfê û dîroka Kurdan ji holê rakin.
Welhasil, xwedê û pêxember ji Komeleyên Paraztina xweristê razî be. Dibêjin hingî van komelan mîrkutên xwe li serê dewleta Almanya xistine û gotine “Tirk barbar in, hirç û hov in, dixwazin bi tunekirina Hesenkêfê dîrokekê tune bikin qerdeþim, ma hûn kor in oxlim” û rayedarên dewleta Alman gêjo-mêjo kirine.
Îcar rayedarek ji wezaretên Almanya bi navê Erîch Stather, ji rojnama Frankfûrter Rûndschaû re gotiye:” Yaw babam, me 180 roj wext daye Tirkan ji bo ku þertên paraztina xweristê bi cîh bînin. Heger ew þertên me bi cîh neynin û xwerista Hesenkêfê neparêzin, ewê bi kîrê me bigrin û qirûþekî ji bo dermanê çavan jî ji me nastînin” filan û fîstan.
Welhasilî kelam, dewleta Alman niha kredîya ku wê bidaya Tirkan sekinandiye.
Û Tirk?
Tirkan jî pê girt û di ser xirrê kalkê min Seroxan re hatin û hûn sax!
|
|
Þivanê me vedigere welatê xwe „Turkîye“.

Tacdîn Baran- 16/12/08- Almanya- Televizyona Tirk TRT8 serê salê dest bi lotikên Kurdî dike û lotikvanê me Þivan Perwer xistiye lîsta xwe. Dibêjin xwedêgiravî parlamenterên di nava AKP de jina xwe ji xwe berdane û gotine.“Bi sê telaqên jinberdanê, heger Þivan Perwer neyê di TRT8 de nexebite, em qebûl nakin qerdeþim“ û doz li rayedarên TRT kirine ku Þivan Perwer dawetî vekirina TRT8 bikin.
Li ser vê lotikê, Þivanê me jî rabû daxuyanîyek qirase, daxuyanîyek wek „lempa kesk a trafîkê“ belav kir û destê xwe ji dewleta Tirk re hejand. Piþtî gotinên þahîk, germik û nermik, Þivanê me di daxuyanîya xwe de Kurdistan-Murdistan ji bîra kir û „Turkîye“ wek welatê xwe bi nav kir.
Þivanê me di dawîya daxuyanîya xwe de dibêje:“ Vegera Þivan Perwer a Tirkiyê, yanî vegera welatê wî, bi Weqfa Çand a Þivan Perwer û Þîrketa Çanda Þivan ve girêdayî ye. Ji bo vegerê alîkarî û hevkarîya her dezgehekê wê me bextewar bike“ filan û fîstan.
Welhasilî kelam, serok û siyasetmedarên me dibêjin „Tirkîye, Tirkiyetî, Yekîtîya sînorê Tirkiyê“ filan û jehr û ziqûm. Sosyalîstên me dibêjin „Xelklerin qerdeþlîxî“, misilmanên me dibêjin „Ji xwe misilman birayên hev in canim, ji me re çi Kurdistan-Murdistan, ellah û ekber“. Þivanê me mabû wa wî jî dest bi lotikên biratîya cewrikên Asenayê, biratîya Tirk û Kurdan kir û navê welatê xwe kir „Turkîye“.
Helbet vegera Tirkiyê maf û heqê Þivan Perwere jî. Belkî ji her kesî zêdetir mafê wî ye. Lê Þivanê ku wextekî bi strana „Lo me çi kir me çi kir, me xwelî li serê xwe kir“ pirça serê hinekan diweþand, wê çi stranê li ser vegera xwe û welatê xwe Tirkiyê bêje ciyê meraqê ye.
De a bi xêr.
Hêvîdarim wê Þivanê me di TRT8 de bibe xwedî meqam û gotin û xizmetek baþ ji çanda Kurdî re bike. Lê ku ew jî wek Rojîna Omerî danekeve xiþxiþê û dest bi çêkirina klîpên Tirkî jî neke baþe.
|
|
Wey maþelle, kûçik jî bûn xwedîyê otêlên pênc stêrk

Tacdîn Baran- 11/12/08-Almanya- Ev Ewrûpî mirovin ecêb in. Qîmet û qedrê ku didin heywanan, bi taybet kûçikan, nadin mirovên wek min û we.
Dibêjin xuþk û brayên bi navê Sabîne û Thomas Gerteistê Alman, li bajarê Munîhê devera Freîsîngê otêlek pênc stêrk ji bo kûçikan ava kirine û wektî ji kêfan re bifirin. Otêla pênc stêrk ha, pekk!
Dibêjin wê navê otêla pênc stêrk „Canîs Resort“ be. Xwedêgiravî wê kûçikên dinyayê îcar di vê otêla pênc stêrk de lotikan bavêjin û li ser doþek û balîfên nermik cewrikên xwe bînin dinyayê. Herweha herdu xuþk û bra dixwazin li seranserî Almanya 15 otêlên pênc stêrk têxin xizmeta kûçikan û xizmeta cemeeta kûçikan bikin. Wê her çûkikek xwedîyê odeyek 45 metrekare be. Wê di otêlê de serþok, avdestxane, dîsco, bar û xwarinxane jî hebin ku kûçik karibin li gora dilê xwe têde biewtin û tir û fissan bikin. Þeva otêlê di navbera 65-80 euroyî de ye.
Îcar qurban, Kurdên ku xwedî kûçik bin û bûbin wek Almanan, bila dilê kûçikên xwe nehêlin û wan ji nîmetên vê otêla pênc stêrk mehrûm nekin.
Çawa be me xêr ji jiyana xwe nedît û em di otêlên pênc stêrk de raneketin. Qe nebe bila seg û kûçikên me di van otêlên pênc stêrk de bibin mîr û wezîr û bi azadî tir û fissan bikin.
|
|
Aferîn Cem beg aferîn!

Tacdîn Baran- 24/11/08- Almanya- Hevserokê Partîya Keskan Cem Ozdemîrê Tirk, di hevpeyvîna xwe a bi rojnama Bîld ê re çend lotikên Tirkane avêtin. Cem Ozdemîr efendî di hevpeyvîna xwe de doza perwerdeya zimanê Tirkî li dewleta Alman kir û xwest ku zimanê Tirkî jî bibe zimanê xwendin û nivîsandinê.
Îcar hinek malperên me lotikên paþûpêþkî davêjin, xwa aciz dikin û dibêjin.“Peeekkkkk, kuro Ozdemîro, çima tu doza perwerdeya bi zimanê Kurdî jî naki oxlim“ û rebeno didin ber lotik û pehînên bergîlkî.
Yaw qerdeþim, ma serê Ozdemîr ê Tirk bi zimanê Kurdî dêþe? Ma xwestina perwerdeya bi zimanê Kurdî wezîfa wî ye yan wezîfa Kurda ye? Ma di parlamento û beledîyên Almanya de Kurd tunene? Belê. Ma bîra doza perwerdeya zimanê Kurdî nabin? Belê. Ma nizanin nasnama milletekî zimanê wî ye? Belê. Ma li Almanya milyonek Kurd najîn? Belê.
Êêêêêê? Çima em xwelîyê li serê xwe û 101 bavê xwe nakin, doza perwerda zimanê Kurdî li dezgehên Alman nakin, ranabin ser pîyan, dernakevin kolanan û xwedî li nasnama xwe dernakevin qerdeþim?
Çima wê Cem Ozdemîr doza perwerda zimanê Kurdî bike cîgerlerim, ma Kurdên Almanya ji sedî 75-80 ên wan ne bi Tirkî diaxivin? Ma go Kurd li qûna xwe xwedî dernekevin, serê Tirkan bi zimanê me û nasnama me ketiye babam, hella hellaa ya siphan ella!
Law aferîn Cem Ozdemîr beg aferîn. Bi telaqê bê fitû tu kurê bavê xwe yi û xelas!
Tiirrrrr li bin qûna Kurdên go qaþo di parlamentoya Almanya û Ewrûpa de parlamenterin û zîtirkan didin xwe, tirrrrrrrr…..
----------------------------------------------
Qenc û xweþ kirin

Tacdîn Baran- 16/10/08- Frankfûrt- Lotikxane herdem dibêje “Heta civaka Kurd û Tirk nebe dijminê hev, heta Kurd û Tirk silavê ji hev qut nekin, heta Kurd û Tirk wek Cihû û Filistînîyan hevdu wek dijmin nebînin, wê serê me Kurdan her di nava qûmê de û qûna me jî belbelotî be. Bila tu Kurdek xwe bi gotinên wek “bratîya Kurd û Tirk nexapînin”.
Welhasil, di dinyayê de tu çapemenî û medya wek a Tirk bêbav, dêqehp û provokator tuneye. Çi provokasyon û kujtin li Tirkiyê û Kurdistanê bibin, ji sedî 95 ê wan medya Tirk dibe sebeb.
Piþtî ku medya dewþîrmeyan antîpropaganda fûara Frankfûrtê û standa Kurdan kir, dibêjin bîjîyên dêlegura Asenayê êrîþ birine ser standa Kurdan û nexþeya Kurdistanê çirandine.
Ê qenc û xweþ kirin.
Li Almanya zêdeyî milyonek Kurd dijîn. Yanî milyonek Kurdên ku nehêjane pîvazek xerabe. Ê baþe, ma Kurdên xwelîliser nizanin ku Tirk fersendê bibînin wê êrîþî standa wan bikin cîgerlerim? Ma hîna Tirk nasnekirine?

Axir, bîjîyan êrîþî standa Kurdan kir û nexþeya Kurdistanê çirandin. Qenc û xweþ kirin. Heta em Kurd ev bêxîret û pozneþewat bin, wê Tirk di qûna me nin jî û hûn sax!
------------------
Bênamûso 1 milyon euro da qehpika Tirk

Tacdîn Baran- 15/10/08- Almanya- Jinika Tirk Feyza Z li bajarê Ûlm ê qehpîtîyê dike, yanî qehpejin e. Midurê Daîra Alîkarîya Avedanîyê Helmût W dil dikeve qehpika Tirk Feyza Z. Mêro radibe 581 hezar euro ji qasa dewletê û ê mayî jî ji bêrîka xwe dide Feyza xanim û Feyza xanim jî bi wan peran li bajarê Kemptenê kerxaneyek qirase bi navê „Haus 4“ ava dike.
Welhasil, piþtî kerxana wê li pataxê dikeve (top davêje), Feyza Z vedigere Tirkiyê û li Tirkiyê îcar dest bi qehpîtîya xwe dike.
Niha dewleta Alman Helmût efendî daye mehkemê û dibêje: „Te evqas pere dan qehpika Tirk, em virde wêde nizanin, tu van peran ji qu…diya xwe derdixi, qûna xwe didi, çi diki bike lê perê dewletê paþde bide me“.
Helmût efendî jî gotiye: „ Min ji wê dêlika Tirk hez kir. Lotikên wê wek lotikên ker û bergîlan xurt bûn. Ez bi xwe ve zeliqandim û kirim wek mirîþka gêj“ filan û fîstan.
Ez serê we neêþînim, hay ji xwe û jinên Tirk hebin qerdeþim. Bi ellawekîl kesê ku bi Tirkan ve bizeliqin, wê ji rebenê Helmût xerabtir bê serê wan û xelas!