Lotikxane

 

Tûrcel Ararat

turcelararat@hotmail.com

 

Ax û avayî, nav û navdayî

 

 

 

 

GILÎNAME

 

Hahooo, gazî ji derdê elektrîka Dêrika Çiyayê Mazî re.  Gelî rêveberên Lotikxanê, ka ji kerema xwe re; xwe bigihînin gaziya me, dest bavêjin vê babetê. Ma di rojekê de 27 caran elektrîk diçe?

 

 

Êdî dengê meleyan nayê guhê me. Gorî gotinan hemû nûçe di derheqê Îsvîçre de waþanê dikin, çima hûn behsa Dêrikê nakin? Li Îsviçre minare nîn e, li Dêrikê dengê meleyan  nîn e. Çi ferq heye ne wilo? 

 

Êdî em li ber alarma telefona xwe nimêj dikin. Oynama þikidim lêdikeve, em dibêjin yellah ya xwedê û ellah û ekber!

Seydayên me di vê zivistanê de çûne Marmarîsê tehtîlê. Heperlorên me zingar girtine.

 

Li gorî agahiyan, ji ber elektrîka Dêrikê reytîngên „yemekteyiz“ kêm bûye. Xwedê me ji dergahê xwe avêtiye. Êdî elektrîka min jî bi kêr nayê. Aha Ji bo vê GILÎNAMEyê  min 27 caran kompîtir vekir.  Gelî hevalên berpirsiyar, xwe bigihînin hewara me ji bo xwedê. 

 

Aha dîsa elektrîk çû û bi xatirê we

 

06.12.2009- Mêrdîn

 

 

 

 

 

Fatma Xanim û mizgeft

 

 Ji ber ku atmosferek aþtiyê kete rojeva Tirkî;  nerazîbûna malbatên þehîdan (qaþo) derket pêþberî ekranan. Ji wan malbatan yek; yanê Fatma xanim, dibêje: “Çima Hakanê min þehîd ket?”.  Fatma Xanim ligel van gotinan dibêje: “Ez Çerkez im hikûmetek Çerkezan dixwazim û xilasss!”   

 

Piþtî 34 qasidên aþtiyê,  bi rengê mîhrîcanekê hatin pêþwazîkirin, mafê Çerkezan hat bîra Fatma xanim û got: “Êdî ez zarokên xwe naþînim leþkeriyê. Ez jî otobozan dixwazim, ez jî gulên sor dixwazim, madalyayên wan bila têkeve hundirê quzê diya wan“ filan û fîstan.  

 Hêza tevgera azadiyê,  xweziya devê Fatma Xanim herikand;  bi qehr û bi girî heman aqûbet ji Çerkezan re jî xwest.

 

Çîrokek hate bîra min, rehma xwedê li we be guhdar kin;

 

Pîrikek ji gund ve tê, heta niha minara mizgeftan nedîtiye; þaþ û matmayî dimîne. Dibêje ev ne mal e, ev ne zinar e, ka çiye?

Radibe ji zarokekî zîrek dipirse: “ Xortê delal, law ev tiþtê dirêj çiye ?”

 

Zarok, bersivek þeytanî dide:” Xaltî ev xirrê xwedê ye”.

 

 Pîrik dibêje:” Weleh îstireheta mirov di cîh de be ne tiþtek e”

 

Werhasil; heta niha istireheta Fatma Xanim baþ bû. Lê piþtî çav li minara nav þeqê Kurdan ket, wê çi tofan bê serê wê ez jî nizanim.

 

25/10/09-

 

 

 

 

 

Qaþo Vatanî Gorev‏

 

 

 

Ehmed diçe leþkeriyê û bi zor û zehmetî karê xwe dike. Ji ber ku wext derbas nabe; teva tertîbê xwe lîstika dilîzin, qala bîranînên xwe dikin. Silêman jî  ji hevalên wî yek e.

 

Silêman piþtî betilandina rojê di qoxiþê de gotinek mezin dike: "Ez dikarim di devê mirovan de  gramek gû bikim" 

 

Ehmed li hemberî vê gotinê  bi dilsafiya xwe bersivê dide: " Ma mêzîn di qûna te de ye arqadaþ ? Ez dibêjim tu nikarî"

 

Silêman: " Ka em biceribînin  oxlim !" 

 

Tevî çepik û pîbariya hevalan Ehmed qebûl dike.

 

Piþtî van gotinan Ehmed xwe li ser piþta xwe dirêj dike, Silêman þalê xwe û derpiyê xwe dadixe û xwe ji asûna (pozîsyona)  rîtinê re  amade dike.

 

Xwe diintîne(dijdîne)  weke dilopek gû ji qûnê dikeve. Hevalên wî hemû çepikan dixe, sedema çepikan serkeftina Silêman e. 

Dema leþkeriya Ehmed tije dibe; ji hevalên xwe xatir dixwaze û diçe gundê xwe.  Li gund  heftak wî çêdibe, li civatekê rûdine û qala bîranînên xwe yên leþkeriyê dike...

 

Gotina Silêman tê bîra wî  û berê xwe dide cemaatê dibêje:  "Ez karim di devê mirovan de  gramek gû bikim".  Safikek mîna wî, bi navê Husên  dibêje: " Ma qeynter di qûna te de ye qeþmer ! Tu nikarî"

 

Ehmed : " Ez li leþkeriyê hîn bûm, ka em biceribînin arqadaþ".  Gundî matmayî dimînin, encama pêþbaziyê meraq dikin.

 

Weke silêman  Ehmed jî derpî û þalê xwe dadixe û li  ser Husêyn  disekine. Xwe diintîne, wecê wî sor dibe, rehê laþê wî di  bin çerm de xuya dibe, lê tiþtek dernakeve. Husêyn  aciz dibe, bi mûyê qûna Ehmed ve dilîze.  Piþtî lîstina mû; hema çi di hûrê  Ehmed de be, dibe gû û dirije serçavê  Husêyn.

 

Husêyn bi hêrs radibe ser xwe û dibêje: " Te di diya xwenyooo ma te çi kir, te go gramek te kîloyek kir  law"

 

Ehmed: " Ne te bi eyarên qûna min ve lîst oxlim"

 

Werhasilî kelam, leþkeriya Tirk wisa ye,  Bi eyarên hevdu dilîzin û jê re dibêjin vatanî gorev. Law babam leþkerî ji me re ne lazim û xilas.. 

 

15/10/09

 

 

 

 

Pirskerên Axretê û kalo

 

rcel Ararat- 12/10/09-  Li gundekî ne diyar kalekî yextiyar, temenê wî 70 salî hebû. Ev kal ji  kurê xwe re dibêje: „Lawê min, wexta ez mirim hinek esrar têxe kefenê min“.

Kurê kalo dibêje: „Ma bavo ne guheh e?”

Bav: „Guneh ne guneh wasiyeta min ev e, xelas“.

 

Êdî kur nikare serî bi bavê xwe re derxe û dibêje baþ e.

 

 Dema mirina kalo tê; amedekariya veþartina wî çêdibe. Kurikê kalo radibe weke bav xwestibû wesiyeta wî tîne cih; mistek esrar dixe kefenê wî. Kalo diçe dilovaniya xwe, malbat bi xemgînî stûnê malê dinixumînin. Kalo çavê xwe vedike li hemberî wî du pirskerê axretê  hene.

 

Pirskerên axretê: „Ooooo, tu bi xêr hatî…“

Kalo: „Hûn sax bin , mala we ava..“

 

Berî ku pirsên pirskeran destpê bibe, kalo 2 esraran dipêçe û dide pirskeran..

Tevî kiþandina esrarê serê pirskeran gêj û têþ dibe.. Ji ber ku bi wan ve xweþ tê, dibêjin ka esrarek dinê bipêçe cîgerim..

 

Kalo dibêje: „Ezê bipêçim lê þerdek min heye“.

Pirsker: „Þertê te çiye oxlim?“

Kalo: „Hûnê min bikin 25 salî û biþînin gundê min“.

Pirsker: „Tiþtê ku tu dixwazî hêsan e“.

Kalo: „Baþ e, a ji we re esrar...“

Piþtî pirsker û kalo li hev dikin, bi lingê kalo digirin,  radikin asîmanan, dizîvirînin û her du pirsker bi tevahî dibêjin 70,60,50,40,30,25 û kalo davêjin gundê wî..

 

Kalo xwe li gund dibîne ku bi kêfxweþî berê xwe dide nava cemeata gund.. Gundî  matmayî dimînin û ji kalê ciwan re dibêjin: „Hayhoooo, ev bûyer çawa çêbû law?“

Kalê ciwan dibêje hal-mesela min bi vî rengî ye.  Piþtî gotinên kalê ciwan, hevalê wî berê xwe dide mala xwe û bi lezgîni ji zarokên xwe re dibêje:" Binerin kurên kerê, wexta ez mirim mistek eroîn têxin kefenê min“.

Zarok dibêjin: "Ma bavo ne guneh e?"

 

Bav: „Guneh gunehê min e, wasiyeta min ev e !“

 

Weke kalê dinê ev kal jî derdikeve pêþberî pirskerên axretê.

 

Eroînê dide pirskeran, serê wan zêde zêde gêj dike. Piþtî qedandina eroînê pirsker dîsa dixwazin. Kal dibêje: „ Bi þertê hûnê min bikin 15 salî û biþînin gundê min ez qebûl im“.

 

 Pirsker dibêjin:" Daxwaziya te hêsan e".

 

Werhasilî kelam, weke kalê dinê lingê wî digirin, dizîvirînin, dest bi kêmkirina temenê wî dikin. 70,60,50,40,30,20,10..

pirskerek ji pirskerê dinê dibêje:“Kuro ma ne gotibû 15 salî,  bisekine..!“

 

Pirskerê din dibêje: „Bi îman ezê wî biþînim heta quzê diwa wî, ihii!“

 

Îcar gelî xwendevanên Lotikxanê, heger hûn jî dixwazin bi xortanî li gundê xwe vegerin û neçin cehnemê, mistek esrar, eroîn, afyon û kokaîn têxin nav kefenê xwe babam. Hûn zanin, torpîl û bertîl li axretê jî heye haaaaaaa….