Lotikxane

 

 

Xalidê Hekarî

 

 

 Eyþikê ji xwe bi þik ê

 

 

LEGLEG Û FERXÊN XWE

 

Ferxên (cûcik- têjik-çêlîk) leglegê ji dêya xwe re dibêjin: “Dayê bêhn ji hêlûna me tê“.

Legleg: “ Tiþtek nabe, emê hêlûnek din çêkin” . Radibin û hêlûnek din çêdikin.

Pîþtî heyamekê ferx dibên: “ Dayê dîsa bêhn ji hêlûna me tê “.

Legleg: “ Qiyamet ranabe, emê yek nû çêbikin “ û hêlûnek nû çêdikin.

 

Pîþtî demekê ferx dibên: “ Dayê dîsan bêhn ketîye hêlûna me”.

Legleg ji ferxên xwe re dibê: “Heta ev qûn li ser me be, em her roj hêlûnekê çêkin jî wê her bêhn jê bê. Lewre lazime em berê qûna xwe paqij bikin”.

 

Vêcar xwendevanên delal, hinek hêz û partîyên me her heyamekê navên sazî û rêxistinên xwe yên sererd û binerd diguherin. Li ser daxwaza rêberên xwe yên sererd û binerd serê me Kurdan wek þorba nîskê diçelqînin. Lê her sim sim simahîl e, tiþtek nahête guhertin. Gotin, kirin, mejî û exlaqê wan naguhere û her tim heman tiþtan dikin û dibêjin. Ew celeb kesane tine navê xwe diguhêrin. Bi qasî leglegê jî wêrek  û rastgo nabin.

 

Xwezî bi wê roja ku ew jî wek leglegê wêribin rastîya xwe eþkere bikin û bêjin divê em mejîyê xwe biguherin. Heta wê nebêjin, her roj partîyek nû ava bikin jî, wê her bêhn ji hêlûna wan bê û di Kurdistanê de aramî çênebe û hûn sax...

 

20.12.2009

 

 

 

 

Me çend carên din ev flîm dîtibû

 

Carnan mirov dibêje ez tiþtên sîyasî nanivîsim. Lê hinek caran bûyer diqewimin wijdanê mirov dest nade mirov bêdeng bimîne û hisê xwe dîyar neke. Dema mirov hisên xwe dîyar neke, ezaba wijdan dikêþe û watinîya xwe ya welatevînî bi çih nayne.

 

 Her weku herkes diþopîne, bi hinceta17 cm tengbûna cihê Ocalan, ji roja Cejna Qurbanê û vir de, provaqasyon û çalakîyên du alî nasekinin. Girtina DTP jî ev hincet geþtir kir. Ew jî têr nekir, dewleta kûr li Toqatê provaqasyonek mezin pêkanî, 7 leþkerên xwe kuþtin û xwe binberze kirin. Herkesî þik birin ser hêzên dewleta kûr yên berpenî. Her wusa bû û wusa ye jî. Lê îro PKK kuþtina wan 7 leþkeran girte ser xwe û got “ grûba Dêrsimê bêyî ku haya me û emrê me jê hebe ev çalakî pêk anîye”.

 

Grûba Dêrsimê berî niha bi hefte yan du hefteyan beyan kiribû ku ew Qendîlê nas nakin û ewê bi serê xwe þerê çekdarî bidomînin. Her weku berî niha çend caran jî qewimî ye, xuyaye niha jî dixwazin vê bûyera 7 leþkerên têde hatî kuþtin, bikin stuhê grûba Dêrsimê û grûba Dêrsimê bi destê dewleta Tirkan bidin telifandin (imhakirin). Hem jî rojek piþtî ebûqatên Ocalan ji Îmralîyê vedigerin ew beyan tê kirin. Bi kurt û Kurmancî, ev plan plana hêzên tarî yên di nava artêþê û PKK de ne. Dixwazin bi vê pilanê du kewan bi kevirekî bikujin. Hem ji grûba Dêrsimê bifilitin, hem jî þikên  provaqasyon û qetlîama kirî ji ser xwe hilînin û hiþê raya giþtî biguhêzin dereke din, xwe derxin paqijîyê.

 

Lê bila kes kesî nexapîne, me ev film çend caran dîtîye. Êdî kesek xeþîm nemaye. Ji ber ku;

 1- Ew kemîn bêyî haya artêþê nehatîye danîn.

2- Ji artêþê û hêzên pêvegirêdayî  pêve kesî nedizanî di wê seetê, di wê demê de û di wê hewayê de wê leþker ji wir derbas bin.

3- Grûba Dêrsimê di çîyayên Dêrsimê de asê maye, çi qontaxên wan bi artêþê û sazîyên PKK ê re nemane ku beyanan bidin sazîyên PKK ê.

 4- Heke xeberê bidinê jî ew naweþînin.

5- Dêrsim li ku ye û  Toqat li ku ye? Çi zû hatin înformasyon girtin, kemîn danîn, qetlîam kirin, þopa xwe winda kirin û vegerîyan çîyayên Dêrsimê, ma helîqopter û Ûfo yên wan hene? Yan jî cin û perî ne wê bi çek û sîlehan bên qetlîaman bikin û kes wan nabîne û vegerin?

 

Me ev film çend caran dîtibû, lewre ji me re xweþ nayê û çi tama wê jî nemaye wesselam.

 

13.12.2009

 

 

 

 

Leyîztika biçûkan

 

Dema em zaro bûn bajar û gund ne hinde boþ (qelebalix ) bûn. Herder veder û cihê mijûlahî û leyîstîkan bû. Gellek cûreyên leyîstîkên zarokan yên havînkî û zivistankî habûn .Yên havînkî “ tîteqanê, kêlvêlanê, bardeqanîyê ve armancanê, þûrê keleþ, þûtanê, þeqanê, kipî, kûrkanê, kekê kerhajo, soberî, tîr û kevan, þerê dîkan" û gellekên din. Yên zivistanê “tixanê, pilanê, pêncûkanê, cûcanê, pêþbirka xwe ji banan avêtinê, foturaf, hûlûsandin (þemitandin ), gulimiçkanê" û hwd. Lê niha ji ber sedemên þerê qirêj, gund vala bûn û bajar boþ bûn.

 

 

Xanîyên ax rabûn, þûna wan bi xanîyên banên sackirî û apartimanan hat dagirtin. Li nav û derdorên bajaran xanî ketine ser hev, ne cihê leyîstîkên havînkî, ne jî yên zivistankî maye. Zarok di malan de aciz dibin û girtî mane. Çi mijûlahîya wan nemaye, tenê tiþtê di dest wan de maye keviravêtin e.

 

 Vê dawîyê avêtina molotofan, sotina lastîk û rêbirîn jî li wan zêde bûne. Ew karên han ên kirîmînalîze bûye leyîztîkên zarokan. Kes û hêzên berjewendîyên wan di kirîmînalîzekirina civatê de heye, wan zarokan li gor dilê xwe dixebitînin.Day, bav jî nikarin zarokan kontirol bikin. Heke bixwazin jî bi wan nikarin. Hîç kesek ji xwe napirse wê dawîya van zarowan çawa bibe. Heke pirsgirêk û arêþeya Kurdan hinekî çareser bibe, wê rewþ û dahatûya wan zarokên kirîmînalîzebûyî çawa bibe kes nizane.

 

Li gor min ev celebkesane dema arêþe ji holê rabin, wê li hev vegerin û li hev xin û bibin sedemê civatek kirîmînalîzebûyî, sedemê hevkuþtin, xwîndarî û þerên eþîrtîyê.

 

Banga min jibo hemû day, bav û mezinên eþîran ev e ku ji niha de rê li ber sedemên tiþtên xirab bigirin.

Paþê nebêjin kesî em hiþyar nekirin ha. Vêca gotin ji me, hûn dikin an nakin hûn dizanin. Xêr û guneh di stuhê we de ye.

 

04.12.2009

 

 

 

 

Her tiþt ji binî derdikeve

Heyran ev Kurdên  me mirovên ecêb in. Îro ez  çûbûm nîk polîsê bîyanîyan jibo belgeyekê derxim. Axir, min belge girt û ez derketim. Çavê min li makîna kopîkirinê ket. Min ji xwe re got, ka ez kopîyek vê belgê jî bikêþim dibe ku jibo pêþerojê hewce be.

 

 Dema min kopî dikêþand, Þêx Ciger ê cîranê min jî hat cem min. Çavê min li kaxezê bû, lê ji ber ku ez li alîyê rexî bûm, min kaxez nedît.  Lê þêx dît û got: “Mamooo, hertiþt ji binî derdikeve“ û bû pîqêna me em kenîyan.

 

Heyran willeh û billeh rast e.  mîz, gû, zaro, têjikên hemû ruhberan, hêk, hemû ji binî derdikevin. Lê tiþtê serê min tevlihev dike û ez ji binî dernakevim, ev zekema H1-N1 e  ku baþçawiþê Lotikxanê pê ketî ye û pirsgireka Kurdan a rojevê wê ji kîderê derkeve.

 

Heke kesek pê zanibit bila ji kerema xwe eþîreta Lotikxanê pê agahdar bike.

 

23.11.2009

 

 

 

 

 

 

DU DILXWEÞÎ

 

 Xalidê Hekarî- 10/10/09-

 

Îro ez û baþçawîþê Lotikxanê Pîrkemal çûn serdana heftenameya RÛDAW ê

Malaxebatkarên wê ava be. Qedrê  xwe û me girtin û bi mêvanperwerîya xwe,ya Kurdewarî dilê me xweþ kirin, tew xwarin  û çayê jî dan me. Redaktorê wê heta derîyê derva em bi rê xistin û dilê me xweþtir kir. Ez û Pîrkemal li gara trêna bajarê Kolnê ji hev veqetîyan. Ez ber bi esbahnê hatim, Pîrkemal jî got: “ Ezê hinekî bimeþim”.

 

 Li gara esbahnê beþê cigarekêþanê, min cigarek pêxist û kezaba xwe reþ kir. Keçikek ciwan 30 cent di dest de, bi kemal û marîfet nêzîkî min bû û bi nermî got: “ Bibore, ez dikarim bi 30 sentan cigarekê ji te bikirim? “.

 

Bi vê ihtiram, rûkenî û nazikîya cigarexwestinê, ez gellek dilxweþ kirim. Min du cigare danê û pare jî jê nestandin. Keçikê jibo hindê çend caran spasîyên xwe diyar kirin.

 

Ez li ser vê yekê li ser Kurdên me yên  xebatkar û zehmetkêþên welat  ponijîm. Hinek ji wan  30 -40 salên xwe bê berjewendî dane xebata welat û millet. Lê Kurdên me ne spasdarîya wan dikin, ne jî dibên mala we ava. Tew bi ser de jî rexneyên dijwar li wan xebatkaran digirin.

 

Axir, dîsa mala xebatkarên Rûdawê û wê keçika kubar, nazik û bi ihtiram ava be. Dilê min di rojekê de du caran xweþ kirin . Heke em Kurdên din jî wek wan qedirzan, xwedî ihtiram û li hemberê hev hinekî nermik û germik bin, ez bawerim wê arêþeyên di navbera me de rabin û emê bi hevre berê xwe bidin neyarên welat û millet.

 

Lê kaaaaa...Xuyaye heta em hînî rêzgirtin, ihtiram û hezkirina hevdu bibin wê hasil bigihê Mûsilê wesselam.....

 

 

 

 

Berazan bela xwe li Fatê jî da

 

Tacdîn Baran- 08/10/09-

Heyran ez nizanim çi hewala hunermend û nivîskarên Kurd e.  Ciwamêran ewqasî nazik in ku tu dibê qey malmîratan nanê bê xwê xwarine. Hema mêþek xwe li ser wan deyne, hew we dît bi þewb û zekemê ketin û tirr di wan de nema.

 

Axir, hefteya çûyî baþçawîþê Lotikxanê Pîrkemal beg sipîsaxlem çûbû Hollanda. Û di vegerê de? Di vegera xwe de bi “þewba çêlekên Holllandî” ket û sê rojan ji nav cihan ranebû. Þewba çêlekên Hollandî kuro! Kuro law me digot qey top û mîtralyoz nikarin baþçawîþê Lotikxanê bixînin erdê, wille yabo me nizanîbû baþçawîþê Lotikxanê ewqasî nazik û laþtenik e bavo.  

 

Werhasil,  niha jî îcar dibêjin hunermenda Wanî Fatê li Stenbolê bi “þewba berazan” ketiye û rakirine nexweþxanê. Hunermenda 40 kîlo û çerm û hestî Fatê, pêr li Stenbolê ket ber lotik û pehînên vîrûsa berazan û rebenê bi lezûbez avêtine beþê karantînayê.

 

Êêêêêê Fatê! Tu bi wan 40 kîloyên xwe her roj þevederî bibî, bajar bi bajar bigerî û nazik nazik xwe li ba kî, helbet wê beraz jî bela xwe li te xin û pisîkên Wanê jî keçko.

 

De derbasbûyî be û xwedê bikim ne þewba berazan lê þewba çêlekên Hollandayê be rebbî.....

 

 

 

 

Bîranînên min û Prens Dr.Cemþîd Bedirxan-3-

 

 Xalitê Hekarî-01/02/09

 

Wan demên ku ez hatibûm Almanya, ez hêjta ne zewicî bûm û çi têkilêyên min bi jinan re jî çênebibûn.

Lê li Almanya (heta ez zewicîm jî)  carnan ew têklî jî çêdibûn. Bi wan têkilîyan ez carekê nexweþ ketim. Berê dema ez nexweþ diketim, min ji Prens Cemþîd re digot, wî jî dermanin didan min. Lê wê carê rewþ cida bû.  Ji þerman min nikarîbû ji kesî re bibêjim û ez zêde ditirsîyam. Keyfa min revîya bû û min zehf kîlo jî dabûn.

 

Prens Cimþît rewþa min fahm kiribû. Wî dizanî hewala min çiye. Rojekê got: “Pismam, çi hewala teye, te gelek kîlo dane. Ma tu derdê xwe bo min nabêjî?”.

 

Min jî gotê: “Nayê gotin”.

 

Wî got: “Ez doxtor im tu jî nexweþî. Mirov nexweþîya xwe ji doxtoran naveþêrit û mirov ji doxtoran þerm jî naket”.

 

 Min jî ji wê gotina wî cesaret girt û mesele jêre got.

 

Prens got: “Were em biçin nexweþxanê oda min, ez te maîne bikim”.

 

 Em çûn nexweþxwanê û di oda wî de rûniþtim. Jibo min qahwek anî, hinek dilê min xweþ kir û got: “Pismam,  ev tiþtê te kirî tiþtek gelek normal e û biser de jî mihtacî ye. Em li xerîbîyê ne, lêre doxtor jî, derman jî bê pare ne (di wan deman de  kesî pare nedidan doxtor û dermanan).  Dema mirov nexwþ bikevît,   hewceye mirov hema biçît xwe nîþa doxtoran bidet. Parê wan hemî ji  sîgorta te tê birîn. Ma doxtor û sîgorte jibo ci hene? Dê ka rabe ez te maîne bikim”.

 

 Ez maîne kirim,  derzîyek anî û li min xist û bi ken got: “Netirse pismam, kutan ji teeee  û qenckirin (xweþkirin) ji min” û pakêtek heban jî da min û got dîsa got: “Min þîv heq kir ne wisa?” 

Min got: “Belê. Aha ez neha diçim hazir dikim û li hîvya te me”. Got: “Ezê bêm”.

 

Ez kêyfande difirîyam, ew tirs û xof ji  ser min rabibû. Ez hatim haîmê. Min tirþikek bi goþt, birinc û seletek çêkir. Prens Cemþîd hat û me bi hevre xwar. Lê min hêj jî

þerm dikir û ew jî  bi min dikenîya û henek bi min dikirin, dilê min xweþ dikir.

 

Gelî xwendevanên Lotikxanê, aha Prens Cemþîd Bedirxan kesayetîyek hinde qencîxwaz, nefsbiçûk, henekçî, dilnerm, rûken û ji Kurdan hez dikir. Lê qet bi sîyasetê mijûl nedibû. Bibû heval, dost û pismam ê du karkerên belengaz ku haya wan ji dinê tunebû û prensbûna xwe ji wan re negotibû.

 

Lê mezinahîya wî jî  di wê negotinê de veþartî bû. Xudê wî bi beheþta baqî þa bike.   

 

Dawî.

 

 

 

 

 

Bîranînên min û Prens Dr.Cemþîd Bedirxan-2-

 

 

 Xalitê Hekarî- 28/01/09-

Êvarekê ez, Prens Cemþîd û hevalê me yê xerzî rehmetî Sadik Ûçar bi hevre digerîyan. Em zêde têhnî bibûn. Di wan deman de wek niho li serê her koþekê Kîosk (dikanên piçûk) tunebûn ku em tiþtekî bikirin û vexwin. Bîraxanek li miqabilê me bû. Me biryar da ku em li wir tiþtekî vexwin.

 

Min û Prens Cemþîd bîra, kek Sadik jî kola xwest. Min jî bi bîrayê re pir cigare dikêþa. Di wan deman de cigarên HB û Ernte pir bi nav û deng bûn. Hinek ji pakêtê wan pahn û pir xweþik bûn jêre digotin “ pakêta tolazan“. Min jî ew dikêþan. Bi serhev kêþana cigarê ez hinekî kuxîyam. Prens got: “Pismam, xuya dike cigarê tu aciz kir“.

 

Me bîra xwe vexwar û em derketin, disa meþîyan û me qala xisarên cigarê kir. Prens got: “Pismam, pispor dibêjin “xisara kaxeza cigarê ji ya tûtinê zêdetire “.

 

Me Prens Cemþîd danî nexweþxanê û em  vegerîyan hayîm ê (avanîya ku berê karkir têde diman). Di navberê de hefteyek borî, êvara înê seet ji 11 an bihurî bû.  Em jî nû ketibûn nav nivînan. Yekî li derî xist, kek Sadik derî vekir, me nihêrt Prens Cemþîd bi kincên doxtorîyê kete hundir. Xortek 19- 20 salî pêra ye.

 

Min got: “Xêrbe bismam, çi hewala teye te nîvê þevê bi ser me de girt?”

 

 Prens: “Min jibo we mêvanek anîye. Ev xort Marokanî ye û ji bajarek din hatîye. Li gel (bi bavê xwe re) bavê xwe rêyan qîr dike. Bavê wî qeza kir û anîn nîk (cem) me. Hevalên wî hemi çûn. Min kir û nekir doxtor û hemþîran ew di nexeþxwanê de nehewandin. Gotin “Gemarî ye, qirêjî ye, pîs e, nikare lêre ( li vir) bimîne û kesek wî nahewîne. Min jî ji wan re got ezê wî bibim cem nasên xwe, ewê wî bihewînin”.

 

Mejî got: “Tu û mêvan li ser seran û li ser çavan hatin”. Prens got: “Qisûra min nenêrin, ez mecbûrim bizîvirim nexweþxanê.Spêdê seet di navbera 8-9an de ezê bêm wî bibim” û çû.

 

Lê birastî cilên kar li ser xort bûn, hemî bi qîr bûn, ji bêhna qîrê û qîra bi cilên wî ve li ku biketa reþ dikir. Min destek kiras, derpî û pîceme jêre derxist, þanpo û sabûn danî ser. Kek Sadik ew bir serþokê, ez jî çûm midbexê min hêkerûn û çayê çêkir.

 

Xort spêdê qahwek vexaribû, heta hat nik me tiþtek bi devê wî neketibû. Xwarina xwe xwar, min lihêfa xwe raxist erdê, betanîya Sadik girt û xort jî li ser cihê xwe razand.

 

Spêdê seet 7 an em rabûn me xurînî kir. Min pantor, qutik û gore, kek Sadik jî cotek sol dan xort . Wek ew xort biçe yekî din bê þûnê. Prens dema ew di wî halî de dît gelek pê dilxweþ bû û got: “Min jî dixwest wî bibim cilan jê re bikirim. Lê vaye we kirîye”. Piþtre Pirens dîsa got: “Pismam, þevê din piþtî ez çûm nexweþxanê, doxtor û hemþîre þaþ man û gotin çawa dibe nasên te ew kesê hinde gemarî hewandine. Min jî gote wan ku em Kurd in ne Alman in”.

 

 Bû êvar, Prens Cemþîd hat, ji kêfan difirîya, xwe avêt ser stuhê me, em maçî kirin û got: “Pismam, we ez li hember wan prefesor, doxtor û hemþîrên qure gelek mezin kirim. Dema min ew xort bi wan cilên paqij, serþûþtî û tiraþkirî bir, hemi behitî man. Xort nasnekirin û gotin “ev nasên te mirovên çawane? Hinde qedir dane mirovê te birî nik wan”. Min jî ji wan re got “ew di Ford ê de karker in. Em Kurd in, mêvan perwer in, çi qîmetê nadin cil û libasan, em insan in û qedirê didin insanan. Li nîk me adet e, em dîyarîyan jî didin mêvanê xwe”. Wan serê xwe danîn ber xwe (tewandin), li ber min wusa piçûk bûnû bûne kêzik . Wan doxtor û profesorên xwe li ber min qure dikirin, îro ku di ber min re derbaz dibûn, xwe ditewandin û bi rûyek ken digotin merheba”.  

 

 

 

 

 

Bîranînên min û Prens Dr.Cemþîd Bedirxan-1-

 

 

Xalitê Hekarî- 25/01/09

Di van heyaman  de çend malperên Kurdan behsa jîyana Prens Cemþîd Bedirxan dikin. Min got bila Lotikxane jî jê bêpar nemîne. Ji berku min û Prens Cemþîd Bedirxan gelek rojên xweþ bi hev re derbaz kirine û çend serpêhatîyên me bi hev re hene, ezê wan bi xwendevanên Lotikxanê re parve kim da ku Kurdên me ne tenê welatparêzî, herweha nefsbiçûkîtî û camêrîya wî jî nas bikin û tiþtên me bi hev re derbaskirî bi min re neçin gorê. 

 

Birastî kek Cemþîd prens bû. Lê wek prensan tev nedigeriya. Sal 1972, ez bi karkerî hatibûm Almanya. Li herêmek navbera fabrîqa Ford ê û Longerîchê dimam. Prens Cemþîd Bedirxan jî di nexweþxana Longerîchê de doktorî dikir. Malbata wî li Berlînê dima.  Di wan salan de ji Kurdistana bakur pir kes bi karkerî dihatin bajarê Kolnê. Piranîya wan jî dihatin fabrîqa Ford ê. Prens Cemþîd jî her qefîla hatiba diçû wê hayîma ez lê dimam, pisr dikir ka di nav wan de Kurd hene an ne.

 

Ew du hefte bû ez hatibûm Almanya. Prens Cemþîd ji ber ku Tirkî zanîbû, ji kesên ber derî rûniþtî dipirse: “Di nav we de Kurd hene?”

 

Ew jî sererast tînin oda me. Kete hindur, silav da, me silav jê wergirt û ji ber ve rabûn.  Destê  xwe da me û got: “Ez Cemþîd Bedirxan”. Me jî xwe pê da naskirin, cih nîþan da û rûniþt. Got: “Hûn ji kîjan bajarî nê?”  Min got: “Ez ji Hekarîya me û hevalê min ji Sêrtî (Xerzî) ye” .

 

Li ser vê gotinê, hema rabû pîyan, em himbêz kirin û ji kêfan re hew nemabû bifirîya û got: “Ez jî Cizîrî me“.

 

Me çayek çêkir, bi hev re vexwar û ketin sohbetê.

 

Prens Cemþîd Kurdîyek gelek fesîh diaxivî. Mirovek axaftin nerm, kubar, rûken û nefsbiçûk bû. Ya rastî, min heta îro jî çi kesên wek wî nefsbiçûk nedîtine. Ji wê rojê pêde dama kêysa xwe dîtiba dihat serdana me. Di wan deman de xwarinxanên bîyanîyan tunebûn. Wî gelek bêrîya xwarinên Kurdan kiribû. Ca jixwe di nexweþxanê dima û li wir radiza. Îmkana çêkirina xwarinan jî tunebû. Ji ber ku min di zarotîya xwe de di xwarinxanan de kar kiribû, min karîbû xwarina çêkim. Kêyfa wî gelek ji xwarinên min re dihat. Piþtî me xwarin dixwar  em li kûsîya wî  (WV) suwar dibûn û diçûn bîraxanekê bi hevre bîrayek vedixar.

 

Di wan deman de min ne dizanî ku ew prens e û nevîyê Mîr Bedirxanê Botan e.  Wî  jî qet nedigot ez prens im û nevîyê Mir Bedirxanê Botan im.  Tenê digot: “Bavê min  Celadet Bedirxan elfabeya Kurdî çêkirîye” .

 

 Di wan deman de, di heqê Kurdayetîyê de çi zanebûna min tunebû. Ne min Mîr Celadet nas dikir ne jî navê wî bihîstibû. Min tenê zanîbû ez Kurd im û hej Tirkan nakim. Di zarotîya xwe, xortanîya xwe û li eskerîyê min û wan tim pevçûn dikir. Li ser wî halî jî ez û prens bibûn wek du bra, heval û pismam. Ca jixwe me navê hev  bilêv nedikir û me digote hev pismam.

 

Rojek ji yên dawîya hefteyê dîsan hate serdana min û got: “Pismam, ew bo çi Tirk Kurdan wek hovan dibînin?”

 

 Min gotê: “Xêr be pismam, ma çi qewimî?”

 

Ewî got: “Jinek Tirk li nexweþxanê razandine. Ji Tirkî pêve çi zimanan nizane. Kesek Tirkî zanibe jî tune. Serbijîþk gazî min kir û got: ” Ew jinik tiþtan dibêje lê em tênagehin. Em dibêjîn ew tênagehe. Ka tu hinekî Erebî pêre baxive belkû hûn çend gotinan ji hev fahm bikin”. Min jî gote serbijîþk ez Tirkî jî dizanim. Axir em çûn, jinik li ser piþtê raketibû. Min bi Tirkî jêre got: “Ez çawa dikarim ji tere bibim alîkar?” Wê got: “Sen Turmusun?” (Ma tu Tirk î). Min got ben Kurd um ( Ez Kurd im). Jinikê xwe rimekê biling kir û herdu destên xwe berbi min ve rakirin,wek mirov hirçekî bibîne û xwe biparêze qîriya û got: “ Yapma hahooo!” Bijîþkan got çibû çi qewimî, ew çima wusan tirsîya? Min jî got: “Wê ji min pirsî tu Tirk î min jî gotê ez Kurd im wusa kir”. axir min ew îkna kir û pê eleqeder bûm. Paþê  min jê pirsî tu çima tirsîyayî? Wê got: “Min wusa zanîbû Kurd nikarin bibin doxtor, hemî qatil, mêrkuj û êþqîya ne”.

 

Wê bidome.  

 

Wêne: Malpera Celadet Bedirxan.com