Pêkenok di çand û jiyana me Kurdan de ciyekî taybet digre. Piraniya pêkenokên ku li Kurdistanê hatine û tên gotin serpêhatî ne. Ciyê daxêye ku ev parçeyê çanda me hêdî hêdî wenda dibe. Gava nivîsek an tiþtek nekeve ser rûpelên kaxezê û neyê paraztin, nabe belge û ji zarok û pêþeroja me re namîne. Ev jî ziyanek mezin e û çand û edebiyata gelê me pê dêþe. Ji ber vê, em dixwazin pêkenokên xwe bi riya malpera Lotikxanê biparêzin û ji zarok û duweroja xwe re bikin xezîne.

 

Bavê Ronahî

baveronahi@googlemail.com

 

 Hevalê lingê þemitî nîne

      

            

  Çima ker eraq venexwar

 

Dema Îsmet Înonu serokkomarê Tirkîyê û CHP jî yekem partî bû, di wan deman de walîyê Stenbûlê yê berê û wezîrê derve Fahretîn  Kerîm Gokay, (ji ber ku qizilaycî –hîva sor bû )  rojekê diçe cihekî û di mitîngekê de xeber dide.

 

Di xeberdana xwe de dibêje: “ Vexwarina ereqê heram e, guneh e, yê vexwe cehnemî ye, ca jixwe tahl e û nayê vexwarin. Kesê vexwe, hem xwe ji vê dinyayê û hem ji dinya din mehrûm dihêle”.

 

 Ji bo îspatkirina wê jî, eraqê dike nava satilekê û kerekê jî tîne wê ereqê dide ker. Lê  ker ci ji vexwarinê eraqê fahm dike, venaxwe.

 

 Fahretîn Kerîm Gokay vedigere ser kesên mitîngê û dibêje: “ We dît  ne! Ker jî ereq venexwer. Hûn dizanin  ji bo çi venexwar?”

 

Yek ji nav mitîngê dike qêrîn û dibêje: “ Ji ber ku ker e venexwar babam, wîî!“

 

Îcar gelî xwendevanan, dewleta Tirko 80 salan carekê þerbeta demoqrasî û aramîyê  kir satilekê û anî li ber me danî. Xêrnexwaz û teþqelexwazên Kurdan û Tirkan  ew þerbet venexwar û bi me jî nedan vexwarin. Gelo çima? Ji mêranî, yan jî ji kerînîyê ye?

Bila xwendevanên Lotikxanê testê xwe bidin ser wijdanê xwe û biryara xwe bidin.      

 

15.12.2009

                      

 

 

 

TIZBIH Û CIGAR

 

 

Berê qeza Goyîyan (Uludere) girêdayî Hekarîyê bû. Pîþtî Þirnex bû bajar û qeza Goyîyan bi Þirnexê ve hat girêdan. Di wan demên ku Goyî bi Hekarîyê ve girêdayî bûn, karkerên YES ê diçûn rêyên gundên Goyîyan çêdikirin. Aha di wan deman de dema YEScî yan rê çêdikirin, Endazyar (mehendiz) ek Tirk jî ji Enqerê hatiye û pilana rê nîþanî dozercî û qirêdercîyan dike.

 

Êvarî gundîyek wan vedixwîne þîvê. Mazûrvan qedrê wan digire. Herkes piþtî xwarinê cigara xwe pêdixe û tizbihên xwe derdixe û dikêþe. Mazûrvan dinêre mehendiz cigarê nakêþe û tizbihên wî jî nîn in. Mazûrvan ( ji ber ku mazûrvan Tirkî û mehendiz jî Kurdî nizanin) ji mêvanan dipirse:

-         Ev çî kes e xeber nade, cigarê nakêþe û tizbihên wî jî nîn in?

-          Karker dibên: “ Ew mehendiz e.”

-          Mazûrvan: “ Niha ew cigarê nakêþe û tizbihên wî jî nîn in?

-          Karker: Nexêr, nîn in.

-          Mazûrvan: “ Pa qey ferqa wî û kîrê min jî nîne “.

 

 Dibe pîqêna karkeran û dikenin.

 

 Mehendiz dipirse: Yaw qardaþim, wî çi got û hûn kenîn?

 - Karker:  Mazûrvanê me dibê madem ew cigarê nakêþe û tizbihên wî jî nîn in, wî çaxî ferqa wî û kîrê min jî nîne.

 Li ser wê gotinê, mehendiz cigarekê pêdixe, tizbihekê jî ji yekî distîne û ji wê rojê pêde pakêta cigarê û tizbihan bi xwe re digêrîne, ji xwe kêm nake.

 

Werhasil, aha mesela mehendiz, cigare û tizbihan ev bû. Mehendizê me bi xêra kîrê Goyîyan fêrî cigare û tizbihê bû..

 

10.12.2009

 

 

 

 

Eydanîya Emo Xelîl

 

Jina Emo Xelîlê Sêrtî yê dikandar miriye û ew ezeb maye.  Roja Cejna Qurbanê, jinek parsek diçe mala wî ji bo eydanîyekê bistîne. Emo Xelîl wê dikêþe hundir û doza ganekê lê dike.

 

Jinik dixeyide û dijûnan jê re dike, dike qîrîn û hewar. Emo Xelîl ji jinikê re dibêje:

 “ Tu çima dikî qîrîn û hewar û dijûnan dikî? Ez ji bo te dibêjim, yan xema min nîne! Ereba min heye, eksoza ereba min  heye, yaxê ereba min jî heye û ne mihtacê te me. Min xwest cihê mîza te fireh be da tu zehmet û sancîyan nekêþî”.

 

 Bi vê minasebetê cejna hemû Kurdan û xwendevanên Lotikxanê pîroz dikim. Bila her tiþt li gor dilê we be û hemû rojên we bibin cejn.

 

27.11.2009

 

 

 

 

 

Ez ji gundîyên xwe naqetim

 

Berî salên 1980î, li piranîya gundên Kurdistanê ne kahrebe (cereyan) ne jî

di malan de kanî hebûn. Di wan deman de li gundan kanîyên gund hebûn. Dewar

 li ser wê kanîyê dihatin avdan, zilaman liser wê kanîyê destrê vedidan, jinan jî jibo

 paqijîyê, xwarin û cil û firaq þuþtinê ji wê kanîyê av dibirin.

 

Gelek caran jin li ser kanîyê ji ber dora avê yan jî ji ber berberîya gund bi hev diçûn.

Porê hev kaþ dikirin û dijûnên derveyî adetê ji hev re digotn.

 

Rojekê dema melayê gund li ser kanîyê desrê vedide, du jinikên gundî ji ber berberîya gund bi hev diçin û dijûnan li hev dikin. Jinikek ji ya din re dibê: " Gundî hemî di te nin”. Ya din qey ji melê þerm dike û dibê: " Mele ne tê de, gundî hemî di te nin".

 

 Mela hema dibê: " Willeh û billeh ez ji gundîyên xwe naqetim! "

 

22/11/09

                     

 

 

 

DERMANÊ BAWESÎRÊ

 

Ev bûn çar meh in rojeva Tirkîyê rêlibervekirina pirsgirêka Kurd raya giþtî mijûl dike. Hinek dibên ev nexþerê ye, hinek dibên nexêr pakêt e.

 

Li gor min navê wê nexþerêya “korerê “ye ji ber ku bi kuve diçe kes pê nizane.

Paket jî nexuyaye ka wê çi jê derkeve. Pakêt diþibe ya Mukerem xoce. Ezê wê pakêtê bi we xwendevanên Lotikxanê ve par vekim, hûn jî wan pakêtan bidin ber hev (miqayese bikin) bê ka hûnê çi jê derxin.

 

Mukerem xoce ji bajarek ji yên Behra Reþ e. Di sala 1948 an de dibe

mamoste û teyîna wî derdikeve Colemêrgê. Tam çil salan li Colemêrgê

dimîne û ji Colemêrgê naçe. Lê di nava wan çil salan de kesî nedîtîye ku

gotinek Kurdî xeber dabe. Mukerem xoce heyamekê dibe midûrê mektebê.

Di roja mamosteyan de her hevalên wî jê re dîyarîyekê dikire. Piranîya dîyarîyan jî pênûs in.

 

Nedîm û Xelîl xoce (Nedîm Cumbuþ -Xelîl Taþ) jî jê re xiyarekî biçûk pakêt dikin

û li ser navê Nedîm xoce dibin didinê.

 

Mukerem xoce jî wusan bawer dike ku Nedîm xoce jî jê re pênûs dîyarî kiriye. Ew jî pakêtê dibe malê, hefteyek þûn de vedike û dinêre vaye xiyarek çilmisî di pakêta Nedîm xoce de ye.

 

Ew jî wî xiyarê çilmisî dike paket û bi postê jibo Nedîm Xoce diþîne. Nedîm xoce

pakêtê vedike û dinêre vaye xiyarek çilmisî têde ye û kaxezek jî danîne ser.

 

 Li ser kaxezê Mukerem ji Nedîm re nivîsîye: “Bawesîra te heye. Ev dermanê bawesîrê ye, ji bawesîra te re baþ e”.

 

Vêcar piþtî heyamekê modela van tiþtên ku dewleta Tirkan dide

derbaz bibe, emê jî karibin bêjin: “Na babam, ev tiþtên we daye çirmisî ne û li bawesîra xwe xin. Yan jî emê wî xiyarî ji xwe re bikin selete” filan û bêvan.

 

18/11/09

 

 

 

 

FIÞARA QÛNA MIN RABÛYE

 

Beþek ji Kurdên Îranê ji hinavçûyînê (virîkîbûn -îshal) re dibêjin "Fiþara qûna min rabûye". Aha yek ji wan Kurdên Îran ê jibo karekî tê Geverê.

Li Geverê bi virikê dikeve û diçe nîk bijîþk (doxtor). 

Bijîþk jê dipirse: “Êêêê, çîyî te heye qurban?”

Ew dibê: " Fiþara qûna min rabûye textor beg".

Rebenê bijîþk tê nagihê û jêre dibê:”Naxwe bikeve dorê”.

Ew jî dikeve dorê, dora wî tê û dikeve manexanê.

Bijîþk dibê:" De ka bêje, kîderê te dêþe?”

 Ew dibê: " Fiþara qûna min rabûye textor beg".

 

 Bijîþkê reben dîsa tênagihê, carek dîn jê dipirse.

 

Yê Îranî fahm dike ku bijîþk tê nagihê. Radibe destê xwe li qûna xwe dixe.

 

 Bijîjk  wusan bawer dike ku rahnê wî dêþe û jêre dibêje: " Pantor û derpîyê xwe derxe”.

 Ew jî derdixe, bijîþk xwe diçemîne ku li rahnê wî binêre. Ew dike tirrrrr û tirrekê li rûyê bijîþk dixe.

Bijîþk dibê: " Ew çibû bê þermê bê heya!"

Ew dibê: " Tiþtek nebû lo, tu li karê xwe binêre wî".

 

 Bijîþk xwe carek din ditewîne. Ew vêcarê bi rûyê bijîþk de berdide. Rûyê bijîþk tev dibe gû.

 

Bijîþk diqehire û dibê:" Bênamûsê qûnde, bê þerefê bênamûs, lawê qehbikê, ma tu þerm û fedî nakî!”.

Yê Îranî dibê: " Textor beg, qet xwe neqehirîne û xwe aciz neke. Motor xira bûye, firên jî nagirin. Min  carekê li qornê jî xist te xwe neda alî, ma qebhet a min e ? 

 

08/11/09

 

 

 

 

Meeeee, Moooooo!

 

Tahoyê Birukî bi dotmama xwe re dizewice û deh salan zarokên wan çênabin. Li ser gelek bijîþk, mele, þêx û miþayîxan, ewlîya û enbîyan digerin lê zarokên wan çênabin. Gelek mirîþk, dîk, berx û beranan dikin qûrban lê dîsa zarok çênabin.

 

Dawîya dawîyê piþtî deh salan xudê kerema xwe li gel wan dike û zarokekî wan yê nêr çêdibe. Lê vê carê jî jin û mêr li hev nakin.

 

Taho dibê: Em navê bavê min lê bikin.

Jina wî dibê: Na em navê bavê min lê bikin.

 

Bi wê li hev nekirinê jinik dienire (dixeyide) zarokê digire û diçe govê (axur).  Taho jî dide pey. Lê li govê  bi hevdû re qise nakin.

 

Di wê navberê de mîhek dike meeee meeeee! Jinik ji ber ku ji Taho xeyidî ye û pê re xeber nade, ew jî bi zarê mihê dike û dibê: Meeee!

 

Li pêy mihê  çêlekek dike Moooo! Vêcar Taho bi zarê çêlekê dike û dibê: Moooo!

Ji înada hevdu jinik dibê meeee, Taho dibê, moooo û dikevin berberîya  meeee û mooo.

 

Di wê navberê de kurik digirî. Jinik ji lêwîk re jî dibê: Meeee!  Taho jî dibê: Moooo! Bi reqebet û gengeþîya meeee û moooo, navê kurê wan dimîne MEEE MOOO, ango MEMO.... 

                                                

03/10/09

 

 

 

 

ROJA  EWIL

 

Hesenê Mihemedê Fetê (Hesen Çetal ) tirinbêlek barkêþîyê dikire.

Rojekê camêrek Aþûtanî jêre dibêje:

 

-Ez ji xwe re qesrekê ava dikim. Berên ( kevirên) qesrê me birine û li nêzîkî gund li cîhekî berhev kirine ( kom kirine). Tuyê bi tirinbêla xwe kevirên min bikêþî gund an na?

 

Hesen dibêje:

-Ser seran û ser çavan! Lê þertek min heye. Hewiya min bêyî goþt nayê (hingî ji xwarina goþt hez dike), heke hûn xwarinên bi goþt bo min çêkin baþ e, heke hûn çênekin ezê goþtê xwe bi xwe re bînim.

 

Yê Aþûtanî dibêje:

- Hema hindî tu hez bikî emê goþt bidin te, tenê tu kevirên me bikêþe.

 

 Sertêþt (taþtê) tê bê goþt e. Hesen dibê:

- Tiþtek nabe. Sertêþt e,  ewê jibo firavînê goþt çêkin.

 

Diçin sê kerdên (sefer) keviran tînin û vala dikin. Kebanî dibên:

- Ê de werin firavîn hazir e. 

 

 Diçin firavînê, Hesen dinêre firavin jî bê goþt e. Dibê:

- De tiþtek nabe. Çawa be wê jibo þîvê goþt çêkin.

 

 Þîv tê, ew jî bê goþt e. Hesen ji xwedîyê malê re dibêje:

- Ma dasa we heye?

 

Xwedîyê malê:

-Das? Kuro das bo çi ye?

 

Hesen:

- Bê goþt hewiya min nayê. Ezê kurê xwe serjê bikim û ji xwe re bikim kebab.

 

Xwedîyê malê destê xwe li çongê xwe dixe û dibêje:

- Weey bavo evî em hetikandin!

 

Roja din piþtî xurînîyê li erebê siwar dibin, qasê sed mitroyan ji malê dûr dikevin. Xwedîyê malê ji jina xwe re bi îþaret dibê:

- Heta em biçin û bên firavînê hazir bike.

 

Diçin çend kerdên din keviran tînin û vala dikin. Dibe dema firavînê, diçin rûdinin lê firavîn ne hazir e. Xwedîyê malê ji jina xwe re dibêje:

- Ma min bi îþaretan negot heta em biçin û bên xwarinê hazir bike xanim?

 

Hesen hema dibê:

- Nê wê wusa fahm nekir. Wê fahmkir ku te gotê  xwe hazir bike, ku ez hatim emê ganekê ( nîyan) bikin.

Li ser vê gotina Hesen, jinik dibe piqêna wê  û dikene, kêyfa wê zehf jiwê gotinê re tê.

 Hema diçe ser teneka qelîyê (qîlê), tawê tije qelî dike, di tawê de dihelîne, çend hêkan jî diþkêne ser, dike qelîhêk û datîne ber wan .

 

Hesen  çawa qelîhêkê dibîne, hema nake nemerdî û dibêje:

- Heke min zanîba minê roja ewil behsa ganan kiriba law.

 

02.09.2009                  

 

 

 

 

 

BAWERÎYA  XWE  BI TE  BÎNIM

 

Li Rusyayê kêm jî bin Kurdên misilman hene. Yek ji wan Kurdan jî di parlamentoya Rusyayê de kesayetîyek berbiçav e. Ew parlementerê Kurd kurê xwe di zewicîne. Di dawetê de hunermend Kazo jî amade ye. Lê berî dawetê dixwazin mahra melê jî bibirin. Lê melayên Kurd li Rûsyayê ninin.  Lewre diçin melayekî ji  gundek yên Gurcistana ku hêjta teknîk neketîyê, tînin.

 

 Demsal zivistan e, hewa jî gelek sar e. Berî mele bê, brayê zavê bûk, zava û þahidan tenbîh dike û ji wan re dibê: “Hûn dengê xwe nekin  ezê lîztîkekê bînim serê mele”.

 

  Dema wê mela mahrê bibire, brayê zavê yê miqelît li cihê otomatîka ku pencerê vedike disekine û bi dizîka destê xwe dide ser biþkoka pencerevekirinê . Hundir tije serma dibe. Xortê miqelît ji melê re dibêje:

- Seyda, em ji serman mirin. Ka ji kerema xwe ayetekê bixwîne bila pencere bê girtin.

 Mele jî ayetekê dixwîne.

 

Xort hêdîka destê xwe dide ser biþkoka ku pencerê digire . Mele mahrê dibire û karê xwe diqedîne.

 

Werhasil,  xort dîsa ji melê re dibê:

-  Mele, te pencere girt, ji kerema xwe vê pencerê dîsa veke yan wê xwedîyê wê bibêje we pencera min xirab kirîye.

 

 Mele ayetek din dixwîne.

 

Xort dîsa bi dizîka destê xwe dide ser biþkoka ku pencere pê vedibe. Mele ecêbmayî dibe û destên xwe radike hewa û ji xwedê re dibê:

-  Ev bûn çil sal min bawerîya xwe bi te netanî, lê bi sê telaqan ji îro pêde ezê bawerîya xwe bi te bînim...

 

     21/08/09

 

 

 

 

MA BERDIDE SER TE!

 

 

Dibêjin camêrek Kurdînas yê Emerîkî jibo alîkarîyê diçe bajarê Silêmanîyê. Li wir di bîroyekê de dixebite. Lê kêmasîyek wî heye. Camêr mêran berdide ser xwe.

 

Li bajarê Silêmanîyê jî çend xortên kakacanan berdide ser xwe. Kesek ji yên nêzîkî Mam Celal bi vî tiþtî dihese. Diçe ji mam Celal re dibêje: “Evî segbavî xort nehiþtin, hemî kêþane ser xwe mamo!. Wê xortên me ji rê derkevin wî, bera wî qûnekî bide bila here welatê xwe kaka”

 

. Mam Celal serê xwe dihejîne û dibê: “Li bajêr qehbexane nînin, kêyfa xortan tîne kaka. Xort jê razî ne. Ma te çi jêye berdide ser xwe canekem, ma berdide ser te!”

 

30.07.09

 

 

 

 

 

KURD  ZENGÎN BÛNE

 

 

Di hinek welatên Rojhilata Navîn de ji ber arêþeyên hundur û derva, welat ji wan re bûye dojeh. Xîyala wan jî dibe biheþta direwîn welatên Ewropa, Amerîka û Kanada. Ji boy ku derbasî wê behiþta direwîn bibin, gava ewil mecbûrin ji ser hidûdên Sûriye, Iraq û Îranê û bi zora peran derbasî Tirkîyê bibin.

 

Bê goman hemû jî welatê Kurdan, Kurdistana parçekirî ye. Kesên ji cehnemê bixwazin derbasî  cinetê bibin, hewcedarî Kurdan in. Kurd jî bi peran rêberîyê ji wan re dikin û ji alîyekî derbasî alîyê din dikin. Ji ber wê sedemê Kurdan li ser xwe pêkenokek çêkiriye. Pêkenok weha ye.

 

Tê gotin ku dema xwedê milet çêkirine û ji wan re welat kifþ kiriye, ferman daye Cebraîl ku wan li welatê wan binecîh bike. Lê xwedê Kurd ji bîr kirine.

 

Melek Cebraîl ji xwedê re dibê: Ya rebbilalemîn, te Kurd ji bîr kirin û cîh jibo Kurdan nema, em çawa bikin?

 

Xwedê dibê: Hema Kurdan bibe li ser hidûdê cehneme û cinetê bi cîh bike, bila hidûdan biparêzin.

 

 Cibraîl jî Kurdan li ser hidûdê biheþt û dojehê bi cîh dike û vedigere.

 

Di navberê de çend sal û zeman derbas dibin, çawa dibe dîsa Kurd tên bîra xwedê û  ji Cebraîl halê Kurdan dipirse.

 

Cebraîl ji xwedê re dibêje: Bi ellawekîl Kurd tev bûne tacir û zehf zengîn bûne.

 

Xwedê: Çiiiii! Kuro çawa Kurd bûne tacir û zengîn bûne law?

 

Cibraîl: Qaçaxçîtîyê dikin ezbenî.

 

Xwedê: Çawa qaçaxçîtîyê dikin?

 

 Cebraîl: Bi qaçaxî mirovan ji cehnemê derbasî cinetê dikin. Têra xwe peran distînin û dewlemend dibin.

 

       15/07/09

 

 

 

 

NE  POXTIR

 

Di navbera bajarê Hekarya û qeza Beytulþebabê de gundek gelek mezin heye, jê re dibêjin Mayînis. Dema tevgera Tirkîyê di destê cûnta faþîst de bû,  jibo dawayekê hinek memûr û walîyê Cûlemêrgê diçin Mayînis, mala muxtêr .

 

Muxtar ji wan re pezekê ser jê dike, dike kebap, birincekê jî datîne rex.

 

Li gund bi tenê jinikek Tirkîzan hebûye, wê jinikê di rex walî de didin rûniþtandin da ku goþt ji hestîyan veke û jibo walî danête ser birincê.

 

 Walî jî hestîyek di dest de ye diveroje (dikevêje). 

 

Jinik jibo ku qedirê walî bigire, ji walî re dibêje: “Walî beg, walî beg, kemîk ne poxtir yîyorsin, et yê lo , et!” ( Walî beg, walî neg, ma hestî çi gûye tu dixwî, goþt bixwe lo goþt)

 

23/06/09

 

 

 

 

Dê were haaaaa!

 

Li Kurdista baþûr xwîþka muxtarê gundê Bozan Ilyas (gundek ji yên Mûsilê ku nêzîkî navçeya Þêxan e), jinek mêrane heye. Deng, rabûn û rûniþtina wê wek mêra ye. Ew deh salin zewicî ye.

 

 Rojekê mêrê wê diçe cem brayê jinikê yê muxtar û jêre dibê: “Ez hew dikarim bi xwîþka te ra biqedînim, lewma ez dixwazim wê berdim”.

 

Mixtar Ilyas jî bi bêhnfirehî, henek, pisporî û camêrîya xwe bi nav û deng e.

 

Muxtar dibê: “Tuyê bo çi xwîþka min berdî da ez jî zanîbim”.

 

Zava: “Ez neþêm (nikarim) bêjim û nayê gotin”.

 

Muxtar: “Kuro nebe te mêr di ser xwîþka min de dîtibin?”

 

Zava: “Ne wilah, lê ji wê jî xirabtir e”.

 

Muxtar: “Ê naxwe dê bêje da ez jî zanîbim ka ji wê xirabtir çi heye. Heke tiþtek berdanê kiribe, ezê jî terefê te bigirm”.

 

Zava: “ Tu bi jina xwe re, bi dilxweþî, bê qergeþe û arêþe radizêy an na?”

 

Muxtar: “Belê,  bê qergeþe radizêm”.

 

Zava: “Lê heta ez xwîþka te razî dikem, bitlek (þûþek) erekê pêre vedixwim. Paþê jî xwîþka te wek keran lingek xwe radike û dibêje “ DÊ WEREEE HAAA TE DI DÎYA XWE NAWO ! “ Ew jî têr naket, tam di dema þehwetê de lingê xwe wek keran radike, li singa min dixe, min li ser piþtê li erdê rast dike û dibêje “dê hereee te di Besoka dîya xwe nawo!”

 

09.06.09

 

 

 

 

 

Dayka te û xwarzîyê te

 

Sadûn û hevalekî xwe ji gundê Bozan diçin gundê Bêbanê. Di navbera Bêban û Bozan de goristanek dîrokî û pir bi tirs û sahm heye. Di derheqa wê goristanê de tiþtên gelek bi tirs hatine gotin û dîtin. Lewma kes bi roj jî, bi tenê newêre ji wir derbas bibe. Lê rêya navbera herdû gundan jî ji wir derbas dibe û çi rêyên din jî naçinê.

 

 Dema Sadûn û hevalê xwe digehin goristanê, dinya hinekî tarî dibe, tifingek jî li gel hevalê Sadûn heye. Di wê demê de dibînin va ye kalemêrek di nîvê goristanê de dimeþe. Hevalê Sadûn wusa bawer dike ku mirîyek rabûye û dimeþe. Ji tirsan tifingê dide sadûn, bi heceta mîztinê xwe paþde dihêle.

 

Sadûn jî xwe dilezîne ku bigehe pîremêr û wî bitirsîne. Hevalê wî jî xwe dilezîne. Sadûn xwe digehîne pîremêr, lê ne silavê didê, ne jî tiþtekî dibêje. Bi tenê hilma devê xwe dide patika pîremêr. Pîremêr ji tirsan li paþ xwe nanere û bi dengek nizim dibêje:” Derbaz be”. Lê Sadûn dengê xwe nake, tenê hilma devê xwe dide patka wî.

 

Pîremêr vêcar dibê: “Tu ins î, cins î, çi tebayî law, derbasbe here law”.

 

 Çend caran wusa dibê lê Sadûn deng nake. Paþê ji niþka ve Sadûn jêre dibê: “Ez ne ins im, ne cins im, ez Ezraîlê xudê me. Qewlê te li ser vê dinê temam bû, ez hatime ruhê te bistînim”.

 

Pîremêr ji tirsan li paþ xwe nanere û dibê: “Dê derbas be”. Lê pîyên wî direcifin. Sadun dibê: “Ez dibêjim Ezraîlê xudê me, qewlê te temam e. Niha vê gavê ezê ruhê te bistînim. Tu çend bikî qîrîn jî kes dengê te nabihîze”.

 

 Kalemêr: “Ma wusa dibe? Ma nevê ez berê nexweþ bikevim an qezayek bê serê min û sebebek jibo mirina min hebe?”

 

Sadûn tifengê dide patka serê wî û dibê: “Sedem guleyek e (berikek-fîþekek). Kes dengê wê jî nabihîze û dengê te jî nabihîze”.

 

 Pîremêr hema qudûm lê diþkên û dikeve erdê. Hevalê Sadûn jî digehe wan, xwe ji Sadûn dixeyîdîne û ji pîremêr re dibê: “Xalo! Netirse ev Sadûn e. Xwarzê muxtar Ilyas e, henek bi te kirîye”.

 Pîremêr dibê: “Hey min  di dayka te û muxtêr gawoooo,  te ez bizdandim kurê kerê!

 

Roja dinê kalemêr diçe nîk muxtar Ilyas, bi pêsîra wî digire û dibêjê: “Hey min di dayka te û xwarzîyê te nîhawooo, yek ji we dibe muxtar, yek ji we dibe Ezraîl!”

 

24/05/09

 

 

 

 

 

LOTIKXANE Û TRT 6

Ev bûn çend carin nivîskarên Lotikxanê di bernameyên TRT 6 ê de derdikevin. Di 20.05 2009 an de, yanî îro, jî nîvîskarên Lotikxanê Farûqê Devliken derketibû bernameya Guler Iþiqê û bi Kurdîya xwe ya paqij, bi mejî û gotinên xwe yên Kurdewarî bûbu hakimê bernamê.

 

Ya rastî min heta ew di TRT 6 ê de nedît, min digot qey ew jî mîzahnivîsek e û navê xwe jî danîye “ Farûkê Devliken”. Lê dema min ew di TRT 6 ê de dît û temaþe kir, ji kêfan dilê min çarkopal lêxist. Wî bê tirs û xof digot: “ Ez nîviskarê Lotikxanê me, Lotikxane malperek xalis muxlis bi Kurdî ye. Netewe perwer e, pêkenok û mîzahên Kurdî yên li derveyî qaîdê dinivîse û li her derê dinê ji alîyê Kurdan ve pir tê xwendin û hezkirin”. Pesn û fortên wê dida.

 

 Farûk ne tenê nivîskarê Lotikxanê ye, ew þanoger û þanonivîs e. Ew wergêrê zimanê Kurdî ye, di fîlimên TRT 6 ê yên biyanî de wek Bayê Qesrê  û filimên xwemalî yên Kemal Sunal  û hwd, rola axafinên wan dike û zimanê TRT 6 ê sererast dike. Xort,  zaro û pîrên ku li TRT 6 ê dinêrin bi xêra wî hînî rastaxaftina zimanê Kurdî dibin. 

 

Ew jî wek her nivîskarê Lotikxanê dixwaze pêkenokên xwe bike kitêp, rêzefîlim û di wan rêzefîliman de jî dixwaze kesên Kurd û Kurdîzan rolan bigirin. Her weha dixwaze her Kurd bi Kurdî binivîse, Kurdî bixwîne û Kurdî bifikire.

 

Tu her bijî lotikvanê hêja Farûqê Devliken!

 

Tu ne tenê devliken î, rû, ziman, çav, rabûn û rûniþtin, raman û fikrên te, ruh û bedena te tev bi ken in. Di hemû bizavên te de ken dibijkivî. Tu stêrkek malpera Lotikxanê, lotikvanek bêqisûr, stêrkek ji yên pêþeroja Kurdistanê yî, dîsa tu her hebî û her bijî Farûqê Devliken! 

 

20/05/09-

 

 

 

 

HETA SERÊ MEHÊ

 

Herwekî tê zanîn hinek ji Þengalîyan jî  wek Ereban kirasekî spî û bê derpê li xwe dikin.

 

Lewre gelek caran mêþ û mozên Þengalê belayan tînin serê wan. Þêro jî yek ji wan e.

 

Þêro yê Þengalî, dizewice lê roja ku wê bikeve gerdekê, xwedê nede kesî belayek tê serê wî.

 

Mozek li serê mîratê wî vedide, bi pêvedana mozê qajîn jê diçe. Mîratê wî dibe wek þûþê bîrayê.

 

Þeva ewil neþên (nikarin) tiþtekî bikin. Lê rojên pêre her roj mîratê wî hinekî  biçûk dibe.

 

Dema jina wî dibîne mîratê wî her roj hinekî biçûk dibe, meraq dike û ji mêrê xwe dipirse:

 

- Mîratê te her roj hinekî biçûk dibe, gelo heta serê mehê wê têra me bike yan ne?

 

13/05/09

 

 

 

 

ÇETEL

 

Melkoyê Þengalî xortek çardesalî ye û ji bavê xwe re dibê: “Min bi zewicîne“.  Bavê wî berê qebûl naket û dibê: “ Tu hêjta biçûkî”. Lê Melko dibê: “Yan tuyê min bi zewicînî yan jî ezê terkûdinya bibim”.

 

 

 Bavê wî ji neçarî wî dizewicîne.

 

Êvara Melko dikeve gerdekê, terikê wî wusa rep dibe û bi zikê wî ve dizeliqe, dike nake nikare hinekî rast bike ku cihê xwe bibîne. Bi wî halî diçe cem bavê xwe. Bavê wî çetelekî didê û jêre dibê: “Vî çetelî ji alîyê jor bidê û pê rast bike heta dikeve cih”.

 

Melko jî bi ya bavê xwe dike, bi çetel terikê xwe didewisîne, þolê xwe diqedîne, ji gerdekê derdikeve û çetel dide bavê xwe .

 

Bavê wî dibê: “Wî çetelî hilîne wê rojekê bo te lazim bit”.

 

Melko dibê: “Ez êdî zanim çawa çêdibit, çetel, metel ne lazim in”.

 

 Lê bavê wî dibê: “Kurê min wê lazim bit. Niho tu bi çetel tînî xwar, lê deh sal din þûnde tuyê çetel bidî binî û rake jor ehmeq!”

 

06/05/09

 

 

 

Þeva pêþî

 

 Umrê Þêxo bi þivantî, gavantî û berxevantîyê derbas bûye. Dema zewaca wî tê. Bavê wî jê re keçekê dibîne, next û qelenê wê didin û bi xêr û xweþî daweta wî jî dikin.

 

Ji ber ku temenê Þêxo tev li çolê bi kerî û garanan derbas bûye, roja dawetê jî kes qedrê wî nagire. Xwarin û vexwarinên  xweþ yên wek goþt, savar, mirîþk, kakil û mirûjan didin birazavayê wî.

 

 Þêxo bi vê kiryarê zehf aciz dibe û di hindirê xwe de xwe dixwe. Dema herkes belav dibe û ji Þêxo re dibên dê rabe here oda bûkê, Þêxo ji wan diqehire dibê: Ez naçim oda bûkê, kî goþt, mirîþk, savar, kakil û mirûj xwaribin bila ew here oda bûkê, wîî!.

 

27/04/09

 

 

 

      AHA VÊGA EZ BÛME EZ

 

 

Melayek  jibo berterefkirina arêþeyekê diçe Helexê. Êvarî dibe mêvanê malekê. Mazûvanê wî qedirek giran jibo mêvanê xwe digire. Yê Helexî ji jina xwe re dibê: “Hurmet, min zû hiþyar ke, berî mela rabe ez biçim êzingan bînim û bêm da em bi mêvanê xwe re xurînîyê bikin”.

 

 Jina wî tarîgewirkê wî þîyar dike. Ew jî hema bi lezûbez ji dêvla kumê xwe bi xeletî þaþika melê dide serê xwe, werîs û dasa xwe hildide û ber bi daristanê vedimeþe. Heta nîvê rê diçe, bîrek avê li ser rê ye. Yê Helexî jî  xwe re dibêje: “Ez avekê bavêm dev û rûyê xwe, hinekî jî vexwim bila hiþê min bê serê min”.

 

Xwe diçemîne ku avê hilde, þaþika melê dibîne û dibê:” Min ji wê keça kerê re got, min hiþyar ke, wê mele hiþyar kirîye” û bi bayê xezebê vedigere malê.

 

 Mêrik ji jina xwe dikehire û dibê:  “Min gotibû te min þîyar ke! Te mele hiþyar kirîye hey keça nizanim çi!

 

Jina wî dengê xwe nake, hema kumê wî ji erdê hildide, þaþika melê ji serê wî derdixe, kumê wî dide serê wî û dibe: “Ma bi þaþikê mirov dibe mele mêrik?”

 

 Yê Helexî ji malê derdikeve dîsa tê ser bîrê, li ser bîrê dîsa li xwe dinêre û dibê:” Aha bi sê telaqan vêga ez bûme ez!”

 

14.04.09

 

 

 

 

MINÊ BI QURBANA TE KIRIBA

 

Li gundek ji yên Gewaþa bajarê Wanê, mala Xelîl çawiþ li jora gund e.

Ji mehan, meha sibatê dema gunêla kêtik (pising) an e. Li erdê  mitro û nîv berf heye û her jî bê rawestan dibare. Ji ber pirbûn û ba û bagerê, çi ruhber nikarin ji mala xwe derkevin.

 

Kêtika Xelîl çawiþ “ pût dirêj û çavek wê þîn wek gola Wanê ye “  ya mê gelek nêçîrvan e. Ji tirsa wê mar û miþk nikarin li derdora malê xwe bizivirînin. Lewre  Xelîl çawiþ  pir jê hez dike. Pisîk ji ser çoka wî nayê xwarê. Ew jî hertim piþta wê vedimale û qedrê wê digire.

 

Di wê roja berf, ba û bagerê de gunêla kêtika wî têtê. Kêtik vî alî wî alî di nava malê de tê û diçe û dibe miyew miyewa wê û ji xwe re li hevalekî nêr digere. Lê ji ber berf û bagerê  nikare derkeve der.

 

Xelîl çawiþ dixwaze kêtikê bibe mala  gundîyekî û bi kêtika wan ya nêr re bigehîne mirazê. Lê rewþa hewa emanan nadê. Kêtik jibo cotbûnê sotîye, ji ber sotinê neþêt di cihê xwe de rawestît. Ji ber nirnewka (barbar) wê, ehlê malê guhên xwe digirin.

 

Dilê Xelîl çawiþ zehf bi kêtikê diþewite. Li kêtikê dinere û jêra dibê:” Wilah yê min bi kêrî te nayê, heke bi kêr hatiba minê bi qurbana te kiriba”.

10/04/09

 

 

 

 

 ÎRADA  SÎPARÎÞ  NAXWAZIM

 

 

Di 29 03 2009an de  hilbijartinên herêmî çêbûn. Êêêê, ma hilbijartin  bê pêkenok dibin?  ji Kurdan DTP û HAK-PAR ketin hilbijartinan.

 

Hak-parê çi þaredarî bi dest nexistin. Lê DTP  piranîya þaredarîyên Kurdistanê bi dest we ve anîn. Lê li navçeya Xelfetî ya serokê wan Ocalan, DTP þaredarî winda kir.

 

Welhasil, piþtî hilbijartinan du heval hev dibînin. Yek ji wan raya xwe daye CHP, yê din jî daye DTP.

 

Yê DTP ji yê CHPî re dibê: Kuro tu çitûnî Kurdî law? Te raya xwe neda Apo û DTP ê. Ew ji me re pir rind in. Reîs ji me re transferkirin û 14 jin ji me re kirin reîs.

 

Yê CHP dibê: Ez bi tirba Xelîl Brahîm Pêxember kim, kesê ne ji me be û bi ro reîsê serserê me û bi þev jî di bin me de razê, raya xwe nadimê.

 

 Yê DTP: Ez jî wek te difikirim, lê îrada me wusan dixwaze.

 

 Yê CHP: Îrada min jî heye, ez îrada sparîþ jî naxwazim û reya xwe jî nadimê.

 

31/03/09

 

 

 

 

Di gora wî de gûkim

 

Xortek gundî barê kerê xwe bi fêqî û dikakan dadigire ü berê xwe dide bajarê Sêrtê. Barê xwe li nêzîk dikanek Sêrtî datîne.  Di navbera seetekê de piranîya tiþtên wî tên firotin. Dema dikandarê Sêrtî dibîne tiþtên yên gundî hatin firotin, dixwaze fêhlekê li wî bike û parên wî jê bistîne.

Yê Sêrtî ji xort re dibê: Ka were brazî, ka were! Tu kurê dostê min î. Ahh emê ew navê wî çibû loo, li ser zimanê min e yaw!

 Xort dibê : Ebdila.

Yê Sêrtî. Erê erê Evdila , ew çi mirovê baþ bû. Ew bava te çi dike emê?

Xort: Bavê min çû rehmetê.

Yê Sêrtî: Ew bava te dostê min ê herî baþ bû, xwedê rehma xwe lê bike. Ez berê tim dihatim malê we, dîyê te çî baþ bû, xarinê çî baþ çêdikir. Ew xwîþka min, ew navê wê çîîî bû lo?

 Xort: Zeytûn.

 Yê Sêrtî:  Erê erê Zeytûn, Zeytûn. Çî jinek baþ, çî jinek baþ.  Ew rehmetî, ew bava te ku mir, ji tere tiþtek negot?

 Xort: Nexêr negot.

 -Ew negot 300 panqinotê min cem wî ye?

 - Ne, negot.

 Yê Sêrtî: Eywahhhhh! Ew bava te wê di gorê xwe de ezabê bikêþe, deynê xwe neda. Em çî bikin emê, çî li ba te hene bide min, yên din jî ez wî efû dikim, dostê min e bila ezabê nebîne.

Xort jî jê bawer dike û parên xwe hemîyan dide yê Sêrtî.

Xort diçe malê, dîya wî jê re dibê: Te tiþt firotin?

 Xort: Belê.

-Kanî parên wan?

 - Deynê bavê min ji dostekî wî re hebû,  min deynê wî  da.  

Dîya xort jî  ji gundê Henenzê ye (bavê dîya wî Kurd e û dîya wê Ereb e) û Sêrtîyan baþ nas dike. Fahm dike ku kurê wî xapandine.

Ji kurê xwe re dibê: Kurê min, me deynê xwe bi zêrê min ve razî kiribûn û ew 500 paqinotan ji me re deyndar e. Her sibê parê  xwe jê bistîne û were.

 Xort spêdê radibe sererast diçe dikana yê Sêrtî. Yê Sêrtî dibê: Way way  tu bi xêr hatî birazî, te ji dîyê xwe re got ?

 Xort: Belê.

- Êêêêê, dîyê te ez naskirim?

 Xort: Erê.

- Got deynê we heye?

- Belê got deynê me heye. Lê  dîya min got destê apê te teng bû min zêrên xwe dan apê te, 300 panqinot deynê te ye û 500 panqinot jî ji ber zêran dimînin. Ez hatime ku tu wan 500 panqinotan û parê doh min dane te bidî min.

Li ser vê gotinê yê Sêrtî dibê: Dê here kurê kerê, biqeþile ji derê dikanê me. Çî nasdikim Evdile Mevdile, gorê wî de gûkim lo.

 

26/03/09

 

 

 

MADDÎ  TEMEL

 

Du welatparêzên Kurd li derveyî welêt cîranê hev in. Yek ji Ruhayê, yê din jî  Cûlemêrgî ye. Herdu jî bi malbatî di heman tebeqa avanîyê de rûdiniþtin û avdestxana wan jî bi þîrîkatî bû.

 

Yê Ruhayî her roj îsotên tûj di firnê de sor dikirin û xurînîya xwe pê dikir.  Dema çûba avdestxanê bi seetan tê de dima. Yê Cûlemêrgî diçû li derî dixist, lê yê Ruhayî ji avdestxanê dernediket. Ji ber hindê jî, yê Cûlemêrgî zêde ji yê Ruhayî aciz bibû.

 

Yê Ruhayî carnan gotin digotin û nedizanî gotinên wî li kur dikevin. Dema yekî tiþtek gotiba digot: Maddî temelê wê bîne (ispat bike).

 

 Rojekê herdu sohbetê dikin, yê Ruhayî hema dibê: Hûn Cûlemêrgî hemû cehþ û qurûcî ne.

 

Yê Cûlemêrgî, ca jixwe ji berê de li ser avdestxanê jê aciz e, îcar bi gotina cehþîtîyê heqaret lê hat kirin, eqil ji serî difire û dibê: Hûn jî qûnek in!

 

Yê Ruhayî dibê: Maddî temelê wê bîne birê min!

 

Yê Cûlemêrgî dibê: Hûn îsotên tûj dixwin, dema di rîtinê de zor di qûna we dikeve û hûn qûna xwe duxrînin, paþê pêçîya xwe ji ber xurandinê dikin qûna xwe, paþê ew jî têr nake vêcar hûn li tiþtên din digerin. Ma hûn bi xwe nabêjin “ biz donsiz yatarix ama oxlansiz yatmayix “ ( em bê derpî radizên, lê bê qûnek ranazên). Ma hûn hinde qûnekan ji kîderê peyda dikin? Ka bêje, ma sedem çîye tu bi seetan di avdestxanê de de dimînî cîgerim?

 

Yê Ruhayî dibê: Wille û bille ev ne dûrî aqilane keko!

 

 20/03/09

 

 

 

 

Ka tu carekê bi Elîcan re razê

Elîcan qey dema radizê pir qehwê dikelîne û daran xîzar dike (di xew de xire xirê dike) .

 

 Elîcan û Fatê jibo karekî hunerî diçin Parîsê. Li wir Þivan Perwer jî dibînin. Piþtî karûbarên wan diqedin, diçin hotêlekê radizên. Dotira rojê hersê bi hevre bi ereba Elîcan ber bi Almanyayê dihajon.

 

Elîcan tirinbêl dajot. Di tirinbêlê de xewa Fatê tê. Þivan ji Fatê re dibê: “Ma tu bi þev xweþ raneza?”

Fatê: “Ez bê xew mame. Ku Elîcan nebe xweþtir radizêm”.

 

Eîcan digirije lê jetonê Þivan nakeve û dibê: “Elîcan pir baþe, qet xwe tev li karê te nake, pir alîkarîya wî digehije me, erebê jî pir xweþik tajo”filan û bêvan.

 

Li ser van gotinan, li dewsa (bedêla–þûna) ku Fatê ji Þivan re bêje  “ka tu carekê di oda wî de razê” dibê: “Ka tu carekê bi Elîcan re razê”.

 

 Dibe piqîna Elîcan û dikene.

 

Paþê jetonê Þivan dikeve û her sê bi hevre dikenin.  

 

12/03/09-

 

 

 

RASTÎYA TRT 6 ê  - III-

 

 

Seet di 12an de bernama Nîluferê dest pê kir, mêvanê pêþîn ez bûm. Dervayî min hunermendek Licî û koma Tewlo ya þanoyê jî cîh girt. Ya rastî, Nîluferê qedr û qîmetek zêde da min û Lotikxanê.

 

Studîo sar bû, bernama du seetan li studîoyê pênc  seetan didome. Ji ber ku kesên derdikevin bernaman piranî hunermendên nûhatî, nenas û mehelî ne û piranîya wan çend kilamên Kurdî dizanin lê nizanin Kurdî bipeyivin, enstrumentalên stodîoyê kilamên wan nasnakin. Lewre çendîn caran mûzîkê qut dikin û ji nû ve dest pê dikin.

 

Temaþevanên stûdîoyê hemû Tirk in, nizanin wê kengî bikenin, kengî li çepikan xin û kengî xwe bihejînin. Van karan hemîyan hewceye bernameçêker bike. Birastî karek pir bi stres û giran e. Cil û libasên wan jî gelek zirav in. Bixwe Nîluferê du caran qeza trafîkê derbas kiriye, tim piþta wê dêþe û nikare xwe li ser pîyan bigire. Bi ser wî halî de jî liberxwe dide ku xizmetê jibo çand, ziman û hunera Kurdan bike. Ew û Rojîn dema bên stûdîoyê, du bernaman li ser hev çêdikin da ku barê wan hinekî sivik be.

 

Kesên li studîoyê dixebitin bi piranî Tirk in. Berî ku ez biçim, min got qey bername çêkerên TRT 6 ê hemû di avahîyekê de nin, dema mirov biçe dikare wan hemûyan bibîne. Lê ne wisa bû. TRT 6  ji ber ku ji niþka ve vebû, ji bo salekê çêkirina bernaman dan þîrketên xwedî studîo û di van karan de pisporên TRT 6 ê dixwestin van karan bidin þîrketên Kurdan. Lê Kurd di meydanê de tunebûn, heke hebin jî xwe nedan ber bar.

 

Kurdên me bê hazirî hatin girtin. Bixwe nedihate bîra kesî ku wê rojekê Tirk kanalek televîzîonê jibo Kurdan vekin. Sermîyandarên (zengînên–maldarên) Kurdan jî ne hatîye bîra wan ku  stûdîoyekê çêkin û flîmsaz, kamerakêþ û montajerên pispor bigehînin. Lewre ji neçarî jibo salekê karûbarên bername çêkirinê dane þîrketên Tirkan. Ji xwe yên berê jî bernameyên TRT ê çêdikirin.

 

Wan þîrketan jî li gor kesan û bernamên wan, bi bernameçêkerên Kurd re peyman çêkirine. Hinek bernameçêkeran sererast bi TRT 6 ê re li hev hatine, lê bi wan þîrketan re jî lihevhatinek çêkirine. Wek mînak Nîlufer, Rojîn, Latîf û hinekên din bi Þîrketa “ Dolu Dîzgîn” re peyman çêkirine.  Yên wergerên rêzefilîman jî þîrketek oldar e û dibên Mihelmî ye.  Dervayî wan jî þîrket hene ku bernamên din jibo TRT 6 ê çêdikin. Wek mînak Nîluferê jibo salekê, bawerim Rojîn jî wisa ye, Latîf bi tenê 19 bername girtine û hwd. Ji ber hindê jî, herkesek dema bernama xwe tê stûdîoyê, bernama xwe çêdike û paþê bi karûbarê xwe yê taybet dadikeve. Bi kurt û Kurmancî, kes kesî nabîne.

 

 Bi kurtî gava em bêjin, em Kurd di wî warî de jî di sinifê de man. Heta me kar kir xelkê bar kir.

 

Bername li Stenbolê wek pakêt tên çêkirin, paþê diþînin Enqerê û li Enqerê tên weþandin. Bernameçêker jî li gor bernameyan, dema diçin stûdîoyê hinek di rojekê de  du bernaman hinek  jî, sê-pênc bernaman çêdikin. Lewma bername di wê rojê de (heman rojê de) dernakevin ser ekranên televizyonê.

 

 Ez di 23 ê meha Sibatê de derketibûm bernamê, lê  bernama min wê 14 meha Adarê de bê weþandin.

 

Lê tê gotin ku hinek kesên Kurd xwe amade kirine ku þîrketan çêbikin û dewlet jî dixwaze avahîyek ku her tiþtê wê têde jibo TRT 6 ê veke.

 

De li ser xêrê be....

 

11/03/09-

 

Dawî

 

 

 

 

  RASTÎYA TRT 6 ê  - II-

 

Dema min xwest ez biçim TRT 6 ê, min wusa zanîbû ku kesên bernaman çêdikin xwedîyê bernama nin, wan kesên welatperwer bername ji dewletê girtine û di wî warî de xwedî desthilat in. Lê derfetên di destên wan de kêm in lewre ev kêmasîyên dibin nikarin bi serûber bikin. Lewre min  li gor xwe bernamek çêkiribû. Min dixwest ez ji wan re bibim alîkar û kêmanî û xeletîyên ku min didîtin di bernameyan de bilêv bikim û bibêjim.

 

Li gor min 1- Rastkirina Kurdîya rêzefilîman, ku kadirên wan tunebin ji wan re kadiran peyda bikim ( her weha min peyda jî kiribûn).  2- Heke îmkanan bidin min ji wan re pêkenok û serpêhatîyên di nav gel de berhev bikim û bi wan pêkanok û sepêhatîyan kurtefilîm û kurteþanoyan bidim çêkirin. 3- Di nav koçer û eþîrên mayîn de îdyomên Kurdî, gotinên windabûyî û wateya wan berhev bikim û bêxim nav xezîneya zimanê Kurdî.

 

Bi van xiyal û xewnerojkan jibo çûndina TRT 6 ê  bi alîkarîya dostan min têkilî bi   Nîlufer Akbal, Latîf Epozdemîr û Kenan Oto re danî. Hersêyan jî bi dilgermî gotin pir baþ e. Lê di wê navberê de sedem çîye nizanim, kek Kenan dest ji çêkirina bernaman berda. Min û kek Latîf jî hinekî xwe sist kir. Dawîyê min jibo bernama Nîluferê biryar da.

 

Nîlûferê gava bihîst yê ku dixwaze derkeve bernama wê, Bavê Ronahî, pêkenokvanê Lotikxanê ye “ji ber ku ew jî xwendevanek lotikxanê bû “ pir kêyfa wê hat û pê gelek dilxweþ bû, got: “Bila Bavê Ronahî nesekine bête bernama min”.

 

Lê pirsgirek me lotikvanên  lotikxanê heye, aborîya me hemûyan jî ne baþ e û halê me halê helawfiroþan e. Lewre min doz li wan kir ku mesrefên hatin û çûyînê TRT 6ê bigire ser xwe. Wan ev pêþneyara min pejirand.  Lê xwezî nepejirandibana. Heta bilêtek jibo min kirîn, þeþ rojan ez xariþandim û gîrokirim ( mijûl kirim û bi direngî xistim). Jibo ku bilêtek erzan peydabikin, bi qasî du bilêtan jî wan heqê têlefonan dan. Her roj sê-çar caran têlefon ji min re vedikirin û termîn diguhertin. Paþê gotin bila bimîne jibo meha Adarê.

 

Dawîya dawî qey Nîluferê xwe ji wan aciz kir. Roja 23ê meha Adarê, bi lez û bez jibo min bilêtek erzan ji Pegesosê jibo seet 1. 40 ê þevê birîn. Carekê ez tê ketibûm, min nedixwest ez ji gotina xwe vegerim. Seet þeþê spêdê ez ji balefirgeha Sebîhe Gokçek pakêt kirim û birim havêtin studîoya Seyran Tepê. Seet heftê sibê em gihiþtin studîoyê.

 

Kes li wir tunebû. Seet bû neh hêdî hêdî paqijêr û çaygêr hatin. Li gor tiþtê wan ji min re got, diviyabû seet di nehan de bername dest pê biket, lê seet bû diwanzde jî hêj bernamê dest pê nekiribû. Bê organîzetî û rêkûpêkîtîyek xirab li wir hakim bû. Piþtî seet diwanzdan, bernama Nîluferê dest pê kir û ew jî bi serê xwe rezaletek mezin e. 

 

Wê bidome

 

10/03/09

 

 

 

 

Rastîya TRT6 ê -I-

 

 

Di roja 07/03/09 de Firildeq Elî di Lotikxanê de gotibû:”Li gor fesad û ewanên sûka Beyoxlûyê, dibêjin di bernama Nîlufer Akbalê de nivîskarekî Lotikxanê bûye mêvan” filan û bêvan.

 

Li ser vê nivîsa Firldeq Elî min hewce dît ez rastîya wê û ya TRT6 ê ragihînim xwendevanên Lotikxanê. Divê bê gotin ku tiþtên Firildeq Elî bihîstine rast û durust in. Lotikvanê ku derketiye bernama Nîlufer Akbal xanimê ez bûm. Ango, Bavê Ronahî.

 

Ez bi alîkarîya hinek dostên xwe çûm TRT6 ê û derketim bernama Nîlufer Akbalê. Min di TRT6ê de çend lotikên bêîman avêtin (pêkenok gotin) û piþtî çend rojan jî “ewha hat û ewha çû” vegeriyam nav zarokên xwe.

 

Birastî, tiþtê ku ez li pey çûbûm û min dixwest pêk bînim çênebû. TRT6 wek çiyayekî ye. Mirov alîyekî dibîne lê nizane çi li piþta çiyê heye. Piþtî ez çûm min piþta çiyê jî dît û ez tê gihiþtim ku gotin û dîtin ne weke hev in. Lewma dixwazim hinekî behsa piþta çiyayê TRT6 ji xwendevanên Lotikxanê re bikim.

 

Berî hertiþtî kesên di TRT6 de bernameyan çêdikin, kesên wêrek û welatparêz in. Þêr û mêrxas in, gelek rîzîkoyan didin pêþîya xwe. Li beramber gef, tehdît û daberizînên (êrîþên) xêrnexwazên Kurd û Tirk rû bi rû dimînin. Kes nizane wê kengî çi bê serê wan.

 

Dema ez di nava sûkên Stenbolê de digeriyam û hevalê min Kor Îbo ji nas û dostên xwe re digot: “Ev brader ji Almanya hatiye bo beþdarî TRT6 bibe”, rûyên wan tirþ dibû û hetta li ser TRT6ê em diketin qirika hev. Ji ber piranîya min dîtin di bin tesîra xêrnexwazan de mabûn û rojekê jî li TRT6 temaþe nekiribûn, hema wisa bêyî ku tiþtekî bizanin li dij derdiketin û gotinên xirab digotin.

 

Îcar hisab li cem we gelî xwendevanan. Heke kesek bi tenê jibo çûndina bernameyekê rastî hinde nerazîbûnan bêt, vêca texmîn bikin bê ka rewþa bernameçêkerên TRT6 ê çawa ye û di çi halî de nin.

 

Birastî ez wek Bavê Ronahî bi wêrekîya bernameçêkerên TRT6 ê behitî dimînin û wan pîroz dikim. Li himber hemû gef û zixtên xêrbexwazên Kurd û Tirk, dîsa jî canê xwe dixin ber diranê xwe û xizmetekê jibo zimanê Kurdî dikin. Bila xudê wan bistirîne û lotikên þidyayîtir biqe qismetê wan. Bila bizanin ku çiqas xêrnexwazên wan hebin, ewqas jî xêrxwazên wan hene. Bes ku xizmeta çand û zimanê Kurdî bikin.

 

Ev tenê alîyek ji piþta çiyayê TRT6 ê ye. Emê alîyê din jî jibo xwendevanên Lotikxanê binivîsin û rûyê din ê TRT6 ê jî aþkera bikin.

 

Wê bidome

 

 09/03/09

 

 

 

Law Mizgo te em hetikandin

 

Bavê Bêrîvanê û Mehroyê Licî  li fabrîqa tirinbêlan ya Ford ê bi karkerî dixebitîn.

Piþtî kar jî her yekî li gor þîyanên xwe jibo welatê xwe jî dixebitîn. Lewre pir kêfa wan ji hevre dihat û bi malbatî jî hatin û çûna wan hebû.þ

 

 Rojekê ji rojên Þemîyê Mehro B. Bêrîvanê vexwend þîvê. Mehro kurek sê salî bi navê Mizgîn hebû. Zaroyek xwînþirîn û jîr bû. Kebanîya Mehro qedrê mala xwe zehf girtibû.  Ji ber ku kebanîya Mehro zêde þermoke bû û fedî dikir bi zilaman re xwarinê bixwe, lewre du sifre danîbûn. Yek jibo jinan, yek jibo zilaman.

 

Mizgîn jî hat bi zilaman re xwarin xwar. Mizgîn piþkek (parçek) goþt ji nav xwarinê derxist,  dirêjî bavê xwe kir û got: “Bavo bixwe, bixwe ca xirê te mezin be”.

 

 Li ser vê gotinê, B. Bêrîvanê ji kenan dev ji xwarinê berda. Mehro jî bi ken ji Mizgîn re got: “Lawo Mizgo, te em hetikandin qeþmer”.

 

 Lê baþbû ku deng neçûbû jinan.

 

28/02/09

 

 

 

 

Kêra xwe bîne golika me bibire

 

Xortek Kurd li eskerîyê dilê wî û keçeke Tirk dikeve hev, bi hevre dizewicin.

Lawik keçkê tîne gundê xwe. Malbata zava boþ (qelebalix) e û ji derveyî zavê kes bi Tirkî nizane. 

Li gund jî hemî Kurdi dipeyivin.

 

 Bûka malê jî bivê nevê hinekî hînî Kurdî dibit.(Lê Kurdîyek ecêb û kesa nedîtî).

 

 Rojekê malbat tevde çûne cihekî û bûk tinê li mal e. Golika wan dikeve ber mirinê. Bûk nizane wê çi biket, bazdide diçe cem mala cînarekî û hewara xwe digehîne kalemêrê ber derîyê malê rûniþtî.

 

Jêre dewsa ku bibêje kêra xwe bîne golikê bibire (serjêke), dibê: Mamo kîrê xwe bîne gilika me bibire.

 

Kalo jî dibê: Temam tu here, ezê kîrê xwe bînim gilika we bibirim.

 

19/02/09

 

 

 

Ezê sibê ji qûna te bipirsim

 

Mihelmîyekî Sêrtî û qure, bi pesindana xwarina îsotên Rûhayîyan  aciz dibe û dibêje: “De herin loooo, ma xwarina îsotan çiye? Ez dikarim ji Rûhayîyan zêdetir tûjatîyê bixwim”.

 

Jibo ku karîna tûjxwarina xwe nîþan bide, çend kesan jî bi xwe re dibe kebabxaneyek ji yên Ruhayê. Li Kebabxanê rûdinên, yê Mihelmî ji xwaringêr re dibê: “Xwarzê, jibo min kebab û îsotên herî tûj bîne”. Xwaringêr kebab û îsotên herî tûj datîne ber.

 

 Yê Mihelmî  hinekî dixwe agir bi devê wî dikeve û xwehdanê dide. Lê ji þerman dengê xwe nake. Ji germî û sotina tûjatîyê zimanê wî digemixe , ditevize û tiþtekî his nake.  Wan îsotan û kebaban teva dixwe. 

 

Ber bi rabûnê dema hesabê xwe dide, xwe qure dike, xwe ji xwaringêr dixeyidîne û dibê: “Kuro ev çawa îsot in law! Qet tama tûjatîyê jê nedihat, îsotên we tûj nebûn qerdeþim”.

 

 Xwaringêr li nav çavên wî dinere, dizane çi hatîye serê wî û dibê: “Tu dibêjî îsot ne tûjbûn ne wisa?”

Mihelmî: “Erê ne tûj bûn wîî”.

Xwaringêr devê xwe dide ber guhê wî û jêre dibê: “Tu îro here, ezê sibê ji qûna te bipirsim ka tûj bûn an ne”.

 

11/02/09

 

 

 

 AVA SELETÊ

 

Mistoyê Wanî  ji bavê xwe cuda bûye û tazemal e. Nû jî ketiye  karê TEK ê (sazîya elektirîka Tirkîyê). Pir jî deydar e. Jina wî doza firaxên nû jê dike. Ew jî ji ber deynan dibê: “Ez heta deynên xwe nerazînim, nikarim firaxên nû bikirim”.

 

 Seba hindê jina wî xwe jê dixeyidîne û pêre xeber nade. Kurekî wan  sê salî bi navê Yasîn jî heye.

 

Misto êvarî ji kar tê, jina wî savar û seleta bacan û pîvazan datîne ser sifrê. Lê pê re xeber nade û li ser sifrê jî rûnanê. Diçe enîþka odê rûdinê û navçavên xwe dike girê.

 

Misto jî gazî kurê xwe dike, bi hevre xwarinê dixwin. Misto ji alîyekî xwarinê dixwe, ji alîyekî jî bi kevçikê xwe xwarinê dike devê kurê xwe. Jina wî jî bi mirûzek tirþ li wan dinêre.

 

Ava seletê dawerîya ye binê firaqê. Misto ava seletê dide kurê xwe û dibêje: “Kûrê min, ava seletê bixwe, bixwe ca kîrê te pê mezin be”.

 

 Jina wî ya xeyidî û mirûztirþ dibê: “Hela tu li wî binêre, bixwe naxwe ku yê wî mezin be dide gede” (lawik- kurik) .      

 

05/02/09

 

 

 

 

 

ELÎCAN  Û  DADOKÊ  ÇÊKIRINE

 

Fatê û Elîcan hem jibo sersalê hemjî jibo CD ya xwe diçin welat. Elîcan piþtî sersalê vedigere Almanya, Fatê jî jibo CD li Stenbolê dimîne.  Lê felek çerxekê li sûda wê dixe û bi zekema mirîþkan dikeve. Cûcûk Remezan jî wê nikare ji nav nivînan derxe.

 

Heyamekê dimîne, CD jî temam nake û ji wir jî diçe Danîmarka.

 

Ji ber ku Elîcan diçe kar, Fatê jî dinya kiriye sol û pê kirîye, wek gerokan li mala xwe nasekine.

 

Lewre jî jibo xwedîkirina zaroyan jinek Kurd ya bi sê zarokan ku zarowek wê sava (pitik) di dergûþê de ye, wek dadok girtine.

 

Fatê ji Danîmarka vegerya û B. Ronahî çû serdana wê. Kete hundir, xatûnek bi çend zarokan li mala wan e. (Elîcan jî li wir rûniþtî ye). Zarokek jî di nav dergûþê de ye.

 

Bavê Ronahî çawa zaroyê di dergûþê de dibîne, ji Fatê re dibê: “Keçêêê we ev kengî çêkir?”

 

Fatê jî got: “Wilah min hay jê nîne, Elîcan û dadokê bi hevre çêkirine wîî!”

 

01/02/09-

 

 

 

 

Sego, hey te di dayka hakim gao

 

 

Mala Ihtîyat li çemê Alekan li ber çemê Qetremasîyê ye. Derdora xanîyên wî hemi bi darên gûzan û fêqîyan dorpêç e. Di nava erdê wî de çend kanîyên avxweþ jî hene. Lewma di germa havînê de gelek kes diçin binê wan dar û serkanîyan geþta xwe dikin.

 

Ji ber ku mala Ihtîyat yekmale ye, segên wî jî bi harbûna xwe bi nav û deng in.

 

Teymenek ji yên Tirkan rojekê jina xwe dibe ser kanîya bin dara gûzê, ji xwe re geþtê dikin. Segên Ihtîyat jî çend caran ji cendirman lêdan xwarîye. Seg li serkab bi werîs ve girêdayî ye. Dema cilên eskerîyê dibîne zorê dide xwe, werîs diqetîne û êrîþî wan dike.

 

Bi êrîþê xwe li jinika teymen dide (xwe tavêjê) û lingê wê gez dike. Teymen diçe gilîyê Ihtîyat dike û dibê: “Ihtîyat seg berdaye me (ji seg re gotîye êrîþî wan bike).

 

Hakim cendirman diþîne pey Ihtîyat û dibê: “Herin ji Ýhtîyat re bêjin bila filan rojê û seetê segê xwe bîne û bê mehkemê”.

 

Ihtîyat bi segê xwe ve tê mehkemê. Hakim jê re dibê: “Bêje seg ka bo çi xwe li jina teymen daye”.

 

Ihtîyat jî bi dengek bilind ji seg re dibê: “Sego, hey te di dayka savcî û hakim gao, ka bêje te kusan xwe li jina teymen daye” (Te çawa jina teymen gez kiriye)

25/01/09

 

 

 

 

Naxwazim biçim behiþtê

 

 Têlîyê Êzidî li cem Erebekî gelek kedxuda,  xwedî mal, milk, dikan, xulam û xidam  dixebite. Meh jî meha Remezanê ye. Ji ber zîrekî, paqijî û exlaqxweþîya Têlî,  yê Ereb pir ji Têlî hez dike.

 

Lewre naxwaze Têlî ji dest xwe berde. Her tim ji Têlî re dibêje: “Were bibe misilman, ezê keça xwe bidim te, nîvê malê xwe jî li ser te tapû bikim, tenê bibe misilman”.

 

 Têlî jî  naxwaze dilê wî bihêle dibê baþe.

 

Roja cejna rojîyê, yê Ereb Mêhdî vedixwîne mala xwe. Banî mela jî dike, dixwaze roja îdê wî bike misilman. Têlî jî diçe mala wî. Yê Ereb jî li ser dinê, dêyek xwe ya sê car caran çûye hecê, jinek û kiçek heye. Têlî bi Edeb diçe destê dêya wî maç dike û îda wê pîroz dike.

 

Piþtî hinek sohbetan yê Ereb ji melê re dibê: “Ka hinek behsa misilmanîyê ji Têlî re bike”.

 

Melayê ker kurê keran, hema behsa xweþîya biheþtê û xirabîya cehnemê dike û paþê jî dibê: “Jin naçin biheþtê, behiþta jinan di bin pîyê zilaman de ye. Tenê biheþt jibo mêran e”.

 Diya yê Ereb ji mela re dibê: “Mela, malnexirab, ez bi vî temenê xwe yê heftê salî sê caran çûme hecê. Heke neþêm biçim behiþtê jibo çi min hinde xêr û xêrat kirin û sê caran çûme hecê?”.

 

Ew gotin jibo Têlî dibe firsend û dibêje: “Ez naxwazim bibim misilman û biçim behiþtê. Ez dixwazim biçim cehnemê. Çawa be jinên we Ereban hemi li cehnemê ne. Dera jin lê nebin ez naçimê” û ji malê derdikeve.

 

20/01/09

 

 

 

 

Kela Bêgirê û kîrquzdayê Pîyanisî

 

Kela Bêgirê kelatek gelek navdar û qedîm e. Ew kelat li Hekarîya bi nehîya Pîyanis ve girêdayî ye. Bêdihê gundek qedîm ê Kurdan e û berê mîrîtîya wê hebûye.

 

Tê gotin ku berî Zerdeþtî û Êzîdîyan jî ew der her merkeza medenîyetan bûye. Lê niha sed mixabin tê de çend malek mane. Di wê kelehê de hinek heykel jî hatibûn dîtin, lê ew heykel ji alîyê mala Cemîl Axayê Giravî ve bi gomana ku xizîne têde heye bi çakucan hatin hûrkirin.

 

Em bêne ser pêkenoka xwe.

 

 Tê gotin ku demên ew kelat ava bû, xortek diskê (dist) þeraba xwe digire dibe li miqabilî kelê, di bin sîya dara gûzê de þaraba xwe vedixwe. Dergevanê kelê jî li wî dinêre lê nas nake kîye.

 

Yê þerabvexwer dîskê þerabê bi xelasî vedixwe û diskê vala li wir dihêle. Li ber kelê re derbaz dibe û bi dîwarê kelêhê ve mîz dike û diçe.

 

Dergevan wî dibîne lê newêre dengê xwe bike. Paþê dergevan diponije û xwe bixwe dibêje: “Heke ev kîrquzda misulman ba þerab venedixwar, heke file ba nedimîste dîwarê kelê. Hebe nebe ew kîrqûzdayê Pîyanisîyan e”.

 

15.01.09

 

 

 

 

PAPAXANA  MEHMÛD

Mehmûd papaxanekê dikire û ji xwe re li gor dilê xwe perwerde dike. Paþê hewceyî  bi diravan dibe û papaxana xwe bi 2000 dolaran difroþe jinikekê. Jinika karmend bi tena serê xwe dijî.

Papaxanê tîne mal. Spêdê diçe kar, êvarî ku tê mal papaxan jêre dibê: Tu bi xêr hatî orispî!

Jinik jî dipirse: “Te ci got, te çi got?”

Papaxan: “Tu bi xêr hatî orispîîî!”

Jinik wusa melehizir (goman) dike ku papaxan hêjta wê nas nake, lewma jê re dibê orispî.

Ev rewþ  hefteyekê didome. Jinik hew dikare tehemil bike. Bi têlefonê ji Mehmûd re dibêje: “Hal û hewalên papaxanê ew in. Dijûnan li min dike û tiþtên pir xirab dibêje min . Ezê papaxanate þûnde bidim te, tu jî parên min bide min”.

Mahmûd jî bi 2000 dolaran firotiye û parekî baþe. Naxwaze paran þûnde bide û ji jinîkê re dibê: “Tu papaxanê bîne, bila hefteyekê li ba min bimîne.Ezê perwerde bikim û bidim te”.

 

 Jinik papaxanê dibe nîk Mehmûd. Mehmûd papaxanê êþkence dike, serê wê dike avêdan û derdixe û jê dipirse: “Ka tuyê çi bêjî  xanima xwe?”

 

 Papaxan: “Ezê bêjimê tu bi xêr hatî orispîî”.

 

 Ev êþkence sê rojan didome. Lê papaxan ji ya xwe nayê xwarê. Roja çarê  papaxan dinêre rewþ xirab e, dibê: ”Ezê jêre bêjim tu bi xêr hatî xatûna min, tu bi xêr hatî xanim efendî”.

Mehmûd deh caran van pirsan ji papaxan dike papaxan jî dibê: “Tu bi xêr hatî xanim efendî”.

Mehmûd têlefonê ji jinikê re vedike dibê: “Min papaxan perwerde kir, ji kerema xwe were bibe”.

Jinik diçe mala Mehmûd  ji Mehmûd re dibê: “Ez dixwazim çend pirsan ji papaxan bikim”. Jinik ji papaxan dipirse: “Dema ez bêm malê tuyê çi bêjî?”

Papaxan:”Ezê bêjim tu bi xêr hatî xanim efendî”.

Jinik: “Heke ez bi mêrekî re hatim mal tuyê çi bêjî?”

Ezê bêjim: “Tu bi xêr hatî xanim efendî  û beg efendî”.

Jinik: “Ku ez bi du mêran re hatim tuyê çi bêjî?”

Ezê bêjim: “Hûn bi xêr hatin xanim efendî û beg efendîyan”.

Jinik: “Heke ez bi þeþ zilaman re hatim malê tuyê çi bêjî?”

Papaxan dike qêrîn û dibê: “Mehmûûûûddd! Zû serê min bike avê û min bikuje. Ev jinik birastî orispî ye. Tehamila min nema. Bi þeþ mêran re orispîtîya garankî dike. Zû, zû min bikuje. Namûsa min qebûl nake ez bi vê orispîyê re di malekê de bijîm..!”

 

10/01/09

 

 

NIMÊJA  KOLANÊ

Êvara þenbîyê kek Necatî Tank, telefon vekir ku em roja yekþembê bi hevre biçin pêþangeha (fûara) pirtûkan ya li bajarê Firankfûrtê, seredana standa Kurdistan bikin û piþygirîya xwe nîþan bidin. Ez jî spêdê rabûm min karê xwe kir û li benda kek Necatî mam. Lê min neþîya ez biçim. Ji ber ku ez nexweþ ketim. Dema ez li benda telefonê bûm, min di pencerê de nerî yekî li ber devê rêya mala me, li ser cehdê paltoyê xwe jixwe kir û raxiste ser kolanê. Tew pêlavên xwe jî dernexistin, berê xwe da rojhilat û nimêj kir.

Min jî meraq kir û nerî seet tam 7.40 bû. Ez derketim eywanê min lê nerî. Wî jî nimêja xwe kir, ber bi mala me de hat. Min nerî va xortek wek hirçan, kurê cîranê me yê Afganî ye.

Min xwe bi xwe got: “Lawo min digot qey em Kurd ehmeq in. Lê þikir yên ji me ehmeqtir jî hene. Ew jî Afganî ne. Ku ne ehmeq bûna ma wê li Almanya bajarê Kolnê, li ser cehdê, li nav gûyê kûçikan, kes nizane nimêja çi wexte û bi pêlavê berê xwe bide rojhilat (an jî Mosqova)  û nimêjê bike. Bi ser de jî di navbera mala wî û cihê nimêj lê kirî de 50 mitro jî tunebû. Ku ji me Kurdan ne exmeqtir ba, ma ji me Kurdan zêdetir jibo Rûsan û Amerîkîyan brayên xwe dikuþtin”.

Dema di ber eywana me de borî min lê nêrt û bi devkenî jê re got: Spas xorto!

Wî got: Jiboy çi?

Min got: Jiboy ku te ez pê hesandim Afgan ji me Kurdan jî þûndetir in.

Wî got: Ma em þûndemayî ne?

Min: Ku hûn þûn de nemabin, te jibo çi berê xwe da Moskova û bi pêlav li ser gûyê kûçikan nimêj kir?

08/01/09

 

 

 

OXLUM  ÇÎZ

 

 

Li Kurdistanê bajarê Hekarîyan dema dayîkan zarowên xwe dibirin derva an diçûn mêvanîyekê, ji boy ku zarok wan aciz nekin, berê digotin zarokan çîza (mîza) xwe bike. Lîstikek ji yên zarowan jî beryêkdana (pêþbirka) çîzê bû. (Kanî wê çîza kî dûrtir biçe.) Jibo vê listîkê  zaro di kêleka hewdu rêz dibûn û pevre çîza xwe berdidan. Carnan jî li ser gûzan ev lîstîk dilîstin. Çîza kî zêdetir çûba, wî gûz distandin.

 

Berî niha bi 40-45 salan li nava bajarê Cûlemêrgê zarowên ne çûbûn mektebê, Tirkî nezanîbûn.

Necîp Sonmez û hevalên xwe roja pêþîn e diçin mektebê . Mamoste li ser textê reþ tîpa  A  dinivîse û dibê: “Çocuklar, kîm bûnû çîzecek?” (Zarokno wê kî vê xîçke - binivîse)

 

Necîb jî jibo avrêjê tengav bûye. Ji berku Tirkî nizane, wisan fahm dike ku mamhoste dibê “Kî dixwaze çîza xwe bike”.

 

 Necîp jî destê xwe radike, diçe ber textê reþ, li texte dinêre û li mamhoste dinêre. Mamhoste disa dibê: “Oxlûm çîzsene!” 

 

Necîp jî hema malê xwe derdixe û bi textê reþ ve çîz dike. Bêhna mîzê dikeve dersxanê û dibe pîqêna zarowan dikenin.

 

29/12/08

 

 

 


HEM  ÞIVAN E  HEM  JΠ SE YE

 

Mêhdî  zilamek wek hirçan zexim e. Tifenga dewlletê standîye û bûye cerdevan. Carekê di cerdevanîyê de birîndar dibe. Lê piranî  li ber pezê xwe ye. Carnan jî tê qehwa Welî ya li Cûlemêrgê bi hevalên xwe re bi kaxezan dilîze, henekan dike.

 

Hesenê Mamxuranî jî gelek henekçî ye. Rojekê dîsa di qehwa Welî de ji alîyekî  okey dileyîzin, ji alîyekî jî henekên xwe bi hevdû dikin.

 

 Hevalek wan ji Hesen dipirse: Kek Hesen, Mêhdî çîye?

 

 Hesen jî dibêje: Mêhdî hem Cerdevan û xayîn e, hem gazî ye, hem hirç e, hem þivan e, hem jî se ye ( seg-kûçik).

24/12/08-

 

 

 

 

 

EREQ  DER

Di dema 1980 an de diktatorîya faþo li Tirkîyê mîrîtî  xist destê xwe. Wek hemi bajarên Kurdistana bakur, li Cûlemêrgê jî hemi xortan digirin û di bin êþkencan de derbas dikin.

Lê xort di ser wî halê xwe de jî moralê xwe xurab nakin. Henek û tiranên xwe hem li hevdû hem jî li kirinên  dewletê dikirin.  Kek Ûbeyit  Boraq.

 

Ûbeyit  Boraq mirovek di halê xwe de ye. Kesayetîyek pir jê tê hezkirin. Lê  kêmasîyek wî heye ew jî pir ereqê vedixwe.

Þevekê kek Ûbeyit serxweþ dibe. Kerb û kîna wî ya li hember polîs û dewletê radibe. Bê hemdî mêranîya wî têyê, derdikeve nava sûkê, dujmînan li dewletê û polisan dide.

 

Polis jî wî digirin, têra wî lê dixin û paþê dibin tavêjin girtîgehê ba xortan.

Bi hatina Kek Ûbeyit Boraq kêfa xortan pir tê. Li dora wî  dicivin, hinekî sohbetê dikin.

 

Paþê jê dipirsin: Kek Ûbeyit  tu ji kîjan rêxistinê tê sûçdarkirin?

 

Kek Ûbeyit dibê: Hinek ji we ji  Memur Der ê, hinek ji Top Der ê, hinek nizanim ji çi derê hatine girtin û tên sûcdarkirin. Ez jî ji Ereq Derê hatime girtin û sûcdarkirin.

 

18/12/08-

 

 

GORMEK  ÎSTÎYÎSIN

Li Qibrisê du karmendên Ruhayî yên Kurd,  ji xwe re karmendîyê dikin. Êvarî jî li qahwexanekê rûdinên ji xwe re bi kaxezan dileyîzin. Dema bi kaxezan dileyîzin, bi hev re Kurdî xeber didin. Yek ji wan li rexekî benîþtê di devê xwe de dicû û diçirpîne, ji rexê din dibê “Dê were! Mecbûrî kaxeza min bê” û hwd.

Garsona qahwexanê ya zerik jî li ser pîyan li wan dinêre û guhdarîya wan dike. Tiþtekî ji zimanê wan tênagehe û ji meraqan ji yê benîþtcû dipirse. “Abê sîz nece konûþûyorsunuz? (hûn bi çi zimanî dipêyivin).

 Ew jî dibê: “Kurdçe (bi Kurdî)”.

Li servê gotinê jinik dibê: “Dîyorlarkî Kurtlerîn kûyrûxû varmîþ” (dibêjin ku boçî –dûvê Kurdan heye).

Yê benîþt dicû milçe milçê ji benîþtê xwe tîne û dibê: “Heeeeee, ema önden çixî ma görmek îstîyîsin?” ( erêêê, lê ji alîyê pêþîyê ve derdikeve, tu dixwazi bibîni).

11/12/08-

 

 

Pêkenokên berê

DIZÊN  TÊLEFONA

Hunermenda dengxweþ Rojîn û hevala xwe Gonul li Stenbolê bi mînîbûsê (dolmîþê) diçin. Di dolmîþan de dizên têlefonan cirîdê tavêjin. Yek ji wan dizan têlefona Gonulê didize. Di heman demê de têlefona Gonulê lêdixe. Ê diz hema ji dolmîþê peya dibe û dest bi revê dike.

Gonul jî peya dibe û ji diz re bi zimanek nermik dibê: “Telefonum sîzde, lutfen bana verîrmîsin (telefona min li nîk te ye, ji kerema xwe bide min). 

Ê diz li ser milê xwe lê dinêre û  pê dikene. Diçe herbi wê çûnê.

Gonul pol poþman dîsa tê cihê xwe rûdinê.

Vê carê têlefona yekî li ser kursîya li piþt wan di destê dizekî din de , þemamê, þemamê, þemamê bûkê lêdixe.

Yê diz têlefonê dirêjî xwedîyê wê dike û dibê: “Keko, ha ev têlefona te ye lêdixe” û  têlefonê dide destê xwedîyê wê.

04/12/08

 

 

Lêre jî jibo me rehetî tune

 

Du hunermendên Kurd  jî birastî xwedî hûnerin  haaa! Ewqas hunerên wan hene, mirov behitî ( þaþo, maþo) dihêlin. Lê van hunerên xwe vedizî dikin û kesî pê nahesînin.

 

Rojekê du hunermendên ku di televîzyonan de bernamên Kurdî û Tirkî çêdikin li Firankfortê (tiþtê ji min re hatîye gotin) hevdu dibînin. Piþtî xwarin û vexwarina alkolê, dilê wan ganan dixwaze. Bi wî serê xwe yên serxweþ dibên: “Em biçin kerxanê, ganekê jî bikin da ku her tiþt bê qisûr be”.

 

Radibin heke bi çi awayî dibe diçin kerxanê . Çawa di derîyê kerxanê de dikevin hundur; çi bibînin, kerxane bi Kurdan dagirtîye. Kî wan dibîne dibên: “Oooooo keko hûn bixêr hatin!”

 

Di nava kerxanê de carekê çerx dibin (tûrekê tavêjin), bi kêmanî bîst kes ji wan re dibên: “Keko hûn bixêr hatin!”

Herdu hunermend li hev dinêrin û ji hevdu re dibên: “Em herin, lêre jî jibo me rehetî nîne”.

 

Welhasil, destê xwe tavêjin patika stuyê xwe duxrînin û bê gan þûnde vedigerin. Rebena vê carê xwe didin dest û vê hunera xwe nikarin vedizin.

 

29/11/08

 

 

Keçika Þêxan û xortê Êsyan

 

Keçek ji yên gundê Þêxan diçe Mûsilê, ji xwe re li kar digere.  Li çend xwarinxwanan û dikanan pirsa kar dike. Hemi jî jê re dibên kar nîne. Dawîyê diçe dikana lawikê Êsyanî, keçik ji xort re dibê: “Bra, ez ji gundê Þêxan im, ji xwe re li kar digerim. Li nîkte karekî li gor min heye an ne?”.

 

Xortê Êsyanî bi dil nîne wê bigre kar û dixwaze hinekî tiranên (henek) xwe bi keçikê bike.

 

Ji keçikê re dibê: “Ezê du pirsan ji te bikim, heke te zanîn ezê te bigirim kar. Heke te nezanîn kar nîne”. Keçik jî dibe bipirse.

 

Xort: “Tiþtekî min heye li ser çar tekeran dimeþe û rêya rojekê dike seetek. Pirsa didûwan tiþtekî min heye çarpê ye, mirov baran lê dikin”.

 

Keçik dibê: “Ya ewil tirinbêl e. Ya diduwan jî,  pêreh e (heywanên bar û suwarîyê)”.

 

Xortê Êsyanî dibê: "Herê tirinbêl e, lê çi tirinbêl e? Mecedese, VW ye, BMV ye,  Nîsane çîye? Ya duduwan herê heywanê bara ye. Lê ker e, hesp e, hêstir e çiye?"

 

Keçîka Þêxan jî ji xortê Êsyan re dibê: “Ezê jî pirsekê ji te bikim, heke te zanî ezê sê mehan jibo te belaþ bixebitim. Heke te nezanî ca jixwe ez diçim”.

 

Xort dibê: “Dê hadê tu jî bipirse”. 

 

Keçik dibê: ”Tiþtek di nav lingên jinan de heye, dora wê hemû mû ne. Ew çiye?”

 

Xort jî dibê: “Quz e”.

 

Keçik dibê: “Herê quz e, lê quzê diya te ye, yê jina te ye, an jî yê  xwiþka te ye?”

 

26/11/08-

 

 

 

Heyyy çi mal li ser e

 

Mala Ihtîyat li Çemê Alakanan, li ser rêya Cûlemêrgê û çend gundên pêve girêdayî ye. Ihtîyat derdora xanîyê xwe tev kiribû darûber û gelek cûreyên dikakan ( zerzewat) jî diçandin. Di nav erdê wî de çend kanîyên xweþ jî hene. Segên Ihtîyat jî bi perwerdebûn û harbûna xwe navdar in.

Havîne bêhna xîyarên baxçê ihtîyat , rêwîngan ber bi xwe ve dikêþe. Ji ber dizîya xîyar û dikakan Ihtîyat kurê xwe diþîne nav parêz ( baxçe) , wî tenbîh dike û dibêjitê: “Kurê min, niha wê bêrîvan biçine bêrîyê, nehêl kes bikeve nav parêz. Tu her yekê çend xîyaran bidê, bila devê wan pê ter bibit. Lê heke hinek ketine nav parêz, bi ya te nekirin, tu fîtikekê bide seg û te þol pê nebit. Wê seg halê wê bidê”.

 

Kurik diçe nav parêz û bêrîvan tên. Ew jî her yekê çend xîyaran dide wan. Lê jinikek bi ya xort nake, diçe nav parêz parzûnê xwe derdixe, xîyar û dikakên din jê dike. Kurik fitikekê dide seg. Seg bi bayê gurê tê û xwe dihavêje nav lingê jinikê, kêlbên (diranên pêþî) xwe têde dibe. Dibe hewar hewara jinikê.

 

Ihtîyat di hewarê re dibeze, seg ji jinikê vedike. Destê xwe dide ser birînê û dibêje: “Heeeyyy çi mal pêveye. Ez qurbana vî quzî bim, Uuuwuuxx çi quz pêveye!” Dike qêrîn û tentûrtûyotê dixwaze.

Malî tentûrtûyot tînin, Ihtîyat tentûrtûyotê li quzê wê dide û dibê: “Heeeyy min di wî  quzî nayî, ma wî seg  kurê segî derek din nedît ku gez bike!”

 

23/11/08-

 

AXA, TILIYA MIN KUL BÛ!

Mîrzayê Elkî (Beytûlþebab) yê Giravî (navê eþîrekê ye) keçekê direvîne û dibe zozanan mala Seîd axayê Giravî û xwe dispêrî te wî. Seîd axa ji Mîrza pirs dike ka bi rê de tiþtek anîye serê keçikê an ne. Mîrza jî dibê: “Ji tirsan bi zor me xwe gehandîye konê te”. Seîd axa jî dibê: “Keçkê bibe biþt girekî, wî þolî pê bike û were. Te þol pê nebit, ezê dawa te safî kim”.

Mîrza jî berî keçikê birevîne bi dasa giya tilya (pêçî) xwe ya beran birîye û tilya wî edav girtîye.

Ji ber êþa tilîyê hewîya wî nayê. Keçikê dibe cihek berpenî dixwaze þolê wê biqedîne. Lê keçik þive terekê digire destê xwe, dema  Mirza nêzîkî wê dibe, wê þivê li tilîya Mîrza ya edavgirtî dide û kajênî ji Mîrza berdide.

Heta roj diçe ava jî Mîrza nikare tiþtekî li keçikê bike û polûpoþman dizivirin zomê.

Li zomê, bin konê Seîd axa bi mêvanan dagirtî ye. Mîrza dikeve nava kon silavê dide. Hêjta ne rûniþtî, Seîd axa jê dipirse:“Kuro te ew þol qedand?”

Mîrza: “Axa, ez xulam, tiliya min kul bû”.

Li ser gotina Mîrza, kerbên Seîd axa radibin û dibê: “Kurooo kîr quz da,  ma dê te bi tilîya xwe ve kiriba”.

17/11/08

 

 

ALÇAX  FARELER

 

Mehmût Çamlibel û Orhan Çetîn (herdu jî sîyasetvanên Kurd yên berbiçav in) li mala Mehmût rûniþtî ne, ji xwe re ereqê vedixwin. Mehmût gelek bi rehm û tîtiz e (zîz e). Ji ber wê titîzîyê fistix, bindeq û leblebîyan ji hev cihê dike û li ber xwe rêz dike ku tev lihev nebin.

Serê wan jî xweþ bûye, Orhan  mexsûs (ji qazî ve) wan çerezên ku Mehmût li ber xwe cuda cuda rêzkirine, hem dixwe hem jî tevlihev dike. Mehmût ji Orhan re dibê:

 

Orhancixim, bû îþte bîr pûþtlûk yokmûdûr? (Orhanê min, ma di vî þolî de pîçîtîyek tune.)

Orhan înkar dike û dibê haya min ji tiþtekî tune.

 

Di mala Mehmût de miþk jî pir in. Ji ber ku Mehmût hindî  bi rehm e, miþkan jî na êþîne. Mehmût wusa goman dike ku miþk tên ser masê çerezên wî dixwin û tevlihev dikin.

 

Mehmût ji miþkan re dibê: ALÇAX  FARELER,  masadakîlerî yêmeyîn, yêre biraqayim onlarî yêyin. (Miþkên bêbext, yên li ser masê nexwin, yê ez danim erdê wan bixwin)

 

09/11/08

 

  

 

GÛYÊ  DÊYA XWE

 

 Ebdilayê Fetê darvan û qetarcîyê Cûlemêrgê  yê herî navdar bû. Zîrekî û dûrûstî ya wî li hemû deverên Cûlemêrgê belav bibû. Ji ber hindê jî, xwedî hêstir û maldaran, heryekî dixwest  Ebdila bibe qetarçîyê wî. Gelek caran  hêþta zivistan bû, xwedî hêstir diçûn  mala wî, bazarî pêre dikirin û ew ji xwe re jibo darvanî  yê digirtin.

 

 Lê Ebdilayê Fetê jî têra xwe bîj (pîç) bû. Wî di bazara xwe de þertên xwe hebûn. Hinek þertên wî ev bûn

-         Dewîn, (mehîra germ) gulola savarê,  jajî (toraq) û savara bê goþt nedixwar.

 

Li gor van þertan kesê ew jibo qetarcîtîyê girtiba, divyabû van þertan bi cih bîne.

 

Salek berê Ebdila qetarçîyê mala Çeqû bû. Çeqû zehf jê razî bû. Lewre hêþta berf li erdê, Çeqû diçe mala Ebdila da ku dîsan bigire.

 

Li mala Ebdilayê Fetê, jinik li ber tenûrê nan dipêjin: Ebdile jî li cem wan rûniþtîye tirarka (tasa) dewînê di dest de dewînê bi nanê germ ve dixwe.

 

Dema Çeqû dibîne ku  ew dewînê dixwe, hema dibêjitê: Êêêê be kîr quz da, ne te digût ez dewînê naxwim haa!

Ebdila: Mirov di mala xwe de gûyê da xwe (dêya xwe) jî dixut!

 

13/10/08

 

 

 

FISA DÎKÊ PÎR XIDIR

 

Pîr Xidir pêþmergeyek Barzanîyê mezin ji yên berbiçav bû. Niha jî berpirsê binemala Laleþ ya rewþenbîrî ye. Di demên pêþmergetî û þoreþê de, çu ferqî û cudahî di nava ol, mezheb û zaravayan de tunebû. Hemi malên Kurdan ê pêþmergeyan bûn. Lê piþtî raperîna ku piranîya bajarên Kurdistana baþûr ket destê Kurdan, di destpêkê de gelek bêistiqrarî çêbu. Hinek kesên nezan anjî jibo berjewendîyên xwe yên þexsî, dest bi derxistina gengeþî û arêþên  olî kirin. 

 

Yek ji wan jî cîranê Pîr Xidir ê musilman bû. Rojekê dîkê (keleþêr) Pîr Xidir li mirîþka cîranê wî suwar dibe û çend fisan lêdixe. Cîranê wî jî dibîne. Hema ji kerban har û dîn dibe û dibêje: “Hayhooooo, çawa dibe dîkê yekî Êzîdî bifisikîne mirîþka yekî musulman, wî dîkê Êzîdîyan namûsa mirîþka min herimand” filan û bêvan.

 

 Radibe mirîþka xwe serjê dike, goþtê wê jî naxwe, nade Segan jî û dibê: Wê seg jî pê heram bin û diçe çalekê dikole û dike çalê, ser tûjî ax dike. 

 

Paþê tê ji Pîr Xidir re meselê dibêje û jê dixwaze ku ew jî dîkê xwe bikuje. An jî  ji ber doza namûsê, wê di navbera wan de xwîn birije.

 

06/10/08

 

 

EV XELK  ÇI  BÊBAV IN

 

Ehmedê Hezroyî diçe mala xwe, dilê wî bazdana ser jinê dixwaze. Lê dike nake jina wî nadê û dibê: Ez ketime kincan. Ehmed jî bela xwe ji jina xwe venake. Dawîyê jina wî dibê:Haaaa ji te re 20 milyon, pênc jibo hatin û çûyîna rêza te ya Diyarbekir, panzde jî jibo kerxanê. Here gana xwe bike û were.

 

Ehmed 20 milyonan digire, ji malê derdikeve ku biçe Diyarbekir. Di rê de jinika cîrana wan wî dibîne û ji Ehmed pirs dike ka bi kuve diçe. Ehmed jî (yekî pir rû qetandî bûye) hal û hewalên xwe ji jinika cîran re dibêje.

 

Jinika cîran jî dibêje: Ma tuyê bo çi biçî diyarbekir? Hema wan paran bide min ezê carekê bidime te û xelas, wîî!

 

 Ehmed dibê temam. Paran dide cîranê, þolê xwe dike û diçe malê. Jina wî dibê: Kuro tu çi zû çûyî Diyarbekir û hatî malxirab?

Ehmed meselê ji jina xwe re dibê. Jina wî: Kuro nebe wê qehbikê pare ji te standibin?

Ehmed : Erê pare ji min standin.

 

Jina wî: Lawo ev xelk çi bêbav in! Min deh car daye mêrê wê û qirûþek jî jê nestandîye, pek li vê ecêbê!

 

25/09/08-

 

 

 

Diya wî jî qûnde bû

 

Li Batmanê gundê Kole, (Çardaxlî) bijartina muxtarîyê ye. Gund bixwe jî 40 mal e. Ji bo bijartinan namzetê muxtarîya nû Haþimo û yê kevin Elî Akdax dikevin berberî yê. Dengên wan wek hev derdikevin. Kurek Haþimo çûye Mêrsînê û kes nizane li ku dimîne. Ji bo rey û dengê wî celeba Haþimo li Mêrsînê seferber dibin daku kurê wî peydakin, bê reya xwe bavêje û Haþimo bibe muxtar.

 

Axir, ji her derê û kesên nas pirs dikin û dibînin. Hema bi zorê dikevin bin milê wî û  bi teyarê tînin Batmanê. Ji wir jî dibin gund, reya xwe tavêje û Haþimo bi ser dikeve û dibe Mixtar.

 

Lê celeba mala Elî Akdax jidestçûna muxtarîyê  hezim nakin û diçin li muxtarê nû Haþimo dixin. Wî ji halekî derdixin, dikin halekî din. Muxtarê nû Haþimo jî diçe gilîyê Elî û celeba wî dike . Ji qomûtanê qereqolê re dibêje: Elî Akdax di mala xwe de terorîstan xwedî dike, alîkarîyê dide wan, Apocî ye, bi xwe berê jî qumarçî bû.

 

Qomûtanê qereqolê jî wan hemîyan gelek baþ nas dike, dizane di gund de kî çiye û bi piranîya wan re jî têkilîyên wî hene.

 

Li ser gilîyê Haþimo qomûtan gazî Elî  û celeba wî dike. Elî jî feqîro yekî kal e û bi zora kopal dimeþe.  

 

Qomûtan ji Elî re dibê: Yaho xalê Elî, çi hunerê te hebûne me  pê nedizanî! Elî: Ma çi hunerên min hene?

Qûmitan: Muxtar Haþimo dibêje tu Apocî yî û berê jî qumarcî bûyî.

Elî Akdax jî hema dibêje: Dîya wî jî qûnde bû û qûna xwe dida.

Qomûtan digirije û dibê:  Daye kî?

Elî : Hema daye min.

Qumitan:  Wekî din daye kî?

Elî : Hema daye hevlingê min hecî xxxx.

Qomûtan: Yaho xalê Elî, tu çawa van tiþtan dibêjî?

Elî : Ma bêbextî ne bi para ye! Ma tu halê min nabînî ez bi zora kopal dimeþim! Ew dibêje ez Apocî û qumarçî me, madem ku ez Apocî û qumarçî me, dîya wî jî qûna xwe dida û qûndeh bû.   

 

18/09/08

 

ERGENEKON

 11/09/08-

Ev bûn çend mehin li Tirkîyê qala dewleta dizî “Ergenekon”ê tê kirin. Her roj  rojname û  televîzyon qala wê dikin. Li her deverê þaxên wê yên nû peyda dibin. Gotin û galgal tim li ser wê ye. Li Baþkalê Iskender Axa heye. Axayê herî xurt yê vê demê li Baþkalê ew e. Îskender namzetîya xwe jibo gelwekîlîyê danîbû lê bi ser neket.

Tê gotin ku eroyînê difroþe, mazota qaçax ya ji Îranê tê di bin qontirola wî de ye. Dibêjin nêzîkî 40 tankeran bi þev bi qaçaxî jêre petrolê dikêþin. Ne artêþ, ne jî hêzên din yên asayîþê, kes nikare xwe nêzîkî wî bike.  Tê gotin ku navbera wî û Mehmet Axar jî gelek xweþ e, têkilîyên wan yên ticarî û sîyasî bi hevre hene. Lewre gelek kes gomanan dikin ku Îskender Axa di mintiqê de mirovê Ergenekonê yê herî berbiçav e.

Rojekê du kesên hevalên hev ( yek ji Baþkalê yê dî ji Cûlemêrgê) li bajarê Wanê hevdu dibînin. Bi hevre li cîyekî rûdinin û sohbetê dikin. Sohbet dizîvire tê ser Ergenekonê. Yê Baþkaleyî ji yê Cûlemêrgî re dibê: Ergenekon li Cûlemêrgê jî heye an ne?.

Yê Cûlemêrgî: Nexêr nîne, Îskender Axa li Baþkalê rê li ber wan girtîye û nahêle wêdatir biçe.

 

Mirîþkên rût

Her wekî tê zanîn, di kitêbên olî de tê gotin: Silêman Pêxember jibo jina xwe Belqizê teyr rût kiribûn da ku jêre doþek û balgîyan çêke. Lê serpêhatîya me ne li ser Silêman Pêxember û Belqîzê  ye.  Lê li ser  dayîkek Kurdên bajarê Qonyayê ye.  Xortê malê piþtî ku dîya wî û bavê wî radizên, ereqa xwe vedixwe û pê serxweþ dibe. Qedeha ereqê ya nîvî, li cih dihêle û diçe radizê.  Dîya wî sibehê zû radibe, dibê qey av e, dike tasekê, hinek avê jî li ser zêde dike û jibo mirîþkan datîne derva. Mirîþk jî wê ereqê vedixwin û pê bêhiþ dibin.

 

Diya xort dema mirîþkan di wî halî de dibîne, dibê: Ey waaax! Ji mirîþkên me re qiran ( þewba mirîþkan, þobe, persîf)  hatîye.  Ji tirsa nexweþîyê, nikarin goþtê wan jî bixwin.

 

Dîya xort ji alîyekî li ber mirina mirîþkên xwe dikeve, ji aliyê din jî diponije. Ji niþkava çîroka  Silêman Pêxember û Belqîzê  tê bîra wê. Radibe mirîþkan ji pûr dike da ku pûrta wan bike balgî. Piþtî hemi mirîþkan ji pûrt dike , tevan dixe nava tûrekî û  dibe tavêje çalekê derveyî gund. 

 

Piþtî çend seetan, mirîþkên serxweþ û bêhiþbûyî bi xwe ve tên, raste -rast berê xwe didin gund...

 

Gundîyên ku wan mirîþkên bêpûrt û rût dibînin, dibe hewar û hewara wan û dibêjin: Qiyamet rabûûûû… Qiyamet rabûûûûû… ! Vaye mirîþkên rût û bêpûrt hatin, wê niha mirovên rût û pêxas jî bidin dûûûû.....

 

 

 

            HÊKÊN  KELANDΠ  DAY  LI WAN  GA

 

Sê xanimên ji bajarên evraz (metropol) wek wezîfedar jibo Cûlemêrgê tên tayînkirin. Ev hersê xanim li bajarê Wanê li ser têþtxanekê (xwurînîxane) hêkên kelandî dixwin. Yekî Cûlemêrgî jî wan dibîne. Bi rasthatin hersê xanim, yêCûlemêrgî û çend hevalên xwe li eynî tirinbêlê siwar dibin û diçin Cûlemêrgê. Xanim xwe gelek qure, nazik û kubar dikin. Yên di dolmîþê de biçûk dibînin.Wan wek mirovên paþdemayî, cahîl dihesibînin û henekên xwe bi wan dikin.

Li nêzîk Cûlemêrgê deverek jêre dibêjin “Erzikini “ li wê deverê Gûdek (kûkûrt) heye.  Dema mirov nêzîkî wê dibe, jiber bêhnê mirov dev û kepê (poz) xwe digire. Bêhna Gûdê, wek bêhna hêkên xerabûyî ye. Lê hersê xatûn bi vê nizanin. (ji ber ku cara yekeme diçin Cûlemêrgê.)  Dema nêzîk Gûdê dibin bêhna tir û fisên genî dikeve tirinbêlê, herkes dev û kepên xwe digirin.

 

 Xatûnek dibê: Ew kîjan bêkemalî fis kir? Yek ji yên tirinbêlê dibêje: Kê hêkên kelandî xwaribin, wî/wê fis kirîye. Ji ber ku bêhna hêkên kelandî ji fisê tê.

 

Cûlemêrgîyê ku dema hêkxwarina xatûnan dîtibû dibêje: Min li filan deverê dît, van hersê xaniman hêkên kelandî dixwarin .

 

Xatûnan li hev nerîn, rengê wan sor bû, ji þerman heta Cûlemêrgê yek gotin negotin û serê xwe ji ber xwe ranekirin.

 

 Culemêrgîyan jî ji hevdura gotin: Hêkên kelandî day li wan ga (kuta dîya wan )

 

 

 

Zingilê dêrê

 

 

Zîya di sala 1972 an de bi karkerî tê bajarê Koln a Almanya, li fabrîka tirinbêlan a Ford ê dest bi kar dike. Zîya kesatîyek esebî û ji neheqîyê re tehemula wî nîne. Ew pir ji kesên ku ji hosta, serhosta û þefan re xweþdikin û bertîlan didinê diqehire. Lewma her roj di navbera wî û wan kesan de pevçûn çêdibe. Ew jî diçin gilîyê Zîya li ba þefan û hostayan dikin. Li ser van gilîyan, rêvebirên Fabrîqê ji bo ku Zîya bînin raê û hidayetê her roj cihê wî yê kar diguhêrin û digirin binê qontirolê.

 

 Rojekê di dema kar de Zîya ji berhosta re dibêje: Destava min ne xweþ e, pênc deqîqan tu min biguhêze ez biçim WC û bêm.  Zîya diçe WC ê (avdestxanê) . Ku ji WC derdikeve çi binêre, vaye þefê mezin, serhosta û tercuman li ber derîyê WC li benda wî ne.

 

Þefê mezin ji Zîya re dibêje: Ma ev wextê WC ê ye, te kar berdaye û tu hatî lêre. Tu dikarî bi tenê dema bêhnvedanê biçî WC.  

 

Zîya aciz dibe û bi Almanîya xwe dibêje: Mein arsch nicht kirchen glocke,  wen machen tang tung ich scheîsse machen. (Qûna min ne zingilê dêrê ye ku bike tang û tûng ez gû bikim.)

 

 

 

 MILÎTAN

 

 

 

Mîrzoyê Baþkalanî pêxasekî þoreþger e, Sala 1992-93 ji heceta alîkarî bi rêxistina veqetandinxwaz re kirîye tê girtin. Mîrzo dibin tavêjin girtîgehê. Di girtîgehê de Mîrzo her tim di nava derîyê oda girtîyan de disekine, destê xwe dide rex derî û dibêje: Milîtan, milîtan, milîtan, simbêl qeytan dayik bi qurban milîtanooo!

  

Qardîyan çend carekê jêre dibên: Kuro Mîrzo, bese te em gêj kirin, heke tu dest ji vî miqamî bernedî emê te bêþînin haa ! Bila haya te ji te hebe..

  

Lê  Mîrzo her bi ya xwe dike û dibêje : Milîtan, milîtan, milîtan, simbêl qeytan dayîk bi qurban milîtanooo!

  

Sebra qardîyanan namîne. Mîrzo dibin têra wî lêdixin, wî ji wî halî derdixin dikin halekî din. Du gardîyan dikevin bin milan û dibin tavêjin ser cihên wî.

  

 Mîrzo bi kutek û zorê ji cihê xwe radibe, dîsa diçe nav derî disekine , destê xwe dide rex derî û bi dengek nermik û kezebsotî dibêje: Milîtaaan, milîtaaan, milîtaaan, hindî lêdan dayîk lê gan ( niyan)  milîtaaanoooo.

 

 

KURÊ   MELLÊ

Kurê Melle Ehmed li ber destê bavê xwe dersên quranê dibîne.  Xortek gelek jîr û pir jî zîrek e. Meraqa wî jibo fêrbûnê zêde heye. Lewma gelek pirsan ji bavê xwe dike.

Rojekê dîwana bavê wî bi mêvanan dagirtî ye, kurê wî dikeve hundur û ji bavê xwe dipirse:

Bavo! Heke mirov li ser gû benîþt bicû, helale yan hera e?

Melle Ehmed ji kurê xwe re dibêje:

Helalbûnê helale, lê yên te di wî halî de bibînin wê bibêjin qey tu gûyê xwe dixwi.

 

Ez we diþopînim

Rojekê  karkerên beledîya bajarê Koln a Almanya  civanê didin hev ku li qahwexaneyek ji yên Tirkan firavîna xwe bi hevre bikin. Di nav wan de Kurdek heye. Heke di nav henekan re be jî, tim keviran li Tirkan û Atatirkê wan dixe. Hûn nabên yên Tirk di navbera xwe de bêþa xwe kirine ku yê Kurd bêxin tengasîyê. Dema firavînê li qahwê dicivin, li dîwarê qahwê ve wêneyê Atatirk daliqandiye û li binî nivîsîye “Ez we diþopînim”. Tirkê  ku pilan çêkiriye, bi dengek bilind ku herkesê di qahwê de bibihîze dibêje: Kek X, divê yên wek te diqetê bikin. Binêre

(rismê  Atatirk nîþan dide) Atatirk  ji yên wek te re dibêje: “ Ez we diþopînim“. Yê Kurd hema gotina wî di qirika wî de dihêle û bi dengek bilind dibêje: Raste, lê tiþtê ez dizanim ew ji þopandina zilamên rût (tazi bê kinc û libas ) hezdike, tu dibînî cilê min li min in cîgerim!

 

 

Cerdevanên Çemê Ezo

 

Dewleta Tirko çend gundên ji Eþîra Jîrkîya vala kirin, paþê anîn li gelîyê Cûlemêrgê, cîyekî dibêjinê Çemê Ezo.

 

Li wir gundekî ji wan re ava dikin. Cerdevan derdikevin operesyonê û parola navbera wan û merkezê de “ Cîlo “ye. Cîlo 1. merkez e . “Cîlo “  2. jî cerdevanên Çemê Ezo ne.

 

Merkez bi têlsizê dibêje: Cîlo bîr, Cîlo îkîyî ariyor. Cerdevan: Cîlo îkî dînlemede, Quna te nim,dinya þilovedir, her teref herî dir,operesyone gîdemiyoriz. erz olinir.

 

 

 

Ez þeytanqûnî bûme

 

Girêdayî qeza Çelê ya Hekarya, gund û eþîrek Pinyaniþîyan bi navê  Marîfan heye. Xelkê wê deverê mirovên gelek esebî ne. Hind esebîne ku tevahîya eþîrên derdora Hekarya hivza xwe ji wan dikin. Dikarin jibo tiþtekî biçûk teþqelên mezin bînin serê dijberên xwe. Her weha di hemi waran de gelek jî paþta mane. Lê kelepûr û çanda Kurdayetîyê hêj jî bê kêmasî diparêzin. Heta niha jî di dawetên wan de estûremant nayên bikaranîn. Dawetên xwe bi stranên devkî li dar dixin. 

 

Silêmanê Marîfanî  yê heftêsalî û kurê xwe Îslam ji ber jin revandinekê ketibûn girtîgeha Cûlemêrgê. Îslam bibû çayçêkerê girtîgehê.  Bavê wî  yê heftêsalî her roj êvaran þîr vedixwar û spêdê radibû ji kurê xwe re digot: “Bo min ava germ bîne, ez þeytanqûnî bûme” (cenabet bûn).  Qardîyanên girtîgeha Cûlemêrgê jî ji Îslam re digotin: “Ka bavê xwe hinekî aciz bike”. Îslam jî dikire qîrîn û digot: “Bavên xelkê yên di temenê bavê min de hemi mirine, me li gund li ser gora wan behîv çandin. Behîvên ku li ser gora wan çêbibûn me dixwarin. Ev bavê min nasekite (geber nabe) ku ez jê xilas bim. Her roj êvarî wê þîr vexwe û spêdê rabe bibêje: Bo min avê germ ke ez ÞEYTANQÛNÎ bûme” .

 

 Bavê wî dixeyîdî û digot: “Hey min hal û hode bi dîya te kiro!”  Îslam jî digotê : “Ez jî di dîya te kim!”  Bavê wî xwe diberizandê

(êrîþ dibirê) lê qardîyanan ew digirt, nedihêlan ku bigehine hev.  Îslam digot:  “Hûn li vî bavê min binêrin, heta niha bi hizaran caran kiriye dîya min min dengê xwe nekiriye, min bi tenê carekê gotiyê ez di dîya te nim dîn û har dibe kuro!” 

 

TU JÎ WEK KURÊ MIN Î

Di otobîsê de rê teng e, li ser kursîyên du neferî sê kes rûdinên. Pîrejina Musikî jî li kêleka xortek bi þelwar rûniþtîye. Nîvê bedena wê li ser kursî, nîvê din jî li valahîyê ye. Rê jî pir bi kendûkûr e. Ji niþka ve çalek dikeve pêþîya otobusê, otobus firên,dike, pîra Musikî ji ser kursîyê dikeve erdê.

Ji bo ku biþêt rabe destê xwe digerîne ku tiþtekî bigire. Tu nabê qerasê xortê bi þelwar dikeve destê wê, pêdigire û radibe.Otobus dîsa bi rê dikeve lê pîrê qerasê xort bernade.

Xort ji pîrê re dibêje: Dayê, her tiþt tekuz û rêkûpêk e, ji kerema xwe ew tiþtê te pêgirtî berde.

Pîrê: Tu jî hema wek lawê min î, min ji zûde bêrîya wî qerasî kiriye, xwedê xêra te mezin bike hema bihêle ez pênc deqîqê din jî pê bigrim.

 

 

ÞORBA  BELAÞ

 

Bavê Ronahî- 09/05/08-

 

Li  Stenbolê xortek Kurd ji yên tînerkês di ber derê xwarinxanekê ( restorant)  re derbas dibe. Li camekanê çavê wî li buhayên xwarinan dikeve. Filan xwarin bi hinde milyon lîre, bêvan xwarin bi hinde milyon lîre. Lê li ser kaxezek mezin jî nivîsîye: Þorbe belaþ e!

   Xortê Kurd hema dikeve hindur, þorbekê dixwaze, du nanan jî bi þorbê re dixwe û derdikeve diçe. Ev rewþ çend rojan didome û bala xwaringêran dikêþe.

 

Yek ji xwaringêran diçe ji patronê xwe re dibêje: Yaw babam, ev xort herroj tê þorbekê bi du nanan re dixwe û diçe. Tiþtekî din jî naxwe wîî! Patron ji wan re dibê: Hûn mîsîlî ( dermanê virikkirinê ) bêxin nav þorba wî, derîyê tuwaletê jî bigrin û we îþ pê tune.

 

Xwaringêr derman dixe nav þorbê, datîne ber xort û jêre dibê: Afîyet be qardaþim! Derîyê avdestxanê jî qifil dike. Hêjta  xort þorba xwe nîvî nekirî, zikê wî dêþe û zorî didê. Xort dibê: Yaw babam ka tuwalet li kuye oxlim? Xwaringêr dibê: Xurabeye cîgerim, naxebite!

 

Xort bêçare bazdide derva û bi xwe de rediþîne, bazdide diçe dermanxanekê, ji dermanfiroþ re dibê: Tuwaleta we heye cîgerim? Dermanfiroþ dibê: Na!

 

Xort dîsa dipirse: Ma kaseta Civan Haco li nik we heye? Dermanfiroþ xwe dixeyidîne û dibê: De here kuro! Ma evder dikana qasetfiroþane kundir? Evder dermanxaneye dermanxaneeeeeee!

 

Xort dibê: Ew dikana ku kaseta Civan Haco nefiroþe ezê di wê dikanê de birîm! Û þalê xwe tîne xwar, di dermanxanê de dibê vîjjjjjjjjjjj û dirî .

 

Dermanfiroþ lê dinere þaþo, maþo dibe. Xort xwe rehet dike, zikê xwe difirkîne û ji dermanxanê derdikeve.

 

Li ber derîyê dermanxanê sê hevalên xwe dibîne û ji wan re dibê: Dikanek þorba belaþ dide, herin bixwin oxlim, firsetê nerevînin haa!. Ew jî pirs dikin ka li kîderê ye?.

 

Xort ew xeta ku ji xwarinxanê heta dermanxanê bi xwe ve rîtibû nîþan dide û dibê: Vê xeta zer biþopînin, ewê we bibe berderê dikana þorba belaþ, temam!

 

 

Etê lêmexe

Li gundek Aqçedaxa Meletyê zaroyekî pir hûrik ji malbatekê re çêdibe, navê wî jî datînin Pehlewan. Pehlewan dibe çarde salî, bavê wi bi jana zirav (werem) dikeve, rojek ji rojên zivistanê rewþa bavê wî zehf xurab dibe, dîya wî hîviya xwe ji bavê wî dibire û ji Pehlewan re dibêje: Kurê min, rewþa bavê te nebaþe, tu here govê (axur) alif û ava heywanan bidê, himbêzek daran jî  bi xwe re bîne dibe ku çîran bêne serdana bavê te.

   Pehlewan diçe govê û gîro dibe (direng mayîn).  Di wê navberê de bavê wî wefat dike. Cîran li mala wan dicivin, mele tê li ser bavê wî yasîne dixwîne, dixazin meytê bavê wî biþon lê dar nînin.

 Dîya wî  diçe govê ku daran bîne lê çi bibîne,Pehlewan xwe kêþaye ser makerê (bazdaye ser mêkerê). Hema qetikek dar digire ji piþt ve li Pehlewan dixe û dibê: Kurê kerê, bavê te mirîye tu li vir çi dikî?

Pehlewan digirî û dibêje: Etê, etê lêmexe, lêmexe bavê min mirîye ma ez ji qehran zanim çi dikime ( ma ez ji qehran dizanim  çi dikim)

 

KURD MESELESÎ

Camêrek ji yên Giravîyên derdora Culemêrgê diçe Enqerê. Camêro di dilê xwe de Kurdperwer e, lê ji ber ku mala Cemîl Axayê Giravî, rêvebirên MHP ê yên Culemêrgê ne, nikare dest ji wan jî berde.

Dema li Enqerê digere, tabela partîya MHP ê dibîne. Ji bo qedandina karûbarên xwe, xwe bi wan dide naskirin û alikarîyê ji wan dixwaze. Ew jî qedrek mezin didin yê Giravi. Çi hewceye jêre dikin. Piþtî karê wan diqede, pevre diçin bîroya partîyê.

 Li bîroyê kesên berpirsiyar, piþtî hal û xatir pirsînê, dest bi propoxanda û ajîtê jê re dikin. Yê Giravî hema radibe pîyan û dibêje:

Ya Kurd meselesî? 

MHP î radibin pîyan û wî digirin nav xwe, lêdixin hey lêdixin, nîvruh dikin, tavêjin kuçê û jê re dibên: Ûlen orospî çocixî, MHP û Kurd meselesî!

26/03/08-

 

   BIHOSTEK  AXA   ALMANYA 

Xelo Tapo ê Pazarcixî  jî wek her penaberekî tê li bajarê Koln a Almanya mafê penaberîyê distîne. Xelo ji dewleta Almanan gelek razî ye, li her der û derfetê pesnê dewleta Almanan dide. Rojekê civat rûniþtî ye, Xelo dîsa pesnê dewleta Almanan dide.

Yek ji civatê ji Xelo di pirse: Rast bibêje, tu pir ji dê û bavê xwe hez dikî,an ji dewleta Almanan?  Xelo: Dê û bavê min ji bo min çi kirine ? Ji bo zewqa xwe ya pênç deqîqan ez çêkirime. Hinek nan û torax kirine turekî, rojek birçî yekê tî ez þandime ber pez. Ezê çawa hej ji wan bikim? Ez hej ji dewleta Almanan dikimmmm.....Dewleta Almanan xanî, mobîlya,elektirîk ava sar û germ, serþok û karolufer dane min. Subehê heta evarê taximê cilan û qirewat û skapêt li mine û ji xwe re digerime, mehê carekê diherime mala bavo (sosîal amt ) têra min peran jî didin mine. Dê û bavê min ez çêkirim lê li min xwedî derneketin. Lê Dewleta Almanan  li min xwedî derket , Ez dê û bavê xwe bi qurbana bihostek axa Almanya  dikim

 

Ezê vî têxim kîderê

Li gundek ji yên Sûrica Rihayê mirovek pêncî salî bi navê Xelîl Brahîm heye. Helil Brahîm ji ber ku eqilsivik e,  kesî keç nedayê û wusa ezeb maye. Makera wan ya pîr ku dîya wî ji bo sicûx çêkirinê difiroþe tucarên Qeyserîyê, rewþa Helîl Brahîm xirabtir dike.

 Rojekê li hewþa malê çend jinik rûniþtine hirîyê vediçirînin. Xelîl Brahîm jî li cem wan rûniþtiye.

Ji niþka va  qerasê Xelîl Brahim rep dibe, qerase digre destê xwe û ji dîya xwe re dibêje:  Dayê, dayê! Te kera me firot, ezê niha vî têxim kîderê?

 

Heke ji ber ma

 Li nava bajarê  Cûlemêrgê, gelek henekçî, tiraneker û laqerdîvan hene. Lê henekên wan piranî li derveyî adetê ne. Hesen jî yek ji van henekçîyane. Rojekê Hesenê Mihemedê Fetê diçe keçekê ji bo kurê xwe dixaze. Keç jî ya hevalekî wî ye.

Li gor toreyên Cûlemêrgîyan bi kêmanî  bi dehan kes ji alîyê mala zava, bi dehan jî ji alîyê malbata bûkê ji bo xwestinê  amade dibin. Hesen ji bavê keçkê re dibêje: Bi qewlê xwedê û pêxemberan, em hatine keça te filan ê ji bo kurê min filanî bixwazin ... Bavê keçkê  dbêje: Hûn hemî li ser seran û li ser çavan hatine, ma ez ê kiça xwe bidime yekî ji we çêtir? Lê qisûra min efû bikin, keçik hêjta biçûk e.

Li ser vê gotina bavê keçkê, Hesen dibêje: Ka tu kiçkê bide bila kurik biketê, heke ji ber ma bila yê mayî bikete min.       

 

Wan þeker fabrîkasî

Camêrek ji eþîrek derdorên Wan ê û Culemêrgê ji ber ku pîyên dêya wî bawî ne dibe cem doxtor. Piþtî maînê, Doxtor li lawik re dibêje: Dîya te bawî ye, hewa jî gelek germ e, tu dîya xwe çend rojan bibe ser behrê bila xwe bêxe nava xîzê (qûmê) û di nav de razê. Wê zehf faydê jê bibîne.

 Lawik, bi dîya xwe re ji doxtor derdikeve hema dikeve dikanan. Li çend dikanan digerîne. Dîya wî dibê: Lawê min çi qewimîye tu min dikan dikan digêrînî û tiþtekî jî nakirî. Ma tu nizanî ez bawî me û neþêm bigerim. Lawik: Dadê (dayê ) ez jibo te li derpîyekî kurt digerim da tu pê bikevî behrê. Dîya wî: Kurê min ne hewceye tu bikirî, ezê li malê yekî jibo xwe çêkim. Lawik: Eh wilah zehf baþe, parê min jî di bêrîka min de dimînin.

Axir diçin malê, dîya wî torbekî þekir yê vala, li gor xwe ker dike û didirût. Roja dinê nîvrokî diçin ser behrê. Dîya wî  derpîyê kinik li xwe dike û dikeve behrê. Ku ji behrê derket lawik çi bibîne baþe?  Li ser derpîyê dîya wî alîyê paþîyê  WAN ÞEKER FABRÎQASÎ û li alîyê pêþî jî  25 KÎLO nivîsîye ...

 

XUDBE

Li  Hekarya navça  Pîyanis du hevalên muqelît ko her awayên henekan bi hev dikirin hebûn. Li gor melayê ku ev pêkenok ji min re gotî, ku melayê navçê bû û nimêja xudbê wî dida kirin, wê rojê sê caran nimêjê betal dikin. Rojek ji rojên êyînîyê ( în- ayîn ) ku cemeet hêj temam ne buye, kesên hatî mizgeftê (camî) an nivêjê bi deyn qeza dikin an jî duayan dikin.

Ji muqelîtan yek jê li dawîya cemeetê ji xwe re dua dike. Yê din jî nû ketiye mizgeftê. Yê duayan dike ( hinekî jî dengê xwe bilind kiriye ) dibêje: ” Eþhedu enlailehe ilelah” hevalê wî di wê kêlîkê de (dem)  pilekî ( pêçî ) li serê dufina ( poz ) wî dixe û pozê wî gelek têþe. Bi êþanê bi dengekî pir bilind viha dibê:  “Eþheduenlailehe îlelah, ha min di dayka te na, we eþhedu enna Mihemed û  Resûl Allah!”

                                                      

 

KEVIR TÊWERKIRIN

 

  

Çend cîranên min yên Êzidî hene, yek ji wan jî Þêxê Êzidîyan e. Em bi malbatî gelek ji hev hez dikin û qedirê hevûdu digirin . Di rojên tengasî,xêrûþer, cejn û þahîyan de, seredana hevûdu dikin. Lê vê cejna Qûrbanê, ji ber hinek sedemên malbatî û pênezanîbûna cejna gerê ye, Þêx nehat îda min. Min jî nezanîbû ku eyda wan jî ya hecê ye.

   Axir min kêys dît û ez çûm mala wî, me çayek vexwar, min  bi henekî gotê: Þêx tu bo çi nexatî ( ji ber ku ji min re mamo ji bermalîya min re jî dayê dibêjin ) îda min û dîya xwe, qey tu ji min sil bûyî? Wî jî got:Na mamo, ma ezê bo çi ji te sil bim. Min jî bi ken: Çizanim! Min got belkî, hem mêrikê we 363 kesê me kuþtin, hem bi serda jî tu ji min xeyîdîyi, dewsa ku ez dawa xwînê li te bikim, tu ji min bixeyîdi.

   Þêx dest bi ken kir û got: Ma hûn bo çi keviran li mêrikê me werdikin, te dît mêrkê me çawa kir, þûrê xwe kêþa, carekê têwerkir, bi yek derbê 363 kesên we kujtin. Baþe mamo, Ereb dijmin in, keviran li mêrkê me werdikin, ma þolê Kurda çibû arîkarîya Ereban dikin!?  Hema mirov keviran di seyekî (kûçik) jî werke ewê xwe li mirov bidet. Min jî jêre got: Xeta yê mêrkê we ye. Ma dê bo çi rastîyê bibêje. Rastîya çi?.

    Min testpêkir û got: Dema  Brahîm Pêxember Îsmaîl ji bo serjêkirinê dibet, jê re rastîyê nabêje, wî dixapîne û dibêjitê: Ez û tu emê biçine geþt û seyranê. Li wêderê mêrikê we tê, ji Îsmaîl re dibêje : Îsmaîl bi bavê xwe re neçe, ew te nabe seyranê, wî ji rebê xwe re soz daye, dê te jêre serjê ( qurban ) biket. Li ser wê rastgotina mêrkê we, Brahîm Pêxember  keviran li mêrkê we werdike, ew roj ev roje yên diçin Hecê li ser wan ferze, ku keviran li mêrkê we werkin. Ji ber ku rastî gotiye, ma rastî bi wî ketibû? Hema hingê we, kî rastîyê bibêje keviran têwerdikin.

                                                                                                                  

 

Têbînî: Ev nivîs berî çend salan hatiye hivîsandin . Ji ber ku îda qurbanê nêzîk dibe niho jibo weþanê diþînim. Bi vê wesîlê Cejna rojîya Êzî ya Êzidîyan û ya Qurbana Misilmanan li hemi Kurdan pîroz dikim.                                                                                                                          

                                                                                                                   

 

Kalo

Rojekê kalemêrek çila havînê li kera xwe ya rûs siwar dibe û ber bi kaþê

zozan  dihajo. Ku digehe nivê kêþ,her ku diçe ber bi palîya kerê diþemite.

(dizele,dixuþe) Her ku hinekî diþemite laþê wî jî pê re germ dibe. Kalo êdî

hew diþêt xwe rabigirit (deyax ke), niyetê li kerê xurab dike, li derdoran,

dinêre kesekî nabîne. Hema duxîna þalê xwe vedike ku biçe teblê (irz ) 

kerê. Ji niþka ve du xort serên xwe di piþt kevirekî re derdixin û ji kalo re dibên:

-Qiwet be Kalo, ew tu çi dikî ?  

Kalo qet xwe serve nabe  (îstîfa xwe xurab nake) û wiha bersiva wan dide:

- Stûyê we biþkê, ev karê we ye lê ez dikim...!

 

 

  WEK  YÊ  XERZÎ

Ew bû heyamek rojeva Kurdan , Tirkan  û tevahîya cîhanê, bi hêriþa Tirkan a li ser Kurdistana azad re mijûl e. Herkes ji xwe dipirse gelo wê Tirk bikevin Kurdistan a azad an ne?  Kesên rewþa dinyayê, Tirkan û Apoyîyan nasnakin dibêjin erê mimkîn e. Lê yên Tirko, Apoyî û rewþa diyayê nas dikin baþ dizanin, Apoyî û dewleta Tirko çu tiþtan bêyî hev nakin. .. Bingehên van hêrîþan berî niha çend mehan li ser fermana artêþa Tirko ji alîyê  Apo ve ji parêzerên wî re hatibûn ragihandin. Apo wek hedef, dewletbûyîna baþûrê Kurdistanê  û serokê wê birêz Mesûd Barzanî, Serokkomarê Iraqê Mam Celal, kadir û grûpên Pkk ê yên ne Apoyî,  HAK –PAR  û KADEK destnîþan dikirin... Gelo sedemên van destnîþankirinan çibûn?

1- Pêþigirtin an ji direngxistina referandûma Kerkuk, Mûsil û hwd.

2-  Þikenandina sempatîya Kurdên bakur jibo baþûr.

3- Berbi neteweyîbûna Pkk î yên, ne Apo yî.

 4-Pêþîgirtina girseyîbûna HAK-PAR û KADEK ê.

5- Pêþî girtina lewazbûna navê Apo û Apoyîyan.

 6- Tirsandin û çewisandina Kurdên bakur.

Aha hinde ewte ewt, qêrîn , zirîn û zûrin, hêrîþ, gef û daberizîn jibo paþtaxistina referandûm, hêzkirin û jinûvevejandina Apo û Apoyîyan bû. Gelo wê Tirko û Apoyi bigehin armanca xwe yan na?  Jibo referandûmê  hêjta ne kifþ e. Lê di hêzkirina Apoyîyan de belê, belkî ji armancê jî zêdetir e. Heke ji armancê zêdetir be, wê jibo  lewazkirinê  bixebitin. Çavê dinyayê tevan li hevdîtina Bûsh û Erdoxan bû, ew bi dawî bû. Li gor bawerîya min wê Erdoxan bi dilxweþî venegere.  Lê piþtî hinde hingaman, bi al û olên xweve herikandina Tirkan li kolan û kuçan, hinde dijmihatiya Kurdan,  wê Tirk biþên çawa tansiyona girseyên xwe bêxin û wan bixapînin?

1- Wê çend kesên ji Apoyîyan veqetiyayî, an jî  yên di nav Apoyîyan ku Apo ji çav derxistine, bidin Tirko.  Tirko belkî bîst km têkeve nav hidûdên Kurdistana baþûr, deverên vala û çîyayê Qendîl bonbebaran bikin û þûnde vegerin qiþlîn xwe. Lê gelo ew heqaret, gef û êrîþên Tirko li me kirin,  ma divê ji wan re bimîne ? Ne divê ji wan re nemîne. Lê gelo emê çawa biþên tola xwe ji wan bêbavan hilînin û welatê xwe ji dest wan  derînin? 1- divê em Nasyonalîst bin

2- Divê em bi dil û can dijminatiya Tirko bikin 3- Kesên bi dil bi Tirko re aþitî, bratî, dostanî û hemwelatîbûnê dixwazin, dost û hevalên Tirko bihesibînin . Kesên bi vî rengî difikirin bigehîn hev û rêxistinek Nasyonalistên Kurd ên Þerker damezirînin.Heke me ev pêkanî wê demê  emê jî wek  yê XERZÎ li Tirko bikin .

 YÊ XERZΠ GOTIBÛ : KÎ BIKUTE KERA MIN EZÊ BIKUTIM  ÇÊLEKA WÎ Û DEWÊ WÎ LI WÎ HERAM  BIKIM!

  

QÛNA BI HUNER

 

Li gundekî  Pazarcixa  Meraþê  zilamek desthuner hebû

Di her pêçîyek wî de  çend sinhet hebû, lewre  karûbarên  ku jin û zilamên

gund  nikarîbûn bikin, wî ji gundîyan re dikir  . Ma çi huner ji dest wî nedihat?

Ji temîrkirina  solan heya  meþkan, ji derî û penceran heta dirûna kiras û derpîyan

 Ji alîyê  rabûn û rûniþtinê de, kemal û merfetê , bê qisûr bû.  Bi tenê qisûrek wî

hebû,  ew jî, hindik  lewate ( qûnek )  bû.

   Dema  nêzîkbûna barkirina Zozana ,  jina gundiyekî  jibo  temîrkirina meþk û

dirûna kiras û derpîyek nû  jibo  mêrê xwe banî hosta dike. Hosta jî diçe mala

wan. Jinik ava çayê datîne ser quçkê, (ocax ) û tê nîk hunermend,da ku ji xwe re hinek suhbetê bikin,  Di navbera suhbetê de, jinik  dixwaze hinekî pesnê  hosta bide. Jêre  wiha dibê: Tu mirovekî pir rindî, her  kar ji destê te tê, lê bi tenê qisûrek te heye. Hêj  gotin di devê jinikê de ye, dengê kejîna avê tê. Jinik diçe  ku çayê ji hosta re dem bike, hew dibîne hunermend  ji derî derket. Jinik  ji xwe re dibê qey  diçe avrêjê. Jinik disekine, disekine hosta nayê. Hoste çû hê bi wê çûnê.

Êvarî mêrê jinikê tê mal, dinere kiras û derpîyên wî nedirûtî li erdê ne.

Ji xêzana xwe dipinse: Ma ka hoste nehat?         

 Xêzana wî dibê:“Belê hat û çû. Ne weleh bi tenê min jêre got her tiþtê te baþe  bi tenê tiþtekî te ne baþe. Çû û êdî hew hat.  Mêre wê bî serde  diqîre û dibê: Ma tû nizani ew hosta û hunermendê vî gundî ye­ ?  Heke ew nebe wê halê me çawa be hey kera exmeq !Ma tu nizanî qûna vî jî wek  destên wî bi hunere û tu radibî wî tiþtî jêre  kêmanî dibînî hêêê !.. 

 

 

 

DERNEKEVE  SER  MIN

 

Li bajarê Meletyê navça Akçedaxê kalemêrek ji ber nexweþiya xwe diçe nîk bijîþk (doxtor hekîm ). Bijîþk pistî maînekirinê, qutîkek pilstîk dide kalo û jêre  dibê: Vê qutîkê tijî  îdrar (mîz ) bike û binî da em lê binêrin ka çiyê te heye. Ew jî roja termînê spêdê radibe qutîka xwe bi îdrarê dadigire, datîne extexanê (tuwalet). Bûka malê ya dûsalane jî, dema extexanê paqij dike, bê hemdî qutîkê li erdê dixe û mîza têde dirije . Ew jî dibê: Mîz ,mîz e, ma dê kî bizane ka mîz ya kê ye?  û qutikê  bi mîza xwe dadigire. 

   Kalo qutikê digire dice nik bijîþk. 

Piþtî tehlîlê bijîþk ji kalo re dibê : Çavên te rohnî, tu dugiyanan î ( avis –hamîle ). Kalo dengê xwe nake, tê malê darekî digire destê xwe û bi jina xwe dikeve. Ji aliyekî lêdixe ji alîyê din dike qîrîn û dibêje : Keça kerê, ma min negote te dernekeve ser min! Va te ez avis hiþtim .Ezê çawa derkevim nav xelkê? 

   Axir, cîran li wan dicivin dibên: We xêr e, ev çi hingame ye! 

Kalo ji wan re jî dibê :

Ne min deh caran gote vê keça kerê dernekeve ser min! Lê ew derkete ser min û ez avis kirim..

 

 

ZIMANÊ ÇÛKA

Rojekê ez li mala mazûvanê xwe yê tercuman bûm, wî ji min re ev serpêhati got:.“Bi gomana min sala 1977-78 bû. Rojekê di mehkemê de zilamek Ezircanî ko digot ez Kurdim, (lê bi bawerîya min ne Kurd bû) re tercimanî dikir.Wî Tirkî digot û min ji vedigêra Almanî. Hakim jê pirsî:-Tu çire hatî Almanya?  Wî got: Ez ji ber zulmê revîyam-.Hakim:-Te çi kiriye? –Ez diçûm dernegê (komelê). Li kîderê diçûyî komelê?-Li li erzîncanê..Kîdera Erzîncanê? Nava Bajêr.-Navê komela we çibû?.-Kürt Derneðî! Li ser tabelê çi nîvisî bû?.Li ser tabelê Kürt Derneðî (komela Kurdan) nîvîsandibû. Ê baþe kê komel ava kiribû û navê serokê wê çi bû?-Dernek Apo ava kiribû, navê serokê wê jî Apo bû.-Ê’baþe Apo xelkê kîderê ye?.-Apo helkê Iraqê ye. Ê’baþe Apo niha li kîderê ye? Apo miriye lê dernek diþuxule. Hakim dibê: Tu ne Kurdî! Tu mexsûs mehkemê meþxûl dikî. Mêrik got; Ji hakim re bibêje Ez ji Kurdî pêve tu zimanan nizanim. Min jî tercime kir. Hakim got: Ê baþe bila bi Kurdî ifada xwe bide. Mêrik hema devê xwe tevda tiþt-miþt gotin, ne ji çu zaravayen Kurdî, ne Tirkî, ne Farisî, ne jî Erebî bû, Hema li wêderê ji xwe re zimanek çêkir. Min jêre got ev zimanê tu diaxivî di çu zaravayên Kurdî de tûne. Wî xwe xeyidand û bi Tirkî got:Hûn Kurdî nizanin, Kurdî zimanê me ye. Yê we zimanê Çûkan’e!. Min jî ji Hakim re tercime kir ku zimanê berî niha peyivî ne zimanê rojhilata navîn e. Hakim ji min pirsî Tirkîya wî çawa ne? Min jî got gelek baþe.Hakim mehkeme paþde avêt . Lê di heqê wî de ji ber mehkeme mexsûs meþxûlkirinê dawe vekir.Roja mehkemê hat, tercimanek Tirk anîn û ez ji wek þahid vexwendim .Hakim jêre got: Te em û mehkeme bi zanistî meþxûl kirin, me di heqê te de mehkeme vekir. Mêrik xwe dîno-mîno kir.Bi Tirkî got: Ew zimanê terciman xeber didin ne zimanê Kurdî ye,zimanê çûkan e. Jiber ko zimanê çûkan, xusar dida zimanê Kurdî lewma Atatürk ew qedexe kir. Zimanê Kurdî ne qedexe ye!Atatürk zimanê Kurdî pir pêþde biriye, ji me re mekteb vekirine, yako Atatürk qedexekirî zimanê“ Çûkan“’e. Terciman jî hemû tercime kir. Hakim xeyîdî,  ew ji mehkemê derxiste der. Di heqê wî de derhal ji Almanya derketinê re biryar da”..

 

                                      

EREQA MIN NÎNE

 

Camêrek ereqvexwer û hertim serxweþ li qahwexanê bi xizmên xwe re rûniþtîye. Dema nimêjê herkes diçe mizgeftê, ew jî bêhemdî mecbûr dimîne bi wan re diçe. Melle ji cemeetê re dibêje: Hêjta hinekî wextê me heye, em ji xwe re çend duayekan bixwazin. Ez çi bibejim hûn jî dubare bikin. Melle dibê: Xwedêoo, tu îmanê bide min! Cemmeet dubare dike, ( xwedêoo tu îmanê  bide min )  lê yê serxweþ dibêje: Xwedêoo tu ereqê bide min!. Melle ji yê serxweþ re dibê: Kuro nebêje ereqê, bibêje îmanê bide min. Yê serxwþ ji mellê re dibêje : Melle! Îmana te nîne tu ji xwe re îmanê dixwazî, a min îmana min temam e.; Lê ereqa min nîne, lewma ez jî ji xwe re ereqê dixwazim.

 

 

ZOTIK

 

Rojekê çar karkerön Kurd yên paqijîyê di dema bêhnvedanê de diçin  xwarinxanekê. Ji ber ko hercarê bi dorê yêk ji wan heqê xwarinê dide, her tim jî diçin wê derê ü bi xwedîyê wê re bûne dost . Xwediyê wê (bi eslê xwe Kurde) dibê: Îro midur kî ye midûr? ( rêvebir ). Ew jî dibên: Kek Çukûþ e. Ji ber ko ew û Çukûþ pir henekan bi hev dikin waha dibêjê. Di dewrekê de mirovek gelek berketî û hêja hebûye. Mêrik ji nexwþîyê dikeve halê mirinê. Lebatên ( organ )  hindurî li hev dicivin û dibên: Ev mirov mirovekî baþe, divê em nehêlin ew  bimire, lê ko her yek ji me bi serê xwe bixebite, emê nikarîbin wî ji mirinê bifilitînin. Lewre ji me re rêvebirek hewceye, divê em ji nav xwe rêvebirekî bibijêrin . Dil (qelb ) dibê: Ez amade me jibo rêberiyê. Zotik (qûn ) dibê: Ez jî amade me. Dil û zotik dikevin bijartinê,lê hemi dengên xew didin dil. Tu kesek  zotikê nabijêre, bi tevahîya dengan dil dibe rêvebir. Çendek di navberê de derbaz dibe, rûvîkên stûr tije dibin û ji zotikê re dibê: Rêbide min ko ez xwe valakim. Lê zotik rênadê, xwe diguvêþe û dibê: Te dengê xwe daye kê bila ew rê  bide te . Hinekî dî derbaz dibe ruvîyên zirav ji zotikê re dibê: Rê bide min ez derbaz bibim. Lê zotik xwe diguvêþe û rê nadê. Ji wê re jî dibê:  Te dengê xwe daye kê bila ew rê bide te . Hundirê ruvîyan dipenge û zorê didin dil, dil hew diþêt xwînê pakij bike, zor pêdikeve û dibê: Ez xwe ji rêvebirîyê vedikêþim (istifa dikim ).Þûna (cîyê) wî zotik dibe rêvebir û jibo xwevalakirinê rê dide rûvîyan. Ji hingê ve (ji wê rojê virde) zotik rê nadin kesêkî din ko bibin rêvebir, bi tenê zotik dibin rêvebir...     

 

-------------------

 

ALANLAR   ÇIKSIN   

Eþîreta Alan, li derdorên bajarokê  Beytulþebab û Baþkale binecîh in. Tê gotin hinek ji wan jî li derdora Dêrsimê jî hene. Piþtî  teqereqên ku, ji alîyê Dewleta Tirko û PKK ve hatibûn destpêkirin, gelek eþîr û gundan cîh û warên xwe berdan,çûn li bajaran bicîh bûn. Eþîreta Alan jî jiber ku , serê ewil cerdevanî qebûl nekirin, dewletê zor li wan kir ku gundên xwe berdin.  Ji bêçareyî wan jî gundên xwe berdan, piranîya wan çûn li bajarê Wanê bicîh bûn. Demekê li Wanê gaz, benzîn û mazot peyda nedibû. Jiboy ku herkes jê faydê bibîne, beledîya Wanê  xelkê li meydanekê dicivîne û wan tiþtên hewce bi dorê belav dike . Hinek kesên ku tiþtên xwe girtî jî ji meydanê naçin. Her ku diçe meydan boþtir (qerebalixtir ) dibe , êdî  cîh li meydanê namîne. Memurên beledîyê bêçareyî bi magafonê,  bi Tirkî bang dikin: Alanlar, alandan çiksin! (yên ku standî bila ji meydanê derkevin). Grûbek ji eþîra Alan’an jî li meydanê ne. Ji ber qerebalixê tenê gotina alan dibihîzin. Memûr carek din dibên: Alanlar çiksin! Alan’î ji berku Tirkî baþ nizanin, ew wusa hizir (texmîn ) dikin ku  memur dibên, yên ku ji eþîra Alananin bila ji meydanê derkevin. Lê xwe servedibin (deng nabin xwe ) ku cara sêyan memur dibêjin: Alanlar alandan çiksin! Alan’î  ji hevdure dibêjin: Terikê bavê li zotkê daya,  çawa zanin em Alan’in!

 

________

 

    KARTOLÊN

   Li SER  BANÊ  DÛ TEBEQ

 

  Dema Silehîyên Ûriþê, gund ji xwe re dikirin  zevîyan di nav xwe de lîyvedikin. ( parvedikn ) Lê zevîyek lîyvenekirî dimîne. H. Mihemedê Dîmo ji gundîyan re dibê: Ez dixwazim di vê zevîyê de, ji boxwe ( ji xwe re ) kartolan biçînim.  Reqîbê wî H. Salih Yabe dibêje: Ev zevîye, nehatîye lîyvekirin. Here zevîya pîþta banê xwe  karolan biçîne. Ser vê gotina Yaba.  H. S. Dîmo dike qêrîn û dibê: Ev Yaba ê dijminê Kurdan! Dibêje here serbanê xwe kartolan biçîne. Be hey bêbex,t ez dê kusan ( çawa ) li ser banê dutebek kartolan biçînim? Baþe ! min serbanê dutebeq kartol çandin, be hey bê wijdan û bê bext ! Ezê avê kusan  (çawan ) bibeme ser banê dutebeq ?

 

 

 

 EXMEQ  IN

 

 

Ebo ê Þekirê Ebo! Ji Giravîyên nava (hundir ) Culemêrgê ye, bixwe di YES ê de þofêrê boldîzerê bû lê niha  teqawît bûye. Di nava bajarê Culemêrgê de kesê herî tiraneker tê hesibandin. Rojekê  YES rêya gundê  Giravîyên Kotranisê vedikin. Ebo bi boldîzera xweve pêþîyê rê vedike, pey wî qamyona malzeman, di pey qamîyonê jî, jîpa þefê YES ê dikevin gund.  Gundî li dora tirinbêlan ( seyare – erebe )  dizivirin ( çerxdibin )  paþê ji boldîzerê re, ev bavikê wan e,  ji qamyonê re ev dayika wan e,  ji jîpê re jî  dibêjin: Ev jî têjika wan e!   Dema firavînê tê gundî þolkeran ( karkeran ) vedixwînin xwarinê. Li ser sifrê mezinê gund bi destan ereban nîþan dide û dibêje: Ma ew jî tiþtekî naxwin? Ebo dibêje: Ne  ew tenê þîvê dixwin, xwarina wan jî, bi tenê  mast, rûn û penîre, ku dinya tarîbû wan tiþtan danên ber ya mezin û ji wêderê dûr bikevin, heke kes wanderan bin, ji þerman xwarinê naxwin. Gundî jî di navbera xwe de mast rûn û penîr kom dikin û datînin ber boldîzerê . Ebo jî, hemîyan hildide dibe malê,  paþê jî ji hevalên xwe re dibêje: Kuro ev pismamên min çend exmeqin looo!.  

 

Bûka bixêlî!

Di van bîst salên dawî de  nemaze ( xasma ) di nav Kurdên  sîyasetmedar de, nexwþîya “DEMENZ”  ( xwejibîrakirin) ê gelek pêþta çûye. Aha ji ber sedemê vê nexweþîyê sîyasetmedar, nîvîskar û tekoþerekî Kurd ji yên herî navdar  dema dizewice , bi þahidên nikahê û heyeta pêre re diçin daîra nikahê.  Nikah temam dibe , derdikevin der, hewa pir sare û mala zava jî hema li miqabilê  daîra nikahê bûye. Navbera  herduwan jî, pageha  ( rawestangeh ) texsî hebû. Rojek berê zava bi texsîyê çûbû cîyekê, lê parê texsîyê nedabûn. Dema digehin pagehê, tê bîra  zava ko parê texsîyê nedaye. Zava ji bûk û heyeta nikahê re dibê: “Hûn herin malê, ez parê texsîyê bidimê û bêm” lê mifta xani li nîk zava ye. Zava dikeve qulîpka texsîyê, çi bibîne !  Sobe pêketîye cemeet jî rûniþtîye sohbetê dike.  Zava jî jiber ko nase, cemet jiberve radibe cî nîþan didin,  ew jî rûdinê dest bi sîyasetê dikin . Bûk û heyeta pêre jî li ber derê xênî li benda wî disekinin.  Nîvseet, seetek, seetûnîv, li ber wê sermê dimînin lê dinerin zava nayê, ji serman diranên wan li hev dikevin. Paþê dinêrin nabe, yek ji heyetê diçe  qulipka texsî yê, çi binêre!   Keko ketîye sîyasetê, ji Sovyetê destpêkirîye li Çînê jî nesekinîye, xwe berdaye nava  Amerîka. Kesê diçe dibê: „Kekooo!  Rabe direnge”. Keko dibê:  “Te xêre! Tu dibînî em ji xwe re çi xweþik sohbetê dikin” . Qasit ( kesê çûye pey wî ) dibê: “Kekooo! Nê bûk û cemeeta pêre li ber derê xênî ji serman qufulîn!.. Dê hemî nexwþ bikevin! Mifte jî li ba te ye“ .  Keko dibê:  „Heywaaaax min  BÛKA BIXÊLΠ jibîr kir.!“....

 

Milîtano

 

Mîrzoyê Baþkalanî pêxwasekî þoreþgere. Sala 1992-93 ji hinceta alîkarî bi rêxistina veqetandinxwaz re kirîye tê girtin.  Mîrzo dibin tavêjin girtîgehê, di girtîgehê de Mîrzo her tum di nava derîyê oda girtîyan de disekine, destê xwe dide rex derî û dibêje: Milîtan, milîtan, Milîtan! Simbêl qeytan, dayik bi qurban, milîtanooo ! Gardîyan çend carekan jêre dibên: “Kuro Mîrzo! Bese te em gêj kirin, heke tu dest ji vî miqamî bernedî, emê te bêþînin haa ! Bila haya te ji te hebe. Lê Mîrzo her bi ya xwe dike û dibêje: Milîtan, milîtan, milîtan , simbêl qeytan, dayîk bi qurban, milîtanooo! Sebra gardîyanan namîne. Mîrzo dibin têra wî lêdixin, ji wî halî derdixin dikin halekî din. Du gardîyan dikevin bin milan û dibin tavêjin ser cihê wî. Mîrzo bi kutek û zorê ji cihê xwe radibe, dîsa diçe nav derî disekine  destê xwe dide rexderê û  bi dengek nermik û keseb sotî dibêje : Milîtaaan , Milîtaaan, milîtaaan ! Hindî lêdan dayîk lê gan ( niyan )  milîtaaanoooo.

 

 

 GURG  KETE  NAV  PEZ 

 

 Ko ez xelet nebim li Çelê ( çukurca ) li mala  Macît axa bû . Li malê mêvanên axa hene.  Malîyan sehnîkek gulolê çêkirine û di nîveka gulolê de kûrek (çal ) vekirine û tujî çalê rûnê mihan helandine lê  kes hejta neçûye ser sifrê li benda nan in. Þivanê mala axa, ew sê roj bûn li çolê ber pez, xwarin nexwaribû. Niþkava dikeve hindirê odê û dibêje: Selam û elleykûm û hema diçe ser sifrê kevçik digire destê xwe. Axa dibê :  Rewþa pez çawaye ? Þivan : Axa gurg kete nav pez kire du biran.  Kevçî di nîvê kûra gulolê dixe û ber xwe ve dikêþe. Gulolê dike du keran, rûnê nava gulolê ber bi wî de diherike,  despê dike gulolê dide ber kevçîyan. Mêvan hemî çavezil lê dinêrin, axa bi hîþaretan dibê: Dengê xwe nekin û neçin ser sifrê . Þivan piþtî têr xwar,  bi kevçîyê xweve herdu kerên gulolê digehîne hev, dîsa wek berê lêdike û dibê : Þukur ellhemdillilah  me dîsa pez ji du biran xelaskir gehande hev.

 

 

  NE  POXTIR

 

Di navbera bajarê Hekarya û qeza Bêþababê de gundek gelek mezin heye, jêre dibêjin  Mayînis. Di dema  bi fermî tevgera Tirkîyê di destê cûnta faþîst da bû,  jibo daxwazîyekê hinek memûr û walîyê Culemêrgê diçin Mayînisê, mala muxtar . Muxtar jî ji wan re pezekê serjêdike dike kebap, birincekê jî datîne rex. Li gund bi tenê jinikek Tirkîzan hebûye, wê jinikê di rex walî de didin rûniþtandin da ko goþt ji hestîyan veke jibo walî danête ser birincê. Walî jî hestîyek di dest dane diveroje (dikevêje), jinik ji bo ko qedirê walî bigire ji walî re dibêje:Walî beg , walî beg, kemik ne poxtir yîyorsin! Et yê  et! ( ma hestî çi gûye tu dixwî ! goþt bixwe goþt! )

 

 

JIBO CEMÎL AXA

 

Karkerê YES ê jibo gundê Cemîl Axayê Simahîl Axayê Giravî  rê vedikirin. M. Salihê Gulo (okay ) serekê ekîbê, Nacîyê Zîvi jî þofêrê qirêderê bû. Roja eyînî  ( în – Ayîn ) Cemîl Axa  berxekî serjêdike û þolkeran vedixwîne firavînê. Lê berî firavînê hewceye nimêja xudbê bê kirin. Jiber ko Nacî nivêjan nake ,naçe mizgeft ê. Cemîl Axa dinêre Nacî ne li mizgeftê ye  kesekî diþîne pey Nacî, lê Nacî dîsa nayê. Cemîl Axa ji du xulaman re dibêjê: Kuroo ! Herin wî bênivêjî bînin.  Du xulam diçin dikevine bin milên Nacî, bi hukmê zorê tînin mizgeftê. Nacî bi dengek bilind nîyeta xwe waha tîne. Xwudêoo ! Ez çar riket nivêj dikim lê ne jibo te ! Jibo Cemîl Axa! Pîqên li cemeetê dikeve, nimêjê betal dikin. Nacî jî direve, diçe nîk qirêdera xwe disekine. Cemeet nivêjê dike û diçin firavînê. Cemîl Axa ji yekî re dibê: Herin bêjine Nacî,  nivêjan nake, ma xwarinê jî naxwe?

 

 

Kezeba xwiþka Gulê ye

 

Li Herêma Hekaryan, bi navçeya Geverê ve (Yûksekova ) girêdayî, gundek jêre dibêjin, Þakîtan heye. Tê gotin ku li wî gundî alimek, gellek mezin, bi navê Xelîfe Dewrêþê Þakîtanî hebûye. Li gor gotinan Xelîfe Dewrêþ xwedî kermat bûye, lê nevîyê wî Cemal kesekî cahile.  Çi heyf, (mixabin) gundên derdora Þakîtan, wusa bawerdikin ko nevîyê Xelîfe Dewrêþ jî  xwedî keramete. Rojek ji rojên nêzîkî meha Remezanê, çend gundîyên ji gundek derdorê, ko diçin gundê xwe, li mala Cemal bêhna xwe vedidin. Gundîyek ji Cemal re dibê: Me jibo meha Remezanê melle peyda nekir. Vê Remezanê gundê me, ma bê melle.  Cemal dibêje: Va ez melle!  Gundî dibên: Birastî tu dê melletîya me bikî? Cemal: Erê, ma jiboy çi (çima) nakim! Gundî Cemal dikin  mellê xwe. Cemalê cahil (nexwendî) dibe Melle Cemal. Dema Melle Cemal, nivêjê (nimêj ) dide kirin û dibê: Jin li ber (pêþî ) min,  mêr jî li paþ min bisekinin. Dema min got Allah û ekber dê jin biçin sejdê. Ko min got  Semîallahûllhemîde zelam dê çine sejdê. Dema jin diçûne sejdê, mellê digot: Xwe baþ bi çemînin, min nedît! Nivêja we durûst nîne. Allahûekber, xwe baþ biçemînin haa! Divê ez bibînim. Melle Cemal spêda îdê, tekbîr dixwendin. Nîvmelleyek mêvan jî di nav cimeetê de bû.Melle Cemal dizanî di nava tekbîran de navê jinekê derbaz dibe, lê nizane çiye. Hema dibêje: Gulê hoy nar, hoy nar,hoy narê, Allah û ekber û Allah û ekber! Nîvmelle dibê: Melle mirov wusan naxwîne! Divê tu bibêjî: Kezebanî û ma, Allah û ekber! Melle Cemal dibê: Hûûûûþþþþþ tu cahilî! Tu nizanî! Kezeban xwiþka Gulê ya mezin bû; ew mir niha li ser Gulê tê xwendin!

 

 KEVIR TÊWERKIRIN

 Çend cîranên min ,yên  Êzidî hene, yek ji wan jî ,Þêxê Êzidîyane. Em bi malbatî gelek ji hev hezdikin û qedirê hevûdu digirin . Di rojên tengazî,xêrûþer, cejn û þahîyan de, seredana hevûdu dikin, lê vê Cejna Qurbanê, ji ber hinek sedemên malbatî û pênezanîbûna cejna gerê ye, Þêx nehat eyda min. Min jî nezanîbû ko eyda wan jî , ya hecê ye. Axir min kêys dît û ez çûm mala wî, me çayek vexwar, min  bi henekî gotê: Þêx tu boçi nehatî ( ji ber ko ji min re mamo ji bermalîya min re jî dayê dibêjin ) îda min û dîya xwe, qey tu ji min silbûyî? Ewî got: Ne mamo, ma ez dê boçi ji te silbim. Min jî bi ken: Çi zanim! Min got belkî, hem mêrikê we 363 kesê me kuþtin, hem serda jî tu ji min xeyîdîyî, dewsa ko ez dewa xwînê li te bikim, tu ji min bi xeyidî.

Þêx dest bi ken kir û got: Ma hûn boçi keviran li mêrikê me werdikin, te dît mêrkê me çawa kir ,þûrê xwe kêþa,carekê têwerkir, bi yek derbê 363 kesên we kûþtin. Baþe mamo, Ereb dijminin, keviran mêrkê me werdikin, ma þolê Kurda çibû, arîkarîya Ereban dikin?  Hema mirov keviran, seyekî jî werke ewê xwel mirov bidet. Min jî jêre got: Xeta yê mêrkê we ye, ma dê boçi rastîyê bibêje. Wîpirsî: Rastîya çi? Min destpêkir û got. Dema  Brahîm Pêxember Îsmaîl ji bo serjêkirinê dibet, jê re rastîyê nabêje, wî dixapîne û dibêjîtê: Ez û tu dê biçine geþt û seyranê. Lê li wêderê mêrikê we tê, ji Îsmaîl re dibêje : Îsmaîl bavê xwe re neçe, ew te nabe seyranê , wî ji rebê xwe re soz daye, dê te jêre serjê ( qurban ) biket. Ser wê rastîgotina mêrkê we Brahîm Pêxember  keviran li mêrkê we werdike. Ew roj ev roje yên diçin Hecê ser wan ferze, ko keviran li mêrkê we werkin, ji berko rastî gotîye, ma rastî bi wî ketibû, hema ji hingê ve kî rastîyê bibêje  keviran têwerdikin..... 

 

Keça Ebdila

 

Husoyê  Gulê  mirovek hem þerkûk ( Þeroke, belakir ) hem jî gellek tiraneker e ( henekçî ).  Baxçekî wî yê hêja heye,lewma wextê hewcedarîya wî bi avdanê hebe,  diçe ser derava coya avê, dako kes deravê neguhêre ( ava jibo wî diçe ji xwe re nebe ). Hiso li ser derava mala bapîrê Elî rawestiyayê û bi bapîr re sohbetê dike .  Keçikek ji wan re çayê tîne. Bapîr ji Hiso re dibêje: Ew biraziya min keça Ebdila ye. Hiso bi henekî, bi devken dibê: Haaaa, keça Ebilê ye!!! Keçik dibê: Navê bavê min Ebdila ye, ji devê te û heft bavê te zêde ye,  ezê vê Culemêrgê, darûberan (dar û keviran ), van çîyan ( çîyayan ) berdeme ser day û jina te! Here bavê min, li belayan neger, ezê te rezîl kim! Hiso ji mamê keçkê re dibê: Vê ev darûber, çol û çîya , çîyayê sinbî  ( sûnbil ) jî tê de, tev kirin dîya min û jina min! Lê hêj jî tiþtek negotîye! Qey ev hêj (hela) destpêk e?

 

 

RAVA  HEYÎVÊ 

 

 Li Herêma Hekarya Giravîyên Kotranisê,  rojekê civîna xwe dikin û dibên: Rojve tav ( roj – hetav ) gundê me rohnî dike; em biçin rava ( nêçîr – seyd ) heyîvê  ( hîv ) bigirin  û bînin danêne ( deynin ) ser gundê xwe, bilan þevê jî heyîv gundê me rohn bike. Dê gundê me,þev û roj rohnî bibe. Ne hewceye em lûkis û lenban hilkîn ( pêxin)  û derdê neftê û gazê bikêþîn. Radibin werîs û haletên xwe digirin û diçin serê çîyayê ko, dê heyîv derbêt û li benda derketina hîvê disekinin.  Hîv hêdî, hêdî ber bi wan ve tê, ew jî werîsê xwe wek, hevsarên dikin serê hespan dikin heleqe. Dema hîv tê, ew werîs tavêjin hîvê . Lê werîsê wan li teraþekê dieliqe, heta werîs ji eliqandinê difilîtînin heyîv bilind dibe.  Di nav wan de, yekî keçel hebûye, yê keçel kumek danîbû serê xwe, çawa gundî çav li kumê keçel dikevin, ji yê keçel re dibêjin: Keçelê pîsê heraaaam ! Te kumê xwe dernexist, heyîv ji kumê te tirsîya lewma bazda.... 

 

JINÊN  EKOLOJÎK 

 Salihê Wanî di sala 1980 an de wek gelek Kurdan ji ber rewþa xwe ya welatparêzî rêyekê dibîne û derdikeve derveyî welêt. Li Danîmarka bajarê Kopenhagenê mafê penaberîyê dixwaze. Piþtî penaberîya wî tê pejirandin, mafê hemwelatîya Danîmarkî dixwaze û wê jî distîne. Tam 26 salan naçe welat. Malbata wî jî hemî bardikin tên Stenbolê bi cîh dibin. Piþtî 26 salan kela welat û malbatê lêdixe, biryarê dide ko biçe welat, li derdorên behra Wanê jibo xwe erdekî bikire, qesrekê avake û havînê li wir û zivistanan jî li  Danîmarka jîyana xwe ya mayî bidomîne. Diçe bilêta xwe ya teyarê jibo Stenbolê distîne û bi hesret û kelecana welêt û malbatê difire Stenbolê . Piþtî çend rojên mêhvandarîyê, rojekê dibêjinê îro dê Dûman bê serdana te. Ew jî meraq dike ka Dûman kîye?  Piþtî çend seetan Dûman tê û bi awayek dîktatorî dibê: Bi xêr hatî mamo! Ez birazîya te filankes, niha navê min Dûman e. Min bihîst tu hatî min got ez heta mamê xwe nebînim ez naçim, qet wextê min nîne û nîv seet þûnda otobîsa min radibe Wanê . Salih dibê: Baþe qîza min ev 26 sale me hevdû nedîye tu bo çi hinde ecele dikî ? Rûnê em ji xwe re hinekî xeber din paþê here. Dûman: Na na mamo, ez neþêm bisekinim. Ez seroka jinên “ Ekolojîk “ya bajarê Wanê me. Salih: Qîza min! Ez 26 salin li Ewropa dijîm, li wira jî gêzer, bacan ,xiyarên ekolojîk hene. Ez jî dikirim, tama wan jî ji yên din xweþtirin. Sêv, hirmî û lîmon jî hene, ji yên din bahatirin, ji ber ko bê zibilê ( pêyîn ) kîmyewî  ne, berê xwe kêm didin . Lê jinên ekolojîk min nebihîstîne û ne dîtine . Ka ji mamê xwe re bêje: Ferqa wan û jinên din çine? Hûn kîjan zibilî pê dadikin û tama wan çawane ?. 

ÇI TONÎ HEB E?

 Osmanê Kextayî li Almanya kar dike ,dema betilîna salayane diçe welêt. Dema ji Almanya diçê, çend hebên vîagra jî, jibo mûzûrîyan ( þûmî- ) bi xwe re dibe. Piþtî mêhvanî û serdanan  rojekê bi hevalên xwe re diçe qehwexanê bi okey dilîzin. Leyîstvanek jî xalê Mihemed e. Xalê Mihemed dibêje: Serê min dêþe ka ma kes ji we hebên êþbir hene an na?. Osman dibê: Ez bawerim yek dê li ba min hebe, dema ez di teyarê de serê min êþîya, wan du heb dane min,  min yek xwar û yek jî mabû . Osman cuzdana xwe vedike, hebê ji nav derdixe û dide xalê Mihemed. Xalê Mihemed hebê dixwe û pîþtî nîv seetê listîkê di nîvî de dihêle û diçe malê . Du rojan ji malê dernayê. Jina xalê Mihemed jî naçe malên cîranan. Cîran meraq dikin ka çima cîrana wan naçe malên wan û dibên “Gelo qey tiþtek qewimîye û haya me jê nîne?” Çend jinik digehin hev û diçin mala xalê Mihemed. Jina xalê Mihemed ji wan re dibêje:Ez nizanim çi hewala mêrê min e. Ev du rojin bûye wek hespê fal, ne ji malê derdikeve, ne dihêle ez derkevim û her du seetan carekê bazdide ser min. Osman û hevalên din dinêrin xalê Mihemed nayê qehwê. Ew radibin diçin mala xalê Mihemed, li derî dixin, xalê Mihemed derî vedike û ji Osman re dibê: Kuro ew çi heb bû te dabû min? Osman: Heba serêþê bû.  Xalê Mihemed: Kuro ew çi tonî heba serêþê ye? Ev du rojin mîratê min serî hildaye û ez dikim û nakim nayê xwarê.  Osman: Weleh heba serêþê bû . Ma ez yekê din jî bidim te? Xalê Mihemed: De here looo! Ew çi tonî heb e? Ezê di te û heba te nim haa!

 

 

BOQÊ  PÎVAZAN 

 

Sebayek ji yên Tirkan û çend cendirme li mala muxtarek ji yên Hertoþîyan rûniþtî ne. Muxtar çend mirîþkan serjêdike, di rûn de sor dike, savarekê, mast û pîvazên hêþîn datîne ser sifrê. Serbaz pirçikek pîvazê jêdike û dixwe. Muxtar jibo ko qedrê wî bigire dibê:  Qumutan beg pirçiklerî biraq ( berde ) boq yê boq. ( bi zimanê Tirkî boq  tê mana gû. ) Serbaz dibê : Boku senin baban yêsin. ( bila  bavê te gû bixwe. )  Muxtar dibê, “babam zomededir , zomeden gelsin ode yêsin. ( bavê min li zomê ye, ko ji zomê hat , bilan ew jî buxwe

 

TIRÇE POZ

Ebdilhemîdê Xanî mirovek ji xwe bawer, yekî bejinbilind û dagirtî ye. Ew û hevalekî xwe birek pez dibin  baþûrê Kurdistanê bifiroþin û bi parên wan jî perok ,merokan  ( qûmaþê kiras û fistanan  qivir –zivir ) bikirin. Piþtî bezê xwe difiroþÝin li tirinbêlekê suwar dibin diçin  bajêr ca ji xwe re tiþtan bikirin. Zilamek destek þalûþêpikek gellek hêja lixwe kirî, xencerek li ber, jî li tirinbêla wan suwar dibe.  Ebdilhemît ji hevalê xwe re dibêje: Ev çi mirovek   TIRÇE POZ e. Zilam dibihîze û pir diqehire lê dengê xwe nake heta digehin cîyê xwe. Ji tirinbêlê peya dibin.  Ko ji tirinbêlê peya dibin zilam destê xwe dibe ser xencerê û ji Ebdilhemît re dibêje: Kurooo! Te bo çi gote min, “ Tirçepoz ?“ Ebdilhemît dinêre þol ( rewþ ) xurabe, Dibêje: Bra em xelkê zozananin, li nîk me, ji kesên  berketî, xweþmêr, jêhatî, pehlewan, mêrxwas û egît re dibêjin Tirçepoz . Ji ber hindê min ew gotin gote te  . ( ji te re got ). Ser vê gotinê, yê baþûrî dibêje: Bi xwudê ez jî Tirçepoz im , bavê min jî Tirçepoz e, xalê min jî Tirçepoz e, eþîra min jî Tirçepoz e. 

EZ  JΠ  TÊM     

 Çiro her spêdê diçe nîk mele dersa Quranê dibîne. Spêdekê ko diçe dersê mele jêre dibê: Kuro Çiro! Ew jibo çi ser û çavên te þîn bûne?  Çiro: Seydayê min bavê min li min xist . Seyda: Kuro te çi peyîn ( zibil- rîx ) belavkir ko bavê te li te xist?  Çiro:  Bi xwudê Seydayê min, þevê dî direngê þevê bavê min gazî kir: Bebo, Cimo ,Çiro! Hûn razayîne, an ne? Min jî got: Bavo ez hiþyarim. Hema rabû û li min xist û got: Bênamûs tu bo çi ne razayî? û ez kirim vî halî. Mele rewþê têdigehît û ji Çiro re dibêje: Kurê min Çiro! Carnan ko mirov hiþyar be jî dengê xwe neke çêtire.  Dotira rojê ( roja din ) Çiro diçe dersê lê mele dibîne ji doh jî xurabtire. Ji  Çiro re dibje: Kuro Çiro te dîsa çi gû xwar?  Çiro: Seydayê min, þevê din bavê min bi dengek bilnd gazî kir: Bebo, Cimo , Çiro! Hûn hiþyarin an ne? Ez hiþyarbûm lê ser nesîheta te min xwe bêdeng kir. Min hind dît lihêfa bavê min rabû û daket , bû hinte hinta wî û paþê bavê min got: Tu têy? Dîya min got: Erê, erê ez têm, tu jî têy? Bavê min: Erê erê, ez jî têm . Hema ez  rabûm, min jî got : Hûn diçin kîderê ez jî têm , ez jî têm ....

 

ERDHEJÎN ÇAWA  ÇÊBÛ

Di sala 1930 an de li bajarê Culemêrgê Erdhejîn çêdibe. Piþtî heyamekê dewleta

Tirkan jibo agahdarîyan pisporekî diþîne herêmê. Ji kurê mixtar pêve kes Tirkî

nizanit. Pispor ji kurê mixtêr dipirse: Erdhejîn çawa çêbû? Kurê mixtêr:

Sayin  (Birêz ) memûr beg! Sene (sal ) 1930, hala siz yoxtunuz . ( hêjta hûn

tunebûn ) Allah sizî înandirsin, siz gene înanmeyîn. ( bawerîya te bi Xwudê

bêt, lê tu dîsa jî pê bawer neke )  Ben ( ez ) Eyþo ,Fato, Xano tenûr de nan

pîþîriyordux. ( dipat ) Fato gêrik yapîyordî ( çêdikirin ) Eyþo nan vurîyordî

(lêdixist ). Benle Xano  ( min û Xano ) sohbet edîyordix  (dikir )  Bîrden

baxtim ( min hew dît ) binkasikler  hejandin oldî   (yan). Dêdim ( min got ):

Eyþo , Fato ,Xano! Depresyon oliyor qaçelim ( Depresyon çêdibe em birevin )

Hevîr tenûre gîrdî, tenûr hevîre girdî,  îþte deprem boyle oldî. Hevîr kete

tenûrê , tenûr kete hevîr, hema erdhejîn weha çêbû

 

XEWNA   KAZO  

 

Li bajarê Culemêrgê Kazo rehma xwudê lê be , bi miruzek tirþ diçe dikana

Ûsivê Salê. (rehma xwudê li wî jî be)  Çend kes jî li dikanê rûniþtine sohbetê

dikin, Kazo silavê dide wan ew jî silavê vedigirin. Ûsif ji Kazo re dibê :

Xêr be Kazo! Ew bo çi mirûzê te tirþ e ?. Kazo: Ma ez çi ji te veþêrim, bi

xwudê þevê din min xewnek bê serûber bi me herduyan ve dît. Ûsiv: Xêre

înþallah! Kazo: Xwudê xêrê bide te û day û bavên te. Lê ez naxwazim bibêjim, ji

ber ko xewnek nexweþ bî , tu dê pê aciz bî. Ûsiv: Ne,ne bêje,  ez pê aciz nabim.

Kazo: Webî ez û tu bibûn du teyr, mezinahî û giranahîya me wek hev bû. Em li

ber armancekê ve difirîyan, em nêzik firîyan dûr firîyan,dumahîyê (dawîyê )

em westîyan,qudumên me þikestin, çeng û baskên me qerimîn. Li jêr dû çal

cemhev hebûn, yek tije gû, ya din tije hingiv bû. Ez diketim nav çala gû, tu jî

diketî nav çala hingiv. Hindî dilê me bi yekûdu ( hevdu ) sot, min tu alistî,

te jî ez alistim. Paþê, çend rêwî ji wê deverê derbazbûn,em ji çalê derxistin .

Me ji wan re got: Divê giranahîya me wek hev be, dako kes ji me ji par ra nemîne

û em hevûdu berze ( winda ) nekin. Wan jî em danîn ser qepanê û em kêþayîn (

wezinandin )  tu hinekî ji min girantir bûyî, rabûn zimanê te jêkirin û kirin

qûna min. Dîsan em wezinandin, vê carê ez ji te girantir derketim, rabûn kîrê

min jê kirin û kirin qûna te...

 

 

EZÊÊÊÊÊ !!!!!!!

 

 Di salên 1972- 73an de bû. Rojekê li mala Kek Çelo  (Melle Çelebîyê Giresî ) çend

kesên Kurdperwer rûniþtîne, ji xwe re sohbetê dikin. Di nav wan de, Kurdek ji

yên Dêrsimê ko, xwe Kurdperwer dizane jî rûniþtîye . Kek Çelo Melayek gelek

têgiheþtî bû.  Derveyî kitêbên Olî û kitêbên li ser Marxsîzmê , yên tibê,

gerdûnî, dîrokî ,roman , helbest  û hwd jî pir dixwendin . Exlaqeke wî hebû.

Kêmasî û xeletîyên Olî bi aþkeratî digotin. Wî digot:  Kesê ko dîn nasbike,

heke durist be  dîndarîyê nake.  

 

Kek Çelo di heqê  kesayetî û  exlakên

Xelîfeyên Dînê Îslamê de wan agehdar dike. Kek Çelo kêmasîyên, Ebabekir Sidîq,

Omer bin Xetab û Osman dibîne û dibê : Osman di nav wan de yê herî xurab bû û

gelek xurabî dikirin, an jî didan kirin . Lê Elî jî dilê wî, li ser Eyþa keça

Ebabekir Sidîk hebû. Piþtî  Eyþe  zewicî jî , li pêy Eyþê venedibû. Li ser wê

gotinê,yê Dêrsimî xeyîdi û got: Tu çawa dikarî dev bavêjî Hezretî Elî! Kek

Çelo: Kuro! Ne ez ji spêdê ve xurabîya yên xwe dibêjim, tu dengê xwe nakî

,diranên te ji kêyfan qîç dibin, ko min hinekî xurabîya wî kerdizî kir, tu

dixeyîdî . Ezê Kîrê  Abubekir,Omer û Osman bikim qûna Elî, yê Elî jî bikim

qûna wan, paþê yê hemîyan bikim qûna te.  De rabe careka din jî nebêje ez

Kurdperwer im, bibêje ez Elîperwer im. 

 

SOFÎ QOPO

Li gundek ji yên Qereqoçanê, li bin dara tûya mezin , civat rûniþtiye ji xwe re sohbetê dikin. Di nav wan de Mamhostê gund û çend xortên ko xwe sosyalîst dizanin jî hene. Di dema sohbetê de, Mela ê gund bang dide, yên li bin dara tûyê rûniþtî hêdî, hêdî radibin diçin nimêjê. Mamhoste û xort dimînin, ji cîyê xwe nalepitin. Sofî Qopo jî radibe û dibêje : Mamhoste ma hûn narabin em biçin nimêjê ? Mamhoste jiber hurmetgirtinê nabêje em nimêjê nakin, dibê: Sofî destnimêja me nîne, tu here emê paþê qeza bikin. Sofî Qopo jî, ji wan re dibêje: Dê rabin, destnimêja min jî nîne haa!

DÊ AXATÎYA ME BIHERIFÎT

 Piþtî damezirandina Komara Tirkan, li nava bajarê Culemêrgê, berdevkên du miletan cîwar bibûn. 1- Berpirsiyarên eþîrên Kurdan, 2- Berbirsiyar, memûr û leþkerê Tirkan. Lewma ko gundî, anjî kesek, ji eþîrekê jibo þolekî (kar ) hatiba Culemêrgê, hewcebû biçûya mala axê û li wêderê biba mêvan û karê wî çiba bi axa daba qedandin. Berê li Culemêrgê XWÊ bi tenê înhîsarê (tekel ) dihat firotin. Gundîyek çuhalên xwe li hêstira xwe dike, catikek gûzan jî tavêje milê xwe jibo pezê xwe, xwê kirînê diçe mala Seîd axayê Giravî ( Eþîretek ji ya federasyona Hertoþîyan e ) Þev li wêderê radizê, spêdê radibe jî Seîd axa re dibêje : Axa ez xulam! Ji kerema xwe yekî bide gel min, (yekî bi min re biþîne ) da ez ji înhîsarê  xwê bistînim. Seîd axa jî diçe kurê xwe Fahid hiþyar dike û dibêjê : Kuro! Rabe bi vî gundî re here Înhîsarê, bilan bo xwe ( ji xwe re ) xwê bistînit. Fahid jî dibêje: Ma ez dê bo cî li gel biçim? Xwê dê ew bikete çuhalan, ew dê danête ser qepanê bikêþît, ew dê parên xwê bidet û ew dê xwêya xwe barket, ma çi hewceyî min e? Seîd axa ji kurê xwe re dibêjît : Kuro! Be hey exmeq, heke ew bi tinê biçîte înhisarê,bikirit, paran bidet û pê bihesit van þolan hemîyan ew bixwe diket, ma çi hewceye çantikê gûzan bome bînît. Heke ew hûre (hûnî – fêrî ) van tiþtan bûn pistkên ( eyar ) penîr û rûn, tenekên hingivîn (hingiv ) û tûmastê xuþkirî dê ji kîderê ( ji ku ) bên? Ko ew nehatin dê seltenet û axatîya me biherfît, ( hilweþe ) çu kes, çu qîmetê nade me û me çu gû jî hisab naket . Nehe te zanî  tu dê bo çi li gel biçî înhisarê?

 DAXILIN KUZULARIM

Li bajarê Pazarcixa Maraþê, bi navê Elî Qutê kesayetîyek heye , li nîk Pazarcixîyan, ji wî nirxpîroz tir çû kes nîne. Pazarcixîyên ji xwudê jî ,bawer nekin ko navê Elî Qutê hat ji niþkava dibin olperest. Li gor gotina Pazarcixîyan gelek hunerên wî hene. Kesayetîyek gelek maqûle. Îro jî turba wî , zîyaretgeha Pazarcixîyan e. Sal 1979 an bû, Ez , Kemalê kurê gelwekîlê Maraþê, Þix Mix ( Memîþ Ozdal ) gorbiheþt kek Çelo. ( Melle Çelebî Goreceyîz ) li mala kek Çelo rûniþtibûn. Me ji xwe re sohbet dikir. Sohbeta me zivirî hat ser  þêx û miþaîxan, ewlîya û embîyan,turbe û zîyaretgehan. Kemêl destpêkir û got: Li Pazarcixê, Elî Qutê heye . Elî Qutê mirovek ewlîya ye. Dema çûba mala yekî, heke xwedîyê malê qedirê wî negirtiba, xwarinên li gor dilê wî çênekiriba, Êlî Qutê aciz dibû û digote: Spih (spî ) ên xwe: Daxilin kuzularim! (belavbin berxên min ). Spihên wî belavî laþên wê mala qedrê wî negirtî dibûn û didan ber leqan (gezan ). Hetanî wê malê bi hêvî , tikan û lavahîyan bi xwarinên xweþ, dilê wî ne kirîban, bela xwe ji xwedîyê malê venedikirin. Ko dilê wî xweþkirin Elî Qutê ji spihan re di got : Toplanin kuzularim! ( Berhevbin – kombin – bicivin- xirbin berxên min ) dîsa spihên wî dihatin ba wî . Melle Çelebî ji Kemêl pirsî: Niha wek qomunîstekî, tu bi wî tiþtî bawer dikî ? Kemal: Erê kek Çelo! Yanî Kemal niha tû dibêjî xwudê çu tiþt nedît, hunera xwe hemî xiste nav wan spihên ji pîsîtî, kirêj, gemar û ji xwehdanê çêdibin!?

BÎJAN TAVÊJÎ

Di dema mîran de, ji Þaxê heta Zêbarê di bin Mîrîtîya Hekaryan dabû. Saraya Osmanîyan keçeke Bosnayî ko di saraya Osmanîyan de mezinbûye dide Mîrê Hekaryan. Ew jina Bosnayî dibe sedemê gelek xurabîyan. Eþîrên bi Mîrîtîya Hekarya ve girêdayî dike du baskan. (Biran- celeb -beþ ) Baska çepê ji Eþîrên Hertoþîyan, ya rastê jî ji eþîrên Pinyaniþîan pêktên. Her baskek ( federosyona eþîran ) ji danzde eþîran pêk tê . Di dema mîran de , di navbere van herdu baskan de gelek xwîn rijya. Paþê herdu baskan sulha xwe kir, lihember mîr rabûn. Mîr ji tirsan bazda û dawîya mîrîtîya wî hat. Lê hêj jî baska Çepê û baska rastê wek federasyon dimînin. Dijminahî herçend nemabe jî, lê gurura Pinyaniþîtî û Hertoþîtîyê lawaz jî be xwe diparêze. Hisowê Gulê mirovek tiraneker û þerkûk e. Pinyaniþî jî gellek esebî ne. 

Hiso yekî Pinyanîþî jibo ko cowa wî bikole bi paletî digire. Pale çar rojan jêre dixebite. Pênceh mitro mane ko co xulas bibe. Mêvanên Hiso jî hene. Piþtî firavînxwarinê,çayê vedixwun. Hiso mexsus tirekê dike ko kerbên pale veke . Kes dengê xwe nake, lê yê pale dibêje: Mamo! Ma tu þerm nakî tu  BÎJAN TAVÊJÎ ?  Hiso: Tu mecbûrî derdê tirên min bikêþî ! Ez Hertoþî me, eþîrim. Tu Pinyaniþîkê cil patekirîy, tu palê min î! Ez paran dideme te, ezê tiran bikim tu jî dê tirên min bihejmêrî û bibêjî  yêk, du, sê! Kerbê yê Pinyaniþî vedibin, (aciz dibe ) û dibêje: Tu eþîrî, lê ez ne eþîrim! Tu dê bîjan pavêjî, ezê jî bihejmêrim  û bibêjim  yêk, du, sê! Kuro ezê di day û jinê te nim. Ka bide parê min ezê biçim! Hiso dibêje : Heta tu coyê xulas nekî ez paran jî nadim. Yê Pinyaniþî xwe dadiberzîne (erîþê dibê ) Hiso. Lê mêvan dibin berevan û nahêlin bigehe Hiso. Yê Pinyaniþî dibê Hiso tu mêrî tu dê ji malê derkevî û parê xwe ji nagire ji xanî der tê û sê rojan miqabilê mala Hiso disekine, lê Hiso ji malê dernakeve.

Þaxê : Herêmeke li nêyîk behra Wanê.

Zêbar : Herêmeke li baþûrê Kurdistan.

SERÊ BEN DI DESTÊ BÎJÎ DAYE

Du feqeh li cem seydayê xwe dixwînin heta destûra (îcazet ) meletîye ji seydayê xwe vedigirin. Pêre her du feqeh bi hevre destê seydayê xwe macî dikin, xatirê xwe jê dixwazin ji cem seydayê xwe bi dûrdikevin. Dûr diçin ,nêzik diçin roja Înîyê digehin gundekî ko melayê wan li gund ne hazir e.Herdu feqeh, ji ber ko wextê nimêjê ye sererast diçin mizgeftê. Dinêrin cemeet temame lê mele nehazire. Cemeet ji wan pirsdike: Hûn çi kesin? Ew jî dibên : Em feqehin ,me destûra meletîyê taze standiye; em ji xwe re li melatiyê digerin.

Cemeet ji herduyan re dibên: Baþe melayê me nehazire hûn nimêja xudbê bi me bidin kirin, heke meleyê me nehat emê yekî ji we, ji xwere bikin meleyê gund. Herdu feqeh bi hev diþêwirin jek ji yê din re dibê: Ezê xudbê bixwînim, tu jî wehzan bide. Yê ko dê wehzan bide dibê: Baþe lê ez carnan di wehzan de pir dirêj dikim, dê cemeet aciz bibe. Hevalê wî dibê: Ne xeme ez dê benekî li serê tilya te ve girêdim, dema tu zêde biçî ezê ben bikêþim tu dê zanibî ku tu zêde çûyî, wî çaxî bisekine. Bi wî awayî li hev dikin. Herdu mele li pêþîyê rûdinin. Meleyek nivêja xudbê dide kirin û dor tê yê wehzan. Yê wehzan hêj çar gotin negotî, hevalê wî ben dikêþîne.

Mele disekine. Cardin destpêdike çend gotinan dibêjê, hevalî wi cardin ben dikêþîne, mele disekine. Wê çi gotiba jibir dike, ji kerban wehzên xwe jî tevlihev dike. Ew rewþ çend caran dûbare dibe. Cemeet jî  ji wê rewþê aciz dibe û jê dipirsin: Mele ma tu dizani tu çi dikî û çi dibêjî?. Mele jî, ji qehran destê xwe radike û dibê: Ma hûn nabînin, serê benî di destê bijî daye.

HÛN ÇI DIKIN

 Kalemêrêk welatparêz û têgihiþtî, tê serdana kurê xwe yê Elmanya. Di wan deman de ji ber ku Cûnta faþiþt mîrîtî (hukum-tevger) xistiye destê xwe zilm û zorek mezin li ser millet heye. Kurdên Ewropa jî, ji bo protestokirina wê zulmê li hev tên, meþ û mitîngekê li dardixin.Roja meþê kalemêr jî bi kurê xwe re diçe  meydana mitîngê. Girseyek boþ (qerebalix xilbe) li  cihê mitingê li hev civîyaye. Xortek derdikeve sipîgerîyek gelek xweþ dike, kalemêr ji kurê xwe dipirse: Ev xort mirovê kîjan rêxistinê ye? Kurê wî dibê: Ew Apoyî ye. Yek derdikeve axaftina li ser mitîngê dike, bav  ji kur dipirse: Ev mirovê kîjan rêxistinê ye? Kur dibê: Ew jî Apoyî ye! Degbêj derdikeve bav cardîn jê dipirse: Ev yê kîjan rêxistinê ye? Kur: Ew jî  Apoyî ye! Grûba folklor û dahol û zirnê derdikevin, bav dîsan ji kur dipirse: Ev grûba folklorê ya kêye? Kur dibê: Ew jî Apoyî ne! Li ser vê gotinê kalemêr  zehf diqehire û ji kurê xwe re dibê: ÊÊÊÊÊ  baþe lawê min ma ev hemû Apoyî ne!  Hûn çi gû belav dikin? Li cem wan kesekî navsere ( navsale ) jî heye, yê navsere dibê: Mamo me kulavê qûnfirehîyê li xwe kirîye,kumê bêhnfirehîyê jî danîye serê xwe û em li wan dinêrin…

 

DENGÊ BILÛRÊ

 Li gundekî Kurdistanê  berxevanek,( þivanberx) biçûk hebû her çend pif dikir bilûra xwe, lê dengê bilûra wî xweþ dernediket, lewma jî, þivanberxê biçûk zehf hêrs dibû. Carnan ji hersbûnê kelegirî lêdixist û carnan jî ji  kerban (hêrs) digirîya. Wê rewþê demek dirêj domand. Berxevan dikir, nedikir neþîyabû dengê bilûra xwe xweþ bike. Rojekê, berxevanê biçûk berxên xwe xistine têþtexewê,  li ser kaniya ber rê rûdinê, ji çantikê xwe nan û mastê ku bêrîvanan jêre anîbûn derdixe, nanê xwe hûrdike nava mast, hinek av jî bera ser dide, ji xwe re dike tîte û bi kevçikan dadidetê (pêdikevê- lêdixe ). Piþtî têrxwerinê, kela bilûrê lêdide. Hêdîka bilûra xwe ji ber patika stahê (stuh ) derdixe, hêdî hêdî pif dikê, çi dike dengê bilûra wî xweþ dernakeve. Cardin kerbê wî tênê. Ji kerban dest bi girinê dike . Di wê navberê de serþivaneke kal bi rêwîngî ji wêderê ( ji wir ) derbaz dibe, dixwaze avekê vexwe, lê dinêre ku berxevanê biçûk digirî. Kalemêr jê dipirse: Lawê min tu ji boyî çi digirî,? Berxevan rewþa xwe û bilûrê jêre dibêje. Kalemêrê serþivan dibêjitê: (jêre dibê ) Ka carekê ji bo mamê xwe pif bikê da ez lê binêrim tu çawa pif dikîyê. Berxevan bilûra xwe derdixe û pif dikê. Serþivanê kal bîstek (qasek ) ê guhdarî dike û ji berxevan re dibêjê: Lawê min pifa te ne ji dilê te tê , pifa te ji serê lêvên te tê, lewma dengê bilûra te xweþ dernakeve. Dema ku  pifa te ne bitenê ji serê lêvên te, lê ku ji dilê te bê û pifa dilê te û lêvên te bibin yek, wê demê dê dengê bilûra te  xweþ derbikeve. Heke herdû (dil û lêv ) nebin yek dengê bilûra te, ji tere xweþ jî bêt wê ji  helkê re nexweþ bêt.

CINÊ  XÊRXWAZ

 Dibên rojekê ji rojan serek rêxistinên Kurdan li Ewropa jibo çareserkirina pirsgirêka Kurd û Kurdistanê li gundek  ber behrê jiboy civînê çîyekî digirin. Pîþtî çend roj civîna sehf dibetilin.  Êvarekê du serekên ku ji hev hes dikin, bi hevre derdikevin ber behrê ji xwe re pîyasê (gerê )  ku hinek polemîkan jî bikin.Dema digerin,ji niþkava pîyê yekî ji wan li sûþekî dikeve,di nav þûse da cinek derdikeve û ji yê pîyê wî li þûþeketîre dibeje: Tu dikarî di dunyayê de sê tiþtan ji min bixwazî, tu  çi bixwazî ezê bînim cih bi þertê ku, ezê ducaran hindê  bidim hevalê te. Yê pîyê wî li þûþeketi dibêjîtê: Ma tiþtê wusan dibe! Tu ducaran qasî min bidî wî, ne ew dijberê min yê herî mezine! Cin jêre dibê: An ezê bidim wî jî ,an  nadim te jî, wêcar tu dizanî! Bivê, nevê pêþneyara cin dipejirîne. (qebûl dike) Cin dibê: Dê daxwazên xwe bibêjê! Yê serekê rêxistinê dibê: 1-Ez dixwazim Kurdistan rizgarbe û ez jî bibim serokê wê.  Cin dibê: Temam. Lê jibîrneke ezê dubahran bidime  hevalê te . 2- Ez dixwazim bibim dewlemendê dunyayê 3- Ez dixwazim tu çavekî min korbikî. Cin dibê: Ew ji boy çi ? Serekê rêxistinê dibê: Ca tu herdu çavên hevalê min kor bikî ,ko ew tiþtên tu bidîyê nebîne...

BIBE GERMAVÊ

            Ev  pêkenik berî sala 1970’an li bajarê Culemêrgê di çayxaneya Birahîmê  Esmê de çêbûye. Çar hevalên derd û kulan û herçar jî  kurên jinbîyan, demên xwe yên vala tum bihevre derbaz dikin. Hem jî ji xemên hevre dibin  pardar û  harîkar. Rojekê herçar bi hevre rûniþtîne,  dinêrin hevalê wan, Çeko mirûzê wî tirþ e. Þero jê dipirse „çî hewala teye?“ ew dibê „dîya min pir nexweþ (diêþe ) e“.  Þero dibê „dîya te çiyê xwe heye?“ ew jî dibê „bawî (romatizma ) ye“ .Þero dibê „ma te jiboy çî heta niha nedigot! Ne dîya Beko jî wisabû  ma ne Beko?“ Beko jî dibê erê  Þero gotinên xwe bi micîdî  (ciddî ) didomîne. Divê tu dayka xwe bibî ser germava  Bêþebabê, ( Beytûlþebab )  heft rojan divê xwe di germavêde biþo heta laþê wê baþ nerm bibe. Paþê tu dê wê bibî ser çala heriya ba, rûsbikî û  herderê  wê bi herîyê bihenû, bi tenê  jibo bêhnsitandinê dev û kepê (poz ) wê û binzikê wê vekirî bihêlî. Ma Beko, xatûna dîya te jî ne wusa bû ? Beko jî dibê erê wilah wusa bû. Paþê jî  tu dê Cimo (Cimo jî hevalê wan ê li ser masê  bi wan re rûniþtîye, bi kêmanî 120-130 kîlo  dikêþe ) jî berdî ser   ...

Agahîyek : Jiber ko Qehremanên vê pêkenokê hêj dijîn û bêyî destûra wan  ez wê dinivîsim lewma min nawên wan Qehreman guhart ..

BÛKA  NÛ

 Her wekî  tê zanîn li cîyên bilind yên Kurdistanê hêj di payîzê de  kar û barê berdestkirina zimhêr, dar û tiþtên dîn yên jibo hewcedarîya zivistan ê, amade dibin. Aha  di wan deman de kalemêrek ji yên gundekî çiyayê Dersimê, kurê xwe dizewicîne. Jibo hewcedarîya  destnimêj xweþkirinê jî komek kevirên biçûk dide hev û datîne ber rehdera derîyê derva. Bûka nûhatî, jiboy ko bikeve çavê xwezûr û xesûya xwe tarîgewirka spêdê radibe hundir û derveyî malê paqijdike,dike wek þûþe. Ew kevirên ko xezûrê wê dabûn hev dihavêje gilêþê. (çop) Gava ko xezûrê wê ji xewê radibe dixwaze here destnimêj  xweþkirinê, dinêre ko kevir li cîyê xwe nînin. (tune ne) Hema dike qîrîn! Ka ew kevirên  lêre? (vira )  Bûk dibê: Apo min havêtin gilêþê. Li ser vê gotina bûkê apo weha dibêjê: Êêê, baþe keça min heke zivistan hat, bejnek berf kete erdî û tu bi hewceyî rîtinê bûyî; ma tu dê bi arê kîrê min ve qûna xwe paqij bikî!..

ÇU  RÊ NAÇINÊ

 Di þerê cîhanê yê yekemîn de, leþkerên Çar ê Ûris, ( Rusya ) bajarê  Hekarîya digirtin. Filehên Hekarîya ko piraniya wan kildanî bûn, di bin serokatiya Merçimîn (Marþemon ) gehîþtin hev û dest bi kuþtin, zulm,talan û tajanên Cûlemêrgîyan û eþîrên derdorê  dikirin . Hercend mezin û rihspîyên Cûlemêrgîyan diçin cem Merçimîn, mezinahîya wî dipejirînin (qebûldikin )  û bext jê dixwazin, lê Merçimîn vê daxwaza wan qebûl nake, zulm û zorê her dide domandin… Cûlemêrgî ji ber vê zulm û zorê, ji bêçaretî ber bi Kurdistana jêrîn (baþûr ) mihacir dibin. Ko  di sala 1917an de li Rûsyayê þoreþa  Lenîn bi serket, leþkerên Ûris þûnde vekiþîyan ,welatê xwe. Pey vekiþîyana leþkerên Ûris, hemî eþîrên derdora Hekarîya giheþtin hev û dest bi êrîþên liser Filehan kirin. Di wî  þerî de li gelîyê Tîyarê kelehek biçûk û gelek asê de leþkerên Kurdan, zehf kûþtîyan didin.  Keleh  ewqas asê bûye ko,  çu rê nediçûnê  Kurdan sê caran êrîþ birine, lê nikarîbûne kelehê bistînin. »tewr bi salan jî þer bikirina  nikarîbûne bistînin »  Leþkerên Kurdan , per perîþan þûnde vedikiþîyan. Kurdan di pey xwe de gelek kuþtî hiþtibûn. Birîndarên xwe jî bi xwere  anîbûn ber çemê zê (zapê ) li ser kanîyekê birînên wan derman dikirin. Li ser kanîyê pîrejinek rûniþtibû, li halê leþkerê  Kurdan dinêrî . Serleþker, nêzîkî pîrê bû, pîrê jê pirsî « kurê min ev çi hale ? »  Ew jî dibê: Dayê em çûbûn þerê Filehên kelehê, me kir û nekir me neþiya wê kelehê bistînin, keleh pir asêye û çu rê jî naçinê û waye tu halê me jî dibînî !.

Li ser vê gotinê, pîrê hema ji cîyê xwe radibe ser pêyan, bi destê çepê dehmana (etek) xwe radike, bi destê rastê  jî navlingê xwe niþan dide û dibêje: Binêr kurê min, evder jî gelek asê bû,  ji wê kelehê jî asêtir bû, çu rê jî nediçûnê, lê binêre kûrê camêran rê lê vekir.. Li ser vê gotina pîrê,  Serleþker hema leþkerê xwe dide hev , êrîþî ser kelehê dikin, bi yek derbê kelehê distînin û þûnde vedigerin  ser kanîyê. Pîrê ji Serleþker dipirse “çawa bû kurê min rê tê hebû an na ?” Ew ji dibê « erê dayê, qasê eqilmendên wek te li ser serê me hebin, kelehên herî asê jî , jibo me dibin deþt »…

 BONBA ÛREMARÎYAN


Deh malek ji yên Silehîyên Culemêrgê koç dikin, diçin Geverê; ji mala Kerîm Axayê Zeydan gundê Ûrûþê dikirin. Di navbera wan û cîranên wan Ûremarîyan jî, carnan liser çêra pez û zozanan , gengeþî jî çêdibin û ji hev dixeyidin. Di gun de çend pîremêr hene, ko di navbera wan de carnan berberîya devkî çêdibe . Gundîyan, jibo xweþûþtinê di gund de du gerên avê (hewz ) çêkirine. Yek li rexê ( kenar ) gund, jibo zilaman , yek jî liser rêya gund jibo zarokan. Spêdeke ji yên payîzê, ji yên sar H. Mihemedê Dîmo, hewceyî avê ( cunubet ) dibe û diçe di nav gera zarokan, rûs tayê tipilê xwe diþo . Jin û keçên gund ko wî wusan dibînin ji þerman serê xwe didin ber xwe û dimeþin, an jî rêya xwe diguhêrin. Bapîrê elî jî hêjta xorte, ji zozanan tê. Çawa  H. M Dîmo, di wî halî de dibîne, ji kerban, "BOXOXE " kê jêdike û di virvirinîtê ( tavêjê - diweþînê ) û li kêleka wî dixe; wek boxan, dibe borîna wî û hema wusan rûs ( bê kinc -cil ) ji tirsan bazdide nav gund û bi qêrîn û hewar dike gazî: Heware , Weware Uremarîyan bonbe havêtine min û ez birîndar kirim. Gundî li dorê kom dibin û dibên: Hecî me çu dengê bonban nebîhîstîye! Te bonbe ji kîderê derxist ? Hecî kêleka xwe nîþan dide û dibêjê: Lê ewe çîye? Kale êrek bi navê Xelîfe dibê: Hecî ka tiþtek bi te nehatîye! Te ziravê gund qetand. Ser vê gotina Xelîfe, H. Mihemetê Dîmo dibêjît: Xelîfe jî xezûrê Yabaye! Heta Kurdan hemîyan, nebirînît ( koka wan zuwa neke ) dê her bibêjît çu li Kurdan nehatîye ( tiþtek bi Kurdan nebûye ); Dijminee, dijminê mezin! Bêbexte! Yabe û Xelîfe herdu ,terefê Ûremarîyanin !! Hevalê Dijminaniiinnn, Hevalêêêê Dijminaaaaannnn ...

1- Boxoxe:
Gîyayeke, serê wê qasê topa tenîsê ye,hemî bi stirî ye .Dema jijû xwe dide hev mirov dibê qey Baxoxe ye.
2- Yabe : Pismê H M. Dîmo ye, jiber ko bizartî li Bexda ê mezin bûye serûbinê gotina wî, Yaba ( bavo ) bû. H. M Dîmo ew Ereb dihesiband û digot : Dijminê Kurdan e.
3- Li mitiqa Geverê Eþîretek e, beþên wê li Baþûr û rojhilat jî hene, Eþîra Nejdet Bûldan e.

KÎRQÛNKANÊ

Axayek ji yên eþîreta Gewdan jibo dawayekê bi çend xulaman re, diçe gundekî din. Di rê de milek (girek ) der dikeve pêþîya wan.. Li piþt milê kesek derdikeve û ber bi alîyê wan ve tê . Axa ji xulaman dipirse: Ew çi kese ji wêda tê? Xulam: Axa yekî dînik e, gel neaxive ( pêre xeber nede ) çend deqîqe di navberê de dibhurin dînik û cemeeta axa digehin hev. Yê dînik dibê: Sellam û eleykûm! Axa : Wey eleykûmselaaaam! Kuro tu ji kîve têyî ? Dînik: Ji wî alîyê milê. Axa: Wî alî çi heye? Dînik: Axa ez xulam! Dinya hema kîrqunkanê ye, ez dikim qûna te û tu dikî qûna xulamên xwe, hema ya hoo rêve diçe! (dimeþe )

EZ DEV Û DEV LI SER BÛM

Li gundê germava Bêþebaba Hekarîyan , gundîyek spêdê zû þîyar dibe, lê ji serman naxwaze ji nav nivînan derkeve û xwe li nav nivînan dixwariþîne. ( gîrodike- direngî dixe ) Paþê dilê wî henekan dixwaze, xwe devûdev tavêje ser kebanîya xwe. Ji niþkava brayê jina wî dikeve hundir û wan di wî halî de dibîne û zef aciz dibe. Hema bi kopalan li zavayê xwe dixe, serê wî diþkêne, dûv xwe de radikêþîne , dibe ser kanîyê serê wî dike ava sar de û di wî halî de dihêle. Gundî diçe gilîyê bûrayê xwe dike. Derdikevin dadgehê. Hakim dipirse: Bûyer çawa çêbû ? Gundî: Hakimê min , qumandarê min, yuzbaþîyê min. ( her sê navan ji hakim re dibêje ) Sehar bû, dinya gelek saxuk bû , ez devûdev li ser namûsa xwe bûm , brayê wê hat , qardaþê wê geldî ,kopalek deynayê, bîr baston vurdî ,serê min þikand ,kafasinî kirdî . Ka tu çi dibêjî hakimê min ? Hakim diqehire û dibê: Defoool !!!!! Gundî  defooolê dehfandin fahm dike û dibêje: Haþa begê min , wilahî  min ne dehfandibûyê! Ez hema dev û dev li ser bûm..

DEDE HAT HEWARÊ

Ji gundek ji yên Dersimê, dema þivan pez diçerîne gurgek dikeve nav kerîyê pezê wî. Þivan dike qêrîn û gazî:  Heware, heware ! Ya Xwudayê mezin bigehe hewara min, pezê min ji vî gurgê zalim û xedar piparêze! Lê hewara wî pare nake, kes nayê hewarê . Þivan hêvîya xwe ji xwudê dibire û gazî Mihemed Pêxember dike: Heware , heware ya Mihemed Pêxember ! Bigehe hewara min, pezê min ji wî gurgê har bipareze! Heta hingê gurg deh pezekan didirîne lê kes nayê hewarê . Þivan hêvîya xwe ji Mihemed jî dibire û gazî û hewara xwe dibe Elî: Heware, heware! Ya Elîyê þêrê xwudê, bigehe hewara min, vî gurgê xedar pezê min bijikand, pezê min ji vî gurgî rizgar bike! Lê bê fayde ye, Elî jî nayê hewarê. Gurg çend mihên sor xenoqeyî dike. Wê rojê Dede jî jibo çêkirina cemê hatîye gund. Þivan hewara xwe dibe Dede, û dike qêrîn û hewar: Ya Dede! Ya Dede! Heware, heware ! Bigehe hewara min, pezê min ji destê vî gurgê pezdirîn bifilitîne! Hêjta gotin di devê wî de çi binêre, vaye seyek mezin ji yên Kangala Sêwasê, çend segên din dane pey xwe ber bi gurgî ve tên. Gurg çawa dengê segan dibihîze, pê revê dike lê seg digehinê gurgî dixendiqînin. Þivan, wusan bawerdike ko Dede bû hatî hewara wî . Hema pez dihêle û jibo spasdarîyê berê xwe dide gund, berbi xanîyê Cem lê çêdibe bazdide û bêhn çikîyayî , xwe tavêje dest û lingên Dede û dibêje: Sipas jibo alîkarîya te, ez vê qencîya te heta hebim jibîr nakim! Xwudê te serserê me kêm neke,te ew gurg xendiqan, pezê min ji wî gurgê xedar û zalim filitand.... Dede bi þaþo, maþo li þivan dinêre û dibê: Kuro pezê çi! Gurgê çi? Þivan dibê: Qet inkar neke, gurgek har ketibû nav pez, min hewar bir Xwudê, Mihemed û Elî, kes nehate hewara min. Min hewara xwe anî te, tu hema gihiþtî hewara min. Dede meraq dike û dipirse, kuro ez çawa gihiþtim hewara te? Þivan dibêje: Te postek segê Kangal li xwe kiribû, çend segên din jî dabûn pey xwe, te xwe gihand gurg û xendiqand. Ser vê gotina þivan, Dede aciz dibe, bi qehr ji þivan re dibêje: Dê heeeerrrr ji vir! Þivan dibê:
Dede qet inkar neke, binêr hejta hirêêêên ji te neçûye...

TE RÎTE NAVDA

Du Kurdên Bahdînan diçin, jibo brayê kabrayekî, jinekê bixwazin. Brayê zavê, ji hevalê xwe re dibêje: Niha emê biçine wêrê, heke wan pirsa mal , milk , pez û hebûnên me bikin" ez dê bibêjim, lê tu jî  hinekî li ser zêde bike. Herdu bi hevre diçin mala bavê keçkê. Pîþtî xêrhatin, çayê û qehwê, bavê keçkê ji brê zavê pirsdike: Çi pezê we heye ? Brê zavê: Birek ( navbera 60- 100 serî ) pezê me heye. Hevalê wî: Ne ezbenî deh bir pezê wan heye. Bavê keçkê: Çend xanîyên we hene? Brê Zavê: Du xanîyên me hene. Hevalê wî: Na ,na! Deh xanîyên wan hene. Bavê Keçkê: Tirimbêl (erebe- seyare ) a we heye an, ne? Brê Zavê: Belê pîqabek me heye, em bo xwe dideyne þolî ( ji xwe re diþixulînin ). Hevalê wî: Bi xwudê deh tirimbêlên wan hene. Bavê Keçkê: Dibêjin li ser çavê brayê te ewr ( perde ) heye? Brê Zavê: Nexêr ewr nîne, lê xelkê  hema wesan pêverisandîye. Hevalê wî: Ne welahhhh ! Ji her du çavên xwe kore ye. ( kor e ) Bavê Keçkê dibêje: Dê rabin derkevin ji mala min! Ez kêtika (pisîng ) xwe jî nademe ( nadim ) hewe. ( we ) Brayê zavê û hevalê xwe ji malê derdikevin. Hinekî bêdengî dimeþin. Hevalê wî jê dipirse qey min xetayek kir ? Brayê zavê: Ne, ne! Te hema rîte nav da . ( te hema têde rît - te hema tê de gû kir )

TU DIKARÎ BIXWÎ

Hesen xortek ji Malatyayê ye, ew bûn pazdeh salan zêdetire, li beledîya Koln ê kar dike . Qey xwudê wextê ew çêkirî, jibo enerjîyê kêm mesref bike, çavekî wî þaþ çêkirîye. Hesen kesek ji xwe razî , li nîk dilê xwe Qulenber ( tolaz ) e. Dema kolanan rêþ dike, ko jinikek an keçikek ber wî de bibore dê fîtîk, an jî merhebayekê bidê û bibêje : Yeka çiqas ciwan bû, ko min bazdaba ser dê çiqas baþ ba. Rojekê ew û hevalek bi hevre kar dikin, çend jinik û keçikên delal berwan re derbaz dibin. Hesen ji hemîyan re merheba ê dide . Hevalê wî ,xwe jê aciz dike û dibê: Ma tu þerm nakî bela xwe li jinikan dixî? Heke hinek gilîyê me bikin, ez jî dê bi tere tewanbar bim! Nîv seetek di navberê derbaz dibe , keçikek gelek xweþik ji miqabilê wan tê, mirov fihêt dike lê binêre. Mirov dibê qey rebê alemê hemî ûmeta xwe daye alîyekî, bi mehan li ser wê sekinîye, heta ko ev xweþikbûn dayê û bê qisûr afirandîye. Hesen hema ji hevalê xwe re dibêje: Abê ! Allahini, dinînî seversen soyle! Bunun boku yenilmez mî ? ( Keko! Tu bi xwuda û dînê xwe heskî , ka bibêje, ma gûyê vê nayê xwarin ? ) Hevalê wî  nake nemerdî û dibê: Sen yîyebîlîrsîn , sana afîyet olsun. (Tu dikarî bixwî ji tere noþîcan be ) .

XALETA NEWROZ

Li derdorên bajarê wan û Hekarya melleyek ji alîyê niviþtî, bazbend û hemahîl çêkirinê de gelek navdar bûye. Her waha zilamek hebûye hertim, ji jina xwe ya hinekî eqilsivik re,digot: "Tîþxahr". Jina wî jî , ji vê gotinê zehf aciz dibû û li ber xwe diket . Rojekê dikeve bîra wê ko , melleyek heye niviþtên wî, ji her derdî re nojdar in ( Dermanê ko mirov bi yek û yek pê xweþ dibe ) Diçe nîk melle jê re dibê: Mêrê min hertim ji min re dibê Tîþxahr, ez hatime ko, tu tîþa min durist bikî. Mele dibê: Derpîyê xwe ji xwe ke û here ser rojînê, ka ez lê binêrim xahre, an ne. Jinik bi ya mellê dike.

Melle ji jêr li tîþa wê dinêre û dibê : Mêrê te rast gotîye! Hinekî xahr e. Were ez jibo te rast bikim. Jinik tê jêrê û melle þolê wê diqedîne ( pêre radizê ). Jinik tê mala xwe, êvarî mêrê wê jî tê malê, dîsa dike gazî keçê tîþxahr! Ka bo min, avê bîne . Jinik: Nebêje min tîþxahr; min tîþa xwe da rastkirin. Mêrê wê: Keçê  te çawa da rastkirin, kî rast kir? Jinik: Filan Melleyî ! Mêrê wê lêva xwe digeze û ji jina xwe re dibê: Ez dê jibo heyamekê neyêm malê ,meraqa min neke. Zilam radibe destek kincên pîrejinan dikire, xwe dike diruvê pîrejinekê, navê xwe jî dike XALETA NEWROZ û diçe mala mellê. Li derîyê wan dixe ,bi hîvî û lavahîyan wan dixapîne û ji mala wan re dibe navmalî û xidamek bi nan û ziko. Di navbera hefteyekê de xwe wusan zîrek û ezman (ziman ) þirîn dike, herkes di malê de, bi serê wê sûnd dixwe. Melle sê keçên xwe yên di malê de mayî ( wextê zewaca wan bihorî lê ne zewicî ) hene.

Dema melle ji malê derdikeve xaleta (xaltî ) Newroz û keçik û jina wî ,ji xwe re dikevin nava, sohbeta mêrên çeleng û axaftinên bin maldûxînî ( binzikî ). Rojekê jin , her sê keçên melle û Xaleta Newroz ,xwe li ser pîþtê dirêj kirine, Xaleta Newroz ji wan re dibêje: Ev çi hale em têde! Pênc jin bê mêr, niha heryek ji me mêrek, li berba wê çend xweþ ba. An jî niha, yek ji me biba mêr ,wê çend baþba ! Rabin em jibo xwe ji Rebbê alemê re duayan bixwazin, belkî duayê yekî ji me qebûl bibe û bibe mêr, da ko em agirê xwe pê vekujîn. ( tefînin- vemirînîn ) Ew jî bi ya Xaleta Newroz dikin ,duayan dixwazin, Xaleta Newroz dibêje: Kiçkîno, bi xwudê vaye tiþtek di nav lingên min de her diçe mezin dibe. Ez bawerim xwuda, li me hate rehmê û duayên me qebûl kirin… Werin binêrin ,ka ev çîye di nav lingên min de , her diçe mezin dibe! Keçik lê dinêrin çi bibînin ! Qeraseyek li gor dilê wan . Hema bi hevre dikevin eþq û meþkê. Xaleta Newroz , di ser hemîyan re derbaz dibe. Roja dinê, jin û keçên melle diçin hemamê. Xaleta Newroz jî, jibo þîvê kutilkên xeþandî çêdike. Melle jî bi tayê derpîyê dirêj ê spî ,malê de ye , Xaleta Newroz pencerê vedike û gazî melle dike û Dibê: Melle, melle! Li derve þer e. Xelkê hevûdu bijikandin, here hewarê. Mele pencerê de serê xwe dirêj dike, dibê: Ka ez tiþtekî nabînim! Li ku ne? Xaleta Newroz:: Xwe hinekî din biçemîne, tu ê bibînî .

Melle xwe di pencerê de hinekî din diçemîne, Xaleta Newroz hema derpîyê wî tîne xwar û bazdide ser û pîþtî þolê wî jî qedand tola jina xwe bi zêdehî jê hilanî , bazda û çû , hey çû. Dema þîvê jin û keçên melle ji hemamê vedigerin, dibînin Xaleta Newroz ne li mal e, ji bavê xwe pirs dikin, bav dibê: Nizanim. Sufrê hazir dikin li benda  Xaleta Newroz disekinin lê nayê, Dawîyê bivê nevê dest bi xwarina þîvê dikin, Keça mezin kutilka xwe nîvî dike û dibêje: Nivê kutilka min, jibo Xaleta Newroz . Ya navê herwusa, ya biçûk jî, dîya wan jî dibê: Nîvê kutilka min jî, jibo Xaleta Newroz!. Melle meselê baþ fahm dike û dizane ka, Xaleta Newroz çi anîye serê malbata wî. Ew jî ji kerban radibe ser pîyan û kutilka xwe li nava sêhniyê dixe û dibêje: Ya min jî, jibo Xaleta Newroz! Li min çirand qûn li we dirand quz….

Bi vê wesîlê Newroza LOTIK XANÊ û hemî Lotikvanan bi dil û can pîroz dikim.

Kutilkên xeþandî: Li herêma Wanê û Hekarîya tê çêkirin. Derveyê wê bi savara strandî, nava wê jî rûn, kakilên gûzan û arvan bi hev re tê sorkirin, nava savarê bi wê xercê tê dagirtin paþê di nav dew de tê kelandin ,liba (heb) wê qasê taseke þorbê mezine, zilamek bi zorê dikare xulas bike.

WÎ TU DÎTÎ

Li Bajarê wanê û Hekarya Eþîra Giravîyan heye.Sexdo ê Qero axayek ji yên vê eþîrê ye . Ji ber hinek sedeman, hem li Culemêrgê, hem jî li gundê xwe cîhware. Dema tê Culemêrgê wek her halxweþek Culemêrgî, ew jî jibo mala xwe xeta têlefonê dikêþe. Du bîjmoltên ( firlatma ) Culemêrgî jî, ya xwe dikin yek û yek ji yê din re dibê: Tu here mala Sexdo axa, bêje min li filankesî xistîye û birîndar kirîye, ew neha li herderê li min digere, min xwe havêtîye ber bextê te, tu min veþêre, û xwe bike piþt kulînê. Ew jî wek hevalê wî gotî dike û diçe mala Sexdo axa xwe li piþt kulînê vediþêre. Kabirayê din ji mala Sexdo axa re telefonê vedike û dibê : Elooo ! Ew der mala Sexdo axaye? Sexdo axa: Herê! Tu kîyî? Ez filankes, ma bêvankes li mala we ye ? Sexdo axa: Ne, nee lêre ye! Yê telefon vekirî: Kusan ( çawa ) ne li wêrê ye! Wa dibînim xwe li piþt kulînê veþartîye! Sexdo axa ji yê piþt kulînê re dibêje: Kuro kîr quz da, derkeve ji piþt kulînê, wî tu dîtî !...

1) Kulîn : Li nava dîwar de, bi qasî firehîya doþek û lihêfan cîhek tê çêkirin, nivîn ( doþek û lihêf ) li wî cihî tên nijinandin (datînin ser hev ) .

2) Kîr kuz da: Dijûnek ya herêma Culemêrgê ye . Lê kes pê aciz na be.

BAPÎRÊ MIN HAT BÎRA MIN


Kalê heþtêsalî li kenter ( salon ) a nexweþxwanê li ber derîyê mezela welidîn ( zayîn ) ê bi bêhnçikiyayî voltan tavêje. Bijîþk ( Doxtor ) ji mezela welidînê derdikeve û ji Kalo dipirse: „Xêr be Kalo, tu cima acizî?" Kalo bi dengek bilind dibê: "Jina min diwelide ez li benda zarowekê me". Bijîþk: "Ew jinika diwelide ya te ye?" Kalo: "Erê!"  Bijîþk: "Ne jinik hêþta bîstûpênc salî ye!" Kalo: "Êêê çi bûyeeeee!" Bijîþk dikene. Kalo  bi xeyd: „Tu çima dikenî ?“ Bijîþk: „Welleh bapîrê min hat bîra min, ew jî meraqîyê rav û nêçîrê bû. Rojkê min dulûle (Çifte ) girt û ez dê çûbama nêçîrê , bapîrê min bi kopal dimeþîya, got: „Îllah ez jî dê bi tera bêm“. Axir ez ketim bin milê wî, em hêdî ,hêdî çûn cihê nêçîrê. Ji neþkava bizinek kovî derket hemberê me. Bapîrê min got: „Ev nêçîra min e, tu gulê bernedê“ . Bapîrê min kopalê xwe li bizina kovî rastkir, nîþan lêgirt li bizinê xist û bizin ket“. Kalo: "De here lo,ma tiþtê wusan dibe, bi kopal li bizinê xe, yekî din lêxistîye!“ Bijîþk: "Na kalo! Ez jî heta niha dixwazim wê ,bi te bidim fahmkirin!"

HEÞTÊ ADARÊ

Xort û keçek ji yên bajarê Wanê ,yên þoreþger, bi hevre dizevicin . Çend meh di navberê de derbaz dibin jin ji malxwê xwe re dibêje: Ma tu dizanî ! dusubê roja ji dayîkbûna min e! Malxwê dibê: Erê ez dizanim. Malxwê wê jî gellek destteng bûye. Bi zorê debara mala xwe dikir , lê jiber rojbûna bermalîya xwe û jibo dilxweþkirina wê diçe nîk dost û hevalan perenan deyn dike; ji bermalîya xwe re paste, find û hinek dîyarîyan dikire . Sê mehûnîv di navberê de derbaz dibe, zarokek wan çêdibe. Malxwê bivê nevê jibo cil, landik (dergûþ ) ereba zarok gêrandinê, perenan deyn dike. Her diçe deyn lê zêde dibin, çûndin pir dibe lê hatin kêm e. Malxwê hêdî  hêdî dikeve stresê. Piþtî çend meh bûyîna zarokê, jinik rojekê dibê: Ma tu dizanî, hefteya tê wek îro salvegera zewaca me ye! Malxwê keserek kûr dikêþe û dibê: Erê, xatûn, erê ez zanim! Jiber deynên xwe nedane , nema dikare perenan ji kesî bixwaze. Radibe diçe dizîyê dike: Jibo bermalîya xwe dîyarîyan dikire.. Hinek deynên xwe jî pê radizîne. Du hefte di navberê de derbaz dibin, bermalî dibê: Ma tu dizanî 14 ê Sibatê roja, dilketîyan e! Malxwê erê, erê ez dizanim. Diçe careke din ji kesnan peran deyn dike û ji bermalîya xwe re gul û dîyarînan dikire. Bist rojek di navberê de dibore malxwê ji kar hatiye. Serê sibê heta êvarî çûye, berf li serbanên xelkê malîye, befra berderê malan daye alîyekî û rê jibo hatinçûnê vekirîye. Pêçîyên wî ji serman jan daye ( ji qerisînê diþewite ) û ji serman direcife. Ji betilîn û westîyanê daweta bavê wî hatîye bîra wî. Çawa dikeve hundir, bermalî ji mêrê xwe re dibêje: Ma tu dizanî îro 8 Adarê, roja jinên cîhanê ye! Malxwê wê dibê: Ne ez nizanim ! Ma çi bûye? Jina wî: Kuro tu çiqas paþverû yî ! Tu çawa nizanî ? Ma sala 1857 an li Amerîka, bajarê Þîkago, jinên karker jibo heqên xwe serî hilnedan û desthilatdarên Amerîkayê li wan nexist! Êþkence li wan nekir? Hindek ji wan nekuþtin? Malxwê dibê: Haaa,  niha tu wê roja sedubênceh sal berî niha, lêdanên jinên Amerîkanî bibîr tînî û êþa wan parvedikî û dixwazî bibî þîrîkê êþa wan!? Bermalî: Erê lê çawa! Ma tu nizanî ? Malxwê dibê: Gelek baþ e! Tu bisekine, ez niha têm.  Hema diçe derva, þiveterekê jêdike û dikeve hundir û li jina xwe dixe, lêxe hey lêxe.  Jinik dike qîrîn û hewar,  kuro qey tu dîn bûyî ? Tu har bûyî ? Qey te eqlê xwe berze kirîye ? Mêrê wê dibê: Be hey qehbe bav, nê ev þolene bi tenê bi teorîyê nabin, divê mirov pratîkê jî bijî. Be hey seg, keça sed segbavan, tû nabêjî sed û pênceh sal li kîderê û niha li kîderê? Amerîka li ku, Kurdistan li ku,? Þîkago li ku Wan li ku? Jinên karkerên tehda dîtî li ku tu li ku? Tu spêdê heta êvarî  li malê rûniþtîyî,nêhkan li erdî pahn dikî , serê heyamekê, dê îro rojbûna min e, dê sibê salweger e, dê dusibe roja dilketîyan e!, Ezê reben, dîyarîyan bikire her bikire. Heke tu carekê din qala rojên weha bikî ,ez dê îro, anko heþtê adarê bînim bîra te!

XEWNA KAZO

Li bajarê Culemêrg ê Kazo rehma xwedê lê be , bi miruzek tirþ diçe dikana Ûsivê Salê. (Rehma xwudê li wî jî be) Çend kes jî li dikanê rûniþtine sohbetê dikin, Kazo silavê dide wan, ew jî silavê vedigerînin. Ûsif ji Kazo re dibê : Xêre Kazo! Ew bo çi mirûzê te tirþ e ?. Kazo: Ma ez çi ji te veþêrim, çi xwedê , þevê din min xewnek bê serûber bi me herduyan ve dît. Ûsiv: Xêre înþallah . Kazo xwedê xêrê bide te û day û bavên te. Lê ez naxwazim bibêjim! Jiber ko xewnek nexweþ bî , tu dê pê aciz bî. Ûsiv ne,ne bêje, z pê aciz nabim! Kazo: Webî ez û tu bibûn du teyr, mezinahî û giranahîya me wek hev bû. Em bi ber armancekê ve difirîyan, em nêzik firîyan ,dûr firîyan ,dumahîyê (dawîyê ) em westîyan,qidûmên me þikestin, çeng û baskên me qerimîn, li jêr du çal li cem hev hebûn, yek tije gû, ya din tije hingiv bû. Ez diketim nav çala gû, tu jî diketî nav çala hingiv. Hindî dilê me bi yekûdu ( hevdu ) sot,  min tu alîstî, te jî ez alistim. Paþê, çend rêwî ji wê deverê derbazbûn,em ji çalê derxistin . Me ji wan re got: Tivê giranahîya me wek hev be, dako kes ji me li paþ nemîne û em hevûdu berze ( winda ) nekin. Wan jî em danîn ser qepanê û em kêþayîn ( wezinandin ) tu hinekî ji min girantir bûyî ,rabûn zimanê te jêkirin û kirin qûna min. Dîsan em wezinandin, vê carê ez ji te girantir derketim , rabûn kîrê min jê kirin û kirin qûna te...

 PÎVAZ

Gundîyek ji yên Qiziltepa Mêrdînê li gund li kerê xwe suwar dibe, jibo karekî tê bajêr. Li bajêr li ber derîyê dikana dikakfiroþ ( zerzewat- sebse ) peya dibe û dikeve hundirê dikanê. Kerê wî jî , li derve dikeve ser pîvazan û pîvazan dixwe. Dikakfiroþ ko dibîne ker pîvazan dixwe, ji xwedîyê kerî re dibê: Ker,kurê kerî, kerê xwe ji ber derê dikana min bibe! Pîvazên min hemî xwarin . Yê gûndî , jêre dibê: Ker kurê sed keran tu î! Ma ne bi parê xwe ye, kîloyekê jêre biwezîne, bila bixwe!