|
Lotikxane |
Zinar
Qelemþûr
|
Xwîn bi avê nayê þûþtin |
Aha ji we re qominîstekî Tirk
Me gellek caran gotiye ku Tirk Tirk e, ha qominîst, ha faþîst û ha qûnekîst. Ciwamêran gava mesele dibe Tirkayetî, kirasê qominîstî û sosyalîstîyê ji xwe dikin û xeftanê nîjadperestîyê li xwe dikin. Aferîn ji wan re! Ma wek me Kurdan enternasyonalîst û xwelîliser in, na.

Axir, helbestvanê Tirk Ismet Ozel, berê qominîst bû, piþtre bû þerîatperest û niha jî bûye Tirkparêzekî qirase. Mêro di bernameyek televizyona Haberturk de ewqas tir û fisên gennî kirin ku nayê gotin. Lê ez wî pîroz dikim û çavên wî radimîsim. Çima? Ji ber ku qominîst be qominîstê millet û welatê xwe ye, þerîatparêz be dîsa wilo, Tirkparêz be dîsa xizmeta Tirk û Tirkan dike. Wek me Kurdan dev ji doza millet û welatê xwe bernade û nade dû qûna xelkê, qûna wan nalêse. Aferîn!
Werhasil, Ismet Ozel begefendî piþtî ku bi dûdirêjî behsa Tirkan û çîrokên wan dike, meselê tîne ser misilmantîyê û Atatirko. Dibêje:”Atatirk di 1921ê de gotiye “Em ne demokrat in, em ne sosyalîst in, em diþibin xwe (pirtûka Yakup Kadri Karaosmanoglu bîografîya Atatirk). Kesên ne misilman bin nikarin bibin Tirk. Tirk û misilmantî yek in. Her misilman ne Tirk e, lê her Tirk misilman e” filan û fîstan.
Cîgerim Ismet piþtre bersiva pirsa „gelo ji kê re gawir tê gotin?” dide û dibêje: “Kesên ku ne Tirk bin ji wan re gawir tê gotin. Ger bi gawiran re aqil hebe wê bibin Tirk” filan û jehr û ziqûm.
Hûn dibînin bê qominîstên dêlika Asenayê çawa qewmîyetperest in ne wilo gelî xwendevanan?
Piþtre jî kurê nizanim çi dibêje:”Ez ne nîjadperest im çunkî nîjadê Tirkan tuneye, lê welatekî bi navê Tirkiye heye. Gellek bûn xwedîyê vî welatî, Grek û Romayî bûn xwedîyê vî welatî, lê ev welat tenê bû welatê Tirkan” û çîroka xwe bi dawî anî.
Mêro hem ne nîjadperest e, hem nîjadperestîyê dike, kesên ku ne Tirk in dike gawir û hem jî xaka ku ji roja ewil de milkê Kurda ye tenê ji Tirkan re dike mal û sermaye.
Werhasilî kelam, aha Tirk bi vî mejî bûn millet û dewlet ha gelî lotikvanan.
Û em Kurdên xwelîliser jî dîsa bi vî mejiyê xwe yê xerabe bûn kole û xulamên xelkê û hûn sax...
25.12.2009- Stenbol
“Êdî bes e, anadolû berxiklerî olmesin!”
Piþtî ku xwîna Kurdan ji bo mesela 17 santîman hat rêtin û 17 santîmên Îmralîyê bû pirsgirêkek navnetewî, Tirk hatin ser rêya îmanê û hinek þertên serokê Kurdên sererd û binerd baþqan Ocalan xweþtir kirin. Meselen di þûna seetekê de wê rojê du seetan derheve hêwanê, derabeya ber pencereya wî rakirin filan û bêvan.

Ez nizanim baþçawîþên hepsa Îmralîyê ew 17 santîm dîsa li baþqanê me vegerandine yan na, lê wa baþqan vê carê ji halê xwe memnûn e û di hevdîtina parêzerên xwe de pir germik û nermik xeber daye. Tew vê carê qet behsa Selanîklî Misto jî nekiriye û ev jî ji bo min lotikek pîroz û bimbarek e.
Axir, sayin û pir bilind baþqan Ocalan, di vê hevdîtina dawîyê de behsa pêwistîya xebata demokrasîyê dike û ji DTPî yan re dibêje ku “gerek hûn dev ji parlamentoyê bernedin, çareserî di tekoþîna demokratîk de ye, divê meclîs baþ bê xebitandin û ji bo tekoþîna demokratîk siyaseta demokratîk pêwist e” filan û virde wêde.
Hûn dibînin bê baþqan çi xweþ difikire ne wilo?
Ê babam, madem tekoþîna demokratîk û siyaseta demokratîk pêwist û girîng e, çima hinekan kujtina 7 eskerên Reþadîyê girt ser xwe û bû sedema girtina DTP qardaþim? Na na, hebe nebe hinek xêrnexwazan bêyî xebera baþqanê me ew provokasyon kiriye ellawekîl, yan na çima wê lotik motikên li dijî xebata demokratîk bavêjin ne, wî!
Neyse, ez bi xwe qûna wan provokatoran dax didim û piþtgirîya xwe didim gotinên baþqan Ocalan ên siyaseta demokratîk. Kî çi dibêje bila bêje, îro lotik ji lotikên demokratîk û zîtirkên demokrasîyê xweþtir nînin bi dîn û îman.
Îcar em dev ji virde wêde berdin û em bên ser mesela mîh, berxik û karikan.
Baþqanê Kurdên sererd û binerd sayin û pir mezin Ocalan, di hevdîtina vê carê de behsa berxikan jî kiriye û birastî hêsir ketin çavê min rebenê xwedê. Çi gotiye Ocalan?
Piþtî ku dîsa gunehkarî tev xistiye stuyê Þemo, Osman, Hogir, Botan û ew wek hevalên Ergenekonê bi nav kiriye, gotiye:
“Wan xebata me heba kir, çav ji kujtina gellek insanan re girtin. Wan xwest tekoþîna me, bîrmendîya me ya tekoþîna demokratîk û nirxên me jî têk bibin. Ez naxwazim ne esker û ne jî gerîlla bên kujtin û ez bi kujtina wan aciz dibim. Bila insanên Anadolûyê nemrin, bila berxikên Anadolûyê nemrin” filan û bêvan.
Birastî gava min ev gotin xwendin, hêsir ketin çavê min, bû fiþefiþa pozê min û destmalan xwe li ber hêsrên çavê min negirt. Hûn dibînin bê baþqanê me çi dil bi rehm û dilnazik e ne wilo?
Îcar hinek zikreþ jî radibin baþqan Ocalan wek dîktator û nizanim çi nîþan didin kuro. Hayhoooo li vê bêbextîya kesanedî! Olan oxlim, ma kesên ku naxwazin berxikên Anadolûyê bên kujtin, karin bibin dîktator ha, waweylê! Îcar baþqan û dîktatorî haaa!? Ya starrrrrr li vê bêbextî û hesûdîyê ya starrr!
Werhasil, bi þeþ telaqên jinberdanê ev xweþ bû! Êdî bes e, Anadolû berxiklerî olmesin!
Lê min fêhm nekir lo, çi keramet be tenê berxikên Kurd tên girtin û tên kujtin. Na na, ez dibêjim sedî sed berxikên Tirk xwe di qul û qewêran de vediþêrin û berxikên me jî saf saf derdikevin çêrê.
Ez serê we neêþînim, ez jî sedî sed pitþgirîyê didim helwesta baþqanê me û dibêjim: Êdî bes e, Anadolû berxiklerî olmesîn babam!
Lê karik?
Çima kesek behsa karikan nake ez wê fêhm nakim, halla hallaaaaa......!
18.12.2009- Stenbol
Bêjîyên dêlika Asenayê û em Kurdên xwelîliser
Bêjîyên dêlika Asenayê, cewrik û dolheramên dewþîrmeyên bajarê Izmîrê, wê rojê êrîþî karwanê DTP kirin û xwîna Kurdan rêtin, tirr ji Kurdan berdan. Belkî gellek ji we bi vê lotika heywankî aciz bûne û nalet li wan Tirkan barandiye. Lê yê min bi xwe kêfa min hat û min ji wan bêjîyan re li çepikan xist. Tew min þûþek eraq jî bi ser de vexwar û ew lotik pîroz kir.

Tiþtekî wilo hatiye serê me Kurdên bakur ku ne tê gotin û ne tê bihîstin. Ev 30 sal in ji mirîþka gêj xerabtir hatiye serê me, em bi êþa golikên dîn, bi êþa berazan û zekema tirsonekan ketine û qûþ li me qetiyaye. Ji azadîya kesekî pê ve tu tiþt di rojevê de nemaye, azadîya Xelo û Celo Kurdistan dagîr kiriye, azadîya þexsan tirr ji doza Kurdistanê berdaye û ji bo xwedê Kurdekî xwedî xîret jî ranabe doza Kurdistanek serbixwe nake. Ma ev ne þewba mirîþk û berazan be çiye? Ev ne þewba tirsonekî û ziravqetandinê be çiye?
Axir, mesela me ne li ser azadîya Xelo û Celo bû. Lê mixabin Xelo û Celo li ser koka Kurdan rûniþtine û wek þîrêzê pêve zeliqî ne. Ne em wan berdidin û ne ew dev ji me diqerin.
Wê rojê karwanê partîya DTP li bajarê Izmîrê raserî êrîþên bêjî û dolheramên Tirk hat. Bi kevir û dar û beran êrîþî karwên kirin û xwîn rêtin. Belkî hûn naletê li wan bibarînin, lê yê min bi xwe ez vê lotika wan pîroz dikim û çavên wan radimîsim. Dêqehpan xwedî bîr û ray in, netewperest in, li ser Tirkbûna xwe qebûl nakin, ji çepên wan bigrin heta bi rast û misilmanên wan li qewmîyeta xwe xwedî derdikevin. Ma ev helwest neyê pîroz kirin wê çi bê pîrozkirin qardaþim! Ma wek me Kurdên xwelîliser?
Em çi dikin?
Emê jî îrada xwe radestî hinekan bikin, emê bratîya Tirk û Kurdan bixwazin û qûna wan balêsin. Emê pêl hemi nirx û tekoþîna Kurdistanê bikin û wê dozê bi qurbana serê Xelo û Celo kin. Emê bi navê bratîyek sexte dev ji nirx û erkên Kurdayetîyê berdin û Kurdistanê fedayî yek al, yek ziman û yek welatê Tirko bikin. Emê Kurdistanê bikin bi qurbana demoqratîk cimhûrîyetek sexte û bi vê daxwaza virt û vala Kurdan bikin Tirk, ji mirîþka gêj xirabtir bînin serê wan. Û hezar quzilqurtên din.....
Werhasil, ez dîsa vê lotika bêjî û dolheramên Tirk pîroz dikim û ji wan dêqehpan re dibêjim:
“Li Kurdan xin ewlatlarim, we li ku Kurdek dît pêl serî kin. We li ku Kurdî û stranek Kurdî bihîst, êrîþî Kurdan bikin. We li ku paçikek rengo mengo dît, li Kurdan xin. Hûn rengên lempên trafîqê bibînin, dîsa li Kurdan xin. Ker, kûçik, gur û keftarên we bi Kurdî bizirin û bizûrin, dîsa li Kurdan xin. Mirîþkên we bi Kurdî bikin qidqid, dîsa li Kurdan xin. Li Kurdan xin ku pozê Kurdan biþewite û xwe nas bikin. Li Kurdan xin ku dev ji qûnalastina we Tirkan berdin û bi Kurdbûna xwe bihisin. Li Kurdan xin ku hiþê wan bê serê wan û sînorekî têxin navbera xwe û we. Li Kurdan xin ku Tirkan ji nav refên xwe bavêjin û qûna wan dax bidin. Li Kurdan xin ku dev ji xewnerojkên demoktarîk cimhûrîyeta sexte berdin û doza Kurdistanek serbixwe bikin. Li Kurdan xin ku îrada xwe teslîmî Xelo û Celo nekin û doza xwe nekin bi qurbana min û we. Li Kurdan xin heta ku tirr di wan de bibin fis û bêxîterî di dev û pozê wan re bipijiqe.Li Kurdan xin heta ku ruhê netewperestî û Kurdperwerî di dil û mejiyê wan de bimeye. Û Li Kurdan xin heta ku dev ji þildim bildima zimanê Tirkî berdin, wî zimanê di devê xwe de jêkin û bavêjin”.
Lêxin sayin bêjîyên dewþîrme lêxin, lêxin heta ku em Kurdên xwelîliser dev ji Kemalîzma kerxanecî Misto berdin û serê wî û we paþûpê têxin qûna kerê û hûn sax.....
Çavên we radimîsim kezebler...
26.11.2009- Stenbol
Law hêdî bajo sayin Ozcan!
Zinar Qelemþûr- 13/10/09- Stenbol- Ma hewceye em ji we re behsa sayin Tirko qerdeþlerimiz bikin gelo? Na canim, çawa be hûn bi qumaþê wan zanin û zanin bê çend mû bi qûna wan ve ne lo. Yan na?
Werhasil, mesela me li ser zimanê Kurdî û Tirkî bû. Êêêêê, ma kesên ku Îsa, Mûsa, Mihemed, Brahîm û Nuh pêxember bikin Tirk, kesên ku heta bi kurmik û zîroyên binê erdê jî bikin Tirk û bêjin:”Belkî xwedê jî Tirk be” hebûna milletê Kurd û zimanekî wek zimanê Kurdî qebûl dikin? Na. Çima na? Ji ber go “keça qereçî nabe xatûn”. Tirk û nirxên insanetîyê, nirxên wîjdan û hestên mirovatîyê wek vir û ba xwedê ji hev dûr in.

Axir, me digot qey yek ji rewþenbîr û zanyarê Tirkan qaþo Serokê Lijneya Perwerdeya Bilind-YOKê Prof.Dr. Yusuf Ziya Ozcan e. Ozcanê go berê digot: “Bi sê telaqên jinberdanê emê di zanîngeh û fakulteyên xwe de beþên Kurdolojî û zimanê Kurdî vekin” û dida zîtirkan, piþtre tifa xwe alast, poþman bû û got:”Jina min ji min berdayî be min behsa Kurdî nekiriye lo, a herî baþ em Enstîtuya Zimanên Jîndar vekin çêtire erllawekîl” û ji qebûlkirina hebûna zimanê Kurdî bi dûr ket.
Û niha? Niha lotikek çawa avêt? Lotikek bergîlkî avêt kuro hayhoooooo, hayhooo sayin Ozcan!
Sayin kurtik û murtik Ozcan çi bêje baþ e?
“Ji bo go Kurdolojî yan jî Beþa Edebîyat û Zimanê Kurdî bê vekirin, pêdivî bi Tirkî, Farsî û Erebîyek xurt heye. Li gora tesbîtan, ji sedî 60-70yê zimanê Kurd ji Farisî, ji sedî 20-25 ji Erebî û yê mayî jî ji Tirkî pêk tê. Loma heta ev ziman neyên fêrkirin, Kurdî nayê fêrkirin.“
Ya starrrrrrrr, hewarê û 101 carî hewarê!
Yaw sayin Ozcan, sayin virrek û tirrek! Law zimanê kê Tirkî, Farisî û Erebî ye oxlim? Zimanê Tirkî ji Kurdî, Farisî û Erebî pêk hatiye, yan zimanê Kurdî ji Tirkî, Farisî û Erebî pêk hatiye? Ker di jina virek û derewîna ne heger rast e! Olan cîgerim, hema gotinên „satilmîþ, sîkîlmîþ, yawþaq, êþek oxlî êþek, amina kodûxim, orispî çocixî, gotveren“ û wekî din jê derxe, heger gotinek bi Tirkî di nav zimanê Tirkî de ma ji xwe ez bi tiþtekî nizanim, ihii!
Madem wilo ye, wer em þertekî bikin cîgerim Ozcan. Ezê metelokek Kurdî binivîsim û tu jî wê metelokê bi Tirkî þirove bike. Heger gotinek bi tenê jî Tirkî be, ezê pîvazekê bi guhê xwe vekim. Na heger ew metelok xurû bi zimanê Kurdî be û Tirkî, Farisî û Erebî tê de tunebe, divê tu du pîvazan bi guhê xwe vekî û di nava kolanên bajarê Stenbolê de bigerî. Okey!?
Aha meteloka min ev e sayin Ozcan:
- Ez li vir û tu li wir min di te de bir!
Ê de yellaaaaa, ji kerema xwe vê meteloka Kurdî þirove bike û gotinek Tirkî, Farisî û Erebî tê de bibîne heyatimmmmmm……
Ey dinya, werin serê wî têxin qûna bavê wî!

Zinar Qelemþûr- 15/09/09-Stenbol- De werin li vê ecêba kesanedî binerin û kirasê xwe neçirînin. De ji xwe re li lotika qaþo lêkolîner û nivîskarê Amerîkî birêz perçiqyo Gene.D.Matlock binerin û serê wî nexin qûna bavê wî.
Matlockê xurufî û qûnalêsê Tirkan, rabûye pirtûkek qirase bi navê “Ey dunya însanlari hepînîz Turksunuz” (Ey mirovên dinyayê hûn hemi Tirk in) nivîsandiye û kîrê Tirkan xistiye nizanim çiyî xwe. Matlockê xwedênehiþtî, Tirk kirina bapîrên mirovatîyê, ji Maya, Aztek, Çermsor, Rûs, Hindî, Ereb, Ingilîz, Îtalyan û temamê Ewrûpî kirine Tirk. Hz Ibrahîm, Hz. Mûsa, Hz, Îsa, Hz, Mihemmed, Bûda û hemi ol û mezhebên li dinyayê hene ji Tirkan re kiriye mal û ew bera ser xwe dane.
Kurê dêlê rabûye li berevajî Tewrat, Incîl û Quranê, çêbûna Adem û Hawa ne li Kurdistanê lê li Sîbîryayê daye xuyakirin û bi nav þeqê jina xwe sûnd dixwe ku ew jî Tirk. Tew ji xwe qewmê Arî jî kiriye Tirk û dîsa bi pirça qûna xwe sûnd dixwe ku Arî Tirk in û insanetî ji Tirkan çêbûye. Pirtûka wî qûnekî di meha Tîrmehê de ji alî Weþanên Hermesê ve hatiye çapkirin û çawa kêfa Tirkan jêre tê hayhooooooo,....
Axir, min di qulê kiro, tew radibe dibêje: “Zimanê herî pêþîn ê ku li dinyayê belav bûye zimanê Tirkî ye, insanetî bi Tirkan dest pê kiriye, ilm, zanyarî, felsefe û olên îro berhemên Tirkan in” filan û fîstan.
Matlockê ku ji bo konferansekê hatibû Stenbolê, ji rojnama Akþamê re dibêje, dibilîne, kerê min bera nizanim çiyî xwe dide û dibê:”Berî bi çend salan min lêkolînek li ser pirsgirêka Israîl û Filistînê dikir. Lê min dît ku di Tewrat, Zebûr û Incîlê de qet behsa hebûna Israîlê nayê kirin û evê jî berê min da Hindistanê. Min ji Hindistanê dest pê kir. Min destê xwe avêt çi, ji binê wê Tirk û cografya Tirkiyê derket (kurê kerê nabêje Kurd û Kurdistan ha). Piþtre ez tê gihiþtim ku insanetî bi Tirkan û ji Tirkiyê dest pê kiriye. Herweha tofana Nuh pêxember jî li Tirkiyê çêbûye û ev jî nîþana wê ye ku Tirk bapîrên insanetîyê ne” filan û quzê kerê.

Qûneko
bihuþta ku di Tewrat, Incîl û Quranê de behsa wê tê kirin û ew jî navbera Dîcle
û Feratê yanî Kurdistan bi xwe ye, înkar dike û bi qûna bavê xwe sûnd dixwe ku
“bihuþta rastîn li Sîbîryayê (ew Sîbîryaya ku ji serma û seqemê pêve tu gûyek
din têde tune) bûye, Adem û Hawa li bihuþta Sîbîryayê çêbûne û ew nîjadê ku bi
zeka û þaristanîya xwe meþhûr bûn qewmê Arî (Aryan) bû û qewmê Arî jî bi xwe
Tirk bûn”.
Hûn kurê dêlê dibînin
newilo gelî xwendevanan?
Olan oxlim, weyla Tirkan di qûna te kiro, ma law heta bi miþk û pisîkan, mar û dûpiþkan, ker û çêlekan, çeqel û keftaran zanin ku Arî û Aryan bapîrên Kurdan in û Adem û Hawa jî ne li wê seqema Sîbîryayê lê li Kurdistanê çêbûne. Îcar Adem û Hawa û Sîbîrya ji ku derket ha? Arî û Tirk ji ku derketin ha?
Werhasilî
kelam, evî kurê dêlê vê rojîya meha remezanê ez ji îmanê derxistim û devê min
lewitand. Lê xwedê zane bê ji bo nivîsandina vê pirtûka çîrokan Tirkan çend carî
xwe li mîster Matlock ceribandiye û qûn lê çirandine. Xwedê zane bê çend milyon
dolar xistine wî heta go ew pirtûk pê dane nivîsandin. Lê roj bi herîyê nayê
seyandin ewladim Matlock! Tirkên ku ji vexwarina þîrê qantirê pêve tu gûyekî din
nizanîbûn, çawa dibin bapîrên insanetîyê oxlim?
Ez serê we neêþînim,
Gene.D.Matlockê 81 salî û xurufî,
berî mirina xwe îxanetek mezin li Kurdan û li insanetîyê kir.
Soza xwedê be, heger rojekê mîster Matlock mir û perê min hebin, ezê herim li ser tirba wî bimîzim, xelas!
Zimanê keran jî têxin nav zimanên zindî babam!
Zinar Qelemþûr- 11/09/09-Stenbol- Gotina “Kurd” û zimanê “Kurdî” ji Tirkan re bûye wek jehra silêmanî. Hema ku ev gotin bihîstin, hew we dît bi jehrî ketin, wek mirîþka gêj li wan hat û jê direvin.

Berî niha serokwezîr sayin Kasimpaþalî Receb û generalên hikûmeta wî, navê “Vebûna Pirsa Kurd” li lotika xwe kirin û hêvîyek mezin dan derûdorê. Piþtî ku çeqel û keftarên wek Bahçelî û Baykal li dij derketin, rabûn tifa xwe alastin û navê wê kirin “Vebûna Demokratîk”. Çima? Ji ber ku wê gotina “Kurdî” doxîn li gellekan sist dikir û dida bin dûvê wan. Gotina “Kurdî” hiþt ku Tirk hew karibin herin ser doþekên jinên xwe û êdî dermanê Vîagra jî hew fêde dikir. Ewqasî ku “Kurd” û “Kurdî” Tirkan ji mêranî dixe.
Axir, mesela me li ser durustî û durûtîya siyaseta Erdogan û dewleta Tirko bû.
Dezgeha Perwerdeya Bilind (YOK), di gellek minasebetan de bi sê telaqan sûnd dixwar ku ewê di fakulte û zanîngehan de beþên zimanê Kurdî û Kurdolojîyê vekin. Lê xuyabû ku di xurcika wan de Kurdolojî murdolojî tune, lê tenê qaþo “paraztina zimanên zindî” heye. Yanî, Kurd û Kurdî çûûûûû û paraztina zimanên zindî ji tûrikê wan derket.
Hûn bala xwe didin durûtî û sextekarîya wan ne wilo gelî xwendevanan? Ji bo ku Kurd û Kurdî neynin ser zimanê xwe, ji 101 çemî avê tînin û dixwazin durûtîya xwe pê veþêrin.
Serokê YOKê sayin qamkinik Yusuf Ziya Ozcan, serlêdana ji bo vekirina fakulteya zimanê Kurdî ya Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê qebûl kir, lê mêro tirr ji wê serlêdanê berda û naveroka wê kir wek þorba nîskê. Ozcan efendî vekirina fakulteyê qebûl nekir, lê qebûl kir ku enstîtiyek vebe û navê wê jî ne ziman û edebîyata Kurdî, lê Enstîyuya Zimanên Zindî be.
Enstîtuya Zimanên Zindî kuro!
De werin xwelîya 101 gundî li serê xwe û bavê xwe nekin û ji durustîya Tirkan bawer bikin. Yanî, ji bo ku fakulte, enstîtu û beþên Kurdolojîyê venekin û wê ji qalibê wê derxin, radibin xwedênegiravî li zimanên zindî xwedî derdikevin û hinek zimanokên din jî dikin þirîkên zimanê Kurdî.
Li ser bextê fitne û fesadên Tirkiyê be, dibêjin serokê YOKê Yusuf Ziya Ozcan, di civînê de gotiye:”Jina min ji min berdayî be, ez bi serê Misto kim, me bi vî awayî modelek kesanedî dîtiye û ha herî bixêr jî ev lotik e. Emê li gel zimanê Kurdî gellek beþên zimanên din jî vekin” filan û fîstan.
Gellek beþên zimanên din ha!?
Ê law sayin Ozcan, ma zimanê ker, qantir, bergîl, miþk, pisîk, kûçik, pez û dewar, çeqel û keftar, kûsî û jojî, çûk û teyrik, hirç û berazan jî ne zimanên zindî ne cîgerim? Ma li Tirkiyê ev ziman jî tunene? Belê. Êêêêêê, madem qaþo hûn xwedî li zimanên zindî derdikevin, zimanên van heywanan jî biparêzin û enstîtuyekê ji wan re jî vekin wî. Meselen hûn karin zimanê Tirkî jî têxin nav rêza wan zimanan ji bo ku zimanekî moderntir derkeve holê qardaþim.
Yan jî, madem hûn ewqasî ji gotina Kurd û zimanê Kurdî ditirsin, ez dibêjim hema zimanê hemi heywan û insanên Tirkiyê di beroþekê de bikelînin, hinek xwê û îsotê bavêjin ser û piþtî seetekê beroþê vala bikin. Bi soza mêrên çê, çi ziman ji wê beroþê derkeve min qebûl e, ihiii!
Îcar sayin Tirko qardaþlarim, ne zimanê Kurdî û ne jî zimanê Tirkî. Bijî zimanê beroþê û hûn sax.....
|
|
Gotina Feroz Ahmed wek ayeta quranê ye.

Zinar Qelemþûr- 31/08/09-Stenbol- Prof.Dr. Feroz Ahmed, pisporê dîroka Osmanîyan e û ev tam 47 sal in li ser dîroka dewleta Elî Osman lotikan virde wêde davêje. Mêro hevpeyvînek qirase bi rojnama Sabahê re kiriye û di derbarê Kurdan de çend lotikên rasteqîn avêtine.
Profesorê me bi dûdirêjî behsa dîroka komara Tirkiyê, serhildana Þêx Seîd, beton Misto û Îttîhat û Terakkîyê dike, dibêje û dibilîne. Piþtre jî rojnamevan pirsa rewþa îro, berfirehkirina gavên demokratîk û Kurdan jê dike.
Werhasil, Feroz Ahmed bi zimanekî germik û nermik dest bi lotikan dike û dibêje:”Di 1919an de milletek bi navê milletê Tirk tunebû. Dewlet hebû, lê afirandina milletî gerek bû. Mistefa Kemal rabû ji Çerkez, Kurd, Ereb û ji herkesî re got Tirk û milletê Tirk afirand. Kurd doh jî nebûbûn millet û îro jî hê nebûne millet. Ji ber Kurd xwe misilman dihesibînin û parçeyek ji milletê misilman in, di asta netewî de negihane sewîya milletbûnê, nebûne millet. Ez nizanim wê Kurd îro bibin millet yan na, lê ji bo ku ji Kurdan re azadîya perwerde û ziman bê dayîn tu asteng tuneye” filan û fîstan.
Axir, Profesorê nermik û germik di wê bawerîyê de ye ku heta îro jî Kurd nebûne millet û wek millet tev negeriyane, di mejî û ruhê wan de netewayetîyek xurt çênebûye. Herweha ew dixwaze ku Kurd bibin xwedîyê azadîya zimanê û perwerdeya xwe û insanetîya xwe derdixe pêþ.
Ez karim bi sê telaqên jinberdanê sûnd bixwim ku ez bi gotina Prof.Dr, Feroz Ahmed re me û gotinên wî disediqînim. Ma ku em Kurd millet bûne, di zanîna girinyîya netewbûnê de bûna, wê evqas bahoz û tofan li serê me rabûna? Na.
Ez karim dîsa bi þeþ telaqên jinberdanê sûnd bixwin ku ji %75ê Kurdan hê jî ne di zanîn û giringîya netewbûnê de ne û qîmetê pîvazek xerabe jî bi Kurdayetîya xwe nadin. Yan wê Kurdayetîya xwe bikin bi qurbana ola xwe, yan wê Kurdayetîya xwe bikin bi qurbana çep, rast, oldar û tarikselatên Tirk, Ereb û Eceman û qûna wan balêsin û yan jî wê Kurdayetîya xwe li ser ganekê bikin û bikin bi qurbana xirrê xwe.
Îcar ma Prof. Feroz Ahmed neheq e ku dibê Kurd hê nebûne millet babam?
|
|
Guro jî dixwaze derkeve serê çiyê law!

Zinar Qelemþûr- 02/08/09-Stenbol- Van rojan pirsa Kurd û qaþo çareserîya vê pirsa qirase bûye benîþtê devê sermezinên Tirk û herkes li gora xwe zîtirkên siyasî davêje. Piþtî ku partîya AKP û girgirekên dewletê xwestin hinek gavên germik û nermik bavêjin û çavê Kurdan bi hinek lotikan siyasî biseyînin, cewrikên dêlegura Asenayê yên wek Devlet Bahçelî û Denîz Baykal dest bi zirrînê kirin û lotikên Kasimpaþalî Receb ji xwe re kirin benîþtê devê xwe.
Serokê Partîya Gur û Çeqelên Tirkiyê sayin Devlet Bahçelî û serokê Partîya Çeteya Ergenekonê sayin Denîz Baykal, di derbarê lotik û zîtirkên Kasimpaþalî Reco û partîya wî AKP de paþûpê li kerê siwar bûn û li dij avêtina hinek gavên Kurdî derketin. Bi taybet Devlet Bahçelîyê pozdirêj û serperitî ewtîya û agir ji dev û pozê wî pijiqî der.
Werhasil, serokê gur û dêlegurên Tirkiyê sayin û hîç ne mezin Devlet Bahçelî, li bajarê Bûrsayê beþdarî kongra partîya xwe bû û li camcamkan xist. Mêro dîsa verþîya, xwe soromoro kir û çend tirr û fisên Tirkane kirin.
Bahçelî begefendî, di axavtina xwe de li dijî çareserîya pirsa Kurd û hinek gavavêtinan kir û got:” Kasimpaþalî Receb dixwaze bi avêtina hinek gavan bibe hevparê terorîstên li serê çiyê û Tirkiyê parçe bike. Heger ew dixwaze bi terorîstên ku li 25 salin li çiyê digerin Tirkiyê parçe bike, em jî amade ne 50 salî li çiyê bigerin da ku em Tirkiyê nedin parçekirin” filan û fîstan.
Axir, cîgerim Devlet pêde çû, bû pizot û dîsa got:”Ez bi serê Baþbûx Turkêþ kim, ez bi serê dêya xwe dêlegura Asenayê kim, Kasimpaþalî Receb û hinek kesên ku qaþo xwe wek rewþenbîr bi nav dikin, dixwazin qûnê li Tirkiyê û Tirkan biqetînin û bi avêtina hinek gavan doxînê li wan sist bikin. Ûlan oxlim, law ma çareserkirina pirsa Kurd bi serê te û bavê te ketiye Receb? Ji xwe ew rewþenbîrên qûnreþ hene ya, aha ew tirrek jî rûn li ser nanê terorîstan dikin û Tirkiyê ji hev biçirvirînin û ambargoyê deynin ser Tirkiyê” filan û quzê kerê.
Werhasilî kelam, Kasimpaþalî Receb daye dû avêtina hinek gavên demokratîk û sermezinên wek Bahçelî û Baykal jî wek tajî dane dû rebenê Recebo. Wê di encamê de kî tirrê ji kê berde nizanim, lê ez zanim ku netewperest û faþîstên wek Bahçelî ji me Kurdan bi xîrettir in û zêdetir li doza xwe û berjewendîyên welatê xwe difikirin. Û em? Em jî îrada xwe teslîmî yek kesî dikin û nikarin siyasetek serbixwe, siyasetek bi îrade bikin.
Gotinek bav û kalên me heye dibêjin:“Filankeso hefsarê wî di destê jina wî de ye“.
Îcar qerdeþim, bi sê telaqan heta hefsarê me di destê îrada kesekî de be, wê halê me her halê etar û helawfiroþan be û hûn sax…..
|
|
Kamîl Kayali tirr ji TRT6ê berdaye

Zinar Qelemþûr- 08/06/09-Stenbol- Heta niha me meraq dikir û digot:“Yaw çima TRT6 roj bi roj bi paþde diçe û lotikên vala davêje qerdeþim“ û em diponijîn. Lê xwedê jê razî be, nivîskarê rojnama Sabahê Mahmût Ovur sedema wê got û Beko ewanê di TRT6ê de eþkere kir.
Li gora ku Mahmût Ovur ji çavkanîyek pêbawer bihîztiye, Beko ewanê di TRT6ê de kameraman Kamîl Kayali ye û mêro lotik li ser lotikan li Kurdan û zimanê Kurdî dixe. Ji ber ku oxlim bi Kurdî nizane, hema her Kurdê ku tê TRT6ê wek Kurdê siyasî û cudaxwaz dibîne û rê li ber pêþketina TRT6ê digre.
Mahmût Ovur, di nivîsa xwe de behsa vî tirrekî dike û dibê:
„ Alîkarekî gerînendeyê TRT6ê Dr. Sînan Îlhan heye. Kameravan Kamîl Kayali. Ji bo ku alîyê karê teknînî dizane, kirine alîkarê Sînan Îlhan. Lê piþtî demekê Kamîl Kayali erkên Sînan Îlhan jî girtin ser xwe û xwe anî sewîya wî, hema bêjin ketiye þûna wî. Kamîl Kayali dest bi jihevdexistina bernameyên ku dihatin hezkirin, kir. Ji ber ku Kamîl Kayali bi Kurdî nizane, bernameyên vala û ne balkêþ derdikevin weþanê. Kamîl Kayali tenê midaxaleyî naveroka bernameyan nake, herweha bernameçêkeran sûcdar dike û dibêje ku Kurdên siyasî dixwazin TRT6ê têxin bin destê xwe“.
Êêêêê, ma go piþta oxlim ne qewîn ba ev lotikên bêîman li Kurdan dixist? Na.
Dibêjin Midurê Giþtî yê TRT Îbrahîm Þahîn wek keleha Amedê li piþta Kamîl Kayali sekinî ye û yeka wî nake dudo. Çima? Ji ber go Kamîl efendî jê re gotiye:“Yaw cîgerim, ez bi serê xwe û te kim, ne ji min be wê Kurdên siyasî Dr.Sînan Îlhan bixapînin û TRT6ê têxin bin destê xwe. Lê ez rê li ber wan digrim û tirrê ji wan berdidim haaaaa“ û xwe xistiye çavê Îbrahîm Þahîn.
Li ser bextê Mahmût Ovur be, dibêjin dibe ku ev lotikên paþpaþkî bi zanistî tên avêtin ji bo go rê li ber girtina TRT6ê bê vekirin û piþtre ji xelkê re bêjin:“Min di we kirino, we dît newilo? Me TRT6 jî vekir lê Kurd li zimanê xwe xwedî derneketin“ û TRT6ê bidin girtin.
Ê helbet canim, ma TRT6 a ne yasayî ye û qanûnî ye, wê çima neyê girtin? Na canimmmmm, na! Ma heta hikûmeta sayin sermezin Erdogan tiþtekî ji endametîya Yekîtîya Ewrûpayê fêhm neke, TRT6ê dide girtin? Na. Lê wê tirrê ji naveroka TRT6ê û ji zimanê Kurdî berdin ew tiþtekî din e.
Ez serê we neêþînim û we kezebreþî nekim, xuyaye çeqelên wek Kamîl Kayali dor li Dr.Sînan Îlhanê me pêçane û nahêlin Sînanê me lotikên qirase bavêje. Êêêêêê, çawa be Sînan Îlhan Kurd e cîgerlerim. Ma we dîtiye go Tirkekî piþta xwe dabe yekî Kurd? Na.
Ez bi serê bavê we kim, hûn 101 salî ji Tirkan re xizmetê bikin, hûn di çavê wan de her Kurd in, terorîst in û dijminê dewletê ne, xelas!
|
|
Aha gunikreþên Lotikxanê ev mêr in ha

Zinar Qelemþûr- 23/05/09- Stenbol- Hema bêjin Lotikxane ketiye TRT6ê. Bi ellawekîl hew nemaye ku Lotikxane û TRT6 bibin kirîvên hev û xwînê di dawa hev de birjînin. Lê vê carê Faqûrê me tirr ji tirs û newêrekîyê berda û wek beranê kol got:“Ez nivîskarê Lotikxanê me qerdeþim, heçê qebûl neke ji vî ve“ û wek mêran pesnê Lotikxanê di bernama Guler Iþik de da.
Berî bi çendakê dîsa nivîskarekî Lotikxanê „Bavê Ronahî“ bûbû mêvanê bernama Bûka Baranê û pesnê Lotikxanê dabû (helbet gotinên wî bi kêr û meqesan hatibûn sansûrkirin) û gotibû: „Aha malper ev malper e, hem xalis muxlis Kurdî ye, hem jî qûþê li asîmîlasyonê diqetîne“ filan û fîstan.

Welhasil, mesela min li ser boxê berana Farûqê Devliken bû.
Farûqê me wek „Tûrîst Omer“ cil û bergên kesanedî li xwe kiribû, þevqeyek ji a Çoban Sulo Demîrel xweþiktir û seksîtir dabû serê xwe, rîha xwe ji a Ûsama Bîn Ladîn dirêjtir kiribû û bi bejna xwe ya 2 metro dirêj wek darek çinarê disekinî. Te digot qey ne Gulerê lê ew xwedîyê bernamê ye, serbest û jixwebawer lotikên Kurdewarî davêtin derûdorê û bi helwesta xwe dixwest bêje:“Aha Lotikxanecî ev gunikreþ in ha“ û dilê me rehet kir.

Ezê zêde dirêj nekim û serê xwe û we neêþînim. Lê ez karim bi dilxweþî bêjim ku Lotikxane ji gellek kesan re bûye berhema bawerî û xwegihandinê, bûye dibistana xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî û her ku diçe zêdetir bala Kurdperweran dikþîne.
Ez bi vê minasebetê wek xebatkarekî Lotikxanê Farûqê me pîroz dikim û herdu gunikên wî dixwim. Hem jî bi xavî haaaaa….
|
|
Caferê me tirr ji Ortaco berda

Zinar Qelemþûr- 14/05/09- Stenbol-Lotikvan û qamqutê nîvmetro Serdar Ortac, dema ku hunermend Ahmet Kaya sax bû û di xelatên muzîkê yên Lral TV de gotibû “ezê klîpek bi Kurdî çêkim”, hatibû darizandin û qûnekê Ortac çetelek avêtibû Ahmet Kaya.
Welhasil, tu nabê ev lotik di dilê xortê Kurd Cafer Arat de bûbû kul û gotibû:”Bi sê telaqan, ezê rojekê heyfa Ahmet Kaya ji vî qûnekî hilînim û tirrê jê berdim” û sûnd xwaribû.
Axir, dibêjin Serdar Ortacê nîvmetro û pozmezin, beþdarî þahîya xelatên Kral TV bûye û Caferê me jî rastî oxlim hatiye. Gava Caferê me çav li gotlaqo bûye, çavên wî wek pizotên êgir sor bûne, agir ji dev û pozê wî pijiqîye û gotiye “peleqqqqqqq” û kulmek (buksek) li serûçavê Serdaro xistiye. Serdarê nîvmetro bi buksa Caferê me re bi xwe de rîtiye, bûye tirtira qûna wî û li erdê bûye pîj.
Ez serê we neêþînim, piþtî ku Ortaco bi ser hiþê xwe hatiye, Ahmet Kaya li ber çavê wî þîrîn bûye û gotiye:”Ez bi bacana nav þeqê dêya xwe kim, min pir ji Ahmet kaya hez dikir qerdeþim, wîî” û hiþê wî hatiye serê wî. Îcar piþtî ku lotikek ji Caferê me xwar, mêro hew kare bê “badygard-zêrevan” bigere. Êêêêêêê helbet canim, ma lotika Cafer Arat ji bîra wî diçe!
Welhasilî kelam, ez bi navê sîxurên Lotikxanê yên li Stenbolê, vê lotika Cafer Arat pîroz dikim û hêvîdarim ku Kurd yev wek Caferê me kîndar bin, xîreta wan bijene û heyfa xwe ji kesekî re nehêlin û hûn sax......
|
|
Mêro dixwaze bibe postecîyê Îmralîyê

Zinar Qelemþûr- 08/05/09-Stenbol- Aha nîþanek ji nîþanên qiyametê jî ev e. Ertûgrûl Ozkok û rabe hebûna pirsa Kurd qebûl bike û çareserîyê jê re bixwaze? Law ma rovî û sûk?’
Welhasil, piþtî ku nivîskarê qirase Hasan Cemal çû Qendîlê, bi Murat Karayilan re hevpeyvîn kir û lotikên bêîman avêtin, hinek ji nivîskarên Tirk li qûna xwe zor anîn û li dij wî derketin ku çima çûye Qendîlê ber lingê terorîstan. Lê hinek jî piþtgirî dan Hasan Cemal û bi sê telaqên bê fitû qûnd xwarin ku wî karekî baþ kiriye.
Axir, yek ji wan lotikvanên ku piþtgirî dane Hasan Cemal jî gerînendeyê giþtî yê rojnama Hurrîyetê sayin pozmezin Ertûgrûl Ozkok e.
Ozkokê ku berê wek marekî reþ êrîþî Kurd û doza Kurd dikir, îro hebûna pirsa Kurd qebûl dike, çareserîyê di lotikên eskerî de nabîne û dibêje:“Na babam, dînime îmanime êdî me fêhm kiriye ku li welatê me pirsa Kurd heye û ev pirs bi zîtirkên eskerî naçeser nabe. Êdî em di sedsala 21ê de dijîn qerdeþim, konjukturên navnetewî hew rê dide asîmîlekirin û kuþtina etnîkî cîgerlerim, êdî bes e!“ filan û fîstan.
Tew mêro wek siwarê hespê boz bi rehwanî dajo û dibê:“ Allahime kîtabime Hasan Cemalê me lotikek xweþ avêt, peyamên baþ ji me re anîn. Heger Serokkomar Abdullah Gul û Serokwezîr Erdogan biaqil bin, wê Hasan Cemal dawetî koçkê bikin û lê guhdarî bikin“ û guhê herdu serokên Tirkiyê dikþîne.
Lê lotika xweþtir ev e ku Ozkok, serê hespê boz berdaye, berê xwe daye girava Îmralîyê û ji serekerkanê artêþê dixwaze ku destûrê bide wî da ku biçe Îmralîyê Abdullah Ocalan bibîne û çayekê pêre vexwe. Hetta belkî pêre bi dam û satrancê jî bilîze. Sayin pozmezin Ozkok dibêje:“Gurçiklerim, Hasan Cemal ji Qendîlê peyamên xweþ ji me re anîn. Ez jî dixwazim biçim Îmralîyê û peyamên hîn xweþtir bînim. Ger ez karibim ji Îmralîyê peyamekê bînim û ew peyam xizmeta aþtîya Tirkiyê bike, ez amade me bibim postecîyê Îmralîyê jî“ filan û xeftan.
Welhasilî kelam, sayin pozmezin Ertûgrûl Ozkok çû erþ û dawîya dawî hat ber gunikê reþ. Nerî ku bi asîmîlasyon û înkarê Kurd xelas nabin, mecbûr ma hebûna Kurdan qebûl bike û berê trimbêla xwe bide girava Îmralîyê. Îcar xwe dighîne Îmralîyê xwe naghîne, trimbêla wî bi rêya Îmralîyê de diqulipe naqulipe ez jî nizanim.
|
|
Ha sicûqê wan ha sicûqê kalkê min Hiso

Zinar Qelemþûr- 26/04/09-Stenbol- We li heyata darê dinyayê dîtiye ku yekî Tirk tiþtekî baþ kiribe yan xêrek bi kesî kiribe? Bawer nakim. Lê ku mesele tê ser sextekarî, bêbextî, dizî, zinêkarî û çetetîyê, kes di ser wan re tune. Mesela sicûqan (rovîyên dagirtî lo) jî yek ji marîfeta wan e.
Berê digotin goþtê ker û bergîlan dixin nav sicûqan me bawer nedikir. Lê piþtî çend ker û qantir di qesabxaneyên wan de hatin girtin, hiþê me hat serê me. Û niha jî dor dora sicûqên sexte ye.
Li gora lêkolîna lêkolînerên Zanîngeha Fatîh a Stenbolê, piranîya sicûqên ku li Tirkiyê tên çêkirin ji goþtê gennî, ji goþt û hestîyên mirîþkên nexweþ, ji çerm û rehên heywanên cuda tên çêkirin. Hema hinek derman û nebatan pê dadikin, wan tevlihev dikin, dikin wek þorba nîskê û difroþin xelkê.
Îcar zarokên xelkê bi wan sicûqên wek kîrê kalkê min Hiso nexweþ dikevin, pê dimrin ne xema kîrê wan e. Hema pere têkevin bêrîka wan bes e, ma ji wan re çi nexweþî û mirina xelkê.
Axir, îcar tembîya min li we be gelî lotikvanan. Xirrê xwe bikin sicûq û bixwin, lê ji sicûqên Tirko nekirin û nexwin. Bi sê telaqên jinberdanê, dibêjin heta bi zelqên mirîþkan jî dixin nav wan sicûqan.
Ji min gotin û li we kirin qerdeþim.
Hûn sicûqên Tirkan dixwin, sicûqê kalkê min Hiso dixwin hûn bi qîma xwe ne wesselam…. De noþîcan be rebbî!
Lê ku hûn pê virikî bûn û qûn li we qetya, nebêjin Zinar Qelemþûr ji me re negotibû haaaaa….
|
|
Google jî ket dora tenûrê

Zinar Qelemþûr- 15/04/09-Stenbol- Piþtî ku Youtube li Tirkiyê hat qedexekirin, niha jî dora tenûrê hatiye motora Googleyê.
Dibêjin Komela Ramana Atatirk (ADD) ji bo ku di hinek malperên înternetê de heqaret li bavê wan Atatirk tê kirin, gilînameyek dane dozgerîya dewletê û tê de gotine: "Êdî bes e! Bi rêya doxîna Googleyê heqaret li bavê me tê kirin qerdeþim, em hew qebûl dikin. Yan Google bidin girtin û yan jî çareserîyekê ji van lotikên bêîman re bibînin, em çiriyan looooo" filan û fîstan.
Îcar bav û kalên me çi dibêjin hûn zanin?
Dibêjin:"Filankeso ji bin xwe þil e". Ango, kesê eyba wî hebe ditirse ku eyba wî derkeve holê û qûna wî belbelotî bibe.
Îcar ev jî mesela me û qardaþlarên me yên Tirk in.
Yaw qerdeþim, ma hûn dergevan û bekçîyê malperên înternetê ne hûn dixwazin filan yan bêvan malperê bidin girtin ha? Yan hûn ji bin xwe û bavê xwe þil in û ditirsin ku qûna reþ û spî derkeve meydanê? Bavê me û bavê me, filankeso heqaret li bavê me kir, bêvankeso heqaret li bavê me kir. Madem hûn ewqasî ji bavê xwe hez dikin, bi guhê wî bigrin û wî ji înternetê derxin qerdeþim? Çi îþ û karê bavê we di înternetên xelkê de heye yabo, iiii ihiiii?
Na na wilo nabe.
Hûn bi a min dikin dev ji girtina Youtube û Google berdin. Hema yekser înternet, televizyon, radyo, telefon, satelît û hetta name û mektûban jî qedexe bikin û hew.
Bi sê telaqên Çoban Sulo, ne wilo be hûn nikarin ji heqaret û lotikên ku li bavê we dikevin xilas bin, wîî!
Em bêjin we Google da girtin û hûn ji lotikên ku li bavê we diketin xilas bûn.
Û dêya we?
Hûnê çilo nehêlin ku xelk doxîna dêya we neþemitînin hemþerim?
|
|
Çend lotik ji Newrozê
Zinar
Qelemþûr- 21/03/09-Stenbol- Talîya talî
sayin Tirko qerdeþlerimiz Newrozka me kirin a xwe û tirr ji me û Newrozka me
berdan. Newroza ku bi hezarê salane ji alî Kurdan ve dihat pîrozkirin, îro
namûsa wê bûye pênc pere û Tirkan ew kirine “Nevruz”. Tew TRT1 ê di
20.03.09an de bi bernama Newrozê de digot:”Newroz cara pêþîn di 1920an de ji
alî Mistefa Kemal Atatirk ve hatiye pîrozkirin”. Erê kuro! Kemal Atatirk û
Newroz law?
Weyla kerê min di qûna derewînan kute erê wele û hew, pek li van derewên bêsînor û 101 carî pek....
Tew nemaye ku mêrikan bêjin “Atatirk Kawayê hemdem e” ellawekîl. Rojekê vê jî bêjin ecêbmayî nemînin qerdeþim. Malê bêxwedî çi tê serê wî? Dibe malê xezînê. Malê xezînê çi tê serê wî? Kî berê bigihê qûnê lê diqetîne û ji xwe re dibe û xelas. Ma go Kurd li malê xwe xwedî dernekevin, çima wê Tirk li ser koka me rûnenên cîgerlerim? Aferîn ji wan re wesselam.
Welhasil, Newrozka me bû “Yuce Tirko milletinin anlî û þanlî Tirk bayremî” û me Kurdan jî pê girt.

Li Stenbolê girgirekên dewletê, walî Muammer Gulen, nûnerên komelên Tirkan, sermezin û pozmezinên dewletê ji qewla wan ve “Newruz” pîroz kirin û xwe di ser êgir re qevizandin. Li ser bextê kerxanecîyên taxa Karakoyê be, dibêjin gava walî sayin Muammer Guler ê Mêrdînî xwe di ser êgir re qevaztiye, navtenda þerwalê wî gotiye “çîîîîrrrrrrrr” û qetyaye û pêre pêre dengê çend tirr û fisên gennî li derûdorê belav bûye. Ji xwe rebeno qamkinik e, îcar heta xwe di ser tiþtekî re diqevêze, bêhn lê diçike û dibe fiþe fiþa pozê wî.
Piþtre serokê þaredarîya mezin Kadîr Toptaþ û qomûtanê eskerî Tumgeneral Abdullah Dalay, serokê belediya Fatîh ê Mustafa Demîr û çend sermezinên din jî xwe di ser êgir re qevaztin û çend çirûskên êgir bi qûna wan ve zeliqîn.
Walî Muammer Guler û Kadîr Toptaþ, di derbarê naveroka Newrozê de çend çîrokên xweþ gotin û li ber wan çîrokan rabûn govenda “kê kir kê”. Xwedê heye, bi xweþî behsa naveroka Newrozê kirin. Erê negotin Newroz cejna Tirka ye, lê bi çîrokên yek dewlet, yek al, yek millet çend lotikên beredayî avêtin û behsa giringiya yekîtî û bratîyê kirin.

Li derûdora Colemêrgê jî general û serdarên artêþa Tirk bi minasebeta pîrozkirina cejna Newrozê, bi gundîyan re govend girtin û li ber stranên Kurdî û Tirkî rabûn lotik û zîtirkan, dê weledê xwe avêt. Lê a xweþtir ew bû ku li Enqerê balyozê Amerîkî mîster James Jeffrey û Wezîrê Kulturê Ertugrul Gunay, Newroz pîroz kirin û wan jî xwe di ser êgir re qevaztin.
Dîsa li ser bextê diz û çeqelên kolanên Enqerê be, dibêjin gava mîster James Jeffrey xwe di ser êgir re qevaztiye û qaþo xwestiye mêranîya xwe pêþ xelkê bike, bizotek agir pengizîye û ketiye nav þerwalê mîster Jeffrey. Wî bizotê êgir çend rûvên nav þeqê wî û çend ta mûyên arkuna wî þewitandiye û agir bi doxîna Jeffrey beg xistiye. Îcar di wê kelekela þewata nav doxînê de mîster Jeffrey çend tirr û fis kirine xwedê zane. Hinek dibên 10 tirr kiriye, hinek bi sê telaqan sûnd dixwin go 101 tirr kiriye. Tew ji xwe tirrên go Ertugrul Gunay beyefendî kirine bê hed û hesab in.
Îcar navê vê Newrozê jî kirine çi hûn zanin gelî xwendevanan? “Turk Dunyasi Nevruz Þenligi”

Weyla hûn di devê me Kurdan de birîn û hew! Ma law go Kurd Kurd bûna, çima wê nevê wê nebûba “Kurd Dunyasi Newroz Þenligi” haa? Dîsa aferîn ji we re oxiller....
Di vir de Midurê Giþtî ê þîrketa TURKSOYê sayin qûnek Dusen Kaseînov, di axavtina xwe de Newroz kir Newroza Tirkan û got ku qaþo ev 5 hezar sal in Tirk vê cejnê pîroz dikin. Min di qûnê kuto erê welle, gava Kurdan Newroz pîroz dikir we hê nizanîbû bê agir çiye û we goþtê xwe xav xav dixwar oxlim, wîî!
Axir, lê xwedê heye. Wezîrê Kulturê Ertugrul Gunay rabû lotikek bêîman li qûnekê Dusen Kaseînov xist, tirr jê berda û got.”Newroz ne tenê ji alî Tirkan, lê herweha ji alî Kurdan, Faris û Ereban jî tê pîrozkirin (Ereb ji ku derketin qerdeþim. Ma nîjadê Samî û Newroz?). Ev cejn cejna rojê ye” filan û fîstan. Welhasil, baþ xirab, Ertugrul Gunay ev tirr ji sayin qûnek Kaseînov re nehiþt û ew derewîn derxist.
Ez serê we û Newrozê neêþînim, Newroza 2009an li temamê Kurdên bi namûs pîroz û bimbarek be. Namûs ne tenê parçek goþtê nav lingê jinê ye, namûs her tiþt e. Kesê ku pozê wî ji tiþtê piçûk neþewite, wê ji xiyarê nav lingê min jî neþewite û hûn sax!
|
|
Bi namûsa nanê me jî lîztin

Zinar Qelemþûr- 04/03/09- Stenbol- Ya starrrrrrr û 101 carî ya star ji destê van segbavên Tirk û Virqên Hacûc û Macûc. Law bêbavan namûs, tore û adet bi xelkê re nehiþtin, li her tiþtên xelkê xwedî derdikevin, bi namûsa kultur û adetên wan dilîzin, wan li gora xwe virde wêde bêxîret dikin û ji xwe re dikin mal kuro, pekkk! Bi ellawekîl, þeytan bi þeytanîya xwe nikare wek van Tirkan dek û dolaban li serê xelkê bigerîne, wîî!
De binerin, dolheraman tiþtek nemaye ku xwedî lê derneketine. Hema çi dibînin hew we dît mohra “Turk Mali” li ser qûnê xistin û kirin malê xwe. Meselen nanê lewaþ.
Wek hûn zanin û wek Tewrat, Incîl û Qurana pîroz jî dibêje, Xwedayê bê þirîk Adem û Hawa li Kurdistanê, di nav “Bexçê Bihuþtê” de (Garden of Eden) afirandiye. Li gora ku mirovatî ji Adem û Hawa zêde bûye û Adem û Hawa jî li ser xaka Kurdistanê afirî ne û %100 Kurd in, wî çaxî tê wateya ku Kurd bavê insanetîyê û medenîyetê ne. Lê heyf û mixabin ku nevîyên Adem û Hawa, torinên Kawa, Ristemê Zal, Ebû Mislimê Xoresanî, Ferîdûn û Xelîl Brahîm, dev ji her tiþtên xwe berdane û wek miþkên ku ji ber pisîkê birevin ji tore û adetên xwe, ji dîroka xwe, ji xwe direvin.
Axir, mijara me li ser nanê lewaþ bû, yanî nanê sêlê lo.
Li gora ku firincîyên Lotikxanê bi dest xistine, ev tam 65 hezar sal in ku Kurd nanê lewaþ dipêjin û dixwin. Ji xwe ji roja ku çandinî li Kurdistanê dest pê kiriye, Kurdan nanê sêlê, yanî nanê lewaþ li sêlê xistine û zikê xwe pê nepixandine.
Li ser bextê “Navenda Lêkolînên Firincîyên Hacûc û Macûcan” be, dibêjin gava Tirk ji Moxolistanê dest bi talankirina tore û adetên xelkê kirine, di tûrik û xurçikên wan de “tepikên rîxa bergîlan” hebûye û ew tepikên rîxê wek nan dixwarin. Û hetta mîza bergîlan jî wek þîr û eraq vedixwarin, pê gêjomêjo dibûn û ketûber diketin nav xelkên din, ew dikujtin û li talanê wan dixistin.
Piþtî ku di 1071ê de li Çardêranê Kurdên ehmeq derîyên xwe ji Hacûc û Macûcan re vekirine û ew fêrî medenîyetê kirine, hema rabûne li ser adet û toreyên Kurdên xwelîliser rûniþtine û bi sê telaqên jinberdanê sûnd xwarine ku nanê lewaþ nanê wan e û mohra “Turk Mali” bi qûna nanê lewaþ ve zeliqandine.
Welhasilî kelam, sayin Tirkekan bi namûsa nanê me lewaþ jî lîztin, ew herimandin, vîtamîn û kalorîyên di nav de derxistin û navê wî nanî kirin “Turk Mali LAVAÞ”.
Ê helbet canim, gava Kurd li malê xwe xwedî dernekevin çi dibe? Wê xelk jî wan bidin ber lotik û pehînan û li ser koka wan rûnin û hûn sax......
|
|
Pozmezinler Meclîsî

Zinar Qelemþûr- 19/02/09- Stenbol- Piþtî „Encumen-î Daniþ“ eþkere bû, niha jî grûba „Dostlar Meclîsî“ dest bi zîtirkan kir.
Li ser bext û namûsa (ku hebe) Ismaîl Hakki Karadayi be, dibêjin kaseta sêyem a Karadayi derketiye piyasê û mêro ji hunermendan zêdetir kasêtan derdixe. Rebenên hunermendan salê kasêtekê derdixin, lê pozmezinê Karadayi di nava mehekê de sê kasêt derxistin piyasê û nav bi dû xwe xist. Baþe ku dengê wî ne xweþ e. Ku dengê wî xweþ ba, bi ellawekîl wê rojê kasêt û CD yek derxista kuro, wîî!
Axir, serekerkanê kevnar û pozmezin Ismaîl Hakki Karadayi, di kasête sêyem de behsa hebûna grûba „Dostlar Meclîsî“ dike û xuyaye bi xwe jî endamê „Zinêkarlar Meclîsî“ ye. Mêro hem endamê „Encumen-î Daniþ“ e û hem jî endamê „Dostlar Meclîsî“ ye.
Li ser bextê kerxanecîyên bajarê Stenbol û Enqerê be, dibêjin ev herdu grûb (Encumen-î Daniþ û Dostlar Meclîsî) wek dê û bavê çeteya Ergenekonê ne û dewleta kûr bi xwe ne. Lê Karadayi jina xwe ji xwe berdide û dibêje ku ew ne serokê Ergenekonê ye filan û fîstan.
Welhasil, Encumen-î Daniþ, Dostlar Meclîsî, Ergenegû, JÎTEM û dewleta sererd û binerd tev ji bin serê van generalên pozmezin û dewþîrme derdikevin wesselam.
Îcar ku sibê grûba „Encumen-î Kê kir kê“ jî derkeve piyasê qet ecêbmayî nemînin û hûn sax…..
|
|
Oxira te ya Filîtê Quto be cîgerim!

Zinar Qelemþûr- 05/02/09-Stenbol- Sarp Kuray sûbatey ji „Rêxistina 16ê Hezîranê“ ya 1968an e. Mêro demekê li Ewrûpayê ket nav bazara narkotîkê û piþtre vegerîya Tirkiyê.
Piþtî mesela çeteya Ergenekonê derket holê, bi devê xwe ji çapemenîyê re got ku „wê demê dewletê em bi kar anîbûn“ û li xwe û hevkarîya dewleta xwe mikur hat. Mêro xwest bêje ku ew wek zilamên dewletê bi navê çepîtîyê ketibûn nav tevgera çep a Tirkiyê û lotik davêtin.
Welhasil, ji ber sûcên wî yên kevn, cezeyê hepsê lê hatibû birrîn û mêro rabû xwe radest kir. Balkêþ e ku hevalê wî yê kevnesûbay (efser) ê Tirk Þamîl ALTAN îro di nava DTP de lotikan davêje û tew mêro endamê Dezgeha Rêveberîya DTP ye jî.
Wer xuyaye destê kê di bêrîka kê de ye kes nizane. Hema çi Tirkekî ku bi kêrî tevgera çepên Tirk neyê, hew we dît bi navê biratîyek sexte xwe avêtin nav refên DTP û bûn rêvebirên me Kurdên xwelîliser.
Îcar çi îþ û karê kevnesûbay Þamîl ALTAN ê Tirk di nava partîyek Kurd de heye qerdeþim? Serokê wî Sarp Kuray dibêje dewletê em bi kar dianî, ê baþe, kî Þamîl ALTAN efendî bi kar tîne kesek zane?
Law ma Kurd mirî ne ku Tirkan dikin serok û rêvebirên xwe ey hewarrrrr!
Bi sê telaqan ez beicîm hayhoooooooo!
|
|
Kûçik efendî pê girt

Zinar Qelemþûr- 07/01/09-Stenbol- Operasyona li himber Ergenekonê berfireh bû rojev dîsa serûbinê hev bû. Di operasyonê de gellek general, profesor, dekan û qûnekên din hatin binçavkirin. Xuyaye av çûye bin qûna hinek alîyên dewletê û dixwazin endamên Ergenekonê li bêjingê xin.
Mesela min li ser sayin qûnek Prof.Dr.Yalçin Kûçik bû. Yalçin Kûçikê ku wextekî ”can-cîger” dostê A. Ocalan bû û hema bêjin her roj di televizyona Kurdan de þîretên Kemalîzmê li Kurdan dikir, bi minasebeta endametîya Ergenegûyê hat binçavkirin. Çawa ku kurê dêlê Dogû Perînçek yek ji serkirdeyên Ergenegûyê derket û hat girtin, Yalçin Kûçik jî ket nav karwanê vê rêxistina terorîst a dewletê û qûn lê qetya.
Yalçin Kûçik, xwe wek berdevkê Ergenekonê didît û di her wesîlê de wek parêzerê Ergenekonê lotik davêtin û xwedî lê derdiket. Lê bi vê lotikê tirr têde bûn fiss û bû wek pîvazek xerabe, bêhn pê ket.
Welhasil, çembera li dor Ergenekona Tirk teng dibe. Lê wê kengî dor bê ser ergenekona Kurd xwedê zane. Heger di nav Ergenekonê de serok û siyasetmedarên Kurd jî derkevin qet ecêbmayî nemînin û serê xwe li dîwaran nexin.
Hew we dît di demek nêzîk de bombe teqiya û filankes yan bêvankesê Kurd wek Endamê Polîtburoya Ergenekonê derket holê. Hazir bin û zimanê xwe yê piçûk danequrtînin haaaa...!
De li ser xêrê be rebbî.
Me di Dogû Perînçek de biribû mabû dora Yalçin Kûçik. Wa wî jî pê girt û me di wî de jî bir.
|
|
Selaheddînê me tirr ji meselê berda

Zinar Qelemþûr- 01/12/08- Stenbol- Seloyê me lotikek çep avêt û xwelî li serê 101 bavê Kurdan kir. Kurdên ku bi salan bûn kole û mirîdên çepîtîya dewleta Tirko, îro jî bi navê çepîtîyê ji ruhê Kurdewarîyê bi dûr dikevin û malikê li xwe diviritînin.
Seloyê me ji rojnama Zamanê re çi bêje baþe? Gotiye:“Em û hikûmeta baþûrê Kurdistanê li hev nakin. Ew mihafazakar û rastgir in. Lê em çep û demokrasîxwaz in. Kurdistanek serbixwe çêbibe jî em Kurdên bakur baþûr ji xwe re nakin navenda cazîbê. Me berê xwe daye Ewrûpayê, daye Enqerê. Ew feodal, mihafazakar (paþverû) û tevgerek rastgir in. Em xwe wek demokrat, alîgirê mafê mirovan û tevgerek çep dibînin“ filan û fîstan.
Wille qerdeþim te mesele fasî kir. Te Kurdayetî xist qûna çepîtîyê û baþûrê Kurdistanê jî kir bi qurbana Tirkên dolheram.
Wey aferîn Selo qerdeþ!
Selaheddîn Eyyûbî bi navê îslamê em kirin koleyên Ereban, tu û partîya xwe jî bi navê çepîtîyê hefsar têxin stuyê me û me bikin kurtanê kerên Tirko babam. Çawa be kes hesab ji we naxwaze û em Kurdên bakur jî di guhê gê dene.
Ê de bajoooooooo, bajo siwaro bajooooo!
Dewleta Tirko jî dibêje ew feodal û serokeþîr in qerdeþim, êêêêêê, ferqa we ji hev ma çi?
|
Nivîsên berê |
Mistefa Lenîn Atatirk

Zinar Qelemþûr- 18/11/08-Stenbol- Hûn zanin gelî xwendevanan, carna meriv li paþeroja xwe, li derbasbûna xwe dinere, difikire û dibê:”Peeeekkkkkk, law ma me çawa dabû dû van Tirkan? Me çawa bi navê sosyalîzm, enternasyonalîzm û biratîya gelan bi salan wextê xwe li dû van dolheraman derbas kir? Em bûn çi û ew çi derketin?” filan û xeftan.
Lê piþtre ez ji xwe re dibêjim:”Kuro law ma ne ê ehmeq em bûn, ma sûcê Tirkan çiye qerdeþim, wîî! Ciwamêran siyaseta dewleta xwe meþandin û pelûla sosyalîzm û enternasyonalîzmê bi serê me de rijandin, bila me qûna wan nealasta û me nedaba dû wan babam” û lotikekê li xwe dixim.
Mebesta min di vir de ev e ku em Kurd wek mîhên mêþinî, yan jî haþa min hizûr gellek ji me wek kerên qûþqetyayî ne. Hema kî bi navê çi hefsar têxe stuyê me em didin dû wî û kurtanê wî li xwe dikin.
Me tucarî siyaset û polîtîkayek Kurdistanî nemeþandiye, neparaztiye. Me tucarî “Sosyalnasyonalîzma Kurdî” neparaztîye û nemeþandiye. Me tucarî “Senteza Kurd-Îslam” neparaztîye û nemeþandiye. Em nebûnê ê xwe, em xizmetkarên dîtin û îdeolojîyên xelkê ne û bi sedê salane ku em her xizmeta wan dikin. Lê Tirkoler ne wek me ne. Mêrikan her tiþtên xwe dixin bin xizmeta netew û dewleta xwe. Çi bi navê çep û rast, çi jî bi navê ol û quzilqurtên din, her û her xizmetkarên dewleta xwe û Kemalîzma xwe ne.
Welhasil, ev wêneyê jorîn derd û kulên min fûrandin û xwelîliserîya me anî bîra min.
Me bi salan Lenîn ji xwe re kir pêxember. Me bi salan li ser Lenîn, Stalîn, Mao, Hoþîmîn, Enwer Xoce û lotikvanên wek wan hevdu kujt û tirr ji hev berda. Me tu gûyek jî bisernexist û em li ser dûvê xwe rûniþtin. Lê çepên Tirko yeko yeko vegerîyan bin per û baskên dewleta xwe. Yên ku ajantîya wan eþkere bû û yên ku qaþo bi navê biratî û sosyalîzmê hîna jî di nav rêxistin û partîyên Kurdan de xizmeta dewleta xwe dikin û tirrê ji me berdidin.
Ez serê we neêþînim qurban. Hema li wêneyê jor binerin û ji xwe re bifikirin û hûn sax.
Mêro jî dest bi lotikan kir
Zinar Qelemþûr- 21/10/08- Stenbol- Polîsê Tîmên Taybet Ayhan Çarkin efendî, di bernama Star TV de dest bi lotikan kir û bersiva pirsên rojnamevan Ûgûr Dundar da.

Ayhan Çarkin yek ji wan kesa ye ku herî zêde Kurd kujtiye û hê bi sedan polîsên mîna wî li kolanên bajarên Tirkiyê bê tirs piyasê dikin. Sayin gotlaq di Star TV de behsa Ergenekonê kir û got:”Yaw qerdeþim, wan dêqehpan em bikar anîn. Min heta bi hezar (1000)kesî (Kurdî) kujtiye. Bi sê telaqên jinberdanê destê Ergenekonê di nava PKK û Hizbûllahê de jî heye” filan û fîstan.
Tiþtê ecêb çiye hûn zanin gelî lotikvanan?
Bi ser ku ev qatil û canîyên Kurdan tên naskirin û di kolanên wek bajarên Stenbolê de bi serbestî lotikan davêjin, Kurdekî bi namûs lotikek li wan nexistiye û serê wan nexistiye quzê diya wan.
Ê tabî canim, Kurd ji Kurd re xurt e, þêr û piling e. Lê ku dor tê ser qatilên gelê Kurd, dibin miþk û pisîk û destê xwe nadin zilamên dewletê.
Çima?
Yan birastî jî hûn heval û þirîkên hev in cîgerlerim?
Lotikxanê dosya sor bidest xist

Zinar Qelemþûr- 14/10/08-Stenbol- Belê, Tirk dawîya dawî mecbûrî Kurdekan bûn û heyeta wan li Bexdê bi Serok Barzanî û Mam Talabanî re rûniþt.Yanî, Tirk çûn erþ lê dawîya dawî hatin ber terkê reþ. Herçiqasî di derbarê naveroka plan û projeyên ewlekarîya dewleta Tirko de daxuyanî nehatibin dan jî, lê sîxurên Lotikxanê naveroka plana ewlekarîya Tirkiyê a ku pêþkêþî Serok Barzanî kirine, bidest xist.
Li gora ku sîxurê me dibêje, naveroka plana ewlekarîya Tirkiyê ji van xalan pêk tê û Pêþniyazên Tirkiyê ev in:
1- PKK bi tenq û top û firokeyan nayên zeftê. Emê li herêma Zap, Avaþîn, Xakurk û Qendîlê xefkên miþka deynin û hetta li hinek ciyan jî dehfikên kewa deynin da ku gerîlla têkevin xefkê û bên girtin. Ji bo vê jî wê 3 hezar xefk û dehfik ji Amerîkayê bên kirîn.
2- Heger PKK bi xefk û dehfikan xelas nebe û gerîlla nekevin van xefkan, emê ji ezmanê heftan çiya û zinaran bi ser çiyayê Qendîlê de bigindirînin û generalên PKK ji þikeft û qul û kewêran derêxin.
3- Heger ev jî biserneket, emê çiyayên Zap, Xakurk û Qendîlê ji baþûrê Kurdistanê rakin, li ser piþta çend keran kin û bînin li nêzîkî Anitqebîrê deynin. Belkî hema sawa Sarioxlan têkeve dilê generalên PKK û ji qidûm bikevin.
4- Na heger vê jî fêde nekir, emê hewara xwe bighînin „Çingiraqli Fethûllah Þêx Hezretlerî“ û bila bê li ser gerîlla bixwîne, pifke devê wan, çend niviþt û bazbendên Kemalîzmê ji wan re çêke û wan bîne îmanê.
5- Na ku ev jî nebû, emê çend mankenên wek Ebrû Þalli, Tûgba Ozay û Nefîse Karatay têxin bin emrê Bulent Ersoy û Fatîh Urek, bila bên li Qendîlê konseran bidin û doxîna gerîlla sist bikin. Belkî hema bi xêra wan mankenan „ew tiþtikên nav þeqê gerîlla“ zora gerîlla bibin û bên Stenbolê di meyxanan de li ber strana „Olursem kabrime gelme istemem“ mest û radest bibin.
6- Na ku ev jî nebû, îcar emê Muslum Gurses biþînin Qendîlê û bila strana „Bu benim meselem“ ji kezebê bixwîne. Belkî hema gerîlla bi cilêtan têkevin nava hev û hevdu tiraþ bikin
7- Na ku ev jî nebû û em mecbûr man, îcar emê li Enqerê Ehmedê Mala Sîno dawetî ser masê bikin, þûþek eraqa cemidî deynin ser masê, kasêta Gerebêtê Xaço deynin ser, û li ber strana „Hesenîkê Mala Mûsa“ lihevhatina aþtîyê îmze bikin.
Belê gelî xwendebanên Lotikxanê. Naveroka plan û projeya heyeta Tirkiyê hema bêjin di vê çarçewê de ye ellawekîl. Îcar hûn bawer dikin nakin bi korima we kiriye û hûn sax!
Laçîner lotikek li generalan xist

Zinar Qelemþûr- 11/10/08-Stenbol- Generalên Tirk çareserkirina pirsa Kurd di þer û pevçûnê de, di înkar û tunekirinê de dibînin. Lê lêkolîner, pispor û gellek ji nivîskarên naskirî yên Tirkiyê berevayî vê, çareserîyê di naskirina ziman û nasnama Kurdî de dibînin û generalan didin ber lotik û pehînan.
Serokê Dezgeha Lêkolîna Stratejîya Netewî USAKê Sedat Laçîner, general dan ber lotikan û li vajayî dîtina generalan qebûlkirina þert û þirûtên herêmê û azadkirina axavtina zimanê Kurdî parazt.
Laçîner di derbarê PKK, baþûrê Kurdistanê û rewþa herêmê de lotikên xweþ avêtin û got: „Cîgerlerim, dînime îmanime pirsgirêk bi înkarkirin û qedexekirina zimanê Kurdî hel nabe. Divê Tirkiyê navbera xwe û Kurdên baþûr xweþtir bike, berê Kurdistanê ji Bexdayê bide Enqerê û em bibin krîvên hev. Yan na, em bi inkarkirin û nedîtina hebûna Kurdên baþûr nikarin tu gûyekî biserxin“ filan û fîstan.
Axir, piþtî ku serokkomar Abdullah Gul jî danûstendina bi rayedarên Kurdistanê re ferz dît û qebûl kir, êdî þûr simbêlê me Kurdan nabirre.
Êêêêêê, wê Kurdekanên me destên xwe dirêj bikin û wê Tirkekan jî bêjin „mirçççççççç“ û ramîsin ellawekîl.
Ma ka ji vê xweþtir kaka?