|
Lotikxane |

Zugurd Axa
|
Zor zane, zêr zane, devê tifinga mor zane |
De bajo Ufuk Uras bajoo!
Wekîlê serbixwe yê bajarê Stenbolê Ufuk Uras, bi þeþ telaqan sûnd xwar ku ewê piþtgirîya xwe bide partîya BDP û wan di meclîsa Tirko de bike grûp.

Wek hûn zanin, Ufuk Uras bi xêra DTP ketibû meclîsê û bûbû wekîl. Lê piþtre ji DTP veqetiyabû û ew bi tenê hiþtibûn. Lê va ciwamêr bi wefa derket, xêra DTP ji bîr nekir û wê alîkarîya BDP bike.
Ufuk Uras, bi þeþ telaqan sûnd xwar ku el helwesta wî tenê jestek e û ewê di meclîsê de BDP bi tenê nehêle. Lê dîsa got ku ewê di dezgehên BDP de cîh nestîne û ewê xebata xwe ya ji bo damezirandina partîyek çep bidomîne.
Axir, Ufuk Urasê me bi wefa derket û qencîya ku DTP pê kiribû ji bîr nekir.
De xwedê miradê Ufuk Uras bike û li axretê 70 horîyan bike qismetê wî rebbî..
23.12.2009- Tirkiye
Ev 80 sal in hûn þerefsizîyê dikin, ma DTP carekê kiribe eyb e ewladim?
Gelo kî þerefsiz e? Cafer Tatlibal (jehr bal) yan DTP?
Wekîlê partîya AKP ê bajarê Konyayê Cafer Tatlibal, di civînek çapemenîyê de tirrek kir û bêhn bi ser xwe xist. Ewladim Cafer, di civînê de qaþo behsa pêvajoya îro kir û lotikek bergîlkî avêt.

Cafer Tatlibal, got ku „ me dixwest pirsgirêka 30 salî ya PKK çareser bikin, lê DTP þerefsizî (bêþerefî) kir“ û xwest bêje ku DTP bi pêþewazîya qasidên aþtîyê bêþerefî kiriye û karê wan têk biriye.
Ûlan ewladim Tatlibal, oxlim, ev 80 sal in dewleta we li himber Kurdan bêþerefîyê dike, ma DTP carekê bêþerefî kiribe pir e cîgerim? 80 sal in bi înkara hebûna milletê Kurd we bêþerefîya herî mezin kiriye, ma DTP carekê kiribe guneh e?
Axir, Tatlibal di dawîya axavtina xwe de hinek tiþtên rast jî gotin ha, xwedê heye.
Çi got?
Got:“Bi sê telaqên jinberdanê hinek alî naxwazin ev þer bisekine. Hem di nava Tirkan û hem jî di nava Kurdan de hinek terefên ku ji vî þerê qirêj berjewendîyek mezin bi dest dixin hene. Ji ber vê jî herdu alî naxwazin aþtî û refah çêbibe“ filan û fîstan.
Werhasilî kelam, Celal Tatlibal li himber DTP bêþerefî kir, lê bi gotina hinek rastîyan jî biþerefî kir wesselam…
30/10/09- Tirkiye
Bû profesor lê nebû insan
Zugurd Axa- 03/10/09- Tirkiye- Hinek dibêjin: „Meriv bi xwendinê dibe insan“. Wey herama xwedê be go rast e. Gava insanetî di xwîna meriv de tunebe, tu bibî profesor jî, bibî fîlozof jî virt û vala ye.

Werhasil, mesela me li ser profesor û doktorên Tirk bû lo. Meselen wekîlê bajarê Mersînê yê partîya MHP sayin pozmezin Prof.Dr. Akîf Akkûþ.
Akkûþ efendî (xiyar ne li gor paþnavê xwe ye jî ha. Paþnavê wî tê wateya çûkên spî, çûkên aþtîyê) li bajarê Tarsûsê qaþo li ser mesela Kurd axivî û kalkê min bera ser pîrka xwe da.
Profesorê ne profesor, di derbarê hebûna Kurdan de jina xwe ji xwe berda û got:“Jina min ne jina min be, milletek bi navê Kurd tuneye. Di dîroka Tirkiyê de milletek bi navê milletê Kurd çênebûye, ev tev çîrok û çîrçîrok in“ û serê xwe xist qûna bavê xwe.
Îcar çi ferqa vî profesorî û dahbeyekî xwedê ji hev heye ka hûn nabêjin? Îcar mêro qaþo profesorê Ergnîgarîyê ye (coxrafya) haaaa, tew mala minê tew!
Olan oxlim, heyla te qûna Kanûnî Sultan Suleyman alasto, ma te ergnîgarîya dewleta Osmanî jî nexwendiye ewladim? Ma te nexwendiye go Kanunî Sultan Suleyman dibêje:“Ez ku siltanê filan, filan, filan welatî û ê Kurdistanê me“ û xirrê xwe li te û profesortîya te diceribîne ha?
Na na, bi her sê telaqên jinberdanê, ez bi gora Kanunî Sultan Suleyman kim, Akîf efendî ne di zanîngehê de xwendiye lo. Hebe nebe ew di koxika mirîþkan de bûye profesor ellawekîl.
Herkesî tiþtek jêkir
Zugurd Axa- 13/09/09- Beyoxlî-Stenbol- Hûn zanin, doh bîranîna darbeya eskerî ya 12ê Îlona 1980î bû. Arnawût
Kenan
Ewrenê ku di 12ê Îlona 1980î de dest danî ser hikim û namûs bi xelkê re nehiþt,
îro di 80-90 salîya xwe de li nexweþxanê dirêjkirî ye û nebixêr wê bi emrê xwedê
bimre. Çi fêde ku qûnenekî bi namûs derneket û serê wî nexist qûna bavê wî,
lotikek bêîman lê nexist.
Axir, li taxa Beyoxlûya Stenbolê, grûpek çepgir kom bûn û di salvegera 12ê Îlonê de darbeya keran rûreþ kirin û darek xistin Arnawût Keno. Hinek hunermendên wek Lale mansûr jî hatin û piþtgirîya xwe dan çalakîya grûpa çep û lotikek nermik avêtin. Lale Mansûr xanim, rahiþt meqesekî û çend tayên porê xwe bi ser 12ê Îlonê de jêkirin û qûna Kenan Ewren dax da.
Ez serê we neêþînim, piþtî ku min dî Lale Mansûr xanimê porê xwe bi ser 12ê Îlonê de kur kir, xîreta min qebûl nekir.
Rabûm ez jî ketim nav grûpê, min rahiþt meqes û alîyekî simbêlê xwe kur kir. Niha alîyek simbêlê min heye û alîyek tuneye. Bi serê min û we, haþa min hizûr, bi vî halê xwe devê min bûye wek quzê kerê lo. Alîyek bi simbêl û pirç e û alîyê din jî wek qûna Arnawût Keno þahîk û þimatokî ye.
Lê bawer bikin dîsa jî ez þikra xwe ji xwedayê xwe re tînim.
Çima hûn zanin?
Ji ber dibêjin hinekên ji vê grûpê, ji bo protestokirina 12ê Îlonê, xirr û gunikên xwe jî dane ber kêran û jêkirine.
Îcar bila ê min simbêl be û ne hêk û xiyar bin qurban…
Îcar wê qiyamet rabe

Zugurd Axa- 07/08/09- Tirkiye- Serokwezîr Erdogan û Serokkomar Abdullah Gul, di derbarê pirsa Kurd de lotikek avêtin û rojeva Tirkiyê serûbinê hev kirin. Ê helbet haya Serekerkan Îlker baþbûg jî ji vê lotikê heye haaa, yan na ma heddê bavê wan bû behsa çareserîya pirsa Kurd û avêtina hinek gavn bikin, na canim. Hersê alî lihevhatî lotikan davêjin û tirrê ji rojeva Tirkiyê berdidin.
Werhasil, lotik motik, lê Kasimpaþalî Erdo wê bi van lotikên germik û nermik di hilbijartinên pêþerojê de têra xwe ra û dengan bistîne. Ê helbet nivîskar û rewþenbîrên Tirk jî ketine ber bayê lotikên Erdogan û ha ha li ser mesela Kurd dinivîsin. Nivîskarên ku berê dîn dijminê Kurdan bûn, îro bûne wek mîhên mêþinî, sernerm bûne û piþtgirîya Kasimpaþalî Erdogan dikin. Meselen lotikvanê Tirk Hincal Ûlûç. Hincal Ûlûç kuro!
Nivîskar Hincal Ûlûç, di nivîsa xwe de bi sê telaqan sûnd dixwe û dibêje:”Jina min ji min berdayî be, bi hersê telaqên jinberdanê, heger Erdogan þer rawestîne û çareserîyê bibîne, ezê jî raya xwe bidim wî” û dide lotikan.
Tew mêro bi vê jî nasekine û dibêje:”Bila wek mêran gavan bavêje, bi ya kesî neke û guh nede wan xiyarên ku çareserîyê xeter dibînin. Ez vekirî dibêjim, ger di çareserîyê de alîkar be, bila bi Îmralîyê re jî hevdîtinê bike (yanî bi Ocalan re). Divê ji bo bextewarîya bi hezaran malbat, ji bo pêþeroja ciwanên me, hertiþtî bigre ber çav û gavan bavêje” filan û fîstan.
Hûn dibînin newlo gelî xwendevanan, hûn dibînin bê çawa zor gîzerê radike newlo? Ma law go ne ji berxwedan û lotikên Kurdan bûya, kesên wek Hincal Ûlûç dibûn wek mîhên mêþinî oxlim, na.
Axir, Hincal beg hevdîtina Erdogan û DTP pir girîng dibîne û di çareserîya pirsa Kurd û naskirina wê de gavek dîrokî û pêwist dinirxîne. Herweha helwesta serokê MHP Devlet Bahçelî û serokê CHP Denîz Baykal jî rûreþ dike û qûna wan dax dide.
Mesela me li ser berxwedan û bedêlê bû cîgerlerim. Kesên ku berxwedanê nekin û bedêlan nedin, nikarin ji tirsa jinên xwe herin avdestxanê jî ellawekîl....
Kera reben jî ket ber lotika dewletê
Zugurd Axa-23/07/09- Tirkiye- Dezgehên dewleta Tirk tu ferqê naxe navbera insan û heywanan. Hema cira xwe li kê xweþ kir, hew we dît go „terp“ û lotikek li nav serê wî/wê xist. Vê carê jî kera reben ket ber lotik û zîtirkên dewleta Roma Reþ.

Li Navçeya Aglasûn a bajarê Bûrdûr a Tirkiyê, Îlhan Taþtekîn ê cotkarî, kredîyê ji bankê distîne û Muammer Taþan jî dibe kefîlê wî. Piþtî ku rebenê Taþtekîn nikare deynê bankê bide, kefîlê wî Taþan hecizê tîne ser mala wî û lotikek kerîkî lê dixe. Ji ber ku tenê kerek Îlhan Taþtekîn heye, hema dest datînin ser kera reben, wê heciz dikin û derdixin mazatê ber firotinê.
Axir, rebena kerê di mazatê de nehat firotin û kesî pênc qirûþ pê nedan. Îcar dibêjin kera reben xistine axurekî û wê hefta pêþîya me dîsa wê derxin mazatê ber firotinê.
Werhasil, li ser bextê bergîl û qantirên bajarê Bûrdûrê be, dibêjin kera reben di axur de bûye tirre tirra qûna wê, daye lotik û zîtirkan û ziryaye, gotiye:“Weyla li min xerîbê, weyla li te xerîbê, bê þens û nesîbî xwedê nekim kes bê xwedî bê“ û hêsrên xwe barandine.
Ez wek Zugurd Axa, bi navê Lotikxanê derbasbûnê ji kera reben re dixwazim û jê re dibêjim:
- Kerê, hey xwelîliserê, kanîn lotik û zîtirkên te kezîkurê? Ma tu mirîye law? Hema gava carek din hatin hefsar xistin stuyê te û berê te dan mazatê, çend pehîn û lotikan li nav þeqê wan, li gunikên wan xe û vê tirrê ji wan re nehêle peppûkê, wîî! Gunikên çend hecizkeran biteqîne û te îþ pê tune. Heger carek din nêzîkî te bûn ji xwe ez bi tiþtekî nizanim û xelas, wey!
Civaka Tirk bûye þorbe

Zugurd Axa- 02/06/09-Konya- Birastî gava meriv nûçe û bûyerên li Tirkiyê diþopîne û dixwîne, meriv ji desthilanîn dikeve. Civaka Tirkiyê ewqasî ji hevde ketiye, ewqasî ji nirxên insanetîyê dûr dikeve ku nayê gotin.
Di van salên dawîn de tiþtê balkêþ ev e ku kuþtina zarokan, tecawizkirina zarokan, avêtina zarokan ewqasî pêþde çûye ku mejiyê meriv disekine. Ji bav, ap û bapîrên ku tecawizî keç û zarokên xwe dikin bigrin, heta bi dayikên ku zarokên xwe dikujin, ji her alî ve civak têk çûye, têk diçe. Wek nimûne ev neinsanetîya ku li bajarê Konyayê çêbûye.
Li bajarê Konyayê, keça 4 salî Beyza Çokekoglû ji alî cîrana xwe Kezban U ve tê revandin. Piþtre keçika reben ji alî Kezban a 23 salî ve tê xeniqandin û laþê wê di sobê de tê þewitandin.
Ev tenê nimûneyek ji kuþtina zarokan e. Bi sedan nimûneyên bi vî awayî diqewimin û civaka Tirkiyê bûye wek þorba nîskê. Zaroka 4 salî û di sobê de bê þewitandin kuro!
Weyla kerê min di der guhanê de û 101 bavê te gayê, ma meriv zaroka 4 salî di sobê de diþewitîne law?
Hey min xirrê mam Celal li doxîna te aliqandê, ma zarok tên kujtin law?
Wey tifûûûûûû li we û toreyên we bin erê welle!
Îcar qûnekan bi ser de jî henekê xwe bi Kurdan dikin û dibêjin Kurd cahil û paþdemayî ne.
Ûlan oxlim, navê xwe li me nekin lan!