Hindik û rindik

 

info@lotikxane.com

      Adil Duran             Rustem û Serleþger

       Bavê Ronahî      Te rîte nav da

       Temûrê Xelîl    Zane û Nezan

     Sofî Xelef        Çima Lotikxane  

          Fatima Muxribî         Jin

    Dr.Miho           Tendirustî

Tûrîstekê kire Tirka

Dibêjin tûrîstek Ewrûpî li bajarê Antalya nîvtazî bi motorsîkletê digere. Þifêrê otobûsa belediyê jî çav li kulîmekên jinikê dikeve û çavê wî wek hêkên qazê fireh dibin. Þifêr xwe jibîr dike û carekê çavê xwe li nexweþxanê vedike. Mêrik bi xwe re deh kesê din jî xistine komayê. Îcar heger Kurdê me bi aqil bin, ewê bilêtê tûrîstên Ewrûpî bibirin, mesrefa otêla wan bidin û wan nîvtazî bera nav bajarên Tirkiyê bidin. Bi xwedê wê di nava þeþ meha de bi hezara Tirka bikujin. Aha ji we re fedaîyên bê bombe!

Rojbaþ xalê Canan

Parlamenterê CHPê ê Çolemêrgê Esat Canan rexneyên tund li partîya xwe girt û got, " dewleta kûr " dixwaze ser bûyera Þemzînanê bigre, helwesta CHPê jî di vî warî de wek a "dewleta kûr " e.Wey rojbaþ xalê Canan! Ma tu nuh pê hisya go CHP partiya dewleta kûr e? Yan berî te jê bavêjin tu dixwazî devjê berdî? De devjê berde û were têkeve Lotikxanê, çêtir û bixêrtir e...

Petrola Kerkûkê

Gîsela Bundchen wek mankêna herî baþ a dinyayê tê destnîþankirin. Bundchen bi eslê xwe ji Brazîlya ye û yek ji dewlemendtirîn mankêna dinyayê ye. Li gor dibêjin wê Bundchen niha jî di televizyonê de Showekê zindî çêke û wê serê her deqîqeyê 50 hezar dolar bistîne. De werin û mala xwe xeranekin! Dibê çima xelk kesên dewlemend direvînin û pera ji wan dixwazin! Ê ji xwe wê birevînin ha, karkirên Lotikxanê di 500 salî de vî perî qezenc nakin, ma em niha nêta xwe li revandina wê xerabikin em neheq in!? Petrola Kerkûkê jî rojê hevqas pere nayne bavo....

Mewîja Hibabê

Model, artîst û bazirgana þêrîn Lîz Hurley niha jî dest avêt bazirganiya bîkînî û cil û bergên avê. Lîz xanim dixwaze miþteriyên Kurd jî peyda bika. Xanima þekirlêvî ji Lotikxanê pirsî "heyran ma em karin bîkînî û cilên seksî li Kurdistanê bifroþin?" Me jî bersivek maqûl dayê "ê ne heçê Kurd in, berî go cilên seksî li xwe kin, wan li ser cilfiroþ diceribînin û li tama cilan dinerin!" Xanimê hinekî xwe aciz kir "na yabo na, ne bila li tama min binerin û ne ez cilan difroþim wan, ezê jî þerwal û çarþefan biþînim Kurdistanê, tevdîr!"

De bese heyran

 Wezîrê Paraztina Îsraîlê Þaûl Mofaz dîsa Îran tawanbar kir û got „Îranê milyonek û 800 hezar dolar pere dane rêxistina Îslamî Cîhad ê“.  Ohooo, îþê me tune îcar emê li bendî daxuyaniyên mister Mofaz bin! Heyran heger hûnê li Îranê xin, lêxin, yan na, me di nava meraqê de nehêlin wey…..

Natalîa dilê xwe girt

Modela navdar û xwîngerm Natalîa Cruz dilê xwe ji Lotikxanê girt û xwe xeyidand. Hevala wê Angelîka Besh emaîlek ji me re þand û got "heyran jibo xwedê dilê Natalîa nehêlin, yan wê belayekê bîne serê xwe. Natalîa dibêje Lotikxane reklama min nake, çima ma ez ji jinbavê me?". Birastî Natalîa rast dibêje. Hingî em bi lotikvana daketin me ew jibîr kir. Bibore Natalîa. De fermo hûn û Natalîa li hev, xêr û guneh di stuyê we de......

Wezîrê kerxanecî

Wezîrê Dewleta Tirkiyê û hikûmeta AKP Mehmet Alî Þahîn çi dibêje hûn zanin? Dibêje “min araq jî vexwariye û ez çûme kerxanê jî”. Em heneka nakin ha, rojnamên Tirka dibêjin. Lê Þahîn fitûyê ji xwe re derdixe û dibêje “gava mirov ji xwe amin be kare here her derê”. Yanî ew dixwaze bêje “doxîna min bi 99 girêkan girêdayî ye. Ne qehpikên kerxanê karin vekin û ne jî ez karim vekim!” Ê baþe kerxaneciyo, madem tu ji xwe amin bû çi îþê te li kerxanê hebû yao? Tu çima neçû camîyê lê tu çû kerxanê? Kerxane þêrîntir bû newlo!? (Rojnama Sabah)

Sêva Xelatî

Jina bedew, artîsta seksî Angelîna Jolîe hem ji alî jina ve û hem jî ji alî mêra ve wek "jina herî seksî" hat hilbijartin û herdu alî jî (jin-mêr) xwestine bi Angelîna Jolîe re razên, pê re seksê bikin û li tama wê binerin.Dibêjin bi hezara jin û mêr dora xwe danîne ser tenûra Angelîna Jolîe. Em jî wek Lotikxane di rêza sedî (100) de ne. Heger xwedê bê erê û dor hat me, emê jî li tama sêva xelatî û dimsa Midyadê binerin û lêkolînekê li ser bedena Angelîna xanimê bikin......  

Perinçek serê xwe xwar

Serokê Partiya Karkerên Tirkiyê ÎP Dogu Perînçekê dijminê Kurd serê xwe xwar û dibêje „jiber ku dewleta Almanya meþa me ya jibo Talat Paþa asteng kiriye, emê wê bidin Mehkema Navnetewî û tazmînatê jê bixwazin”. Perînçek ji qehra re simbêl û cênîkên xwe kirine yek û dibêje “heta em þoreþên Atatirk temam nekin, ezê simbêlê xwe nequsînim”. Em simbêl-mimbêl nizanin, lê em zanin ku wê ew hisret û xewna nîjadperestî bi te re biçe gorê mîster perînçûk!

Ez hîna keçik im

Top modela Brezîlî Adrîana Lîma ji çapemeniyê re got „ ez hîna keçik im, bi Þêx Ebdilqadirê Geylanî, tu însanê xwedê destê xwe nedaye min“. Lîma wekî din dibêje „ez keçikbûna xwe ji zilamê ku ezê pêre bizewicim re hiltînim, divê zilamên ku ez bi wan re hevaltiyê dikim rêzê ji vê helwesta min re bigrin“. Me hertiþt fêmkir, lê me fêmnekir bê ew zilamên ku tu bi wan re hevaltiyê dikî, çi bi te dikin? Hevaltiya gur û mîhê ye yan hevaltiya rovî û mirîþkê ye? Heyran tiþtê em pê zanin agir û bahrûd li cem hev çênabin Lîma xanim…….

Diza ji diza dizî

Yekîtiya Pîþeyê Þirovekarên Muzîkê (MUYORBÎR) a Tirka dibêjin „ Ewrûpî muzîka me didizin û bêyî agahdariya me ji xwe re dikin mal“. De werin û dêhn nebin! Tiþtekî ku Tirka ji xelkê nedizîbe nemaye, welatê Kurda dizîne, çand û berhemên wan dizîne, mirîþk û elokên wan dizîne, û hema bêjin hemi stranên Kurdî dizîne, û bi ser de radibin bê fedî dibêjin xelk muzîka me didizin! Ma emê çi bêjin dizekno! Em dikin û hûn dixwin!

Vê pirtûkê nexwînin!

Clîfford Smîth (58) jiber mêrkujiyê di 1998an de li Amerîkayê ket hepsê. Xuyaye di hepsê de meraqa xwe daye ser felsefeyê û pirtûka Nîccolo Machîavellî a bi navê „jibo desthilatdariyê her rê serbest e“ (1469-1527) dixwîne. Piþtî xwendina vê pirtûkê Smîth nêta xwe li serokatiya mafya hepsê xeradike û dixwaze di hepsê de bibe serok. Þevekê radibe kêrê dixe destê xwe û kesên ku namzetên serokatiyê ne hema dikuje. Smîth di mehkemê de ji Hakim re dibêje „pirtûkên ku min xwendin digotin jibo „bidestxistina armanca însên her rê serbest e“, ez bêguneh im, sûcê pirtûkan e“. Lotikxane jî dibêje „eman, eman, jibo xwedê û pêxember bela Kurd vê pirtûkê nexwînin! Jixwe Kurdên ku nexwazin bibin serok tunene, berê li mahna ne, îcar heger vê pirtûkê jî bixwînin yekî Kurd sax namîne!

Donkîþot berê xwe da nav mayîna

Osman Akkuþê ku wek Donkîþotê hemdem tê naskirin, bi kera xwe hat Nisêbînê û preskonferansek da çapemeniyê. Donkîþot got „heger heta sê rojan dewleta Tirk mayînên navbera Nisêbînê û Qamiþlo raneke, bi soz û peyman ezê bi kera xwe berê xwe bidim nav mayîna. Heger ez bi saxî vegeriyam jixwe ezê dîsa preskonferansekê bidim, na heger mayîn bi min de teqiya û ez þehîd ketin, jixwe yasînekê li min bixwînin“. De oxirbe Donkîþot!

Nisêbîn Demîrsporê xwe bi konserekê firot

De li ecêba kesanedî binerin! Me jî serê xwe bi Nisêbîn Demîrsporê mezin dikir û digot „ewê rûwê Nisêbîna rengîn spî bikin“. Yanî greva birçîbûna we hemi jibo konserekê bû newlo!? Hela me Rojîna Omerî fêmkir, ê lao ma çi îþê hunermendê Tirk li Nisêbînê heye hey serê xwe xwarino! We ji Lotikxanê re bigota menê ji were bi dehan hunermend biþanda heyran! Þemdînê Mitirb hebû, Ekremo hebû, Qasimo hebû, Klameddîno hebû, Bahremo hebû, hebû û hey hebû! Na, yanî heta go hunermendekî Tirk nehata Nisêbînê we dev ji greva birçîbûnê bernedida newlo! Heyfa mêra!

Mala derewîna biþewite!

Serlîztikvanê flîmê nîjadperest ê „Newala Gura“ Necatî Þaþmaz (Polat Alemdar) di hevpeyvînek televizyonê de got „kalkê min ji terîqeta Qadirî ye, jiber vê jî ez ji malbata Pêxember im!“ Lê Necatî Þaþar newêre bêje ku terîqeta Qadirî ji Ebdilqadir Geylaniyê Kurd tê û eslê wan Kurd in. Jibo ku newêre bêje ew Kurd in, xwe bi malbata Pêxember ve girêdide. Necatî Þaþmaz þaþ bû! Xwedê mala derewîna biþewitîne rebbî…..

Wji Tirka derket!

Dadgeha bajarê Qersê biryar da ku êdî tîpa W di newrozê de neyê qedexekirin. Me sedema vê biryarê ji Hakimê Mehkemê pirsî, ewî got "heyran de bese loo, ev çend salin ev bêxwedîka Wdi me de bû,her go em diçûn destavê xwêdan bi me diket. Jiber vê me xwest em wê ji xwe derxin û rehet bibin haa!" De a bi xêr, helbet wê rojekê dor bê ser X,Q,Ê,Î,Û jî.....

Hadzîbegîç xiyar derxist

Teknîk Dîrektorê Diyarbakirsporê Faruk Hadzîbegîç piþtî antremanê ji çapemeniyê re gotiye „herkesê ku forma li xwe kiriye divê heqê wê bide. Ev kî dibe bila bibe, divê neyê guhertin. Kesê go heqê forma xwe nede û baþ nelîze, yan ezê zebeþê Diyarbekirê û yan jî xiyarekî Mêrdînê têxim wî“. Dibêjin serokê Diyarbakirsporê jî gotiye „wey eferim lo, bi xwedê heta niha zebeþ û xiyar nehatibû bîra me, me zanîba menê ji zûde tiþtek xistiba wan, zêde mesrefa me nediçû!“

Gelo A.Gul nebû kafir?

Wezîra Derve a Paraguay Leîla Rachîd li Tirkiyê serdana Wezîrê Derve Abdullah Gul kir. Di xatirxwestinê de Leîla Rachîd rûyê Abdullah Gul maçî kir û dibêjin bi dizîka di guhê wî de gotiye „kuro peppûko Evdo, carna were serdana min haa, ma tu ne mêr î kurik!“ Dibêjin piþtî vê ramûsana Leîla Rachîd, bi rojan xew neketiye çavên Evdo û ditirse di navbera wî û xanima wî de zelzele çêbibe. De xwedê alîkarê wî be….

Newala Xirtûma

Wekîlê Stenbolê ê partiya CHP Kiliçdaroglu di meclîsê de got „divê em flîmekî „Newala Xirtûma“ çêkin. Êdî ji esker, polîs, wekîl, wezîr, çete, kerxanecî, çaycî, qehwecî, þorbecî, tukes nemaye ku pereyên vê dewletê xirtûm nekiribin û nedizîbin. Herweha ez pêþniyar dikim ku Serokwezîr Erdogan di flîm de bibe serlîztikvan û Wezîrê Aboriyê Kemal Unakitan jî bibe derhêner“.

DMM ji Saddam re got na

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê serlêdana Saddam red kir. Saddam 23 welatên Yekîtiya Ewrûpayê jiber alîkarîkirina Amerîkayê û dagîrkirina Iraqê dabûn mehkemê. Li gor tê gotin Saddam jî bersiv daye û gotiye “xwedê ji min û we re mezin e. Heger ez ji vê qefesê xilas bûm, hûnê zanibin go dew brê mêst e,ezê di kefenê sed bavê we n......!”

Pênc gurçik

Li eyaleta Haî Duong a Vîetnamê, Pham Van Thucê 14 salî xwediyê pênc gurçikan e. Li gor nûçeya rojnameya bi navê karkir, li aliyê wî ê çepê 4 û li aliyê rastê jî gurçikek wî heye. Xuyaye xwedê daye Pham Van Thuc. Di dema îro de gurçik jî buhane haaa! Heger her yekê mi milyonek dolar bifroþe, aha va bû milyoner û çû....

Mübarek tobe kir!

Serokdewletê Misirê Husnî Mubarek serdana Papa kir û serpêhatiyên xwe ji hev re gotin. Dibêjin ji mesela Îranê û misilmantiyê bigrin heta bi Amerîka û xiristiyaniyê, tiþt nemaye ku li ser neaxivîne. Piþtî ku Mubarek xatir ji Papa xwestiye, Papa bi dizî devê xwe biriye ber guhê Mubarek û gotiye „tiþtek ji misilmantiyê dernakeve, bi a min bike û were bibe katolîk, wê rojekê ev Ereb serê te jî jêkin haa!“

Abîde bû abîdeya mezin

Serekerkanê Artêþa Tirk Hîlmî Ozkok li Org.Yaþar Buyukanit xwedî derket û got „ew abîde bû lê niha bû abîdeya mezin“. Yanî Hilmi Ozkok dibêje „kuro binerin heger hûn Kurda nekujin û teþqela dernexin, nebin çete û diz, emê we terfî nekin haa! Heger hûn dixwazin payebilind bibin wek Org.Buyukanit bêjin: Alî Çawûþ lawikekî baþ e, ma çi ji qenciyê derdikeve!“

Hêk biserketin

Pênc kesên ku li bajarê Mersînê hêk avêtibûn Serokwezîr Erdogan,serbest hatin berdan. Ew bi 5-13 sal hepis dihatin darizandin. Kesên ku hatin berdan ji Lotikxanê re gotin “bi xwedê me sawa xwe hilanî, me vê carê hêkên mirîþkê avêtibûn Erdogan, cara bê emê hêkên qazê bavêjinê”. Dibêjin Erdogan jî gotiye “evan bêbava xelk hînî þerê hêka kirin, ez ditirsim ez bi êþa mirîþka bikevim haa!”

Þehrîbana Kurdî ji qefesê firya

Wek hûn zanin Þehrîban xanima delal di 8 Adarê de li Amedê ji alî polîsên Tirk ve hatibû girtin û ew xistibûn qefesê. Piþtî du rojan Þehrîban xanim ji qefesa Tirka firya û hat nav zarokên xwe. Tu bi xêr hatî Þehrîban, derbasbûyî be!

Diyarbekir xwe çak kir

Diyarbekirspor di lîga super a Tirkiyê de rojên dijwar diborîne. Di maça bi Malatya re Diyarbekirê bi zor û heft bela du xol kirin Malatya sporê û xolek jî kir xwe. Me ji antrenorê Diyarbakirsporê pirsî “gelo sedema serketina we çibû?” Ewî bersiv da “ ma yabo Lotikxanê em rezîl û riswa kirin wey! Em dibê xwedo go em xola nexwin û nekevin devê Lotikxanê, ya starrr!”

Çemê Botanê li ku Îmralî li ku!

Dibêjin jinên DTP (Partiya Civaka Demokratîk) ên teþkîlata bajarê Sêrtê bi munasebeta 8 Adarê jibo A.Ocalan gul û çîçek avêtine çemê Botanê. Qey ev ji xwe re nabêjin çi bavo! Ma çemê Botanê li ku û girava Îmralî li ku! Heyfa wan gul û çîçeka ha, em ditirsin ew gul û çîçek riya xwe biguherin û têkevin destê Ehmedînejad yan Beþar Esad! Madem hûn dixwazin gul û çîçekan ji Ocalan re biþînin,xweþik bi awayekî medenî baqek gul bikirin û bibin Îmralî go têkeve destê wî heyran! 

Ser xêrê be

Li Tirkiyê, bajarê Alanya a tûrîstîk „Gay Bar“ yanî „Bar a Qûnekan“ vedibe. Du gayên (qûnde) Hollandî li Alanya biryara vekirina “Gay Bar” ê dan. Navê barê jî, navê keça prensê Hollandayê “Amalîa” lê kirine.Xwediyên barê dibêjin “ me prens û prensesa Hollandî, Serokê Belediya Alanyayê, Serokwezîr Erdogan û Serokê Diyaneta Tirkiyê jî dawetî vekirina Bar a Qûndeyan kiriye. Emê bi dîtina wan serbilind bibin!" De ser xêrê be!

Þaron xanim, maçek têr nake!

Artîsta bedew û xwîngerm Þaron Stone li Îsraîlê gotiye "jibo aþtiyê ezê herkesî maçî bikim". Me bi telefonê xwe gihand Stone û jê pirsî "ma gelo di nava vê maçîkirinê de ker, qantir, pisîk û tîmsah jî hene?" Ewê got "ez diya pîro me, ferq nake, kî hat ser çavan re hat" Lê em ditirsin kes bi maçekê qîma xwe neyne Þaron xanim! Belkî tirþikê nexwin û goþtê berxa bixwazin! Yanî, madem te ciwamêrî kiriye ji kerema xwe doxînê jî sist bike ku zêde xwîn nerje!.

Lotikxane çû Marsê

Mars Reconnaissace (MRO), berê xwe da planeta Mars ê. Li ser daxwaza rayedarên þîrketa NASAyê Lotikxanê jî astronota xwe Xibþê bi wan re þand Marsê. Astronota me bi riya satelîtê ji me re got „em niha li avê digerin, heger me dît emê Lotikxaneyekê li Marsê jî vekin. Lê min pir bêriya goþtê mirîþka kiriye, zû çend hebên qelew biþînin, ez li vir virikî bûme. Haa, dibêjin li Marsê jî lotikvan hene haa!“.

Eyþê Avesta dide mehkemê

Malpera Avesta nûçeyek belavkiribû û gotibû "li Sûriyê spîkerên qelew naxwazin". Li ser vê nûçeyê spîker û peyamnêra Lotikxanê Eyþoka Hinekîqelew ev nûçe wek heqaret qebûl kir û got "ezê li ser navê jinên qelewên dinyayê malpera Avestayê bidim Mehkema Navnetewî a Laheyê". Xuyaye çavê Eyþê lê ye tazmînatek baþ ji malpera Avestayê bistîne. Baþe, baþe, jixwe hinek pere ji Lotikxanê re lazim bû, emê bi xêra Eyþê bêrîka xwe germ bikin..

Xwedê kerîm e!

Wek hûn pê zanin Dozgerê Wanê Ferhat Sarikaya derpiyê Orgeneral Yaþar Buyukanit jê kir û ew belbelotî dinya û alemê kir. Dibêjin Buyukanit jî sûnd xwariye û gotiye "kero, ma wê li min û te neve êvar, me bi hezara Kurd kujtine ma emê nikaribin bi te!" Rebenê Dozger jî ji tirsa nema wêre bi þev derkeve der û di malê de hepis bûye.

Bulent xanim û Tugba bey bihevketin

Bulent Ersoyê nêrûmê di televizyonê de got “waweylê, waweylê, waweylê, hema heçê radibe û dibe dengbêj û dike qîjqîj. Jixwe evan mankenên go dibin dengbêj stran li ber çavê me herimandin”. Li ser vê gotina wî/wê manken û mirîþka vitvitkî Tugba xanim jî dibêje “de îcar jabo, ez nizanim îþê wî qûnekê Bulent Ersoy di nava jina de çiye? Bila stuyê xwe biþkîne û dîsa xwe emeliyat bike. Ji qeysê go ew ket nav koma jina, em hemi bi xwe re qûnek kirin”. De xwedê pevçûna we gurtir bike rebbî!

Lotik û hey Lotik

Model û artîsta bedew û sîngnepoxî Pamela Anderson jî beþdarî galaya Oscarê bû. Peyamnêra me Elîf Sîngbiçûk xwe gihand Anderson û hinekî li halê wê pirsî: "Xanima sîngnepoxî, gelo ferqa di navbera sîngên mezin û sîngên biçûk de çiye?" "ferqa wê wek xiyarê mezin û xiyarê biçûk e, here berê biceribîne piþtre tê fêm bikî". Baþe tu jibo 8ê Adarê çi dibêjî? " "Ez dibêjim piþtî 8ê Adarê 9ê Adarê tê, mehek tevlihev e, wek memikê min carna difise û carna jî dinepixe". Peyama te jibo xwendevanên me? "Lotik, lotik û dîsa lotik!"

Çiyayê Vezuv Napolî tehdît dike

Bajarê Napolî ê Îtalyayê jiber çiyayê Vezuv ê agirî daye kerambera. Çiyayê Vezuv her serê çend sala wê biteqe û xelkên bajarê Napolî di nava agir de biþewitîne. Xelkên Napolî dibêjin “em nema zanin bê bi kude herin. Nifûsa me 2 milyon e, emê xwe bavêjin bextê kê? Me serî li Lotikxanê daye, heger bê qebûlkirin emê li Lotikxanê îltîca xwe bidin û bisitirin”. Lotikxane jî bersiva wan daye û gotiye “heyran, di Lotikxanê de kontenjan tije bûye, emê tenê karibin milyonek Îtalî qebûl bikin. Ji kerema xwe wî milyonê zêde bavêjin behrê”.

Mala çepgira þewitî

Pispor û zanyarên Brîtanî dibêjin “kesên çepgir (kesên bi destê çepê xwarinê dixwin, dinivîsin û wekî din) temenê (emrê) xwe kin in û 8 sala zûtir dimrin". Yanî kesên çep bi 8 sala berî kesên rastgir dimrin. Me ji Doktor Miho pirsî “gelo çare çiye?” Doktorê me bersivek maqûl da me “bila destê xwe ê çepê jêkin û destê rastê bikarbînin”. We fêmkir newlo!?

Sedema westanê vîrûs in

Zanyarên Brîtanî eþkerekirin ku sedema westan û bêtaqatiyê vîrûsên mêjî ne. Kesên ku tim westiyayî, bêtaqat û bêhal in, bila zanibin ku di mejiyê wan de nerehetiyek heye. Îcar me mesela bêtaqatî û westandina siyasetmedarên xwe kifþ kir. Me jî digot “çima siyasetmedar û partiyên me Kurda nikarin bibin alternatîf û sisto-misto ne!” Tewwww...

Werin qehweyekê vexwin

 Li Bexdayê, piþtî hevdîtina li gel fermandarê hêzên amerîkî yê li Rojhilata navîn general John Abizaid, Serokkomar Celal Talebanî di kombûna çapemeniyê de got "Dawîlêanîna þerê çekdarî di berjewendiya Erebên sune de ye, ji bilî Zerqawî em dixwazin ku hemi terorîst bên çay û qehweyekê bi min re vexwin“. Dibêjin piþtre mesela qehwê di nava terorîstan de bûye pirsgirêkek mezin û terorîst bûne du beþ. Beþek dibêje „emê herin qehwa þêrîn vexwin“, beþê din jî dibêje „de herin looo, îcar qehwa þêrîn, qehwe qehwa tehl e xeyo“. Li ser vê bûyerê Zerqawî jî fitwa herambûna qehwê derxistiye û dibêje „allahwekîl heçê qehwê vexwe ezê serê wî jêkm“.

Çû Pakistanê xwe li nav Ereba dît

 

Serok Bush serdana Pakîstanê kir û dilê Pakîstaniya fetih kir. Lê di nav gotinên xwe de ji Pakîstanê re got “welatê Ereba”. Piþtre Qesra Spî gotinên wî sererast kir û got “serok Bush xwestiye bêje welatê misilman”. Me jî bi telefonê xwe gihand sekretera serok Bush Monîka Lewînskî number 2 û bersiva rastî wê da me. Lewînskî number 2 got “min þevê din di nav livînê de ji serok Bush bihîstiye, ew dibêje “ma malxirabên Pakîstanî hemi reþik û meþik in, bi xwedê min got qey ez li Erebîstanê di nava wan ebîd û hûtên reþ de me, xwedê ez sitirandim haa”.

Kê kiriye kê?

Di bûyera Þemzînanê de Orgeneral Yaþar Buyukanit gotibû "Alî Çavûþ zinêkarekî baþ e". Ango "destê xwe nedin wî". Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Fatîh Altayli jî jibo Buyukanit dibêje "ew Generalekî baþ e". Em wek Lotikxane sedîsed pê zanin go yekî ji wan bazdaye ser ê din, lê kî?

Nez li mêrekî digere

Dansoza kinik û seksî Nez li mêrekî digere û mêrê go lê digere tarîf dike „divê maço (sert) be, divê bi simbêlên xwe karibe þorbê vexwe. Divê wek pêxwasên Diyarbekirê piþta qundira xwe biþkîne. Divê wîskî vexwe û çîxkofte (ecîn) bixwe. Divê bi bêcemê þevê here seyranê. Divê bi kêmanî sê piþkokên qutkê wî vekirî bin. Divê bi þev û roj tizbiya wî di destê wî de be. Divê herroj pera bide min û li ser trimbêla xwe  “ez  kiro (henekê xwe bi Kurda dike) me û pere li cem min in” binivîse. Divê êvarî deh þûþe araq vexwe û têkeve livînê”. De werin li qehpika heram binerin îcar! Tu çima hevqasî meselê dizivirînî? Vekirî bêje “Kurdino, de werin bazdin ser min û hew!

Sîbel Tuzun bû wek bizin

Sîbel Tuzun wê li ser navê Tirkiyê têkeve pêþbirka Eurowîzyona stranan. Navê strana wê "super star" e. Lotikxanê strana Tuzunê bidestxist. De kerem kin: " super star, super star, vê Ewrûpa serê me xwar, em kirin mirîþk û elok, ji qehra çav bûne beloq, îcar Ewrûpa nebes bû, Lotikxane li me der bû, hem nermik e hem germik e, ji paþ û pêþ de me nerm dike". Li ser bextê we be strana Sîbel Tuzun çawaye? 

Fatê were dawetê

 Kî dibê xalis û muxlis in? Malbata Erbakanê ku bi salan xelk li ser navê misilmantiyê dan dû xwe, sextekar derketin. Çapemeniya Tirk qumaþê wan derxist holê û dibêjin “ew wek malbat tev li karê þûþtina perê reþ (perê qaçax) bûne û heta niha 50 milyon dolar perê reþ derbasî welêt kirine. De fermo! Necmettînê Kerbakan, li xwe ke þal û xeftan, bi navê misilmantî, te xelk kir ker tu kurtan!

Mîhrî Bellî îsal jî nemir

   

Mîhrî Bellî, sosyalfaþîstê Tirk 90 saliya xwe bi slogana “Bîr Turk Dunyaya Bedeldîr” pîroz kir û dîsa zimandirêjiya baþûrê Kurdistanê kir. Bellî-Nebellî dibêje ”neteweperestên kevnare nokerên emperyalîzmê”ne. Yanî ji sedî 90 ê Kurda nokerên emperyalîzmê ne. Ma em çi bêjin heyran,elhemdulîllah ku em neteweperest in û wek Tirka ne melez in, ne qantir in û ne gur û çeqel in...

Bati Perînçûk:

„Þerê fûtbola Amedê provokasyona Amerîkayê ye“

Serokê Partiya Karkerên Nîjadperestên Tirk Bati Perînçûk li ser þerê fûtbola Amedê li Izmîrê daxuyaniyek da nîjadperestên Tirkiyê. Perînçûk dibêje „þerê fûtbola li Amedê provokasyona Amerîkayê ye. Herweha provokasyona Þemzînanê jî karê Amerîkayê ye. Ne bes ev; lê, wê rojê jina min têra min li min xist û di devê min de gû kir, ev jî provokasyona Amerîkayê ye“. Tewww, ê lao Perînçûko, naxwe çûna te a Lubnanê û serdana Ocalan jî provokasyona Amerîkayê bû newlo!?

Bavê min ez firotim

Xuyaye gotinên bavê wê li zora wê çûne. Jiber wê jî Asena (Gura Mê - Dêlgur) serê xwe li dîwaran dixe û dibêje “bavê min jî ez firotim, herkesî ez firotim”. Weleddddd! Hele lehmecûncî Îbrahîm Acises têra xwe te firkand û te firot me fêmkir, lê bavê te? Qey tu pera nade bavê xwe jiber wê rebeno har bûye wey. Ka were Lotikxanê emê têra te derza firotin û nefirotinê bidin te!

Tugba Ozay bû xwazgînî

Tugba Ozay hat keçekê ji Cizîra Bota bixwaze û bû xwazgînî. Xwedênegiravî li Cizîrê keçek û kurek ji hev hezdikin lê dê û bavê keçikê qebûl nakin. Jiber wê jî wîjdanê Tugba xanim qebûl nekiriye û ji Stenbolê li kera xwe siwar bûye û hatiye Cizîra Bota. Tugbakê mûzeya Mem û Zînê jî ziyaret kiriye û fatîhayek stenbolî li ser can û cesedê evîndaran xwendiye. Ma em çi bêjin, heger buhuþt hebe bila xwedê miradê te li wê dinyayê bike. Na heger tunebe jixwe xwedê te ji Lotikxanê dernexîne…

Baytar Kemal Kadir çi dike?

Niha belkî hûn meraq dikin û dibêjin "gelo çima Baytar Kemal Kadir nîþana serketinê dike?" Yan hûnê bêjin "bi xwedê hebe nebe ê ku Saddam Hisên di þikeftê de girtiye Baytar Kemal e!" Yan hûnê bifikirin "ji sedî sed ewî xelata nobelê girtiye, jiber wê tiliyên xwe radike!" Na, hûn þaþ difikirin! Baytar Kemal dê, jin û binyata mala Barzaniyên qehreman bêfedî aniyê pênc peran, sixêf û bêhurmetiyek mezin li himber Serokê Netewî M.Barzanî kiriye. Jiber wê jî ew tiliyên xwe hildide û dibêje "binerin, ka mêrê wek min, ma ez ne qehreman im?" Na brako, tu ne qehreman î, tu wek dîkê xesandîyî û bi êþa mirîþkan ketiyî..

Hêka mirîþkê 13 sal, lê ê din çend sal?

 Rebenekî xwedê hêka mirîþkê avêtiye Erdogan û 13 sal ceze xwariye. Kurdê me jî radibin hikûmeta Kurdistanê rexne dikin û dibêjin “çima 30 sal dane Dr.Kadir Xwenenasê ku nirxên Kurd û Kurdistanê anîye pênc qirûþan?” Peyamnêrê me jî ji Erdoxan dipirse “jibo hêka mirîþkê 13 sal hepis, gelo ku ez hêkên xwe bavêjim te çend sal ceze distînim?”  

Ma sextekarî û derew bi heq in?

Wezîrê Tendurustiyê Receb Akdagê ku dibêje” ez jibo bajarên rojhilat-Kurdistan nikarim Doktoran peyda bikim” ji Kurdistanê 218 Doktorên pispor tayinî bajarên rojava kir. Receb Akdag ji Lotikxanê re dibêje “ ma wê Kurd çi bikin ji Doktoran, jixwe Kurd nexweþ nakevin, ji Doktoran zêdetir bi niviþt, bazbend û devgirêdankên Þêx û Melan bawer dikin. A baþ bila Tirk ji van Doktoran fêdeyê bibînin”. Ma em çi bêjin, hinek rastî di gotinên te de hene, lê meriv hevqasî jî naçirîne haaa

Wey Caferî xwelî li serî

Serokwezîrê kevn ê Iraqê mîster Îbrahîm Caferî bê xebera hikûmeta xwe û serokê xwe Mam Celal hat Enqerê û xwe avêt bext û tora Tirka. Mam Celal jiber vê pir hêrs bû û ji Lotikxanê re got „ev Caferîko gavên ne li gor xwe tavêje, de ka bisekinin, gava hat ezê serê wî têxim qûna elokê“. De ser xêrê be rebbî….

Yan diteqim yan diteqînim

Usama Bînladîn dîsa derket meydanê. Xuyaye Batmanê Amerîkî jî nikarîbû zora wî bibe û polîpoþman vegeryaye Amerîkayê. Bîn Ladîn dibêje “ezê bi saxî neyêm girtin. Ne Batman, ne Rambo û ne jî James Bond wê nikaribin min bi saxî bigrin, yan ezê ji qehra biteqim û yan ezê hinekan biteqînim”.

Mizgeftê pê veda

Trimbêla Serbaza Amerîkî Kyle Kîndera ku li Edenê di meqerê Amerîkayê de wezîfedar e, li mizgeftê hat þelandin. Kyle Kînder û mêrê xwe jibo ger û temaþê hatibûn mizhefta Sabancî. Lê mizgeftê bi wan veda û trimbêla wan hat þelandin.  Li gor tê gotin Kinder gotiye “tobe ku carek din ez herim mizgeftê, vê carê trimbêla min þelandin, carek din wê derpiyê min jî ji min bikin”. Ê xwedêhiþtê, ma serê te bi mizgeftê dêþiya? Tu biçûya dêr î klîsê ev bela misilmana nedihat serê te haaa!

1000 kerxane

 

Li ser nûçeya Rojnama Avestayê a bi navê “di nava salekê de li bakurê Kurdistanê bajarê Diyarbekirê 35 cihê fuhuþê (Kerxane) hatine girtin” Lotikxanê peyamnêrê xwe Osman Pispor þand Amedê. Osmankê me bi telefonê ji Lotikxanê re got “ halîhazir li Amedê 1000 (hezar) kerxane û di navbera 6-10 hezar jinên qehpik hene. Me ji Osman Baydemîr pirsiye gelo çima tenê 35 kerxane hatine girtin? Baydemîr jî dibêje “êêêê, ma ne bese bavê min? Ma bila em wek belediye ji birçîna bimrin? Hatina me, sermiyan û pêþeroja me li ser van kerxane û qehpikan ava bûye, qey Lotikxane li mirina me digere?” Yaaaa, hûn nîmeta Demokratîk Cûmhûriyetê dibînin newlo!!

Þal û þapikên Kurdî, rezîlkirin efendî

 

 Dibêjin þal û þapikên Kurdî di pêþbirka folklorê de bû yekemîn. Tuggeneral Erdal Akpinarê ku þal û þapik dabûn mehkemê niha dîn û har bûye û ji Lotikxanê re dibêje „ wey lao, cil û bergên terorîst bûn yekemîn, ez ne ji bavê xwe bim heger ez li vê herêmê bimînim!“ Baþe baþe generalo, dev ji cil û bergên me berde û here welatê xwe xiftanê Osmanî li xwe ke, yan jî bîkînî li xwe ke bîkînî…..

Xwedê da Ciwan Haco

Li Brîtanya, di Zanîngeha St  Andrews de lêkolînek li ser jinan hat kirin. Di lêkolînê de çi encam derket hûn zanin? Gava jin amadeyî seksê ne, bi piranî ji mêrên dengqalind (bas) hezdikin û dengê qalind xwesteka wan a seksê zêdetir dike. Îcar heger mesela dengê qalind rast be, xwedê da Ciwan Haco! Dengê bas û hey bas!!!

Lotikxane li Karnevalê bû

Me peyamnêra xwe Eyþoka Çîmdirêj jibo Karnevala Rîo Da Janaîro þand Brazîlyayê. Lê mixabin peyamnêra me bi brîndarî bi ser me de vegeriya û ji mirinê xilas bû. Çîmdirêj dibêje "yabooo, ma kî kare bi Brazîliya, hemi ji min çîmdirêjtir bûn, lotikên go davêtin ji ê hesp û qantira xirabtir bûn looo!"

Ciwan Haco jî îmaj guhert

Ciwan Haco li Stenbolê klîpa xwe di barekê de kiþandiye. Dibêjin Haco gotiye "Tirkiye pir xweþ e, berî niha min gotibû ala Tirka ala me ye jî, lê ezê niha jî bêjim welatê me jî Tirkiye ye, jixwe em û Tirk wek goþt û nenûkê ne". De oxira te jî a Flîtê Quto be heyran......

Jinikê got belê, mêrik got na, hakim got ya allah!

Li Amerîka bajarê Îllînoîsê jin û mêrek jiber sunnetkirina lawkê xwe bihevketin. Jinik dibêje “emê wî sunnet bikin” lê mêrik dibêje “tu bimrî jî em sunnet nakin”. Welkasilî kelam, hevdû didin mehkemê. Hakim dinere nikare mesela navbera wan safî bike îcar pêþniyarekê ji wan re tîne û dibêje “madem hûn lihev nakin, ez jî dibêjim a baþ em di berde jêkin û meselê bigrin!”

Hertiþt hazire pere tune

 Lîztikvanê navdar Tarik Akan dixwaze flîmekî li ser 12 Îlona 1980î çêke. Akan ji Lotikxanê re got „hertiþt hazire lê mixabin perê me tune em dest bi flîmê xwe bikin. Heger Kurdên li Ewrûpa karibin alîkariyê bikin, emê flîm pêþkêþî temaþevanan bikin“. Lotikxane jî ji Kurdên li Ewrûpa tika dike ku bi xêra xwe destê xwe bavêjin bêrîka xwe û çend qirûþan bidin ser hev. Heger we pere da mala we ava, heger we neda hûn û xwedê li hev!

Piþtî 30 salî sîneme dîtin

Piþtî 30 salî li Sêrtê sîneme vedibe û flîmê pêþîn jî „Keloglan“ yanî „Keçelo“ pêþkêþî xelkê dikin. Walî Huseyîn Avnî Mutlu ji Lotikxanê re ragihand ku „êdî hisreta sînemê ji dilê Sêrtiyan derket, wê sîneme rengekî din bide Sêrtê“. Em jî dibêjin „rast e, wê flîmê Keçelo rengekî baþ bide Sêrtê û Sêrtiyan jî keçel û gurî bike“.

Niha jî “Newala Xezala”

Piþtî flîmê nîjadperestên Tirk “Newala Gura” niha jî qeþmerê navdar M.Alî Erbîl dixwaze bi qeþmerê qeþmera Hamdî Alkan re flîmê bi navê “Newala Xezala” çêke. Tiþtê xerîb çiye hûn zanin? Di dawiya flîm de Xezalek lotikekê li M.Alî Erbîl dixe û wî totlanî hev dike, dikuje...

Zarokên wan jî dibin dîplomat

Komisyona navxweyî a Tirkiyê biryar da ku jin û zarokên parlamenteran jî pasaporta sor a dîplomatan wergirin. Peyamnêrê me ê di meclîsa Tirka de Suphanallah Tahtakazik dibêje “ niha jî komisyonek haziriyê dike ku di sala bê de pasaporta sor a dîplomatan bidin kûçik, pisîk, miþk, ker û qantirên parlamenteran jî”. De xwedê xêra wan qebûl neke rebbî......

Kerxaneyek nedan, welatek ji dest xwe berdan

Þerê Amerîka û Týrka berdewam e

Þerê Amerîka û Tirka di televizyon û sîneman de berdewam dike. Tirka bi flîmê Newala Gura Amerîkî rezîl û riswa kirin. Amerîka jî niha dixwaze flîmê dokumenter ê li ser Fermana Ermeniyan pêþkêþî temaþevanan bike. Li ser vê, Tirkên li Amerîkayê ketine helakê û ji qehra re hemi ketine nexweþxaneyên dîna. De ser xêrê be.....

Kampanya Lotikxanê xurt dibe

-------------------------

DMM 1 Kemalîzm O

  

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê xolek qirase kire Kemalîzmê. Yilmaz Odabaþi û Niyazî Koçakê ku jiber heqaretkirina li Atatirk hatibûn darizandin, ji alî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê ve rûspî bûn. Dadgehê biryar da ku ewan ne Atatirk lê Kemalîzm hedef girtiye. Dewleta Tirk jî rezîl û riswa bû û 8 hezar û 450 Euro ceze xwar. De ser xêrê be, xwedê xêra DMM qebûl bike...

7 kîlo çêbû diya wê got „NA!“

Li Madrîda paytextê Îspanya keçikek 7 kîlo hat dinyayê. Rayedar ecêbmayî dimînin û dibêjin „þikir ji dana xwedê re, ev cara yekê ye ku zarokek 7 kîloyî tê dinyayê“. Lê diya zarokê porê xwe hildike û dibêje „peppûk, peppûk, peppûk, ma ez a zaroka 7 kîlo me! Divê min zarokek 10-15 kîlo baniya dinyayê, wey tobe go ez carek din bizêm!“

Yahûdiyên Amerîkî ji xew veciniqîn!

Rojnamevana rojnameya Milliyetê Yasemîn Congar  ji Amerîkayê dide zanîn ku Yahûdiyên Amerîkayê ji helwesta Tirkiyê aciz bûne û dibêjin „ bi dawetkirina Hamasê Tirkiyê îxanet li Yahûdiyan kir! Wey maþelle ji we re! Heger ew zir tirtira MOSSADê heta niha Tirk nasnekiribin naxwe mala we viritî! Ma hûn nizanin go “nanê Tirka li ser kaba wan e” Cihûno? Rojbaþ kaka, Sebeh-el xêr xeyo!

((()))

Ma hewceyî Melê ye!

 Qûndeyê Tirk Cemîl Îpekçî dibêje “bila tukes li ser zewaca min û mêrê min Bekîr Coþar tiþtên çirto-virto nenivisîne. Em li Hollandayê nezewicîne. Jixwe ne hewceyî melê ye. Em di malêkê de dijîn û hema bêjin herroj bazdidin ser hev, îcar zewaca fermî çiye”.

Chavez Rice tehdît kir

Serokê Venezuela Hugo Chavez ji Wezîra Derve a Amerîkayê Condolezza Rice pir aciz bûye û dibêje “xanima biçûk û navdirêj, tu min pir aciz dikî, zêde zimanê xwe dirêj meke yan ezê Amerîkayê di nava kokaînê de bihêlim haaa!”

((()))

Li Swêdê 11 hezar mirîþka întîxar kir

 

Berdewam

   -------------------

Cahît Mervan:

Bi telaq ne ez im!

Hinek xêrnexwazan li ser navê Cahît Mervan di înternetê de kuþtina Kanî Yilmaz þermezar kiriye. Cahît Mervan jî rabû rastî got "bi telaqên jinberdanê min nenivîsandiye. Ma ez dînim ji kursî û sêla sor bibim heyran!"

Heywaxxxx!

==================

 

Li Çînê “Restoranta Penîs” vebû

Berdewam

==================

Îsmaîl Beþîkçî:

Ez di pirsa þerê PKK de þaþ derketim!

 

Mamoste can, ji kerema xwe carek din þaþ dernekeve. Jiber vê þaþitiya te bi hezaran Kurda mala xwe xirakir û ew jî þaþ derketin! Lê wek te nikarin eþkere bikin ew jî zêdebûna ser kezebê ye.....

==================

Werin hêkê Unakitan!

Rastiya êþa mirîþka hat fêmkirin!

 

Wezîrê Aboriya Tirkiyê Kemal Unakitan dest bi bazirganiya mirîþka kir.

Berdewam

 

==================

A.Zekî Okçûoglû bû

þivanê pez!

Berdewam

 

Nikarin bi kerê dibezin kurtên..

Wek hûn jî zanin di þerê Amerîka û  Iraqê de Amerîkiyan sîxurên Tirka girtibûn û çewal xistibûn

serê wan.

Berdewam

 

 

Kêfa xwe neynin,

bîr Kurd Tirkoya bedeldir!!

(((( ))))

-------------------------

  General Jong Song Jo bû Kurd

(Ji Avesta)

Fermandarê Pêþmergeyên Zêrevan General Azîz Weysî, bi armanca danîþana dostanîya di navbera hêzên Korî û Kurdistanî de li Kurdistanê, Fermandeya Tîpa Zeytûn ya Korî General Jong Song Jo dawetî Fermandeya Zêrevan kir. Li gor agahiyên me General Jong Song gotiye ku ewî tu xêr ji Koretiyê nedîtiye û ew difikire ku nîjadê xwe biguhere û bibe Kurd......

 

==================

 

 Bedewa " Ofis Girl"

Xwendevanên kovara zilaman " Maxsîm", Leman Aydin a Tirk a 26 salî li Almanya wek bedew "Ofîs Gîrl" ê hilbijartin. Kovara Maxsîm, wê di hejmara meha Adarê de gellek wêneyên Leman Aydina ku li Essenê dijî, biweþîne.Leman Aydina ku spasiyên xwe pêþkêþî xwendevanan dike, dibêje: "Ez pir bextewar im, þef û hevalên min ên kar bi min serbilind bûn. Malbata min qet têkilî karê min nebû!"

Xwendevanên Lotikxanê jî dibêjin: "Madem malbata te têkilî karê te nebûye oxira te wek a Sîbel Kekîlî  be!"
 

Wey rebeno, belengazo….

 

Li Amerîkayê alîkarê komîsêrekî jiber ku di trimbêla polîsan de bi kamerayê flîmê jinên tazî dikþand, ji karê xwe bû û pêhnek li qûna wî xistin. Li Florîda alîkarê Þerîf Jack Munsey, kameraya ku jibo sûcdaran dihat bikaranîn, jibo zewka xwe bikaranî û pê flîmê jinên xweþik û tazî kiþand. Li ser vê rebenê Jack Munsey ji kar hat avêtin û bû parsekê devê derya. Mîster Jack dibêje „ ez ji jinên xweþik pir hez dikim, sebra min bêyî wan nayê û jiber vê jî min flîmê wan dikþand, lê bawerkin niyeta min ne xirab bû!“

Heheyyyyy, tiro ji jinên xweþik hez dike, ma kî ji jinên xweþik heznake bavê mino!? Ma em jî rabin kamerayê têxin destê xwe û li dû namûsa alemê bigerin heyran!...

 

  ///------------------///

Bahattîn Karakutuk çima xwe kuþt?

Rojnamevan Bahattîn Karakutukê ku di 11.01.2005an de çû ser heqiya xwe, çima xwe întîxar kir? Li gor agahiyên ku ketine destê Lotikxanê, ewî ji keçikekê bi navê Diren (li roj tv kar dikir)  hezkiriye û jiber ku hezkiriya wî nedane wî, ewî jî xwe întîxar kiriye. Hevalekî wî ê gellek nêzîk ji Lotikxanê re got ku "Bahattîn evîndarê keçekê bû, lê hevalên wî rê nedidan ku ew bizewice û jiber wê jî Bahattîn ev helwest bi întîxara xwe protesto kir".

 

 

 

 Dibêjin çima Kurd jinên xwe berdidin! De yabo ka destê xwe deynin ser wîjdanê xwe û rastiyê bêjin, çima Kurd  jinên xwe berdidin!?

 

Kesî Atatirk fêmnekir

Li bajarê Edenê nivîskara serêxwexwarî Muazzez Îlmîye Çig konferansek bi navê “ma Atatirk wilo difikirî?” da. Muazzez xanim di konferansê de got “hevalên Atatirk þoreþ fêmnekirin, heger fêmkiribana , wê îro Yekîtiya Ewrûpa bi dû me de bazbida”. Muazzez xanim berdewam dike “Atatirk dest avêtibû her tiþtî, dixwest di her warî de þoreþan çêke, tenê Îsmet Înonu û Mareþal Fewzî Çakmak ew fêmkiriye”. Kê fêmkiribe kê nekiribe em nizanin, lê me bixwe wek Lotikxane Atavirk baþ fêmkiriye. Em zanin ew di kerxana Selanîkê de çêbûye, diya wî Zubeyde xanim di kerxanê de xwe firotiye (xwedê gunehên wê efû bike) û em zanin go Atatirk pêzeveng bû û li dor zaroka jî digeriya. Ma êdî emê çî din fêmbikin heyran!Heger ne rast be, bila nameyên jina wî ji dolabên pola derxin mazatê û eþkere bikin........

Osmankê me em gêj kirin

Serokê Þaredariya Amedê Osman Baydemîr di derbarê weþana Kurdî de peyamên baþ û erênî dan. Ewî got “weþana bi zimanê Kurdî pêþketinek erênî ye, ev têr nake lê ji tunebûnê çêtir e. Tercîha min seyrkirina televizyona Kurdî ye. Zehmetiya peydekirina wergêran (tercuman) heye. Dibe ku piþtî sê salên din ez jî karibim bêm di televizyonên Kurdî de bixebitim, lê bi þertê ku peymanek baþ bê çêkirin”. Li sosret û rûreþiya ecêb binerin! Di civîna çapemeniya Baydemîr de ji 30 rojnamevanî tenê du kesa karîbû pirsên xwe bi Kurdî bikin. Îcar Lotikxane jî ji Baydemîr dipirse: Heyran çima li bajarê te wergêrên Kurd tunene? Ma Amed ne paytextê Kurda bû? Te hemi kirin Tirk newlo? Ê ma go tu wek Serokê belediyê ala Tirko maçî bikî,wê kîjan malxirab dev ji zimanê Kurdî bernede hewarêêêê!?  Haa, heger tu di televizyonên Kurdî de bixebitî, tê çend hezar dolar meaþ bixwazî qurban?

Dewleta kûr bela xwe ji PDK-Bakur venake

 

Dibêjin dewleta kûr a Tirk bi tenq û topan êrîþî ser malpera PDK-Bakur kiriye û beþê wê ê Kurmancî hepis kiriye. Hîna kes nizane bê wê vîrûsên Tirk çend rojan di malperê de bin. Ê de heyran hûn jî xefkên keroþka li ber vîrûsên dewletê deynin ha! Ma ev cara çenda ye xelk bê mifte dikevin hundur? Heçê bixwaze têkeve malpera PDK-Bakur, dikarin bi riya Google têkevin beþê Tirkî û kurmê xwe biþkînin.

Agir bi malê keto!

 Serokkomarê Tirkmenîstanê Saparmurad Niyazov di televizyonê de bang li netewa Tirkmenîstan, taybetî jî xortan kir û got "min pirtûkek bi navê Rukhnama nivisîye û eger meriv vê pirtûkê sê caran bixwine dê biçe bihûþtê ! Min ew pirtûk bi taybetî ji bo xortan nivîsîye. Lê wek her tiþtê þert û þortê hatina bihûþtê jî heye . Gerek hûn pirtûka min sê caran wextê roj diçe ava, sê caran jî wextê roj derdikeve bixwînin. Min ji Xwedayê mezin pirsî û ew bersiva ku min da we jê girt“. De werin û dîn nebin! Ma ew jî ne Tirk e!? Heger rojekê Tirk „Xwedê jî bikin Tirk“ qet þaþ nebin haa! Tirro destûr ji Xwedê stendiye û pirtûk nivîsîye! Wey agir bi mala derewînan keve….Bi Xwedê heçê pirtûka wî bixwîne wê yekser here cehnemê!

Fîþekên ETA neman

Rêxistina herêma Baskê ETA ji sala 1968an û vir de jibo serxwebûna Baskê tekoþînê dide. Lê heta niha jî tu gû bisernexistiye. Niha jî dibêjin „me dev ji þerê çekdarî berdaye“. Baþe, baþe, lê çima dev ji þerê çekdarî berdane gelo? Dibêjin xwedêgiravî navbera wan û hikûmeta Îspanî nerm û germ bûye. Lê peyamnêrê me ê Îspanya bi þêweyekî din meselê þirove dike û dibêje „kuro jina min ji min berdayî be mesele ne nermbûn û germbûne lo! Fîþekên wan nemane fîþek! Tenê bi bahrûdê þer dikin“ Yanî teslîm dibin haa!

Bo Tîpî Zeytûn kaka?

Di malpêrî Pêþmergeyî Zêrevanî Kurdekan de dilên ku “Þandêkî Tîpî Zeytûn Serdanî Baregay Fermandey Pêþmergey Zêrevanî kird”. Ê me wekû Lotikxane le hertiþt têgihîþtin belam be serî Zerqawî ême tênegihiþtin ku bo dilên “Tîpî Zeytûn?” Kaka bo nalên “Tîpî Sêw, Tîpî Portaqal, Tîpî Þêr, Tîpî Piling, yan jî Tîpî Xurme?” Ême texmîn dîkeyn ku leþgêrî Koriyekan be eslî xot Efrînî bitin. Ji ber ku le bajarî Efrîn zeytûnî çak we xoþ zor in, leþgêrî Koriyekan navî xot kirdiwe “Tîpî Zeytûn!” Baþe bo ewan navî xot nekirdiwe “Tîpî Ananas” kaka?  (Wêne: Malpera Pêþmergeyên Zêrevanî)

Binerin bê kûçik çawa direyên!

Li ecêba kesanedî binerin û Tirka nasbikin. Nivîskarê ne nivîskar, însanê ne însan Kemal Çapraz di nivîsa xwe de jibo Kurda çi dibêje hûn zanin? Dibêje „ xwepêþandanên Newrozê þanogeriya çadiran anî bîra min. Di vê þanogeriyê de hewqas þebekî (meymûnî) derketin pêþ ku ez poþman bûm jê re bêjim þanogerî jî. Rêvebirên ku van partiyan (partiyên Kurd) bi rêve dibin hewqasî cahil û bêkulturun ku radibin li Newroza Tirka a bi hezarê sala xwedî derdikevin û wê dikin a xwe“. De werin binerin bê kî cahil û bêkultur e? Kî Newroza kê didize? Lê ne sûcê Tirka ye heyran, heger me xwe navêta ber dest û lingên wan û ji demokratîk cumhuriyeta Tirk oxlî Tirk re nebûna kole, wê zimanê xelkê jî li ser me dirêz nebûya….

 Chavêzo bû hecî?

 Serokê Dewleta Venezuela ya Latîn Amerîkî Hugo Chavez berî bi çendakê ji Serok Bush re gotibû “Bush serxoþek e, eyn mîna kerê ye”. Niha jî ew piþtgiriya Îranê dike û dibêje “bila Îran jî bombeya atomê çêke ma dinya xira dibe, jixwe nifûza dinyayê zêde bûye, belkî hema bi xêra bomba Îranê nifûsa dinyayê kêm bibe”. Temam, temam, lê çi bi serê te ketiye yao? Tu ji xwe re di qesra xwe de kokaîna xwe bikþîne û li kêfa xwe binere heyran! Qey laþê te jî duxre ha! Binere bila dengê te nere Serok Bush haaa!!

Hewar û sed hewar!

Binerin bê dijmin çawa dixwaze naveroka Newrozê vala bike û wê bike malê xwe. Dewleta Tirk dibêje “jixwe Newroz cejnek civata Tirk e û hê ji dema Tîmûrleng ve tê pîroz kirin”. Rayedarên Îranî dibêjin “Newroz rojbûna Þehadeta Hz.Hisên e, jiber vê jî ji sedîsed cejna Îranîyan e”. Iraqî dibêjin “ jixwe Saddam di Newrozê de dest daniye ser hikim û jiber wê jî Newroz sedîsed cejna Ereban e”. Bosnayî dibêjin “heyran bi xwedê haya me ji Newrozê tunebû, lê evan Tirka ew kir bela serê me û dibêjin cejna Bosnaliyan e”. Ev hemi ne bes bûn, îcar niha jî serokê Weqfa Cem a Alewiyên Tirkiyê Celal Dinçer jî dibêje “ma ne Hz. Alî di 21ê Newrozê de hatiye dinyayê. Jiber wê jî Newroz cejna Alewiyan e”. Ê jixwe mirîdên mala Þêx jî dibêjin “fikra Newrozê Þêxê me avêtiye holê ”. Em jî wek Lotikxane dibêjin “bi xwedê hûn hemi derewa dikin, Newroz cejna milletê Kurd e!”

Li Harbîyê sosreta zinêkariyê

Li Dibistana Herba Hewayî a Tirkiyê (Harbîye) sosreta kerxane û zinêkariyê derket holê. Çapemeniya Tirk dibêje “heta niha þeþ pîlotên me yên nêr û mê gellek caran bazdane ser hev û zinêkarî kirine”. Bêguman ev lêlê ye, lê kes nizane hîna lolo çawaye. Ajanê Lotikxanê ji nava Harbîyê dibêje “ bi Mazilevdînê nava Nisêbînê, Harbîye bûye wek kerxanê. Jixwe bêrîka pîlotên nêr û mê tije komdom, kîsik û çewal in. Hema kondoma dinepixînin, çewala dixin serê hev û bazdidin ser hev”. De xwedê xêra wan qebûl bike, ma çi ji betaliyê derdikeve!  (Internetajans)

Dua bikin

Doktorên Amerîkî bawerin ku kesên dua ji xwedê re dikin zûtir rehet dibin û zû bi zû nexweþ nakevin. Dibêjin kesên ku dua dikin, hizûrê dibînin, zêde nakevin nava stresê û ev jî di warê bedenî de rehetiyekê bi xwe re dtîne. Li gor zanyarên Amerîkî xwedêgiravî di tedawîkirina nexweþiyan de rol û fêdeya olê (dîn) pir e. Kesên bawermend, kesên bi exlaq kêmtir bi stres dibin û nexweþî xwe nêzîkî wan nake. Lotikxanê ji pisporekî pirsî “baþe heyran, Zerqawî jî oldar e, radibe rûdinê dua ji xwedê re dike, hema bêjin ji serê pêçîyên wî bigrin heta bi porê serê wî bi stres û nexweþî ye, ev çawa dibe?” Pispor got “ohoooo, me got ol û bawermendîya Amerîkî lo, me nego wek a Zerqawî û Virqawî bavê min!”

Dîsa Mêrdîn jibîr bû!

Li ser bextê Ajansa Nûçeyên Firatê (ANF) be, dibêjin Serok Barzanî bersiva Osman Baydemîrê Diyarbekirî daye û Newroza wî pîroz kiriye. Herweha xwedêgiravî gotiye “ez cejna Newroza Diyarbekiriyan jî pîroz dikim”. Çima heyran, ma Mêrdînî jî ne Kurd in yaw? Çima kes cejna Mêrdîniyan pîroz nake? Yan divê illeh em jî rabin ala Tirka maçî bikin heta go serokek cejna me pîroz bike, yan jî, divê em jî wek hineka rabin bêjin “diya me jî Tirk e” heta go cejna me bê pîroz kirin! Welhasilîkelam, hûn cejna Lotikxanê pîroz nakin, lê Lotikxane cejna we hema pîroz dike. Dîsa bar ket ser milê me rebenê xwedê.....

Makzagon qebûl bû

Makzagona (anayasa) Tirkiyê, a ku wek “makzagona dizî-veþartî) dihat binavkirin, ji alî hikûmetê ve hat qebûlkirin û Artêþa Tirk dîsa heta bi ber kire Erdogan û hikûmeta wî. Di makzagonê de dûriþmên “yek dewlet, yek millet, yek al, yek ziman”wek dûriþma ku “xwedê jî nikare biguhere” hatiye qebûlkirin. Serekerkanê Artêþa Tirk berî qebûlkirina makzagonê guhê Erdogan kiþandibû û jê re gotibû “kero, xiyarê min tehl e, yan tê bixwî û yan tê di xwe kî, îcar tu zanî”. Erdodan jî nerî go mesele ne îþê henek-meneka ye, rabû hem xiyarê Artêþa Tirk xwar û hem jî kire xwe û hikûmeta xwe. De bila ji we dernekeve rebbî.....

Monîka Lewînsky no 2

Esra Alemdar (19 salî) Zanîngeha Georg Washîngtonê raborand (qedand-xelas kir) û ev nêzîkî du mehane li Qesra Spî staja xwe dike. Çapemeniya Tirk bi serbilindî behsa wê dikin û dibêjin “Li Qesra Spî Tirkek”. Bêguman dibe Esra xanim Kurd be jî, lê hûn Tirka nasdikin, li gor wan gur jî Tirk in, kûçik jî, pisîk jî, mar û dûpiþk jî Tirk in. Welhasilî kelam, me xwe bi telefonê gihand Serok Bush û me jê pirsî “mister Presîdent, ma hebûna “Dêlgurek Tirk-Asena) Qesra Spî naxe tehlûkê, binerin ev Tirk in ha, ne henek-menek in?” Ewî bi ken bersiv da “em bi qûna hev zanin lo, Bîll Clînton Monîka Lewînsky anî ser rê, ezê jî yekê Tirk bînim ser rê ma zehmet e, ezê hilê wê li milê wê kim!”. De qewet be ji te re ......

Evîna 80 salî

Li bajarê Maraþê Elîf û Ahmet Demirdovenê 98 salî ji çapemeniyê re evîna xwe anîn zimên û gotin “ev tam 80 salin em li serê hev bûne bele û nikarin ji hev xelas bin. Jiber go em wek þîrêzê (zemq) bi hev zeliqîne, ji mecbûrî em evîndarê hev bûne û ev 80 salin em wek goþt û nenûkê ne”. 60 nevî (torin), 20 nevîçirçirk û 7 nevîçirçirkêçirçirkên wan hene. Me ji Elîfa 98 salî pirsî “xaltîka Elîfê, tu ji xortên nûhatî re çi qewîtiyan dikî?” Ewê got “lao ma ezê çi qewîtiyan bikim, bila mala xwe xiranekin û wek me nebin goþt û nenûk. Ma herroj tirþik û tirþik çêdibe? Bila carna jî di ber re birinc û þorba þîr jî bixwin!”

Meclîs û Travestî

Li paytextê Tirkiyê, li Ankarayê Travestiyên Tirk (Travestî- zilamên ku wek jin û mêr tên hesêb, yanî bi zimanê gundîkî qûnek- qûnde) êdî li beramberî Meclîsa Tirkiyê xwe difroþin û bazariya zinêkariyê dikin. Travestiyekî telefonî Lotikxanê kir û got „heyran em di bextê Lotikxanê de ne, derdê me ji dinyayê re bêjin, evan Wekîla (Parlamentera) mala me birin mîratê. Telefonî me dikin, soz û civan didin me û dibêjin „werin ber deriyê meclîsê“. Piþtî em tên îcar ew nayên û em jî mecbûr dimînin xwe bifroþin jibo em karibin heqê riya xwe bidin. Yanî Wekîlên Tirk xwe jî û em jî qûnek kirine, hewarê!“. (îha)

Tazî mazî qilopazî

Spenser Tunich ê Amerîkî wênekêþekî navdar e. Ew tenê wêneyên tazî dikþîne. Xelkê kom dike, wan þilfîtazî dike û sûretê wan dikþîne. Wê îsal berhema xwe li Venezuelayê pêkbîne. Tunich bi riya emaîlê ji Lotikxanê re got „heyran bi xêr sala bê ez dixwazim li Kurdistanê û Iraqê însana tazî bikim û sûretê wan bikþînim. Ez zanim Kurd pir mirovhez û demokrat in, ewê destûrê bidin min. Lê nizanim gelo wê Zerqawî destûrê bide min ku ez sûretê wî ê tazî bikþînim yan na?“. Me jî wek Lotikxanê erka xwe bicîh anî û me telefona Zerqawî da Spencer Tunick.Îcar serê Tunich bê jêkirin, neyê jêkirin ne sûcê me ye, em ne mesûl in haa…..

Bextê xwe xira nekin

Endamê Þerefê ê Akademîya Zaniztiya Tirkiyê (TUBA) Prof.Dr. Ozer Bekaroglu dibêje „di van 50 salên dawiyê de li Tirkiyê tu pêþketinek zanistî çênebûye“. Yanî meriv mala xwe xira dike lê bi vî awayî xira nake ha! Çawa li Tirkiyê pêþketinên zanistî çênebûne? Fermo delîl: JÎTEM çêbûye, ÇETE çêbûne, MAFYA çêbûye, DIZÎ çêbûye, ZINÊKARÎ çêbûye, EROÎNFIROÞÎ çêbûye, çêbûye û her çêbûye! Profesor beg, ma ev ne pêþketinên zanistîne qurban!?

Maça homoyên misilman û Hollandî

 Înstîtuya Pêrabûna Pirkulturiya Hollandayê dixwaze di navbera qûndeyên misilman û Hollandiya de tûrnûwa fûtbolê lidarxe. Tê gotin ku armanca vê tûrnûwa yan jî pêþbirkê ewe ku têkiliyên di navbera qûnde û misilmanên oldar de xweþtir bike û wan li hev germtir bike. Organîzatora tûrnûwayê Suzanna Iîsselmuîden ji çapemeniyê re dibêje “ em bawerin ev musabeqe wê sarbûna di navbera mirovên qûnde û neqûnde de ji holê rake, ewê bi rehetî karibin di derbarê hev de biaxivin û hevdu fêm bikin. Em zanin ku di nava misilmanan de jî kesên qûnde pir in lê jiber ku civak wan qebûl nake newêrin derkevin nav civatê û xwe azad nabînin. Em dixwazin pêþ civakê bikin ku mirov karin xwediyê gellek nasnameyan bin”. Musabeqe ji alî dewleta Hollandî ve tê destekkirin. Ma em rebenê xwedê karin çi bêjin, hema hûn qûnde li hev pîroz û bimbarek bin û hew

Özkök rastî dît

Serekerkanê Artêþa Tirk Org.Hilmi Özkök di civînek perwerdeya eskeriyê de got “ev bêxwedîka înternetê pir xerab e, bi riya wê þerekî psîkolojîk li himberî welatê me tê meþandin û bandora wê jî pir xerab e, serê mirovên me tevlihev dike. Bi taybet di van herdu mehan de malperek bi navê Lotlotxane ye, Lotikxane ye çi quzilqurt e vebûye û þerekî psîkolojîk li hemberî me dimeþîne”. Wekî din Özkok dibêje “yekbûna Tirkiyê bi hizûra hindur ve girêdayî ye”. Bi xwedê rast e, Lotikxane jî dibêje Özkök rast dibêje lê tiþtekî jibîr dike. Gerek ewî bigota “yekbûna Tirkiyê bi serxwebûna Kurdistanê ve girêdayî ye, heta Kurd azad nebin yekbûna Tirkiyê di xeterê de ye!” Xuyaye ewî xwestiye wek me bêje lê jiber go hinekî fedîko ye, hiþtiye carek din.....

Çîroka Çanakkale jî palavra derket!

 Wek gellek çîrokên Tirka, þerê wan ê Çanakkale jî palavra (derew) derket. Tirk hema hersal dibêjin „me li Çanakkalê 250 hezar þehîd dane“ û bername, flîm û senaryoyên nîjadperestî çêdikin. Lê nivîskarê rojnama Sabah ê Emre Akoz ji van derewan têr xwar û wîjdanê wî nema qebûl kir. Ew dibêje „em Tirk di vê meselê de jî derewan dikin. Di arþîva Artêþa Tirkiyê de eþkereye ku di þerê Çanakkale de bi tenê 66.hezar û 262 þehîd ketine. Wekî din dewleta Osmanî bi daxwaza xwe ketiye þerê emperyalîzmê, ew di nava xewnên emperyalîst de bû“. Ohoo, tu dev ji Çanakkale berde heyran, ma çiyî Tirka rast e?

Ji xwe ev kêm mabû

Li Tirkiyê bajarê Konyayê sê jinan bankayek þêlandin. Heta niha me zanîbû ku tenê zilam banka diþêlînin, lê jin? Xuyaye wê di demek nêzîk de li Tirkiyê qiyamet jî rabe, êdî bûye berdî berdan! Jinekê ji wan telefonî Lotikxanê kir û got “ma bila hemi tiþt ji zilaman re be heyran! Madem esker û polîsên Tirk çete û grûpên nijdevaniyê çêdikin û xwe dewlemend dikim, êdî em jin jî emê têkevin nav þoreþa çete û nijdevaniyê, êdî bes e!” Ma em çi bêjin heyran, xwedê we ji serê zilaman kêm neke rebbî....

Model û sêvfiroþa bedew û seksî Debora Carrera dibêje "keçkê gundê me buha ne werin sêva, heryekê bi elbê zêrane werin sêva!" Îcar Kurdino, ger elbek zêrên we hebin li Lotikxanê bigerin, Debora Carrera li bendî we ye!

Îsot û ha îsot

 Lêkolînerên Amerîkî îspatkirin ku îsota sor dermanê n