|
|
Hindik û rindik... magazîna 100% Kurdî
|
|
|
Adil Duran Rustem |
Bavê Ronahî Dede hat hewarê |
Beytocan |
Fatima Muxribî Jin |
Dr. Miho Tendirustî |
|
Sîbelê çavliderê
Navbera Sîbel Can û Bulent Ersoy xerabûye. Sîbelka me dibêje "tobe li ber destê xwedê, ez nema wî dihewînim mala xwe". Ê jixwe tê wî/wê nehewîne mala xwe heyran. Rebenê/no ne kare ji pêþde bide û ne ji paþ de! Bi xwedê Lotikxane jî Bulent xanima nêrûmê nahewîne dîwana xwe,ma emê çibkin ji dara bê fêkî qurban! Ma xêr e....... Gotin heye emel tune
Wezîra Derve a Amerîkayê Condoaleezza Rice gef li Îranê xwar û got “Îran jibo mirovatiyê yek ji welatên herî bi xeter e” Ji aliyê din rayedarên Îsraîlê jî her serê çend roja gefa li Îranê dixwin, lê her du alî jî tiþtekî nakin. Evana em avis kirin haa! Ê yao heger hûnê li Îranê xin, rojek berî rojekê lêxin ku em Kurd jî rehet bibin. Na heger hûn lênaxin ev çi gef û zirtên we ne? Heger hêza we tunebe hûn li Îranê xin, alîkariyê ji Lotikxanê bixwazin heyran! Ma hûn dixwazin em li Îranê xin! Mufettiþ hat
Dibêjin Sîrwan Hecî Berko bûye peyamnêrê fermî ê Rêxistina Peyamnêrên Sînornenas. Em wî pîroz dikin û peyemnêrîyek baþ jê re dixwazin. Lê!! Kurdino hay ji xwe hebin! Allahwekîl Sîrwan xatir-matir nizane, lingên xwe li gor xwe bavêjin yan ewê guhê we bikþîne piþtre nebêjin haya me jê çênebû...Ji me gotin! Zerî Qurban
Ev serê 7-8 salane ku Hunermendê dengxweþ Brîndar qapûtekî þîrkî lê ye û di çend kolanan re li dora xwe dire û tê û hema dibêje "Zerî Qurban". Ne havîn, ne çile wî qapûtî ji xwe nake. Li gor ku dibêjin Brîndar soz daye heya esmera Omerî nebîne qapût danayne..... Kî rast dibêje?
Ev demeke ku xortek dibêje „ez lawê Cem Karaca me“. Jina wî jî dibêje ku Cem Karaca digot "pê re ranedibû" wê çawa zarokê wî çêbibin? Wê rojê hestiyên Cem Karaca ji mezel derxistin, Wê lêkolîn bikin ka pê re radibû yan na! Mesele jî hemi ji bo YTL (yeni türk lirasi) ye...De di hevkin de……. Jina herî seksî
Scarlett Johanson ji alî kovara mêra a bi navê FMH ve wek jina herî seksî hat hilbijartin.Lotikxane jî ew bi 10 pûana xelat kir, lê berî biryarê heger xwedê bike qismet emê li tama wê jî binerin. Hûn zanin bê heger yekî Stilîlî Scarlet xanim bidîta wê jê re bigota çi? Wê gotiba "yeh, bi telaq xwedê ev jibo xwe çêkiriyi!" Berlûsconî bingeh danî
Serokê Partiya kominîsta Îtalyayê Olîvîero Dîlîberto berî çendakê gotibû „em ne li dijin ku di dibistana de derza quranê bê xwendin“. Serokwezîrê Îtalyayê Berlûsconî jî rabû di derbarê xwendina quranê de got „allahwekîl ez qebûl nakim! Em bi adetên xwe serbilind in, em naxwazin biyanîyên ku ziyanê bidin hemwelatiyên Îtalyayê bên li Îtalyayê bicîh bibin“. Kuro bi xwedê tu kurê bavê xweyî lo! Xwezî me Kurda jî karîba bigota „em Tirka li welatê xwe naxwazin, em ne brayên hev in, em arî ne ew hovî ne…… Tûrîsta jî kire Tirka
Li gor lêkolîna ku li Ewrûpayê çêbûye, xelkê ku herî zêde tûrîsta li welatê xwe aciz dikin û dest tavêjin wan, Tirk in. Çapemeniya Tirk dîsa agir ji devê wan dibare û dibêjin „tûrîst jî mabûn, wan jî kire me!“ De xwedê xêra tûrîstên Ewrûpî qebûl bike…. Xelîlê Xazî meke gazî
Xelîlê pir Xemgîn amadekariya CD yekê nuh dike û ketiye nav lêkolînekê pir kûr û dûr. Xwedêgiravî Xemgîn gotiye “hêviya min ew bû ku ez beþdarî Newroza baþûr bibim, lê qismet nebû”. Ê heyran tu çima rastiyê nabêjî lo? Xweþik bêje “heyran welle PKK nahêle ez beþdarî þevên netewî bibim” û hew! Dibêjin heger Xelîl Xemgîn biçe Kurdistanê jî ewê tenê beþdarî þahîyên li Mexmûrê û PÇDK bibe. Anelîe fedî kir
Anelîe bixwe qereçî ye, lê bedewa qereçîyên Ewrûpayê ew e. Me jibo Lotikxanê sûretek (wêne) jê xwest. Ciwankê jî teqsîr nekir û wêneyek xwe ji me re þand. Me ji xanim Anelîe pirsî "em xulam, te çima ruyê xwe guhertiye?" Ewê jî bi nazikî bersiva me da "qurban, ez zanim em û Kurd pismamên hev in, bi xwedê min þerm (fedî) kir ha!" Na, na, þerm nekin, em Kurd qedrê jinê baþ zanin, ha tazî ha çarþefkirî.... Cizîrêsporê beravêt
Cizîrêsporê li himber Ûrfasporê 3-1 wenda kir û ji Diyarbekirsporê xerabtir anî serê xwe. Me xwe gîhand antrenorê Cizîrêsporê û me jê pirsî “moxene, hewe jibo çi 3 xol kirin xwe?” Ewî bi kelegirî got “ ez benî, lîztikvanên Ûrfasporê bêrîkên xwe tije îsotên sor û tûj kiribûn. Hema îsot tavêtin devê xwe û har dibûn, jiber wê bi îsotên tûj zora me birin. Heger ne ji îsotên Ruhayê bûna meyê deh xol têxistana wan”. Yabo ma kî kare bi Ruhayî û îsotên wan looooo.... Tûrîstekê kire Tirka
Dibêjin tûrîstek Ewrûpî li bajarê Antalya nîvtazî bi motorsîkletê digere. Þifêrê otobûsa belediyê jî çav li kulîmekên jinikê dikeve û çavê wî wek hêkên qazê fireh dibin. Þifêr xwe jibîr dike û carekê çavê xwe li nexweþxanê vedike. Mêrik bi xwe re deh kesê din jî xistine komayê. Îcar heger Kurdê me bi aqil bin, ewê bilêtê tûrîstên Ewrûpî bibirin, mesrefa otêla wan bidin û wan nîvtazî bera nav bajarên Tirkiyê bidin. Bi xwedê wê di nava þeþ meha de bi hezara Tirka bikujin. Aha ji we re fedaîyên bê bombe! Rojbaþ xalê Canan
Parlamenterê CHPê ê Çolemêrgê Esat Canan rexneyên tund li partîya xwe girt û got, " dewleta kûr " dixwaze ser bûyera Þemzînanê bigre, helwesta CHPê jî di vî warî de wek a "dewleta kûr " e.Wey rojbaþ xalê Canan! Ma tu nuh pê hisya go CHP partiya dewleta kûr e? Yan berî te jê bavêjin tu dixwazî devjê berdî? De devjê berde û were têkeve Lotikxanê, çêtir û bixêrtir e... Petrola Kerkûkê
Gîsela Bundchen wek mankêna herî baþ a dinyayê tê destnîþankirin. Bundchen bi eslê xwe ji Brazîlya ye û yek ji dewlemendtirîn mankêna dinyayê ye. Li gor dibêjin wê Bundchen niha jî di televizyonê de Showekê zindî çêke û wê serê her deqîqeyê 50 hezar dolar bistîne. De werin û mala xwe xeranekin! Dibê çima xelk kesên dewlemend direvînin û pera ji wan dixwazin! Ê ji xwe wê birevînin ha, karkirên Lotikxanê di 500 salî de vî perî qezenc nakin, ma em niha nêta xwe li revandina wê xerabikin em neheq in!? Petrola Kerkûkê jî rojê hevqas pere nayne bavo.... Wezîrê kerxanecî
Wezîrê Dewleta Tirkiyê û hikûmeta AKP Mehmet Alî Þahîn çi dibêje hûn zanin? Dibêje “min araq jî vexwariye û ez çûme kerxanê jî”. Em heneka nakin ha, rojnamên Tirka dibêjin. Lê Þahîn fitûyê ji xwe re derdixe û dibêje “gava mirov ji xwe amin be kare here her derê”. Yanî ew dixwaze bêje “doxîna min bi 99 girêkan girêdayî ye. Ne qehpikên kerxanê karin vekin û ne jî ez karim vekim!” Ê baþe kerxaneciyo, madem tu ji xwe amin bû çi îþê te li kerxanê hebû yao? Tu çima neçû camîyê lê tu çû kerxanê? Kerxane þêrîntir bû newlo!? (Rojnama Sabah) Eyþê Avesta dide mehkemê
Malpera Avesta nûçeyek belavkiribû û gotibû "li Sûriyê spîkerên qelew naxwazin". Li ser vê nûçeyê spîker û peyamnêra Lotikxanê Eyþoka Hinekîqelew ev nûçe wek heqaret qebûl kir û got "ezê li ser navê jinên qelewên dinyayê malpera Avestayê bidim Mehkema Navnetewî a Laheyê". Xuyaye çavê Eyþê lê ye tazmînatek baþ ji malpera Avestayê bistîne. Baþe, baþe, jixwe hinek pere ji Lotikxanê re lazim bû, emê bi xêra Eyþê bêrîka xwe germ bikin.. Werin qehweyekê vexwin
Li Bexdayê, piþtî hevdîtina li gel fermandarê hêzên amerîkî yê li Rojhilata navîn general John Abizaid, Serokkomar Celal Talebanî di kombûna çapemeniyê de got "Dawîlêanîna þerê çekdarî di berjewendiya Erebên sune de ye, ji bilî Zerqawî em dixwazin ku hemi terorîst bên çay û qehweyekê bi min re vexwin“. Dibêjin piþtre mesela qehwê di nava terorîstan de bûye pirsgirêkek mezin û terorîst bûne du beþ. Beþek dibêje „emê herin qehwa þêrîn vexwin“, beþê din jî dibêje „de herin looo, îcar qehwa þêrîn, qehwe qehwa tehl e xeyo“. Li ser vê bûyerê Zerqawî jî fitwa herambûna qehwê derxistiye û dibêje „allahwekîl heçê qehwê vexwe ezê serê wî jêkm“. Mîhrî Bellî îsal jî nemir
Mîhrî Bellî, sosyalfaþîstê Tirk 90 saliya xwe bi slogana “Bîr Turk Dunyaya Bedeldîr” pîroz kir û dîsa zimandirêjiya baþûrê Kurdistanê kir. Bellî-Nebellî dibêje “”neteweperestên kevnare nokerên emperyalîzmê”ne. Yanî ji sedî 90 ê Kurda nokerên emperyalîzmê ne. Ma em çi bêjin heyran,elhemdulîllah ku em neteweperest in û wek Tirka ne melez in, ne qantir in û ne gur û çeqel in... Xwedê da Ciwan Haco
Li Brîtanya, di Zanîngeha St Andrews de lêkolînek li ser jinan hat kirin. Di lêkolînê de çi encam derket hûn zanin? Gava jin amadeyî seksê ne, bi piranî ji mêrên dengqalind (bas) hezdikin û dengê qalind xwesteka wan a seksê zêdetir dike. Îcar heger mesela dengê qalind rast be, xwedê da Ciwan Haco! Dengê bas û hey bas!!!
Cahît Mervan: Bi telaq ne ez im!
Hinek xêrnexwazan li ser navê Cahît Mervan di înternetê de kuþtina Kanî Yilmaz þermezar kiriye. Cahît Mervan jî rabû rastî got "bi telaqên jinberdanê min nenivîsandiye. Ma ez dînim ji kursî û sêla sor bibim heyran!" Heywaxxxx! ================== ///------------------/// Bahattîn Karakutuk çima xwe kuþt?
Rojnamevan Bahattîn Karakutukê ku di 11.01.2005an de çû ser heqiya xwe, çima xwe întîxar kir? Li gor agahiyên ku ketine destê Lotikxanê, ewî ji keçikekê bi navê Diren (li roj tv kar dikir) hezkiriye û jiber ku hezkiriya wî nedane wî, ewî jî xwe întîxar kiriye. Hevalekî wî ê gellek nêzîk ji Lotikxanê re got ku "Bahattîn evîndarê keçekê bû, lê hevalên wî rê nedidan ku ew bizewice û jiber wê jî Bahattîn ev helwest bi întîxara xwe protesto kir".
|
Kî bêehlaq e?
Wek hûn zanin jinên Kurd li Dihok û Hewlêrê jibo mafê xwe meþiya bûn.(23.03.2006). Di 24ê Adarê de jî 11 Melayên Dihokê beyanek dan û gotin "meþa jina bêehlaqî ye (yanî jinên Kurd bêehlaq in, qehpik in), cilkên Xelîcî (cil û bergên Erebî) þerhî ne. Ev cûrekeyî terorê ye, divê hikûmeta Kurdistanê jî jina gunehbar bike". Ey Melayên rîhdirêj û þaþikmezin, kîjan rojê Melayên Kurd jina Kurd wek bêehlaq binavkiriye? Hûn çawa karin jina Kurd a ku di dîroka Kurd û Kurdistanê de xwediyê ciyê herî qedirþînas e bi bêehlaqî tawanbar bikin? Heger wan jibo bidestxistina mafên xwe bêehlaqî kiribin, hûn çi dikin? A we jî ne bêehlaqî ye? Cil û bergên Xelîcî þerhî bin, cilên Kurdî çine? Meþa jinên Kurd çawa dibe cûreyê terorê? Jin bingeha civaka Kurd e û di dîroka xwe de tim azad jiyaye. Heger hûn ne razî bin hûn çima naçin li nav Erebên hov bicîh nabin ey Melano!? Heramzadeya Tirk
Heramzadeya Tirk, qantira mê Suna Akar, di nivîsa xwe a înternetê de heqaretên mezin li Kurda dike. Ew dibêje “Kurda jiyanek parazît hilbijartine, nikarin dewletekê îdare bikin, ji hev heznakin, ne sosyal (medenî) in, zanebûna milletbûnê bi wan re tuneye, nikarin bêyî me bijîn, me di televizyonê de weþana Kurdî da wan lê ew nikarin xwedî li zimanê xwe jî derkevin, madem hûn ji me heznakin hûn jibo çi xwedî li dewleta Tirkiyê derdikevin, em milletek in û em hemi Tirk in”. Esasên gellek tiþtên tu dibêjî rast in. Meselen em ji hev heznakin, zanebûna milletbûnê bi me re kêm e, li Amedê weþana Kurdî destpêdike lê ji 30 rojnamevanî tenê du kes bi Kurdî zanin, em xwe nasnakin û xwedî li Demokratîk Cûmhûrîyeta Tirk oxlî Tirk derdikevin û dijminatiya qewmê xwe dikin. Lê Suna xanim, em tiþtekî tenê nakin, em wek we Tirka ne bê esl in! Em wek we ne qantir in, ne melez in, ne koçberên Bulgar, Arnavût û Qereçî ne! Em wek Atatirkê we di kerxana Selanîkê de nehatine dinyayê! Rûs û Tirk dixin hev
Komela Hevkarîya Perwerde û Kultura Rûsyayê, hewl dide ku pirsgirêkên di navbera herdu milletan de (Rûs-Tirk) ji holê rake. Lê dike û nake ji heqê Tirka nayê der. Li gor îstatîstîkan heta niha 60 hezar Tirkî jinên xwe berdane û bi Nataþayên Rûs re zewicîne. Ê xwedê heye, Nataþayên karxezal li ku û jinên hacûcên Tirk li ku! Welhasilîkelam, komele dibêje ku di warê ziman de pirsgirêkên zarokan peyda dibin. Tirk dixwazin zarok bi Tirkî mezin bibin û Nataþayên Rûs jî dibêjin „na bavo, divê zarokên me wek Rûs perwerde bibin“. Li gor îstîxbarata me, dibêjin bawerî di navbera jina Rûs û mêrê Tirk de nemaye. Her yek li odeyekê radizê û her yek ji wan jî kêr yan demançeyekê datîne ber serê xwe ku yek ê din nekuje. De ser xêrê be… Sîbel Kekîlî bû keça Kurd
Stêra porno û seksê Sîbel Kekîlî li Stenbûlê heypeyvînek bi kovara „Elele“ re kir û ji zarotiya xwe bigre heta bi stêrbûna xweya pornoyê anî zimên. Birastî di vê hevpeyvînê de tiþtekî bala me kiþand. Kekîlî dibêje „sala çûyî ez pir xebitîm, min du flîm kiþandin,wextê min tunebû“. Peyamnêra Elele jê dipirse „kîjan flîm?“ Ew jî dibêje „yek jê me li Kenyayê bi navê „Seyrana Zivistanê“ kiþand. Ez di vî flîmî de rola keçek Kurd dilîzim. Ewê di meha Îlonê de li Almanyayê têkeve vîzyonê“. Birastî wek Lotikxane bêhna me çikiya! Me got qey Sîbel xanim bi navê keçek Kurd di „Seyrana Zivistanê“ de flîmê seksê kiþandiye. Lê piþtre ew dibêje ku ev flîm ne flîmê seksê ye û flîmek adetî ye. Me hertiþt fêmkir, lê me fêmnekir bê îþê keçek Kurd li nav reþikên Kenyayê çiye bavo!? Xuyaye piþtî 1998an Kenya ji gellek mirovan re bûye meraq û ciyê seyrangehê…. Werin xwarina bi sos
Gunter Volkerê Alman li Hewlêrê aþxaneyek Almanî vekiriye û wê Kurda fêrî xwarinên Almanî bike. Dibêjin Volker gotiye “ma heyran Kurd ji xwarinên bi sos fêmnakin, tenê xwarinên ziwa dixwin û jiber wê jî qebiz dibin (diesirin) û nexweþ dikevin. Min jî xwest xêrekê bi wan bikim û wan fêrî xwarina ruhn (bi av, bi sos) bikim ku qebiz nebin, bi rehetî destava xwe bikin û gû di wan de hiþk nebe”. De xwedê xêra te qebûl bike herr Gunter... Bi xwe de rîtin
Dibêjin di 20ê Adarê de, li bajarê Hernê çend partiyên Kurd ên tirtire gîhane hev û Newroz pîroz kirine. Newroz bi amadekariya KAWA, RIZGARÎ, KIP, PDK-Bakur ve hatiye lidarxistin. Xelk û alemê jî gotiye "aha, bi xwedê wê bi kêmanî 10 hezar însan bên Newroza wan". Lê çi bûye hûn zanin? Dibêjin ji Generalên partiyê pêve kes nehatiye þevê! We go çend kes komkiribûn? 30-50 kes! De a bi xêr. Ma bi 30 kesî jî Kurdistan rizgar nabe? Çawa canim!? Kurdek Tirkoya bedeldir
Þukru Gulmuþ got "berxwedan jiyane" û dîsa malpera xwe Nasname vekir. Wek hûn zanin vîrûs, mîkrop, êþa mirîþka, Mît û îtên Tirk bi balafirên MIG 16 êrîþ biribûn ser malpera Nasnamê û ew di newalek teng de hêsîr kiribûn. Lê serokê Nasnamê keleþkofa xwe girt destê xwe û got "ya allah!" û malpera xwe ji destê dewleta kûr a Tirk rizgar kir. Nasname tu dîsa bixêrhatî heyran! Kêmaqilî û ehmeqî
Li gora testa IQ ( testa fahm û ferasetê) ku ji alîyê Zanîngeha Ulsterê ve hatiye çêkirin, di nava gelên Ewrûpî de Alman ên herî jîr, Sirb û Tirk jî ên herî kêmaqil derketin. Kêmaqiliya Tirka sedîsed rast e, lê mixabin di vir de kêmasiyek heye. Hûn meraq dikin newlo? Baþe gelo em Kurd çine? Yanî gava milletek di bin destê milletekî kêmaqil de bijî, jê re çi tê gotin gelo? Ma nabêjin EHMEQ! Heger em ji Tirk, Ereb û Eceman ne kêmaqiltir û ehmeqtir bûna, emê îro ne koleyên wan bûna!? Bila tukes dilê xwe negre, mixabin rastî tehl e…… Mizgînî
Kesên ku bê trimbêl (erebe-seyare) bin, bila çend salên din jî sebrê bikþînin û bêhna xwe fireh bikin. Dibêjin wê dewleta Çînê jî têkeve bazara trimbêl çêkirinê. Çîn, jibo ku bazarê têxe bin destê xwe difikire jibo her miþteriyê ku trimbêlekê bikire, jinekê jî di ser re wek diyarî bide. Îcar kesên ku dixwazin bibin xwediyê trimbêlekê hinekî din jî sebir bikin. Jina Çînî bernedin..... Gîzema hevdîtinê
Piþtî ku Serekerkanê Artêþa Tirk guhê Erdogan kiþand û xiyarê tehl pê da xwarin, îcar dor hat ser Erkanê Artêþa Bejayî Org.Buyukanit. Herçiqasî gîzema (sirra) hevdîtinê nayê eþkerekirin jî, lê sîxurê Lotikxanê ê meclîsa Tirka dibêje “bi telaqê bê fitû Buyukanit jî xiyarê xwe ê þêrîn bi Erdogan da xwarin. Ozkok devê Erdogan þewitandibû, Buyukanit jî devê wî þêrîn kir û got “aqlê xwe bide serê xwe, ne ji min be wê Ozkok te bide ber lotika haaa!” Patrîk hindik xwest
Patrîkê Ermenî Mesrob II. Gazind ji tunebûna keþe û papazên Ermenî kir û got “ ji dêvla vekirina Dibistana Ruhban”ê me daxwaz ji rayedarên Tirkiyê kiriye ku ew di Zanîngehek dewletê de Fakulteya keþe û papaza vekin". Herweha dibêje “wê vekirina Fakulteyekê jibo keþeyên Ermenî, riya Tirkiyê a jibo Yekîtiya Ewrûpayê veke”. Rebenê rayedarên Tirk jî nema zanin bê wê çi bikin û çi nekin, wê mafê kê bidin û ê kê nedin. Kurd ji aliyekî de heqê xwe dixwazin, Ermenî dixwazin, jin dixwazin, mêr dixwazin, Alewî dixwazin û Komela Heywanparêza jî dixwazin. Dibêjin rayedarên Tirk kom bûne û ji xwe re gotine “bavo heger em heqê herkesî bidin wan tu gû ji me re namîne wey, bimîne bimîne wê Anitkabîr ji me re bimîne û hew! Kesî Atatirk fêmnekir
Li bajarê Edenê nivîskara serêxwexwarî Muazzez Îlmîye Çig konferansek bi navê “ma Atatirk wilo difikirî?” da. Muazzez xanim di konferansê de got “hevalên Atatirk þoreþ fêmnekirin, heger fêmkiribana , wê îro Yekîtiya Ewrûpa bi dû me de bazbida”. Muazzez xanim berdewam dike “Atatirk dest avêtibû her tiþtî, dixwest di her warî de þoreþan çêke, tenê Îsmet Înonu û Mareþal Fewzî Çakmak ew fêmkiriye”. Kê fêmkiribe kê nekiribe em nizanin, lê me bixwe wek Lotikxane Atavirk baþ fêmkiriye. Em zanin ew di kerxana Selanîkê de çêbûye, diya wî Zubeyde xanim di kerxanê de xwe firotiye (xwedê gunehên wê efû bike) û em zanin go Atatirk pêzeveng bû û li dor zaroka jî digeriya. Ma êdî emê çî din fêmbikin heyran!Heger ne rast be, bila nameyên jina wî ji dolabên pola derxin mazatê û eþkere bikin........ Osmankê me em gêj kirin
Serokê Þaredariya Amedê Osman Baydemîr di derbarê weþana Kurdî de peyamên baþ û erênî dan. Ewî got “weþana bi zimanê Kurdî pêþketinek erênî ye, ev têr nake lê ji tunebûnê çêtir e. Tercîha min seyrkirina televizyona Kurdî ye. Zehmetiya peydekirina wergêran (tercuman) heye. Dibe ku piþtî sê salên din ez jî karibim bêm di televizyonên Kurdî de bixebitim, lê bi þertê ku peymanek baþ bê çêkirin”. Li sosret û rûreþiya ecêb binerin! Di civîna çapemeniya Baydemîr de ji 30 rojnamevanî tenê du kesa karîbû pirsên xwe bi Kurdî bikin. Îcar Lotikxane jî ji Baydemîr dipirse: Heyran çima li bajarê te wergêrên Kurd tunene? Ma Amed ne paytextê Kurda bû? Te hemi kirin Tirk newlo? Ê ma go tu wek Serokê belediyê ala Tirko maçî bikî,wê kîjan malxirab dev ji zimanê Kurdî bernede hewarêêêê!? Haa, heger tu di televizyonên Kurdî de bixebitî, tê çend hezar dolar meaþ bixwazî qurban? Agir bi malê keto!
Serokkomarê Tirkmenîstanê Saparmurad Niyazov di televizyonê de bang li netewa Tirkmenîstan, taybetî jî xortan kir û got "min pirtûkek bi navê Rukhnama nivisîye û eger meriv vê pirtûkê sê caran bixwine dê biçe bihûþtê ! Min ew pirtûk bi taybetî ji bo xortan nivîsîye. Lê wek her tiþtê þert û þortê hatina bihûþtê jî heye . Gerek hûn pirtûka min sê caran wextê roj diçe ava, sê caran jî wextê roj derdikeve bixwînin. Min ji Xwedayê mezin pirsî û ew bersiva ku min da we jê girt“. De werin û dîn nebin! Ma ew jî ne Tirk e!? Heger rojekê Tirk „Xwedê jî bikin Tirk“ qet þaþ nebin haa! Tirro destûr ji Xwedê stendiye û pirtûk nivîsîye! Wey agir bi mala derewînan keve….Bi Xwedê heçê pirtûka wî bixwîne wê yekser here cehnemê! Fîþekên ETA neman
Rêxistina herêma Baskê ETA ji sala 1968an û vir de jibo serxwebûna Baskê tekoþînê dide. Lê heta niha jî tu gû bisernexistiye. Niha jî dibêjin „me dev ji þerê çekdarî berdaye“. Baþe, baþe, lê çima dev ji þerê çekdarî berdane gelo? Dibêjin xwedêgiravî navbera wan û hikûmeta Îspanî nerm û germ bûye. Lê peyamnêrê me ê Îspanya bi þêweyekî din meselê þirove dike û dibêje „kuro jina min ji min berdayî be mesele ne nermbûn û germbûne lo! Fîþekên wan nemane fîþek! Tenê bi bahrûdê þer dikin“ Yanî teslîm dibin haa! Dîsa Mêrdîn jibîr bû!
Li ser bextê Ajansa Nûçeyên Firatê (ANF) be, dibêjin Serok Barzanî bersiva Osman Baydemîrê Diyarbekirî daye û Newroza wî pîroz kiriye. Herweha xwedêgiravî gotiye “ez cejna Newroza Diyarbekiriyan jî pîroz dikim”. Çima heyran, ma Mêrdînî jî ne Kurd in yaw? Çima kes cejna Mêrdîniyan pîroz nake? Yan divê illeh em jî rabin ala Tirka maçî bikin heta go serokek cejna me pîroz bike, yan jî, divê em jî wek hineka rabin bêjin “diya me jî Tirk e” heta go cejna me bê pîroz kirin! Welhasilîkelam, hûn cejna Lotikxanê pîroz nakin, lê Lotikxane cejna we hema pîroz dike. Dîsa bar ket ser milê me rebenê xwedê..... Tazî mazî qilopazî
================== Hûn por û simbêlên xwe bi kîjan markê boyax dikin?
Hûn por û simbêlên xwe bi kîjan markê boyax dikin?
Piraniya endamên polîtbîroya partiyên baþûrê Kurdistanê por û simbêlên xwe boyax dikin.Li gora ji me re hatiye gotin, rojê 3 caran por û simbêlan didin ber boyaxê û piþtre hewiyê tînin ser jinên xwe yan jî wan berdidin. berdewam
|
Mêrê du þîrketa Bavê Teyar xiste Mîr Muzîkê. Bavê Teyar ku nîvê wî Xewar Toþ e û nîvê din Yusuf al Azme ye (her du lîztikvanên Sûriyê yên komedi) vê carê ne lîzt, lê birastî kir..DVD ya dawî ku bi navê 1 meha 8 li vir bi 4000 euro firot Mîr Muzîkê, derket ortê ku wî ev DVD li Tirkî jî firotiye fîrmakê din...yanî ciwamêr bû mêrê du fîrma.. Aksû dîsa berda
Wezîrê Hundurê Tirkiyê Abdulkadir Aksûyê Diyarbekrî di derbarê bûyerên Amedê de dîsa fisek berda û dibêje “bila herkes bi aram be û bila tukes neyê tehrîka (provokasyona). Dewleta me mezine, wê can û malê herkesî biparêze”. Wey agir bi mala derewîna keve bay Aksû! Tu çawa Diyarbekrîyî yaho? Dewleta te xortên Kurd bi çekêm kîmyewî dikuje, hemþeriyên te kezeba wan diþewite, dadikevin meydana, tu hîna dibêjî neyên provokasyona! Tu wilo mêr û zilamî ji artêþa xwe re bêje “sayin Generaller, provokasyona nekin!” Çakêtê Þemdîn
1995 dema ku Þemdîn di bernameya Med tv de derket,gundiyên wî matmayî man. Ne ji ber ku televizyona Kurdî vebûye, ji ber çakêtê Þemdin...Gundiyekî wî gotibû."Pîîîîî, wexta ji gund çû..1984...ne ev çakêt lê bû! Ma ev bêxwedîkê çakêt kevn nabe gidî!
Canê welle tu canî
Dibêjin hunermend Canê beþdarî Newrozên Hollanda û Fransayê bûye. Herçiqasî PKK nexwestiye ew beþdar bibe jî, lê Canê gotiye “ez hunermendek netewî me û beþdarî þevên herkesî dibim”. Humermend Marûf jî serê xwe ji daxwazên PKK re tewandiye û gotiye “ez xulam, hûn zanin, bêjin bimir ezê bimrin!”. Em wek Lotikxane helwesta Canê pîroz dikin û dibêjin “xuþkê welle te lotikek netewî avêtiye, her bijî. Lê ji kerema xwe haya te ji guhê te hebe! Guharên te pir mezin û giran in, tiþtek bi guhê te neyê gidî, tiþtek bi te bê emê di qada navnetewî de bê hunermenda netewî bimînin ha, eman eman!”(Çavkanî: Avesta) Off û hey off
Pîro Haco berî demekê li Stenbûlê di rojekê de sê klîp kiþandibû. Çapemeniya Tirk digot "hayhooo, hunermendên me di mehekê de klîpekê dikþînin, ev çi klîp in, ma îþê zaroka ye!" Xwedêgiravî Ciwan Haco jî gotibû "pek,pek,pek, ez karim di rojekê de 60 klîpî bikþînim". Îcar niha jî albûmek bi navê "OF" derxistiye. Çi navekî ecêb newlo!? Bi Ingilîzî "OF" tê maneya "bigre-asê bike". Dibêjin Ciwan di navbera Tirk û Kurda de maye û nema kare biryara xwe bide,aciz bûye û navê albûma xwe kiriye "of û hey of" Nexweþno hay ji xwe hebin
Li bajarê Wanê, qeza Baþkalê Îskan Kayayê 13 salî jiber êþa nava xwe serî li nexweþxanê dixe. Dr.Ogûz Ûgûr rontgen (flîm)ê wî dikþîne û çi dibîne hûn zanin? Di nav û piþta lêwik de 7 derziya dibîne. Dr. Dibêje îhtîmale ew bi riya xwarinê ketine bedena wî. Lê hinek jî dibêjin “na welle, adeta Doktorên Baþkalê wilo ye, heçê tê emeliyatkirin yan derzî, yan kêr û yan jî meqesek wek diyarî di bedena wan de tê hiþtin. Ev adeta Doktorên me ne”. Îcar heyran nexweþno, hay ji xwe hebin. Bi xwedê heger hûn têkevin nav destên Doktorên Baþkalê, dibe ku demançe yan keleþkofekê jî di can û bedena we de bihêlin, eman eman! Veneþêre heyran
Li gor pistepista xelkê Þivan Perwer îsal 50 saliya xwe dadigre û dixwaze wê di bin cil û mehfûra de pîroz bike. Li gor agahiyên ku veþartî ketine destê me, Þivan Perwer tenê bang li dostên xwe yên pir nêzîk û devasê kiriye. Ji mer hatiye gotin ku Þivan ji van dostên ezimandî re gotiye "binerin, eman eman, ji kesî re nebêjin. Erê ez 50 salîya xwe dadigrim lê dilê min wek xortekî çardesalî lêdide. Bila kes bi emrê(temen) min nizanibe haa, heçê bêje jina wî jê berdayî be!" Dibe ku dilê te çardesalî be, lê porê te emrê te venaþêre haa! Siwaro dinya bi mij e
Piþtî kaseta "bûkê delalê" ku hunermendê mezin Xelîl Xemgîn bi Diyar re derxist, qismetê wî hat girtin û kasêt baþ nehat firotin. Bavê Lorîn jî rabû çû nav erdekî û dua ji xwedayê xwe re kir "ya rebbî, bûkê delalê baþ bide firotin, me mecbûr neke go em kasêta "zava zava zava zava kekê mino zava" jî derxin û xwe têxin bin deyna!"De xwedê duayên te qebûl bike rebbî... Du xuþkên axretê
Îro me emaîlek balkêþ wergirt. Têde tê gotin ku hunermend Rotînda û Beser Þahîn wektekî bi hevre li malekê jiyane. Hineka ji Beser xanim pirsîye “heval xêr e, hûn çawa herdu di malekê de dijîn?” Beser xanimê jî bi ken bersiv daye “ma ne em wek du xuþka ne!” De xwedê xuþkîtiya we xera neke rebbî... ÇawaArif bû Marûf?
Hingî stranên Tirkî di MMC de derketin mêrik dîn bû û got “yaho ma evder bû hêlîna Tirka? Ma evder bû kerxana Selanîkê gidî? Hema Tirkî û Tirkî, tenê Ozan Arifê MHP lî ji vê kanalê kêm e, de ka ez bi riya sms ê stranekê ji Arifê faþîst jî bixwazim!” û sms ek bi Tirkî ji MMC re þand û got “ heval, ben Kara Bozturk Ozan Arîf ten bir parça istiyorum”. SMS derbas bû, piþtî ku strana Zulfo xelas bû, ji niþkê ve Marûf derket û bi tepa li çoga xwe xist “mîrê min, mîrê min!”. Mêrik famkir ku li þûna Arif Marûf derket! "Temam Heval"
Li gor tê gotin û li gor emaîlên ku ji me re hatine, wê Serhad (solîstê Çar Newa) bibe leþkerê Tirk.Lê wê xwe ji wan bikire û tenê 29 rojan eskeriyê bike.Serhad bi zor û heft bela ji xwe re ji þevên PKK û virde wirde çend qirûþ dane ser hev, lê wê wan jî here bide artêþa Tirk. Em jê re serketin û oxira xêrê dixwazin. Lê em ditirsin li þûna "emret komutanim" bêje "temam heval!" Li ser bextê xelkê be, ev ciqas raste em jî nizanin... Emê diza ji ku bînin?
Xanima Diyar, Deniz Deman,di hevpeyvîna xwe ya Ozgur Polîtîka de dibêje: "Ez gelekî bextewarim ku yekî wek Diyar li kêleka min e..xwezî li kêleka her kesê ku CD derxîne yekî wek Diyar ku ji kar famdike hebaya" Ê ma emê ê wek Diyar ji ku bînin? Feqiyê Teyra mabû di CD ya te de, ji wî jî dizî...incex Kawa karibe vî karî bike xuþka min! Ma herkes kare bibe diz? Perê bilêtê tunebû
Di bernameyên Newroza Kurdistanê de navê Hekim Sefkan li Amedê derbas dibû ku wê wek pêþkêþvanê þahîyê biçûya wir...lê ji ber perê bilêtê Hekîmê qedexe ji Îstanbûlê piþta stuyê xwe xurand û vegeriya..Ma hema heqê xwarina Edip Akbayram têra rê dikir...de bela wilo be. Em dîsa bûn kurê jinbavê! DMM carek din kire Tirka
Dadgeha Mafê Mirova a Ewrûpayê dîsa dewleta Tirk mehkûm kir û cezê pera lê birî. Wê dewleta Tirk 6 hezar û 229 Euroyan cirmê bide du kesên ku dewleta Tirk dabûn dadgehê. De ser xêrê be, hema ji ku de têkeve Tirka ji me re xêr e… Leyla Zana, tu çima ket destê nezana
Xuyaye navbera Leyla xanim û DTPê ne xweþ e. Dibêjin Leyla Zana neketiye protokola Newroza Amedê û wek berê di meydana siyasetê de xuya nabe. Êêê, siyaset wilo ye ha, mero wek paçik diguvêþin û pêhnekê li meriv dixin. Bav û kalên me gotine "meriv ji nîvê rê jî vegere baþ e". Yan "heta serê meriv li dîwêr nekeve aqlê mero nayê serê meriv". De a bi xêr! Heger Leyla xanim destê Hz. Fatma maçî nekiriba, belkî ev sosret nehatiba serê xwîþka me...De xwedê bi malbata Zana re be.... Golikek navê garanekê xira dike
Braziya Usama Bîn Ladîn, Wafah Dufur niha jî wê ji Kovara Playboy re xwe tazî bike û 4 milyon dolar bistîne. Dufur berê jî serê apê xwe tewandibû û pozên erotîk dabûn çapemeniyê. Dufur dibêje “de heyran dinya mirin e loo, ma em niha gûyekî nexwin emê kengî bixwin!” Me têkilî bi apê wê Bîn Ladîn re danî û ewî ji me re got “yabo ne evê qehpikê serê me xist ber me wey. Em nema karin serê xwe di nav dost û dijminên xwe de rakin. Hema heçê digihê min dibêje selamunaleykum apê Dufura qehpik! Ma 4 milyon dolar jî pere ne? Niha bi kêmanî 10 milyon dolar bistenda baþ bû, xwe ga jî bida xem nedikir, lê hêjabû. Ma 4 milyon?” Lotikxanê konsera Îbo betal kir
Li bajarê Îzmîrê, li otelekê konsera Îbrahîm Acises amade dibe. Tam di kêlîka go Îbo derkeve ser sehnê de welwelek radibe û tê gotin “kuro birevin, bombe heye!” Konser betal dibe û Îbo jî ji tirsa bi xwe de dimîze. Dibêjin Îbo ji çapemeniyê re gotiye “ev hebe nebe ji sedî sed lîztikên Lotikxanê ne, yan ma kes wêre bela xwe li min bide!” |
© lotikxane 2006