Lotikxane » Adil Dûran

DEMA HESABDANÊ
Dem wek avê diherike. Ji bo doza netewî bi keda salan gelek xebat hate kirin û me gelek nas-dost u rêhevalên xwe winda kirin, ji wan gelek mirov şehîd bûn, ketin girtîgehan, di bin tade û zilma dijmin de nexweş-bêçare û belengaz hatin dîtin. Hin kes jî di bin hikumranîya rêxistinan de bi bêdadî hatin reşkirin û hatin kujtin. Gelek şaşîtî hatin kirin û çalakîyên kûr-sergirtî û tarî çêbûn. Divê di derheqê wan kirêtan de hin kesên xwedî mesûlîyet civatê agahdar bikin ku ew bûyer zelal bibin, bên zanîn, yên bi guneh û bê guneh ji hevdu cuda bibin..

Rêxistinên me yên ku 30 sal berê hebuûn hemuû têk çûn. Lê yên ku berpirsîyar bûn îro ji îddîa dikin ku hê xwedî rêxistin in. Mixabin di rojevê de ne li welêt û ne jî li derveyî welêt herwek livînek wan yê rêxistinî û zindî tune. Ji bo pêşerojê dixwazin bibin berendamê rêxistinî yê netewî.

Yên ku ji bo pêşeroja netewê Kurd ji bo tevgera leşkerî û sîyasî dixwazin bibin pêşeng û rêber – ew tişt ji bo hemû rêxistinan derbas dibe – divê ji bona wan çalakîyên navxwe yên Kurdkujî xwe bi xwe mikur bên, tiştên ku di tarîyê de mane bêne ronakkirin. Di turikê kê de tiştên gemar hene bila derkevin holê, kî kî ye bi xirabî û qencîya xwe bête zelalkirin.

Mîrov dikarî wisa û ji dûrve dest pê bike.

Pirsgêrêkên li ser şehîdkirina herdu Saît an -Saît Elçî û Saît Kiziltoprak – divê bên vekirin û zelalkirin.

Ew rêxistinên derveyî me herwek ; Rizgarî-Ala rizgarî-PSK-PPKK -Kawa –TSK, ew bi wîcdanê xwe bila li ser bûyerên rabirdû têkîlî û çalakîyên xwe yên dema borî rawestin, bidin zanîn û ronak bikin. Ez bi dil û can dixwazim bila rewşa rêvebirîya partî û rêxistinên ku min wek endam têde xebat kiriye hîn bibim. Yên ku İro ji bo sibê û ji bo doza welat di pêşengî û rêvebirîyê de xwedî îddîa ne, bila keremkin ji bo agahdarîyek zelal hesabê demo borî bidin..

Ez endamê KUK ê bûm. (ez bi xwe jî nizanim ku KUK li ku ma, heye yan tuneye? Ji bo çi têk çû yan têk birin? Ger ku heye ji bo çi min agahdar nakin ka ez hê endam im an na. Ku ne endam bim, ji bo çi bi hemû sedemên neyînî wan ez agahdar nekirim?

Gelo ma çi li PDK-T hat?

Herî dawîyê endamê PDK-Bakur bûm.. Piştî koçkirina dawî ya rêzdar H.Reşo, çi li endamtîya min hat? Çi qewîmîye, ez çawa ji endamtîya partîyê hatim dûrxistin, bi çi dadî û çi rêbazê?

Ma di destûr û rêbazên rêxistinan de ew tişt çawa çêdibin? Bêyî nerazîbûn û bêhaybûna min çawa ew biryarên weha dibin?

Ma adet û toreyên dinê yên rêxistinî ev in?

Ma çend PDK-bakur hene?

Ji bo çi li ser malperên wan wêne û rumetîya hin kedkarên partîyê tunin?

Divê pêşî partî ji endamên xwe hesab bixwazîn, ji bo ku şexsek dibe ku bêçare bibe lê partî ango rêxistin ne bê çare ne!

Mafê endaman jî heye ku ji rêxistinên xwe hesab bixwazin?

Qutîyên reş yên bûyerên qewimî hê jî dijîn û li ser pîyan in. Bila biaxivin, agahdarî bidin û hemû bûyerên reş û tarî bên ronîkirin..

Ne tenê serok û kadirên tevgerên din, herweha divê serokên PKK jî ji bo bûyerên tarî û sergirtî ji bo gelê Kurdîstan li xwe mikur bên, ew jî wek rêvebirên partî û rêxistinên din qutîyên reş in,şahidên bûyerên sîh salan e.

Li gor min heya ku ew qutîyên reş yên rêxistinên Kurdîstanî li gelê xwe mikur neyên, bûyerên tarî zelal nabin û dilê kesî li hev venabe.

Ew neteweyên ku dîroka xwe zelal nakin, nikarin pêşeroja xwe jî bibînîn.

Bi kurt û Kurmancî; rêvebir, serok û kadirên ku di serokatîya rêxistin û partîyên bakurê Kurdistanê de cîh girtibûn û girtine, berî mirinekê divê hesabê dema derbasbûyî bidin gelê Kurd ku hem Kurd, hem em û hem jî ew rêvebir ji bin wî barê giran û tohmetê derkevin. Îcar dîrok kê rûspî dike kê nake ez wê nizanim..

Fermo! Kerem kin!

Ev nivîs 581 carî hatiye xwendin

XALÊ ROVÎ
Kurd ne Kurdên berê ne. Lê hawîrdora wan bi cinawirên xwînxwer ve hatiye pêçandin.

Disa jî bê hêvî nînîn, nikarin rêyekê bibînîn. Êdî dem û dewran hatîye guhurandin. Rizgarbûna wan bi çalakîyên leşgerî-tundî ango wek mirîd di bin hikumranîya zirKurdan de nabe. Bi bawerîya olî qet nabe. Ji bo rizgarîyê yekîtîyek bi hestên netewî, zanyarî û dîplomasî pêdivê. Mînak: Wek bûyera xalê me yê rovî……

Xalê me yê rovî bi zikekî birçî di nav daristanên bê dawî de winda dibe. Xwe li virde û wêde dide hestîyekî dibîne ku bikevêje. Ji dûr ve pilingek ji wê de ber bi vî de tê. Rovî bi tirs xwe bi xwe dibêje: „Ev piling wê min bixwe, lê divê ez bi aqilê dîplomatan bikim ku nêzîkî min nebe.“

Tê gotin dîplomasî ev e ku mirov xwe xurt nîşan bide, rehet raman bike û bîryar bide da ku bikaribe bi çekên dijmin zora dijmin bibe.

Xalê me yê rovî hestî dalêse û di bin dûvê xwe de jî piling dişopîne. Dema ku piling ji paş ve û bê deng nêzîkî wî dibe ku êrîş bike, rovî hestîyê ber xwe dikevêje û bi dengekî lerzok dibêje: „Goştê pilingekî têra min nekir, lê hestîyê wî jî çi xweş e lo. Xwezî pilingek din jî bihata vir, minê zikê xwe bi goşt û hestîyê piling têr bikira.“

Dema ku piling van gotinan dibîhîze, tirs û xofek bêtoşe dikeve kezeba wî û hildikişe ser darê.

Meymûnek jî li ser darê ye, li halê rovî u piling temaşe dike. Ji bo ku ji piling ditirsî, ji dûr ve jê pirs dike:

-Tu ji bo çi xwe li vir vedişêrî brakê piling?

-Min canê xwe ji ber lepên wî rovî zor xilas kir.

-Ez dixwazim alîkarîya te bikim. Tu ji sûnd bixwe ku ji niha û pêda tu bela xwe nedî me.

-Ser seran ser çavan. De li pişta min siwar be emê wî rovî kerî kerî bikin.

Rovî dinere ku wa ji wê de meymûnek li pişta pilingekî siwar bûye tê. Dema ku meymûn û piling nêzikî wî dibin ku xwe bavêjin ser wî, ew hestî dikevêje û dibêje:

-Ew meymûna bê hiş û bê aqil li ku ma? Nîv saet berê min rêkir ku ji min re pilingekî din bîne ez bixwim, lê hê nehat.

Tirs û xof dikeve dilê piling, meymûna ku li ser pişta xwe kiriye dawêje erdê û baz dide, meymûn jî baz dide.

Qijikek li pey wan dike qêrîn:

-Pilingooooo! Ma ew lezbûna te ji bo çiye looooo?

Piling rastîyê vedişêre, bi devekî şermok:

-Çermê min gelek giranbuha ye, ji ber tahsîldar bazdidim.

-Meymûna qeşmer tu ji bo çi baz didî? Ji xwe qûna te tazî ye wî…

Ev nivîs 993 carî hatiye xwendin

MA TU JI BO ÇI DIGİRÎ?
Wek her carê, vê carê jî TÎT û TAK li hevdu diqelibin,digindirin û dikin TAK-TİK. Dîsa agir dikeve dil û kezeba dayikan û dayik li junîyên xwe dixin û porê serê xwe diruçikînîn, dikin hawar û qêrîn…

Dîsa wek her carê, vê carê jî tiştek qewimîye, zarokek ber bi mal ve bazdide da ku dayika xwe agahdar bike..

Ew bûyera ku qewimîye zarok ji dayika xwe re dibêje û herdu bi lez û bez ji mal derdikevin û dadikevin nav kolanan. Ji ber ku lawik  virde wêde  dimeşe, dayik çend şeqaman li kurê xwe dide û dibêje:

-Teralê heram de zu bimeşe, negirî, huş be lawo!

Lawik bi hêrsketî û çavên gîrî:

-Yadê tu him li min didî û hin jî dibêjî huş be, ma ev jî dibe?

Piştî kefteleftê diçin mizgeftê û di nav civatê de cîh digirin. Leşker-polîs û gelek jin û mêr dikin hawar û digirîn, carcaran jî bi yek awazî dibêjin

„şehîtler ölmez, vatan bölünmez“ – şehît namirin, welat perçe nabe..

Ew dayik ji nêzîk  meytekî dibe, porê serê xwe dirûçikîne û digirî, bi Kurdî dilorîne.

Yên hazir li wê derê ecêb dimînin. Serokleşkerek li gel meleyekî diçe balê û ji wê pirs dike:

-Xwîşka delal, ma tu ji bo çi digirî, tu wî şehîdê  han nas dikî?

-Na xêr. Dema ku kurê min bi lez ber bi mal ve hat û ez agahdar kirim, min got hey wax me disa şehîdek heye.

-Belê, wa ye çar şehîdên me hene, ma tu jî ji bo wan digirî?

-Na  xêr! Wisa bi çar –pênc,  ango bi dehan dawî li we nayê, loma digirîm

Ev nivîs 1632 carî hatiye xwendin

DÛPIŞK Û MİROV
Ji rojan rojek kalemêrek melevanîyê dike. Ew carcaran derdikeve ser zinarên bilind û asê xwe serserî dinoqîne nav avê. Carcaran jî  xwe li virde û wêde dide. Xortek li kêleka avê bi dilxweşî li durişmê wî temaşe dike. Kalemêr ji qam de ketîye, taqat pê re nemaye, ji bo ku bîhna xwe bigre,  dixwaze ji avê derkeve. Di wê encamê de dûpişkek di nav avê de xuya dike. Kalemêr hewl dide xwe ku wî ji nav avê derxine. Lê dûpişk pê vedide. Kalemêr carek din hewl dide ku wî azad bike. Carek din pê vedide..

Piştre ew xort dike hawar:

-Kalê min ê hêja, ma tu ji bo çi dixwazî wî dûpişkî ji avê derînî? Her ku tu hewl dide wî azad bikî, ew bi laşê te vedide wî!

Kalo çawa ku tu tişt nebûye,bê êş û jan û xwînsarî dibersivîne:

-Kurê min, pêvedan di tebîata (sirust) a dûpişk de heye. Lê ez mirov im, xwedî hestên evîndarî me. Ji ber pêvedana wî nikarim ji hestên evîndarî dûr bikevim. Divê ez wî azad bikim..

DU GEL Û NETEWÊ BINDEST

Kurd bi hestên mîrovhezî dixwazin azad bin..

Du gel (dewlet) mecal nade..

Bi darê zorê dan koçkirin, êşkence-lêdan û kuştin dikeve para me..

LEŞKER Û GERÎLLA

Leşker xortên gel in û dugel wan bi zorê rê dike taxa şer. Carcaran jî wan wek qurban ser jê dike û gunehên wan dixe hustîyê Kurdan da ku nîjadperestîya gelê xwe li dijî Kurdan bikaribin hê tûj bikin.

Gerîlla ew jî xortên gelê Kurd in, canfîda ne. Nabe ku ji bo tukesî xwe bidin kuştin, ango ji bo daxwazên pûç û vala nabe! Çalakîyên wan îro ne ji bo berjewendîya Kurd û Kurdîstanê ye. Divê di rewşa îro de ku Rojhilata Navîn serûbin dibe, Kurd xwe nexin nava şerekî de ku nizanîn ber bi kuderê diçe.

Ji ber ku me bi wan hestên mirovhezî tim û tim biratîya Tirk-Ereb û Farisan dixwest. Lê îro sîstem û dezgehên wan  li hawîrdora me bûne dûpişk.

Bi sebir, bi zanyarî û bawerîyek netewî divê em ji pêgirtîyên wan netirsin û ji daxwazîyên xwe yên netewî dûr nekevin.

Bi jan-êş û dilek sotî , bi awazek keserkûr bikin hawar!

An Kurdîstan an neman!

Bijî Kurd û Kurdîstan!

Ev nivîs 698 carî hatiye xwendin

ZIBIL
Ma pîvana netewparêzîyê ango şoreşgerîyê çi ye?

Ew şexsîyetên/an ku bi dilekî azad û îrada xwe raman dikin û bi ramanîya xwe piştgirî didin tevgera netewî, yên ku  şoreşê bi mîrovan didin hînkirin, yên ku derfetên wan başe û bi diravan alîkarîyê dikin, yên ku bi canê xwe û malê xwe piştgir in, yên ku hebûna gel-welat û dîroka xwe bi bîr tînin û bi zimanê zikmakî didin û distînîn, yên ku ji bo berjewendîya welat-netewe û şoreşê pelekî ji şewata agir azad bikin û  karibin bostek gîha şîn bikin,  ew netewparêz in-şoreşger in..

Tu kes ji yê din bilindtir an jî nizimtir nîne. Her şexis li gor zanabûn-quwet û derfetên xwe bi îradeyek azad di nava rêxistinekê de cîh digire u dibe endam. Hemi mîrov ne wek hev in û hemi rêxistin jî ji hevdu cuda ne. Kurd jî her wek miletên din û her cûre ramanî û bawerîya wan heye…

Hin kes henekên xwe bi min dikin ku „çawa ez rojên xwe bi nivîsandina çîrok û pêkenokan derbas dikim..“

Tê gotin ji rojan rojekê pêxember xwe bi cil û bergên belengazan dixemilîne, ser û çavên xwe jî digire û dikeve nav civatê da ku binere bawermendên wî çi dikin, çi nakin û çawa dijîn..

Li her dever û kolanan digere, temaşe dike ku çi bibîne, hemi mirîdên wî  betal in û di bin sîya dîwaran de pal dane xwe. Tu kes bi tu tiştî re mijûl nîne. Di wê encamê de tiştekî ecêb dibîne. Gelek aciz dibe, bi hêrs bi şûn ve vedigere. Dema ku tête qonaxê, ji mirîdekî re dibêje:

-Here filan deverê, li wir zilamek pîr û kal heye, wî pişta xwe daye ber dîwêr, bi şivê li erdê rixa hêştirê (devê) tevlihev dike (tev dide). Wî kalî bîne ba min.

Mirîd diçe û wî kalî tîne ba pêxember.

Kal bi ecêbmayî pirs dike:

-Ya nebî, xêr e?

-Xêr e, xêr. Min dixwest xelatekê bidim te.

-Ez xulam, ma min çi kir ku tu xelatê didî min?

-Ez li hemi dever û kolanan gerîyam, bawermendên min tu xebat nedikirin. Hemi vala û tiral bûn. Her çiqas karek berbiçav nebe jî, di destê te da şivek hebû û te bi wê şivê zibil tev dida…

Ew rêxistina ku mesûlîyeta sîyasî û ya rêvebirînê xistîbû ser milê min, têk çû. Me nikarîbû wê pêş ve bibin.

Niha ji ber êşkenceyên dijmin bûme nîvmêr û tenduristîya min ji ne baş e. Min çar -pênc ziman dizanîbû, hemi jî ji serê min hatin rêşkirin. Ez hewl didim da ku xwe bi xwe zimanê zikmakî ji bîr nekim, Kurdî dixwînim û dinivîsînim. Tiştê ku ji min tê niha ev e. Dixwazin qebûl bikin an nekin, rastîya min jî ev e. Ez hevcedarê xelata nebî jî nînim..

Li K.Başûr binerin. Hema bêjin bûne komarek serbixwe. Derfetên wan gelek in. Têra xwe malheyîyên sererd û yê binerd dixwin. Dûrişm û rewşa Kurdên din ji bo wan ne xem e. Ma ev e welatparêzî?

Hin kes jî dibêjin: „Ji bo çi tu naçî welêt?“..

Bi rastî min hê serpêhatîyên xwe ne nivîsandine, xwe amade nekiriye wek hinekan ji Kurdên Başûr meaş nastînim.

Tu kes li ser rastî û nerastîya jîyana min gengeşîyê nake, hê omrê min nebûye 74 salî û min dawetnameyek ji AKP ê nesitandiye.

Tiştê ku ji destê min tê ev e babam. Ez karim wek kalemêrê Ereb bi darekî zirav li zibilxaneyê zibil tevdim, ev ji min tê. Lê wek we û mirîdên nebî tiralî û betalîyê nakim..

Ev nivîs 804 carî hatiye xwendin

KER-XANA MÊRAN!
Carcaran herdu lingên min laşê min ji xwe re kaş dike û dibin hin deran. Ew der û dewerên ku min nedixwest tu caran herim, niha li wir im.

Min li qehwexaneyekê pal da xwe û  qehweyek vexwar û li hawîrdorê xwe temaşe kir. Du xortan rojname dixwendin û li ser mijarên rojnameyê gengeşî dikirin.

- Di TBMM  de ji sedî nod mêr’in û her cûre kufir heye..

-Dev jê berde lo, ew der bi xwe ji mêjve kerxana mêran e..

-BDP li Amedê Xweserîya Demokratîk îlan kir..

-Gelek şexsîyetên nav û deng di nav de ne..

-Ş.Elçî, E.Kürkçü. A.Tan ….

-Va Kemal Burkay jî vedigere yaw…

-Aha vê carê aştî çêdibe..

-Çê nabe..

-Bazara şer li ser xwînê ava bûye û bazarek berfireh-mezin û giran e..

-Ma tu nabînî, ew parlamenterên BDP ê remza parlamenterîyê (mazbaata) girtine û ji Enqereyê meaş distînin …

-Pewîst e ku wan mazbaata xwe li erdê xistibûna û ji wan meaş ji ne sitandîbûna..

-Dema hilbijartinê wan qala wê biryara Xweserîya Demokratîk jî nekiribû..

-Dev ji wan berde, biner wa leşkerên Tirk bi bombebaranê leşkerên xwe şewitandine û  li her derê  beranberî Kurdan çalakîyên xwe yên nijadperestî didomînin..

-Axir. Xortên Kurdan ji bi wî agirî dikizirin. Ma tu dibêjî wê rewş çawa bibe?

-Wek berê, hê xiraptir..

-Ji ber wî şerê qirêj û çalakîyên kesanedîtî bîst sal in ez nikarim herim welêt lo..

-Nikarî tu tiştî bikî. Li vir bimîne û kerxaneyekê veke cîgerim..

-Kerxana mêran lo!

-Tu herdu çavên minî, fikrek ne xirab e..

-Li Ewrupayê mêr diltenik, germok u nermok in. Mafê femînîstan, kunekan û gelek galegalên ecêb: Psîkolojîk-sosyolojîk û rewşenbîrî hîn bûne..

- Mîna qantiran azad in. Têra xwe dixwin, vedixwin û lêdixin..

-Rast e..

-Ji me re çi bûyerên ku li welêt çêdibin babam…

-Emê li Ewropa avakirina kerxanena mêran îlan bikin…

-Ew potansîyel jî heye ellawekîl, ha ha ha haaaa…..

Îcar li qehwexaneyên Ewropayê galegal, fitne û fesadîyên kesanedî tên gotin. Heçê bixwaze ji kul û derdan dûr bikeve û li fitne û fesadîyên balkêş guhdarî bike, bila biçe li qehwexane yan li çayxaneyek Tirkan rûnê, çay û qehwa xwe deyne ber xwe û tizbîya xwe bike şeqe şeq. Bi ellawekîl xeber û fesadîya ku di van çayxaneyan de heye di meclîsa Tirkiyê de jî tuneye û xelas…

Ev nivîs 487 carî hatiye xwendin

HELALÎ!
Serokomarê Romî R.T.E  pi?tî ku di hilbijartinê de biserket, ji dost û dijminên xwe helalî xwest..

Bûyerê wî wek bûyerên Temelîê Laz e…

Ji ?evan ?evek payîzê Temel dizewice û berî ku bikeve gerdegê, mezinên wî jê re dibêjin:

-Lawo Temel, ku jina te di gerdegê de qîz derket derkeve balkonê (?ane?în) çardehxurê derxe û sê guleyan biteqîne..

Temel wê ?evê pi?tî gerdegê derdikeve balkonê û sê guleyan diteqîne. Nas û dost jî bi dilxwe?î berê xwe didin razanê.

Rojek derbas dibe. Bi ?ev Temel carek din derdikeve balkonê û sê guleyan berdide. Pi?tî wê teq û reqê hemi cîran lê kom dibin û jê dipirsin:

-Lawo Temel, ma ew çiye,çi qewîmîye?

Temel gelek xemgîn û devmirî dibersivîne:

-?eva çûyî wa qîz bu, î?ev min carek din dewisand wê û dît ku bûye jin. Û min ew ku?t…

Law Recebo, dema hilbijartinê te ne misilmantîya me, ne hebûna me, ne jî zimanê me qebul nekir. Pi?tî ku tu serketinê tu carek din derketî balkonê û te helalî ji me, ji wan û yên din xwest..

Yên ku bi îrada gelê Kurd û li ser navê Kurdan hatine hilbijartin ewê bi namûs û ?erefa xwe û li ser berjewendîya Tirkan sond bixwin. Ew sonda nîjadperest û Kemalîstperest min girê nade. Tu hezar carî jî derkevî balkonê ez mafê gelê bindest li te helal nakim oxlim. Ji ber ku;

divê makzagon bên guhertin, mercên  1.2.3. û tevahî.

Divê le?ker û polîsên we li Kurdîstanê î?kence û tadeyê li gel nekin. Divê cerdevanî ji holê bête rakirin. Yên ku heya roja îroyîn winda ne û hatine ku?tin û yên ku we bi zorê xistine zîndanan; yên winda bêne dîtin, yên ku?tî kujerê wan bêne dadgehkirin, yên girtî jî azad bin.

Û ewên ku we heqê wan xwariye divê hûn mafê wan bidinê. Hebûna wan, zimanê wan bipejirînin. Bê înkarkirin,bê derew û fêl û fend

û pi?tre derkeve balkonê. Helbet em jî xwe?mirov in, emê bi dîlan û govendê û bi yekdevî bêjin:

-Helal be lawo, helal be Kasimpa?alî, ?aba? ji Erdogan re, ?aba? ji lotikên wî re ?aba?!

Yan na, bi dîn û îman em heqê xwe li te helal nakin û xelas….

Ev nivîs 724 carî hatiye xwendin

XIZIR DI?IBE MIN..
Ji bo hilbijartinên 12.Hezîrana 2011′ê kêm dem ma. Lê her berendamê parlamenê ji bo pirsgirêkên bê çare û nakokîyên mezin xwe amade dikin, yek û yek dibêjin „Xizir Ez im..“

Li welêt ji bo hevkarîyê ne regez hi?tine ne ji adet u toreyê dinê. Felsefe, ramanî, mîrovayetî u rêbaza sîyasetê tev dane bin lingan..

Mîna axaftina mele yê Laz..

Mele yê Laz waaz dide pîrekan. Mîna sonda berendamên parlamena Romê. Dawîyê jî jin ji wî sual dikin û dipirsin:

-Ya Mele, emê çawa û bi çi halî ji van pirsgirêk û derd û kulan azad bin?

Mele dibê:

-Bila qîz berê xwe bidin zozan û çîyan. Jinên xwedî mêr werin mizgeftê bi?on û dia bikin. Jinên bî jî bila herin mal bi go?tê berxan qelî û savarê çêkin, xwe bi?on û bixemilînin, derîyê malê jî negirin. Wê Xizir as here ba wan. Xizir salê carekê tê, xwe pê? dike û diçe..

Jinek bî ji wî pirs dike:

- Ba?e ez benî, bila gotinên te ji min re  bibin guhar. Ma, ew Xizir çawaye?

Melê Laz rîha xwe difirkîne û dibê:

-Ew di?ibe min…

Ewên ku îro ji bo berendamtîya parlamenê  derketine qada hilbijartinê,tev di?ibin hevdu. Yên ku berî 20 salan bi xwendina sondê nerazîbûna xwe nî?an dan hatîbun girtin. Gelo ewê carê sond bixwin an na?

Sonda meclîsa Tirko ev e:

‘”Ez lî ser namûs û ?erefa xwe, lî hember mîletê Tîrk yê mezîn sond dixwîm ku yekîtî û serxwebûna dewletê, yekîtîya welat û mîllet a ku nayê parçekirin, hakîmîyeta bê qeyd û ?ert ya millet biparêzim; serdestîya hîqûqî bîparêzîm û pabendî cûmhûrîyetê û prensîbên Ataturk û înqîlabên wî bimînim; jî bo hizur û refaha millet, bî hevkarîyek mîllî û adîlane ku hemî kes bîkarin ji mafê mîrovan û azadîyên esasî fayde bibînin û ji sedaqeta bî anayasayê re dûr nakevim.”(Wergera sondê  F.Medenî Mar?il)

De xwedê kerîm û rehîm e…

Ev nivîs 737 carî hatiye xwendin

Ma teze ye!
Li Tirkîyê berî hilbijartinê YSK biryar da ku hin ?exsîyet nikarin bibin berendam, herti?t tevlihev kirin û kirin ?orbe. Civat hate veki?andin.

Gund û bajar û herder bû qada ?er. Ciwanan bi kevir û agir êrî? bir ser cîhên kirîn û firotinê..

Ew ?ewitandina turimbêl, otobos û cîhên kirin û firotinê ji  mîrovan re çalakîyek zindî û ferasetek teze ye..

YSK gavek ?ûn ve avêt.

Her ti?t bû wek berê.

Lê xwîn hate rijandin. Mirov hatin ku?tin, hin kes brîndar bûn. Hin kes neçar man.

Bi xwe wê wek xwe jî bimîne.

Qanûn qanûnên berê ne.

Û Kurd jî bi tundî ketine nav wê pê?birka ku herin parlamenê û li ser al u hestên nîjadperestîya Romîyan sond bixwin.

Kurd zindî û li ser pîyan in.

Lê ti?tên nû û teze tunin.

Çi berjewendîyê Kurdan tê de heye?

Wek bûyera masîfiro? û pîrê ye.

Pîr  dadikeve bazarê ku ji bo debara xwe hin ti?tan bikire. Li wê derê zilamek masîyan difro?e û dike qîre qîr:

-De warin masîyan, masîyên bi can, zindî, zîndîîîîîî, de wernêêêêê!

Pîrê diçe balê, li masîyan tema?e dike û jê dipirse:

-Lawê min ma ev masî teze ne?

-Pîrê, ew zindî ne zindîîîîî!

-Kurê min ez jî zindî me, ma ez teze me?

Ev nivîs 537 carî hatiye xwendin

HÊVÎ…
Riwayet dibe ku ji rojan rojekê du ker bêhemdî rastî hev tên û dibin hevalê hevdu. Navê wan yek Bozo ye yê din ji Mîrê Re? e. Mîrê Re? ji Bozo re pesnê rojên xwe yên xwe? dike u ji wî di pirsî:

-Lawo Bozo, navbeyna te û xwedîyê te çava bû?

Bozo bi kela gîrî serpêhatîyên xwe, jan û tûjîyên jîyana xwe dibêje:

-Mîrê Re?.. Te derd û kulên dilê min vekola. Xwedîyê min zalimek pragmatîst bû (yên ku berjewendîyên xwe di ser her ti?tî re digirin). Ne alav dida min, ne ce, ne jî xwarinên ku ez pê têr û xurt bim. Zikek têr û zikekî birçi, barê herî giran dida ser pi?ta min. Ne dihi?t ku wek kerên azad ez jî têra xwe bizirim. Car caran jî dema ku barê min sivik bibûya, ew li pi?ta min siwar dibû û jina xwe jî dida pi?t xwe.

-Wey rebeno, xwelî sero! Heya van rojan te çawa sebir kir law?

-Çawa ku min got, dema ku ew û jina xwe li ser pi?ta min siwar dibûn, ew car caran pev diçûn û wî camêrî ji jina xwe re digot: „Keçê êdî bes e! Te ez dîn û har kirim. Tu her wisa bidomînî ezê vî kerî berdim ser te“. Ya min hêvîyek e. Ez bendewarê wê rojê me ku ew camêr min berde ser jina xwe. Loma min dev ji wan rojên zahmetkê?î berneda…

-Lawo Bozo, ker kurê keran, ma te miradê xwe kir an nekir?

-Na lo! Umrê min çû û firsendek neket ber destê min.

Îcar her ti?t sîyaset e kaka.

Em jî daxwazên xwe yên kûr li gor rêbazên sîyasetê bi rêve bibin.

Bi zimanê zikmakî-bi diltenikî-dilpakî û rastîyê sîyaset nabe! Jê re dek û dolap û hîn bûna zanyarîya „am-sîk-lop-edî yên“ virko pêvist e..

Çawa ku Bozo ker efendî firsend nedît û negiha miradê xwe, kes bi hêvîyan nagihê baqê kezîyan ezbenî…

Ev nivîs 587 carî hatiye xwendin