Lotikxane » Bazê Qendilê

Xuyaye mêr di gundê me de nemane!
Kilîlîlîlîlîlîlîlîlîlî,  wey mala xwedê ava rebbî! Çikir ji xwedê re, misilmantî gihişt ba Kurdên Sûrîyê jî! Qey ev jî Baba Nwêl diyarîya sersalê ji wan re anîye, ma çima law, qey heta niha Kurdên me li wir, kafir û mafir û kerafî bûn? De ne tevgerên islamî li Başûr û Bakurî welêt kirin tirrr, îcar dora Kurdistana Başûrê biçûk mabû!

Jinikê li gundekî, dûrî gundê mala bavê xwe mêr kiribû, demek dirêj jî di wê navê de derbas bûbû û tukes ji merivên xwe nedîbûn. Rojekê, yek ji gundê wan diçe gundê mêrê wê, jinik jî li ser rewşa gund û mala bavê xwe jê dipirse, mêvan jî lê vedigerîne: “Welleh hemî baş in, lê Heso kirine muxtarê gund.”

Xuyayê Heso jî mirovekî ji hemî xelkê gundî kêmtir û paşketîtir bû. Dema ev xeber kete guhê jinikê, hema bi qêr got: “Pepûûûûûk, xuyaye mêr di gundê me de nemane, lewma Heso kirine muxtar!”

Ez bi wan çarçefên serên jinên kurê Ladin kim, ku termê wî kirin nêçîra masiyên nava deryan û bi rîş û şaşika Emîr-Almuminîn, serokê komela Islamî ya Başûrê kim û bi ya Mele Kirêkarê Norwêcî jî kim, ku serokê têrorîstên şikeftên Twêlle û Biyare bû û bi gora bavê pisîkê jî kim, ku êdî Kurdên Sûrîyê jî wê raste-rast bi şewba çêlek, beraz, mirîşk û meymûnan bikevin û lotik û zîtirkên bê dîn û îman li rebenên jinan xin. Wê desmal û çarçefan di qirikên wan de bijdînin û horî û morîyan jî li wan xort û lawên kezebşewitî belav bikin, îca wey li wî yê ku navê xwe zû qeyd neke!

Law ezê yek şîretê li xort û keçên Kurdên Sûrîyê bikim: Li ser partiyên xwe bimînin, gelekî baştire, hûn hînî derewên wan bûne, ji wilo zêdetir nikarin derewan li we bikin, lê ku rîşdirêj ketin nava we, wê kerên we li kwîrên we biqelibînin, wê wek dijmin, 3000m di we de bibin û nahêlin hûn ji xwe jî derxînin!

Dibêjin carekê keşe û meleyekî xwestin bi hev bilîzin, erê loooo…çend lotikan li hevdû xin! Mele got: “Dora min” Keşe got: “Na bi namûs dora min.” Yek ji vî, yek ji wî, rabû mele ji keşe re got: “Yabo bera dora te be, tevdîr.”

Keşê min û te, xaç ji histuyê xwe avêt û wek boxê beranan xwe avêt ser melê, hema melê got: “Yaaa Îîsa!”

Feqîrê keşe dema navê Îsa bihîst, hema ji tirsa hemî laşê wî lerizî û wek qazîmazî, xwe ji ser pişta melê qulopazî erdê kir.

Bû dora melê. Keşe di dilê xwe de got: “Ma ezê jî bêjim yaaa Mûhammed, wê mele ji desthilanîn bikeve û ezê ji vê belê rizgar bibim.”

Melê bê îman, çend qulhûwellahûehed xwend, cibe avêt alîkî, şaşik avêt alîkî û xwe bi keşe ve zeliqand. Keşe got: “Yaa Mûhammed!”

Mele jî pêre got: “Allahûmme selî ala Mûhammed!” û bêbavo hişt ku devê keşe gaz û nîvekê ji hev vebe!

Îcar law hûn dibin hevalên kê, ne xem e, tenê nebin hevalên rîşdirêjan û hew.  Bi xwedê dek û dolabên bê sînor in, heke xwe bi we ve bizeliqînin, wê ji keşe xirabtir bînin sere we wîî!

Ev nivîs 470 carî hatiye xwendin

Ne di dema min de ye
Kurdên me, carna lotikên qerase li bin dûvên xwe dixin, lê bi xwe nizanin. Kuro di nav xelkê de rûreş bûne, lê wek xwedîyê ziyaretê ne! Yek di ber ziyaretekê re derbas bû jê re go: Erêêêê…erêêêê ziyaretê! Min gelek caran bi derewan bi te sûnd xwariye! Ziyaretê jî lê vegerand: Min jî gelek caran mala te xera kiriye, lê tu bi xwe nizanî!

Di bûyerên navçeya Badînan de xuya bû, bê hîna çiqas dem ji me re divê, ta ku em bibin mirov, yan jî hinekî pêş bikevin. Ew karên kirêt ku rûdan, ji şewitandina dikanên meyê ta hotêlên xwedêgiravî ku li wan mesacên nermik û germik tên kirin, cihê dax û xemxurîyê bû! Xort û gencên xelkê di çûna ezmanan de difikirin, yên me jî, me dît bê li Zaxo, Sêmêl û Dihokê çi kirin! Kevir û blok di wan hotêlên ciwan de werdikirin û ew hemû serwet û saman şewitandin, wan bêbavan, roja recimkirina (Duha) yê, ew keça êzîdî ku bi keviran serê wê, berî çend salan perçiqandin, carek din anîn bîra min! Welleh min got qey daxwaza vegerandina Kerkûk dikin, ellawekîl! Law ji Zaxoka delalê destpêkiribûn û bi panayî, Badînan dabûn ber xwe! Îca nizanim, ew karê hovane, ji gewîtî bû, gelo ji hovîtî bû, yan jî destên gunikreşan li pişt bû!

Dibêjin, rojekê yekî Emrîkî, yekî Ewropî û yekî Ereb çûn ba xwedê, ta ku bizanibin ka wê kengî bikaribin biçin ser heyvê.

Yê Ewropî ji xwedê pirsî: Em kengî dikarin biçin ser heyvê ezbenî?

Xwedê gotê: Piştî sed salên din hûn dikarin biçin.

Bû kûr-kûra yê Ewropî, girya û bi îsk-îsk gote xwedê: Ev hemû pêşketinên ku me pêk anîne, ev hemû buhişta ku me li erdê çêkiriye, hîn piştî sed salên din îcar em karin biçin ser heyvê?

Rabû yê Emrîkî bi pozbilindî û ji xwe bawer ji xwedê pirsî: Em kengî dikarin ji Koşka Spî berê xwe bidin ser heyvê ezbenî?

Xwedê lê nerî: Piştî pêncî salên din.

Yê Emrîkî jî wek yê Ewropî dest bi girî kir, li xwe xist û gelekî xemxur bû.

Dora yê Ereb hat, rabû egala xwe xwar kir, li ser kabokê rûnişt û got: Ya allah! Em Ereb, xwedîyê xurma, deve û bûraqê, kengî emê biçin ser gumer?

Vê carê îca xwedê rabû girya û gotê: Welleh ev ne di dema min de ye!

Îcar yabo, bi qesema navê vî xwedayî û wî xwedayî, xelkên me jî, di dema herdu xwedayan de li pêş neketin û nebûn mirov! Û  yê bêje ne wilo ye jî, bera berovajî vêna ji bo min piştrast bike û hûn sax!

Ev nivîs 425 carî hatiye xwendin

Ji xwedê bitirsin kaka can!
Mamo û Zêbaryo, du lotikên qerase û du zîtirkên bê-îman li miletê Sûriyê bi giştî û li Kurdên Sûriyê bi taybetî xistin û nehên wan kirin deh!

Zêbaryo, ku nûnertiya Îraqê di Yekîtîya Ereban de dike, li hember biryarên cezakirina rêjîma Sûriyê derket û dilê xwe bi kurê Esed û hal û rewşa wî şewitand û got: Em cîranên hev in kaka, heqê cîran li cîran heye, me nan û ava hevdu xwariye, berjewendiyên me gelek bi hev re hene.

Erê bi xwedê, wezîrê me û we, da nav, çirand û nedrût û xwedêgiravî ew ne wek Tirkan bê nan û xwê ne û şîret û mîret kirin ku kêşeya Sûriyê bi cezakirin, bi şer û desttêwerdana derve çareser nabe!

Mamo jî ku elok li dora Silêmaniyê nehiştine, zikê xwe nepixandibû û di hevpeyvîna xwe de, li gel qenata Al-Îraqiye de, gotibû ku alternatîfa Esed ne diyare, yan jî dibe ku misilmanên tundrew bin!

Wey maşaallah ji xwedê re û ji paşayê keremê re!

Law ma me deve nedîtine, ma me pişkulên wan jî nedîtine? Kaka, eger ev ne fen e, ma ev çi dar û ben e? Dema hûn di bin zulma Sedam de bûn, ma kes ma ku we xwe navêt hembêza wî û destên wî maç nekir ji bo alîkariyê? Ji bo we adet bû, ku hemû hêza dinyayê li ser serê Sedam kom bû, lê ji bo Sûriyên reben qephet e? Azadî ji bo we helal e, lê ji bo gelê Sûriyê heram e? Partiya Baas a Sedam dirinde û faşist bû ,lê ya Bişarko û bavê Bişarko nermik û rindik e? Ne ew gû ji wê karêzê ye! Ez rastiyê ji Mamê delal û Hoşyarê deng zelal re bêjim, ku heta niha, rêjîma Bişarko wan bi du qirûşan jî nakire û Kurdistana wan wek Israîla duwem dibîne û bi sedan têrorîst şandin Iraqa wan a delalî. Îca law hûn bergiriya çi li wî ejderha û xwînrijê Sûriyê dikin? Yan hinek hene ku we didin ber devê topê û we dikin qirdikê sersalê? Gelo hûn ji misilmanê Sûryê ditirsin lê ji yên Iraqê natirsin?

Heyran bi xwedê ez fedî dikim bêjim, lê li ser bextê fesad û muxbiran be, dibêjin ku Mamo li Şamê, apartmentek heye û ditirse ku ew mal ji destê wî here ku rêjîma Sûriyê têkçû. Mamê delal, bera xelefa te li xwedê be, eger xaniyê te çû, ez soz didim ku ez xelefê li te vegerînim. Raste milk û malê min tuneye, lê bi nehsed û sîh û şeş telaqan, bîst û çar elokên diya min hene, hema hemû  ji bo te, min filis jî ji te navê! Bera sedqa çûna Qirikdirêjo be û hûn sax!!!!!

Kurdistan

Ev nivîs 858 carî hatiye xwendin

Qirikdirêjo fêr nabe
Kurê Esed, bibûrin! Kurê zerafê, ne ji heywanan û ne jî ji insanan fêr dibe. Îca yan mejî di serê wî de tuneye û yan jî xwedê ji diya wî stendiye û bergîlên Liciyan li dora wê didin zîtirk û lotikan.

Şêr, gur û rovî bi hev re li nêçîrekê digeriyan, ê ji xwe wê şêr nêçîrê bigre ha! Hersê li dor nêçîrê civiyan, şêr ji gur re got: Rabe vê nêçîrê li me par veke!

Gurê hov jî rabû goştê nêçîrê kir sê beşê wek hev. Ê law ma para şêr û rovî wek hev e? Hema şêr yek nekir dido û tepek bê-îman li nav guhên gur xist û ew di nav çiravê de veziland û ji rovî re got: Hela ez te bibînim bê tê çawa li me parve bikî!

Rovî jî rabû, çi gepa xweş û nerm danî ber şêr û hestî û mestîyên rût ji xwe û gur re hiştin. Şêr li rovî nerî û gotê: Erê tu ji ku fêr bûyî wilo parve bikî Rovî? Rovî li gur nerî û li şêr vegerand: Welleh şêrê min ji terya nav çiravê fêr bûm!

Sedam Husên ku xwe dikir serokê netewa Ereb û boxê beranan, ew ji qulê kişandin û ben di qirikê de şidandin. Serokê Tûnisê bêhnçikandî reviya û li pişt xwe jî nemeyzand. Husni Terezan xistin zindanê û li ser textê mirinê wî tînin û dibin û li mahkemê zîtirkên qerase lê dixin! Qezafî, ku xwe kiribû melekê Efriqyayê û rêberê hemû Ereban, ew jî ji qula karêzê derxistin û bi agirê dojehê şa kirin!

Ê law ma ev bêbavê kurê kerê (haşî kera welleh), ji van hemiyan ders wernegirt?  Îcar gelo wê wî ji çi qul û qulikan derxînin, wê çi lotik li qûna wî kevin, incax xwedê zanibe.

De heta wê gavê,  sed kum û şifqên serokên Ereboşkan bêxwedî dimînin!

Ev nivîs 484 carî hatiye xwendin

Wê têra xwe bike du tûr!
Dibêjin carekê siwarê kerekê li gundekî peya dibe ku hinekî bêhna xwe berde. Kera xwe li derve girêdide û li malekê rûdinê. Piştî çayekê vedixwe û xwe rehet dike radibe ku riya xwe berdewam bike, lê dimeyzêne ku tûrê kerê wî nemaye, hatiye dizîn. Mîrik bang dike: ka tûrê kerê min! kê tûrê min birye? Welleh eger hûn wî tûrî tînin, bînin ya na, tukes nizane bê ezê çi bikim! Ezê dinyê xera bikim! Xwedyê kerê li valî kir birr birr û li walî kir birr birr û da zîtirk û lotikan û xwe tiro dîno kir! Xelkê gundî jî hemî lê kom bûbûn, û ji zirtên wî ditirsiyan. Çend  aqilên wan bi hev şêwirîn û ji hevre gotin: law bi telaq ev bêbav gelekî çavsorya dike, eger tûrê wî jê re neyê, wê gundê me xera bike, law ka em binêrin bê kê ji gundiyan ev tûr biriye, bera zû bîne, berî malên me bişewitîne heyran!

Piştî tirsê, piştî pirsê, tûrê xwedyê kerê jê re anîn û sed qulhûwellahûehed jî pê re xwendin, eşheda xwe anîn ku ji xezeba xwedyê kerê rizgar bûn! Lê yek ji gundiyan, ji van kesên ku naxwazin tiştekî di dilên xwe de bihêlin, got xwedyê kerê: law birazî, eger me tûrê te, ji te re nanîba, gelo te yê çi kira ji me? Welleh te em gelekî tirsandin bavo! Xwedyê kerê gotê: ma minê çi kiriba ji we?, welleh minê têra xwe kiriba du tûr!

Berî çend rojan, wezîrê derve yê Sûryê, Welîd Elmûşewiş gotibû ku ew dewleta perlemana Sûryê ku li Istembolê ava bû bipejirîne, wê xwedê ji diya wê bistîne, wê ew kevirên wê berdin kûçikên wê, kirasên wan li serên wan bigerînin…ya sitaaar! Gelo wê derpî jî ji wan deynin yan na? kuro bêbavo wek xwedyê kerê ketibûyê û diçirrrrand!

Ê law oxlim! Hey sermezin! Ne gotinên te, bi zorê ji devê te derdiketin, kuro tenê xwedê dizane bê çi xiyar ketiye te û qirikdirêjê serokê te, û ev nîna ye haaa, hîn tirnîna mayeee! Ez bi telaqê Enîsê kim ku devlapûro jê ket, wê miltê Sûryê, we wek Sadam ji qulan bikşîne û rev jî bi dest we nakeve! Wîîî waweylêêê! Bişarko jî zirta li xelkê dike û dibêje ku ewê di 6 katjimêran de, Rojhilata Navîn bişewitîne û wê serûbin bike! Wîîî pepûûûk! law kesên guneh mineh kiribin, bera tobe bikin, berî Devlapûrko roja qiyametê bi ser me de bîne û me bikşîne ser hesab û mesab!

Kuro hey min xirrên hemî kerên dinyayê, di dê û xwehên te û beşar û Bûsayna Şaban kirno, ma hîn jî hûn zirtan dikin? Ez bi wê qirka dirêj kim kû hindik maye di benê darvekirinê keve, wê gelê Sûryê, we yeko-yeko ji qul û milan derxîne û heyfa Hamza, Temo û Hermûş ji we hilîne! De heta wê rojê ku pir nêzîk e, xwedê ji me û we re kerîm û şadîd el-îqab e!

Bazê Qendîlê

Ev nivîs 928 carî hatiye xwendin

Vê caaarê raaaste loo vêêê carêê raaste!
Li ser bextê vîdyoyên ji Sûriyê tên û li ser zimanê peyamnêrên şoreşa Sûriyê be, dibêjin kerên Sûriyê êdî nema rêjîma Sûrî dipejirînin û pala xwe dane pala şoreşvan û serhildanvanan, li dijî Beşarê qirik dirêj têdikoşin û ew jî her roja înê bi kurtanên xwe dadikevin kolan û meydanan, dizirin û dibêjin: Bera rêjîm birûxe! Bera Beşar darvebe!

Ez bi telaqên bê fitû kim, miletê Sûriyê bextewer e! Ma me şoreşa Tûnis û Misrê dît, me şoreşa Lîbyayê dît, lê tukesî kerek têde dît ku tev li refê şoreşê bibe, bizire û li dijî rêjîmên wan welatan bide zîtirk û lotikan? Ê law yê ku li dijî rêjîman, li dijî bêbavan rawestin, jixwe wê şehîdan jî bidin ha!

Berî çend rojan, caş û leşkerên Sûrî, bi tank û topan û çekên sivik û giran, bîst kerên şoreşger dorpêçkirin. Lê mirov bextê xwe xirab neke, ew ker jî wek me, sivîl û bê çek bûn ha! Yabo dora wan girtin, rişmên wan bi hev ve girêdan, kurtanên wan ji ser pişta wan avêtin xwarê, ji bo ku gule baş di wan de herin. Ya siiiittar! Û ew dan ber guleyan! Tê bigota cenga Kûrya ye allahwekîl! Ewqas bi hiqd û kîn li wan qahremanan direşandin! Her bîst ker bûn şehîd! Xwestin bibin şehîd û ji Beşarê kurê dêlikê re nebin ebîd! Wey sed fatîhe li ser gorên we be rebbî! Û hezar nalet û tif jî li gora Hafiz Esed be!

Mizgîniya min li kerên Sûriyê be, bera nebêjin ku ew bêxwedî ne û kes dengê wan nagihîne dinyayê!

Ji bilî ku îro qahremanî û berxwedana wan li ser rûpelên internêtê, li hemî dinyayê belav bûye, Facebook, YouTube û qenala Al-Cazîra jî, her wêneyên wan derdixin û rûreşiya artêş û rêjîma Sûriyê bi dinyayê didin nasîn.

Ji aliyekî din ve, tê gotin ku Kak Omer Kulol, Sekreterê Partiya Kerên Kurdistanê, bi hevkariya Partiya Kerên Misrê, wê gilî, derd, êş û azarên kerên Sûriyê bi lez û bez bighênin qada navdewletî û nameyê di destê Ban Kî Mon xin. Wek dibêjin: Vê caaarê raaaste loo vêêê carêê raaste! Wê kuştin û şehîdkirina wan keran li serê kurê dêlikê bibe bela! Raste dilê biyaniyan bi xelkê Sûriyê ewqas naşewite, lê ku mesele bû mesela heywanan, êdî tukes qebûl nake.

Hey min di wilo artêşê kiro, ku miletê xwe dikujin û kerên bêguneh didin ber guleyan!

Hey min xirrên kerên Sûriyê, na welleh yên kerên hemi dinyayê di jin û xweh û diya qirik dirêjo kirî, law ez bergîlên Liciyan û meymûnên Efrîqyayê bera ser jin û diyên Ibrahîm Talib, Ahmed Hac Ali, Bassam Abdulla û Xalid Ebûd dim, ku xelk û kerên Sûriyê çekdar bin law.

Bera xelk û kerên Sûriyê ewqas xeman nexwin.

Roja hesab nêzîk bûye û wê benê darvekirinê di qirika gelek bêbavan keve.

Lê gelo qirik dirêjo wê bi çend benan bê darvekirin, ez nizanim!

Kurdistan

Ev nivîs 456 carî hatiye xwendin

Gelo ev bêbav li çi dimeyzêne û li çi difikire?
1. Li nav paqên diya xwe dimeyzêne û difikire gelo ew çima aniye dinyayê

2. Li Derha dinere û li Hema difikire

3. Li birayê xwe dinere û li Hamza Xatib difikire

4. Li gora bavê xwe dimeyzêne û li mamê xwe difikire

5. Li kuştî û birîndaran dimeyzêne û komkujiya Hema ya 1982 tê bîra wî

6. Li dadgehkirina Hisnî Mûbarek dinere û li revê difikire

7. Li filmê seksî dinere û li jina xwe difikire, gelo li Londonê çi dike

8. Li dêrê dinere û li mizgeftê difikire

9. Li facebook-ê dimeyzêne û Israîl tê bîra wî

10. Li televîzyona Al-jazîra dinere û ji qêrîna miletê Sûrîyê ditirse

De yalla….

Heçê tê derxe emê çewalek zeytûnên Efrînê jê re li kerê bar kin û bişînin..

Ev nivîs 600 carî hatiye xwendin

Gelo ev melayê xurifî duayê ji bo çi dike?
1- JI bo Kurd bibin dewlet

2. Hingî guneh kirine, Ji bo ku xwedê wî efû bike

3. Xurifî ye, nizane çi dike

4. Ji bo miletê Sûryê kole bimîne

5. Fatîhê li ser Be?ar Asad dixwîne

6. Ji bo biçe buhi?tê û heftê û heft kezîzeran di bin xwe palxîne

7. Ji bo Be?ar nasnameya Kurdan bide wan û mohrek re? li qûna wan xîne

8. Ji bo xirrê wî rabe

9. Ji bo kurê Be?ar mezin bibe û ?ûna kalkê xwe vala nehêle

10. Falê li ser kefa destên xwe vedike

De tê derxînin û qalibek sabûna Helebê bistînin!

Kurdistan

Ev nivîs 1115 carî hatiye xwendin

Dîktator nabin demoqrat
Lawikê Tirk, di kolanên Istembolê de pêrgî keçek qereçî hat. Bêbavê hingî ciwan û bedew bû, kurikê Istembolî, ne bi dilekî, lê bi heft dilan dil ketê. Rabû bi destê keçikê girt, ew bir ji xwe re kir jin, xist qesrekê û çi xwest jî jê re anî, lê bi soza ku keçik êdî li parsê negere û dev ji vê adetê berde. Mehek, du meh derbas bûn, ne bûn. Jinika qereçî ku hînî ger û parsê bû, bû vitvita qûna wê û da lotik û zîtirkan. Istembolîko rojekê dema vedigere malê û derbasî hundir dibe, çi bibîne…jinika wî, nan xistiye pencerên malê û diçe ber kîjan pencerê dibêje: Ka hinek nan bide min! Yanî keçkokê parsê dike, ku hinekî sekeriha xwe bi?kîne. Dema mêrik ew di vî halî de dît, hema bi destên wê girt, ew avêt derve û jê re got: Qiz qereçî xatûn olmaz! Yanî keça qereçî nabe xatûn.

Mebesta min ji vê meselê, ne keçika qereçî ye û ne jî lawikê Istembolî ye, lê min xwest ez lotikekê li der qûna serokê Sûriyê xim, kirasê wî li ser serê wî bigerînim û qûntazî berdim çolê. Erê lo, yanî qa?o devlapûro biryara rakirina rew?a awarte dabû û bi telaqê xwe sond xwaribû û gotibû: Êdî ew zeman çû…zulm nema…yê ku ji îro pêve tiliya yekî Sûrî bê heq birîndar bike, ezê serê wî li Daraa bihêlim û gewdê wî jî bavêjim Qami?lê.

Bêbavo xuyabû devê wî ti?tek digot û dilê wî ti?kî din digot. Pi?tî biryara tirro bi du rojan, di xwepê?andanên roja înê de, zêdetir ji 150 kesî, bi destên çete û mafyayên devlapûro ?ehîd ketin. Bi tank û topan êrî?î ser xelkê kirin û qû? li wan qetandin, bajarê Daraa dorpêçkirin û bi hovane gule li xelkê re?andin. Ê law, hey min xirrê mêrkê Istembolî di jin û xwehê kiro û yê keça qereçî jî de devê lapûrî kiro, ma ev e rakirina rew?a awarte? Wek berê lê bike ba?tire oxlim! Dibêjin carekê lawkê yekî bi xwe de mîz dikir, rabû çû ba melê ji bo nivi?tekê jêre çêke. Pi?tî nivi?ta melê bi milê lêwik vekirin, rebeno îca rabû bi xwe de gû jî dikir. Dê û bavê wî çûn ba melê û jêre gotin: Mela, em bi qurbana te bin…lawkê me vegerîne qeysa berê em memnûn in heyran!

Ez bi qesema navê xwedê kim, rejîma Sûrî, kirasê milyaketan li xwe ke û perîkên kevokên a?itîyê bi xwe veke, ew ne dibe demoqrat û ne jî rejîma gel û welat. Jiyan û welatê di bin dest û emrê Çirto (Be?ar) û Virto (Mahir) de bin, gelo wê çi hêvî û xwe?î tê de hebin!

Kurdistan

Ev nivîs 521 carî hatiye xwendin

?ore?a Facebook-ê
?ore?ek navcîhanî

Ji gelan re dermanî

Bê tank û top û dirav

Dixe lingên dijmin dav

Ti?t jê nayê ve?artin

dinya pê tê guhartin

Hêvya bindest û jaran

?ûrê di dest siwaran

Ji Tûnisê destpêkir

Diktatorek bi rêkir

Bû-Izêzî kir rêber

Nav belav bû li herder

Ji wir berî da Misrê

Çav û guhên me tev lê

Bi aramî, berxwedan

Milyonan diçûn meydan

Ew zulm û zora dirêj

Ew kerwanê dest qirêj

Ji ser Misrê rakirin

Dilê gel pê ?akirin

Facebook berî da Yemen

Cem kesên jar û reben

Xwedyê benî?t û qatê

ketine kêferatê

Bi milyonan li kolan

Berxwedan û serhildan

Bi yek deng, qêr û hawar

Birûxe ev Sitemkar

Li Lîbya jî tofane

?erê man û nemane

Qadafiyê dîn û har

Lîbya kire tarûmar

Jêre navê lam û cîm

Divê birûxe rêjîm

Bû dijî wî dinya tev

Êdî nema jêre rev

Facebook bû Bazê Qendîl

Çû hewara kesên dîl

Xortên Sûryê livandin

Biçûk, mezin civandin

Ji Deraa çirûsk vêxist

Agrê ?ore?ê pêxist

Gund bi gund û ?ar bi ?ar

Milet kir qêr û hawar

Sîng vekirî, destvala

Wek piling û ?epala

Kîna bindestîyê ye

Roja serbestîyê ye

Lê rêjîma hov û ?êt

Dest avêt karê kirêt

Serhildan dan ber gulan

Xwîn rijiya li kolan

?ehîd ketin bêjimar

Bi hezaran birîndar

Li herderê yek qêr e

Roja xortê dilêr e

Li seranserî welêt

Tevde bûye ar û pêt

Nêzîke roja felat

Rizgariya Rojhilat

Teknîka vî zemanî

Cinên erd û ezmanî

Dinya hemî kirye yek

Qurbana çavên belek!

Herti?tî ew dibîne

Bi pêlan re di?îne

Yên ku di rêzê de ne

Lîbya, Sûrya û Yemen e

Eger Sûrya çûye dam

Em tev berî didin ?am

Dikin dîlan û ?adî

Bi serbestî, azadî

Herbijî serrfirazî

Bimre rêjîma nazî

Kurdistan

Ev nivîs 583 carî hatiye xwendin